Di roja 22.10.2023an de, (39) sal di ser koçkirina seydayê Cegerxwîn re derbas dibe, bi min xweş e ku, ev hejmara (The Hall Kurdî), bi vê kurtenivîsa min, li dor seydayê Cegerxwîn bê xemilandin. Cegerxwînê ku roja îro gora wî li Qamişlo bûye qublegeha kurdperweran… Kurdperwer ji her çar perçeyan ve, dema ku têne Qamişlo serdana gora wî dikin; gul û kulîlkan li serê datînin û kêlîkek bêdeng, bi gotinên helbestên wî re diponijin:
Min ji bo we gelek tişt
Min dîwan û hin nivişt
Gol ji avê bûye mişt
Ez nizanim çi bêjim
Heta dil ranewestî
Ez nabêjim bi sistî
Kêr gihaye ser hestî
Ez nizanim çi bêjim..
Belê, piştî 39 salan ji koçkirinê, hêjî seydayê (Cegerxwîn: 1903-1984), bi fikir û rewşenbîriya xwe ya jiyanê, ewa taybetî pê, di nav me de amade ye. Navê wî, bi saya gotinên helbestên wî, ji nav gel nayên jibîrkirin. Ew helbestên ku rojên çetîn û dijwar derbas kirin û hê jî di nav me de amade ne, wek ku ew nemiriye! Nexasim dema ku em li gotineke Kurdî ya resen digerin, hingê em wê gotinê di nav helbestên wî de dibînin, bi taybetî ewên ku dengbêjan kirine stiran û li ser zarê her mirovekî Kurd in.
Cegerxwînê destzêrîn! Cegerxwînê ku bi berdewamî û bêrawestan, bi zimanê xwe yê netewî nivîsand… Ji ziman û edebiyata gelê xwe re xizmet kir û ji dil û can xwe berda nav tev bûyerên welat û welatiyên xwe. Ta pileyekê ku hîn jî wek dibistaneke ziman û kurdewariyê tê naskirin…
Cegerwîn ji kesên sêyemîn e, ji dervî malbata Bedirxaniyan ku di kovara Hawarê de nivîsandiye, piştî Qedrî Can û Osman Sebrî. Rast e dengê wî bi kovara Hawarê re derketiye, lê bêtir nav û dengê wî bi saya Feqe û Melayên welatparêz di nav gel de belav bûye.
Di wê heyamê de, ew gund bi gund, bajar bi bajar li welatê xwe digeriya û helbestên xwe digotin. Rewşenbîr û welatparêzên wê demê Feqe û Mela bûn, wan jî bi hezkirineke mezin li helbestên wî guhdarî dikirin û wiha helbestên wî di nav gel de belav dibûn. Gel jî, bi hezkirin û singekî fireh helbestên wî dipejirandin, hembêz dikirin û sazbendan jî dikirin stran, mitirban jî dikirin dûrkên govendê.
Helbestên dîwanên wî, bi formên têvel û cihê cihê hatine hunandin ku, hêj helbestvanekî kurdî bi wek wî bi pirrbûn helbest nenivîsandine. Her neh-deh dîwanên wî, li ser zîlana ferheng, gramêr, dîrok û erdnîgariya Kurdistanê dizîvirin û dizîvirin.
Berhemên Cegerxwîn yên çapbûyî:
- 1– Pirîsk û Pêt: 1945 – Şam. Bi pêşgotina Mîr Celadet Bedirxan û Qedrî Can e.
- 2– Cîm û Gulperî (çîrok): 1948 – Şam.
- 3– Sewra Azadî: 1954 – Şam. Bi pêşgotina Osman Sebrî, 212 R
- 4– Reşoyê Darî (çîrok): 1956 – Şam.
- 5– Gotinên pêşîyan: 1957 – Şam.
- 6– Awa û destûra zimanê Kurdî: 1961 – Bexda.
- 7– Ferhenga Kurdî: Perçeyê yekem û duwem, 1962 – Bexda.
- 8– Kîme Ez?: 1973 – Beyrût. Bi pêşgotina Abdulhemîd Derwêş, 318 R
- 9– Salar û Mîdya: 1973 – Beyrût.
- 10– Ronak, 1980 – Swêd: Bi pêşgotina Kemal Burkay, 208 R
- 11– Zend – Avesta: 1981 – Swêd.Bi pêşgotina Qenatê Kurdo, 178 R
- 12– Şefeq: 1982 – Swêd. Bi pêşgotina Casimê Celîl, 180 R
- 13– Hêvî: 1983 – Swêd. Bi pêşgotina Ordîxanê Celîl, 186R
- 14– Aşitî: 1985 – Swêd. Bi pêşgotina Tîmûrê Xelîl Mûradov 173 R
- 15– Tarîxa Kurdistan (1): 1985 – Swêd.
- 16– Tarîxa Kurdistan (2): 1987 – Swêd.
- 17– Folklora Kurdî: 1988 – Swêd.
- 18– Jînenîgariya min: 1995 – Swêd.
- 19– Nivîsarek li ser dîbaca Ehmedê Xanî: 1995 Stockholm.
- 20- Şerefnameya Mewzûn: Ev pirtûk di sala 1997an de li Beyrûtê, hatiye çapkirin. Bi pêşgotina Dilawer Zengî.
- 21- Xweşxwan: Dîwana Cegerxwin a 10 ye. Ji helbestên Cegerxwîn yên ku di sala 1927an de nivîsandine pêk tê. Ev dîwan di sala 2016an de li Duhokê ji rex Dezgeha Nalbend, bi pêşgotina mamoste Derbas Mustefa hatiye çapkirin.
Wek van berheman jî hene û hêj nehatine çapkirin.
Eger em helbestên Seydayê Cegerxwîn li bêjing û serdadê xin, li naveroka wan ji rex mijar, form, felsefe, huner û nûbûnê ve mêze bikin, em ê bibînin ku naveroka helbestên wî li dor van zîlanan dizîvirin:
- Li dor rizgariya welatê wî.
- Li dor yekîtiya gelê kurd.
- Li dor pesnê qehreman û têkoşerên gelê Kurd.
- Dijî kiryarên çewt yên şêx, axa, beg û dewlimendên gelê Kurd.
- Li dor aştî û demokrasiya cîhanê.
- Li dor têkoşîna belengaz û hejaran.
- Şiyarkirin, pend û şîretin ji nezan re
- Wek têkoşerekî ji bo azadiya welatê xwe, ji bo wekheviya civata xwe, ji bo avakirina cihanek aştîxwaz û ji bo serxwebûna welatê xwe nivîsandiye.
- Helbestên wî hawar, gazin û gaziya gelê Kurd in.
Ji rexekî din ve seydayê Cegerxwîn helbestên evîndariyê jî nivîsîne, evîndariya wî jî bi du mijara ne: Yek evîndariya welatê wî ye û yek evîndariya wî a kesayetî ye, wek insan, wek mirov. Mijara dilketiya wî a pêşî welatê wî ye. Ew welatê ku di şibhê keçekê an jinekê de aniye ber çavê xwe û helbest û sirûd li dor gotine. Mijara din evîna wî a kesayetî bixwe ye, hez kiriye, hez jina bedew û spehî kiriye. Û wiha helbestên evîndariyê avêtine ser.
Wek ku min gotiye, ew yekî sereke bû ku kovara Hawarê a Mîr Celadet Alî Bedirxan bi berhemên xwe dixemiland. Û ta rojên xwe yê dawî ma li rex welatiyên xwe bi tev kul, êş û xemên wan ve. Ji tev şoreşên Kurdan re helbest gotine û rojekê pênûsa xwe nekir bin xizmeta şêxekî olî an axayekî zordar, bi tenê pênûsa ma wek şûrê azadiyê di destê wî de, bi wî şûrî şer kir ku xwe bighîne azadiyê.
Cegerxwîn im ji van derda
Li meydanê xwe zû berda
Di nav bahoz û bager da
Bi bîr û bawer û doz im
Ne Şewqî û Zehawî me.
Hem jî gotiye:
Ev dîn û dewlet xwendine,
Ev tac û şewket xwendine,
Ev serbilindî xwendine,
Ev dewlemendî xwendine.
Roja îro, Cegerxwîn bûye wek stûnek zêrîn li ser zîlana helbesta kurdî û di her çar perçeyan de digere. Di wî heyamê xerab de, ew heyamê ku zimanê kurdî qedexe bû û kesî newêrîbû bigota kurd û ereb an kurd û tirk biran e, Cegerxwîn helbest bi kurdî afirand û bi mêranî û dengekî bilind helbestên xwe di nav gel de gotin û belav kirin. Ta radeyekê ku gelekan ji nexwendiyan helbestên wî ezber kirin û di civatan de gotin û dibêjin.
Di sala 2021ê de min pirtûkek bi navê (Ez û Cegerxwîn), çap kiriye. Cegerxwînê ku temenê min 10-12 sal bûn, min navê wî bihîstiye. Cegerxwînê ku ji berî 39 salan ve jî -ji roja mirina wî ve- her sal di 22ê Çêriya Pêşî de serdana gora wî dikim.
Ev pirtûka min, çîroka naskirina min bi Cegerxwîn re ye. Digel ku min jînenîgeriya wî bi kurtî, navê berhemên wî yên çapbûyî û çapnebûyî anîne ziman. Wiha jî, min çend xalên girîng di jiyana wî de dane naskirin wek; pêwendiyên wî bi Mîr Celadet Bedirxan, Qedrî Can û Osman Sebrî re. Herwiha min cih daye çîrok û deqa helbesta wî, ya ku wî di pesnê Barzaniyê Nemir gotiye. Ev helbesta ku di dîwanên wî de nehatiye belavkirin.
Hêjayê gotinê ye ku her du kurên seydayê Cegerxwîn; Kesra (Keyo) û Azad li Swêd dimînin. Kesra ji sala 2019 an de, li Swêdê koça dawî kiriye. Azad û xwîşkên xwe li Swêdê dimînin.
Berî dawî, bi min xweş e vê gotina seydayê Cegerxwîn, di warê parastina Folklora Kurdî de bînim ziman:
(..Gereke ji îro pê ve, zana û xwendevan, bîrewer û rêzanê kurd serpêhatiyan di nav rûpelên nivişt û nivîsarên xwe de bidin xuyakirin û binivîsin û ji pêlên windabûn û destê dijminan biparêzin. Bav û kalên me gelek kêmasî kirine, lê bila em wan kêmasî û çewtiyan nekin. Eger nikaribin bi kirasekî torevanî jî binivîsin, lê bila tenê winda nebin..).
Ev gotin ji pirtûka wî a bi navê Folklora Kurdî hatiye girtin.
Dawî, werin..! kurdino werin! Em 39 saliya koçkirina seydayê Cegerxwîn bi dengekî bilind bibîr bînin û li ser gora wî, van gotinên wî ji hev re bêjin:
Kurdino, merdino pir xweş e serxwebûn,
Ew demên tar û teng ko me dîn vane çûn.
Dest bidin hev hemî pêş kevin em hemî,
Da biçin bo welat yan mirin yan felat.
Roj li me hate der, zû şiyar bin ji xew,
Ev dema ceng û şer paş ketin êdî hew.
Dest bidin hev hemî pêş kevin em hemî,
Da biçin bo welat yan mirin yan felat.
Min divên ol û bext, min divê pêşveçûn,
Min divên tac û text, min divê serxwebûn.
Dest bidin hev hemî, pêş kevin em hemî,
Da biçin bo welat yan mirin ya felat.