2300 çete ji bo berjewendiyên Tirkiyê berê xwe dan Azerbeycanê

AFRINPOST-Taybet

Roja Duşemê bi sedan ji çeteyên “Sultan Mûrad û Ehrar El-Şerqiyê” yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn berê xwe dan Azerbeycanê.

Dagirkeriya Tirkî bi rêya melayên ku di mizgeftan de erkdar kirine, ku roja Înê xitbeyan ji çeteyan re pêşkêş dikin, bandorê li wan dikin û berê wan didin Azerbeycanê.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku desthilatên dagirkeriya Tirkî duh derdora 2300 çete ji milîsên “Sultan Mûrad û Ehrar El-Şerqiyê” ji Efrînê şandin Azerbeycanê da ku li kêleka artêşa Ezerî li dijî artêşa Ermenî li herêma Qerebaxê şer bikin.

Nûçegihan teqez kir ku çeteyan berê xwe ji Efrînê bi rêya dergeha Bab El-Selame ku li wir kom bûn û piştre çûn balafirxaneya Gazî Entab, li balafiran siwan bûn û çûn Azerbeycanê.

Nûçegihan da zanîn ku melayên desthilatên Tirkî erkdar kirine, roleke girîng dilîzin ku ew xwediyên çekdaran bi şerê cîhadê li hemberî gawiran didin bawerkirin û bi vî rengî dişînin Azerbeycanê.

Nûçegihan teqez kir ku wî bi xwe roja Îna derbasbûyî gotin di xitbeyên melayên mizgeftan de bihîstin.

Related posts