Ciwanên Kurd li ber Konseya Ewropayê çalakî li dar xistin

Ciwanan bi armanca balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiyê li avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasboûrg ê Fransayê çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin.

Ciwanên Kurd ji bo çalakiyê li ber avahiya Konseya Ewropayê ya Strasboûrgê li hev civiyan.

Di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin û dirûşmên "Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

Ciwanan li ber meclîsê ev daxuyanî dan:

“Weke ciwanên Ewropa û gelek welatên din ên cîhanê, ji bo fikarên xwe û pirsên xwe yên derbarê xebatên Konseya Ewropayê û saziyên girêdayî wê de bînin ziman, îro em ketin avahiya Konseya Ewropayê.

Konseya Ewropayê saziyek e ku ji bo garantîkirina mafên mirovan li welatên endamên xwe, di nav de welatên ku ne Yekîtiya Ewropî jî hene, hatiye damezrandin. Konseya Ewropayê, saziyeke dîrokî ya Ewropayê ye ku ji bo vê armancê hatiye avakirin, xwedî sazî, civîn û berpirsyariyên cihê ye ku li Ewropa û derveyî Ewropayê belav bûne. Tevî vê yekê jî em dibînin ku Konseya Ewropayê di gelek waran de negihîştiye armancên xwe yên bilind ên parastina mafên mirovan.

Rêber Apo zêdetirî 25 sal in di pergala êşkenceya Îmraliyê de di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Em difikirin ku her kesê ku nûçeyan dixwîne rewşa giştî ya mafên mirovan a li Tirkiyeyê dizane. Girtîgeh tijî girtiyên siyasî ne û her tim êşkence û pêkanînên dijmirovahî tên kirin.

Konseya Ewropayê saziyeke dîrokî ya Ewropayê ye ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn ji bo garantîkirina mafên mirovan û aştiya li herêmê hatiye avakirin. Di nav wê de Civata Giştî û Komîteya Wezîrên Derve, konseya Ewropayê berpirsyar e ku bersivê bide binpêkirinên mafên mirovan.

Nêzî 3 sal (33 meh) der barê rewşa Rêber Apo de agahî nayê girtin. Em îro ji bo protestokirina vê rewşa bêdengiyê hatin vir. Ev çalakî mafê me yê herî bingehîn ê mirovî ye.

Em dixwazin li ser serdana heyeta CPT’ê ya meha Îlona borî raporek berfireh bibînin.

Her wiha em dixwazin hûrgiliyên hevdîtina duh a di navbera Sekretera Konseya Ewropayê Manja Pejcinovi Buric û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan de pêk hat, hîn bibin.

Gelo li ser binpêkirinên mafên mirovan ên dewleta Tirk hatine axaftin?

Gelo tecrîda giran û mutleq a li ser Rêber Apo hatiye nîqaşkirin?

Gelo haya Konseya Ewropayê ji rewşa Rêber Apo heye? Çima Konseya Ewropayê ti agahiyan parve nake?

Weke hemwelatiyên Ewropî û penaberên siyasî, em mafê xwe yê demokratîk bikar tînin ku dema mafên mirovan têne paşguh kirin an dibe amûrek ji bo nîqaş û danûstandinan em teqez dikin; Ev erka me ya gel û ciwanan e.

Em dixwazin Komîteya Wezîran di civîna xwe ya pêş de rewşa Rêber Apo ya heyî binirxîne.

Em dixwazin protokola hevdîtina bi Hakan Fîdan û Marija Pejcînovîç Bûrîç re bê eşkerekirin.

Em daxwaza rapora komîsyona CPT’ê ya di meha Îlonê de çûbûn Awûstralyayê dikin.

Em dixwazin tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bibe, azadiya fîzîkî bê misogerkirin, pirsgirêka Kurd a li Rojhilata Navîn bê çareserkirin û ji bo Rêber Apo diyalogeke ewle bê kirin."