Li Berlînê li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan çalakî kirin

Însiyatîfa Pirştevaniya bi Girtiyên Polîtîk re, xwedî li daxwaza girtiyên di greva birçîbûnê derketin û bal kişandin li ser pêkanînên dermirovî yên li girtîgehan.

Li Berlîna paytexta Elmanyayê Însiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyên Polîtîk re, ji bo piştgiriya çalakiya gireva birçîbûnê ya girtiyan a li dijî tecrîdê û binpêkirina mafan dayî destpêkirin, çalakiyek hate lidarxistin. Çalakiya ku li Kotbûsser Torê hatî kirin, xizmên girtiyan û gelek kes tevlî bûn.

Xizmên girtiyan xwedî li daxwazên girtiyên hatîn rehîn girtin derketin û gotin: “Daxwaza wan daxwaza me ye.”

Di daxuyaniya ku bal kişandî li ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de, wiha hate gotin: “Rehîneyên siyasî yên li Tirkiye û Kurdistanê rû bi rûyê binpêkirina mafan û êşkenceyê tên. Li girtîgehan girtî jiyana xwe ji dest didin. Em nêzîkatiyên ku rûmeta mirovan rencîde dike qebûl nakin. Em bang li her kesê dikin ku li dijî vê hestiyar bin.”