Bav ê PDK'î reviya, kur ê YPG'î rizgar kir

Rustem Başûr weke şervanekî çû Şengalê, ku bavê wî yê fermandarekî pêşmergeyan Şengal terikandibû. Rustem Başûr bi vê jî nesekinî li Rojava jî şer kir. Başûr ku xaziyê Şoreşa Rojava ye, bang li pêşmergeyan kir.

Bavê wî yek ji fermandarê hêzên Zêrevanî yê PDK'î bû, ku Şengal di nava lepên DAÎŞ'ê de hişt û reviya. Rustem Başûr jî tevlî nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurd bû, beşdarî pêngava rizgarkirina Şengalê bû. Weke şervanekî YPG'ê di pêngava rizgarkirina Minbicê de birîndar bû. Xaziyê Rojava Rustem Başûr têkoşîna xwe dewam dike.

Rustem Başûr dema ku şervanekî ciwan ê YPG'ê bû, di pêngava Minbicê de ya li dijî DAÎŞ'ê birîndar bû û ji hingî ve nikare bimeşe. Em li avahiya Federasyona Xaziyên Rojava li wî rast tên. Bi rûkenî û zindîbûna xwe balê dikişîne. Dema ku em qehweya Rustem vedixwe, mijar tê ser êrişên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê. Rustem li ser pirsên min qala çîroka xwe dike.

Rustem Başûr li gundê Çemankê yê Duhokê, li nava malbateke dijberê PKK'ê û Tevgera Azadiyê ya Kurd ji dayik dibe. Sala 2014'an dema ku hêza ji 12 hezar kesî ya PDK'ê ji Şengalê vedikişe ku bavê wî jî di nav de bû û Êzidî di nava qirkirinê de tê hiştin, jiyana Rustem Başûr jî tê guhertin. Ev rewş dibe sedem ku dawî li hebûna xwe ya li nava sîstema PDK'ê bîne û tevlî nava Tevgera Azadiyê ya Kurd bibe. Rustem weke şervanekî azadiyê berê xwe dide Şengalê ku bavê wî terikandibû û ji bo rizgarkirina Şengalê şer dike.

MALBATA MIN LI DIJÎ PKK'Ê BÛ

Rustem Başûr anî ziman ku ew li nava malbateke feodal û piştevanê PDK'ê ji dayik bû, li nava sîstema PDK'ê mezin bû û got, "Li Duhokê ez diçûm dibistana lîseyê. Carna jî diçûm gundê me Çemankê. Li gund gelekî zêde antî propagandaya PKK'ê dihate kirin. Rojekê me li televîzyonê temaşe dikir. Dîmenên gerîla hebûn. Ji nişka ve bavê min xwelîdank avêt serê min û got, 'Min ji we re negot ku hûn ê li van temaşe nekin'. Ewqasî dijber bû. Gerîla carna dihate nava gund. Hin tişt ji dikanê dikirîn û diçûn. Min li wan temaşe dikir. Liv û tevgera gerîla bala min dikişand. Dema ku min ew didît kêfxweş dibûm. Ez mirovekî welê bûm ku min dixwend û lêkolîn dikir. Di temenekî biçûk de min biryar da ku tevlî nava PKK'ê bibim. Di rê de hêzên Zêrevan ez girt. Bavê min fermandarê Zêrevan bû. Tevî ku malbata min bi vî rengî bû, ji ber ku min hez ji PKK'ê dikir, ez xistin zindanê. Zext li min kirin. Yekî sixêf li dayika min kir û li min da. Ji bo pêşî li tevlîbûna min a li nava PKK'ê bigirin zext dikirin."

BAVÊ MIN YEK JI WAN BÛ KU ŞENGAL TESLÎM KIR

Rustem Başûr ji aliyê bavê xwe yê fermandarê hêzên Zêrevanî ji zindana PDK'ê hate derxistin û ew birin mala wî. Demekê li Duhokê ma. Dema ku hêzên PDK'ê 3'ê Tebaxa 2014'an bi fermana Barzaniyan ji Şengalê vekişiyan û Êzidî di nava qirkirinê de hiştin, Rustem gihîşte wê astê ku êdî dawî li hebûna xwe ya li nava sîstema PDK'ê bîne.

Rustem Başûr anî ziman ku bavê wî di nava hêzên PDK'ê de yên ji Şengalê vekişiyan cih digirt û fermandarekî payebilind ê Zêrevan bû û got, "Ez ji vê gelekî aciz bûm. PDK'ê careke din xiyanet li Kurdan kiribû û Şengal ji DAÎŞ'ê re hiştibû û reviya bû. Vê yekê hem nêrîna min hem jî fikrê gelê Başûrê Kurdistanê guhert. Di nava civakê de pirsên cidî rû dan, nakokî çê bûn, nerazîbûn çêbû. Min ji nû ve biryar da ku tevlî nava Tevgera Azadiyê ya Kurd bibim."

BERÊ XWE DA ŞENGALÊ JI BO RIZGARKIRINÊ

Rustem Başûr piştî ku tevlî nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurd bû, cihê xwe di nava pêngava rizgarkirina Şengalê de girt. Rustem Başûr qala wê demê kir, "Xiyaneta PDK'ê kir ku Êzidî bi qirkirineke mezin re rû bi rû bimînin. Şengal parçeyek ji Başûrê Kurdistanê bû, lê belê hêzên PDK'ê ji bo rawestandina DAÎŞ'ê tiştek nekirin. Min nekarî vê rastiyê qebûl bikim, bi taybetî jî ku bavê min yek ji wan bû. Min xwe dixist şûna Êzidiyên li Şengalê yên ji ailyê DAÎŞ'ê ve dihatin qetilkirin. Min digot 'Hêzên ku diviyabû min biparasta, eger min di nava komkujiyê de bihêle û bireve ez ê ti carî jê bawer nekim'. Di vê pêvajoyê de me gerîla û şervanên YPG û YPJ'ê jî dît ku tevî hejmara xwe ya kêm jî bi dil û can gelê xwe diparast. Ji ber vê yekê piştî ku tevlî bûm û min perwerde wergirt, bi pêşniyara xwe ez derbasî Şengalê bûm. Min cihê xwe di nava Pêngava Rizgarkirina Şengalê de girt. Ev yek ji bo min rûmet bû, wijdan bû."

SERBILIND IM JI BER KU XAZIYÊ ROJAVA ME

Rustem Başûr ku di pêngava rizgarkirina Minbicê de birîndar bû, êdî nikare bimeşe. Rustem Başûr dibêje, ev yek li pêşiya wî ne asteng e û wiha dewam dike, "Ji bo min tiştekî pîroz e ku di nava refên YPG'ê de ji bo gelê xwe şer kir û parçeyek ji bedena xwe di oxira civaka xwe de da. Dibe ku hin mirov ji bo me dibêje, êdî em nikarin zêde kar bikin. Lê belê ez niha bi pênûsa xwe hewl didim xizmetê ji gelê xwe û têkoşînê re bikim. Niha li ser nasnameya qedexekirî û zimanê Kurdistanê karê lêkolînê dikim."

DIYALOGA PIŞTÎ BI SALAN A BI BAVÊ XWE RE

Rustem Başûr anî ziman ku weke xaziyekî Rojava piştî bi salan li ser xazîtî û welat ew bi bavê xwe re axivî û got, "Beriya bi demekê bi rêya telefonê bi bavê xwe re axivîm. Min xwest hem qala rewşa li Başûrê Kurdistanê bikim hem jî hîn bibim bê sekna bavê min guherî ye yan na. Beriya ku tevlî nava Tevgera Azadiyê bibim du xwişkên min jî pêşmerge bûn, lê belê piştî ez tevlî bûm ew jî qut bûn. Hîn bûm ku bavê min hîn ê bi heman rengî dewam dike. Ji sala 2004'an û vir ve di nava hêzên Zêrevan ên PDK'ê de ye. Bavê min zane ku ez xaziyê şoreşê me û wiha axivî, 'Ez zanim ku te ji bo welat parçeyekî xwe da, lê vî welatî çi da te'. Yanî xwest bêje ku 'ji aliyê pere ve çi didin te'. Mantiqa wan bi vî rengî ye."

GELÊ BAŞÛR DIVÊ RASTIYÊ BIBÎNE

Rustem Başûr diyar kir ku Barzanî ji bo serketina dewleta Tirk a dijî PKK'ê ji dîplomasiyê heta leşkerî bi her awayî piştgiriyê dide û destnîşan kir ku Barzanî di xizmeta dewleta Tirk de ye.

Rustem Başûr got, "Divê gelê Başûrê Kurdistanê yê bi rûmet li dijî qirkeran bibe yek û li dijî rêveberên PDK'ê yên êrişî Kurdan dikin serî hildin. Bang li pêşmergeyên xwedî wijdan jî dikim. Barzaniyan ne berê ne jî niha yekîtiya neteweyî ya Kurdan nexwestin. Pêşmergeyên bi wijdan û bi rûmet divê tevlî vî şerî bibin."