Fedaiyên ku bi destê PDK'ê şehîd hatin xistin – VIII

Xelîl Ebdûrrehman ku birayê wî Mêrxas di êrişa PDK'ê de şehîd bû, wiha axivî, "Yên bi vî rengî ne Kurd in. Kurd jî bin bi dijmin re dixebitin, xayin in." Xelîl Ebûrrehman bang li her kesî kir ku li ber xiyanetê rabin.

Nûrî Xelo (Mêrxas) sala 1979'an li Efrînê ji dayik bû. Mêrxas hîn di zarokatiya xwe de têkoşîna azadiyê nas kir û timî dixwest rojekê bibe gerîla. Gelek caran ji bo tevlî nava refên gerîla bibe hewl da, lê belê ji ber temenê wî biçûk bû hate zîvirandin. Zêde nekarî bisekine û di 17 saliya xwe de tevlî nava refên gerîla bû.

Mêrxas demekê li Lubnanê ma, tevlî perwerdeyê bû. Di salên 1996-1997'an de derbasî Başûrê Kurdistanê bû. Sala 1997'an di encama êrişa hêzên PDK'ê de tevî 5 hevalên xwe şehîd bû.

XURT, ÇALAK Û XÊRXWAZ

Xelîl Ebdûrrehman Xelo qala birayê xwe Mêrxas kir û got, "Ji min hîn xurtir bû, bi hêz û bi aqil bû. Tiştên min nizanîbû wî zanî bû. Timî bi berpirsyarî nêzî malbata xwe, xizm û gelê xwe dibû. Her tim dixwest alî mirovan bike. Ruhê wî paqij bû û ji dil bû. Lewma ji zarokatiya xwe ve ji aliyê her kesî ve dihate hezkirin."

LI PEY TÊKOŞÎNEKE MEZIN BÛ

Xelo got, "Me bi malbatî Têkoşîna Azadiyê ya Kurd zû nas kir" û wiha dewam kir, "Di salên 1980'î de malbata min tevgera Apoyî nas kir. Lewma jî me biçûkanî nas kir û jê hez kir. Birayê min Nûrî jî bi vî rengî bû. Gelekî dilsozê Kurdîtiyê û têkoşînê bû. Gelekî hez ji tevgera azadiyê dikir. Timî dixwest tevlî nava gerîla bibe. Li cihê xwe nedisekinî, digot 'Çi dibe bila bibe ez ê tevlî bibim'. Ji ber temenê xwe nekarî biçe, lê hîn 14 salî bû li herêmê tevlî kar bû. Li gel temenê xwe yê biçûk jî li pey têkoşîneke mezin bû."

DAXWAZ Û ARMANCA XWE PÊK ANÎ

Têkildarî tevlîbûna birayê xwe li nava refên têkoşîna azadiyê Xelo wiha axivî, "17-18 salî bû. Êdî nema îdare dikir û tevlî nava têkoşînê bû. Çûbû Lubnanê. Piştî 6 mehan wêne ji Lubnanê ji me re şand. Em pê hesiyan ku piştî perwerdeya li wê derê derbasî Başûrê Kurdistanê bûye. Piştî demekê wêneyekî bi heybet ê ku kincê gerîla lê bû û li çiyê kişandibû ji me re şand. Daxwaz û armanca xwe pêk anî bû. Bi têkoşîn û daxwaza xwe timî ji me re bû mînak."

AGAHIYA LI SER ŞEHADETA WÎ HATE

Ebdûrrehman Xelo qala şehadeta birayê xwe kir û got, "Dema ku agahiya li ser şehadeta wî hat, ez li Helebê dixebitîm. Heval hatibûn gel dayika min. Dayika min li min geriya û xwest ku bêm. Dema min jê pirsî bê 'tiştek qewimiye', got 'Agahiyek hatiye, divê tu bê'. Dema ku min pirsî 'çi bû ye, çi agahî hatiye?' bi girî got, 'Nûrî şehîd bûye'. Dema ku min bihîst şehîd bûye ez ji ser hişê xwe çûm."

Xelo diyar kir ku leşkerên rejîma Baasê êrişî taziyeyê kirin û got, "Birayê min ji aliyê dijmin û xayinan ve şehîd hate xistin. Nehiştin ku em şîna xwe jî bigirin. Dijmin vê carê hate ber deriyê mala me û êrişî konê sersaxiyê kir. Du kes destgîr kirin. Em bi zorê rizgar bûn."

'MIROVAHÎ BI WAN RE NEMAYE'

Xelo anî ziman ku xaltiyê wî yê di şer de qala detayên şehadetê kir û got, "Gotin, birayê min û 5 hevalên wî ji aliyê hêzên PDK'ê ve hatin dorpêçkirin û hatin şehîdxistin. Xaltiyê min jî li wir di şer de bû. Hat ji me re qala detayên bûyerê kir. Dema ku me bihîst birayê min bi destê PDK'ê şehîd hatiye xistin, hêrsa me gelekî mezin bû."

PDK LI BER DESTÊ MÎT'Ê YE

Xelîl anî ziman ku eger PDK firsendê bibîne wê wan jî bikuje û got, "Eger em bikevin destê wan wê me jî bikujin. Ewqasî mirovahî bi wan re nemaye. Çawa ku birayê min û bi hezaran ciwanên Kurd şehîd xistin, îro jî êrişî Kurdan dikin."

Xelîl wiha dewam kir, "Em timî dibêjin ku ew Kurd in. Lê belê ev şaş e. Kurd bi vî rengî nabe. Kurd jî bin ew xayinin ku bi dijmin re dixebitin. Bûne endamê dijminên Kurdan, bûne endamên dewleta Tirk û MÎT'ê. Kurdên li çar aliyên cîhanê divê li ber van noker û xayinan rabin. Em bi hev re li ber wan rabin."

Sibe: Şevket Henan qala keça xwe Rûxweş kir ku di kemîna PDK'ê de şehîd bû.