Fermandarekî PKKê li Metînayê hat kuştin

nuri-yekta-pkk-hpg-matin-metin-kurdistan

Fermandarekê din ê PKKê ku berya 4 mehan li Başûrê Kurdistanê ji hêla artêşa dewleta Tirk ve hatiye kuştin, PKKê ji nû ve îro mirina wî ragihand.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro roja şemî 1/10/2022ê nasnameya du çekdarên xwe eşkere kir yek jê fermandar e ku berya 4 mehan li çiyayê Metînayê ketine ber êrîşên hewayî yên dewleta Tirk.

Ev herdu çekdar yêk jê fermandar e bi navê Cevat Etarek û kodnavê Nûrî Yekta ye, ew ji bajarê Mehabadê yê Rojhilata Kurdistanê ye, li 15 xizîrana îsal 2022ê li çiyayê Metînayê hatiye hedef girtin.

HPGê her wiha nasnameya çekdareka xwe a jin bi navê Ayşa Toprak û kodnavê Amara Amed eşkere kir ku li heman rojê li Metînayê ketibû ber êrîşê balafiran.

Nûrî Yekta fermandarê ku PKKê îro nasnameya wî îfşa kirî, li sala 1999ê tevlî rêxistinê bibû.

Pustên heman beş