Li gorî Navenda Belgekirina Sûcan li bajarê Girê Spî ji Cotmeha 2019`an ve 203 şênî hatine revandin.
Çaresenûsa 89 kes ji wan hîna nediyar û 26 kes jî şandine Tirkî û li wir girtî ne.
Di van 5 salan de 75 kes hatine kuştin û zêdetirî 219 kes jî birîndar bûne.
Ji wan 17 kes astengdar bûne.
Her wiha 8 şêniyên ku ji warên xwe derneketine yan jî piştî dagirkirinê vegeriyane malên xwe, hatine bidarvekirin.
Dagirkeran zêdetirî 5 hezar û 171 mal û hezar û 180 dikar desteser kirine.
Zêdetirî milyonek û nîv milyon donim zevî hatine desteserkirin.
Li gorî agahiyên ku navendê parve kirine, hezar û 849 malbatên ji herêmên din ên Sûriyeyê li malên şêniyên bajarê Girê Spî yên koçber bûne, hatine bicihkirin.