• DOLAR 32.185
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.488
  • ...
Yûsûfî yê ku ji teref FETO ve hatibû mexdûrkirin di hepsê de zewicî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Necmî Aksona yê ku ji teref sewcî û hakimên FETO ve bi kompasan hatibû mexdûr kirin û bi cizayê hepsê yê muebbetê ew ciza kiribû di hepsê de ji teref malbatawî ve hat zewicandin. Daweta ku lê şahî û xemgînî bi hev re hat jîyandin Aksona yê Yûsûfî beşdarî daweta xwe nebû.

Daweta ku li qada vekirî hat tertîbkirin bi xwendina Qur'ana Pîroz ji teref Hafiz Saît Tînk ve hat xwendin û dest pê kir. Piştî xwendina Qur'ana Pîroz dawet bi merş û îlahîyan û gerandina govendê dawet dewam kir.

Di dawetê de ji seydayên herêmê yên navnîşan Mela Alî Arslan xîtabî beştarvanan kir û wiha got: "Kesên di doza Ergenekon û Balyozê de dihatin darizandin tev hatin texlîyekirin lê belê kesên ji teref daraza 28ê Sibatê û FETO ve hatin mexdûrkirin yên wek Necmî Aksana û hevalên wî bi bê sûcî di zîndanan de dirizin."

Arslan, di berdewama axavtina xwe de wiha got: "Di esra bîstemîn de me ciwanîya xwe, dê û bavên xwe ewlad û birayên xwe tev di rêya Hezretî Resûlûllah de qurban kirin. Me got ya Resûlallah tenê bila daw û doza te sax be em ji mirinê re amadenin. Dawe eve. Ciwanên me bi vî awayî jîyan. Di destê zaliman de îşkence dîtin. Ey Qasêdê Xweda were deryê zindanên van zaliman li van mezlûman veke."

Piştî dawetî malbata Necmî Aksoy ji ÎLKHAyê re peyîvîn û hêst û ramanên xwe anîn ziman û îfade kirin ku wan bi hizn û hêstrên çavan dawetek çêkirîye. Malbata Aksona bangî hikumetê kirin û îfade kirin ku êdî Mislimanên bê sûc û sebeb di zîndanan de ne lazim e werin berdan.

Dayîka Necmî Aksona, Sûna Aksona di nava hêsrê çavan de îfade kir ku lawê wê bi bê sûcî di zîndanê de ye.

Dayik Aksona, wiha got: "Êdî ez dixwazim lawê min bi temamî derkeve. Niha daweta lawêmin tê kirin, dema ez vê yekê dibînin dilê min perçe dibe. Di gel dawet heye jî di malê de hizn û girî heye."

Xuşka Necîm Aksona, Sevîm Mulkef jî bi zehmetî hêst û ramanên xwe anî ziman û wiha got: "Birayê min di zîndanê de ye. Niha me dixwest ku birayê min jî bi mere beşdarî vê şahîyê biba û kêfa xwe bi mere par ve bikira. Êdî mehkûmên bê sûc yên di zîndanan de bila li malê xwe bin, di nava zarokên xwe de bin. Êdî bila em jî û ew jî bextewar bibin."

Xuşkek Necmî Aksona ya din Gulseren Kurt jî îfade kir ku ew kêf û hiznê bi hev re dijîn û wiha dewam kir: "Niha birayê min ji ber ku di rîya Xweda de bû û doza wî di meşand di zîndanê de ye. Tu carî serê me daneket erdê û tu carî tiştekî xelet nekir. Em bi wî serbilind û îftîxar dikin. Niha em ji vir bangî hikumetê dikin evê heta kengî wisa dewam bike? Êdî di zîndanê de riziya. Êdî ev zilm bese, divê ji ve zêlmê re çareserîyekê bibînîn û em dibêjin êdî bese. Her sal mûdekê didin me dibêjin emê wan berdin em kêfxweş dibin. Paşê ser wan gotinên xwe digrin û wek qet xeber nedanin jiyana xwe dewam dikin." (ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir