Enjoying your free trial? Only 9 days left! Upgrade Now
Brand-New
Dashboard lnterface
ln the Making
We are proud to announce that we are developing a fresh new dashboard interface to improve user experience.
We invite you to preview our new dashboard and have a try. Some features will become unavailable, but they will be added in the future.
Don't hesitate to try it out as it's easy to switch back to the interface you're used to.
No, try later
Go to new dashboard
Published on Jan 17,2021
Like
Share
Download
Create a Flipbook Now
Read more
Published on Jan 17,2021
salihe_kevirbiri_filite_quto_02 Read More
Home Explore salihe_kevirbiri_filite_quto_02
Publications:
Followers:
Follow
Publications
Read Text Version
More from welat. mehdi
P:01

lêkolîn SALIHÊ KEVIRBIRÎ serpêhatî – dîrok – sosyolojî 20 kilam 20 qewimîn Filîtê Quto NEFEL www.nefel.com [email protected]

P:02

Filîtê Quto E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM • 1FILÎTÊ QUTO

P:03

•2 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:04

Filîtê Quto SALIHÊ KEVIRBIRÎ NEFEL Stockholm 2002 www.nefel.com • 3FILÎTÊ QUTO [email protected] E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:05

Salihê Kevirbirî: Filîtê Quto Weþanxane: Nefel Sandfjärdsgatan 10, 11 tr. 120 57 Årsta / Sweden www.nefel.com [email protected] © Salihê Kevirbirî û Nefel Çapa dîjîtal: 2002 ISBN: 91-89687-03-5 Grafîka pirtûkê: Arif Zêrevan Bêyî destûreka nivîskî ti kes nikare vê pirtûkê ji nû ve bi ti awayî çap bike, kopî bike yan li ber wê zêde bike. Çênabe ko ti kes fayla vê pirtûkê kopî bike û di Internetê de bêxe malpera xwe. •4 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:06

Nêverok Spasname . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . 7 Salihe Kevirbirî kî ye . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . 8 Pêþgotin . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . 9 1. Þer û kilamak ji herêma Xerzan: Þerê pencînaran û elikan . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . 11 2. Xwespartinek li Dêra Axtermanê*cem Metran Îsa: Meyrema File û Eliyê Qolaxasî . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . 19 3. Rêbirê karwan û posteya dewletê: Emê Gozê . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . 26 4. Fatihê heft gajaran û fermandara artêþa jinan: Gênc Xelîl û Edûlê . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . 34 5. Ji birakujiya nava eþîran nimûneyeke sosret: Emînê Perîxanê-Evdilê Birahîm . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . 49 6. Li Çiyayê Qîre, Delana Paþo, þerê reþkotiyan û etmankiyan: Þerê Filîtê Quto û Mamê Elê Etmankî . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . .59 7. Þerê Mala Eliyê Ûnis qewmê çiyê: Þerê Newala Qeremûsê . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . 76 8. Mêrxasekî çê û kuþtineke bêbext: Behcetê Dawûd . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . 83 9. Ji Deþta Xerzan mêrxasekî çê: Biþarê Çeto . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . 88 10. Dîroka ko di çiyayê Sason û þikeftên Karmelîhê de hatê neqiþandin: Raperîna Mala Elîyê Ûnis . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . 95 11. Ji zargotina welatê Serhedê mînakeke sosret, malkambaxî û þerê xal û xwarziyan: Þerê Xûrûcê . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . .99 12. Ji herêma Xerzan serpêhatî û kilameke çêjdar: Babê Fexriya Siwarê Gêjo . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . .109 E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM • 5FILÎTÊ QUTO

P:07

13. Þerê Hesoyê Birahîm (sînikan) û Hecî Mihemedê Mistê (reþkotan): Þerê Hethetkê . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . 113 14. Karesatek ji herêma Serhedê: »Çûro û Fesîhê Mihê Mîrze« . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . 119 15. Li Geliyê Zîlan Çemê Hesen, evdalê evîneke bêmirad: Heso û Nazê . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . .127 16. Bavê Elfezya Siwarê Eznawir: Ferzende Beg . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . 139 17. Welatperwerekî hêja, dostê feqîran: Dr. Yusuf Azîzoglu (1917–1970) . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . 143 18. Teyrê ser milên qîz û bûkan: Dengbêj Ferzê . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . 148 19. »Mîrê ribabê« Miradê Kinêû nîmûneyek ji dengbêjiya wî: Firman a* . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . 153 20. Li warê Serhedê axînek ji kezebê: Qezaya Bûlanixê . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . . 159 •6 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:08

Ji bo bîranîna Evdalê Zeynê, Resoyê Gopala, Þakiro û mamosteyê min Mehmûd Baksî Spasname Xwendevanê/a hêja, Ev pirtûka di destê we de, ked û xebata pênc salan e. Bi awayekî ser- pêhatî, sosyolojîk û dîrokî ji bîst kilam û qewimînan pêk tê. Bi armanca xebateke arþîvî bû kitêb û heger Yezdanê Dilovan hêz û qewet bide, wê xebatên bi vî rengî wekî rêzepirtûk bidome. Kitêba mijara gotinê, jêder- ka xwe ji zargotin, dengbêjî û stranbêjiya kurdewar wergirtiye. Lewre jî rol û giraniya dengbêjên ji çar aliyên welêt zelal û berbiçav e. Ne ji deng- bêjên wekî Gerabêtê Xaço, Zahiroyê Mûþî, Bekirê Îdirê, Zilkûfê Erzeromî, Cahîdoyê kurê Hiseynê Mûþî, Kazo û Salihê Qubînê bûya, wê ev pirtûk nehata pê. Lewre jî di serî de Salihê Qubînê ko di tevahiya kil- aman de jê sûd hatiye wergirtin, spasiyên xwe pêþkêþî dengbêjên navborî dikim û xwe li ber van harddîskên edebiyata klasîk a kurd ditewînim. Her wiha rehma Xwedê ji dengbêjên bi navê Xalê Birê (Birahîmê Newrozî), Þikrî Îzol û Hiseynê Mûþî re dixwazim ko keda wan jî di vê berhemê de heye. Li hêla din, di warê teknîkî de xweþhaliya xwe ji bo ked û xebata mamoste I. Îþler û Aysel Çetînê tînim zimên û yek bi yek spasiyên xwe pêþkêþî hevalên xwe yên Rojnameya Azadiya Welat, Kovara Jiyana Rewþen û Înstîtuya Kurdî dikim... 18-ê nîsana 2001-ê • 7FILÎTÊ QUTO Budapeþte / Macaristan Salihê Kevirbirî E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:09

Salihe Kevirbirî kî ye Di sala 1973-an de li Batmanê hate dinyayê. Bi eslê xwe ji Misircê (Kurtalan) ya Xerzan e. Xwendina xwe ya destpêk, navîn û lîseyê li navçe û bajarên wekî Batman, Farqîn, Misirc û Edeneyê kir. Di sala 1992-an de bi derketina rojnameya Welat re, ji zimanê dayîka xwe haydar bû. Li herêma Çukurovayê di rojnameya Welatê Me de cara yekem dest bi karê rojnamegeriyê kir û heta rojname hate girtin, li herêmê berpirsiyariya ro- jnameyê kir. Piþtî girtina Welatê Me, kar û barê rojnamegeriyê di roj- nameya Azadiya Welat de berdewam kir. Di destpêka sala 1997-an de hate Stenbolê, di heman rojnameyê de bû berpirsê karên nivîsaran û ji ber vê peywira xwe, bi dadgeh, girtîgeh û dozgeran re nasraw bû. Ji bilî Welat, Welatê Me û Azadiya Welat; nivîsar, hevpeyvîn û lêkolînên wî di kovar û rojnameyên wekî Özgür Polîtîka, Demokrasî, Özgür Bakiþ, Yeni Gündem, Jiyana Rewþen, Avaþîn û Nûdemê de hatin weþandin. Beriya ko biçe ser dilovaniya xwe, bi nivîskar Mehmûd Baksî re li ser romana Serhildana Mala Eliyê Ûnis kar û xebat kir. Salihê Kevirbirî, li ber qedandina Antolojiya dengbêjan e û dest bi ro- mana Koçero kiriye. Piþtî pirtûka bi navê »Filîtê Quto«, pirtûka wî ya bi navê »Bir Çixlixin Yüzyili: Karapetê Xaço« (weþanên Sî – adar 2002 / tirkî 144 rûpel) hate weþandin. •8 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:10

Pêþgotin Þovalyeyên derebegtiya Ewrûpayê navê xwe dane bajar, qad, salon û gelek cihên girîng. Lewre di dîrok û civaka hemû netewe û gelan de, çîna feodaliyê bi xwe re çand, wêje û folklora xwe jî pêk aniye. Di wê demê de ew çand hatiye afirandin. Di nav mercên wê demê de; ew tiþt, ew bûyer, ew leheng, ew qrîter hemû siruþtî û normal in. Ew nirx û hêjayî hemû hîmê civaka me ya îro ne. Heger ew roj nebû- na, wateya van rojan dê nehata zanîn. Diviyabû mêrxasan »destên xwe bi- avêta qebza xencerê«, diviyabû »zîn û heqîb li hespên xwe bikirana û þer heft rojan bidomiya«. Heger serdema feodaliyê, senaryoyek ji vê dinyayê be, ew kesên ko di kilaman de cih digirin an leheng in, an fîgûran in. Bêyî wan nedibû. Tevî ko civaka me kurdan, ne bi hemdê xwe digere û kemilandina xwe ne li gorî pîvanên sirûþt û civakê pêk tîne jî, motîfên çanda me ya berê reng û tama xwe diniqûtîne ser jiyana me ya îroyîn jî. Ji xwe ya normal jî ev e. Lê mixabin li welatê me bêyî ko navgînên hilberînê û jiyana aborî biguhere, bi zoreke jakoben a ko navê wê »rêzik û þoreþên Atatûrk« lê hatiye danîn, hate xwestin ko nirx, kelepor, kinc û berg, wêje, çand û hemû hêjayiyên din ên me bêne guhertin. Ev guhertineke ne normal, bi zorê û bêesl bû. Êdî wisa hate fikirîn ko li welatê me, di wextê xwe de jiyina nîrê feo- daliyê, qebahet û þermek bû ji bo me kurdan. Camêrên xwendeyên kur- dan, di bin bandora çepgiriya kemalîzmê de çanda xwe ya hêja nedîtin. Xweyîtî lê nekirin. Çanda berê wekî temelê çanda îro nedîtin. Gelo bajarvaniya Ewrupayê li ser kîjan temelî hate avakirin? Kîjan neteweya Ewrûpî dijminê çanda xwe ya berê ye? Helbet hemû hêjayî û pîvanên berê nûjen dibin, têne guhertin an jî hinek ji holê radibin. Lê ew otantîzma wan divê ko ji aliyê nifþên nû ve bête zanîn. Lewra perçeyek ji bedena me ne. Sihet xweþ Salih Kevirbirî, Xwedê qewetê bide te, ji bo ko tu domahî- ka van xebatan bibî serî. Kîjan kurdên ko van þer û kilaman bixwîne, ewê E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM • 9FILÎTÊ QUTO

P:11

vegere rojên zarokatiya xwe. Ewê dê û bavê xwe, bapîr û dapîra xwe, axa û welatê xwe bi bîr bîne. 13/4 2001 Hasan Kaya Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê •10 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:12

1. Þer û kilamak ji herêma Xerzan: Þerê pencînaran û elikan Eþîra Pencînaran û Eþîra Elikan 2 eþîrên sereke yên Herêma Xerzan bi xwe ne. Pencînarî û Elikî ko ji aliyê nifûsa xwe ve pir zêde ne, li herêmê, li gelek gundî belav bûne. Bi taybetî Eþîra Pencînaran ji 7 bavên bi navê Mûsikî, Welî, Kejikî, Ferxikan, Terxanan, Miradan û ji Mala Þemdîn pêk tê. Ev her du eþîr di dîrokê de gelek caran Deþta Xerzan bo xatirê qirên û þerên xwe yên eþîrî kirine gola xwînê! Mêr ji hev kuþtine, keç ji hev revandine û talanên hev birine. Wekî gelek herêmên welêt, li vê herêmê jî, bi taybetî ev bûyer, serpêhatî û qewimîn -çi çê çi xirab- bi saya serê dengbêj û goyendeyan heta îro hatine. Gelek kes li gorî xwe rabûne û nav li van qewimîn û þeran kirine. Hinek ji wan wekî ‘malwêranî’, hinek kes ji wan wekî ‘ehmeqî’, lê gelek kes jî navê ‘mêrxasî’yê li van qewimînan anîye.Êdî wisa bûye ko, li Herêma Xerzan, mirov nikare gundekî dest- nîþan bike, ko ji van þerên eþîran re çavdêrî yan jî malevanî nekiribe. Ango, þerê berberiyê lê neqewimîbe. Þerê Eþîra Pencînaran û Eþîra Elikan jî, yek ji van þeran e, ko bi talan- birinê dest pê kiriye û bûye sedema kuþtina (ji Mala Dîbo - elikî) û Gêncoyê Çeto (ji Mala Faro - pencînarî). Beriya ko em derbasî kilama vê qewimînê bibin, werin em kurteserpêhatiya vê karesatê hîn bibin: Kuþtina Silêmanê Mistê û Gêncoyê Çeto Mala Faro diçin talanê Gundê Qurê û Serpirê, ko nêzîkî Eskîfê ne, tînin. Li hemberî vê yekê jî, Silêmanê Mistê, jê re ‘Gula Mala Dîbo’ jî tê gotin, diçe talanê Xatma tîne. Dema ko Silêmanê Mistê tevî karwanan talanê tîne, ji ber rabûna ava Çemê Biþêriyê felat nabîne ko derbasî aliyê din ê avê bibe. Lewma jî, li Gundê Dusadekê li hemberî Gundê Qumaro, ko li aliyê Çiyayê Kolik dikeve, dimîne û li wir radizê. Di vê navberê de, bi þev nîvê þevê, heywanên ko Silêman wekî talan bi xwe re anîbû dadigerin ciyê xwe yê berê, ango dizivirin Xatma. Ev jî dibe sedem ko zilamên Mala Faro (Pencînarî) bên talanê xwe bibin. Mirovên Silêmanê Mistê jî, ji E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM •FILÎTÊ QUTO 11

P:13

Eþîra Elikan, Mala Dîbo ne, tên hewarê û li wê derê, di navbera Pencinarî û Elikan de þerekî dijwar derdikeve. Silêmanê Mistê li qada þer, ji aliyê Ehmedê Îskanê mêrxasê Mala Faro û kurê birayê Biþarê Çeto bi xwe ve tê kuþtin. Birayê Silêman Emê jî, bavê wan yek e, lê diya wan cihê ye, heyfa Silêmanê birayê xwe distîne. Ango, Gêncoyê Çeto, ko birayê Biþar û Cemîlê Çeto ye, dikuje. Li gorî salox- dayînan, cendekên Silêmanê Mistê û Gêncoyê Çeto dikevin ser hev. Piþtî vî þerî hevalbendên Mala Faro diçin cenazeyê Silêman hildidin û bi xwe re dibin Gundê Eynqesrê, ko qesr û qonaxa Biþar û Cemîlê Çeto li wê ye. Kilam li bakur, rohilat û li Qefqasyayê olan dide Ev kilama ko yek ji ‘derdê bê derman’ ê þerên bav û bapîrên me ye, li herêmên Xerzan, Serhed û Amedê ji aliyê dengbêjên wekî Þakiro, Qasimê Qûbînî, Teyîboyê ji gundê Sierta ya Misircê (Qurtelanê), Huseynê Farê, Mehmûd Qizil, Zahiroyê Hingilosiyê Mûþî û Salihê Qûbînî ve, bi guherto (wersiyon), ango þêweyên zêde ji hev ne cuda têne gotin. Her wisa li gorî lêkolîna ko me kir, Dengbêj Birahîmê Newrozî (Xalê Birê), ko temenê wî li dora 65-70 sal e, ji eþîra Smaîl Axa (Simko) ye û hê jî li gundê Coniyê ya bajarê Urmiyeyê bi cî û war e, bi xêra Radyoya Urmiyeyê, Beþa Kurdî ev kilama bi dengê xwe yê zîz û zelal li seranserê rohilatê welêt gerandiye û kiriye ko Kurdên Rohilatî jî, ji vê meseleya qetilxwînî haydar bin. Li aliyê din, dîsa em pê dihesin, ko bi de- han caran di Radyoya Yerêwanê de Keremê Seyad bi pêþkêþkirinên wekî, »Gohdarêd ezîz! Niha jî, ji devê Garabêtê Xaço kilameke ji Deþta Xerzan!...« tevî vê kilamê kiriye ko bi dehan kilam, lawje û stranên eþîrî, evînî û þeran li çermedora Qefqasyayê belav bibin. Belê. Çawa ko beriya þer û di dema þer de ji devê dayika Silêmanê Mistê, Xatê ve hatibe qîrkirin û bangkirin, bi salan e kilam hatiye gotin û heta îro hatiye. Kerem bikin werin em dêhn û bala xwe bidine qêrîn û awaza Xatêya diya Silêmanê Mistê, ko me ji devê Dengbêj Salihê Qûbînê girtiye. Silêmanê Mistê: Gula Mala Dîbo Erê ha dayêêê, ha dayêêê, ha dayêêê, ha dayêêê, ha dayêê Xatê dibêê Silêmanoo lawo memanî Ji kula dilê min re lawo xweþ memanîîîeûû ayyyy Silêmanê Mistê; Bavê Xelîl, Bavê Faris •12 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:14

Bavê Ezê, Kekê Bedêêê le Gula Mala Dibo Kum û kolozê xwe girêda lawo bi romanîîî Lawo kum û kolozê xwe girêdaaa bi romanîîî Destekî cilê þevê li xwe kir, wê rojê hilanîî Rext û qatiya girê dabûû destê xwe avête qayiþa Tivinga Elemanîî Xwe berdaye Sîxûra malê binyê mîrata Mizareþêê Birek devrûtê Mala Dîbooo, ji kezebþewityaaa Reysê Derwêþ Cindiyê Hacîî, Birahîmê Mamûd Lawo van þevgeran dayê bi xwe re hilanîîînnnûûûeeêêêû Lawo van þevgeran dayê bi xwe re hilanîîîn Xwe berdaye Pira Memikan, li Borê Qumaro de derbas bûn, Li Warê Gundir deee hevraz bûn, derketine Gaza Çiyayê Kolik, Zengayê Mamoo Li hafa Deþta Xerzan di Warê Simê de rûniþtin Þêwr û miþêwireteka giran danîîn Sê heb þade þûtên Silêmanê Mistê Bavê Xelîl Gula Mala Dîbo hene xwe berdaye Deþta Xerzan Peþiya terþ û talanê Mala Farooo Talanê giran bi nijdevanîî Terþ û talanê Xatimiyan Terþ û talanê Mala Keran Terþ û talanê Mala Faro Ga û gamêþê nozde cotan Ji Gola Modê Ji Xata diya xwe re lawo vê sibê diyarî anîîeeêêêû Were ha weylêêê, ha weylêêê, ha weylêêê Ha weylêêê, ha weylêê Xatê dibê Silêmano lawooo Carê bi nezanî terþ û talanê Xatma neynin Talanê Mala Faro yee Herçî Mala Faro ne mêrî ne, mêrkuj in Terþ û talanan tînin Hûn xweyê bavê min bûyo Terþ û talanên xwe vegerîniineeêêaaxay Haîhahîhîîî E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM •FILÎTÊ QUTO 13

P:15

Le Xatêê dibê Silêmano lawo memanî Ji kula dilê minoo te re berxêm lawo xweþ memanîîî Vê sibê peyakî derketî ji Xopana Xatma Lawo ji xwe re bi hewar û gazîîî Hewar daye Gozelderêê, Marîbêê, Eynqesrêê Cemîlê Çeto Bavê Feremez Di Qesra Eynqesrê de rûniþtin û þêwr û miþêwireteke giran danîîîn Le qirara kuþtina Silêmanê Mistê Bavê Xelîl Gula Mala Dîbo lawo Bi xwe re hilanîîn Xwe berdaye Deþta Xerzan dayê bi giranîîîeeêêaaaxê Lawo xwe berdabû Deþta Xerzan dayêê bi giranîîî Ewî qîrekî dabû Li Mûsikan, li Weliyan, li Kejikan, li Ferxikan Li Terxaniyan, li Miradan, li Mala Þemdîn Li heft bavên Pencînaran Xwe berdane Deþta Xerzan Bîra Kurêdiya, girtine Pozê Xatma Rêçiyan rêç û dews û çepera Silêmanê min deranîîeeêheêax Haîhaîîî Were ha weylêêê, ha weylêêê Ha weylêêê, ha weylêêê, ha weylêê Xatê digo Silêmano lawo Wezê diyarê Çiyayê Kolik bi Zengayê Mamo Ketim lawo li vî banîîî Bala xwe bidê Cemîlê Çeto Bavê Feremez Bi siwariyên hespê li xulaman lawo dikir gazîî Bavê mino hûnê mêr in mêrê çê ne, çê bixebitin Bi sê dengaaa li Silêmanê Mistê Bavê Xelîl Gula Mala Dîbo dikir gazîîî Dibê, lawo ezê îro wê yekê bi serê we de bînim Tu rojeka wekî roja îro Li terþ û talanê camêra nedî Ji xwe re nebî lawo bi mêranîîî •14 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:16

Îro giran e dengê têzê tivinga ketine Çiyayê Kolik Zengayê Mamo li ser serê Silêmanê Mistê Bavê Xelîl Gula Mala Dîbo lawo îro kirine kafirstanîîî Le Xatê dibê: Silêmano lawo Carê te digo, hevza xwe bike lawo ji hemî hevzî Hevza xwe bike ji kozikên serê Çiyayê Kolik Lawo kozikê Mala Faro neeee Lawo nîþanê Mala Faro zehf in pir gelek in Temamî bi kimkevej in Destê wana bi sustem in Dê rebeno nîþançî ne Serê kewa berenadinnnnn hahî hahîîîî Were ha weylêêê, ha weylêêê, ha weylêêê •FILÎTÊ QUTO 15 Ha weylêêê, ha weylêê Xatê dibê Silêmano lawo Dêhn û bala min lê ye min dît çend peyayê Mala Dîbo li serê Çiyayê Kolik lawoo dageriyan Ezê rabim cerê xwe hildim Li pêþiya van xweþmêrên Mala Dîbo bisekinim Ezê dibêm, di bextê we û Xwedê me Silêman û Ebê, Reysê Derwêþ, Cindiyê Hacî Birahîmê Mamûd kane lawo ne xwiya neeê De lê Xatê rebenê Silêman û Ebê, Reysê Derwêþ Cindiyê Hacî, Birahîmê Mamûd Li serê Çiyayê Kolik ji xwe re kemîn vedaneeeêêûûûayy Le Xatê dibê, Silêmanê lawoo Ezê bi Çiyayê Kolik, bi Zengayê Mamo Hafa Deþta Xerzan ketim Qasê Koro, pismamê xayîn heyra min go ha hewar e Emê va ye Silêmanê minê lawooo ne xwiya yeee Tivinga Emê li mila ye Tivinga Silêmanê minê reben ezê bi kewkî lawo bi desta yeeêêû E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:17

Xatê dibê, Emê di bextê te û Xwedê me Silêmanê min ka ye lawo, ne xwiya ye Dibê: Xatê rebenê, termê Silêmanê Mistê Bavê Xelîl Gula Mala Dîbo Li serê Çiyayê Kolik li Mexera Bênderokê mayeeêê Were ha weylêêê, ha weylêêê, ha weylêêê Xatê dibê, Emê lawo memanî Ji kula dilê te re berxêm lawo xweþ memanîîî Tu bala xwe bide Cemîlê Çeto Bavê Feremez bi tan û niça îro çi bi serê kekê te ve anîîî Tu bavê diya xwe bûyo lawo Þerê xwe bikin îro bi giranîîî Belgî Xwedê Teala siûd û îqbalê ji te re li hev dû anîîî Te heyfa Silêmanê Mistê Bavê Xelîl Gula Mala Dîbo bi destê xwe hilanîîûûêêê Belê tana Emê hilanî Li serê xwe li serê kevirê kozikê de deranîî Derbekî daye bejn û bala Gêncoyê Çeto Zavê destbihene termê Gêncoyê Çeto Bi ser termê Silêmanê Mistê ve danîîeeêêû Le bi sê denga li Ehmedê Îskan Li peyayê Mala Faro li Bavê Misto dikir gazîîî Dibê: Bavê Misto, tu dagere Heyra nizanim tu çewanîîêêêû Te digo, ezê herim di Qesra Eynqesrê de rûnim Pesn û wesiyetê xwe bidim lawo bi mêranîî Te digot, ezê bêjim Li terþ û talanê xwe da li pêþiya heval û xweþmêrên Mala Dîbo deranî û anîî Yekî weka Silêmanê Mistê Bavê Xelîl Gula Mala Dîbo serekvanê nijdevanan Lawo îro di gerewa talan te danîîn Tu nabêjî min xortekî weka Gêncoyê Çeto Zavê destbihene îro di gereva Silêmanê Mistê de danîî Tê dagere sed carî bi serê bavê te kim Derbeka daye li bejn û bala Gêncoyê Çeto •16 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:18

Zavê destbihene le zavekî bîst û çar roja ye Hêja hena zavatiyê li desta ye Îro min heyfa kekê xwe bi destê xwe hilanîîî Were ha weylêêê, ha weylêêê, ha weylêêê Ha weylêêê, ha weylêê Xatê dibê, Silêmano lawo Bila þereka giran li me çênebûya li Çiyayê Kolik Zengayê Mamo, li Hafa Deþta Xerzan Lawo vê sibê li diyaraaaneêêûû Heyfa min nayê li kuþtina Silêmanê Mistê Bavê Xelîl Gula Mala Dîbo, heyfa min tê li wê heyfêê Çardara Silêmanê Mistê Bavê Xelîl Gula Mala Dîbo Girêdane, dar nebû çar darên Gêncoyê Çeto Birine Eynqesra Bavê Þebo Lawo bi xwe re birine nav beyaraaûûêê haîhaîîî Xatê: »Gênco bi gîzme û qondere ye, Silêmanê Mistê bi çarox û bi gore ye!« Piþtî kuþtina Silêmanê Mistê û Gêncoyê Çeto, Xatêya diya Silêman diçe ser cendekên van her du mêrxasan. Biþar û Cemîlê Çeto tevî xulam û þerkarên xwe li ber siya Qesra Eynqesrê rûniþtine û dêhn û bala xwe did- inê ka Xatê wê li ser cendekan çi bike. Balkêþ e, ko Xatê pêþî diçe ser cen- dekê Gêncoyê Çeto, piþt re jî diçe ser cendekê kurê xwe Silêman. Her çi qas êdî neyar bin jî, Xatê vê yekê ji bo xatirê ko li hafa Biþar û Cemîlê Çe- to ye dike. Bê guman di vir de mezinahî û þêrejiniya Xatê derdikeve holê. Xatê ne bi tenê li ber kuþtina kurê xwe dikeve û pê diêþe, her weha ew ji ber ko mêrxasekî mêran e, li ber Gêncoyê Çeto jî dikeve û kezeba wê diþe- wite. Li hemberî vê kirina Xatê, Biþarê Çeto berê xwe dide Xatê û jê re wisa dibêje: »Xatê! ka kilamekî bavêje ser Gêncoyê Çeto û Silêmanê Kurê xwe...« Xatê berê xwe dide Biþêr û jê re wisa dibêje: »Ka ez çi bêjim? Gêncoyê birayê te bi gîzme û qondere ye, wê xelk bêje Silêmanê Mistê bi çopikê çolê, bi çarox û bi gore ye.« Di vir de, Xatê dixwaze bibêje, bi gîzme û qonderê Gênco axa û xwedan eþîr e, lê Silêmanê kurê wê gundiyekî bi çarox û bi gore ye. Lê, Biþarê Çeto van gotinên Xatê na- hewîne û wisa lê dizivirîne: »Na Xatê, Silêmanê kurê te jî, wekî birayê E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM •FILÎTÊ QUTO 17

P:19

min Gênco mêr û mêrxasekî çê ye.« Û dixwaze ko li gorî vê yekê dawiya kilamê bîne. Lew re jî Xatê wekî dawiya kilamê li ser her du cendekan wisa dibêje: »Were ha weylêêê, ha weylêêê, ha weylêêê Ha weylêêê, ha weylêê Xatê dibê, Silêmano lawo Bila þereka giran li me çênebûya Li Çiyayê Kolik, Zengayê Mamo Li Hafa Deþta Xerzan lawo vê sibê li diyaraaaneêêûû Gênco bi gîzme, bi qondere ye Wê xelq bêje Silêmanê Mistê bi çopikê çolê ye Bi çarox û bi gore ye Pirs bike wê eþîra bi xwe re Roja þerê Çiyayê Kolik Zengayê Mamo Silêmanê Mistê beramberî Gêncoyê birayê te ye Hahîîîîeeêêûû...« •18 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:20

2. Xwespartinek li Dêra Axtermanê* cem Metran Îsa: Meyrema File û Eliyê Qolaxasî Meyrema File, keça keþe, bûka Sarkîs jê re digotin. Malbata Sarkîs Meyrem ji kurê xwe re xwestibû, lê hê nebiribûn, ango daweta Meyremê nekiribûn. Meyremê keçeke bedew bû. Li dora wê, ji delalî û bedewiyê nav û îsmê wê belav bûbû. Delaliya Meyremê çûye ber guhê Waliyê Wanê bi xwe jî. Walî rojekê Meyremê dibîne û dil û çav berdidê, xeber ji der û dor û malbata wê re diþîne û dibêje: »Ji îro û pê ve bila tu kes behsa Meyremê neke. Heger sax be ji min re ye, bimire ji axa sar re ye!« Û wisa didomîne: »Kesê ko Meyremê ji xwe re bibe, bila ruhê xwe hesab neke, ez wî li dinyayê sax nahêlim!« Mala xezûrê Meyremê Sarkîs jî, ji tirsa walî newêrin bûka xwe bibin, yan jî berdin. Li gorî saloxdayînan û goyendeyan, bi qasî 4 sal derbas dibe. Meyremê jî, li mala bavê xwe dimîne. Rojekê Meyremê bi qasidekî xeber ji walî re diþîne û jê re wisa dibêje: »Xwedê heqê min ji te re nehêle! Tu li ser qed- era min rûniþtî. Ne tu min ji xwe re dibî, ne ji tirsa te kes diwêre min ji xwe re bibe. Yan destê xwe ji ser min hilde, yan jî peyayekî xwe biþîne ko ez ji te re werim...« Walî difikire, dibêje: »Gelo ez kê biþînim?« Eliyê Qolaxasî xizmetkarê nava mala wî ye. Di dilê xwe de dibêje: »Wele Elî mirovekî namûskar e û rast e. Ezê Elî biþînim pey Meyremê.« Walî radibe Eliyê Qolaxasî diþîne, jê re dibêje: »Tuyê herî Meyremê ji min re binî. Gava ko Elî tê cem Meyremê û Meyremê çav bi Elî dikeve, ji ber ko Elî xortekî pirr qeþeng û bedew e, aþiqê bejn û bala wî dibe. Her çi qas Elî pirr bedew be jî, ji ber feqîriya dinyayê cil û libasên wî ne ew qas baþ in. Meyremê dibêje: »Elî tu hatî min ji Walî re bibî?« Elî dibêje: »Belê Xatûna min!« Meyremê dibêje: »Elî, ez bi vî þiklê hanê bi te re nayêm. Ez qîza keþê me û tu min ji Waliyê Wanê re dibî. Ez bi vê girêdana te bi te re nayêm. Heger pere li ser te tunebin, ha ji te re pere; here cem berber ter- aþ bibe, here hemamê serê xwe biþo, destek cilê efendî û kumsoran li xwe bike û were ko ez bi te re werim...« E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM •FILÎTÊ QUTO 19

P:21

Qam û qidûmên Elî diþikên... Eliyê Qolaxasî bi ya Meyremê dike; diçe teraþ dibe, destek cilên efendiyan li xwe dike, diçe hemamê serê xwe diþo û dadigere cem Meyremê. Bi vî halê xwe, Elî çi qas qeþeng û delal bû, qeþengtir û delaltir bû. Her weha dema ko Meyremê çav bi Elî dikeve, eþqa wê ya ko heye deh qat zêdetir dibe. Meyremê berê xwe dide Elî û jê dipirse: »Elî, ka xwe bide ber Êynê, tu xweþik î, yan ez xweþik im?« Elî bersiva Meyremê dide: »Estexfirillah xatûna min, tu ji min û ji bavê min zêde yî!« Meyremê dibê- je: »Elî, henek û laqirdiyan neke, ya rast çi be wê bibêje. Wele tu xortekî qeþeng î, ez jî qîzeke bedew im. Em her du layîqî hev in. Were min ji xwe re bibe. Haþa hizûr, ker di diya wî waliyî ne. Çi dike bila bike.« Piþtî van gotinan qam û qidûmên Elî diþikên, ziman lê dieliqe, nizane çi bibêje, ji tirsa walî. Ji Meyremê re dibêje: »Xatûna min, çi heqê te li min heye? Ez hê ciwan im, bi miradê xwe þa nebûme. Tu li birrîna serê min digerî? Tu jî dizanî, walî zalimekî wisa ye ko, ez hêlîna xwe bibime esmanê heftan, wê walî min bîne xwarê û min bikûje!« Xwe diavêjin tor û bextê Metran îsa... Meyremê berê xwe dide Elî û bi awayekî acizbûyî jê re van gotinan dibê- je: »Binêre Elî, heger tu min ji xwe re nebî, bi nav û îsmê Xwedê saeta ez bigihîjim cem walî, ezê bibêjim, wele dema hatinê, Elî di rê de dest avêtiye namûsa min!« Elî piþtî van gotinên Meyremê kete nava Xelîl û Celîlê! Dizane ko Meyremê ji xwe re bibe jî wê serê wî bê jêkirin, ji walî re bibe jî. Dema ko Meyremê ji walî re wisa bibêje, wê serê wî were jêkirin. Elî ji Meyremê re dibêje: »Xatûna min, de ka ji min re bibêje, ezê te bi kû ve bibim? Kesê ko me bistirîne jî tuneye.« Meyremê jê re dibêje: »Elî tuyê min bibî biavêjî Dêra Axtermanê cem Metran Îsa. Wê Metran Îsa li ber barê me rabe.« Elî qebûl dike, tevî Meyremê berê xwe didin Dêra Axtermanê cem Metran Îsa. Ji vir û pê de bi awayekî kilamî weha diqewime: Meyremê dibê: Elîyo sibe yeeee, gelo min go wa ye çi sibeka bi xêr û bêr ee Rabe qeyîk û gemiyê Metran Îsa gelo li hev girêdee Emê îro xwe bavêjin tor û bextê Metran Îsa lo di dêrê deêêê Heyla delîl li min û li vî Metranî, li vî hogiçî ax lo li vî beranî Bila ji diya Metranê Dêra Axtermanê pêþtir nebêje •20 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:22

Min çok da erdê ji xwe ree kurek anî Metran Îsa ji wî zemanî, heta vî zemanî nav û dengêêê xwe deranî Elî dibê: Meyremê sibe yeeee gelo wa ye min got dîsa çi sibeka bi xêr û bêr eee Minê rabûye qeyîk û gemiyê Metran Îsa temamî kar kir lo li hev girêdaaa Eliyê Qolaxasî rabû bi destê Meyrema File, le qîza keþe, bûka Sarkîs Dostika Waliyê Wanê girtî lo mîro ji xwe reee lo revandiye Minê xwe li Xwedê û li nav û dengê Metranê Dêra Axtermanê xwe girtiye Qesta Dêra Axtermanê kiriyeee Heylo delîl delîl tew lo lo diloo Heyla delîl lo li vî Metranî Bila ji diya Metranê Dêra Axtermanê pêþtir nebêje Min çok da erdê ji xwe ree lo kurek anîîî Metran Îsa ji wî zemanî, heta vî zemanî nav û dengêêê lo xwe deranî Erê dibê sibe yee gelo va ye fecir lê da çi sibeka zû yeee Metran Îsa rabûye qesta Dêra Axtermanê kiriyeee Belê, bala xwe dayê ko reþekî li binê Dêra Axtermanê sekiniye Erê Metran Îsa dibê: Kuro, þeva vê nîvê þevê ka bêjê îþê te li binê Dêra Axtermanê li vir çi ye Eliyê Qolaxasî dibê: Metrano, ez çi bikim îro filetî ye Minê rabûye bi destê Meyrema File, qîza keþe, bûka Sarkîs, Dostika Waliyê Wanê girtî ji xwe reee lo min revandiyeee Minê xwe li Xwedê û li nav û dengê Metranê Dêra Axtermanê xwe girtiyee Eger îro tuyê Meyrema File li min mar bikî li ser dînê Muhemmed eee Sed aferîn dîsa ji nav û dengê te ree Heger tu mar nekî ezê qebûl bikim dînêêê lo Metran Îsa Heyla delîl delîl lo li vî Metranî E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM •FILÎTÊ QUTO 21

P:23

Metran Îsa ji wî zemanî, heta vî zemanî nav û dengêêê lo xwe deranî Camêrî û mêrxasiya Metran Îsa... Belê, wekî ko ji kilamê jî diyar dibe, xwespartineke eþkere û mecbûrî tê dîtin. Lew re ji bo bihevrebûn û zewaca Meyrema File û Eliyê Misilman mahrkirineke olî pêwîst e. Eliyê Qolaxasî ji Metran Îsa dixwaze, ko ew ji bo mahrkirinê bibe alîkar û jê re weha dibêje: »Heger tu li ser dînê Muhemmed, Meyrema File li min mahr bikî, sed aferîn ji nav û dengê te re! Na, heger tu li ser dînê Muhemmed mahr nakî, ji bo pêkhatina vê yekê ezê werim ser dînê te, ango ezê jî îro bibim file...« Lê balkêþ e, li gel van gotinên Eliyê Qolaxasî mêrxasî û camêriya Metran Îsa derdikeve holê. Lew re Metran Îsa ji bo mahrkirina Meyrema File li Eliyê Qolaxasî, pejirandina dînê Xirîstiyaniyê ya Elî qebûl nekiriye û soz daye, ko ewê gazî mele û du feqiyan bike, ji bo ko mahra wan li gorî þert û þirûtên Îslamiyetê bibirrin. De werin bi awayê kilamî guhê xwe bidine Metran Îsa bê ka ji bo van gotinên Elî Metran Îsa çi gotiye: Erê, Metran Îsa dibê Eliyoooooo lo wez wiha nakim Ez vê yekê li dinyayê qebûl nakim Wele nav û dengê Dêra Axtermanê kevin e, mezin e, ez xirab nakim Ez vê serê di nava dînê Muhemmed de qet rast nakim Ez ji boyî xatirê kevnejinekê dînê Muhemmed li ber tu dîna zelûl nakim Lawo, ezê îro gazî meleyek û du heb feqiya kim Ezê bi qewlê Xwedê, bi hedîsa Resûlallah bînim Meyrema File lo lo li te mar kim Heylo delîl delîl tew lo lo diloo Heyla delîl delîl lo li vî Metranî Metran Îsa ji wî zemanî, heta vî zemanî nav û dengêêê lo xwe deranî Waliyê Wanê dê û weledê xwe diavêje! Gelo di vê navberê de rewþa Waliyê Wanê çawa ye? Jixwe piþtî ko Elî Meyremê revandiye, dinya alem pê hesiyaye. Bê guman, tiþtekî mezin û •22 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:24

ecêb e ko, xizmetkarekî wekî Eliyê Qolaxasî Meyrema File, ko dostika Waliyê Wanê ye, revandiye. Piþtî ko Walî jî pê dihese, »dê û weledê xwe diavêje«, çav lê sor dibin. Radibe kaxizekê ji Metran Îsa re diþîne û tê de dibêje: »Min seh kiriye ko, du kevok firiyane, hatine ser Dêra Axtermanê danîne. Tu wan kevokan ji min re diþînî, ezê bidime te hezar kîsan. Tu diþînî biþîne. Na, heger tu wan kevokan ji min re naþînî, ezê Dêra Axtermanê bi ser serê te de bînim xwarê!« Di vir de, ji kevokan qesta walî Meyrem û Elî ye. Werin vê gavê jî em dêhn û bala xwe bidinê bê ka Waliyê Wanê hêrsa xwe çawa vereþiyaye û li hemberî vê yekê Metran Îsa çi daye dest, ango çi jê re gotiye. Walî dibê: Kaxizekî ji Metran Îsa re reþ kiriye bi rê kiriye Erê Walî dibê: Mêtrano dîsaaa lo lo bi min dîsaaa Min dît du kevok ji selîsa fir dan hatin Dêra Axtermanê li cem Metran îsa Heger tu wan her du kevokan bigirî biþeyînî Ezê bidime te bi qederê hezar kîsa Heger ko tu negirî, neþeyînî Ezê bikim kevir û kuçikên Dêra Axtermanê Bi ser serê te de lo lo werin xwarêêêê Heylo delîl delîl tew lo lo diloo Heyla delîl delîl lo li vî Metranî Metran Îsa li binê Dêra Axtermanê ji xwe re lo kemîn danîîî Metran Îsa ji wî zemanî, heta vî zemanî nav û dengêêê lo xwe deranî Dotira rojê Elî zava ye, Meyrem bûk e... Metran Îsa mêrî ye, mêrxas e. Ji gotina xwe nayê xwarê, guh nade »hezar kîsên« zêr û pereyan û nabe þirîkê kuþtina her du kevokan, bêbextiyê li Meyremê û Elî nake û ji walî re vê xeberê diþîne: Erê Metran Îsa dibê: Waliyo, lawoooo lo ez Metran im, E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM •FILÎTÊ QUTO 23

P:25

Ez kekê Bedran, Henan û Yewnan im Ezê bi kumê metraniyê bigirim li erdê xim Ezê laþa sawî Dêra Axtermanê rakim Lawo sibê lad e, wê file bikevin, bikiþin sûkan û çarçiyan e Wele sibe vî çaxî Elî zava yeeee, lo ax Meyrem bûk eeee Haylo delîl li min û li vî metranî Li vî hogiçiyî li vî beranî Ji diya Metranê Dêra Axtermanê pêþtir Bila nebêje min çok da erdê ji xwe re kurek anî Metran Îsa ji wî zemanî heya vî zemanî, nav û dengê xwe deranî Metran Îsa li qarþiyê Walîyê Wanê, Di binê Dêra Axtermanê hêja þerek danî Heyla delîl delîl lo li vî Metranî Piþtî van gotinên ko Metran Îsa û Waliyê Wanê ji hev re dibêjin, walî leþker diþîne ber Dêra Axtermanê, Metran Îsa jî bang li temamê filehên der û dora Wanê kiriye. Ew jî hatine xwe li Metranê xwe girtine. Waliyê Wanê bala xwe didê ko, rewþ xirab e, þerek derkeve, wê ji her du aliyan jî wekî »gola xwînê« xwîn birije. Piþta stûyê xwe dixwirîne, siwarî û leþkerên xwe ji ber Dêra Axtermanê dikiþîne û berê xwe dide Wanê. Metran Îsa dotira rojê, li Dêra Axtermanê dawet, kêf û þahiyekê li dar dixe û li gorî þert û þirûtên Mihemedî Meyrema File li Eliyê Qolaxasî mahr dike. *Dêra Axtermanê: Yek ji dêr û manastirên herî girîng ên qirna navîn a Xirîstiyaniyê Dêra Axtermanê ye, ko li Girava Axtermanê ya li Behra Wanê ye. Girava ko herêmeke tûrîstîk a welatê me ye, li baþûrê behrê (di gel ko li gorî pîvanên erdnîgariyê gol e, gelê me jê re Behra Wanê gotiye), nêzîkî Bendava Vestanê (Gewaþ) ye. Her weha Girava Axtermanê 5 km. dûrî navçeya Vestanê, 50 km. jî dûrî bajarê Wanê ye. Dêra Axtermanê, di navbera salên 915-921’ê de, bi ferman û xwesteka Mîrê Vaspûrakan Gagîk Ardnuziyê Yekem, ji aliyê Avahîsaz Manuel ve hatiye avakirin. Mîrniþîniya Vaspûrakan di sala 1021’ê de ji aliyê Bîzansiyan ve hatiye rûxandin û Dêra Axtermanê di sala 1113-an de veg- uhestine manastirê. Vê wargeha kevnar heta sala 1895-an jî, hebûna xwe •24 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:26

bi temamî parastiye. Ji avakirina manastirê heta roja îro, »Dêra Navendî« ko »Kompleksa Dêra Xaçî ya Pîroz« e, Þapeliya Zakarîas ko di salên 1296- 1336-an de li baþûrê rohilatê dêrê hatiye lêkirin, Jamaot (wargeha ketinê) û qûleya naqosê, ko di dawiya sedsala 18-an de, li deriyê baþûr ê dêrê hatiye çêkirin, li ser piyan mane. Dêra Axtermanê taybetmendî û girîngiya xwe ya dîrokî him ji mî- mariya xwe ya bê hempa û him jî ji xêzên ko ji mijarên Incîl û Tewratê hatine wergirtin digire. Mixabin îro freskên ko di mekana navîn de ne ji dirûv û taybetmendiyên xwe yên hêja gelek tiþt wenda kirine. Çavkanî: 1. Ji bo serpêhatiya kilamê agahiyên ko ji çend rîspî û dengbêjên herêmên Botan û Xerzan hatin wergirtin. 2. Gotinên kilamê bi xwe, ji devê Dengbêj Salihê Qubinê hatin girtin. 3. Agahiyên teknîkî û dîrokî yên der barê Dêra Axtermanê de ji kovara bi navê »Dünyada Van« û ji nivîseke Zanîngeha Yüzüncü Yilê, Fakûlteya Wêjeyê, Para Arkeolojî û Hunerê hate wergirtin. E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM •FILÎTÊ QUTO 25

P:27

3. Rêbirê karwan û posteya dewletê: Emê Gozê Her wekî ko em ji çîrok, lorî û serpêhatiyên bab û bapîrên xwe dizanin, di dem û dewrana xwe de, êl û eþîrên giran, mêr û mêrxasên cengawer tirs û sawa Roma Reþ bûn. Gelek caran li ber mêrê çê yên þevger, þerker û ni- jdevanên1 kurd ên ko deþt, newal û çiyayên bilind ji xwe re kiribûn wargeh; karwan û posteyên leþkerî yên dewletê, nedigihîþtin ser cih û warên xwe. Tim û daîm, Roma Reþ, a ko ji wan siwarçakên2 dewletê þikestekên dijwar dixwar, ji ber ko bi wan nedikarî, çiqas eþîr, kom û malbatên dorhêlê hebûn, li hev kom dikir û diþand ser wan kesan. Di dîrokê de bi sedan kesên wekî Bro Heskê Têlî, Ferzendeyê Bavê Elfezya, Keremê Qolaxasî, Koçeroyê Farqînî û hwd. bûne sedem ko, xew li zabit, yuzbaþî û bînbaþiyên dewletê biherime. Belê! Emê Gozê jî yek ji wan mêr û mêrxasan e ko, bi dehan sal e, li çarmedorê welatê me, di de- vê dengbêj û goyendeyan de bûye benîþt, îro bûye lehengê vê nivîsê. Nasnavê Emê Gozê û qewmîna li Geliyê Belîsê: Emê Gozê kî ye? Di serî de em wî nas bikin. Emê Gozê ji Eþira Elikan3 ji Mala Remo ye. Pismam û xweþmêrê tivingê yê Þemsedînê Hesenê Ozman e. Þemsedîn, hem serokeþîr û hem jî rihspiyê wan e. Emê Gozê, tevî çend peyayên bijare yên eþîrê, ji Deþta Xerzan radibin û li mintiqeya Geliyê Belîsê diçin pêþiya poste û karwanê zabit û cender- meyên Roma Reþ. Bi wan re þerekî dijwar pêk tînin. Leþker û zabitan ji hev dipeliþînin û malzemeyên di karwan û posteyê de, wekî talan, ji xwe re tînin. Piþtî vê qewimînê, ji ber ko dewlet hêz û quwetê di xwe de nabîne, êl û eþîrên dorhêlê dicivîne ser hev û berê wan dide ser Hesenê Ozman û þerkerên wî. Gelo ew eþîrên ko dewletê þandin ser mêrxasên Hesenê Ozman kîjan bûn? Eþîra Pencînaran4 ko ji heft bavikan pêk tê û wekî eþîra Cemîlê Çeto tê binavkirin, þêxên Geliyê Zîlan, Mala Eliyê Ûnis, Çerkez û Bêzarê Deþta Mûþê û Eþîra Remiyan, navê çend eþîr û kesên ko di kilamê de derbas dibin, bi xwe ne. Her weha Nehiye Midûr •26 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:28

û Qeymeqamê Zoqê5, Qeymeqamê Elmedîna6 û Qeymeqamê Kopê7 (Bulanixa Muþê ) jî piþtgiriya hêzên dewletê dikin û zabit û leþkerên xwe diþînin ser Emê Gozê. Pismamê xayîn Simê Ozman diçe ser dews û çeperan Balkêþ e ko tevî van eþîran, Simê Ozman jî, ko pismamê Emê Gozê bi xwe ye, bi leþker û cendermeyên dewletê ve tê ser Mêrxasên Hesenê Ozman û Emê Gozê. Simê Ozman û Emê Gozê ji Eþîra Elikan in. Simê Ozman ji Bavik ango Mala Dîbo ye, lê Emê Gozê ji Mala Remo ye. Di kilamê de li ser vê yekê ango li ser xiyaneta ko Simê Ozman bi pis- mam û eþîra xwe re kiriye, Gozêya Diya Emê, berê xwe dide Emê û jê re weha dilorîne: »...Gozê dibê; bila tirsa te tune be ji eskerê dewletê kurê xelkê ye gava xwîn bikeve erdê, terqîn bikeve tivingê, bira li bira nabe xweyî ye; Bila tirsa te tunebe ji eskerê Eliyê Ûnis wekî kewê çiyê ye, Bila tirsa te tune be ji her sê zarê Çeto yek Biþar e, yek jê Cemîl, yek jî Gênco ye, Yek jî jê re dibêjin Mihemedê Derwêþ babê Þemsedîn peyayê keþkaniyê Kekê Meysê ye, Bila tirsa te tunebe ji Emînê Ehmed Lawê Perîxanê, çavê wî li talan e ko were lihêf û dewþeke ji xwe re bibe birevîne, Bila tirsa te hebe ji Simê Ozman malikþewitî, pismamê xayîn e, bi kozik û deverê me dizane...« Lingê xwe qeyd dikin û miftê diþînin Qesra Baxemsê10 Belê...Vê gavê jî em vegerin ser qada þer. Wexta ko tevahiya van eþîran tevî dewletê diçin ser Mala Hesenê Ozman; Emê Gozê, Hesenê Þêxo û Mihê Emer xweþmêrê bi nav û nîþan in. Li kozika Kolanê8 Hedîsê Zêwikê9, soz didin û ji hev re dibêjin: »Kuþtina me hebe û reva me tunebe!« Bi vê gotinê jî namînin, her sê ciwamêr lingê xwe di kozikê de bi hev re qeyd û zincîr dikin, mifta qeydê jî diþînin Qesra Baxemsê cem Hesenê Ozman. Kilama Emê Gozê li çar aliyên welêt, bi guhertoyên (versiyon) cur bi cur tê strandin. Me xwest ko ji wan guhertoyan, a ko li Herêma Xerzan û li Herêma Urmiyeyê tê strandin bidin ber dêhn û bala we. Guhertoya ewil ji Herêma Xerzan ji devê Dengbêj Salihê Qubînê, a duyemîn jî ji de- vê Dengbêj Xalê Birê (Birahîm Newrozî) hate wergirtin. Salihê Qûbînê li Xerzanê, Xalê Birê jî li Urmiyeyê dengbêjên bi nav û deng in. Di E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM •FILÎTÊ QUTO 27

P:29

navbera her du kilaman de, li gel ko ji deverên ji hev dûr hatine strandin jî, zêde cudabûn peyda nebûye. Niha jî kerem bikin werin em bi hev re guhê xwe bidin kilama vê qewmînê ko me ji devê Dengbêj Salihê Qûbînê û Xalê Birê (Birahîmê Newrozî) girtine.. (Ji devê dengbêj Salihê Qûbînê) Biþarê Çeto gazî dike Dibê: Emê Gozê, Hesenê Þêxo, Mihê Emer Lawo malê ticaran bidin werin rayê Eger hûn neyên rayê, Ezê îro Qesra Baxemsê bidim bayê Aliyekî bikim sekla tewla canikê hespa ye, Aliyekî ezê bikim kadîna kayê Ezê berê çilûx û çicûxê we bidime Bexdayê Emê Gozê, bi sê denga bang lê dike Dibê: Biþaro bi serê bavê te kim Heçî hûn Mala Faro ne, malekî malmezin in, parsûhiþk in Xeber bi serê we de naçin Ezê îro malê ticaran bidim, werim rayê Hetanî sax bim li heyata dinyayê Le serê min li ber êl û eþîrên giran hilnayê Piyê minê li qeydê ye mifta qeydê li jor e li ba Hesenê Ozman e Min sozek bi mala Hesenê Ozman re daye Îro di Kozika Kolanê de kuþtina me heye carekî nayême rayê Gozê bang li kurê xwe dike De lêxe Emê Gozê de lêxe enîgiçiyo pozberano de lêxe Le bavê min o þer giran e îro hûnê bi hev re lêxin Le navê nam û namûsê lawo bi dinê xin Navê revê pîs e giran e Li pey malbata mala bavê min û xwe nêxin Dibê: De lêxe Emê Gozê de lêxe •28 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:30

Mihê Emer Hesenê Þêxo, Mihê Emer çend peyayê kozikê bavê min bûno þer giran e bi hev re lêxin Îro qûndaxa sûstemê11 li erdê xin Nam û navê namûsê bi dinê xin Navê revê pîs e giran e Li pey malbata mala bavê min û xwe nêxin Sîsilê bi sê denga li palê qesrê dike gazî Dibê: Dora qesra kekê min bi gilgil e Dora avayê kekê min bi gilgil e Dengê top û tivingê hikûmatê, bêþatêþê12 Mala Faro Ji siba Xwedê ve li ser qesra kekê min rebenê bi xura-sxur e Dibê: Qesra kekê min di kortê de Avayê kekê min di kortê de Tim û baran û payîzan çiqas xweþ e ji herbê re Îro çiqas Biþarê Çeto ji mala xwe rabe Qol û benda li kekê min girêde Dibê: Bi hela hela nav tê danê Berê sûstema dane Kozikê Kolanê Destê xwe avêtine ser mîratê tetika bi hev re tilî danê Heyfa min nayê li wê heyfê Cenazê Emê Gozê, Hesenê Þêxo, Mihê Emer Maye li Hedîsê Zêwikê li Kozikê Kolanê Seyrê Dibê: Mihemedo lo bira Havîn e ji kula dilê min bira ji te re xweþ havîn e Le xelkê der û bênderên xwe hilanîne Li kozik û muderisê Mala Remo necadîne Le Mala Remo maleke ber û mêrî ne Tu mêrê me Mala Remo li ser hev du tunî ne Ji berê de ji mala bavê min û te re maleke mêþinî ne Mihemedo dibê: Lê lê Seyrê diya min bûyê Xwiha minê ez zanim havîn e ji kula min û te re xweþ havîn e Le xelkê der û bênderê xwe hilanîne E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM •FILÎTÊ QUTO 29

P:31

Ez zanim Mala Remo maleke ber û mêrî ne Le tu mêrê me Mala Remo li ser hev du tunî ne Ji berê de ji mala bavê min û te re maleke mêþinî ne De bala xwe bide Biþarê Çeto Bi zabitan û qumandanan re li palê qesrê rûniþtîne Le çawa tan li ser tanê îro li kekê te dixîne Li ser Kozika Kolanê li ser Emê Gozê de dayê hicûmçî ne Le ji îro pê ve golikê gundan jî kekê te nahewinê, xwehê rebenê hahîhîîîî De heyla lê dayê, hey la lê dayê, hey la lê dayê Lê dayê lê dayê lê dayê lê dayê Sîsilê bi sê denga li palê qesrê dikir gazî Dibê: Emîne de lê lê lê dayê Bi qîr û qetrana Helebê, bi zaca Misêrbînê, bi teniya Besrayê Þareka reþa Hamûdê li dora serê xwe û te pêçaye Tu bala xwe bide bi Qaymeqamê Zoqê ve Bi Qeymeqamê Kopê ve Bi Qaymeqamê Elmedîna ve Le Biþarê Çeto bi heft bavê Pencînaran ve Bi çend kesê Çerkez û Bêzarê Deþta Mûþê ve Bi Þêx Silê Þêxê Geliyê Zîlan ve Bi Rema jorî ve bi Rema jêrîn ve Bi Simê Ozman pismamê xayîn ve ji siba Xwedê ve bi ser qesra kekê min rebenê lawo ji xwe re hicûmçî ne Le Gozê bi sê denga dikir gazî: Emo lo lawo de lêxe Bila tirsa te tunebe ji eskerê dewletê kurê xelkê ye Gava terqîn bikeve tivingê, Xwîn bikeve erdê bira li bira nabe xweyi ye Le bila tirsa we tunebe ji eskerê Eliyê Ûnis kewê çiyê ye Le weka kewê ji xwe re bikeve deþtê ye Le bila tirsa we tunebe ji Emînê Ehmed lawê Perîxanê Tê lihêf û dewþeka nazbalgîva talana ji xwe re dibe direvîne Le bila tirsa we tunebe ji her sê zarê Çeto ye, Yek jê Cemîl e, yek jê Biþar e, yek jê Gênco ye •30 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:32

Bila tirsa we tunebe ji Mihemedê Derwêþ bavê þemsedîn, Kekê Meysê ye, Hefad13 û xweþmêr e kuþtiyê di ber xelkê de Emê Gozê bi sê denga dikir gazî: Gozê lê dayê Le tirsa min tunene ji eskerê dewletê kurê xelkê ye Le tirsa min tunene ji eskerê Eliyê Ûnis kewê çiyê ye Le tirsa min tune ji Emînê Ehmed lawê Perîxanê, Tê terþ û talana ji xwe re direvîne, Le tirsa min tunene ji eskerê Biþarê Çeto babê Þebo Le tirsa min heye ji wê tirsê Simê Ozman malikþewitî, Pismamê xayîn e îro bi kozik û deverê me dizane Elê hey la lê dayê Bi hela hela nav tê danê, berê xulama diþeyine Hedîsê Zêwikê Li ser Kozika Kolanê, berê sûstema danê kozika kolanê Davên bi hev re tilî danê Le heyfa min tê li wê heyfê, Cinazê Emê Gozê, Hesenê Þêxo, Mihê Emer Îro mane li Hedîsê Zêwikê dayê ji xwe re li Kozikê Kolanê Hahîhîîî Ji devê Xalê Birê (Birahîmê Newrozî) Lê lê lê wayê lê lê wayê wey lê lê wayê Meresê got: Sîsilê xwehê dilê min ma li ser Çepera Bacorê Li ser qal û dewayê Biþar dikire gazî: Emo lo lawo tu ji min re were rayê Serê Þebabê xwe kim tu ji min re neyê rayê Sibê van çaxa ezê odeka Baxemsê bikim kadîna kayê Emo digo: Biþaro lo lawo min sond xwariye Bi her sê navê qesemê li ser dinyayê Ez bi kesî re nayême rayê îro sê roj e Mine piyê xwe li qeydê da destê xwe di kelepçê da Eger tu pirsiyara kilîta qeydê ji min dikî E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM •FILÎTÊ QUTO 31

P:33

Li odeka Baxemsê lawo wê di pencerê da Þemsê Xanima jina Emo meþiya li ser kozikê Digot: De hêde ribado de hêde Min çend car gote di þerê Babê Þebo giran e Bi te çênabe tu yê bi serê xwe mekî mudef’a belê re Emo xeyîdî ling û milê xwe bi qeydê xist Kilîda qeydê þande oda Þemsê Xanimê nîv metro erd kola xiste binê erdê re Goza diya wî jê re mêr e meþiya bi ser kozikê Got: de lê re ribado de lê re Dayîk bi qurbana çavê te yê belek e tû lê re Tê þerekî ji me re bikemînî li ser Kozika Kolanê Ku nav û dengê te ji me re bimîne ji dinê re Diwazdeh pismamê Emo hebûn þeþ ew bûn Di þop û rêça wî de bûn Heyfa min li girtin û kuþtina egîdan û xweþmêran nayê Li wê heyfê tê Derbeka li Emê Gozikê dane simbilê sor ê sosinî Xiriyane li ser lêvê de lawo Hahîîî... Ax de lê lê lê wayê lê lê lê wayê Meresê digo. Sîsilê lê xwehê min dî mîla þibekê li mîlê da Eskerê Biþaro Çeto, bi çar babê remî û Pencînariyan Eliyê Ûnis Qewmê Çiyê ve Elmedîna Midûrê Zoqê ve bi Çaçan û Çerkezê Li beriyê siwariyan Belîsê ve bi qumandar û bi kûmsorên tirkan ve Top ser topê kozik û meteresên mala bavê min û te girêda Lê heyfa min çi nayê heyfa min li wê heyfê tê Her çar egîtê mala bavê min û te rebenê Mane çepa Eba Jorê Kaniya Sîmo Kevirê Bûka xwehê rebenê di qeydê de Min dî Goza diya Emo meþiya bi ser kozikê de •32 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:34

Got: De lêde ribado de lêde Dayîk bi qurbana çavê te yê belek de tu lêde Tê þerekî ji me re bikî mîna eshabê dewra berê Heta em sax bin nav û dengê te ji min re bimîne dinê re Diwazdeh pismamê emo hebûn þeþ ew bûn Di þopa rê de þeþê din kuþtin bi ser cinazê Emê de Heyfa min ji girtin û kuþtina Egîdan û xweþmêran nayê Li wê heyfê tê derbeka li Emê Gozikê dane Simbêla sorê sosinî xiriyane bi ser lêvê de lawo Hahîhîîî Di dawiya wî þerî de ligel bi dehan kuþtina leþkerên Roma Reþ, Emê Gozê, Hesenê Þêxo, Mihê Emer ko piyên xwe bi qeydan û zincîran girêdabûn û Mihemêdê Derwêþ mamê Mihemedê Ozman, têne kuþtin. Ferhengoka zargotinê 1. Nijdevan: Þerker û þevger. 2. Siwarçak: Siwarê çê û jêhatî. 3. Elikan: Li Xerzan eþîreke mezin e. Ji bavên wekî; Remo, Dîbo, Sîno, Cindikan, Mala Ezê û hwd. pêk tên. 4. Pencînaran: Ev jî Eþîreke mezin li Herêma Xerzan e. Ji heft bavên wekî; Miradan, Musîkan, Weliyan, Ferxikan, Terxanan, Kejikan û Mala Þemdîn pêk tên. 5. Zoqê: Ev der jî îro gundekî Misircê (Kurtalan) ye. Bi tirkî, navê Yanarsu lê kirine. 60-70 sal berê dema Misirca îro tunebû, Zoq qeza ango navçe bû. Qeymeqamî û leþkerî li wir hebû. Ji ber ko Trêna Heyderpaþayê wekî rawestgeha dawîn hate Misirceyê, Misirce ango navçeya nû jî li ber îstasyona trênê hate avakirin. 6. Elmedîna: 50- 60 sal berê nehiye bû; qereqol û qeymeqamtî tê de hebû Elmedîn navê Elihê (Batman) yê din e. 7. Kopê: Navçeya Bûlanixê ya bi ser Mûþê. Çerkez û Bêzarê ko di kilamê de navên wan derbas dibe, ji Kopê ne. 8. Kolanê: Di navbera gundê Zêwikê û gundê Baxemsê de ye. 9. Zêwik: Gundekî Qûbînê ya Batmanê ye ko wekî gundê eþîra Elikan tê naskirin. 10. Baxêmsê: Gundê Elikan ko wekî paytext û wargeha eþîra Elikan tê binavkirin. 11. Sûstem: Cureyekî tivingê ye ko pênc fîþekan diavêje. 12. Bêþatêþ: Cureyekî tivingê ko jê re »Bêþlî« jî tê gotin. 13. Hefad: Mêrxas E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM •FILÎTÊ QUTO 33

P:35

4. Fatihê heft gajaran û fermandara artêþa jinan: Gênc Xelîl û Edûlê »... Di sala 1930-an de, êdî Kawîs Axa li ser daxwaza gelek kesan xwe digi- hîne Bexdayê. Li wê derê, çend kompaniyên (stûdyo-tomargeh) biyanî hebûn, ko stranên Kurdî, Erebî, Ermenî û hwd. tomar dikirin. Wekî kompaniyên Bizanfûn, Nayef, Neîm û hwd. Kawîs Axa serî li Kompaniya Neîm dide, lê berpirsiyarên kompanyayê ji wî re dibêjin: »Tu lal î!« Kawîs bi dilekî þikestî ji kompanyayê derdikeve, diçe çayx- aneya Kurdan ko li nêzîkî wê derê bûye. Ji ber xerîbiyê destê xwe diavêje binê guhê xwe û lawika »Gênc Xelîl« bi dengekî bilind dixwîne. Yên li wê derê tev li dora wî kom dibin û bi dil û can li wî guhdarî dikin. Dengê wî digihê guhê berpirsiyarê kompanyayê. Berpirsiyar bi lez û bez tê cem Kawîs Axa û jê re dibêje: »Li me bibûre, em ji te ricayê dikin, ko tu yê careke din bi me re werî kompanyayê.« Li wê derê, berpirsiyarên kompa- nyayê peymanekê pê re girêdidin û yekem strana wî »Gênc Xelîl« li ser qewanan tê tomarkirin...« Belê, wisa dibêje Kakþar C. Oremar, li nivîseke xwe ya ko di Kovara Hunerê de hatibû weþandin. Armanca min bi vê destpêka ko we xwend ew bû, ko beriya serpêhatî, qewimîn û kilama »Gênc Xelîl û Edûlê« balê bikiþînim ser »Bilbilê Çiya û Zozanan, Kawîs Axa«yê ko yekem car bi vê kilamê nav daye û kiriye ko ev kilama çêjdar li seranserê welêt, li Rohilatê Navîn û li Qefqasyayê ko her qul û qewêra ko Kurd lê hebûna bê gotin û lê bê guhdarîkirin. Xwendevanên hêja, ji ber ko me bi »Gênc Xelîl«a Kawîs Axa dest bi vê nivîsa xwe kir, naxwe kerem bikin werin em pêþî bala xwe bidinê ka Kawîs Axayê dengzêrîn bi sozên çawa ev kilam gotiye, ko pîlaqçêkerên Bexdayê li pey xwe gerandiye. Piþt re jî em dêhn û bala xwe bidine ser- pêhatî, qewimîn û kilama »fatihê heft bajaran«, Gênc Xelîl û keçmama wî Edûlê: •34 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:36

(Ji awaza Kawîs Axa) ... De lê lê de lê lê were lê were lê... Ev ser dibê yar e, ji Xwedê dilê min gelekî ewan e Ev ser dibê yar e, ji Xwedê dilê min gelekî ewan e Gênc Xelîl kurmamê min li welatê xerîban e Xurbetî gelekî nexweþ e, wezê rabim bi nivîna raxim Qet qetê ez berê xwe bidime pal e Ez ê rabim, kemerê li piþta xwe biþkînim bawer be Gênc Xelîl bikim malê bazênê xwe biþkînim bikem Hûrdebizmar e, biskê xwe bibirrim bikime ser resma Toq û bikim ser hefsar e, Gênc Xelîl bînim sîwar bikim Li kêmêtekî tal e Belê bila dilþa bi ji esmeliya de bête xarê meke kurmamê Min meke belê nebêjin sîwarê vê kurê çendê bê kar û bar e Nemayê nemayê nemayê... De baþo Gênc Xelîl kurmamê xwe nebînim dilo li dinyayê De lê lê were lê lê were lê lê... Gênc Xelîl Axa çavê xwe bilind kir û bi xerîbî digiriya Nefes nefes qelûnê xwe Ev ser dibê yar e, bi Xwedê rabim qelûnekê bo kurmamê xwe Têkim qelûnek têxim þanê baskê Stenbolê modinek bikare mal e Belê rexnê darê dar belûdînê bi miþarê birî Bi mebret peritandî Binim ser qelûna Gênc Xelîl kurmamê xwe danîm Nemayê nemayê... Belê dibê’n kurmamê min heft sal e Ketiye ser destûrê Romiyan bi Bû li me qelûn ji te re Nemayê nemayê... Derbas bû Gênc Xelîl kurmamê xwe nebînim li dinyayê Biraziyê Paþayê Diyarbekirê: Gênc Xelîl Gênc Xelîl biraziyê Paþayê Diyarbekirê bû, li Diyarbekirê dima. Di dem û dewranekê de, Dewleta Osmanî niyet dike bi derdora xwe re bikeve E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM •FILÎTÊ QUTO 35

P:37

herbê. Padiþahê dewletê êvarekê di xewna xwe de dibîne, ko fetha heft ba- jaran li ser milê xortekî çê dibe, ko navê wî xortî Gênc Xelîl e. Padiþah serê sibehê radibe, gazî wezîr û þêwirmendên xwe dike, dibêje: »Hal û meselê xewna min ev e, de ka þiroveya xewna min bikin! Min di xewna xwe de dîtiye bi navê Gênc Xelîlê Diyarbekirî, di nava leþkerê min de ye û fetha heft bajaran li ser milê wî ye.« Yek ji wezîrên padiþêh berê xwe da padiþêh û jê re got: — Belê ezbenî! Bi navê Gênc Xelîl xortek heye ko li Diyarbekir rûdinê. Padiþah radibe wezîrê xwe diþîne Diyarbekirê. Dibêjin, »Mirov bi pirsê diçe Qudsê.« Wezîr pirs kir, pirsiyar kir, mala Gênc Xelîl dît. Da derê malê. Pîreke extiyar li devê dêrî paqijiya derdorê dikir. Wezîr silav lê kir û got: — Pîrê! Ev der mala Gênc Xelîl e? — Belê kurê min. Kerem bike derbasî malê bibe, ez gazî wî bikim. Pîrê gazî Gênc Xelîl dike. Gênc Xelîl tê. Wezîr çav bi terfiyê wî dikeve, wî nas dike. Gênc Xelîl hal û wextê wezîr dike. Pirsiyariya hatina Wezîrê dewletê dike: — Ser çavan, ser seran hatî wezîrê min, te xêr e? — Wele dewlet tedarika herbê dike, dikeve herbê. Di xewna xwe de, ditiye fetha heft bajaran li ser milê te dibe. Mezinê dewletê ez þandime pey te. Gênc Xelîl ji wezîr re dibêje, wezîr lê vedigerîne: — Tu ne wezîrê dewletê yî? — Belê! — Îro gelek tiþtên dewletê ne di destê te de ne? — Belê, di destê min de ne... Gênc Xelîl didomîne: — Naxwe, karekî min ketiye cem te. Heger tu pêk bînî, ezê bi te re wer- im ji bo herbê. Na heger tu daxwaza min pêk neyînî, wele serê min ji dewletê naêþe, ez nayêm. Wezîr: — Kerem bike, bêje! Gênc Xelîl: — Apê min paþayê vî bajarî ye. Qîzeke wê heye, navê wê Edûlê ye, dilê min li ser Edûlê heye, yê Edûlê jî li ser min heye. Lê, apê min qîza xwe nade min. Heger tu qîzapa min ji min re bixwazî, ezê bi te re werim û di •36 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:38

artêþa dewletê de þer bikim. Wezîr dibêje: — Baþ e Gênc Xelîl. Emê herin, barê xwe qam bikin! Dibe êvar. Gênc Xelîl û wezîr didin dûv hev. Diçin dîwana Paþayê Diyarbekirê. Dibêjin, gava paþa çav bi wezîrê dewletê dikeve, tirseke gi- ran lê peyda dibe. Difikire ko hebe-nebe þaþiyeke wî çê bûye, ko dewletê wezîrê xwe þandiye Diyarbekirê. Berê xwe dide wezîr, dibêje: — Ya wezîr, tu ser çavê min hatî. Gelo xetayê min, gunehê min çi ye gelo, dewletê te ret kiriye tu hatî heta vê derê? Te ne xeberê da me. Me ne merasîmek ji bo xatirê te çê kir... Wezîr hal û mesele ji paþa re dibêje, ko ew hatiye pey Gênc Xelîl û Gênc Xelîl jî, ev rê daye pêþiya wî, lew re jî ew hatiye cem wî ko qîza wî Edûlê ji Gênc Xelîl re bixwaze. Yekser tirs û sawa ko li Paþayê Diyarbekirê peyda bûbû bi van gotinan ji ser wî radibe. Dibêje: »Ehlen we sehlen! Qîza min Edûlê û ne tiþtekî din, bi qurbana Gênc Xelîl bibe.« Paþa wê þevê radibe qîza xwe Edûlê bi xêlî dike, cilên wê yên xweþik lê dike. Gazî melayekî û du heb feqiyan dike. Bi qewl û Resûlê Xwedê Edûlê li Gênc Xelîl mahr dike. Dikeve pêþiya wan û tevî wezîr ew dibe mala Gênc Xelîl. Welhasil, dibe serê sibehê, Gênc Xelîl berê xwe dide wezîr û dibêje: — Ezbenî! Tu rewþa min dibînî. Tu yê sê rojan ji min re misade bikî, ez ê tevdîra mala xwe bidime dîtin, piþt re emê herin... Sê rojên wan diqede, Gênc Xelîl xatirê xwe ji pîra diya xwe û ji dotma- ma xwe Edûlê, ko jina wî ya sê rojan e, dixwaze û bi wezîr re berê xwe dide herbê. Di herbê de dibe serfermandarê leþkerê dewletê. Di dawiya herbê de, heft bajaran fetih dikin. Herb betal dibe, her kes, çi leþker çi fermandar, berê xwe didin malên xwe. Di vê navberê de, êþeke giran li canê Gênc Xelîl peyda dibe. Li memleketê Þamê de dimîne, nikare dagere memleketê xwe. Dewletê jî, ji ber ko heft bajar fetih kiriye, terfiyek, ango nîþanek li milê wî daye. Maweyeke dirêj derbas dibe herb qediyaye. Her kes dageriyaye malên xwe nava zarokên xwe, yan jî dadigerin. Rojekê çend qîz û pîrek diçin cem Edûlê, jê re pirsiyara nehatina Gênc Xelîl dikin. Edûlê jî ketiye nava derd û xeman. Dêhn û bala xwe didê, ko ji serê neqebê çend seferçî ko ji herbê dadigerin ber bi wan ve tên. Ji hevalên dora xwe re, ji wan qîz û jinên ko pirsiyara Gênc Xelîl dikin re dibêje: »Ka ez ji van seferçiyan E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM •FILÎTÊ QUTO 37

P:39

bipirsim gelo rewþa Gênc Xelîl çi ye?« Belê, Edûlê diçe pêþiya seferçiyan û bi awayê kilamî ji wan re dibêje: Seferçî ne dibêjin Edûlê korî nemayê li dinyayê Ka bêje kuramê te bi çi terzî ye Dibê: Kuramê min siwarê hespê boz î deqdeqî ye, Qamçiyekî zîvîn e li destê wî ye Fetha heft bajaran li ser milê wî ye Seferçî ne dibêjin Edûlê korî nemayê li dinyayê Betara çavê te rijiyayê, ew zilamê tu dibêjî Heft bajaran fetih kiriye, dewletê nîþanekî li milê wî xistiye Êþekî li can û bedenê wî peyda bûye Maye li Hekê li Hekayê li Beytê li Beytûlahê Qonaxa bîst û çar saetan li binê Þama Þerîf ji wirvetir ve maye Edûlê vedigere cem diya xwe. Ji diya xwe re weha dibêje: Lê lê dayê rebenê Minî xewnekî li xewa xwe diye Dibê lawo bila xewna te yê xêr be De xewna xwe ji dayika xwe re bêje Dayika te ji te re tabîra xewnê bixîne Dibê, dayê min dît hinek xan û manê spî bûn Min dît du tayê spîndaran di hewþê de çikandibûn Kanîkeka zelal a cemidî li binê van darê hanekê bûn Du teyrê bazî li serê van darê hanekê bûn Du marê reþî li darê lefandî bûn Dayika Edûlê dibê, lawo bila xewna te yî xêr be Xan û manê spî xan û manê mala bavê te bûn Ew her du tayê spîndaran di hewþê de Bejna te û kuramê te Gênc Xelîl bûn Kanîkeka zelal a cemîdî li binê darê stêrên çavên te bûn Ew her du teyrê bazî li serê darê Qelbê te û kurapê te Gênc Xelîl bûn •38 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:40

Her du marê reþî li darê lefandî Baqê keziyê te bi xwe bûn Edûlê dikeve nava bajarê Diyarbekirê, çil qîzên di temenê de xwe berhev dike. Her yekê hespekî reþ, rimeke reþ û þûrekî reþ ji wan re peyda dike. Edûlê dibe serfermandar û serkarê wan û terkeserê dinyayê dibin. Bajar bi bajar, qonax bi qonax diçin. Daxilî bajarê Þamê dibin. Di keviya bajêr de, Edûlê ferman dide leþkerên xwe. Konên xwe li wê derê vedidin. Dotira rojê Edûlê bi dizgîna hespê xwe digere û tax bi tax, kûçe bi kûçe li nava bajarê Þamê digere. Dem ber bi mexrebê ye. Zilamek li ber derê mala xwe çong daye, destmêj digire. Edûlê, ko cil û bergên mêranî li xwe kiriye, silav li zilêm dike, zilam dibêje »eleykûmselam«. Edûlê dibê: — Apo tu mêvanan nahewînî? — Lawo mêvan mêvanên Xwedê ne. Ser seran, ser çavan. Lê, wele ez newêrim te bihewînim!.. — Çima xêr e? — Nexweþek di mala min de ye. Êþa wî pîs û giran e. Tu jî xortekî heyf î. Ez bala xwe didime te, tu zehf diþibî wî nexweþî. Þiklê we yek e. Êþa wî pîs e, ditirsim li te jî peyda bibe. Edûlê li kalê extiyar vedigerîne: — Apo, heger tu min bihewînî, êþ li ba Xwedê zehf in. Ez li mala xwe bim jî, Xwedê Teala dikare wê êþê bide. — De kerem bike peya bibe! Edûlê ji hespê xwe peya dibe. Derbasî malê dibe. Rast e, destek cilê zil- aman li xwe kiriye, bala xwe didê, ko Gênc Xelîl nexweþ e, xayîs e, haya wî ji bayê felekê tuneye. Li ber serê wî rûdinê. Edûlê wî nas dike, lê Gênc Xelîl Edûlê nas nake. Bi hev re mijûl dibin: — Pismam tu çawa yî? — Tu sax bî, Xwedê ji te razî be. Tu ser çavan re hatî. Tu xelqê kû derê yî? Edûlê zehf nêzîk nabêje, ko wî nas neke, dibêje: — Ez xelqê Sêrtê me. — Ehlen we sehlen pismam. Tu ser çavan, ser seran re hatî. Bêhna memleket ji te tê. Bêhna min bi te derket. Gelo li memleketê me çi heye, çi tuneye? E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM •FILÎTÊ QUTO 39

P:41

Pirs û pirsiyarên hev dikin. Gênc Xelîl ji Edûlê re dibêje: — Tu nizanî serpêhatiyek, kilamek ji kilamên memleket ko tu ji min re bibêjî. Êþa min li min pir bûye, dibe ko bi çend gotinên te ez pariyekî xwe ji bîr bikim. — Belê, kerem bike guhdarî bike, ezê ji te re kilamekê bibêjim. Di vê derê de Edûlê li ser serê Gênc Xelîl disekine û mijûlahiyên ko wî bi seferçiyan kiribû û seferçiyan jî behsa êþa Gênc Xelîl jê re kiribûn dixwaze bi awayê kilamî bibêje, lê naxwaze di nava kilamê de behsa êþa Gênc Xelîl bike, ko Gênc Xelîl bi vê yekê xemgîn nebe. De werin em guhê xwe bidine Edûlê, ka li ser Gênc Xelîl, li ber serê wî çi gotiye: De werî lê lê werî lê lê werî lê lê nemayê Edûlê dibê, seferçîno we kuramê min Gênc Xelîl nediye Seferçî ne dibê’n, Edûlê korî nemayê li dinyayê Ka bêje kuramê te bi çi terzî ye Dibê: Kuramê min siwarê hespê boz î deqdeqî ye Qamçiyekî zîvîn e di destê wî ye Fetha heft bajaran li ser milê wî ye Seferçî ne dibê’n, Edûlê korî nemayê li dinyayê Betara çavê te rijiyayê, ew zilamê tu dibêjî Heft bajaran fetih kiriye, dewletê nîþanekî li milê wî xistiye Maye li Hekê li Hekayê li Beytê li Beytûllayê Qonaxa bîst û çar saetan li binya Þama Þerîf wirdetir ve maye Xwe daye li ser piyê dikanê dileyîze Bi kaxizê bi îskambîlê ji xwe re dikiþîne kaxizê ve oyinê Maye ji bona bazinê destê domamê Dema ko Edûlê wisa dibêje, Gênc Xelîl kesereke kûr dikiþîne. Dibêje: — Xwedê ji te razî, kê ev kilam ji te re gotiye? — Nizanim kê gotiye. Ez ne dengbêj im, lê tiþtê ko ez dizanim ji serê sibehê heta êvarê þivan û gavanên memleketê me vê kilamê dibêjin. Gênc Xelîl dibêje: •40 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:42

— Pismam, Xwedê ji te razî be. Ez yê mirinê me. Ez ê bimirim. Ez ê vê nîþana xwe bidime te, heta kurê te jî sax be, wê ev nîþan te xweyî bike. Tu kilameke wekî vê kilamê ji min re bibêje... Edûlê dibêje: — Xwedê silametiya xêrê ji te re biþîne. Nîþana te jî, ji te re pîroz be. De ka guhê xwe bide min, dewama vê kilamê heye, ez ê ji te re bibêjim. Edûlê destê xwe dibe ber guhê xwe û kilama ko dema xewn dibîne û diya wê jî þiroveya xewna wê jê re dike dibêje. Dema ko vê kilamê jê re dibêje, serê Gênc Xelîl li ser balgîv dikeve, dilê wî jê diêþe, bê hiþ dikeve. Edûlê li xwe dixe, digirî. Dibêje: — Hew qas rê, cih û memleket ez hatim. Ez negihîþtimê min xwe pê neda naskirin. Edûlê li wê derê digirî û vê kilamê diavêje serî: Were lê lê were lê lê were lê lê Edûlê dibê, Gênc Xelîlo heyrana te me li dinyayê de rabe Heval û hogirên me çûne malê Rêwiyên me temamî çûne malê Gênc Xelîlê kurapê min tenê Xwe daye li ser piyê dikanê Dileyîze bi kaxiz û bi îskambilê Dikiþîne kaxizê vê oyinê Maye ji bona bazinê destê domamê De rabe serê Gênc Xelîlê min Serê qendan û bendan Ez ê rabim serê kelek û dor hevsarê ciwanikê Evdalê dilê xwe bigirim bigerînim Li sûk û li çarçî û li mehelan Ez îro bavêjime ser sûka nalbendan Were lê lê were lê lê were lê lê Edûlê dibê, Gênc Xelîlo qurbana te me li dinyayê de rabe Heval û hogirên me çûne malê Rêwiyên me temamî çûne malê E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM •FILÎTÊ QUTO 41

P:43

Gênc Xelîl kuramê min tenê Xwe daye li ser piyê dikanê Dileyîze bi kaxizê ve oyinê Maye ji bona gaja gustîla domamê Edûlê dibê Genc Xelîlo heyrana te me li dinyayê Serê Gênc Xelîlê min Serê qendan û bendan Ez ê rabim serê kelek û dor hevsarê ciwanikê Evdalê dilê xwe bigirim, bigerînim Li sûk û li çarçî û li mehelan Ez ê îro bavêjime li ser sûka zîvkeran Edûlê dêhna xwe dide Gênc Xelîl, ko feyde nake, radibe destmêj digire, du rikat sunet dike. Destê xwe ji Xwedê re vedike. Zarezar bi Xwedê ve dike. Di wê qasê de, Gênc Xelîl çavê xwe vedike, hiþê wî tê serê wî. Edûlê xwe pê dide naskirin. Dibê: — Rabe ev der ne cihê me ye. Edûlê tevî Gênc Xelîl radibe, tê cem leþkerên Edûlê, Edûlê dey li leþk- er dike. Gênc Xelîl bi rewþa ko dibîne xemgîn dibe. Dibêje: — Edûlê, tu pîrek î, di nav hew qas leþkerî de çi karê te heye? Edûlê dibêje: — Temamê wan qîz in, wekî min in! Qonax bi qonax dimeþin, ber bi memleketê xwe Diyarbekirê ve tên. Nêzîkî Diyarbekirê, li ber Çemê Þêxaniyê li gorî nexweþî û daxwaza Gênc Xelîl kon vedidin, ko bibe serê sibehê, qonaxa ko maye jî biqedînin û herin Diyarbekirê. Edûlê û Gênc Xelîl dikevin çadira xwe. Hukmê nîvê þevê ye, Edûlê destê xwe di ser sîngê Gênc Xelîl re dibe, ko Gênc Xelîl xwêdaneke sar daye. Belê, serê hazir û xwendevan û guhdaran xweþ be, Genc Xelîl li wê derê teslîmî Xwedê dibe, ango diçe ber rehma Xaliqê Alemîn. Edûlê li wê derê bi awayekî dilþewat kilamekê diavêje ser Gênc Xelîl. Were lê lê were lê lê were lê lê Edûlê dibê, Gênc Xelîlo heyrana te me li dinyayê Ez ê bi Çemê Þêxaniyê diketim wa bi dar e •42 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:44

Þeveka ji hikmê nîvê þevan û pê de Destê xwe li ser singê Gênc Xelîl kurapê xwe digerînim Lawo xweydaneka germ e yeka sar e Edûlê dibê, Gênc Xelîlo Heyrana te me li dinyayê Çiya hemî dibêjin em çiya ne Golikê nava garanê digerin li çol û beyaran Diçin ba cotyaran Dibê’n, cotyarino van ga berdin Me girêbidin Em jî ga ne Ji îro pê de çi qas sûtalekî ji mala xwe rabe Wê þal û þapikekî li xwe bike Were di dîwana mala bavê min de rûnê Wê bêje Edûlê korî nemayê Em jî wekî kurapê te Gênc Xelîl axa ne Belê, Edûlê piþtî vê kilamê þûr dikiþîne, xwe bi ser þûr de diavêje û dibê- je: »Piþtî kuramê xwe Gênc Xelîl ez jî nemînim li dinyayê!« û xwe dikuje. Cinazeyê Edûlê û Gênc Xelîl çardar dikin û çardarê wan dibin Diyarbekirê û binax dikin. *** Werin vê gavê jî bêyî hîkayet û þiroveya wê, ji serî heta binî em guhên xwe bidine kilama ko bi du meqamî tê gotin: Dema ko Edûlê diçe pêþiya seferçiyan: De wera lê wera lê wera lê wera lê wera lê wera lê Wera lê wera lê wera lê wera lê wera lê wera lê Wera lê Edûlê nemayê Lebelê Edûlê xwe berdaye pêþiya seferçiyan Dibêje, lo lo seferçîno Xwedê sefera we yê karê Îslamê qebûl bike Hûn ê ji wê sefera dînê Îslamê dageriyan E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM •FILÎTÊ QUTO 43

P:45

Belê weyê kuramê min ê ezîz nedîtiye nemaê nemaê nemaê Ez ê piþtî Gênc Xelîl kuramê xwe nemînim Dilo li dinyayê... Belê, seferçî ne dibê’n: Edûlê korî nemaê li dinyayê Ka bêje kuramê te bi çi terzî ye Dibê, kuramê min siwarê ciwanîkekî çar salî Çal î beþ ê deqandî ye Qamçiyekî zîvînî di destê de ye Fetha heft bajaran li ser milê wî ye... Seferçî ne dibê’n: Edûlê korî nemaê li dinyayê Ew zilamê tu dibêjî heft bajaran fetih kiriye Dewletê nîþanekî li milê wî daye Wele êþekî li canê û bedenê wî peyda bûye Maye li Hekê li Hekayê li Beytê li Beytûllayê Qonaxa bîst û çar saetan li binya Þama Þerîf wirdetir ve mayê Îro xwe daye li ser piyê vê dikanê Maye ji bona bazinê destê domamê nemaê nemaê nemaê Ez ê piþtî Gênc Xelîl kuramê xwe nemînim Dilo li dinyayê... Belê Edûlê dibê, Gênc Xelîlo heyrana te me dilê min liyan e Edûlê dibê, Gênc Xelîlo heyrana te me dilê min liyan e Îro cewabeka nexêr hatiye dibê: Pismamê te li welatê xerîb nexweþ e Nexweþekî wayê gelo dîsa pir bê hal e Li welatê xerîb kesekî xûdanê xêra tunene Xwe jê re bike balîv û berpal e Ez ê rabim vê sibê zêrê serê xwe biqetînim Ji ciwanîkê dilê xwe re bikim cotek nal e Ez ê xizêma pozê xwe derxim Ji ciwanîkê delalê dilê xwe re bikim gelo hûrbizmar e Ez ê serkezîkê xwe evdalê biqûsînim •44 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:46

Ji ciwanîkê ji delalê dilê xwe re bikim •FILÎTÊ QUTO 45 ser kelek û dor hevsar e Maye li welatê xerîb bila xelqê nebêje: Gelo çi siwarekî Kurd ê çendî bê kar û bar e Nemaê nemaê nemaê nemaê nemaê Ez ê piþtî Gênc Xelîl kuramê xwe nemînim dilo li dinyayê... Diyaloga Edûlê û dayîka wê ya li ser xewna ko dîtiye û þiroveya wê: Belê dibê Edûlê qesta ba dayîka xwe dike, dibê: Lê lê dayê rebenê Min xewekî li xewa xwe de diye Dibê: Lawo bêje bila xewa te yî xêr be Dibê: Lê lê dayê rebenê min diye Xan û banê tev spî bûn Min dî du tayên spîndaran Di hewþê de çikandî bûn Wele kanîkeka zelal a cemidî Li binê wan darên hanekê bûn Du marên reþî li darê lefandî bûn Du teyrê baz li serê wan darên hanekê bûn Dibê: Lawo bila xewna teyî xêr be Wele xan û banê spî Xan û banê mala bavê te bûn Her du tayê spîndaran di hewþê de Bejna te û kuramê te Gênc Xelîl bûn Le kanîka zelal a cemidî li binê darê Stêrên çavê te bûn Ew her du marên reþ ê li darê lefandî Baqê keziyê te bi xwe bûn Belê ew her du teyrê bazî li serê darê Le qelbê te û kuramê te Gênc Xelîl bûn Nemaê nemaê nemaê nemaê nemaê Ez ê piþtî Gênc Xelîl kuramê xwe nemînim dilo li dinyayê E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:47

Ev kilama jêrîn ew kilam e, ko dema Edûlê li Þamê, li ser Gênc Xelîlê ko nexweþ û xayîs gotiye. Dema ko Edûlê çûbû pêþiya seferçiyên ko ji herbê dageriyabûn jî, ev kilam gotibû. Lê, vê carê behsa nexweþiya li Gênc Xelîl peydabûyî nake, da ko pê xemgîn nebe û bi halê xwe neêþe. Ji ber ko Edûlê bi cil û bergên mêraniyê ye, Gênc Xelîl wê nas nake. Ji Gênc Xelîl kirî ko Edûlê xortekî dengbêj e: De werî lê lê werî lê lê werî lê lê werî lê lê werî lê lê Werî lê lê werî lê lê werî lê lê werî lê lê werî lê lê nemaê Belê Edûlê xwe berdaye pêþiya seferçiyan Dibêje, lo lo seferçîno Xwedê sefera we yê karê Îslamê qebûl bike Hûnê ji wê sefera dînê Îslamê dageriyan Weyê kuramê min ê ezîz nedîtiye nemaê nemaê nemaê Ez ê piþtî Gênc Xelîl kuramê xwe nemînim dilo li dinyayê... Belê seferçî ne dibê’n: De lê lê Edûlê korî nemaê li dinyayê Ka bêje kuramê te bi çi terzî ye Dibê: Kuramê min siwarê ciwanîkekî çar salî Çal î beþ ê deqandî ye Qamçiyekî zîvînî di destê de ye Wele fetha heft bajaran li ser milê wî ye Nemaê nemaê nemaê nemaê nemaê Ez ê piþtî Gênc Xelîl kuramê xwe nemînim dilo li dinyayê... Belê seferçî ne dibê’n: De lê lê Edûlê korî nemaê li dinyayê Ew zilamê tu dibêjî heft bajaran fetih kiriye Dewletê nîþanekî li milê wî daye Maye li Hekê li Hekayê li Beytê li Beytûllayê Qonaxa bîst û çar saetan li binya Þama Þerîf wirdetir ve mayê Le xwe daye li ser piyê vê dikanê Maye ji bona bazinê destê domamê nemaê nemaê nemaê •46 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:48

Ez ê piþtî Gênc Xelîl kuramê xwe nemînim dilo li dinyayê... Piþtî vê kilamê, Gênc Xelîl bi ser hiþê xwe ve tê û ji Edûlêya ko di þiklê mêran de ye berdewama vê kilamê dixwaze. Edûlê jî, wekî berdewama vê kilamê qisedana ji bo xewna ko dîtîbû û ji dayîka xwe xwestibû ko þiroveya wê xewnê bike, ko me li jorê dabû, li ber serê Gênc Xelîl dibêje. Hewce nake, ko em careke din vê qisedanê bidin. De ka em binêrin piþt re Edûlê ji delalê dilê xwe re çi gotiye: De werî lê lê werî lê lê werî lê lê werî lê lê werî lê lê Werî lê lê werî lê lê werî lê lê werî lê lê werî lê lê nemaê Edûlê dibê: Gênc Xelîlo heyrana te me li dinyayê Serê Gênc Xelîlê min serê qendan û bendan Ez ê rabim ser kelek û dor hevsarê ciwanîkê delalê dilê xwe Bigirim bigerim li sûk û çarçî û gelo li mehelan Ez ê îro bavêjim li ser sûka nalbendan Nemaê nemaê nemaê nemaê nemaê nemaê nemaê Ez ê piþtî Gênc Xelîl kuramê xwe nemînim dilo li dinyayê... Belê Edûlê dibê: Gênc Xelîlo, heyrana te me li dinyayê De rabe hevalên me çûne malê Gelo rêwiyên me temamî çûne malê Gênc Xelîlê kuramê min rebenê Serê xwe daye li ser piyê vê dikanê Wele maye ji bona bazinê destê domamê Nemaê nemaê nemaê nemaê nemaê nemaê nemaê Ez ê piþtî Gênc Xelîl kuramê xwe nemînim dilo li dinyayê... Kilama ko dema Gênc Xelîl ji ber nexweþiya xedar, li binê konê ko nêzîkî Diyarbekirê, li mintiqeya Çemê Þêxaniyê vedane dimire ji aliyê Edûlê ve tê gotin. Piþtî vê kilamê jixwe Edûlê jî li ser cesedê sar ê Gênc Xelîl xwe diavêje ser þûr û xwe dikuje: De werî lê lê werî lê lê werî lê lê werî lê lê werî lê lê E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM •FILÎTÊ QUTO 47

P:49

Werî lê lê werî lê lê werî lê lê werî lê lê werî lê lê nemaê Edûlê korî nemayê li dinyayê Sibe ye ezê bi Çemê Þêxaniyê diketim Çemeka wa bi dar e Ez ê þeveka ji hikmê nîvê þevan û pê de Destê xwe li ser singê Gênc Xelîl kuramê xwe bigerînim Gelo wele xweydaneka germ e yeka sar e Nemaê nemaê nemaê nemaê nemaê nemaê nemaê Ez ê piþtî Gênc Xelîl kuramê xwe nemînim dilo li dinyayê... Belê Edûlê korî nemayê dibê: Çiya hemî dibêjin em çiya ne Golikê nava garanê digerin li çol û li beyaran Diçin ba cotyaran dibê’n: Cotyarîno van gayan berdin Me girêbidin em jî ga ne Ji îro pê de çi qas sûtalekî ji mala xwe rabe Wê þal û þapikekî li xwe bike Wê were odeka mala bavê min de rûnê û Bêje: Edûlê em jî weka Gênc Xelîlê kuramê te axa ne Nemaê nemaê nemaê nemaê nemaê nemaê nemaê Ez ê piþtî Gênc Xelîl kuramê xwe nemînim dilo li dinyayê... Çavkanî: *Agahiyên der barê Kawîs Axa de, ji Kovara Hunerê ya ko weþana Akademiya Çand û Hunera Kurdî ya li Elmanyayê. Hejmar 1, nivîsa bi navê Bilbilê Çiya û Zozanên Welêt: Kawîs Axa ya Kakþar C. Oremar. *Serpêhatî, qewimîn û hîkayeta kilamê, ji devê çend rîspiyên Herêma Xerzan û Botan. *Kilama qewimînê ya destpêkê ji awaza Kawîs Axa, ko di kaseta Lawikê Meyê de gotiye. *Kilama dûvedirêj a ko me li dawiya mesele û serpêhatiyê daye, ji devê Dengbêj Salihê Qûbînê hate wergirtin. •48 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:50

5. Ji birakujiya nava eþîran nimûneyeke sosret: Emînê Perîxanê-Evdilê Birahîm Yek ji »Derdê bê derman« û malkambaxiya eþîrên welatê me, di dem û dewrana xwe de, birakujiya nav wan bi xwe bûye. Gelek caran êdî wisa bûye ko mêrkujî û qetilxwîniya nav eþîran ji merhaleya kuþtinê derketiye û ketiye merhaleya qirkirin û qelandina mêran. Di dîroka me kurdan de, mirov dikare behsa bi sedan qewmînên bi vî rengî bike ko, di her qewmînê de, di neqeba çend saetan de bi dehan zilamên çê û mêrxas ha- tine kuþtin; zarokên wan sêwî, jinên wan bî mane. Gelek xortên wekî »Gêncoyê Çeto« ko hêj bi hineya zavatiyê di destan de bûye, bûne qur- banên karesatên bi vî rengî. Gelek caran êdî wisa bûye ko, mêrkujî cihê xwe ji birakujiyê re terxan kiriye. Lewma jî, me di vê hejmarê de xwest ko mijara nivîsara me, li ser vê yekê be. Ango, me xwest ko vê carê em ji we re, behsa qewmîn û serpêhatiya xiyaneta Emînê Perîxanê, ko bi dewleta roma reþ re bûye yek û bûye sebebê kuþtina birayê xwe Evdilê Birahîm. Belê... Wekî ko ji vê agahdariyê jî tê fêhmkirin, Evdile û Ehmed ji heft lawên Perîxanê dudu ne. Dibe ko hûn bibêjin, ma qey Emîn û Evdile ne kurê bavekî ne ko navê yekî ji wan Emînê Ehmed e, navê yê den Evdilê Birahîm e? Rast e; Emîn û Evdile ji aliyê dê ve birayê hev in û her du jî kurê Perîxanê ne. Lê babê wan ne yek e. Navê babê Emîn Ehmed e, lê navê babê Evdile Birahîm e. Lewre jî diyar dibe ko, piþtî ko mêrê Perîxanê rehmet kiriye, careke din zewiciye. Her çiqas Emîn û Evdile, carinan bi navê babê xwe têne naskirin jî, ji ber þêrejinî û jêhatîbûna Perîxanê, bi giranî bi navê diya xwe Perîxanê hatine naskirin. Mêrxasek û xayînek Emînê Perîxanê, di nav eþîra xwe Remîyan (Reman)* de, daw û doza mezinahiya eþîrê dikir. Lê li hêla din, ji ber ko Evdile li der û dora xwe zêde dihate naskirin, xelqê zehftir xwe li Evdile digirt. Tim û daîm ji bo wî dihate gotin ko, mirovekî hêja, mêrxas û li dijî zilmê radibû. Ji ber vê E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM •FILÎTÊ QUTO 49

P:51

yekê jî, çavên Emîn bar nedikir ko birayê wî jê zehftir bê hezkirin û bi çavê mezinahiyê lê bê nihêrtin. Emîn êdî hew îdare dike û radibe li cem Erkan-î Herba dewletê giliya birayê xwe Evdile dike û tevî birayê xwe, yanzdeh kesî di gundê Barislê* dide kuþtin. Ji xwe ji berê de, Emîn bi dewletê re tevdigere û wekî ajanê dewletê kar û xebat dike. Bi dehan car leþker dibe ser gundên Reþkotan* û Sînikan* û dibe þirîkê þewitandin û wêrankirina bi sedan malên herêmê. Evdilê Birahîm, Samîr Begê babê Turkeþ dikuje Berî ko em qewmîna vê meseleyê bi awayeke berfireh, ligel kilama wê pêþkêþî dêhn û bala we bikin, em dixwazin behsa serhildana Evdilê Birahîm ango Evdilê Perîxanê ko li dijî Fermandarê Roma Reþ Samîr Begê pêk anîbû û Samîr Begê kuþtibû, bikin. Samîr Begê Yuzbaþî, ko tê gotin babê Alparslan TÜrkeþ bi xwe bûye, di dîroka serhildanên welêt de, xwedî roleke girîng e. Di gelek serhildanên gelê kurd de, wekî fermandarekî artêþê cih girtiye û li gorî gotinên goyendeyan ko heta îro hatine, bi sedan gundên serhildêrên kurd þewi- tandiye, mal û milkên wan mîrat kiriye û bûye sebep ko kurd li ser xaka xwe fermalû* bibin û derbasî binxetê û rojhilatê welêt bibin. Her wisa tê gotin ko, di Serhildana Geliyê Zîlan de, zarokên ko hêj di zikê diya xwe de bûne, kuþtiye. Di kilameke dengbêjan de tê gotin ko, Samîr Begê wisa gotiye: »...Ezê bikim ko duwazdeh gundê Geliyê Zîlan Li hêviya kevneke jin bimîne...« Ji van rêzikan jî diyar dibe ko Samîr Begê, hewqas zalim bûye ko li ser gelê kurd hewqas kafirstanî kiriye. Piþtî ko ji ser eþîrên Geliyê Zîlan, Samîr Begê berê xwe dide Herêma Xerzan, dorhêla Reman û Reþkotan ko eþîra Mala Perîxanê jî li wê derê ne. Wê çaxê çiqas gundên wê dorhêlê hebûne, ji hêla Samîr Begê ve têne þewitandin û wêrankirin. Her wiha eþîra mala Perîxanê li gel çend eþîrên dorhêlê, ji ber êrîþa Samîr Begê direvin û derbasî binxetê dibin ko niha jî çend malên wan li binxetê binecih in. Li gorî gotinên çend kesên herêmê ko çend sal berê, min ji wan pirsîbû, dewþek û lihêfên ko gundiyan ji ber þewitandinê parastibûn û di þikeftan de veþartibûn jî, ji aliyê leþkerên Samîr Begê ve hatibûn þewitandin. •50 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:52

Piþt re Evdile, dayîka xwe Hacî Perîxanê li binxetê dihêle û dadigere Herêma Xerzan, di Þêpê Reman* de -ku geliyeke asê ye- diçe pêþiya leþk- er û Samîr Begê li wê derê dikuje. Serê wî jê dike, cendekê wî diavêje çem û radije serê Samîr Begê, bi xwe re dibe binxetê, davêje ber diya xwe Perîxanê û jê re dibêje: »...Ha! Min ji te re serê Samîr Begê, Ji dêvla lihêf û dewþekên te, diyarî anî...« Kilama kuþtina Samîr Begê ji hêla Evdilê Perîxanê ve, di kilam û gotinên dengbêjên Xerzan û Serhedê de wisa tê gotin: Axao de þer e Maqûlo de þer e Þerê Evdilê Birahîm û Samîr Begê Dengê tivingê Samîr Begê û Evdilê Birahîm Ketine Þîpê Reman ji xwe re li hev digere Evdilê Birahîm bi sê sond xwarî li dinê ye Dibê: Ezê îro serê Samîr Begê Jê bikim bi qamê ye Cinazê wî bavêjim golê ye Serê wî bidim darê rimê Derbas bikim binxetê ye Ezê deynim ber çoka Hacî Perîxanê Ezê bêjim: Dayê ji te heyfa Lihêf û dewþekê mantên Malê þikeftê ye Kerem bikin vê gavê em dîsa vegerin ser qewmîna xwe ya destpêkê, bê ka çawa Evdilê Perîxanê tê girtin û kuþtin û di dawiya vê qewmînê de çi tê serê Emînê Perîxanê ko bûye milîsê dewletê û ji kuþtina 11 kesî re bûye se- beb. Ji xwe me di destpêkê de gotibû ko, ji ber çavnebariyê Emînê Perîxanê, giliya birayê xwe Evdile dike. Ji ber ko Samîr Begê ji hêla Evdilê Perîxanê ve hatiye kuþtin, di dosye û qeydên dewletê de navê wî derbas dibe. Lê, ji dewletê kirî, Evdile hê jî li binxetê firar û qaçax e. Di rastiya xwe de, piþtî kuþtina Samîr Begê bi demekê, ew dîsa ji binxetê vedigerin gundê xwe. E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM •FILÎTÊ QUTO 51

P:53

Serê Evdile jê dikin û dibin Diyarbekirê Li ser giliya Emînê Perîxanê, leþkerên Romê bi ser gundê Barislê de di- girin û di Qesra Barislê de dest datînin ser Evdile. Beriya ko leþker bikeve hundir, Evdile ji diya xwe Perîxanê dixwaze ko, savarekê çêke û de- mançeya wî bixe nava savarê. ko ev yek pêk were wê li xwe biqewimîne û birayê xwe Emîn û tevahiya leþkerên pê re bikuje. Esker dikeve hûndir, Evdile teklîfa xwarinekê li wan dike, Hacî Perîxanê savarekê tîne datîne ber wan. Her çiqas, Evdile bi kevçiya xwe savarê teklîhev jî dike, nexêr! mîrata demançê ne tê de ye. Perîxanê, li nava derî sekiniye, lê dinêre, Perîxanê rûyê xwe tirþ dike, tiliya xwe nîþan dide û çawa ko bibêje: »..Lawo tu yekî tenê yî Ez nikarim gundekî biþewitînim...« Radibin wê rojê, Evdile bi tevî 12 mêrxasên wî yên tivingê digirin û milê tevan bi hev re girê didin. Ji nav wan 12 kesan, keçikek qesta yekî ji wan dike û zilamekî qepaçe dike. Fermandar dibêje: »Vê keçikê çima xwe avêt stûyê zilêm?« Lê dibersivînin: »Ev keçik, keça vî zilamê ye!« Ji ber vê yekê, leþker zilam ji nav wan 12 mirovan derdixe û tevî Evdile, 11 kesên pê re dikujin, serê wan jê dikin û bi xwe re dibin Diyarbekirê. »Kero! Ez þîv im, tu taþtê yî!..« Wextê ko leþker Evdile û mêrxasên wî dikuje û serê wan jê dike, Emînê birayê Evdile jî li kuþtina birayê xwe temaþe dikir. Li gorî gotinan Evdile, hewçend mirovekî bedewî, kejî delal bû ko, mirov dil nedikir lê binêre. Di vê neqebê de, ev diyaloga hanê di navbera fermandar û Emînê Perîxanê de derbas dibe: — Emîn Ev zilam çiyê te ye? — Birayê min e. — Emîn, heger min bizanibûya tûyê emrekî (temen) dirêj bikî, minê te vê gavê li vê derê bikuþta! Lê ez dinêrim ko tu zêde emr nakî, ji xwe tu ne hêjayî guleyekî jî... •52 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:54

Ji xwe beriya ko Evdile bê kuþtin, berê xwe dabû Emînê birayê xwe û wisa jê re gotibû: — Kero! Ez þîv im, tu taþtê yî!.. Piþtî kuþtina Evdileyê kurê xwe, diya wî Perîxanê radibe li ser vê kuþti- na bi þewat û xiyaneta malmîrati ya kurê xwe yê din Emîn, vê kilamê dibêje ko me ji wersiyonên cihê û ji devê Dengbêjên bi nav û deng Zahiro, Salihê Qûbînê* û Teyîboyê Misircî girtiye, dibêje. Kerem bikin em niha jî dêhn û bala xwe bidin qêrîna Hacî Perîxanê ko me ji devê her sê dengbêjên navborî girtine... Perîxanê dibê: Wey li minê wey li minê wey axao Kula li ser kula derda li ser derdao De rabe kuþtiyo bê heyf mao Kula Emînê Ehmed birayê xayîn Di dil de mao Perîxanê dibê: Evdile ter e bab û bira bi min ter e Min ji te re nego gava tu coyî xopana Elihayê Çend peyayê kezebþewitî bibe bi xwe re Tu nizanî Emînê Ehmed xayîn e Bi Qereqola Elihayê li serê Samîr Begê Li ewraqê kevn û nû tev digere Perîxanê dibê: Evdile lawo esker rabû Ji xopana Girîdaxê* bi giranî Min dî Emînê Ehmed derketî Ji Qereqola Elihayê Bi sê tîpa bi xwe re esker anî Hate Barisla Evdilê Birahîm Bavê Ehmed beranê kejê zerî Bi sê ciya çadir kuta Ji xwe re êwir danî Wey li minê wey li minê wey axao E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM •FILÎTÊ QUTO 53

P:55

De rabe kuþtiyo bê heyf mao Kula li ser kula derdê li ser derdawo Kula Emînê Ehmed birayê xayîn Roja Bênderê Barislê di dil de mao Perîxanê dibê: Hesîne lawo Esker rabû ji xopana Girîdaxê Bi serejêr e Min dî Emînê Ehmed derketî Ji Qereqola Elihayê Bi sê tîpa esker pê re Heyfa min li kuþtina Evdilê Birahîm Babê Ehmed beranî kejê zêrî nayê Heyfa min tê li wê heyfê Min dî bi qeflê xulaman girtin Laþê vî xweþmêrî kiþandin bi erdê re Ji devê Evdilê birahîm Bavê Ehmed derxistin cotek diranê zêr e Serê Evdilê Birahîm jê kirin Birine þarê Diyarbekir Bi xwe re birin bajêr e Perîxanê dibê: Hesîne lawo roja me derketî Ji alî Gêdûkê* Here bîne cilê zavê derxe xemla bûkê Heyfa min li kuþtina Evdilê Birahîm Bavê Ehmed nayê Min dî qeflê xulaman girtin Laþê vî xweþmêrî Danîne nîþana tometîkê Wey li minê wey li minê wey axao De rabe kuþtiyo bê heyf mao Kula li ser kula derdê li ser derdawo Kula Emînê Ehmed birayê xayîn Roja Bênderê Barislê di dil de mao •54 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:56

Gur têjikê xwe dixwe; Roma reþ Emîn jî dikuje Piþtî kuþtina Evdile û þerkerên wî, Qereqola Qûbînê (Beþîrî) þand pey Emîn. Jê re gotin ko waliyê Sêrtê wî xwestiye. Wê çaxê Zoqê* (Yanarsu) navçe bû, qaymeqamî û qereqola leþkerî li wîr bû. Misirc (Kurtalan) ji çend malan pêk dihat. Emîn hilgirtin anîn Qûbînê. Berî ko Emîn bi leþker re derkeve û here Qûbînê, ji siwarî û çekdarên xwe wisa dibêje: — Li hafa Çiyayê Qîre* amade bin, gava tiþtekî nexweþ qewimî an jî gava destê min kelepçe kirin û ji nav leþker derxistin, li ber Pira Awîskê* bikevin pêþiya leþker û min ji destê wan xilas bikin. Li Qereqola Qûbînê leþker dest datînin ser Emîn û wî hew berdidin. Xwedêgiravî jê re gotine ko walî gazî wî kiriye. Emîn, êdî pê derdixe ko rewþa wî xirab e. Berê xwe dide fermandarê qereqolê û jê re wisa dibêje: — Camêr! tu bizanibî tiþtekî xirab ji min re heye, min berde ez birevim te çiqas zêr, mal û milk divê ezê bidime te. Piþt re bêje Emîn reviyaye. Fermandar lê vedigerîne: »Tiþtekî xirab nîne. Walî te xwestiye, îfadeyeka te heye... Di vê navberê de, dewletê jî li gorî xwe tevdîra xwe girtiye. Xeber ji qereqolê re diþînin û emir didin qereqolê: — Divê Emîn neqihêje Qereqola Zoqê. ko bigêje Zoqê, bi peran û bi zêran be jî wê xwe bide berdan. Ji ber vê yekê jî, di Qereqola Qûbînê de destek cilê leþkeriyê li Emîn dikin wî kelepçe dikin û li hespekî siwar dikin, wî dixin nava siwariyan û wî ji nava Qereqola Qûbînê derdixin. Peya û siwariyên Emîn, her çiqas li serê Qîre dêhna xwe didinê ko kesekî sivîl û destkelepçekirî ji qereqolê dernakeve. Ji wan kirî ko Emîn hê jî di qereqolê de ye. Heta pê dihesin ko ‘Hasil ji mûsilê derbas bûye’. Wê rojê leþkerên roma reþ Emîn tîne li binê Cimzerqê,* dora Xirabajêr* ser Kaniya Girdeþêrê* û dikuje. Ji bo ko kuþtinê ji stûyê xwe derxin, bi vê yekê jî namînin dikin ko Sikriyê kurê wî jî mehkum bibe. Ji ber ko leþker piþtî Emînê Perîxanê dikuje, xeberê ji derdorê re belav dike û wisa dibêje: — Gava leþkerên me, Emînê Perîxanê dibe hizûra walî, kurê Emîn Þikrî tê pêþiya me hu bi leþkerên me re musadere (li dij derketin) dike, gule diteqîne û babê xwe jî di vê navberê de dikuje... Bi van gotinên romê, Þikriyê kurê Emîn, ji bo ko nekeve dest dibe mehkum û derbasî binxetê dibe. E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM •FILÎTÊ QUTO 55

P:57

Derbarê tarîxa qewmînê de ji devê du kesî du malûmat: Gava ko min dest bi lêkolîna vê qewmîna bi nav û nîþan kir, sala 1994 bû û ez li herêma Xerzan, li bajarê Batmanê (Elihê) û Misircê (Kurtalan) di- geriyam û min bi çend kesên ji Eþîra Remiyan re, têkilî danîbûn. Gelek agahiyên hêja ko dê di rojên pêþ de jî bi kêrî lêkolînên wisa bên, di çend civatên wê çaxê de min bi dest xistibûn. Demek berê, dîsa me guhên xwe da du kesên ji herêmê ko emê niha cih bidin gotinên ko me ji devê wan girtine. Yek ji wan kesan, ji eþîra Reman bi navê Salih Özdemir e, ko niha Cigirê Sekreterê Giþtî yê HADEP’ê ye; yê din jî, Eliyê Evdirehman (Elî Pekedîs) e, ko ji Babosiyê ji gundê Girê Hemdo ji Mala Emîno ye. Kerem bikin em guhên xwe bidin Salih Özdemir û Eliyê Evdirehman, ka ji bo vê qewmînê û tarîxa ko bûyer qewimiye, çi gotine. Salih Özdemîr dibêje: »Gava ko Emînê Ehmed ji hêla dewleta Roma Reþ ve, li ber li binê Cimzerqê, dora Xirabajêr ser Kaniya Girdeþêrê tê kuþtin, wekî we jî got, Þikriyê kurê wî jî bi fen û fûtê dewletê, bi mabesta ko hatiye pêþiya leþk- er û babê xwe kuþtiye, hatibû mehkumkirin. Lê ez dixwazim bibêjim ko, ne bi tenê Þikrî, di heman bûyerê de, bapîrê min Xelîl jî (Xelîlê Mihemed) ko ew û Þikrî kurmamê hev in, di wê qewmînê de dibin mehkumê dewletê, direvin û diçin binxetê, xwe dispêrin Mala Haco. Tarîxa kuþtina Emînê Perîxanê ji hêla dewletê ve 1933’ye.Du sal beriya kuþtina Emîn, yanî di sala 1931’î de, Evdilê Birahîm, di Qesra Barislê de, tevî 11 xweþmêrên xwe yên tivingê, ji hhela dewletê ve tê kuþtin. Kuþtina Samîr Begê ji hêla Evdilê Birahîm ve ko Yuzbaþiyê dewletê bûye rast e û ev serhildan jî di navbera salên 1928-1929-an de qewimiye. Eliyê Evdirehman (Elî Pekedîs) dibêje: »Ez di sala 1927-an de hatime dinyayê. Ango ez îro 73 salî me. Gava ko fermana mala Perîxanê rabû û derbasî binxetê bûn, ez deh 7-8 salî bûme. Di 21 saliya xwe de ez çûme eskeriyê. Di rojên ko ez çûme eskeriyê, ew ji binxetê dîsa dageriyan Xerzan ser mal hu milkên xwe rûniþtin.« Xwendevanên hêja; ji van malûmatên Eliyê Evdirehman diyar dibe ko, li dora sala 1935-an mala Perîxanê fermalû bûne û reviyane binxetê. Dîsa li gorî malûmatên wî, ko çûyîna leþkeriya wî rastî vegera mala Perîxanê ji •56 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:58

binxetê dibe, derdikeve holê ko di sala 1948-an de mala Perîxanê ji binx- etê dageriyane Xerzan. Der heqê Eþîra Reman û Mala Perîxanê de çend agahî: Li gorî çend rihspiyên herêmê, tê gotin ko pêþiyê Remiyan ango mala Perîxanê, ji mala Hacî Evdilmenafê Herêma Botan tê. Eþîra Reman, bi taybetî li gundên Qûbînê û Batmanê ko heta sînorên Eskîfê diçin, belav bûne. Remî, bi taybetî ji çend eþîrên giran ên Herêma Xerzan bi xwe ne. Tê diyarkirin ko, Herêma Reman, ji ava Eskîfê dest pê dike û li Deþta Biþêriyê diqede. Em dikarin çend gundên Remiyan ko mîrateyên wan ji berê de li wir hebûye û niha jî li wir bi cih û war in, wisa rêz bike: Barislê, meymûniyê, Serê Kaniyê, Þêpê Reman, Keverzo, Girêsîra, Sêncê, Zorava, Koxika, Ermiyê, Receba, Tilmis û hwd. Her çiqas, di dîrokê de gelek þexsiyet û malbatên ji Eþîra Reman der- beyên giran li têkoþîna gelê kurd dabin jî, ji nav wan gelek babik ango malên ko bi welatparêziya xwe nav dabin, hene. Taybetmendiyeke balkêþ a vê eþîrê jî ew e ko, ji berê de, girêdaneke xurt di nava wan de peyda nebûye. Her wekî demên berê, niha jî her yek ji van babikên eþîrê, li gorî hêz û qeweta xwe, girêdana xwe bi derdorên siyasî, kirine. Wekî mînak, îro Faris Özdemîr parlamenterê DYP’ê yê Batmanê ye. Lê kurmamê wî Salih Özdemîr, di nav siyaseta gelê kurd de cihê xwe girtiye û Cigirê Sekreterê Giþtî yê HADEP’ê ye. Li hêla din, bi awayeke eþkere tê zanîn ko Remî di dîroka Batmanê de û bi rêvebirina bajêr de, bi baþî û nebaþiya xwe roleke girîng lîstine. Bo nîmûne, di sala 1955-an de Seîd Remanlî û di sala 1968-an de kurê wî Mustafa Remanlî, wekî serokbelediyeyê Batmanê hatine ser kar. Herwekî me li jorê jî got, bêaqûbetîbûn û hevnegirêdan, yek ji nîþaneyên Mala Remiyan bûye. Mînaka herî balkêþ jî em dikarin ji zarokên Perîxanê bidin: Heft kurên Perîxanê yên bi navê Emîn, Evdile, Misto, Seîd, Brahîm û Emer bi kuþtinê çûne. Wekî ko di vê nivîsarê de jî eþkere dibe, Evdile ji hêla Emîn ve; Emer jî ji hêla Misto ve tê kuþtin. Kurên Perîxanê yên din jî, di qewmînên cur bi cur de têne kuþtin. Ferhengok Awîskê: Gundekî bi ser Qûbînê ve ye. Li ber pira di navbera Elihê û Qûbînê de ye. Barislê: Gundekî bi ser Qûbînê ve ye. Cimzerqê: Gundekî li Misircê (Kurtalan) ye. Di navbera riya Elihê û Misircê de ye. E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM •FILÎTÊ QUTO 57

P:59

Fermalû: Nefîbûn, bi darê zorê koçberkirin. Gêdûkê: Gundekî Ezîdiyan e ko bi ser Qûbînê ve ye. Girîdax: Çiyayê ko li kêleka Sîpanê Xelatê dikeve. Kaniya Girdeþêr: Nêzîkê gundê Kanîqulê ye û dikeve navbeyna Gundikê Dono, Cimzerqê û Telîba. Qîre: Bilindahiya di navbera Qûbînê û Elihê de ye. Jê tevahiya Elihê xûya dibe. Þerê Filîtê Qûto û Mamê Elê Etmankî, li wir qewimiye. Qûbînê: Navçeyeke Batmanê, navê wê ya tirkî Beþîrî ye Reman (Remî): Eþîreke mezin e ko li Deþta Biþêriyê dikeve. Reþkotan: Herêmeke li Xerzan ko dikeve navbera Çemê Biþêriyê û Batmanê, her wisa eþîrên derdorê jî bi vê navê têne naskirin. Sînikan: Navê eþîr û herêmeke ko dikeve piþta bilindahiya Qîre. Þêpê Reman: Gireke di navbera Eskîfê û Elihê (Batmanê) de ye. Xirabajar: Bajareke kevnare û ji alî olî ve pîroz e, ko ji siyasûna (îstasyon) Biþêriyê dest pê dike, gundên dorhêlê çeper dike û heta gundên Þêx Unis, Telîba û Hishisê diçe. Niha jî bermahiyên vê bajarê kifþ in. Zoqê: Gundekî girêdahiyê Misircê ye. Berî ko Misirc bibe navçe, Zoq navçe bû. Qaymeqamî û qereqola leþkerî lê hebû. Dewleta tirk navê »Yanarsu« lê kiriye. •58 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:60

6. Li Çiyayê Qîre, Delana Paþo þerê reþkotiyan û etmankiyan: Þerê Filîtê Quto û Mamê Elê Etmankî Li welatê me, nexasim li bakur û rojhilatê welêt; kêm qewmîn, serpêhatî û þer hene ko ji hêla tevahiya dengbêj, goyende û goranîbêjan ve neyên gotin. Her wekî kilam û qewmîna ‘Mem û Zîn’, ‘Mîrzikê Zaza’, ‘Cembelî û Binefþa Narîn’, ‘Gênc Xelîl û Edûlê’, ‘Emê Gozê’, ‘Dêra Axtermanê û Metran Îsa’, ‘Keremê Qolaxasî’, ‘Ferzendeyê Bavê Elfesya’, ‘Biþarê Çeto’ û hwd. qewmîn û serpêhatiyeke karesatî heye ko, bi salan e di devê dengbêjan de bûye benîþt; negotiye ev der Serhed e, ev der Xerzan û Botan e, ev der Qefqasya û Rojhilat e û heta îro hatiye. Belê navê vê þer û qewmînê »Þerê Filîtê Quto û Mamê Elê Etmankî« ye ko bi navê »Þerê Qîre« jî tê binavkirin. Di vê qewmîn û kilama me ya bi nav û deng de, emê bi awayeke berfireh û sosyolojîk; ligel pêkhatin û çêbûna wê, danasîna her du eþîrên þerker û her du ciwamêran, cih bidin sê guhertoyên (wersiyon) kilamê, ko li Serhed, Xerzan û di nav kurdên Qefqasyayê de tê gotin. Divê wekî çavkanî bidim zanîn ko, me kilama ko li Serhedê tê gotin, ji devê Cahîdê Dengbêj, a ko li Xerzan tê gotin ji devê Dengbêj Salihê Qubînê û wer- siyona Qefqasyayê jî, ji devê dengbêjê bi nav û deng Gerapêtê Xaço wer- girtin. Gerapêtê Xaço, ermenekî ji Herêma Xerzan, aliyê Reþkotan, gundê Bileydera Qubînê ye û ji kurê Filîtê Quto, Hesenê Filît re bi salên dirêj dengbêjiyê kiriye. Di dîwan û civatên wî de, di sergoþeyê de rûniþtiye. Behsa wan salan dengbêjê me yê navdar di hevpeyvîna ko rojnamevan Mehmet Aktaþ pê re kiribû de wiha dibêje: »Wê demê hemû axa û begên kurdan xwediyên hinek filehan bûn. Ew fileh wekî eþîra wan bûn. Di fer- manê de, Filîtê Qûto xwedî li filehên xwe derket û xwîna filehekî jî neri- jand. Lê, ew dijminê bazarganan bû diçû pêþiya karwanan. Bi siwariyên xwe re li pey talanan digeriya.« Piþtî van malûmatan, niha jî kerem bikin em berê xwe bidin pêkhatina vê qewimîna me ya bi nav û nîþan: E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM •FILÎTÊ QUTO 59

P:61

Etmankî li reþkotan konan vedidin Mamê Emê, ji Geliyê Belîsê ji eþîra Etmankan e. Eþîra Etmankan, eþîreke berfireh e. Li seranserê metrepolên Tirkiyeyê û li Anatoliya Navîn belav bûne. Mamê Emê, serek û rihspiyê eþîrê ye. Hatina wî ya bi karwan re jî, ji ser xatirê ko þêwr û miþêwiran bikin, bi xwe ye. Her dem bi karwanê xwe re tevdigere. Temen ango emrê wî li gorî sala qewmînê, li dora 70- 80 sal e. Eþîra Etmankiyan her wekî îro, berê jî ne xwedî erdên çandiniyê bûn. Ji ber vê yekê jî, her gav bi karwanî ji Deþta dorhêla Bayîkan (Xana Hewêl) û ji Deþta Belîsê xwê bi barên xwê dihatin Deþta Xerzan, bi riya taqas û danûstandinê xwêya xwe bi genim, ce, nîsk û nok ango bi dexl, diguhertin. Lê sala qewmînê, ji ber sedema ko nangiranî li Xerzan jî çêdibe, Eþîra Etmankiyan, ji ber bêmecaliyê berê xwe didin herêma Diyarbekirê. Lê wekî tê zanîn, kesên ji Geliyê Belîsê tên ko biçin Diyarbekirê, divê di ser Xerzan û Reþkotan de derbas bibin. Etmankî jî wisa dikin. Barê wan xwê ye û ligel ga û gamêþan pêncî û pênc mirov bar- giran in. Ji ber ko ji rêyeke dûr hatine, westiyane. Dixwazin, li Herêma Reþkotan konê xwe vedin, wê þevê li wir bimînin, bêhna xwe berdin û dotira rojê ber bi oxira xwe ve bimeþin. Ji niha û pê ve kerem bikin em guhên xwe bidin M. Salih Yorulmaz (Salihê Hemê) ko ji gundê Eyndarê ya Misircê ye û di warê qewmînê de xwedî malûmatên hêja ne: »Etmankî tevî barê xwe yê giran, li dorhêla Reþkotan; Kaniya Badareþê, Guhara Devan ko wekî Kanîgulanê jî tê naskirin, konê xwe vedidin. Ev der di Kevanê Qîre de li ser riya Tapiyê ye. Wê gavê Eþîra Reþkotan jî koçer bûn û di konan de diman. Lewre jî konên Reþkotiyan ji konê ko Etmankiyan danîbûn, baþ xwiya dikirin. Mamê Elê, gazî biraziyê xwe Elî dike û jê dixwaze ko divê ew pê re were nav konên Reþkotan ko dew an jî aveke cemidî vexwin û hinek bêhna xwe berdin. Radibin wisa dikin. Dema ko Mamê Elê û Elî têne binê konên Reþkotiyan, bi navê Þîrînê ko keça Kespêrê File ye, çav bi Elî dikeve û aþiqî bejn û bala Elî dibe. Þîrînê ya ko bi hiznê dinyayê zehf bedew û xweþik bûye, radibe tê bi dêzgîna hespê Elî digire. Ev yek dibe sebeb ko Mamê Elê zêde zêde biqehire. Çawa keçikek rabe, ji dêvla mêrxasekî ko bi temenê xwe ji biraziyê xwe pir meztir be, bi dêzgîna hespê biraziyê wî bigire. Heta mezin hebin, nehatiye dîtin ko bi dêzgîna hespê biçûkan bê girtin. Ev yek di nav eþîrên Xerzan de gelekî eyb û þerm e. Ji ber ko Mamê Elê aciz dibe bi biraziyê xwe Elî û Þêrînê re dike qareqar. Di vê navberê de Filîtê Quto, ko mêrxas û serekê Eþîra Reþkotan •60 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:62

e, li banê Qesrê raza ye û yek jî li ser Filît baweþînê dike. Ji ber xirecir û qareqara Mamê Emê, Filîtê Quto ji xew þiyar dibe, xwe berjêrî qesrê dike û qesta van her du ciwamêrên xerîb dike. Di vê navberê de Reþkotiyek ber bi wan ve tê û ji Mamê Elê Etmankî re wisa dibêje: — Xwedê ji we razî be, dengê xwe zêde bilind nekin. Filît niha li jor raza ye. Hun xerîb in, ne ji van deran in, Filîtê Quto ji xew þiyar bibe wê aciz bibe û wê nexweþî çêbe! Mamê Elê lê vedigerîne: — Camêr! Tirsa min ji kesî tune ne, ez nehatime min talanê babê kesî nebiriye. Em karwan in, di riya xwe de derbas dibin. Hewcedariya me bi tasek ava cemidî li vir heye, emê vexwin û herin. Ji ber xirecir û qareqara Mamê Emê, Filîtê Quto ji xew þiyar dibe, xwe berjêrî qesrê dike û qesta van her du ciwamêrên xerîb dike. Ew û Mamê Elê zirtan li hev dikin, baþebaþ ji hev re dibêjin. Mamê Elê ji Filîtê Quto re wisa dibêje: — Lawo Filîto! Gava em ji riya xwe dageriyan, tu mêrekî çê yî were pêþiya min...! Piþtî van gotinan, Mamê Elê û Elî diçin ser konên xwe, serê sibê jî tevî karwanên xwe berê xwe didin Diyarbekirê...« Filîtê Quto diçe pêþiya Karwanê Dike doza Bazinbeleka milê Elê Belê... Piþtî ko karwanê Etmankiyan, danûstandinên xwe yên li Diyarbekirê diqedînin, barên xwe yên xwê, bi dexil re diguherînin. Berî ko karwan dagere, Eliyê biraziyê Mamê li nava Diyarbekirê digere. Berê wî dikeve ‘Sûka Þewitî’. Li Sûka Þewitî çav bi tivingeke þeþxane ko bazineke zîvîn lê pêçahî ye, dikeve. Ji bo kirînê, pênç çerxî be jî di berîka Elî de nîne. Elî radibe doz li mamê xwe Mamê dike ko vê ‘Bazinbelekê’ jê re bikire. Mamê Elê, ji ber vê daxwaza Elî tinazê xwe pê dike û wisa jê re dibêje: — Lawo, ez vê tivingê ji te re bistînim, sibê hinek mêrxas werin pêþiya te, ji te bistînin emê bihetikin. Elî hêrs dibe, li mamê xwe dizivirîne: — Mamo, bi navê Xwedê heger tu vê Bazinbelekê ji min re nestînî, ezê li nava Sûka Þewitî hemaliyê bikim, heta ez vê tivingê nestînim û nêxim milê xwe ez nayêm nava Etmankiyan. E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM •FILÎTÊ QUTO 61

P:63

Mamê dêhna xwe didê ko wê Elî newe, radibe tivingê ji Elî re dikire. Karwan ber bi Xerzan ve dadigere. Wexta ko tên dikevin nav axa Reþkotan Kevanê Qîre, li wan dibe þev. Lewre jî li Gundê Bileyderê ya Qubînê dîsa konên xwe datînin, serê sibê jî dikevin rê. Di vê navberê de Filîtê Quto tê pêþiya wan. Li wê derê Filîtê Quto tê daw û doza xerac û baca rê ji Etmankiyan dixwaze. Mamê Elê dibêje: — Filît lawo! ji xwe re hêstirek ji serî, yekî ji navê û yekî jî ji paþiyê ji xwe re bigire û wekî xerac û baca rê bibê. Lê çavê Filît li Bazinbeleka milê Elî ye. Dixwaze ko ew tivinga Bazinbelekê bidine wî. Her çiqas pê re zarezar û hêvî dikin jî ne fêde ye. Mamê Elê dîsa berê xwe dide Filîtê Quto û wisa jê re dibêje: — Filîtê Quto, te li ko seh kiriye ko eþîran tivinga milê xwe, wekî bac û xeraca rê dane xelqê. Qey tu nizanî tiving namûs e. Te mêr kuþtibe emê bidine te xwîna mêrê, te jin revandibe emê bidine te qelenê jinê. Tu ji karwanê kîjan hêstirî bibî, tu serbestî. Lê heger tu tivinga min dixwazî, encax ew tiving bibe qelenê dayîka te Þemê... Piþtî van gotinan, Mamê Emê tivinga bi navê Bazinbelekê radije destê xwe û bi guleyekê Filîtê Quto ji ser hespê tera dike xwarê û Filît dikuje. Piþtî kuþtina Filîtê Quto, Eþîra Reþkotan berê xwe didin Etmankiyan û heta berê êvarê guleyên barûdan li wan direþînin. Di vê navberê de, eþîra Pencînaran bi dengê tivinga ve derdikeve serê Çiyayê Kolik mintîqa Þêxevinda û destekî tiving davêjin ji bo ko hîn bib- in bê ka ev dengê tivingên ko tên ji bo çi ye. Ji Etmankan kirî Pencînarî jî, ko eþîra Cemîlê Çeto bi xwe ye, hatiye hawara Reþkotiyan. Ji ber vê yekê jî ligel ko fersend û mecala rev û xilasbûna Etmankiyan hebûye jî, ji ber ko gotine ewên li serê Çiyayê Kolik jî Reþkotî ne, êdî di cihê xwe de mane û li ber xwe dane. Ji xwe berî ko xwe xilas bikin û birevin, ji Mala Cemîl Paþa Gêncoyê Paþo ko biraziyê mîr jî jê re dibêjin û li gundê Delanê (Delana Paþo) dimîne, bi awayekî bêbextî ji Etmankiyan re dibê- je: »Werin xwe li min bigirin, ezê ji bo we navbeynkariyê bikim û we û Reþkotiyan li hev bînim...« ji ber vê gotinê, Etmankî êdî narevin, heta ko hawara Reþkotan bi ser wan ve tê. Belê... Wê rojê, li Kevana Qîre li Delana Paþo, serekê eþîrê Mamê Emê jî di nav de, Eþîra Reþkotiyan wekî heyfa Filîtê Quto, 52 kesê ji Eþîra Etmankiyan dikujin. Tê saloxdayîn ko karwan ji 55 kesî pêk dihat û bi tenê 3 kes ji wan filitîne ko xwe di bin laþê hêstir û baran de veþartine. Ev her sê kesên nîvmirî ko bi zorê canê xwe xilas dikin, bi þev nîvê þevê xwe •62 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:64

berdidin Çemê Biþêriyê, ber bi çem ve berê xwe didin bakur û li hindava Xirabajêr, ji mintîqeya Reþkotan dikevin mintîqeya Xerzan. Piþtre bi darê zorê xwe digihînin Bayîkan (Xana Hewêl) nava eþîrê. Þakir Epozdemîr, di nivîsarekî xwe de diyar dike ko navê wan sê kesên ko ji Þerê Qîre sax Filitîne ev in: Ji Mala Xizê Resûlê Þênî, ji Mala Seydê Silêmanê Têlo û Ji Mala Emê Resûlê Belik. Dîsa li gorî ko min ji devê kalekî 82 salî hîn kir, mehîna Mamê jî sax fil- itiye û bi tena serê xwe daye rê û ji qada Þer heta dorhêla Bayîkan, nava eþîrê hatiye û kiriye ko eþîr bi qewmînê bihese û bikeve rê ber bi Reþkotan ve were. Her wiha li gorî wî kalemêrî; dema ko Etmankî ji bo heyfê dikevin rê, Eþîra Babosiyan jî ji bo piþtgiriyê bi wan re tên û dema ko Etmankî dikevin mintîqeya Xerzan, Eþîra Pencînaran tê pêþiya wan û nahêlin ko Etmankî û Babosî derbas bibin û ji wan re wisa dibêjin: »Heger hhun herin, Reþkotî tevdîra xwe standine, yekî ji we jî sax nahêlin...« ji ber vê yekê jî, Etmankî û Babosî dadigerin ser eþîrên xwe. Xwendevanên hêja berî ko em derbasî beþa wersiyonên kilama Filîtê Quto û Mamê Emê Etmankî ko me wekî wersiyonên Xerzan, Serhed û Qefqasyayê binavkirine û hinek behsa Eþîra Reþkotan û Etmankan bikin, kerem bikin derbarê qewmînê de em guhê xwe bidin beþek ji nivîsara Zeynelabîdîn Zinar: »Filîtê Quto, axayê Eþîra Reþkotan bû. Li Badareþê, di qotarê Kevanê Qîre de rûdiniþt. Di wê demê de eþîreta Etmanî malê Hikûmeta Osmanî bi heqê xwe ji Diyarbekirê dibira Serhedê. Çaxê kar- wan tê di nava axa Reþkotan de derbas dibe, Filîtê Quto bi serê xwe li biniya Pozê Kanîgulanê rêya wan dibire û ji wan baca rê dixwaze. Lê Mamê Elê Etmankî jî axayê eþîra xwe bû. Mirovekî pir ji xwe razî bû. Her wiha mêrxasekî bi nav û deng bû jî. Ew, dana bacê pir li xwe zor tîne û berikekê davê Filîtê Quto, wî dikuje. Piþtî kuþtina Filît, eþîra Reþkotan li karwanê Etmankiyan tên hev û yek ji wan sax nahêlin...« (Pirtûka Xwençe 4 rûpel 20-26) Eþîra reþkotan; Xesasiyeta neviyê wî Hecî Ehmed Karabulut! Reþkotan, hem navê eþîreke mezin e li Deþta Xerzan, hem jî navê min- tiqeyeke berfireh bi xwe ye. Sînorên herêma Reþkotan, ji ava Biþêriyê dest pê dike û heta Pira Malabadê ko nêzîkî Farqînê (Silîvan) ye, diçe. Her wi- ha ji hêlekî ve jî navçeya Hezoyê (Kozluk) wekî sînorê herêma Reþkotan E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM •FILÎTÊ QUTO 63

P:65

e. Îro Hacî Ehmed Karabulut ko ji partiyeke kevneperest Serokê Belediyeya Qubînê (Beþîrî), û serokatiya vê eþîrê jî dike. Hacî Ehmed Karabulut, kurê Hacî Elî ye, Hacî Elî kurê Mistê ye û Mistê jî kurê Quto ye ango Hacî Ehmed neviyê Filîtê Quto ye. Li ser vê qewmînê ez pê re ke- tim têkiliyê û min jê xwest ko ew behsa bapîrê xwe û sala çêbûna qewmînê ji me re bike. Lê wî bi tenê diyar kir ko, ev qewmîn beriya 120 sal berê qewimiye û wisa domand: »Lo heyra tu yê çi bikî ji Filîtê Quto? Ew bapîrê min bi xwe ye, lê dev ji van karan berdin...« Wekî me di destpêkê de jî got; Herêma Reþkotan herêmeke berfireh e. Em dikarin gundên Reþkotiyan wisa rêz bikin: Hiznamîrê (Paytexta wan e), Tapiyê, Bolindê, Kurdikê, Hicrê, Delana Paþo, Texeriyê, Kelokê, Mezrikê, Bolindê Dirbêsa, Zivingê, Kêzikê, Newala, Nazdarê, Qorixê, Bîmêrê, Herfasê, Xîlika, Þerbetkoy, Reþikê, Licika Hacî Þemþedîn, Licika Xasik, Kêrikê, Mêrîna, Birûka, Mergerîcalê, Kanîkê, Malê Gir û Þabê. Wekî gotina dawî ya derbarê vê herêmê de, em dikarin bibêjin ko ji berê de li vê herêmê file, êzîdî û misilman bi hev re jiyana xwe doman- dine û hê jî herêm wekî herêma êzidiyan tê binavkirin. Eþîra etmankan Eþîra Etmankan, li welêt yek ji eþîrên herî mezin e û li seranserê Tirkiyeyê belav bûne. Dîrokzanê kurd Mihemed Emîn Zekî di »Tarîxa Kurdistanê« diyar dike ko Etmankî, li dorhêla Belîsê, Enqereyê û Derbendê bi cih û war bûne û ji 5000 malan pêk tên. Tê diyarkirin ko Etmankî, wekî paytext ji xwe re gundê Qesrê ko li Geliya Belîsê ye, dibînin. Sînorê vê eþîrê ji »Narlîdereya« Belîsê dest pê dike û heta Misircê (Kurtalan) ya Sêrtê diçe. Heman eþîr ji heft bavikan pêk tê û navê wan ev in: Mala Dûmê, Mala Xizê, Mala Emê, Mala Badir, Mala Sersem, Mala Þeref, Mala Seydê û Mala Daho. Etmankî îro li seranserê Tirkiye û Kurdistanê belav bûne. Gelekên ji wan îro li Stenbol, Îzmîr, Bursa û Mêrsînê dimînin. Li welêt jî li Batmanê, Belîsê, Misircê û li Bayîkan (Xana Hewêl) binecî ne. Belê me zêde dirêj kir, niha jî kerem bikin em bi hev re dêhn û bala xwe bidin, sê wersiyonên vê kilamê ko me li jorê navên wan dabûn: Filîtê Quto (wersiyona Xerzan-Ji devê Salihê Qubînê) Hey lo hey lo hey lo hey lo hey lo hey lo •64 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:66

Hey lo hey lo hey lo hey lo hey lo hey lo •FILÎTÊ QUTO 65 Þemê dibê: Filîto lawo dilê min dibê ye berxê min sed carî dilê min dibê ye Min ji te re nego neçe pêþiya karwanê Mamê Emê ye lawo vêga çavê jin û zarê wan li rê ne ew jî weka te mêrkuj in lawo karwanî þelê ne Dibê dilê min dibê ye sed carî dilê min dibê ye Filîtê Quto bavê Hesen cewrê Þeme xwe daye ser taxê ye îro ji Mamê Emê Etmankî dixwaze qedar û baca rê ye Mamê bi sê denga banî dike dibê Elî gazî Filît dike dibê: Lawo eger te jin revandibe were ezê bidime te qalanê jinê ye eger te mêr kuþtibe bidime te xwîna mêrê ye eger ehtaciya te bi malê dinyayê heye were rûnê bi erf û adetê dinê ye tu cara îcar nebûye rikê Etmankî ye nedaye baca rê ye Filîtê Quto bi sê denga Li Mamê Elê Etmankî dikir gazî: Dilê min dibê ye sed carî dilê min dibê ye îro tê bidî min qedar û baca rê ye Mamê dîsa gazî Elê dike: Elî rabe lezke bilezîne hêstira sor a pêþiyê hêstira boz a paþiyê bi barê wê ve ji Filîtê Quto ra bîne E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:67

Lawo me þixûl ji vê bela hanê tunîne Hewara Etmankan dûr e dereng e îro bi degmê xwe bi me dibîne Mamê dîsa gazî Filît dike dibê: Were hêstira sor a pêþiyê Hêstira boz a paþiyê bi barê wê ve bibe qedara te ye lê tu cara îcar nebûye rikê Etmankî ye nedaye baca rê ye Hey lo hey lo hey lo hey lo hey lo hey lo Hey lo hey lo hey lo hey lo hey lo hey lo Filîtê Quto bi sê denga li Mamê Emê Etmankê dikir gazî Dibê: hêstira sor a pêþiyê hêstira boz a paþiyê Barê wê qadara min e Bazinzera milê xwe tê deynî baca rê ye Mamê dibê Filîto lawo xeberê te ye hêstira sor a pêþiyê hêstira boz a paþiyê barê wê bive xwîna te ye kalekî bavê min heye li malê ye her roj serê siba radibe simbêlê xwê yê sorê sor sosinî diþo bi sabûnê ji kefa hinê ye çavê kalê bavê min hêja li zewacê ye Bazinzîva milê min qelanê heft qîza ye heft bûka ye Heydeyne erdê baca rê ye were bazinzîva milê min bibe qelanê dayika xwe Þemê ye Mamê dibê Emê bab û bira bi min Emê bavê min bûyino goreþa degerînin bara biqûlibin bikin kozik xwe bidine berê hûnê mîratê kurm û kurmanca dagirin •66 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:68

barûdê bi terha bi derhema berdin serê •FILÎTÊ QUTO 67 nîþanê bigirin siwarê pêþî siwarê serbixelî jê re dibêjin Filîtê Quto cewrê Þemê qey lawo nayê bîra we cara min digo xwezîka serê min û Felîtê Quto bavê Hesen cewrê Þemê li kevanê Qîrê li hev de derê ezê îro þerekî li Kevanê Qîre daxim bikim wekî roja þerê Eshabiyan dewra berê Hey lo hey lo hey lo hey lo hey lo hey lo Hey lo hey lo hey lo hey lo hey lo hey lo Þemê digo: Felîto lawo banî Qîre li vî banî min ji te re nego neçe pêþiya karwanê Mamê Emê bavê Meyro lawo vî karwanî ew jî weke te mêrkuj in lawo karwanî þelê nin çûne Diyarbekir ji xwe re genimê sor e Vêga çavê jin û zarokên wan li rê ne Þemê digo: Felîto lawo karwan rabû ji Bilêyderê þewq û þemala xwe da bejn û bala Felîtê Quto bavê Hesen rextê qatiya lawo qevda vê xencerê carê min ne digo were li Tapiyê rûnê di nava xulam û xizmetkaran de belkî qasekî behna Þemika diya te bi te derê Þemê dibê: Felîto lawo banê Qîre ore or e ji xerî mala xweziyê Xwedê re çaxê li Mamê Emê Etmankî li wir pêsîr tengî tê de derketa E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:69

serê birek xortê Etmankan Sernijdevan Derweþê Por e Hey lo hey lo hey lo hey lo hey lo hey lo Hey lo hey lo hey lo hey lo hey lo hey lo Mamê dibê: Fîlîto lawo banê Qîre bi simaq e ezê bikim teyr û tolê çewrê li ser cinazê kurê bava ji xwere îro bikin waq e waq e Þemê digo: Filîto lawo Ji Delana Paþo heya mîrata Tapiyê birêne çend neqeb e tivinga li ser destê Mamê Emê bavê Meyro bi kewkeb e lawo bazinzer e carê min nedigo xwe nede ser kozika Mamê Emê bavê Meyro Lawo qetil û xwîn e tev xezeb e Filîtê Quto (wersiyona Serhedê-Ji devê Cahîdê Dengbêj) Hey lo hey lo hey lo hey lo hey lo hey lo Lo lo Filîto lo lawo rabe îro karvanî berxê min Karvanî êvar e lawo karvanê me bar kir bi royê re qet dananîn Kevanê Qîre kaniya mîrê Pira Batmanê vegeriya Xwe ser paþiyê danî Filîto lo lawo li dinyayê hewqas geriyam Tu çiqas xortekî ehmeqê nezanî Lawo bi çi aqilî tu hatiyî pêþiya vî karwanî Te serê bacê çi zû berda ser erwanî Cara vî carî gava tu ji ber devê Bazinbeleka Van egîtan û xweþmêran xilas bibî Lo lo Filîto lawo •68 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:70

bila wê gavê dayîka te yê Þemê bibêje •FILÎTÊ QUTO 69 berxê teze minê çoka xwe danî te aniye berxêêêê Hey loooo Lawo rabe dilê min dibêye sed carî dilê min dibêye Filîtê Quto go: Þemê lê dayê Xwedê dizane karwanekî jor de hatî ajotî benda rê ye Ez rabim herime pêþiya vî karwanî jê bistînim bac û xeraca serê rê ye Þemê lê dayê nizanim îro tu ji min re çi dibêjî dayêê Þemê go: Filîto lawo Mekê ko heye mala Xwedê ye Ew karwanê hanê karwanê Emê Mamê Ginê ye Min ji berê de seh kiriye hetanî extermê xwe mêrê xwe nede kuþtinê lawo malê xwe li xelkê belav nake nake bac û xeraca serê rê ye Filîtê Quto go: Þemê lê dayê rabe ji boyî vê gotina teyê hanê ev bi sê telaqê fitûye ku jin diçe mala bavê ye ez rabim herime pêþiya vî karvanî jê bistînim Bazinbeleka milê wî ku navê wî bûkê ye lê lê dayê yan cinazê min li meydanê dikeve Yan ezê bistînim Bazinbeleka milê Emê ku navê wî bûkê ye berxêêê bê wêêêêîîî Þemê go: Filîto lo lawo bes e ji êvar da min hêvî kir çiqas min bi te da hêvî kir min dî Filîtê min ê Quto rabû E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:71

bazbend girê da hemayîl ji bîr kir berê xwe dabû Pozê Qîrê kevanê li Delana Paþo li Pira Batmanê Xwedê dizane qesta Emê Beranê kejê qemerê serbirêþî kir Filît çû pêþiya Emê go: Emê lawo Dilê min dibê ye sed carî dilê min dibê ye Lawo ez hatime pêþiya we ji we distînim Bac û xeraca serê rê ye Emê go: Filîto lawo Hestirekî ji qola dawiyê yekî ji qola ortê Yekî ji qola paþiyê bigire ji xwe re bike lawo bac û xeraca serê rê ye Ergê tu ji malê dinyayê feqîrî lawo Bajo bajara hevraz ji zariyê xwe re Bike xerc û mesrefa malê ye Filîtê Quto go: Emê lawo her sê hêstir ji xwe malê min in Çavê min li tivinga milê apê te ye Mamê ye Ku navê wî bûkê ye Emê go: Filîto lawo ji Xwedê bitirse kesî hê salixa me neda xelkê li dinyayê ji me standiye bac û xeraca serê rê ye Sibê lawo Bazinbeleka milê xwe bidime te daketime milê Reþkotiya xelk wê ji min re nebêje: ‘Kanî Bazinbeleka milê te?’ Lawo ezê çi bidim cewaba qîz û bûkên êlê ye berxêm •70 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:72

Emê dibê: Filîto lawo •FILÎTÊ QUTO 71 go bila di destê min da dimîne ezê bibêm lawo karwanê me çû Serhedê min li wê derê apê xwe yê Mamê zewicandiye lawo min Bazinbelekê da ser qelenê diya Filîtê Quto bê ko navê wê Þemê ye berxêêêêê bê wêêêê ax hey lo hey lo hey lo hey lo oo lo Filîto lo lawo pêþî da te qet nego karwanî le lawo kesî re ye Hey loooo Emê ji wê derê vegeriya cem apê xwe yê Elî Go apo dilê min dibê ye sed carî dilê min dibê ye apo sêwiyê þemê hatiye pêþiya me ji me distîne bac û xeraca serê rê ye min jê re pêþkêþa wî daniye meya Xeco hêstira navê wê Hedo ye Ewî ji min re gotiye çavê min li tivinga milê apê te Mamê ye Ku navê wî bûkê ye apo Ez hatime tu ji biraziyê xwe re çi dibêjî apo Elî dibê: de lo lo De lo lo de lo lo de lo lo Elî dibê: Emê lawo hêvî û gumana min heye ji Rebê Alemê belgî apê te yê kalê xêrê ji serê te nebîne Gava ko apê te yê kalê van xeberan û galegalan seh kiriye þeþ sed û þêþt û þeþ damarê mêraniyê E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:73

ji nava piþta apê te rabûne fûrtê serê apê te rabûne mînanî þûjinan Lawo tu rabe lez ke bilezîne lawo xwe bi ser barê hêstira dawiyê bigîne Bazinbelekê bi tevî gule barûda ji apê xwe re bîne Eva ne tewelî çêkirina nava qîz û bûkên êlê nîne eva milhejandina li nava êlê nîne lawo ev li Kûrana Reþkotan lawo Xwedê dizane qey tu nizanî Þerê Filîtê Qutoyê delûdîn e Rabe lawo lez ke bilezîne tu Bazinbelekê tevî gule barûdan ji apê xwe yê kalê re bîne Apê te yê kal nizanibû lawo li sonya emrê xwe de li Pozê Qîre Kevanê orta meydanê mêra bikuje lawo bike oxlemeye berxêêêêê bê wêêheêhe Ax hey lo hey lo hey lo hey lo Hey lo hey lo hey lo hey lo lo lo Filîto lo lawo te qet nego karwanî le lê lawo kesî re ye Filîtê Quto (wersiyona kurdên Qefqasyayê-Ji devê Gerapêtê Xaço) Hey lo hey lo hey lo hey lo hey Heylo heylo heylo heylo Þem rebenê... Þemê digo: Filîto lawo li maltîka malê xwe yo daniyê Kaniya Badereþê lawo ser avêyo Þemê rebenê Dibê: Filîtê Quto gelo digere dîsa li xirabiyê Þemê rebenê Þemê digo: Filîto lawo •72 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:74

dilê minê wê dil dibêyo •FILÎTÊ QUTO 73 ne min go: neçe pêþiya van terþ û talanan De terþ û taliþî gune ne çavê jin û zarokê wana li rê ne lo Þemê rebenê Heylo hey lo hey lo hey lo... Þemê digo: Filîto min go: Lawo karwan hato ji Bilêderê Mamê Elî Etmankî bi sê denga dikir gazî Li xulam û xizmetkara digo: bavê kî no hûnê bara bi qelêbin bikevine berê min ê rojekê Dua dikir serê min û Filîtê Quto kurê Þemê Li parava Qîre dîsa li vê derê Þemê rebenê Li parava Qîre dîsa li vê derê Þemê rebenê Þemê digo: Filîto lawo min go ji Pozê Qîre heta Delana Paþo çend neqeb e dibê mertela bavê Hesen lawo gelo sorî gulkî bi kokeve Herçî þerî bavê Hesen tê de ye daîm Qetil xwîn e bi xezeb e lê Þemê rebenê Qetil xwîn e bi xezeb e lê Þemê rebenê Filîtê Quto bi sê denga dikir gazî li Mamê Elî Etmankî Digo: lawo hêstira pêþîn hêstira paþîn deyne baca rêyo xulam û xizmetkara digot: gelo gelî xulaman hûnê hêstira pêþîn hêstira paþîn bidine Filîtê Quto Bila bibe qelenê diya xwe ye wî Þemikê Lê Þemê rebenê E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:75

Þemê digo: Filîto lawo roja me derketî wî ji alê Torê Þewq û þemala xwe da pozê Seydim Qasim Tapiya bir û mertela bavê Hesen gurkê donê Ji xêra mala Xwedê ra gavê bavê Hesenî Talek û pêþîr tenî Bira tê biketa çend peyayê mala Hesen Korê Þemê rebenê. Þemê digo: Filîto lawo karwan temam dibê wê karwanî ne bira ji Mamê Elî Etmankî pêþtir karwan û bazirgana li welat û þaristana negerîne Îro derbekê dayê bejn û bala Filîtê Quto Li bavê Hesenî Tal e û koka mêra ji Mala wana ditepîne lê Þemê rebenê Ferhengok Þeþxane: Cureyekî tivingên ko berê dihatin bikaranîn. Gule û barûd ji jorê de dix- istin devê tivingê û diteqandin. Navekî wê yê din jî, bêrdange ye. Bazinzer-Bazinbelek: Navekî taybet ê tivingê ko ji ber bazina wê ev nav lê kirine. Çê: Baþ, çak, hêja. Çerxî: Cureyek ji pereyên kevin. Qîre: Bilindahiya ko di navbera Batmanê û Qubînê de ye. Bilêyder: Gundekî Qubînê (Biþêriyê) Kaniya Badareþê: Li hemberî Batmanê dikeve. Beþek ji xaka Reþkotan e. Guhara Devan: Navekî wî yê din Kanîgulanê ye. Tapiyê: Gundekî Qubînê ye. Di binê Çiyayê Qîre de dimîne. Delanê: Bi navê Delana Paþo jî tê binavkirin. Bac: Navê cirmê yê din e. Bi tirkî, vergî. Kalemêr: Zilam û mêrê ko zêde jiyaye. Kesê temendirêj. Qedar: Heqê rê, erdiye. Bi tirkî, ayakbasti parasi. Kurmancî: Navekî din ê tivinga þeþxane ye. Niþdevan: Mehkûm, mêrê jêhatî, kesê çalak carna ji bo eþqiya tê gotin. Serniþdevan: Kesê ko serekiya niþdevanan dike. Kewkeb: Milavêtina sîlehan, girêdana sîlehan. •74 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:76

Bazbend: Hemayîl, niviþt. Hemayîl: Niviþt, bazbend. Galegal: Mijûlahî, axaftin, xeberdan. Pencinarî: Kesên ji Eþîra Pencinaran re tê gotin. Ev eþîr wekî Eþîra Mala Biþar û Cemîlê Çeto tê binavkirin, ko ji heft bavan pêk tê. Bayîkan: (Xana Hawêl) Berê li ser Bilîsê bû. Niha navçeyeke Sêrtê ye. Misircê: (Qurtelan) Navçeyeke Sêrtê, navenda Herêma Xerzan. Qubînê: Navenda Biþeriyê. Navçeyeke Batmanê. Babosî: Navê herêm û eþîrekê ye. Ji Zoqeydê dest pê dike, gundên Comaniyê, Kevirê Hemo, Gazê, Girê hemdo, Bahemsa Jorî û Bahemsa Xwarê û çend gundên din di nava xwe de dihewîne. Karwanîþelê: Kesên ko diçin pêþiya karwanan û karwanan diþêlînin. Goyende: Gotinbêj, yê/ya ko dibêje, radigihîne. Goranîbêj: DengbêjKaresat: Trajedî, malkambaxî Nangiranî: Xela, qulixayî. Þêwir û miþêwirkirin: Guftûgokirin û biryargirtin. Rîspî: Kalên zana û dinyadîtî yên ko di çareserkirina pirs û keleman de bi wan tê þêwirîn. Baþebaþ ji hev re gotin: Hevdu serwext kirin. Zirt li hev kirin: Gef li hev xwarin Þêxevinda: Li hemberî Qubînê, Gundê Delana Paþo dikeve. Çiyayê Kolik: Gava ko mirov ji Ava Biþêriyê derbas dibi, ev çiya dest pê dike. Heta Geliyê Kûþanê diçe. Ji quble ve gundên wekî Ridwanê, Xanikê, Wazdê, Dusadekê, Warê Hacî Reþo û Memika; ji aliyê zozanan ve jî, gundên wekî Þêx Ûnis, Zixur, Cimzerqê Warê Sîmê û Zengayê Mamo li dora vî çiyayî hene. E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM •FILÎTÊ QUTO 75

P:77

7. Þerê Mala Eliyê Ûnis qewmê çiyê: Þerê Newala Qeremûsê Bê guman, di dîrokê de, ligel ko bi sedan xiyanet û malkambaxiyên nava me kurdan hebûne, wisa jî cengawerî û mêrxasiyên me hebûne, ko li ser- anserê cîhanê ji dîrokzan û lêkolîneran re bûne mijar. Ev qewimîna ko em ê niha ji we re behs bikin, ko kilama wê ji hêla gelek dengbêjên me ve hatiye gotin, yek ji wan nimûneyên cengawerî û wêrekiyê ye, ko ew jî raberî xiyanet û malkambaxiyê bûye. Belê, navê vê qehremaniya ko li di- jî Roma Reþ pêk hatiye Þerê Newala Qeremûsê ye, ko wekî beþek ji ser- hildanên Mala Eliyê Ûnis li nava welatê me deng daye. Divê bidim zanîn ko, Qeremûsê him navê gund e û him jî navê newalekê bi xwe ye. Gundê Qeremûsê îro li ser Farqîna (Silîvan) Amedê ye. Piþtî vê malûmatê, niha jî em hêdî hêdî xwe bi qewimîna þer de berdin. Çawa, çi çaxê, bi çi awayî, ji hêla kê ve pêk hatiye û çawa bi dawî bûye? Piþt re jî em ê bi hev re biçin Newala Qeremûsê û guhê xwe bidin kilama kezebþewat a vê qewimînê... Xiyaneta Silêmanê Bego û Emînê Zînê Elî, Xelîl û Mamê ji qewmiyeta Mala Eliyê Ûnis, birayên hev in. Mehkûm û firarê destê Roma Reþ in, dixwazin derbasî Binxetê bibin. Zavayekî wan ê bi navê Smaîlê Biro, ko ji E’þîra Lûlikan e, li gundê Girikê Boto ya Farqînê dimîne. Her sê bira radibin têne cem mala Smaîlê Biro, ango têne mala xwîþka xwe Meyremê, da ko bi alîkariya zavayê xwe binx- et bibin. Leþkerên Sêrtê, Diyarbekir û Farqînê li pey wan in, teqîba wan dikin. Smaîlê Biro, ji bo ko Elî, Xelîl û Mamê derbas bikin, diçe li gundê Qoca ya ko bi ser Bismilê ve ye, Silêmanê Bego û Emînê Zînê peyda dike. Silêman û Emîn rêberên xeta Sûrî ne, mehkûm û firarên dewletê bi peretî derbasî Binxetê dikin. (Piþt re hîn dibin ko ew bi dewletê re tevdigerin, ji dewletê re ajaniyê dikin û cî û dirbên serhildêrên kurd ji dewletê re kifþ dikin.) Smaîlê Biro ji Silêmanê Bego û Emînê Zînê re weha dibêje: — Sê mehkûm hene, divê hûn wan derbasî Binxetê bikin! •76 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:78

Li hev dikin û ji hev diqetin ko dotira rojê dîsa hev bibînin û mehkû- man derbasî Binxetê bikin. Silêman û Emîn xwe digihînin cemseyên leþkerî û ji fermandarên wan re dibêjin: — Bi navê Smaîlê Biro, ji gundê Girikê Boto zilamek heye ko ciyê mehkûm û asadan dizane... Li ser van gotinên Silêmanê Bego û Emînê Zînê, leþker Smaîlê Biro di- girin. Þikenceyên nebînayî pê dikin. Smaîl li pey erebeya leþkerî girêdidin û wî kaþ dikin. Jê dixwazin ew ciyê serhildêr û mehkûman nîþanî wan bide. Ji ber neçariyê Smaîlê Biro gotina leþkeran qebûl dike û bi leþkeran re berê xwe dide ser kozika ko Elî, Xelîl û Mamê lê ne. Lê di vê navberê de, ev her sê mêrxas beriya ko leþker bi ser wan de bigirin, kozika ko lê ne terikandine û di ciyekî din ê newalê de xwe veþartine. Smaîlê Biro bi leþkerên Farqînê û Diyarbekirê re li gel giregir û keyalerên (mixtar) gundên Farqînê û çend e’þîran ve dikeve Newala Qeremûsê û ji wan re dibêje: — Min ew anîne li vê derê danine. Êdî ez nizanim ew li kû veþartî ne... Her yek ji wan di nava newala ko tijî dar, daristan, dirrî û strî ne de dikevin pey nêçîra her sê zarên Mala Eliyê Ûnis ko Qewmê Çiyê jî ji wan re tê gotin. Gava ko leþker di lêgerînê de ye, Elî Xelîl û Mamê xwe di nava þikefteke ko devê wê wekî tenûrê ye de veþartine. Keysa teqandina gulleyan li wan nayê. Ji niþkê ve leþkerek wan di þikefta ko xwe lê veþartine de dibîne. Yek ji wan tivinga xwe hildide ko leþkêr bikuje, leþker destê xwe dibe ber dev û çavê xwe, çawa ko bibêje, »Min hûn nedîtine«î Tivinga xwe berjêr dikin û bi serhejandinekê ji leþkêr re dibêjin, »Nexwe me jî tu nedîtiyî, biqeþte here« Bi navê Xelîlê Mala Nasirê ko serekê E’þîra Sînikan e û bi dewletê re bi çend zilamên xwe ve tevdigere û ajaniya dewletê dike ber bi baþçawîþ ve dibeze û jê re dibêje: — Welehî, wî eskerî tiþtekî dît, lê çawa ko nedîtibe kir! Fermandarê leþkerî ferman dide ko çend leþker ber bi wir ve herin bê ka kesek li wir heye, yan na. Belê, leþkerên ko vê carê bi ser wê kozikê de diçin wekî leþkerê berê nakin, çav bi Elî, Xelîl û Mamê dikevin, tivingên xwe bilind dikin ko wan bikujin, her sê ciwanmêrên Mala Eliyê Ûnis ji wan leztir in, lê dixin leþk- erê ser kozikê dikujin. Piþtî deng bi tivingan dikeve, xirecir û þerekî dijwar jî pê re pê re dest pê dike. E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM •FILÎTÊ QUTO 77

P:79

»Mêrikê xerîb kor e, siûda kuþtiyan jî tuneye« Belê, dem dema serê sibehê ye. Giregira leþker, ajan û çend e’þîrên xayîn berê mîratên elemanên xwe didin Elî, Xelîl û Mamê. Heta ko reþahî dikeve erdê, gulleyan li hev direþînin. Gava ko dibe þev, leþker êgir berdidin newalê. Çarterefê wan bi cemseyên leþkerî hatiye pêçan. Ji wê demê ta îro tê saloxdayîn ko heger ber bi gundê Qeremûsê ve biçûyana, wê rizgar bibûna. Li milekî Xelîlê Mala Nasir û fermandar, li milê din jî »Xefîr Makîneî girêdane û berê wan dane her sê mêrxasên Qewmê Çiyê. Hecî Sidqiyê Seyîdê ji Milefa ko ji gundê Qeremûsê bû, yek ji þahidên wî þerê bi nav û nîþan bû. Ev 9-10 sal e çûye ber rehma Xwedê. Mihemed Salihê Hemê (Salih Yorulmaz) behsa mijûlahiya xwe û Hacî Sidqî yên li ser þer weha ji me re vedibêje: — Li Newala Qeremûsê, ez û Hecî Sidqî çûn ciyê ko þer lê qewimiye. Wî ji min re digot, »Li vir wisa bûye, li wir ev hebû, nizanim esker li kû bûn?î Hecî Sidqî piþt re ji min re got: »Ez hatime vî e’mrê xwe, min di jiyana xwe de wekî wê þeva ko þer qewimîbû heyv ronahî nedîtibû. Heyv wisa ronahî bû ko, morîstang li erdê biçûna dihatin dîtin« Belê, di wê taveheyvê de Elî, Xelîl û Mamê ji kozikên xwe derketine, him þerê xwe dikin û him jî ber bi makîneya ko leþker danîne ve dibezin ko makîneyê desteser bikin. Wisa jî dikin, çawîþê li ser makîneyê tera dikin xwarê. Diçin ser makîneyê, lê nikarin bixebitînin. Ji ser mîrata makîneyê têne xwarê. Berê xwe didin hevraz û baz didin. ko piþta Qeremûsê li pey xwe bihêlin, wê xilas bibin. Xelîl û Mamê ji gul- leyan xilas dibin. Êdî tirs ji wan re nemaye, lê Elî li paþ e. Bi gulleyekê dikeve. Li Xelîl û Mamê diqîre: — Qey hûn ê min li vir bihêlin? Rast e! Biratî þêrîn û zor e. Li ser Elî de dadigerin. Wexta ko dadigerin, her sê li wir têne kuþtin. Cinazeyên van her sê xweþmêran li pey hespan girêdidin, tînin li Goristana Farqînê vediþêrin. Belê, wê rojê, bi mêrxasî û egîdiyeke mezin ev her sê zarên Mala Eliyê Ûnis layîqî navê Qewmê Çiyê þerê xwe dikin. Ligel ko Xelîlê Mala Nasir jî dikûjin, wendahiyên mezin didin hêzên Roma Reþ û xayînên bi wan re. Di giraniya þer de, Þêx Evdilqidusê Þêxê Zîla, ko ew jî yek ji serhildêrên kurd bû, esker li dûv wî bû jî, bi dengê tivingan re derdikeve serê Çiyayê Qîre. Serê Qire û Newala Qeremûsê li hemberî hev in. Di navbera wan de, Çemê Biþêriyê heye. Li serê Qire dengê tivingan tê birrîn. Þêx •78 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:80

Evdilqidus dibêje: — Yan xilas bûn, yan jî hatine kuþtin! Lew re jî bi ser hawara wan de nayê. Xwendevanên hêja, niha jî em ê guhê xwe bidin kilama vê qewimînê ko ji devê xwîþka wan Emîneyê hatiye girtin. Emîne ne dengbêj bûye, ne ko wê ev kilam avêtiye ser wan. Lê ji ber ko piþtî kuþtina her sê birayan dilorîne, lorandinên wê ji hêla dengbêjên Herêma Xerzan û Diyarbekirê ve wekî kilam têne gotin. Min ev kilam ji çend dengbêjan guhdarî kir. Lê guhertoya ko em ê niha pêþkêþî dêhn û bala we bikin, me ji devê deng- bêjên wekî Salihê Bênatî, Teyîboyê Sêrtî û Salihê Qubînê wergirt. Kerem bikin em bi hev re bala xwe bidin kilama vê qewimînê: Ere hey lê hey lê hey lê Hey lê hey lê hey lê hey la wayê Emîne dibê, taqîb e Gulê Xanê rebenê Li min û li te bêkesê li vî welatê xerîb Em ê çawa bikin li min û li te çavrijiyayê Kula li serê sibê bi sê kula be Bikeve derê mala bavê Smaîlê Biro Bekçiyê Bismilê sê pa Emînê Zînê Îro xeber dane Qereqola Farqînê Giran e Yedincî Qolordiya Diyarbekir Esker giran e ketiye Newala Qeremûsê Kanîka Temo, Aþê Reþo, Satarê Þêx Mihemed Heste piþta Qoca heta dora Hilêliyê Li ser peyayê mala bavê min rebenê Ji xwex re girtine þargeh û kemînê Ez bala xwe didimê Xelîlê Mala Nasir Peyayekî delodîn ê çavbixwîn e Bi orta tivingê digire Ji destê cendirmakî dertîne Bi sê denga li Elî û li Mamê dikir gazî Dibê bi sê qeseman Erke ne ji vî eskerê giran be Îro çara we ji destê me tunîne E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM •FILÎTÊ QUTO 79

P:81

Peyayê mala bavê min rebenê Tu car tan û niçan li xwe nedîne Bi sê denga li Xelîlê Mala Nasir dikir gazî Dibê, lawo terþ û talanên bavê we Li pêþiya me tunîne Destê xwe tavêje qayîþa tivingê Ji milan tîne Dûrebînê li ber çavên xwe diedilîne Derbekî davêje bejn û bala Xelîlê mala Nasir Bi þûþa dûrebînê kosteka saeta zîvîn e Derbekî lê dixe þûþa dûrebînê Ji ber çavê wî difirîne Kosteka saeta zîvîn e lê dixe difirîne Heya saqa cizmê Di nava xwîna sor de dixemlîne Ere hey lê hey lê hey lê Hey lê hey lê hey lê hey axao Emîne dibê, taqîb e Gulê Xanê rebenê Li min û li te bêkesê li vî welatê xerîb Em ê çawa bikin li min û li te çavrijiyayê Heyanî em sax bin li heyata dinyayê Giran e kula kuþtiyên Newala Qeremûsê Aþê Reþo, Kanîka Temo Meytên nava dest û piyan Þehîdên mezelên Silîvanya Gulê xwehê rebênê ji dilê me dernayê Ere hey lê hey lê hey lê Hey lê hey lê hey lê hey axao Emîne dibê, taqîb e Gulê Xanê rebenê Rabe em ê bi destê hev bigirin Xwe bavêjin tor û bextê Keyalerên Silîvanya Ez ê bêjim, gelî keyaleran •80 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:82

Ez di bextê we û Xwedê me •FILÎTÊ QUTO 81 Eger qisûra peyayê mala bavê min hebe Li qisûra peyayên mala bavê min nenêrin Ebr xerîb e ji xwe re rê nedîne Ere hey lê hey lê hey lê Hey lê hey lê hey lê hey axao Emîne dibê, taqîb e Gulê Xanê rebenê Heta em sax bin li heyata dinyayê Em ê bêjin Lûlika ji kula dilê min re Xweþ Lûlika Ji xêrî mala xweziyê Xwedê re Çaxê li van peyayên mala bavê min rebenê Lê dibû pêsîrtengî Bila hingê ji wan re bihata Hewara Ûnis û Evdirehman Hirçê kezebþewitî dibê’n Qewmê Çiya Gelî Silîvanya yeqîna we ji Xwedê bê Weka teyrên ko îro xwe bavêje ser berata Ere hey lê hey lê hey lê Hey lê hey lê hey lê hey axao Emîne dibê, taqîb e Gulê Xanê rebenê Li min û li te bêkesê li vî welatê xerîb Em ê çawa bikin li min û li te çavrijiyayê Emîne dibê, taqîb e Gulê Xanê rebenê Bejna Xelîl û Elî û Mamê zirav e Tayek rihana li serê tehta Ji xêrî mala xweziyê Xwedê re Çaxê li van peyayê mala bavê min rebenê Lê dibû pêsîrtengî Bila hingê ji wan re bihata Hewara Ûnis û Evdirehman Hirçê kezebþewitî bavo Qewmê Çiya Gelî Silîvanya yeqîna we ji Xwedê bê Weka teyrê ko îro xwe davêje ser berata E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:83

Ere hey lê hey lê hey lê Hey lê hey lê hey lê hey axao Axao tu nezan î Berxê bavê min bûyo tu nezan î Li qeza Sason tu gula firar û eþqiya yî Li Girkelo tu qesasê serê telesê cendirman î Li çiyayê Xerzan tu çira bavê Elî û Evdirehman î Diketî deþta Silîvanya Te çima bi destê xwe agir bi xaniyê mala bavê ve danî. •82 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:84

8. Mêrxasekî çê û kuþtineke bêbext: Behcetê Dawûd »...Min ji nêzîk ve Behcetê Dawûd nas dikir. Serek û rêberê Êþîra Elikan bû. Ji bo min dostekî hêja bû. Di sala 1968, yan jî 69-an de, em bi hev re di Hepsa Qubînê (Biþêrî) de girtî bûn. Ji ber qirên û pevçûnên eþîrtiyê ketibû hepsê. Zilamekî nefsbiçûk bû. Dikaribû bi zarokên heft salî re rabe û rûnê. Her çi qas mezinê eþîr û qewmiyeta xwe bû jî, bi çavê mezi- nahiyê li xwe nedinihêrt...« Belê, ev gotinên hanê beþek ji mijûlahiya min û Mihemed Salihê Hemê (M. Salih Yorulmaz) ye, ko me çend sal berê li Batmanê kiribû. Bi rastî jî, hê gava ko ez 10-12 salî bûm, li gundê me Badayê (Ballikaya), di civata bapîrê min Seyîdê Mamo de, gelek caran ez dibûm þahidê mi- jûlahî û xeberdanên li ser þexsiyet û mêrxasên Deþta Xerzan, Welatê Serhedê û Warê Botan. Ji Filîtê Quto bigire heta Mîrzikê Zaza, Biþarê Çeto, Emînê Perîxanê, Fetah Begê Mîrê Xerzan, Çûro û Fesîhê Mihê Mîrze û behsa bi dehan navên din, di van mijûlahiyan de dihate kirin. Êdî wisa bûbû me zarokên li nava gund, li ser bênderan, li ser »Girê Ûsî, yan jî li ber »Qulateynêî, di lîstik û mijûlahiyên xwe de yek bi yek navên wan xweþmêr û Êgîdan ji xwe re hildibijart. Behcetê Dawûd jî yek ji wan kesan bû, ko di wan civat û dîwanxaneyan de behsa wî dihate kirin. Meraqa min a li ser wî ciwanmêrî ji wan rojan tê. Lewma jî ev meraq bû sedem, ko ez li ser Behcetê Dawûd dest bi lêkolînekê bikim û ev axaftinên destpêkê derkevin holê. Bi feqîr û belengazan re nan dixwar! Kerem bikin em hîn baþtir wî nas bikin. Behcetê Dawûd kî bû, li ber dilê xelkê mirovekî çawa bû û bi çi awayî hat kuþtin? Piþt re jî, di dawiya vê nivîsara xwe de, em ê guhê xwe bidin kilama ko avêtine ser wî û ji hêla dengbêjan ve tê gotin. Behcetê Dawûd (Behçet Apaydin), wekî li jorê jî hate diyarkirin, serokê Êþîra Elikan bû. Her wekî ko tê zanîn, Êþîra Elikan ji çend mal- E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM •FILÎTÊ QUTO 83

P:85

batên wekî Mala Remo, Mala Dîbo, Mala Sîno, Cindikan û Mala Xelîlê Simê pêk tê û li Herêma Xerzan Êþîreke berfireh û mezin e. Îro bi giþtî li navenda Batmanê, Misircê (Kurtalan), Qubînê; li gundên wekî Ezikê û Baxemsê bi cî û war in. Îro jî zarên wî li van deran rûdinên. Li Qubînê, min bi çend kesan re xeber da. Min xwest ew behsa Behcetê Dawûd ji min re bikin. Mirovekî ko temenê wî li dora 50-55 salî bû, wisa digot: »...Rehmetiyê Behcet gava ko bi çend zilamên xwe ve dihat Sûka Qubînê, bi kêf û þahî gazî çend kesên li nava sûkê dikir û ji wan re wisa digot: — Werin lawo, werin werin! Em nan bixwin! Du sê kîlo helawa Sêrtê dikirrî û dixwest bi kesên li sûkê re bixwe. Hew qas ko nefsbiçûk bû. Di tu dewrî de nehatiye dîtin ko serek’eþîrek rabe û bi feqîr û belangezan re zorê bide nan û helawê! Welhasil, rehma Xwedê lê be, mirovekî xweþ û baþ bû..« Roja qewimîna kuþtinê Behcetê Dawûd, di rojeke 1974-an de, ji hêla kesên nediyar ve tê kuþtin. Ji wê rojê heta îro jî tu kes pê nizane ew ji aliyê kê ve hatiye kuþtin. Gelo kuþtin çawa pêk hatibû? Ji ber ko xwediyê du jinan bû, maleke wî li gundê Baxemsê, mala din jî li gundê Ezikê bû. Rojekê, li mala xwe yê gundê Baxemsê ye. Li malê, pîreka wî li ber dêrî nimêj dike. Behcetê Dawûd jî, li ser sedrê pal dayê û bi kurikê xwe yê biçûk re þa dibe û pê yariyan dike. Ji niþkê ve, ji paceya ko piþta wî lê ye dengê teqîna demançeyan tê. Di wê navberê de, misînekî avê jî li ber pacey ye û bi teqîna gulleyan parçe dibe û fîþek tên li piþta Behcet dikevin. Di destpêka teqînê de, tê gotin ko, ji ber ko Behcetê Dawût xwestiye kurê xwe ji fîþekan rizgar bike, ew qepaçe kiriye, lewma jî bûye hingava fîþek û gulleyan. Nexwe ne ji helwesta xelaskirina kurikê xwe bûya, îhtimal bû Behcet xwe xelas bikira. Behcetê Dawûd heya dibê- je »Ha e ha« û gewdeyê xwe yê qirase bi ser kurik ve xûz dike, cercûrek fîþek bi ser û piþta wî de vala dikin. Piþtî qetilkirina wî, heft fîþek ji can û bedena Behcetê Dawût tê derxistin. Nafî Apaydin: »Babê min qesasê zulmê bû« Nafî Apaydin, ango Nafiyê kurê Behcet, bi temenê xwe 44 salî ye û îro li Batmanê bi cî û war e. Gava ko me jê xwest ew li ser qewimîn û kuþtina Behcetê Dawûd ji me re çend tiþtan bibêje, piþtî keserkiþandineke kûr •84 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:86

dest bi peyivînê kir: »Dema babê min hate kuþtin, ez 18 salî bûm. Babê min mirovekî gelekî baþ bû Her kes pê qayîl bû. Ne zalim bû, neheqiyek li kê bihata kirin, qîma xwe nedianî. Jixwe tim wî digot: »Ez qesasê zul- mê me« Mirovekî dilþewat bû, li ser herkesî dilê wî diþewitî. Çend caran ji bo ko zulm nepejirand, kete hepsê« Nafî Apaydin li ser bikujên bavê xwe jî diyar dike, ko ji roja ewil heta îro ew ji bikujên bavê xwe ne haydar in: »Kekê min, wele em nizanin ji aliyê kê ve hatiye kuþtin. Gelo neyarên wî hebûn? Normal e ko tim û daîm neyar û dijminên mêrikê hezkirî hebin. Þerên me Elikan bi Êþîra Reman re jî çê bûne, bi Êþîra Reþkotiyan re jî çê bûne. Her wisa gelek caran em di nava, eþîrê bi xwe de jî li hev sor bûne û di navbera me de nexweþî pêk hatine. Lewma jî em nikarin bibêjin, Behcetê Dawûd ji aliyê filan û bêvan ve hatiye kuþtin« Piþtî ko Behcetê Dawûdê bavê 3 kur û 4 keçan tê kuþtin, li gundê Baxemsê, ko ji berê ve wekî paytextê Êþîra Elikan e, tê veþartin. Li gorî sa- loxdayînên Nafî Apaydin û çend kesên ji Êþîrê, kuþtina Behcetê Dawûd di nava Êþîrên derdorê û li seranserê Warê Xerzan de dengekî giran ve- daye û bi sedan giregir û axa li gel bi hezaran kes beþdarî merasima ce- nazeyê wî bûne. Wekî piþtî kuþtina bi dehan kesên xweþmêr û mêrxasên li welatê me, piþtî kuþtina Behcetê Dawûd jî kilam têne çêkirin û gotin. Ev kilama ko niha em ê li jêrê pêþkêþî dêhn û bala we bikin jî yek ji wan kilaman e, ko ji hêla Dengbêj Salihê Qubînê ve hatiye çêkirin û gotin. Li herêmê, ji me re hate gotin, ko Salihê Qubînê dostekî hêja yê Behcetê Dawûd bû. Beriya ko em dest bi xwendina kilama xwe bikin, kerem bikin em guhê xwe bidin Salihê Qubînê bê ka ji bo çêkirina vê kilamê çi ji me re dibêje: »Behcetê Dawûd dostekî min ê hêja bû. Me gelek caran bi hev re nan xwariye. Piþtî ko hate kuþtin, malbata wî ji min daxwaz kir, ko ez li ser wî kilamekê çê bikim. Ji serî heta binî qewimîna meseleyê ji min re gotin, min jî rabû ji devê pîrek û du keçên wî kilam çê kir. Di kilamê de Nisafê pîreka Behcet e, Naciye û Hafîze jî keçên wî ne..« Fermo vê gavê jî hûn û kilama qewimînê: Naciyayê bi sê denga gazî dikir Dibê: Hafîze lê xweyê Nisafê lê dayê Wezê bi reben im wezê bi rebena mêra me Le wezê bi dêrana mêra me Ezê bi rebena Behcetê Dawûd E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM •FILÎTÊ QUTO 85

P:87

Kuþtiyê di xew de me dayê Naciyayê dibê Hafîze lê xweyê Nisafê lê dayê rebenê serê min dêþî Çi qas dilê min di xemê de Kuþtina Behcetê Dawûd axayê þekirî Le kêmahiya her heft bavê Elikan Heyfa her kesî lê tê Ji xêra mala xweziyê Xwedê re Çaxê li Behcetê Dawûd li axayê þekirî Dibû pêsîrtengî Bila tê de derketa serê cotê kura Le weka þerê mîrek û çerkezan Þer xweþ bikirana li odê de Le belgî li ser cinazê bavêm Çend hebekî bikuþtana di ber heyfê de Na wile ji ber û pismaman tê de derketa Serê Xelîlê Dawûd çi mîna ye mîna Gurê nav keriya ye Le mêran bikuþta þopê rast bikira Weka þopa ziya Le wezê bi reben im Wezê bi rebena mêra me Le wezê bi dêrana mêra me Ezê bi rebena Behcetê Dawûd Kuþtiyê di xew de me dayê Le Naciyayê dibê Hafîze lê xweyê Nisafê lê dayê rebenê sibe ye Serê min dêþî çi qas dengê bê tê Le seet li nehê þevê û pê de Li goyê me xweþ tê Dengê mîratê Balçîqa û Teqarifa Ji bireka bavê min rebenê ji rexê Zêwikê tê Kuþtina Behcetê Dawûd axayê Elikan Le kêmahiya her heft babê Elika ye Lawo heyfa her kesî lê tê Kesekî xwedanî xêra tunene •86 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:88

Cewabekê bide Sêrtê Le bêje Þefîq mala te xirab be Kuþtine Behcetê Dawûd Axayê þekirî di xewê de Naciya dibê Hafîze lê xweyê Nisafê lê dayê Serê min dêþî çi qas dilê min di xemê de Serê dilê min bi kul e bi derd e Weka mîla seetê çi qas lê de Seet li nehê þevê û pê de Li goyê min xweþ tê Dengê mîratê Balçîqa û Teqarifa Ji bireka mala bavê min rebenê Ji rexê Zêwikê ve diteqiya Ezê bi reben im rebena mêra me Ezê bi dêrana mêra me Ezê bi rebena Behcetê Dawûd Kuþtiyê di xewê de E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM •FILÎTÊ QUTO 87

P:89

9. Ji Deþta Xerzan mêrxasekî çê: Biþarê Çeto Biþarê Çeto ji Deþta Xerzan, serekê eþîra Pencînaran bû. Ne bi tenê li Herêma Xerzan, her weha li seranserê bakur û rohilatê welêt, qismek jî li Baþûr û li Binxetê jî tê naskirin. Di dem û dewrana xwe de, dibe mehkûmê Roma Reþ. Di vê mehkûmiya xwe de, derbasî Herêma Biþêriyê, ko dorhêla Qûbînê û Reþkotan jî jê re tê gotin, dibe. Li vê herêmê, demeke dirêj li nava eþîra Sînikan, li gundê Zercilê dimîne û xwe vediþêre. Rojekê ji rojan, di xewê de, cendirmeyên Romê bi ser gund de digirin û Biþarê Çeto digirin, dest û lingên wî dixin kelemçe û qeydan û bi xwe re dibin diavêjin Hepisxaneya Bilîsê. Çetoyê bavê Biþar rojekê radibe diçe Bilîsê, dîtina wî. Çeto di hevdîti- na xwe ya bi Çeto re ko li girtîgehê pêk tîne de, tanan lê dibarîne. Sedema van tanan jî ew e, ko pêlî damarê mêraniya Biþêr bike, ko riyeke xwe bibîne û bi awayekî ji hepisxaneyê derkeve, ango bireve. Ev diyaloga hanê ko di nava Biþar û Çeto de derbas bûye salan e ko, li çar parçeyên welêt, kilamkî ji hêla dengbêjan ve têye gotin. Kerem bikin vê gavê em dêhn û bala xwe bidin vê diyaloga ko kilamkî tê gotin: Çeto dibê: Biþaro lawo Bejna Biþarê Çeto, Biþarî Axê Kulîlka li nava kûnciya Hêþîn dike Li Gozelderê, li Marîbê, li ‘Eynqesrê Li Kêþa Xerzan, li Birinciyan Dema ko Biþarê Çeto Biþarî Axê Dibû mehkûmê serê çiya Gelekî dilê min Bi rehma Xwedê xweþ bû Min digo qê wê bigîje eskerê Eliyê Ûnis •88 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:90

Bibe Qewmê Çiya Min nizanibû ji axe û axelera Xwe girtiye Hesoyê Birahîm Axayê Biþêriya Roj li nîvro du heb cendirmê Romê Bi destî Biþarê Çeto, Biþarî Axê girtin Wî derxistin ji nava ciya û balgiya Destê wî xistine darê kelepçê Berê wî dane Hepisxana Belîsê Li qarþî Seraya Hikûmatê Destê xwe avêtine kosteka saeta Ji berîka te deranîn Ji gotinê ‘alemê lawo Destê xwe li hev didan Lawo ji xwe re bi te keniyan Ji ber vê kilama bi tan, ko Çeto li kurê xwe Biþêr dike, dibe sedema acizbûna Biþêr. Hew maye ko deriyê þîþ ê di navbera xwe û bavê xwe de biþikêne. Radibe, li bavê xwe Çeto weha dadigerîne: Biþar dibê: Çeto babo, Xwedê dihebînî Tu henekan bi min neke Belgî Xwedê û Rebê Alemê Tû car ya bêkeysî bi serê Tu kurê camêran ve neke Babo qê bîra te nayê Li bîra xwe bîne Roja destê bavê min Li darê kelemçê de bû Di pêþiya Mifirza Sêrtê de bû Ew roj min dest hilanî Min avête derênca Têlanê Pêþiya Mifirza Sêrtê Min baþçawîþa dikûþtî Li ser cendekê yûzbaþiyan danî E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM •FILÎTÊ QUTO 89

P:91

Bi kotek û darê zorê Bi devê fidaiyê Min babê xwe ji pêþiya Mifirza Sêrtê deranî Kûm û kolozê babê min Di nava bêlûka Romê de mabû Min kûm û kolozê babê xwe Ji nava bêlûka Romê deranî û anî Babo qê bîra te nayê Roja Þerê Kelemerana þewitî Min ecêb û sosreteka giran Bi serê Mihemedê Biþar ve tanî Min derbekî dabû li bejn û bala Xelîlê Mihemed, li babê Cemalê Li Teharê Zêrê li zavekî salê Min tovê xweþmêra ji mala Mihemedê Biþar danî Babo qê bîra te nayê Li bîra xwe bîne Mehîna Fetah Begê Mîrê Xerzan Li Mêrga Bizêziyê Min berê sûstemê danî ser mifta qeydê Þikand û dingan de ji te re anî Babo Xwedê dihebînî Henekan bi min neke Te rihê min bi tan û niçan deranî Çeto dîsa berê xwe dide kurê xwe Biþar, vê kilamê jê re dibêje: Çeto dibê: Biþaro lawo Ez ê bi diyarî Girê Berana diketim Bi kizin e Tivinga li ser destê Biþarê Çeto Biþarî Axê •90 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:92

Bi sê toq e bi sê bazin e Ez gelekî caran di odekê Kurê camêran de dirûniþtim Ez bi te dipesinîm min digota: Biþarê Çeto kurê min e Ji tirsa du heb cendirmê Romê Te kulav li xwe kir Ji xwe re bûyî þivanê bizina Ev tan ji Biþarê Çeto re li gorî tanên din girantir e. Hindik maye xwe li piþt þivên hesinî yên hepsê bixe. Hew xwe digire û li bavê xwe Çeto vedi- gerîne: Biþar dibê: Çeto Babo, Xwedê dihebînî Henekan bi min neke Tu here li Qesra ‘Eynqesrê rûne Tembiyekî li Gula bûka xwe ke Bila rojeka weka roja goriþmê Bila þar û xêliyê xwe li xwe ke Demançê li cêba xwe ke Roja goriþmê Li qarþî Seraya Hikûmetê Bila bîne demançê bi destê lawê te ke Bila wê rojê bitûnê axe û axeleran Bi topa ‘alema Belîsê ve Wê rojê were temaþa lawê xwe ke Ez ê wê rojê bi îzn û îrada Rebê xwe kim Ez ê destê nobetçiyan, midûran, qirdiyanan Temamî bi qeyd û bi lele kim Ez ê deriyê Hepisxana Belîsê Li topa girtî û mehkûman vekim Piþtî van gotinên Biþêr, Çeto vedigere gundê ‘Eynqesra qesra eþîra Pencînaran lê ye, hal û medê kurê xwe Biþêr ji jina wî Gulê re dibêje. Gulê jî radibe, cilên xwe girêdide, demançeya çardexwir li piþta xwe girêdide û berê xwe dide Hepsa Bilîsê. Gulê gava hevdîtina bi Biþêr re bi dizî de- mançeyê dispêre mêrê xwe Biþar. E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM •FILÎTÊ QUTO 91

P:93

Belê, rewþa çûyîna Gulê bo Hepsa Bilîsê, ko çawa demançeyê dide destê Biþêr û piþt re jî çawa Biþar di hepsê de serhildan dike, tevahiya rayedar û leþkerên li hepsê hêsîr û dîl digire û girtî û mehkûman dide berdan, di kilama ko me ji devê dengbêjên wekî Teyîboyê Siertiyê Misircê û Salihê Qûbînê girtiye de, weha tê gotin: Dilê min evdala Xwedê keto meto Min dît Gula Biþar þar û xêliyê xwe Li xwe kir ji mal derketo Berê xwe daye Hepisxana Belîsê Li qarþî Seraya Hikûmatê Roj li nîvro Demançe da destê Biþarê Çeto Sibe ye ez ê diyarî Hepsa Belîsê diketim li kaþa Tilî û pêçiyê Biþarê Çeto, Biþarî Axê Xalî nabe ji gustîla sê payî ji qaþa Hepsa Belîsê têr î tijî ye Xilas nabe Ji tirka, ji kurmanca, ji axe û axalera Ji teketûkê qizilbaþa Biþar di ‘eynî deqê de Gazî dikir li topa erqedaþa Temamî destê xwe li hev didan Digotin: Yaþa ji te re Biþar Axao, yaþa Ji wê rojê hetakî weka îro Yazmîþ bûye li paytextê tirko Li Xopana Enqerê Li qapiyê Hepsa Belîsê qeyd bûye Li kitûkê Mistefa Kemal Paþa Ciyawaziya di navbera Biþarê Çeto û Cemîlê Çeto de Biþarê Çeto û Cemîlê Çeto birayê hev bûn. Lê, li gorî ko min bi pismam û zarokên neviyê wî re xeber da, wekî neqeba çiyayan ferq û meylî di navbera Biþar û Cemîl de hebûye. Biþar her awayî ji Cemîl biþereftir, bi- namûstir û xîretkêþtir bû. Tim û daîm Biþar bi þerefî di navê de hatiye behskirin. Lê, berevajî vê yekê, Cemîl her tim bi nebaþî, bi zexelî û bi •92 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:94

rûreþiyê hatiye nîqaþkirin. Li hêla din, ligel welatperweriya Biþarê Çeto, Cemîlê Çeto her gav li cem dewletê cî girtiye û dema Mistefa Kemal hatiye Sêrtê, li ber Çemê Botan, milê Kezerê çûye xêrhatina wî û mil dane hev. Her çend di xortaniya xwe de Biþar hinek çewtî û qeletî kiribin jî, piþt re van kêmasiyên xwe ji holê radike û di derdora xwe de bi welatparêzî û bi misilmaniya xwe nav dide. Gelek caran bi eþîrên û babikên girêdahiyê xwe û eþîrên derdora xwe re, li hemberî Roma Reþ serî radike. Bi taybetî mêrx- asiya wî ya ko di Þerê Mala Eliyê Ûnîs Qewmê Çiyê, ko bi dewletê re kirine de, þayanî pesndayînê ye. Li ser vî þerî jî, bi dehan dengbêjan kilam avêtine ser vê qewimînê û qewimîn û serpêhatiyên wî. Yek ji van qewimî- nan jî, beþdarbûna wî ya Þerê Ûris û di vî þerî de kuþtina wî bi xwe ye. Þerê Ûris û kuþtina Biþarê Çeto Rehmetiyê Þêx ‘Emerê apê bapîrê min Seyîdê Mamo bi Biþarê Çeto re diçe seferê, ango diçe Þerê Ûris. Li gel Þêx ‘Emer û Biþarê Çeto ji Herêma Xerzan çend navên din ên bi hev re tevî vê seferê bûbûn, Þêxê Zoqeydê Seyda û Þêx Hezretê Þêxê Norþênê, Þêx Hiseyn bûn. Her weha, bavê bapîrê min Seyîd Mihemed û du apên wî yên din jî diçin vê seferê. Dema ko ev camêr dikevin rê ko herin pêþiya Ûris, Cemîlê Çeto bi hêstireke sor tê di ber wan re derbas dibe, ji xwe silava Xwedê jî li wan hilnade. Leþkerê Ûris jî, hatiye nava axa welêt û ketiye nava bajarê Bilîsê, hindava »Kevirê Qul«. Bi rojan bi leþkerên osmanî re, li dijî leþkerên Ûris þer dikin. Konên wan û yên Ûris ji hev xwiya dikin. Rojekê serê sibehê, Biþarê Çeto radibe ji çadira xwe derdikeve. tivinga wî di destê wî de ye. Hezret û Seyda gazî dikin û dibêjin: »Biþar, were va ye xwarin hazir e, were xwirîniya xwe bike!« Biþar li wan vedigere û ji wan re weha dibêje: »Bi serê we, ez vê sibehê heta xwirîniya xwe bi van ûrisan nekim, ez çend heban ji wan nekujim, ez nan naxwim!« Di vê navberê de, dêhna xwe didinê ko, ji leþk- erên Ûris sê heb bi serê hêstirên xwe girtine û wan dibin serê avê. Biþar du gulleyên tivingê diteqîne û ji wan du leþkeran tera dike xwarê. Dibêjin, gava ko tiving teqiya, du leþkerên Ûris li ser hêsanê piþtê li erdê dirêj bûn, ji aliyê Ûris jî gulleyek teqiya û li nava her du birûyên Biþêr ket û Biþar jî li wir ket û mir. Piþtî ko Biþarê Çeto li Geliyê Bilîsê, li hindava »Kevirê Qul« tê kuþtin, cenazeyê wî tînin û li Gozelderê, ko yek ji gundên wî ye, vediþêrin. Piþtî E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM •FILÎTÊ QUTO 93

P:95

ko þer diqede, çend ji wan seferçiyên ko ji Xerzan çûbûn, wekî kesên bi navê Þêx Hiseyn û apê bapîrê min Þêx ‘Emer, vedigerin tên gundê xwe. Lê, li gel bavê bapîrê min û apekî wî, Þêx Ûsûr û çend navên din jî, ji vê seferê danagerin. Ji wê rojê ta îro tu kesî ji wan tu his û deng wernegirt. Jixwe ji ber ko bavê bapîrê min û apekî wî diçin vê seferê û nayên, bapîrê min Seyîd, ko hê çend mehî bûye, bavê xwe hîç nedîtiye. Ji ber ko bapîrê min li cem apekî xwe mezin bûye, navê wî jî bûye »Seyîdê Mamo«. Derwêþê Sado:«Bapîrê min mêrxas û welatparêz bû.« Yek ji avakarên PDK’a Bakur, Derwêþê Sadoyê ko niha li Misircê (Kurtalan) bi cî û war e neviyê Biþarê Çeto ye. Derwêþê Sadoyê tim û daîm bi mêrxasî û welatparêziya bapîrê xwe Biþarê Çeto dipesinîne bere- vajî van agahiyên li ser cî û sala kuþtina ko me li jorê pêþkêþî dêhn û bala we kir weha dibêje: »Di sala 1914-an de, li bajarê Xoyê, navçeya Istîkanê, gundê Rehayê, rohilatê welêt bapîrê min Biþar bi guleyeke leþkerên Ûris hat kuþtin. Vê gavê qebra wî bûye ziyaretgah û her sal bi sedan kes diçin serdana wî.« •94 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:96

10. Dîroka ko di çiyayê Sason û þikeftên Karmelîhê de hatê neqiþandin: Raperîna Mala Elîyê Ûnis Mala Eliyê Ûnis, di dîroka me kurdan de, wekî Qewmê Çiyê jî tê naskirin. Bi rastî jî, ev malbat di warê serhildan û raperînên xwe yên we- latperwerî de þayanî pesindariyê ne. Bêyî ko navber bixine navê, li dijî Roma Reþ 12 sal þer meþandine û li ber wan serî netewandine. Qewmiyeta Mala Eliyê Ûnis cara yekemîn di sala 1925-an de, ko di he- man salê de nav û dengê Serhildana Þêx Seîd li her derê deng daye, dest pê kiriye û heta dawiya sala 1937-an berdewam bûye. Tê saloxdayîn ko, di Þerê Þêx Seîd de, eþîrên Hezo (Kozluk), Misircê (Kurtalan) û Sasonê bi Þêx Seîd re peymana bihevrebûnê girêdidin. Li gorî vê peymanê, wê li ser Pira Malabadê rê li ber leþkerên Romê bihata girtin û bi vê yekê re jî wê têkçûyîna leþkerî pêk bihata. Lê, wekî ko bav û bapîrên me, di civat û dîwanxaneyên xwe de gelek caran bi dengên nizim û lerzokî ji me re gotine, bêbextî û gafilbûna hinek eþîran bûye sedem ko, ev serhildan jî têk biçe û rê li ber kuþtin, girtin, rev, koçberî û karesatên din bê vekirin. Gelo van eþîrên me yên bê bext vê carê çi kiribûn ko, dîsa kuþtin û girtin; rev û fermalûbûnê xwe li can û cesedên me kurdan pêçabû? Baweriya mezin a di nava gelê li Herêma Xerzan de ew e ko, ji Misircê Mala Faro (Mala Cemîlê Çeto), ji Sasonê eþîra Xiyan û ji Hezoyê jî eþîrên Bekirî û Þêxdodî beriya ko serhildan dest pê bike û li ser Pira Malabadê hêza xwe bikin yek, dest û piyên xwe ji serhildanê vedikiþînin. Ev karesat jî dibe sedem ko, leþkerên Diyarbekir û Bilîsê bi du milan ve bikevin na- va Hezoyê û serhildanê biþikênin. Her çend ev her çar eþîr bi xayîntî û bi bêbextî dest ji serhildanê kiþandibin jî, Mala Eliyê Ûnis, eþîrên Belekî, Mûsî û Sormiyan, ko wekî serhildêrên Sasonê têne naskirin û ji bo parastina Hezoyê hatine wezîfedarkirin, xwe ji serhildanê nadin alî, li ber xwe didin û nahêlin ko Kela Hezoyê bikeve destê leþkeran. E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM •FILÎTÊ QUTO 95

P:97

Niha jî, ji vir û pê ve em dêhn û bala xwe bidine beþek ji gotinên bûka Eliyê Ûnis, Pîrê Wesîleya ko di sala 1998-an de 92 salî bû: »...Leþkerên Romê ketin heta nava Hezoyê. Ji ber ko em nikaribûn ji nava kelê derkevin, xwarina me jî nemabû. Êdî ne mumkûn bû em di nava kelê de bimînin. Ji ber vê ye kêserkêþê serhildanê Evdirehmanê Eliyê Ûnis qirar da em derkevin serê çiyê. Em derketin serê çiyê... Ez ne þaþ bim, jiyana me, di navbera salên 1925-1930’yî de li serê çiyê derbas bû. Gelek mirovên me, bi tenê ji ber mirovatiya me û ji ber ko nan dan me, dibûn hingava êrîþên Romê. Wê gavê 38 kesên ji gundê Tiropêya Hezoyê, ko ji Mala Eliyê Ûnis bûn, piþtî ko destên wan bi daran ve girêbidin, hatin gule- barankirin û kuþtin...« (N. Adsan, Ek Gûndem, hej 37, Adar 1998) Ev kilama ko em ê niha pêþkêþî dêhn û bala we bikin di nava dengbêjên welatê me de, ji aliyê Salihê Bênatî, Teyîboyê Misircî, Salihê Qubînê û Miradê Kinê (Miradko) ve tê gotin. Lê, li gorî saloxdayînan û li gorî ko min guhdarî kiriye, tu dengbêj nikare vê kilamê wekî Miradko xweþ û baþ bibêje. Lê, ji ber ko guhertoya ko ew dibêje û yên dengbêjên din di kase- tan de baþ nedihate guhdarîkirin, me ev guherto ji devê Dengbêj Salihê Qubînê wergirt. Kilama Mala Eliyê Ûnis Ferman e ferman e ferman e Fermana serê þêxan û melan e Darê Îstiqlalê li Diyarbekirê bi cî dane Emrê vê fermanê li jorê bi destê Xweda ye Li xwarê li gorî qanûnê tirka ye Tu li çar terefê dinyayê bigerî þer e Di Çiyayê Sasonê de Qetl e qitûl e êxir dewr e Axirêzeman e Tim û biharan û payîzan Fermana li serê me kurdan e Bavê Mihyedîn bi sê denga Li birrek peyayê Mala Þeref dikir gazî Li Mistê li Ûnis li Þêxo li Derwêþ Ronîka çavê min Evdirehman e •96 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:98

Bavêminbûno •FILÎTÊ QUTO 97 Hûn ê li Hezo û Melefa nexin Miletê Hezo û Melefa reiya ne Em ê îro Hezo û Melefan Ji xwe re bikin xestexane Xwe li ser Pira Serendê Xwe li ser pêþiya tabûra Zekî Begê Xwe bigihînin jê bikin Serê zabîtan û qûmandaran e Em ê hê bikin rayîna Mihyedîn û Rindîxan e Ferman e bavo ferman e Li çar terefê dinyayê bigerî þer e Li Çiyayê Sasonê qetl e qitûl e Axir dewr e êxirê zeman e Tim û biharan û payîzan Fermana li serê me kurdan e Babê Mihyedîn bi sê denga Li birrek peyayê Mala Þeref dikir gazî Li Mistê li Ûnis li Þêxo li Derwêþ Ronîka çavê min dîsa Evdirehman e Bavêminbûno li nefera nexin Heçî nefer in emirqûl in Çavê dê û bavê wan e li riya wan e Hûn ê çavê xwe bigerînin Li þewqemezinan li terfîliya Ayildizî li ser milê wan e Xweyê miaþê giran e Çavê wan li aferiman e Em ê îro hilînin heyfa Feqîr û meqîrên Omeriyan e Ferman e bavo ferman e Îro li darika Hezo û Melefa Xweþ tê girrînî teyaran xirênî cîban e E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:99

Di pozê Kopeko de xweþ tê þîqînî bimban e Di Þikeftên Karmelîhê de Xweþ tê hermênî topan e Di singê gelî de xweþ tê Qîjînî çapliyên me kurdan e Pirkênî kurê bavan e Xwîn hiltîne leþan e Tim û biharan û payîzan Fermana li serê me kurdan e •98 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:100

11. Ji zargotina welatê Serhedê mînakeke sosret, malkambaxî û þerê xal û xwarziyan: Þerê Xûrûcê Mala Tûdiyan û Zarên Rehîmê li Welatê Serhedê, li gundê Xûrûcê, ko bi ser Mûþê ve ye, bi cî û war in. Ji ber nexweþî û gengeþiyeke biçûk berê wan dikeve hev û li gorî saloxdayînan, zêdetirî 50 mirovî ji hev dikujin. Îro li seranserê welatê me, ji ber ko þer û pevçûneke pirr mezin û navdar e, dengbêj û kilambêjên ko hay ji vê qewimînê nîn be mirov nikare peyde bike. Þerê Xûrûcê her wekî »Þerê Xal û Xwarziyan« jî tê binavkirin. se- bûneta þer bi vî awayî pêk hatiye: Ji Mala Tûziyan û ji Zarên Rehîmê çend xort li ser gola avê bi hev re ke- vir diavêjin beqê. Bi kevirên xwe beqê dihingêvin. Xortên herdu aliyan jî dibêjin, beq bi kevirên wan hatiye kuþtin. Ji ber vê nîqaþa beredayî, li hev sor dibin, berê wan dikeve hev. Pevçûna li ser gola avê li nava gund jî bi awayekî girantir didome. Di þerê di nava gund de, ji Mala Tûziyan du kesên bi navê Kerem û Yasîn têne kuþtin. Ev yek jî dibe sedem ko Mala Rehîmê ji gund derkevin. Çendek derbas dibe, eger þêx, eger axa, eger giregirên dorhêlê, dikevin navbera wan û Mala Tûziyan û Mala Rehîmê li hev tînin. Belê rast e, tê gotin ko, »Gava dijmin û neyarên hev li hev bên, ji hev bizewicin, di navbera wan de kîn û çavsorî namîne.« Ji ber vê yekê jî, bi navê Dirþayê, xwiþkeke Mihemed Emînê lawê Rehîmê heye, radibin didin Emerê Tûdî. Her çi qas Emerê Tûdî kalemêr e jî, Dirþayê didinê. Emerê Tûdî jî, li ser xatirê lihevhatinê radibe du heb qîzên xwe dide zarên Rehîmê. Qîzeke xwe dide Mihemed Emîn, ya din jî dide Ehed. Sal û zeman derbas dibin. Xwedê zarokek daye Dirþayê, ko emrê wî li dora 15-16 salî ye. Navê kurik Silhedîn e. Xort û zarên Mala Tûziyan li hev dicivin, her çi qas di navbera wan de aþtî çê bûye û 16-17 sal jî di ser re derbas bûye jî, biryar digirin ko heyfa xwe hilînin. Mala Rehhimê jî, her çi qas di kar û barê xwe de bin jî, ji ber ko du kes ji Mala Tûziyan kuþ- tine, xwedî tevdîr bûne. Xortên wan ji metên xwe re, ko pîrekên E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM •FILÎTÊ QUTO 99

P:101

Mihemed Emîn û Ehmed in, lê qîzên Emerê Tûdî ne re dibêjin: — Divê hûn fîþekên mêrên xwe, ko li malê ne, veþêrin! Pîrekên wan jî radibin li gorî xwesteka zarên birayê xwe, bi bêbextî û xayîntî, sindoqa fîþekên mêrên xwe dibin û di binê loda kayê de vediþêrin. Eynî rojê jî bi hinceta beravê ji malê derdikevin, ko di qewimî- na þer de zilamên wan ji wan pirsiyara sindoqa fîþekan nekin. Welhasil, wê rojê di nava gundê Xûrûcê de dîsa þerê giran derdikeve. Tê saloxdayîn ko, cara ewil kilama vê karesatê ji hêla Seyda Mele Evdilkerîm ve hatiye gotin. Lê min ev kilam ji devê Þakiro, Salihê Qubînê û Zahiroyê Dengbêj jî bihîstiye. Niha jî em guhê xwe bidin dengê dengbêjê navdar Zahiro, ka wê roja qewimîna þer çawa ji me re bibêje: Dayê dêran were dêran Îro bayê Xûrûcê bi ser Mala Rehîmê da girtine Kirine kafirstanî bila gur nebînin dêran Evdilbaqî berxê mala Tûziyan bi sê denga Li lawê Rehîmê dikir qêrîn e Dibê xalo ji par va panotek perê min li te ye Tu yê panotê min ê pera bîne Mihemed Emîn bi sê denga li Evdilbaqî Li berxê Mala Tûziyan kir qêrîn e Dibê serê çil û çicûxê min bixwe ‘Ilm û egayê min di panotê hûr da tunîne Bi sê denga li Þerbet Xanima qîza xwe kir qêrîn e Dibê: Þerbet Xanimê, lawo tu rabe lez ke bilezîne Cozdanê pera ji cêba çakêt derîne Þerbet Xanimê lez dike dilezîne Cozdanê pera ji cêba çakêt dertîne Cozdan bi destê babê xwe digihîne Deh panota jê dertîne Bi ser Evdilbaqî berxê Mala Tûziyan va diþîne Dibê, serê çil û çicûxê min bixwe ‘Ilm û egayê min di panotê hûr de tunîne Ha ji te ra vî deh panotî •100 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:102

Gava tu çûyî Kela Melazgirê •FILÎTÊ QUTO 101 Vî deh panotî hûr bike Panotê xwe jê hilîne Neh panotê min ji min ra gêrî bîne Evdilbaqî berxê Mala Tûziyan Bi sê denga li lawê Rehîmê kir qêrîn e Dibê satêþa pera li cem min tunîne Kula min ne panotê pera ye Axîn û oxîna min kuþtina Kerem û Yasîn e Dema wisa dibêje, hiþê wî xweþmêrî diçe Aqilê wî namîne Bala xwe bidinê van xweþmêran Bi hev ra destên xwe li piþkovên demança digerînin Mihemed Emîn lawê Rehîmê Gullekî li bejn û bala Evdilbaqî Berxê Mala Tûziyan dixîne Cenazê vî xweþmêrî li erdê dikeve Serê wî pê va tunîne Berfo ji taxa jorî xwe berda taxa xwarî ne Cenazê Evdilbaqî berxê Mala Tûziyan Li serê mêrga Mala Rehîmê dibîne Kesekî li ser cenaze tunîne Berfo li nava serê xwe dixist Bira bira ji xwe re dikir qêrîn e Emêrê Tûdî kalê heftê heþtê salî Nexweþ e di nava ciya da ye Gava dengê girîna Berfo dibihîze Bi sê denga li Gulnaza qîza xwe kir qêrîn e Dibê: Gulnazê, lawo tu bisekine li derê malê Bêje, Berfo xweyê negirî, bavê me sax e nemiriye Tiþtekî bavê me tunîne Temamî gundiyan li dorê rûniþtî ne E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:103

Gulnazê dertê disekine li derê malê Dibê, lê lê Berfo, xweyê tu negirî melorîne Wele bavê me sax e nemiriye Tiþtekî bavê me tunîne Temamî gundiyan li dorê rûniþtî ne Le Berfo bi sê denga Li Gulnaza xwiþka xwe kir qêrîn e Dibê: Lê lê Gulnazê, xweyê Heyfa min li mirina ‘Emerê Tûdî kalê heftê heþtê salî nayê Heyfa min tê li wê heyfê Le cinazê Evdilbaqî berxê Mala Tûziyan Li serê mêrga mala Rehîmê dimîne Kesekî me li ser cenaze tunîne Le gava Emerê Tûdî vê gotina hanê Ji devê Berfo hiltîne Yê ko nizanibe wê sond bixwe bi Qûrana Nebî ne Navê êþê li dora vî zilamî tunîne Bi sê denga li Heydo û Silhedîn Li herdu lawê xwe kir qêrîn e Herdu li balê sekinî ne Destê xwe li piþta livîna dixînin Du heb Ingilîsên sêzdederbî bavo Ji piþta livîna dertînin dayê Dibê, lawo erebên me tên Ji Erzeroma rengîn e Li ser barên ereban Tenekên qazyax mazot û benzînê þidandî ne Bi çend malên Tûziyan bikevin Sê çar tenekên qazyax mazot û benzînê Ji bavê xwe ra bîne Ew lez dikin dilezînin •102 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:104

Xwe li malên Tûziyan digihînin •FILÎTÊ QUTO 103 Sê-çar tenekên qazyax mazot û benzînê Ji bavê xwe ra tînin Xwe bi Mêrga Kozê digihînin Sê-çar piþtiyê çilo ji bavê xwe ra tînin Îro hersê zarê Rehîmê dêxin xênî Agir bi xênî va datînin Ji Mala Rehîmê dikiþin agir û pêtî ne Dirþa digirî dilorîne Ji xwe re pêgermokê digerîne Xwe bi ser kuleka xênî digihîne Devê xwe kir kulekê Dibê: Birawo Emîno birawo Ehmedo birawo Fayîqo nemawo Ka bêje halê we ye çi heye çi tunîne Dibêj’n: Dirþa xweyê halê me mirin e Halê me tunîne Di destê me de tivingên bêþlî ne Sirmê wan ê qelabtî ne Ji siba Xwedê va digerim nagerim Fîþek di xênî da tunîne Ji jor da agir girtiye kêranên xênî Çîkên agir xwe berdidin ser devê birînên Fayîq û Ehmed diþewitîne Ehmed tîne tasekî avê ji min dixwaze Halê wî ji ber birînên wî tunîne Xwedê xira bike îro peþke av di xênî da tunîne Tu rabe lez ke bilezîne Xwe bi derê mala Xelîlê cînar bigihîne Bêje: Xelîl, ez di bextê xîret û namûsa te ketime Silavên kekê min ji te ra hene Bila pakêtek fîþek ji kekê te ra biþîne Êvarê xwe berde pêþiya garana Xûrûcê Çar heb madeka çar heb qazanê cot Bila ji ber pakêtê fîþekê xwe va bîne E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:105

Dibê, Dirþa lez dike dilezîne digirî dilorîne Xwe bi derê mala Xelîlê cînar digihîne Dibê, Xelîl ez li bextê xîret û namûsa te ketime Silavên kekê min ji te ra hene Tu pakêtek fîþek îro ji kekê min ra biþîne Êvarê xwe berde pêþiya garana Xûrûcê Çar heb madeka çar heb qazanê cot Ji ber pakêtê fîþekê xwe va bîne Xelîlê cînar sond dixwe bi Qûrana Nebî ne Dibê, ‘ilm û egayê min di fîþeka de tunîne Dirþa dîsa digirî dilorîne pêgermokê digerîne Xwe bi kuleka xênî digihîne Devê xwe dixe kuleka xênî Dibê: Birawo qey tu nizanî Xelîlê cînar xayîn e Fîþekan ji te ra naþîne Sond xwariye bi Qûrana Nebî ne Dibê, ‘ilm û egayê min di fîþeka de tunî ne Mihemed Emîn e dibê: Ji min û ji Xelîlê cînar Xwedê kurê derewînan bikuje Þevê din êvarê min pazdeh pakêt fîþek Ji Xelîlê cînar ra kirrîne Lê Dirþa halê me mirin e, halê me tunîne Tu rabe lez ke bilezîne Xwe bi Qereqola Elî Mele Beyreqdar bigihîne Sê çar cendirmên siwarî Bi îmdada kekê xwe va bîne Bila heyfa Evdilbaqî berxê Mala Tûziyan Beranê qemer li ‘erasa meydanê bibîne Çardeh nifûsê mala bavê te di xanî de dimîne Bila yek li ser ajara mala bavê te bimîne •104 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:106

Dirþa digirî dilorîne •FILÎTÊ QUTO 105 Xwe bi ser riya qereqolê digihîne Felata wê ji Heydo û Silhedîn pîçê wê tunîne Heydo û Silhedîn xwe li pêþiya Dirþa digihîne Milê rastê diþikîne li ser pêsîra çepê datîne Halê vê hermetê ji ber birînên wê tunîne Dibê: Silho çavê xwe kor neke Ajara mala xalê xwe ji dinyayê neqelîne Silho dibê, dayê min sond xwariye Bi Qûrana Nebî ne Ji vêga heta banga mexrebê Ez ji atara mêran di mala bavê te da bînim Kokê mêran ji mala bavê te bikim derman e Dirþa digirî dilorîne pêgermokê digerîne Halê vê hermetê ji ber birînên wê tunîne Ha nayê ha nayê Hewarî dûr e bavo gazî nayê Hewara xalan dûr e Çima di hewara xwarziyan da nayê Ez ê bi nava gundê Xûrûcê diketim bûye kafirstanî Çardeh nifûsên Mala Rehîmê Di xênî de diþewitin Kesekî xwedanê xêra tunîne Di hewarê de nayê Dirþa digirî dilorîne Xwe bi ser kuleka xênî digihîne Devê xwe kir kulekê dibê: Birawo ez pîrek im darê þikestî me Felata min ji destê Heydo û Silhedîn Her du pîçê min tunîne Dibê: Dirþa, dêranê halê me mirin e Wele halê me tunîne Di destê me de tivingên bêþlî ne Sirmê wan ê qelaptî ne E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:107

Ez digerim nagerim Xwedê xirab bike Fîþek di xênî de tunîne Xwe li mala Xelîlê cînar bigihîne Bêje: Xelîl li ber xîret û namûsa te ketime Ha ji te ra cozdanê banqê Bide destê Xelîl bêje: Hijdeh hezarê kekê min Li banqa Kela Melazgirê ne Bila ji ber pakêtê fiþekên xwe va bikiþîne Dirþa cozdanê banqê hiltîne Xwe bi derê mala Xelîl digihîne Ji nava serê xwe kir qêrîn e Dibê: Xelîl ez li ber xîret û namûsa te ketime Silavên kekê min li te ne Tu yê îro pakêtek fîþek ji kekê min ra biþîne Ha ji te re cozdanê banqê Hijdeh hezarê kekê min Li banqa Kela Melazgirê ne Dibê, bila ji ber pakêtê fîþekên xwe va bikiþîne Gava Xelîlê cînar cozdanê banqê Ji destê Dirþa dertîne Cozdan vedike Pere di nav da nabîne Di heyata bavê xwe da Cozdanê banqê bi çavê serê xwe nedîne Tekrar cozdan bi ser û çavê Dirþa dixîne Dibê, Dirþa kesekî enahiyê te û bavê te tunîne Wele mala min da bû hikûmetê va Bi sed hezarê guleka min ji kekê te ra tunîne Dayê ax were ha nayê were ha nayê Hewarî dûr e bavo gazî nayê Hewara xalan dûr e bavo Di hewara xwarziyan da nayê Ez ê bi nava gundê Xûrûcê va diketim Bûye kafirstanî Çardeh nifûsên Mala Rehîmê •106 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:108

Di xênî de diþewitin Kesekî xwedanê xêra tune dayê Li hewarê nayê Hahîhîhîhhiîîî... Emerê Tûdî dibê: Mîna hirça bi birîn e Bi sê denga li Heydo li Silhedîn Herdu lawê xwe kir qêrîn e Herdu li balê sekinî ne Dibê, heydo tu beþera bavê min î Xwe bi ser kuleka xênî bigihîne Sê çar pakêtên tivinga Li van xweþmêran bixîne Kanê gulle û barûdên van xweþmêran Haya wan tunîne Heydo û Silhedîn Xwe li kuleka xênî digihînin Sê çar pakêtên tivingan Li van xweþmêran dixînin Felekê mala xwediyê te þewitî Qolê milê te biþikên Ez çi bikim gulle û barûdên Van xweþmêran tunîne Heydo û Silhedîn ji jor da Xwe berdane xwarê Devê mîratê bêþliya Di cênîkê van xweþmêran da Hêja diteqînin Belê, bi vî awayî, ji Mala Rehîmê hersê bira; Mihemed Emîn, Ehmed û Fayîq têne kuþtin. Dema ko ev hersê bira têne kuþtin, bi navê Temo kurekî Mihemed Emîn heye, ko ji sêrî de ketiye tenûra êgir. Dirþayê lez dike dilezîne, wî ji tenûra êgir dertîne û ji mirinê xilas dike. Piþt re jî, lêwik ji gund dertîne. E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM •FILÎTÊ QUTO 107

P:109

(Dirþayê bi xwe jina Emerê Tûdî ye, xwiþka Mihemed Emîn e. Zarên Emerê Tûdî jî, ji Mala Rehîmê Mihemed Emîn û herdu birayên wî kuþ- tine. Temo jî kurê Mihemed Emîn e, ko ji hêla meta xwe Dirþayê ve hatiye xilaskirin. Lewma tê gotin ko, Þerê Xûrûcê, Þerê Xal û Xwarziyan e jî.) Piþtî ko Dirþayê Temoyê biraziyê xwe ji nava gund derdixe, bi mem- leketên xerîb ve direvîne, ji bo ko ew jî neyê kuþtin. Temo mezin dibe, ‘emrê wî dibe 15-16. Dirþayê radibe, çîroka kuþtina hersê birayên xwe ko bav û apên Temo ne, ji Temo re dibêje. Her weha Dirþayê yek bi yek nav û kesên ko bav û apên Temo kuþtine, eþkere dike. Bi vê yekê jî namîne, radibe ji Temo re çek û sîleh dikirre, rê û dirbên gundê Xûrûcê jê re tarîf dike û wî diþîne. Êvar e, Emerê Tûdî di serê civatê de rûniþtiye. Civat lê geriyaye, odeya ko lê ye miþt ji zilaman tijî ye. Temo deriyê dîwanê vedike, silavê li dîwanê dike. Jê re dibêjin: »Eleykûmselam!« Emerê Tûdî û civata wî Temo nas nake, Temo jî kesên di civatê de nas nake. Emerê Tûdî dibêje: — Kerem bike kurê min. Tu çi kes î? Were rûnê, tu çi kes î, tu yê bi kû de herî? Temo êdî tê derdixe ev kalemêrê jixwerazî Emerê Tûdî ye. Berê xwe dide Emerê Tûdî û jê re weha dibêje: — Camêr! Qet te seh nekiriye, kesî þîretek li te nekiriye? Kesî heta niha ji te re negotiye, »Bavê kuran nekuje, wê kur rabin heyfa xwe bistînin? Hê civat ji van gotinên Temo þaþ û matmayî ye, Temo di nava dêrî de li wan direþîne. Wê rojê Temo çardeh kesan di dîwanê de dikuje û direve xwe xilas dike. Belê, wekî gotina dawîn em dikarin bibêjin, di þerê di navbera »Mala Tûziyan« û »Mala Rehîmê« de, ko çend caran li gundê Xûrûcê pêk hatiye, di destpêkê de ji Mala Tûziyan Kerem û Yasîn, piþtî lihevhatinê Evdilkerîm, piþt re jî, ji Mala Rehîmê 14 kes, di dawiyê de jî ko Temo mezin dibe û wekî heyfa kuþtina 14 kesên ji Mala Rehîmê, 14 kes jî ji Mala Tûziyan li gel Emerê Tûdî dikuje. Ango, bi kurtî di vê malkambaxiya ko li ser hingavtina beqekê derket de, 31 kes hatin kuþtin. •108 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:110

12. Ji herêma Xerzan serpêhatî û kilameke çêjdar: Babê Fexriya Siwarê Gêjo Li bakurê welatê me, nexasim jî li Herêma Xerzan, kesên ko ji Bavê Fexriya ne haydar in, ango guhdarî nekiribin, kêm in. Lê ew bi giþtî di na- va gelê herêmê de wekî þivan, yan jî gavanekî tê zanîn. Her wisa ev camêrê hanê, di gotin û kilamên dengbêjan de, wekî Siwarê Gêjo derbas dibe. Gêjo navê hespê Bavê Fexriya ye. Lê Bavê Fexriya ne þivan bûye û ne jî gavan. Rast e, Siwarê Gêjo ye, lê ew xwediyê gelek taybetiyên cihêreng jî bûye. Ji ber vê yekê, em ê di vê nivîsara xwe de, li gel tevahiya kilamê cî bidin van taybetiyan jî. Bavê Fexriya kî bû? Di sêrî de, em wî nas bikin. Bavê Fexriya hem serek, hem jî mêrxasê eþîra Reþkotan bû. Ji Mala Filîtê Quto bû. Navê wî yê rastîn, Sebriyê Hacî Mihemedê Mistê Quto ye. Li Herêma Xerzan, di gelek þer û qewimînên li dijî dewletê de, ko bi serfirazî pêk hatine, cî gir- tiye. Di serhildaneke ko li dijî Roma Reþ pêk hatiye de, Sebrî li gel birayê xwe Yehya (Yeho) li Girê Bileyder êrîþ dibin ser leþkerên dewletê û topa giran desteser dikin. Lê ji ber ko nikarin topê bidin þixulandin, dev jê berdidin. Sebriyê Hacî Mihemed, ango bi navê xwe yê dengvedayî Bavê Fexriya, bi salan li serê çiyayan qaçaxî û firariya dewletê kiriye. Gava ko dewlet berê eþîrên Xerzan, Botan û Diyarbekirê da binxetê û ew fermalû kirin, Sebrî jî tevî eþîra xwe Reþkotiyan derbasî Binxetê bû. Lê wî axa bav û bapîran jî nediterikand û çaxa ko fersend û mecal didît, derbasî Herêma Xerzan dibû. Piþtî ko ‘efûya wan derket, tev bi hev re dageriyan Serxetê. Wekî ji nav jî kifþ dibe, Fexriya keça Sebrî ye. Lewma jî, wekî me li jorê diyar kir, Sebrî bi navê Bavê Fexriya tê nasîn. Fexriya gelek salan li Qubînê (Beþîrî), ko bi ser Batmanê ve ye, maye û gava ko ez hê di 9-10 saliya xwe de, li Qubînê diçûm mala bapîrê xwe, gelek caran rastî meta Fexriyayê dihatim. 3-4 sal berê, meta Fexriya li gundê Þerbetkoya nêzîkî Batmanê bû, çû ber dilovaniya Xwedê. Li gorî malbata wî, Sebrî, ango Bavê Fexriya jî ev 30-35 sal in ko rehma Xwedê kiriye. E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM •FILÎTÊ QUTO 109

P:111

Em werin ser peydabûna kilama ko li ser Bavê Fexriya hatiye çêkirin: Dilê keçikeke fileh li ser Bavê Fexriya hebûye. Keçik bi hisnê dinyayê wekî ronahiya heyvê delal bûye. Her çi qas keçik ji Bavê Fexriya hez dike û bi dehan kilaman li ser wî çêdike û dibêje jî, haya Bavê Fexriya jê tun- eye. Keçika fileh bi salan di kilamên ko çêkiriye de ne navê xwe gotiye û ne jî navê Sebrî gotiye, di kilamê de bi tenê navê Bavê Fexriya bi lêv kiriye. Li gorî dengbêjen herêmê, keçikê bi deh meqaman kilam li ser Bavê Fexriya çêkirine. Piþtî ko di ser çêkirina van kilaman re sal û zeman derbas dibin û nav û dengê vê kilamê bi saya dengbêjan belav dibe, Bavê Fexriya nû tê derdixe ko keçikê kilam li ser wî çêkirine. Ya rastî, bi van rêzikên wekî, Bavê Fexriya, Kekê Yeho, Torinê Mala Ezo Sebrî tê derdixe ko kilam li ser wî hatiye çêkirin. Di nava gel de, gotinek heye, ko Bavê Fexriya piþtî ko ji vê yekê haydar bûye, wisa gotiye: »Heger min bizanibûya ko ew çend dilê wê li ser min heye, min ê ew miheqeq ji xwe re bianiya..« Niha jî, em bala xwe bidine kilama ko me ji devê dengbêj Salihê Qubînê girtiye: Bavê Fexriya ew bihar e wextê cota Ji xêra mala xweziyê Xwedê re Min serê xwe daniya li ser çokê Bavê Fexriya Min kul û derdê rezîl têr jê re bigota Bavê Fexriya ew bihar e Ji kula dilê min re xweþ bihar e Min dî Bavê Fexriya, Kekê Yaho, Torinê Mala Ezo Ji mal derket li Gêjo siwar e Gêjo di bin Bavê Fexriya de dîn û har e Derket Kavanê Qîre bi sê dengan kir hewar e Min nizanibû Bavê Fexriya, Kekê Yaho, Torinê Mala Ezo Ji tilî û pêçiyên xwe birîndar e Ez ê rabim xwe bavêjim Tor û bextê Helakêrê File vî hekîmî Li bextê te û Xwedê me Birînên Bavê Fexriya, Kekê Yeho, Torinê Mala Ezo Bikewîne bi eþq û dil e •110 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:112

Ber û memikên min evdala Xwedê Ji birînên bavê Fexriya re bike piþtderman e Bavê Fexriya, heyra li min hatî êvara înê Ez ê rabim ciyê Bavê Fexriya, Kekê Yeho, Torinê Mala Ezo Deynim li koçka jorî li eywanê li þaneþînê Ez ê xwe bavêjim tor û bextê Helakêrê File vî hekîmî Bêjim, li bextê te û Xwedê me birînên Bavê Fexriya bikewîne Ber û memikê min evdala Xwedê Ji birînên bavê Fexriya re Bike melhema li ser birînê Bavê Fexriya, heyra bejna te zirav e Ji xoxa xemilandî Min rojê sê cara pê girtî ji eþqa dilê rezîl Bi ser xwe de daweþandî Rabe sala îsal bi destê min xemþê min karxezala Ji xwe re bigire birevîne Bavêje Xeta Sûrî nav erebên lêvdeqandî Bavê Fexriya, heyra çem û çemê Biþêriyê Zozan xweþ e li arzem îro li koçeriyê Çi qas zewaca bi dil xweþ e Li mala bavê li ser hewiyê Bi destê min xemþê min karxezala Ji xwe re bigire birevîne Bibe li hêwiyê Bavê Fexriya heyra çem û çemê Biþêriyê Kelekvana kelekê xwe berdane dûv gemiyê Ji xêra mala xweziyê Xwedê re Hikûmeta Cimûryetê fermana min jî rakira Ez ê çend saleka bi Bavê Fexriya re Bi mehkûmê serê çiyê Min ê pê re serê xwe daniya Li ser dara mîrata modoliyê Bavê Fexriya, heyra dora kaniyê dora min e E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM •FILÎTÊ QUTO 111

P:113

Bila serê heft bavê min bixwe Zendê min tev bazin e Ez çi bikim cerê avê li milê min e Bavê Fexriya, kekê Yeho, Torinê Mala Ezo Li binya kaniyê tî ye ji xwe re li hêviya min e Tirsa min heye ji wê tirsê Yekî derbekê lê xe bejn û bala Bavê Fexriya, Kekê Yeho, Torinê Mala Ezo Wê ew jî bibe cirmekî bikeve ser milê bavê min e Bavê Fexriya, heyra çem û çemê Omeriya Binêre ji xwe re li Sûriyê li keriyê berx û miya Min dî þeva nîvê þevê destekî sar ê cemidî Li nava taxima sing û berê min geriya Min got, qê Bavê Fexriya bi xêr û silamet Ji Xeta Sûrî ji mehkûmiyê ji firariyê Li ser çavên min ve dageriya Min nizanibû ‘Keçika Þevê’ bû bi min keniya •112 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:114

13. Þerê Hesoyê Birahîm (sînikan) û Hecî Mihemedê Mistê (reþkotan): Þerê Hethetkê Hethetkê gundekî Qubînê (Biþêriyê) ye. Kesên ko li gund dimînin ji Êþîra Reþkotan in. Hecî Mihemedê Mistê serekê Reþkotan e. Hesoyê Birahim serekê Mala Nasir e. Ji Êþîra Sînika ye. Navê gundê Hesoyê Birahîm Zercilê ye, ko girêdayî Batmanê ye. Girê Qîre di navbera gundê Hethetkê û gundê Zercilê de ye. Çend gundên Sînika, ango gundên Hesoyê Birahîm; Zercilê, Kanîrewa, Bahezîrqê, Girêreþê, Basorkê û Bilêyder in. Gundên Reþkotan, ango gundên Hecî Mihemedê Mistê gelek in. Çend ji wan: Hethetkê, Hiznamîrê, Bolindê, Tapiyê, Dilbêsa, Licikê, Xilika, Malê Newalê, Hicrê, Texeriyê (gundê êzdiyan), Kelokê, Kurtikê û Zivingê ne. Rojek ji rojan (li gorî saloxdaran 100-120 sal berê) serekê Reþkotan Hecî Mihemedê Mistê, tevî 6-7 siwarên xwe, ji Elihê (Batmanê) ber bi gundên xwe Hiznemîrê û Bolindê ve tên. Li serê Girê Qîre, Hesoyê Birahîmê mezinê Sînika birayê xwe Mihemed Elî diþîne pêþiya wan. Ji ber ko ew bêyî destûra wan di ser gundê wan re derbas bûne. Her weha ew dixwaze hîn bibe ka ew kî ne, ji mala kê ne, navên wan çi ne? Mihemed Elî ji Heso re dibêje: — Rêwî ne, bi riya xwe de diçin, tu eleqeya me bi wan tune, dev ji wan berde! Lê, Heso mirovekî axa ye, zalim e. Careke din birayê xwe Mihemed Elî bi ser wan de diþîne. Pirsan ji hev dikin. Hecî Mihemedê Mistê jî ne kêm e, radibe bi awayekî bersivdarî wisa dibêje: Ez Mistê Quto me Ferxê Mala Ezo me Min tu car navê xwe ji kesî re negotibû Ez vê tanê li ser kolosê bavê xwe nahêlim Ez vê tirê di nav þalê Mala Nasir de nahêlim E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM •FILÎTÊ QUTO 113

P:115

Wîla wayê Mala Quto û Mala Nasir Di kevanê Qîrê de Li ser Kaniya Badereþê Li milê Tapiyê li hev û din aliyane Wekî þîþê mencenîqê Wek kurê hedada li ser serê hev dadane Mihemed Elî gazî dike: Heso rabe lez ke bilezîne Sê toqê devreþê bide Rizgo ji min re biþîne Îro me cewabên hev daye Tê daim bela me û xelkê teklî hev bikî Tê bêjî were li mala xwe rûnê Axawo wîla wayê Siûda min çûye îro îqbala min nayê Min êrîþa ewilî derbek daye li Silêman û Bazo Laþê wana maye li Kevanê Qîre Li ber tîrêja tavê Ez çi bikim îro fîþek di sustemê de maye asê Ez dikim nakim bi þîþa tifingê Bi serê kûriya xencerê jê dernayê Hawara wan zehf e Hawara me file û êzidî ne Tu qayîl bî ne qayîl bî Îro wê Mala Quto Koka mala Nasir biqelînin ji dinyayê Qey tu nizanî roja ko roj reþ bibe Rev bi kêrî her çar peyayê Mala Nasir nayê Wîla wayê, wîla wayê Sê þad û þirûdê Hecî Mihemedê Mistê bavê Sebrî hene li dinyayê Bi sê denga li Axê Xisarka û Pîloka dikir gazî: Bavêminbûno lê xin Êvar e roj nemaye Termê Silêman û Bazo Li milê Tapiyê li ber tîrêja tavê maye •114 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:116

Îro heyfa van xweþmêran li erdê maye Reþo gazî dikir: Hecî Mihemedo navê Xwede bide Êvar e hê ro zû ye Min derbekî daye Hemîd zava ye Derba didoya daye Li bejn û bala Xalîd kevnika li ser desta ye Min derba sisiyan daye Bejn û bala Rizgo cilê resmî lê ne Hikumeta Elmedîna îro li erdê maye Min derba çaran daye Bejn û bala Mihemed Elî Bavê Xezebê kewê sekekirî Roja ko biqewime mêrekî bi sedan e Min derba pêncan avêtiye Hesoyê Birahîm ez nizanim Ne sax e ne birîndar e Mirîdê Þêxê Zîla ye Bi lingê hespê boz reviyaye Min Heso nekuþt Min ji bona derd û kulê dinyayê berdaye. Wîla wayê wîla wayê... Piþtî van baþebaþ, zirt û xeberdanan, herdu Êþîr li hev sor dibin. Dest di- avêjin mîratên tivingên aleman û balçîqa. Di vî Þerê Qîre de, di rojekê de çar birayên Heso yên bi navê Hemîd, Xalid, Rizgo û Mihemed Elî hatin kuþtin. Du heb jî, ji Reþkotan, bi navê Silêman û Bazo hatin kuþtin. Hesoyê Birahîm piþtî kuþtina çar birayên xwe çû Wêranþarê, cem Birahîm Paþa. Lazimiya ji sîleh bigire hetanî mermî ji xwe re anî, hate gundê Zercilê û Bahezirqê. Koma xwe çêkir, hawara xwe bi fileh û êzdiyan anî. Þêwir û miþêwirên giran pêk anî û ji hev re gotin: — Em ê biavêjin ser Hethetkê, heyfa xwe bistînin... Mihemed û Elî birayên hev in, Reysê jî kurê mamê wan e. Ev hersê zil- am mêrxas in, jêhatî ne. Neyarê wan Hesoyê Birahîm dibêje: — Eger ji wan hersê kesan yek bifilite, wê heyfê bikine deh heyf, divê yek ji wan xelas nebe!.. Heso deh zilaman dixe hewþa Mihemed, deh zilaman dixe hewþa Elî û E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM •FILÎTÊ QUTO 115

P:117

deh zilaman jî dixe hewþa Reysê. Sê zilaman diþîne ser xaniyan, yek jê diçe ser xaniyê Mihemed, yek jê diçe ser xaniyê Elî, yek jê diçe ser xaniyê Reysê. Ji Mihemed re dibêjin, »Elî kuþtinî« ji Elî re dibêjin, »Reysê kuþtin«, ji Reysê re jî dibêjin, »Mihemed kuþtinî.« Hersê bi hev re derdikevin, lê kemîn di hewþê de hatiye danîn. Zilamekî ji Êþîra Reþkotan bi Heso re ye, bi zaravayê dimilkî hawar dike û dibêje: — Hesoyê Birahim talanê Bolindê û gundê qarþî wan bir. Wexta ko hawar li gund digere û deng bi tivingan dikeve, herkes ji mala xwe radihêle tivinga xwe û derdikeve hawarê. Eskerên Heso jî, di nava gund de cî girtine. Kî derdikeve devê dêrî, ji aliyê eskerên Heso ve tê kuþtin. Gava ko deng ji tivingan tê birrîn, li gundê Hethetkê, di encama þerê giran de, 12 mêr û jinek li ser axa sar dirêj kirine û wê dotira rojê bêne veþartin. Piþtî þer, Eyþêya dayika Mihemed û Elî radibe bi awayekî kezebþewat, li ser kuþtiyên xwe kilaman dibêje û dilorîne. Ji wê rojê heta îro jî, kilama ko dayika Eyþê piþtî Þerê Hethetkê gotiye, ji aliyê bi dehan dengbêj û goyendeyên welatê Serhed û Xerzanê ve têne gotin. Min ev guhertoya (wersiyona) li jêrê ji devê Dengbêj Teyîboyê Siertî ko niha li gundê Marîbêya Misircê (Kurtalan) dimîne û ji devê Dengbêj Salihê Qubînê wergirt û da ber hev. Min dît ko, di navbera van herdu guhertoyan de zêde guherîn tune. Lew re jî ev kilama ko em ê pêþkêþî dêhn û bala we bikin, kilama ko ji devê Salihê Qubînê hatiye wergirtin bi xwe ye. Kerem bikin em bi hev re biçin qada þer û guhê xwe bidin axîn û kesera Eyþêya diya Mihemed û Elî: Eyþê dibê: Mihemedo lawo Mihemedê min keya ye Elî zava ye Reysê gulçîçekê civata ye Fata reben qebika li ser sêwiya ye Eyþê dibê: Mihemedê min keya ye Elî zava ye Sibehê min dît Mihemedê min sekinî Li ser banê xêniyan Þalwalê Mihemedê min giran e •116 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:118

Xwe berdaye li ser gozeka paniya piya •FILÎTÊ QUTO 117 Kula Xwedê bikeve Derê bavê Hesoyê Birahîm Hûtê Biþêriya þeva nîvê þevê Kete devê derê mala bavê min Weke kupê jehrê Di devê deriyê mala bavê min de rijiya Eyþê dibê Mihemedo lawo Anî sed caran bi min anî Hesoyê Birahîm li Zercilê li Bahezirqê Þewir û miþawira giran danî Qralê filehan qawalê êzdiyan bi xwe re anî Girte ser Hethetka mala bavê min rebenê Ji xwe re bi koþk û xanî Eyþê dibê, Mihemedo lawo Hethetka mala bavê min rebenê biþewite Bi xox û tirî Giran e eskerê Hesoyê Birahîm Bi tevî qralê fila ve qawalê êzdiya Avête ser Hethetka mala bavê min rebenê Bi sê ciha ji xwe re diwirin Eyþê dibê, Mihemedo lawo Ez ê derêm li ser banê xaniya Ji xema dilê xwe û te re Ez ê gazî bikim hawar e Hecî Mihemedê Mistê Bi pismamê xwe re xwar e Koma Reþkotan hevalê xwîna sar e Hesoyê Birahîm ji bab û kalê xwe ve neyar e Hesoyê Birahîm ji mala bavê min Qeland tovê xweþmêra ji mala roviya Eyþê dibê, Mihemedo lawo Anî bi min anî Min dî Hesoyê Birahîm E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:119

Xencer li ser singê Mihemedê min de bir û anî Tivinga qesetûre li ser laþê Mihemedê min hilanî Eyþê dibê, Mihemedo lawo Hethetka bavê Mihemed û Elî û Reysê Ez diketim þev çile bû berfê lê kir erd spî kir Ez ji taxa xwarî Ji ser termê Têloyê birayê xwe dageriyam Hatim taxa jorî Ez li termê Mihemed û Elî rast hatim Kezep þêrîn e Têlo birawo gazina neke Min þîn û qedera te ji bîr kir Dayê dayê qey îslamî ye lawo? Reþkotan û Sînikan bi sedan caran þer kirine. Þerê Hethetkê jî, yek ji wan e. Ji 50’î zêdetir mirov ji hev kuþtine. Piþt re Sînikan û Reþkotan li hev tên. Sebebê qatilê 12 zilam û pîrekekê Hesoyê Birahîm, piþtî vî þerî bi 25-30 salî, gava zeman xweþ dibe, tê Batmanê, ji hêla Emerê Perîxanê ve tê kuþtin. Emerê Perîxanê jî, ji ramiyan bû. Piþt re Emerê Perîxanê dibe ajanê dewletê. Ji ber vê yekê jî, Mala Perîxanê li derdora Sînikan, Reþkotan û Bekiran tevî leþkeran dest bi zulmê dikin. Bekiran derbeyeke pir mezin li Mala Perîxanê û leþkeran dixe. Tê saloxdayîn ko, bi hezaran leþker di Çemê Biþêriyê de hatine kuþtin. •118 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:120

14. Karesatek ji herêma Serhedê: »Çûro û Fesîhê Mihê Mîrze« »...Li Welatê Serhedê ez ne bawer im ko bi tenê mirovek jî rabe û bibêje min hay ji kilama ‘Çûro û Fesîhê Mihê Mîrze’ nîne. Tiþtê ko ez dizanim, ev kilam li çar aliyê welatê me jî ji hêla ‘kurê bavan’ ve tê gotin...« Ev gotin, bejek ji hevpeyvîna min bû ko min li Aydînê bi dengbêjê dengzêrîn Zahiroyê Hingilosi yê Mûþî re pêk anîbû. Min cara ewil vê kil- amê, di sala 1996-an de li Batmanê ji devê Dengbêj Salihê Qubînê guh- darî guhdarî kiribû. Piþtre jî du-sê çaran min ev kilam li Aydîn û li Stenbolê ji devê Dengbêj Zahiro guhdarî kir. Piþtre jî du sal berê ango di sala 1998-an de, li Stenbolê min kilama navborî ji Hacî Remezanê Melazgirî guhdarî kir û ji devê wî nivîsand. Li gorî gotina Hacî Remezanê 65 salî, ew ne dengbêj û stranbêj e û naxwaze ko wekî dengbêj navê wî bê nivîsandin. Gotinên kilama navborî ko hûnê li jêr bixwînin û guhdarî bikin!; ew gotin in ko me ji devê Hacî Remezan berhev kir û nivîsand. Çend gotinên çîrokî yên berê kilamê jî, ji malûmat û agahiyên her du dengbêjên navborî; ji Dengbêj Salihê Qubînê û Dengbêj Zahiro hatin wergirtin. Niha jî kerem bikin, hûn û kilama Fesîhê Mihê Mîrze û Çûro... ...Her çiqas Fesîhê Mihê Mîrze dixwaze xwe ji hevz û belayê biparêze jî, bi ser nakeve. Ji ber ko di salên derbasbûyî de, Fesîhê Mihê Mîrze ji Pazdeh saliya xwe heta çil û yek saliya xwe ji ber »Mêrkuþtinê« tam bîst û þeþ sal ji nav malbat û zarokên xwe dûr, li »Xeta Sûrî« li cem »Mala Haco« wekî qaçax û firar dimîne. Divê em di vê navberê de bibêjin ko Fesîhê Mihê Mîrze ne bi tenê »Mêrkuj« e. Her wiha gava ew dibe »Xwînî« û derdikeve serê »Dax û çiyayan«, Serhildana Þêx Seîd têk çûye. Seranserê welêt bi leþkerên Roma Reþ tijî bûye. Ango leþker derketine »Nêçîra Serhildêran« Di mehkûmî û qeþqûriya xwe de, di laqîbûneke leþkeran de »Teslîm« nabe û berê »mîrata elemanê« dide leþkeran û çend ji leþkeran dikuje. Piþtî vê qewmînê, serûvena Xeta Sûrî û Mala Haco dest pê dike. Bîst û þeþ sal li »Binxetê« dimîne. Piþtî ko »Efûya Giþtî« derdikeve, E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM •FILÎTÊ QUTO 119

P:121

dizivire tê li ser mîrateyên bav û bapîrên xwe ango tê Welatê Serhedê. Lê vê carê jî bela li dorê diçe û tê. Çûroyê bavê Dirþayê çav berdaye zozan û gomên Fesîhê Mihê Mîrze. Fesîhê Mihê Mîrze, herçend mêr û mêrxas e jî, naxwaze bela biqewime û dîsa firarî û qaçaxî bibe para wî. Gelek caran ji civata dora xwe re dibê- je »Ezê duayekê bikim, hûnê bêjin ‘Amîn’ Duaya wî jî ev e: »Xaliq Rebê Alemê tu car belayên wisa li pey mêrikê mêrxas nexîne!« Lê Çûro belayeke gewr e. Bi tir e, bi tinaz e. Mêr û mêrxasan li ser xwe nabîne. Jina wî Emo tevî ko xewnên giran û xirab dîtiye û keça wî Dirþayê, nikarin Çûro ji vê çavsorî û bitiriya wî dagerînin. Piþtî ko lê dixe kevirê ber serê Fesîh diþkîne, kozikê bi ser serê wî de diweþîne, Fesîhê Mihê Mîrze êdî xwe hew digire û dibêje: »Êdî bes e ev zilm û zora te« û berê mîrata »Bêþliyê« dide Çûro bavê Dirþayê û ser û mêjiyê Çûro belav dike û wî li erdê direxîne... Le Axao... Hey lawo axao Min got di berxîtiya xwe de têr nemijiyao... Di kavirtiya xwe de têr neçêryayo... Di pazdeh saliya xwe de Bû firar û qeþqûrê mehkûmê serê dax û çiyao... Birincî bi Feyso re Ikîncî bi Þêxo re Uçincî bi Berxê Mala Seydo re geriyayo Sala çil û yek salê te qediya Li Dirbêspiyê li Xeta Sûrî Li cem Mala Haco ma Sala çil û yek salê te qediya Efûya te derketî Te berê xwe da Welatê Serhedê Kurmancên Hesenan xayîn bûn Li ser »Zozanê Dexda« Li »Goma Xelef« Ji Fesîhê lawê Mihê Mîrze Mêrikê Mêrxas, Melkemotê Kûlê, Kûpê Xwînê Çima nehewiya axao... Axao sibe ye, dilê min ê ji dila Dila dibîne, maqûlo •120 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:122

Dilê min ê ji dila, dila dibîne •FILÎTÊ QUTO 121 Fesîhê Mihê Heyderî Li ser nazbalgiyê rûniþtiye Temamê giregirên Hesenan li dorê rûniþtîne Qala êsîrtiya xwe li Xeta Sûrî dike Ji cemaeta dora xwe re Dibêje bavo, pê re dinikîne Fesîh bi sê denga li Eshedê lawê xwe kir qêrîn e: Eshedo lawo! tu rabe lez bike bilezîne Bozê li tewlê derîne Teng û bertengê Bozê çep û rast bijidîne Destê xwe bavêje Bêþliyê bi tevî qolê fiþeka ve Deyne qarþî bavê xwe vezelîne Ezê berê xwe bidime Zozanê Dexda Goma Xelef Kaniya Mihê Kûla Zozanê Dexda Goma Xelef Kaniya Mihê Kûleke giran e Bavê te bimire bila hefse Di dilê bavê te de nemîne Lawoooo... Hehîhîîîîîî Eshed bi sê denga Li Fesîhê bavê xwe kir qêrîn e Dibê: Bavo yeqîna te bê Ji Xaliq Rebê Alemê Qurana Nebî ne ko bavo rûknê dîn e Mêrxasekî li Welatê Serhedê rabûye Jê re dibêjin; Çûro, Kekê Îlyas Bavê Dirþayê Bavo li »Erdê Kavirê« dimîne Ev sala hefta ye ketiye sala heþta Zozanê Dexda, Goma Xelef, Kaniya Mihê Bi darê zorê ji me distîne Koç û kêriyê xwe bavo, tê diçêrîne Fesîh, bi sê denga li cemeeta dora xwe kir qêrîn e Dibê: Gelî cemeeta hazir Ezê dûayekê ji rebê xwe bixwazim E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:123

Hûn bi hev re bêjin »amîn« e Belkî Xaliq Rebê Alemê Tu car belayê wisa Li pey mêrikê mêrxas nexîne Fesîh lez dike dilezîne Hespê Bozê ji tewlê dertîne Teng û bertengê Bozê çep û rast dijidîne Destê xwe davêje Bêþliyê Bi tevî qolî fiþeka ve Datîne qarþî bavê xwe, diwezîne Ma berê xwe da Zozanê Dexda Goma Xelef Kaniya Mihê Koç û keriyê Çûro Kekê Îlyas Bavê Dirþa Ji Zozanê Dexda dertîne Kaxizekî dinivîsîne Li destê Baþxûlamê Çûro datîne Dibê: Çûro tu bidî xatirê Xwedê û Qurana Nebî ne Tu qetl û qitûlê bi min nekî Ji nava çil û çicûxê min Careke din ê lawo Berê min li Xeta Sûrî nezivirîn... axaooo... Lawo tu bi Þera Mûhemed bêjî Li ber te sekinîme Heger tu bi orfê dikî Gazî çar alî miqûfa bike Zozanê Dexda heþt qetih e Bila qethekî her wiha bê pol bê pere Ji te re bimîneîîîîî Heger tu wê yekê nakî Kifþ û raporê derxe Zozanê Dexda bi kifþ û raporê ji min bistîne Lawo Zozanê Dexda Zozanê bav û kalê min ê qedîmî ne ê... Hey axaooo haêêêîîî... Lê belê roj qameta nîvro Berê koç û keriyê Kekê Îlyas Bavê Dirþayê •122 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:124

Baþxûlam li nava malê diqelibîne •FILÎTÊ QUTO 123 Çûro bi sê denga li Baþxûlam kir qêrîn e Baþxûlam kaxizê bi destê Çûro Kekê Îlyas Bavê Dirþayê datîne Lê gava Çûro kaxizê dixwîne Li nava serê xwe kir qêrîn e Dibê: Lawo Zozanê Dexda Zozanê zorê zozanê me ne Tapû û qoçanê bavê kesî jî Di zozan de tunîne Emo bi sê denga Li Dirþa qîza xwe kir qêrîn e: Dirþa lawo tu rabe lezke bilezîne Xwe bi aliyê odê bigihîne Deriyê odê li taqa piþtê bixîne Bi sê denga li Çûroyê bavê xwe bike qêrîn e Bêje bavo dayika min Li berbanga sibê razaye Sê xewnê xirab bavo ji te re dîne Dibêje berê xwe nede Zozanê Dexda Goma Xelef pêsîra xwe nede Pêsîra Fesîhê Mihê Mîrze Mêrikê mêrxas melkemotê kûlê kûpê xwînê Dibêje bavo çûna te bi dawet e Yeqîn hatina te ji me re bi þîn û girîn e Dirþa dibêje bavo were em herin lo... Lê bala xwe bidê Dirþa lez dike dilezîne Derê odê li taqê piþtê dixîne Bi sê denga li Çûroyê bavê xwe kir qêrîne e Dibê bavo tu bidî xatirê Xwedê û Qurana Nebî ne Tu were destê xwe ji benda kuþtinê bikþîne Dayika min Emo Ji berê berbanga sibê razaye Sê xewnên xirab bavo ji te re dîne Dibê berê xwe nede Zozanê Dexda E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:125

Pêsîra xwe nede Pêsîra Fesîhê lawê Mihê Mîrze Mêrikê mêrxas mêrê têr Melkemotê kulê, kûpê xwînê Dibêje bavo çûna te bi dawet e Yeqîn hatina te Ji me re bi þîn û girîn e Dirþa dibê bavo tu were em herin lo... Lê belê Çûro li nava serê xwe Li Dirþa qîza xwe kir qêrîn e Dibê: Dirþa lawo wezîfa qîza min ne ew e Wezîfa qîza min ev e; Rabe lezke bilezîne Hespê bavê xwe ji tewlê derîne Ji te re enexdar Bismilah bike li devê çekmecê bixîne Bi sî û du qolê fîþeka ve Deyne qarþî bavê xwe wezîne Bavê te li Welatê Serhedê Mêr li qarþê xwe nedîne Dayika te Emo ehmeq e Nezan e aqilê wê nagire Bila êvarê derkeve hafa Siwarê Hesenan Fesîhê Lawê Mihê Mîrze Êsîr û destgirêdayî Bila li pêþiya bavê te bibîne lê... Dirþa lez dike dilezîne E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM Vê tedbîra hanê ji bavê xwe re dibîne Çûro ji malê siwar dibe Bi sê telaqê Emo sond dixwe Dibê: Herçî li ser Zozanê Dexda Pêsîra xwe bide pêsîra min zilamê Xêrê ji xêr û bazara xwe nabîne Dê Xaliq Rebê Alemê Pelê wî ji darê biqetîne •124 FILÎTÊ QUTO

P:126

Xenîmê xwe li ber çavê xwe bîne •FILÎTÊ QUTO 125 Xêrê ji vê bazara xwe nabîne axaohaîîîî... Axaooo sibe ye Ezê bi Zozanê Dexda diketim Sê karî ne Ji siba Xwedê ve Çûro Bi serê Fesîh ve bavo qîreqîr e Axaooo sibe ye Wezê bi Zozanê Dexda diketim Bi kerkora derdora Fesîh Bi sê denga li Çûro kir qêrîn e, Dibê: Çûro lawo tu bidî Xatirê Xwedê û Qurana Nebî ne Tu qetl û qitûlê bi min nekî Ji nava çil û çicûxê min Lawo careke din berê min Li Xeta Sûrî li cem Mala Haco nezivirîne... Lawo Zozanê Dexda, Zozanê bav û kalê min ê qedîmî ne Heqê kesî di zozan de tunîne Lawo tu bi þera Mihemed bêjî Li ber te sekinîme Tu yê gazî çar heb alî miqûfa bike Zozanê Dexda heft qetihe ye Bila qetheke ji te re Bê pol û bê pere bimîne Heger tu vê yekê qebûl nakî Kifþ û raporekî derxe Bi kifþ û rapora hikûmetê Zozanê Dexda bavo Ji min bistîne lo... Lê bala xwe bidê Çûro qet xebera dînlemîþ nake Ji siba Xwedê ve Hê jî li serê Fesîh de hê qîreqîr e E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:127

Lê dixe kevirê ber serê Fesîh diþkîne Kozikê bi ser serê Fesîh ve bavo, diweþîne... Dibê lawo Zozanê Dexda Zozanê me ye Zozanê zorê ye Tapû û qoçanê bavê te jî Ji Zozanê Dexda re tunîne Heger tu bi hikûmetê Bi min re xeber bidî Geleke serê min jê naþî Hikûmet li pêþiya bav û kalê min nîne Mamûrê hikûmetê van e Li navbeyna min û qarþî wezilîne Ezê vê sibê ji malê siwar bûme Bi sê telaqê Emo sond xwariye Herçî li ser Zozanê Dexda Pêsîra xwe bide pêsîra min zilamek Xêrê ji vê bazara xwe nabîne Xaliq Rebê Alemê Pelê wî ji darê diqetîne Axaoo ax haîî... •126 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:128

15. Li Geliyê Zîlan Çemê Hesen, evdalê evîneke bêmirad: Heso û Nazê Heso û Nazê, li Geliyê Zîlan li Çemê Hesen Evdalê diman. Nazê qîz bû Heso xort bû. Her du aþiqê hev dibin. Heso, ji aliyê malê dinyayê ve fe- qîr û belengaz bû. Bavê Nazê zilameke dewlemend bû, xwedî famîle û eþîr bû. Rojekê Heso ji Nazê re got: — Nazê! Divê em dest ji vê eþqa xwe berdin. Tu zanî ko tiþtekî nebûyî ye. Di isûl û qaîdeyên memleketê me de, zilamê ko eþîr be, dewlemend be, qîza xwe nade mêrikê kurmanc ê feqîr. Were em dev ji hev berdin, an jî were bi min re bireve ! Nazê got: — Belê Heso tu tiþtekî baþ dibêjî. Lew ez jî gune me. Heval û hogirên min wê sibê rabin û ji min re çi bêjin? Were, isûleke dinyayê ye, min ji babê min bixwaze. Gava ko nede, ew jî ji min re dibe, senedeyekî, delîlekî. Wextê ez bi te re birevim, wê xelk bibêje »Qîz û xort bûn, her du aþiqê hev bûn, bi qewl û resûlê Xwedê Heso Nazê ji babê Nazê xwest. Babê wê Nazê neda, Nazê jî bi Heso re reviya!« Ew jî ji min re dibe delîl û hincetek. Welhasilî kelam em zêde dirêj nekin. Heso hate cem Qûlîxanê birayê xwe. Gundê wan nêzî hev in. Ji birayê xwe re got: — Qulîxan, gereke tu herî ji min re Nazê bixwazî ! Qulîxan bi awayeke þaþ û acizbûyî ji Hesoyê birayê xwe re got: — Lawo te ji babê xwe, kalê xwe kengê seh kiriye, mêrikê eþîr qîza xwe daye mêrikê kurmanc? Hesoyê gewr e, ji ya xwe nakeve, gavan bi paþ ve navêje. Dibêje: — Na Qulîxan! Ev dîn e îman e, erd e ezman e. Tu yê herî Heso ji min re bixwazî... Qulîxan tirsiya. Wisa dizane ko gava here Nazê ji babê wê bixwaze, dibe ko lêdanê jî bixwe. Berê xwe da Heso û got: — Lawo wele, belkî lêdan jî tê de hebe, kuþtin jî tê de hebe. Bi xwedê E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM •FILÎTÊ QUTO 127

P:129

tu yê jî bi min re werî. Heso da pey Qulîxan û çûn dîwana mala babê Nazê. Piþtî þêwr û miþêwiran babê Nazê li Qulîxan zivirî û wisa got: — Qulîxan xêr e? Qet hûn nedihatin dîwana min cemieta min. We xêr e gelo? Qulîxan destên xwe danîn ser hev û bersiva babê Nazê da: — Ezbenî, em hatine heger reza û destûra te hebe, bi qewl û resûlê xwedê, em Nazê ji Heso re dixwazin. Belê babê Nazê jî bi meseleya qîza xwe hesiyaye ko dizane dilê Nazê jî li ser Heso heye. Di dilê xwe de got: »Wele heger ez kurt cewab bidim û bêjim ez qîza xwe nadim, dibe ko sibê qîza min pê re bireve, di nava þirîk û hemberê min de, wê serê min berjêr bibe. Ya rast ew e ko ez bareke gi- ran li wan bikim û riyeke dirêj bidim pêþiya wan, wê dev jê berdin, emê ji bara hev bikevin« Babê Nazê berê xwe da Qulîxan û dest bi van gotinan kir: — Heger Heso heft salan þivaniya min bike, ezê Nazê bidimê, heger heft salan þivaniya min neke ez Nazê nadimê. Hesoyê ko heta vî emrê xwe berê pezekî û heywanekî danegerandiye, piþtî van gotinên babê Nazê wisa got: — Wele ji min re zor e, lê ji bo xatirê Nazê ne heft sal, deh sal jî be ezê bikim. Heso rahiþte dar û kulavê xwe, bû þivanê babê Nazê. Sê-çar salên Heso qediya. Herçî Nazê ye, di dorhêla xwe de qîzeke wisa deng pê ketiye ko hewçend bi hisnê dinyayê delal e. Xalid Begê jî, delaliya Nazê seh kiriye. Çend siwariya da pey xwe û hat di mala babê Nazê de rûniþt û di dîwana mala babê Nazê de got: — Nazê bidine min! Heftê hezar qelenê wê, bi pênc heb çek xelatê wê ve ezê bidim. Meaþê xelkê ko hezar kaxit be ezê du hezar kaxitê bidim Heso ezê wî îqna bikim. Babê Nazê li pera tima bû. Diya Nazê got: — Heyra þêwr ji sinet e. Serî Nazê ye, heger Nazê qîma xwe bîne, jixwe mesele tine ye. Ezê herim pirsiyarekî bi Nazê bikim. Diya Nazê derbasî odeya Nazê dibe. Ji Nazê re dibêje: — Lawo, te tunehî û feqîriyê nedîtiye. Li cem Heso wê zikekê te têr yek birçî be. Xalid Begê zilamekî dewlemend e. Heftê hezar qalanê te, bi pênc heb çek xelatê te ve dide. Meaþê xelkê hezar kaxit be wê du hezar kaxit bide Heso û wê wî îqna bike. •128 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:130

Ji hêrsbûnê erd û ezman li ber çavê Nazê bû yek, derziya xwedê li ber çavê wê çû û hat. ji diya xwe re van gotinan dibêje: — Dayê! Tu bi qurbana wî þîrê sipî bibî ko te ji pêsîra xwe daye min. Heger ko min bizanibûya ko xelk lome û ithaman li min nake, welehî ni- ha min ê te di odeya xwe de bikuþta. Lê ka ew mêrê ko ji malê xwe û ji mêrê xwe têr e, tê namûsa xelkê bi qeweta malê xwe dixwaze û distîne, ka ez wî mirovî bibînim mirovekî çawa ye? Diya Nazê zûka xwe gihande Xalid Beg û jê re got: — Xalid Beg zûka xwe xilas bike. Nazê ko bigihije te, wê te di mala min de bikuje! Xalid Beg, bi bêhna lingê hespê reviya. Nazê demançe tazî di desta de, derkete derê dîwanê, li pey Xalid Begê de kire qîr: — Ew mêrê ko ji malê xwe ji mêrê xwe têr e, namûsa xelkê bi pereyên xwe distîne, haþa hizûr ka ew çi bênamûs e ez bibînim? Malbata Nazê li dora wê civiya jê re gotin: — Lawo, kesekî behsa te nekiriye. Me te da Heso pirsekî siwalekî me ji te nekir. De ko dilê te li ser Heso heb,e xêr li bazara te be. Em dirêj nekin. Heso qewlê xwe yê þivaniyê temam kir. Îrada xwedê pê hebe. Heso daweta xwe kir. Bi qasî mehek du mehan li cem hev man. Dûr ji van deran, êþek li canê Heso peyda bû ko êþeke wisa pîs neûzûbi- lah! Xelk û alemê xwe ji Heso dûr xist. Dor û civat îthaman li Qulîxan kir. Ji Qulîxan re gotin: — Lawo, xwedê derd daye lê derman jî daye. Çima tu birayê xwe nabî dixtorekî, nexweþxaneyekî xweyîtiyekî lê nakî? Ji ber ko xelkê zêde îtham û lomeyan li Qulîxan kir, rahiþte Heso da piþta xwe û nakire nexweþxanê. Wextê dixtor Heso mieyene kir, bi ser Qulîxan de kire qîreqîr: — Malmîrat! Te vî cendekî aniyê ezê çawa bikim jê? Êþa wî lê pîr bûye, tesîra ko derdê wî derman bike, nemaye. Ez çawa bikim ji vî cenazeyî? Qulîxan tirsiya. Di dilê xwe de got: »Bi xwedê dibe ko min sûc kiribe, wê werin min jî bigirin« Bi hinceta destavê, Qulîxan mîna lingê hespê, got : »Lingo ez bi qûrbana te!« û reviya. Nazê jî, ji berê ve wead kiriye û wisa gotiye: — Gava ko cewaba mirina Heso ji min re were, ezê fincanekî jehrî wexwim. Piþtî mirina Heso, ez sax li dinyayê nemînim. Nazê bazda pêþiya Qulîxan û jê re got: — Keko, bextê te û xwedê, te çawa kir ji Heso, Mir an ma? E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM •FILÎTÊ QUTO 129

P:131

Qulîxan li Nazê vegerand: — Qet pirsa Heso ji min neke. Nazê, zarezar bi Qulîxan kir. Qulîxan vê carê wisa got: — Wele hal û meseleya Heso ev e. Dixtor wisa ji min re gotiye, ez tir- siya me. Min gotiye wele wê werin min jî bigirin. Bi xwedê min Heso di nav lepên wan de hiþtiye, ez reviyame û hatime. Xew ji nazê re namîne. Wê þevê radibe, destekî cilê zilaman li xwe dike, berjêrî bajêr dibe, diçe nexweþxaneyê dixtorê nobedar dibîne, pêve zarezar dike, riya xwedê û pêxember ji ber digire. Nazê ji dixtor hêvî û re- ca dike: — Ew nexweþê ko îro anîne cem te, navê wî Heso ye. Ez dixwazim tu wî nexweþî teslîmê min bikî. Ew jî dixwazin ko gavek zûtir ji Heso xilas bibin. Dixtor kete pêþiyê, çûn deriyê bodromê vekirin, Heso ji binê bodromê derxistin. Nazê kete binê milê Heso, ji nexweþxaneyê derxist. Ew gotina ko dixtor gotibû: »Em nizanin wî bavêjin behrê, an jî bi saxîtî wî bixin binê erdê!« di mejiyê Heso de cemidî. Heso di dilê xwe de ji xwe re wisa got: »Wele vaye min birin. Yan wê min bavêjin behrê, yan jî wê min bi saxî bixin binê erdê« Bi awayeke xayîsbûyî serê xwe rakir û got: — Tu bi qedrê Mûhemed Mistefa bikî, tu çi kesî tu min bi ko ve dibî? Nazê, tevî cilên xwe yên mêraniyê ko ji bo nenaskirinê li xwe kiribû, wisa got: — Heso, ez Nazê me! Heso axîn ji paniyê kiþand û berê xwe da Nazê: — Nazê, heft sal emeka min jî bi te re heye. Lê ez bi wî xwedayî bikim ko wî rihê me daye û wê bistîne jî, ev heft sal emeka min wekî vê saniyê li ber çavê min nayê. Nazê got: — Heso Xwedê mezin e! Bi þev nîvê þevê Heso anî malê, ko sebebî li Heso bike. Yan Xwedê teala wê þîfa ji Heso re biþîne yan jî wê rihê wî bistîne. Jinbira Heso ko xwedê sitarê nede serî, sitarê neda ser Heso. Ji Qulîxanê mêrê xwe re got: — Camêr! Ev êþa Heso pîs e. Li me li zarê me peyda bibe, hebek ji me namîne. Ez bi wî xwedayî bikim, yan ez di xaniyê te de dimînim yan Heso dimîne. ko Heso di vî xaniyê de bimîne, ha ji te re zarê te, bi xatirê te ez diçim mala bavê xwe. •130 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:132

Belê, Qulîxan ji jina xwe zalimtir bû. Bi gotina jina xwe kir, kete binê milê Heso wî avête binê Geliyê Zîlan Çemê Hesen Evdalê. Holikekî bi qirþ û mirþan li ber devê avê ji Heso re çêkir. Piþtî ko Qulîxan dageriya û hate malê, jina wî bi qasî nîv metre lê- vaxwekirî, hate pêþiya Qulîxan. Wê rojê tim di dilê xwe de digot: »Wele, gava ko Heso bimire û Qulîxan jî jinbira xwe mar bike, xwedê wekal e, ez çûm av û av, di diya wê jina ne hazir hate niyan, ezê biçim ber pêlavan! Ev kelemeke giran e li pêþ çavê min, ezê îtirafiyekî mezin bêxim stûyê, Nazê ko ez jê xilas bibim« Pîreka Qulîxan çavê xwe girt û devê xwe ji mêrê xwe re vekir: — Qulîxan, tu ketî xewê, haya te ji bayê felekê tune ye!. Qulîxan got: — Xêr e, Çi bûye? Jina wî dewam kir: — Nazê heta berê sibê, xew jê re tine ye, li pey xortê xelkê digere. Sibê di mala te de, jinbira te rabe bi xortê xelkê re bereve, mirina mezin ev e. Oxweþikê kesî li mirinê nayê. Emê jî bimirin, kurê me jî bimire, babê me jî bimire, lewra ko însan tixmê mirinê ye, em çêbûne ji bo mirinê. Mirina mezin ev e ko, jinbira te rabe di mala te de li pey xortê xelkê bireve. xe- berek ji babê wê re biþeyne, bila were qîza xwe bibe, li mala babê xwe çawa dike bila bike, namûsa wan e, elaqa me jê tine. Birayê te êdî miriye, tu xêra birayê te ji te re tune. Qulîxan bi xeberê jina xwe kir, xeberek ji mala babê Nazê re þand û got: — Vaye birayê min miriye, werin qîza xwe bibin. Belê, navê mirina Heso li dinyayê belav bû. Hêj jî ew kûl û hesret bi Xalid Begê re ye. Bi çend siwariyên xwe ve hat li mala Qulîxan de rûniþt. Xalid Begê ji Qulîxan re got: — Nazê bide min! Heftê hezar qalanê wê, bi pênc heb çek xelatê wê ve ezê bidim. Heger babê Nazê qîma xwe neanî, tu li mala xwe rûne qarþê wê nebe, ez heme. Ji ber ko ji berê de gazî mala babê Nazê kiribûn. Ew jî hatibûn. Di mala Qulîxan de li hev rûniþtin û li hev hatin. Nazê xwestin, þîraniya wê birîn û wê xelat kirin. Nazê bi stûxarî rabû ser xwe û wisa got: — Heyra ev çi kafirstanî ye ko hûn bi min dikin? Zilamê min sax e. Wê gavê, nîvmeleyekî ko li civatê pal daye, bi meqseda ko çend qirûþ pereyên markirinê bistîne radibe ser xwe û dibêje: E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM •FILÎTÊ QUTO 131

P:133

— Babo xira xira we çi ye? Wele Heso miriye û min Heso bi destê xwe þûþtiye. Li ser vê derewa mele Nazê dibin. Wextê ko Nazê dibin, riya wan bi wir dikeve, di ber Geliyê Zîlan Çemê Hesen Evdalê de derbas dibin. Nazê xê- lyê xwe dadigerîne û dibêje: — Xwedê ji we razî be! Hûn çi kes in, çi qewmiyet in, dînê we û meshe- bê we çi ye? Tev bi hev re gotin: — Em misilman in. Nazê li wan dagerand: — Ne xêr hûn ne misilman in. Ev kirina we di nava tu dînî de nabe. Çi ye hûn vê kafirstaniya hanê bi mir re dikin. Heger hûn misilman in, ji min re misade bikin ez herim zilamê xwe bibînim, xatirê xwe pê bixwaz- im. Ezê xwe pê helal bikim. De tu sîleh û qeweta min tuneye, xwedayekî min li jorê heye, bila qebûl neke. Di nav karwanê de dubendiyek çêbû. Rabû hinek ji wan gotin: — Lawo wele ev kafirstani ye, kesê tiþtê wisa nekiriye. Welhasil, ji Nazê re misade kirin, du mirov jî wekî þahid bi Nazê re þandin ko li ser devê Heso bibin þahid û Heso jî Nazê berde. Nazê hat bi ser holika Heso de sekinî. Heso nexweþ e, xayîs e, haya Heso ji bayê felekê tuneye. Ketiye halekî ko ne hal e. Xêr û þerê Heso tev di binê wî de ye. Kezeba Nazê þewitî hate xwarê. Nazê di ber xwe de got: »Niha ez bi vî halî ez xatirê xwe jê bixwazim, ew rihê ko heye jî wê here, ezê bibime sebebê qetla wî. Heso di wextê xwe de kêfçî bû, henekçî bû, ezê kilamekê ji Heso re bibêjim. Heta hiþê wî were serî ezê xatirê xwe jê bixwazim« Nazê li ber serê Heso sekinî û dest bi gotina kilama xwe kir: Nazê dibê herê dewranê dewraanê dewranê Le Nazê dibê Heso birîndaro sibeye Ezê bi diyarê Geliyê Zîlan Bi Çemê Hesen Evdalê dikevim Ji xema dilê min ji te re bi dar kinêre Birîndaro tê digere refên qaz û qûlingan Bi lingên xwe digere Ji xwe re bi nikûlê xwe diçêre Kesî nedî dewrî bedîlî zemana salox nedaye •132 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:134

Bira çawa rabe Jinbira xwe di mala xwe de bide mêr e siwaro Axx were were ax were birîndaro Hayîîhaax ay hahîhîhî Heso serê xwe ranake cewaba Nazê nade. Ji Heso kirî ko Nazê hatiye van teklîfên acî lê dike. Di dilê xwe de dibêje: »Halê min, kûla min, derd û birînên min ne bes in, ev hatiye tinazê xwe bi min dike. Ev rihê ko heye jî distîne.« Qet serê xwe ranake. Nazê kilama xwe berdewam dike: Nazê dibê herê dewranê, dewranê, dewranê Le Nazê dibê Heso birîndaro sibeye Ezê bi diyarê Geliyê Zîlan Bi Çemê Hesen Evdalê dikevim Dilê min bi demar e Kuro malxirabo bejna min bilind e Ji te re pira li serê heft riya Kûlîlka diwazdeh waran e Ev îro sê roj û sê þevê min qediyaye Bi xwedê xwezgîniyê min Di mala Qûlîxanê birayê te de li hev civiyane Le heftê hezar qalanê min Bi pênç heb çek gelo xelata min dane Nexweþo birîndaro ka serê xwe rake Nizaanim birînê te çawa ne Birîndaro serê xwe rake Qasekî ji xwe re li xemlaa min mêze keê Wele vanê du heb þahid Di navbeyna min û te de sekinîne Ez îro hatime xatirê xwe bi te dixwazim Ez nizanim birînê te çawa ne siwaro Axx were ax were birîndaro axxx ay Hahîhîîîîîîî... Belê Heso çavên xwe vedike. Nazê xêlkirî bi ser de sekiniye. Wekî nîvxêlê li qariþî Heso sekinandine. Yeqîniya Heso ji xwedê tê ko Nazê hatiye tek- lîfa berdana xwe li Heso dike. Heso li xwe dinêre, li halê xwe dinêre, li E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM •FILÎTÊ QUTO 133

P:135

binîrên xwe dinêre ko kurm di birînên Heso de dileyîzin. Kezeba Heso ji halê Heso re diþewite. Ji halê xwe re, ji birînê xwe re, ji derdê Nazê re li gorî qeweta xwe Heso serê xwe radike û dest bi kilama xwe ya ko ji Nazê re dibe bersiv, dibêje: Heso dibê herê dewran e dewran e dewran e Le Heso dibê lê lê Nazê rebenê Sibe yi wezê bi diyarî Geliyê Zîlan Li Çemê Hesen Evdalê diketim îro ji taliê min û te re ji asîmanan li minê agir barî Lê dilê min evdalê Xwedê Ji hemî teyra hêlîna teyrê narî Ewî heywanî hêlîna xwe çêkir Ji asîmanê li binê qanatê reþ û tarî Nazê tu bi xatirê Xwedê kî Tu hatî xatirê xwe ji min dixwazî Bi vê teklîfa hanê te goþtê canê min heland Kezeba min di nava min de kiriye parî parî Wele ez þakir im ji Xwedayê xwe re Êþa ko daye min bila nede tu kurê camêra Bila neyne serê tu canik û tu ciwana Heft salan xistibû canê wî pêxemberê Kûrma xwarî Nazê axx were were ax were ez birîndar im Heso dibê Nazêêê te piçûkê Li ber miradê te çavreþê bejn bilindê Gerden qazê te sing sipî ye Belek î berfa çiyakê li ser xalyazê Heso çima pê nekir miradê Nazê tu bi xatirê Xwedê kî Tu hatî xatirê xwe ji min dixwazî Tu giyayê binê min teze bike Birîndaro bila serê xwe deyne û razê ax ay haîhaî Nazê dibê herê dewranê dewraanê dewranê Le Nazê dibê Heso birîndaro sibe ye Ezê bi diyarê Geliyê Zîlan •134 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:136

Bi Çemê Hesen Evdalê diketim •FILÎTÊ QUTO 135 Dilê min hêlîna teyrê li etek e Nexweþo birîndaro jê firiyane Refê qaz û qûlinga teyreka per belek e Ez bi qûrbana te me Gunê xwe bi halê xwe neyne Ezê çoka xwe deynim Serê xwe li ser çoka min deyne Te rabe rûnê destê xwe veke Dûayên nexweþ û birîndaran Li cem Rebê Alemê yek bi yek e Ez bi qûrban rabe emê dûayekî Ji rebê xwe bixwazin Xweda xwedayekî mezin e Belgî êþa canê te li canê min peyde ke Bila ez piþtî Hesokê xwe Ji kesî re nebime bermalya mala teze siwaro Ax were were ax were birîndaro hahîhahî Heso dibê herê dewran e dewran e dewran e Le Heso dibê lê lê Nazê rebenê sibe ye Ezê bi diyarê Geliyê Zîlan Bi Çemê Hesen Evdalê diketim Dilê min hêlîna teyrê li sîmir e Lê lê Nazê kûlê dilê min giran e Xemê dilê min li hûndir e Îro Ava Geliyê Zîlan Çemê Hesen Evdalê Tê bi ser me de gur e gur e Bes e Nazê tu bi xatirê Xwedê kî Tu hatî xatirê xwe ji min dixwazî Vê teklîfa hanê çawa tu cozdan û meqesê Berbera bidî serê dil û cîgera min Ji xwe re bibirî Nazê Ax were were ax were Ez birîndar im Hesoo dibê here Nazê te piçûkê Li ber miradê te çav reþê bejn bilindê E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:137

Gerden qazê te sing sipiyê Belekî ji berfa çiyakê Li ser Xalyazê çima Heso pê nekir miradê Lê lê Nazê tu bi xatirê Xwedê kî Tu hatî xatirê xwe ji min dixwazî Tu rabe giyayê binê min teze bike Birîndaro bila serê xwe deyne û razê Haîhaî Nazê dibê herê dewranê dewranê dewranê Le Nazê dibê Heso birîndaro sibe ye Ezê bi diyarê Geliyê Zîlan Bi Çemê Hesen Evdalê diketim bi bax û reze Îro Ava Geliyê Zîlan Çemê Hesen Evdalê Tê bi ser me de bi xar û lez e Nexweþo birîndaro gunê xwe bi halê xwe neyne Ezê çoka xwe deynim Serê xwe li ser çoka min deyne De rabe rûnê destê xwe veke Dûayên nexweþ û birîndaran Li cem Rebê Alemê yek bi yek e Nexweþo birîndaro rabe emê dûayekî Ji rebê xwe bixwazin Xwedê Xwedayekî mezin e Belgî êþa canê te li canê min bibeze Ez piþtî Hesokê xwe Ji kesî re nebime bermalya mala teze Ezê serê xwe êdî girê nedim Xêliya sor gevez e siwaro Axx were were ax were birîndaro Hahîîîî Heso dibê herê dewranê dewranê dewraanê Le Heso dibê Nazê rebenê sibe ye Ezê bi diyarê Geliyê Zîlan Bi Çemê Hesen Evdalê diketim Ji xema dilê min û te re bi bar e Îro Ava Geliyê Zîlan Çemê Hesen Evdalê •136 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:138

Tê bi ser me çiqas bi meyl û xwar e Belgî Xwedê Teala min ji birakê min re nehêle Çawa bi xeberê jina xwe dike Bi çepilê min digire min davêje Geliyê Zîlan Çemê Hesen Evdalê êvar e ne gaziye li minê ne fîraz e Nazê tu bi xatirê Xwedê kî Tu hatî xatirê xwe ji min dixwazî Tu xwe berde devê Geliyê Hesen Evdalê Ji min re bîne tasek ava sare Nazê Ax were lê lê Nazê te piçûkê li ber miradê Te çavreþê bejn bilindê gerden qazê Te sing sipiyê belekê berfa çiyakê Li ser Xalyasê Heso pê nekir miradê Nazê tu bi xatirê Xwedê kî Tu hatî xatirê xwe ji min dixwazî Tu giyayê binê min tezeke Heso serê xwe deyne belgî Xwedê emanetê xwe Ji min bistîne birîndaro ranazê ax haayyy Belê, Heso avê dixwaze, heta Nazê diçe avê jê re tîne, serê xwendevan û haziran xweþ û sax be. Heso canê xwe dispêre rehma Xwedê Teala. Nazê jî diçe ber serê Heso disekine, destê xwe ber bi asîmanan ve bilind dike û dibêje: — Ya Rebî tu rûhê min jî bi yê wî re bistînî. Bila piþtî mirina Heso ez jî li dinyayê nemînim... Xwedê Teala dûayên wê jî qebûl dike, Nazê jî li vê derê canê xwe tes- lîm dike. Îro tirba Heso û Nazê li Geliyê Zîlan Çemê Hesen Evdalê ne û ev tirb bûne ziyaret. * Cara yekem min çîroka vê kilamê, di sala 1983’yan de li gundê Badayê ya Misircê (Kurtalanê) ya Sêrtê ji devê pîrika xwe Þêfîqe guhdarî kir. Wê gavê bi Þakirê birayê xwe re li gund diçûm dibistanê û di hefteyekê de bi kêmasî sê car pîrika min, li gorî daxwaza me, kilama Heso û Nazê ji me re digot. Her çiqas min ev kilam di çend salên dawîn de, ji devê çend dengbêjan guhdarî kiribe jî, cara dawîn di sala 1997-an de li Edeneyê li mala Birahîmê Torî me ji devê Dengbêj Salihê Qubînê guhdarî kir. E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM •FILÎTÊ QUTO 137

P:139

Dema Salihê Qubînê bi awaza Xerzanî ev kilam digot, sîlûetên ko pîri- ka min digotin, li ber çavên min kifþe dibûn. Wekî gotina dawî; her çiqas kilam ji Dengbêj Salihê Qubînê hatibe wergirtin jî, çîrok û diyalogên kilamê ji pîrê Þefîqe hatine hînkirin. (S.K) •138 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:140

16. Bavê Elfezya Siwarê Eznawir: Ferzende Beg Ferzende Beg, ji Eþîra Hesenan mêrxas û þerkerekî çak e. Yek ji pêþe- wayên »Serhildana Agiriyê« ye. Di vê tevgera navborî de navê wî, piþtî Îh- san Nûrî Paþa û Bro Hesko (Brahîm Paþa) Têlî tê. Tabî di vê tevgerê de navên wekî Xalis Beg, Nadir Beg û Memo Beg (zarokên Kor Hiseyn Paþa), Elîcan, Reþoyê Silo, Seyîdxan û Zahir Axa jî têne bilêvkirin û pi- raniya van navan, di gotin û kilamên dengbêjên welêt de, bi mêrxasî û cengawerî têne jiyandin. Ferzende Begê Hesenan, beriya Tevgera Agiriyê, di sala 1925-an de beþ- darî Serhildana Þêx Seîd dibe û bi taybetî li dorhêla Melazgira Mûþê mohra xwe li bin qehremaniyên mezin dide. Li gorî hinek çavkaniyan, piþtî têkþikênandina Serhildana Þêx Seîd, Ferzende Beg ligel 150 si- wariyên xwe derbasî nav sînorên Îranê dibe. Dîsa li gorî van çavkaniyan, gava ev dixwaze xwe li sînor bixe, ji hêla leþkerên tirk ve tê birîndarkirin. Piþtî ko ew derbasî aliyê Îranê dibin, hêzên Îranî ji wan daxwaza tes- lîmkirina çekan dikin, lê ew vê yekê qebûl nakin. Di navbera hêzên kurd û hêzên artêþa Îranê de þerên dijwar derdikevin û tê saloxdayîn ko di en- cama vî þerî de, Þemsedînê Xalid, Bavê Ferzende Silêmanê Ehmed, Kerem Begê Zirkanî û Evdilbaqî jiyana xwe ji dest didin û Ferzende Beg jî birîndar dibe. Yên ko ji ber gule û barûdên leþkerên Îranî filitîne, xwe spartine hawara Simko Axayê Þikakî. Li gorî hinek çavkaniyên din, ev derbasbûna hanê, ne piþtî têkçûna Tevgera Þêx Seîd, lê piþtî Têkçûna Tevgera Agiriyê pêk hatiye. Lewre jî di dîrokê de navê þerê di navbera kurd û iraniyan de, wekî »Serhildana Makoyê« tê zanîn ko di sala 1931’î de pêk hatiye. Di vê serhildanê de hêzên leþkerên Îranî, raserî 6-7 hezarî ye û wekî fermandar, li ser serê wan Kelb Elîxan Nexsîwan heye. Hejmara leþkerên kurd, ko di nava wan de kesên wekî Ferzende Beg û Bro Hesko Têlî jî hene, ji 900 kesî pêk dihat. Piþtî vê serhildanê, Kelb Elîxan Nexþîwan jî di nav de, bi qasî 700 kesên ji hêzên îranî, ji hêla Serhildêrên kurd ve têne kuþtin. Serhildana navborî, E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM •FILÎTÊ QUTO 139

P:141

piþtî lihevkirin û yekbûna hêzên tirk û îranî hate têkþikandin. Her çiqas me got, navê Ferzende Beg û kesên din di Serhildana Þêx Seîd û Serhildana Agiriyê de jî derbas dibe, di rastiya xwe de mêrxasî û cengaweriyên van ciwamêran, di kilam û gotinên dengbêjan de bi salan e ko derbas dibin. Li gorî van kilaman ko emê yek ji wan li jêr bidin, qewimîn û bûyer piþtî têkþikestina Serhildana Þêx Seîd pêk hatine. Ev yek di pirtûka nivîskarê kurd Rohat Alakom a bi navê »Hoybûn Örgütü ve Axri Ayaklanmasi« (Rêxistina Xoybûnê û Serhildana Agiriyê) de jî hatiye pesendkirin. Niha jî beriya ko em derbasî kilama li ser Ferzende Beg bibin, kerem bikin em cih bidin beþek nirxandinên li ser Ferzende Beg ko di heman pirtûka Rohat Alakom de cih ji xwe re peyda kiriye: »...Ferzende Begê ko di Serhildana Þêx Seîd de nayê girtin û derbasî Îranê dibe, di sala 1927-an de ji bo ko beþdarî li Serhildana Agiriyê bibe, dizivire. Bi awayekî aktîf beþdarî li Þerê Agiriyê dike û mohra xwe li bin qehremaniyên mezin dixe. ÊRîþ û sabotajên mezin li dijî hêzên neyar pêk tîne. Serekê Serhildanê Îhsan Nûrî Paþa, di bîranînên xwe de ji bo Ferzende Beg nirxandinên balkêþ dike. Qedrî Cemîl Paþa di di bîranînên xwe de ji bo Ferzende Beg gotina »abîdeya zindî« bi lêv dike. Osman Sebrî, di nivîsa xwe ya bi navê »çar leheng« de Ferzende Begê wekî »lehengê yekemîn« bi nav dike. Di þerekî de du alay leþker bi ser wî de diþînin. Ferzende Beg bi 60 kesî li dijî vê hêzê þer dike û qehremaniyeke mezin bi dest dixe. Fermandarê tirk, piþtî vê têkçûnê, raporeke sexte amade dike û diyar dike ko tevahiya gundên derdorê piþtgirî û alîkariya Ferzende Beg kirine û leþkerên wan kuþtine. Li ser vê yekê bi qasî 80 gundên li Geliyê Zîlan wêran dikin û diþewitînin. Osman Sebrî di nivîsarekî xwe de diyar dike ko ji ber qehremaniya Ferzende Beg 80 gund hatine þewitandin. Hesen Hiþyar jî di heman baweriyê de ye...« Le axao hey li min li min li min Bê maqûlo hey li min li min li min Le Asyayê bi sê denga bang lê dike Dibê de lê lê Besrayê rebenê sibe ye Þereka li me çêbû Qaleka li me qewimî Le Kil Îskender Li sûr û bedena Salim Begê •140 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:142

Li hewþa kafirê Emer Tûman •FILÎTÊ QUTO 141 Dayê rebenê vê sibê Li ser kaniyê way ax way Le belê ji êvara Xwedê ve Li gohê min xweþ tê Dengê gula topê li me sil kir Sewtêna mîrata vê boriyê Gule û barûdê vî kafirî Li me dibare dayê mînanî Tevana gelo li ber taviyê Le Asyayê bi sê denga bang lê dike Dibê de lê lê Besrayê Hey lê agirê Helebê Bi derê mala bavê te ketê Tu rabe li ber çoka Ferzende rûnê Tu bêje Ferzende mala te xirab be Lo bila mala min jî pê re Te digo ‘Ez Ferzende me ez Ferzende me’ Ez bavê Elfezya Siwarê Eznawir im Xwedanê kuçik çapliya me Rojê qale qalê oxirmê giran Li welatê ‘ûçincî ordiyê’ de Mêr di ser min re qet tune ne Evya ne þerê me û Hesenan e Ne þerê Heyderan e Ne þerê Cibiran e Ne þerê Sînikan e Ne þerê duwazdeh bavê eþîratê giran e Evya ecem e ‘bêþincî mezheb’ e Ne dîn e ne îman e Li gorî qarþî þerîeta Mûhemed Li qarþî me disekine me dixapîne Ji êvara Xwedê ve Cinazê Silêmanê Ehmed Bi tevî komê Hesenan ve E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:143

Gelo li pêþ miqabilî çavê min e Ezê bi du gulê tometîka vî kafirî Birîndar im Destê min têtikê mîrata modoliyê Modoliyê nagire dayê rebenê Pêçîka min a þahidê li min nagere Heyfa min nayê li kuþtina mêran û þêran Heyfa min tê li wê heyfê Çar heb ji tûxayê vî kafirî Li ser me re sekinîne Ji milê Silêmanê Ehmed Bavê Kazim digirtin Dixistin nîþanê Hemîdiyê Le Axao wile nabe bile nabe Îþev sê þev û sê roj e Þer ketiye ser milê Keremê Qolexasî Mêrekî çê tê kuþtinê Bi du gula birîndar e Bi sonda mezin sond xwariye Tê kuþtinê lo bira jê venabe Erz û eyalê Mala Emer Îþev sê þev û sê roja Li kavila Îranê digere nagere yêr nabîne Ji xwe re li ser piþta kihêl û malekiyan Lo bira peya nabî Kerem dibê wez Kerem bim Ez Kerem bim Ez firar û qaþqûrê mehkûmê Dewletê bim Berxê Mala Emer bim Ezê bi maleka weka Mistefa Begê re mal bim Evî kafirê li bira qesr û qûnaxê me girtine Dibên tivingên destê xwe deynin •142 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:144

17. Welatperwerekî hêja, dostê feqîran: Dr. Yusuf Azîzoglu (1917–1970) »Yusuf Azîzoglu, heta tu bibêjî bes mirovekî hêja û nefsbiçûk bû. Quretî li cem wî peyda nedibû. Tim û daîm dixwest ji bo miletê þerqê kar û xe- batê bike. Ji malbateke mezin û dewlemend dihat. Lewma jî, her gav derî û dîwana mala wî, ji xelqê kurd re vekirîbû. Dabara bi sedan kesan dikir...« Belê der barê parlamenterê kurd Dr.Yusuf Azîzoglu de, dostê wî Dengbêj Mahmûd Qizil wisa dibêje. Yusuf Azîzoglu, di sala 1917-an de, li Farqînê (Silîvan) ko bi ser Diyarbekirê ve ye hatiye dinê. Ew bi eslê xwe ji heman navçeyê, ji eþîr û malbata Ferhendiyan, birayê Hacî Huseyn Axa ye. Ji malbateke dewlemend tê û xwedî 6-7 gundan e. Ji wan çend gundên wan ên ko me bidest xistine navê wan ev in: Tirbesipî, Tilmî û Soranê. Azîzoglu, dibistana seretayî li Farqînê, dibistana navîn û lîseyê jî li Amedê diqedîne û ji bo perwerdehiya tibiyeyê, qeyda xwe li Zanîngeha Stenbolê Fakulteya Tipê dike. Yusuf Azîzoglu, di dema perwerdehiya xwe ya li Stenbolê de, wekî bi dehan xwendekarên welatparêz ên kurd, li »Dîcle Talebe Yurdu« yê dimîne û hewl dide xwe ko, ev der bibe naven- da þiyarbûna þagirtên kurd û qada çandê. Azîzoglu dibe wezîrê tendurustiyê Piþtî xwendina xwe ya zanîngehê, Azîzoglu bû doktor. Pê re pê re jî, gi- raniya xwe da siyasetê. Wekî tê zanîn piþtî cuntaya leþkerî ya 1960’î, li Tirkiyeyê çend partiyên siyasî hatibûn avakirin. Yusuf Azizoglu, ligel çend hevalên xwe yên bijare û welatperwer, di 13’ê reþemiya 1961’ê de YTP’ê (Yenî TÜrkiye Partîsî) ava kir. Piþtî çend mehan, di hilbijartinên ko pêk hat de, vê partiyê gelek parlamanter derxistin û wekî þirîkê hikûmetê kete kabîneyê. Azîzoglu, di hikumetê de, wekî Wezîrê Tendurustiyê kar û bar meþandin. Yusuf Azîzoglu, piþtî ko dibe wezîr ji bo kar û barê tendurustiya welatê xwe di cih de bibîne û di vê riyê de projeyan saz bike, diçe Tetwanê ko E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM •FILÎTÊ QUTO 143

P:145

navçeya Belîsê ye. Lêkolîner û zimanzan Feqî Huseyn Sagniç ko yek ji dostên Azîzoglu ye û bi hev re karê siyasetê jî gerandine, di xebata xwe ya bi navê »Portreler« de behsa serdana wî ya li Tetwanê wisa dike: »Piþtî ko bû wezîr, hate Tetwanê. Wê çaxê, tevî çend hevalan, me li Tetwanê ji bo ko xaniyên tendurustiyê (Saglik Ocagi) vekin û bi karê tenduristiya gel re mijûl bibin, me komeleyekê ava kiribû. Ez ne þaþ bim navê wê ‘Komeleya Parastina Tendurustiya Gel’ (HalkÎn SaglÎgnÎ Koruma Dernegi) bû. Li Tetwanê ji bo xebatên xwe me jê alîkarî xwest. Li gorî pereyên wê demê, ji me re got, ‘Ezê 50 hezar lîre ji we re biþînim, bi vê pereyê ji bo saglik oca- gi ji xwe re eraseyek bistînin, ezê peyderpey ji bo we alîkarî bikim...’Piþtî demeke kin, pereyê ko behs kiribû ji me re þand, me jî eraseyek kirî û me dest bi xebata xwe ya tendurustiyê kir...« Yusuf Azîzoglu, di karê xwe yê wezaretiyê de, mohra xwe li bin pey- wirên giring dabûn. Ji bo ko li seranserê Tirkiyeyê pêk were, xebata ‘Projeya Tendurustiyê’ dabû destpêkirin. Ji bo vê yekê jî çend bajarên welêt ên wekî Sêrt, Belîs û Mûþê wekî ‘Herêma Pîlot’ hilbijartibû. H. Oguz Bekata: »Azîzoglu ‘cûdaxwaz’ e!..« Xebata wî ya ji bo gelê kurd, kir ko ew ji wezîrtiyê îstîfa bike. Ji ber ko Wezîrê Karê Hûndirin ê demê H. Oguz Bekata, di meclîsê de gotibû ko Azîzoglu, nîjadperestî û kurdîtiyê dike. Bekata, vê yekê bi kar û barê li xe- bata tendurustiyê ya welêt ve girê dabû û van xebatan wekî ‘cûdaxwazî’ binav kiribû û wisa gotibû: »Azîzoglu, doza kurdîtiyê dike. Projeyên ten- durustiyê dide mutehîdên kurd û karkerên kurd dide xebitandin. Heger, Azîzoglu li meclîsê biaxive û bibêje, ‘Ez ne kurd im, ez tirk im ezê jî got- inên xwe yê der barê wî de, paþ de vekiþînim...« Yusuf Azîzoglu, van gotinên Bekata bê bersiv hiþtibû û ji karê xwe yê Wezaretiyê îstîfa kiribû, êdî wê xebatên xwe wekî parlamenter, di riya gelê xwe de bidomanda. Dîsa li gorî malûmatên Feqî Huseyn, piþt re ew dibe Serokê Giþtî yê YTP’ê û di destpêka sala 1970’î de, ji ber nexweþiya xwe ya xedar, ji serokatiya partiyê jî, îstîfa dike. Belê di heman salê de, ji ber nexweþiya xwe ya weremê, (tuberkuloz) ji nav gelê xwe yê ‘þerqê’ koç kir û bû mêvanê axretê. Li gorî saloxdayînên ko min ji çend kesên Farqînî bi dest xistin, wê roja ko cendekê Azîzoglu, anîbûn Farqînê bi dehezaran kes, li Farqînê civiyabûn. Hezkirina Azîzoglu di nav gelê wî de kir ko, dengbêjên herêmê li ser wî kilaman çêbikin. Yek ji wan dengbêjan jî Mehmûd Qizil e ko, bi navê •144 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:146

‘Lîdero’ li ser wî kilam çêkiriye û di kaset û sêlikên xwe de xwendiye ko piþt re bi dehan dengbêj li çermedorê welatê me vê kilamê gotine. Kerem bikin em niha guhê xwe bidin vê kilamê ko ji hêla Mehmûd Qizil ve hatiye çêkirin û me ji devê wî girtine... Lîdero •FILÎTÊ QUTO 145 Lîdero lîdero lîderoo Lîdero qurban li me dabû stêrka sibê stêrka salê Lîdero qurban li me dabû stêrka sibê stêrka xurbetê Ezîzoxlî mehkî berê îstîfa dîlekça xwe da Enqerê Li Reîsê Cimuryetê Heyfa min nayê li wê yekê Heyfa min tê bi wê yekê Di welatê þerqê de bila li piþtî babê Murado Kesekî ranebe neke dawa siyasetêêê ax Lîdero lîdero Bê lîdero ez nemînim li dinyayê Heta sax bim li dewrana dinyayê Lidêrekî mîna Ezîzoxlî Babê Murado tucarî nayê Tirkiyayêêê ax Hahîhîîîî Lîdero lîdero lîderoo Lîdero qurban li me dabû stêrka sibê stêrka salê Evî mîratê radiyoyê yayîn dikir Xeberkî ne bi xêrê ji me re tanî Nav û dengê mirina Yûsif Ezîzoxlî Tirkiyayê lawo heft diwalê ecnebî tev hilanî Ezîzoxlî te mala xwe tenê xira nekir Te kon û çîtên perdê me feqîran bira li ser danî Ax lîdero lîdero lîdero Wez nebînim li dinyayê Heta sax bim li dewrana dinyayê Lîderkî mîna Ezîzoxlî nayê Tirkiyayêê ax Hahîhîîî E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:147

Lîdero lîdero lîderoo Lîdero qurban li me dabû Çûme Diyarbekira þewitî lawo Bi kevirê reþ û tarî Evî mîratê teyarê cinazê Ezîzoxlî Ji me kurmanca re ji Enqerê hey lo lawo Hediye tanî Ezê çûme ser cinazê Ezîzoxlî Min go Ezîzoxlî te mala me xira kir W’em nizanin li Enqerê Heyra te tembiya me feqîran Keko îcar li kî danî Ax lîdero lîderê me feqîran Ez nizanim piþtî babê Murado Berê me kete bajarê Enqerê W’em nizanin derdê xwe bêjin ji kê re ax Lîdero ez nebînim li dinyayê Heta sax bim li dewrana dinyayê Lîderkî mîna Ezîzoxlî nayê Tirkiyayêêê ax Hahîîîî Lîdero lîdero lîderoo Lîdero qurban sibe ye ezê çûme Farqîna þewitî dayê Bê li hafê deþtê Minê bala xwe didayê bîna bayê çiya lê dixe Dayê rebenê li bejn û bala Ezîzoxlî çiqas xweþ tê ax Ezê çûme li ser cinazê Ezîzoxlî Derb û birîn tê de tunebû Axîn dike ji derdê miletê þerqê Ji kezebê xwîna reþ tê Lîdero lîdero wez nemînim li dinyayê Heta sax bim li dewrana dinyayê Lîderkî mîna Ezîzoxlî nayê Tirkiyayêêê ax Hahîîîîî Lîdero lîdero lîdero Lîdero qurban çûme Farqîna þewitî •146 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:148

Dayê rebenê bi hewl û bî ye Minê bala xwe didayê Berê vê êvarê pêþiya texsiya derketî Texsiya Ezîzoxlî dayê rebenê Hezê hezê li pêþiyê Ez çûme pêþiyê min go belkî mala we xirab e Çi bû çi qewimî çi ciriya mesele çi ye Digotin belkî mala we xira be Heyra Wele Yûsif Ezîzoxlî ji Enqerê Ji Biyuk Milet Meclîsê xeyidiye ebediyen Þerqê malikþewitî hiþtiye bê xweyî yee ax Ax lîdero lîdero lîdero Lîderoo lîdero qurban Wez nebînim li dinyayê Heta sax bim derdê Ezîzoxlî Derdekî giran e lawo Ji dilê me dernayê Heta sax bim li dewrana dinyayê Lîderkî mîna Ezîzoxlî babê Murado Tu carî lawo nayê Tirkiyayêêêê axx ê Hahîîîî E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM •FILÎTÊ QUTO 147

P:149

18. Teyrê ser milên qîz û bûkan: Dengbêj Ferzê Dengbêjê bi nav û deng Ferzê ango Ferzende, ji gundê Kevir a Melazgira Mûþê ye. Di dem û dewrana xwe de wekî Þahê Dengbêjan û Teyrê ser milên qîz û bûkan dihate naskirin. Li warê Serhedê yek ji dengbêjên herî mezin û bi kêf bû. Wekî tê zanîn, ji berê ve di nava eþîrên kurd de rikeberî, kîn û edawat hebûye. Dîsa li gorî saloxdayînan, li ser rikeberiyeke wisa, di dawetekê de Dengbêj Ferzê ji hêla Zekiyê Lawê Mîralî ve hatiye kuþtin. Li gorî hinek kesan jî ev yek ne rast e. Piþtî kuþtina Ferzê, Dengbêjê navdar Reso ko mamosteyê Þakiro ye, li ser wî kilamekê çêdike ko emê niha li jêr bidin. Lê berî wî em hinekî berê xwe bidin roja qewimîna kuþtinê: Roja ko li gundê Kevir dawet û dîlan çêdibe, ji bo ko were dawetê û çend kilaman bibêje, mûma (dawetname) Ferzê jî diþînin. Wekî bi dehan giregirên dorhêlê, wan mûma Zekiyê Lawê Mîralî jî þandiye. Zekiyê lawê Mîralî ji eþîra Þewêþiya, pismamê Fesîhê Mihê Mîrze bixwe ye. Rast e eþîrên kurd bê çek û sîleh naçin þahî û dîlanan. Þeþagir (bêþataþ) ên wan hebûne. Govend û dîlan xilas dibe, dora siwarkirina bûkê ye. Dibêjin: Bila Ferzê were kilaman bibêje. Saloxê didin ko di dawetê de 50 60 siwarî hebûne. Bûk derdikeve, Ferzê kilaman dibêje. Di wê navberê de siwarî bi þeþagir û berdengeyên xwe guleyan diavêjin. Zekiyê lawê Mîralî gava ji demançeya bi navê Malnihêr’ gule diavêje, diçe li Ferzê dikeve. Malnihêr, þeþagirê wê demê bûne. Ferzê li cihê þahiyê, ji ber gu- leya Zekiyê Lawê Mîralî dimire. Gelo ji bo çi Ferzê hatibû kuþtin. Di vê kuþtinê de qestîbûnek hebû an na? Gelek kesên ji herêmê dibêjin ko, hindê Ferzê dengbêjekî bi nav û deng bû, di civatan de alemê jê hez dikir ko Zekiyê lawê Mîralî jê qehirî û lê xist, kuþt. Lê Dengbêj Zûlkuf ko bi eslê xwe ji Erzeromê ye, diyar dike ko piþtî qewimînê, Zekiyê Lawê Mîralî ji firariyê hatiye gundê wan û ji bavê wî re sond xwariye û gotiye ko gule bi þaþî ji destê wî teqiyaye û Ferzê kuþtiye. Belê wekî me li jor jî behs kiribû, Dengbêjê bi nav û deng •148 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:150

Reso li ser wî kilam çêkiribû. Niha emê bala xwe bidine kilama Ferzê ko çêkerê wê Reso ye lê me ji devê dengbêj Zûlkuf girtiye. Li gorî gotina Dengbêj Zûlkuf, wî ev kilam ji devê dayika xwe ya dengbêj Senemê girtiye... Xasê digo Nazê Nazê digo Bîlnazê Bîlnazê digo lê lê Gulnazê Gulnazê korê ax... Korê de rabe ezê bi Melazgirê bi gundê Kevir biketama Wê bi zeviya ketim way way way Sibe ye min dêhna xwe dayê Du heb siwar derketin derê Ferzen Þahê Dengbêjan Teyrê ser milê qîzan û bûkan wî De bavê Mihemed Salih namekê didane destan Digo li gundê Kevir dawet e Kerem ke were kambaxa vê dawetê way way way Min dît Ferzende bavê Mihemed Salih Þahê Dengbêjan Li malê li Boa siwar bû Dikete binya mala go sê cara Di bin da li kinî sivêr ketî Xasê diçû pêþiyê digo bavo tu neçe kambaxa dawetê Digo lê lawo tu nizanî gotinê bapîrê min e Co sefer ji bavê berê de ji mala bavê te tê way way way Birîndaro de deng nayê Birînxedaro lo de deng nayê E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM •FILÎTÊ QUTO 149

P:151

Birîna bavê Mihemed Salih giran e Dinale dinale dinale dinale Çima bixew nayê way hahî hahî Xasê digo Nazê Nazê digo Bîlnazê Bîlnazê digo lê lê Gulnazê xweyê Sibe ye bi Melazgirê bi gundê Kevir biketama Soran û son derbas kir Min dît bûk ji derê malê de hatî Bavê Mihemed Salih Teyrê ser milê qîzan û bûkan Kilam digotê çerxa dawetê saz kir way way way Kula Xwedê tu yê bi kulê bikevî Mala Zekî Lawê Mîralî »Min dît demançekî þeþagira Mal nihêrî Daye li bedena bavê Mihemed Salih Þahê Dengbêjan Mîrata gula malnihêrê Movikê piþta xilas kir way way way Dibê wezê bi gundê Kevir Bi Melazgira Þewitî biketama bi dare Bavê Mihemed Salih ji ser piþta hespê da ketî erdê Gazî dike gelî siwaran mala we xerab be Birîna min kûr e herî xedar e Hey Melazgiriyan mala we xerab be Bidin Þahê Dengbêjan Teyrê ser milên qîzan û bûkan Taseke ava sar e way way way Birîndaro de deng nayê Birînxedaro lo de deng nayê •150 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:152

Birîna bavê Mihemed Salih giran e •FILÎTÊ QUTO 151 Dinale dinale dinale dinale Çima bixew nayê way way way Hahî hahî Xasê bi sê denga dike gazî Digo Nazê Nazê digo Bilnazê Bîlnazê digo lê lê Gulnazê Sibe ye bi Melazgirê bi gundê Kevir biketama Bi hêlîna kewê way way way Birîna bavê Mihemed Salih þahê Dengbêjan giran e Dikim nakim nare fitile milê kewê Di kêleka min de dinale Nizanim çima serê min nagire balgê û qewê way way way Xasê bi sê denga dike gazî Digo Nazê Nazê digo Bîlnazê Bîlnazê digo lê lê Gulnazê Sibe ye bi Melazgirê bi gundê Kevir biketama Bi kereng e Li bejna bavê Mihemed Salih Þahê Dengbêjan mêze dikim Li þal û þapika ezê bala xwe bidim Têlikê tûtikê silîvanî reng e Li bejna bavê Mihemed Salih mêze dikim Kul bikeve mala Zekî Lawê Mîralî Derbekê Malnihêrî li bedena vî xweþmêrî daye îro sê roje ketiye axê Ez li der û dorê xwe dinêrim Hezdiyê malê gundê dor heft reng e way way way Birîndaro de deng nayê Birînxedaro lo de deng nayê E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:153

Birîna bavê Mihemed Salih giran e Dinale dinale dinale dinale Çima bixew nayê way way way Hahî hahî •152 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:154

19. »Mîrê ribabê« Miradê Kinê û nîmûneyek ji dengbêjiya wî: Firman a* Dengbêj Mirado ne tenê li herêma Torê, her wisa li seranserê bakurê we- latê me; ji Botan bigirin heta Xerzan, Diyarbekir û Serhedê delalê ber dilê hezkiriyên kilam û stranên evînî û þeran bû. Dengbêjê hêja ji »Malbata Kinê« tê. Ji ber vê yekê jî wekî Miradê Kinê nav daye. Ev ciwamêrê hanê di lîteratûra folklor û hunera kurdî de wekî »Mîrê Ribabê« tê naskirin. Malbata wî bixwe di zargotina kurdî de reng û dewlemendiyeke hêja ye. Baþ tê bîra min li mala me ya Misircê û piþtre jî li Batmanê ko zarokatiya min li wan deran derbas bûye, ji sê kasetên ko tim dihate guhdarîkir in, yek ji wan jî kaseta Mirado bû. ‘Ehmed Axa û Eyþê Xanimê’, ‘Lawikê Daqorî’ û ‘Seyra Gulîsor’ ji bo min çend kilamên wî yên çêjdar û sereke ne. Lê di nav kilamên wî de yek heye ko tu dengbêj nikarin wekî wî xweþ û baþ bistrên. Ev kilama hanê, kilama »Ferman e« ko li ser »Serhildana Mala Eliyê Ûnis« tê gotin bixwe ye. Bi rastî jî gava mirov li vê kilamê guh- darî dike, hîsiyeta ko çawa wê lehzê mirov li qada þer pêk tê. Beriya ko em dêhn û bala xwe bidine vê kilamê, kerem bikin em guh bidin gotinên siyasetmedar û nivîskarê kurd Þerefxan Cizîrî bê ka ji bo gorbihûþt Mirado çi gotiye... »...Deng li Kurdistanê hê jî wekî dengê Miradê Kinê peyda nebûye. Ew dengê zîz û zelal, bilind wekî Çiyayê Zagrosê û xurt wekî naqosa dêrên filehan, bûye normekî ji dengbêjiya Kurdistanê û li hemû deverên welêt belav bûye. Miradê Kinê bi dengê xwe yê berz û zelal, nexweþan ji nava livînan radike ser piyan... (Þerefxan Cizîrî-Kultur û Edebiyata Devkî, Weþanên Nûdem rûp. 46« Firman a firman a firman a firman a Firman a firman a firman a firman a Xalo emê çi bikin þer giran a E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM •FILÎTÊ QUTO 153

P:155

Firman a firman a firman a firman a Keko li me firman a Ne bi zirtê odê kurê camêran a Ne bi hovê kirikên simbêlan ba bide Li nav qîz û bûk û jinebî û van pîrekan a Ne ko mirov berê xwe bidê þerê giran a Destê xwe bavêje van demançan û van alamaniyan a Bila kesekî zirtê xwe nedê Û nebê emê berê xwe bidin þer û qewxê giran a Û bira li ser Mala Eliyê Ûnis Qewmê çiyan a axao... Firman a... Xalo li me firman a.. Bira bila kesekê zirtê xwe nedê Li ser Mala Eliyê Ûnis wa Qewmê Çiyan a Û lê belê sond xwarina bi Þêx Evdilqadirê Gêlanî Maz û Evdiyê nava Nisêbînê Û bi perda wî Weysel Qiranî Sond xwarine wî sî salê Siltan Þêxmûs Bi wê qûbe û perda wan a Û jin û namûs û pîrekên xwe Bi sê telaqan berdana Go emê serê xwe nakin þewqana Emê destê xwe nakin kelemçana Emê berê xwe nadin tu hepisxanê giran a Bira emê tu cara destê xwe nakin Destê van bêbavên tirkan a Bira bila heçiyê ew in ew qisasê serê Me bixwe na Bira bîra we nayê wextê ko Þêx Seîd Li devê Ûlû Camiya Diyarbekirê xeniqandin Û stûyê wî avêtina þerîtê Bûkên serbizêrî Bi serê mala xwe ve dageriyana •154 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:156

Bila hûnê wê rojê li bîra xwe bînin •FILÎTÊ QUTO 155 Van eskerên Sêrtê, Bedlîsê, Wanê, Tetwanê Xelatê, Erdîþê, Mûradiyan Û Qersê, Qaxizmanê, Bazîdê û Erzeromê Li ber Pira Malabadê li kenarê avê dîsanê Van e li hev civiyana Û lê belê hûnê li bejn û bala Pîs neferan herçî ew in Ewê ji me kurdan a Hûnê derba lê bidin li bejn û bala Van çawîþan, astêmena, ustêmena Û van têmena, yûzbaþî û bînbaþî Yarbay û albay û van buyuk qumandana Wele bira ezê dênê xwe didimê Li ber Pira Malabadê, li kenarê avê Li ber Gorê Qeremûsê Û li ser serê Mala Eliyê Ûnis Çi ecêb û çi qiyamet û çi tofan a Waye mewzî û tapiyê xwe kolan a Û simbêlê reþê boyaxkirî Avêtine van Meqerifê tivingan a Bi elba fiþek vala kirina ser gohkê van ebana Wele bira dênê we li wa bê Û bila Xwedê þeþ kula lê bidê Li mala çawîþên Farqînê Tu nebê dûrebîn li ber çavê wî ya Û dimêzênê li ber Pira Malabadê Li Newala Qeremûsê Çi ecêb û tofan a Lêlî belê ewê çûye ser telefonê Ciwabê didê Yedincî Qolordiya Diyarbekir Û ji wê dê ciwab kete xopana bajarê Enqere Ew dibê: ‘Elo!’ Ew dibê: ‘Efendim!’ E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:157

Ciwab dane wê miclîsa giran a Wa axao firman a finman a... Wele firman a...li me firman a Wele bira wextê ciwab kete Xopana bajarê Enqerê Wê miclisa giran a Û lêlî belê carekî rabû bû çîreçîrê deriyan Çingeçingê kursiyan û masa na Û buya çîreçîrê van qeleman a Û navê Mala Eliyê Ûnis Deranîn ji van kuçik defteriyan Navê wan avêtin dewra siltanan Wele navê Mala Eliyê Ûnis Carekî avêtina qezetana Bû çîngeçing û zirezira telefonê wan a Bila wê rojê þêst û heft welayetê Tirkiyê xeber dana Wa pê hesiyan a Bila carekî mifte lê dane Devê wan depoyan e Bi sindoqan bi elban fiþek vala kirina Van mîratê cemsan a Wele bila dênê we li wan bê Heçî sûbay bûn ewê siwar bûn Li van texsî û li van cîb û li van fordan a Û heçî êdî sefer bûn li van ekmek çentesiyê Xwe dagirtin ji baliqan û ji van sabûnan a Wele heçî yedek sûbay bûn Û nûka hatibûna eskeriyê Nizanibûn berê xwe bidin Þer û qewxê giran a Nizanibûn çi ecêb û qiyamet û tofan a Wele ewê siwar bûna li cemsan a Mendîl û desmalên xwe •156 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:158

Ji berîka xwe dertanîn •FILÎTÊ QUTO 157 Û li siwarbûna li çemsan a Ban kirine pîrekên xwe Got: ‘Heqinî helal edin!’ Emê berê xwe bidine Þerê Mala Eliyê Ûnis Qewmê Çiya na axao... Wele firman a firman a firman a... Li me firman a Eme çi bikin þerê Mala Eliyê Ûnis Û hikûmatê Wezê dênê xwe didimê Pir giran a axao... Firman a... Li me firman a Wele bira wezê dênê xwe didimê Li ber Pira Malabadê Li Newala Qeremûsê Li min xweþ tê dengê van mîratên Otomotîk makîneliyan a Wele lêlî belê Mala Eliyê Ûnis Çawa bi elban fiþek vala kirine Ser gohên van eba na Û sond xwarina bi Weysel Qeranî Bi wî Siltan Þêxmûsî Bi wê perda wan a Û destê wan ji zarok û çolix û kifletên Wan qetiyan a Go emê serê xwe nakin þewqan a Emê berê xwe nadin hepisxan e Û emê destê xwe nakin darê kelemçan e Wele namûs û pîrekên xwe Bi sê telaqan ji xwe berdan a Lêlî belê simbêlên reþê boyaxkirî Avêtine van Miqerifê tivingan a E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:159

Lêlî belê Mala Eliyê Ûnis Dênê xwe danê fiþek û Mermiyên wan neman a Û zanibûn ko barê hikûmetê Barê risês a zehf giran a Û lêlî belê van bêbavên tirkan Dênê xwe danê ko Dengê tivingê wan nayê Fiþekên wan neman a Lêlî belê carekî wan singo Avêtin devê van sîlehan û tivingan a Û hicûm berdana ser kozik û çeperên Mala Eliyê Ûnis Û heyf û mixabin wê rojê Bîst û pênc mêrê me kurdan Dane nav lingan e axao... Wele firman a...Li me firman a Wezê çi bikim Þerê Mala Eliyê Ûnis Li ber Pira Malabadê Li Newala Qeremûsê Kenarê avê Û emê çi bikin hemî emr û îrada Xwedan e axao... * Firman a: Orjînala kilamê ‘Ferman e’ ye. Lê ji ber Mirado ji herêma Torê ye, bi devoka torê mijûl dibe. Kesên ji vê herê mê, tîpa ‘e’yê wekî ‘a’yê bi lêv dikin. Mirado serdanpê bêjeya ‘Ferman e’ wekî ‘Firman a’ bi lêv dike. Lewre jî, ji bo orjînalîte û xweseriya kilamê me dest neda kilamê û wekî bilêvkirina resen berhev kir. (Salihê Kevirbirî) •158 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:160

20. Li warê Serhedê axînek ji kezebê: Qezaya Bûlanixê Beriya niha bi 9–10 salan li welatê Serhedê, herêma Mûþê qezeyeke trafîkê pêk hat ko ev karesat ji wê demê heta îro di nav gelê herêmê de ne- hatiye jibîrkirin. Dev ji jibîrkirinê berdin, ji roja pêkhatinê heta îro ev qewimîn bi navê Qezaya Bûlanixê ji hêla dengbêjên herêmê ve bi awaye- ki dilþewatî tê gotin û li ser tê strandin. Gelo ev qewimîn çawa pêk hati- bû? Mecîdê Þifêr, li gundê Lîzê ko bi ser Bûlanixê (Kop) ve ye, bi cih û war e, hefteyê carekê seferekê ji bo Erziromê dike ango rêwiyan ji Bûlanixê dibe Erziromê. Roja qewimînê, otobûsa Mecîd bi awayekî dagirtî li hin- dava Bakimevî yê, li rasteka gundê Gêdûkê, li otobûsa Hecî Evdile diqe- libe ko wî jî rêwî ji Melazgirê hildane û dibe Diyarbekirê. Di encama vê bûyerê de bi giþtî 24 kes dimirin, 34 kes jî bi awayekî xedar birîndar dib- in. Piþtî vê karesatê, Cahîdê Dengbêj diçe cihê bûyerê û di cih de kil- amekê diavêje ser vê qezayê. Kerem bikin, em guhên xwe bidine kilama vî dengbêjî ko li ser Qezaya Bûlanixê gotiye. Wayê wayê wayê wayê wayê Ax bê wayê wayê wayê wayê ax Mecîd lawo bila dayika te ji te re kor be lawo li dinyayê Lê lê dayê rebenê rabe ezê bi kavilê Bûlanix û Mûþê diketime birawo li me hatiye payiz e Bira Xwedê neyine serê xelqê dayê rebenê payiza rengîn e Keko welatê me Serhed e, berfa welatê Serhedê bi ser me de dipûtîne Mij û dûmana kavila Bûlanixê wisa bûye erd tije kiriye lawo Çavê mirov erdê nabîne ji mij û dûmanê Qebehetê þifêra tunîne ay E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM •FILÎTÊ QUTO 159

P:161

Lo bira Mecîd rabû ji kavila Lîzê ji xewa þêrîn e Go dayê rebenê êvarê Wele min serê xwe li ser balîfê danî lê Gelekî xewnên xirab min di xewna xwe de dîne dayê rebenê Min dît dîregê bînayên me ji binê dikeve lawo Bînayê me li ser dîregekî dimîne ay Lo lo bira tu bala xwe bidê qam û qidûmê min þikestî ne Sibê dora Erzeromê dora me ye Lo birayo dilê min û çûyîna kavila Erzeromê qet tûnîne Min dît telefon li ser telefonê didane Lîzê Digot lawo Mecîd lawo yolciyê te di xeracê de beklê te dike Li hêviya te sekinîne wayê wayê wayê wayê ax Lê lê wayê wayê wayê wayê ax Mecîd lawo bila her du çavên dayika te Ji te re kor be lawo li dinyayê Lo lo bira tu bala xwe bidê Serê sibê Mecîd xatir ji mala xwe dixwest Wele siwar bû li mîrata otobosê mîrata dîreksonê dihejîne Deh deqe ji saeta wî derbas dibe Li girîþa Bûlanixê sê caran li qornê dixîne Yanaþmîþî xeracê dibû Þefîq ban kir go Mihemed Elî tu bike qêrîn e: Her çî yolciyê me yê ko diçin Erzeromê Bila lawo kesekî li erdê nemîne Lo lo bira tu bala xwe bidê Mecîd ji otobûsê peya bû dayê rebenê Lîsteya yolciyê xwe hiltîne Belgî Rebê Alemê tu bi kesî de neyîne Ew roj otobûs wisa tije ye çima cî da qet rê tûnîne Elbet Rebê Alemê ji wan re xirab tîne Mecîd peya bû dayê rebenê tu sêr bike Lîsteya yolciyê xwe hiltîne Ew bi tevî Þefîq û Fayîqo xatir ji hev dixwazin •160 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

P:162

Hev du helal dikirin dayê dibû qûzîn û zarîn û girîn e Heyra bala xwe bidine min dî Li Petrola Hacî Teharê Licî Dayê rebenê mazota xwe hiltîne Lo lo bira siwar bû berê wî kete Erzeromê dilezîne Wayê wayê wayê bê wayê wayê wayê Mecîd bira lawo her du çavê dayika te kor bin lawo li dinyayê ax Hahîhî Lê lê dayê rebenê bala xwe bidê Ezê bi Bûlanîx û Melazgirê dikevim dayê rebenê li vî banî Ew otobûsa ko ji kavila Melazgirê derketiye Hecî Evdile lê siwar e »Teyrê Ecelê« li kêleka wî siwar bûye Bira ji kavila Melazgirê deranî Lo lo bira tu bala xwe bidê li Bakimeviya rasta Gêdûkê Her du otobûsa bi serî li hev du dikevin dayê rebenê Wele dengê van mîrata mîna dengê top û tivinga bira Ji xwe re deng deranî Lê lê dayê rebenê bala xwe bide Belgî Rebê Alemê tu bi kesî da neyinî Keko wele fîzan û zarîna kuþtî û birîndara ji erþê zibil anîn Ew roj bira 24 kuþtî 34 birîndar ji her du otobûsan deranîn Min xwe xwar kirî binê otobûsa Heyra tu bala xwe bidê Lo lo bira belgî Rebê Alemê tu bi kesî da neynî Xwîna cinaza û kuþtiya ji binî dikiþe lawo mîna çem û kanî Lo bira tu bala xwe bidê dotira rojê Emir derxistine sê cemse esker deranîn Serê sibê li Bûlanixê Sawcî û hakimê gelî Kopê bira tev hilanîn Lîste bi wan re ye min dî kimligê wana derxistin birawo Bi ser pêsîrê wan ve danîn Heyra wele serê sibê cinazan derxistine Li ser bûzê cemedê pêþiya berfê dayê rebenê danîne E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM •FILÎTÊ QUTO 161

P:163

Lo lo bira tu bala xwe bidê Lîste bi wan re ye kimligê wana ji cêba wan derxistin Keko wele bi toplînê bi pêsîrê wan ve danîn Bi têlsiz û têlefonan didane þar û bajar û memleketan Her kes dihate lawo nexweþê xwe hilanî Lê lê dayê rebenê tu bala xwe bidê di sona olayê de Ez çûme tevna otobûsan sê hebê wê derê bê xwedî ne Lo birawo fîzan û zarîna wan li erþê ezîm hiltîne Min got: Keko hûn ji ko ne? Du heban go: Bira em xelqê Doxûbazîdê Birano dibên em Celalî ne Yeka dinê min pirs kir min go: Keko tu ji ko yî? Go: Navê min Elî ye navê bavê min Hecî Emer e Mala me li Hemzeþêxa Bûlanixê dimîne Wele piþta min bi du ciya þikestî ye Halê min ji berê de milê rastê tune ye Yek hebûya cewabekî bida dê û bavê min Bila min helal bikin Ez dimirim gunê dê û bavê min stûyê min nemîne Wayê wayê wayê wayê way wayê wayê Ax de wayê Mecîd lawo bira dayika te Ji te re kor be lawo li dinyayê •162 FILÎTÊ QUTO E-POSTE: [email protected] MALPER: WWW.NEFEL.COM

Create a Flipbook Now
Explore more