Jinên Tebqayê berê xwe dan Girê Spî
Şandeyeke jinên herêma Tebqayê û gundên wê berê xwe da deriyê bajarê Girê Spî ku beşdarî konê çalakiyê bibin.
TEBQA
Bi sedan jinên bajarê Tebqa û gundewarên wê îro sibehê li navenda Rêveberiya Jinan kom bûn ku berê xwe bidin konê çalakiyê û li kêleka jinên bajarê Girê Spî bisekinin.
Der barê mijarê de yek ji jinên ku berê xwe da Girê Spî Leyla El-Elî Ebdellah diyar kir ku ew ê piştgiriya berxwedana gelê Girê Spî li pêşiya dijminatiya Tirkiyê bikin.
Her wiha şêniya bi navê Macîde Hisên got ew wek jinên Tebqayê û Girê Spî û hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşiya dijminatiya Tirkiyê, hevkariya hev dikin.
Tê payîn ku şandeya jinên Tebqayê di seatên pêş de bigihîje bajarê Girê Spî.
ANHA