Bi cilên erebî û kurdî agirê Newrozê pê xistin

Şêniyên Tebqayê bi cilên folklorî yên erebî û kurdî û bi dirûşmeya “Bi ruhê berxwedana Newrozê em ê Rêber Apo azad bikin û dagirkeriyê têk bibin” agirê Newrozê pê xistin.

Bi cilên erebî û kurdî agirê Newrozê pê xistin
Bi cilên erebî û kurdî agirê Newrozê pê xistin
Bi cilên erebî û kurdî agirê Newrozê pê xistin
Bi cilên erebî û kurdî agirê Newrozê pê xistin
Bi cilên erebî û kurdî agirê Newrozê pê xistin
Bi cilên erebî û kurdî agirê Newrozê pê xistin
Bi cilên erebî û kurdî agirê Newrozê pê xistin
Bi cilên erebî û kurdî agirê Newrozê pê xistin
19 adar 2023   10:37
TEBQA

Bi sedan şêniyên bajarê Tebqa û gundewarê wê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî, Kombûna Jinan a Zenûbiya, şêx û rûspiyên eşîran berê xwe dan qada “bajarê sporê” ku Newroz lê tê pîrozkirin. Gel bi cil û bergên erebî û kurdî tev li pîrozbahiyê bûne.

Di destpêka pîrozbahiy de, herdu endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Meryem Henan û Kewser Nehar ve, hevserokên Meclisa Zagonsaz a Tebqayê Hude El Ewan û Hamid Ferec, endamê Meclisa Leşkerî ya Tebqayê Mihemed Reûf û endama Kombûna Jinan a Zenûbiyayê Neîme El Eswed agirê Newrozê pê xistin.

Dê di pîrozbahiyê de axaftin bên kirin û çalakiyên hunerî û çandî bên pêşkêşkirin.

(cx)