‘Birêxistinbûna jinan alternatîfa pergala zordest e’

Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyên bi boneya 25`ê Mijdarê li dar xistine, destnîşan kir ku birêxistinbûna jinan alternatîfa pergala zordest e û çalakiyên wan ên îro, bersiva tevahî cureyên tundiyê ne.

25 mijdar 2023   16:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê de, li Heleb, Dêrazor û Şehbayê bi dirûşma “Li dijî tevahî cureyên tundiyê û dagirkirinê Jin, Jiyan, Azad” meş hatin lidarxistin.

Bi sedan jin, endamên partî, saziyên sivîl, HPC, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin li taxa Şêxmeqsûd a Helebê tev li meşê bû ku ji aliyê Kongra Star ve hate lidarxistin.

Meşê ji pêşiya Hola Civînan a 8`ê Adarê dest pê kir. Jinan bê navber sloganên “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin.

Li qadeke nêzî Çerxerêya Zeytûn a li taxa Eşrefiyê, meş rawestî û veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de, endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Velentîna Ebdo axivî û got: “Dewletên kapîtalîst di serî de dewleta Tirk a dagirker êriş herêmên me dikin û pêşengên me dikin hedef. Ji ber ku pê dihesin ev pêşeng li ser wan, desthilata wan û zîhniyeta wan a baviksalar xetere ye.”

Velentîna bal kişand ser armancên êrişan û got: “Dixwazin vîna jinên serhildêr û yên şopînerên felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bişikînin. Lê ew nikarin, ji ber ku me xwe perwerde kiriye û em hîna xwe perwerde dikin, ji bo ku têkoşînê mezin bikin û xwe ji hovîtiya pergalên desthilatdar xilas bikin.”

Endama rêveberiya Akademiya Kongra Star Muna Kibik axivî û got bi saya damezirandina Tevgera Rizgariya Kurdistanê jin bi pêş ketin û wiha domand: “Ne ji tevgerê û ji Rêber Apo bûya, jin wisa bi pêş nediketin.”

Muna bal kişand ser mezinkirina têkoşînê li ser şopa şehîdan û got: “Mîna ku Rêber Abdullah Ocalan ji me re şîrove kiriye, pêwîstiya rêya azadiyê bi têkoşîn û vîn heye. Ji ber wê divê em li ser vê esasê hewl bidin û tê bikoşin ta ku hêviyên xwe bi dest bixin.”

ŞEHBA

Li Şehbayê, bi sedan şêniyên kantonê bi pêşengiya jinan, koçberên kantona Efrînê ji naverasta navçeya Ehdasê ber bi Peymangeha Şehîd Viyan Amara ve meşiyan.

Li pêşiya peymangehê, endama PYD`ê şaxê kantona Şehba û Efrînê Sureya Mistefa axivî û got: “Jinan xwe li gor dirûşma `Jin, Jiyan, Azadî` bi rêxistin dikin û li ser tevahî asta xwe bi pêş dixin. Jin li herêmê heta radeyeke mezin xwe îsbat kir û karî bi vê dirûşmê, qeydên koletiyê bişikîne, bikaranîn û desthilata li ser tune kir.”

Endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Şehba û Efrînê Elîf Mihemed jî wiha axivî: “Rêber Abdullah Ocalan dibêje `Azadiya civakê ji azadiya jinan e`. Projeya wî ya ji bo avakirina civakekê li ser bingeha jiyana hevbeş û wekheviyê, ji herêmên Rêveberiya Xweser dest pê kir û berfirehtir bû. Hêdî hêdî di nav civakê de tê rûniştandin.”

DÊRAZOR

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya şaxê Dêrazorê çalakiyên ku di çarçoveya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de dest pê kiriye, îro bi meşekê bi dawî kir. Gelek şêniyên herêmê û rûspiyên wê tev li meşê bûn.

Meş ji pêşiya avahiya Meclisa Sivîl a Dêrazorê dest pê kir û li Çerxerêya Kargehan rawestî û veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de, bi navê Kombûna Jinan a Zenûbiya, endama kombûnê Îxlas El Ehmed daxuyaniyek xwend. Hate diyarkirin bi derketina desthilatê re jin ji cewhera xwe hatin dûrxistin û bi tundiyê serî tewandin.

Di daxuyaniyê de îşaret pê hat kirin ku jin li herêmê bi rêya mekanîzmaya xebatên xwe hewl didin ji koletiyê xilas bibin û jin wekî berê bikin jêdera hêzê û bingeha jiyanê.

Bang li jinan hat kirin ku serî netewînin, ji ber ku birêxistinbûna jinan alternatîfa pergala zordest e û çalakiyên îro li dar ketine, bersiva tevahî cureyên tundiyê ye.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin li hember sûcên li dijî jinan tên kirin û ji bo parastina azadiya jinan, têkoşîn berdewam e.