Roja Cîhanî ya Jinan: Rapora amarî ya Hengawê derheq binpêkariyên berfireh ên mafê jinan li Îranê di sala 2023an de

Heştê Adarê (Mars) roja Cîhanî ya Jinan e û bi hilkefta wê hertim dîroka têk

08 March 2024 12:50

 

Heştê Adarê (Mars) roja Cîhanî ya Jinan e û bi hilkefta wê hertim dîroka têkoşîna jinan a li dijî newekheviya zayendî tê vegotin. Di derbarê jinan de li Îranê, ev dîrok bi taybetî vedigere ser biryara hicaba bi zorê û hilweşandina yasaya parastin ji malbatê, yekser piştî hatina Xumeynî li Îranê, ku piştî wê yekê jinan li dijî vê fermanê û bi hilkefta 8ê Adarê (Mars) li Tehranê xwenîşandan kirin. Xwenîşandanên ku rastî serkutan hatin û ev serkutane qonaxeke nû di warê binpêkirina berfireh a mafê jinan li Îranê dest pê kir.

Ev rapore ku bi hilkefta 8ê Adarê, roja Cîhanî ya Jinan, li ser mijara binpêkirina mafê jinan li sala 2023an li Îranê hatiye amadekirin, amarên binpêkirina berbelav a mafê jinan di sala 2023an de pêka belgeyên hatinî lêkolînkirin di Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de tê pêşkêşkirin.

Pêka belge û amarên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di sala 2023an de aliyê kêm 22 jin li Îranê hatibûne darvekirin. 325 çalakvanên jin ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin û 147 çalakvanên jin ji aliyê Dezgeha Dadwerî ve bi girtîgeh, lêdana qamçî û îdamê hatine sizadan. Herwisa çendîn haletên kuştina jinan li bajarên cuda yên Îranê hatine tomarkirin.

 

Aliyê kêm 22 jin di sala borî de hatine darvekirin
 

Pêka vê raporê, di sala borî de aliyê kêm 22 girtiyên jin di girtîgehên cuda yên Îranê de hatine darvekirin ku beranberî %2.7 ji gelempera darvekiriyan di sala borî de ye.
Pêka belge û amara ku di Navenda Amarî ya Hengawê de hatiye tomarkirin, 15 kes (%68) ji jinên ku sala borî hatine darvekirin bi tohmetên kuştina bi zanebûn ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibûne sizadan. Jinek bi tohmeta sîxurîkirin bo Îsraîlê û 3 jin bi tohmeta madên hişber bi îdamê hatibûne sizadan û zanyariyek serast derbarê tohemtên sê jinên dinê ku sizayê wan bi rê ve çûbû ber dest nîne.

Herwisa zêdetirîn jin di girtgeha Destgird a Îsfehan û Bîrcendê de hatine darvekirin ku di her yek ji wan de 3 jin hatine darvekirin. Di girtîgeha Meşhed, Recayîşehra Kerecê û Kirmanê de jî her yek du jin û di girtîgehên Reşt, Zahidan, Qum, Kohnûc, Hemedan, Yasûc, Urmiye û Qizilhisarê de ango di her yek ji wan de jinek hatiye îdamkirin.

Li gorî yasayên desthilatdarî li Komara Îslamî di derbarê jinan de, jin li Îranê netenê xwediyê ti cure yasayên parastinê yên girêdayî tundûtîjiya nav malbatê nînin, belkî xudê nivîsa yasayê çarçoveya hemû cureyên tundûtîjiyê ji wan tundûtîjiyên fîzîkî, laşî, aborî û derûnî ya li ser jinê çê kiriye.

 

Girtina aliyê kêm 325 jin di sala 2023an de

Pêka belge û amarên Hengawê, di sala 2023an de aliyê kêm 325 jin li bajarên cuda yên Îranê ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin ku nasnameya tevahiyan wan ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin. Ev amare beranberî 14 ji sedî ji gelempera girtiyan di sala borî de ye.

Ji gelempera jinên ku di sala 2023an de hatine girtin, 92 jin beranberî 28.5 ji sedî jinên Kurd bûne. Herwisa aliyê kêm 52 jinên çalakvanên Behayî beranberî 16.5 ji sedî ji gelempera girtina jinan di sala borî de bûye.

Zêdetirîn çalakvanên jin li sala borî di bajarê Tehranê de hatine girtin ku 68 jin bûne. Piştî wê yekê bajarê Sinê 36 jin, Îsfehan 22 jin û Kerec 20 jin di rêzbendiyên dinê de cih girtine. Herwisa li bajarê Reştê 17 çalakvanên jin, Seqiz 13 çalakvan, Meşhed 10 çalakvan, Şîraz, Hemedan û Bokan her yek ji wan 7 çalakvanên jin û Îlam û Îze jî her yek ji wan 5 çalakvanên jin ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.

Di sala borî de û pêka vê raporê, 18 keçên xwendekar, 17 çalakvanên rojnamevanî û çalakvanên medyayî yên jin, 10 hunermend û ekterek sînemayê û 7 mamosteyên jin ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.

Sepandina sizayê girtîgeh, îdam û lêdana qamçiyan bi ser 147 çalakvanên jin de

Pêka belge û amarên Hengawê, di sala 2023an de aliyê kêm 147 çalakvanên jin li bajarên cuda yên Îranê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi girtîgeh, lêdana qamçî û di haletekê de jî bi îdamê hatine sizadan.

Pêka vê rapor, çalakvaneka jin a Kurd ya bi navê Nesîm Nemazî bi tohmeta sîxurîkirin bo Îsraîlê bi îdamê hate sizadan û di dawiya sala borî de li girtîgeha navendî ya Urmiyê hate îdamkirin.

Herwisa 139 çalakvanên jin ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komra Îslamî ya Îranê ve li ser hev bi 553 sal û 10 meh girtîgehê hatine sizadan û 10 kes ji wan tevî hebûna sizayê girtîgehê bi 558 derbeyên qamçiyan hatibûne sizadan.

Di sala borî de aliyê kêm 8 çalakvanên jin bi giştî bi 17 sal û 6 meh girtîfeha ragirtî hatine sizadan.

Hêjayî gotinê ye ku 42 kes ji jinên bi girtîgehê hatinî sizadan ji kêmîneyên ola Behayî bûne û 20 kes ji çalakvanên jinan ku bi girtîgeh û lêdana qamçiyan hatibûne sizadan ji çalakvanên jinên Kurd bûne.

Girtina jinan û sizadana jinan proseyeke adetî ya cudaxwaziyê di Komara Îslamî de ye. Di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de, zextên li ser jinên têkoşer zêdetir bû. Komara Îslamî bi awayekî rêkxistinî, ji rojên destpêka hatina ser kar ve hewl daye ku qada xebata civakî, siyasî û mafê mirovî ji jinan re teng bike. Siyasetên cudakirina zayendî û herwiha perwazêzxistina tevahiya civaka kêmîneyên regezî û zayendî bi rêya tawanbarkirina nasnameya wan ve, yek ji siyasetên cidî yên apartayda zayendî li Îranê ye.

 

Di sala borî de 122 jin hatin kuştin

Pêka belgeyên tomarkirî di Navenda Amra û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de, di sala 2023an de aliyê kêm kuştina 122 jinan di tevahiya Îranê de hatiye tomarkirin ku 39 halet ji wan beranberî %32 ji tevahiya haletan di bin navê namûsiyê de hatine encamdan.

Zêdetirîn haletên jinkujiyê ku di sala borî de rû daye, ji aliyê mêrên xwe ve (60 halet) û ji aliyê mêrên xwe yên berê ve (9 halet) bûye ku %56.5 ji gelempera haletan li xwe digire. Herwisa 16 jin bi destê bavê xwe, 10 jin bi destê birayê xwe, 2 jin bi destê bavê mêrê xwe û 11 jin jî bi destê kesên nêzî malbatê wek xal, mam û zava û hwd hatine kuştin. Du halet ji kuştina jinan bi destê xwazbînî û 5 halet jî bi destê dezgîran hatine encamdan û yên dinê ku 7 halet in bi destê kesên nexuya hatine kuştin.

Li gorî vê raporê, sala borî li bajarên Ehwazê (2 halet), Serdeşt, Pîranşar, Zabol, Xuremava, Meşhed, El-eşter û Dêwulan, herî kêm 8 jinên qurbaniyên zewaca zarokan hatine kuştin ku 4 kes ji wan bi pirsgirêka namûsî hatine kuştin. 5 ji van jinên zarok ji aliyê mêrên xwe, 2 ji aliyê birayê xwe û yek jî ji aliyê bavê xwe ve hatine kuştin.

 

Cudakirina haletên kuştina jinan di sala 2023an de pêka parêzgehan

 

1- Parêzgea Tehran: 24 halet (7 halet namûsî)

2- Parêzgea Urmiye: 15 halet (9 halet namûsî)

3- Parêzgea Kirmaşan: 10 halet (2 halet namûsî)

4- Parêzgea Fars: 8 halet (1 halet namûsî)

5- Parêzgea Sine: 8 halet (4 halet namûsî)

6- Parêzgea Elborz: 7 halet (2 halet namûsî)

7- Parêzgea Xurasana Rezewî: 7 halet (2 halet namûsî)

8- Parêzgea Merkezî: 6 halet (2 halet namûsî)

9- Parêzgea Mazenderan: 5 halet (2 halet namûsî)

10- Parêzgea Gîlan: 5 halet (2 halet namûsî)

11- Parêzgea Xûzistan: 4 halet (3 halet namûsî)

12- Parêzgea Îlam: 4 halet

13- Parêzgehên Loristan, Tewrêz: Her yek ji wan 3 halet (her yek ji wan  haletek namûsî)

14- Parêzgehên Sîstan û Belûçistan, Boşehr, Îsfehan û Zencan: Her yek ji wan 2 halet (Sîstan û Belûçistan haletek namûsî)

15- Parêzgehên Simnan, Qum, Kirman, Hormozgan û Yezd: Her yek ji wan haletek (Hormozgan haletek namûsî)

 

Jinkujî di civakê de asta herî bilind a bêzariya jinê û dijejînî ye. Kuştinên ku ji ber kuştinên namûsê têne hesibandin, tenê beşek ji kuştina jinan li xwe digire. Koka sereke ya jinkujiyê di civakan de dîrok, têkilî û yasaya mêrsalarî û dijejînî ye. Li gorî rapora mafê mirovî ya Hengawê, tenê di sala borî de li Îranê 122 cinayetên kuştina jinan hatine tomarkirin û beşeke berçav ji wan cinayetan ji aliyê endamên nêzîk ên malbatê ve hatine kirin. Yasa û ramanên dijejinî nefreta kûr a li dijî jinan asayî dike û ev jî dibe sedem ku kuştina jinan hêsantir û bênirxtir be.


Di vî warî de zêde bixwînin