Çalakvanekî kedkarî yê Kurd bi salek “girtîgeha ragirtî” hate sizadan

Xebat Dêhdar yê çalakvanê kedkarî yê xelkê bajarê Sine ku di Îlona îsal de heya

17 November 2023 21:38

 

Hengaw; Înê 17ê Mijdara 2023an

Xebat Dêhdar yê çalakvanê kedkarî yê xelkê bajarê Sine ku di Îlona îsal de heyama mehekê hatibû binçavkirin, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi salek “girtîgeha ragirtî” hate sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de, Xebat Dêhdar yê çalakvanê kedkarî yê xelkê bajarê Sine ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Sine ve, bi tohmeta “propagende li dijî Komara Îslamî ya Îranê” bi salek “girtîgeha ragirtî” hate sizadan.

Xebat Dêhdar, roja Sêşemî 19ê meha Îlona îsal, tevî birayê xwe yê bi navê Ramiyar Dêhdar ji aliyê hêzên hikûmetî hatibû girtin û piştî mehekê li 20ê meha Cotmehê bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên Dadgehê hatibû berdan.

Hêjayê gotinê ye ku Xebat Dêhdar di meha Cotmeha sala borî de jî di meşa tevgera Jin, Jiyan, Azadî de ji aliyê hêzên hikûmetî ve hatibû girtin.


Di vî warî de zêde bixwînin