Piştî erdhejên ku li navçeyên Pazarcik û Elbîstana Mereşê di mezinahîya 7,7 û 7,6an de pêk hatin li 10 bajaran xerabûnên ciddî çêbûn.
Dema ku birînên erdhejê tên dermankirin, daxuyanîyeke bal kişandî jî ji Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şehzade Demîr ve hat.
Dermîr di daxuyanîya xwe de weha got, “Îro roja ku em li ser birînên xwe ji hev re hikmê deynên û demagojîyê bikin nine. Wexta derketine sehayê, xelaskirina welatîyên me, çêkirina îmkanên şîva germ û starbûnê ye. Em hemû kesan ji bona ku îmkanan çêbikin û fedakarîyê bikin bang dikin.”
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu li Stenbolê bi Serokê Buroya Siyasî yê HEMASê Îsmaîl Henîyye re hevdîtin kir.
Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê, di axaftina xwe ya Komcivîna Meclîsê de ya ji bo rûniştina taybet ya salvegera 104.a vekirina Meclîsê got ku, “Ev meclîs Meclîsa gel e, reşît e, gerek tu wesayetê qebûl neke.
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, li Bexdayê bi Serokkomar Abdullatîf Reşîd û Serokwezîr Muhemmed Şîya es-Sûdanîyê Iraqê hevdîtinan kir.
Şahzade Demîrê Sekreterê Giştî û Parlementerê Entabê yê HUDA PARê, got ku, “Qerara Tirkiyê ya li ser sînordarkirina bazirganiya bi rejîma îşxalker a siyonîst re divê tenê bi hin berheman re sînordar nebe; Divê bêyî feqet û îstîsnayan bê pêkanîn.”