Ji ber xizmetgozariya kêm li Silêmanî çalakî hat lidar xistin

Xelkê taxa Şarewan ya bajarê Silêmaniyê ji ber bê avî û nebûna xizmetgozariyê çalakî lidar xistin.

Navenda Nûçeyan – Ji ber nebûna av û xizmetgozariya kêm di werza vê havînê de, xelkên taxa Şarewanî ya bajarê Silêmaniyê çalakiyek lidar xistin û daxwaza dabînkirin û dabeşkirina avê kirin. Diyarkirin ku ji ber vê yekê gelek caran serdana aliyên peywendîdar kirine, lê belê heta niha ev pirsgirêk nehatiye çareserkirin.

Ev bi salan e di werza havînê de bajar û bajarokên herêma Kurdistanê pirsgirêka kêm aviyê dijîn, lê belê li beramberî vê yekê hikumet xwemsar e û nikare xizmetgozariyê ji bo hemwelatiyan dabîn bike. Her tim bangaşe dikin û dibêjin emê pirsgirêkên kêm aviyê çareser bikin lê belê heta niha jî ev pirsgirêka kêm aviyê ya li herêma Kurdistanê nehatiye çareserkirin.