Ji bo qirkirina Êzidiyan were naskirin 80 hezar îmza hat komkirin

Ji bo qirkirina Êzidiyan ya ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû kirin, bi awayek fermî were naskirin, 80 hezar îmze pêşkeşê Konseya Federal ya Swîsreyê hatin kirin.

Navenda Nûçeyan- Ji bo hikûmeta Swîsreyê qirkirina Êzidiyan ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê di Tebaxa  2014’an hate kirin, nas bike, di çarçoveya kampanyaya îmzayan a ku di meha Gulanê de hatî destpêkirin  80 hezar û 927 îmze hatin hatin komkirin.

Îmzayaên ku hatin komkirin, di nava wan de  Parlamenterê Parlamenteya Netewî ya Partiya Sosyalîst ya Swîsreyê Roger Nordman, Parlamentera Parlamentoya Netewî ya Keskan Natalîe Îmboden û komeke ji kesên bûne şahidê hovîtiya DAIŞ’ê piştî daxuyaniya li ber parlementoya Federal ya Bern ê, pêşkêşî Konseya Federal ya Swîsreyê hatin kirin.

‘Divê qirkirin were naskirin’

Di daxuyaniyê de, banga naskirina qirkirina Êzidiyan hat kirin. Dan zanîn ku ev berpirsyartiyeke. Di daxuyaniyê de rapora Netewên Yekbûyî (NY) a di çarçoveya qirkirina çeteyên DAÎŞ’ê a li beramberî Êzîdiyan kirî de hat bibîrxistin ku ger qirkirin bê naskirin wê rê li ber qirkirinên din bê girtin.

Ji 15 parlementeran bang

Li aliyê Parlamenterên Parlamentoya Netewî Fabîan Molîna, Mûstafa Atici, Brîgîtte Crottaz, Laûrence Fehlman Rîelle, Frîedlî Claûdîa, Barbara Gysî, Martîn Landolt, Angelîna Moser Tîana Martîna Mûnz, Jon Pûlt, Ûrsûla Schneîder Schuttel, Prîska Seîller Graf, Lîlîan Stûder, Nîcolas Walder, Celîne Wîdmer, bi pêşniyaznameye ku hatî peşkeş kirin de, bang li Parlamentoya Netewî kir ku sûcên qirkirinê ku DAÎŞ’ê li Êzidiyan kirine, nas bike.

Di pêşniyaznameya ku imzaya 15 parlementeran heyî de, bal kişand ser rapora Komisyona Serbixwe ya Lêkolîna Netewên Yekbûyî (NY). Bang li dewletên endamên Konseya Mafê Mirovan a NY kirin ku qirkirina Êzidiyan nas bikin û di pêniyaznamayê de ev tişt hate gotin:

“Swîsre vê qirkirinê nas bike, kêm jî be wê edalet ji bo mexdûran were cih û di heman demê de wê li gorî hiqûqa navnetewî wê di warê şopandina cezayî têkoşîna li dijî necezakirinê de soz bê dayîn. Bi naskirina qirkirina Êzidiyan re, wê rê li ber sûcên wiha bê girtin.’’