Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bêçekkirin an hilweşîn?

14:41 - 31 Tebax 2023

N: Kerîm Perwîzî

W: Hesen Mukerem

Wek her car,

Tiştek neguheriye,

Li ser heman xeta dara herheyî,

Siyaseta kolonyal a Tehranê berdewam e!

Dema ku rejîma desthilatdar li Tehranê ji aliyekî ve di bin givaşek tund de ye, ji bo ku xwe ji aloziyê rizgar bike, serî li gefxwarina li Kurdistanê dide! Qaşo welat ji destê cudahîxwazan rizgar dike!!

Rewşa aborî ya Îranê di bin siya siyasetên gendelî û nijaperesetî yên dewleta Feqîh de her ku diçe wêran dibe. Û tevî serkut û tundutîjî û çendîn meh gef xwarin li xelkê, heta li salroja şehîdkirina Jînayê nêzîktir dibin, civak gurtir dibe û ber bi noqteya kelyan û serrêjbûnê nêzîktir dibin.

Ne rejîmê kariye derfetekê ji xwe re peyda bike û berdewam be û bigihe rêkeftinekê ligel mezin hêzan ku pê dilxweş be, ji ber ku Rûsiya rê nade, û ne jî kariye bi temamî, li ser serdestiya civakê de zal be û tu kesî bideng bike, rewşa rejîmê her roj xirabtir dibe û nîgeranî zêdetir dibin!

Her ku em nêzîkî salroja şehîdkirina Jînayê dibin û her ku em ber bi salvegera serhildan û şoreşa Jînayê ve dimeşin, tirs zêdetir ser hemû rejîmê de digire! Ji ber vê yekê serî hildana nîgeraniyên dîmenên bêzarbûnên wê zêde xuya dibin, û di rewşek wiha de ku bo derbaskirina xwe, li civakê gefan dixwe û her çalakvanek ku dikeve hizra wî gazî dike û gefan jê dixwe; Lê, ji hemûiyan zêdetir gef û gure gurên xwe li Kurdistan û xelkê Kurd zêdetir dike ji ber ku Kurdsitan mîna kabûsa mirina nizama xwe dibîne!

Dubare û di heyama van rojan de karbidestên rejîmê behsa muhleta bêçekkirina hêzên Rojhilatî û gihandina peyama lihevkirina ewlekarî ya xwe bi Bexdayê re dikin!

Her tişta ku ji aliyê berpirsên rejîmê ve tê behskirin, û dibêjin roja 28ê Xermananê weke dema dawî diyar kirine! Lê, tu gotinek ji aliyên Iraqî, Bexda û Hewlêrê ve li ser wê rêkevtinê nabihîse û aliyên Iraqî jî berdewam dibêjin ku wan li hevkirine ku ji sînorên wan ti gefeke leşkerî li ser rejîma Tehranê namîne!

Evane nîşan didin ku rêkevtinname behsa dîrokeke diyar nake û ev yeka jî nîgeranî û tirsîna rejîmê ye ku salvegera şehîdkirina Jînayê û destpêka şoreşa Jînayê bo bûye jana mirina rejîmê û her ji ber vê ye tirsaye û wek destnîşankirina muhletê cem xwe diyar kiriye.

Di vê çengavêtinên rejîmê de, kiryarên terorîstî û tawanên dijî mirovatiyê hertim tên çavnhêrkirin, bi taybetî ku em nêzîkî salroja Şoreşa Jînayê dibin, ku hevdem e ligel tawaneke din ya rejîmê, wate terorkirina Dr.Şerefkendî û hevalên wî li Berlînê bi destê pasdarên terorîst yên ku ji aliyê Tehranê ve hatibûn şandin.

Lê, xalek ku cihê balkişanbdinê ye di van gef û givaşên rejîmê de ku dibe lê binêrin ev in,  behskirina desthildatdarên rejîmê li mijara bi navê bêçekkirin an malîna hêzên Kurdistana Rojhilat.

Bi qasî ku di nûçeyên medyayî de hatiye behskirin, wisa diyare ku rayedarên Iraqê bi rejîma Tehranê re lihev kirine ku ji aliyê sînor ve ti metirsiya ewlehiyê li ser her du aliyan namîne, ango ti aliyek nebe bingehek ji bo gefên ewlehiyê û kiryarên leşkerî li dijî yên din. Lê, rejîma Tehranê behsa vê yekê nake û nêrîna xwe tîne ziman û dibêje, lihevkirin hatiye encam dan ku hêzên Rojhilatî bên bêçekkirin!

Ev mijar du alî ye, mijara yekem hebûna hêzên rojhilat, hebûneke navxweyî ya Iraq û Herêma Kurdistanê ye û reftarkirina wan hêzan bi siyaseta vî alî ve girêdayî ye, ne siyaseta Tehranê! Lê aliyekî din ê ku divê em bi hûrî lê binêrin siyaseta xapandina rejîma Komara Îslamî ye.

Aliyê din ê vê siyaseta rejîmê jî, berovajîkirina pirsa siyasî li Îranê û bi xeletî nîşankirina pirsa Kurd li Îranê ye.

Yekem: Bi gefxwarin û givaşên bi vî awayî li Kurdistanê, rejîm dixwaze bala siyasî ji Îranê û salvegera Şoreşa Jînayê dûr bixe û vê pirsê bike pirsgirêk di navbera rejîma Tehranê û bi qewlê van bixwe cudahîxwazan de!

Duyem, bi berdewamî behsa malîna çekan, pirsa Kurdistanê û Kurdan biçûk û sînordar bike di pirsek bi navê çekan de, ku mijar ewlekarî ye û çend kesên çekdar li Iraqê hene ku ewlekariya sînoran tehdîd dikin û bi vî awayî tenê pirsa bêçekkirina van çend kesan bê beskirin û mijarê bi malîna çekên van çend kesan dawî pê bê.!

Di demekê de ku ti hêzên Rojhilatê Kurdistanê bi îradeya xwe çek hilnegirtine, lê belê rejîma Wilateya Feqîh bi fermana cîhadê li dijî Kurdistanê, Kurd neçar kiriye ku ji bo jiyana xwe şer bikin û li hember fermana jenosayîdê dest bi berevanîkirina xwe kirine!

Herwiha pirsa Kurdistanê ne pirsa çend çekan di destê çend şervanan de ye, belku pirsa neteweyekê ye ku ji aliyê navenda desthilatê ve tê tepeserkirin û çavkaniya pirsgirêkê jî Tehran e! Mesele ne li ser sînor û ewlekariya sînoran e, belku li ser zilm û tepeserkirinê ye û ji wê jî girîngtir, li ser siyaseta kolonyalîst a rejîma Tehranê li dijî neteweyan, bi taybetî li dijî Kurdistanê û kurdan e!

Herçend ku Komara Îslamî ji bo veguhertina meselê bike mijara çekan û şervanan, lê dizane ku ev mijar pirsa tepeseriya neteweyî ya li Îranê û hevahengiya netewên bindest bi hev re û di gel tex û komên din ên dûr xistî yên wek jinan, karker û xwendekar û … hwd e. Dîmenên bêzarkirina rejîmê nêzîktir kiriye û Ji ber vê yekê rejîm deng û hawara xwe zêde kiriye û dixwaze eslê mijarê berovajî bike!

Têkoşîna rewa ya netewe û girûpên dûr xistî yên di Îranê de, givaş xistiye ser rejîmê ne hêzên Kurdistanî, belkî rejîm û Spaha wê ya terorîst e ku divê hem bên bêçekkirin û hem ber bi zibildana dîrokê ve bên şandin.