Welatiyê Dêhloran Ferşad Ehmedî ji bo cîbicîkirina cezayê xwe bo girtîgeha Êvînê hat veguhestin

10:13 - 7 Şibat 2023

Roja Duşemî 26`ê Befranbarê, “Ferşad Ehmedî” welatiyê xelkê bajarê Dêhloranê bo cîbicîkirina cezayê xwe ji bo girtîgeha Êvînê hat veguhastin.

Nûçegihaniya “Hirana”yê, li bara rewşa wî girtiyê de ragihandiye ku, nêzî du hefteyan berî niha “Ehmedî” bo cîbicîkirina cezayê xwe, bo girtîgeha Êvînê hatiye veguhastin. Navbirî ku nexweşiya kêmbûna Kelîsyomê heye, ji pêragihîştinên hewce yên pîzişkî yên vê girtîghê bê par e.

Ev welatiyê Kurd li rêkevta 20`ê Sermawezê ji aliyê taya 15 a dadgeha Şoreşa Tehranê, bi serokatiya dadwer “Ebolqasim Selewatî” bi tohmeta “kombûn û tebanî li dijî ewlehiya neteweyî” bi du sal hepsa te`izîrî û 5 sal hepsa ragirtî ceza hatiye kirin.

Herwisa ev welatiyê Kurd li Banemera îsal, ji aliyê hêzên ewlehî li Tehranê hatibû binçavkirin, û bo girtîgeha Êvînê veguhastibûn. Di dawiyê de navbirî li rêkevta 25`ê Xermananê bi danîna barimteyê hatibû azadkirin.