Sine; Mamoste Hisên Elîmuradî 2 sal cezayê hepsa ragirtî lê hat birîn

17:03 - 5 Nîsan 2023

Roja sêşemî 15ê Xakelêweyê, mamosta “Hisên Elîmuradî”, mamostayê Olî yê mizgefta “Îbrahîm Xelîlullah” li Sine û birêveberê mekteba “Îbrahîm Xelîlullah” a zanistên olî û hafizê Qur’anê, ji aliyê dadgeha taybet a Rohaniyet li Hemedanê ve bi du sal heps hat mehkûmkirin.

Dadgehê mamosta Hisên “Elîmuradî” bi "tevlihevkirina hizra gştî" tawanbar kir.

Roja Sêşemî 15’ê Xakelêweyê ev mamostayê Olî yê Kurd bo cara duyem bo wergirtina parêznameya xwe ya dawî bo dadgeha taybeta Rohaniyeta bajarê Hemedan hate gazîkirin.

Ev mamostayê Olî yê Kurd di Reşemeya sala 1401’an de jî ji bo dadgeha Taybet a Rohaniyet Hemedanê hatibû gazîkirin.