Bav û kurek bo cîbicîkirina cezayên xwe bo girtîgehê hatine veguhastin

16:21 - 23 Kanûna pêşîn 2021

Roja Çarşemî 1`ê Befranbarê, du welatiyên Kurd ên bi navên “Îbrahîm Husêynî” temen 56 salî û “Selahedîn Husêynî” temen 28 salî, xelkê gundê “Aliyavê” yê ser bi bajarê Şinoyê bo derbaskirina heyama cezayên xwe bo girtîgeha bajarê Şinoyê hatine veguhastin.  

Ew du welatiyane ku bav û kur in, rêkevta 1`ê Banemera îsal, ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hatibûne binçavkirin û bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê hatibûne veguhastin.

Hêzên ewlehî ew du welatiyane bi tohmeta “endambûn û hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê” binçav kiribûn.

Rêkevta 5`ê Cozerdana îsal, ew du welatiyane bi danîna barimteya 500 milyon Tumenî bi awayekî demkî hatibûne azadkirin û meha Xermanana îsal, “Îbrahîm Husêynî” bi 7 sal û 7 meh girtîgeha te`izîrî û “Selahedîn Husêynî” bi 2 sal girtîgeha te`izîrî, ji aliyê dadgeha Şoreş a bajarê Şinoyê ve hatibûne cezadan.

Piştî vê ku wan du welatiyane derheq cezayê ku bi ser wan de hatibû sepandin nerizayetî nîşan dan, ew cezaye bo dadgeha pêdaçûna bajarê Urmiyê hatibû veguhastin û di dawiyê de ji aliyê wê dadgehê ve “Îbrahîm Husêynî” bi 3 sal û nîv girtîgeha te`izîrî û “Selahedîn Husêynî” bi 2 sal girtîgeha te`izîrî û 3 sal girtîgeha ragirtî hatine cezadan.