Çalakvanê kedkarî “Rêbiwar Ebdullahî”, bi du sal hepsa ragirtî hat cezakirin

18:33 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2022

Çalakvanê kedkarî “Rêbiwar Ebdullahî” xelkê bajarê Sineyê, ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoreş a wî bajarî ve, bi serokatiya dadwer “Se`îdî” bi du sal hepsa ragirtî hat cezakirin.

Ew çalakvanê kedkarî bi tohmeta “piropagende li dijî nizamê” bi du sal hepsa ragirtî hat cezadan û ji tohmeta “endambûn digel yek ji partiyên Kurdî yên dijberên hikûmeta Îranê” bê tawan hatiye naskirin

Ew cezaya îro Sêşemî 4`ê Gelawêjê, bi awayek fermî ji wî çalakvanê kedkarî re hatiye ragihandin.

Kombûna dadgehîkirina “Rêbiwar Ebdullahî” roja 6ê Pûşperê li taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê Sineyê hatibû lidarxistin.

Îro Çarşemî 18`ê Reşema sala 1400`an a Rojî, ew çalakvanê kedkarî bi danîna barimteya 150 milyon Tumenî bi awayek demkî heta dema dadgehîkirinê ji girtîgeha bajarê Sineyê hatibû azadkirin.

“Rêbiwar Ebdullahî” piştî bidawî hatina heyama lêpirsînê ji îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê bo girtîgeha wî bajarî hatibû veguhastin.

“Rêbiwar Ebdullahî” piştî binçavkirinê ji “hevdîtin digel malbata xwe” û “destpêregihîştin bi parêzer” hatibû bêparkirin.

Roja Yekşemî, 10`ê Rêbendana sala 1400`an a Rojî, ew çalakvanê kedkarî,  piştî derkevtin li mala xwe bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve, hatibû binçavkirin.

“Rêbiwar Ebdullahî” endamê berê yê Komîteya Hevahengî bo Pêkanîna Saziyên Kedkarî bûye, herwisa li sala 1393`an, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê “Sine”yê ve bi serokatiya dadwer “Se`îdî” bi tohmeta “endametî li Komîteya Hevahengîkirin û hevkarîkirin digel yek ji partiyên Kurdî yên dijberên hikûmeta Îranê” bi salek girtîgeha t`ezîrî hatibû cezadan.

“Rêbiwar Ebdullahî”, ji tohmeta “endambûn digel yek ji partiyên Kurdî yên dijberên hikûmeta Îranê” bê tawan hat nasîn û bi tohmeta “piropagende li dijî nizamê” û beşdarîkirin li roja cîhanî ya kedkaran, bi du sal girtîgeha ragirtî hat cezadan.