Tag Archive | nifir çi ye

NIFIRÊN KURDAN…KÜRTLERİN BEDDUALARI..

images 58585858585858

A
1. Af û nifirên pêxemberan li pey te bin/ li
te rêz bin!
2. Agir bi derê te keve!
3. Agir bi mala te keve!
4. Agir bi ser we de bibare!
5. Agir bikeve mala te!
6. Agir di tifika de nemîne!
7. Agir li loda te bikeve û tu xwe li ber
germ bikî!
8. Agir li mala bavê keto!
9. Agir pê ketî!
10. Agir te germ neke!
11. Aşê te bixeriqe!
12. Av negihe ser te!
13. Ava reş bi çavê te de bê!
14. Ava tofanê li te rabe!
15. Ava zer di canê te de bê xwarê!
16. Avê bibînî nên nebînî, nên bibînî avê
nebînî!
17. Axa sar te nehewîne!
B
18. Ba li çongên te bikeve!
19. Bav (dê, bira, xwîşk, ap …) lê mirî!
20. Bav li pêşiya kur ketî!
21. Bav û birayê te bi miradê te şa nebin!
22. Bayê sor bi ber devê te bikeve!

23. Bayê sor bi kezeba te bikeve!
24. Bayê Şimşatê li te rabe!
25. Bedena te reş-hêşîn be!
26. Belaya xwe di ber piyên xwe de bibînî!
27. Beleban di ser te de total bibin!
28. Belg bi dara te ve nemînin!
29. Belgên dara te biweşin!
30. Bendê pişta te biqete!
31. Benikê doxîna te biqete!
32. Benikê konê te biqete!
33. Ber avêtiyê!
34. Berê xwe nediyo!
35. Bereketê ji emrê xwe nebînî!
36. Bextê te reş be!
37. Bêîman herî huzûra Xwedê!
38. Bêmele herî!
39. Bêmiraz çûyî!
40. Bêriya berazan li hevşiyê te be!
41. Bi bin erebeyekê kevî û goştê te bi tekan
ve bigire!
42. Bi çifta dewarekî çûyî!
43. Bi girêşreşê ketê!
44. Bi guhanreşê ketê!
45. Bi nikulreşê bikevî!
46. Bi pêsotkê bikevî!
47. Bi qotikê ketî

48. Bi ro de çûyî!

49. Bi sewnêsiyê ketî!
50. Bi sibehê neketî!
51. Bi tewekê ketî!
52. Bi xewtêşê ketî!
53. Bibe dasî û bikeve qirika te!
54. Bibî xweliya êrgûn!
55. Bicehimî!
56. Bidî derzî-derman û emirbilah daynî ber
serê xwe!
57. Bihar (havîn, payîz, zivistan) bi ser de
nehatî!
58. Bi nalenal ji vê dinyayê bicehimî û herî!
59. Birûsk li te keve !
60. Birûska esmanê heftan lê ketî!
61. Bixwî û pê vereşî!
62. Bixwî; lê sekî pê vereşî!
63. Bizrê we biqele!
64. Bobelîsk li te rabe!
65. Brûsk li mala te bixe û tu tenê ji nav re
herî!
66. Brûsk li mala te xe!
67. Bûk di çavê te de şîn bibe!
68. Bûka te di mala bavê xwe de bimîne!
C
69. Can dayî!
70. Canê te ji kul û derdan xalî nebe!
71. Car li serê te bêne hev!

72. Cegera te bişewite !
73. Cehimî!
74. Cendekê te bibe pîneyê Sîço!
75. Cigera te biperite!
76. Cigera te di devê te re were!
77. Cigera te kun be!
78. Cihê wî cehneme be!
79. Cil û palaz te nehewînîn!
80. Cirma xelqê were ber derê te!
81. Cûcika wî pirç pê ve neyê!
Ç
82. Çav kor bûyo!
83. Çav li destan bibî!
84. Çav rijiyo!
85. Çav rijî bûyo!
86. Çavê te di mista min keve!
87. Çavê te li deriya be!
88. Çavên te çavên Çeko bibin!
89. Çavên te ji hêsiran xalî nebin!
90. Çermê te biwere/biweşe!
91. Çêtiyên te werin xwarê!
92. Çi girtî di dêst de pûç bûyî!
93. Çingînî li tasa te keve!
94. Çiraya te vemire/damire!
95. Çiraya te çirûsk bi ber nekeve!
96. Çîka te agir pê negire!

97. Çûna te hebe hatina te nebe!
D
98. Dara te hêşîn nebe!
99. Dara te sêr be!
100. Debara te berî biharê biqede!
101. Delav neçe ser zeviya te!
102. Delîl û dêran bibî!
103. Dengê te bibire!
104. Derdê bêderman bikeve canê te!
105. Derê bavê bişkê!
106. Derdê bêderman lê rabûyî!
107. Deriyê mala bavê te girtî be!
108. Deriyê te bi heft hejên guhîjê girtî bin!
109. Derman di çongên te de nemîne!
110. Dest kişiyayî!
111. Destan dar negirtî!
112. Destê te negire!
113. Destên te hêleçanan nehejînin!
114. Dev li te negere!
115. Dev li te xwar bibe!
116. Devê te li kêvir bikeve!
117. Devê te li kevirê reş bikeve!
118. Dewletê tu li ser dewletan bigerî!
119. Dewletê zewala te ji Xwedê be!
120. Dê û bavê te xêrê ji te nebînin!
121. Di agirê cihenemê de bişewitî!

122. Di aranê de mayî!
123. Di ber de jehr bî!
124. Di ber de jehra marê reş bî!
125. Di ber de mayî!
126. Di ber doza xelqê de herî!
127. Di ber te de bimîne!
128. Di binçengan da kînor hato!
129. Di erdê de herî xwarê!
130. Di firnikên te re were!
131. Di hembêza axa sar de bisitirî!
132. Di hingilan de bi dar ve bûyê!
133. Di mala we de şîv hebe, taştê nebe!
134. Di olama xelqê de mirî!
135. Di pozê te re were!
136. Di şîna bavê te de hêsirên te bimiçiqin!
137. Di xeneqa te de bimîne!
138. Di xewê de marek li te vene!
139. Dil ji kulan xalî nebûyî!
140. Dil û hinavên te di devê te ra werin!
141. Dilê te bişewite!
142. Dinya li ber çavên te reş be!
143. Diran di devê te de nemînin!
144. Dîzika te nekele!
145. Dû ji kuçikên te ranebe!
146. Dûman li ser kuleka te nekeve!

E
147. Emrê te emrê gulîka biharê be!
148. Emrê te kin/kurt bibe!
149. Emrê te pûç bibe!
150. Emrê te qut be!
151. Erd li ber piyan qelişî û tê de çûyî!
152. Erd li per piyê te veqelişe, heta navikê tê
de herî xwarê û kes dest nevêje te!
153. Erd û esman li te bên hev!
154. Erebeyeke bêplaqe lê xistî!
155. Erzehala te here ba Xwedê!
156. Ev newal tijî zêr bibin, libek nebe nesîbê
te!
157. Ewk li te biqelişe û şûjin bi dest te
nekeve!
158. Ewkê te bibe rîs û bi te ve dar de bibe!
159. Eyd di ser te re derbas nebe!
160. Ez reşê te girêdim!
Ê
161. Êş serê te keve!
162. Êş û ûş li te rabin!
163. Êşa mirîşkan bi te bikeve!
164. Êşa zirav bi te bikeve!
165. Êtixî ji mala te, soxî ji navê te kêm
nebin!
166. Êvar bi ser de nehatî!

F
167. Felek li serê te bigere!
168. Fireng li hatî!
169. Firê neketî!
170. Firî ku firî bûyo!
171. Firîkî bifirikî!
G
172. Gerden cêr bûyî!
173. Gerden heliyayî!
174. Gewrêş bi gewriya te bikeve!
175. Girara te nekele!
176. Girî ji mala we kêm nebe!
177. Goşt dîtî, diran bi dêst neketî!
178. Goştê te birize!
179. Goştê te bibe xurê/xwarina mişk û
maran!
180. Goştê te bihele!
181. Goştê te li erdê, hestiyê te li bin piyan
be!
182. Gula çapliyê li bin çengê te bikeve!
183. Gula çardexurê li binçenga te bikeve!
184. Guleyek li navçavê ketî!
185. Gulî kur bûyê!
186. Gulla berbanga sibê li te keve!
187. Gulla serê sibê li te keve!
188. Guran xwarî!

189. Gurrî bî!
190. Gû li gorê bûyî!
H
191. Har bibî û li serê sergoyan bikevî!
192. Har bûyo!
193. Havîn di ser te re nebihure!
194. Heliyayî!
195. Heneya zavayan/bûkan li kefa destê xwe
nebînî!
196. Her du lingên te bi hev re bişkên ku tu ji
xwe re rûnî.
197. Herî û li min nezivirî!
198. Herî, qe venegerî!
199. Heska te biqelişe!
200. Hestiyê piştê lê xaşe bî!
201. Hestiyên te birizin!
202. Heta ku xweş bî îman li ber reş bî!
203. Heta ku xweş bibî ji xelqê re pale bibî!
204. Heta ku xweş bî hemasa pale bî!
205. Heta mirinê qe tu rindiyê nebinî!
206. Hetanî dawiya emrê xwe nalînî bikî!
207. Hevalê kûçikan bûyî!
208. Hevalê telaqreşan bî!
209. Hêlikreşek te bixesîne!
210. Hêşiya konê te biqete!
211. Hêta te bişkê!

212. Hêtereş li hêta bikeve!
213. Hişk bûyî!
214. Hundir qetiyayî!
215. Hundir qul bûyo!
216. Hundir reş bûyo!
217. Hûn bibin gur bi hev kevin!
218. Hûn bibin gurê serê çileyan û bi hev de
bikevin!
219. Hûr ji dêv re hatî!
220. Hûr û rûviyên te di devê te re bên!
Î
221. Îlancix di gewriya te de were !
222. Înşeleh tu dê bi ber biavêjî! (bi tenê ji bo
jinan)
J
223. Jana zirav bi te da were!
224. Jehr be/li te bibe jehr!
225. Jehr bi ber ketî!
226. Jê avêtî!
227. Ji binî ve hejiyayî!
228. Ji birçînan hişk bûyî!
229. Ji dergehê Xwedê mehrûm bî!
230. Ji hevalan mayî!
231. Ji hêrsan biteqî!
232. Ji îman û Quranê mehrûm bûyî!

233. Ji îro dernekevî sibehê!
234. Ji kerban bimirî!
235. Ji koç û keriyan bimînî!
236. Ji lillah ketî!
237. Ji rehma Xwedê bêpar bimînî!
238. Ji taqet bikevî!
239. Ji tînan segkî hilehil bikî!
240. Ji vir neçî dera han!
241. Ji xeberdanê bikevî!
242. Ji xewê ranebûyî!
243. Ji xêran bêpar bûyî!
K
244. Kalîna pêz ji ber derê te neyê!
245. Kef bi devê te ketî!
246. Kepaze bûyî!
247. Ketî ber lepan û çav li destan bî!
248. Kesek nalenala te nebihîze!
249. Kevçiyê te qul be!
250. Kevçiyê te qul bibe!
251. Kevçiyê te zon negire!
252. Kevir bi ser de barî!
253. Kevir û kuçik li te bibarin !
254. Kevir û kuçik li te bibarin!
255. Kevirê te li ser kêvir nemîne!
256. Kezeb ji dêv re hatî!
257. Kezeb peritiyo!

258. Kezeb xwê biyo!
259. Kezeba te bihele!
260. Kezeba te biwerime!
261. Kezeba te qul bibe!
262. Kezeba te tîkeyên xwînê bin û ji devê te
re bên!
263. Kezeba te were xwarê!
264. Kezew li te reş bibe!
265. Kêlekên te li ser nivînan birizin!
266. Kêranê xaniyê te bişkê!
267. Kilim kilim li ser daweta te nekeve!
268. Kilîta reş li derê te keve!
269. Kit ji mala te nemîne!
270. Kizirî!
271. Kînor di qûna te de derkeve!
272. Koça te ji keriyan bimîne!
273. Kodika te tijî bibe!
274. Koka te bibe koka gûlika biharê!
275. Koka we biqele/vemire!
276. Konê te bişewite û bibe rijî!
277. Konê te nekeve tev konan!
278. Kor bûyo!
279. Kotan li koka we rabe!
280. Kotanê Eysa Pêxember li koka we rabe!
281. Kul bi ber ketî!
282. Kul di mala te keve!
283. Kul, jan, dev, diran, bigire pişik û
parxan!

284. Kula derê biharê lê xistî!
285. Kula Helebê bikeve mala wî/ di mala te
keve!
286. Kula salê te da derkeve!
287. Kulê biro!
288. Kulê li kezebê xistî!
289. Kulfetê te li te gurê har be!
290. Kumê te tu carî tel nebe!
291. Kund li warê bavê te bixwînin!
292. Kunêr di kuna te de derkeve!
293. Kurê te li te bimire!
294. Kurê te tev kuran nebe!
295. Kurm bikevin laşê te!
296. Kuştiyê di ber xelqê de bî!
297. Kûçikê har te bigire!
L
298. Lawo lawo tu xêrê bikî, tu qe nebinî!
299. Lebat di çongên te de nemîne!
300. Lehî li sexeleyê te xe!
301. Leteme werin ber derê te!
302. Lê binêrî û bibehecî!
303. Lêkend her sê sexelên te bi ro de bibe!
304. Lê zeherman man bî!
305. Li ber bobelîskê çûyî!
306. Li ber çêm ji tînan bimirî!
307. Li ber deriyan bimînî!

308. Li ber heft deriyan bigerî!
309. Li dewsa avê xwîn bimîzî!
310. Li dinyaya din destê Şêx Evdilqadir di
pêsîra te be!
311. Li hevalan binêrî û bihelî!
312. Li min av û xwîn bûyî!
313. Li pêş xelqê bendikê doxîna te biqete!
314. Li serê sergoyan ketî!
315. Li te bibe goştê berêz!
316. li te bimbarek nebe!
317. Li te heram bibe!
318. Li te nebe sibeh!
319. Li te porkurê!
320. Li te postê berazan be!
321. Li te xwîna xinzîr be!
322. Li te zeher û ziqûm be!
323. Ling kişiyayî!
M
324. Mal mîrat bûyo!
325. Mal şewitiyo!
326. Mala bavê te bişewite!
327. Mala bavê te xirab bibe!
328. Mala te belavbelavî bibe!
329. Mala te berê bayî bikeve!
330. Mala te bi serê te da bixele/bihelişe!

331. Mala te bibe kelefe û kelefe jî bibe warê
bûman!
332. Mala te bişewite!
333. Mala te here ber mîratê!
334. Mala te here devê kulê!
335. Mala te ji xelqê re bimîne!
336. Mala te kerkene bibe!
337. Mala te li ser pişta xezalê be û tu bidîi
pey kûsiyî!
338. Mala te ne ava!
339. Mala te pîneyê malan bibe!
340. Mala te qefa kendalekî be û kendal bi
ser de hilweşe!
341. Mala te serê te bixwe!
342. Mala te wêran be!
343. Malik bûyî hêlîna kundan!
344. Malik lê mîrate bûyî!
345. Malik wêran bûyî!
346. Malika wan li heft mîrateyan bigere!
347. Mar bi te ve bide!
348. Maran lê xistî!
349. Marê kor bi te vede!
350. Marê reş lê xistî/li te vede!
351. Menzîl qut bûyo!
352. Mergê mergkurtan bi ber te bikeve!
353. Mero gur li te bicivin û goştê te ji
hestiyan bikin!
354. Meyt hilato!

355. Meytê te li ber tava havînê genî bibe!
356. Meytê te li erdê bimîne!
357. Mezelê te nekeve nava tu mezelan!
358. Mêjiyê te di pozê te ra were!
359. Mêjî tev li hev bûyo!
360. Mêjî vala bûyo!
361. Min ji te xêr nedîto!
362. Min reş girêdayî!
363. Min xêr ji te nedît; tu jî xêrê ji mirazê
xwe nebînî!
364. Miradê te di çavê te de bimîne!
365. Miradê te di qirika te de biqurmiçe!
366. Mirar bûyî!
367. Miraz di çavan de mayî!
368. Miraz pê nekirî!
369. Mirazê te di çavên te de çortan be!
370. Mirazê te di pozê te de were!
371. Mirazê te mirazê gûlika biharê be!
372. Mirazê te mirazê qijikê be/qijika kor
bibe!
373. Mirazê te tev mirazan nebe!
374. Mirazê te di qirika te da bimîne û tu şa
nebî!
375. Mirin bi peretî bi dêst neketî!
376. Mirin xwestî, lê bi dêst neketî!
377. Mitikê ketiyo!
378. Mitriban gotine: Em mînanî şêx û
meleyan nabêjin ku bila kesek bimire û
em sakoyê wî li xwe bikin; lê em dibêjin

ku bila şahî û seyran hebin, def û zirne
lê xin û em jî şabaş û xelatan berhev
bikin. Gumana min wisa ji Xwedê
heye ku îro beriya sibehê sakoyekî te
jî tunebe ku şêx û mela li xwe bikin;
loma jî cenazeyê te li erdê bimîne! Şahî
û seyrana te vegere şîn û merezan! Li te
hesret be ku şabaşan belav bikî!

379. Mîza şêtîn tev be!
380. Mor li derîyê te keve!
381. Moz bi gunên te vede!
382. Moz bi zimanê te vede!
N
383. Nan lê hesret bûyî!
384. Nanê baçîk bi dest we nekeve!
385. Nanê cehî/gêris bi destê te nekeve!
386. Nanê te li ser pişta kêvrîşkê bibe!
387. Nanê tisî bi destê te nekeve!
388. Nav neketî nava deftera mişkan jî!
389. Nava gunên te bixwire!
390. Navê te agir, dostê te barût be!
391. Negihêjî kêrê!
392. Ne ji Xwedê tirsiyayî ne jî ji bendeyan
şerm kirî!
393. Negihiştî kêrê!
394. Nenîkên te tunebin ku xwe pê bixwirînî!
395. Nexweşiya te li te heştnobe be!
396. Neyarê te bibe qiraskê serê te!

397. Nifirên Mûsa Pêxember li pey we bibe!
398. Nimêja sibehê şeytan di kerika guhê te
de bimîze!
399. Nivîn lê pîj hatî!
O
400. Ocaxa te kor be!
401. Ocaxa te kor, deriyê te mor be!
402. Ocaxa we ji kok da vemire!
403. Oxira te ne ya xêrê be!
404. Oxira te oxira Qolo be!
405. Oxira te oxira Zahirê Kerî bibe!
P
406. Para guran bûyî!
407. Parçeparçeyî bibî û parçeyê te yî herî
mezin guhê te bimîne!
408. Parçê mezin guhê te be!
409. Pars kirî!
410. Pel bi dara te ve nemînin!
411. Pelê dara te biweşin!
412. Pepûk bi ser te de bixwînin!
413. Perdeya rûyê te biqete!
414. Perpitiyo!
415. Pêpûkê!
416. Pirtikên te li esmanan bin!
417. Pişikreşî bûyî!

418. Pişrûka hişk bi dest te nekeve!
419. Pişt şkestî!
420. Pişta xwe rast nekirî!
421. Piyê te bi ber piyê te nekeve!
422. Pîj bi çavê te re here!
423. Por kurê!
424. Porê te kur be!
Q
425. Qanser li te were/derkeve!
426. Qe gir nebî!
427. Qe mezin nebûyî!
428. Qijdeyê te li min teberik bibe!
429. Qijik bi ser ketî!
430. Qijika qijikê bi ser ketî!
431. Qijika reş bi ser ketî/bi ser te de hatî!
432. Qijikan çav derxistî!
433. Qir bi koka we bikeve!
434. Qirika te şil nebe!
435. Qorika te bişike!
436. Qudûm di çongan de nemayî!
437. Qurbana zarên xelqê bûyî!
438. Qutiya te tijî, rûviyê te rast nebe!
439. Quzilqurt be!

R
440. Rebî lo lo di mala wî de nemînin!
441. Rebî tu eydê nebîne!
442. Rezê we teriz lê xe!
443. Rêx bi ber ketî!
444. Ro li ser mala te neçe ava!
445. Roja ku tu qilim dilim dilîzî qeşmerok bi
te bilîzin!
446. Roja reş û qîra qijikê para te be!
447. Roja xwe nedîtî!
448. Rojê bi qaydekî biçilmisî û bipişirî!
449. Rûyê reş be!
450. Rûçikê te li min hesret bibe!
451. Rûreşî bi ser te de bê!
452. Rûviyên te di devê te re bên!
S
453. Satircemî bî!
454. Se û kûçik li te rêz bin!
455. Sed û bîst û pênc caran bihetikî
456. Seg bi ser de vereşî!
457. Segekî kefen revandî!
458. Segkî bicehimî!
459. Serê te bixwe!
460. Serê te li kevirekî bikeve!
461. Serê te qe bilind nebe!
462. Serê wî di nav mêran de bilind nebe!

464. Serî qûç bibe, binî pûç bibe!
465. Sewta te bibire!
466. Sêl nanê wî nepijîne!
467. Sikûmê te li min hesret bibe!
468. Sitar lê hesret bibî!
469. Star bi serê te nekeve!
470. Stêrka te negihêje esmanê heftan!
471. Stûyê te di ber te da bimîne!
472. Stû şkestî!/Stûyê te bişkê!
473. Stûna bavê te bişkê!
474. Stûna xaniyê te bişewite!
475. Stûyê te di heftê cihî de bişkê!
476. Sûra rehmê di dil de nemayî!
Ş
477. Şapat bi ser te de were!
478. Şepe li mala te bikeve!
479. Şepirze bûyî!
480. Şetele li te bikeve/rabe!
481. Şeteleya bihar û payîzan lê ketî!
482. Şexte li te xe!
483. Şeytan guhê te de bimîze!
484. Şitla te hêşîn nebe!
485. Şîva miriyan lê çûyî/lê hesret bûyî!

T
486. Taşirxanî bûyî!
487. Taştiya te hebe, şîva te tunebe!
488. Taya mirinê bi te keve!
489. Te çawa agir berda heyata min heyata te
jî agirdadayî bibe!
490. Te çawa mala me xera kir Xwedê jî mala
te xera bike!
491. Te keziya min qusandê!
492. Te qirika min tehl kir, Xwedê jî ya te
tehl bike!
493. Te rût bikin û daynin ser teneşirê; lê
segekî gurî ava te biçelpîne!
494. Tepa xelqê hemasa li sêrî bûyî!
495. Tertexanî bî!
496. Teşqele pêsîra te bernedin!
497. Teşta te êrd negire!
498. Text û tacê te belav bûyo!
499. Têr nexwarî!
500. Tiliya te bi hine nebe!
501. Tirtûl bi ber ketî!
502. Tî bûyî û arava kincan bi dêst neketî!
503. Tî û birçî mirî!
504. Tîra Xwedê lê ketî!
505. Top lê keto !
506. Topa Xwedê lê ketî!
507. Topa Ûris li te keve!
508. Tu avê ji teyr û tilûran bixwazî!

509. Tu belaya xwe di ba Xwedê de bibînî!
510. Tu bext-mirada nebînî!
511. Tu bê dûnde herî!
512. Tu bêmiraz herî!
513. Tu bêûrt herî!
514. Tu bêwêrt biçî!
515. Tu bi cinan bikevî!
516. Tu bi goştê canê xwe kevî !
517. Tu bi guleyeke neşûştî herî!
518. Tu bi halê ne tu hal kevî!
519. Tu bi wê hesretê herî!
520. Tu bi miradê xwe şa nebî!
521. Tu bi saxî bikevî gorê!
522. Tu bi xewê kevî û jê ranebî!
523. Tu bi xuriyan herî!
524. Tu bi xwe de bikevî û zirara te negihêje
tu kesî!
525. Tu bibî beniştê devê xelqê!
526. Tu bibî jûjî!
527. Tu bibî komek hestî, bikevî ber vî destî!
528. Tu bibî movik û hestî!
529. Tu bibî piç û parî û her parçeyekî te di
tûrekî de veşêrin!
530. Tu bibî piç û parî!
531. Tu bibî şîva guran!
532. Tu bi kefa segê har herî!
533. Tu bikevî ber destê dêmariyan!
534. Tu binerd bî!

535. Tu biqurçimî!
536. Tu car riya te rast neçe !
537. Tu çiqçiqî bibî!
538. Tu derpiyê sor li ber serê xwe nebînî!
539. Tu di ava gûyî de bixeniqî!
540. Tu dîn bibî bi çiyan bikevî!
541. Tu dîn bibî bi laşê xwe bikevî!
542. Tu dîn bibî û bi çolan/bi çiya û baniyan
bikevî !
543. Tu eydê nebînî!
544. Tu firofehşî bibî!
545. Tu goştê xwe biruçikinî!
546. Tu gûnê nebînî!
547. Tu har bibî!
548. Tu heft salan mala bavê xwe nebînî!
549. Tu herî û venegerî!
550. Tu herî, bêser û bêberate herî!
551. Tu hewciyê ker û kûçikan bî !
552. Tu ji destê xwe bibinî!
553. Tu ji her du çavan bibî û kesek destê te
negire!
554. Tu ji her du çavan bibî!
555. Tu ji her du çavan mehrûm bibî
556. Tu ji kokê ve biqurçimî!
557. Tu ker û lal bibî!
558. Tu kes li deriyê te nexe!
559. Tu li çol û çiyan şeveder bimînî!
560. Tu li çolê bêav bimînî!

561. Tu li serê riyan berate bî!
562. Tu nanê gilgil nebînî!
563. Tu nebêjî ox!
564. Tu nebêjî xwezî bi îro!
565. Tu parçeparçeyî bibî!
566. Tu porê xwe bi ser bav û birayên xwe de
kur bikî!
567. Tu qe mezin nebî!
568. Tu qe tunebî!
569. Tu rezîl û riswa bibî!
570. Tu sêwî bibî!
571. Tu şeveder bimînî!
572. Tu teslîmî dîwan û edaleta Xwedê bibî!
573. Tu têkevî ber destan/destê min!
574. Tu tim qiriktehl bî!
575. Tu tu/qet tu gûnan nebînî!
576. Tu tu xêrê ji xwe nebînî!
577. Tu û şahî rastî hev neyên!
578. Tu xweş bî, di halê reş de bî!
579. Tu xweş bî, hemasa nexweş bî!
580. Tuxmê we biqele!
581. Tuxmê/tûra we biqele!
582. Tûka gewriya te bimiçiqe!
583. Tûka sar merhema rûyê te be!
584. Tûka xelqê jê re gulav bûyî!
585. Tûrê parsê li mil bî! / Tûrikê parsê ji
destê te nekeve!
586. Tûrra we hesret be/teberik bibe!

Û
587. Ûrt qeliyayî!
W
588. Waqîna zarokan neyê guhê te!
589. War reş bûyî!
590. Warê bavê te bibe kavil!
591. Warê te perê merzelan be!
592. Wey diran di devê te de nemînin!
593. Wêrtas bûyê!
X
594. Xanî bi ser de tep bûyî!
595. Xebera nexêrê ji te re were!
596. Xeneqa te cêr bibe!
597. Xeneqreş li xeneqê ketî!
598. Xeneqûtk li xeneqa te keve!
599. Xezeb li te bibare!
600. Xezeba Xwedê ji te re were/li ser te
bibare!
601. Xêrekê ji xwe nebînî!
602. Xêrê jê nebînî!
603. Xêrê ji ciwaniya xwe nebînî!
604. Xêrê ji emrê xwe nebînî!
605. Xina te bi berê bayî bikeve!
606. Xişxişe li destên te bikeve!
607. Xîret xîreta berazan bibî!

608. Xurê guleya bêbavekî bûyî!
609. Xwarina te gil û gemar be!
610. Xwedê atara te bibirîne!
611. Xwedê bêîman kuştî!
612. Xwedê bike kasika kembera te hemasa
di ber xelqê de bişkê!
613. Xwedê bike ku boçikan bi te ve girê
bidin!
614. Xwedê bineşe hesret/teberik kirî!
615. Xwedê cil û nivîn lê heram kirî!
616. Xwedê hê lê hesret kirî!
617. Xwedê îman jê standî!
618. Xwedê jê birî!
619. Xwedê kerema Xwe lê nekirî!
620. Xwedê kindirê te biqetîne!
621. Xwedê koka we biqelîne!
622. Xwedê lê nehatî rehmê!
623. Xwedê lê xwedîtî nekirî û Pêxemberî lê
şifaetî nekirî!
624. Xwedê paşepêl li kerê siwar kirî!
625. Xwedê qe ji bintînan dernexistî!
626. Xwedê rehetiyê nedê!
627. Xwedê riswa kirî!
628. Xwedê ruh standî!
629. Xwedê sitamî lê nekirî!
630. Xwedê sûra rehmê ji ber dil derxistî!
631. Xwedê şewqê nevêje mala we!
632. Xwedê te gurî bike!

633. Xwedê te hê rûreş bike!
634. Xwedê te ji ber destan dernexe!
635. Xwedê te kevir bike!
636. Xwedê te nehêle!
637. Xwedê te nesitirîne!
638. Xwedê wêrtas kirî!
639. Xwedê ya qenc neke nesîbê te!
640. Xwedê yeka te neke didu!
641. Xwelî li sêrî bî!
642. Xweziyê bi savêra sêg bînî!
643. Xwîn di dêv ra hato!
644. Xwîn vereşiyayî!
645. Xwîn-kêm vereşî!
646. Xwîn/cirm were ber derê te!
Y
647. Yeka te nebe didu!
648. Yeka xerab ji te re hatî!
Z
649. Zeviya te zîwan bigire!
650. Zik lê têr nebî!
651. Zik lê werimî!/perçifî!
652. Zikê te bi sulba bêbavekî hilpingire!
653. Zikê te bi tir û fisên xelqê têr be!
654. Zikê te têr nebe!

655. Zikê te zer bibe û dermanê te jî li ba min
bibe!
656. Ziman di devê te de biwerime!
657. Zimanê te bi ber diranê te bikeve!
658. Zimanê te bi esmanê devê te ve bigire!
659. Zimanê te ji devê te vekişe!
660. Ziqûm bibe!
661. Ziravê te biqete!

ÇAVKANÎ:Çavkanî:
Demîrhan, Umîd. (2007), Ferhenga Destî, Bazîd, Weşanxaneya Sewadê, published also
on the website http://daxistin.ferheng.org/ferhengadesti.pdf (02.06.2014)
Kaya, Hasan. (2004), Çend Nifr ji Kaniya Folklora Kurdî –I , II, III, online, published
on the Pen-Kurd website: http://www.pen-kurd.org/kurdi/hesen-kaya/cend-nifirkaniya-
folklora-kurdi.html (26.05.2014)
http://www.pen-kurd.org/kurdi/hesen-kaya/cend-nifir-kaniya-folklora-kurdi-2.html
(26.05.2014) http://www.pen-kurd.org/kurdi/hesen-kaya/cend-nifir-kaniya-folklorakurdi-
3.html (26.05.2014)
Gazî, Mustafa. (2006), Nifir û Duayên Kurdî, Hewlêr, Enstîtuya Kelepora Kurdî, http://
bnk.institutkurde.org/catalogue/detail.php?pirtuk=1767 (02.06.2014)
Nifrên Dayikên Kurd, http://www.ferhengamed.com/p/14390/nifire-n-dayike-n-kurd
(02.06.2014)
Nifirên Kurdî, http://www.tirsik.net/p/1895/nifiren-kurdi (02.06.2014)
Pirbûna Nifrên Kurdî, http://www.tirsik.net/p/2907/pirb-na-nifir-n-kurd (02.06.2014)
Nifirên Kurdî, http://www.agire-serhildan.com/nifir-n-kurd-t16556.
html?s=3ffaf39b2f01486124b4259e0322aae4& (02.06.2014)
Nifirên Kurdî, http://www.mirbotan.com/zimani-kurdi/228137-nifiren-kurdi.html
(02.06.2014)
Nifirên Kurdî, http://bijwen.sozlukspot.com/w/nifiren-kurdi/ (02.06.2014)

images (1)