Sociology

Li Turkîyayê Antî-Kurdism an jî Kurdophobia û Encamên wê

Li Turkîyayê, roja îro dihê gotin ku kurd welatîyên resen û demazranerê, komara Turkîyayê ne û hîç, cudatîyek di navbera tirk û kurdan da tune. Lê rastî, ne wusa ye û ji bo bîrewerîya giştî a tirk, kurd ‘ên din’ in û tiştê ku ji me kurdan dihê xwestin jî, rêzgirtin û pejirandina tirkîtîyê ye. Hest û hîsa dijber a li hemberî kurdayetîyê berbelav e, di tevahîya qada civakî da dikare were dîtin û gelek, nimûneyên wê hene.

     Li gor zanînên berdestî, têgiha ‘Kurdophobia’ê, cara yekem ji aliyê Gerard Chaliandê fransî ê pisporê stratejî û geopoliticsê ve hatiye bikar hanîn ku peyva hevûdûdanî a ‘geopolitics’ê jî, ji peyvên yewnanî ên ‘ax’ (gê) û ‘politics’ê pêk hatiye. Gerard, beyî ku di bin tesîr û beralîkirina hikumet û dewletan da bimîne, bi helwisteke alînegir xebatên xwe pêk anîye û loma jî, di vî warî da wekî pisporekî xweser û objectîv hatiye nasîn. Têgiha ‘Anti-Kurdish sentiment’ jî di maneya nîjadperestîya ku jêdera wê hîs û hestên mîna dijminatî, pêşhukmî, kêmdîtin û reşkirina li hemberî hebûn, welat, ziman û çanda gelê kurd, dihên hîskirin e. Ev peyv, carinan bi navê ‘Antî-Kurdism’ û ‘Kurdophobia’ê jî dihê gotin. Antî-Kurdism an jî Kurdophobia, hest û hîsekê nîjadperest e û di nav sînorên dagirkerên Kurdistanê da, gelekî berbelav e ku di tevahîya qada jiyana civakî da, bi rêya pêhatî û qewîmînên berbiçav, gelek caran xwe dide der û dibe sebebê, gelek zilm û zordestîyan. Beyî guman ev hîs û hesta dij-kurd û dij-kurdayetîyê, li tevahîya axa dagirkarên Kurdistanê jî dihê dîtin û xwe bi rêya jenosîd, komkujî, talan, sirgûn û bi tehde û zordestîyên curbecur, nîşan daye û dide. Kurdophobia, li Başurê welêt jenosîda Enfalê ye, komkûjîya Helebceyê (Halabja) ye. Li Rojhilat, dardekirina kurda ye, hepîskirina mamosteya zimanê kurdî Zara Muhammedî ye. Li Rojava, tehde û zordestîya li ser çand û zimanê kurdî û nepejirandina nasnameya kurd e. Li Bakur, komkujîya Dêrsîmê, Newala Qesaba û Robozikê ye. Guhêrandina navê gund, bajarok û bajêrên kurda ye. Rêlibergirtina, perwerdeya kurdî a zarokên kurda ye.     

Li Ser Çavkanîya Têgiha ‘Kurdophobia’ û ‘Kurdophobe’ê

Wekî xwiya dike çavkanîya têgiha ‘Kurdophobia’ê, têgiha ‘xenophobia’ yewnanî ye ku maneya wê jî, ‘tirsa ji bîyanîyan’ e, ku bi demê ra vediguhere ‘dijminatîya bîyanîyan’. Phobia (fobî) navê ‘tirsa dermantiqî, beradayî û bêbingeh a ku li hemberî hinek object, rewş û kesan, dihê hîskirin e.’ Di vê çarçoveyê da, maneya etîmolojîk (etymological) a têgiha ‘Kurdophobia’ê jî, ‘tirsa ji kurdan û kurdayetîyê’ ye û beyî ku xwe bispêre hinek rastîyan; di şeklê ‘tirs, dijminatî û reva ji kurdan’ da xwe dide der. ‘Kurdophobia’ roja îro, di maneya ‘pêşhukmî, şîdet, cudakarî, qewirandin, dijminatî û nîjadperestîya ku li hemberî kurd û kurdayetîyê dihê hîskirin’ da ye. Kesên ku di hiş û dilê xwe da xwedîyê wan hîs û hîsên dijminane ne jî, wekî ‘Kurdophobe’ dihên nasîn. Girêdayî vê xalê, bi awayekî aşkere xwiya dike ku ‘Kurdophobia’ hîs û hesteke bêbingeh e, dermantiqî ye û sebebê wê jî, nenasîn û tirsa ji kurdan û kurdayetîyê ye.

Gelo mirovên kurdophobe (dij-kurd), dema dijberî û dijminatîya xwe nîşan didin, xwe dispêrin kîjan hincet û argumentan? Helbet dayîna bersiva vê pirsê, ne hêsan e û ji bo meriv bikaribe xwe bigihîne bersivên têr û tije, pêdivî bi lêkolînên psîkolojîk û sosyolojîk, heye. Armanca vê nivîsê jî, bi kurtasî tespîta vê rewşê û destnîşankirina encamên wê, ên hilweşîner e. Lê heke em di çarçoveyekê giştî da bibêjin, em dikarin bibêjin ku zilm û zordestîya li ser ziman, nasname, welat, çand û dîroka kurdan, bûye sebebê gelek berdestî û zanînên şaş û derewîn, ku ji aliyê bîyanîyan ve wekî berdestî û zanînên rast hatine pejirandin. Ji ber vê çendê jî, tekoşîna kurdan a li hemberî dewletên dagirkar, asîmîlekar û zordest, wekî xetere û dijminatîyekê hatiye/tê nirxandin û dibe sebebê hîs û hestên dij-kurd û dij-kurdayetîyê. Wate, dibe sebebê Kurdophobiaê. Ne tenê daxwaza mafên neteweyî, daxwazên kurdan ên komelî û takekesî jî, wekî xetere û talûkeyeke mezin dihên dîtin û dibin hincet û sebebê gelek pêhatî û rûdanên dij-kurd û dij-kurdayetîyê.        

Li Turkîyayê ‘Kurdophobia’ û Encamên wê

Wekî dihê zanîn rayedarên dewleta tirk, piştî damezrandina komarê nasnameya kurdan înkar kirine. Herçuqasî piştî şerê neteweyî a tirk, di hinek hevdîtin û konferansên navdewletî da, wekî damezranerê komarê behsa kurdan hatibe kirin jî, ti mafê wan ê neteweyî, komelî û ferdî, nehatiye pejirandin. Îdeologya fermî a tirk, tevahîya kurdan wekî tirk hesibandiye û bi rêya rêzikname û qanûnan ziman, nasname û ala kurd, wekî derqanûnî û sûc hatine pejirandin. Heta berîya demekê jî qedexeya li ser herfên Q, W û Xê, berdewam bû ji ber ku di alfabeya tirkî da, ew herf tunen in. Di rabirdûyê da, rêvebirên hikumetê û rayedarên dewleta tirk nîjadperestîya xwe a li dijî kurdan bi laş û gewde kirine û bi rêya theorîyên tewş û derewîn ên mîna ‘kart-kurt’ê, xwestine ku nîjdaperestîya xwe di bin kirasan da, vebişêrin. Heta Kenan Evrenê serokê  derbeya leşkerî a 12 îlonê, dê li meydanan di mîtîngên xwe da bigota ku ne kurd hene û jî, bi navê zimanê kurdî, zimanek heye. Ji roja damezrandina komara tirk û heta roja me a îro, tevahîya mafên kurdan ên neteweyî, komelî û ferdî, bi hinceta ku dê ‘welêt’ perçe bibe, hatine înkarkirin û bi rêzik, rêzikname û qanûnan, rê li ber geşkirina ziman û çanda kurdî, hatiye girtin. Gelek partîyên sîyasî ên nîjadperest û rastgir, di kampanyayên xwe da ji bo ku bikaribin dengê (ray) hilbijêran bigrin, bi awayekî sîstematîk xwestine ku tevahîya çand, ziman û dîroka kurdan reş û biçûk bikin û bi vî hawî, dengê hilbijêran bigrin.

Di dîroka 99 salên a komara Turkîyayê da, meriv dikare bibêje ku sîstema perwerdehîya tirk, li ser derewa ‘li Turkîyayê kurd, tune nin.’ dimeşe û xwe bi vê bîrewerîya derewîn, organîze dike. Salên dawî ew paradîgmeya berê a ku hebûna kurdan red dikir, ji holê rabibe jî, dihê dîtin ku paradîgmeya ‘em birayên hev ên heman dînî ne’ ketîye şûna paradîgmeya berê. Wate, di bîr û raya tirk da, hebûna kurdan hatibe pejirandin jî, mixabin dijberî û xweşnedîtina çand û zimanê kurdî, niha jî li ser kar e û berbelav e. Gelek caran ji ber xebat û nasnameya wan êrîş birine futbolîst, şanogor, hunermend, dengbêj, şaîr, xwendekar û karkirên kurd û di encama wan êrîşan da, gelek mirovên kurd hatine kuştin. Zarokên kurd ên tirkînezan, li dibistanên Turkîyayê wekî zarokên ‘kêmhiş û kêmaqil’ hatine dîtin. Karkirên kurd, ji ber ku li stranên kurdî, guhdarî kirine, hatine kuştin. Dê û bavên kurdîaxêv, ji ber axaftina bi zimanê kurdî, lêdanê xwarine û gelek rûdan û pêhatîyên bi vî rengî, nîşan didin ku asta Kurdofobiaê, li Turkîyayê gelekî bilind e û hin jî, dikare bibe sebebê gelek zilm û zordestîyan.       

Arîşeyên Civakî, Divê li Gor Çarçoveya Ethîka Zanistî Çareser Bibin

Çareserî çi ye gelo? Helbet, ne hêsan e. Di encama înkara sedê salan da, binehîşê welatîyên tirk bûye hêlîna zanînên şaş, tirsên bêmane û pêşhukmîynan.   Lê heke em bi kurtî bibêjin, wê demê em dikarin bibêjin ku rêya çareserîya arîşeyên civakî, ne temirandin e. Beravajîya vê yekêpejirandina hebûna arîşeyan, xala destpêkî a çareserîyê ye.Rayedarên dewleta Turkîyayê, heke dil bikin û bixwazin, dikarin arîşeyên heyî bi welatîyên xwe bidin nasîn û bi rê û rêbazên zanistî, arîşeyan çareser bikin. Desta ewilî divê di qanûna esasî da, nîjadperestî, dijminatî û her cure zordestîya li ser çand û zimanê kurdî, were qedexekirin û li dibistanan ji bo tevahîya xwendekaran; dersên xweşbînî, nasîna çand û zimanê kurdî werin dayîn. Gotina ‘em birayên hev in, qedera me yek e, ev welat a me teva ye, ferqa me tune’ û hwd. divê bi rê û rêbazên zanistî û aşkere, di civakê da pratîze bibe û bikeve jiyana rojane a tevahîya welatîyan. Wekî din behsa ji biratî, hezkirin û xweşdîtinê, gotinên rûkalkî, bêmane û derewîn in û ji rastîya heyî jî, dûr in. Xweş dihê zanîn ku înkara hebûna kurdan a sedê salan, bûye sebebê kuştina bi mîlyonan mirovên kurd û sirgûna wan a ji welatê xwe. Roja îro, rayedarên dewleta tirk hebûna kurdan bipejirînîn jî, ew vê yekê ji bo aligirên xwe wekî amûrekê sîyasetê bikar dihînin û ne jidil in. Di qanûna esasî a Turkîyayê da, qanûnên ku bikaribin mafên kurdan ên neteweyî, komelî û ferdî, garantî bikin; mixabin niha jî tune nin.

Nepejirandina rastîyên civakî û beravajîkirina wan, asta hîs û hesta dij-kurd û dij-kurdayetîyê gelekî bilind kiriye/dike û dibe sebebê binpêkirina mafên kurdan ên neteweyî, komelî û ferdî. Roja îro, pejirandina wekhevîya tirk û kurdan û bi rê û rêbazên zanistî, danasîna ziman û çanda kurdan, dayîna mafê perwerdehîya bi zimanê kurdî û çend gavên din ên bi vî rengî, dibe ku rê li ber Antî-Kurdism û Kurdophobiaê bigre. Daw û doza xwebûnîyê, ji bo tevahîya mirovan daxwazeke sirûştî ye û kurd jî, dixwazin wekî xwe bin, wekî xwe bijîn û bi xwe bin. Çawa ku ev yek ji bo tirkan û tevahîya endamên miletên din, mafekî rewa be, ji bo kurdan jî mafekî rewa ye û di cih da ye. Înkar û temirandina arîşeyên civakî, di civakê da tovên dijminatîyê diçine û dibe sebebê bûyerên xirab. Heyf e ku tirk û kurd, sed salên xwe ên din jî di ber vê dijberî û dijminatîyê da, xerc bikin. Ji bo jiholêrabûna hîs û hestên dijber û dijminane, pêdivîya me bi perwerdehî, heq, wekhevî û edaletê heye. Sed salên me, di ber oxira înkara hebûna kurdan de wenda bû. Hêvî dikim sed salên me ên din jî, di ber oxira nepejirandina çand û zimanê kurdî da, wenda nebe. Çimkî mirov, heyînên civakî ne û bi çand, ziman, dîrok û hestên, civaka xwe hene û bi wan nirxan, dikarin dijîn û bibin xwe.  

Jêderên Giştî

1-  https://en.wikipedia.org/wiki/Anti-Kurdish_sentiment

2- https://www.hurriyet.com.tr/gundem/kurtfobia-yaratmayalim-12872394

3- Türkiye’de barış sürecine giden yolda önemli bir durak; Ekopolitik (2) https://www.indyturk.com/

4-  https://www.cafrande.org/hayali-cemaatler-kurtler-ve-milliyetcilik-metin-kaygalak/

5- islamofobi333900.pdf – ‘Batı’da İslamofobi ve Klise’ – Mustafa Arif Ayık. Uludağ Ünv. Yüksek Lisans Tezi. 

6- Lozan Antlaşması, Kürt milletvekilleri ve Hasan Hayri Bey (10) / https://www.indyturk.com/

7- Kejê Bêmal: Lêkolîn û Hevpeyvîn

https://www.yuksekovahaber.com.tr/haber/diline-kusen-cocuklar-95877.htm

Çavkanî: https://www.gazeteduvar.com.tr/



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button