JI KELEPORA KOBANî , BêçARê KURD , PEND û çîROK

bo daxistina pirtokê
https://de.calameo.com/read/0052702986df1939bd5b9
https://www.4shared.com/web/preview/pdf/Yf1JT9pGei

IMG-20180123-WA0000
bo xwendina pirtokê dakeve jêr:

– Navê Berhemê: ji kelepora kobanî

– Navê Daner: BêçARê KURD

– Cûreya Berhemê : çîROK û PEND

– çêkirina tablûyê,berhev kirin û rêxistin: Rêber Hebûn
sererast kirin: Hesen Xalid

çap: Malxana komcivîna Zanyarên Azad 18 – AVDARê-2018

  • Hijmara xelekirî: 42

Hemo maf Ezber kirî ye ji nivîskar re
Mafê weşan kirina Pirtokê Ezber kirî ye ji Nivîskar re û çapa Elkitronî Ya komcivîna zanyarên Azad re ye
/htps://reberhebun.wordpress.com
bo weşandina Berhemên we fermo têkildar bin;
reber.hebun@gmail.com

2

Diyarî
*ji bo wan dayikên ku bi lorîkan parastî ev ziman ?!
*ji bo wan bav û kalên ku bi şivanî û gavaniyê û bi mistikê haletan girtî ji siban ta bi êvaran ji bo vî zimanî ked rijandî ?!
*ji wan kesên ku şev buhêkên xwe bi deng û awazên vî zimanî jiyan kirin ?!
*ji wan kesên ku jiyana xwe kirî qurban ji vî zimanî re û parastî ku hîştin li ser xwe bimîne?!

3

Pêşgotin…
Ev beşê duyeme ji kelepûra kobanîyê ?
Wek ku tê zanîn ev ji pend û şîret û çîrok û sitranên kevnar yên zarokan û yên gelêrî hatî ber hev kirin di rewşeke pir bi zor û zehmet de ; ku zimanê me yê zelal û pak di qedexekirinê de dijiya?!
Di bin otorîteke pir zordar de..lê dîsa jî me dev ji zimanê xwe ber neda?
Û em man li ser şopa bav û bapîran.
Li ser xwe man,û pir qonaxên dijwar derbas kirin,çi ji zora beisiyên şovenist û hîn din..ji ber ku dostê vî zimanî tinebûn ji xeynî bav û kalên meyi nexwendî ji mere wek emanet hîştin!
Lê divê ku em jî her kes ji ba xwede lê bibine xudî;û xiniziyê bi bav û bapîrên xwere û bi axa xwere nekin?
Ta ku poşman neçin gornê li hember dayikê!
Bila em nebin şîr heram,û xinizê axa xwe û gelê xwe?
Ziman hebûna meye û ev tiştên pêşiyan ku ji bo me parastî ta bi vî nîrî hanîne giringe ku em jî ji vir û bi şûnve ser temam kin!!!
Hêvî dikim ku her kesê vê pirtûkê bixwî ne li hestên xwe û hebûna xwe xudî bi derkevin!!
Wek hun dizanin ev bû mînakek wek dareke işk ku hajeroj bide û ji nûve kulîlk bide û fîkî bigre û meriv jê bixwe!
Her tiştên kobanî wisa bûn.
Lê sipas ku nîr zîvirî û her tişt û her pîlanên dijminan pûç û vala biderketin li dijî wan vegeriyan wek hesabê mal û sûkê li hev nehat!
Vaye em jî hîro “îro” fîkiyan ji dara xweye kobanî diweşínin û gelê me jî li her çar aliyên welêt jê dixun!
Serkeftin be ji bo zimanê me yê şêrîn û zelal..ji bo gelê me yê dil pak û bedew..
Bi pîrozbahî be?!

4


(1)—pend û şîret?!
*Aqil xemla merane,lê ne li hemu ser yane?
*Bi kulmistê;meçe dirêşê?
*Quling bi dengê xwe,xwe dide naskirin?
*Riya şellê;hel qendir?
*Ku tu çûyî xerîbiyê mere bilin diyan;ta ku hêlim li te ranebê?
*Ku tu qîmeta cîranî xwe zanî,keviran mavêje kûçikê wî ?
*Derdî dilan giran tire ji barî milan?
*Tu were dewî min biklê ez jî herim î xelkê biklêm?
*Tu wîne ez karê xwe bi te bikim,tu jî here mal bi filan kesî me bike?
*Biteib;bineim?
*Hink dibêjin lê nabêjin;hink dipêjin lê nabrêjin?
*Hestî ji nav lepên kûçikan dernakevin?
*Çi tê serê quling ji dengê quling e ?
*Sed bavê çê esil diye?
*Esil pişte zik çi tişte?
*Ku pişt hebê; zik jî na êşê?
*Ku hesp dimrê;bênder dibê dewsa kerê?
*Pîrê bi guhar; bînê salê du bihar?
*Ez nême bîra wê ; ne di dema palehiyê?
*Çaxa ku bext çû,text jî dide dû?
*Me bûkek hanî;bi lez û bez ; me tê dan ga û pez ; sivika malê mame ez?
*Xwezî ne bi mala qerez tê da;û bi canê merez tê da?
*Lê kaliyê lê koriyê,mirin çêtire ji feqîriyê?
*Ku tê bi hirîbayî;wê tê li kêrîbayî?
*Herê bilê; jê bi kulê?
*Bira siwar
ê min siwar be ; bira bi hezar zêrî deyindar be?
*Bira mêrî çêbe ; kilê çavî jinê be?
*Got : koro!tu çi dixazî? Got : dinyake ron û pariyekî bi don?

*Î ku bû masîvan ;dibê ku qul şil bibe?
*Ma tu dikê tew bilyan nebî ?
*Te bi zimanê xwe ; xwe xwînî kir?
*Karê peyê tevr û bêre;karê jinê xeml û zêre?
*Mirov bi kêlekê xwe karê xwe bikê ; ji destê xelkê çêtire ?
*Xinta genî şêrîne, destê meran jê nabe?
*Solixê mêran dernakevê ; ne di hêlûnê mêran da?
*Çeyê camêran înkar nabin?
*Tu difroşî û nakirî , ez dikirim û nafroşim , ew dikirê û difroşê?

5

*Tu hîn ji virda dariye ; ez çûm û vegeriyam ?
*Tiştê ku tu hîn dibêjî ; min ji bîr kirine?
*Tirrê te di cî germ da tên?
*Go: karwan çû û vegeri ya ; qîzik hîn bi riya karwên ket?
*Ez ji derd
ê te avis bûm ; dereke ku têrra bizêm tine?
*Çite pitê te ez avis kirim ; û min ber avêt?
*Çi bela bi tegê; ji vî zimanî tê?
*Hey zimano tu qutbî?
*Şêr li dexlan ji nêvze dimrin ; kûçkê gundan jî ji êmlikan têrin?
*Ker ji gulan heznakin ; lê bi kerbeşê jî tirran dikin?
*Kero çûş ; av û qirş?
*Pîrek jî carekê diçe êş?
*Bi nanekî mirov nabê nan dar ; bi darekî jî nabê mêr dar?
*Peya bi rima xwe ; jin bi kil û kiswên xwe?
*Bike jin miriya ; ku li halê te giriya?
*Jin peyê radkê ; jin peyê dadixê?
*Î ku te ji bav û diya xwere kirî ; wê werê der riya te?
*Çite pit malan dadixê?
*Ta ku em nebin yek , emê her bimînin kût û kulek , em tev nabînin yara çav belek?
*Tew kêrê nagînê xwe çito bû?
*peza çirûg tim li pey kêrê ye?
*De here lawo ; ava te bi hoqiş da diçe?
*ku bi xêr ba ; wê li wir ba?
*Birînên xwe veşêre ji dijminên xwe ; ta ku nikêryan bi te nekin?
*Hogirên min pênûs û pirtûke ; hoş pêra xweşim û geşim?

*Kal û pîr bereketê mala ne?
*Bizinê belek ; karê xwejî belekin?
*Nêrê şamî ; karjî şamî tên?
*Seri bîne holikê li pey dizane?
*Mêranî bi ziyanê ye?
*Sifra xwe li ber her kesî ne raxe ?
*bi xoce nesredîn re gotin: jikê tê geroke? Got : ku gerok biya wê rojekê bihata mala min jî?
*Axa yê çê ; bavê êlê ye?
*Axayê xerab jî dijminê êlê ye?
*Ku dijmin dest bi xerab bûna warî te kir ; wer zanibe ku ji te lewaz tire?
*Ger ku tu xweda ji bîr neke ; xweda tew te ji bîr nake?
*Jin benda malê ne?
*Dê dibistana malê ne?

6

*Peya çira malê ne?
*Kal û pîr benda xortanin?
*Ceinî di şopê makê re darê?
*Ez nizanim ku min duh çi xari ye?
*Mi ne hişe ; û ne kişe?
*ji tere tim çardeyê (14) nîsanê ye?

*Min tim nanê xwe parçe diye?
*Şorê xelkê mero ji dîn der dixin?
*Ku rindî ji deste neyên ; xerabiyan jî meke?
*ku te çê nekir ; qene balo xerab jî meke?
*Te xwe çê nekir ; xelkê jî xerab neke?
*Deiw kirine ; ne gotine?
*Gotin û kirinê ; ne li ba hevin?
*Te gotin kir ; lê xwedî der kev e?
*Zarî meran dajone qapî dijminan?
*Bira ti kuştiyê mêran bî;ne girtiyê pîsan bî?
*Berê min li te çav bi girî;berê te li kêye tu tew li mi nanerî?
*Bênderê derewînan ; go dibe ka?
*Du keran ji cîranê xwere bixwze ; wê xwedê yekê bi te dê?
*Merov giş şaş dibe ; lê dibe ku ibretan jê bigre?
*
ê ku hêştir peyda kir ; dibe ku qantirmê yê xwe bilind bikê?
*Şov ku te havînge kir ; zanibe te bênder jê rakir?
*Mesrûfê malan dawî tine?
*Bi şev qulkekê rabere te dikê ; bi roj nod û nehan (99) didê pêş te?
*Jin reha gêlûşin ; te di her derê digerînin?
*Jîn bi vîn darî xweş dibe?
*ê ku bi janê dil nekeve ; ne kal dibe û ne pîr dibe?
*Dedî dilî çetine ; ez pê ketim xwedê we pê nexe?
*Çi tişt ku bê qorî bû ; wê her kes xwe berdê kê?
*Jina çav li der ; ti jin lixiyê ji mêr re nake?
*Mêrkî çav li der ; ti mêr lixiyê nake?
*Mêrkî ku mêla xwe ne li malê bû ; ti xêr di wîda tine ye?
*Çavê zeyan ji malê bavan qut nabin?
*Istî zeyanî bi ser malê bavan daye xare?
*Ku kebanî bê kar be ; û şivanî xumar be ; wê meşk her li dar be?
*Malê sêwiyan bîne hestiyê mêrane ; di gewriyê re derbas nabe?
[14.1. 6:08 AM] Bêçarê Kurd :

*Ji zariwa de sêwiyanî ; ji jinan de jinebiyanî ; ji colan de gîskanî ; ji naxiran de keranî?

7

*Dayîk ku çiqasî qenc be ; pesna qîzê dide?
*Rûn çiqasî xweş be ; te3mê ji hîz dibe?
*Qey mero nan dixwe ne kaye?
*Şikêrekê bike nîşan . sibe heya êvarê wê ilemê yek lê rast werê?
*Bira li hespê be . ne li siwêr be?
*Dilê ku heznekê . ê mirî ye?
*Serê ku ne êşê kundire?
*Xwedê serafê dilaye?
*Tu a li xwe bike . û hilpesêre xweda?
*Çav ji dinê têr nabin . destê mêran jê nabe?
*Dinya ronoke xweşe?
*Tişta ku te bi xwe nekir . ji xelkê re mebêj bike?
*Tiştê te bi xwe nekir . bi heval
ê xwe kirin mede?
*Tişta meke bi lez . lêvê xwe neke gez . paşî wê li te bibe merez . tew mal nekir yê ku gotin ez û ez?

*Jina bi mêr qorriye . ya bê porriye . ya keçik horiye?
*Gund bê rê nabin . qîz bê dê nabin?
*Çilo bê emrê xwedê ji darê nakevin?
*Derdê hêwiyê çetine?
*Ku te kevnê xwe neparast . xelk wê lê bibe xudî?
*Ku te kevnî xwe neşopand . xelk wê bin pê bikê?
*Ku te koka dara xwe aşle nekir . wê bi xwe işk bibe?

*Hiş li sero . pêxembero?
*Bê hişo . kişo?
*Şêrîno ji xwere . tehlo ji min re?
*Ku hat ji xelkê re . ku çû ji min ra?
*Çeyî yê xweyi ji xwerane . xerabiyê xweyî ji mêran rean?
*Mişk di malê kevê . dêl bi ard nabe?
*Destê xwe bavêj kê . ji kîr û guna pêve tiştek bi dest nakeve?
*Çav xwarinê dixun?
*Bû xudiyê kerya . şirin bû bi mal û merya . tifû be li hez kirê berya?
*Li dayina xwe poşman bû?
*Şorê xweş deyaxê dilanin . yên xerab jî yê xudyanin?
*ê ku minarê mizgevtê didizê . berê hesaba cî dike?
*Her kes gunê xwe bi situyê xwe dikşîne?
*Her kes cezayê xwe dibîne?
*Ku ar tê.ter û işk bi hevre dişewite?
*Berî ku ar bighê te tu rabe . ku bi te ket tu wer bi haho ke?
*Agir bi mala ê derewîn ket . kesî jê bawer nekir?

8

*Kîrê te li ser kopriyê li te radibe?
*mirovê nizanê kore?
*Agir û pêşî li ber hev nabin?
*Nazê jine biyane giranin?
*Sêwî nazlî ne?

*Ji qîzan re li rehetiyê biger. ji kuran re li so û sap biger?
*Çêl
îkê gura.nabin bav û bira?
*Derew!di nav rastiyê da difetisin?
*Çavê xwe di dilovaniya xwede ke. ne distê xelkê ke?
*Tiştê te bi xwe kir ê te ye. tiştê ku xelk bikê ne ê te ye?
*Malê xelkê .nabê a mero?
*Mero li malan rehetiyê xwe nabînê?
*Nan û pîvazê mero. xweştir ji goştê xelkê yî karan?
*ji dînan re hero îdiye?
*Diya kuranê. xwedya kulanê?
*Dikim bîna kera. dixum bîna mêran?
*Ku tu neyi bi qsî xweye . mere nav gura?
*Bê ço di gundan re mere. wê kûçik bi te bigrin?
*Keviran ber jor mavê û ser
ê xwe mede ber gûman?
*Ku te şijik avêtin;wê pel werne te?
*Bar ji xwe giran tir rameke . wê tu pişt xwar bibe?
*Ku te kir bi lez;wê tilî bêne gez?
*Xarinê malê bavane xweşe?
*Dêlike harin?
*Karkirê mala xwe be;ezîzê xelkê be?
*Xwedê keda meran, bi der dorê xweş bike?
*Ked nexweş kuda herin cî nakevinê?
*Xwedê meran ji ên veşartî sitar bikê?
*Ku tê nabê ez hatim?

*Bi pera dibim siwarê kera?
*Bi pera;siwar dibim li mera?
*di şev reşiyê da;pere dibin çira?
*Bêtar ji bêtaran bêtar tir hene?
*Bi peran;xoce pişt didine meran?
*Pere ne her tişte?
*pere kûçika nakin şûn mêra?
*pere mêran tiyê nadin mera?
*Ku dê çêbe;wê qîz li pê be?
*Ku dê çêye;qîz jî jêye?

9

*Jin malbatan bi hev dixin;jin êlan ji hev dixin?
*Zarî çirê malê ne?
*Kal û pîr;bereketê malê ne?
*Ku malxe ne malxebê;wê male xirabe bê?
*Cewrik bi şorbê sar xudî nabin;wê nig xar bibin?
*Gur ku kete kerî. guh nadê wel wela şivên?
*Sinçê vî ê bê namûsa ne. ti xêr di qulê da tine ye?
*Ji vê qulê. ti ricî nabin?
*Name ! sebra xerîba nin?
*Hêvî rê li meran kin dikin?
*Dil bi dilan şadibin. bilbil bi gulan şa dibin?
*Kil bi mîldan. reşî didin çavan?
*Navdariya hespan hefsare . ya meriv jî zimane?
*Heger ne gul bin. buhar dibin payiz?

*Şîniyan şîn kir . kuliyan kor kir?
*Baran û berfê lêkir . zozanan xwe li kêş kir?
*Sûc û karê koledare . sûd û nav û dengê koledare?
*Comrd comerdî da pêş .kujûl li ser xwe da pêş?
*Gerdûn çerxe,rojekê li cem teye , rojekê li ser teye?
*Dil derya ye bê pêle. hest tembûra bê têle. yar tenûra bê sêle . evîn cenga bê êle?
Diz her dem ekrûte . hîro yê zengîne . sibahyi rûte?
*Mirovahî di rû. ji heft gundanî qewtan diye?
*Jinan Bîne ji binî bîra. wê bikin doza êla ne?
*Mih ji terrî da;mêr ji berî da?
*Bi jinan mero gî (hemu) dibin merovên hev?
*Jin reha gêlûşin?
*Ma tu bi çolê ketiye?
*Çirra teyştek rêx di zikê tede dihewê . çirra pirseke çûçik ( piçûk) nahewê?
*Xwedê zanê tu hîro terepaş raketi ye?
*Şeytan dibê di ser dêv da lêxe?
*Her ku bigota yê bi bizin ba . wê niha çol û banî tev bi bişkul ba?
*Te çirand lawo;hele îdare bike?
*Bide hev?
*Biçirîn?
*Pîne nabê?
*Li vî?
*Dilê min bi kurê min deye . dilê kurê min bi kevir deye?
*Xwey kiriyê xelkê be . ger tu têla ristê be?
*Zoriya bi rinda ra wek te guh bi guhar kir . zoriya bi pîsa re wek te derdek peyda

10

kir?
*Bi gotinên xweş. merov dighê miradan?
*Mero bi gotinekê ya Buhiştî ye. bi gotinekê jî dojgihî ye?
*Gotinek malan ava dike û gotinek şîniyan xerab dike?
*Gotin pirbûn . kêrûska mi nabirê?
*Giraniya te. bi qasî berîka te ye?
*Malî mîrat hat . wê mîrat jî here?
Malî mîratê.çênakê heyatê (Jiyanê)?
*Şor (Gotin) wek şûre , ku te rast vaweşand te ew birî. ku çep vaweşand. te xwe birî?
*Şor ku ne di cîde bû meke?
*Ciyê şorê nas bike?
*Şorê biteqilîn û hînga bike?
*Tu biye kerî kutika ye. ma ti bi serve nabî?
*Berya te biye qula li ber destane kî tê û xwe lê disoqîne?
*Ne her tişt ku zer kir zêre?
*Kerê ku bizirê .hefsar pê gerege?
*Hespa çê. Pîna (pihîna) nagînê (nagihîne) xwe?
*Teyrê çê . ji ref naqetê?
*Ne bi gote gotê pire û ne bi tire vire. bes bi kiryar û nure?
*Teyr bi refî xwe re bilind dibe?

B—2—istiranên gelêrî ji kultûra kobanî û sirûcê?
[15.1. 8:00 PM] Bêçarê Kurd:

Mislim dêre?
De lo dêre lo lo dêre
Lo dêre miso dêre
Lo dêre cahîl dêre
Kulo dêre mislim dêre

Mi kaxet şando cewab nato?
Gundê helinc û şêranê rist mezino
Nîvî dosto nîvî dijmino
Şora min û te jî li ber dîwara dikino
Dikê te bikujin min bidino?

Lo dêre lo lo dêre
Lo dêre mislim dêre
Lo dêre cahîl dêre
Lo dêre kulo dêre?

Were lo kulo çi di pêşiya mala bavê minra xete xeto
Ji hewesa dilê min û tera ji pêşiyê rabûn refek beto

11

Bi şora bav û biran bê xeta kêlekê ji min û tera bû ziyareto
Bi şora pêşiyan bê xeta ortê ji min û tera bû qut qeweto?

Lo dêre miso dêre
Lo dêre cahîl dêre
Lo dêre sivik dêre
Lo dêre kulo dêre?

Were mi go:vê baranê çi xime xime
Mislim der ketî ser çeila toxime
Ser serqotî bi tîna kume?

Ay lo dêre lo lo dêre
Lo dêre mislim dêre
Lo dêre cahîl dêre
Lo dêre sivik dêre?

Were mi go:vê sibengê te çi hîke hîke
Ti were pezê xwe bifroşe gî bi mîke
Xwe bi şivan ke mi bi bêrî ke
Ti vê sibê vê sibengê were devê xwe di bin guharê heyderî ke?!

Lo dêre lo lo dêre
Lo dêre mislim dêre
Lo dêre cahîl dêre
Lo dêre sivik dêre?

Lo dêre lo lo dêre mislim dêre
Meş em herne feyda kûre
Emê bilîzin qinoberk û şijikê hûre
Ku min tu vexarî ez te nadim heta roja qiyametê bi dengo?

Ay lo dêre lo lo dêre
Lo dêre mislim dêre
Lo dêre cahîl dêre
Lo dêre sivik dêre?

Xwedê deynê mala ixbarçiyê gundê me vêra dibên sor taso sor tanêre
Lê anê (yadê) ixbar kirin mislimê min li helenca jêre
Destê wî kirne kulvçekê berê wí dane cem sor taso sor tanêre?

Lo dêre mislim dêre
Lo dêre sivik dêre

12

Lo dêre cahîl dêre
Lo dêre kulo dêre?

Ne tîme lê Anê ne birçîm e
Li heleba mîran begçiya misteşfa wetenî me
Lê anê dil bi kule çav bi girîme
Ji xwedê alemê rebê jorîn bi ricîme
Bejna kinik eskerê mala bavê xwere duaçîme?

Lo dêre mislim dêre
Lo dêre sivik dêre
Lo dêre cahîl dêre
Lo dêre kulo dêre?

2-Xatûnê lorke?
Hatme mala te bi mîvanî
Xatûnê lorke..
Ji minra xalî û hesîre danî
Xatûnê lorke…
Li ser hesîrê kulav danî
Xatûnê lorke…
Li ser kulêv doşeg danî
Xatûnê lorke…
Li ser doşegê belgî danî
Xatûnê lorke…
Ez pir memnûn bûm ji kebanî
Xatûnê lorke…
Çûme mala xelîlê misto
Xatûnê lorke…
Rûnişkandin dam li ser çîmento
Xatûnê lorke…
Dest û nigê min ji min keto
Xatûnê lorke…
Min dî fîstû ji hindir der keto
Xatûnê lorke…
Dîsa peya bi şopê keto
Xatûnê lorke…
Min ilem jê sitand pênce kaxeto
Xatûnê lorke…
Dewla mi jî bi avê keto
Xatûnê lorke…
Go:ji tera pere hey neileto

13

Xatûnê lorke…
Min got : xwedê dîsa ji minra kir qismeto
Xatûnê lorke…
Min got : ez ji çarşiyê diçûme mal
Xatûnê lorke…
Li min rast hat yekî hembal
Xatûnê lorke…
Bi minda bû qîr û titqal
Xatûnê lorke…
Bi minra got : hiso bûyrim em herne mal
Xatûê lorke…
Li pêş min danî dims û kebab
Xatûnê lorke…
Min ilem zik li xwe kire ribab
Xatûnê lorke…
Lê mi go : ez çûm bûme qeraş
Xatûnê lorke…
Kî hat min got : merheba qardaş
Xatûnê lorke…
Lê min arvan dizîn yawaş yawaş
Xatûnê lorke…
Ez tam bûme ehlel miaş
Xatûnê lorke…
Rabûm min li xwe kir qutnî û qumaş
Xatûnê lorke…
Gorê sêwazê qonder û kilaş
Xatûnê lorke…
Çûm ser berber pak bûm teraş
Xatûnê lorke…
Hîcar çûm bûme berber
Xatûnê lorke..
Hat mişteriyakî minî muhteber
Xatûnê lorke…
Fûte û destmal va min da ber
Xatûnê lorke…
Riyê wî xeritandin ber bi ber
Xatûnê lorke…
Di dorêra fertilîm va bûme per
Xatûnê lorke…

14

Dane min Bîst û pênc qurşe zer

Xatûnê lorke…
Min bîst û pênc qurşê wî çekirne ser
Xatûnê lorke…
Min got : çûme mala tûrî qesab
Xatûnê lorke…
Li pêş min danî temsî û kebab
Xatûnê lorke…
Ilem zik li xwe kire ribab
Xatûnê lorke…
Pere jî dane min bê hesab
Xatûnê lorke…
Min pê kirî teksî û pîkab
Xatûnê lorke…
Li welêt geryam bê hesab
Xatûnê lorke…
Ez pê geryam têre têr
Xatûnê lorke…
Xarina min bû zeytûn û penêr
Xatûnê lorke…
Hîcar çûm bûme şifêr
Xatûnê lorke…
Min makîne ajot mîna êr
Xatûnê lorke…
Min çû lêxist tekerek li bin guhî zinêr
Xatûnê lorke…
Mişteriyê min gî (tev) tot bûne jêr
Xatûnê lorke…
Gî rezîl bûn li ser riya bajêr
Xatûnê lorke…
Derket pûlisê qutî qumsêr
Xatûnê lorke…
Ez ile bi sîlan kirme têr
Xatûnê lorke…
Berê mi dane hebsa jêr
Xatûnê lorke…
Lo tew derxistme qulbeyî bajêr
Xatûnê lorke…
Xatûnê lorke…

15

Şûjino?….
Hay lo hay lo şûjine
Pir belakî mezine
Ne peyaye ne jine
Ne miye ne bizine
Ne colike ne kizine
Taliya xwe çîk hesine
Digerê hîn xwe dipesine
Lawo dibê ma hun çine
Hîn eslê xwe hesine
Eşîrê xwe derzine
Rokê wê eme te bigrine
Nêv hevda bihelisîne
Qetand ziravê zikî mine
Em newêrin ji hindir derkevine
Qapî li qapî dinêrine
Zariyê me der dikevine
Por û pinçkê hev digrine
Pêda bi şer û deiwîne
Newêrin ji hindir der kevine
Tu dibê qey em di hindirda xwînîne
Hey lo gidyo şûjine
Dikê nanekî bikine
Min û şûjin li hev wînine
Ev silha nakevê qafî mine
Heta go : hîro mirine
Şûjin wê ney ser gora mine
Dîsa şûjin dijmine
Hay lo gidyo şûjine
Şûjin eslê xwe bafûne
Bi ser pêçiya mi xist xwîne
Mi lêxist telefûne
Em gî li enqerê civîne
Ez vî derdî bikşîne
Şûjin jî li mala xwe rûne
Xwedê wo va şito qanûne
Hay lo gidyo şûjine
Xoce li belgî serî mi rûniştine
Hinek yasînê dixwînine
Hinek kêfen diwesînine

16

Hinek tirba mi dikoline
Hinek serecê girê didine
Hinek avê germ dikine
Hinek dibê dikê herê dinyake dine
Xwedê we lê em dikê şito bikine
Teima mi di destda tine
Xwedê wo em dikê şito bikine
Şûjin şûjinê cîranan
Pê dideribînin doşeg û yorxanan
Sûnd dixwê bi quranan
Dibê va li min dikê behsanan
Here pirske ji xelkê û cîranan
Hay lo gidyo şûjino
Şûjin şûjinê qerêşe
Toje dibê dirêşe
Royê xwe ji mera nêşe
Mîrato wergî li êşe
Wîn bikin bilezînin
Bêlek esker bibînin
Bi şopa şûjin xînin
Li dora êş veçewrînin
Destan li kulavçekê xînin
Heyfa mi ji şûjin hilînin?!

Xelîl xazî?
Ay lo xelo xelîl xazî
Ti neyî kurdî neyî berazî
Ti ne min direvînî ne min dixwazî
Ay lo xelo xelîl xazî?
Te ne ez xwastim ne revan dim
Te ez kirme paçê bîsofê
Li şewitî yê gundê me ez geran dim
Lew nabe xelo nabe
Law nabe nabe nabe
We mi go : pezê xelo yê sayî qere
Diçêrê ye li belikê li qecere
Ne mi go : xeber daran xeber dane mine
Go : derbeke li xelo xistine
Lê anê ne mi go: bira çavê diya te birjên
Ji jorda kirine bere

17

Lo nabê nabê nabê
Lo nabê xelo nabê
Were mi go: xelo têye ji enarûsê
Bîna çîçeka orta gola enarûsê
Ro lê dixe tev dibrûsê
Lo nabe xelo nabe
Lo nabe xelîl nabe
Were mi go: yekî xelo wî nas nakê
Xelîl kurê apê mine
Yekî ser çav reşî poz mezine
Kesek naxwazê ji xeynî mine
Lo nabe xelo nabe
Lo nabe xelîl nabe
Were mi go : tema ti cotarî li birekê
Desmal firya nav gerekê
Çirra dilê te nekete çavê mine reş wî belekê
Çirra dilê te kete îska kore wî çav çêlekê
Lo nabe xelîl nabe
Lo nabe xelo nabe
Lê anê were mi go : dîsa derbeke li xelo xistine
Were mi go: çirra gemiçiyan darê dûmanê radikine
Ne mi go: raste bajarê heleb dikine
Lo nabe nabe nabe
Lo nabe xelo nabe
Ne mi go : vê mîtorê çi tike tike
Lê anê temanî li ser çandiye wî bemiye
Lê anê mi go : heger va qalanê mine
Bira mit jê werê sed quzê ye
Heger ku ne qalanê mi tolê ye
Bira qena germa havînê da mîtor lêxe gurm û biteqe
Law nabe nabe nabe
Lo nabe xelo nabe

* Xelîl û nêrûzê?
Nêrûzê got :
Dilo miro..dilo miro
Şêran daxisto rûvyan biro
Pergala xelîl bela kiro?
Go : xelîlo deme
Ez bîna bê û berfê li pê teme


18

Tî seyid banî
Ez kar (kehir) xezala teme
Li bajaran xerciyê cêba teme
Li xerîbistaniyê
Ez omdiya teme!
Êvara çarşemê
Li bajarê ûrfa yê
Li bin dara îdamê
Ez fidaya teme!!
Xelîl bi qurban
Go: gundê gire gewrê bişewitê
Gemî di ber da
Li binê zîndanê mi xwe bi ser teda ber da?
Te go : gewrê wê mi bikujin te bi ser da
Min go: xelîl qurban bira te bikujin min bi ser da?
Bira çilkek xwînî teyî heram
Biniqutê bi ser sîngê minî kalî gewr da!!
Mîna mastê miyan
Telaqê hingivê
Dimsê eyintabê
Orta biharê
Kemala çîçeka
Tîna germê û sermê
Bi şev bicemid ya
Bi ro bihilya
Teimê bi hevda!!!
Xelîl go: nenî nenî nêrûzê nenî
Te zatî mala min şewitand bi wî kenî
Gewra gêsa
Heyva li çarda
Gurla zêra
Meya molika
Reş boza teya
Çelenga aleman
Qirşiya der benda îzaî
Kewkurka serê zinara
Xezala devê newala
Kebaniya koz û perda
Xatûna kul û derda lême!!

19

Hesabî mibê ez hîro te ji mala bavê ji zê tînime û tême?!
Ê go : xelîlo qurban temanî ez jî mîna xezaleke kar li pême?!

* Qimilo?
Qimil qimil qimilo
Qimil qimil qimilo
Ji anê û bavo çêtiro
Ji anê û bavo çêtiro
Ji keko û xûçê çêtiro
Ji keko û xûçê çêtiro
Teşka reş gore kiro
Teşka reş gore kiro
Nigê (lingê) xwas sole kiro
Nigê (lingê) xwas sole kiro
Bijna mi bi xeftan kiro
Bejna mi bi xeftan kiro
Serê mi bi tolbend kiro
Serê mi bi dolbend kiro
Berya mi bi pere kiro
Berya mi bi pere kiro
Ji anê û bavo çêtiro
Ji anê û bavo çêtiro
Qimil qimil qimilo
Qimil qimil qimilo
Hat germa van mişmişan
Hat germa van mişmişan
Dest bavêne wa şûşan
Dest bavêne wa şûşan
Xwe berdne dor gidîşan
Xwe berdne dor gidîşan
Qimil tov kire şûşan
Qimil tov kire şûşan
Kir li xwe bîst qurişan
Kir li xwe bîst qurişan
Qimil qimil qimilo
Qimil qimil qimilo
Qimil hat û bi refaye
Qimil hat û bi refaye
Genim xwar û ma kaye
Genim xwar û ma kaye

20

Mi digo : qey bûk zavabin
Mi digo: em bûm zavabin
Qelenê bûkê der naye
Qelenê bûkê der naye
Qimil qimil qimilo
Qimil qimil qimilo
Qimil qimilê wanê
Qimil qimilê wanê
Çar teyare berdanê
Çar teyare berdanê
Rakirne ser qabanê
Rakirne ser qabanê
Heqê qimil nedanê
Para qimil nedanê
Qimil qimil qimilo
Qimil qimil qimilo

Mencolî?
Mencolî ji avê tê
Mencolî ji avê tê
Lê menco lê mencolî
Mencolî ji avê tê
Mencolî ji avê tê
Kumê sor diavê tê
Kumê sor diavê tê
Xarbûme wê ramûsim
Xarbûme jê ramûsim
Teresê bavê li pê tê
Teresê bavê li pê tê
Xarbûm gewrê ramîsim
Xarbûm gewrê ramûsim
Kopekê bavê li pê tê
Kopekê bavê li pê tê
Lê menco lê mencolî
Lê menco lê mencolî

Laveke koçberî?
Mi go : mi zariyê xwe rakirin
Ji ber mekteb û medresane
Mi mala xwe kire ser piştê basane
Wez çûme raselênê û dirbêsyane

21

Mi go: ez dikê herme kemûnan û pemyane
Wînim qezenca girane
Çêkim hewş û heyateke bînê gulane
Mi nizanî bû kê dijmin têkevê bînê gurane
Mala mine / Bîst û pênc / sala kete bin destane
Wez koçber bûm ket me çadirane
Li min hatin mîvane
Min kir meizûbaniyeke girane
Di mala minda ne sênie ne fîncane
Li me kurmancan fermane
Malê me bûn kisib û talane
Daiş ketiye bînê gurane
Tê nagihê herê mal û xudyane
Miletê sûriyê da bin kêrane?

Bêrîvanê?
De lê bêriyê bêriyê bêrîvanê
Pez hevgelê kofî xwarê
Genim lorê mal cîranê
Çav bi mêşê ji almamedanê
Şor seibiyê ji misika nê
Mirdalê ji ilaganê
Bê feimê guh dirêjê ji qurîbeganê
Tejqelçiyê ji qerîşanê
Heyasizê ji eltêriyanê
Nizêzê ji hec bekranê
Hitelonê ji mîranê
Pintiyê ji wasilanê
Nebalixê ji cafiranê
Etarê ji xeliyanê
Mêr hebînê ji donikanê
Hakimê ji elî kerranê
Qurnazê ji çav reşkanê
Lewend û fodilê ji qeremdaliyanê
Te mêr pir hezkirê ji ilêdînanê
Bûkê ji hec seferanê
Inatê ji şedadanê
Çav bi nezerê ji elîzeranê
Ker dizê ji iskenderiyanê
Sibirge çêkirê ji gundî qil hedîdê ji her çar malê hewşeliyanê

22

Pêtik mezinê ji çoxananê
Fesadê mizawirê ji pîjanê
Mast tironê ji bêşaltiyanê
Rû nermê ji dinanê
Sil mezinê ji dabanlîyanê
Gewendê ji elî reşanê
Feim kêmê ji fehanê
Guh dirêjê ji îsikanê
Bi xirxê bi xîlikê ji pirçanê
Kofî xwarê ji şêxanê
Dev belaşê ji şêeliyanê
Li jor nihêriyê ji serxweşanê
Înce doliyê ji qurtikanê
Derewînê ji sofyanê
Lehfekê çav girê bê kêrê ji mûsikanê
De lê bêriyê bêriyê bêrîvanê
Kef bi henê ji kazikanê
Reş û tariyê ji meefanê
De lê bêriyê bêriyê bêrîvanê
Reş û tariyê poz mezinê ji gundê boxazê ji her çar malê çanikanê
Por sorikê ji bêskanê
Peinî çirryayê ji gundê mixaracê ji her çar malê şopikanê
De lê bêriyê bêriyê bêrîvanê
Ezê dibêm de bê bêriyê bêrîvanê
Bêriyê gundê me vê sibê
Sebî nezera çavan bûne sê qaflane
Qaflê pêşîn gî gogerçîn û pîrê gundê mene
Qaflê ortê nigê wane bi çar gepe çar melexte çar pînene
Ji siba hetanî bi êvara ji derdê teresê mêrê xwe him bi gazincin him jî bi lomene
Qaflê paşîn gî selef û qîzikê gundê mene
Nigê wane bi qunderene
Saqê wane bi xilxalin
Navê wane bi kemberin
Serê wane bi rext û tacin
Pêçiyê wane bi gustîlke bi baxmene
Bi fîstanê qedîfene
Ezîz û gêjgelê ber dilê bav û diyê xwe ne
Bêriya çindî dikê û dilezîne
Pêşiyê li her sê qaflan digerîne
Jêre dike çi gotin û gal galên dizîne

23

Go : lê bêriyê va çi gotin û gal galên dizîne
Lê bêriyê mi di gem û lîwana bavê tene
Va çi gotin û gale galê bi dizîne
Law go : hîro rûyê mi reş bê taşta şivanê mi nanê tisîne
Lê bêriyê go: mi bihîstiye ji dihinî û verda
Te di ser mira girtî nezanim doste nizanim yare
Lê ku ji min çêtire li te pîroz bê
Lê ku ji min xerab tire
Tu heft mêran bikî mêrê heştan(8) were bê lo şivano lo ezîzo lo gêjgelo rih û cano siba te bi xêr
Lo vê carê îda te pîroz be?!

Rişko?
Ay lo rişko te nakim
Diran işko te nakim
Ay lo rişko te nakim
Dil xişxişko te nakim
Ay lo rişko te nakim
Te bi qurban canê xwe kim
Ay lo rişko te nakim
Ezê xwe bi darê dakim
Ay lo rişko te nakim
Herim werim xwe li bakim
Ay lo rişko te nakim
Bejna rişko lê dînê
Ay lo rişko te nakim
Bi daman çeye way way
Ay lo rişko te nakim
Dilê mi keçkê lê dînê
Ay lo rişko te nakim
Di bejnê da ye way way
Ay lo rişko te nakim
Ger bi min din wê dînê
Ay lo rişko te nakim
Min dil lê heye way way
Ay lo rişko te nakim

Ehmed beg nêrîyê xezê?
Ehmed beg nêriyê xezêl di xewna xwede qîza hecîyê omerekî li ser çiyayê qereşdaxê di xewnê da dî?
Û xanima qîza heciyê omerekî wê jî di xewnê da dî?

24

De hîcar ehmed beg dikê işto xwe pêghînê!
Bi rohlat re rabû der kete ser xênî û dît ku ji qeracê xerbî da toz û dûman radibê.
Daket hema bi lez li pişta hespa xwe siwar bû û çû ku bi Rojhilatê sirûcê ket û li wir li seîd rast hat gihîştê kê?
Go: dikê herî kuye?
Got wela ez dikê herime bajêre?
Li wir hanî çend quriş danê kê?
Û çû bi rohlat re ku roj şirin bû . bi di sê bejnan bû gihişte ûrfa yê;li wir çû nanpêjgihê du nanê xwe kirîn yek xwar û yek jî bi xwere bir?
Çû bi berbangê re gihişte qereş daxê?
Got : ez vê sibhê herim kê ji xew rakim . eze li vir li ser kaniyê desmêja xwe bigrim û nimêja xwe bikim hetanî sibê û hînga xwe bera şêni dime?
De qîza hecî axa jî xanimê wê sibê zû rabû;dikê xwedê bikê gî bi xwe li hev siwar dibê?
Got: ez hîro herim ser kaniyê ji bavê xwe re çitiyak avî teze (nû) wînim (Bînim) bira bavî min pê desmêj bigrê û nimêja xwe bikê û destê xwe li ber dîwana xwedê vegrê ji minra jî duan bikê belkî xwedê miradê mirad xwazan gî bikê û ya min jî vêra (pêre) ?
Çitê satila rakir û berê xwe da ser kaniya dimbilyan û Got : Hawar dilo hawar dilo hawar dilo lo dîsa dilo
Xanimê got : ez pire bi aqilim lo qe nê dînim
Ku vê sibê ezê rakim neqliya avê
Xwe berdime ser pişta çiyayê qereş daxê li ser kaniya dimiliyan?
Neqla avê ji hecî omerekî re bînim
Bira hecî omerekî pê desmêj bigrê?
Û nimêj bikê,destê xwe saqib bikê
Destê xwe li dîwana rebê alemê vegrê?
Duakê ji min hêsîr û ebdala ra bikê.
Belkî pê bext û miradê li xwe bibînim!
Xanimê rakir defê avê xwe berda ser kaniya dimiliyan xanimê nihêrî ku qeratiyek jêve bû xewane

Xanim kete dalxan xwedêyo û dişin tiyane.
Go: vaye li ser kaniyê rûniştî , ku li hev ketî bê vê sibê beranadê xanim û heciyane!
Xanimê bi dengekî beng kir û got :
Law berî berî law rêwiyo berî
Ez ji gavê dinî virda da bane te dikime
Ez nizanim tu korî kolelekî law bi carda yî kerrî?
Law ku riya te kuye bi oxira xweda herî!
Min dî seîd bi dengekî bang kir got : de sîme sîme lê xanim sîme
Lê xanim bextê bikî neyi gelîme neyî gêçe cîme?

25

Di eslê xwe de ez sihîme
Çewlika deşta sirûcê
Li gundê birc hemamê
Ji ba ehmed beg mîrê berêz nêriyê xezêl da
Li ser xanima qîza heciyê omerekî xwazgîn çîme!
Hawar dilî dilî dilî loy de dilo dilî
Min dî xanimê go: berî berî lo siîyo berî
Gava ku te Ev şora kir û bi şûnva
Ava kaniya dimiliyan li ber çavê min bû gerik û celb û herî?!
Serê mi bi dora te û ehmed beg mîrê berêz ra law wî bigerî?
Ji virda heya deşta sirûcê bi cîta zêran tu bibî û herî?!
Hawar dilî hawar dilî hawar dilî law bê aro dilî?
Min dî siîd go: de sîme sîme lê xanim sîme?
Lê xanim te serê hemî dûmanî . geran dî li qoltixa kume?
De tu were destê xwe di destê min ke va malmeketa ji te û ehmed beg nêriyê xezêl mîrê berêz ra ne Gereke?
Xanimê go: ma werga dibê bi revê . ji ehmed beg ra mîrê berêz rîsê heft tomax beraz ra , ez jî qîza hecî omerekî me?
Rev ji min re dibê?
Go: here vêra bibêje ku dilê xwe hebê û ku ez pê gereg bim.
Gereg werê min bibîne?
Dibe wê çaxê siîd hat bi ehmed beg re nêriyê xezêl re got : xanimê wanî got !
Ehmed beg raman bu ..

wê çaxê got : ku çi bikê?
Dibê rabû ku çi malê xwe hebû gî daxiste helebê û gî firoşt kife pere?
Û dakete Bazarê û çarşiya bajêr pê gî cawê qîz û bûkan kirî û herîr kirî û karwane kî xwe çêkir û bu bazirgan û çû li ser çiyayê qereşdaxê li ser kaniya dimilyan danî?
Şivan hatine cem go : va çiye?çi hê ye?
Got : barî me gî kincên qîz û bûka nin ji herîre?
Bêrî çûne bêriyê ji şivanan pirsîn . şivana gotin : ev bazirgana gî kincên bûkan û qîzika ne û herîre?
Dibêjin bêriyan çûne mal bi malxwê xwere û bi bav û biray ê xwere gotin : herne ba hecîyê omerekî bila ban bazirgên bi ke da werê şêni ku em jê bikirin?
Dibê peya çûne ba hecî gotin : gazî bazirgan bike bila were ku em ji zarokên xwe re kinc û cilan bikirin?
Dibê: hecî go: herin banê kin bila were?
Dibê hat li kêleka konê hecî omerekî danî û hecî jêre got: tu kanî bi deyîn bide heya firoştinan berxan an jî kavirên nêr?
Dibê: ehmed axa got: wellah ku yekî nolê te bi kefîl bê eze bidim çira nedim?

26

Dibê : hecî go : bide?
Go : ehmed axa çû ji xwe re li bilaniya konê hecî omerekî rûnişt û peyê xwe metro kirne nav giş firotin?tune kirin tiştek nema ?!
Hecî omerekî jî wêda li bilaniyê kon kurk û eba li xwe gerandî û paldaye nejê raketiye û nejê payî ye?
Roj çû esir tiştek nema?
Ehmed jî ji xwe re bi tenê yê rûniştiye?
Dibê xanimê ji wêda hat û sînga xwe kire çîtê û got : mala te ava biyo ..

go : te viqasa mal batmîş kir?
Lê te ji minra çi hanî dibê : ehmed beg mîrê berêz destê xwe avête paşûla xwe û girak jê derxist û çekire xanimê?
Hecî dît go : xanim? go:ha bavo?
Go:ew
çiye?
Got : qet?
Go:na yawrim bav
ê te dît wîne were?
Aanî hat ji bavê xwere?
Bavê rakir danî rakir danî?
Got : xanim?go: ha bavo?

Got : ku ez her sal keriyê berxê nêr dibime helebê?
Got : tu li ber dil
ê min re gêjgele bi Buhayî?
Got: ku ez dadkevim Bazar û çarşiyê ku ez vê himêliyê ji tere bikirim bi bîst û pênc zêrê osmanîne?
Ku şora te bi vî mêrkî ra tine biya va himêliya bi bîst û pênc zêrê osmanlî çedikire te?
Go:bavo jê pirske?
Go:wellah ez ehmed beg nêriyê xezêl mîrê berêzim rîsê heft tomax berazim û min qîza te di xewnê da dît û qîza te jî ez di xewnê da dîtim û min va mala gî hanî di bin vî konê te de winda kir;ku ez qîza te bibînim û ez xwazginçiyê qîza teme ku ti bi min dî?
Dibê:hecî wê çaxê rabû qîza xwe dayê û pêra şand?!

Ev delalê kobanî ye?
Elîko?
Elîko bi qurban palê meke bi cefaye!
Şela mekşîn şel belaye?
Bênderê bameke bi toz û kaye?
Tu were li oda mala bavê min rûne li pêşiya gundê dîhaba li oda ehmedê besê zoyê yastiqa kulavê berxlixa teve dîbecegê qehwê sîng û berê min nemaye ji tera beradaye?!
Elîko bi qurban bila gundê dîhaba li mixela bimînê di sera goristana miştenûre
Dora goristanê gî bi kevir û şijikê hûre

27

Qedera ku xweda neke nabe bi malê pir û ne bi gerdena şûre!
Min xortê minê sivik bangkir go : lê lê bila goristana miştenûr li mexela bimînê li hamberê xweş qewêse!
Min dî xelkê minê sivik ji wêda têye teşî rêse!
Haho xwedê yo xiftan girêdaye li ser kirêse!
Eliyo bi qurban meşe bin daran dara hejîr kerkê!
Siban û heya êvaran emê bilîzin lîsk û oynemaxa qinoberkê !
Te va sîng û bera ji min vexwar mede xelkê!
Oy de yeman yeman eliyo bi qurban?!

Ehmed beg nêrîyê xezêl?
Ehmed beg nêriyê xezêl di xewna xwede qîza hecîyê omerekî li ser çiyayê qereşdaxê di xewnê da dî?
Û xanima qîza heciyê omerekî wê jî di xewnê da dî?
De hîcar ehmed beg dikê işto xwe pêghînê!
Bi rohlat re rabû der kete ser xênî û dît ku ji qeracê xerbî da toz û dûman radibê.
Daket hema bi lez li pişta hespa xwe siwar bû û çû ku bi şerqî sirûcê ket?û li wir li seîd rast hat gihîştê kê?
Go:dikê herî guye?
Got wela ez dikê herime bajêre?
Li wir hanî çend quriş danê kê?
Û çû bi rohlat re ku roj şirin bû;bi di sê bejnan bû gihişte ûrfa yê;li wir çû firnê du nane xwe kirîn yek xar û yek jî bi xwere bir?
Çû bi berbangê re gihişte qereş daxê?
Got:ez vê siurê herim kê ji xew rakim;eze li vir li ser kaniyê desmêja xwe bigrim û nimêja xwe bikim hetanî sibê û hînga xwe bera şêni dime?
De qîza hecî omerekî jî xanimê wê sibê zû rabû;dikê xwedê bikê ha?gî bi xwe li hev siwar dibê?
Got:ez hîro herim ser kaniyê ji bavê xwere çitiyak avî teze wînim bira bavî min pê desmê bigrê û nimêja xwe bikê û destê xwe li ber dîwana xwedê vegrê ji minra jî duan bikê belkî xwedê miradê mirad xwazan gî bikê ya min jî vêra?
Çitê satila rakir û berê xwe da ser kaniya dimbilyan û Got:Hawar dilî hawar dilî hawar dilî lo dîsa dilî
Xanimê got:ez pire baqilim lo qe nê dînim
Ku vê sibê ezê rakim neqliya avê
Xwe berdime ser pişta çiyayê qereş daxê li ser kaniya dimiliyan?
Neqla avê ji hecî omerekîî ra bînim
Bira hecî omerekî pê desmê bigrê?
Û nimêj bikê,destî xwe saqib bikê
Destê xwe li dîwana rebê alemê vegrê?

28

Duakê ji min hêsîr û ebdalê ra bikê.
Belkî pê bext û mirazê li xwe bibînim!
Xanimê rakir defê avê xwe berda ser kaniya dimiliyan xanimê nihêrî ku qeratiyek jêve bû xewane?
Xanim kete dalxan xwedêwo û dişin tiyane.
Go:vayi li ser kaniyê rûniştî,ku li hev ketî bê vê sibê beranadê xanim û heciyane!
Xanimê bi dengekî beng kir û got:
Law berî berî law rêwiyo berî
Ez ji gavê dinî virda da bane te dikime
Ez nizanim tî korî kolelekî law bi carda yi kerrî?
Law ku riya te kuye bi oxira xweda herî!
Min dî siîd bi dengekî bang kir got:de sîme sîme lê xanim sîme
Lê xanim bextê bikî neyi gelîme neyi gêçe cîme?
Di eslê xwede ez sihîme
Çewliga deyşta sirûcê
Li gundê birc hemamê
Ji ba ehmed beg mîrê berêz nêriyê xezêl da
Li ser xanima qîza heciyê omerekî xazgîn çîme!
Hawar dilî dilî dilî loy de dilo dilî
Min dî xanimê go:berî berî lo siîyo berî
Gava ku te va şora kir û bi şûnva
Ava kaniya dimiliyan li ber çavê min bû gerek û celb û herî?!
Serê mi bi dora te û ehmed beg mîrê berêz ra law wî bigerî?
Ji virda heya deyşta sirûcê bi cîta zêran ti bibî û herî?!
Hawar dilî hawar dilî hawar dilî law bê aro dilî?
Min dî siîd go:de sîme sîme lê xanim sîme?
Lê xanim te serê hemi dûmanî;geran dî li qoltixa kume?
De tu were destî xwe di destî minke va melmeketa ji te û ehmed beg nêriyê xezêl mîrê berêz ra ne lazime?
Xanimê go:ma werga dibê bi revê;ji ehmed beg ra mîrê berêz reîsê heft tomax beraz ra,ez jî qîza hecî omerekî me?
Riv ji mera dibê?
Go:here vêra bibêje ku dilê xwe hebê û ku ez pê gereg bim.
Gereg werê mi bibînê?
Dibê wê çaxê siîd hat bi ehmed beg re nêriyê xezêl re got:xanimê wanî got!
Ehmed beg raman bû;wê çaxê got:ku çi bikê?
Dibê rabû ku çi malî xwe hebû gî daxiste helebê û gî firot kife pere?
Û dakete sûk û çarşiya bajêr pê gî cawî qîz û bûkan kirî û herîr kirî û karwane kî xwe çêkir û bû bazirgan û çû li ser çiyayê qereşdaxê li ser kaniya dimilyan danî?

29

Şivan hatine cem go:va çiye?çi hê ye?

Got:barî me gî kincên qîz û bûka nin ji herîre?
Bêrî çûne bêriyê ji şivanan pirs kirin şivana gotin:ev bazirgana gî kincên bûkan û qîzika ne û herîre?
Dibê bêriyan çûne mal bi malxê xwere û bi bav û birê xwere gotin:herne ba hecîyê omerekî bira bane bazirgên kê werê şênî ku em jê bikirin?
Dibê peya çûne ba hecî gotin:gazî bazirgan bike bira bê ku em ji zarokên xwere kin û cilan bikirin?
Dibê:hecî go:herin banê kin bira werê?
Dibê hat li kêleka konê hecî omerekî danî û hecî vêre got:tu kanî bi deyin bidî heya firotinên berxan an jî kavirên nêr?
Dibê:ehmed beg got:wela ku yekî nolê te bi kefîl bê eze bidim çira nedim?
Dibê:hecî go:bide?
Go:ehmed axa cû ji xwere li bilaniya konê hecî omerekî rûnişt û peyê xwe metro kirne nav gî firotin?xeles kirin tiştek nema
Hecî omerekî jî wêda li bilaniyê kon kurk û ebe li xwe gerandî û paldaye neyi raketiye û neyi payiye?
Roj çû esir tiştek nema?
Ehmed jî ji xwere bi tenê yi rûniştiye?
Dibê xanimê ji wêda hat û sînga xwe kire çîtê û got:malê te avabiyo go:te viqasa mal batmîş kir?
Lê te ji minra çi hanî dibê:ehmed beg mîrê berêz destî xwe avête paşûla xwe û girak jê derxist û çekire xanimê?
Hecî dît go:xanim?go:ha bavo?
Go:ew ciye?
Got:qet?
Go:na yawrim bavî te dît wîne were?
Hanî hat ji bavê xwere?
Bavê rakir danî rakir danî?
Got:xanim?go:ha bavo?got:ku ez her sal keriyê berxê nêr dibime helebê?
Go:tu li ber dilî mine gêjgele bi qîmetî?
Got:ku ez dadkevim sûk û çarşiyê ku ez vê himêliyê ji tera bikirim bi bîst û pênc zêre osmanîne?
Ku şora te bi vî mêrkî ra tine biya va himêliya bi bîst û pênc zêre osmanlî çedikire te?
Go:bavo jê pirske?
Go:wela ez ehmed beg nêriyê xezêl mîrê berêzim reîsê heft tomax berazim û min qîza te di xewnê da dît û qîza tejî ez di xewnê da dîtim û min va mala gî hanî di bin vî

30

konî teda winda kir;ku ez qîza te bibînim û ez xwazginçiyê qîza teme ku ti bi min dî?
Dibê:hecî wê çaxê rabû qîza xwe dayikê û vêra şand?!

B—-3–ya zarokan û pê kenok û zar gotinan?

Tiştên ku ji qurrê û gitina halan tên gotin?

Yeklo diklo dimbazo
Şeşo quto repazo
Kêçê mêçê araqçê
Qere qotik fis birçî

Yeklo diklo bi tirkî
Heb henarka bizirkî
Meiro mişko til balê
Kêrgo berda xezalê
Xezal revya paş qûçê
Kêrgo li pê dilûçê
Topek cawî req reqo
Dor bajêr ra gerandî
Dara mala apo kiç?

Hêkekê hêlanekê
Deq daşî bêlik başî
Ar tûtik barbar tûtik
Helivî nelivî
Ji vî derket kete vî

Gotina çûçikê?
Goştê min pariyeke!
Xwîna min kevçiyeke!
Guney
ê min xanyeke?

Ya gewen de çû koçeriyê derkete dest avekê rojekê bi jêrda nihêrî dît ku hevdê gewr ketine rovane?bi xwere got :
Hejî mejî
Têlê gewr
Ketne tejî
Siba li vegera koçera
Li vegera ser erd û milka
Ezê te bibme ba xidir bejî
Bila berdê te qereqomakî
Di têda biçînê dendikê encûrî bejî?!

31

Ev zar gotineke me bi zarok tiya xwede digot :
Besê
Besê besê
Dûv meqesê
Kêvir holke
Bana mêrke
Mêr hecîye
Tifing çiye
Kew kuştiye
Para besê nehîştiye
Besê xwe bi kutika kuştiye?

Meyroka qundofî?
Meyroka qudofî
Dasêri şeir û kofî
Di gûna min ra bû sofî
Te go elleh?min go wellah?
Te go hise?min go mise?
Here were bi xwe bi hise?

Ebo şatî
Tu ji kur hatî
Ji şeyinkê hatî
Tu bi xêr hatî
Xuş û bilfeqatî

Tirlî tilî temaşe?
Tirlî tirlî temaşe
Nan û dimis pir xweşe
Çûme mala Elî paşe

Elî paşe çi dikir
Li destmalê çîn dikir
Dêla hespê bîn dikir

Hirmû gurmû dew nabê
Têlek herîr venabê
Heta çiya ji xew rabê

Hirmû gurmû dewrane
Hemû deştû zozane
Welatê me kurdane
Kalek han li kanyane


32

Mirîşk mirîşka kobanî
lingek rakir yek danî
Zikê eyşo kurike
Navê kurik misike

Kanî sare qe nabê
Hesp tiye ranabê
Av vexwar û da revê
Çiya kenya ji navê

Wel xan?
Wel xan wel xa wel xanê
Sitêrkê ezmanan çendin
Wel xanê….
Kilamê mine wer qendin
Wel xanê…
Gî li ser xelkê lewen din
Wel xanê….

Cenga kund û şêxan?..
Hemo yê seydê ji gundê taşlûgê irtan bû;posteke xwe hebû,a wî û hec berkel bû. ji xwe re li ser riya heleb û kobaniyê diçû û dihat pê zarokê xwe xwedî dikirin?
Dibê rojekê teker vêra top avit , hê wê çaxê di dema firinsawî ra tekerekî bi sed û pênce mejdî bû,çû ba hec berkel û got : em têker çêkin?
Hec berkel got: wellah ez nikanim têker bikirim?
Hec berkel bi xwe diçû Bazarê digeriya bextenûzê rûçikî û firengê hênciqî dikirîn ji ber ku pir miqeris bû?
Go: postê bisekinîne heta ku hukumet teqle dibê eme têker bikirine?
Hemo go: pergal belabiyo ez dikê işto bikime komek kolfetî di yaxê midê?
Go:wellah tu çi bikî bike ;ji xwera debara serê xwe bike!
Dibê hemo çû ba tanêrê êrmalî wê çaxê tanêr çû jêra kerê mîxaîlê hembal kirî bi çil û pênc “45” mejdiyan?
Anî û hat hemo dikê çibkê berê xwe da geracê şêxane?
Sibî zixîra zariyane?
Ku zixtê dikutê kerê ji wîbê ku dighêrê fîtêsane!
Ker ku bi ser gundan dikevê;zerrînî pê dikevê pêdvî nakê zembûra di bostane?
Li gundê şê qemerê li cem hemî hemzê bavê fethî û evdirezêq bû misafir û mîvane?
Ê de meslehe tinenin hemo kirne wekîlê paliyane?
Ê de ji efediyê xwe re bibêjim kaşî şê qemerê yî dûze kevirî bînê doşemane?
Lê bi mije û dûmane?
Bakur xerabeye sêrûnce,Rojava ûç qardaşe,Rojhilat reqase,reqas û şê qemerê ji hev va xewane?

33

Nebînim mêrga bavê sibhî derketî teftîşa paliyane?
Kund wekîlê nûşîrewane?
Çawîşê hezretî silêmane?
Kund dijminê irtane.
Bavê hemo bi beta girgîn serê xwe da diyarê gurnane?
Bet jêra bû sebem û olane?
Kund go: yek me kir didyane?
Hele ez kur jî bikujim bira bibin didyane?
Pîrînî kete kund hemo ji ser kerê hate xware?
Di bin kerê da dixwînê qul wel û fathane?
Tirsim bimrim we selatek bê îmane?
Min dît kundê hezretê silêmane.
Wekîlê nûşêrewane?
Cimcimê siltane.
Pergala kund belabê.
Tu dibê qey belkî tirafît avête ewrane?
Hemo di bin kerê da dixwînê qul wel û fathane?
Weslatek hêdî ez nerim bê îmane.
Bû wîre wîra bêryane.
Na
xircî ji ber naxirê revyane.
Şivanan pez birne dane.
Xeber dane cendirmê çelebiyê.
Qapî kilît kirin bi di dîllane.
Dinya bû erdê eresatê behra emerîkane.
Mexlûq ( tikes) neman rabûne ser piyane.
Bozoyê esead
êrîşî kund kir kund go: mi din teno min yek kir bira bibê didiyane?
Bozo riviya xwe avête gidîşa cihê serî xwe kire xorimê nîskane.
Min dî palas hanîne
çêkirin serecane.
Hemo kirnê berî wî dane gundê taşlûgê terle xocê wane.
Terle jêra çê dikê nivişt û kaxetane
Ku pîrrînî dikevê cûçikane
Dibê ya sitar hemo rast hatiye li sîla wedûd û rehmane.
Qe lê nabê çare mikûn û dermane.
Pî ji şikestine parsî di binda mane.
Hemoyê seydê berî wî dane heleba mîrane.
nexweşxana netewî li qatê çarane.
nûjdar go :de werin ez dikê bigrim raportane.
Go: deewcî me kunde.
Nûjdar go: pergalê we belabiyo ku niha êrîşê bidne xestexanê wê rakê va

34

nixweşane!
Wê koka me bikolê bi koka ronîkê çek kê çolane!
Henoyê seydê berî wî dane mal û xudyane
Li taşlûgê rabû fermane
Derdo dilê mi liyane
Ê ne bû hime himê bask û qanadê teyrane
Qertela bang kire hec leglegane
Hec leg legan bang kire zaqane.
Zaqan bang kire qirikane.
Qirikan bang kire başîqane.
Xeber da teyrane.
Bû hûje hûjê bask û qanadê peytikane.
Go: va Asayîşê kundane.
Derdo dilê mi liyane
Bavê sibhî birîndarê kundane
Qey lê nabînin çare mikûn û dermane
Min dî berek li ber berojk vedane
Komîteyek ji şêxane
Hemoyê xoce reîşê wane
Birahîmê eyşikê pirî bi zimane
Derdo dilî mi liyane
Dikê gilîkin li kundane
Li sera sê qatane
Hesê nebê parêzerê wane
Bavê sebrî serê pênûsê daniye ji axuya meirane
Kund pêşî li hesê birî hes ji ser hespê Anî xware
Birîndar bûne didyane
Kund sûnd xwarî bi mora hezretî silêmane
Ku vegera irta nema li mal û xudyane.
Ezê koka wan ji dinê rakim şûna wan bi cî kim ferdeyê wan ne hêlim heya biçûk û mezin û zariwane.
Dibê xeber dane kêtikane
Şewket bang kire qeto go : lawo vê kaxetê bixwîne çavê mi nabînin hele ka çi emre çi fermane.
Go : birawo qewetê dixwazine ji me kêtikane.
Qeto go : mal şewityo kaşê bêrkelî wêhane.
Têda warê kundane.
Go:bavo deiwa me tine bi kud dara
Derdo dl
ê min liyane.

35

Name şandine cem tirkoyê ehmê ebês ji qurî begane

Gundê keltê keyligê xerabê zer li hev civyane.
Kund go: win di xewda bilivin ez
ê koka we bikolim bi koka ronî kim ferdeyi qurî began çek kime yaban û çolane.
Xwedêwo di cîda işkbûn nikanin rakin mihvane!
Ûç qardaşa hemoyê evtalêz ji xwe û wêda revyane
Dedo dilî mi liyane
Kund go: ku vana beyreqê gewr ranekin
Go: em ketine bext û ûjdana kundane.
Wê çaxê dibê kund bi şûnda vekşiyane
Hemo birne cem heciyê kupo ji bêsiyane
Yaxê germ û sar di dermanxana da nemane
Gî bi pêsîra bavê sibhîva zeliqandine?
Şeş mehan kete ciyane
Tekerê postê çêkirin dîsa bû Ajogerrê şamurliyane
Li bajarê minbicê dîsa kund pêşbirî li wane
Kund berada Herêma erebane
Ku dikê pêle firênê kê pêle lêrantê kir bû hawar hawara rikabane
Bas teqlekir dinya bû erdê ersatê polîsa got :ma çavê te rijyane?!
Tu bû sedema feqîr û fiqarane
Bûne hêsîrê bulxêr bi çolê ketin rikab revyane?
Derdo dilî mi liyane
Ji polîsan re got : li min mekin lomane
Min berê xwariye derb ji kundane?
Lawo go :kundê bi çûçike; basek bi qasî xanyane?
Lawo go :hele werin pêsîrê min binêrin lê mora hezretî silêmane!
Min berê xwarî derb ji wane?!
Ev sitiran ji gotin û nivisandina ehmedê edûlê ye ji gundê eyinbetê li rojhilatê kobaniyê ye

Mecbûr kuyi?
Mêrk bîr dikola,û qîzê jî li ser dewl digirt?
Azepê xwe ji wêda hat dît ku qîzike li ser devê bîrê ye û kes tine;hanî girt û ramîsa?
Qîzikê got : bavo!vî ez ramîsam?
Got : qîza min ding meke mecbûr kuyi?

Behlûl û seriyê miryan?
Dibê behlûl diçû nav mêrzel (gorisan) û serê miriyan der dixist û pê dilîst?
Milet çû li ba xelîfe lê gilî kirin.
Rabû harûn reşîd wesandê kê?
Dibê: hat û sê serî bi xwere anîn û sapek pûş jî hanî?

36

Harûn reşîd got : behlûl gilî li ser te heye!
Got : ezbenî !binere seriyek rakir û sap kire guh û pif kir ba neçû?
Got : ez bi vî dilîzim?
Go: yê din jî rakir û sap kire guh de û pif kir ba çû di guhê dinra der ket?
Got: ez bi vî jî dilîzim?
Go : ê sisêyan rakir û sap kire guh de û pif kir ba çû li nîvî Rawesta?
Got : ez vî jî radmîsim!

Li kalo rabû?
Dibê:kalo lê rabû;çû pîrê?
Pîr ji ber revya çû der kete ser darê?
Kalo çû li bin darê palda û got : pîrê?
Go:ha kalo?
Got: pîrê ti bimrê bimînê wê tu dakeve tu dikê vî sist bikî?!

Pîra zemanan?
Pîr
ê got : kalo!go ha pîrê?
Got : ez pîrim pîra zemanan ez
ê bifirim herme ezmanan?
Kalo got : pîrê?
Go:ha kalo?
Got : ez kalim kalê fenim ezê feq û deifan li te venim ku ez li kur bigrim ezê li wir di tenim?!

Ce xwar û mir?
Kal û pîrê bi rêda diçûn?
Kalo siwar bû û pîr jî peyade bû?
Bi rêva kêf hate kalo got : pîrê dilê min dixazê?
Pîrê got : ku tu hesp
ê xwe bi min dê ?!
Go
t : Ezê bi tedim?
Karê xwe kirin û rabûn pîrê xwe çipkire ser pişta hespê û di dor kalo re zivîrî û weha got : ez pîrim pîra hepekî bi nîv sor û repekî min kurê xwe kire siwarê hespekî?
Kalo ser
ê xwe rakir û got : pîrê?
Go:ha kalo!
Got : ez kalim kalê simbêl pir min bihustek û çar tilyan di teva bir . hespê min jî ce xwar xir û min?

Qeyjik û mî (mih) ?
Qeyjik çû zozanan dît ku mî diçêrê de ye.
Pêre meşiya dît ku mî bi xwe re dûvika dihejîne?
Bi xwere got : çi çîroke xweşe divê ez jî xwe fêr bikim . ku çawa dûvê xwe bihejînim?!
Dibê : bi miyê re çû û hat çend rojan ta ku fêrî duv hijandinê bû?

37

Piştre got : divê ku ez vegerime nav refê xwe!
Vê carê kir û nekir ku dûvikê xwe wek berê bike nebû?
Qeyjik li hev civiyan!
Gelo!ev çima wisa bûye?çima wilo dike?
Paş
î qeyjikan got : dev jê ber din.ev qeyjik Qûnde buye?!
Yê ku zimanê xwe berde û bi zimanê Beyaniyan bi peyive.eynen wek wî qeyjikî dibe?!

Kemo?
Dibê yekî neqeba (navê xwe) xwe kemo bû?
De bi şev dilê jina wî hebû?
Jê pirsî!go : soro!hîşev çi şeve?
Go:şva çarşemê ye?
Got:bi ça ( diserê ) min
de îne?
Go:na qizê çarşeme?
Ji ber ku hîlê xwe tine bû.
Dibê : ji sibê de rabû . ji cîrana pirs kir go:hîro çi roje?
Gotin : îne?
Dibê : kerê malê wêda diçêrê de ye û soro jî li hindire?
Jinikê bane kerê kir û go:hûşe hûşe lo kemo.ji êvara xwedê da mi digo îne;te digo çarşmo?!

Sor bavê mi sor;himî terzî himî tixtor?
Go : yek hebû sor bû. di jinik
ê xwe hebûn?
Dibê:rojekê hate ba ya mezin û got : mêrko ezê nexweşim?
Ê go : tiştek nabê,hîro roj çû a hema siba serê sibê emê rabin û herne bajêr te bibime ba tixtor ( Nûjdar) ?
Dibê hewşek çû û çû ba ya din A piçûk?wê jî got : kincê min gî (hemû) qetiyane?
Tu tew haj min tine ye ? ê go: tiştek nebû hîro wext nema . hema ji sibe de ser
ê sibê emê rabin û herne bajêr?
A heme te çi cil girtin em
ê bikirine?
Dibê : ku bû êvar çû ba ya mezin serê xwe pêre şişt ?
Û ma ew kire xew û çû ba ya din jî serê xwe bi wêra jî şişt û çû raket?
Bû sibe rabû . bangî ya mezin kir û got : qizê ( keçê) de meşe ba nûjdar?
Got : wellah hîro canê min î xweşe?
Dibê!bangî ya bi piçûk kir û got : de meşe bajêr ; ka te dikê biçiya cil bikiriyane?
Got :min kevnê xwe pîne kirin . ezê ji xwere pê derbas kime hetanî ber zivistanê hînga nê emê wê carê cilan bikine?!
Dibê:derkete derve li nav bera herdû qapiya sekinî û wanî got : sor!bavê min sor;himî terzî himî tixtor (Nûjdar)?!

Diz û xudiyê malê?

38

Go : diz kete malekê.xudî pê hisya?
Rabû çû diz girt?
Go : bavo!min diz girt go : kurê min pîne?
Go:bavo!qey newê?
Go:ber de?go:min berda!ew min ber nadê?

Eceb ez bîna xalo bibim û li dinê bigerim?
Dibê!şêr çû bi rêde li pisikê rast hat?
Go:ez!dikê li texime?
Pisik!got : tu nikanî li minxî . Go : çira?
Got : temenî ez xalê teme?
Law!go:ti çito (çawe) xalê minî?xalê minî mezine.tu p çûçikî?
Got : ez ji derdê însên ( mirovan) wanî çûk bûme!ji ber zilma wî (sitemkariya) ?
Go : temam!ji hîro bi şûnva Cenga mine bi însên re?
Ku ez wî li kur bigrim ez jê derbas nabim?
Dibê:çû dît ku yek li ber gundekî cot dikê.
Go:birawo!hişyar be.ez tême tew û deiwîye?
Go:temam?
Ez jî herme mal;tiştekî xwe bînim ku pê bi tere deiwiyê bikim?
Go:zirar tine;ez
ê li vir li hêviya te bim heta ku tu were ?
Ê go: birawo!ez dikê işto (çawe) zanibim ku tu narivî heta ez têm?
Tew ez çûme mal min tidarekî xwe kir û ez hatim jî tu reviya ye?paşî ez dikê çibkim?
Lê go : ti şito dixwaze?
Dibê:çiwalê toximî danî bû?got : birawo!tu xwe di çiwêl kî;heta ez darim û têm (herim û bêm) ?
Go:dibê!hanî şêr kire çiwêl û deri lê girêda û bi çokî dayêkê?
Go : şêr!bi xwere dibêjê : xwedê yo eceb ez jî vê carê bînê xalo bibim û li dinî bigerim?

Umir (temen) ?
Dibê!ku wexta / xwedê tealla / temen belav kir hanî çi afrîner hebû her yekî çil (40) sal dayê kê?
Dibê!ker girya?
Xwedê tealla got : ti çirra digrî?
Got : xwedayê min çil sal ji minra pire!
Ez naxwazim ji ber ku însan (mirov) pir sitemkariyê li min dikê ez naxwazim.dibê!hanî bîst sal ji î kêr kirne ser umrî însên de?
Însan bu şêst;ker ma bîst?
Hîcar kûçik girya?
Xwedê tealla got : te xêre?
Got : xwedayê min ez çil salî naxwazim ji ber ku însan wê li min xîne.min biqewitîne .

39

eze tî û birçî bimînim?
Dibê!hanî bîst ji ê wî jî kêm kirin kirne ser yê însên de?
Însan bu heştê salî ?!(80).
Niha binêrin însan heta çilî dibêjin.law çî xorte

/ xortekî çiye /?
Ku çilî derbas dikê dibêjin!lawo filan kes bînê mîna kerê kar dikê?
Ku bi ser şêstî dikevê hêdî ji kete ketê pêve tiştek di destda namînê dibêjin ti çi bînê kûçkê wer dikî kete ket?

Çi hebû çi tine bû?
Kêzikek hebû?
Darikek hebû?
Kêrsekek hebû?
Ba hat darik firya!
Baran barya kêrsek heliya!
Kêzikê qula xwe da ser tehtê go : tîq tîq keniya?

Siltan û koşkar?
Dibê : siltan esir bû derkete ber pencerê dît ku koşkar ji xwere rûniştiye û bi ser xwede difikirê ye?
Rabû eskerekî xwe şand got : here ji min re koşkêr wîne û were?
Esker çû banê kir û hat got : fermoe ezbenî!
Got : kurê min ez dinêrime kar li pêş te heye û tu ji xwere ketiye fikran de?
Ma malbat di situwê te de tune ye?

Got : belê!ma kirya dukanê tune ye?

Got : belê?
Got : kurê min lê tu di çi difikirî?!
Got : bi xwedê siltan ez difikirîm ku ez bimrim kefenê min abû irdêne,lê kefenê te dikê çibê?
Gelo ku xasbê min diye.lê ku herîr bê mi ne diye ji minra bûye derd û meraqa min ev bû?
S – got : kurê min here dikanê bigre û were hanî li ba xwe kir wezîr û zordariya xwe jî berda?

Li riya rî qeherî?
Jinik û mêrik bi hev şabûn û kêfê xwe kirin.jinikê bi mêrik re got : mêriko!ez li şeyi lingê te birîm?mêrik haha keniya?
Roja din go : li gûzekê ? ya din li çongê?
Hêdî hêdî gihîşte qirikê?
Mêrik tim
di keniya û deng ne dikir?

40

Ta gihişte nav riya!
Jinik dîsa hat pê şa bû û xwe têda û rî mist dan û got : mêriko?
Got : ha dilê?
Got : ez bi riha teda birîm?
Vî xwe ber jor çekir û got : qîza kûçika bi riha bavê xwede birî?
Got : hûş hûş xeberan mebêje tu ne peyayî û hîro ji tera heq nakevê tu biqeherî?
Ku tu peyabiya roja ku min bi şey lingê teda rît wê tu biqeherya yî?
Ne hîro ji ber ku can
ê te gişkî da min rît te deng nekir! Tu ji ber riya va jî nikanî deng bikî ne dilo!

Xoce û jinikê û kurik?
Kurik heroj tê mal dinêrê ku xoce li ba dê rûniştiye?
Got : Yadê va tê ba te çê?!
Ez wisa ji hatina vî kesî heznakim?
Go : kurê min dua bike bila xwedê lêxê?
Kurik dî rojekê xoce çû ser minarê azanê bang kê;wî çû bêriyek nok hanî û li ser nêrdewanan reşand ku xoce azan qedand û vegeriya ku peyabê li ser noka şemitî kete xwarê lingê wî şikest?
Kurik hate mal dayikê got:kurê min te dît ku xwedê işto li xoce xist ling
şikest?
Go:erê yadê ku min bi xwedê re têkilî nekira ba wê qul li te biqetanda?!

Hebeşê kûpê got : ez ji gewrikê derketim dikê herme taşlûgê.

Go : min dî etarek di pêş minda tê?

Go : de min go:ez herim xwe pêgînim ji xwere em tev herin?
Go : ku ez nêzîk bûm min dî etar kete xeyala bi xwere şorê dikê û weha dibêjê : ezê niha herme taşlûgê va herdu sendoqê xwe bi çar çiwal ce bidim û ezê herim çar sendoqan carekê dî Bînim bi heşt çiwala bidim? û careke din hêdî hêdî zengîn bibim?!
Hêdî go : etarî eybe? ji xwere karekî xwe yêdin bike?
Çi bikim çi nekim got : ezê dakevime mezada rihayê herim şelwerekî (şelwar) xwe û qapûtekî xwe û cotek kelikî sor û şeireke kêse rewanî bikirim li xwekim û herme serê mezadê ceinyakî sê salî vî hane di dest delalan . dê ticar li ser kom bûne kesek nikarê bikirê?
Wîne law!malî çi timî erzane?
Bi çiye va? bi 75 zêrane a ji tera ka bi min de?
Ezê lê siwarbim?
Ê mala xudyê te neketo bozê rewane?
Herme kur nerme kur ez dikê herme mala casimê xelîl axa ez çû hînî li dûrim çav li hesp ketin peyê xwe revyan hatin serê hesp girtin û gotin axa tu bi xêr hatî ?
Go:ez derbasî hundir bûm û min silav da komê gurr rabûne ser xwe min got :


41

esselam û eleykum?
Hebeş go: ji para mi got:eleykumeselam axa derbasbe aliy
ê jor ve ( were banî )!
Go: etar veciniqî Got : tu ji kurda y
ê bi minra ye?
Got : ku te herdu sendoq bar kirin?
Go:mala te neketo! Ma sebra hezretî eyûbe bi tera bû!

Ê ereb û naqê ( devih)?
Ê ereb bi rêda diçû û naqe (devih) vêra bû?
Lê bi rêva kêf hatê bikê işto bikê.
Rabû seknan dî negihiştê û xiyan kir nizim bû?
Rabû çû benekî xwe hanî avête milekî naqê û textekî xwe jî hanî bi teşkan da girê da û rabû li ser sekinî û tevleşe naqê bû?
Hinek rêwî hatin dîtin gotin : tu çi dikî ye lawo?
Go:karê şeytêne?
Go:şeytan di bera derket!got : vî tişt
ê ku tu dikî ez rê nabime ser?
Min dikê ben ji ku banya û va texta ji ku banya û min tew feime milik nedkir ku nolê te bikira?

Gumgumok mirdale?
Dibê ku wexta nemrûd agir berda hezretê ibrahîm (s.x.l.s) gumgumokê çû pif li agir kir!
Ji ber wê mirdal kirin û kuştina wê helal kirin di pirtûkên esîmanî de?

Kerê nezirriyayî?
Dibê:kerekî nexercî pîsik hebû di nav naxirêda ne dizirriya û nexercî tu Hêvî jê nedkirin?
Lê bû wexta zayina keran sîpe-kurrî giş dora wî ketin?!
Ji wê çaxê da ku yek karekî bi dizî dikê û di peyra jî aşkere dibê dibê tu bûye kerê nexercî yê neziriya yî ?!

Pir nav?
Go : dido (2) bi rêda diçûn do jinan şer kirin yekê ji yekêre got : min (kîrê) van peyan (mêran) di (quzê) teve kirî ?!!
Ya din lê vedgerand û di got : ez di (quzê) teve bi kim di (çilika) teve kim û di (zîlika) teve kim û di (gilika) teve kim?
Dibê yekê ji yê dinre di got : lawo hele mere mere min di wêneyên vîdwa misto va çiqas def deraxî di hindirî vîdyoyê?

Rî qirxir?
Go:dayîk û qîzê li ser bîrê girtine hev . lê qîzê teim di dê neda?
Dê got :
qey ma qîza min tu dibî tu bi dest yekî rî qirxir kevê!
Qîz pir di xweve çû ev nifirek nûye û bi ecêbe jêre bû meraq pir bi pêket ji diya xwe pirsî got : dayê! va çi nifir bû te li min kir?

42

Go : qîza min ku wexta min bavê te xwest temenê min di heyjde û bîstan da bû (18 – 20) û ê bavê te jî di çilî (40) de bû ku şeva Zava hate ba min min heft rojan çilka xwe nedî roja heştan ancax min poz dî?

Dims û kuncî?
Hebeşê kûpê got : em çûne malekê li nav bêskan.
Taştê ji mere dimis û kuncî anîn ne nan û ne kevçî û ne tiştek ê go : me li çavê hev nihêrî lawo!em dikê işto vî bixune?
Go : zarokekî / şeş heft / salî li hundir bû go : min go:biraz
î were bi mera bixwe?
Go:wellah hat şelfûtê tilya xwe di dimis de kir û di kunciya de gerand û xwar me dît hey la çî qolaye.go : min sîlak li lawik xest go : min go:şelfûtu te giş xwar?
Go:lawik wêda çû go : erê tema va tasa pîro têda dimîzê ji wera dimis kirinê kê?
Law!go : me bi hevra got : xwazîka me teide lawik neda?

Hebeşê kûpê rehmetî go : ez çûme malekê li nav bêskan ê go:ez ji êvarê de digerime ji birçîna ra jênîyê min jan didine?
Go : ji min re dasek dew û nan hanî ez dixume ji mine ku kibabê dixume?go : min dî jinikê destê xwe kire zike xwe qirço mirçoyi dikê go : min go:birazî nivînê xêrê bin ma şalê tu ne nexweşî?
Go:apo ji nefsa te dûr ez bi navikê ketime apo bîne vî dewî ku tu dixwî darê werga gewre?ê go:xarin li ku ma tev hev heram bû?

Zeriyê?
Dikê her me eskeriyê lê zer yê
Di pê mira mêran meke lê zer yê
Te mêr kir kalan me ke lê zer yê
Tasê avê meine ke lê zer yê
Kurekî te bû;navê mi lê ke lê zer yê
Zer yê gundî me şeşin lê zer yê
Her şeşe bi şeirê reşin lê zer yê
Hûrik hûrik dimeşin lê zer yê
Kil ji çavan diweşin lê zer yê
Bi kalan ra yê ser xweşin lê zer yê
Bi xortan ra yê kêf xweşin lê zer yê
Zer yê gundê me çarin lê zer yê
Her çare bi dost yarin lê zer yê
Ji xortan ra biharin lê zer yê
Bi kalan ra ne yarin lê zer yê
Riya şelê hel qendir?
Dibê:pîrek hebû?
Kurekî xwe hebû?
Qîzeke xwe hebû?

43

Kerekî xwe hebû?
Teijî yekî xwe hebú?
Dibê!bû zivistan.pîrê got:eze!birim.û qîzikê jî got:ez jî wê mêrekî xwe bikim!û herim maleke xwe çêkim?
Û kerê jî go:wê ez jî herim xudyakî xwe bibînim;wê bara li min barkê û eze têr ka yê û cê bixume?!
Û têiji jî got:wê yek jî min bigrê!û min bibê seydê ku serî kêrgu bi min dê;ez jî wê pê bijîme?!
Go:zivistan hat!ne pîr mir?û ne qîzikê çû mêr kir?
Û ne kerê çû yekî xweyi din dît.û ne jî teijî çû xuyakî xweyi din dît?
Lê birçî man?
Kurik rabû çû ger ya li karekî?
Çû li kalekî rast hat û got:apo!riya şelê helqendir!!
Dibê!kalê got:kurê min ti li ku ye;şel li ku ye?
Dinya zivistane?
Dibê:ji wê çaxê da dibêjin:riya şelê helqen dir!!!
Kûçik?
Bi kûçikê ra gotin:ku tu êrîşe binîadem kir çirra;tu nakî ewînî?
Got:ez du kara bi hevra nakim!
Xoce yi bê sinete?
Dibê:jinka xoce yê bi yar bû?
Dikê ticêr ba yarê xwe bike;soz dayê got:îşev were ser ciyan?
Dibê:ku di şîvan de xoce hate mal;jinikê got:xoce hîro dilê min dixazê;ez cilê te li xwe kim û tu jî cilê min li xwe kî û em rakevin?
Dibê:xoce go:dibê!cilê xwe bi hev guherîn û raketin?
Wexteke şevê dosto hat bi nigê xoce girt û li xwe rana?
Xoce!go:tu!kiye?tu çi diki ye?
Got :xoce melive;me hev bi sîla şewitand?
Xoce got:çirra law?got:xoce!minlet dibêjin xoceyî neyi sinet kir ye?û min jî go:sinet kir ye?
A vê şevê ez hatim binêrim?
Dibê!xocs got : binêre?ku tu bi şeide bî ji minra!!

Pend û şîret?
*kevir û hîmê xelkê bi dengin;mirovên me ew wer bê dengin?
*zarî bînê kûçkanin;ku tu dev şirîn kir te ji naqetin?
*Dibê!dêlê xweyê gurê xwe medne xelkê;bila kopekê har jê negrin?
*Bila!birayê pîrê xwene;ma emela biran heye?
Destê mino kesê mino?
*Xaltiya xatê;dirû û bişkavtê?

44

*Malî ku mîrat hat;wê li mexela bimîne?
*Malî ku bi zorê hat;wê bi zorê jî here?
*Î bi xwe nav di xwe da;mêraniya wî tune ye?
*Hec bi wesetiya nabê?
*Riya hecê;di dil re derbas dibe?
*Apê mendo;kêrê te çendo?
*Lê ger yawo;tê ger yawo?
*î ku honebî derewan . nizanê derewan jî bikê?
*Ez koda xwe ji te vala dixwazim?
*Ez sebeta xwe tirî ji te dixwazim?
*Her gulo,çûme heleb şixulo,di berîkê de nema qurşê qulo?
*Teijî teyran?
*Dizê pizanane?
*Xwediyê tirê bi xwe difirê . xwediyê fisê bi xwe dihisê?
*Xwediyê mêran ji hêla mêran nake?
*Xwediyê keda heram neke zikî mêran?
*Êmegî mêranî şirîne?

Pê kenok?
Ê bêskî got : ma çira hî avê gerim dikin û hêka bikelînin ezab dibê didiyan hanî avê kelandî de mirîşkan go : bira hêkê kelandî bikin?
-Ê bêskî birxur ( genm savar) çan ê ma birxur derdikevê zadê cînan gî der ketin û ê wî der neket?
Rabû go : kulih dixwê bangî birayê xwe kir û got : were em herin kulihan bikujin çûn her yek li ser yekî rûnişt dît ku kulih hat li ser sîng venişt kire fîskanî û bi tilya xwe nîşanî birayê xwe kir û birê çiftê da ber rûyê xwe ku işto avêşt di ser dil de lêxist li cih mir?
-Ê bêskî bi heft nanan sorînge xwar û got : wel û wel min zanî bû va dimsa neyê şêrîn bû?
– hefte bêskî solê sor kirne lingê xwe û çûn bi bîrêda berdan hîcar lingê xwe nas nekin yekî dîn hat çû kire dest xwe û lingê wan bi wan nas kirin dan?

: Salê carê dibim xatûn?
Dibê!yek li zewacê digeri ya?çû yeke xwe dît.qîzikê got:mercekî min heye?
Got:mercê te çiye?
Go: mercê min , ez salê rokê bibime xatûn?
Ê mêrik got : merceke min jî heye?ku tu erênî bikî ; min jî ê te erênî kiriye?
Got : çiye tu jî bibêje?
Got : ê min jî ez jî salê rokê bi axiriyê dikevim?
Got:min jî erênî kir?

45

Dibê!hev du xwestin bi şûnve rojekê mêrik çû cot.sira taştê bû;taştê ne hat?
Wexta nîvro bû ; nîvro jî nehat?
Roj çû ber bi Ava bû.mêrik got : hele!ez herim binêrim ka çi li mal çêbûye?dibê : hat dît ku jinikê hindir av reşandî kiriye û doşek daniye ; royê balgih ve li ser daniye?lê ecêb mayî ma!

Got : ev çiye?
Got : hîro roja mine.ez bûme xatûne?
Dibê : mêrik çû derva çoye kî xwe hanî û deng nekirî lêxist?
Got : Ev çiye? Got : ne hîro roja mine jî temame . ez jî bi axir yê ketime?
Dibê : jinikê got : mêriko tijî vê edeta xwe ber de û ez jî ber dim?dibê : henî her duyan jî edeta xwe ber dan û bi hevra jiyanek nû jiyan?!
meimuyê ebû ji kortikê sansûlyan bû got : ez rojekê çûme şêxalî dawetê de nimrê lingê wî 48nimre bûn?go : ku ez rabû min dî solê min tine lê cotek keşkûl li şûnê hîştine lê go:min nas kirin?
Go : ez rabûm ketme serê govendê û min weha got : lê lê xudiya xiftanê qurmizî
Ji minra bang ke wî arsizî
Ez neyi şaşbim solê meimo wî teresî dizî?
Ji minra bankine gewrê û rindê
Ez ne yê şaşbin solê meimo çûne cindê!
Kurdistan gula bi darda
Solê meimuyi ebûd çûn bi carda?!

Pîra zemanan?
Pîrê got : kalo!go ha pîrê?
Got:ez pîrim pîra zemanan eze bifirim herme ezmanan?
Kalo got : pîrê?
Go:ha kalo?
Got : ez kalim kalê fenim eze feq û deifan li te venim ku ez li kur bigrim eze li wir di tenim?

Pend û şîret?
*Go:tavê bi kurde go : bi şûna duhida?
*Ku axa bû ker;tu cila xwe ne av
êje ser?
*Çite pita jinê;mêr ji hîm da dixînê?
*Ku te tîr avêşt ; kevanê biparê ze?
*Dera ku nan dibirê;şûr navêt?
*Ku dêlik li gur dikevê;cewrik li wir dikewitin?
*Di nav bera Buhişt û dojihê de pirsek heye?
*Ken tê ji kêfan;xew tê ji qêxan?
*Ta kurd nebin xudî maf;wê xwîn birjê ta bi qaf?

46

Hejî mejî ?
Ya gewen de çû koçeriyê derkete dest avekê rojekê bi jêrde nihêrî (meyzand) dît ku hevdû gewr ketine rovane?

bi xwere got : Hejî mejî
Têlê gewr
Ketne tejî
Siba li vegera koçera
Li vegera ser erd û milka
Ezê te bibime ba xidir bejî
Bila berdê te qereqomakî
Di teda biçînê dendikê encûrî bejî?!

47

Zimano..
Ev bû çil sal..li te digerm.
Û di te na gihêm..
Lê her tim dilikumim!
Û radibim..
Xwe dadweşînim.
Dibeyirim..
Tu li min bûye bûye pêpirk!
Dibezim..bi rêve diçim
li te na gihêm?!
Lê pir caran kesna dibînim..
Xemgîn dibim..
Ji ber ku tu ji bîr kirine?!
Bi xwe şehnazim.
Hey wax zimano?

Bêçarê kurd 22/01/2018 Edena


48

Pêşgotin…
Ev beşê duyeme ; ji kelepûra kobanê ye?
Wek ku tê zanîn ev ji pend û şîret û çîrok û sitranên kevnar yên zarokan û yên gelêrî hatî ber hev kirin?
Di rewşeke pir bi zor û zehmet da ; ku zimanê meyê zelal û pak di qedexekirinê da dijiya?!
Di bin otorîteke pir zordar de..

lê dîsa jî me dev ji zimanê xwe ber neda?
Û em man li ser şopa bav û bapîran.
Li ser xwe man,û pir qonaxên dijwar derbas kirin,çi ji zora besiyên şovenist û hîn din..ji ber ku dostê vî zimanî tinebûn ji xeynî bav û kalên meyê nexwendî ji mere wek emanet hîştin!
Lê divê ku em jî her kes ji ba xwede lê bibine xudî û xiniziyê bi bav û bapîrên xwere û bi axa xwere nekin?
Ta ku poşman neçin gornê li hember dayikê!
Bila em nebin şîr heram û xinizê axa xwe û gelê xwe?
Ziman hebûna meye û ev tiştên pêşiyan ku ji bo me parastî ta bi vî nîrî hanîne! Giringe ku em jî ji vir û bi şûnve ser temam kin!!!
Hêvî dikim ku her kesê vê pirtûkê bixwîne li hestên xwe û hebûna xwe xudî lê derkevin!!
Wek hun dizanin ev bû mînakek wek dareke hişk ku hajeroj bide û ji nûve kulîlkan bide û fîkî (ber) bigre û mirov jê bixwe!
Her tiştên kobanî wisa bûn.
Lê sipas ku nîr zîvirî û her tişt û her pîlanên dijminan pûç û vala derdiketin li dijî wan vegeriyan wek hesabê mal û bazarê li hev ne dihatin!
Vaye em jî hîro beranan ji dara xwe ye kobanî diweşínin û gelê me jî li her çar aliyên welat jê dixun!
Serkeftin ji bo zimanê meyê şêrîn û zelal..

ji bo gelê meyê dil pak û bedew..
Bi pîrozbahî be?!
Li gel û welat..bila dayik şîrê xwe helal nekin li wan kesên ku ziman berda ne?
Û xwe jê bi dûr xistî;wek ku li xwe şerim dibînin?

Diyarî…
*ji bo wan dayikên ku bi lorîkan parastî ev ziman?!
*ji bo wan bav û kalên ku bi şivanî û gavanyê û bi mistikê haletan girtî ji sibihan ta bi êvaran ji bo vî zimanî ked rijandine?!
*ji wan kesên ku şev buhêrkên xwe bi deng û awazên vî zimanî jiyan kirine?!
*ji wan kesên ku jiyana xwe kirine qurban ji vî zimanî re û parastin . ku hiştin li ser xwe bimîne?!

50

Pend û şîret..


*Go :

tavê bi kuda go:bi şûna duhida?
*Ku axa bû ker;tu cila xwe çemeke (nav
êje) ser?
*Çite pita jinê;mêr ji hîm da doxînê?
*Ku te tîr avêt ;kebaniyê bi parêze?
*Dera ku nan dibirê;şûr navêjiyê?
*Ku dêlik li kur dikevê;cewrik li wir dikewitin?
*Di nav bera cinet û cihen mêda pirsek hê?
*Ken tê ji kêfan;xew tê ji qêxan?
*Ta kurd nebin xudî maf;wê xwîn birjê ta bi qaf?

*Aqil xemla mêran e , lê ne li hemû seryan e?
*Bi kulmistê ; meçe dirêşê?
*Quling bi dengê xwe , xwe dide naskirin?
*Riya şellê;hel qendir?
*Ku tu çûye xerîbiyê ; neçe bilin diyan ; ta ku hêlim li te ranebê?
*Ku tu qîmeta (Buhayê) cîranê xwe zanî , keviran mavêje kûçikê wî ?
*Derd
ê dilan giran tire . ji sed barê milan?
*Tu were dewê min bikeyê;ez jî herim î xelkê bikêyêm?
*Tu Bih
êle ez karê xwe bi te bikim , tu jî here mal bi filan kesî re bike?
*Bi teib;bi neim?
*Hink dibêjin lê nabêjin . hink dipêjin lê nabrêjin?
*Hestî ji nav lepên kûçikan dernakevin?
*Çi tê serê quling; ji dengê quling e?
*Sed bavê çê esil dê?

*Esil pişte zik çi tişte?
*Ku pişt hebê zik jî na êşê?
*Ku hesp dimrê;bênder dibê dewsa kerê?
*Pîrê bi guhar;bînê salê du bihar?
*Ez nayême balê . ne di dema palê?
*Çaxa ku bext çû,text jî dide dû?
*Me bûkek hanî;bi lez û bez ; me tê dan ga û pez; sivika malê mame ez ?
*Xwezî ne bi mala qerez tê da;û bi canê merez tê da?
*Lê kaliyê lê koriyê , mirin çêtire ji feqîriyê?
*Ku tu bi herîba yî ; wê tu li kêrîba yî?
*Herê bilê;jê bi kulê?

51

*Bira siwarê min siwar be;bira bi hezar zêrî deyndar be?
*Bira mêrî çêbe;kila çavên jinê be?
*Got : koro! tu çi dixwazî?got : dinyake ron û pariyekî bi don?

*kevir û hîmê xelkê bi dengin;mirovên me ew wer bê dengin?
*zarok bîna kûçkanin;ku te dev şirîn kir tew ji te naqetin?
*Dibê!dêlê xweyê gurêx medne xelkê;bira kopekê har jê negrin?
*Bira!birayê pîrê xwene;ma Hêviya biran heye?
*Destê mino;kesê mino?
*Xaltiya xatê;dirû û bişkavtê?
*Malî ku mîrat hat;wê li mixela bimînê?
*Malî ku bi zorê hat;wê bi zorê jî herê?
*Î bi xwe nav di xwe da;mêraniya wî tine?
*Hec bi wesetiya nabê?
*Riya hecê;di dilra derbas dibê?
*Apê mendo;kêrê te çendo?
*Lê ger yawo;tê ger yawo?
*î ku honebî derewan;nizanê derewan jî bikê?
*Ez koda xwe ji te;vala dixwazim?
*Ez sebeta xwe;tirî ji te dixwazim?
*Her gulo,çû heleb şixulo,di beriyê da nema qurşî qulo?
*Tajî teyran?
*Dizî pizanane?
*Xudî tirê bi xwe difirê;xudî fisê bi xwe dihisê?
*Xwedê mirov ji hêla mirov nekê?
*Xwedê keda heram nekê zikê mêran?
*Ê me giş mêranî şirîne?

*Şîniyan şîn kir;kuliyan kor kir?
*Baran û berfa lêkir;zozanan xwe li kêş kir?
*Sûc û karê koledare;sûd û nav û dengê koledare?
*Comrd comerdî da pêş;kujûl li ser xwe da pêş?
*Gerdûn çerxe,rojekê li cem te ye,rojekê li ser te ye?
*Dil derya ye bê pêle;hest tembûra bê têle;yar tenûra bê sêle;evîn cenga bê êle?
*Diz her dem ekrûte;hîro wê zengîne;siba wê rûte?
*Mirovanî di rû;ji heft gundanî qewtan diye?
*Jinan Bîne ji binê bîra;wê bikin doza eşîra (Hoza)?
*Mîn ji tere da;mêr ji bere da?
*Bi jinan mero giş dibin merovên hev?
*Jin reha gêlûşin?
*Ma tu bi çolê ketiye?

52

*Çirra teştek rîx di zikî teda dihewê;çirra pirseke piçûçik nahewê?
*Xwedê zanê tu hîro Berepaş raketi ye?
*Şeytan dibêje di ser dêv da lêxe?
*Her ku bigota yê bi bizin ba;wê niha çol û banî tev bi bişkul ba?
*Te çirand lawo;here îdare bike?
*Bide hev?
*Biçirîn?
*Pîne nabê?
*Li vir?
*Dilê min bi kurê min veye;dilê kurê min bi kevir veye?
*Xweykiriyê xelkê be ;ger tu têla ristê be?
*Dûnda bi rinda re wek te guh bi guharkir . Dûnda bi pîsa re wek te derdek peyda kir?
*Bi gotinên xweş; mirov dighê miradan?
*Merov bi gotinekê yê Buhiştê ye;bi gotinekê jî yê Dojihê ye?
*Gotinek malan ava dikê û gotinek şêniyan di herifî nê?
*Gotin pirbûn . k
îvroşka min nabirê?
*Giraniya te;bi qasî berîka te ye?
*Malê mîrat hat . wê mîrat jî herê?
Malê mîratê;çênakê Jiyanê?
*gotin wek şûre,ku te rast veweşand te birî . ku te çep veweşand . te xwe birî?
*Gotin ku ne di dewsa xwe de bû neke?
*Cihê gotinê nas bike?
*Gotinê biteqilîn e (sere rast ) û hînga bike?
*Tu buye ker
ê kutika ye ;ma tu bi serve nabe?
*Berya tu buye qula li ber destane kî tê û xwe lê disoqînê?
*Ne her tişt ku zer kir zêre?
*Kerê ku bizirê;hefsar pê (jêre pêdviye) gerege?
*Hespa çê (cih);pîna (pihîna) nagînê xwe?
*Teyrê çih . ji ref naqetê?
*Ne bi gote gotê pire;û ne bi tire vire;bes bi kiryar û nure?
*Teyr bi ref
ê xwere bilind dibê?

*Bi pera;dibim siwarê kera?
*Bi pera;siwar dibim li m
êra?
*di şev reşiyê da;pere dibin çira?
*Bêtar ji bêtaran bêtar tir hene?
*Bi peran;xoce pişt didine m
êran?
*Pere ne her tiştin?
*pere kûçika nakin şûna mêran?

53

*pere mêrantiyê nadin mêran?
*Ku dayik çêbe;wê qîz li pey be?
*Ku dayik çêye;qîz jî jêye?
*Jin malbatan bi hev dixin . jin êlan ji hev dixin?
*Zaro çira malê ne?
*Kal û pîr . bereketa malê ne?
*Ku malxwê ne malxwê bê . wê male xirabe bê?
*Cewrik bi şorba sar xudî nabin;wê ling xwar bibin?
*Gur ku kete nav kerî . guh nadê wele welê şivên?
*Sinçê vî ê bê namûsa ne . ti xêr di qulê da tinê?
*Ji vê qulê;ti hêvî nabin?
*Name! hedara xerîba nin?
*Hêvî rê li meran kin dikin?
*Dil bi dilan şadibin;bilbil bi gulan şa dibin?
*Kil bi mîldan;reşî didin çavan?
*Şûhreta hespan hefsare;ya meriv jî zimane?
*Ger ne gul bin;bihar dibin payiz?
*Ji qîzan re li rehetiyê biger;ji kuran re li so û sap biger?
*Çêlkê gura;nabin bav û bira?
*Derew!di nav rastiyê da difetisin?
*Çavê xwe di rehmê xwedê ke;ne di destê xelkê ke?
*Tiştê te bi xwe kir ê te ye;tiştê ku xelk bikê ne ê te ye?
*Malê xelkê,nabê a meran?
*Merî li malan rehetiyê xwe nabînê?
*Nan û pîvazê meran;xweştir ji goştî xelkê yî karan?
*ji dînan re hero îdiye?
*Diya kuranê;xudya kulanê?
*Dikim bîna kera;dixum bîna mêran?
*Ku tu neyi bi qsî xweyi;mere nav gura?
*Bê ço di gundare mere;wê kûçik bi te bigrin?
*Keviran ber jor mavêje;û serî xwe mede ber goman?
*Ku te şijik avêtin;wê pel werne tê?
*Barî ji xwe giran tir rameke;wê tu pişt xar bibî?
*Ku te kir bi lez;wê tilî bêne gez?
*Xarinê malê bavane xweşe?
*Dêlike harin?
*Karkirê mala xwe be;ezîzê xelkê be?
*Xwedê keda mêran, bi der dora xweş bike?
*Ked nexweş kûda herin cih nakevinê?
*Xwedê mirov jitişên veşartî biparêze?

55

*Ku tu nabê ez hatim?

*Hiş li sero;pêxembero?
*Bê hişo,kişo?
*Şêrîno ji xwere;tehlo ji min re?
*Ku hat ji xelkê re;ku çû ji min re?
*Çeyî yê xweyi ji xwerane;xerabi yê xweyî ji meranra ne?
*Mişk di malê kevê;dêl bi ard nabê?
*Destê xwe bavêje kê ; ji kîr û gnna pêva tiştek bi dest nakevê?
*Çav xwarinê dixun?
*Bû xudiyê kerya ; şirin bû bi mal û merya; tifû bê li hez kirê berya?
*Li dana xwe poşman bû?
*gotnê xweş deyaxê dilanin;yên xerab jî yê xuewnin?
*ê ku minarê camiyê didizê;berê hesabê cih dikê?
*Her kes gunhê xwe bi situyê xwe dikşînê?
*Her kes cezayê xwe dibînê?
*Ku ar tê;tir û hişk bi hevre dişewite?
*Berî ku agir bighê te tu rabe;ku bi te ket tu wer bi haho ke?
*Agir bi mala ê derewîn ket;kesî jê bawer nekir?
*Kîrî te li ser kopriyê li te radibe?
*mirovê nezan
ê kore?
*Agir û pêşî li ber hev nabin?
*Nazê jine biyane giranin?
*Sêwî nazlî ne?

*Jina bi mêr qorriye ; ya bê porriye ; ya keçik horiye?
*Gund bê rê nabin;qîz bê dê nabin?
*Çilo bê emrê xwedê ji darê nakevin?
*Derdê hewiyê çetine (zore) ?
*Ku te kevnê xwe neparast ; xelk wê lê bibe xudî?
*Ku te kevnê xwe neşopand;xelk wê bin pêbikê?
*Ku te koka dara xwe aşle nekir;wê bi xwe hişk bibê?

*Ji zaroka do (2) sêwiya neyne ; ji jinan do jinebiya neyne ; ji colan do gîska neyne ; ji naxwiran do kera neyne?
*Dê ku çiqasî qenc be ; pesna qîzê dide?
*Rûn çiqasî xweş be; teamê ji hîz dibe?
*Qey mero nên dixwê ne kayê?
*Şikêrekê bike nîşan;sibê heya êvarê wê ilemê yek lê rast werê?
*Bira li hespê be ; ne li siwêr be?
*Dil
ê ku heznekê;ew miriye?
*Serê ku ne êşê kundire?
56

*Xwedê serafê dilaye?
*Tu a li xwe bike û hilpesêre xwedê?
*Çav ji dinê têr nabin;destê miro jê nabê?
*Dinya roniyeke xweşe?
*Tişta ku te bi xwe nekir ; ji xelkê re mebêj bike?
*Tiştê te bi xwe nekir ; bi heval
ê xwe kirin mede?
*Tişta meke bi lez;lêvê xwe neke gez;paşê wê li te bibe merez;tew mal nekir yê ku gotin ez û ez?

*ê ku bû masîvan ; dibê ku qul (Qûn) şil bibe?
*Ma tu dikê tev belayan nebe?
*Te bi zimanê xwe ; xwe xwînî kir?
*Karê mêran tevr û bêre;karê jinan xeml û zêre?
*Merî bi kêlekê xwe karî xwe bikê;ji destê xelkê çêtire?
*Xinta genî şêrîne, destê mirov jê nabê?
*Solixê mirov dernakevê ; ile di hêlûnê mirov da?
*Çihê camêran înkar nabin?
*Tu difroşî û nakirî,ez dikirim û nafroşim,ew dikirê û difroşê?
*Tu hîn ji virda dariye;ez çûm û vegeriyam?
*Tiştên ku tu hê dibêje ; min ji bîr kirine?
*Tirrê te di cihê germ de tên?
*Go:karwan çû û vegeriya; qîzik hê bi riya karwên de diket?
*Ez ji derd
ê te avis bûm ; dereke ku têrra bizêm tune ye?
*Çite pitê te ez avis kirim û min ber avê
şt?
*Çi bela bi teg
î ; ji vî zimanî tê?
*Hey zimano tu were birîn?
*Şêr li dexlan ji birçîbûna dimrin;kûçkê gundan jî ji êmlikan têrin?
*Ker ji gulan heznakin ; lê bi kerbeşê jî tirran dikin?
*Kero çûş av û qirş?
*Pîrek jî carekê diçê êş?
*Bi nanekî mero nabê nandar ; bi darekî jî nabe mêrdar?
*mêr bi rima xwe . jin bi kil û xemla xwe?
*Bike jin miriya;ku li halê te giriya?
*Jin mêr radikê ; jin mêr dadixê?
*ê ku te ji bav û diya xwere kirî;wê werê der riya te?
*Çite pit malan dadixê?
*Ta ku em nebin yek,emê her bimînin kût û kulek,em tev nabînin yara çav belek?
*Tew kêrê nagînê xwe çito bû?
*peza çirûk tim li pê kêrê ye?
*De here lawo;ava te bi hoqiş da di
çê?

57

*ku bi xêr ba;wê li war ba?
*Birînên xwe veşêre ji dijminên xwe;ta ku nikêryan bi te nekin?
*Hogirên min pênûs û pirtûke;hoş pêra xweşim û geşim?

*Bizinê belek;kehrê xwejî belekin?
*Nêriyê şamî;kehrê xwe jî şamî tîne?
*Seri bînê holikî li pey dizane?
*Mêranî bi xesarê ye?
*Sifra xwe li ber her kesî ranexe?
*bi xoce nesredîn re gotin:jinka te geroke? Got:ku gerok ba na wê rojekê bihata mala min jî?
*Axayê çih ; bavê êlêye (hoz)?
*Axayê xerab jî dijminê êlê ye?
*Ku dijmin dest bi xerab bûna warî te kir;wer zanibe ku ji te lewaz tire?
*Ger ku tu xwedê ji bîr neke ;xwedê tew te ji bîr nakê?
*Jin benda malê ne?
*Dê dibistana malê ne?
*m
êr çira malê ne?
*Kal û pîr benda xortanin?
*çêlî di şopê makê re diçê?
*Ez nizanim ku min duh çi xariye?
*Min ne hişe û ne kişe?
*ji tere tim çardey
ê (14) nîsanê ye?

*Min tim nan; xwe parçe diye?
*gotnê xelkê miro ji dîn der dixin?
*Ku rindî ji destê te newe ; xerabiyan jî meke?
*ku te çê nekir;qene balo xerab jî meke?
*Te xwe çê nekir;xelkê jî xerab neke?
*Deiw kirine;ne gotine?
*Gotin û kirin ;ne li ba hevin?
*Te gotin kir;lê xudî der keve?
*Zarwê mirov tajone qapî dijminan?
*Bira tu kuştiyê mêran bî;ne girtiyê pîsan bî?
*Berê min li te çav bi girî;berê te li kêye tu tew li mi nanerî?
*Bênderê derewînan;gî dibê ka?
*Du keran ji cîranî xwere bixaze;wê xwedê yekê bi te dê?
*Merî gî şaş dibê;lê dibê ku ibretan jê bigrê?
*Î ku hêştir peyda kir;dibê ku qeyintirmê xwe bilind bikê?
ûv ku te havînge kir ; zanibe te bênder jê rakir?
*Mesrûfê malan dawî tinê?

58

*Bi şev qulkekê raberê te dikê;bi roj not û nehan (99) didê pêşiya te?
*Jin reha gêlûşin (Rayê) ; te di her derî digerînin?
*Jîn bi vîn darî xweş dibê?
*ê ku bi janê dil nekevê;ne kal dibê û ne pîr dibe?
*Derdê dila çetine;ez pêketim xwedê we pê nexê?
*Çi tişt ku bê qorî bû;wê her kes xwe berdê kê?
*Jina çav li der;ti jin lixiyê ji mêr re nakê?
*Mêrikê çav li der;ti mêr lixiyê nakê?
*Mêrikê ku mêla xwe ne li malê bû;ti xêr di wîda tune yê?
*Çavê zeyan ji malê bavan qut nabin?
*Istî zeyanî bi ser malê bavan dayî xware?
*Ku kebanî bikar bê û şivanjî xumar bê;wê meşk her li dar bê?
*Malê sêwiyan bînê hestiyê meirane;di gewriyê re derbas nabê?

59

Ev delalê kobanî ye?
Elîko?
Elîko bi qurban palê meke bi cefa ye!
Şela mekşîn şel bela ye?
Bêderê bameke bi toz û ka ye?
Tu were li oda mala bavê min rûne li pêşiya gundê dîhaba li zo yê yastiqa kulavê berxlixa teve dîbecegê qehwê sîng û berê mi nemayê ji tera bera da ye?!
Elîko bi qurban bila gundê dîhaba li mixela bimînê di sera Goristana miştenûrê
Dora Goristanê giş bi kevir û şijikê hûre
Qedera ku xwedê neke nabê bi malê pir û ne bi gerdena şûre!
Min dî xortê minê sivik bangkir got :lê lê bila Goristana miştenûrê li mixela bimînê li hamberî xweş qewêse!
Min dî xelkê minê sivik ji wêda tê ye teşî rêse!
Haho xwedêwo xeftan girêda ye li ser kerêse!
Eliyo bi qurban meşe bin daran dara hejîra kerikê!
Sibhan û heya êvaran emê bileyîzin lîsk û oynemaxa qinoberkê!
Te va sîng û bera ji min vexwar mede xelkê!
Oy de yeman yeman eliyo bi qurban?!

Rişko?
Ay lo rişko te nakim
Diran hişko te nakim
Ay lo rişko te nakim
Dêl xişxişko te nakim
Ay lo rişko te nakim
Te bi qurban canê xwekim
Ay lo rişko te nakim
Ezê xwe bi darê dakim
Ay lo rişko te nakim
Herim werim xwe li bakim
Ay lo rişko te nakim
Bejna rişko lê dînê
Ay lo rişko te nakim
Bi daman çeye way way
Ay lo rişko te nakim
Dilê min keçkê lê dînê
Ay lo rişko te nakim
Di bejnê da ye way way
Ay lo rişko te nakim
Ger bi min din wê dînê

60

Ay lo rişko te nakim
Min dil lê heye way way
Ay lo rişko te nakim

Bêrîvanê?
De lê bêriyê bêriyê bêrîvanê
Pez hevgelê kofî xwarê
Genim lorê mal cîranê
Çav bi mêşê ji almamedanê
Şor seibiyê ji misika nê
Mirdalê ji ilaganê
Bê feimê guh dirêjê ji qurîbeganê
Tejqelçiyê ji qerîşanê
Heyasizê ji eltêriyanê
Nizêzê ji hec bekranê
Hitelonê ji mîranê
Pintiyê ji wasilanê
Nebalixê ji cafiranê
Etarê ji xeliyanê
Mêr hebînê ji donikanê
Hakimê ji elî kerranê
Qurnazê ji çav reşkanê
Lewend û fodilê ji qeremdaliyanê
Te mêr pir hezkirê ji ilêdînanê
Bûkê ji hec seferanê
Inatê ji şedadanê
Çav bi nezerê ji elîzeranê
Ker dizê ji iskenderiyanê
Sibirge çêkirê ji gundî qil hedîdê ji her çar malê hewşeliyanê
Patik mezinê ji çoxananê
Fesadê mizawirê ji pîjanê
Mast tironê ji bêşaltiyanê
Rû nermê ji dinanê
Ser mezinê ji dabanlîyanê
Gewendê ji elî reşanê
Fehim kêmê ji fehanê
Guh dirêjê ji îsikanê
Bi xirxê bi xîlikê ji pirçanê
Kofî xwehrê ji şêxanê
Dev belaşê ji şêliyanê

61

Li jor nihêriyê ji serxweşanê
Înce doliyê ji qurtikanê
Derewînê ji sofyanê
Lehfekê çav girê bê kêrê ji mûsikanê
De lê bêriyê bêriyê bêrîvanê
Kef bi hinê ji kazikanê
Reş û tariyê ji meefanê
De lê bêriyê bêriyê bêrîvanê
Reş û tariyê poz mezinê ji gundî boxazê ji her çar malê çanikanê
Por sorikê ji bêskanê
Peinî çirryayê ji gundê mixaracê ji her çar malê şopikanê
De lê bêriyê bêriyê bêrîvanê
Ezê dibêjim de bê bêriyê bêrîvanê
Bêriyê gundê me vê sibê
Sebî nezera çavan bûne sê qaflane
Qaflê pêşîn giş gogerçîn û pîrê gundê mene
Qaflê orta lingê wane bi çar gepe çar melexte çar pînene
Ji siba hetanî bi êvaran ji derdê teresê mêrê xwe him bi gazincin him jî bi lomene
Qaflê paşîn tev selef û qîzikê gundê mene
lingê wane bi qunderene
paqê wane bi xilxalin
Navê wane bi kemberin
Serê wane bi rext û tacin
Pêçiyê wane bi gustîlke bi baxmene
Bi fîstanê qedîfene
Ezîz û gêjgelê ber dilê bav û diyê xwene
Bêriya cindî dikê û dilezîne
Pêşiyê li her sê qaflan digerîne
Jêre dike çi gotin û gal galên dizîne
Go:lê bêriyê va çi gotin û gal galên dizîne
Lê bêriyê mi di gem û lîwana bavê tenê
Va çi gotin û gale galê bi dizîne
Law go:hîro rûyê mi reş bê taşta şivanê mi nanê tisîne
Lê bêriyê go:mi bihîstiye ji dihinî û verda
Te di ser mira girtî nezam doste nizam yare
Lê ku ji min çêtire li te bimbarek bê
Lê ku ji min xerab tire
Tu heft mêran bikî mêrê heyştan werî bê lo şivano lo ezîzo lo gêjgelo rih û cano siba te bi xêr


62

Lo vê carê îda te bimbarek?!
Laveke koçberî?
Mi go:mi zariyê xwe rakirin
Ji ber mekteb û medresane
Mi mala xwe kire ser piştê basane
Wez çûme raselênê û dirbêsyane
Mi go:ez dikê herme kemûnan û pemyane
Wînim qezenca girane
Çêkim hewş û heyateke bînê gulane
Mi nizan bû kê dijmin têkevê bînê gurane
Mala mine pîst û pênc sala kete bin destane
Wez koçber bûm ket me çadirane
Li min hatin mîvane
Min kir meizûbaniyeke girane
Di mala minda ne seênye ne fîncane
Li me kurmancan fermane
Malê me bûn kesib û talane
Daiş ketiye bîna gurane
Tênagihê herê mal û xudyane
Miletê sûriyê da bin kêrane?

Xelîl û nêrûzê?
Nêrûzê got :
Dilo miro… dilo miro
Şêran daxisto rûvyan biro
Pergala xelîl bela kiro?
Go: xelîlo deme
Ez bîna bê û berfê li pey teme
Tu Nêçîrvanî
Ez kar xezala teme
Li bajaran xerciyê berîka teme
Li xerîbistaniyê
Ez omdiya teme!
Êvara çarşemê
Li bajarê ûrfa yê
Li bin dara îdamê
Ez fidaya teme!!
Xelîl bi qurban
Go : gundê gire gewrê bişewitê


63

Gemî di ber da
Li binê zîndanê min xwe bi ser teda ber da?
Te go : gewrê wê min bikujin te bi ser da
Min go : xelîl qurban bira te bikujin min bi ser da?
Bira cilikek xwîna te ya heram
Biniqutê bi ser sînga min kalî gewr da!!
Mîna mastê miyanê
Telaqê hingivê
Dimsa eyintabê
Orta biharê
Kemala çîçeka
Tîna germê û sermê
Bi şev bicemid ya
Bi ro bihilya
Timî Li hevda!!!
Xelîl go : nenî nenî nêrûzê nenî
Te zatê mala min şewitand bi wî kenî
Gewra gêsa
Heyva li çarda
Gurla zêra
Ava molika
Reş boza teya
Çelenga aleman
Qirşiya der benda îzaî
Kewkurka serê zinara
Xezala devê newala
Kebaniya koz û perda
Xatûna kul û derda lême!!
Hesabê min bê ez hîro te ji mala bavê ji zê tînime û tême?!
Ê go xelîlo qurban temanî ez jî mîna xezaleke kar li pême?!

Mencolî?
Mencolî ji avê tê
Mencolî ji avê tê
Lê menco lê mencolî
Mencolî ji avê tê
Mencolî ji avê tê
Kumê sor diavê tê
Kumê sor diavê tê
Xarbûme wê ramûsim

64

Xarbûme jê ramûsim
Teresê bavê li pê tê
Teresê bavê li pê tê
Xarbûm gewrê ramîsim
Xarbûm gewrê ramûsim
Kopekê bavê li pê tê
Kopekê bavê li pê tê
Lê menco lê mencolî
Lê menco lê mencolî

Xelîl xazî?
Ay lo xelo xelîl xazî
Tu ne jê kurdî ne jê berazî
Tu ne min direvînî ne min dixwazî
Ay lo xelo xelîl xazî?
Te ne ez xwastim ne revandim
Te ez kirme paçê bîsofê
Li şewitiyê gundê me ez gerandim
Lew nabe xelo nabe
Law nabe nabe nabe
We min got : pezê xelo yê seyê qere
Diçêrê ye li belikê li qecere
Ne mi got : xeber daran xeber dane mine
Go:derbeke li xelo xistine
Lê anê ne mi go:bira çavê diya te birijên
Ji jorda kirine bere
Lo nabê nabê nabê
Lo nabê xelo nabê
Were mi go : xelo tê ji enarûsê
Bîna çîçeka orta gola enarûsê
Ro lê dixe tev dibrûsê
Lo nabe xelo nabe
Lo nabe xelîl nabe
Were mi go : yekî xelo wî nas nakê
Xelîl kurê apê mine
Yekî ser çav reşî poz mezine
Kesek naxwazê ji xeynî mine
Lo nabe xelo nabe
Lo nabe xelîl nabe


65

Were mi go: tema tu cotarî li birekê
Desmal firya nav gerekê
Çirra dilê te nekete çavê minê reş wî belekî
Çirra dilê te kete îska kore wî çav çêlekî
Lo nabe xelîl nabe
Lo nabe xelo nabe
Lê yadê were mi go:dîsa derbeke li xelo xistine
Were mi go:çirra gemiçiyan darê dûmanê radikine
Ne mi go:raste bajarê heleb dikine
Lo nabe nabe nabe
Lo nabe xelo nabe
Ne mi go:vê mîtorê çi tike tike
Lê yadê temanî li ser çandiye wî bemiye
Lê dayîka min got :heger va qalanê mine
Bira min tijê werê sed quzê ye
Heger ku ne qalanê min tole ye
Bira qena germa havînê da mîtor lêxe gurm û biteqe
Law nabe nabe nabe
Lo nabe xelo nabe


66

Xatûnê lorke?
Hatme mala te bi mîvanî
Xatûnê lorke..
Ji minra xalî û hesîre danî
Xatûnê lorke…
Li ser hesîrê kulav danî
Xatûnê lorke…
Li ser kulêv doşek danî
Xatûnê lorke…
Li ser doşekê palgî danî
Xatûnê lorke…
Ez pir memnûn bûm ji kebanî
Xatûnê lorke…
Çûme mala xelîlê misto
Xatûnê lorke…
Rûnişkandin dam li ser çîmento
Xatûnê lorke…
Dest û lingê min ji min keto
Xatûnê lorke…
Min dî fîstû ji hindir der keto
Xatûnê lorke…
Dîsa peya bi şopê keto
Xatûnê lorke…
Min ilem jê sitand pêncî kaxeto
Xatûnê lorke…
Dewla min jî bi avê keto
Xatûnê lorke…
Go : ji tera pere hey neleto
Xatûnê lorke…
Min got : xwedê dîsa ji minra kir qismeto
Xatûnê lorke…
Min got : ez ji çarşiyê diçûme mal
Xatûnê lorke…
Li min rast hat yekî hembal
Xatûnê lorke…
Bi minda bû qîr û titqal
Xatûnê lorke…
Bi minra got : hiso Fermo em herne mal
Xatûê lorke…

67

Li pêş min danî dims û kebab
Xatûnê lorke…
Min ilem zik li xwe kire ribab
Xatûnê lorke…
Lê mi go : ez çûm bûme qeraş
Xatûnê lorke…
Kî hat min got : merheba qardaş
Xatûnê lorke…
Lê min arvan dizîn yawaş yawaş
Xatûnê lorke…
Ez tam bûme ehlel mi
ع
Xatûnê lorke…
Rabûm min li xwe kir qutnî û qumaş
Xatûnê lorke…
Gorê sêwazê qonder û kilaş
Xatûnê lorke…
Çûm ser berber pak bûm teraş
Xatûnê lorke…
Hîcar çûm bûme berber
Xatûnê lorke..
Hat mişteriyakî minê mu
عteber
Xatûnê lorke…
Fûte û desmal va min da ber
Xatûnê lorke…
Riha wî xeritandin ber bi ber
Xatûnê lorke…
Di dorêra fitilîm va bûme per
Xatûnê lorke…
Dane min Bîst û pênc qurşe zer
Xatûnê lorke…
Min bîst û pênc qurşê wî çekirne ser
Xatûnê lorke…
Min got : çûme mala tûrê qesab
Xatûnê lorke…
Li pêş min danî temsî û kebab
Xatûnê lorke…
Ilem zik li xwe kire ribab
Xatûnê lorke…
Pere jî dane min bê hesab

68

Xatûnê lorke…
Min pê kirîn teksî û pîkab
Xatûnê lorke…
Li welêt geryam bê hesab
Xatûnê lorke…
Ez pê geryam têre têr
Xatûnê lorke…
Xwarina min bû zeytûn û penêr
Xatûnê lorke…
Hîcar çûm bûme şifêr
Xatûnê lorke…
Min makîne ajot mîna êr
Xatûnê lorke…
Min çû lêxist tekerek li bin guhî zinêr
Xatûnê lorke…
Mişteriyê min gî tot bûne jêr
Xatûnê lorke…
Tev rezîl bûn li ser riya bajêr
Xatûnê lorke…
Derket pûlisê kutê qumsêr
Xatûnê lorke…
Ez ile bi sîlan kirme têr
Xatûnê lorke…
Berê min dane zindana jêr
Xatûnê lorke…
Lo tew derxistme qubleyî bajêr
Xatûnê lorke…
Xatûnê lorke…

Mislim dêre?
De lo dêre lo lo dêre
Lo dêre miso dêre
Lo dêre cahîl dêre
Kulo dêre mislim dêre

Min kaxet şando Bersiv nehato?
Gundê helinc û şêranê rist mezino
Nîvî dosto nîvî dijmino
Gotna min û te jî li ber dîwara dikino

69

Dikê te bikujin min bidino?

Lo dêre lo lo dêre
Lo dêre mislim dêre
Lo dêre cahîl dêre
Lo dêre kulo dêre?

Were lo kulo çi di pêşiya mala bavê minra xete xeto
Ji Hewesa dilê min û tera ji pêşiyê rabûn refek beto
Bi şora bav û biran bê xeta kêlekê ji min û tera bû ziyareto
Bi gotina pêşiyan bê xeta ortê ji min û tera bû qut qeweto?

Lo dêre miso dêre
Lo dêre cahîl dêre
Lo dêre sivik dêre
Lo dêre kulo dêre?

Were min got :vê baranê çi xume xume
Mislim derkete ser çeila toxime
Ser serqote bi tîna kume?

Ay lo dêre lo lo dêre
Lo dêre mislim dêre
Lo dêre cahîl dêre
Lo dêre sivik dêre?

Were mi go : vê sibebangê te çi hîqe hîqe
Tu were pezê xwe bifroşe Tev bi mih ke
Xwe bi şivan ke mi bi bêrî ke
Tu vê sibê vê sibebangê were devê xwe di bin guharê heyderî ke?!

Lo dêre lo lo dêre
Lo dêre mislim dêre
Lo dêre cahîl dêre
Lo dêre sivik dêre?

Lo dêre lo lo dêre mislim dêre
Meş em herne feyda kûre
Emê bileyîzin qinoberk û şijikê hûre
Ku min tu vexwarî ez te nadim heta roja qiyametê bi dengo?

Ay lo dêre lo lo dêre
Lo dêre mislim dêre

70

Lo dêre cahîl dêre
Lo dêre sivik dêre?

Xwedê deynê mala ixbarçiyê gundê me vêra dibên sor taso sor tanêre
Lê Dayê ixbar kirin mislimê min li helenca jêre
Destê wî kirne kulbçekê berê wî dane cem sor taso sor tanêre?

Lo dêre mislim dêre
Lo dêre sivik dêre
Lo dêre cahîl dêre
Lo dêre kulo dêre?

Ne jê tîme lê Dayê nê birçîme
Li heleba mîran begçiya nexweşxana neştîmanî me
Lê Dayê dil bi kule çav bi girîme
Ji xwedê alemê rebê jorîn bi Hêvî me
Bejna kinik eskerê mala bavê xwe re du
عaçî me?

Lo dêre mislim dêre
Lo dêre sivik dêre
Lo dêre cahîl dêre
Lo dêre kulo dêre?

Zeriyê?
Dikê her me eskeriyê lê zeriyê
Di pey min ra mêran neke lê zeriyê
Te mêr kir kalan neke lê zeriyê
Tasê avê meine ke lê zeriyê
Kurekî te bû;navê min lê ke lê zeriyê
Zeriyê gundê me şeşin lê zeriyê
Her şeşe bi şeirê reşin lê zeriyê
Hûrik hûrik dimeşin lê zeriyê
Kil ji çavan diweşin lê zeriyê
Bi kalan ra yê ser xweşin lê zeriyê
Bi xortan ra yê kêf xweşin lê zeriyê
Zeriyê gundê me çarin lê zeriyê
Her çare bi dost yarin lê zeriyê
Ji xortan ra buharin lê zeriyê
Bi kalan ra ne yarin lê zeriyê

Şûjino?….
Hay lo hay lo şûjine

71

Pir belakî mezine
Ne mêre ne jine
Ne mihe ne bizine
Ne colike ne kizine
Taliya xwe çîk hesine
Digerê hîn xwe dipesine
Lawo dibê ma hun çine
Hîn eslê xwe hesine
êla xwe derzine
Rokê wê emê te bigrine
Nêv hevda bihelisîne
Qetand ziravê zikê mine
Em newêrin ji hundir derkevine
Qapî li qapî dinêrine
Zariwê me der dikevine
Por û pinçkê hev digrine
Pêda bi şer û deiwîne
Newêrin ji hundir derkevine
Tu dibê qey em di hundirda xwînîne
Hey lo gidyo şûjine
Dikê nanekî bikine
Min û şûjin li hev wînine
Ev silha nakevê qafî mine
Heta go:hîro mirine
Şûjin wê newê ser tirba mine
Dîsa şûjin dijmine
Hay lo gidyo şûjine
Şûjin eslê xwe bafûne
Bi ser pêçiya min xist xwîne
Min lêxist telefû ne
Em Tev li enqerê civîne
Ez vî derdî bikşîne
Şûjin jî li mala xwe rûne
Xwedê wo va şito qanûne (Asoye)
Hay lo gidyo şûjine
Xoce li balgihê serî min rûniştine
Hinek yasînê dixwînine
Hinek kêfen diwesînine
Hinek tirba min dikoline

72

Hinek serecê girê didine
Hinek avê germ dikine
Hinek dibê dikê herê dinyake dine
Xwedê yo lê em dikê çawe bikine
Te
عma min di destda tine
Xwedê yo em dikê şito bikine
Şûjin şûjinê cîranan
Pê dideribînin doşek û yorxanan
Sûnd dixwê bi quranan
Dibê va li min dikê behsanan
Here pirske ji xelkê û cîranan
Hay lo gidyo şûjino
Şûjin şûjinê qerêşe
Toje dibê dirêşe
Riwê xwe ji mera ne êşe
Mîrato wergî li êşe
Wîn bikin bilezînin
Bêlek esker bibînin
Bi şopa şûjin xînin
Li dora êş veçewrînin
Destan li kulavçekê xînin
Tola min ji şûjin hilînin?!

Meyroka qundofî?
Meyroka qudofî
Dasêri şeir û kofî
Di gûna min ra bû sofî
Te go elleh?min go welleh?
Te go hise?min go mise?
Here were bi xwe bi hise?

Qewlikên zarokan

Tirlî tirlî temaşe?
Tirlî tirlî temaşe
Nan û dimis pir xweşe
Çûme mala elî paşe

Elî paşe çi dikir
Li desmalê çîn dikir
Dêla hespê bîn dikir

73

Hirmû gurmû dew nabê
Têlek herîr venabê
Heta çiya ji xew rabê

Hirmû gurmû dewrane
Hemû deşt û zozane
Welatê me kurdane
Kalek han li kanyane

Mirîşk mirîşka kobanî
Lingek rakir yek danî
Zikê eyşo kurike
Navî kurik misike

Kanî sare qe nabê
Hesp tiye rana bê
Av vexwar û da revê
Çiya kenya ji navê
Yeklo diklo dimbazo
Şeşo quto repazo
Kêçê mêçê araqçê
Qere qotik fis birçî

Gotina çûçikê?
Goştê min pariyake!
Xwîna min kevçiyake!
Gunca min xanyake?

Hêkekê hêlane kê
Deq daşî bêlik başî
Ar tûtik barbar tûtik
Helivî nelivî
Ji vî derket kete vî

Ev zar gotineke me bi zaroktiya xwede digot:
Besê
Besê besê
Dûv meqesê
Kêvir holke
Bane mêrke
Mêr hecîye

74

Tifing çiye
Kew kuştiye
Para besê nehîştiye
Besê xwe bi kutika kuştiye?

Ebû şatî
Tu ji kur hatî
Ji şeyinkê hatî
Tu bi xêr hatî
Xuşû bilfeqatî

Kûçik?
Bi (ji) kûçikê ra gotin : ku te êrîşe binîadem kir çirra;tu nakî ewînî (Ewte ewt) ?
Got:ez do (2) kara bi hevre nakim!

Çi hebû çi tine bû?
Kêzikek hebû?
Darkek hebû?
Kêrsekek hebû?
Ba hat darik firya!
Baran barya kêrsek hilya!
Kêzikê qula xwe da ser tehtê go : tîq tîq kenya?

Laqirdî pê kenok
[23.1. 8:10 AM] Bêçarê Kurd: Pê kenok?
Ê bêskî got : ma çira hun avê germ bikin û hêka bikelînin ezab dibê didiyan hanî avê kelandî da mirîşkan go:bira hêkê kelandî bikin?

– Ê bêskî birxur (Genmû savarê) çand ê me birxur derdikevê . zadê xelkê gî (Tev) derketin û ê wî derneket?
Rabû go:kulih dixwê bane (bakire) birê xwe kir û got : were em herin kulî (kulihan) bikujin çûn her yek li ser riyekê rûniştin dît ku kulî hat li ser sîngê wî venişt kire fîskanî û bi tilya xwe nîşana birayê xwe kir û berê çifta xwe da ber rûwê xwe ku işto avêşt di ser dilda lêxist li ci mir?

Hejî mejî?
Ya gewen de cû koceriyê derkete dest avekê rojekê bi jêrda nihêrî dît ku hevdê gewr ketine rovane?bi xwere got :
Hejî mejî
Têlê gewr
Ketne tejî
Siba li vegera koçera

75

Li vegera ser erd û milka
Ezê te bibme ba xidir bejî
Bila berdê te qereqomakî
Di teda biçînê dendikê encûrê bejî?!

Kurte çîrok

Xoce yi bê sinete?
Dibê : jinke xoce bi yar bû?
Dikê ticêr ba yarê xwe bike;soz dayê got:îşev were ser cihan (Nivînan)?
Dibê:ku di şîvan de xoce hate mal;jinikê got:xoce hîro dilê min dixwazê;ez cilê te li xwe kim û tu jî cilê min li xwe ke û em rakevin?
Dibê:xoce go:dibê!cilê xwe bi hev guherîn û raketin?
demekî şevê dosto hat bi lingê xoce girt û li xwe rana?
Xoce!go:tu!kiye?tu çi dike?
Got:xoce malave ; me hev bi sîla şewitand?
Xoce got:çirra lawo? Got :xoce!milet dibêjin xocey
ê ne yê sinet kiriye?û min jî go:sinet kir ye?
A vê şevê ez hatim binêrim?
Dibê!xoce got:binêre?ku tu bi şahid bî ji minra!!

Riya şelê hel qendir?
Dibê:pîrek hebû?
Kurekî xwe hebû?
Qîzeke xwe hebû?
Kerekî xwe hebû?
Tajî yekî xwe hebú?
Dibê!bû zivistan.pîrê got : ezê!mirim .û qîzikê jî got:ez jî wê mêrekî xwe bikim!û herim maleke xwe çêkim?
Û kerê jî go:wê ez jî herim xudyakî xwe bibînim;wê bara li min barkê û ezê têr kayê bim û cê bixume?!
Û taji jî got:wê yek jî min bigrê!û min bibê Nêçîrê ku serê kêrgo (kîvroşkê) bi min dê;ez jî wê pê bijîme?!
Go:zivistan hat!ne pîr mir?û ne qîzikê çû mêr kir?
Û ne kerê çû yekî xweyê din dît.û ne jî tajî çû xweyîkî xwe yê din dît?
Lê birçî man?
Kurik rabû çû geriya li karekî?
Çû li kalekî rast hat û got : apo!riya şelê helqendir!!
Dibê!kalo got : kurê min tu li ku ye û şel li ku ye?
Dinya zivistane?
Dibê:ji wê çaxê da dibêjin:riya şelê helqen dir!!!

76

Eftar (keftar) û xir?
Dibê!eftar hat yek dît.got:ez dikê te bixume?
Got:xirî min!
Eftar di cî (Cihê) xwe da sekinî.got:ev çi ye?
Got:min ço bihîsti ye.û min şûr û rim gî bihîstine?
Lê va çiye?ez nizanim?
Dibê pîreke wêda ye rûniştî bû;got:pergal bela biyo bireve?
Tu were derbê wî ji min pirske va bû sî û pênc salin(35) şûna wî hîn nehatiye hev?
Dibê eftar ji xwe wêda reviya?
Çi dibê bi êqil dibê?
Dibê:yekî çû jina yekî rvand?
Mêrik bi şopê ket;dibê ê ku jinik rivandî jinik di paş qûçê da veşart û hat li ser riya wî sekinî?
Hat gihîştê kê û silav lê da got:birawo tu mêr û jinik di vira derbas nebûn ne?
Got:a wada çûn?go:ez herim xwe pêghînim?
Got:birawo ! tu wanî(halo) naghê kê?go:lê çito (
çilo)?
Go:binêr!ew dibêjin yek dido (1-2)?go:ê!got:binêr tu dibêjî yek dido sisê çar (1-2-3-4)?
Go:bi xwedê te rast got?
Tu ji tera hespê min bigre û kiras kire devê xwe û lingno bi qurban?û vî jî xwe li hespê kir û hat jinik rakir û çû?
Binêrin bi hişan him jinik bir û him jî hesp jî bir û çû?

NAVEROK
Pêşgotin
Diyarî
Pend û şîret
Saz û sitranên gelemperî..
1-Herba kund û şîxan
2-Ehmed beg nêri yê xezêl
3-Delalê kobani yê
4-Rişko
5-Bêrîbanê
6-Laveke koçberî
7-Xelîl nêrûzê
8-Mecolî
9-Xelîl xazî
10-Qimilo
11-Xatûnê lorke
12-Mislim dêre

77

13-Zeri yê
14-Şûjino
15-Meyroka qundofî
Qewlikên zarokan
1-Tirlî temaşe
Yeklo
Gotina çûçikê
Hêkekê
2-Besê
Ebû şatî
Kûçik
Kêzik
Laqirdî pê kenok
Pê kenok
Meimoyê ebûd
Bîne vî dewî
Ce xwar û mir
Li kalo rabû
Hejî mejî
Mecbûr kûye
Pir nav
Pîra zemana
Gumgumok
Wel xan
Kurte çîrok
1-Salê carekê dibim xatûn
2-Xoce yê bê sinet
3-Riya şelê helqendir
4-Rî (rih) qirxir
5-Kerê nezirriya yî
6-Ê ereb û naqê
7-Hebeşê kûpê
8-Xoce û jinikê û kurik
9-Li riya rî qeherî
10-Siltan û koşkar
11- Temen
12-Eceb ez bîna xalo bibim
13-Diz û xudyê malê
14-Sor bavê mi sor;himî terzî himî tixtor

78

15-Kemo
16-Qeyjik û mî (Qijak û mih)
17-Behlûl
18-Eftar û xir
19-Çi dibê bi êqil dibê
(Ku li dûrin hev du bihín dikin;ku nêzikin hev du pîn dikin)?…
Ce xwar û mir?
Kal û pîrê bi rêda diçûn?
Kalo siwar bû;û pîr jî peyade bû?
Bi rêva kêf hate kalo go:pîrê dilê min dixazê?
Pîrê got:ku tu hesp
ê xwe bi min dî (bide min) ?
Go:de ezê bi tedim?
Karê xwe qedandin û rabûn pîrê xwe çekire ( zerkir) ser pişta hespê û di dor kalo ra zîvirî û weha got:ez pîrim pîra hepekî bi nîv sor û repekî min kurê xwe kire siwarê hespekî?
Kalo ser
ê xwe rakir û got:pîrê?
Go:ha kalo!
Got:ez kalim kalê simbêl pir min bihustek (bostek) û çar tilyan di teva bir;hespê min jî ce xwar û mir?
Hebeşê kûpê got:ez ji gewrikê derketim dikê herme taşlûgê.go:min dî etarek di pêş minda darê?go:de min go:ez herim xwe pêgînim ji xwere em tev herin?
Go:ku ez nêzikê bûm min dî etar kete xeyala bi xwere şorê dikê û weha dibêjê:eze niha herme taşlûgê va herdu sandiqê xwe bi çar çiwal ce bidim û eze herim çar sandiqan carê tê wînim bi heyşt ciwala bidim?û careka din hêdî hêdî zengîn bû?
Hêdî go:etarî eybe?ji xwere karekî xweyi din bike?
Çi bikim çi nekim got:eze dakevime mezata rihayê herim şelwerekî xwe û qapûtekî xwe û cotek kelikî sor û şeireke kêse rewanî bikirim li xwekim û herme serî mezatê ceinyakî sê salî vî hane di dest delalan dê ticar li ser kom bûne kesek nikanê bikirê?
Wîne law!malî çê timî erzane?
Bi çiye va?bi 75zêrane a ji tera ka mide?
Eze lê siwarbim?
Ê mala xudyê te neketo bozê rewane?
Herme kur nerme kur ez dikê herme mala casimê xelîl axa ez çû hînî li dûrim çav li hêsp ketin peyê xwe rivyan hatin serî hêsp girtin û gotin axa ti bi xêr hatî?
Go:ez derbasî hindir bûm û min silav da cimat gurr rabûne ser xwe min got:esselamû eleykum?
Hebeş go:ji para mi got:eleykumeselam axa derbase halî jor be!
Go:etar veciniqî Got:ti ji kurda yi bi minra ye?
Got:ku te herdu sandiq bar kirin?

79

Go:mala te neketo! Ma sebra hezretî eyûbe bi tera bû!

Ê ereb û naqê (devih)?
Ê ereb bi rêda diçû.û naqe vêra bû?
Lê bi rêva kêf hatê dikê işto bikê.
Rabû seknan dî negihiştê.û xiyan kir nizim bû?
Rabû çû benekî xwe hanî avite milikî naqê û textekî xwe jî hanî bi teşkan da girê da û rabû li ser sekinî û tevleşe naqê bû?
Hinek rêwî hatin dîtin gotin:tu çidikî ye law?
Go:karê şeytêne?
Go:şeytan di bera derket!got:vî tiştî ti dikî ez rê nabime ser?
Min dikê ben ji ku banya û va texta ji ku banya û min tew feime milik nedkir ku nolê te bikira?
: Kûçik?
Bi kûçikê ra gotin:ku tu êrîşe binîadem kir çirra;tu nakî ewînî (Ewte ewt)?
Got:ez du kara bi hevra nakim!
Pend û şîret?
*kevir û hîmê xelkê bi dengin;mirovên me ew wer bê dengin?
*zarwan bîne kûçkanin;ku te dev şirîn kir te ji naqetin?
*Dibê!dêlê xweyê gurêx medne xelkê;bira kopekê har jê negrin?
*Bira birê pîrê xwene;ma hêviya biran heye?
Destê mino kesê mino?
*Xaltiya xatê;dirû û bişkavtê?
*Malî ku mîrat hat;wê li mexela bimînê?
*Malî ku bi zorê hat;wê bi zorê jî herê?
*Î bi xwe nav di xwe da;mêraniya wî tine?
*Hec bi wesetiya nabê?
*Riya hecê;di dilra derbas dibê?
*Apê mendo;kêrê te çendo?
*Lê ger yawo;tê ger yawo?
*î ku honebî derewan;nizanê derewan jî bikê?
*Ez koda xwe ji te;vala dixazim?
*Ez sebeta xwe tirî ji te dixwazim?
*Her gulo,çûme heleb şixulo,di beriyê da nema qurşî qulo?
*Tajî teyran?
*Dizî pizanane?
*Xudî tirê bi xwe difirê;xudî fisê bi xwe dihisê?
*Xwedê meran ji hêla mera nekê?
*Xwedê keda heram nekê zikê meran?

80

*Êmegî meranî şirîne?

Pend û şîret?
*Go:tavê bi kuda go:bi şûna duhida?
*Ku axa bû ker;tu cila xwe çemeke(ne avêje) ser?
*Çite pita jinê;mêr ji hîm da dixînê?
*Ku te tîr avêşt;kevanê biparêz e?
*Dera ku nan dibirê;şûr navêt?
*Ku dêlik li kur dikevê;cewrik li wir dikewitin?
*Di nav bera buhişt û Dojêde pirsek heye?
*Ken tê ji kêfan;xew tê ji qêxan?
*Ta kurd nebin xudî maf;wê xwîn birjê ta bi qaf?
Wê tu li ser qabê binivsînî li paş kelepûra kobanî-2
Û ev helbesta jî li aliyê din binivsînî li paşiya qabê
Zimano..
Ev bû çil sal..li te digerm.
Û di te naghêm..
Lê her tim dilikumim!
Û radibim..
Xwe dadweşînim.
Dibeyirim..
Tu li min bûye bûye pêpirk!
Dibezim..dimeşim
Di te naghêm?!
Lê pir caran kesna dibînim..
Xemgîn dibim..
Ji ber ku tu ji bîr kirine?!
Bi xwe şehnazim.
Hey wax zimano?
Bêçarê kurd 22/01/2018 Edena
Pêşgotin…
Ev beşê duyeme;ji kelepûra kobanî ye?
Wek ku tê zanîn ev ji pend û şîret û çîrok û sitranên kevnar yên zarokan û yên gelêrî hatî ber hev kirin?
Di rewşeke pir bi zor û zehmet da;ku zimanê meyê zelal û pak di qedexekirinê da dijiya?!
Di bin otorîteke pir zordar de..lê dîsa jî me dev ji zimanê xwe ber neda?
Û em man li ser şopa bav û bapîran.
Li ser xwe man,û pir qonaxên dijwar derbas kirin,çi ji zora basiyên şovenist û hîn

81

din..ji ber ku dostê vî zimanî tinebûn ji xeynî bav û kalên meyê nexwendî ji mere wek emanet hîştin!
Lê divê ku em jî her kes ji ba xwede lê bibine xudî û xiniziyê bi bav û bapîrên xwere û bi axa xwere nekin?
Ta ku poşman neçin gornê li hember dayikê!
Bila em nebin şîr heram û xinizê axa xwe û gelê xwe?
Ziman hebûna meye û ev tiştên pêşiyan ku ji bo me parastî ta bi vî nîrî hanîne! Giringe ku em jî ji vir û bi şûnve ser temam kin!!!
Hêvî dikim ku her kesê vê pirtûkê bixwînê li hestên xwe û hebûna xwe xudî bi derkevin!!
Wek hun dizanin ev bû mînakek wek dareke hişk ku hajeroj bide û ji nûve kulîlk bide û fîkî (Ber) bigre û mirov jê bixwe!
Her tiştên kobanî wisa bûn.
Lê sipas ku nîr zîvirî û her tişt û her pîlanên dijminan pûç û vala biderketin li dijî wan vegeriyan wek hesabê mal û Bazarê li hev nehat!
Vaye em jî hîro fîkiyan ji dara xwe ye kobanî diweşínin û gelê me jî li her çar aliyên welêt jê dixun!
Serkeftin ji bo zimanê meyê şêrîn û zelal..ji bo gelê meyê dil pak û bedew..
Bi pîroz bahî be?!
Li gel û welat..bila dayîk şîrê xwe helal nekin li wan kesên ku ziman berda yî?
Û xwe jê dûr xistî . wek ku li xwe şrim dibînin?

82


Diyarî…


*
ji bo wan dayikên ku bi lorîkan parastî ev ziman?!
*ji bo wan bav û kalên ku bi şivanî û gavaniyê û bi mistikê haletan girtî ji sibiha ta bi êvara ji bo vî zimanî ked rijandine?!
*ji wan kesên ku şev buhêrkên xwe bi deng û awazên vî zimanî jiyan kirine?!
*ji wan kesên ku jiyana xwe kirî qurban ji vî zimanî re,û parastî ku hîştin li ser xwe bimîne?!

83


*Aqil xemla merane,lê ne li hemu ser yane?
*Bi kulmistê;meçe dirêşê?
*Quling bi dengê xwe,xwe dide naskirin?
*Riya şellê;hel qendir?
*Ku tu çûyî xerîbiyê;mere bilin diyan;ta ku hêlim li te ranebê?
*Ku tu qîmeta (Buhayê) cîranê xwe zanî,keviran mavêje kûçikê wî?
*Derd
ê dilan giran tire;ji sed barê milan?
*Tu were dewê min bikelê;ez jî herim ê xelkê bikelênim?
*Tu wîne ez karê xwe bi te bikim,tu jî here mal bi filan kesî me bike?
*Biteib;bineim?
*Hinek dibêjin lê napêjin û hink dipêjin lê nabrêjin?
*Hestî!ji nav lepên kûçikan dernakevin?
*Çi tê serê quling;ji dengê quling e?
*Sed bavê çê ? esil dê?
*Esil pişte! zik çi tişte?
*Ku pişt hebê;zik jî naêşê?
*Ku hesp dimrê;bênder dibê dewsa kerê?
*Pîrê bi guhar;bînê salê du buhar?
*Ez nême balê;ila di demê palê?
*Çaxa ku bext çû , text jî dide dû( Dûv)?
*Me bûkek hanî;bi lez û bez;me tê dan ga û pez;sivika malê mame ez?
*Xwezî ne bi mala qerez tê da;û bi canê merez tê da?
*Lê kaliyê lê koriyê,mirin çêtire ji feqîri yê?
*Ku tê bi herî bayî;wê tê li kêrî ba yî?
*Herê bilê;jê bi kulê?
*Bila siwarî min siwar be;bila bi hezar zêrî deyindar be?
*Bila mêrî çêbe;kilê çavê jinê be?
*Got:koro!tu çi dixwaze ? got : dinyake ron û pariyekî bi don?
[23.1. 8:04 AM] Bêçarê Kurd: *Şêniyan şên kir;kuliyan kor kir?
*Baran û berfa lêkir;zozanan xwe li kêş kir?
*Sûc û karê koledare;sûd û nav û dengê koledare?
*Comrd comerdî da pêş;kujûl li ser xwe da pêş?
*Gerdûn çerxe,rojekê li cem te ye,rojekê li ser te ye?
*Dil derya ye bê pêle;hest tembûra bê têle;yar tendûra (tenûra) bê sêle;evîn cenga bê êle?
*Diz her dem ekrûte;hîro ew zengîne;siba ew rûte?
* Kesê do (2) rû ;ji heft gundanî qewtan diye?
*Jinan wîne ji binê bîra;wê bikin doza eşîra (êla)?

84

*Mî (mih) ji terrî da;mêr ji berî da?
*Bi jinan mero Tev dibin mirovên hev?
*Jin reha gêlûşin?
*Ma tu bi çolê ketiye?
*Çirra teştek rîx di zikê teda dihewê;çirra pirseke piçûçik nahewê?
*Xwedê zanê tu hîro terepaş (bere paş) raketiye?
*Şeytan dibê di ser dêv da lêxe?
*Her ku bigota yê bi bizin ba;wê niha çol û banî tev bi bişkul ba?
*Te çirand lawo;hele îdare bike?
*Bide hev?
*Biçirîn?
*Pîne nabê?
*Li vî ?
*Dilê min bi kurê min daye;dilê kurê min bi kêvir daye?
*Xweykiriyê xelkê be ger tu têla ristê be?
*Dûnda bi rinda ra wek te guh bi guhar kir ; Dûnda bi pîs ra wek te derdek peyda kir?
*Bi gotinên xweş; mirov dighê miradan?
*Miro bi gotinekê yê buhiştê ye ; bi gotinekê jî dojihê ye?
*Gotinek malan ava dikê;û gotinek şêniyan xerab dikê?
*Gotin pirbûn;kêrûska min nabirê?
*Giraniya te;bi qasî berîka te ye?
*Malî mîrat hat;wê mîrat jî herê?
Malî mîratê;çênakê heyatê (jiyanê) ?
*Gotin wek şûre,ku te rast veweşand te birî;ku çep veweşand; te xwe birî?
*Gotin ku ne di cîda (cih de) bû meke?
*Ciyê gotinê nas bike?
*Gotinê biteqilîn (giranke) û hînga bike?
*Tu buye ker
ê kutika ye;ma tu bi serve nabe?
*Berya tu buye qula li ber destane kî tê û xwe lê disoqînê (lêdixe)?
*Ne her tişt ku zer kir zêre?
*Kerê ku bizirê;hefsar pê gerege (pêwîste)?
*Hespa cih ;pîna(pihîna) nagînê xwe?
*Teyrê çê ; ji ref naqetê?
*Ne bi gote gotê pire û ne bi tire vire;bes bi kiryar û nure?
*Teyr bi refî xwere bilind dibê?
[23.1. 8:04 AM] Bêçarê Kurd: *Bi pera;dibim siwarê kera?
*Bi pera;siwar dibim li m
êra?
*di şev reşiyê da;pere dibin çira?
*Bêtar ji bêtaran bêtar tir hene?

85

*Bi peran;xoce pişt didine meran?
*Pere ne her tişte?
*pere kûçika nakin şûna mêra?
*pere mêran tiyê nadin mera?
*Ku dê çêbe;wê qîz li pê be?
*Ku dê çêye;qîz jî jêye?
*Jin malbatan bi hev dixin;jin êlan ji hev dixin?
*Zarî çirê malê ne?
*Kal û pîr;bereketê malê ne?
*Ku malxe ne malxebê;wê male xirabe bê?
*Cewrik bi şorba sar xwedî nabin;wê ling xwehar bibin?
*Gur ku kete nava kerî de . guh nadê wele wila şivên?
*Sinçê vî ê bê namûsa ne;ti xêr di qulê da tune ye?
*Ji vê qulê . ti Hêvî nabin?
*Name sebra (hedana) xerîba nin?
*Hêvî rê li mirovan kin dikin?
*Dil bi dilan şadibin . bilbil bi gulan şa dibin?
*Kil bi mîldan reşiyê didin çavan?
*Şûhreta (navdêriya) hespan hefsare ya miroiv jî zimane?
*Ger ne gul bin;buhar dibin pay
îz?

*Ji qîzan re li rehetiyê biger – ji kuran re li so û sap biger?
*Çêl
îkê gura – nabin bav û bira?
*Derew!di nav rastiyê da difetisin?
*Çavê xwe di dilovaniya xwedê ke;ne di destê xelkê ke?
*Tiştê te bi xwe kir ê te ye – tiştê ku xelk bike ne ê te ye?
*Malê xelkê,nabê a mero?
*Mero li malan rehetiya (Bênvedana) xwe nabînê?
*Nan û pîvazê mero – xweştire ji goştê xelkê yê karan (kehran)?
*ji dînan re hero Cejne?
*Diya kuranê – xwedya kulanê?
*Dikim bîna (bihna) keran – dixum bîna mêran?
*Ku tu neyê biqsî xweyî – miro nav gura?
*Bê ço di gundare mere (neçe) – wê kûçik bi te bigrin?
*Keviran ber jor mavêje û ser
ê xwe mede ber guman?
*Ku te şijik avêtin;wê pel werne te?
*Bar
ê ji xwe giran tir rameke – wê tu pişt xwehar bibe?
*Ku te kire bi lez – wê tilî bêne gez?
*Xwarina mala bavane xweşe?

86

*Dêlik harin?
*Karkerê mala xwe be –
Şêrînê dilê xelkê be?
*Xwedê keda mero, bi derdorê xweş bike?
*Ked nexweş kûda herin cî ( cih) nakevinê?
*Xwedê mero ji ên veşartî sitarbikê (bi parêze)?
*Ku tê – nabê ez hatim?

*Hiş li sero;pêxembero?
*Bê hişo,kişo?
*Şêrîno ji xwere;teilo (Tehlo) ji min re?
*Ku hat ji xelkê ra;ku çû ji min ra?
*Çeyî yê xweyi ji xwerane;xerabi yê xweyî ji meranra ne?
*Mişk di malê kevê;dêl bi ard nabê?
*Destê xwe bavêje kê – ji kîr û gnna pêve tiştek bi dest nakeve?
*Çav xwarinê dixun?
*Bû xwediyê kerya;şirin bû bi mal û merya;tifû bê li hez kirê berya?
*Li dayîna xwe poşman bû?
*Gotnê xweş deyaxê dilanin – yên xerab jî yê xudyanin?
*yê ku minarê mizgevtê didizê;berê hesabê ci dikê?
*Her kes gunê xwe bi situyê xwe de dikşînê?
*Her kes cezayê xwe dibînê?
*Ku Agir tê – tir û işk bi hevra dişewitê?
*Berî ku Agir bighê te tu rabe – ku bi te ket tu wer bi haho ke?
*Agir bi mala ê derewîn ket – kesî jê bawer nekir?
*Kîrê te li ser kopriyê li te radibê?
*mirovê nizanê kore?
*Agir û pêşî li ber hev nabin?
*Nazê jine biyane giranin?
*Sêwî nazlî ne?

*Jina bi mêr qorriye – ya bî porriye – ya keçik horriye?
*Gund bê rê nabin;qîz bê dê nabin?
*Çilo bê emrê xwedê ji darê nakevin?
*Derdê hewiyê çetine (Zore)?
*Ku te kevnê xwe neparast;xelk wê lê bibe xwedî?
*Ku te kevnê xwe neşopand – xelk wê bin pêbikê?
*Ku te koka dara xwe aşle nekir – wê bi xwe Hişk bibê?

*Ji zariwan do sêwiya nî – ji jinan do jinebiya nî – ji colan do gîska nî – ji naxiran di kera nî?
*Dê ku çiqasî qenc be – pesna qîzê dide?

87

*Rûn çiqasî xweş be – teimê ji hîz dibe?
*Qey mero nên dixwê ne kayê?
*Şikêrekê bike nîşan – sibe heya êvarê wê Helbet yek lê rast werê?
*Bila li hespê bê;ne li siwêr bê?
*Dilê ku heznekê – ew miriye?
*Ser
ê ku ne êşê kundire?
*Xwedê serafê dilaye?
*Tu a li xwe bike û hilpesêre xwedê?
*Çav ji dinê têr nabin – destê mero jê nabê?
*Dinya ronoke xweşe?
*Tişta ku te bi xwe nekir – ji xelkê re mebêj bike?
*Tiştê te bi xwe nekir – bi heval
ê xwe kirin mede?
*Tişta meke bi lez – lêvê xwe neke gez – paşî wê li te bibe merez – tew mal nekir yê ku gotin ez û ez?

*yê ku bû masîvan – dibê ku qul (Qûn) şil bibe?
*Ma tu dikê tew bilyan nebî?
*Te bi zimanê xwe – xwe xwînî kir?
*Karê mêr tevr û bêre – karê jinê xeml û zêre?
*Mero bi kêliyekê xwe karê xwe bikê – ji destê xelkê çêtire?
*Xinta genî şêrîne , destê mero jê nabê?
*Solixê mero dernakevê – ne di hêlûnê mero da?
*Çaya camêran înkar nabin?
*Tu difroşê û nakirê , ez dikirim û nafroşim , ew dikirê û difroşê?
*Tu hîn ji virda dariye – ez çûm û vegeriyam?
*Tiştê ku tu hîn dibêjê – min ji bîr kirine?
*Tirrê te di cî (cihê) germ de tên?
*Go:karwan çû û vegeriya – qîzik hîni bi riya karwên ket?
*Ez ji derd
ê te avis bûm – dereke ku têre bizim tune ye?
*Çite pitê te ez avis kirim û min ber avêt?
*Çi bela bi tegê (te keve) -ji vî ziman
ê teye?
*Hey zimano tu qutbî?
*Şêr li dexlan ji nêza dimrin – kûçikê gundan jî ji êmlikan têrin?
*Ker ji gulan heznakin – lê bi kerbeşê jî tirran dikin?
*Kero çûş – av û qirş?
*Pîrek jî carekê darê (diçe) êş?
*Bi nanekî mero nabê nandar – bi darekî jî nabê mêrdar?
*Mêr bi rima xwe – jin bi kil û kiswên xwe?
*Bike jin miriya – ku li halê te giriya?

88

*Jin mêra radkê – jin mêra dadixê?
*yê ku te ji bav û diya xwere kirî – wê werê der riya te?
*Çite pit malan dadixê?
*Ta ku em nebin yek,emê her bimînin kût û kulek,em tew nabînin yara çav belek?
*Tew kêrê nagînê xwe çito bû?
*peza çirûg(k) tim li pê kêriye?
*De here lawo – ava te bi hoqiş da dirê?
*ku bi xêr biya;wê li wêr biya?
*Birînên xwe veşêre ji dijminên xwe – ta ku nekêriyan bi te nekin?
*Hogirên min pênûs û pirtûke – hoş pêra xweşim û geşim?

*Bizinê belek – kehrê xwejî belekin?
*Nêrî şamî be;kar jî şamî tên?
*Seri bînê holikî li pê dizane?
*Mêranî bi ziyanê ye?
*Sifra xwe li ber her kesî rêmexe?
*bi xoce nesredînra gotin: jinka te geroke?

Got:ku gerok biya wê rojekê bihata mala min jî?
*Axayê çê (Cih) bavê êlêye?
*Axayi xerab jî dijminê êlê ye?
*Ku dijmin dest bi xerab bûna war
ê te kir;wer zanibe ku ji te lawaz tire?
*Ger ku tu xwedê ji bîr nekî – xwedê tew te ji bîr nakê?
*Jin benda malê ne?
*Dê naameya malê ne?
*M
êr çira malê ne?
*Kal û pîr benda xortanin?
*Ceinî di şopa makê re darê?
*Ez nizanim ku min duh çi xwariye?
*Min ne hişeû ne kişe?
*ji tera tim çardey
ê (14) nîsanê ye?

*Min tim nanê xwe parçe diye?
*Gotnê xelkê mero ji dîn der dixine?
*Ku rindî ji dest te natin (Newe) xerabiyan jî meke?
*ku te çê nekir;qene balo xerab jî meke?
*Te xwe çê nekir – xelkê jî xerab neke?
*Deaw kirine – ne gotine?
*Gotin û kirine – ne li ba hevin?
*Te gotin kir- lê xwedî derkeve?
*Zariwê mero dajone qapî dijminan?

89

*Bila tu kuştiyê mêran bê – ne girtiyê pîsan bê?
*Berê min li te çav bi girî – berê te li kêye tu tew li min nanerî?
*Bênderê derewînan gî (Tev) dibê ka?
*Do (2) keran ji cîranê xwere bixaze – wê xwedê yekî bi te dê?
*Mero gî (tev) şaş dibê – lê dibê ku ibretan (waneya) jê bigrê?
*yê ku hêştir (devih) peyda kir;dibê ku qeyintirmê xwe bilind bikê?
ûv ku te havînge kir – zanibe te bêder jê rakir?
*Mesrûfê malan dawî tinê?
*Bi şev qulkekê rabere te dikê – bi ro not û nehan (99)didê pêş te?
*Jin reha gêlûşin – te di her derê digerînin?
*Jîn bi vîndarî xweş dibê?
*yê ku bi janê dil nekevê – ne kal dibê û ne pîr dibe?
*De
rdê dila çetine – ez pê ketim xwedê we pê nexê?
*Çi tişt ku bê qorî bû – wê her kes xwe berdê kê?
*Jina çav li der – ti jin lixiyê ji mêr re nakê?
*Mêrikê çav li der – ti mêr lixiyê nakê?
*Mêrikê ku mêla xwe ne li malê bû – ti xêr di wîda tune ye?
*Çavê zeyan ji malê bavan qut nabin?
*Istî zeyanî bi ser malê bavan dayi xare?
*Ku kebanî bekar bê û şivanî xumar bê;wê meşk her li dar bê?
*Malê sêwiyan bîne hestiyê meirane;di gewriyê re derbas nabê?

90

أضف تعليق