Çiyageran berê xwe dan Helgurt

Komek ji çiyager û Rêxistina Çiyagerên Başûrê Kurdistan  geşta xwe ya ber bi  lûtkeya Çiyayê Helgurdê ve dan destpêkirin.  Çiyageran bi navîşandana, “Geşta spî ber bi lûtkeya Çiyayê Helgurdê’ destpêkirin. Wê çiyager du rojan li wir bimînin.


9 komên çiyager û Rêxistinê Çiyager a li bajarên Başûrê Kurdistanê  duh ber bi lûtkeya Çiyayê Hergurt ve meşiyan. Wê çiyager du rojan li lûtkeya Çiyayê Helgurt bimînin.  Di destpêkê bi van komên çiyager cuda cuda ber bi çiya ve bi rê ketin. Piştre li herêma Awayan gihiştin hev û pêşwazî li hev kirin. Piştre jî  di nava xwe de civînek lidar xistin. Ji bo rêveberiya geştê bi piraniya dengan 3 kes hatin hilbijartin.

Yek ji wan çiyageran  Arya Xanebegî ji rojnews’ê re qala armanc vê geştyariyê kir û got: “Îsal bi pêşengtiya gelek hevalên çiyager ku projeya geşta spî hate ragihandin. Bi amanca nêzîkbûnekî aştiyane û yekgirtî. Me geştiya xwe ya spî destê ji bo Çiyayê Helgurt da destpêkirin ku li Başûrê Kurdistanê çiyayê herî bilind e. Armanca me û tevahiya çiyageran ewe ku di salên bê de serdana hemû çiyayan bikin. Lewma me ev projeya geşta spî destpê kir.”

Arya Xanebegî got ku dixwazin çiyagerên Kurdistanê, bi çiyagerê welatên ji derve bidin naskirin.

https://youtu.be/CuYLLLUXQvI”>

(ep)