Hîn Parka Şarezûr temam nebûyî wêran bû

Parka giştî ya bajaroka Şarezûr tevî ku parka herî mezin a bajaroke û ji berî 10 salan bi bûdceya 2 milyar û 300 milyon dînar hate destpêkirin, lê hîn karê wê temam nebûye û kompanyaya çêdikir rastedestî şaredariyê nekiriye. Lê niha piraniya amûrên di nava parkê de şikestîne û pûç bûne.


Parka giştî ya Şarezûr li ser 25 donim erd hatiye çêkirin. Projeyê di sala 2010’an de destpê kir. Ji bo çêkirina projeyeyê 2 milyar û 300 milyon dînar hatiye veqetandin. Kompanya Reuf çêdike. Lê, hîn hinek park temam nebûye û hinek karê wê maye. Hina piraniya amûrên di nava parkê de şikestîne û dar û şînatiya di nava parkê de hişk bûne.

Bajaroka Şarezûr ser bi parêzgeha Silêmaniyê ye. Rêjeya keskahiya wê ji sedê 6. Ev jî li gorî standartiya cîhanê gelek keme ku divê herî kêm ji sedê 15 be.

Parka Giştî ya Şarezûr dikeve navenda bajaroka Şarezûr. Bi armanca zêdekirina rêjeya keskehî û peydakirina cihê betlaneyê hatiye çêkirin. Lê niha amûrên di nava parkê de ji aliyê hinek welatiyan ve ji ber nebûna parêzvanan ve hatine şikandin û wêrankrin. Herwiha li ser dîwarên di nava parkê de nivîs hatine nivîsandin. Ji ber kavilkirina parkê welatiyan çi sûd ji parkê nedîtine. Herwiha hinek dar û şînatiya di nava parkê de hatine çandin jî ji ber ku xizmet nehatiye kirin hişk bûne.


Salim Silêman derbarê pirsgirêka Parka Şarezûr de wiha got;”Mixabin, ji bo parkê xemsariyek diyare. Bi taybet dema ku hikûmet tûşî krîza aborî bû, paşguh xisitn. Ew beşê ku avakiribûn û xizmetguzarî têde hebû, niha piranî şikandine. Herwiha hinek towaletên wê wêran bûne û xerab bûne. Êdî kêrî bi karanînê nayên. Li gorî tê xwestin parêzvan û karmendên parkê nînin. Ji bo ku bikarin van amûrên di nava parkê de biparêz in. Herwiha weke pêwîst ji bo avdaniya çîmen û darên di nava parkê de av nîne. Divê berpirsên bajarok zêdetir berê xwe bidin parkê. Divê her kes parkê biparêzin. Ji ber ku ya hemû kesî ye.”

Eta Ebdullah ê li gel zarokên xwe hatî parkê jî got;”Park xizmetguzariyek giştî ye ji bo welatiyan hatiye çêkirin. Lê, mixabin, hinek welatî nirxê vê parkê nizanin û beşek zêde ya amûrên wê şikandine. Eger park wiha be wê weke pêwîst sûd jê neyê girtin. Ger di destê sektora taybet de bûya dibû ku niha baştir bûya û bihata parastin.”

Serokê Şaredariya Şarezûr Salar Ehmed derbarê mijarê de ji Rojnews’ê re axivî û wiha destnîşan kir;”Ji berî çend salan park bi çend xizmetguzariyan kete xizmeta gel de. Lê, mixabin ji aliyê welatiyan ve hinek amûrên di nava parkê de nehatine parastin. Ji ber neparastina wê wê welatî zerer bikin. Şikandina van amûrên di nava parkê de li pêşiya me bûne pirsgirêk. Ji ber krîza aborî hêza me ya çareseriyê nîne. Ji ber ku mehane 2 milyon û 750 hezar dînar ji bo hemû karûbarên şaredariyê li ber destê me ye.”

Salar Ehmed eşkere kir ku ji ber krîza darayî kompanyaya ku çêkiriye nekariye temam bike û radestî şaredariyê bike û got ku vê pirsgirêk kûrtir kiriye û niha hêza wan a çareserkirinê nîne.

Salar Ehmed eşkere kir ku derbarê amûrên hatine şikandin de Rêveberiya Şaredariya Silêmaniyê lijneyek avakiriye û li benda rapora lijneyê ne ku bizanin ka amûrên şikestîne li ser hikûmetê male, yan jî kompanya park çêkiriye.

Serokê Şaredariya Şarezûr Salar Ehmed dazanin ku dema ku park radestî şaredariyê hate kirin, wê demê dikarin ji bo hinek amûrên nû bikirin.

(ab)