Girtiya siyasî ya Saada Khedîrzadeh ya bi dozek tijî bêhiqûqiyan hîn di girtîgehê de ye. Saada ku di meha 8’emîn a ducaniyê de zarok anî, beriya ku tedawiya wê biqede dîsa wê şandin girtîgehê û niha jî tenduristiya pitika wê di xetereyê de ye.
Girtiya siyasî ya li Girtîgeha Urmiyê Saada Khedîrzadeh li di Qawûşa Jinan a Girtîgeha Navendî dimîne. Girtiya siyasî ya ku di meha 8’an a ducaniyê de pêşwext doxûm kir û pitika xwe bi sezaran anî cîhanê, beriya ku tedawiya wê bi dawî bibe dîsa şandin girtîgehê. Rayedarên nexweşxaneyê der barê serpêhatiya Saada Khedîrzadeh ku di dema mayîna wê ya li nexweşxaneyê de bi dest û lingên bi nivînan hatibû girêdan, daxuyaniya “ferzkirina girtîgehê” dan.
Ji lênerîna tibî bêpar tên hiştin
Çalakvan Saada Khedîrzadeh ku di dema ducaniyê de di bin şert û mercên nehijyenîk de hat ragirtin, niha jî neçar dimîne ku bi pitika xwe ya yek mehî re di heman şert û mercan de bimîne. Her wiha rêveberiya girtîgehê çalakvan û pitika wê ji tenduristiyê bêpar dihelê.
Ji jiyana xwe bi fikar e
Saada Khedîrzadeh ji bo şermezarkirina şert û mercên pê re rû bi rû maye di dema ducaniya xwe de 11 rojan greva birçîbûnê de pêk anî bû û piştî nexweş ket neçar ma ji ber tenduristiya pitika xwe dihelê. Daxwaza çalakvan ya bê girtin darizandin jî, heta îro bêyî hincet were nîşandan tê redkirin. Saada Khedîrzadeh ya ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nikare pitika xwe bi şîrê dayikê xwedî dike, ji ber şert û mercên nehijyenîk ya pitika wê jî dijî, ji jiyana xwe bi fikar e.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bal kişandî bû li ser bêhiqûqiyan
Rêxistina Efûyê ya Navdewletî, diyar kiri bû ku girtina çalakvana siyasî binpêkirina pîvanên darizandina bi adilê û demek dirêj bêyî zanîna sedemên girtine hat binçavkirin û ji ber ku gihandina wê ya parêzer hat astengkirin, li gorî yasayên navdewletî wek keyfî tê dîtin. Saada Khedîrzadeh di 14’ê Cotmeha 2021’an de li Pîranşehrê hatiye girtin, 12 rojan li girtîgeha Urmiyê hatiye lêpirsîn kirin û ji girtîgehê re hatibû sewq kirin. Girtiya siyasî, qeydek deng ya tenduristiya xwe û şert û mercên tê girtin vedibêje ji malbata xwe ragihandibû û wiha gotibû, “Ez li girtîgehê têm dîl girtin. Berdana min tê astengkirin.”
JINHA