Rojnameya Ronahî

RASTÎYEK JI RASTÎYÊN RÊBER APO

Cîger Dilşad

“NAXAPIM Û NAXAPÎN IM!”

Em ji mîtolojîya Kumsoran(Sumeran)dizanin ku Xweda Enkî 104 Me(îcad) yên Xwedawend Înana dizîn û bi wî awahî jin-civak hate xistin û pergala dewletê saz bû. Yanî tova dewletê bi xapandin û dizîyê hate hûnand. Gotineke Kurdan heye dibêje: “Ji şîrî heta pîrî” Ev gotin,tam rewşa dewletê tîne ziman.

Ji wê rojê de xapandin,derew kirin,dizî û hemû zarokên wan her ku dem derbas bû ,  dewletê di mijara xapandin û derewan de kûrtir bûn û bûne hostayên herî mezin. Bê guman ji bo ku civak derew û rêbaza wan ya xapandinê nenase ol jê re kirin perde û pê çavên mêjîyê civakê girtin. Bi demê re beşekî mezin ji civakê wekî xwe kirin. Hêj tam civak wekî ew dixwazin nebûye. Lê civaka dewletê afirandî û bi ol û nijadperestîyê her hate parastin,xurt kirin û fereh kirin. Bi sedsala 20’an re û bi taybetî jî bi netewe dewlet re ferasetên dewletê hema hema kete her malekî. Di nava çerxa pergala dewletê de her tişt bi derewan û xapandinê tê meşandin. Sîyaseta ku pêşîya pêşîn wekî rêbaz û navgîna çareserkirina pirsgirêkan derketî, bi komploya ku mêrê kone,şefê leşkerî û rehîb li dijî jin-civakê pêşxistin, sîyaset dagerandin navgîneke xapandina mirovan û bi derewan têrkirina civakê. Axlaq ku xîm û çîmentoya civakê ye, dagerandin zagonan û axlaq jî heta tu dibêjî bes lewaz kirin. Di rastîyê de tu têkilîya zagonan û axlaq bi hev re tune ye. Çimkî axlaq civakîye,zagon dewletîye! Her tişt û kiryara dewleta ku li dijî civakê derketî,li dijî civakê ye.

Gava rêveber û îdeologên pergala dewletê dîtin ku êdî wê nema bikaribin ser derew û rêbaza xapandina civakê bigirin,ol birêxistin kirin,netewperestî gur kirin, artêşên mezin saz kirin û dibistan vekirin. Ev tev,ji bo civaka dewletê mezin û qewîm bikin,hatin pêşxistin. Piştî şerê serdestan yê duyemîn jî hêza pêncemîn xistin meryetê û bi bombebareneke îdeolojîk ku di dîrokê de nehatî dîtin,bi ser hiş û rihê civakê de çûn û diçin.

Bê guman di nava civaka mirovahîyê de beşa  xwe dixapîne û  ji xapandinê re heta dawî derîyê mêjîyê xwe vekirîyê gelên bindest û beşên ku mafên wan ji hêla serdestan ve hatîye xezeb kirin,  jin in! Bi kurtasî mêr an jî jin hecî ku li mafê xwe nagere û têkoşîna bidestxistina mafên xwe nade,xwe dixapîne. Ne bi tenê xwe dixapîne,tevî ku di  xapandinê de yê derdora xwe jî dixapînin.

 Yên ku li mafên xwe xwedî dernakevin;

1- Hicetên ku  derdixin pêş tev hicetên vala ne.

2-Tirsonekin,heger ne tirsonekin,wê li dijî serdest(serdest mêr dibe,patron dibe,dagirker dibe an jî rêveberîya dewletê dibe)têbikoşîya û bi misogerî rêya bidestxistina mafên xwe bidîta.

3-Derewker in! Tevî ku perîşan in û ji hemû mafan mahrûm hatine hiştin û dizane ku kê ew di wî rewşê de digire,lê bê deng dimîne û xwe dinepixîne wekî ku ew nebe dewlet bi rêva naçe! Di mal de li ser hevsera xwe împerator e, lê li hember patron  an jî çawîşekî ne bi pênc qurişan serê xwe dadixe û bê deng hemû heqaretên çawîş dadiqurtîne.

4-Hemû bi rewşa hevûdin dizanini, lê ji nedîtî ve tên, gotineke Kurdan heye, dibêje: “Cîran bi halê cîran dizane”, lê tevî ku hev nas dikin ku çi tirsonekin, pesna hevûdin didin û şîretên bê dengmayînê li hevûdin dikin. Li dijî mafxwaran peyva “NA” ku destpêka maf xwestinê ye, lê peyva”NA” bi tenê li hember daxwazên hevsera xwe û zarokên xwe bikar tîne.

5-mirovên ku vîna xwe wendakirine û têkoşîna vînbûyîna xwe nadin hem xwe dixapîne û hem jî dixape. Bê vînbûyînî razîbûna bi jîyaneke ji rêzê ye. Ango jînkirina di rengê gewr de ye.

Gav em li jîyana Rêber APO dinêrin

1-Em dibîn in ku di zarokatîya xwe de piştî peyva dayê, bavo, nan û av fêrî peyva “NA” bûye. Jê xwestine ku bi lawikê cîran re nelîze(bi Ş. Hevalê Hemza)lîstika xwe didomîn e.

2-Jê xwestine ku wî ji bo rakirina tolê amade bikin,gotî”NA” û xwe ji şerê gundîtîyê bi dûr xistî.

3-Gava birayê wî tiraltîyê dike û xwe nade kar, pê re şer dike, bav li dijî derdikeve bavê dide ber keviran û îsyana xwe ya ewil pêk tîne. Naxwaze xwe bixapîne û nabêje; “Bavê mine, tiştek nabe”. Çimkî dizane ku sedem çi dibe bila bibe carekê xwe bixapîne, wê her xwe bixapîne.

4-Di pêvajoya zayîna duyemîn de jî, ango di pêvajoya partîbûnê de jî sîyaset vekirî kir, dike. Di dinyayê de tu kesekî/ê sîyaset bi awayê Rêber APO vekirî nekirî. Carekê jî ne pirsgirêkên  di nava Partîyê de, ne jî yên kesan (di nava partîyê de peywira wan kesan çi dibe bila bibe) veneşart, bi awayekî vekirî rexne dikir, bi berpirsyarîyeke mezin her rapora xwe pêşkêşî gel dikir. Negot; “wê li hember min were bi kar anîn,wê li dijî min bişûxilîn in”. Ji xwe ji ber ku sîyaseteke vekirî her meşand, gel bi Rêber APO ve hate girêdan. Ne endamên partîyê ne jî gel qet nexapand. Çi alîyên lewaz hene,  çi xalên xurt hene tev bi awayekî vekirî dadihurand, dikir pirtûk û pêşkêşî pêkhateya partîyê û raya giştî dikir. Pişta tu kesî/ê mist neda! Rastîya kê çawa dibîne her bi lêv kir. Va ye 25 sal in di zîndanê de ye nabêje;”Ez girtî me,ez rexne bikim, wê dev ji min berdin û gotinên min pêkneynin”, berevajî wê,di zîndanê de paradîkma guhart û hemû rêveberên Partîyê rexne kirin.

5-Dewleta Tirk çend caran ji Rêbertîyê agirbest xwest. Tevî ku dizanî ku neyar di xwesteka xwe de ne mucîde jî, lê ji ber ku nedixwest xwîn zêde were rijandin,  her şansek da aştîyê. Yanê ne ku dijmin Ew xapand, na! Halbûkî di her pêvajoya agirbestê de partî xurtir kir, derfet afirandin û nefesek bi hêza gerîla da kişandin. Her wiha rastîyên dijmin jî bi awayekî vekirî ji dijmin re her vegotin.

6-Mirovê/a bi xwe bawer,xwedî vîn û dizane çi dike pêdivîyê bi xwe xapandinê nabîne û wê her çi di dilê wî/wê de hebe , bêyî ku bitirse bîne ziman. Ev e, Rêber APO herdem bi vî rengî nêz bû û qezenc kir û da qezenc kirin.

7-Bi tu awayî û tu caran pesna Kurdan neda. Heta ji bo Rêber APO dihat gotin;”Ev çi Rêber ku ewqasî gelê xwe rexne dike”.  Pesindayîna ji rastîyê dûr û bê bingeh xapandine. Her wiha bi pesindayîneke vala ne kesayet ava dibe,ne jî Kurd dikarin bigihînin mafên xwe.

8-Di dinyayê de tu sîyasetmedarekî/ê sîyaseta xwe vekirî nemeşandiye. Planên ku li pişt perdan dihûnînin û gotinên li pêşberî kamereyan ji rojnamegeran re dibêjin pir cuda ne. Bi wî rengî civakê dixapînin. Lê Rêber APO li her derê vekirî dîtinên xwe tanî ziman. Mînak ,di pêvajoya qaşo aştîyê de di her hevdîtinekê de ev digot; “Bila kesek xwe nexapîne,ne bêje ; ‘Her tişt temame’, heger dewlet gavên şêmber neavêje, wê şerekî pir dijwar were meşandin. Wê şerê ku me heta niha meşandî qat bi qat derbas bike. Bila kesek nebêje,’ Rêber APO em xapandin, ez her tiştî ji we re dibêjim, li gorî wê tedbîrên xwe bigirin.”

Rêber APO wiha digot,em çawa nêz bûn? Me di gel hemû hişyarîyên Rêber APO xwe xapand! Wekî her tişt bi dawî bûye em nêz bûn. Me tedbîrên xwe negirtin. Amadekarîyên ku hatin kirin jî ne di asta hişyarîyên Rêber APO de bûn. Li Rojava jî ji ber ku me li gorî Rêber APO sîyaseteke rast û vekirî nemeşand, encam wendakirina Efrîn’ê, Serêkanîyê û Girê Spî bû!

Em heta ku xwe ji xapandina xwe bi xwe xelas nekin, li gorî perspektîfên Rêber APO tevnegerin, em ê wenda bikin. Em îro wekî tevger û gel li hember Rêber APO sûcdar in! lewra divê rojeke zûtir xwe ji xapandina xwe bi xwe xelas bikin  û têkevin xeta Rêber APO. Dervayî xeta Rêber APO tu rêyeke din ya serkeftinê tuneye!…

kitty core gangbang LetMeJerk tracer 3d porn jessica collins hot LetMeJerk katie cummings joi simply mindy walkthrough LetMeJerk german streets porn pornvideoshub LetMeJerk backroom casting couch lilly deutsche granny sau LetMeJerk latex lucy anal yudi pineda nackt LetMeJerk xshare con nicki minaj hentai LetMeJerk android 21 r34 hentaihaen LetMeJerk emily ratajkowski sex scene milapro1 LetMeJerk emy coligado nude isabella stuffer31 LetMeJerk widowmaker cosplay porn uncharted elena porn LetMeJerk sadkitcat nudes gay torrent ru LetMeJerk titless teen arlena afrodita LetMeJerk kether donohue nude sissy incest LetMeJerk jiggly girls league of legends leeanna vamp nude LetMeJerk fire emblem lucina nackt jessica nigri ass LetMeJerk sasha grey biqle