KCDK-E’yê kongreya xwe ya 6. lidar xist

KCDK-E’yê bi dirûşma ‘Avabûna civakî’ bi amadebûna 180 delegeyan kongreya xwe ya 6’emîn lidar xist.
Di kongreyê de hate destnîşankirin ku armanca bingehîn azadiya Rêberê Apo ye.
Ji bo Hevserokatiya KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut û Engîn Sever hatin hilbijartin.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi beşdariya 180 delegeyan di 4-7’ê Tîrmehê de kongreya xwe ya 6’an lidar xist.

Kongre diyarî Emîne Kara , Mîr Perwer, Abdûrrahman Kizil ên 23’ê Kanûna 2022’an li Parîsê hatin qetilkirin û fermandarê mezin Fazil Botan hate kirin.

TêkilDarî kongreyê KCDK-E daxuyaniyek weşand.

“Rewşa Rêber Apo weke rojeveke taybet hate nirxandin”

KCDK-E diyar kir ku rewşa Rêber Apo di kongreyê de weke rojeveke taybet hate nirxandin û wiha got:

“Ji 28 mehan û vir ve agahî ji Rêber Apo nayê wergirtin.

Bêdengiya saziyên navneteweyî ya li hemberî kiryarên nehiqûqî yên li Îmraliyê rewşeke wisane ku li cîhanê mînaka xwe nîne.

Her wiha sedema yekem a vê yekê jî fikrên Rêber Apo û dijminatiya li Kurdan e ku di şexsê wî de tê kirin.”

KCDK-E: Armanca me ya bingehîn azadiya Rêber Apo ye

Di dewama daxuyaniyê de KCDK-E got:

“Kongreya me azadiya Rêber Apo ji bo hemû pêkhateyên KCDK-E’yê weke armanca bingehîn destnîşan kir û li gorî vê yekê jî plansaziya kar kir.”

Ji bo hevserokatiya KCDK-e zubeyde zumrut û engîn sever hatin hilbijartin

Di dawiya daxuyaniyê de KCDK- da zanîn desteya Rêveber bi beşdariya nûnerên komîteya neteweyî ya demokratîk û Hevserokên li welatan jinûve hate hilbijartin û got:

Di heman demê de endamên Dîwana KCDK-E’yê, endamên Desteya Dîsîplînê û Desteya Kontrolê hatin hilbijartin.

Di kongreyê de ji bo Hevserokatiya KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut û Engîn Sever hatin hilbijartin.

Back to top button