Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Luqman Guldivê: ‘Li ser ziman û lalbûna me Kurdan’

 

LI SER ZIMAN Û LALBÛNA ME KURDAN
LUQMAN GULDIVÊ / POLÎTÎKA AZAD

21’ê Sibatê ye. Rojek ji rojên xwedê ye. Lê bi temamî jî ne wilo ye. Ew roj, weke Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê hatiye ragihandin. Ya ragihandî jî Neteweyên Yekbûyî ye. Ez ê meselê çendgêsinî nekim, lê axir ew rêza ji bo têkoşerên zimanê Bengalî li dijî desthilata Pakistanî ya beriya serxwebûna Bangladeşê hatiye tercîhkirin.

De ne, em Kurd jî xweş ji hal fêm dikin. Ji ber vî zimanî me çi dît û çi nedît. Esas ji ber me jî ya nebûyî hat serê zimanê me jî. Bifikirin, mirovên ji exlaq û civakê bêpar rabûne û ji vî zimanî re gotine, ne ziman, ne medenî, bêkêr, paşvemayî. Gava mirov berê xwe didiyê, mêhtingeran ji bo Kurdan û Kurdistanê çi gotibe, heta îro ji bo Kurdiyê jî dibêjin…

Gava mirov lal e, çêtir bi qedrê ziman dizane. Min serê xwe gelekî pê êşand, ka çima evên lal bi Tirkî xwe ewqasî li ser Kurdî dikin? Ew kesên ku dixwazin ew lal bimînin û yên ji ber filitî jî lal bibin, ez ji wan xweş fêm dikim. Ew dixwazin ew lal, esas xweşbêjên Tirkî bin, ne lal bin. Ne paşvemayî, ne ne medenî, ne bêkêr… Ew dixwazin me bikin însan! Ji bo wê jî divê pêşî em wî zimanê paşvemayî, nemedenî, bêkêr ji bîr bikin, lal bibin û bi zimanê ‘ne paşvemayî’, ‘ne nemedenî’, ‘ne bêkêr’ yanî bi Tirkî ji nû ve bi ziman bibin. Çi niyeteke pak e, ne wilo!

Ez ji wan fêm dikim, ez ji me fêm nakim. Bi niyeteke pak û durist, em doza vî zimanî dikin, lê em ji mêj lal bûne, hatine ser wê xeta ‘niyetpakiya’ mêhtingeran. Ji xwe re nasnamya xwe bi bingehên nezimanî ava dikin, weke ku ziman ne siyasî be, em xwe bi nasnameya siyasî digirin.

Ev tiştekî baş e ku mirov karibe li dijî mêhtingeriyê bi nasnameyeke siyasî û civakî jî li ber xwe bide. Lê ma gava em karin nasnameyeke siyasî bi pêş bixin, çawa dibe ku em fêm nekin li pişt siyaseta ziman a mêhtingeran çi heye û di encama bîreweriya xwe ya ji ber nasnameya siyasî û civakî, çawa em hişk xwe bi zimanê xwe ve nagirin?

Ev pirs bêguneh e! Ne ji bo sûcdarkirinê ye, esas rexneyek e û dixwaze fêm jî bike…

Bi ya min êdî dema rexneyê bihurî. Kesê dikare nasnameyeke siyasî û civakî bike bingehê nasnameya xwe ya Kurdî, ji kesê ku vê nake, bîrewertir e. Heger wisa ye, heger ev kes di nava siyaset û civakê de li pêş û darîçav be, heqê her kesî ye ku jê bixwaze ku ‘beramberî Kurdî xemsar’ nebe yan jî qet nebe xemsar xuya neke.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv