Êzidî rizgarkirina Şengalê pîroz nakin!

4:03 min

“Rast e mal û milk hatiye rizgar kirin û ev xebereke xweş e, lê şeref û namûs hêj di destê dijmin de ye, loma tiştekî em pîroz bikin nîne.“

Di destpêka tebaxa 2014ê de rêxistina bi navê Dewleta Islamî, Daişê bi êrîşeke ji nişkê ve warê qedîm yê êzidiyan Şengal dagir kiribû. Rêxistinên mafê mirovan behsa bi hezaran kuştî û jin û zarokên revandî dikin.

Ji Kurdistanê ev çend roj bûn nûçe belav dibûn ku hêzên kurd dest bi operasyona rizgarkirina Şengalê kirine û îro bi awayekî resmî hate ragihandin ku Şengal êdî azad e. 

Êzidiyên li Swêdê ku em bi wan re şitexilîn teyîd dikin ku Şengal ji destê Daişê hatiye derxistin, lê dibêjin ew ê tu pîrozbahiyan nekin. Ji kesayetên êzidî Şêx Mahir Mirad dibêje bajarê Şengalê bi xwe hatiye standin, lê li derdorê hin bajarok hêj mane û ew bi hêvîne ew jî di nêzîk de werine standin. 

Ji kesayetên êzidî Behzad Babaşêx ku li başûrê Swêdê dimîne jî bi xebera rizgariya Şengalê kêfxweş bûye lê dibêje erê mal û milk hatiye rizgar kirin lê hêj şeref û namûs di destê dijmin de ye û ji hêzên kurd dixwaze ew ji bo rizgarkirina êsîrên di destê Daişê de tifaqê xurttir bikin. 

Kesayetên êzidî yên li Swêdê dibêjin rast e mal û milk hatiye rizgar kirin û ev xebereke xweş e, lê şeref û namûs hêj di destê dijmin de ye. Loma jî tu şahî û pîrozbahî dê newine li dar xistin.