MARY / NECATİ TOSUNER

Dibên berê sînema bû ev çayxane. Rojên çarşemê piştî nîvro, civata mirovên teqawîtbûyî digere li şaneşîna vê çayxaneyê. Pêpelokên vê qatê ji derve ne. Heçî tê, bi carekê re xwe li şaneşîne dibîne… û pêre pêre dibe tofana çepikan! Heçî ku tê jê re li çepikan dixin, her ku zêde dibin, maseyan digihînin hev. Her car di nav destê wan de pirtûk, rojname… paste û filan bêvan… erê, çente. Piraniya wan mamosteyên teqawîtbûyî ne. Li vê çayxaneya zilaman, jin jî di nav wan de hene.

Abdullah li wan temaşe dike. Bila werin rûnin… bila bikin çan çan… kax kax… kîh kîh… Piraniya wan tiştê goştîn û birûn naxwin, tiştekî jî venaxwin. Heçî vexwe jî wekî ededê çayekî venaxwe. Çaya gişan jî cihê cihê ye.

“Bila ya min zelal be…”

“Bila ya min piçekî din jî zelal be…”

Abdullah jî dibêje:

“Temam begê min, ya we sê dilop…”

Diçe ji yê li ber ocaxê re dibeje:

“Pêncan çêke! Du heb zelal, yek sê dilop!..”

Şekirê xwe bi xwe re digerînin. 

Parçeyek lînonî din jî dixwazin li ber ixlamûra xwe. Hemû jî kubar in, gava tiştekî dixwazin şerm dikin. Di nav wan de, hindik bin jî, ciwan jî hene. Ew her dixwazin bê deng bimînin, lê pirsên ku bikin jî her hene.

Berê, gava dibû tofana çepikan yên li qata xwarê şaş diman. Êdî hîn bûn. Vêce gava tofana çepikan li hev biketa, dihat fêmkirin ku yek ji devereke dûr hatiye, yekî ku kêm caran tê.

Ji dûmana çixarê hez nakin. Tewana çayxaneyê ne bilind bûna, li vê şaneşînê jî rûnediniştin. Yek didoyê ku hê jî dev ji çixarê bernedayî, derdiket sefikê, çixareya xwe li hember Adalaran dikişand. Dermanên wan ên ku bi rêk û pêk dixwarin hebûn. Te digot qey bi dorê anjiyo dibûn.

Te digot qey yekî ji wan di emrê xwe de virek nekiriye, kesek nexapandiye… ji bo xapandinê niyeta xwe xera nekiriye, qet xerabî nekiriye. Westiyayî ne, an jî wekî ku wê gavê wê biwestin xuya dikin. Her car heman cilan li xwe bikin jî, her car ser û cilên wan pak û paqij in. Heme bêje berçavkên gişan hene. Yê hinekan du heb hene. Ji hev re “Mamoste…” dibêjin. Hindik be jî, bêhna berberiyekê tê ji navbera wan. Yekî ku hate ber masê, devê derî nîşan dide, sermeselê weha dibêje:

“Ka li Elî Beg, serê gavekê bêhna xwe berdide û tê…”

Pev re dikenin.

Wekî ku hemû tenêtiyê dikişînin.

Berf be… baran be ne xem e… wekî ku herin îbadetê tên vir.

Gava hewa xweş bibe jî, hinekî wekî ku coş dibin, -an naxwe kevir di cihê xwe de giran e. Paşê jî pereyên xwe -gelek caran hûrepereyên xwe- dijimêrine ser masê û ji kêlîka hatin bêhtir bê deng vedigerin.

Abdullah, pera davêje berîka xwe, qedehên vala dide hev, maseyan ji hev dûr dixe. Wekî ku weha difikire:

“Ev çarşem jî derbas bû…”

Heke rast be weha difikire, wekî ku ji dêla wan jî difikire.

****

Sami Beg, bi gavên sivik xwe digihîjîne Müşerref Xanimê. Devê xwe dike ber guhê wê, dibêje:

“Ezbenî, dîsa merheba ji we re!”

Müşerref Xanim bêhnekê disekine. Paşê, gava Sami Beg dibîne, dibişire. 

Hûn ji Sami Beg bipirsin, herî zêde ji vê bişirîna Müşerref Xanimê hez dike. Bişirîneke di tamê de… Bi rastî Samî Beg qet ne di wê hewldanê de ye ku hezkirina xwe ji bo Müşerref Xanimê veşêre. “Erê, lê Müşerref Xanim çi difikire, ezbenî!..” Vê pêlê Sami Beg gelek caran vê ji xwe dipirse.

“Sami Beg, malava, we ez tirsandim…” dibêje Müşeref xanim û bişirîna li ser riwê wê zêde dibe.

“Li min biborin ezbenî, ma ji dil ez dikarim we bitirsînim?.. Gava min, hûn dîtin, min got ji xwe re, ‘Hahaka, ez xwe bigihînimê!..’

Vireke piçûçik… Ew kî bû qey gava Müşerref Xanimê radibû ji ber masê û diçû, çi nemabû pê re bide rê?.. Ma ew kî bû radiwesta ku heta ew hinekî dûr bikeve?.. Ma kî bû ku hema wisa silavek li yên ber masê kir û bi bayê bezê kete pey? Lê, kê rojnameyên xwe ji bîr kirin?.. Her çi di pey re dengê xwe kiribin jî, ew kî bû nebihîst?..

Müşerref Xanim radiweste:

“We çi qas ‘Hahaka, ez xwe bigihînimê!’ dûvdirêj kir ha,” dibêje.

Sami Beg bi rûdêna zarokeke ku nehisiyek kiribe, wê erê dike.

“Ji ber ku?…” dibêje Müşerref Xanim.

Sami Beg destê xwe wisa ba dide û berdide… paşê kurtebir dibêje:

“Ji ber ku… ji ber ku ez ê ji we re tiştekî bêjim, Müşerref Xanim…”

“Ax… ax…” nabêje û tenê dinihêre Müşerref Xanim.

“Çêdibe em qasekê li vî bexçeyê çayê rûnin, ezbenî?..”

“Nizanim… Ma dinya necemidî, Sami Beg?..”

“Wîî, malava, cemidandina çi?..”

Müşerref Xanim ji hewa cemidî jî xweşhal e.

Ê, bi rastî jî ev bi mehan bû awirên Sami Beg jî ne awir bûn ha… Ew çi awir bûn wilo, nava mirov dihelandin… te digot mêrik bi çavên xwe dipeyive malava. Li pêşiya masê rûdinişt, wisa pir hindik çavên xwe kwîr dikirin… Ma awirên wî çi nedigotin ku… Ji tirsa ku hinek ê pê bihisin ziravê Müşerref Xanimê diqetiyan. Axir paşê wekî ku nedinihêrt dikir, têkilî mijûlahiya civatê dibû Sami Beg. Ma yekî ji nav civatê bidîta wê çi bibûya qey?.. Ma wê bigota, “Ka tu li jinikê, çawa awiran dikişîne ser xwe?” Helbet na… Heke bigota jî… bila bigota… Dîsa jî ji bo Müşerref Xanimê ev şermeke şîrîn bû. “Ez hew diçim wê çayxaneyê…” jî nedigot qet. Heke bigota jî, qey hefteyeke din wê ji bîr nekira?..

Ixlamûrên xwe tev didin.

Bêdeng dimînin.

Müşerref Xanim li hat û çûya di ber bexçe re dinihêre. Jê haydar e ku Samî Beg wisa di kêlekê re carinan awiran jê vedide. Ev jî baş e, xem nake lê… “Êdî bila bêje heyra, bê wê çi bêje, hek…” Û vedigere heme wisa li Sami Beg dinihêre.

Sami Beg, birûyên xwe piçekî hildide û dibêje:

“Ezbenî, ev bi mehan e ez tiştekî difikirim…”

Dîsa pir di tamê de dibişire Müşerref Xanim. Ji ber ku, “Wê bêje… wê bêje…” dibêje di dilê xwe de.

“Gotina vê ji min re pir muhîm e, Müşerref Xanim. Ez hêvî dikim…”

Berê xwe dide Müşerref Xanimê Samî Beg.

Disekine.

Müşerref Xanim bi meraqdarî li Sami Beg dinihêre.

“Ez hêvî dikim…” dibêje Sami Beg dîsa.

Müşerref Xanim bi liva serê xwe wekî ku alîkariyê pê re dike.

Û… Sami Beg bar hildigire:

“Ez hêvî dikim ji bo we jî maneya vê mijarê hebe bi qasî ku ji min re bi qîmet e…” dibêje.

Paşê, bê deng dibin.

Ji nû ve ixlamûr tên.

Paşê li hev dinihêrin.

Sami Beg, birûyên xwe hildide û zorê dide xwe ku bikene.

Qet ne rewan e lê çi namîne ku Müşerref Xanim destê xwe dîne ser yê Sami Beg.

“Ka bisek, ez tiştekî din ji we re bêjim, ezbenî…” dibêje Sami Beg.

Müşerref Xanim hêrs dibe, lê ma dikare bibêje “Ka dev ji tiştekî din berde!”?..

“Ez ê çîroka ‘John and Mary’ ji we re bêjim…”

“Ohh, ez ji wan çîrokên ciwanan hez nakim.”

“Kê got çîroka ciwanan e Müşerref Xanim, tam li gora me ye…”

“Ê naxwe, deka bêjin, ji dêla di dilê we de bimîne.”

Sami Beg, teliya xwe dike guhê xwe, wekî ku bêje ez vê kilamê baş dibêjim, çavê xwe, birûyên xwe dilebitîne, wekî dînan dinihêre, dibêje, dibêje…

“Ezbenî, ev John û Mary du mirovên ixtiyar in. Li mala ixtiyaran dimînin. Wê dawiya hefteyê, li pêşiya malê, di binê verandayê de ne ezbenî, li ser kursiyên deydikî di rex hev de rûniştine, li çûna rojê temaşe dikin.

Erê, li ‘çûna rojê’ temaşe dikin…

Ji ber ku, naverojê nas û kesên herdukan jî hatine… Wisa xweş û bêş… Kêfxweşî, henek… Zarok, bûk, zava, nevî… filan û bêvan, paşê hemûk çûne.

Û her weha, roj jî diçe, ezbenî!

Paşê, Maryê berê xwe daye John, gotiye ku:

‘John, em jî bizewicin?’

John awirek dayiyê.

Çi gotiye?..

‘Ma kî wê bi me re bizewice, Mary!’”

Û pîkeniyek bi Sami Beg dikeve.

Bi nav Müşerref Xanim di ber xwe de dibêje:

“Hah, jixwe mêr her tim weha ne…”

Paşê jî xwe nêz dike û dibêje:

“Çavê we jî di ciwanan de ye, Sami Beg…”

“Canim, we ev ji ku derxist, Müşerref Xanim?”

“Ê, hûn jî çawa destê Özgeyê wisa maç dikin… Ha?..”

“Malava Müşerref Xanim, ma ez destê we jî maç dikim, ne…”

“Peek ma naxwe, gava hûn destê min maç dikin li eniya xwe dixin, Sami Beg!..”

Pîkeniyeke din bi Sami Beg dikeve…

“Destê wê Özgeyê li eniya xwe bixin… ma qey ez diya we me?”

Sami Beg, ji kena zikopişto dibe:

“Maxane, ew keçik di şûna neviya min de ye…” dibêje.

“Lêê! ‘Ma kî wê bi me re bizewice, Mary?’ Ha?..”

“Canim yekî Emerîkî wisa li hev aniye ha.”

“Ax ev çi ixlamûr e, min jê hez nekir jixwe…” dibêje Müşerref Xanim.

Sami Beg hêdîka xwe nêzî wê dike, dibêje ku:

“Em jî bizewicin, Müşerref Xanim?..”

Bêdengiyeke kûr peyda dibe.

Müşerref Xanim çawa hewl dide hestnazikiya xwe veşêre.

“Nizanim ku, ma li me tê, Sami Beg?..” dibêje. “Piştî vî emrî…”

“Çima li me nayê!..”

“Wisa nebêjin Sami Beg, wisa nebêjin… Hedê em vê wekî henekekê bihesibînin, bila?”

“Çima henek be ezbenî, çima?..”

Gotin ji Müşerref Xanimê çênabe.

Paşê jî xwe nagire, dibêje:

“Wê kurê min çi bibêje, Sami Beg?..”

Sami Beg, bi acizî, wekî ku bi kotek xwe radigire…

“Wê yên we çi bibêjin, Sami Beg?..” wer ji ya xwe nayê xwar Müşerref Xanim.

“Ma çi ji wan re, ezbenî, rica dikim…”

Bêdeng dibin.

“Ma dinya cemidî, yan?” dibêje Müşerref Xanim.

Sami Beg qet jî ji desthilanîn nakeve:

“Ca li min Müşerref Xanim, hûn jî nasnameya xwe bidin min, ez sibê dest bi haziriyan bikim. Paşê, ma çi ji wan re?.. Ne sêwiyên me hene, ne sebiyê me… Ma ne Xwedêkî, her yek di berê jina xwe… berê mêrê xwe de ye… hek!..”

“Erê lê, hema wisa, hê em nefikirîn…”

“Ma em ê çi fikirin?.. Em hev diecibînin… naecibînin?.. Ma ne wisa ye naxwe?.. An naxwe hûn, min naecibînin Müşerref Xanim?..”

“Min tiştekî wisa negot, Sami Beg…”

“De hedê, ka nasnameya xwe bidin min…”

“Hek, ez nikarim wisa bêyî nasname bigerim… Sed belayê dinyayê hene, Sami Beg…”

“Ma nasnameyeke we ya din nîne?..”

“Heye, li malê ye!”

“Ê, temam! Kerem ke rabe, em diçin, ezbenî…”

***

Li serê kuçê radiwestin.

Bêdeng dimînin.

“We ez li ku zeft kirim Sami Beg?..” dibêje Müşerref Xanim.

Sami Beg dikene.

“Sami Beg… Sami Beg… Nebe nebe ev henekeke we be.”

“Nisan biiir…” dibêje Sami Beg kenewer.

“Hedê tu jî, ew hê nû derbas bû…”

Müşerref Xanim ji çenteyê xwe nasnameya xwe derdixe.

Sami Beg bi caran malavayiya wê dike û derbasî wî aliyê kuçê dibe. Paşê jî li xwe difilite û nasnameya di destê xwe de jê re dihejîne ji dûr ve. Paşê jî maç dike gelo, yan?..”

“Hek, dîsa li eniya xwe xist!..” dibêje Müşerref Xanim.

Paşê jî ji xwe re dibêje:

“De hedê Mary, em biçin mala xwe…”

Werger: B.Ronîzêr

Safa Begê Wekî Hemû Kesî / Hasan Ali Toptaş

Safa Begê yek ji memûrên nifûsê, roja mehmiza xwe standî dikir ji bêhntengiyê bifetise. Wekî ku bêhntengiya wî bi rûyê wî ve ye û bi avê wê jê biçe, çû rûyê xwe şûşt. Bêhnekê di neynikê de bi xwe re rû bi rû ma. Çavên wî li bêhntengiya nenas ya li eniya wî, pelesûriya li ser lêvên wî geriyan. Paşê, ji bo rûyê xwe yê berê yî ronak ku gul dida bibîne, bîra xwe ber bi paşerojê dehf da. Di serdabên paşerojê de rastî gelek Safa Begên wekî aniha bêhnteng hat. Di nav tiliyên hemûyan de jî yan çixareyek, an jî di çavê wan de bêdengiyeke tarî, hema wisa dinihêrtin ji nîvê neynikê.

Li ber maseya xwe rûnişt. Xemginiyeke pirbask hatibû û hêlîna xwe di çavên wî de çêkiribû. Destê xwe ji karê xwe şûşt. Çaviyên maseya xwe girtin. Deng û awirên xwe ji odeya tengik a daîreya nifûsê da hev, kişand nava xwe.

Tevî ku jiyê wî ji sih û pêncan diborî qet blucîn li xwe nekiribûn, li vê fikirî Safa Beg. Lê diviya wî jî li xwe bikira, wekî hemû kesî. Wekî hemû kesî wî jî gava mehmiza xwe stand serê mehekê şevek tenê jî bûya diviya bi kêf û şahî, bi dilê xwe bijiya, diviya her roj çend saetan li klûba bajêr bilîsta, çend qirûş jê biçûna an jî qezenc bikirana. Herweha, çima ji xeynî çayê tiştekî din venedixwar? Sermeselê, araq? Merhebaya wî bi araqê re ew çend kêm bû ku Safa Beg gava li vê fikirî, heyirî. Di emrê xwe de yan carekê vexwaribû, yan du caran. Ew jî berî niha bi sedsalî, loma aniha ku tu bîra wî wekî lîmonekê biguvêşî qevtek bêhna araqê jî jê nanizile.

Ji ber masê rabû. Egera bêhntengiya xwe serder kiribû. Ev bêhntengiya ku ew diperçivand û dikir wî biteqîne ji ber vê bû, ew ne wekî hemû kesî bû. Ji bo bibe wekî hemû kesî jî Safa Beg, biryara vexwarinê da. Da hişê xwe ka bi kê re vexwe. Pêşî li yên li odê nihêrt. Paşê, ji xeynî jinan bê çi memûrên daîreya nifûsê hebûn anîn ber çavê xwe. Qedehek êxist destê wan, yeko yeko li wan nihêrt. Lê, çavê wî nebirî ku bi yekî ji wan re vexwe. Ev, ne ji ber ku ew kes li civata araqê nedihatin, ji ber tirsa wî bû. Ji ber ku hemû qedehên camî yên araqê dînin ber Safa Beg, nizane bi kîjanê çi tê vexwarin. Herhal di navbera taximê şîr û yê lîkorê de jî ferqek hebû. Paşê, meze? Pêşî yên germ tên xwarin, an yên sar? Kîjan meze rêhevala kîjan araqê ye? Bêguman awayê pêgirtina qedehê jî heye. Jê wêdetir, vexwarina araqê, ne kişandina alkolê bû bi qedehên camî ji bo nava mirov herhal. Diviya her qurta wê bibûya pîkêniyek, bibûya kaniya gotûbêjekê. Ma Safa Beg di jiyana xwe de çend caran vexwaribû, heta ku bi hesanî weke ku di tîprêzê de cetwelê îstatîstîkê çêbike, bikaribe bike?

Safa Beg fikirî heta saeta xebatê qediya. Axir biryara xwe da; wê bi tena serê xwe vexwara.

Çawa di deriyê resturanta ku araq lê tê vexwarin re kete hundir, li xwe heyirî. Nedizanî çawa tevbigere, li erdê binihêre, li pêşber, li maseyan, an li awîzeyên rengo rengo ên bi tewanê ve daleqandî. Nedizanî çi ji destên xwe jî bike ku ji nişka ve mezin bûbûn. Di nav maseyan re meşiya. Lê, gava ew dimeşiya salon kûr dibû, dîwarên bi kaxezên gulgulî wekî baskan vedibûn, fireh dibûn. Sekinî. Jê kirî hemû kesê rûniştî heme berê xwe didinê û lê dinihêrin. Bi dengekî pir nizm, wekî ku giş bexşîşên di berika garson de dixwaze maseya li qurçikê nîşan da û pirsî; “Ez karim li wir rûnim?”

Strana kelogirî ya ku hundirê xwaringehê didagirt heta qenc rûnenişt nebihîst. Dengê hundir ê ku bi dûmaneke tîr a çixarê difûrî, li bin guhê vî dîwarî wî diwarî diket, stran bi ax û ofên bi bêhna anasonê dihat guhdarîkirin, dîsa dihat guhdarikirin. Stran wisa pir li ser hev hat dubarekirin ku êdî Safa Beg hew tu gotin jê fam dikir.

Ji nişka ve hate hişê wî ku ev stran di jiyana wî de jî seraqet dihat gotin. Her sibeh saet tam di heftan de şiyar dibû. Gava bîst jê dibûrî çaya wî amade bû. Kar di heştan de ye. Lê, li heşt kêm pêncan, erê, tam pênc deqa berî heştan li ber maseya xwe ya li daîreyê ye Safa Beg. Dest bi kar kiriye, çavê wî û destê wî ji zû de di nav kaxezan de winda bûne jî. Dûv re navbera nîvro. Tiştekî seyr e, bi salan e navbera nîvro jê re weke saeta kar hatiye. Bi bayê bezê li mal e, bi bayê bezê li daîreyê ye. Gelek caran hê deriyê daîreyê venebûn ew vedigeriya. Wekî nobedar li wan deran hatûçû dikir. Bîst gav bi çepê derî ve, bîst gav bi rastê derî ve. Paydosa êvarê jî jê re eynî wekî fermana raketinê ye. Di ber xwe de bi minminî “Êvar baş” dibêje heta ku derdikeve ji daîrê. Çawa derket jî, di riya ku sibehê tê re hatî nîvro tê re çûyî, careke din wekî robotekî dimeşe, di bêhnekê de digihîje mala xwe.

 Hatûçûyeke din bi dubarekirina stranê re wekhev dît Safa Beg. Raqiya xwe kire qurtek. Kesereke kûr kişand. Awirên wî li ser kulîlkên naylon ên li ser masê geriyan kêlîkekê. Riya navbera mala wî û kargeha wî hate hişê wî. Riyeke ku bi heman xaniyan dorgirtî, heman mirov tê re tên û diçin, heman deng jê tên û bilind dibin, riyeke tamsar… Kî dizane belkî jî, di sêzdeh salan de bi meşîna heman riyê piyên wî, bi dîtina heman rengan çavên wî, bi bihîstina heman dengan guhên wî çi zû koh bûbûn? Heman, heman, heman… Ev heman di jiyana wî de ew çend pir bûn, ew çend pir bûn ku…

Raqî dagirt Safa Beg. Bêhna anasonê di nava wî de dişelqiya û di çavên wî re derdiket êdî. Coşa di pîkêniyên maseyan de nemabû, lalûte bûbûn êdî. Garsonê ku ji nav pîkeniyan derket bi kenekî rizîbûyî nêz bû; “We çi daxwazek din heye ezbenî?”

“Tune,” got Safa Beg.

Di wê navê de strana kelogirî dîsa dest pê kir. Safa Beg bi simbêlên xwe dilîze û ketiye gergerînekê di nava xwe de, li tiştekî digere di bîra xwe de. Li newayeke kurt ku dengê wê bi ser yê vê straanê bikeve, hûrestranek, dîlokeke nîvco… Bes, nedidît. Straneke ku jê hez dikir, yeke li ber dilê wî, yeke hema du rêzikî jî di nava wî de nînbû. 

 Bi hêrs xwe bi raqiyê ve gihand. Gava qedeh danî ser masê, ronahiya awîzeyan hinekî din kwîr bûbû, kulîlkên naylon hinekî din çilmisîbûn. Xwe bi masê girt û rabû ser xwe. Hesab da. Garson zûka ket milê wî.

“Heta ber texsiyê ez we bibim,” got.

Safa Beg keniya. Kenê wî tengik û tarî bû. Ber xwe ket ku nikare wekî hemû kesî nimzo bilindo bikene, gava kenî şirîqêniyê ji tiştinan bîne. Li çavên garson nihêrt wekî ku wê biçe û di nava wan de rûne; “Na,” got. “Ez ê bi xwe biçim, wekî hemû kesî!”

Di nava maseyan re dişewişî û dimeşî.

Piştî qasekê di texsiyekê de li paş rûniştî bû.

“Min li meydana ku peyker lê ye dîne,” got.

Kuçe, banên xaniyan û serşivên daran wekî xebateke pênûseke risas di nav bijangên wî re herikîn. Gava rawestiyan ji ser qotixên paş bi kotek xwe da hev.

“Heta bi malê ez te bibim,” got şofêr.

“Na,” got Safa Beg. “Ez ê hinekî bigerim. Ez ê li kuçeyên ku neketime wan, min ew nedîtin bigerim îşev. Jixwe, ez naxwazim di heman riyê re biçim malê.”

Peya bû. li çep û rastê xwe mêzand, wekî ku cara pêşî dinya didît. Bajar wekî dergûşeke ronak dihejiya. Stêrikên li ezmên jî ha weriyan, ha weriyan.

Hêrseke mezin hebû di nava wî de li dijî Kuçeya Demirci Efe, kuçeya ku diçû mala wî. Îşev çi dibû bila bibe wê neketibûna vê kuçeyê, wê yeko yeko li hemû kuçeyên bajêr bigeriya. Meşiya. Gavên xwe serbest berdabûn. Piştî deh deqîqeyan, berê xwe da kuçeya pêşî ku li rastê dizivirî.

“Ox çi xweş e!..” got wekî ku yek pê re hebe. “Tama gera kuçeyeke cihê çi xweş e.”

Gava ketibû kuçeyê lewheya ku li ser ‘Kuçeya Demirci Efe’ dinivîsî nedîtibû; bidîtina jî, bi qasî ku nikaribû bixwîne kamiran bû.  

Werger: B.Ronîzêr

Ji Kû Dîsa Hat Bîra Min…/ Bilge Karasu

rojekî gotibû ewk, tê bîra min, gotibû jin, na na, gotibû hûn jin, îca dilê min mabû, ez jê qeherîbûm gotibû neqehere, xwiyaye dîsa tu dixwazî bi ser min hilbî, lê hiş be, hiş be carekî guhdarî ke, gotibû ez ji vê diredir û pelpela te aciz bûm, ez wê gavê çima hiş bûm min çima bêdengî pejirand nizanim, gava got hûn jin divê ez bêdeng nemama, lê min hişsivikî kir, wek di hemû emrê xwe de min kirî, ew çend ne hişsivik bûma, ne min bavê wî dikir, rehma Xwedê lê be, cihê rebeno cinet be, ha yek ew bû hezkiriyekî min, wê tifaqa bêoxir ew ji min stand, ez ne hişsivik bûma ne min Reşîd dikir ne jî, ewk, heke ew li holê  nebûna min Reşîd nedikir, kî zane ez ê çiqas baş bibûma, na belkî hê xerabtir bibûma, ha di rûwê wî de, ji ber ku min jê hez dikir, wek delodîna, berî çêbibe bi gelekî di zikê min de pehîn davêtin hingî min meyla xwe dayê, ez ji bo nefsa wî, wiyê borekfiroş bikim bi ser de ew were dengê xwe li min bike, bibêje hiş be, bixwaze hiş bike, digel ku zanim ji min hez dike, ne guncaw e ji min hez neke, digel ku zanim ne guncaw e ji min hez neke, digel ku zane ji min bêhtir tu jin heta tu mêr jê hez nake hezkirina wan têr nake, dîsa jî dilê min dihişt, dengê xwe li min dikir, bi ser min hildibû, wê rojê çawa min ji ba xwe neqewirand, çawa min xwe neavêt behrê, hûn jin, hûn jin dibêje ji min re wek ku ez jî ji wan jinên din im, bila bibêje hûn jin gava ji yekî hez bikin kêmaniyên wî bibin perde bikevin ber çavê we jî hûn nabînin, bila bibêje hûn ê xwe nedîtî bikin nabêjim hûn naxwazin bibînin nabêjim hûn nikarin bibinin dibêjim, bila bibêje hûn nikarin bibînin ji ber ku hûn kor in, qaşo ez kêmaniyên wî nabînim, ma min kêmaniyên wî nedîtin qey, ez ji qehra difetisîm min tiştek nedigot, roj li min dibû jehr şev dibû roj, gotin ji min çênedibû dîsa min dengê xwe nedikir, ma min kêmaniyên wî nedidîtin, helbet min xwe nedîtî dikir, wî ev zanîbû, paşê bila rabe bibêje nabêjim hûn xwe nedîtî dikin nabînin, bila bibêje heke ew çavê ku wan bibînin li ser we hebûna jinîtiya we nedibû jinîtî, bila ji diya xwe ya ew di zikê xwe de gerandî ji bo nefsa wî her êş kişandî re jin bibêje, helbet ez jin im ez jin im lê di çavê wî de divê ez ne jin bûma, jixwe ji wextê wî di zikê min de aj da û vir ve ma jinîtiya min ma ku, bila bibêje hûn nabînin ji ber ku hûn kor in, erê, rojên berê, hemû çûn, çû ji min dûr ket dûrîtî ket navbeyna me ket navbeyna bedena me odeya me xwarina me tîna me, digel ku ji xeynî min tu kesî wî ji xeynî wî tu kesî min nîn bû, digel ku em li heman malê radibûn rûdiniştin an jî wer dixwiyan, ji min dûr ket paşê rojekê hat ba min siûda me em anîn cem hev, wek mesela keştiya ku diyar e wê noqav bibe mişk jî jê direvin hemû kesî ew berdaye Xwedê zane, tikîtenê maye ez hatime bîra wî dîsa, belkî ket dilê wî ku wê nexweş keve, delalîkê min li min vegeriya, ji dil ez heta niha li vê nefikirîbûm, ji min we ye çawa li min vegeriya çawa çav li min ket nexweş ket, ji min  we ye ji ber ku bêgav bû li min vegeriya loma xwe ranegirt, ji min we ye berde neçû xwar, qet û qet nehate hişê min, min bibexşîne Xwedayê min min bibexşîne ez ketim gunehê lawê xwe, belkî ez şaş im lê na na wele bêguman bêguman ji ber ku dizanîbû wê nexweş bikeve hîs dikir wê nexweş keve li min vegeriya, min jî xwest têbigihîje ku dilê min maye, sûc ê min e guneh ê min e, min bibexşîne Xwedayê min, min tu ji bîr kirî jinîtiya min li min dest da, çavê min kor bûbûn min nedidîtin tiştên diviya min bidîta min bikarîba bidîta, haqê wî hebû belkî jî, haqê wî hebû belê,

min bibexşîne Xwedayê min, dîsa jî ji bîra min naçe çawa li min vegeriya venegeriya nexweş ket ji bîra min naçe, nexweşî dibêjim demên xwe bi xwe dipeyivim jî, ji bilî nexweşiyê naxwazim tiştekî din di serê xwe de derbas jî bikim, hekena ya nexweşiyê nexweşî bû lê, hişê kurê min tevlîhev bû, dîn bû, nedixwest derkeve der digot wê min bikujin ma deng hengame nayê we li derve şer e Xweda dinyayê ceza dike ji cezakirinê re şeytan berda ser rûyê erdê, mêr tev wê bimirin ez naxwazim bimirim, tenê jinên ducanî wê bifilitin ew ê zarokan ênin hemû ne jinên qenc in ew hemû ne jinên qenc in lê zarokên wan divê qenc bin ew zarok wê zora şeytên bibin wê riya diçe ba Xwedê bibînin wê bibin kesên li gor dilê Xwedê jin ê nemirin, Xwedê hê di guhê min de gumeguma gotinên wî ye, wek ku vêga di ber guhê min de dubare dike, peyre peyre dengê çekan hew wek berê hat, rihet bû hedinî, sawa wî nemabû, digot Xwedê êdî ji xeynî zarokan kesek nikare te bibîne ji xeynî zarokên ku bi çepeliya dinyayê nelewitîn kesek nikare bigihîje te, wan çaxan li hundir digeriya êdî, me ranedizand, lê gava biyaniyek dihat malê, çawa dengê dêrî bihata tavilê direviya oda xwe derî li pişt xwe nifte çingale dikir, rûdinişt, di wan kêlîkan de tirsekî xwe berdida ser dilê min min li dêrî bixista çawa be jî min dizanî bersivê nade îca hêrs bibe bi ser de tiştekî ji xwe bike min di qulika dêrî re lê dimêzand, li quncikeke odê quncifandî rûdinişt, li erdê rûdinişt, min hêviyên xwe ji rihetbûna wî, min li min negire Xwedê, min ji te jî hêviyên xwe birîbûn, min bibexşîne, bibexşîne,

paşê got berçavk jê nehat xwar, li ku berçavkek bidîta êrîş dikir, çavên sax berçavkan navin digot, axir rojekê li berçavkê xwe pirsî, min got kurê min te şikand, lê nehat bîrê, got ku min çawa şikand dako, min wê kêlîkê fêm kir ku rihet bûye, min  ji te re şikir kir Xwedayê min; te dîsa bi destê min girt anîm ser derba xwe, min ji te re şikir kir Xwedayê min, min bibexşîne min bibexşîne,

gava min dît hew çavreşiyê davêje min ji kêfan min hew zanî çi bikim, tu nabêjî ez kor bûme, bi rastî ez kor bûme min nedîtiye ku çavreşiyê naavêje min, nexweşî wê bihata wî nexweşî wê bihata, loma wer tevdigeriya, çawa li min vegeriya bi min pev çû dîsa, digote dako dîsa jî pevçûn derdixist, nexweş ket paşê, rabû ser xwe, belê paşê dîsa ji min veqetiya, pênc sikak ketin navbeyna me vê carê pênc sikak sih û neh dergeh, sera li min dixe ez jî lê dixim lê naxwaze vegerê malê, kêlîka tê malê jixwe nêzîkî li deriyê oda xwe jî nake, dinîtiya wî wek ku di wê odê de wî dipe, ji odê ditirse ji deriyê wê jî lê belê aniha çawa be baştir e, dikeve oda xwe dinivîsîne dixwîne dixebite jî, her meh tê dibêje ha ji te re dako perê te, tiştek pere ji min re datîne, ez dilşad im dilşad im ji vê rewşa wî, pereyan datîne pir rûnane dipirse ka ez ê kengî biçim dîtina wî, jê re dibêjim ken tê ser rûyê wî difitile diçe, gava ser hev seriyan lê dixim ditirsim aciz bikim lê belê dîsa jî carekî dereng bimînim li min digere, Xwedê çi dibe dîsa vegerê mala xwe, min ê odeyeke din bidayê xanî yê min e çawa be dewlet serê Reşîd, debara me li ser vî xaniyî ye, rehma Xwedê lê be ez di qenciya Reşîd de mam ez gunihê wî ji xwe re dibim bi rastî lê hemû êşa jiyana xwe jî ji wî dizanim, axir vêga ne dora Reşîd e,

bes aniha naxwaze bê cem min, lê ez çaverê me, li hêviyê me, wê rojekê bê, wê ji hemû tiştî aciz bibe wê bêhnteng bibe wê bê, bêhnteng lê êdî wê nexweş nekeve, wê Xwedayê min wî bide xatirê min, wê di nav bêhntengiyê de be lê hemêza min vekiriye, ez çawa çaverê me dizane dizane dizane,

ji ku dîsa hate bîra min ew roj, ji bîra min naçe dîsa jî gotinên wî ên wê rojê, hat bîra min aniha bê em ser çi pev çûbûn, ser hevalekî wî, ew hevalê xwe î ku ne bi hêjayê serîk pîvaz e ser min re girt hingî, aniha jî belkî wilo dike lê êdî nayê ji min re behsa hevalê xwe nake, ji wî we ye ez hew çavnebariya wan dikim loma, kirinên xwe êdî naye yeko yeko li serê min naxe, heyamekî dihat wilo dikir lê, êdî ji wî kirî min dev ji çavnebariyê berdaye, lê belê hê jî ez ez ez naxwazim bêhnekî wî bi kesekî re parve bikim, ji dostên wî heval hogirên wî heçî ku hezkirina min parve bike dihesidim, lê min kengî li balê çavnebariya xwe diyar kiriye ku, min çi gotibe ji qenciya wî re gotiye, çawa dilê min ê ragirta bi dan û stadina wî dostaniya wî ya bi kesên bêser û ber re, min ji tevan ancex yek dido ecibandin, ma jixwe tevan ew tenê nehiştin, dema nexweş ket yekî tenê hat lê pirsî qey, jixwe tu caran wan jê hez nekir, wî ji wan hez kir agir ket dilê wî xew neket çavê wî çi ji destê wî hat kir sewa wan  şeva wî roja wî herimî ji bo nefsa wan, besî wî bû hebûna wan kêlîka li ba wî bûna, ji kesî dawa hezkirinê nekir, ma ji vê jî ne haydar bûm qey, lê vê gavê tiştekî nabêje êdî, dibêje hizûr carcaran dibêje hizûr dibişire, carek têbigihîşta ku jê hez nakin jî,

tu cavnebariyê dikî digot hingî, tu çavnebariyê dikî şerm e ji te re, belê min çavnebariya xwe ji xwe bi xwe re jî eşkere nedikir, çawa zimanê wî geriyabû wisa gotibû, hûn jin, kêmaniya me ev bûye, erê em naxwazin kêmaniyên hezkiriyên me hebin, kêmaniyên wan hebin em xwe nedîtî dikin, lê nexêr em kor in em nikarin bibînin, na bi serê te na min gotibû wê rojê, min gotibû çavê jinekî ji çavê deh mêran çêtir dibîne rastiyê, bawer nekiribû, neketibû serê wî, li min guhdarî nedikir hingî, de heyra qey kengî xwest li min guhdarî bike, timûdayîm ew dipeyivî, min dema dikir ku tiştekî bêjim tavilê dixwest hiş bibim, ez jî li gotinê nediheyîrîm, dema min digot ez ya rast didim ber te loma tu hêrs dibî dixwazî min hiş bikî hê bêhtir diqeherî difûrî, çi dihat ser zimanê wî digot roja me herduka jî dibû jehr û ziqûm di rûyê wî de, hekena min kengî ya şaş da ber wî ku, min kengî tiştekî ne li rê da ber, lê xweş xwiyaye nedixwest rastî jê re bê gotin, tim û dayîm ji min hat xwestin ku derewan bikim, bi maweyê emrê min bi maweyê emrê min, 

pêşî me bi bavê wî re jiyaneke derewîn borand, çiqas min hewl da ku ew têkelî vê jiyana derewîn nebe nebihîze, bi ya min bûya min nedihişt bi kesekî re rabe û rûne, lê bavê wî, rebeno ji dil bavîtî jê re kir, çiqas jê hez dikir, Muşvîk jî Muşvîk jî pakopîso rûmeta wî digirt lê carek bi tenê jî ji bo xweşkirina dilê wî be jî jê re nekenî xwe neavêt hemêza wî negot yabo, wekî ku zanîbû lê îmkana wê nîn bû wê ji ku zanîba, paşê dema nexweş ket tiştine wer gotin hey gotin lê min guh nedayê, him jixwe ew gotinên kêlîka din gotin nehatibûn bîra min, min jî ji bîr kir naxwe, nikaribû bizaniya lê kurikekî dilwaswasî bû, bavê wî bavê wî mêrekî pir cihê bû ji min pir hez dikir, Reşîd jî wî jî carekî ji min re negot tu şaş dibêjî, Reşîd dizanî ji dêla şaşîtiyê min bêdengî dibijart, gava min tiştek digot dizanî ku rast e digot tu ya rast çêtir dizanî, Muşvîk, kurê min, tu carî nexwest tiştekî weha ji min re bibêje, ji wî bipirsin wê bibêje her gotina wê xelet her gotina wê şaş e, axir belê, wê rojê Xwedayê min xwest min biceribîne qey, gotinek weha bi kurê min da gotin,

qey ez jî çima vî qasî li vê asê mam, pa ez çi zanim vêga hat bîra min, hûn jin kor in gava hûn ji zilamekî hez bikin kêmaniyeke wî a piçûçik jî hûn nabînin dibêje, na negotibû kêmaniyeke piçûçik, gotibû ewk, hûn kêmaniyekê bi tenê nabînin lê bila carekê bixelite li hember we sûcekî piçûçik bike, erê weha gotibû, li hember we gotibû hingî perdeyeke din tê ser çavê we, êdî şûr bi diranê xwe bi sarî bicû jî li darê dinyayê di çavê we de ew bû kesê herî xerab, ne derew e jî ha, mirovek baş be baş xerab be xerab e, ma xêr ji zilamê ku dila bişkîne tê, wî dilê min gelek caran şikand, lê çi bikim kurê min e, çi bike ez lê nagirim ez ê wî bibexşînim, ez ê dîsa layî berê jê hez bikim, qet neke neşkîne çêtir e helbet, lê kîjan kur dilê diya xwe naşkîne nexasim ku dayikek wek min miriyê kurê xwe be, lê ma wisa hêsa dayikeke ku wek min ji kurê xwe hez dike peyde dibe, kîjan dayikê bi qasî min xwe fida kir, kîjan dayikê wekî min di oxira kurê xwe de ciwantiya xwe bi avê de berda, ax ji ku hatin bîra min ev, xewa min herimî, ji ku hatin bîra min vê nîvê şevê, pêxeber e ku hê jî di nîvê şevan de bi taswas xewa min diherime, pêxeber jî be wê tê bihigihîje xwene, belkî hêrs jî bibe lê na hêrs nabe êdî hêrs nabe, belkî jî hînî hezkirinê bû, Xwedê zane hînî hizûra hezkirinê bû, hê wê roja ha em herdu bi bîr ve çûbûn, em çûbûn  hey çûbûn, ji nişka ve hilçenî, got dayê tekane riya diçe ba Xwedê di evînê re derbas dibe bi maweyê emrê xwe em herduk li vê geriyan te nedît belê min dît, got ku evîna mirovekî xwarin vexwarin lixwekirin raketin wek minekariya binbariya li hember Xwedê te xwest pêşan bike tu li vê geriyayî lê min dît, heçî hînî hezkirinê nebe vê weha dibêje qey,

lê hînî hezkirinê bûbe jî dîsa naxwaze xewa min ji bo wî herimî be dîsa tênagihîje, dayika min cihê wê cinet be, çima hate xewna min, ma dîsa wê tiştek bê serê me, ez radiwestam, şibakeyên mala me ên li hemberî behrê pir bûn belê min ji yekê pir hez dikir, min ji Hîsarê heta bi Arnavutkoyê hamû der didîtin gava li ser sedrê rûdiniştim, Muşvîk bi ber singa min ve bû, min şîr dida, gava şîrê min dimêt wek her carî bi kêf dikir himûgim, digel ku tirsa wê bixeniqe bi min re çêdibû jî min singa xwe ji devê wî nedikêşa, çavên wî dişeqitîn, kwîr dibûn bel dibûn miç dibûn di her daqultandina wî de, ez ji lênihêrtinê têr nedibûm, ez li bavê kurik ê ku ew nedîtî difikirîm digirîm, Reşîd hê li holê nîne hê bi wî re nezewicîme, li odê bi tena serê xwe bûm, li pêşberî min vapûr dibûrîn, di pêşberî koşka me re kêm caran vapûr dibûrîn, ji nişka ve vapûrekê xwiya kir li ber rixtimê, li pîpîkê xist, mirin bû ev keştî, hatibû lawê min ji min bistîne, Muşvîk hê singa min bernedabû, hişk pê girtibû, vapûrê careke dî li pîpîkê xist, dengê vapûrê tûj î dijwar bû, kesek li malê nîn bû ez tenê bûm, vapûrê piştî ku careke din li pipîkê xist ji nişka ve kete riya xwe çû, gava min di şibakeyeke din re mêzand min nedît, diya min hate odê, ez bizdiyam, min Muşvîk bi ser singa xwe de didewisand, dayê dayika min bi wî rûwê xwe î spî spî porê xwe î berfî î zirav çirûskî bi kirasê xwe î reş î qîrî dayika min hate ba min, got netirse keça min kesek nikare lawê te ji te bistîne, heta îro kîjan dayikê zaroka xwe bi dest xelkê ve berdaye, min tiştekî weha nedîtiye nebînaye, dayik dimire zaroka xwe bernade, paşê li rûyê wî nihêrî, got ev kurik têr bûye, ma tu nabînî, çima tu hê jî şîr didî, xewa wî tê êdî wê di xew ve biçe, ka wî bide min, min li rûyê diya xwe nihêrî ne dayika min a rûşîrîn bû ya li pêş min, yeke biyanî rûxerab bû dixwest sebiyê min ji min bistîne bi fena, çavê Muşvîk girtî bûn, lê ji kêfan re girtibûn, têr nexwaribû hê, dimêt, min hîs dikir ku şîr ji hestiyên min dinizile diherike singê min, çawa min ê bidayê, min got ne te digot dayikek zaroka xwe nade kesekî bi dev kesekî ve bernade bimire jî zaroka xwe dihebîne disitirîne, wê gavê jinik keniya, ji nişka ve min xwe li çolekî dît, jinikê bi ken dida dû min ez direviyam, Muşvîk di ber singa min de hê jî şîrê xwe dimêt, şîr nedihat êdî, kurê min dest bi girî kir, ez direviyam wê jinikê dida dû min, giriyê kurê min û kenê jinikê li hev helbilî, hingî li dûr min diya xwe dît, çengê xwe kiribûn bask ji min re digot bibeze were ew westiya bêhna wê çikiya êdî nikare bigihîje te, bi bêhnefişkê min dida hevrêz, jinik pir li jêr mabû, çi nemabû xwe bavêjim hemêza diya xwe, Muşvîk seraqet digirî, min got dayê şîrê min çikiya, diya min serê xwe hejand, tam ez ê bigihamê, ji ber çavan wenda bû çû bû sir, Muşvîk hedinî, çiçika min gez kir, berê xwe fitiland paşê, hişyar bûm, di xwêdanê de mabûm, xew li min herimî, gava Muşvîk berê xwe fitiland wek bi çavê xwe ji min re bibêje tu dayikek biqisûr î şîrê te çikiya, ma şîrê dayikekê ji tirsa diçike, min kengî qisûrek kir, min kengî yeke wî kir didu, gava min digot bi wan mirovan re nede û nestîne min qisûr dikir, Muşvîk gava ew dianîn malê min carekî jî devê xwe vedikir tiştek digot qey, lê zarokine neqenc bêfedî bûn, wî ji wan hez dikir her tim min qisûrê wan didîtin, ma loma jin biqsûr dibin, ma ji bo ku rastiyê dibêjin, ax ez piçekî raketama, divê ez sibê herim wî bibînim, divê pê şa bibim destê xwe ser serê wî re bibim divê maç bikim divê qisûrê wî nedim rûyê wî divê wî bibexşînim, Xwedê min bibexşîne, ez jin im ma ne dayik im?

min ji wî re, ji bo xatirê wî ji hevalê wî re çîrok digotin berê, rojekê dilê min jê mabû çar salî bû min dikir wî li mal bihêlim derkevim di pey min re bi melûlî dimêzand min bi keviya çavan didît wek ku wê bigirî rûwê xwe guvaşt paşê hêvîsariyek xedar hat ser rûwê wî got heke tu min bihêlî biçî ez ê jî ba kim ereb bila were min bixwe, çi dibe çi dibe ku aniha jî heman tiştî bibêje, ma wê çi bibe ku aniha jî bibêje dako ka çîrokekî ji min re bibêje?            

    Werger: Brahîm Ronîzêr

Dew / Sabahattin Ali


Ava berfê riya ku ji gund diçû îstegehê bi qasî çokekê kiribû teqan. Tava ku bi qasî du riman bilind bûbû, li ser berfa ku hê jî wek kirasekî erd û zevî dinixumandin, diçirûsî û çav didilihandin, lê gava dida golikên ava gemarî yên di rê de, diket rengekî zer û dixeniqî.
Hesenko qundira xwe ya mezin ya binî bi bizmar xistibû piyê xwe yê tazî, gumgum xistibû çengê xwe yê rastê, bi kotek hildigirt û kêlîkinan bêhna xwe berdida. Carinan kotika çînko ya di destê xwe yê çepê de datanî erdê û dixwest barê xwe yê giran wisa biedilîne ku hindiktir bedana wî biêşîne. Çi cara ku wî gavek bavêta, dorika xwarê ya gumgumê heta dev tije dew li kaboka wî diket û çembilê wî yê ku heta bi enîşka xwe biribû, wekî ku dixwest xwe bifilitîne û li pêşiya wî gindir bibe, ber bi pêş de teql lê diketin. Paniya qundira wî ew qas mihabû ku paniya kurik ne li ser darikê qundirê bû, rast û rast dihungivî heriyê.
Ev riya ku salewext ji mecbûrî pê de diçû wekî ku ji hemû caran dirêjtir bûbû. Darebiya hişk û hûrik a di nîvê gund û îstegehê de hê li dûr li asoyê di nav mij û moranê de bû.
Hesenko bi salan e tu caran elaqa xwe ji tiştên ku didît nedianî. Pira li ser besta çargavî ya ku ji nav qamiran dihat, deşta ziwa diqelaşt û bêpêjin diherikî, pira ji sê qelasên ber hev re çêkirî êdî wekî ku wê bihêrive dihejiya.
Aşê hinekî din li jor, aşê ku pişta xwe dabû quntara girikekî û berê wî li deştê deng jê nedihat. Van rojên zivistanê heke sê rojan bigeriya pênc rojan nedigeriya, bi her sê darebiyên pêlweşiyayî, li devê dêrî bi tamamî dişibiya xirbeyekî terikandî.
Hesenko ji fikran xalî dimeşiya. Ne herdu birayê wî yên piçûk ku çaveriyên vegera wî bûn, ne jî diya wî ya ku li qezaya bi qonaxa çar saetan dûr xizmeta dewlemendan dikir aniha di bîra wî de bûn. Firotin û nefirotina dew jî ne di bîra wî de bû. Di hişê wî de tenê tiştek hebû: Ev rê, mecbûr bû ku vê riyê bimeşe, çawa çûbû vegere jî…
Wekî ku gihîştibe dawiya giriyekî dirêj, keserek kişand. Bi pişta destê xwe yê çepê ku kodik tê de û terikî bêvila xwe paqij kir. Gava awirên xwe bi pêş de dan dît ku nêzî îstegehê bûye.
Ev avahiya sar a tikîtenê tam di nîvê vê deşta dirêj a di navbera çiyayên rût de, bi darên akasyayên pelweşiyayî hê bêhtir reben, wekî parçeyê kevirekî ku hema li wir hatibe avêtin dixwiya. Trêna postayê ya ku rojê du caran di vir re diçû jî, wekî ku bibêje de çima ez di vê devera beredayî re diçim û piştî kêlîkekê ku rawestiya, gava radibû di dengê pîpîka wê de tama fîkefîkeke kêfxweşiyê hebû.
Hesenko gava gihîşte ber sênca darî ya erdê îstegehê hinekî bêhna xwe berda, paşê dîsa deriyê sênca darî bi destgiranî vekir, kişiya hundir.
Li devera bi qasî çar pênc gavan a di navbera avahiya îstegehê û riya hesinî de, ji du gundiyên ku li ser xurcikên xwe û romiyê di nav qapûtê xwe de quncifandî û pala xwe dayî dîwêr pê ve tu kes nîn bû. Ev der ne ji wan îstegehên mezin bû ku di wextê trênê de bi gelek firoşkerên wekî kebabçêker, gazozfiroş, fêkîfiroşan tije be. Havînê li vir tenê bi neh deh gundiyên ji gundên hawîr ku mewîj, petîx zebeş dianîn firotinê hinekî geş dibû. Heçî zivistan bû, ji xeynî Hesenko û gundiyekî pîr î kulek ku serê sê çar rojan carekê selikek hirmiyên payîzî dianîn pê ve kesekî li van deran xwiya nedikir. Gava trên dihat memûrê îstegehê mad û mirûzkirî derdiket holê, çawa karê wî diqediya vedikişiya odeya xwe, tevahiya roja xwe bi mijûliya radyoya xwe ya ekoyî ya dehsalî diborand, bêyî hêvîsarî hemû wextê xwe xerc dikir ku dengekî jê derîne.
Îro, gundiyê ku hirmiyên payîzî jî difirotin nehatibû. Hesenko gumgum danî ser qûma şil û kete temaşeya riya hesinî. Deqên reş ên yaxa lokomotîfên ku her roj di navbera van hesinên bêserî û binî de bi sedan mirov ji devereke nenas hildigirt û dîsa dibir devereke nenas, xwiya dikirin.
Bi dengekî hişk ê pîpîkê re veciniqî. Trênê digot, va ye ez hatime îstegehê. Lokomotîf hat, tam li dehma deqên yaxê sekinî.
Hesenko, wekî mekîneyeke ku bê şixulandin gumgum û kodik hilgirt, ber trênê re beziya, berê xwe ber bi şibakeyan kir û bi dengekî bilind got:
“Dew, dew, dewê paqij!”
Havînê digot “dewê qerisî!”; aniha, di vê sermayê de, wekî ku di pey her gotina dew re dengê “qerisî” hebû. Tu kesî berê xwe jî nedidayê. Heme bêje hemû şibakeyên trênê girtî bûn, li ber yek du şibakeyên vekirî jî jinên porboyaxkirî, bi bilûzên hirî hebûn.
Hesenko çavên xwe di şibakeyan de kutabûn wekî ku ê wan qul bike û di pişt wan de li mirovên ku bi kodika wî ya tenekeyî dew vexwin digeriya; li gundiyên dewlemend, esnafên bêyî stûbend, romiyên ku diçûn iznê, herwiha kesên ku tî bûbûn digeriyan.
Sê caran ji vî serî beziya wî serî. Dorika binê gumgum a tûj li paqên wî yên ziravik diket û diêşandin, belê wî, piçikekî rûyê xwe diqermiçand û dîsa digot:
“Dew, dewê paqij!..”
Çar kodik, heme bi tenê çar kodik firotibûna. Bi deh qirûşê ku jê bihatana wê karîba nanekî reş bibira malê. Xeyala herdu birayên wî yên piçûk yên ku bi xilmaşiyeke zikvala çaveriya wî bûn weke birûskekê li ber çavên wî çêdibû û ew hey li pey hev diqêriya:
“Dewê paqij… Dew…”
Diya wî, li devera ku lê xizmet dikir heftiyê carekê, ji bo çend saetan dihat, bi xwe re hinek şikeva, çend pîvaz, carinan jî nîv şerbik dims dianî. Lê belê van, du rojan jî têra sê zikên birçî nedikir… Piştre têrkirina herdu birayan diket stûyê Hesenko. Kar û emelê herdu birayên wî yên lawaz, yên ku yek dusalî yek pêncsalî, di vê çaviya malê ya nimz de ew bû ku çi ber wan bikeve bixwin. Hesonko her roj mecbûr dima haveynê mêst li devereke ku ew nebînin û negihîjinê –bi stûna tewanê ya enîşkê ve- veşêre û her roj, gava ew li îstegehê bû ditirsiya ku herdu zikên birçî wê bizina pîr bi xwe jî bixwin, bizina ku bi wan re, di wî xanîkî de heman birçîtî dikişand.
Gelek şevan, ew nanê wekî heriyê yê di bin çengê xwe de dianî datanî navê, ji bo kaseye qafikî bîne diçû quncika ocaxê, gava vedigeriya ber sifrê, çavên wî diçûn nava serê wî, didît ku firdikek ji wî nanî nemaye. Wê gavê wî kodikek dew vedixwar, guh nedida guvaştina nava xwe ya ku hînî birçîtiyê bûbû, xwe di ber birayên xwe yên ku li ser postekiyekî kevn dirêj kirin û lihêfa layî seradê lê hatî û bêmirês re dikir.
Tişta bêhtir ew şaşwaz dikir, ne ev zikbirçîtiya birayên wî ya wekî bîrekê ku tu çi berdiyê dadiqurtîne bû; ew bû ku çawa dihat bîra wî, gava ew destevala vedigeriya malê, ew herdu tebayên lawaz çawa bi çavên girbûyî û beloq û çawa bi nifrîneke neqam li wî dinihêrtin, mûyên laşên wî dibûn sing. Aniha jî bi vê tirsê heta jê hat qêriya:
“Dew… Dew!..”
Şibakeyeke mewkiya sêyemîn a trênê daket. Seriyek di şibakê re derket, seriyekî qirikdirêj, bi şewqe, simbêlboz deng lê kir:
“Ka yekê bide!”
Hesenko kodikek dirêj kir, destê wî dilerizî. Mêrik çavên xwe yên layî nokan berdabûn nava kodikê, bi bêhnfirehî vedixwar, dewê ron di ber serê simbêlên wî re diniqutî ser qutikê wî yê bê berstûk.
Gava kodik dirêjî wî dikir got:
“Yeke dî jî dagire!..”
Piştî ew jî vexwar ji berîka êlegê xwe kaxezeke bi dehan derxist û avête jêr:
“Ka bide pênc qirûşan!..”
Hesenko:
“Tune ku!” got û çavê xwe li derdorê gerand. Ji xeynî memûrê îstegehê tu kes li wan deran nemabû. Wî jî, ji ber ku berfê hûrik hûrik dest pê kiribû, stûyê xwe quncifandibû, li benda rabûna trênê bû. Kurik gumgum danî cihê lê, bi bezê ber bi wî çû, pere dirêjî wî kir, got:
“Ka vî hûr bike!..”
Memûr bêyî bersivekê bidiyê berê xwe fitiland û zangoça hereketê lê xist.
Mêrikê li ber şibakeya trênê yê qirikdirêj destê xwe ji kurik re dikir û ber bi wî diqêrî:
“Kuro, de were.” Hesenko bi wî alî de beziya. Yê li ber şibakê got:
“Ka bide wî deh qirûşî!..”
Kurik zûka pere dirêj kir. Trên giran giran diçû. Piştî mêrik dîsa pere xiste berîka êlekê xwe, bi dengekî neçar got:
“Pênc qirûşê hûr tune, çi bikim!”
Vagon bi penc şeş gavan ji Hesenko dûr ketibû. Mêrikê qirikdirêj serê xwe di şibakê re derxist û got:
“Ho, kuriko, haqê xwe helal bike!” Hesenko wekî ku tu tişt fam nekiribe heme wisa mabû û dinihêrt. Trên lezgîn dibû û dûr diket. Di ber dengê tekerên trênê re dengê mêrik dîsa hate bihîstin: 
“De hedê, helal bike!.. Helal bike lo!”
Hesenko tiştek di ber xwe de got. Paşê rahişte gumgumê xwe û çû li ber dîwarê îstegehê, devereke ku berfê lê nedigirt rûnişt.
Berfê êdî xweş lê dikir. Hesenko ji dêla ku destevala vegere malê ma li hêviya trêna êvarê.
Destên xwe di firkandin û pora xwe ya kertikî ya ku diya wî bi cewzê bizinê qusandî dixwerand. Çavên wî li ber bê hêstir dikirin û mûjankên wî yên li dora çavên wî yên kesk kenîşt digirtin.
Heta êvarê li vê quncikê ma. Serê kêlîkekê radibû ser piyan, çokên xwe difirkandin, paşê dîsa li cihê xwe çok dida, berê awirên xwe dida valahiya xumamî ya di hişê xwe de. Ji ber ku tiştekî xweş ku lê bifikire, xeyal bike nîn bû, ev valahî jê re dibû wekî bêhnvedanekê. Çend caran diya wî hate bîra wî. Wekî ku rûyê wê yê kelogirî li ber çavê wî çêbû. Dilrehmiyeke seyr hebû di dilê wî de ji bo vê pîreka ku her sê zarokên xwe di xanîkê axî de dihişt û diçû gundên din û ji bo gezek nan bi dest bixe li ba xelkê dixebitî. Di vê de, hinekî jî bandora halê wî yê ku ji bo birayên xwe ketibû rewşa diya xwe de jî hebû. Van herdu tebayên zikbirçî bi heman awirên kîndar pîreka reben ya ku heftiyê carekê dihat, pêşwazî dikirin. Pîreka reben gava bi zadê bi xwe re dianî savareke rijî çêdikir, tenê îskeîskeke ziwa jê dihat, mal hinekî dida hev, heta êvarê dima û carinan bêyî gotinekê bike derdiket diçû. Hesenko ji devê wê gotinek bi tenê jî di derheq bavê xwe an jî xizmekî xwe de nebihîstibû. Jixwe heta hatî vî emrî carekî jî ev meraq nekiribû. Ji wî kirî heyat tenê li îstegehê firotina dew û xwedîkirina birayên piçûk bû. Loma jî tenê tirseke wî hebû, ji xwe re digot: Heke diya min rojekê werê malê, çend rojan di nav nivînan de bimîne, bike nalenalû ji xwe re zarokeke din çêke, piştî neh deh rojan wê jî di stûyê min de bihêle… Wê têrkirina wê mêhvanê jî biketa stûyê wî. Bê ka çima, gundiyan jî xwe ji mala wan dûr digirt. Carekî jî evdê Xwedê serê xwe nexistibû mala wan. Heyat wê ji berê kambaxtir bidomiya û Hesenko wê hewl bida bi alikariya bizina pîr ku şîrê wê roj bi roj kêm dibû ev kêferata pîroz bibira serî. Kêlîkên xwe yên vala wê bi çêrandina bizinê derbas bikira, rojên berfî jî wê giyayê ziwa yê bostekî li ber bestê bida hev, jê re bianiya.

Havînan halê wî zêde ne xirab bû. Serê sibehê heke zû ji mal derketa hê newestiyayî digihîşt îstegehê, heme bêje hemû gumgumê dew difirot. Bi qasî pereyên hûr yên ku berîka wî tişe dikirin tiştekî din jî, belkî ji vê jî zêdetir kêfa wî dianî, ew jî fikara vegerê bû ku êdî barê wî wê sivik be.

Heke dewê xwe tev nefitibûna trêna sibehê, dima li hêviya ya êvarê, lê îca gundiyên ku dexl dianîn îstegehê gelek caran nîvro gava nan dixwarin gumgumê wî fît dikirin.

Ji ber ku trêna êvarê li çar û nîvan dihat havînê hê reş neketî erdê vedigeriya malê. Lê aniha hê nîv saet ji trênê re maye, reşekî tirsnak daketibû îstegehê. Fikirî ku wê di vê tariyê, sayiyê de vegere, lerizî û heme xwest bikeve rê. Lê di wê gavê de memûrê îstegehê ji odeya xwe derket û agahiya ku trên nêzîk e dayê.

Sekna trênê ya li îstegêhê û rabûna wê bû yek. Hesenko li dirûvê mirovên ku di pişt şibakeyên xumamî de hemme xwiya dikirin dinihêrt û ji vî serê trênê beziya wî serî û –Dew, dewê paqij!- wer qêriya, qundireya wî ya mezin gijînî ji qûma şil dianî, berfê êrîşî devê wî yê vekirî dikir.  

Gava ronahiya çargoşe a kwîr ji şibakeyên vagonan dadiket ser golikên avê û bi pengizîn dûr dibûn Hesenko rahişt gumgum, deriyê bi caxên darî bi dehfdanê vekir û kete riya gund.

Çîkên berfê li çavên wî yên ku hê hînî berfê nebûbûn diketin. Di her gavavêtina wî de şelq li dewê di gumgum de diketin û dengekî seyr ji gumgum dihat. Hêwîtiyê ji pişta wî hêdî hêdî xwe berda nava wî û ew êdî dilerizî.

Wekî lawirekî hînbûyî di riya xwe de dimeşî, ji fikirînê xalî, ji hîskirinê xalî. Her ku ber bi nîvê deştê bi rê ve çû dengine din jî tevlî dengê piyê wî û dengê dewê di gumgum de bûn. Ji dûr ve dengê hinek lawiran dihat.

Bi tirseke neqam velerzînekê pê girt. Hewl dida qevzên xwe mezin bavêje, lê piyên wî li hev dihelbilîn. Paqên wî yên ji sermayê şewibîn her cara ku gumgum li wan diket kêlîkeke dirêj diariyan.

Ji tariyê, ji berf û bagera ku layî qamçiyekî li dev û rûyê wî diket, ji heriya ku dipekî kabokên wî û ji dengê ku dihatin guhê wî ditirsiya. Birçîtiya xwe, awirên tirsnak ên birayên xwe yên lawaz, westa xwe ji bîr kiribû. Dixwest di gavekê de bigihîje gund, bikeve xanîkê axî ku bi agirê tifikê ronî dibû û li quncikekê xwe veşêre. Ne razan, ne bêhnvedan, bi tenê nava xanîkekî… Xelasî ji vê tariya bêser û ber, ji van dengan…

Pêlava wî di heriyê de teqinîbû. Pêxwas baz dida. Ji gumgumê ku dilewlibî peşk dipijiqîn erdê, ser û cilên wî. Di nav diranên wî yên ku li hev diketin re dengine bêmane yên tirsê dipengizîn.

Wekî ku dengê lawiran hê bêhtir nêzîk dibû. Lê hê nû ji darebiya hişk a li nîvê rê derbas bûbû. Çavên xwe yên kenîştgirtî wekî ku wê tariyê qul bikin vekirin û li pêş nihêrî. Tu tişt nedît. Di rojên ku hewa xweş de jî heta nehatibûna keviya gund lembeyên gundiyan xwiya nedikirin, aniha gihîştina gund wekî tiştekî ne mumkun jê re dihat. Wekî lawirekî ku di deverekê de asê bimîne û tê bigihîje ku mefera revê nemaye tirseke neqam û hov kete dilê wî. Gumgum û kodika di destê xwe de virvirand û baz da, dengina ku nedihatin fêhmkirin ji qirika wî dipengizîn. Ev deng carinan wekî “Da.. Da!” derdiketin, carinan jî “A… A… Aaax. A… A… Aaax”derdiketin û di nava tariyê de belav dibûn.

Dengê lawiran nêziktir bûbû, hinekî li pêş, li ser berfê hinek reşahiyan xwiya kiribû û winda bûbûn. Hesenko êdî hîs kiribû ku qeremên wî hew dikarin wî hilgirin. Tirs di hemû bedena wî geriyabû. Piyên wî yên xwas her ku di heriya ron de diçûn xwar û virçêniyek derdixistin, ev deng weke qamçiyekê li pişta wî diket û tirsa wî çend carî dikir. Girêkek ketibû qirika wî. Gava bi destê xwe yê terikî fişa xwe paqij dikir û dikir li pêş binihêre bi ser çokên xwe de gindir bû. Rabû, lê piştî pênc şeş qevzên din dîsa ket. Dengên ku ji qirika wî dipengizîn hê bêhtir ketibûn rengekî hov.

Gava digot “Da… Da!” dengê wî wekî yê lawirên ku çiqas diçû nêzîk dibûn û li ser berfê wekî ku dişemitin bi lezegavan li hawîrdora wî xelek çêdikirin, derdiket.

Gava hewl dida bedena xwe ya quncifandî li ser heriya di nîvê rê de bi berfê binixumîne, hê jî di navbera diranên xwe yên ku li hev diketin re bi minminî digot:

“Da… Dayê… Dayê!” di vê navê de ji çend sed metre wê de herdu birayên Hesenko yên çaverê, li ber deriyê darî yê xanîkê wan, li ber dengê bê, bi tirseke ku pir dişibiya ya wî dilerizîn û her çiqas dengê ku li dora gund difitilîn dibihîstin, xwe bi hev ve diçilmisandin û digirîn. 

Werger: Brahîm Ronîzêr

Nayê Jiyîn / Yusuf Atılgan

“Rabe, rabe” digot yekî, min dibihîst. Dêma min a çepê dişewitî. Ew dêma min bû ya ku mêrik lê xistî. Bi çembilê min girt û ez rakirim. Bi kotek ez rabûm. Pênc şeş kes çikiyabûn, li min dinihêrtin. Û zarokek jî hebû. Min tev dîtin di awirvedanekê de. Çavên wî diçûrisandin. Çavên dikandarê ku wê roja ha min sicûq jê kirî hatin bîra min. Min ê xwe ranegirta; kedereke giran di nava min de bû. Ji nişka ve kete bîra min. Gava bigihîştama malê, min ê xwe bikuşta. Bêhna min fireh bû.

Yekî ji yên çikiyayî got, “Hedê te ye tu çav berdî jina xelkê.”

“Derew e,” min got bêgane.

Kenîn. Zilamê li ba min got, “Hiş bin, hiş! Çi ye hûn dikenin? Ka belav bibin hûn.”

Toza li ser min dadiweşand bi destê xwe. Min ew nas nedikir. Pêşî zarok meşiya; dûvre yên din. Tenê em herdu man. Toza li ser min dadiweşand seraqet. Rûyê min dişewitî.

“Ez Elî me,” got. Elî ye.

“Elîyek hebû li Manîsa…”

“Ez ji vir im,” got.

Vêga yên ku di kolanê re dibuhurîn li min nedinihêrtin. Kulma ku min xwarî nedîtibûn.

“De bi xatirê te,” min got.

Ez ê biçûma. Bi çengê min girt.

“Nabe. Bi rûyê te ve xwîn heye. Odeya min ha va ye li vê derikê ye, were hema em paqij bikin,” got.

Em meşiyan. Em di derencên darîn re hilkişiyan. Odeya wî li qata diduyan bû. Xwiyabû bi tenê dijî. Bi dîwêr ve rismê jineke ciwan hebû. Ez fikirîm ku yeke porzer e. Gava rûyê min bi îspîrtoyê paqij dikir pirsî.

“Çima li te xist?”

Min jê re vegot. “Ez ji kar vedigeriyam. (Min qala tiştên ku li wir bûbûn nekir. Weke her roj bû. Ti cihêtiya tiştên îro nîn bû. Lê min îro biryara xwe girtibû. Gava ez çûme malê min ê xwe bikuşta. Min ev negotin). Jinik ji wê ve dihat; dêhnê yeke nas lê diket. Lê belê hevnasîna min û tu jinan nîn e. Di nîvê rê de min kir ku rawestim. Min mêrikê li kêlekê nedîtibû. Li aliyê min î çepê xist. Ha ev e.”

“Hov in, hov,” got. “Gava jinikek li ba wan be dibin şêr. Riya xwe li te dîtiye.”

Qama min kurt e. Quto me. “Qamqutiko,” digot bavê min, ez  diqeherîm. Lê ez ji wî neqeherîm. Ez rabûm ser xwe.

“Dev jê berde,” got.

Min dev jê berdabû. Ez derketim. Li ber derê menawan tije firengî, guncik bûn, dûvre zebeşên bi xetên gir ên spî, keskê tarî. Ev ji bo yên din bûn. Ez cihê bûm. “Tu cihê yî,” digot mamoste; serê wî di ber de nixwîn wekî ku ditirsiya gotineke ku dizanî ez ê  bêjim nebihîze, destê rastê li ber guhê wî, çavên wî kwîr, kenekî têrtinazî li ser rûyê wî. “Ma ne, feylezof?” Yên din dikenîn; heydênî bi sinif diket. Min şerm dikir.

Dîsa min şerm dikir. Divê ez hînî bêariya destê wê –min li rûyê wê nedinihêrt- î qermîçonkî bibûma, lê nedibûm. Her yekê mehê madam li cihê xwe î textreş, bêhnpêketî, di teniyê de mayî, tije bêhna pîvaza kelandî, li wî cihê ku jê re “salon” digot, li keviya dêrî li ser qoltixekî rûniştî ji rûniştvanan pere berhev dikir. Min sisiyê bi dehan berdan destê wê. “Ha ji te re, wekî ku haqê te be bixwe!” gotibû mutemet, dema mehmiza min dabû min. Gelo tam wî wextî min xwestibû bimirim? Gotina çirçirîkê wê gavê ketibû ser zimanê hişê min? “Dinya giş deyndarê min î jiyanekê ye.” Yên din gava qehweya şor bi min didan vexwarin tenê mutemet dima yê ku bi min nedikenî. Di ser berçavkê xwe re dinihêrî.

Odeya min nîvtarî bû. Min ronahî vêxist. Perde li ber bûn, derî jî niftekirî be, êdî ez li warê xwe me li vir. Ez sivik bûm, wekî kermêşan. Min li tewanê nihêrt. Ev kêmayiyeke mezin bû; hostayî ne lêkirina avahiyên pir tebeqe ye, hostayî çêkirina xelekên hesinî ye bi tewanên odeyan ve.. Ji nişka ve min daliqandina zaroktiya xwe  dît. Ziman, çav derketî, bêvilbilîk, tirsonek. “Dinya giş deyndarê min î jiyanekê ye.” Ya baş vexwarina jahrê ye, lê ji bo were peydakirin divê dîsa biçûma nav yên din. “Kuro, piyê te î rastê şeşpêçî ye lawo.” “Derew e,” min digot. Li xelîtkên pêlava xwe dixebitîm. Bi pîkînî dikenîn. Ez heyirî dimam. Mutemet di ser berçavkên xwe re dinihêrî. “Tu cihê yî,” digot mamoste. Sinif dikir heydênî. “Quto, vê serast binivîse.” Quto ez bûm. “Bi vî rûyî? Dev jê berde, jinikê bitirsin.”  Ez behokê sersala me bûm; lê zilamê ku îro ez ji erdê rakirim ser û kincên min paqij kiribûn. “Bi bîst weraqa ev qutik ha! Tu xapandine. Ka li yê min binihêre, bi sêzdeh weraqa. Dûvre ew dikandar, yê ku nîv kîlo sicûq bi pênc weraqa dayî. “Dinya giş deyndarê min î jiyanekê ye.” Min deynê xwe dixwest. Min ê demarê zenda xwe bibiriya. Yên din gava deriyê min şikandin wê çi bikirana gelo? Heye ku madam hêrs bibûya. Pêşî min ê li dîwarê hember bi boyaxa reş, mezin NAYÊ JIYÎN binivîsanda.

Wextê min xwe rast kir qolincekê avêt rahnê min. Ew rahnê ku îro bi ser de ketibûm. Ji nişka ve zilamê ku îro ez ji ardê rakirim hate bîra min. “Ez Elî me,” gotibû. Bi çengê min girtibû, ser û kincên min paqij dikirin. Ne yekî ji yên din bû. Nihêrîna wî ya dema ku rûyê min paqij dikir hebû ku. Dilê min hat guvaştin, hezkirineke hir ji nişka ve har bû di nava min de. Her tişt di serê min de di cihê xwe de bi cih bû. Min rahişte mîrkût ji selika li quncikê, êxiste berîka xwe ya hundir. Giran bû. Derketim kuçê.

Ne li odeya xwe bû, deriyê wî kilîtkirî bû. Ez li keviya xewle ya derenca qatê jor rûniştim. Pir rawestiyam. Di navekê de li kuçê baran bariya. Axir hat. Gava radibûm ez dîtim. “Ew tu bû yî? Te baş kir, tu hatî. De were em herin hundir,” got.

Di ronahiya odê de min dît, dişelişî. Çavên wî dibiriqîn, kêfa wî li cih bû.

“Tu zanî, ji min hez dike.”

“Kî, ev?” min wêneyê bi dîwêr ve nîşan da.

“Ew.”

“Porê wê zer e?”

“Erê.”

Vegot. Pêşî çûbûn gazînoyekê. Êdî min lê nedihisand. Çengê min î çepê mîrkût didewisand. Xwiyabû ku sermest bû. Jinika bi dîwêr ve ne mumkun bû ji wî hez bike. Ma ev ji gulîzera ku min nas dikir ya ku heta karmala xwe a nivîskî bi mirov dida nivîsandin wisa dilbijok li çavê mirov dinihêrt dûvre bi yên din re bi yekdengî dikenî pir cihê bû? Na. Ji wî hez nedikir, ew dixapand. Dema pê derxista ku tê xapandin, min dizanî ez ê pir berketama. “Bêje ezbenî, bêje.” min got di dilê xwe de. “ Qet nebe tu ê bextewar biçî.” Her tişt wekî ku di serê min de rûniştibû dê wisa kite bi kite derbas bibûya. Ev nediguherî, ser û kincên min paqij kiribûn. Cihê wî di nav çepeliyê de nîn bû.

“Çi bûye ji te, ma tu nexweş î?” got ji nişka ve.

“Naa, ez pir baş im,” min got.

Bira jî ez wisa bûm.

“Şerab heye di dolabê de; em ê heryekî qedehekî vexwin, ne?”

Ber bi dolabê çû. Ez jî çûm. Pêşî min got qey wê li xwe bifitile; lê dişewişî. Min bi destê rastê rahişt mîrkût; heta ji min hat min danî serê wî. Deverû kete erdê. Dengekî dengîn hundir dagirt. Kêlîkekî piştre xwîn herikî ser merşê. Ez wisa sivik bûbûm ku min xwe bihilkutanda ez ê bifiryama; mîna kermêşan. Êdî ez karim xwe bikujim.  

Werger: Brahîm Ronîzêr

TU CARAN / H. E. BATES

Danê êvarê bû; ewrên giran digeriyan li seranserê ezmên. Keçika ciwan li odeya aram a nîvtarî, li keviya şibakê di nav pil û pûrtan de rûniştibû. Ji qerem ketibû, bi kotek dikaribû xwe bilivîne, te digot qey çaveriyê dike, wekî serdanekî, wekî hungira êvarê, wekî fermanekî. Bi giranî tiliyê destê xwe diqirçandin, tiliyên destekî xwe di nav qeliştekên destê din re bir û anîn, lêvên wê bi heman xemgîniya nav birûyên wê piçekî bi xof û xemgîn lerizîn, çavên wê ji tîrêjan çû ser reşexêzên birînê, qasekê çû ser perestgehê, ji wir ber bi erd û zeviyên sîber û girê li rojava. Hemû têkel bûn. Odeyek jî hebû. Pişkokên piyanoyê ên spî vêga û belkî paşê jî wê bedena wê zexm bihêlin û deqîqeyeke din jî wê efsûnbûyî li piyanoyê bixe. Lê belê gava ev derbas bû bi dudiliyeke mezin wê tiliyên wê hêdîka ketibane pelandina destê wê, bi vê re dîsa bêhntengiyekê xwe lê rapêça.
Serê wê bi temamî tevlihev bûbû. Diçû dûr, vî danê êvarê zêdeyî sed carî gotiye: “Ez ê ji van deran biçim, ez ê biçim dûr. Êdî ez nikarim bimînim.” Belê xwe tev nedida. Di heman rewşê de qederekî dirêj ma û tenê tişta jê hatî dîsa ev bû: “Ez ê îro ji van deran biçim. Ez li vir fetisîm. Ez qet tiştekî nakim. Ev mirin e, rizîbûn e.”
Dema ji xwe re digot, an jî li ser diponijî, carinan jî gava bi pergal li ser difikirî bêyî çirûskeke bextewariyê: “Ez ê çi bi xwe re bibim? Kirasê şîn î gulgulî? Erê, wekî din? Wekî din?” û paşê wê dîsa dest pê bikira: “Ez ê îro ji van deran biçim. Ez hew tiştekî dikim.”
Ev rast bû: Hew tiştek dikir. Tişta ku dikir hemû, bi dûzen radibû, bi dilê xwe taştiya xwe dixwar, xwendina xwe dikir, kincên xwe didirûtin, xwarina xwe dixwar, li piyao dixist, êvarê bi kaxizan dilîst û diçû razanê. Ev bûn hemû tiştê ku roja wê dibuhurandin. Rast bû, roja serketî ji bo wê ew bû ku tiştekî cihê neke.
Belê îro divê hinek tişt pêk werin: êdî wê lîstika kaxizan nîn be, lîstika her şev wekî hev, wê nîn bin heman neqayîliyên bavê wê: “Tu caran derstekî xweş ji min re naye. Ez bawer im qaxeza baş çûye.” Wê êdî nin be: “Nellie, saet bûye deh. Heydê wextê razanê ye!” Û hêdî hêdî, bi şelişîn çûna ber bi qata jor. Îro ew diçe ji van deran: kesek pê nizane, belê eynî weha bû. Wextê wê hebû ji bo bigihîje trêna Londonê ya êvarê.
“Ez ê ji van deran biçim. Ez çi bi xwe re bibim gelo? Kirasê şîn î gulgulî? Wekî din?”
Bi kotek derket qata jor laşê wê ji rûniştinê qeyîmîbû. Te digot qey bi salan rûniştiye, guherbar diaxivî û laşê wê bêhtir diqeyimî. Wekî ku li hember hin bertekên dijwar dilê xwe qewîn bike bi hêzeke hêrsoyî kete ber berhevkirina tiştên xwe. Piştî ku kirasê xwe î şîn derxist tiştê din hatin bîra wê. Çentê xwe asê kir: ne giran bû. Gelek caran perê xwe jimartin. Her tişt temam bû. Her tişt temam bû. Ji van deran diçû!
Cara dawî daket odeya nû tarî bûyî. Li hêwanê teqreqa qedehan hat, dengekî ecêb nexweş li hundir belav bû. Ew ne birçî bû: Di heştan de wê li Londonê bûya. Xwarin xwarin aniha dihat maneya nexweşketina wê. Bendeman hêsan bû. Trên di 6.18 de çû. Dîsa serê xwe hilda, nihêrî. “Elden 6.13, Olde 6.18, London 7.53.”
Kete lîstika walsê. Dengekî hêdî û nerme bû. Ta-tum tum, ta-tum tum, ta-tum tum. Newayeke noteyan a zîz, hestiyar derdiçû. Hêwan reştarî bû, bi kotek nifteh dîtin, bi newayê re dinehwirand. “Elden 6.13, Olde 6.18,” ihtîmal nîn bû şaş bike, an jî ji bîr bike.
Dema dilîst di dilê xwe de got: “Ez ê hew vê walsê bikim. Bêhna vê odê jê tê. Ev cara paşî ye. Wals bi hestiyarî qediya: Kêlîkekê di bêdengiya neşikandî de rûnişt, ode tarî û efsûnî bû, walsê dikir bimire, paşê teqreqa qedehan dîsa hat û dîsa fikrê wê kete dilê wê. “Ez ê ji van deran biçim!”
Rabû ser xwe û bilez derket der. Nefela li keviya rê li ber bayê êvarê dilewlibî, xwîşêneke weke cotek dest ku bi hev ve bên xijiqandin jê dihat. Wekî din dinya ker bû. Dengê piyê wê nerme nerme bû, tu kesî pêjna wê nedikir. Ji xwe re got dema di kolanê de berjêr diçû: “Çêbû. Diçû, êdî diçû!”
“Elden 6.13, Olde 6.18.”
Gelo biçûya Eldenê an Oldeyê? Li enîşka kolanê rawestiya, ji xwe re fikirî, biçûya Eldenê kesekî wê ew nas nekira, lê biçûya Oldeyê wê hinekan ew tefsilanda û di derheq wê de gotinên pûç bigotana. Elden, naxwe, ev der kêmayiya wê tune bû. Mesele tune naxwe. Ew diçû, baş e ku çûbû êdî.
Germahiyeke bizdonek di dilê wê de wek heyecana wê geş dibû, kêm dibû. Kir ku ji nû ve tiştên di çentê xwe de qontrol bike, lê hate bîrê, tenê “Kirasê şîn ê gulgulî,” yê ku pêşî ji cihê wî derxistî û di çente de bi cih kirî. Belê ne derd bû, perê wê di ciyê xwe de bûn, her tişt di riya xwe de bû, digel vê dilrehetiyê jî kete nava bêdengiyeke tîr, di dilê wê de bi sedan hest û fikar hebûn. Wê êdî hew straneke walsê xerab bistre, cara dawî bi kaxizan lîstibû, lîstikeke beredayî, tenêtî, jiyana sekan, bêhntengî xelas bûbû, hemû xelas bûbûn.
“Ez ê ji van deran biçim!”
Xwe dilqewîn hîs dikir, bayekî sivik î şevê bedena wê bi tameke xweş, nem û bêhnçikên dialîst, tevzînokên şîrin li bedena wê digerandin. Aniha tirs tunebû, tu fikar tune bûn. Hêrseke eşkere ber bi hêzeke neqam diçû, ji dêla derxe derve weha got di dilê xwe de: “Kesek wê bawer neke ez çûme. Belê ev rast e- dawiya dawî ez diçim.”
Çentê wê giran dibû. Li ser nefelê danî û li ser rûnişt kêlîkekê, wekî di odeya tarî de be bi dirêjahiya danê êvarê, wisa dima, ya rasttir destê xwe yî di lepik de di ser pişta destê xwe re dibir û tanî. Gotinek, du gotin ji walsê ketin ser zimanê wê dîsa… Piyanoya ehmeq! G ya wê a jêr tamsar bû, her car tamsar bû! Çiqas kelevajî! Hewl da ku hinek dîmenên Londonê bîne ber çavê xwe, jê re zor hat û di dawiyê de dîsa gotina berê vereşiya: “Ez diçim ji van deran.” Û ji berê bêhtir kêfxweş bû.
Li siyasûnê tenê lembeyek pêketî bû, ronahiyeke kwîr, zerikî û lerzok bi tenê xemgînî zêde dikir.  Û ya xerabtir li siyasûnê tu kes nîn bû, bi aramiyeke jixwenebawer ji dengê piyê wê yê ku diçû wî serî û dihat vî serî tu deng nîn bû. Di vî aqarê tarî de hemû nîşaneyan xeleka sor a kwîr nîşan dida, wisa xwiya dibû wekî ku wê qet tiştek neguhere. Belê dîsa jî ji xwe re got û hey got: “Ez ê ji van deran biçim. Ez ê ji van deran biçim,” û paşê :“Ez ji herkesî nefret dikim. Heta min xwe qenc nas kir ez guherîm.”
Bi fikar çav li riya trênê bû. Balkêş bû. Ev cara pêşî bû ku dixwest bi wext bizanibe, zenda mantoyê xwe bi paş ve da, saet li dora şeş û nîva bû. Wê sar bû. Di ser xêzê re hemû nîşaneyan diyar dikir ku xeleka sor pê dikene. “Şeş û nîv, belê, helbet.” Dixwest dilê xwe bixe cî. “Belê bû dereng, trên dereng ma,” lê belê serma û tirsa wê a jidil bilez zêde dibû, heta ku baweriya wê hew bi van peyvan hat…
Ewrên giran nizm dibûn, bêhntengî bêhtir dikirin, di ser serê wê re dizivirîn dema paş ve dimeşiya. Bi bayê ku bi newayeke giran dilebitî bêhtir xemgîn dibû. Ev tişt berî niha jê re ne derd bûn. Belê aniha him gotinan ditewtişîne him jî bêhntengiyeke rûnedayî dipê. Cesaretê wê nemabû, sar bû ewçend westiyabû ku dilerizî, dişewişî.
Di odeya reştarî de çavlixew rûnişt, ji xwe re digot: “Roj tenê ne îro ne. Rojekê ez ê biçim. Rojekê.”
Bê his û deng bû. Li odeya kêlekê bi kaxiz dilîstin û keservedana bavê wê ji nişka ve hat: “Ez bawer im ‘as’ çûye.” Hinek keniyan. Dengê bavê wê dîsa hat: “Tu cara destekî xweş ji min re naye! Tu cara destekî xweş ji min re naye! Tu caran!” 
Çi kambaxî! Xwe ranedigirt! Diviya rê li ber vê bigirta! Êdî ev pir zêde bû. Dîsa dest bi walsê kir û xeyala wê a hestiyar ew kelogirî kir.
“Roj tenê ne îro ne,” xwe diqewîn dikir. “ Rojekê ez ê biçim. Rojekê!”
Dîsa gava wals dikir û dikir, serê wê diket ber û ji xwe re heman tişt digot:
“Rojekê! Rojekê!”
 
 
 Weger ji Îngilizî: B. Ronîzêr

Çar Zaît / Sait Faik Abasıyanık

Di rêkî de heke dilê we çû çixarekî, niftika we jî nîn be, hûn ê biçin çixareya xwe ji ya kê pêxin? Bivê hûn rêkî bipirsin, hûn ê ji kê pirsin? Hûn rastî komcivîneke mirovan werin, hûn ê ji kê pirsin ka çi bûye gelo? Ez yek ji wan mirova me. Ez bêhtir ew kes im ku rê jê tê pirsîn, agir jê tê xwestin, bi vê carinan xweşhal dibim, carinan na. Di emrê xwe de çend caran, ne ku min pozbilindî li çend bêşensên ku bi mad û mirûzê kesên pirsîner ber bi min hatine, li nava çavê min mêzandine nekiriye… Kî zane çiqas bêhna min teng e wê rojê… Digel ku bi piranî li xweşiya min nediçû ji nav mirovan weha bême bijartin, gelek caran ber xwe diketim ku min dilê yekî dihişt. Carinan jî ji nêzîkbûna zarokên piçûk a bi nêta agirxwestinê diêşiyam. Çawa seyr nêzîkî mirov dibin! Çawa ji dûr mirov dineqînin. Min çar pênc caran hêviyên wan jî qurmiçandine. Hingî ez têgihîştibûm bê hêvîsarî çi zor e. Hêvîsariyeke wisa qet nayê ragirtin. Min pir dîtin ku dev ji çixarepêxistnê berdan. Hinek jî qet hêviyên xwe nabirin.
            Tê bîra min, min bi xwe çend caran bi demdirêjî li ber dixist ku yekî rêkî ji wî bipirsim bibijêrim. Carinan ji bijartinê re sebra min nedima êdî hema kî ber min biketa, min jê dipirsî. Hinekan bizaniya jî serder nedikir, hinekan jî çi bi dilxwaziyeke eşkere çixareyên xwe dirêj kiribûn. Bi bişirîneke di radeya bextewariyê de bişirîbûn. Îca gava hêviyên mirov çi namîne biqurmiçin, ev pêşkêşiya kêfxweşiyê rewşeke xweş ku dike mirov hew zane malavayîyê bike; mirov spas dibêje, mersî dibêje. Pir malavayî tê kirin.
Belê ez vê jî zanim ku mirovek ji pirsekî re, gava ji bîst kesan te bibijêre, li gor xwe hesabin kirine. Ev hesab jî hineke dêrûnî ne.
Li vir heke fêmkirina ji fîzyonomiyê jî ku danasînek pûç û beredayî ye jî tevlî bibe… Wî çaxî tim û dayîm ew doçentê ku tezên rûnasî diafirandin tîne bîra min. Wî doçentê rebenok, li mirovan dinihêrt, dinihêrt li mirovan, ma çi digot çi nedigot! Heke na, ew awirên mirovan ên kûr, rûyê wan î xetîrî, porê wan î ku bi teşeyekî geometrîk qeşengiyekê radixe ser rûyê wan, bi tevahî tiştine berevajî vê digotin. Di vî madî, van awirên dîtî û zanayî de ji bilî baletiyê, di van rûyê xetîreyî de ji serpêhatiyên keçikên hişsivik wêdetir tiştek nîn bû. Di vî porê wan î reş de ku eniya wan a fireh rapêçayî de nîşaneke ermrekî pûç jî nemabû.
Gelek ji me bêyî ku zanayê dêrûnnasiyê bin, bêyî ku ji fîzyonomiyê fêm bikin jî wek nezanê van zanistan, belê wek meraqdarê wan nêzî mirovan dibin, çixarê ji ya wan pêdixin, li vapûrê dipirsin, rêkî dipirsin, meraqa xwe dişemirînin. Ev wensek wisa ye ku angaşta wê hatiye   jibîrkirin. Çima ji nav komeke ciwanan tu têyî bijartin? Ji ber ku ew mirovên baş in? Min ne bawer e… Ne ji çêyiya me em hatine bijartin. Em tenê ji pirsan re guncaw hatine dîtin. Rûyê me rûyek baş e? Ji ku! Divê em fitûne din bibînin; cilên me kevin bûne gelo, an potînên me bê boyax in? Di awirên me de hinek hişsivikî, di hal û rewşa me de hinek bêhnfirehî, bêvila me de xwarîtî, di rûyê me de baletiyê kon vedaye? An naxwe, qirewata me dahma girêkê spî bûye? Muheqeq tiştek heye. An jî em pir eware ne. Ma pirs ji zilamekî ku ji otomobîlê peya bûyî bi lez xwe digihîne vapûrê tê kirin? An jî ji zilamekî navsere, ser û kincên wî pak û paqij, mirûzê wî kirî, xwiyaye ku nû ji loqentê derketî û hêdî hêdî çixarê dikêşe agir tê xwestin? Ma mirov dikare ji rêwiyên ku ji ser û cil bêkêmayî pirsa riyekê tê kirin? Ma cegerê kê heye ku ji zilamê potîna wî diçirûse bipirse komcivîna li kuçeyê ji bo çi ye?
Her ku ev weha ye jî, ez pir naêşim ku êgir ji min bixwazin, an rêkî bipirsin. Dildara min carinan, gava ez têm dîtina te heke rêki ji min bipirsin, hema ez diçim potîna xwe boyax dikim.
Ez hez nakim yekî bi kincên pak û paqij, nefsmezin û tevgerên bajariyan agir ji min bixwaze. Ji ber çi, ji ber ku wî zilamî ceger nekiriye ji gelekan êgir bixwaze… Heke na, ne tiştekî ewqas wêrekî jê re bivê ye. Ji wan şerm kiriye, ji min nekiriye. Bi rastî ez ber xwe dikevim. Naxwe, ne şerm be jî tiştekî piçekî seyr e. Ev tevger li kêm mirovan tê kirin. Çima yek ji wan ez bim? Li aliyê din, ez ji gundiyê ku qet nefikiriye, hesab nekirine û rê dipirse, gundiyê dilpak î nezanê dêrûnnas û fîzyonomiyê hez dikim. Bila ew bipirsin. Di dilê wan de tu fikar û hesabên veşartî nîn in. Vî mêrikê reben dikaribû ji wî zilamê qelew î di nav kincên pak û paqij î forsek de jî bipirse. Ez rasthatinek im, aneku mirovekî wekî mirova me.
Dildara min! Berî yek dest bi çîrokê bike divê zêde zimandirêjiyê neke. Lê çi bikim? Dema niftika min nîn be, ez ê çawa ji yekî ku êgir jê bixwazim neqînim? Çîrok nivîsîn jî, xwedê nehêle, ez nikarim biterikînim. Her çiqas di nav kesên ser û cil pak û paqij, bi tifre, forsek de mame bi tu hawî ez nikarim nêzî çîroka xwe bibim.
Mêze, dîsa hate bîra min: Ji agirxwestinê, ji rêpirsînê re guncaw bûn û ne bûn ne baş e, ne xerab e. Sosret e ne? Bala xwe bidiyê dildara min, bi herdu texlîtê mirovan re jî tundrawî hene. Yek forsek be yê din rebenok, yek bi ser û cil yê din qepalî, yek nefsmezin yê din bêgiram, yek paqij be yê din bêmirês… Navbeyna vî karî nîn e, dildara min. Ne dixwazim bêm bijartin, ne dixwazim neyêm. Ya baş ew e mirov rey bide! Xelefek wê jî heye: Ya baş dildara min, niftika mirov hebe, rê baş zanibe, heta riya xwe serder nekiribe dernekeve rê. Ma çi haqê me û pêşdaraziya mirovên nenas heye., ma ne dildara min?
Em werin ser çîrokê. Min vapûr dipa. Nexêr, min vapûr jî nedipa. Bi nêta çûna mala xwe, na min çewt got, bo neçûna mala xwe ez dipam ku vapûrê birevînim. Îşev ketibû dilê min, ez ê li gundê xwe î xewle û xalî biteqiyame. Ji min re guncawtir hat li Stenbolê bimînim, şevê bi vexwarina araqê, fikar û hizra te biborînim… Lê çi çare, hê vapûr li bendergehê ye. Axir vapûr rabû. Ez jî ji xwe re aram bûm. Min çixareyek pêxist. Niftika min hebû.
Li pêşber min, zilamekî ciwan rûniştî bû. Kaxizek di destê wî de bû… Çavê wî li kaxizê, di xwe ve çûbû. Hêwana rêwiyan di navekê de vala bûbû, dida tije bûbû. Zilamê ku li kaxiza di destê xwe de dimêzand serê xwe rakir. Hawîrdora xwe raçav kir. Min nêta wî fêm kir: Tiştek ji wê kaxizê fêm nedikir. Diviya yekî ji wî re rave bikira.
Min berê xwe ji ser da alî. Da aliyekî dî. Çavên min çûn ser çavên jineke ku li çavê min nedinihêrî… Bijartin, di nav waqas mirovan de bi çi armancê be jî, bijartin ne bi dilê min bû. Lê di navekê de ihtîmala ku tiştên di vê kaxizê de nivîsî tenê ez fêm bikim û ez bim yê herî zana li vir, ket hişê min. Rastî xweştir e, gava ev fikir hate hişê min, na ne ji ber ku min xwe qedirgiran didît, lê bi awayekî xwiyayî bijartin li xweşiya min diçû gelo? Min parîkî li mêrik nihêrî. Jixwe wî jî ez bijartibûm. Li vir bêje qey ez xwe bi te didim ecibandin…
Mêrik xwe ba min de eda. Kaxiza di destê xwe de dirêj kir.
-Ka li vê binêre, ev çi ye tu bi xatirê Xwedê kî?
Min nihêrt, min baş fêm nekir. Careke dî, yeke dî min lê nihêrt. Tiştek kete ser dilê min, guvaşt… Havînê dema mirov tî dibe, ku aveke cemidî vexwe pê re pê re qolincek, giraniyek xwe berdide ser dilê mirov; tiştekî wisa xwe berda ser dilkê min. Berê min li mêrik, sar bûbûm. Mêrik tiştin didan ser hev:
-Ez ê kevime karekî. Min karekî qenc dît. Te bizaniba birako, te bizaniba ji kengî ve ez betal im: Dawiya dawî min dît. Dergistiya min jî heye. Hemû derên min sip û sax derketin di oxilmê de. Di dawiyê de oxilma xwînê kirin. Gotin ferz e. Çi dibêje, gelo xwîna min jî baş e?
Devliken bû, belê gumanekê dahmeke eniya wî diqermiçand. Doçent hate bîra min. Ma ez jî dibûm fîzyolog? Na, yekî bi kotek karek dîtî, kaxizek di dest de, di kaxizê de nîşanine gumanbar… Na! Di nîvê eniya zilêm de, nava çavên wî de jankêşiya fikarên wî dabû der. Xwîn bi sê teşeyan oxilme bûbû. di sê teşeyan de jî çar zaît(+ + + +) hebûn.
-Birako, ma berê nexweşiyek li te hebû?
-Na welle, got.
Madê wî sar bû. Rengê çavên wî fûrî
-Ez nizanim, ez ji vê fêm nakim, min got.
Dîsa pirsî:
-Tiştek tê de nîn e, ne?
-Nîn e herhal, min got. Ez ne dextor im. Ez qenc tênegihîştim.
-Ez vê kaxizê bi xwe re bibim gelo? got. Bibim ciyê ku wê kar bide min?
Min bersiv neda. Min bi baldarî li rûyê wî nihêrt. Ev ji nêrîneke baldar wêdetir, nêrîneke hişsivik û bi kerb bû…
 Rojekî te jî weha bi kerb li min nihêrîbû bawer ke… Me pev re dîsa bala xwe da kaxizê. Min ne got bibe, ne jî nebe… Dixwest binêre, min li nava çavê wî dinihêrt. Mêrik spîçolkî bû.
Ez çûm. Min potînê xwe boyax kirin… Reviyame malê. Min riha xwe kur kir. Qirewateke paqij xiste stuyê xwe. Îro ji bo kesek nêzîkî min nebe, min dirûvekî nefsmezin da xwe. Ha wê rojê min sakoyê xwe jî da paqijker, dildara min.
 
Werger: Brahîm Ronîzêr

Jibîrbûyî / Oğuz Atay


“Ez di binê çatiyê de me delalo!” bi dengê bilind got di qulikê re ber bi jêr. “Kevnepirtûk pir pere dikin van rojan. Min dixwest li wan binêrim.” Gotina min a dawî bihîst gelo? “Ew der pir tarî ye aniha, bisek, ji te re fanosekê bînim.” Baş e. Rojeke aram e. Yekî digot di tevahiya jiyana xwe de tu seraqet li benda baldariyekê bûyî. Neynikeke ku bişirîna min biteyisîne hebûya; hinek jî ronahî. “Tu yê devereke xwe biêşînî di wê tariyê de.” Fanosek hil bû ber bi qulikê. Ronahiya di pêşiya dest de, eletexmînî quncikeke beredayî ronî kir; ev dest mist da. Dest winda bû. Çi difikire gelo? Bişirî: Dîsa difikire?
Bi salan bû hilnekişiyabû vê tarîtiya tije toz û tevnepîr. Hinek kêzikên çav li ronahiyê kirin vê de wê de reviyan. Tirsiya; lê, fikara ku wê sûdewer bibe hêz da wê. Belkî jî diviya bêyî tu tiştî bibêjim min ev kar pêk bianiya. Ne li benda min û bersivekê ye. Ev alîkarî ye ji bo wî? Nizanim, carinan ji nav dernakevim; nexasim gava serê min dike him û gum. Min dixwest bikaribim wek wî bifikirim. Ez raçavî xwe kirime bi hewla ku nehêle haya min jê çêbe. Ji min dipelikîne. Divê leza xwe bikim naxwe. Berê fanosê da dereke nêz; rismê dê û bavê wê. Di navbera wan de torbeyekî pêlavan, çend lembeyên şikestî. Çima ji hev qet hez nekirin? Ez ew çend tirsiyabûm ku wê bimirin. Torbe tev da: Ji bo baloya pêşî ku bi tualetê çûbûmê min ev li xwe kiribû. Her şev bi yekî re derdiketim ji bo dansê. Ya Rebbî! Çawa min wisa kiribû? Toza destê xwe bi dawa xwe hekand. Li pêlavên xwe yên mor nihêrt. Perçiqîbûn, kûfikî bûbûn. Fera çepê xist piyê xwe: Pîvana pîyê min qet neguheriye. Şerm kir; dîsa jî ji piyê xwe dernexist. Bi kulekî çend gav avêtin. Paşê xwe nêzî risman kir, çok da, anîn ber hev. Bi enîşka xwe toza wan paqij kir piçekî. Ez jî û xwe jî fêm nekirin. Ew çend ez giriyabûm ku. Li jêr ez ê karibim cihekî ji wan re bibînim. Li sefikê, li odeya sindoqan… ez tiştê pûç dibêjim. Min ew ji bîr nekirin, min ew ji bîr nekirin. Li ser rûyê bavê wê rûsariyeke bitifre hebû. Çênabe bi eynî dîwarî ve daleqînim. Hemû dûzena malê bi lez anî ber çavê xwe. Nedixwestin li ba hev bin; di tirbê de jî. Rahişte rismekî ji risman; fanos danîbû erdê, nedizanî rahiştiye kîjan rismî. Danî ser devereke piçekî bilind. Pelesûriyekê ew girt; çoka xwe li textekî xist. Şewişî, kete erdê; hêdîka ketibû. Degel nekir rabe, bi çarlepkî xwe gihand fanosê. Torbeyekî din jî. Vala kir; Rismên kevin! Dûr diket ji egera xwe. Divê ez nefikirim ku tahdê li min dike. Di rû de bêjim jî, divê nexim dilê xwe. Bi lez rism li erdê raxistin, fanos da rûyê van reşahiyên tozgirtî. Dibe ku min bar bikira xaniyekî din, dibe ku min ev tev danîbûna ba kesine ku min ê nema bidîtana. Rism pelandin: Ka tu lê, min çiqas risim kişandine ya Rebî! Gelekê wan jî baş derneketine. Bişirî: wî çaxî çiqas dirêj bûn dawa kirasan. Dirêjiyeke qebîh. Sekna mirovan jî komîk. Kî zane ji kîjan fîlmî ye? Min wekî ku ez dimeşim û ji nişka ve min serê xwe fitilandiye kiriye. Min li kê nihêrtiye gelo? Bi heman kirasî rismekî din jî. Yek li rex min heye. Risim di tozê de mabû. Tozgirtî jî be mirov xwe nas dike. Teliya xwe şil kir bi zimanê xwe, toz pêşî bû herî, paşê… Rûyê kenokî yê mêrê xwe yî pêşî dît di serê teliya xwe de. Ya Star! Wextekî ez jî zewicî bûm… paşê dîsa zewicî bûm. Mirov di rojekê de nagihîje cihekî, em çawa bikin? Nagihîje ku? Ji ber hestên navnenas, ji ber hestên nizanim ji wan re bêjim çi, em çiqas xemgîn bûbûn. Tewiya, ji erdê rahişt qevtek risim: Berî ev risim bê kişandin, çawa belesebeb min arîşeyek derxistibû, paşê jî min dabû rê çûbûm. Paşê çi bûbû? Paşê… tu li vir î axir… li vê malê. Naxwe paşê tiştek çênebû pê re. Ne xerab, ne jî baş: naxwe tu tişt. Belê min ev qet hîs nekir; wisa bê haydarî derbas bû ku… Nexêr, hişê te têkel bû; bi awayê hesanîtir gotinên te… Çi elaqa bi vê re heye? Lê belê min… wextê ez jê direviyam, çawa çêbû min serê xwe fitiland û ev risim kişand? Li cihekî piçekî bilind rûnişt, serê xwe xist nava destê xwe û ponijî. Rûyê wî jî kî dizane çawa ye? Herhal ez sûcdar im; ne gava risim dihat kişandin… belkî wê gavê ez mafdar im, helbet ez mafdar bûm. Gelekî berî vê… gelekî berî vê.
Pê re pê re xwest xwe bigihîne pirtûkan, zû zûka xwest ev rêwîtiya ber bi paşerojê biqede. Hewl da pêlava kevin ya baloyê ji piyê xwe derxe. Paşê, kir nekir şimika xwe ya pahniya wê girtî nedît. Bi şewişîn ber bi fanosê çû. Diviya sindoqa pirtûkan li quncika li pêş bûya. Lê li wir, komikek reşahiyên ku nedişibiya sindoqa pirtûkan hebû. Berê fanosê da vê komika ecêb. Teqepaşî bû: yek hebû li wir, yekî rûniştî. Ji dil hat ku rahêje fanosê û bi hemû hêza xwe ber bi qulikê bireve, nekarî biqeliqe. Bi tirsa di dil de, bi fanosê nêzî wî bû. Çi kiribe di emrê xwe de bi tirs kiribû. Naxwe wê ji zû de bê ser û birhan winda bibûya. Fanos da rûyê wî: Ya Rebî! Dildarê wê yê berê li wir dirêjkirî bû. Di tozê de mabû, tevnê girtibûyê, wekî hemû tiştê di binê çatiyê de. Wekî peykerekî kevin ê ku bi sindoqa pirtûkan û textê risiman ve bi tevnê hatibe girêdan. Çengê rastê li ser keviya maseyekê; teliyên wî wekî ku pênûsek di nav wan de be kumişî, di valahiyê de. Çokên wê lerizîn, diranên wê lev ketin, merşa di bin piyê wê de şemitî, pê re jî maseya risman ku li piyê wê ket qulibî. Çeng dîsa di valahiyê de ma: Bi tevnê bi çatiyê ve hatibû aliqandin. Bi vî destê xwe xwest çi bike? Xwest tiştekî binivîse? Çi heyf, ez ê qet pê nizanibim. Destê çepê li ser erdê bû, demançeyek tê de. Wax! Xwe kuştiye naxwe? Çênabe! Tiştek bikira min ê pê zanibûya; tiştên xwe hemû ji min re digotin. Me wisa ji hev re gotibû. Ez bi tena serê xwe nedihiştim.
Paşê hat bîra wê: Rojekê dergistiyê wê yê berê hilkişiyabû binê çatiyê, piştî pevçûneke mezin. Rojeke ku herdukan gotibû, êdî bes e. Kite bi kite anî bîra xwe: Belkî jî pevçûneke mezin neqewimîbû. Hinekî navbera wan ne xweş bû. Bişirî: Bi vê gotina ‘hinekî’ pir hêrs dibû. Di binê çatiyê de dev jê berdabû û bi bayê bezê xwe berdabû kuçeyê; bi mirina xwe dihisiya. Erê lê çima? Nedizanî; tenê dijwariya hestan mabû di hişê wê de. Paşê ‘ew’ dîtibû li kuçeyê; digel hemû xemgîniya xwe, hemû hîsên qelsiya xwe, girê mirinê jî, bê ka çima bi bandora çavên ‘wî’ cihêtiya wî ya ku mirov dikişand hisiyabû. Helbet wê rojê bi tena serê xwe vegeriyabû malê. Piştî vê jî çi qas bêhtir pir bi tenê vegeriyam malê. Aniha li hember min bipeyiviya ‘Çi qas bêhtir pir’ ma ev dibe? bigota. Li ser çokên xwe yên ku dilerizîn çok da, fanos da rûyê wî: Çavên wî beq, jîndar bûn. Dilê wê qabil nekir binihêre, berê xwe da tarîtiyê. Paşê nihêrt dîsa: dîsa ji hêza wî ya piştgir ya di arîşeyên man û nemanê de sûd girt. Qet xera nebûye; ez dereng nemabûma weha nedibû belkî. Li ber ket. Belê qet neguherîbû; wekî dîtina min a paşî ye, çavên wî jî vekirî ne. Bes, cihêtiyek heye di van çavên jîndar de: wekî ku her tiştî zane lê hestiyar nabe. Li bejna min nenihêre, nava min miriye êdî, weha ez ditirsandim. Min bawer nedikir. Ji min re tiştên wisa digotin çer ku miribû jî. Belkî dîsa li pey min e. Cihê xwe guherand. Min digotiyê tu li min nemiqate yî û ew xemgîn dikir. Na, li min nanihêre. Belkî jî diponije. Ji nişka ve diket axaftinê. Tu van tiştan gişan kengî difikire? min jê dipirsî. Bi tu hawî ez nabînim kengî li wan tiştan difikire. Na, bi rastî nemiriye; ji ber ku min ê nekariba bijiyama ku ew bimiriya. Ev dizanî. Min nedizanî ew çend li nêzî min e lê, min jê re gotibû, li cihê tu hebî ez dikarim bijîm ancex. Tu çawa bî bibe, hebûna te besî min e, min gotibûyê. Min ev berî pevçûnê bi gelekî jê re gotibû lê, dizanî ku pevçûna me wê tiştekî neguherîne. Paşê, tevî ku min pêlekê nexwest wî bibînim, tevî ku min dizanî li wir e, nediçûm binê çatiyê, dîsa jî wî dizanî ku ez li wî difikirim, bêyî wî nikarim bijîm. Paşê çima lê negeriyam? Bi tu hawî keys lê nehat; her cara ket bîra min astengiyek derket. Herhal li jêr dengine nû, hengameyek nû bihîst loma pêlekê daneket jêr. Hekena dizanî: Di navbera me de tu qîmetê bûnewerek nû nîn bû; em li ser van tevan axivîbûn. Heye ku ez jî li benda daketina wî mabim. Serê pêşî wisa ji min re hat ku dixwaze ez xemgîn bibim, danakeve. Paşê… axir bi tu hawî çênebû… min nekarî hilkişim: Hat û çûya malê, derdê debarê, xwarin, şûştin, paqijiya malê, guhdariya ‘wî’(wek zarokekî bû, pê nedibû guh bide xwe), mirina dê û bavê min, heyira kirina karinan, tim mecbûriyeta kirina karên ketin ser hev. Min ji bîr kir ku tu li wir, di binê çatiyê de yî axir. (Min ew ji bîr nekir helbet.) Çi zanim, mirovên hîn xemgîntir hebûn; bi wan re lebikîm. Herhal min hizir nekir tu yê ew qas di binê çatiyê de bimînî. Ez fikirîm, min got riyek dîtiye û çûye. Belkî kêlîkeke ez ne li malê… erê, hebe nebe wisa fikirîm. Wekî din min ê çi bikira? Ji bo bikaribim bijîm, hebûna wî hergav diviya. Bi awayekî din min hîs bikira, aniha miribûm. Herweha, çend cara ket dilê min ku hilkişim binê çatiyê. Nexasim ku min bibihîsta te xwe kuştiye bêfitû ez ê hilkişiyama. Min ê guhnedabûya xeyda me.
 Min bihîstibû an naxwe? Bi zena min carekê li jor dengek hatibû; min ji bê guman kiribû ku deng bi derî xistiye. Lê belê çawa dibe? Piştî gelek rojan pey wî re ku hilkişiyabû binê çatiyê min ev deng bihîstibû. Û ez bi rojan di quncikekî de quncifî mabûm. Neqeliqîbûm tu deveran. Berik berda bû xwe. Yan berdabû dilê xwe… Bi lerizîn tewiya: Divê li ser dilê wî binêrim. Kincên wî aliyê çepê riziyabûn; gava bi hêdîka dest dayê ji hev diriya. Birek kêzik ji nav derketin, vir de wir de reviyan. Min guhdêriya wî nekir, min kincên wî seh nekirin, belkî ji devereke dirûnfilitî kêzikan dest bi kohtina kincên wî kiribe. Paşê qul fireh kiribin. Bin kincên wî peland. Baş e ku ji bincilên wî wêdetir neçûne. Çermê wî wekî xwe ye. Çermê wî têr ne germ e lê, dilê wî di cihê xwe de ye herhal. Bi guman min aliyê çepê yê singa wî peland: Va ye li wir e, ez dizanim. Ez ê nejiyama an naxwe. (Diviya min an naxwe di serê hevokê de bigota; wê vêga bixeyide. Erê, her gav bi gotinên wî jiyam, aniha wê çi bigota.) Bi tenê ew qas jê xera bûye. Baş e. Vêga ez ê çawa karibim wî qanah bikim ku di vê demê gişî de bi wî re jiyam? Çawa wekî min ji bîr kiribe û li wî difikirim? Wê tê dernexe, wê li tiştê xwiyayî bawer bike, wê tê dernexe. Ji ber ku min yekî din dîtiye wê bifikire ku vê têkiliya nû her tişt daye jibîrkirin. Hekena hemû tişt di bîra min de ne; heta bi van kincên lê ku roja hilkişiyayî vir li xwe kiribûn. Fanos da ser laşê mirî: Di pişt tevna pîrê de rûdêneke wî ya mijoyî heye. Lê, devera ku min di nav tevnê re mist dayî hinekî reş e. Rismekî wekî xewnekê ye. Me bi hev re rismê xwe nekişandibûn. Wekî gelek tiştên din me ev jî bi hev re nekiribû; bi tu hawî çênebû. Keft û leftek, bê hedan kêferata hin tiştan… Ev çi kêferat bû, hewara çi bû? Heta roja hilkişiyayî binê çatiyê, li dûv tiştekî tiştekî din dihat muheqeq; qet hedan bi me neket, qet me tiştek dubare nekir. Paşê bi rojan di quncika xwe de mam; ne min tiştek xwar, ne fikirîm. Min seraqet çixare kişand. Min xanî kir halê ku debar lê nebe axir. Tevlîheviya layî dawiya şerekî lê peyda bû. Çer ku min ji rêk û pêkiyê hez dikir jî di nav çepelî û kirêtiyê de gevizîm. Bi vî hawî min ceza da xwe. Ji bo birevim kuçeyê, xwe bavêjim ‘wî’, min xwest hêvîsariyeke kujer bi min re çêbibe. Kî dizane? Belkî jî, te yê ji bo min ev tişên xerab bixwesta, loma ji te re dibêjim. Lê min hizir nekir ku tu yê bimirî, tu yê xwe bikujî. Min xeyal dikir ku tu yê li devereke dûr, qet nebe bi ya xwiyayî be jî, jiyaneke aram derbas bikî.
Kêzikeka ku dixwest ji ber ronahiyê bireve ber çavê wê ket, bi ser hişê xwe ve hat. Bi fanosê kêzik şopand; lawira kirêt hewl dida biçe jor bi tevnê ve. Tirsiya ku piyên kêzikê kincên wî bidirîne. Sal ser ve derbas bûbûn, wê xwe li ber hingivînekê ranegirtana, kî dizane? Va ye, bi qirika wî ve hildiperike, li ser dêma wî piçekî şewişî: riha wî hinekî hatiye loma; jixwe her roj nedixwest biqusîne. Kêzika ku ji ser dêmê berjortir çû, di navbera çav û guh de winda bû. Ez berê fanosê bidim wir gelo? Na. Tirsiya; mixabin di tarîtiya nîvronî de qula berikê dît. Gava bi lerizîn xwe paşve dida kêzik di heman qulê re derket. Di navbera piyên xwe de parçeyekî piçûk î gijik dikişkişand. Ecêbmayî berê fanosê da nava qulikê. Tîrêj teyisîn ser diwarên nava serê wî. Hey wax! Kêzikan mêjiyê wî xwaribû, aliyê herî nermik. Belkî jî kêzikê parçeyê paşî dibir. Xwe ranegirt: “Tu pir bi tenê hiştin dildarê min?” got. Ji xwarê ji qulikeke din dengê dildarê xwe bihîst:
“Ma te tiştek got cana min?”
Destê xwe bi heyirîn êxist sindoqa pirtûkan, “Na,” bersivand bi lezgînî. “Ez xwe bi xwe diaxivim.”    
 
 
Werger: Brahîm Ronîzêr

Ermen û Ermen / William Saroyan

Li bajarê Rostov derengî şevê gava ez di ber meyxaneyekê re derbas dibûm min garsonekî bi ser û cilên spî dît, min ji xwe re got hebe hebe ew Ermen e, loma min berê xwe da hundir û bi zimanê me min got, Hûn çawa ne, Malxirab, hûn çawa ne? Min çawa tê derxistibû ku e Ermen e nizanim, lê min tê derxistibû. Ew ne rengesmer bû, ne bêvilnikilî bû, ne porê wî stûr û himbiz bû, ne jî ji çavên wî yên jînbexşîn ên di nava serê wî de min ew nas kiribû. Belê, rengê wî, şiklê bêvila wî, por û çavê wî gelek tiş digot, lê ne yên Ermenan bûn. Qewmê me yekî xuyayî bû, û ez li ser riya Ermenîstanê bûm. Lê çibikim, ez xemgîn im. Ez gelekî xemgînim, Ermenîstan ne tu dever e. Tiştekî gelekî bi kul û keder e ku Ermenîstan nîne.

Devereke piçûk e Ermenîstan di nav axa Asyaya Piçûk de, lê ne wisa ye. Ew ne Ermenîstan e. Ew deverek e. Li wir dar û ber hene, çiya hene, çem û kanî hene, bajar hene, ev giş baş in xweş in, ev giş ne kêmî yên deverên din ên dinyayê ne, lê ew ne Ermenîstan e. Li wir tenê Ermen hene û terkeserî dinyayê bûne, ne li Ermenîstanê ne, ji ber ku Ermenîstan nîne, camêrno, ne Emerîka ye û ne  Îngilîstan e, û Frensa ye, û ne Îyalya ye, tenê dinya ye, camêrno.

Axir ez çûm hundirê meyxaneya piçûk a Rûsan ku silavekê li hemşeriyê xwe bikim, hemşeriyekî nenas li welatekî nenas.

Vy, got bi awayekî k udi zimanê me de ne lirê û gelekî komîk. Hûn?

Helbet ez jî, ez jî biyanî me. Kincên min, ser meselê. Şewqeya min, pêlava min, û belkî jî di rûdêna min de rengê Emerîka hebe.

Te ev der çawa dît?

Wekî dizekî, min got bi dilovanî, ez ji xwe re dimeşiyam. Tu ji kîjan bajarî yî? Tu li kû derê çêbûyî? (Bi Ermenîkî tu li kû derê ketî dinyayê?)

Li Mûşê , wî got. Tu diçî kû? Li vir çi dikî? Tu Ermen î. Ez ji ser û cilên te derdixim.

Mûş. Kêfa min ji Mûşê re tê. Ez dikarim ji bajarekî hez bikim, bajarekî ku min qet nedîtibe jî, ji holê rabûbe jî, bajarekî ku şêniyên wî hatibin qirkirin jî. Mûş ew bajar e bavê min di ciwaniya xwe de car caran diçû serdanê.

Şikir, çi baş bû ku min Ermenekî reşik î Mûşî dîtibû. Hûn nizanin bê çi qas baş bû ji bo Ermenekî ku ji Ermenîstanê bi dûr keve, biçe welatekî din ê li ser rûyê erdê. Ji bo yekî wekî vî, li meyxaneyekê. Li devereke weke vir, cihê vexwarinê. Bîraya genî di bîra kê de ye? Mêş di bîra kê de ne? Kêşe di bîra kê de ne, dîktatorî di bîra kê de ye? Gelekî hêsan e guherîna tiştan e.

Vy, wî got. Vy, (bi kêfxweşiyeke eşkere, hêdîka got) vy. Û tu bi zimanê me dipeyivî. Gelekî balkêş e ku te ji bîr nekiriye.

Û du qedeh anîn, ji bîraya genî ya rûsan dagirtin.

Û bi lebt û livên Ermenan gelek tişt digotin. Bi lêxistina enîşkên xwe û velerzîna digel pîkêniyên xwe. Bi sixêfên xwe. Bi tinazpêkirina dinyayê û fikrên xwe yên balkêş. Bi peyvên Ermenîkî, bi awirên xwe, bi lebt û livên xwe, bi kenê xwe, di nav van tiştên di heyra vejîna vî qewmî de, qewmê ebedî û dîsa xurt, di nav salên ku derbas dibin de, li bajarên xerabûyî, li paş bav û birayên kuştî, welatê jibîrbûyî, xewn û xeyalên jidestçûyî, dilên jîndar ên tarîbûyî û tije nifrîn.

Diviya bû min ew hêza ku vî nifşî têk dibe bidîta li dinyayê, ji bo wî qewmê ku ji komikek mirovên ne girîg pêk tê, ew mirovên ku dîroka wan xilas bû, ewên ku di şer û pevçûnan de li ber xwe dan û têk çûn, ewên ku hebûna wan parçe parçe bû, edebiyata wan nayê xwendin, muzîka wan nayê gotin, diayên wan nayên bihîstin êdî.

De heydê, wêran bike vî nifşî. Bihêle em dîsa navê 1915 an hildin. Li seranserî dinyayê şer e. Ermenîstanê wêran bike. Binêre heke ji te tê. Wan bişîna mala wan di nav çolistanê re. Wan bê nan û bê av bihêle. Mala wan xera bike, dêrên wan wêran bike. Binêre ka çawa dimînin li ser piyan an na. Binêre ka dîsa dikenin an na. Binêre ka dîsa ev qewm li ser piyan dimîne an na gava du kes ji wan li meyxaneyê bên cem hev, piştî bîst salan, pev re dikenin, bi zimanê xwe xeber didin an na. De heydê, ka çi ji destê te li hember vê. Binêre ka tu dikarî fikrên wan ên tinazker li hember dinyayê bidî şemirandin, tu kurê qehbikan, cotek Ermen pevre dipeyivin li ser rûyê dinyayê, de heydê ji te tê wan wêran bike.

Werger ji Îngilîzî: Brahîm Ronîzêr

Hawa / Vüs’at O. Bener

Pora min nermik e. Ya Hawa weke keja pez e. Diya min du caran bi duzanê qusand da ku dirêj bibe, lê nebû, kinik ma. Bêvila wê jî wisa kirh ku! Pahn pahn e. Eynî weke ya meymûna di pirtûka me ya mektebê de ye. Qet kêfa min jê re naye. Pîs, dizek.

Diya min îro sohrek lê da. Çawa lê nexe! Mafûra me ya xweşik qetandiye, ya odeya mêvanan. Dîn e, çi ye? Diya min got: “Te çima qetand?” Wê got:”Çivîkek di nava mafûrê de ye. Çivîkekî spî. Min dixwest derxim.” Te jî çivîk dît ha. Heme elimiye bêje: “Tobe yadê tobe,” û hew.

Qene bi kêrî îşekî bihata. Xwedê nehiştê nedîtiye ku! Ew li aliyekî, heme vê derê wê derê tev dide seraqet. Palês. Bi ser de jî tiral. Destek firax di heşt saetan de dişoye. Dûv re jî, têrxwarin jê re nîn e. Xêra Xwedê ye!

Wê rojê jî çi bû. Diya min çûbû mêvandariyê. Em bi tenê man li malê. Recebê kurê melayê cîranê me di ber mala me re derbas bû. Fitilî dîsa derbas bû. Paşê li keviya rê ya hember rûnişt, qîr kire stranekî. Çawa diqîre pîsê pîs. Ew jî li ser dîwanê rûdinişt ji nişka ve çawa hilpekî ji ba min. Ez veciniqîm. Paşê min meraq kir bê çi bû ji vê. Ez çûm, di pey re min nihêrî. Çûye mitbaxê, şibake vekiriye û destê xwe li ba dike jê re, bêedeb. Bila bisekine, ez ê ji diya xwe re bêjim. Ew ê ji xwe re bibîne. Ew jî ji xwe re nasekine, kirasê min î deqlêketî ji cihê veşartî derdixe û şanî diya min dixe. Çi bikim, deqa tûreşkê bû, jê neçû. Ez pê re kerixîm. Xwedê bike belayek were serê wê em jê xilas bibin. Ya Rebî wê bikuje!

Çawa cihê xwe girt nifira min. Ox xweş! Paqa wê layî hebanekî werimî. Bi şev hilperikiye dêliye tirh jê bike, ketiye ser lempa dohn. Nofek pîjê cama ketine piyê wê. Teredîn.

Bavê min jî dilê wî bi rehm e. Lê xist bire Stenbolê eva bêmirês. Em bi tenê man. Diya min bi dizîka girî.

Ev mehek e birîndar e. Xwezî hew bihata ev Hawa. Lê çi heyf hat. Rihet bûye.

Diya min duh got ku: “Gelo deh serî pîvaz deynim ber vê, wê karibe bixwe?” “Em deynin ber yadê, em binêrin ka wê karibe bixwe,” min got. Me danîn ber. Bi Xwedê hemû xwarin! Em şaş û metel man. Şire şira hêstira bû ji çavên wê dihatin, dîsa jî dixwar. Dûv re diya min got: “Keçê tu yê çixarê jî bikişînî?” “Ez ê bikişînim,” got. “Ha ji te re bikişîne heydê.” Tu nebê diya min xwê xistibû nav çixarê. Gava çike çik jê hat ji tirsa çixare bi aliyekî avêt û wisa reviya ku. Em ji kena zikopişto bûn.

Xwedêgiravî Heciyê Şîrfiroş bi devê kêrê bi Receb re peyiviye li ser vê, ev kêm bû îca. Wê rojê li ba diya mşn jî vê nabêje! Wisa hêrs bû diya min. Got: “ Ev çi gotin e keçê. Binêre li min, careke din nebihîzim ha. An naxwe ez ê te bikujim.” Diya min wisa gotiye, lê dîsa jî ji min re dibêje: “ Welehî kêr jê re derxist.”

Diya min, heke em bi cihekî de herin derî li ber kilît dike. An naxwe wê lêxe here. Rojekê hew mabû bifetise. Diya min deriyê serşokê li ser girtibû. Di xaçirganê de komir hebûye. Bêaqil, bîr nabe şibakê veke. Çi hate serê me. Me mastê sîrkirî dayê. Dilê min lev dikeve. Bi xwe de rîbû. 

Xaltîka Fatê dibêje ku: “Rihê vê keçikê yê kitika ye, nacehime.” Rast dibêje. Layî beraza dixwe. Heme tu çi biyê. Ji ber min dido şekirkê mêvana bêyî xebera diya xwe birin, deh dar li kefa destê min ketin. Bê çawa dîtiye, fesada fesad.

Diya min jî ecêb e. Serê xwe datîne ser kaba min, wisa radize. Carina jî wisa ji min re tê ku bêhtir didewisîne. Kaba min pir ditevize, lê jê ditirsim. Li rûyê min wisa ecêb ecêb dinêre ku!

Paşê rojekê li ber derî min li wan hisandibû. Bavê min ji diya min re digot: “Devê xwe veke, ez ê tif bikimê.” Diya min jî digot: “Hek! Malava, çawa çêdibe ev.” Paşê bavê min bi pîkênî keniya got: “Min tu ceribandî.” “Ka tu devê xwe veke, bê ka ez ê tif bikimê?” Sitirhê serê min hatin.

Çawa wisa axivîn? Çand cara min kir ku ji diya xwe bipirsim, paşê min dev jê berda. Loma wê fam bikira ku li ber derî li wan dihisênim. Jixwe kezebê min ji diya min diqete. Gava li me dixe, divê deng ji me neçe. Tu jin be biqîre. Ez naqîrim, lê digirîm. Ewa dîn qet nagirî. Bi tenê heta Xwedê dayiyê diqîre. Bavê min çend cara got: “Ev keçik nabe mirov, em bişînin gundê wê bila biçe.” Biçûya da em jî ji xwe re jê xilas bûbana. Diya min got: “Dilê min pê dişewite, kesekî wê nîn e. Hem jî xurt e. Bi kêrî min tê. Çawa be yek ji me re divê.” Em ewqas qenciyê pê dikin, xweşik di ciyê xwe de rûniştibûna qene. Heme pê girtiye dibêje, zikê min têşe. Behneke genî wisa ji devê wê tê ku! Paşê serê kêlîkekê kurmikan dibîne û min ditirsîne. Ji ber vê dilê min naçe xwarinê. Min newêrî ji diya xwe re bêjim. Ez bêjim, ew ê jî ji diya min re bêje ku surahiyê me min şikandiye. Lê belê Mestan gava pengizî şikand. Ne wî şikand, lê min ji diya xwe re wisa got. Ez çi bikim, paşê wê li min bixista.

Hawa ev sê roj in nexweş e. Bêhna kelaşa ji nava malê tê. Me çi jî kir bê feyde bû. Di jêr û jor re diçe. Hinekan got navêşî bûye, hinekan got ta girtiye. Dextor jî navê wê min ji bîr kir, tiştek got. Xwedê biparêze, em hemû dibe bimirin. Paşê go, na ne ew e. Xwedê kir ez diçim mektebê. Ji ber bêhnê debar nabe naxwe.

Axir ew xistin odeya li kêleka komirdankê. Bavê min xanî boyax kir. Diya min jî puxûr pê xist. Dîwarên odeya min kesk in. Carinan dadikevim xwar li odeya wê dinêrim. Hema kêferatê dike. Keçika qerase maye kulmek. Çi bû ji vê? Lê ew namire ku. Dîsa wê rihet be. Dibên wê paqa wê jê kin li Stenbolê. Xwezî jê bikirana. Qene wê ji xwe re li cihekî rûnişta. Her car ji ber vê çilekiya wê ev bela tên serê wê. Vêha poşman e, lê çi feyde. Diya min jê neqeraye paşê wê eşkere kiriye. Binê tenekeya rûn a ku me avêtî sergo alîstiye, xwariye loma weha lê hatiye. Cîran dibên ji wê teneka zingarî bi jahrî ketiye. Diya min dibêje: “Gele em bibin li ser bixwînin.”

Diya min îro digirî. Rebena diya min, pir li min dixe lê ez pir jê hez dikim. Çend eydan cilên xwe qetandin ji min re dirûtin. “Çima tu digirî”, min got. “Wisa dixwiye Hawa wê bimire keça min”, got. “Li ser wê digirîm.” Bi carekî re dilê min jî keliya. Giriyê min jî hat. “Hawa wê bimire ha! Bila nemire yadê!” Belî nabe keça min. Xwedê zane. Hedê here negirî.” Diya min wisa got, lê ez girîm. Paşê daketim jêr, min li şibakeya odeya wê nihêrt. Bi vî alî wî alî de kêferat dikir. “Ya Rebî çi dibe bila nemire”, min got. Ya Rebî rihê wê nestîne! Wê dîsa kêferat dikir seraqet. Ji nişka ve êşekê avêt nava min. Min kir biqîrim, dengê min derneket. Derdor jî bû tarî. Ez di şûna xwe de wisa mam û mam. Qene kûçikê me hate ba min. Dûvê xwe dihejand. Min serê kûçikê me mist da. Paşê pê re heta bi serê derencê em hatin. Êşa nava min hedinî.

Kêlîkekî pişt re diya min, bavê min û dextor hatin. Min jî di ber derî re nihêrt. Dextor derziyek li milê Hawa xist. Hawa neqîriya. Her sê jî wisa sekinî man. Bavê min bi pirzika çena xwe dilîst.

Paşê diya min li bavê min nihêrt. Bavê min devê xwe kire ber guhê dextor, tiştek jê re got. Dextor serê xwe hejand. Paşê çavên Hawayê vebûn. Diya min çû ba Hawayê. Çokê xwe berdan ser nivînên wê. “Hawa, keça min tu baş î?” got. “Binêre tu baş bûyî êdî. Dilê te diçe tiştekî? Ez çi ji te re bipêjim?” Hawayê pêşî tiştek negot. Paşê çavên wê beq bûn. “Baqlewa,” got. Paşê jî mir.  

Werger: Brahîm Ronîzêr