Çand û huner

Hosteyê kurtanan yê 80 salî ji ber daxwaza gundiyan karê xwe didomîne

Suat Öztürk  | 04.01.2023 - Rojanekırın : 08.01.2023
Hosteyê kurtanan yê 80 salî ji ber daxwaza gundiyan karê xwe didomîne

Elazig

 Li Elezîzê Ahmet Semerciyê 80 salî yê 65 sal e kurtanan çêdike, ji ber ku çiraxekî kar fêr bike nedît, ji bo daxwaza gundiyan pîşeyê xwe didomîne.

Ahmet Semerci piştî ku dibistana seretayî kuta kir, li cem bavê xwe dest bi pîşeyê kir. Semerci li Taxa Çarşiyê di dikana xwe ya 10 metrekareyî da kurtanan didirû û digihîne ber destê mişteriyên xwe.

Semerciyê bavê 5 zarokan ê di pîşeyê da 65 sal li dû xwe hişt, li ber xwe dikeve ku çiraxek nedît ku pîşeya yadîgara bavê xwe, dewrî wî bike.

Semerci digel kalemêriya xwe, bi teleba gundiyan karê xwe didomîne. Semerci ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, kurtandirûn karekî zehmet e û jê ra kedeke mezin divê.

Semerci bal kişand ku êdî ji ber kalemêriyê nikare di pîşeyê da berdewam be û wiha got, "Ev pîşe pîşeya bav û kalan e. Min dibistana seretayî kuta kir û dest bi vî pîşeyî kir. Bi salan e ez dikim, lê êdî taqeta min nemaye. Gundî naxwazin ez dest ji vî karî berdim, lê kesekî bixwaze vî pîşeyî hîn bibe jî tuneye."

Semerci destnîşan kir, bi qasî ku hêz û taqeta wî têrê bike ew ê di pîşeyê da berdewam be û her wiha got ku li Tirkiyeyê êdî kêm kes vî karî dikin.

Semerci got, ji xeynî Elezîzê ew ji Tuncelî, Bîngol û Erzincanê jî sîparîşan hildide û wiha got, "Berê di vê kuçeyê da herî kêm 10 hosteyên kurtanan hebûn. Em digel hev dixebitîn. Lê piraniya kesên ev kar dikirin mirin, yên mayî jî dest jê kişandin û çûn. Bi tenê ez mam. Ez jî êdî nikarim bikim. Lê ez bixwazim jî ez nikarim dest jê bikişînim."


​​​​​​​

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın