Dinya

Ji ber balafira Ukraynayê ya li Îranê hatibû xistin ji bo 10 rayedaran îdianame hat amadekirin

Bilal Güler  | 06.04.2021 - Rojanekırın : 06.04.2021
Ji ber balafira Ukraynayê ya li Îranê hatibû xistin ji bo 10 rayedaran îdianame hat amadekirin

Ankara

 Li gor Ajansa Xeberan a Xwendekaran ya Îranê (SNA), Xulam Ebas Turkiyê Serdozgerê Eskerî yê Tehranê wezîfeya xwe dewrî Serdozgerê teze kir û der barê wezîfeya kir da daxuyanî da.

Turkî diyar kir ku ji ber daxistina balafira Ukraynayê der heqê 10 rayedarên Îranê da îdianame hat amadekirin, hûrgiliyên dozê eşkere nekir.

Xulam Ebas Turkî di daxuyaniya 7ê rêbendana 2021ê da diyar kiribû ku ji kesên di daxistina teyareyê da berpirsyariya wan hene bi tenê kesek girtî ye yên din hatin berdan.

Balafira Ukraynayê ya hatibû xistin

Balafira rêwiyan a Rêhewaya Ukraynayê di 8ê rêbendana 2020î da ji Balafirgeha Îmam Xumeynî ya Navneteweyî ya Tehranê rabibû demekê şûnda ketibû û 176 rêwî miribûn.

Rayedarên Îranê pêşiyê lêxistina balafirê derewandibûn û paşê Sererkaniya Îranê diyar kiribû ku balafira Ukraynayê dema ji ser herêma eskerî ra derbas dibû ji ber şaşiya merivan hat xistin.

Îranê di 30yê berfanbara 2020î da diyar kiribû ku ew ê serê her rêwiyekî hat kuştin 150 hezar dolar pereyî bide malbatên wan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın