Dinya

Mixalifên eskerî ber hêzên rejimê dan ew ji Îdlibê dûr xistin

Li Sûriyeyê mixalifên eskerî û komên çekdar ên dijî rejimê pêşî li hêzên rejimê yên hewl dan li rojhilatê Îdlibê pêşda herin birîn, 2 gir bi dest xistin.

Haydar Şahin  | 18.01.2020 - Rojanekırın : 19.01.2020
Mixalifên eskerî ber hêzên rejimê dan ew ji Îdlibê dûr xistin

İdlib

Li gor agahiyên ji çavkaniyên eskerî yên mixalif hatin sitandin, li rojhilatê Îdlibê di navbera mixalifên eskerî û komên çekdar ên dijî rejimê û hêzên rejimê yên xwestin pêşda herin da do bi şev pevçûn derket.

Di encama pevçûnan da mixalifên eskerî û komên çekdar ên dijî rejimê pêşî berî hêzên rejimê dan û girên Til Hatra û Til Mustayfê ji wan sitandin.

Mixalifan li eniyên Tuh û Til Hatrayê 2 tank û wesayîteke bi zirx ên rejimê îmhe kirin, li Til Hatrayê 2 tank, depoyeke cebilxaneyê û wesayîtek bi zirx jî bi dest xistin.

Çavkaniyên mixalif destnîşan kirin ku ji komên terorîst ên Îran piştgiriyê dide wan û Hêzên Taybet ên Rûsyayê gelek kesên çekdar hatin kuştin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın