PKKê çawa kurd ji şoreşê bi dûr xistin?

PKKê çawa kurd ji şoreşê bi dûr xistin?

Mar 07 2022

ARK NEWS... Di 15ê Adara 2011an de, gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe ve daketin kolanan, û şoreş li dijî rêjîma Bas ra kir, ji bajarê Dereyê ku bi landika şoreşê tê naskirin det pê kir, roj bi roj berferehtir bû, li her parêzge, bajar, bajarok û her gundekî, gelê Sûriyê xwe kirin yek li dijî rêjîma Esed ya ku ji 63 yan de li ser deshelatdariyê ye, û banga hilweşandina rêjîmê kir.

Li Rojavayê Kurdistanê ji Dêrikê ta bi Efrînê, herweha li taxên kurdî li Helebê mîna Şêx Meqsûd, Eşrefiyê, û Bustan Başa, serbarî li taxên kurdî li Şama peytexta Sûriyê weke zorava û Ruknedîn û hin taxên din, kurdan xwe li şûn şoreşê nehiştin mil bi mil li gel bajarên din şoreş dest pê kir, û bi siloganên kurdî û bi hildana Ala Kurdistanî li dijî rêjîma Sûriyê rawestiyan.

Ji ber ku rêjîma Sûriyê bijardeya şer hilbijart, bi gule, tank û balafiran li hember xwepêşanderan serederî kir, bi çi şêweyî be hewla vemrandia agirê şoreşê da, destek û nandozên xwe yên bi navê Şebîhe, daxistin kolanan komkujî encam dan, li bajarên kurdî ji ber beşdariya bihêz ya kurdan ku li bajarê Amûdê peykerê Hafiz Esed hate hilweşandin, û sêyem heftiyê bi navê Îna Azadî li seranserî Sûriyê şoreş berdewam kir, rêjîma Sûriyê ku berê jî ezmûna xwe bi kurdan di sala 2004an dema raperînê de heye, û piştrast bû ku kurd dikarin pîvanan biguhêrin û rêjîmê bişkînin, lewma bi rêkeftinekê bajarên Kurdî radestî PKKê kir da ku bi heman erkê rabin, û nehêlin kurd beşdarî şoreşa hilweşadina rêjîma dîktator de bikin.

PKKê ji dema deshelatdarî wergirt, bi heman karê ku rêjîma Sûriyê encam dida, bi cî kir, ji rêjîmê re bû piştevan li dijî opozisyonê rawestiya, û li gelek deveran wek Nubul, Zehra, Kastîlo, nehişt rêjîm lawaz bikeve, li ser asta hundirîn jî dest bi armanckirina siyasetmedar, çalakvan, êl û malbatên li dijî rêjîm yên di deverên xwe de bibandor kir. Herweha jiyana siyasî tune kir, û dest bi alîgir û endamên ENKSê û PDK-Sê û kesên li dijî rêjîmê kir, ku ta niha bi dehan komkujî di dermafê malbatên welatparê û siyasetmedaran de rû dane, herweha bi sedan ji siyasetmad revandin, binçav kirin, û sirgun kirin, ta niha bi dehan ji xebatkaran çarenivîsa wan ne diyar e.

Encamên bijardeya şer ya kujargeha rêjîmê ew bû bi melyonan ji şêniyên Sûriyê pebaner û derbider bûn, û bajar û gund bi temamî hatin hilweşandin, li ser asta Rojavayê Kurdistanê jî, ji ber kiryar û binpêkirinên PKKê û rêveberiya PYDê û siyaseta şaş, beşek mezin ji herêmên kurdî wek Efrînê Serê Kaniyê û Girê Spî radestî Turkiyê kir, li bajarên din jî jiyan asteng kir û guhertinek demoxrafî çê kir, û xelkê ji kiryarên revandina zarokan û astengkirina jiyanê berê xwe dan derveyî welêt li şûna wan de ereb û pêkhateyên din bi cî bûn.

Piştî 11 salan ji ji şoreşa Sûriyê ji ber kiryarên rêjîm bi sedan ji komên tundirew û terorîst hatin meydanê, opozisyona Sûriyê jî ji vê gunehê bêpar nemaye, di çarçoveya 11 salan de nikarîbû dengê gelê Sûriyê bigihîne cîhanê û çareseriyekê rasteqîne bibîne, berûvajî wê yekê kar li ser berjewendiyên xwe kir li şûna yek qewer û laşeke siyasî û leşkerî hebe, û bi sedan kom û girûp û deste hene, hîn jî kujargeha Sûriyê û bandora wê li her deverekê berdewam dike.

Ş.E

259