Derbazî serecemê

Kitêba Pîroz Çi Dibêje Derheqa Zarberkirinê?

Kitêba Pîroz Çi Dibêje Derheqa Zarberkirinê?

Caba Kitêba Pîroz

Kitêba Pîrozda xebera “zarberkirin” tune ye. Lê gelek rêzên Kitêba Pîroz zelal didine kifşê, ku nihêrandina Xwedê ça ne ser jîyîna benda û hela hê ser jîyîna zara zikê dêda jî.

Jîyîn pêşkêşa ji Xwedê ye (Destpêbûn 9:7; Zebûr 36:10). Xwedê jîyîna hemû bînbera qîmet dike, hela hê jîyîna zara nebûyî jî. Lema hergê kesek hemdê xwe zara nebûyî bikuje, ev tê hesabê ku ewî meriv kuştiye.

Xwedê qanûneke usa dabû Îsraêliya: “Gava meriv hevra şer kin û derb jina duhalî keve, zara wê wede zûtir bibe û zirareke mayîn tunebe, hingê bira mêrê wê çiqas ku ji wan bixwaze, bi qirara hakimtîyê bê dayînê. Lê heger zirarek bibe, hingê gerekê emir ji ber emirva be” (Derketin 21:22, 23). a

 Kengê jîyîna bende destpêdibe?

Çaxê zikê dêda embîryo çêdibe, Xwedê îda hesab dike, wekî ew bînberê sax e. Ewî Kitêba Pîrozda eyan kiriye, wekî zara zikê dêda kesê başqe ye. Dîna xwe bidine çend mesela, ji kîjana ku tê kifşê, wekî Xwedê firqiyê nake orta zara zikê dêda û zara dinêketî.

  • Dawid Padşa Xwedêra got: “Hê di malzarok dêda çevên te ez dîtim” (Zebûr 139:16, ÎM). Xwedê hela hê pêşiya bûyîna Dawid, wî hesab dikir meriv.

  • Xwedê bona Yêremya pêxember şixuleke mexsûs hazir kiribû, gava ew hela hê zikê dêda bû. Xwedê wîra got: “Berî ku di zikê daykêda şikil bidim te, te nas kirim û berî ku tu bibe, te pîroz kirim; te ji neteweyanra kirim pêxember” (Yêremya 1:5).

  • Nivîskarekî Kitêba Pîroz Lûqa, hekîm bû. Ewî ser zimanê Yûnanî derheqa zara nebûyî usa jî derheqa zara dinêketî xeberek dida xebatê (Lûqa 1:41; 2:12, 16).

 Gelo Xwedê wê bibaxşîne wan, yên ku zar berxwe kirine?

Ewên ku zar berxwe kirine, dikarin baxşandina Xwedê bistînin. Hergê ewana niha jîyînê qîmet kin, çawa Xwedê dixwaze, îda nelazim e xwe neheq kin. Kitêba Pîroz dibêje: “Dilşewat û rem e Xudan [Yehowa, DT], ... Çiqas rohilat ji roavayê dûrtir e, haqasî jî guneyêd me ji me dûr xistî ne” b (Zebûr 103:8-12). Yehowa wê bibaxşîne wan hemûya, yên ku gunên xwe tobe kirine, hela hê wan jî yên ku zar berxwe kirine (Zebûr 86:5).

 Gelo, îzin e zarê ber bikin, hergê jîyîna dê yan jî ya zarê bin qeziyêda ne?

Hergê kesek zarê ber bike ji bo wê meniyê, ku jîyîna dê yan zarê diqewime bin qeziyêda ne, ew nikare heq derê li ser hîmê wê yekê, çi ku Kitêba Pîroz derheqa jîyîna zara nebûyî dibêje.

Lê çi bikin hergê wî çaxî, gava zar îda gerekê bibe, doxdir dibêjin, wekî nikarin him zarê xilaz kin, him jî dê, û gerekê bijbêrin kîjanê xilaz kin? Derecên usada, ewên kê cabdar in bona wan, xwexa gerekê evê yekê safî kin.

a Hine tercimana ev qanûn usa dane kifşê, wekî ya lape sereke ew e, ku dê çi ziyan standiye, ne ku zarê. Lê têksta Îbranî firqiyê nade kifşê, wekî kî ziyanê distîne, dê yan zara nebûyî.

b Yehowa ev navê Xwedê ye, derheqa kîjanî ku Kitêba Pîrozda nivîsar e (Zebûr 83:18).