Ji bo dengê xwe bide bihîstin

Haberleri —

  • Muzîkjenê ji Rojhilatê Kurdistanê Moz Azîmî, li odeyeke oteleke li Melbournê girtî û tecrîdkirî ye. Ji bo wan mirovên pişta wî û penaberên din girtin û li ber otela ew lê girtî, bi dovîzan destek dan wan, wî strana bi navê “Love” nivîsî, li ber gîtarê jî got.

Moz Azîmî kurdekî ji Rojhilatê Kurdistanê ye. Piştî ku demeke dirêj li Girava Manus a girtina penaberan hepsî bû, niha jî di çarçoveya tevdîrên li hemberî vegirtina vîrusa koronayê de di oteleke li Melbournê de hepsî ye. Ew nikare derkeve derve û yekane têkiliya wî ya bi derve re pencereya oda lê ragirtî ye. Ev pencere çend santîmetroyan vedibe jî. Ha ji vê “hicrika luks a êşkenceyê” ew bi muzîkê û nivîsandina stranan xwe digire, têdikoşe. Ew dibêje, wî li hevalên xwe yên li derveyî otelê nihêriye û xwestiye ji wan re bibêje “ez ji we hez dikim”. Wisa jî wî dest bi nivîsandinê kir ji bo stranan.

Moz Azîmî li Awusturalyayê ev 7 sal in ji ber ku doza penaberiyê kiriye, girtiye. Tevî ku beriya bi 3 sal û nîvan doza wî ya penaberiyê hat qebûlkirin jî ew hîna jî girtî ye.

Girtîmanê kir ku binivîse

Girtîmana wî jî dike ku binivîse; ew helbestan û gotinên ji bo stranan dinivîse û bi rêya medya civakî jî digihîne dinyaya li derveyî xwe. Muzîka wî jî kir ku komeke mezin a muzîkjenên Awusturalyayî bên cem hev da ku destekê bidin Moz Azîmî û penaberên din. Moz Azîmî strana xwe ya pêşî li nava Girava Manûs yanî girtîgeha penaberan nivîsandibû û li wir jî gotibû. Gelek hunermend û muzîkjenên Awusturalyayî ew stran temam kiribûn.

Navê vê strana wî ya dawî “Love” (Evîn/hezkirin) e; li ber pencereya xwe ya li Mantra Hotelê wî gotinên stranê nivîsandin. Ji bo ku ji wan mirovên li derveyî otelê bi dovîzên xwe destek didan wî û penaberên girtî, bibêje, ez hez ji we dikim. Mîks û hilberîna vê stranê jî Jim Moginie ê ji Midnight Oil fame kir. Moz Azîmî li gîtarê jî xist û muzîkjenê navdar ê Skoçî Jimmy Barnes ew gîtar dayê.

Moz Azîmî ji bo hewldanên xwe ku penaberan ji girtîgehê xilas bike, dibêje, rêûresmeke wêje, stran û çîrokgotinê ya miletê Kurd heye “Lê têkoşîn jî parçeyek ji têkoşina min e. Têkoşîna ji bo ku dengê min bê bihîstin.”

   

Hicrika luks a êşkenceyê

Moz Azîmî belesebeb nabêje, ew li hicrikeke luks a êşkenceyê dimîne. Ew rojê 23 saetan tenê di odeya xwe de dimîne. Ferhad Bendeş ê ku berê pê re di heman odeyê de dima û ji Girava Manusê ve hevalên hev ên baş in, Nîsana bihurî birin kampeke din a penaberan.

Penaberên li Kamp û Navendên Girtina Penaberan ji serokwezîrê Awusturalyayê re gelek name nivîsandibûn ji bo ku bibêjin, ew bê parastin tên hiştin beramberî şewba ji ber virûsa koronayê. Lê dîsa jî tevî ku ew ji kampan derxistin jî, ew girtî ne. Lê hêviya wî û xurtiya wî dimîne: “Ez weke şêrekî me, ez xurt im. Ji min tê ez bi êşa xwe re bipeyivim: ev tecrûbe xirab e. Lê rêyeke dewamkirinê heye, û heyat xweş e.” Lê piştî bi hefteyekê jî li rastiyeke din mikur tê: “Bedena min lawaz dibe. Her roj lawaztir dibe. Ew dema min dikujin, potensiyala min dikujin. Hêdî hêdî ew min dikujin. Îro nebû sibe, vîrus wê bê. Û em jî li vir in, em nikarin xwe jê xilas bikin. Yeqîn, em ne xema wan in. Ti plana hikûmetê nîne ku me berde û nabe ku em beramberî vê bedeng bin.”

Lê ev halê hanê ji halê li Girava Manus baştir e. Wî berê wisa behsa rewşa li Girava Manusê kiribû: Navenda girtinê ya li Manusê hovîtî ye. Mekanekî bêparkirinê û bêzemînhiştineke sîstemîk a bi şideteke mezin û tirsnak e.”

Hingê (Sibata 2017’an) Reza Beratî yê 23 salî ji aliyê gardiyanan ve hatibû qetilkirin; bûyer xweş tê bîra Moz Azîmî: “Wan hevalê me Reza Beratî kuşt.” MELBOURNE

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.