Professional Documents
Culture Documents
bin
Helbestnam
e
Ji Gencîneya Helbestvaniya
Kurdî
M e h n a m eyê
Diyarî Giyanê Pak ê
Cegerxwîn
Bi xatrê min
Abdurahman Afîf
Sipas ji Emîna re sibe
sipas ji bo şûrê li pêşya dilê min
rakişandî di dûjehê de
ji laşê xortî zer re
sipas di pêşya rê de
wextê nigê wê kulîlkê sibehê
diperçqînin
wextê ku derî vedke û meytê min
derbas dibe
siba te baş
sipas ji Emînak din re berî pênc
salan
ji teyrekî zirav re, dibistanê dixwîne
û şûşenin şikestî
û kulîlkê
yasmînê
sipas ji Emîna re îro
wextê avê ji bo sibe dadigre û hiltîne
yan li ber derî rûdinê û dinav xelkên
derbas dibin,
li yên ku dişibin min
digere
îro bi gumlikekî rengsivik şorbakê ji
kuflet re çêdike
sipas ji şoşakî bi xwîna min tijebûyî
re li ser masê
ji tiliyên min ê kelandî re, ji çavên
min re di sênîkê biçûk de,
ji bo
xwarna berî xewê
sipas ji dilê min re ê bi destê wê
perçe perçe bûye
sipas ji Emîna re di pêşerojê de
qeyikek xerabûyî dawya odê pê tê
xemilandin
guldanek bi qirikek dirêj
û bi xatrê min li piş derî
bi gulin agirî li ser dest û gazên min.
Dilê gulistanan
Abdurahman Afîf
Di vê deqê de,
wextê ku teyrê şidandî
bi herî bêrîkirna xort baskê xwe tîne
hev
li ser pelekî filitî ji
dilê şevbuhêrkê
ewê hanê ê ku bi ser gulîstanan de
xwar dibe
vê şevê jî nayê
yan wê tucaran negihê
wê êvar şevreş û giran be
û têlên nêsîk
wê nebin...
wê perîkê wan ên sor bikevin
wek dilê gulistanan.
Hêdî hêdî dûr dire
Abdurahman Afîf
Bê fêde ez ê ji te hez bikim,
ez ê vî dilî li kolanên herî tarî gêjo
mêjo bikim
û ez ê xwe mecbûr bikim ku ez xwe
jibîra bikim
ku ez derbas bim bê ku hayê min ji
kesî hebe
û tilliyê xwe berdim wek şerîtin guh
nadin kesekî
xwe bavêm tembelya herî mezin
heta ku ji tembeliyê nema karibim ji
te hez bikim
bê fêde...
ez ê nîvê şevê ji odê bazdim
jibo ku ez guhdarî qîrîna qazê bejî
bikim
bi refên xwenî xurtî sipî
ez ê ranezêm
ji ber qehwa giranî tarî û pirr
wexwarina çaiyê
sibehê ez ê wek nîv pîrebokekî bim
westyayî û tevhev
bê fêde ez ê di nav gotinan de xwe
tewşo mewşo bikim
hevalên xwe û diya xwe aciz bikim
û piştre ez ê xwe dîsa ji kolanan re
hazir bikim di nîroa vala de
û ez ê rojek din bê fêde jj te hez
bikim
wê ji te re bêgotin bê ez çiqasî bê
hêvîme
û windaiyî
guhdarî qîrîna qazê bejî dikim
ku wilo hêdî hêdî dûr dire
XWEPÊŞEDANEK
Mahmûd Ako
Çendî ciwan e rengê ezmanê te, çendî
xweş e bêhna bayê te, çendî çeleng û
nazdar e bihara te. Lê mixabin ez îroj
jê dûr ketime .
Carekê.
Ez û çenteyê xwe tevlî
xwepêşedanekê dibûn.
Carekê
Ez û pelên rojnameyeke qermiçandî
dibin ewrekî de hundadibûn..
Carekê jî.
Ez û êşekê lihev dibaniyan.
me tevan hêvî dikir. û
di xewnên Boxê Birîvan de
Em hundadibûn
liser danîşgehekê
li hêviya tirênê
çend destên derewîn
li hev dinerîn,
Danîşgeh swar dihat û
ew li şûn xwe jibîrdikirin..
Çend beşişandinên kelovajî
di xaçirêkên jibîrbûyî de
xwe dilivandin.
Carekê
swarekî ji min dipirsî:
Kîjan rê diçe rojhilatê?
Min destê xwe ber bi rojavade
vekir û gotê:
Rojhilat di kitanên jinbiyan de
hundabûye.
çi rojava yan rojhilat,
mane erd girovere.
Carekê jî
li keçeke çeleng rast dihatim.
xwe dexîlî min dikir û dipirsî:
Wa xorto, ma te destgirtiyê min
birêde nedît?
Çê li kîjan rê dikir
min nizanîbû.
Bi can zarokî
ez û wî li qehweyekê rûniştin.
me du peyalên meyê
bi ser canê xwe de dadikirin.
ew canê zarokî dibû kalekî heftê
salî,
Zembîlfiroş weke xunavekê.
xwe berdida dilê me. û
bêhna demên çûyî ji çixareyên me
dihatin.
û roj kelogirî dima
di cihê xwe de.
êvarê bi mehrevanî
em pêşkêşî tabloyên paşerojê
dikirin..
dîsan em ser gêj vedgeriyan
tobedarîya şêxan....
l ê birêde swarna ji mere digotin:
Ma we nebhîstiye ku Gurî
girtine.
û hespê Ahmedê Silêman jê
dizîne.
Em di kolanên bê xwedî re
dîsan derbasî xwepêşedanê
dibûn.
û xwepêşedan ji hev perçe dibû,
xwepêşedan diçû, û
em perçebûyî li şûn wê diman.
havîn 1997 Bonn
Şeva tarî
N. Alêşkî
Li ber şeva tarî
pencerê vekirî dihêlim,
xişîna dargûzan,
lorîneke nerm dibîhîzim,
mîna stranekê
ji dema zarokiya min
li ser sînorê xewnê,
di hemêza xewnê,
di xewnê de jî:
di nav daristaneke
fire yî ron de dimeşim,
di nav giyayê bor,
di dergûşa kulîlkên sor
li ber bextê heyvê.
Û lorîna dengnerm
dibe
dengê dayika xemrevîn,
dibe
rûyê bavê tirsrevîn.
N. Alêşkî
"Sal diborin,
temen diherike
lê awirek li gulan
xemên min vedirevîne."
Kevnehelbestek japonî
Girtiyê nedîtinê
N. Alêşkî
Ger tu têr li avê binerî,
tu girtiyê nedîtinê yî;
cîhan xwarevîç,
jêrejor e.
Gir û gelî xîçikên bedena te ya aram
in.
Gul rûyê xwe ji te digirin,
bêdengiya wan
mîna meşa ewran
di te re avjeniyê dike.
Çi ba
N. Alêşkî
Em hatin,
wek awazan
nav awazan.
Çi ba ye ku me
avên hilkev û dakev,
bejna darên tewbar
li ser milên xwe
hildigire?
Hejmar 14
Heyv im
N. Alêşkî
Ez heyv im,
stêra ji ava
lîçê dibiriqe,
berfa nûbarî li gelî.
Rûyê min esman e,
stêr çavên min in,
çiya, dal dilê min
li herderê bi te re me,
rêwiyê nebîn im
li rex te.
Ciyê baz nikare bifiriyê,
ciyê ejdeha newêre lê bijî
mala min e;
mala min
di dilê te de,
di berfê re,
di nav agir de
bi abadînî
bi nobedariya serdeman dike,
veşartî ji tarîtiyê,
di ronahiya
an jî sîbera
dilê te de.
Tenê dil
N. Alêşkî
Li nav daristanê,
bi xwexuşandinê
gaziyên min
di pelên gûzan re
dilezin.
Di nav pêlan de
direqisin,
li ber awazên kûvî
yên çem û deryayan,
stranên ba û bahozan
dinehwirînin, dilorînin,
ji çamûra bêsereder
direvin.
Li hewa,
di ser darhinaran re
paş û pêş,
pêş û paş,
bi azadî lê
bi bendên evînê girêdayî
digerin.
Çav min
nabînin,
guh min
nabihîzin;
tenê dil dikarin
bi awazên bêdeng bihesin
Kerbên kal
Îrfan Amîda
Min dît kewek reviya
Ji destê lawik
Lêwik xwe nema girt
Kefa peqpeqokeke peşkek biharê
kuliya
Herkes çû
Ez mam
Qaşo
Wê jî kerbên xwe yên kal pêvtir
tişt nebirbiwa
Her ku xilmaş dibim
Li sariya buxa pacên min
Veger xwêdidin
Qevzek derya ye vîn
Sîmurg ji êvar de razaye lê li taldeyan
Û birek kewên kedî
Peqpeqokên tavên biharê
dinikilînin
Dişibim bareşekî qop
Çûnan dipêçim
Hew baran bû lê
Dilop bi dilop
Dikevajt qermîçokên bê
Û li xewlê
Xirboqiyên nikilên kewên bê dê
Hew baran bû lê
Û dihat
Devê min mişt şînavk
Min dît kerb
Ji destê lêwik firiya
Min nema xwe girt
Herkes ma
Ez çûm
Qaşo
Ji xezeba bê ezê li wir
bimirama
DI DERGÛŞA
AHÛRAMAZDA DE DOŞ
DIBE AHRÎMAN
Îrfan Amîda
Qefesên hesinî
Avakirîne
Li ser devê pizdanka rojê
Bi îske îska
Zerketavên rojava
Jahrdadayî dibe
Pêsîra pêçekan
Û hitkî holî dibe
Hilolîken dîrokî
di kildankan de
Ji mijankan sorahî dinuqute
Di tuna mirinan de
Bi tîrovekirina xewnen astiyag mijulin
Rî(ru) spî(ret) yen etîran
Enker(an)
Semendokî kirine "meme tivan"
Qeydkirîne gathayen zaratuttra
Di navbera mishefa ret
U zend avesta de tewlandîne
Arteten taman
U di derguta Ahuramazda de
Dot dibe Ahrîman
Kotel
Îrfan Amîda
Tiliyen nigen min
Di nav xwîna min de qeşa girtiye
Bi baye kur
Di neçîreke şewat de basktikestî me
Hewt hewta sehan dev birîna min dike
Dihelim di nav şewqa hîve de
Çurisandina sterkan
Ku li tahtan dikeve
Dixurînim
Di turiken zewediyan de gelawej qute
min
Qute min
Ji min dur e
Tu ji min dur
Gunden tisî bi ser min de dikumitin
Heft tebeqa di bine erde de diherim
Li dojeha neçîrvanan
Dibim çaven xezalan
Tama barude hesire min dibarîne
Hesire min
Ji min dur e
Tu ji min dur
Kulîna etîreke
Li kolana xwe dikim
Di koçkeriye de bere dawî me
U di axkolkan de
Xwîniye vetarî
Petkek barane
Li eniya min dikeve
Ku naye zanîn
Ji kîjan Demsale mayî
Demsal
Ji min dur e
Tu ji min dur
Bi keviren tehnekirî
Ava dibe mezele min
Kevjal
Peçiyen xwe mevred dikin
Li dar dibe KOTEL
Mirin nez dibe
Erit dur
Erit nez dibe
Mirin dur
U zelal
Mîna siya min
Siyamin ji min dur e
Tu ji min dur
Min divêt romaneke
serkeftî binivîsim
Necîb Balayî
Li destpêkê peyv e û...
pîroztirîn peyv
di ferhenga miletan de dîrok e.
Li destpêkê peyv e û...
pîroztirîn peyv
di helbesta helbestvanan de
welat, evîn û çîrok e.
Li destpêkê peyv e û...
pîroztirîn peyv
di çeperên şorişan de
peyva "şehîd e.
ew jî îro
li govendê rwîs e,
bê karûkok r!
Lê li roja îro
milet, şa'îr û welat
bûne peyvên romaneke bê serûbin.
bûne werzên romana min
qelema min jî serê xwe ranake
di heft cihan da şikestî ye
tê de derz, tîk û tok e.
2
Li destpêkê peyv e û...
ev peyva dûmahiyê ye
Li destpêkê peyv e û...
ev romana dûmahiyê ye.
Li destpêkê peyv e û...
ev dîroka dûmahiyê ye.
Dîrok xwe dubare dike...
ev dubarekirina dûmahiyê ye.
Peyv dê bête serjêkirin.
Roman dê bête sotin û
nivîser dê şehîd bin.
qelem dê şikên
bihar dê ji salê havî bin
çunkî bên ji gulan kûvî bûne!
gul ji baxçan disilin
dîroknivîs
gihîştin derazînka mirinê
qelemê hilnagirin
ji bo nivîsîna rastiyê
bi du dil in!
Destpêka dûmahiyê ye
dîroka me dîroka me
dubarekirin û dubare ye.
ketiyên me gelek in
ne yek, du û sê
bîst û çil in.
Da ku fihêt nebîn..
werin dest bidin tevr û bêran
dîrokê bihelişkêvîn
şikestiya binixêvîn
îro rastîgotin
şehîd û xwînrêtin
bo şorişa kilçîv û kil in.
3
Ev destpêka dûmahiyê ye
hêşta li welatê min
dayik dîrokê wekî xwe dinivîsin!
serpêhatî û çîrokên efsaneyî
bi zimanê realîzmê werdigêrin!
wekî cara dubare dikin
heft zaroya
bi sakoyekî dişînin xwendingehê!
Heft birçiyan bi
bi nanekî têr dikin!
Heft birînên sava
heft leşên nazik
heft zaroyên şehîdên serhildanê
bi nexşê diyayî yê welatê min
dişînin şehyana
dişînin NEWROZ û dîlanê!
Hey wax...
bo wê dayikê!!
ya ku hêşta hisreta wê
maleke ava û...
landikeke tena û...
buçkeka vekirî
ji înandin û birinê
hey wax...
bo vî welatî
dîroka wî hatiye tomarkirin
li gizîrte û... deryayên jibîrkirinê.
Hey wax...
bo wî welatî
siyasî lê bûne hevîrê mirinê
bo wî welatî
seyda û mamosteyên xwendingeha
dersa rastiyê dibêjin
pale û rencberan
dest dahêlayn
ji karkirinê
ez jî berê qelemê û çavê kamerayê
lê werdigêrim û çavên xwe lê
diniqînim.
Min divê romaneke serkeftî
binivîsim.
Min divê
keziyên qîza
bikime werîs û...
qerqodên şehîdan bikime gemî û...
li vê derya miştî zîvrok derbas bibim
Min divê romaneke serkeftî
binivîsim.
4
Ez û dîrok
bûne du peyvên hezjêker
ez bi hemî viyan û giyan ve
ew bi hemî pîrozî û şehîdan ve
îro bûne cotek
li ber derazînka tariyê û...
tarî paşa ye li ser erşê xwe razayî.
Ez û dîrok
du peyvên sava ne
mamosta
dergehê xwendingehê li me girtî.
Ez û dîrok
destpêka dûmahiyê ne
peyama dûmahiyê ne
birûska dûmahiyê ne
hatine şandin.
Em herdu gaziya dûmahiyê ne
ku şehîdên HELEBEÇE rahêlaye.
Ey miriyên sax!
Ey saxên mirî!
Bîra we têt
dema dehmana vî bajarî ji ser avêtî?
berêxwedan bûye fihêtî
me dehman berdaday
lê hêşta avahiyên vî bajarî
ji ser ve şûşe ne
ji nav de
dîwarên delingpîs in.
dergehên bêderge ne.
roj hatin û...
roj borîn
li vî bajarî li ser pelên vê romanê
serkeftin nerabûne westîka
guhurîn werarê nakin
li vî bajarî
mîlê saetê nagere!
av li axê rawestiyaye
û min divê
romana xwe bikime bûk û
zû veguhêzim
tevnê dûmahiyeka bêdumahî
deynimnexşeke dî birêsim
lê dav, peyv û qelem ji min kûvî bûne
û min divê romaneke serkeftî
binivîsim!
5
Dîroka me dîroka me ye
dubarekirin û dubare ye.
Ji ferhenga me
ji ferhenga mirovatiyê
peyvên giran zû dikevin
ev destpêka dûmahiyê ne.
Werin, em hemî
romanekê binivîsin
ku kesên çîrokî û...
pehlewan tê de nerevin
peyva "Hemayon", "Atatürk" û Enfal"
rûreş bin.
Werin
da ferhenga ketina serûbin bikin.
Ji ferhenga mirovatiyê
gelek peyv wenda bûne
"Spartakûs" hîn nemiriye
şorişa beniyan sirodek nemir e.
û dîroka me... dîroka me ye
dubarekirin û... dubare ye
Dîroka me bûye stranek
li çiyayê Cûdî
... û li Akrê pehlewan vedilorînin.
Ya bûye tabloyên ji xetê bizmarî
di entîkexanên biyaniyan de
biyanî dixwînin!
Hero spêdê
dêmê wê ji resenatiyê tête şûştin.
Hero êvarê
diz dikevine werzê dîroka me
... û dûrkivan nabînin.
Çira helkin
ev ronahiye ne bes e
dîrokê vecemînin
romana xwe li ber binivîsin
çira helkin
ev ronahiye ne bes e
cejna bûnê li ber bikin
hena bûkê û zavê li ber bişêlin
mewkibê şehîdên serhildanê
li ber bigêrînin.
Çira helkin
destpêka dûmahiyê ye û
roman gihîştî nîvê.
çira helkin
da ku şehîd poşman nebin
hêşta Helebçe tarî ye
term li pişt ewran veşartîne
çira helkin:
rabe, nerûne
qelem dipeyive
roman dihête nivîsîn
gelek werz û gelek qonax
dibûrin
nav û nîşan jî
xema wî kesî ne
yê pirtir çira hil kirîn.
SERSAL
Berken Bereh
Ez te pîroz dikim, we gişka bi hev re
Ji bo rojên azad û aştiyane keda we
Best û hêviyên we yên ji dergûşek
şirîntir in.
Em gelek ji hev hez dikin
Kilam û stranên me govan in, tu
dibînî
Berfa kulîgir dihelîne awirên te.
Em salek din bi hevre pîr bûn çi
xweşe
Kemilîn peyv û gotinên me, xewnên
me rengîntir
Pêdivî û kêmasiyên me hindiktir
Û dilême goleke bi aram e.
Tu ya yekem û a dawiyê
Kon vegirtiye di singa min de
Her sersal şaneyek spî zêde jî bibe
Li ber min dişibî xameke çardeh salî.
Ev sersal
Mîna mindalek
Xwe avêtim ber pêsîrên te
Te jî ne go na
Spas gulheval ji bo comerdî û
şanaziya te.
Êvaran li ser Çemê Kolikê
Berken Bereh
Êvaran
kew xwe berdidin li ser çemê Kolikê
bi piştiyên çilo
bi çavên kovanî
û bi gavên şermok
jin xwe berdidin.
Bêhna sewalan tevlî bêhna mirovan
dibe
Stran tên gotin,lawij
destanan dirêsin keçên xama
li ser evînan.
Lê
ne Sakîne sakîne ye êdî
di nav fîstanên renge reng
ne qralên Kommagen'ê qral in
ne jî Ferat har û dîn.
Êvaran
dema hûn diçin ber bi mal
ji bo kêfxweşî û şahiyê
mînak hebên tisbehan rêz dibin cenan
wek bextê xwe yê reş
xêr ne ditî
li ser rê ya xir û xalî.
Li vira
ne bi rojê şabûn e têra xwe mirov
ne jî bi şeva reştarî re.
destaneke bi hezar salane didome
bi sedsalane bê nasnav
û feqîrî heta qirik.
Êvaran
pale xwe berdidin li ser çemê Kolikê
bi laşên xwe yên xêhadayî
bi rû yên kizirî
û li asoyên bê miraz dinêrin
bi çavên reş
û bi şalwarên reşayî
bextê wan ê reş tine zimên
hêviyên wan
şerm dike
dilerize
dibe hinarek sor li asoyên dûr roj.
û
wek çivîkek koçer
xwe berdide li ser lutkeyên Nemrud
şev.
Êvaran
mirov xwe berdidin li ser çemê Kolikê
ji rû yan kul û keser difûre
ji stranan kerba wan
lê bawer im ku
yek bikene bi dilsozî ji wan re
an hembêz ke wan bi dilovanî
wê dorpêç ke cîhanê seranser
dilê wan.
Kengê em ê bêne ba hev rû bi rû
Berken Bereh
kengê em bêne ba hev rû bi rû
çavên te min dibin deryayén bê ser û binî
agirek dojehî berdide hinava min
lêvên ji şekirê quloqulo û sorsorkî
çivîka tolaz a hestan difire ji ser dil
û dest û lingên min xar û vaçî dibin.
Nizanim çima?
bayê çiyayê li pora te aliqî
girêka dixe deng û awazan
peyvên xweşik kû min ji bo te amade
kiribûn
dixeyidin ji min
qudûmên min dişkên
nikarim xwe liser lingan bigirim
dilerizim
spiçolkî dibe rû
nizanim çima?
Kengê em bên ba hev rû bi rû
Em neyên ba hev çêtir e
An wê
Minak berfa tav dîtî bihelim û bimirim
An jî
Ji hesûdiyê wê bajar xwe bikuje.
EW BAJAR
I
Bajar
Ax ew bajar!
Savarek rijiye êdî
Xewneke kêm xwê
Dengê evîndaran jê vederbûyî.
Mizgeftek bê sofî
Xorteke bê evîn
Asîmanek bê stêrk im
Û dikim û nakim
Ew bajar ji bîr nakim.
Ax ew bajar
Nizanim ne
Tu ez î
An ez tu.
II
Hêlîna me talankirin va bêbavan
Cara çendemîne bizanin
Neviyên 28 raperînan
Her mirinek
Rêzek ji helbesta te diweşîne
Her dengek
Te ji nû ve vedijîne.
Fermo bibîne!
III
Hêvîyek ji pola ye
Ew bajarê malmîrat
Çiqas tê kuştin
Hewkas xweşik dibe.
IV
xewneke ji ewrên stewr hûnandî
Gûliyên tol diqewirîne
Bi awazên kop
Ji temenek derengmayî
Her kêlî
Béhtir nézî xwe dibim
Bêhtir nêzî mirinê.
Ew bajar lê
Kirşa berhevdike
Li ser gûliyê dengê xwe
Hembêza xwe dixemilîne bi
binevşan
Da aştî bihewîne.
Ew bajar
Kurtejiyana min e!
GER HÛN BIXWAZIN
Berken Bereh
Ger hûn bixwazin
Binasin êş û jan û kovaniyê
Şevek li welatê min bibin mêvan.
Ger hûn bixwazin
Binasin mirinê
Li baskên qulingên koçber binihêrin
Bêhna şewatê tê ji wan.
Ger hûn bixwazin
Evînê binasin
taldeya rojhilata dilê xwe bipelînin
bê çawa diteyisin bi ken stêrk.
Ger hûn bixwazin
Welatê min binasin
Vekin deriyê agir û rojê
kevoka mirovheza heftreng
Dê bifire ber bi we.
BILÛRA ŞIVANÊ MIN
KOÇER BÊRTÎ
Ez dixwezim evînê binivîsim
Bi hemû xemla xwe
Bi hemû xemla wî
Min peyivek xwest ji Xwedê
Got tu jî dîl î
Ne rast bû
Ew jî ketibû
Em di evînê de wek hev bûn
Dîrok li gor xwestina wî nehatibû
neqşandin
Dengê dilê min guhdarî kiribû
Ew jî xemgîn bû
Li min binêre jiyan
Liva min li ser te ye
Tu ne hêjayî asta min î
Min bi hezaran sal di xwe de meşandiye
Min dilê Apê Mûsa bingeh dîtiye
Min wêrekiya xwe di çavên wê de bi dilê wê
zeliqandiye
Le ew?
Porê wê karîxezal
Devê wê bilûra şivanê min
Çavên wê?
Çavên wê jî nêçîra nixumandina mêjiye
min
Mêjiyekî wêrek û nezan
Jixwe ji wir derket talan
Asê li min dinêrî
Ji ber bedewitiyên kelî û qeşa ez diavêtim
ber derî
Di suxtetiya şevên bilbilî de min nîşan
radixistan ser bejn û bala wê
Ez nêr!
Ew mê!
Dîwanxaneyan de em dihejandin
dengbêjen welate min
Serbixwetiya min tenê di nav memikên wê
de zîl dida
Û dîsa tenê di gewriya wê de xwe ditewand
Matmayina min xwe dizivirî hestên
peşmûrde
Li çiya kûçik ewitîn
Li zozanan berf heliyan
Li deşta keskesor zewicîn
Li gundan kûçe civîyan
Li bajaran dil wêran kirin
Li paytextan bi welatê min lîstin
Li gerdûnê ez pûç ketim
Porê wê yî reş de ez dîl ketim
Wê bûyîna xwe di bengîniya min de ajot
Min tenêtiya xwe di kevirên binlingî de
şikest
Ez bûm evîndar
di pelên dara evînê de bûm jîndar
Dîsa Berbang qurmiçî ne
Dîsa mar keda sipûsor e
Hêvî mirin e
Ez te hez dikim qawreşa min
Mar im bûme helbestvan
DI BIN BIJANGÊN TE DE
KOÇER BÊRTÎ
Di bin bijangên te de hêstrên min dibişirin
Dişelim nav bayê gerdûnê
Tipûtazî bayê sar germ dikim
Hawara gewherên te
Rûbaran dike derya
Di kevîşena hesretên avgon de
Av dide berbaskên hecîreşkan
Şevreşkên ji hev qetiyayî
Bi destên hev digrin
Tev min ji nû ve li xwe mikur tên
Ez û tu
Li cem keybanûyên qûndeyan tên hev
Di bin bijangên te de çavên min diçûrisin
Li pey dilberî û dilanên te
Ez hêdî kûçikan jî hez dikim
Payîz, bihar
Hevûdin xêz dikin
Li pey min dileqin
Ez dibim nijadperestê te
Te li xwe pîroz dikim
Di bin bijangên te de
Çend stran ji wextên dilşad dikevin
pêşbaziyê
Ez şîrê te didoşim jînê
Tin dide evîn
Li ber bayê te dikevim
Dibişirim
Hûr hûr ber bi te têm
QERIMÎ RONIYA ÇAVÊN MIN
KOÇER BÊRTÎ
Di navbera xwe û Heftbirayan de
Ez havî bûm
Peyv xitimîn
Bê wate man li hawirdor
Dest ling û hemî hinavên min
Tenê du heb man
Çavên min di çavên wê de
Dilê min di dilê wê de
Li hember min mîna çiyayekî Kurdistanê
Min xwest li ser pal bidim
Rabim
Bidim ber qomikan
Li ser têr bigîrim
Hembêz bikim wî çiyayî
Wê wextê matma rabirdû
Evînê xwe bi rûyekî çavgeş da hember min
Bilûrvanan dest bi delalan kirin
Her yekî bi meqamekî
Dil rabûn çepikan
Bareş dûr ket ji Qestelê
Rûyên nenas bi destên min girtin
Pirtûkên ku hatibûn şewitandin xwe dan
min
Wê wextê ji govendekê dîmenek şewitî
Tevlihev bûn di şikeftekê de
Ez bûm gêzikên koçerên îmadkar
Ez bûm keskên sor
Bûm daristana har
Û qerimî roniya çavên min
Wê ez li wê veşartim
Min ew li wê vexwend goristana xwe
Me li wê tasek ava kelî avêt ser dahatûya
xwe
HÊDÎ XWE DEST DIKIN
ZOZAN
KOÇER BÊRTÎ
Tundî diçêrim
Ji dengê kurkurikan
Kalîn diweşim
Ji dûkela şewata şêniyan
Rixa hespên şê bar dikim
Firfir rûyê min
Toliyan li deryayê dixe
Rûyê min vedibe mîna qelişandina
wesweseyan
Vê helbesta ku min konê reş li ser
vegirtibû
Bi pênûsa diheliyayî
Bi kela ava jenînê
Bi ponijîna lorandina
Kaniya Kurdan
Dinivîsand li lûtkeyê
stiriya kesk
Îja min bang dikir
Ha qediyaye
Ha diqede
şevno bergeranê das bikin
Min li wê navberê tal bikin
Mîna ku ew me dike der
Em ji reşikan bipirsin zozanan
Rê bidin berdêla berbariya çîr
Pişta xwe bidin rojê
Tasek xwîna kifkarekan li devê xwe kin
Û bibêjin
Hêdî xwe dest dikin zozan
(hejmar 27)
HAYÊ DELAL
KOÇER BÊRTÎ
Ku tu bi min bû
Bira şewqa te bibe tiraf
Wê biqerisim bilerizim
Lêvên te wê çavên min germ bikin
Wê xwêhdanên min te ramûsin
Parî parî li balgeha beyar
Vetewşînî rewaniya gotinê
Hayê delal
Hayê delal
Rewşa xwe biherikînî di qawê qelaş de
Bikevî hundirê min
Deriyê bêhnên pûngan vebikî
Beyanî bibihîzî berfê
Ku lihevketin şaneşîn
şevînan min vemirînî
Li wê min bidî gotin
Hayê delal
Hayê delal
Em gepên hev dax bikin
Biqewirînin seqema çêjê
Lotikan bavêjin bilbilan
Ji serî heta binî dilrevîn
Bi fîtika hev bigrin
Li taxa xewleyên sorincan
Bibêjin lihevhatina gulan
Hayê delal
Hayê delal
Em bifikirin wetrêtî çeprast
Di wechên hev de rewneqdariyê birêsin
Xwîna xwe bavêjin patosê
‘Delal bi delal’ tetirxanî
Serdilê hev bikolin
Ku rojekê biyan bûn şev
Baweşînin li taxan ala sor
Hayê delal
Hayê delal
bihar
Serkeft Botan
bihar noye nûjeniya perda hêviyên gulxok
e
peşkên jenandina kevirhestem
mocê hestên derya
pêketî
digşênim dûxana qalûna xwe
ji dîmenên birca amedê
di derya hilnayên pêlên çalek
pêtiyên poran gez dikin rojê
vedişêrim lehengiyan
li meydana lenîngiratê
di berîka êşên min de
terafa cendekê min
awirên cîhane kê pê kil
dikim ...
tu ji cî nerî amed
va ez tem
kela dezîka te me
bişikine porên xwe bi bayên xezeban
te çawakir ji yara min
te çawa dabelian’d
behna şewatê ji bedena te te ...
bihar noye nûjeniya perda berbanga
werzêye
ne min go
ku bibim rîskêrekî bi ahd û
şanevan
sonda min
wê bi kevirên
te yê rêş bî
ezê vebixum
zikreşên keleş
bextreşên bê tex
xudareşên bi zex
poşreşên bê wex
qafreşên teres
pûştreşên bi
dek
zolikên
çavên geş
xeniqîm li nîvê rojê reş reş
xûda reş keşe reş mizgeft reş bext reş kevir
reş reş reş reş reş şev şevreş
ma wê kengî reşêşikên baranê bibarin lo
xubariya
xunavên doberana
ne min go
ku bibim rîskerên çar tayên
porên te
ezê daqurtênim kelehên girtîgeha
tev mazgehên
dîlbûna te
û vî bajarî
teva
goristanê zindî
kaş
bikim li pêy xwe ...
bihar noye nûjeniya salvegerên emrên
nîvqurmiçye
lê dibê ku ez rabim ser xwe
kaba bavêjim
çik bikim çîqa libin
sitûnên ezmana
biçinim lêmiştên lêvên qeresiyokî
melodiyên nuhurînên
kesera
bişeridênim gulîkên helbesta
bila hesretên şîn vexun
mirad
ji bayên
besta
girên
herdû çavan te
lê berî ku werz bengîniyê ji bîrbikin
hesretên ewravî
diburusun di nava
zeraqên stêra te de ...
mijdar 2002
çîka çiyan
Serkeft Botan
her êvar govend digirtin
hest dibûn şitilên gula
reqsên sermest vedixwarin
têhn dida kura dilan
dest didan destê sterkan
serê çîçikan çik dibûn çîka çiyan...
hey !
delalê
zanim sedem sersariya salan e
berê zayinan awiqîn
li berbanga jiyanê
pîçên pêvajoyan dizîn
şîr ji elbikên guhanan...
dem xurufîn di hêlekana de
hêlînên ji biskên sipî
bêrî li beyaran engirîn
nalên hespan qurimîn
ken qurufîn
ji qurfandina
ka
geştiya eşqê
li ku ma...
wê çawa be
ji bona xwedê
lal manê pitikên demê
tev xeyidîn
nakin gix gix
nabişirin
bi pêserên dayîkên xwe re...
hey !
delalê
çîka ba hat
germa tebaxê weşand
hest di newala de mişt bûn
lêmiştên stêrkên rijandî
besta dila re herikîn...
nayê bala çend payiz in
bîranîn bi xuşe xuş in
bi xwe re birine leylana
kezeba çolan diweşin...
amed 16.03.2002
kemîn
Serkeft Botan
nema dizanim bê jimar in
ku ruyê min
di kemînên bêbext de sor dibû
û
bi celebê mirinê re dibişirîm
şopên lingê min qeysikên gindoran
birînên dîroke di qesrên bilind de digerînin
min kiras diguhertin di newala çorî
di dem û salan de weke maran
her hîmekî min bûye temenekî nîvqurmiçî
li şaristaniya dêra Axtemarê
an jî keleha heskifê dialastin
gerdenzirava dîjleyê
kenê xwe yê şoli
bi kilama
zirav
zirav
ziravê
ji evîndariya xortên dilovan re
bejn ü bala xwe dişeridend
hüçikê kirasê xwe yê bişaftî
di nav terafa dilê biraştî de vedişart
ji nêrînên berbanga gulên sor re...
neşemirandina bê şerm...!
her êvar çik dimam
bi hêvîya rojek bi siûd
bi delaliya heyva şevê re
gava rojê tehn dida ji fotêra xwe
xilmaş dibûn bîranînên min
di berîka vî bajarên xopan de
dibûn daristanek sor çilo
di nava guriyen tenûra dayka min de
ê jê
wê de
qurt
bi
qurt
vedixar ezmanê bêbav
ji dilopên mengena çirika min
deka vebêj dayê vebêj ?...
kê navka min kir firavîna rima
kîjan diyara revan
simbilê malzaronkê xêlîyan
roj çima stewr ma bi gulîkên sêvan ve
û zarok duayên şekirê navkaxezî duxwînin
li goristana ji devla jiyanê ve
ji bîrkirin şivhespên kihêlên xwe
şiverêkên deryayê bi koranî şopandin
û hîna bi titikên tahlokî dilîzin
bi xwedayên xwe re...
ê jê
vir de
de
bes e
lê
bes e
besta dilê min xirimî
darbest diqurmiçînin rûwên xwe
dilopên xwînê li kincê dirokêne
birînên min de sitêrik radimedin
û hîne neşemirandin bazirganan
bazara rehela min û te emrik
bi bûhayiya sedsaleke din re...
7.reşemî 2000
serhişkiya kerikî
Serkeft Botan
ev hazar sale ku ba
bi min ve zeliqandiye çarenûsek zipîziwa
serhişkiyêk sayî kerikî
ji zemq û senîta dema
dane ser pişta helkehelka
ez herifîm ji seqemên ba û germa
û
nalînên gazînokî digevizin
ji terpela bayên fediya
li ser xet û bin xeta
dikulkulîm
ji şewata nalînên festîwala kula
mijankên min nayên serhev
ji kerbên derbên xencerên çav soriya
xeniqîm
ji tevna benkulabên nîrê zordestiyan
xeniqîm
di asoyên qurunc de
xeniqîm
di tevgera ezê de
xeniqîm
di bêtifaqiya em ê de
xeniqîm
di kalanê rimê de
xeniqîm
di cembilê bimbê de
xeniqîm
di sebra yarê de
û
ne te vedigot
ezê
li raçingên xwe vegerim
berxê
heger ku tu bêy
û li esmeriya helkehelkên min bigerî
hilkê darêk çinarê ji kokê
lê tu ne fetisî
di pirsên rehên wê de
sebrê
ku bejnekê bilind bû stêrka sibê
wexta sehergeha ye
were biçêre
liser sîngmergên min
baskên xwe lihevxe
bi kubariya minminîkan
bila bi me bihesin hinijandinê xewşevînan
û
hêdîka
lê
ji xalîbûna xewleya xatirxwaziya sermestiyê
çend hevokên helbesta bişeridên
ji kefa zimanê ku diperpite liber niga
bi sira bayên stêra qurux re
li ser dev û lêvên esmeriya min bireşêne
û
binuhurînê lorînên gazînokî
sosretê
bi guhazkên guhê şeytanoka dake
bêdengiya şirînekan
û zîzbûna şevên bêdeng
tu
neherimênî pêjnên kurubeşka
bila vexun avên kanîkên hênik
dil kizirînê
kizirîn
zimanên min
kizirîn
wêjevaniya min
kizirîn
helbestên min
kizirîn
rengdêrên min
kizirîn
hevokên min
kizirîn
daristanên min
kizirîn
paytextên min
û
va ye
memikên min
ferfûrî agirpij in
berfa çiyayên rû sipî ne
sika kihêlên xwe lê bikute
pesn û beradên xwe
lê bitewlîne
ne hewcêye ku bidim te navnîşanê hezkirî
xwe li roja ku di pişt diyara re derdikeve
bigre
û bikudine
wê bên guhên te
sewta kurkura nalînên dijle feratê
ku ji têhna senîta salên kerikî
beherîne
beherîn
bêriyên min
beherîn
berbiwên min
beherîn
tilîliyên min
beherîn
serhildanên min
beherîn
pêşengên min
beherîn
kewribatên min
û
heger ku bi saxî filitîn
berxên min
ji feq û dafikan
ji zeviyên narincokan
ji qeda û belayên serhişkiya rohilata navîn
ezê qewlên heft tebek nanê şikeva
heft sêl nanê şilikî
û guldanek ji perîkên teyrên tawis
tesediqa serên we bidim
weyselqeranî
û
heger ku fewitîn
kemîn
ji refên qimilan
û ku şiyarbûn simbilên geniman
bi bayên esmariya te
hevsarên kihêla berde şewla dilên hurriya
tê rastbêyî li kanîka kanîxweşikê
xwe kuruske
tê bibênî duruvên sal û zamana
di neynika ava wê de
şun de
ku tu rapeliqî çiyayên gebarê
wê pêrî te bên bêrîvanên egîta
tu gez nekî ji matmayiyan lêvên xwe
bermalî
hêvîrojin
çir şîrin
çir ronîne
guhanê heyna didoşin mexmerên
serhişkiyê
dimeyênin ken û giriyên sincirî
ji sincirandina rohilata navîn
û
vê bêbaviya tahdeyiyê ...
kanûn 2002
Zo(ma)fer
Serkeft Botan
ji pêşengên wêjevan re
raxistinek miştaxa
ezmana
ji neqepşevan mirin dipelandin
ji palçiyayên tevizandî
bêhna
kulîlkên biîva
şevbihurkên kal
dikeyandin bi hilma şevê
gencîneya tenê peyva
reqsa penûsên delodîn bû
ji pêşmalzimanê awesta
bizarkerên
lahtên winda
ji nîgariyên incika vê erdnîgariyê…
mexelên gonxwarî beridîn
ji esmeriya te
dane riya çûnnehatê
dil ranazê li qesra raza
dil bû pêlên derya baza
dil bi zikra derwêşan ket
dil bû evdal
dil li refa çiyan vêket
dil ricifî
dil ronaka roja rijî
dil bû ava li girava…
li şîr mane peyamên xav
xêza tariya bêbext de
axîn noqî derya dibûn
ji nepeniyên rênasa
şevên bi lêz
şevên bi bez
gavên gumandî
hilkirin
daw û delingên
hevrîşim
dibûn heval
bi stêrkên hevalan re
ku pir dibû ji bêhna axê
ku zîz dibûn bi destên sibê’r
bablîzokên çavên semîramîs
diherikîn
gulîyên
edûlê…
de ka were
dayika zarokên agîrî
min bêriya ramûsanê te kir
roj li nîvro
li nav dahla
dibin gulxunavkên
rûbara
kanê zerzengê kulîlka
me ji sibata dînik danhev
fetlên
fetlîneken gulîsorkî
ji gerdena stêrkên girava
de ka were
biguvêşe kezepreşan
xewnên mîratmayî
dawerivên lutkê çiya
serpêhatiyên zarokên rojê
xela salê dûr in
turikpişta de dilivin
şikestinên serdemên lal in
diperpitin
li şewla dil
şop in
kildankên çava kil dikin
terş in
digindirin mêrga hêviya
ka kê avda tava heyvê
kê roj dageran gerdena
kê cebiran bazikên şevên şikestî
êşên rojhilat in
lawik
xwe sipartine bejna te
dekên rojavaya silin
dilehîzin
bi zomafera seriyan…
gulan 2002
Vehatina suwaran
Cankurd
Emê dîsa ava bikin
Kevir bi kevir..
Gundên we wêran kirîne
Di pêleke hovîtiyê da..
Emê ji nû ve paqij bikin
Co bi co
Avên we jehir kirîne
Di rojeke namiroviyê da..
Emê dîsa biçînin
Dar bi dar
Çiyayên we sotandîne
Di demeke wêrankariyê da..
Bila cîhan hemî bibîne
Em çawa tova jînê diçînin
Di zinarên hishk da
Di newalên tî û zuwakirî da
û di aqarên bombe kirî da…
Bila ji we re ev rûreshî bimîne
Di eniya dûrok û mêjoyê da
Di defterên law û keçên Kurdistanê
da..
Çiya çendî bilind bin, dîsa rê
vêdikevin
Ewrên resh û tarî, çendî bi kîn û
hêrs bin
dê rojekê bar bikin,
birevin..
Wê marên li ser sîngê royê xwe cem
kirîne,
Bibin pelên payîzê
û bikevin..
..û ewên ji siya xanîkên xwe hatîne
koçkirin
Ji mal û zeviyên xwe hatîne hilkirin
û dûrkirin
di bahozeke hovîtiyê da
di quncekî tariyê da..
Dê bibin dûvmeqeskên biharê
dê bi ser gundên xwe da
bifirin û dakevin..
..û evîna min a dîsa pêl dide di
dawiya payîzê da
dê bo rêyekê
bo venerekê
bibe çiraxa di morantiya berbangê da
Dê bibe hêviya karwanekê di vegerê
da..
Dê bibe mizgîniya vehatina suwarên
di cenga qederê da..
Delalê
Cankurd
Delalê, hiye hiye
Va demeke ji mêje
Bapeşk bi ser warê min de hatiye
Konê min î reşmal bi ser serê min de
dagerandiye
û surha baxê min î bi evînê
xemilandî herifandiye..
Va demeke dirêje
Ewirê kîna neyaran bi ser bihara
min de hilweşiye
Hemî gul û nesrînên min hilçiniye..
Lêmişta xeyda xêrnexwazan,
û bi ser de jî vê dûriyê
dilê min î biçûk daye ber xwe,
sêwî kiriye..
Belê, dayika zarokên min
Rohniya herdu çavên min
Li hember van hêrişan
Palpişt û hevala min
Ji te pê ve kîye…?
Delalê, hiye hiye
Ber destê vê sibê,
Dergahê ezmanê Xwedê
Bo hemî mirovan vekiriye
Lê rêya welatê min ji ber min reviye
û dêwekî ejderha li ber dergahê
rawestiye…
Bahozeke wêrankar bi ser baxê Irem
de hatiye
û dîwarê keleha evînê bi ser
hozanvanê me de ketiye
Ne saz û awaz e, ne serfiraz e…
Di navbera du cîhanan de winda
bûye
Gava ew ristekê dixwêne,
Ma ji min û te pê ve guhdarê wî
kî ye?
Li dûrî niştê me yê, ku roj bi roj tê
dizîn
Di dilê te de her nûçeyeke nebaş ji
welêt dibe birîn
Ji zû ve hemî xweşiyên jînê bi me
tehl bûne
û van welatên fireh li me wek
zindanê teng bûne
Lê gava ez û te bi hev re straneke
kurmanciya kevin dibihîsin
û di nav re dêmê te yê şirîn
wekî guleke Corî sor dibe…
Hîngê dilê min li xwe hişyar dibe..
û di tariya vê dûriyê de
bihnekê bi te re şa dibe..
Delalê hiye hiye
Hevala rêya dirêj
Pir ji zû ve, pir ji mêj..
Dixwazim bo te bibêjim
Veşartoka hindir dilê xwe bo te
birêjim:
Kesê ciyê baweriyê,
Kesê ji min re her bûye egera hîviyê
Dil û mejiyê dagirtî bi Kurdîniyê
û mirovatiyê..
Ma ji te pirtir li vê dinê kî ye..
DI HIŞ Û DIL DA
Cankurd
Heyveke buharê ya çardeşevî
Dor çavê xwe bi ewrekî reş Kilda
Dilê min î jar
Wekî girtiyekî pîr
Di zindana dûriyê de
Dîsa bû hespekî kumêt
Li nav zincîr û merbenda
Seriyê xwe, ji bo azadiya xwe
...di tariya jînê de hilda
Dilê min î har
Nema tê girtin
bi tewl û qeyda
Ew bû stêrkeke asîmanî
Ji dûr ve rijî û pêlda
Evîna min li buraqê suwar bû
Dêmê xwe da Bi cîhanên pêjinî ve
Bi welatên dûr ve
Ber bi kewkebên di jor da..
Dilê min î har
Vegeriya welatê dê û bavan
Di dawiya umir da
Geriya li nav hemî deşt û çiyan
Li nav teviya newal û sirta
Hîç warekî xweşiktir ne dît
Ji geliyê Tîra, ji çiyayê Keloşkê
... û wan darên merxê di nav da
Ji wan avên dixulxulin
...di tenişta gund da..
Bihna sicê, hat bîra min vê sibê
Ez bi xwe re birim zemanekî kevin
Ku pêlikên zeriyan dirêj dibûn bi ser
piştên wan da
û her ewîlekî Kurda, xençerek di
ber navê da
Li dîlana gundê me,
Li ser bêderên di paş malan da
Keç û lawan mil di mil da
Xerîbo!
Çi demeke xar û vîç
Çi bahozeke tund hat
Bi ser kon û wargehê min da
Ç qedereka reş û nedîd
Hat bi ser rûyê min da
Li derdora xwe dinêrim
...û guh didêrim
Ne bilûra şivanekî li çolana
Ne straneke Kurmanciya kevin li
zozana
Ne bihna naneke sêlê, ku agir di bin
da
Ne qebqeba kewê zinarê
Ne h’êlika girêdayî li pîknê çinarê
Ne xumxuma meşkên buharê
Ne telmeyekî germeşîrê bizinan
...û ne ava Kanîsarkê, goşiyek
tiriyê Şî di nav da.
Xerîbo !
Hestiyên min di vê gorê de zer bûn
...û bilbilên aza di xefk û davên
neyarî werbûn
Heywax li min!
Çi rewş e li vê dûriyê
Çi tehlejîn e di vir da
Çi kul û janin?
Rîş û şopên xwe kêşane di eniya min
da
...û rohniya, ku ez pê digerîm
Basikê, ku ez pê difirîm
Bû guleke zer bûyî
Bû mûmeke li ber bad û bahozan
vemirî...
...û hêviyên min cifilîn di sîngê min
da
Xerîbo !
Ger ez mirim bila nebêjin ew ji me
dûrket
û em ji bîr kirin
Pir kesên wek wî ji nav me bar kirin
Û rêya vegerê winda kirin
Na..na..
Welat min, bûye balif û nivîna min
Welatê min bûye egera mayîna min
Welatê min ji min cuda nabe
...û dilê min jî ta roja çalkirinê jê
vena be
...û jê têr nabe
û hûn, zarokên gundê min
Cotkar û mamhostayê min
Hevser û hogirên xortaniya min
Hûn her dijîn, wek xûna di damarên
min
Wek hozaneke Feqiyê Teyran
Wek kilameke Perwer Şivan
Her di nav hiş û dil da
Di nav hiş û dil da...
Bo Turkan
Nameyek vekirî
Cankurd
Çi ye hûn bi ser me de her diqîrin?
Ma hûn evqas xedar û jîrin?
Berî we bi hezaran sal
Me konê xwe li van sirtan danî
Me di kolosên van çiyan de,
pir ji zû ve daçikandin al
Me ava kirin bajar û mal
Akbatana delal... û
Waşokanî...
Bipirsin ji Anabasîs û reva deh
hezaran
Ji Îskenderê xudan qoç
Ji bavpîrên xwe
ji Mongol û Tetaran..
Bipirsin ji dîwarên Nînewa ya heriftî
...û ji Xaçperestên serşikestî...
Bipirsin ji nexşên ser kevir û zinaran
..ji şahê rojava, ji Dilşêr
...û ji van çiyana,
ji Cûdî, Sîpan û
Agrî, ji Bêxêr...
Ma kî xudanê van deştan e?
Kî avakarê van keleh û burcan e?
Ev ne axa Kurdan e?!..
Ne Kurdistan e?!...
Gelo! Bêjin dayîka we (Turkiye) çend
salî ye?!
Ma navekî wilo di dûrokê de berê
hebûye?
Kesekî bihîstiye?
An jî dîtiye?!...
Çiye hûn me dikin koçer?
Gelê me belav dikin li her der!
Ma em xulamên we ne?
Em kole ne?..
Êdî bese, bese hovino!
Her tişt bi a we nabe
Bila destê we ji ser me rabe..
Ev dunya her wilo nabe
Late me jî her şikestî nabe..
û ciyê we Turkan, mîna
qirikên zinaran,
her
li jor nabe...
Êdî em jî ji temarê rabûn
Ji nav qirêj û tariya dûrokê hilbûn
Ta niha em di xewna biratiyê de bûn
...em nezan û çavkor bûn...
Em hespê talanê ji bo Alî Osman
bûn
Em beranê qoçkirinê ji bo Kemalan
bûn...
Êdî bese, biratiya me nema
Em û we ji hev cuda bûn
Dil û kezebên me ji bedkariya we reş
bûn..
...û dest û piyên me di karê we de
peş bûn...
Di nav me de, Turkino! Sînor e bo
her dema..
Sîngê me ji we wekî eytûnê
…û dilê me ji we bûye kunê xûnê..
Her carekê me serî ji bo mafê xwe
hilda
We destê xwe bi xûna me hene kir
..û çave xwe bi ariya zarokên me
kilda
We em qir kirin wekî pez
We talan kirin ji me mal û rez
We em kuştin li her cî û li her gavê
We şêx û melayên me darvekirin
Keç û dotên me revandin, birin
…û niviskar û ronakbîrên me..!
we zincîr kirin,
ji mêranî kirin..
We sermêrên Kurdistanê
bi ganî avêtin nav agir
û dest û pê girêdayî
we avêtin çem avê...
Ma eve biratî?!
Eve hevaltî?!..
Rast hûn Romên malxur in
ji nijadê gur in..
Êdî bese hovino!
Êdî bese Turkino!
We welatê me kir dûjeh
Li her aliyekî ceng û şergeh
Welatê me yê tev bihişt û gulistan
We kir şikêr, we kir goristan...
Erê!
Li zindanên we mirov bê rûmet in
Li dadgehên we mirov bê rûmet in
Li parlemana we jî mirov bê rûmet
in...
Sermiyanê we di şaristaniyê de
Kemal e
Bavikê we Kemal e
Xudanê we Kemal e...
Ji Kemal pê ve we tenê şûr û mertal
e..
Lê hûn nizanin ew Kemal kî ye
Rovî ye an Tecal e...!
Ma kesekî ji wî pirtir li me kir derew
Ma kesekî wilo dibe pêşrew?!
We li her bajarekî me ji wî re pûtek
çêkir
We zordariyeke xûnî li ser me pêda
kir
Heger ev gurê çile, zikbirçî, dev bi
xûn bavê we be?
Dê netewa, ku bi wî bawer kirî, çawa
be?!
Erê!
Hûn bi ser me de hatin ji orta Asiya
wek gêre û kulî
We şaristanî li pey xwe wêran kir, we
kir xulî
We herifandin burc û kela
We talan kir hebûn û dêrîna Mîdiya..
...û hûn li seriyê me bûn
heft bela...
We li aliyekî Bulgar kuştin,
We Yûnan kuştin,
We Ereb kuştin
..û li aliyê din we qirkirin
Ermenî...
bi terzekî namirovî, bi
şêweyekî genî...
We ji me jî hercar bi sedhezaran
kuştin
Wek hinek daliqandin, hinek biriştin
We gelek zarok li ber dîwaran,
sêwî, birçî û
tazî hêştin...
Ma ji kuştinê pê ve karekî we yê din
tune?
Hûn çi ne?!
Mirovin an hovin?!...
Gava yek bixwaze we ji dil de
bixeydîne
Divê bi Kurdî bipeyive û bistirîne:
Ez Kurdim û ez hezdikim ji
Kurdistan
Ez Kurdim û herbijî Kurdistan..
Dê li dora wî yek û yek bikevin wek
tirpan
Dê ji qehra bimirin neviyên Tûran..
Lew re tev bi hev re, bi dengekî
bilind,
Şivano tu li kuyî…?!
Herbijî Kurd û Kurdistan...
Her bijî Kurd û Kurdistan...
YAR JI GELIYÊ GODERNÊ
Girê Dersilê
Geliyê Godernê gelîkî kûr e
Dengê bilûra şivan lûr e,lûr e
Ji xeman re yara min ji min dûr e
Çend Sal e mame li bende silavê
Geliyê Godernê bi darên mazî
Lê delaliyê tu evqas dilbaz î
Te ez heland im,êdî çi dixwazî?
Hêsrên min diherikin wek çiravê
Geliyê Godernê bi dar û ber e
Periya dilê min kej û por zer e
Wek roja ji pişta zinar wer der e
Çavên mirov venabin ji tavê
Geliyê Godernê'b lat û şikêr e
Xizêma pozê te ji dirr û zêr e
Ji kerema xwe re xwe berde jêr e
Li hêvya teme li serê çiravê
Geliyê GodernE'b qirş û êzing e
Dildara min ji keçan re zerzeng e
Dilê minê bi evîn zing e zing e
Ku yarê xezal be ez herim ravê
Geliyê Godernê bi çem û kanî
Yarê tu dermanê maka kulan î
Çima qey tu bi dilê min nizanî
Ku awirek nadî min hey bêbavê
Pûşperr 1984/Farqîn
NAVÊ YARÊ
Girê Dersilê
Navê yara min welat wê kirine çar
perçe
Bi deşt û zinar û lat,bi şar û gund û
navçe
Mêtinger bi ser de hat beraz û gur û
hirç e
Îro li dijî guran serhildan e şervanan
Kurd ji hev ketine dûr,bi destên çar
neyaran
Hinek mane li bakur bûn e dîlên
tûrana
Hinek li alî başûr ketne destên ereban
Îro egîtên Kurdan xera dikin van xetan
Navê yarê niştiman bo çi ketiye destan
Newal û çem û zozan,dar û ber û
gulistan
Dijmin dikuje berxan,wek keftarê
daristan
Wê hildin heyfa mêran,şêrên lat û
zinaran
Hinek jî li rojhilat,mêtingerê wan fariz
Li başûr û rojhilat me berdidin hev bi
tiz
Dimsînin xwîna welat,ecem û roviyên
diz
Wê derxin der roviyan,van pilingên
Kurdistan
Navê yarê Kurdistan,dixwaze rizgariyê
Bindesta li nav cîhan,naxwaze dîlîtiyê
Wê rizgar be’j neyaran,bi artêş û eniyê
Wê li birc û kelatan,li babe Ala
Kurdan
Avrêl/1996
Pazdehê Tebaxê I
Girê Dêrsilê
Xortê Kurdistanê xurt û karker e
Bo niştiman bi çek û rext çekdar e
Wê derxe ji welatê xwe neyar e
Şer daxistiye Pazdehê
Tebaxê
Ji hev belav bûn ewrên reş û tarî
Bi kêrî wan nayê birûsk û harî
Baranê şerm û fedî kir nebarî
Ji ber êrîşên Pazdehê
Tebaxê
Baz û çûçik firîn ji serê daran
Gur û rovî jî revîn ji diyaran
Şêwanî ketiye nava neyaran
Ji raperîna Pazdehê Tebaxê
Dema dijmin bi êrîşan hesiyan
Lerizîn bi talerzê pir tirsiyan
Ketin xofê zirav li wan qetiyan
Ji çalakiyên Pazdehê
Tebaxê
Pir heyirîn ji hev pirsîn ev çiye?
Çi qedaye hat serê me ji çiye
Gelo ji me çi dixwazin bo çiye
Ev têkoşîna Pazdehê
Tebaxê
Gazî hev kirin bi lezê liviyan
Roj beyan kirin û li hev civiyan
Qal kirin hişê wan reviyan
Ji ber şemala Pazdehê
Tebaxê
Xewên şevan li xwînxwaran herimîn
Çavên serê wan sor bûn û werimîn
Rehên canê wan ziwa bûn qerimîn
Ji ber tîrêja Pazdehê
Tebaxê
Fêm kirin ku kurdan dest avêt çekan
Ji bo li Kurdistan nehêlin dekan
Wê ji kedxwar rizgar kin mal û milkan
Kedxwar ket tirsa
Pazdehê Tebaxê
Tebax 1985 Amed
Gerîla
Girê Dêrsilê
Gerîla wek pileng û şêr e
Keçik û kur û jin û mêr e
Ceng xweş kir li welatê jêr e
Tim li zinar û hîm û ferşan
Gerîla merd û cengawer e
Qehreman û egît û dîlawer e
Gernasê kurd û bîrawer e
Herî bi nav û deng û nîşan
Gerîla şervan û serbaz e
Ji bo rizgarî bi daxwaze
Li diyar û li gir û gaz e
Bêtirs dike vîlik û pîşan
Gerîla bo welat çekdar e
Tirs û xofa dilê neyar e
Şoreşger û tim dost û yar e
Bo bindest reben û perîşan
Gerîla radibin dilivin
Tev li qada cengê dicivin
Ziman xweş in tev peyv hingiv in
Bo kal û pîr û hûr û gişan
Gerîla mafê kurd dipirse
Bo xwînxwaran bi gir û hêrs e
Dilê dijmin de xof û tirs e
Bo gemar û welatfiroşan
Gerîla tim dostê bindestan
Ji bo azadiya Kurdistan
Ew xwedî nav û şan û destan
Ew bi şer û ceng û êrîşan
Gerîla li çiyan şer dike
Tim dilê neyaran reş dike
Bi çalakiyan şiyar dike
Temar û xewar û xilmaşam
Gerîla li taxa jêr û jor
Bo welat dirjîne xwîna sor
Ew hekîm û bijijk û pispor
Derman dike birîn û êşan
Herîla bi şewla roj û hîv
Çek û rextên wan ji zêr û zîv
Gundî tim ji wan re dikin şîv
Hogeç û beran û gamêşan
Gerîla li kort û newalê
Bo gula nav xweş û delalê
Li dij began dibe hevalê
Cenan û avdêr û qeraşan
Gerîla jîr û xurt û zane
Hem şoreşger hem partîzan e
Welat bihaye ne erzan e
Ji bo welatparêz û başan
Gerîla kulîlkan geş dike
Bi bîna wan welat xweş dike
Bi şer kedxwaran nexweş dike
Li nav zevî bênder û aşan
Gerîla bi komel û rêzan
Timbi ceng û êrîş û hêzan
Bi hezkirin û bi hemêzan
Ew hêviya rind û çavreşan
Gerîla bi şop û bi rêç in
Li dû wan jin û zar û zêç in
Di şer de birînan dipêçin
Bi nêrebend û bi debîşan
Gerîla li bajar û gund in
Ji bo bindestan baş û rind in
Li dinê tim î serbilind in
Kelemên gilîkar û cehşan
Gerîla li ser gir û qot in
Bi şer dilê dijmin disotin
Ew çi bikin?welat firotin
Parsek û berazê bexşîşan
Gerîla wek tîrêj û tav e
Dijmin ji ber bi bez û rev e
Mêtinger ji tirsan dikeve
Bi jana zirav û lareşan
Gerîla xwediyê Kurdistan
Heval û hogirê bindestan
Li nav gulistan û li bestan
Dermanê birîn û nexweşan
Gerîla gula rojhilat e
Li ser hîm û zinar û lat e
Ala wan li birc û kelat e
Hêviya dilxweş û rûgeşan
Gerîla bawer e dimeşe
Şêr e bi kêf û şeng dilxweş e
Li Kurdistan her agir geş e
Bi qot û qirş û qal û xirşan
Gerîla şervan in li cengê
Govendê dikin kêf û hengê
Kedxwar dikin serxweşê bengê
Li quntar û kendal û kaşan
Gerîla'd cengê de mêrd û mêr
Bax û baxçe de bi tevr û bêr
Axa Kurdistanê zîv û zêr
Bi kar û bar xebat û pîşan
Gerîla'l welat hêviya dil
Li baxan geş bûn binefş û gul
Dixwînin kew şalûl û bilbil
Çem diherikin bi xuş xuşan
Tebax 1999 Amed
Dara Azadiyê
Girê Dêrsilê
Li Fîsê tovê darê reşand in
Rehên darê zinar qelişandin
Xurt bûn ax û kevir firisand in
Tovvanên tovê darê karker bûn
Av dan tavê lêxist baran barî
Bihurîn rojên xweş şevên tarî
Bi rûyê erdê ket bi dijwar î
Avdêrên dar û devî karker bûn
Bilind bû pel û şax û gulî da
Bilbila dengxweş hat hêlîn lêda
Şalûla rengxweş hat serî lêda
Li bin siyê raketî karker bûn
Rehek stûr dirêj bû heta Amed
Rehek kemilî berî da serhed
Rehên din belav li welatê Med
Pêşengên şoreşgeran karker
bûn
Rehek jî gihîştibû nav Botan
Serî dabû li ser gir û qotan
Bû dar û sîdar bo keç û xortan
Rêzanên keç û xortan karker
bûn
Rehek rê vekir gihîşte Zagroz
Xurt û şît bû,guh nedida bahoz
Pir xweş dixemilya ji bo Newroz
Pîrozkiroxên wê jî karker bûn
Rehek bi dengê bilind çû Şengal
Bi movikan xemiland bejn û bal
Hatin siya wê çend şêr û şepal
Rêşanên xurt û hêja karker bûn
Rehek serî da li Herekolê
Rewşa çem û gulî li ser golê
Pela wê bo çaroxan wek zolê
Di binî de rawestî karker
bûn
Rehek bi xurtî gihîşt Gebarê
Egît li gel wê daketî xwarê
Diket cengê sibê ta êvarê
Di şer de bi bore bor karker
bûn
Dara azadî rewşa daristan
Dilxweş bûn şehîdên li goristan
Şax û ber li her alî Kurdistan
Cenan û avdêrên wê karker
bûn
Gazinan nakim
Adar Jiyan
Gazinan nakim
Xeman naxum
Bengî bûme
Evîndar im
Di şevên ripîreş de
Bi hêviya
berbangeke sipîsor
Ne tenê
Ji ber tenêtiya xwe
Ya rojekê
Û miûziya xwe
Ya danekî
Rojê temenekî xerc dikim
Ji bo te
Bi hestên xwe
Bi destên xwe
Li dar dixim
Sêpêka xwe
Sêpêka dardekirina xwe
Dikim qîrîn
Bi zimanê xwe
Û Dibêjim:
Ne tenê cerekê
Ne tenê canekî
Rojê sed carî
Û carê sed canî
Dikim goriya te"
Û dîsa
bi destê xwe
Dikşînim
Benê dardekirina xwe
Ey jiyan
ROBARA DILÊ MIN
ADAR JIYAN
Janeke zipzirav
Xwina ku xatir dixwest
ji damarên min
robara ku diherike dilê min
ev bûn çend şev
ku min paşê xwe daye xewê
ev bûn çend sibe
ku ez dest û ruyê xwe naşom
ev bûn çend roj
ku ez li dûv vê stranê me.
yek bi yek çûn
li asîmanê heftan bûn mêvan
hevalbendên rojê
bi stêrkan re stêrik
bi mirovan re mirov
û li hemberî
ne mirovan
ji bo mirovatiyê
lê dide
dilê me
û dilê wan
û ji bo biratiyê
ne çikiya
perav bi perav
wekî hêzdariya pêlan
ber bi umaneke bê bînî ve
bê serî diherike
robara dilê min
Vejîn
Adar Jiyan
ji mêjuya serdemên sincirî
dinisilîn demsalên spîsar
û di nîrekî bêxêr de
nêrînên nêrmo diherikîn
nava dilê rûzemîna bêwar
çarenûsa bêxêr
xwe dida tenîşta bêbextiya bêar
û nola siwarê hespekî bêhevsar
bi çargav
dida ser riya rêwîtiya bêoxir
û li eniya erdnîgariya çarnav
dibû mêvan
bêşermiyê kon vegirtibû
li şevên mazûbaniya bêmal
û şirîkên zewaca bêdil
dibin asîmanê bêtav de
bi bêhêviyên stewr re temen afis
dibû
û di rojên qemer de
diwelidîn zarokên bênav
di wexteke bêbext de
ji dayik dibûn
miriyên bê meyt
qîrîn diqurimîn
di himbêza giriyên bêdê de
û şahî dicûtin
hinavên bêcan
mirin aş dibûn
li nik êvarên bêhawar
û di newalên kûr de winda dibûn
nalînên bêhal
di pêsêra keserên bêhnteng de
olan didan sewtên lal
kîn dilebikîn
kerb dikeribîn
axîn dixeniqîn
di nav kenên bêrû de
û di asoyên teng de asê dibûn
axînên dayikên bê zar
di tarîya şevên bêşeveq de dialiqîn
xeyalên bênîgar
û xewên bê xewn
ji keçanî dixistin
awirên bêçav
kêf û şahiyên bêken
di bêzeyiya malbavaniyê de
dibûn xopan
şîn mexel dihatin li guherên bêdil
û zêmar diniqutin
ji çavên bêkil
reş dixemilîn bûkaniyên dest bi xwîn
diçilmisîn biharên bêmirad
tî mabûn kehniyên jînê
û çem dimiçîqîn
ji tîna cendekên bêkiras
demek hat
çûn ava esrên bêtav
û ji nûv de hilatin hêviyên ciwan
firoke bûn
naşiyên bênîşan
nola firîşteyên bêzayend
û bê war
li hember bêşîrîtî û bêşîretiyên şerûd
û ji inta wezreyên bêwerz re
gurz bi gurz vedijiyan
û zo bi zo dibişkuvîn
diperisîn ro bi ro
ferşik bi ferşik diqelaştin
zikê bişavkeriya bêşeref
û şane bi şane
difeşikandin
mêjiyê mêjûya bêar
li pişt heft deriyên bêmifte
di kuna bizmikên bêziman de
ji sê darikên bêniftik
û bi çar canên neftkirî
çar ciwanên çeleng
çar çar li xwe pêçan
û xwe li çar canan
li nav çar dîwaran
ji çar dengan
bûn çar qîrîn
bi çar hawaran
giyan dan vînê
jîn vejiyandin
li dar xistin sêpêkên bêdar
û dardekirin temenê dîroka kal
EZ IM
ADAR JIYAN
Her gav li ser te dilxwîn im
Sorgul tu wî bilbil ez im
Ji bo te ez har û dîn im
Yaram tu wî bi dil ez im
Bi kud’ herî li dûv te me
Bi hesreta bejna te me
Ev çend sal e l’ benda te me
Rêyam tu wî rêwî ez im
Tu car bêy te debar nakim
Çare tune te terk nakim
Xwîna xwe bi ser te dakim
Ka’bam tu wî qurban ez im
Bêy te bihurîn salê min
Were bibîne halê min
Feda be mal û canê min
Warêm tu wî wêran ez im
Xeml û demsala biharan
Ji min qetandin neyaran
Bo te dikolim giyaran
Şîrîn tu wî Ferhad ez im
Te şax berdan tak rîhanê
Bêhna xwe daye cîhanê
Dîlbera Qesra Botanê
Zînê tu wî Mem jî ez im
Ji te dûr im tim xweser im
Dilbikul im bi keser im
Li ser Sîpanan digerim
Xec tu wî Siyabend ez im
Tu kulîlka serê leman
Goşt heliya hestî neman
Ji bo te pirr dixwim xeman
Hekîm tu wî birîn ez im
Sing û berên miftekirî
Wekî heyva perdekirî
Ji bo min bihêl vekirî
Bermal tu wî mêvan ez im
Bi qîrîn û bi awaz î
Dikim hawar dikim gazî
Dil ji te pêv kes naxwazî
Welat tu xwedan ez im
(12 Berfanbar 1993)
NAVÊ YARÊ
ADAR JIYAN
Siba te bi xêr lê lê yarê
Kiras ji kesksora biharê
Te agir berda dilê min
Wekî Newroza Adarê
Porê te zer çavên belek
Birhên qelem biskên xelek
Te ji min cuda kir felek
Nava dilêm’ anî xwarê
Bê te nabe ey hevalê
Dîlbera rind û delalê
Paqij wek’ ava zelalê
Dizê j’ kanî û robarê
Yaram’ gul e gula bi bîn
Pel kesk û sor û zer û şîn
Wê av didim her gav bi xwîn
Sibe navroj û êvarê
Bi hesreta bejna zirav
Dixwazim bibînim her gav
Dil qut bûye ji nan û av
Pelê min weşya ji darê
Çiqas bêjim yar şêrîn e
Eşq û şahî û evîn e
Ez bûme Mem ew jî Zîn e
Ziman şêrîn hingiv zarê
Yar ketye destê neyaran
Dijî li nav mişk û maran
Pê şa dibin bi hezaran
Her yek wekî gurê harê
Gewrê canê karxezalê
Mistek av wek’ bûka salê
Xwezî ez bimram li balê
Tirsim nebînim vê carê
Sing spîyê gerden gazê
Dil ji can pirr te dixwazê
Kêlîkê wer’ ba min razê
Bi destê xwe bibirr mehrê
Meş werdekê çilkeziyê
Fîstan bixwêr li paniyê
Kulîlka serê kaniyê
Xwîn û xwêdan tevd’ vexwarê
Ji dil û can hezdikim ez
Dibihurî bi lez û bez
Hesreta wê helandim ez
Birîna min pirr xedarê
Ew e birîna vî dil î
Derd berdaye şax û gulî
Bê gulistan vî bilbilî
Bi gilî gazin û hawarê
Tebat û sebra min nayê
Bê wê çibkim ji dinyayê
Qelen pirr giranbuhayê
Zîv û zêr bînim bi barê
Her ji bo wê bi hêvî me
Ku ew rê be ez rêwî me
Ew çiya be ez devî me
Xwe didim bin siya darê
Nêrgîz sosin û beybûnê
Reş û şîn û gewr û cûnê
Dil bû kokela êtûnê
Agr û pêtî lê dibarê
Awirên wan herdu çavan
Têne min wek’ tîra kevan
Dixwazim lê bibim mêvan
Ger bide min tasek şehrê
Dinale dîsa dilê min
Keserên kûr û kulên min
Bûn kanî herdu çavên min
Hêstrê bi xwîn jê dibarê
Dipirsin :”Yara te kî ye ?
Qiz e bûk e jinebî ye ?
Gelo ka navê wê çi ye ?
Wê te dîn kirye vê carê”
Ez ne dîn im ne bêhiş im
Li dûv yara xwe dimeşim
Xwestiyê çavê wêy’ reş im
Rizgar kim j’destê neyarê
Reng ji sorgula gulanê
Bejn zirav Xeca Sîpanê
Navê yaram’ Kurdistanê
Ji bo wê diçim sêdarê
13 Rezber 1993
BILORÎNE
Çiya Mazî
Ma bi min ketiye qey
gotin
tu napeyîvî ji hişkiya dilê xwe
Ez dibêjim
Tu serê xwe dihejîne hertim
Nabe qey lêvên te li hevkevin
Û ziman diranan paqij bike
Ma bi min ketiye
bilorînim helbestê
para min e tim û tim
kovanî dilkeserî
barê milê min e
Rê nîşan bidim filankeso bêvankeso
Û kes bi dest min negire tu carî
Ji min re nebêjin
Tu ji ku tê dihere ku
Tu jî wekî wan î
Li min dinerî û tiqe tiqa te
Kêfa te kêfa kelekê
Ne elo çû ne welo hat
Ji xwer nake xem tu tiştî
Qelew bûye bedena te ji ken
Bilorîne
Bilorîne lorîka xwe
Xem nake bêhntengiya min
Ji te re tu carî
Xem nake
Bobelata min
Ez wa hatime û ezê wa herim ji dinyê
Tûrê min li milê min
Şiva bi tenê me
Li bin dara şadiyê
Pelên xemê diweşînin bi ser min de
Bayê sibehan
Tu nabînî
tu korî
çibikim
WÊ SIBEHA WÊ ŞEVÊ
Çiya Mazî
Sibeha ku ez
Di wê nîvtariya bihara şîrotankîde
Rabûm
Û nivînên min
Bi min re ketibûn dîlana xewnên
bêteqet
Wê berbanga malneava
Ku çavên şiloqî
Bi dilopên zer nerm dikirin
Wê kufnika qozîkên dîwarên nêzî
şibakeyan
Di dû demekê re
Her yek bûn destek
Û xwe dan ser devê min
Wan lêvên min î girêkên jiyanê
Bûn bendav ji bêhna min re
Wê sibeha ku
Zimanê min bû beko ewanê qilafetê
min
Wê sibeha ku
Min xavika te nedît
Li tenişta şewqeyê xwe
Û rewşa xwe î reş û sipî temaşe nekir
Wê sibeha ku
Şeva çûyîn hate bîra min
Ku min fêmkir
Zingîna êşa serê min
Bi zincîra gerdana dilê te
ve girêdayî ye
Û dema min fêm kir
Şîmaqan hêlîna êvara min xera
kiriye
Û ez xistime hêlkana benê riziyayî
Tevna kezeba min bi destên biyan
Hatiye verşandin
Wê berbanga...
Wê sibeha...
Wê beyana ku taştê ji min zivêr bûbû
Wê şeveqa ku deriyan
Ez dahf didam
Ji kerba te re
Ber bi roniyê ve
Wê bêhntengiya perdeyan
Ku dibûn alên sereke ji te re
Wê sibeha ku
Bêhna destên hinekirî
Hate bîra min
Wê sibeha ku min fêm kir
Êvar çawa destpê kir
Wê êvara ku nehiştin
Ez xwe bi gulîkên te ve
dardakim
Wê şeva ku min dît
Jiyan bi çavên te re ye
Û nehiştin ez bi hêstirên te
re li hev bêm
Wê şeva ku nehiştin
Roja xwazgîniyê bê bîra min
Wê şeva ku sê kevirên me xerakirin
Û qûçên me ji holê rakirin
Wê şeva ku dengê niqrîskên te
Porê min weşand
Û nehiştin ez lorîka te
dubare bikim
Wê şeva ku ez ketim tatola hebûna
te
Wê şeva ku tarî li me pêçan
Û du simbêlbok bi tengala
te ketin
Cîhê cîhê
Û tu bi makîneyeke dulûle
birin
Wê şeva ku min xwest ez raterqî te
bibim
Lê bedena min girê dan bi
sîngê sibehê ve
Wê şeva ku ez nexwuyabûm
Ji çavên te î di bin paçikê
reş de
Min fêm kir cîhê min jî tune ye di
hundir de
Wê sibeha wê êvarê
Wê sibeha ku ez poşman bûm li
emrê çûyî
Belê...
Eyn wê sibehê
Min jî da du roja tu afirandiye
Û ez hatim
Newroz pîroz be
Çiya Mazî
min jî dît
min jî dît hevalino
min jî dît dîlana mezin
li Amedê deng li dar bû
li Mêrdînê dest li ba bû
min jî dît
min jî dît hevalino
min jî dît dîlana mezin
li Êlihê dilanek zêrîn
reng li Enqerê dibezin
çarhawîrdorê dinyê
dîsa kesk û sor û zer bû
min jî dît
min jî dît hevalino
min jî dît dîlana îro
çiqas mezin çiqas xweş bû
dev li ken û rengê beş bû
REXNEGIRÎ
Çiya Mazî
Hêrsa demekê
Em ji hevdû xeyîdandin
Min dilê te hişt
Ji bîra min naçe
Niqrîskên te
Çiqasî tûj
Çiqasî kûr bûn
Ez fêm nakim
Çawa min dilê xezala xwe hişt
Pêwist e ji min re hezkirina te
Û hevaltiya te
Bibore...
Min fêm kir êdî ez neheq im
Ez dixwazim dîsa bi te re
Em şad bin wekî rojên me yî berê
Lewre ji te pê ve tuneye
Bi kesî re ew germî
Bi kesî re ew dilnermî
Zarokên me jî hene
Wekî sê kulîlkên biharê
Wekî hev in
Êdî tu bipejirînî
Û biborînî
Emê li hevdû werin
Bibore...
1990
EM JI TE HEZ DIKIN LÊ
TU
Çiya Mazî
Em zarokên te bûn
Te em avêtin ber derî û kuçan
Te ne got:
Vana ji bedena min in
te kela xwe
Li ser serê me rijand
Bi nakokiya biyanan
Hero şîn û girî
Ne me ji dil got yadê
Û ne te got: zarokên min
Em bi hisreta himbêza te man
Lê tu...
Te tucar rûyê me maçî nekir
Tu car hezkirina xwe
diyar nekir bi dilgermî
Hêstirên te nexuyabûn ji bo me
Qey te bera hundirê xwe
Dida, yadê...!
Bêje..
Çima te ne digot
Ez ji we hez dikim.
Qey te fedî dikir
Ji perçên kezeba xwe
Qey te nizanîbû
Em li ser te mirî nin
Te kêfxweşbûna me pir
Didît
Te nedixwest em bibin bûk û zava
Te nedixwest em xweş bijîn
Ji bo çi yadê...!
Lê bavê me
Çiqas kişand ji destê te
Kalikên me
Çima we
Toreya civakê
Li ser serê me girê didan
Û em hiştin nîv mirov
Çima...
Çima hê em xeyidînin
Ji hev û dû
Dîsa em bang dikin...
Destên xwe veke
Em xwe bavêjin
Himbêza te
Bila bisekine lehiya hêstiran
Û ev hisret bi me re nere
gorê... dayika min...!
1997
Tu jî mîna min î
Kemal Necim
Tu jî mîna minî
Û....
Û....
Ez biyaniyekim
min ji mêj
temenê xwe sipartiye
demsala serxweşiyê
Û serxweşiya xwe sipartiye
Piyaleke din
û din.
Dergehên dilê xwe
di laşê mêraniyeke sitûxwar de
veşartine
Ji siya hebûna xwe re
li nasnameyekê
digerim.
***
Tu mîna minî
Û..
Ez xwînî me..
Di xencerê de şûna pişta min
Mîna dafka kewê,
Xwe veda ye.
Ez hîna dilopek
şîr bûm
ji pişta lerzîneke
şeveke zivistanê di ketim
malhêvana çêbûneke
tîr,
Peymana bi darvekirina
xwîna min
li Mehabadê hatibû
rêsan
Ez xwînî me û hîna jî
Ji dû şopa birîna min
venegerîne
***
Helbestekim
Kevirên şorerşê
ji qorziyên şikestina xwe
berhev dikim
Û gewdê hilweşîna xwe,
Pûtê hesinkarekî
Di hestiyê serhildanên ku
xwe ji zinaran werkiribûn de
dikolim.
Riwê hilweşîna xwe,
wêneya keziyên şewitî
Ji rengê xewnê ku
mîna dilê Xecê
bi ser birînên xwe de rijyan
nîgar dikim.
Û hîna jî helbestim
Di kernevala ser jêkirina
komarê de
mîna çirayekê di şewitim..
... Di şikêm û
Ji qorziyên şikestina xwe
kevirên şoreşê
berhev dikm.
***
tu jî mîna minî hevalê
lê ez bi tenê me
û ji tenahiyê bûme
karwanekî rêwiyan...
dilê min di cejna
dînbûna xwe de
mîna sînorekî
li sitiriyên rêwîtiya min
hatiye hûnan
.....
Şopvanê rêya min
hîna ne westiya ne
çavên wan li rojhilat e
ku li stêra min di gerin
carna li ser gora felekê
sitranan di çînin,
çaxê ku Adar di singa
tembûra Mihemmed Şêxo de
Kulîlk vedide.
.....
Di hembêza dayikên
Şemiyê de
Pêrgî wêneya
windabûneke min
tên.
Şopvanê rêya min
Çavên wan ber bi
rojhilat e ku
bi çiyan dkevin
di gewdê birîna mnî
germ de
nimêja berbangê di xwînin
li ser darbesta min
nexşeya rêwîtiyeke nû
radixin û
…..
Carna mîna çavên
zeriyeke fedyok
çîroka evîna xwe û rojê
di paş bijbnkên şevê de
vedişêrin
Carna jî li zagrosê
di bin aşûteke berfê de
ji nişkave…
…radizin
…radizin
…radizin
***
tu jî mîna minî
…he…
…va…
…lê…
lê…. Li min bibûre
ez ji duh ve
bi taya bayê bêrîkirinê,
sî salan
şewitîm
bûm pelek dûman
û...
bûm...
.....
min bi bexşîne
...... bi xatirê te
EW HELBEST
Kemal Necim
Ew helbestên ku min
ji çavên te dizîbûn,
Her êvar
Dema ku tu
ramanên xweyî fedyok
li tariyê di pêçê,
Dema ku
ken
di bawişkîna xewê de
li ser çavên te
Xilmaş dibê,
Û tu û tenahiyê
di hembêza
xewnên bê guneh
yên ciwaniyê de
radizin.
Wê demê,
ew helbestên ku min
ji çavên te dizîbûn,
yeko yeko
Bêyî ku xatir
ji min bixwazin
hêstirên xwe dişon
biskên xwe dihûnin
Û stêr bi stêr
Ji tenahiya min re
li çavên te
digerin.
TENAHÎ
Kemal Necim
Mîna tenahiya stêrekê
bê dengî...
........
Niha tê bîra min
Em li ku derê
hînî demsala ciwaniyê bûn
Û.. li ku derê
cara yekemîn
şewitîn
...
wê demsalê
Ez ji te
tu jî ji stêran
hînî
şewata dawiya şevê bû bûn
lê...
Nizanim agirê kîjan hezkiriyê te
xwe fêrî tenahiya te kiriye
îro..û
kîjan helbesta te
sitrana te
kîjan dilê te
mîna pirpirîkekê
bi agirê hezkiriyê xwe
di şewitê
di be xwelî ..û
di valehiya vî asmanî de
belav dibe...
...
Mîna bêdengiya stêrekê
bi tenêyî
îro ..
Nizanim kîjan bîranîn e
xwe hînî bêdengiya te
kiriye ..û
bûye dildarê şewata te..!!
Guhertin
Kemal Necim
Guhertin I
Roja zayîna min bû
Di ber neynikê re derbas bûm
Min dît....
Ew bi xwe bû!!
ewê berî salekê...
mûmên xwe vemiriandin... û
di ber neynikê re derbas bû....
Guhertin II
Berî salekê jî, gundê me li vir bû
Berî salekê jî, ez di vê kolanê re
derbas bûm....
bêhna heriya zuha ji dîwarên
malan dirijiya...
Berî salekê jî, çavên min li vê pisîka
reş ketin.....,
ev zarok heft salî
bû...!!
Berî salekê jî, mala me li vir bû,
deriyên me vekirî bûn,
bavê min nimêja nîvro dikir,
kirasê dayika min kesk bû,
keçek hate kuştin, xortek çû
çiyê...!!
Weke îro tê bîra min..
Berî salekê jî, ev kal dimir, gora wî li
sê deveran dikolan....
li hersê deveran şûna gora
miriyekî derdiket...!!
Berî salekê jî, min ev çîrok dinivîsî..
Berî salekê jî, navê vê çîrokê
(Guhertin) bû...!!
Berî salekê jî....
Guhertin III
Hedrdû birayên ku sala par hevdû
kuştin,
Îro li bazarê pêrgî hev bûn..
Pir bêriya hev kiribûn...
şahiya wan ji welatekî mezintir bû
Berî xatir ji hev bixwazin,
ji şabûnê,
hevdû kuştin û çûn..!!
Rojnivîsk
Kemal Necim
Dîwar ji min tije bûne,
dikin ber bavêjin..!!
Hayê wan jê tineye....
Ez neha di tariyê de diçim
mêvandarî
Di tariyê de,
çaxê ku ez û wan mîna hev, bêreng,
xwiyadikin....
Ez êdî ne wekî wanim
Wan bi gunehên min neşewitînin..!!
Berê, berî bîstikekê, min carê tiştek
ji xemla dayika xwe diyarî wan
dikir...
Îro, berî bîstikekê, çaxê ez pêrgî
berhevoka xwe ya yekemîn bûm..
Hemû,
hemû helbestên min,
bê bazin,
bê xizêm,
bê şarika dayika min bûn...
ji newrozê re çar roj mane.
Rêwiyên ji wê hêlê ve tên,
wêneya Siyanîd ê li xwe kirine,
dibêjin,
ji duh ve şahî lidarxistine,
.. li wir
Ku min bêriya welat dikir
min helbesetke xwe fêrî siwariyê
dikir
bi rim û mertal dikir
ber bi çiyê ve rêdikir.
Îro, ku min bêriya welat kir
tenê li ber helbesta xwe ya yekemîn
diketim....
ji mêj, ji ber wê pencerê ranebûme...
li wir nimêj dikim, qehweya xwe
vedixum,
cejna dayika xwe pîroz dikim,
kaxezan dikirim,
nameyan dihinêrim, mêvanên
xwe pêşwazî dikim...
li wir şoreşa xwe li dardixim,
biserdikevim, bibindikevim....
li wir, dawiya şevê, bi jinekê re
radizêm.... û ..
li wir....
ji mêj dixwazim xwe vexwînim
şevbuhêrkekê
lê
ne xwiyame!!
... ji mêj
nekû ji berîka min ketibû yan min li
şûna xwe jibîr kiribû,
dibe yek ji we bixwîne.... ez jî
bibihîsim,
bawer bikim,
ne xewn bû..
Wê kengî memikên te biwerivin.
Ev berf
di nav lêvên min de
ji
xewa
ket..!!
Evîn
Azer Osî
ku te zanîba yar
bê evîna min
ji boyî te.... çiye?
û çawa di dilê minî birîndar de
şaxên xwe vedide.?
Wê demê
dibe ku tu hinekî........
hênik bike
germahîya lêvên sor
ji tenûra dilê minî pijyayî re.
* * *
Erê yar?
ku tu çemekî ji avê ba
minê xwe
noqî wê avê bikira,
her çax......
minê têde
avjenî bikira
bera pêlên wê
xwe li xebxeba min
rapêçana
û bi hevre dîlana serxweşiyê
li darxistina
ta ku hemû…
newresên deryaya sipî
ji wê dîlana rûdayî
mat bimana.
* * *
Ku tu gulek ba yar
minê te….
ji xwere bikira guldank
û tim û tim
li ber serê xwe
danîna.
Min ji tiştekî dî,
bîn nedikir
ji bilî bîna wê.
* * *
Ku tu çiyayek ba
bawer bike....
minê di berqefa dilê tede
hêlîna xwe çêkira
her gav nobedarîya te bikira
û li ber bayê ciwaniya te
kulên xwe rêkirina
ku min nehişta
di nav bera min....... û
ezmanê şîn de
tiştekî dî
diyar bibe yar.
Wer
Azer Osî
Ji min bixwaz
bi lêvên xwe.
Ku te nexwest
bi çavên xwe.
Di dest tedeye,
dilê min
û di dest min deye,
evîna te.
.............
Can tu cane
dê can were
çavên li xew
koça li rê
kezyên yarê.....
li benda tene.
....................
şînê bihêl
dilêm were.
Li paş xwe bihêl,
delal were.
Baş dizanim
wê xweşya demê,
bi tere were.
Guman neke
û bi lez were.
Ez jî hîna
wekî xweme....
bimrim,
bijîm,
ez ji bo teme.
..................
Dê can were
ji dil were
ta ku... evîna min
di evîna tede,
mîna evîna Memê
neweste
û helbesta dil
di meşka xwe de,
di janê de,
bes vegevize.
.............
Dê can were
li pê min were.
Ta ku
ew dem jî rênede.
Bawer bike
wê ew êş
ji dil te derkeve.
................
Dê can were
li wê evînê,
zorê neke.
Ji ber her kes
wê jê vexwe.
.............
De were
li ezmanê yar binere
ta ku.... canê ciwan
sermê negre.
...........
Vêca were
wê ji çavên te,
roj bikene
û ji paşla şevê,
find vêkeve.
..............
Dê can were
Kovan nebe.
Dîlber dinale,
ji derdê tere.
............
De were
delal were
bê çar mebe
ne tenê ez
li hêvya teme.
Kî nizane!?
tu dizane
her dem,
bi te
ez jî heme.
Hogirê min
Azer Osî
Hogirê min
Ne buhar
Ne xweza
Ne bilbil
Ne perwane
Dikarin çêra evîna min bikin
Pesnê evîna min bidin
Wênevan nikarin wê nîgar bikin
Şanoger mafê wê bidin
Tenê hest û dilê min jêre dikarin
Semfoniya şehnazîya bê sînor bi
rêsin
Çelengiya wê bi berbangê tê dîtin
Di nava Baxê sorgulan de
Tê hilm û tîna wê
Bi dengê çivîkan belav dibe xemla wê
Dengvedana evînê
Azer Osî
Tu dizane
Bê evîn çiye
Dilsozî çiye
Hilgirtina wê çiye
Buhayêd wê çine
Tu nabînî Yar, bê evîna te
Çi aniye serê min
Min melûl û jar dike
Û bi min zor dibe
melevanî di deriya evîna te de
Delal û Yar
Evîna te xwe berdaye nav
hinavêd min
Li pêş xwe nabînim tu kesî
Tenê te
Wênê te
Dilê teyî ronî
xwenasînê berz dike
Tengezariyê pûç dike
Delal
Dixwazim bê min
dengê te
Ji guhên min dernekeve
dengvedana te
Bi xwînim ji boyî Awirên
çavên te
Bistirêm
Ta ku ev hêvî bi mîne
Tu kes pê nelîze
Wê gavê
Ezê xweş bi rêsim destana
evîna xwe
Bi destên xwe
Ezê bi dilsozî rawestim
li ber Dergehê Evîndara xwe
Jêre peymana xwe
Nameya xwe bibim serî
Hingî wê demê
xweş dibe mirin
di hembêza xwezayê de
Takî hêviyê
Azer Osî
Demeke dûr??..
Ez û hêviya xwe
li ber hev didin
Takî nazike?..
min jiyan dike
Geh !!
tenê min dihêle
Geh!!
min davêje
Geh!!
min dixe nav pêlên driya evînê
û dibim Melevanek
Melevaniyê dikim
Lê nahêle û rênade
di nav bera min û Yar de
didulî
dubendî derkeve
Zirêb mezin bibe
raz berbat û kambax bibe
Gerdûn teng bibe
Pirê caran
têm arisandin
raçandin
rondikan dibarînim
Bi axîn lorînê dikim
Nizanim berê min li kuye
Tevî her tiştî
Jêre Dilê min buhare
Ne seqem û zivistane
Ne bahoz û ne sêlave
Çirax
Hêlîneke çake
Havîngehe
Aramgehe
Ezê wî hilgirim
serê wî deynim ser çogên xwe
Jêre bêjim helwest û sirûda xwe
Ahengan jêre çêkim
Bi yek dîdarîyê
Teqez pirsgirêk vedibin
Têlên dil awazan li dardixin
hilm û tîna wî vedimrîne
Agirê nava hinavê min
Rûbarî wî dibim
Termek
Nîgarek
Na livim
Tenê tîrêj û awirên çavên min pêre
dipeyivin
Tim û tim vêketî dimînin
jêre dibêjin
To Delalê ber dilê mine
Xunava ser pel û darê mine
Qad û ezmanê mine
Berbang û roja mine
şahiya şevê mine
De bi axiv
min bibe cîhaneke geş û xweş
Yan ber pal û qontara çiyayekî
De bêje çîrok û Efsanan
Destanê bav û kalan
Işqa Welatê Agir û Rojê
Jêmayê Mezobotamya??
Mem û zîn
Derwêş û Edûlê
Debêje lo Delalo bêje
Siwarê xewna mino bêje
Gloka Min
Hesen Polat
Ber çemê dîrokê da rûniştime,
Seet, hefte, meh, sal derbaz dibin.
Dem nasekine, daîmî diherike,
Mîna Dîcleyê, Feratê, Mûradê
Mîna hemû çemên welatê min.
Dengê lesara çemê dîrokê,
Ne tenê qêrîn û nalînê mezlûman,
Ne jî tenê şeqşeqa şûrê zalimane.
Dem diherike, para min jiyana mine.
Ez para xwe ya demê,
Bi teşiyek xwar û xûr dirêsêm,
Rîsê xwe gilok dikim.
Sekinandin çare nine, mirine.
Leza min heye, roja xwe dipêm,
Kengê rîsê min qediya,
Giloka xwe digirim,
Ji vî warî bar dikim.
Goşt û hestiyê min birizin jî,
Giloka min, dendikê bin erdê ye,
Roja xwe dipê.
Ew Nabêjin Helbet
Hesen Polat
Na na
Dîsa kes nizanî
Çima ez
Vê roja nîsanê
Nav kesk û sorê biharê da
Xwîn digîrim.
Tirîca Rojê
Bi huzna xwe
Min germ nake.
Serma zivistanê nine,
Roja biharê ye
Sedema qutifandina min.
Dilerzim
Xudan enîya min da gilor dibe
Dicemide
Dibe morî û mircan
Ji bona zarokê sêwî
Zarokê bê dê û bê bav.
Dema ew pirs bikin
Ma çima em sêwîne?
Ew nabîjin helbet
Me ji bona du rojê dinê
Ji bona patronê çekan
Ji bona bazirganê xwîn reş
Dê û bavên we kuştin
Malên we xirab kir
Hûn ber derî û kuçan hiştin.
BRATÎYA ME
Hasan Polat
Biratî,
Ne mîna min,
Ne jî mîna te ye.
Min te ra got bira,
Bê şiphe.
Her tiştê xwe parva kir jî te ra.
Min tim da, qet negirt,
Te tim girt, qet neda.
Ez dilteng, kelgîrî bûm,
Dema min tengahîya te bîst û dît.
Min tim kir, ku xwe bigîhînim te,
Derd û kulê te parva bikim.
Bi biratî,
Kul û keserê te belav bikim.
Te dît û bîst halê min.
Tu carî min ra kar neketî.
Dema ez biratî hatim cem te,
Te destê xwe dirêjî min nekir.
Alîkarîyê cîh biêlîne,
Te daf û dolax hanîn serê min.
Te biratîya min a dilê pak,
Ji bona menfeeta du rojê dunê,
Herimand û xeripand.
Biratîya yek alî,
Çîn neman hanîn serê min.
Dîsa jî ez hişyar nebûm.
Min bi nezantîya xwe,
Bi navê biratîya şaş,
Dest bi mafên xwe berda.
Te bi daf û hîletî,
Bi navê biratîya şaş,
Mafên min dest min girt.
Ne ez hişyar bûm,
Ne jî çavên te yên nebar têr bûn.
Mîna hemû şaşîyan,
şaşitîya biratîya me jî,
Bi distarê demê hat hêrdin.
Kî neheqîyê mal ava kirîye?
Ku mala te jî bê avakirin.
Çirûska mûma derewîyan.
Heyan serê sibê,
Tu carî neşewtîye.
Biratîya rastî,
Ne zaliman,
Ne jî mazlûman,
Tehemmûl dike.
Biratîya me yê şaş bimire jî,
Biratî,
Navbera Camêran da,
Heyan hebûna însanîyetîyê,
Jîyane xwe didomîne,
Heyan roja qîyametê,
Keleka xwe,
Behra dilên pak da,
Bi rûmet û bi dilxweşî digerîne,
Rêwîyê xwe,
Geh vî alî,
Geh wî alî.
Sîyar û peya dike.
Qet bîra xwe meke!
Biratî,
Xwestina ji bona xwe,
Ji bona birayê xwe jî ,
Xwestine.
Rojên Derbaz
Hasan Polat
Rojên minê derbaz bûn,
Ber nadin dawiya min.
Her çiqas bîr bikim jî,
Dîsan tên ber riya min.
Hinek caran pelek darê,
Yek caran qaytînek narîn,
Carcaran dengek bi nalîn,
Wan dîsan tîne bîra min.
Zarok jî Nikanin
Hesen Polat
Çar roj û çar şevan
Bidin ber hev.
Yek yek bijmihêrîn
Zarokên ber derîyan,
Rewşa wan binêrin,
Lîstik, kêf û zewqa wan.
Ew zarokin,
Zarokê ber derîyan,
Bi zikê birçî û bi lingê xwesî
Bi saftî ya zaroktîyê
Li zaliman henekan dikin.
Her çiqas însanê rûreş
Tirîca wan nebînin jî,
Bi dilê xwe yê pak
Tarîtîya da diçiruskin.
Neheqî her demê,
Dilê însanan reş,
Çavê wan kur dike.
Zarok jî nikanin wan ra
Rastî yê nişan bidin.
Dereng e...
Ezîz Xemcivîn
zû were,
jîna min,
avaniya li ser
hêviyê avayî me..!
were pişkojeke nazik
li serê şaxê jiyê veke..!
were bê giranî,
li ser kolînê ezê te hildim...
Eyazê min
hetavê li Sereba can
ji xemla xwe bide...!!
mistek ji rewanê min tu dayî ;
ji kezebê bersivê bistîne...!!
were li benda te,
koç û karwanê
xweziyan rawestiyan...!!
Hinek ji aramê,
hinek ji bilindiya damê;
bûne peyv,
ji sebr û samanê weşiyan...!!
Were
Mesîh û Mûsa hatin,
çiya xûzbûn,
sîngên me ji bo te
i hev hatin...!!
Bendewariya Mihdiyê zeman
di evînê de bûye tov...
ser çavê min xatirê şahiyê
gulên kesk û sor
di buhara pêjna te de,
xemilandin!!
were kedera min,
Hinetîtka dilê tehtika min..
li zinarê civînê kewo bixwîne,
çepikên me ji te re
sorgul û sosin
vejandin...!!
Hevala min
Ezîz Xemcivîn
Li benda berbangê,
roniya sozê
û nerîna peymanê,
hevalê... hevalê...
kengî
ew dara, em civandin,
wê qîr ke stranê?
bayê hênik,
çarîka bûkaniyê
ji ser riwê te rakê?
û heyva çarde şevî
hêlîna me
li sîwana xwe avakê?
hevalê... hevalê...
kengî
li fala fincanê
zar û zêç bêne dîtin..?
û şevîna laleşê
perestina {feqîr û evdalê}
bihêre
evîn û kela germ
li dilê buhiştê...!!
Çem û çem
firişt rê bidin me...
û sawîrê hezkirinê
li ser gulên evîndar,
li buhara em
lê bûn dost û yar,
asîmanekî vegirê;
hevalê... hevalê...
kengî?
kew wê hev nekin dehfê?
bira ji bira kînê ne ke,
û li hev bikin silavê...
ji wan darên cuda
şaxên {Siyamend û Xecê}
bi bişkivin...?
û tev li hev bibin
li pizanê yek malzarokê..!!
mêrg û çîmen
li ser dengê me geş bibin,
êdî nêçîrvan;
nema ditirsînin,
pezkovî û xezalê
hevalê... hevalê...?