You are on page 1of 184

K.T.

ZANÎNGEHA YÛZÛNCÛ YILÊ


ENSTÎTÛYA ZİMANÊN ZINDÎ
ŞAXA MAKEZANISTA ZIMAN Û ÇANDA KURDÎ

DESTANA KELA DIMDIM Û XANÊ LEPZÊRÎN


(LÊKOLÎNEKE EDEBÎ Û DÎROKÎ)

TEZA LÎSANSA BILIND

Şêwirmend
Yrd. Doç. Dr. Mehmet Metin BARLIK

Yaşar KAPLAN

WAN - 2015
K.T.
ZANÎNGEHA YÛZÛNCÛ YILÊ
ENSTÎTÛYA ZİMANÊN ZINDÎ
ŞAXA MAKEZANISTA ZIMAN Û ÇANDA KURDÎ

DESTANA KELA DIMDIM Û XANÊ LEPZÊRÎN


(LÊKOLÎNEKE EDEBÎ Û DÎROKÎ)

TEZA LÎSANSA BILIND

Amadekar
Yaşar KAPLAN

Şêwirmend
Yrd. Doç. Dr. Mehmet Metin BARLIK

WAN - 2015
JIBO RÊVEBERIYA ENSTÎTÛYA ZIMANÊN ZINDÎ,

Ev xebat ji aliye jûriya me ve, di Şaxa Makezanista .........................................


.............................. wekî LÎSANSA BILIND hatiye qebûlkirin.

İmza

Serok : .......................................................................................................

Endam (Şêwirmend) : ...............................................................................

Endam : .....................................................................................................

Endam : .....................................................................................................

Endam : .....................................................................................................

PESENDKİRİN: Ez pesend dikim ku şanavên li jor yên endamên perwerdekarên


navborî ne.

.... / .... / 2015 ..........................................................

Mudîrê Enstîtûyê
I

NAVEROK
NAVEROK .............................................................................................................................. I
PÊŞGOTIN ........................................................................................................................... III
KURTKIRIN ......................................................................................................................... V
1.DESTPÊK ............................................................................................................................ 1
1.1.DESTAN........................................................................................................................ 4
1.1.1. Di Edebiyata Kurdî Da Destana Kela Dimdim ........................................... 5
1.1.2. Xebatên Li Ser Destana Kela Dimdim ....................................................... 6
1.1.3. Jêderên Me .................................................................................................. 8
1.1.4. Ji Aliyê Ruxsarî ve Destana Kela Dimdim ............................................... 11
2. NAVEROKA DESTANA DIMDIM ............................................................................... 13
2.1. DESTANA DIMDIM YA DÎROKÎ............................................................................ 13
2.1.1. Cih û Dem ................................................................................................. 13
2.1.2. Emîrxan û Biradostî .................................................................................. 13
2.1.3. Bûyer ......................................................................................................... 15
2.1.3.1. Kela Dimdim ...................................................................................... 17
2.1.3.2. Amadekarıyên Şerî ............................................................................. 18
2.1.3.3. Destpêka Şerî ..................................................................................... 19
2. 2. DESTANA DIMDIM YA ÇÎROKÎ ........................................................................... 21
2. 2. 1. Cih û Dem ............................................................................................... 22
2. 2. 2. Kes û Leheng .......................................................................................... 22
2. 2. 3. Kurtiya Destanê ...................................................................................... 24
3. TEMAYÊN DESTANA KELA DIMDIM ..................................................................... 34
3. 1. KURDÎNÎ Û WELATPARÊZÎ .................................................................................. 34
3. 2. DILSOZÎ Û XIYANET ............................................................................................. 37
3. 3. DÎN Û BAWERÎ ........................................................................................................ 40
3. 4. JIN.............................................................................................................................. 42
3. 5. RAY Û TEDBÎR ........................................................................................................ 46
3. 6. XÎRET Û HEMASET ................................................................................................ 48
4. METNÊ DESTANÊ ......................................................................................................... 51
4. 1. BEŞA YEKEM .......................................................................................................... 51
4. 2. BEŞA DUYEM.......................................................................................................... 56
4. 3. BEŞA SÊYEM ........................................................................................................... 63
II

4. 4. BEŞA ÇAREM .......................................................................................................... 80


4. 5. BEŞA PÊNCEM ........................................................................................................ 93
4. 6. BEŞA ŞEŞEM ......................................................................................................... 105
4. 7. BEŞA HEFTEM ...................................................................................................... 123
5. ENCAM .......................................................................................................................... 170
JÊDER ................................................................................................................................ 172
ÖZET .................................................................................................................................. 173
PÛXTE ................................................................................................................................ 174
ABSTRACT ........................................................................................................................ 175
III

PÊŞGOTIN
Di van dused salên dawiyê da Edebiyata Kurdî di rewşeke awarte û metirsîdar

da derbas bûye. Jiber rewşa Kurdan ya siyasî û polîtîk Edebiyata Kurdî wekî

edebiyatên gelên din di rewşeke normal da derbas nebûye. Çunkî edebiyatên gelên

din bi piştgiriya dewletên xwe yên netewî ve pêşveçûn û berfirehbûna xwe ya asayî

bi rê ve birine. Lêbelê Edebiyata Kurdî nebûye xudanê vê imkanê. Vê rewşê herçend

karîgeriyên neyînî li ser Ziman û Edebiyata Kurdî kiribe jî Edebiyata Kurdî bi

temamî ranewestaye û pêşveçûn bi dest êxistine.

Wekî tête zanîn Edebiyata Kurdî li ser çar hêmanan hatiye avakirin: ziman,

edebiyata klasîk, edebiyata nûjen û edebiyata devkî. Ji van hêmanan ya ji hemiyan

dewlemendtir edebiyata devkî ye. Edebiyata devkî wekî tête zanîn malê gel e û di

nava gel da belav e. Piştî serdema modern parastina edebiyata devkî ya di nava gel

da serdest bi metirsiya nemanê ve rûbirû maye. Taybetî gelên bê desthelatdar û bûne

armancên bişaftinê zêdetir bi vê metirsiyê ve rûbirû mane. Kurd jî yek ji van netewan

in. Heta niha di warê edebiyata devkî da ji aliyê lêkolîner û pisporên biyanî û xuyanî

ve herçend xebat hatibin kirin jî jiber rewşa Kurdan û Kurdî gelek kêmasiyên van

xebatan çêbûne. Lewra divêt bi çavekî zanistî edebiyata devkî bête tomarkirin û ev

materyalên hatî tomarkirin bi çavekî zanistî bêne tûjandin, senifandin û nirxandin.

Me jî xwest di vê xebata xwe da yek ji girîngtirîn destana netewî ya Edebiyata Kurdî,

Destana Kela Dimdim û Xanê Lepzêrîn ya di nava gel da tomar bikin û binirxînin.
Me, ev destan li devera Hekariyan ji devê deh dengbêj û beytbêjan wergirt û nivîsî.

Jiber ku ev destane di aliyekî din li ser bûyereke dîrokî hatiye avakirin me xwest, li

dû deqên dîrokî gîvilê (sîlûetê) destanê yê dîrokî jî derêxin meydanê. Jibo vê çendê jî

me îstîfade ji jêderên destê yekê wergirt.


Di amadekirina vê xebatê da şêwirmendê me birêz Yrd. Doç. Dr. M. Metin
BARLIK gelek harîkariya me kir. Em gelek minetdarên wî ne, mal ava. Herwesa
serokê beşa Kurdî ya Zanîngeha Yûzîncî Yilê birêz Yrd. Doç. Dr. Nesim SÖNMEZ
jî di amadekirina vê xebatê da harîkarî da me. Di wergerandina hinek deqên Farisî da
IV

Mamosta Nizar Eyûb GULÎ teqsîrî nekir. Sipasiya herdu mamostayên birêz dikin.
Hevalên wekî Ayhan GEVERÎ, Îlyas SİVAĞCI û Reşîd YILDIZ jî di amadekirina
vê xebatê da bi xwendin û nirxandinên xwe yên hêja ve harîkarî dane me. Gelek
sipasiya wan jî dikim. Hêvîdar im vê xebatê karîbe xizmeta Edebiyata Kurdî bike.

Yaşar KAPLAN

Hakkâri 2015
V

KURTKIRIN

B.n.b. : Berhema Nav Borî


Bnr. : Binêre
Brh. : Berhevkar
DİB. : Diyanet İşleri Başkanliği
dq. : Deqîqe
Ed. : Edîtor
Hz. : Hazretî
m. : Mirin
r. : Rûpel
S.x.l. : Silavên Xudê Lê Bin
Wer. : Wergêr
Weş. : Weşanxane
1

1.DESTPÊK
Destan yek ji kevintirîn cûreya edebiyata devkî ye. Di serdemên gelek kevin

da derkeftiye meydanê. Mijarên destanan ji bûyerên dîrokî û civakî yên li ser

civakan gelek karîger pêk tên. Destan, gelêrî ne, danêrên wê yên pêşiyê nahêne

zanîn. Lewra destan wekî malê gelekî têne hesibandin. Edebiyata Kurdî ya Gelêrî ji

aliyê destanan ve dewlemend e. Heta niha gelek xebat ji aliyê lêkolînerên biyanî û

xuyanî li ser Edebiyata Gelêrî ya Kurdî hatibin kirin jî jiber rewşa Kurdan û Kurdî

ya siyasî, ev xebat ne rêkûpêk in. Lewra ev lêkolîn di asta pêdivî da nînin. Derbarê

cûr û numûneyên Edebiyata Gelêrî ya Kurdî da endîşeya wendabûn û jibîrkirinê her

daîm li kar bû. Birastî dema mirov lê dinêre ev endişe ji sedî sed ne rast e. Lêbelê

kêmbûna lêkolînên zanistî li ser folklora Kurdî wekî metirsiyekê hêj berdewam e.1

Piştî pîçek başbûna rewşa Kurdan û Kurdî ya sîyasî, bizavên lêkolînê derheqê

Edebiyata Kurdî ya Gelêrî da zêdebûn. Ev xebata me jî dixwaze di vî babetî da

valahiyeke zanistî tijî bike.

Destana Kela Dimdim û Xanê Lepzêrîn yek ji girîngtirîn destanên Kurdî ye.

Ev destan, destaneke netewî ya Kurdî ye û qala mêrxasî û hemaseta Kurdan dike.

Her ji piştî bûyera Kela Dimdim hatiye honandin û di nava civaka Kurdî da belav

bûye. Çunkî ev destane ji hemî aliyên Kurdnişîn, hatiye vegotin û guhdarîkirin.

Belkî kêm destanan hindî vê destanê îmkana belavbûnê dîtibin. Gelek sebebên
hezkirin û belavbûna vê destanê di nava gel da hene. Lêbelê wesa diyar e kû sebeba

vê çendê ya ji hemiyan mezintir ew e ku ev destan behsê mêrxasî û qehremaniya


Kurdan dike. Ev hemaseta netewî jibo hezkirin û belavbûnê rê vekiriye.

Armanca vê lêkolînê ew e ku her wekî me li jorî jî gotî dewlemendkirina

lêkolînên li ser Edebiyata Kurdî ya Gelêrî ye. Lewra me xwest em vê destana girîng

1
Pertev, Ramazan, “Danasîn û Rewşa Giştî ya Xebatên li ser Folklor û Edebiyata Kurdî ya Gelêrî”,
Edebiyata Kurdî ya Gelerî, Dîrok- Teori- Rêbaz- Lîteratur- Berawirdî- 1, Weş. Avesta, Stenbol 2015,
r. 14, 15.
2

serejinû bi çavekî zanistî vekolîn. Tomarkirin û tûjandina metaryalên edebiyata

devkî karekî gelek giran e. Heke ev xebat li zimanekî wekî Kurdî, rastî êrîşên

tûnekirinê hatî be, ev zehmetî hêj zêdetir dibin. Lewra pêdivî ye ku xebatên

tomarkirin û tûjandina berhemên edebî yên gelerî li dû sîstemekê û rêbazekê bêne


kirin.

Wekî rêbaz me xebata xwe hem ji aliyê mijarê ve hem jî ji aliyê mekanî ve

tuxîbdar kir. Xebata me dê li ser waryantên Destana Kela Dimdim û Xanê Lepzêrîn

yên li devera Hekariyan da be. Lewra dengbêj û beytbêjên ku ev destane digotin ji vê

deverê hatine destnîşankirin. Me, ev destan ji deh dengbêj û beytbêjên li devera

Hekariyan tomar kir. Me pêşiyê dengê wan qeyd kir û paşî jî ev qeyde deşifre kir.

Jiber ku ev dengbêj û beytbêje hemî yên deverekê bûn di navbera waryantên vê

destanê da cudahiyên pir hindik hebûn. Lêbelê em dikarin bibêjin ku van waryantên

cûda hemiyan hevdû temam dikirin. Hinek hûrgiliyên li cem waryantekê heyî dibû

ku li cem ya din nebe. Cudahiya van waryantan zêdebarî di kurtbûn û dirêjbûna

destanê da derdikefte meydanê. Çunkî hinek bûyer û hûrgiliyên waryantekê digot

dibû ku di waryanta din da nebû. Lêbelê dema me ev waryantên cûda hemî li ser hev

kom dikirin, vê çendê honak û rista bûyeran ya destanê birêkûpêktir dikir. Bi saya

wekî yek destan komkirina van waryantan gîvilê (sîlûetê) destanê xweştir xuya dikir.

Yanî heke em bi awayekî din bibêjin, ev waryant hinek kêm hinek jî têr û tijîtir bûn.
Dema me waryant hemî berawirkirin me dît ku her valahiyeke di waryantekê da bi

saya waryantên din tijî dibin. Û bi vî awayî serûberê destanê bi rêkûpêktir derdikefte

meydanê. Lewra me her waryant serbixwe lêkolîn nekir, berevajî vê, me ev waryant

hemî wekî waryantekê diristkir û paşî lêkolîna xwe li ser kir. Jibo vê çendê du

palderên girîng hebûn: destan di heman herêmê hatiye komkirin û hema hema
dengbêj û beytbêjan heman bendên wekî hev digotin.
3

Ev xebata me ji pênc beşan pêk têt. Di beşa yekem da wekî cûreyekî edebî li

ser Destanê hate rawestan. Piştî danasîna destanê, qala destanên di edebiyata dinyayê

û di Edebiyata Kurdî da û cûrên destanê û merhalêyên avabûna destanan hatine

vegotin. Cihê Destana Kela Dimdim û Xanê Lepzêrîn di Xebatên di Edebiyata Kurdî

da hate destnîşankirin. Di vî babetî da li ser xebatên li ser vê destanê yên di

Edebiyata Klasîk ya Kurdî da hatine nivîsîn, hate rawestan. Xebatên lêkolîner û

nivîskarên biyanî û xuyanî yên heta niha li ser vê destanê hatine kirin me di vê beşê
da destnîşankirin. Herwesa jêderên ku me ev waryantên mijara vê xebatê dane nasîn.

Di beşa dûyem da li ser naveroka Destana Kela Dimdim û Xanê Lepzêrîn

hate rawestan. Jiber kû ev destan li ser bûyereke dîrokî hatiye avakirin me jêderên

dîrokî yên qala vê bûyerê dikin nirxandin. Hindî ji me hatî me xwest em perdeya li

ser bûyera dîrokî bidin aliyekî û bûyerê raçavî xwendevanan bikin. Jibo vê çendê me

jêderên destê yekê bi kar anîn. Lêbelê divêt em ji bîr nekin ku herçend ev destane li

ser bûyereke dîrokî ava bibe jî destan û efsaneyek li ser vê bûyerê hatiye avakirin.

Lewra me naveroka destanê li dû jêderên devkî jî nirxand. Nirxandina dualî, hem

dîrokî hem jî çîrokî, wekhevî û cudahiî di halê xwe da derxistin pêş me. Di van
nirxandinan da cih, dem, leheng û honaka destanê derkefte meydanê.

Di beşa sêyem da li ser temayên di destanê da serdest hatin lêkolînkirin. Di

nirxandinên me da temayên wekî Kurdînî û welatparêzî, dilsozî û xiyanet, dîn û

bawerî, jin, tedbîr û ray, xîret û hemaset derkeftin pêş. Di beşa çarem da metnê

destana me li devera Hekariyan li ser deve deh dengbêj û beytbêjên cûda tomarkirî

hate nivîsîn. Wekî beşa dawî encamên vê xebatê yên ku hatine bidestêxistin, hatine
rêzkirin.
4

1.1.DESTAN

Destan, cûreyekî edebî yê kevin e. Peyva “Dastan an Destan” peyveke Îranî

ye. Di Kurdî da hem peyva destan hem jî peyva “Beyt, Qiset” tête bikaranîn. Li

hemberî vê peyvê li Rojava “epos” tê bikaranîn. Epos bi ‘eslê xwe Grekî ye û tê

me’neya çîrokên menzûm. Epos, ew serboriyên wesifdar û derasayî yên xweda,

xwedawend, wekxweda û lehengan e ku bûyerên mezin ên qewimîne û di bîra civakê

da bicih bûne2. Di destanan da bûyerên dîrokî û civakî yên karîgeriyeke mezin li ser

civakê hiştî bi awayekî menzûm têne vegotin. Di jiyana netewan da gelek serhatiyên

ku rengvedana wan bi borîna demê ra nehên jibirkirin hene. Ev serhatî dibe ku şerek

an qehremaniya şexsekî an jî afeteke li kûrahiya civakê şopa xwe hiştî. Ev serhatî bi

rêka destanê ve têne rengînkirin û dewlemendkirin. Jibo ku bi sanahîtir di bîra

civakê da bête parastin bi awayê menzûm û rewanbêjî têne vegotin.

Wekî tête zanîn Destan di sê qonaxan derbaz dibin. 1. Derketina Destanê: di

vê qonaxê da hinek bûyerên dîrokî û civakî diqewimin û ev bûyer di xeyal û şuûra

netewê ya hevpar da teşe digire. Kesên di van bûyeran da cih girtî di xeyala civakê

da cihekî girîng digirin. 2. Belavbûn: bi dewlemendkirina bûyer û lehengan ve

destan belav dibe û nifş bo nifşî tête veguhastin. 3. Tomarkirin: di vê qonaxê da


destan ji aliyê hunermendekî anjî pisporekî tête nivîsîn û tomarkirin.3

Destan di nava xwe da wekî destanên xweristî û destanên çêkirî dabeş dibin.

Destanên xweristî ji bûyerên kevin yên karîgeriyek mezin li ser bîra civakê hiştî pêk

tên. Ev cûre gelêrî ne û danerê wan ne diyar e. Lewra wekî malê gel an netewekê

tête hisabkirin. Gilgamişa Sûmeriyan, Kalavelaya Fîniyan an jî Memê Alanê Kurdan

numûneyên vê cûrê ne. Destanên çêkirî jî jibo destanên ji aliyê helbestvanekî ve

hatine çêkirin tête gotin. Mem û Zîna Ehmedê Xanî û Bihuşta Wenda ya Milton em
dikarin bo vî cûreyî wekî mînak bidin.

2
Pertev, Ramazan, b.n.b., r. 221, 222.
3
Yetiş, Kazım, “Destan”, Tûrkiye Diyanet Vakfı İslam Ansiklopedisi, İstanbul 1994, r. 9/202.
5

Destan bi sê awayan hatine honandin. Hinek menzûm (helbestkî), hinek

pexşan hinek jî ji menzûm û pexşana tevlîhev hatine honandin. Di edebiyata Kurdî

da destan li dû naveroka xwe dibin sê beş: Destanên mêrxasiyê wekî Destana Kela

Dimdim, Şerê Kolana Qumriyê; destanên evînê wekî Memê Alan, Ferx û Sitî,

Sînemxan; û destanên ayînî wekî Hespê Reş, Kekemîr, Avdel Ûmeran, Şêxmend,

Zembîlfiroş.

1.1.1. Di Edebiyata Kurdî Da Destana Kela Dimdim

Di edebiyata Kurdî da destana mêrxasî, qehremanî û welatparêziyê ya ji

hemiyan mezintir û belavtir Destana Kela Dimdim û Xanê Lepzêrîn e. Vê destanê

jiber naveroka xwe ya têr û tijî û uslûba xwe ya rewanbêj cihekî taybet girtiye. Lewra

di nava Kurdan da gelek belav bûye û ji aliyê civaka Kurdî ve gelek hatiye hezkirin.

Ev destan hem ji aliyê beytbêjan ve hatiye gotin hem jî ji aliyê hinek edîbên klasik ve

hatiye nivîsîn. Mela Mehmûdê Bazîdî di vî babetî da wiha dibêje: “ ev qeziya şerê

Kela Dimdim qewî meşhûr û me’rûf e di Kurdistanê da. …... Ekserê Kurdan wê

destanê di meclîsan da dixwînin û jiboyê şehîdêd Kela Dimdimê heyf dixwen û

digirîn û duayê dikin”.4

Destana Kela Dimdim û Xanê Lepzêrîn ji aliyê çend edîbên Edebiyata Kurdî

ya Klasîk ve hatiye nivîsîn. Hindî em dizanîn cara pêşiyê yê ev destane nivîsî Feqiyê

Teyran e (m. 1632). Ev destane ji şêst û heft malikan pêk têt. Ev destan û berhemên
Feqiyê Teyran ji aliyê M. Xalid Sadînî ve hatine tomarkirin û çapkirin.5 Ew di

berhema xwe da dibêje ku: “ bi gotina Ebdurreqîb Yusuf ev destan ji berhemê Feqiyê

Teyran e û wî (E. Y.) ev destane berhev kiriye û çap kiriye”.6 Wesa diyar e ku ev

destana Feqiyê Teyran kêm e û hêj bi temamî negehiştiye destê me. Mela Mehmûdê

Bazîdî jî di berhema xwe ya bi navê Cami’eya Risaleyan û Hikayetan Bi Zimanê


4
Mela Mehmûdê Bazîdî, Cami’eya Risaleyan û Hikayetan Bi Zimanê Kurmancî, (Brh: Ziya Avci),
Weş. Lîs, Stenbol 2010, r. 117.
5
M. Xalid Sadînî, Feqiyê Teyran, Jiyan, Berhem û Helbestên Wî, Weş. Nûbihar, Stenbol 2010, r. 383-
397.
6
M. Xalid Sadînî, b.n.b., r. 58.
6

Kurmancî da di bin navê Hîkayeta Sîûçaran da kurteya Destana Kela Dimdim

nivîsiye. Ew di vê nivîsa xwe da dibêje ku Melayê Bateyî li ser Destana Kela

Dimdim qiseyê mewzûn destanek înşa kiriye.7 Lêbelê îhtîmal e ku ev destan her ya

Feqiyê Teyran be.

Destana Kela Dimdim û Xanê Lepzêrîn di Edebiyata Nûjen ya Kurdî da jî

wekî mijar hatiye bikaranîn. Mustefa Salih Kerîm di sala 1960 da bi navê Şehîdanî

Qelay Dimdim romanek nivîsiye ü li Silêmaniye çap kiriye. Herwesa Ereb Şemo di

sala 1966an da bi navê Dimdim romanek nivîsiye. Jan Dost jî bi navê Kela Dimdimê

pirtûkeke helbestan nivîsiye. Li sala 1991ê li Bonnê di nava weşanên Rewşen

derkeftiye.8

1.1.2. Xebatên Li Ser Destana Kela Dimdim

Wekî tête zanîn Destana Dimdim li ser bûyereke dîrokî hatiye çêkirin. Lewra

ev bûyera dîrokî di berhemên dîrokî da hatiye vegotin. Yekemîn kes û tekakesê

behsê vê bûyerê kirî Îskender Beg Tûrkmanê (1561- 1635) vakanivîsê Şah Ebbasê

Sefewî ye (1571- 1629). Ew bi xwe di şerê Dimdimî da amade bûye. Serhatiya şerî

di berhema xwe ya bi navê “Alem Arayî Ebbasî” da vegotiye. Ji hîngê heta îro gelek

kesên biyanî û xuyanî li ser vê bûyer û destanê rawestane. Lewra lîteratûreke berfireh

li ser Destana Dimdim çêbûye. Em dikarîn kesên xebat li ser vê destanê kirî wiha rêz
bikin.9

7
Mela Mehmûdê Bazîdî, b.n.b., r. 114- 117.
8
Çalıştıran, Rûken, “Lîteratûrek Li Ser Destanên Kurdî”, Edebiyata Kurdî Ya Gelêrî, Dîrok- Teorî-
Rêbaz- Lîteratur- Berawirdî- 1, (Ed: Ramazan Pertev), Weş. Avesta, Stenbol 2015, r. 241.
9
Jibo berhevkirina vê lîstê îstîfade ji van jêderan hatiye kirin. Bnr: Zîlan, Reşo, “Lêkolînek Li Ser
Destana Kela Dimdimê”, Edebiyata Kurdî ya Gelerî, Dîrok- Teori- Rêbaz- Lîteratur- Berawirdî- 1,
(Ed. Ramazan Pertev), Weş. Avesta, Stenbol 201,5 r. 193- 195; Çalıştıran, Rûken, “Lîteraturek Li Ser
Destanên Kurdî”, Edebiyata Kurdî ya Gelerî, Dîrok- Teori- Rêbaz- Lîteratur- Berawirdî- 1, (Ed.
Ramazan Pertev), Weş. Avesta, Stenbol 2015, r. 223- 241.
7

Feqiyê Teyran: Kela Dimdim

Mela Mehmûdê Bazîdî: Cami’îyê Rîsaleyan û Hîkayetan

Alexander Jaba: Recueil de Notîces et Recîts Kourdes, St. Petersburg, 1860.

Eugen Prym, Albert Socin: Kurdîsche Sammlungen Erzçlungen und Lieder in


den Dialekten des Tur Abdin und von Bohtan, St. Petersburg, 1887- 1890.

Oskar Mann: Die Mundart Mukrî- Kurden, Berlin, 1906- 1909.

M. A. Zekî: Amîr Xanî Bradost û Qelay Dimdim, Kovara Gelawêj, 1940.

Heciyê Cindî: Folklora Kurdî, Erîvan, 1957.

Mihemed Teefîq Werdî: Qalay Dimdim, Bexda, 1961.

Qanatê Kurdo: Hîkayet û Stranên Qehremaniyê yên Kurdî, Moskova, 1962.

Casimê Celîl: Destana Dimdim (Klamê Çiya), Erîvan, 1970.

Mohamed Taqî Danespazuh, Seh Senadê Tarîkî wa Jografîa’î-ê Dewran-ê


Sefewî, kovara Wahîd, 1971.

M. Pedram, Ber Ferazê Dimdim, Kovara Huner û merdimê, 1975.

Prof. Dr. Ordîxanê Celîl: Êposa Cimeta Kurda ya Mêrxasiyê- Xanê

Çengzêrîn, teza doktorayê, Moskova 1967; digel Celîlê Celîl di nav Zargotina Kurdî
jî belav kirine. Moskova, 1978.

H. Huseynî, Beytî Dimdim, 1981.

Cemîl Ehmed Zêro: Şoreşa Dimdim, Bexda, 1983.


8

Ebdulla Merdux: Rasperînî Dimdim û Qelaçoy Kurdanî Mukrî, Kovara Hêvî,


1983.

M. M. Hamabor, Xanê Lepzêrîn û Kelayê Dimdim, Kovara Roşînbîrî, 1984.

Riza Çolpan, Destana Dîroka Kurd û Kurdistan, Sidney 1995.

Reşo Zîlan, Destanên Kurdî, Stockholmê, 1996.

Muhsîn Kizilkaya, Kayıp Dîwan, Stenbol, 2000.

Sadiq Bahadîn Amêdî, Ji Folklora Kurdî, Hewlêr, 2002.

Mihemmed Ebdullah, Beytên Kurdî, Dihok, 2002.

Serwer Abdurehman Omer, Karesata Qelay Dimdim (1608- 1609), Silêmanî,


2008.

Yasîn Hesen Goran: Pênc Dastanî Kurdewarî, Hewlêr, 2011.

Giulia Ferdeghini: Kelaê Dimdim Descrizione e Analisi di un Poema Epico

Della Letteratura Orale Curda a Partire Dalla Documentazione Raccolta Nel


Bahdinan e, teza doktorayê, Roma, 2012.

Amir Hassanpour, Beyt û Dimdim, Encyclopaedia Îranica.

1.1.3. Jêderên Me

Destana mijara vê xebatê yanî Destana Kela Dimdim û Xanê Lepzêrîn, li

devera Hekariyan ji devê deh dengbêj û beytbêjên cûda hatiye tomarkirin. Ev destan

bi rêka dengirê ve hatiye qeydkirin û paşî jî hatiye deşîfrekirin. Ji van deh waryantên

cûda da pênc waryant destanê bi temamî vedibêjin. Di pênc waryantan din da jî hinek
ta û çiqên destanê hatine vegotin. Kesên me destan jê wergirtî di herêmê da wekî
9

beytbêj û dengbêj têne nasîn. Em dikarin bi vî rengî ewên destan bi temamî gotî

bidin nasîn.

- Ebdulqadirê Gwîzereşî (Ebdülkadir Kızılkaya): Xelkê gundê Gwîzereşê

(Cevizli) ye ya ser bi navçeya Çelê (Çukurca) ya girêdayî Culemêrgê (Hakkâri). Ji 70

salîyê boriye. Ji bilî Kurdî, Tirkî jî dizane. Xudan bîr û hafizeyeke gelek bi hêz e.

Niha li Culemêrdê niştecih e. Wî, ev destan di kaseteke 96 dq’yî da vegotiye.

- Sadiqê Şetinisî (Sadık Yılmaz): Xelkê gundê Şetinîsa Jorî (Yukarı

Kayacık) a girêdayî Culemêrgê ye. Di vegotina destan û serhatiyan da destekî bilind

hebû. Di sala 1994ê di 54 saliya xwe da çûye ber dilovaniya Xudê. Wî, ev destane di

kaseteke 92 dq’yî da vegotiye.

- Ebdulkerîm Zawîteyî (Abdülkerim Akar): Xelkê gundê Zawîte (Kayalık)

ye ya ser bi navçeya Çelê (Çukurca) ya girêdayî Culemêrgê. 53 salî ye. Niha di

Mudîrîyeta Çandê ya Culemêrgê da wekî memûr dixebite. Lîse (amadeyî) qedandîye.

Wî, ev destan di kaseteke 84 dq’yî da vegotiye.

- Ehmedê Bayî (Ahmet Coşkun): Xelkê Gundê Bayê (Bay) ya ser bi

Culemêrgê ve ye. Di sala 1997ê da di 65 saliya xwe da çûye ber dilovaniya Xudê.

Wî, ev destan di kaseteke 45’yî da vegotiye.

- Ehmedê Asmînê ( Ahmet Şen): Xelkê gundê Hirkaşê (Kınıklı) ya ser bi

navçeya Çelê ya girêdayî Culemêrgê ye. Ji 90 saliyê boriye. Vê gavê li Çelê niştecih

e. Wî, ev destan di kaseteke 30 dq’yî da vegotiye.


10

Dengbêj û beytbêjên ku hinek çiq û tayên vê destanê jibo me gotî jî eve ne.

- H. Ebdilayê Keleş ( Abdullah Demir): Xelkê gundê Marifanê (Kurudere)

ye ya ser bi navçeya Çelê ya girêdayî Culemêrgê. 73 salî ye. Lîse qedandiye.

Mudîriyeta Perwerdeya Mîllî ya Culemêrgê teqawîd bûye. Niha li Culemêrgê

niştecih e. Wî, ev destan di kaseteke 44 dq’yî da vegotiye.

- Leşker Şîvişkî (Leşker Demir): Xelkê gundê Şîvişk ( Kavaklı) ye ya ser bi

navçeya Çelê ya girêdayî Culemêrgê. Derdora 60 salî ye. Di Mudîriyeta Îtfaiyê ya

Belediya Culemêrgê dixebite. Niha li Culemêrgê niştecih e. Wî, ev destan di

kaseteke 15 dq’yî da vegotiye.

- Selîm Peyanisî (Selim ? ): Xelkê gundê Peyanis (Geçitli) ye ya ser bi

Culemêrgê. 68 salî ye. Li gundê xwe niştecih e û bi cotyariyê ve meşxûl e. Wî, ev

destan di kaseteke 14 dq’yî da vegotiye.

- Seyyîd Omer Kelêtanî (Ömer Demir): Xelkê gundê Kelêtanê ( Taşbaşı) ye

ya ser bi Culemêrgê. 77 salî ye. Li gundê xwe niştecih e û bi cotyariyê ve meşxûl e.

Wî, ev destan di kaseteke 12 dq’yî da vegotiye.

- H. Îskenderê Biyadirî (İskender Akar): Xelkê gundê Biyadir (Narlı) ye ya

ser bi navçeya Çelê ya girêdayî Culemêrgê. Nêzîkî 100 salê bûye. Li gundê xwe

niştecih e. Wî, ev destan di kaseteke 5 dq’yî da vegotiye.


11

1.1.4. Ji Aliyê Ruxsarî ve Destana Kela Dimdim

Destana Kela Dimdim û Xanê Lepzêrîn, ya me li devera Hekariyan tomarkirî

nêzîkî heftsed bend e. Destan di nava xwe da li dû mijarê dabeşî heft beşan dibe. Bi

benda:

“Xulimîne xulimîne

Gelî xelk û alemîne

Guh biden dil û yeqîne

Qeseta Xanê Lepzerîn e”

dest pê dike û bi benda:

“Hey Dimdimo kavl û wêran

Meskenê piling û şêran

Rovî lê d’ken geşt û gêran

Rehmet day û babêd guhdêran”

ve xelas dibe.

Piraniya bendên vê destanê sêrêzî ne. Lêbelê hinek erdan hejmara ristên

bendan zêdetir lê hatine. Di destanê da kêşeya Kurdî ya xwemalî heye. Her ristek ji
heşt kîteyan pêk têt.

Dimdimo berekî pan e : 8 kîte

Kirin armanca topane : 8 kîte

Egîd her Xanê Kurdan e : 8 kîte

Lêbelê di hinek ristan da ev kêşe hatiye kurtkirin an jî zêdekirin.


12

Destana Kela Dimdim û Xanê Lepzêrîn bi temamî menzûm nîne. Di nava

beşên destanê da hinek hûrgilî bi axiftinê têne vegotin. Jiber ku serhatiya destanê

hemî di bendan da nahêt vegotin hinek hûrgiliyên di bendan de nahatiye gotin wekî

pexşan tête gotin. Lêbelê taybetiya karekterîstîk ya destanê di manzûmbûna destanê

da ye. Destan bi du selîqe û meqaman tête vegotin. Beşên yek, du û sêyê bi seliqe û

meqamekî nerm tête gotin. Beşa çarê wê ve heta dawiyê jiber ku qala şer û pevçûnê

dike bi selîqe û meqamê bilind û lez tête xwendin. Di beşa yeke heta beşa sêyê di

navbera bendan da jibo wergirtina nefese û diriskirina selîqa gotinê naqarata: “Xan bi

xezayê meşxûl e” an “şêrêd xanan kir dîwan e” tête gotin. Di beşa çare û wê ve jî

naqarata: “herê Dimdimo Xan tê da, şer e Dimdimê xanan e” tête gotin.
13

2. NAVEROKA DESTANA DIMDIM


Wekî me li jorî jî îfade kirî Destana Dimdim li ser bûyereke dîrokî ava bûye.

Lewra Destana Dimdim jiber kû di dîrokê da wekî bûyereke rasteqînî heye di heman

demê da jî mijara zanista dîrokê bi xwe ye. Jêderê dîrokî jibo vê serhatiyê Îskender

Beg Turkman e (1561- 1635). Ew bi xwe di vî şerî da amade bûye û serhatiya vî şerî

di kitêba xwe ya bi navê “Alem Arayî Ebbasî” da bi berfirehî nivîsiye. Lêbelê jiber

ku ev kese neyarê Xanê Lepzêrîn bû, wî, ev bûyere herçend bi çavê dijminahiyê

nivîsibe jî heqê mêrxasiya Xanê Lepzêrîn bi temamî nexwariye. Ev bûyera girîng

gelek kartêkirin li ser civaka Kurdî kiriye. Jiber vê karîgeriya wê, destaneke netewî

ya mêrxasiyê li ser hatiye avakirin. Di navbera Dimdima dîrokî û çîrokî da hem

wekhevî hem jî cudahî hene. Dema em herduyan berawird dikin baştir vê çendê

dihesin.

2.1. DESTANA DIMDIM YA DÎROKÎ

2.1.1. Cih û Dem

Kela Dimdim dikeve başûrê rojavayê bajarê Ûrmiyê nêzîkî perava Derya

Ûrmiye. 18 km ji Ûrmiye dûr e. Dikeve di navbera Çemê Barandûz û Geliyê

Qasimlo. Nêzîkî gundê Balancê ye. Li ser bilindiya çiyayekî hatiye avakirin ku navê

wî zinarî Dimdim e. Hemberî Dimdim zinarek dî heye ku dibêjinê Cimcim. Zinarê

Kela Dimdim li ser hatiye avakirin ji aliyê bakûr û başûr ve kevirekî hulî ye û rê

nîne. Lêbelê ji aliyê rojhelat û rojava ve pîçek firehtir e û rê heye. Ev kele hêj di berî

Îslamê hatiye avakirin. Emîrxanê Biradostî ew kela kevin serejinû ve ava kir. Dema

dorpêça Kela Dimdimê di dawiya sala 1608 dest pê kiriye û şerî heta dawiya sala

1609ê dewam kiriye.

2.1.2. Emîrxan û Biradostî

Lehengê Destana Dimdim Emîrxanê Biradostî ye. Di destpêka sedsala XVIan


da Biradostiyan du mîrgeh ava kiribûn. Vê serdemê da hem Osmanî hem jî Safewî
14

wekî du dewletên bi hêz derdekevin pêş. Sefewî hemberî Kurdan polîtîkayeke req û

neyînî bi kar tînan. Mîrên Kurdan radikirin û li dewsa wan mîrekî Turkmen yê şi’î

datînan. Kurd hemberî vê polîtîkayên wan bêzar bûn. Lewra peywendî digel

Osmaniyan çêkirin û hemberî Sefewiyan bûne hevkarên Osmaniyan. Li hemberî vê

çendê jî Osmaniyan mîrgehên Kurdan bi resmî nas dikir. Biradostiyan jî hem di

navbera bajarê Urmiye û Hekarê da hem jî di navbera Şino û Urmiye li devera

Mêrgever û Têrgever du mîrgeh ava kiribûn. Emîrxanê Biradostî mîrê Biradostiyên

Mêrgever û Têrgever bû.

Li dû agahiyên Şerefxanê Bidlîsî dide mîrên Biradostiyan ji eşîreta Goran

in.10 Lêbelê divêt em Goranên bi zaraveyeke cûda diaxivin û eşîreta Goran tevlîhev

nekin. Eşîreta Goran li bajarê Akrê niştecih in û bi kurmanciyeke, soranî tekel

diaxivin. Ev çende ji aliyê deqên devkî ve jî tête piştrastkirin ku Emîrxan ‘eslê xwe ji

eşîreta Goran e. Di dema Şah Îsmaîlê Sefewî da mîrê Biradostiyan Xazî Qiranê kurê

Sultan Ehmed bû. Dema mîrên Kurdan pêgiriya xwe bo Şah Îsmaîlî diyar kirî ew bû

tabi’ê Şah Îsmaîlî. Dema Yavûz Sultan Selîmê Osmanî hatiye deverê Xazî Qiran bû

tabi’ê Osmaniyan. Dema Osmaniyan Azerbaycan girtî Xazî Qiran digel Kanunî

Sultan Suleyman tevgeriya. Piştî wî kurê wî Şah Muhemed li şûna wî bû mîr. Di

dewra Sultan Selîmê IIyê (1566- 1574) da mir. 11 Lêbelê li dû agahiyên Îskender Beg

Munşî dide navê mîrê Biradostiyan Qere Tac bû. Şahî, Têrgever û Mêrgever dabûne
destê wî. Dema Osmaniyan devera Azerbaycanê standî Kurdên vê deverê gehiştine

Osmaniyan. Piştî mirina Qere Tac kurê wî Şah Muhemmed Beg bû mîr û tabi’ê

Osmaniyan bû. Emîrxanê Biradostî ji pismîrên Biradostiyan bû. Wî guhdariya Şah

Muhemmedê Biradostî nedikir. Lewra çûbû gehiştibû Mîr Omerê mîrê Soran. Di

şerekî digel dijminên Mîr Omerê Soran da destekî wî hate birîn. Lewra wekî

10
Bidlîsî, Şerefxan, Şerefname Dîroka Kurdistanê, (Wer: Ziya Avci), Weş. Avesta, Stenbol, 2007, r.
388.
11
Bidlîsî, Şerefhan, b.n.b., r. 389.
15

Emîrxanê Çolaq dihate nasîn. Piştî Şah Muhemmed mirî neviyê wî Ewliya Beg bû

mîrê Biradostiyan û dema Şerefxanî Şerefname qedandî (1597) ew hêj mîrê

Biradostiyan yê li ser tifaqa Osmaniyan bû.

2.1.3. Bûyer

Dema Şah Ebbasê Sefewî (1588- 1629) di sala 1603ê jibo standina

Azerbeycanê ji Osmaniyan berê xwe daye vê herêmê, hîngê Emîrxanê Biradostî bû

tabi’ê Şah Ebbasî. Şah Ebbas, nasnavê “Xan” da Emîrxan Biradostî û wekî mezinê

eşîreta Biradostî nasî. Di heman demê da destekî zêrê sor û ji elmas û gewheran ve

xemilandî bo çêkir. Deverên Têrgever, Mêrgever, Şino û Urmiye danê. Emîrxan

Biradostî jî hemberî vê çende êrîş birin li ser Osmaniyan û mîrên Kurdan yên li ser

tifaqa wan û karî gelek deveran jê bistîne. Dema Cağaloğlu Sinan Paşa li Selmasê li

hemberî Sefewiyan şer kirî û têkçûyî Emîrxan beşdarî şerî nebû. Lêbelê Şah Ebbas lê

borî.12

Emîrxanî jiber wêranbûna Kela Urmiyê gote Şahî. “ev kele kêrî parastina

deverê nahêt. Heke tu izna min bidey hema ez dê çar dîwaran li ser girekî Têrgewerê

ava bikim”. Şahî jî izin dayê. Dema izin wergirtî ew çû keleke kevin ya berî Îslamê

hebû ku Kurdan digotinê Kela Dimdim serejinû ava kir. Waliyê Tebrêzê yê

Sefewiyan Pîr Bûdaq Xan ji hizrên Emîrxanî ditirsiya lewra çû cem Şahî û nekamiya
Emîrxanî kir. Li ser vê çendê Şah Ebbas gote Emîrxanî çêkirina kelê rawestîne.

Lêbelê Emîrxanî guhdariya wî nekir, berdewamiya çêkirina kelê kir û li ser ra xwarin

û çek kêşane kelê. Bi vî awayî hêdî hêdî ji bin hukmê Sefewiyan derkeft. Herwesa

birayê mîrê Mukriyan Şêx Heyderê Mukrî, Ebdal Begê ku li hemberî Sefewiyan serî

hildabû digel bîst zelaman hate nik Emîrxanî û ewî jî ew hewandin.

12
Îskender Bey Türkmen, Târih-i Alem Arayi Abbasi, I, Brh. İrec Afşar, Müessese-i İntişârât-ı Emîr
Kebîr, Tahran, 1387, r. 2/792.
16

Di wê navberê da 20 hezar Celaliyên13 Osmanî jiber Kuyucu Murad Paşayê

Osmanî ji erdê Osmaniyan revîn û qesta Sefewiyan kirin. Şah Ebbasî xwest heşt

hezar Celaliyan di nav Biradostiyan da bi cih bike. Wî dixwest bi rêka Celaliyan

kontrolê li ser Emîrxanî bike. Şahî cab bo Emîrxanî hinart ku digel Pîr Bûdaqê

waliyê Tebrêzê be. Lêbelê Emîrxanî got: “Pîr Bûdaq dijminê min e lewra ez nikarim

digel wî tev bigerim”. Li ser vê çendê Şahî, Pîr Bûdaq guhart û li şûna wî Hesen

Xanê Ûstaclû rêkir. Dema Hesen Xan gehiştiye Meraxayê gote Emîrxanî: “were tevlî

min bibe. Heke tu nekarî bêy jî hinek mirovên xwe rêke”. Vê carê jî Emîrxanî hecet

girtin û got: “Celalî kesên baweriyê nînin û ez nikarim beşdarî heft heşt hezar

Celaliyan bibim”. Bi vî awayî Hesen Xan û Celalî nêzîkî Kela Dimdim bûn. Dema

nêzîkî kelê bûyî Emîrxanî bere bere Kurd dihinartin li ser Celaliyan û zayiat didane

wan. Muhemed Paşayê serokê Celaliyan jî bersiv dida Kurdan û şer û lêkdan di

navbera wan da diqewimîn. Kar ji deste Hesen Xan derkeft, naçar ma û Şah Ebbas ji

vê çendê agehdar kir.14

Li ser vê çendê Şah Ebbas wezîrê xwe Î’tîmadu’d- Dewle Hatem Beg şande li

ser Kela Dimdim. Ew bi hêzeke mezin ve hat û di ser rêya xwe Pîr Bûdaq jî bi 2000

Celaliyan ve tevlî vê hêzê bû. Û herwesa kesekî bi navê Muhemad Axayê Gisocî yê

hevalê Emîrxanî jî anîn da ewî qanih bike. Dema Emîrxanî ev hêza mezin dîtî got:

“Mihemed Paşayê Celalî çav li milkê min heye lew ez nedihatim. Niha zivistan e.
Kurekî min digel xwe biben û biharê ez bi xwe dê bême xizmeta Şahî”. Î’tîmadu’d-

Dewle ev çende qebûl kir lêbelê gote Emîrxan: “tu û mirovên xwe hemî ji kele werin

dere, bibin mêvanên min û roja paştir jî em dê bêne kelê û bibin mêvanên te”. Lêbelê

her çend mane hêviya Emîrxanî, Emîrxan nehat mêvandariyê. Li ser vê çendê

Muhemad Axayê Gisocî şandine kelê cem Emîrxanî. Emîrxanî jî gote mêvanê xwe:

13
Ev Celalî ne Eşîra Celalî ya Kurd ya ku vê gavê jî li devera Agirî û Makoyê dijîn. Ev Celalî piraniya
wan Turkmenên Anadolê bûn ku ji reveberiya Osmaniyan ne razî bûn û li hemberî wan serî hildabûn.
14
Îskender Bey Türkmen, b.n.b., r. 2/794.
17

“Qizilbaş û Celalî dixwazin milkê min ji min bistînin lew min bawerî pê nahêt kû ez

biçim di nav wan da”. Li ser vê çendê hêza Sefewî û Celaliyan 5î Kanûna Biçûk ya

sala 1608ê (26 Şe’ban 1017) dest bi muhasereya kela Dimdim kirin.15 Hejmara

leşkerê Sefewiyan nêzîkî 25 hezaran bû. Beranberî vê hejmara Kurdan nêzîkî hezar

şervanan bû16.

2.1.3.1. Kela Dimdim

Kela Dimdim li ser çiyayekî bilind ku hemî kevir bû û li ser parçeyeke dirêj û

ne fireh hatibû avakirin. Herdu aliyên wê yên bakûr û başûr geliyekî kûr bû û mirovî

dikarî tene bi rêka pêstirkan li wê dere serkeve. Lewra li van herdu aliyan çi şûr û

beden nebû. Çunkî pêdivî bi şûr û bedenî nedikir. Li aliyê rojhelatê derwazeyek

bilind hebû ku bi çiyayî ve dima û li wê derê şûreke bilind digel çend bircekan

hatibûn avakirin. Vî alî tenê dergehek hebû. Aliyê rojavayê ku nêzîkî erdî bû şûreke

bilind, asê û mukim lê hatibû avakirin. Li aliyê başûrê vê şûrê dergehekî din hebû.

Rêya vî dergehî di nava kevirekî teng da derbas dibû ku tenê siwarek jî gelek zehmet

tê da derbas dibû. Rêya standina kelê tenê di aliyê rojhelat û rojava hebû û ew jî jibo

hilkolana dîwarên kelê pêdivî bi kolana tûnel û xendekan ve bi kotekî mumkîn dibû.

Li aliyê rojhelatê jî bi dûratiya tufengekê (nêzîkî 700- 800 metre.) kevir û helanekî

yekparçe bû, lewra kolana xendek û tûnelan jibo wî alî gelek bi zehmet bû. Û li ser

vane hemîyan ra Kurdan dîwarên kelê neqeb neqeb kiribûn û bircek li dawiya vî
kevirî ava kiribûn ku hindava kelê bû. Ev birce hind mezin bû wekî kelokekê bû û bi

kela serekî ve girêdayibû. Heta ev birce nedihate standin kesê nidikarî derbasî kela

serekî bibe. Çunkî vê birca mezin nedihêla kes bikare tûnel û xendekan bikole. Bêyî

standina vê bircê standina kelê ne mumkîn bû.

15
Îskender Bey Türkmen, b.n.b., r. 2/795,796.
16
Serwer Ebdurehman Omer, Karesatî Qelay Dimdim (1608- 1609), Entîtûya Kelepûrê Kurdî,
Silêmanî 2008, r. 69.
18

Ava kelê ji birkeke (hawûzeke) mezin ku bi ava baranê ve tijî dibû pêk dihat.

Lêbelê di nava geliyê dikeve bakûrê kelê kaniyeke ava wê kêm hebû û Emîrxanî ava

wê kaniyê bi rêka solîneyan17 di bin erdî da înabû kelê. Solînên vê avê bi rengekî baş

hatibû veşartin û ev ave dihate kelê û li birkeke di nava kelê kom dibû. Jiber

kêmbûna avê êvarî heta sibê bi zor ev birke tijî dikir. Ava vê birkê da kom dibû têra

vexwarina rojekê ya xelkê kelê dikir. Li ser vê birka avê gumbetek ava kiribûn û

pişta wê bi erdî ve rast kiribûn da ku yên derve vê birkê nebînin. Digotine vê birkê

Sûlûq (Sirînc). Dîsa jibo parastina vê birkê bircek li ber dîwarê kelê hatibû avakirin û

ev birce bi kela serekî ve girêdayibû. Li aliyê başûrî kunbefirek li tenişta kelê hatibû

avakirin da li zivistanê tijî befir û cemed bikin. Di bin vê da jî birkek çêkiribûn ku

dema havînê ev befir û cemede diheliya da li vê birkê da kom bibe. Li hindav wê

kunbefrê jî kelokek hebû û hinek zêrevan têda bi cih bûbûn. Digotin vê birkê Bûzlûq

û Qarlûk û ev dere jî wekî Sûlûqê jibo kesên derve, hatibû veşartin.

Bi rengekî giştî Kela Dimdim ji pênc keleyan pêk dihat: Kela Serekî, keleyek

li xwarê, Kela Bûzlûq, Kela Sûlûq û birceke mezin li derveyî derwazeya rojhelatê.

Ev her pênc kele wesa asê û mukim bûn mêwiyê nedikarî ber ra biçe.18 Ji bilî vane

Qesra Emîrxanî ku ew jî wekî keleyekê bû, di nava kelê da bû. Dema kele hatî

standin ew der cihê dawî yê bergiriyê bû.19

2.1.3.2. Amadekariyên Şerî

Dema hêzên Sefewî dest bi muheseraya Kela Dimdim kirî ji bilî ew hêzên

amade 500 kes ji tufenkçiyên Mazenderanê bi serokatiya Sefer Alî Yûzbaşî û Genc

Elî Xan digel leşkerê xwe ji Tebrêzê hatin gehiştin ordûyê. Hesen Xan Ustaclu digel

mîrên digel da çûne aliyê rojhilata kelê. Pîr Bûdaq, tufenkçiyên Xoresanê û Bafiqî

17
Solîne: Boriyên avê yên ji axa sorkirî hatî çêkirin.
18
Îskender Bey Türkmen, b.n.b., r. 2/796, 797.
19
Îskender Bey Türkmen, b.n.b., r. 2/809.
19

çûne aliyê rojava. Murad Xanê Sultan Çînî digel tufenkçiyên Azerbaycanê çûne aliyê

başûrê kelê li ber Keloka Bûzlûq. Parastina dergehê wî alî hêlane hêviya Genc Elî ve.

Tufenkçiyên Mazendaranê digel qorûciyên Çegnî li hemberî Kela Sûlûq rawestan.

Berxûdar Begê Enîs jibo dabînkirina topan hate raspartin. Demildest di Kela

Goxercînlîk top hatin şandin û bi rêka keştiyan li ser Gola Urmiye derbas kirin û

danane çeperên Ustaclu li hemberî kelê. Sê topên dî jî li ser cihên cûda hatine danan.

Celalî jî li ser her çar çeperan belav kirin.20

2.1.3.3. Destpêka Şerî

Bi destpêkirina şerî ve Sefewiyan dest bi kolana tûnelan kir ku da bikarin xwe

bigehînin dîwarên kelê. Dema gehiştine kevirê binîşê kelê êdî nekarîn axê bikolin.

Lewra êdî ji kevir û teqnê, kolanên sergirtî çêkirin û bi vî awayî xwe nêzîkî kelê

kirin. Ji van kolan û tûnelên ku li ser erdî çêkirî da bi satilan ve ax û kevirên kolayî

derdixistin. Kurd jî destvala ranewedistan û wekî baranê gûlle lê dibarandin. Hinek

caran jî dergehên kelê vedikirin û êrîş tînan li ser hêzên Sefewî, gelek jê dikuştin, ew

kolan û tûnel xirab dikirin û dîsa vedigerîn kelê. Hinek caran jî bi dizîka dihatin

nava wan tûnelan da leşkerê Sefewî dikuştin. Heta hind dikuştin rêka tunelê ji

kelexan mişt dibû. Bi vî awayî mehên Remezan, Şevval û Zîlqe’de derbas bûn.

Jiber ku wê salê hişkesalî bû ava kelê kêm bûbû. Ya heyî jî genî bûbû.21 Jiber

zêdebûna têhniyatiyê hero bi dehan kes ji jin, zarok û zelaman ji kelê derdikeftin û
dema derdikeftin jî ji têhnan da serûser xwe li avê werdikirin. Ji aliyê din Qizilbaş

her karêz dikolan da ku serekaniya kelê peyda bikin. Lêbelê peyda nedikirin. Lewra

ferman hate dan ku topa balyemez, birka Sûlûq wekî hedef bigire da ku Kurd nekarin

avê jê bikêşin. 21 rojan bi şev û roj top barandin.22 Bi vî awayî Qizilbaşan kolan û

tûnelên xwe gehandin Sûlûqê û Kurdan jî hemî hêza xwe bi kar îna da ku rêkê li ber

20
Îskender Bey Türkmen, b.n.b., r. 2/797.
21
Îskender Bey Türkmen, b.n.b., r. 2/798.
22
Îskender Bey Türkmen, b.n.b., r. 2/799.
20

wan bigirin. Jiber vê çendê dijwartirîn şer li vî çeperi hate kirin. Û dawiyê Qizilbaş

karîn bigehine Sûlûqê. Piştî hîngê zanîn kanê serekaniya avê ji kî derê tête kelê. Av ji

derve dihate kelê. Di 18yî Zîlhîcce (25 Adar 1609) Sûlûq hate standin. Piştî vê

rûdanê Emîrxan û hevalên xwe di kelê da bê av man. Tenê Bûzlûq û birkên ji ava

genî mabûn. Tam di vî wextî da ji qudreta Xudê baranek xurt barî û heta heyîvekê

esmanî venekir û baranê dewam kir. Ava kelê têra şeş heyvên dî çêbû.23 Di vî demê

da Mihemd Paşayê Celalî mir.24

Hesen Xan Ustaclu biryara standina birca mezin ya derveyî kelê da. Çunkî

bêyî standina wê standina kelê ne mumkîn bû. Qizilbaşan piştî kuştareke zor dayî

karîn xwe bigehînin bircê. Agir berdane garîte û xetîreyên binê bircê. Dema ji kolana

bircê derkeftî, da bêhna xwe vedin ji nişka ve birc herifte xwarê. Gelek kes di bin

bircê da man. Qizilbaş bi destekî sivik çûne li ser bircê û yên sax mayî hemî kuştin.

Yekî di nav kuştiyan da xwarzayê Emîrxan bû ku lawekî ciwan û berketî bû.25 Dema

ev birce ji holê rabûy rê li ber şûra kelê vebû û top bi sanahîtir birine ber dîwarên

kelê. Topan dest bi topbaranê kir. Qizilbaş di wê hêviyê bûn ku heta du sê roj dî kele

dê bête standin. Di wê navberê da serokê hêzên Sefewî Î’tîmadu’d- Dewle mir. Jiber

vê çendê keftina kelê vema. Mihemed Beg Beydîlî Şamlû wekî serokê hêzên Sefewî

hate tayînkirin. Şerî dîsa det pê kir. Vê carê birca binê kelê ewa kurê Emîrxanî yê

mezin têda ji aliyê Pîr Bûdaq ve hate standin. Zêrevanên vê bircê karîn bigehin

kelê.26 Zêrevanên Bûzlûqê jî mecbûr man cihê xwe biterikînin. Êdî derfetên
berxwedana kelê kêm bûn. Bi hemî milan ve top û tiveng li kelê hatin reşandin.

Dîwarên kelê hemî hilweşiyan tenê qesra Emîrxan ewa digotinê Narîn Qela ma.

Dema Emîrxan û hevalên xwe gelek tengav bûyî mecbûr man qasidekî rêkin

cem Mihemed Beg û daxwaza danûstandinê bikin. Di encama peywendiyan herdu alî

23
Îskender Bey Türkmen, b.n.b., r. 2/800.
24
Îskender Bey Türkmen, b.n.b., r. 2/802.
25
Îskender Bey Türkmen, b.n.b., r. 2/808.
26
Îskender Bey Türkmen, b.n.b., r. 2/809.
21

wesa pêk hatin ku kes xwe têkelî Emîrxanî nake heta ku Emîrxan bi xwe diçe cem

Şah Ebbasî. Bi vî awayî Kurdan xwe teslîmî Sefewiyan kir. Berê Ebdal Begê Mukrî

ji kelê derkeft û digel mirovên xwe çû bin xîveta Îlyas Xelîfe Karadaxlî. Paşî

Emîrxan digel kûre xwe û nêzîkî sed zelaman bi çek û rext ve ji kelê derkeft. Nêzîkî

200 zelam jî mane di kelê da. Emîrxan çû cem Mihemed Beg Şamlû. Sefewiyan

hinek leşker rêkirin di kelê da. Emîrxan û zelamên xwe di bin konekî mezin da hatine

mêvankirin. Qizilbaşan kerbeke zêde ji Emîrxanî vedibûn. Lewra dixwestin bi

hecetekê wî bikujin. Hatin gotin Mihemed Beg Şamlu: “tu çawan van Kurdan

hemiyan li cem xwe dihêlî. Emîrxan û kurekî wî û çend mirovên wî bihêle yên din li

nav xîvetên leşkeri belav bike”. Mihemd Beg Şamlû jî gote Emîrxanî: “cih berteng e

hinek mirovên xwe bihêle cem xwe yên din em dê belav bikin”. Pêşiyê Emîrxanî eve

qebûl kir lêbelê zelamên wî, ev çende qebûl nekirin. Di vê navberê da dengek bilind

bû ku Ebdal Begê Mukrî, Îlyas Xelîfe kuştiye. Îlyas Xelîfe wekî mûrîd û nûnerê

binemala Sefewiyan dihate zanîn û di nav Qizilbaşan da qedrekî mezin hebû. Dema

Ebdal Begê Mukri di bin xîveta wî da, wan xwestibûn çek û rextên wan jê veken.

Wan jî webûl nekiribû û êrîşî Îlyas Xelîfe û xulamên wî kiribûn û ew hemî kuştibûn.

Leşkerê Sefewiyan jî êriş bire ser wan û Ebdal Beg û mirovên wî kuştin. Dema ev

rûdane eşkera bûyî Emîrxan û leşkerê xwe jî êrîş birin li ser Sefewiyan. Ji hemî

aliyan ve Qizilbaşan êrîşî Emîrxanî û hevalên wî kirin. Piştî şerekî dilsoj Emîrxan û

hevalên wî hemî hatin kuştin. Lêbelê Qizilbaşan jî kuştareke zor dan. Paşî Qizilbaşan
êrîşî kelê kirin û ewên di kelê da hetta ewên şeş meh berî hîngê teslîm bûyî jî

kuştin27.

2. 2. DESTANA DIMDIM YA ÇÎROKÎ

Destana Dimdim li ser bûyereke dîrokî hatiye avakirin. Piştî ku ev bûyer wekî

destan û serhatiyeke menzûm ketî li ser zimanê dengbêj û beytbêjan, bi awayekî

rewanbêj û bi hûneren edebî ve xemilandî hatiye vegotin. Herwesa di bûyeran da jî

27
Îskender Bey Türkmen, b.n.b., r. 2/811.
22

hinek zêdekirin an jî kêmkirin çêbûne. Gelek tiştên bi rêka dîrokê negehiştî roja me

bi saya destana devkî em li ser hûrgiliyên wê agahdar dibin.

2. 2. 1. Cih û Dem

Di waryantên destanê da erdê kela Dimdim lê hatiye avakirin “Deşta Hozanê”

ye. Ev deşte wekî zozaneke bilind tête danasîn. Li vê deştê da ew girê ku Xanê

lepzêrîn xezîne û gencîne lê dîtî wekî “Girê Gencê” tête binavkirin. Kela Dimdim jî

li ser vî girî hatiye avakirin. Di destanê da behsê Şahê Îranê Şah Ebbas tête kirin ku

serokê hindî Îran û ‘Ecematê bû. Şah Ebbas di navbera salên 1588 û 1629ê
şehînşahiya Sefewiyan kiriye. Lewra ji destanê dema bûyerê jî eşkera dibît. Di

destanê da Xanê Lepzêrîn, heft salan gavanî, xulamî û hevaliya Şahî kiriye. Heft

salan Kela Dimdim ava kiriye û heft salan jî şerê Sefewiyan kiriye. Bi vî awayî behsê

serhatiya Xanî ya bîst û yek salan dike.

2. 2. 2. Kes û Leheng

Bûyera dîrokî ya Dimdim ji aliyê kesekî (Îskender Beg Turkman) dijminê

Xanê Lepzêrîn ve hatibû nivîsîn. Lewra kesên di vegotina dîrokî da derbas dibin ji

Kurdan bêhtir Sefewî ne. Di destana devkî da jî berevajî vê çendê navên Kurdan

zêdetir derbas dibe. Di destanê da navê gelek kesan derbas dibe. Di waryantên cûda

da navê Xanê Lepzêrîn bi gelek rengan hatiye gotin. Wekî Xanê Lepzêrîn, Xanê
Zêrîndest, Xanê Çengzêrîn, Xanê Kurda, Xanê Sor, Mîrxan û Xanemîr derbas dibît.

Gelek caran bi kurtî wekî Xano û Xan jî hatiye gotin. Di destanê da Xanê Lepzêrîn

eslê xwe ji eşîreta Goran e. Ji Deşta Hizarcotê jiber xwîndariyê derkeftiye û hatiye

cem Şah Ebbas. Wekî me jorî gotî Şerefxan jî vê çendê piştrast dike. Lêbelê Eşîreta

Goran ne Goranên bi zarava Goranî diaxivin in. Deşta Hizarcotê ber bajarê Akrê da

ye û Akrê navçeyeke Dihokê ye li Başûrê Kurdistanê. Ev Eşîreta Goran niha jî wê

derê dijîn û kurmanciyeke tevlî soranî diaxivin. Wesa diyar e binemala mîrên
23

Biradostî bi eslê xwe ji Eşîreta Goran in, demekî gelek kevin da hatine nav

Biradostiyan.

Lehengê dûyê destebirayê Xanê Lepzêrîn, Ebdal Begê Mukrî ye. Ew jî hinek

caran wekî Mukurî an jî Xanê Sor derbas dibe. Navê Şah Ebbas di destanê da derbas

dibe. Lêbelê jibo Şah Ebbas gelek caran bi kurtî Şah, Şahî an jî Şayî hatiye gotin. Di

destanê da lehengê xirabiyê Xelîfe ye. Xelîfe wekî wezîrê Şah Ebbasî xuya dike.

Xelîfe berdewam Şah Ebbasî derheqê Xanê Lepzêrîn da sor dike û nekamiya Xanî

cem Şahî dike. Heke em destana çîrokî digel bûyera dîrokî bidin ber hev hîngê em dê

bibinin kû ji Xelîfe meqsed Pîr Bûdaqê walîyê Tebrêzê ye. Çunkî ew gelek dijminê

Kurdan bû û bi dewamî Şah li hemberî Xanî sor dikir. Xelîfe Îlyasê di bûyera dîrokî

da derbas dibe roleke ber bi çav nîne. Malbata şahên Sefewî jiber ku neviyên Şêx

Sefiyeddînê Erdebîlî bûn di nava Qizilbaşan da wekî maleke teberûk û pîroz dihatin

qebûlkirin. Mala şahî hinek mirov wekî Xelîfe rêdikirin li nav tagir û alîgirên xwe,

da ku mezhebê xwe belav bikin. Xelîfe Îlyas jî yek ji wan bû.

Ji bilî kesên jorî navên wan derbasbûyî navên jinên malbata Xanî derbas dibin

û hemî wekî sitî (xanim) têne binavkirin. Navê dayika Xanî Le’lîxan e. Navê bûka wî

jî Xan Perî ye. Keça Şah Ebbas e û jina kurê Xanê Lepzêrîn yê mezin Ebdal Begê ye.

Mehmudkê Alekanî (hinek waryantan da Kakanî) sembola xaînî û bêbextiyê ye ku

serekaniya kelê nîşa Sefewiyan daye û bûye egera keftina Kela Dimdim. Lê Mehmûd

bi eslê xwe Biradostî ye û ji ocaxa Lîtanî ye. Di destanê da heft kurên Xanî hene

lêbelê tenê navê Ebdal Begê û Teterxanî derbas dibe. Ji bilî vane navên hinek

serheng û mêrçakên Xanê lepzêrîn wekî Qeroyê Bêdkarî û Kanînî derbas dibin.
24

2. 2. 3. Kurtiya Destanê

Navê Xanê Lepzêrîn yê rastîn Ûmer e. Ew xelkê Hizarcotê ye. Babê wî hêj

ew biçûk miribû, lewra semyanê wî dayika wî Le’lîxan bû. Rojekê xewnekê dibîne

ku roj û heyv pêkve têne mala wî da. Ew gelek dimîne li bin te’sîra xewna xwe da.

Diçe cem melayekî û te’bîra xewna xwe jê dipirse. Mela jê ra dibêje: “ tu dê

gencxaneyeke gelek mezin bibînî. Tu dê bikarî bi saya wê gencxanê heft salan şerê

dewletê bikey. Mişext, mêrkuj û mêrxas dê li dora te kom bibin. Navûdengê te dê

gelek belav bibe. Tu dê bimirî lêbelê navûdengê te dê li dinyayê belav bibe”. Paşî

Xanê Lepzêrîn li welatê xwe Hizarcotê xwîndar dibe. Lewra terka welatê xwe dike û

tête cem Şahê Ecem. Şahê Ecem di demekî kurt da bi mêrxasî, camêrî, aqildarî û

dilsoziya Xanê Lepzêrîn dihese. Lewra ew û Şah dibin dost û hevalên hevdû. Lê ev

çende di gavekê da pêk nahêt. Berê çend salekan gavaniya Şahî dike. Paşî hêdî hêdî

dostaniya wan pêşve diçe. Şah jiber camêrî û aqildariya wî gelek jê hez dike.

Rojekê Xanê Lepzêrîn destûra xwe ji Şahî dixwaze û diçe rav û nêçîrê. Di

nêçîrê da baran û gijlok dibare. Ji nava gijlokê da hesinekî qudretî dikeve ber wî. Ew

vî hesinî tîne û diçe cem ciqsiyekî. Ji ciqsî ra dibêje ku: “tu dê şûrekî ji vî hesinî

bijenî. Lêbelê berê tu jibo min li pêş çavên min sinceqekê bijene da ku tu hesinê min

neguherî. Paşî ez dê heqdestê te bi dilê te bidim”. Ciqsî jî li pêş çavên Xanî,

sinceqekê çêdike. Ev sinceq çawan pol darî qul bike wesa her hesinekî qul dike. Yanî
cewherekî wesa mukim bû. Paşî ciqsî şûrekî jibo Xanî dijene û Xan jî kavlanekî

bêserûber li ser şûrê xwe da dibe da ku kes pê nehese.

Rojek din Xanê Lepzêrîn û Şah bi hevra diçin nêçîrê. Di nêçîra xwe da rastî

bîşeke qamîşî tên ku têda şêr dijîn. Dema şêr pê dihese ku hinek kes nêzîkî bîşî dibin

niriyekê ber dide. Dema ewan dengê şêrî bihîstin tirsiyan. Şah dixwaze Xanî

biceribîne kanê mêrxasiya wî çawan e. Dibêje Xanê Lepzêrîn: “here wî şêrî bigire û
bo min bîne”. Xan jî hinek lewenan dibire, dasbir dike, serê wan tûj dike û li ser
25

zendika xwe dialîne. Şûr û xencerê xwe jî digire û diçe şêrî. Kurê wî Ebdal Beg ku

hîngê hêj zarok bû dide pey babê xwe. Dema Xan diçe nav bîşiyê, şêr êrîşî Xanî dike.

Xan jî destê xwe yê bi levenan ve pêçayî dide ber devê şêrî û destê din ve jî şêrî

digire. Lêbele şêr destê bi levenan ve hatî pêçan leq dide û zendika Xanî dikirîne.

Xan her wekî tiştek nebûyî kurê xwe Ebdal Begê li pişta şêrî siwar dike û tîne huzura

Şahî. Şah ji cesareta Xanî şaş dibe û hezkirina wî jibo Xanî zêdetir dibe. Şah, emir

dide Xanî ku şêrî bikuje. Xan jî şêrî dikuje. Paşî çavê Şahî destê Xanî yê pêçayî

dikeve. Jê dipirse: “destê te çi lê hatiye”? Xan dibêje “Şahê xweş bît. Çi nîne. Pîçek

birîn bûye”. Lêbelê yên derdorê dibêjin Şahî: “nexêr şêrî destê wî ji zendikê ra qet

kiriye”. Hîngê Şah emir dide ku destekî zêr bû Xanî bête çêkirin. Xudê Teala jî ruh

da destê wî yê zêrîn. Ji berê baştir çêbûye. Û ji hîngê wê ve wekî Xanê Lepzêrîn bi

nav û bang dibe.

Piştî hîngê Şah, Xanê Lepzêrîn dike şêwirmendê xwe û bêyî wî çi biryaran

nade. Xan jî wekî mirovekî têgehiştî û aqildar rêkê nîşa Şahî dide. Şah gelek ji Xanî

hez dike û qedrekî mezin didetê. Rojekê Şah û Xan herdu pêkve diçine Deşta Hozanê

rav û seyranê. Wê derê rastî şivanekî tên û li cem wî bêhna xwe didin. Şivan jî şîrê

miheke reş didoşe, dike kodekê û datîne li ber mêvanên xwe. Paşî jî diçe ber pezê

xwe. Wan jî şîrê xwe vexwar. Şah dibêje “Xano bo min bêhnekê bilûrê lêde da ez ber

dengê bilûrê ra binivim”. Xan jî bilûrê lêdixe û Şah dinive. Dema Şah nivist Xan,
bilûra xwe didane li ser koda tijî şîr. Di wê navberê de mêşek ji kepê (pozê) Şahî

derkeft di nava bilûra li ser koda şîrî da derbas bû û çû li nav keleka keviran da li ser

kevirekî rawesta. Paşî dîsa li ser wî kevirî rabû li nava bilûrê derbas bû û çû kepê

Şahî da. Şah bêhnişî û ji xewê hijyar bû. Xan şaş û heybetî ma. Şahî got “Xano min

xewnek ecêb dît”. Xanî got “Şahê xweş bît te çi xewin dît”. Şahî got “min xewna xwe

da didît ez li ser behreke spî di pireke kun (qul) da derbas bûm û çûme di nava
gencîneyekê (xezîneyekê) da ku gelek gelek zêr û zînet têda hebûn”. Dema Şahî eve
26

got Xanî di dilê xwe da got “ewa te xewnê da dîtî min bi çavên xwe dît”. Xanî hez kir

li ber Şahî berze bike û got “Şahê xweş bît hindî hun mirovên mezin û maqûl in her

hizrên malê xwe dikin. Lewra xewnên we jî li ser mal û xezînên dinyayê ne. Eve

xewnerojke çi te’bîr bo nîne”. Şah tênegehişt. Paşî herdu ji wê derê zivirîn da bêne

mala xwe. Di rêkê da Xanî hecetek girt û got “Şahê xweş bît min gustîra xwe bîr kir

ew erdê me şîr lê vexwarî. Heke izna te hebît ez dê biçim bînim û bêm”. Zivirî hate

erdê şîr lê vexwarî û çû ew kevirê mêş li ser rawestayî veda û hinek kaxezên ku

malîyeta wê gencînê tê da bû derxist, kire paxila xwe da, ew der jî nişan kir û hat
gehişte Şahî.

Xan çû mala xwe ma çaverê mêvanekî xwenda da ku ew kaxezên dîtî bo

bixwîne. Rojekê melayek dibe mêvanê Xanî. Xan jî ji mela dixwaze ku wan kaxezan

bo wî bixwîne. Dema mela li kaxezan dinêre meselê têdigehe û dibêje “ gencîne ye te

dîtî, lêbelê li min û te bi nîvî ye. Nexwe dê bibêjime Şahî”. Xan jî tirsiya ku ev melayê

çavbirçî vê meselê hemiyê jibo Şahî eşkera bike. Lewra hêdîka xwe nêzî mela kir û

paşî mela kuşt. Xan gencîneyeke mezin dîtiye lêbelê nizane kanê dê bi wê gencînê ve

çi bike. Şevekê Xewsê Bexdayê (Şêx Ebdulqadirê Geylanî) tête xewna Xanî û ji

Xanî ra dibêje “ez qasidê Xudê me. Xudê ev gencîne da te, da ku tu pê şerê Eceman

bikey”. Xan şaş dibe û nizane kanê dê çi bike. Behsê gencînê û xewnê bo dayika xwe

û malbata xwe dike. Ew jî dibêjin madem Xudê xezaya digel Eceman dixwaze divêt
em jî teqsîriyê nekin û berheviyên şerî bikin. Xan jî wê gencînê jibo mesrefa şerê

digel Eceman vediqetîne. Biryar didin ku berê dê keleke qaîm ava bikin û paşî dê li

nav Kurdistanê bigerin û çend kesên merxas û egîd hebin dê di kelê da kom bikin.
Zad û zexîre, çek û sîlahê bo şerî pêdivî jî dê kom bikin. Paşî jî dê şerê Ecemî bikin.

Dayika Xanî got “kurê min here cem Şahî û hindî çermê gayî erdî ji dera hun

çûye rav û seyranê jê bixwaze”. Xan jî çû dîwana Şahî û erdeki hindî çermê gayî jê
xwest. Şah çi me’nayê nade daxwaza Xanî. Her çend Xelîfe ji vê gotina Xanî kefte
27

şikê û gote Şahî “ev Xane dê me bixapîne” jî dîsa şah qanih bû û got “Xano ew erdê

me rav û seyran lê kirî hindî çermê gayî, min erd da te û here wê derê bo xwe

xaniyekî ava bike”. Keyfa Xanî xweş bû û bi lez çû Girê Gencê gayek ser jê kir û

çermê gayî heft rojan hêla avê da. Dema çerm baş nimiya, roja heştê qereçek anî

çermê avê da nimyayî divêl divêl rakir û li kuna derziyê ra derbas kir û kire

gulolkeke benî. Ew gulolka benî çend erdî digire hemî pîva û wekî cihê kelê diyar

kir. Paşî Xan çû cem Şahî û bo çêkirina kelê hinek hosta û berhosta jê xwestin. Şah jî

panzde pale bo rêkirin. Xan gelek aciz bû. Hate nik Şahî û got: “Şahê xweş bît ma ez

yê duhî û evroke me te panzde pale bo min şandî. Min hewceyî gelek palan heye”.

Şah jî pênsed pale bo çêkirina kelê jibo Xanî rêkirin. Xan jî bi van pênsed palan ve

xîmê kelê kola, binîşê kelê çêkir, ji serekaniyeke ji derveyî kelê bi rêka solînan av

kêşa kelê. Dema kele nîvî kirin û cihê avê dirist kirin û bin axê da veşartin da ku ev

pale cihê avê eşkera nekin serê hemiyan birî û kuştin. Tenê Mehmûdkê Alekanî sax

hêla. Paşî dîsa çû cem Şahî û got “ew palên te bo min şandî karê min nivîşkan hiştin

û hemî revîn çûn. Min pênsed paleyên dî lazim in”. Şah dîsa pênsed palan dide Xanî

ku kela xwe pê xilas bike. Xan jî bi wan pênsed palan ve kela xwe temam dike. Xan

jibo qayîm çêkirina kele, xwe ji çi mesrefê nade paş. Zêr û pereyan li palan belav

dike da kelê qaîm çêkin. Di çêkirina kelê da risas, mifriq, zêriç û pola têne bikaranîn
da ku kele xwe li ber topbaranê bigire.

Piştî ku Xanî Kela Dimdim temam kir jibo ceribandina saxlemiya kelê

destekî topan anî û top berdan dîwarên kelê. Sê şev û sê rojan berdewam topbaran kir

lêbelê çi kêmasî li kelê peyda nebûn. Xan êdî ji saxlemiya kela xwe piştrast dibe.

Xan izna xwe ji Şahî dixwaze û mala xwe tîne Kela Dimdim. Paşî Şah û Xelîfe jî

têne pêş Kela Dimdim. Dema vê kela hinde bi heybet û asê dibinin Xelîfe dîsa

nekamiya Xanî dike û dibêje şahî “ev Xane dê me bixapîne”. Xan ji kelê derdikeve û

pêşwaziya wan dike û dibe kelê. Şah jî wekî diyariya avakirina kelê keça xwe Xan
Perîyê dide kurê Xanî Ebdal Begê. Xan jî bi keyf û şahî daweta kurê xwe dike.
28

Dema Kela Dimdim temam bûyî û daweta kurê xwe kirî; Xanê Lepzêrîn li

nav gund û bajêrên Kurdan digere û kî derê mirovekî zîrek û mêrxas hebe tîne kelê.

Di heman demê da qut û xwarina heft salan jî li kelê amade dike. Nav û dengê Xanî

li nav Kurdan belav dibe. Xan Ebdalê Mukrî jî mirovekî feqîr bû. Dema bihîstî Xanê

Kurdan daweta kurê xwe kiriye, ew jî mendalekê (dergûşekê) çêdike û qesta Kela

Dimdimî dike da ku diyarî bide Xanî û da Xan jî şabaşekê bidete wî. Xanê Lepzêrîn

jî tebdîlî qiyafet kir û ji kelê derkeft. Berê xwe didetê ku zelamek ji wê ve têt û

mendalek li milî ve ye. Xanê Lepzêrîn gotê “te xêr e zelam”. Xanê Mukrî jî got “ min

mendalek çêkiriye dê bo Xanê Kurdan bibem. Belkî şabaşekê bidete min. Ez jî

zarokên xwe pê xweyî bikim”. Xanê Lepzêrîn dibêje “Xanê Kurdan mirovekî mûn e.

Hewceyî bi mendala te ya darîn nîne”. Xanê Mukrî dibêje “heke şabaş da baş e.

Heke neda jî ji k..ê kerê min ve. Min çi minet pê nîne”. Xanê Lepzêrîn got “tu dê

biwêrî li cem wî jî wiha bibêjî”. Xanê Mukrî got “dê cem wî jî wesa bibêjim. Ma dê

jê bitirsim”. Dema Xanê Lepzêrîn eve bihîst zivirî hate kelê û kincên xwe guhorîn.

Xulam hatin gotin “Xano yek dixwaze te bibine”. Wî jî got “bila bêt”. Xanê Mukrî

hate jûr û got “ezbenî ev e mendaleke darîn e min diyarî bo te anî da tu şabaşekê

bideye min”. Xanî got “ malxirab ez dê çi bi mendala te bikem. Here bibe min nevêt û

çi şabaşan jî nadem te”. Mukrî got “ heke şabaşê bidey baş e heke nedey jî mineta te

k..ê kerê min ve”. Xanê Lepzêrîn têgehişt ku eve mirovekî çê û mêrxas e. Ji kursiya

xwe hate xwarê û Xanê Mukrî hembêz kir û got “tu mirovekî baş î. Were ez û tu
bibine destebira. Here mala xwe jî bîne û werin di kelê bi cih bibin”. Herdu bûne
destebirayên hevdû.

Piştî ku Xanê Lepzêrîn hemî amadekariyên xwe qedandin dest bi şelandina

karwanên Şahî kir. Xelîfe bi lez çû cem Şahî û giliya Xanê Lepzêrîn kir û got “Şahê

xweş bît, ew Xanê Kurdan ewê te gelek mezin kirî bû dijminê me û çavê wî li doşeka

te ye. Bazirganên te şelandin”. Şahî got “nexêr Xan mirovekî emîn e. Vê digel min
naket”. Xelîfe got “Şahim eger tu ji min bawer nekey tancê xwe rêke bo Xanî û bibêjê
29

bila wî tancî ramûsîne û deyne li ser serê xwe”. Şahî jî qebûl kir. Tancê Şahî bo Xanê

Lepzêrîn rêkirin û gotinê Şahî gotiye bila ramûse û deyne ser serê xwe. Xanî eve

qebûl nekir û ser ra tancê wî şkand. Dema Şahî eve zanî, gotina Xelîfe qebûl kir û

emir da Xelîfe ku ordiyekê bibe û Kela Dimdim xirab bike û Xanê Lepzêrîn jî dîl

bigire û bîne. Xelîfe ordiyeke mezin amade kir û hat Kela Dimdimî dorpêç kir. Çend

top berdane kelê jî çi kêmasî nebirin kelê. Her şevekê Kurd ji kelê derkeftin û êrîş

înane ser ordiya Xelife. Ji bilî Xelîfe kesek ji wê ordiyê nehêla. Xelîfe jî revî û çû
cem Şahî. Got “ji bilî min kesek ji ordiya min nema”.

Şahî gote Xelîfe “ordiyekê rake here Kela Dimdim dîsa dorpêç bike û rezekî

jî bo min dane. Heke heta berê rezê min nehatî tu kele bistînî baş e. Heke rezê min

berê xwe da û te hêj kele nestandî hîngê ez dê ordiyeke gelek mezin ve bême wê

derê”. Xelîfe jî ordiya xwe rakir û Kela Dimdim dorpêç kir. Rezek jî dana. Sê salan

bê navber Kela Dimdim topbaran kirin lêbelê nekarîn kelê bistînin. Sala sêyê rezê

Şahî berê xwe da. Şahî got “madem sê sal derbas bûn û rezê min jî berê xwe da û hêj

Kela Dimdim nehatiye standin cabê bo hemî ecematê û Îranê rêkin bila hemî Xanên

Îranê leşkerê xwe kom bikin û bên”. Kaxez û name bo hemî aliyên Îranê hatin

belavkirin û Xanên Eceman bi leşkerên xwe ve hatin harî Şahî. Şah bi ordiya xwe ve

hat û Kela Dimdim dorpêç kir. Demildest dest bi topbarandineke xurt kirin. Paşê

tancê xwe rêkir bo Xanê Kurdan ku vî tancî qebûl bike û ramûse. Lêbelê Xanê
Kurdan got “ez Kurdîniyê be nav û bê namûs nakim, lewra tancê te qebûl nakim”.

Bi vî awayî dorpêça li ser Kela Dimdim çar salên din bi dijwarî dewam dike.

Di vê navnerê da xwarin û erzaqê kelê jî hêdî hêdî kêm dibe. Dema ku xwarin û

erzaq kêm bûn Xanê Kurdan xwest Eceman bixapîne. Dêlek li ber kelê dizê. Xanê

Kurdan bi şîrê dêlê maste firiyê çêdike û dide destê Qeroyê Bêdkarî, jibo Şahî rêdike.

Dema Şah firiyê taze dibîne dibêje. “eve heft sal e me Kela Dimdim dorpêç kirî
lêbelê Xanê Kurdan ji aliyê xwarin û vexwarinê ve bê minet e û jibo min firiyê terr
30

rêdike”. Hêdî hêdî li ser rakirina dorpêça kelê difikire. Paşî ji qasidê Xanê Kurdan

Qeroyê Bêdkarî pirsî kanê serekaniya ava Kela Dimdim kî derê ye. Qeroyê Bêdkarî

bê tirs gote Şahî “heke hun bixwazin dikarin min bikujin lêbelê ez serekaniyê nîşa we
nadem, xiyanetê li Xanê xwe nakim”. Şah jî jiber dilsoziya wî, wî xelat dike û rêdike.

Di vê navberê da Mehmûdkê Alekanî hizra xaîniyê dike û şevekê xwe ji Kela

Dimdim ber dide xwarê û tê li cem Şahê Ecem û dibêje “Şahim, Xanê Kurdan we

dixapîne. Di kelê da şîva şevê nemaye. Ew firiyê ter ji şîrê dêlê çêkiribûn. Ez

dixwazim serekaniya ava kelê nîşa we bidim”. Şah gelek pê memnûn dibe. Bi vî

awayî Mehmûdkê Alekanî serekaniya ava tête Kela Dimdim nîşa Eceman dide. Şahî

gote Medmûdkî “hemberî vê qenciyê tu çi ji me dixwazî”. Medmûd got “Şahê xweş

bît min bûka Xanê Lepzêrîn, jina Ebdal Begê Xan Perî divê”. Jiber ku Xan Parî keça

Şahî bû, Şah gelek aciz bû û emir da ku Mehmûdkê Alekanî serûser bikin devê topê

da û berdin bircên kelê. Wan jî qet teqsîrî nekirin û bi vî awayî Mehmûd gehişte heqê

xwe. Ecem rabûn se û hêştir li ser serekaniyê serjêkirin û paşî jî ava kelê birîn.
Sirîcxaneyên kelê tijî xwîn bûn û av jê hate birîn.

Xanê Kurdan sibê jibo nimêjê rabû çû sirîcan da destnimêjê wergire mêze kir

ku sirîcxane hemî bûye xwîn û av jî lê hatiye birîn. Dema ehlê kelê hemî rabûy ev

çende zanî halê wan gelek nexweş bû. Êdî bêhnmirar kefte kelê û zar û zêçan ji

têhnan da kirin nalenal. Hemî ji xaîniya Mehmûdkê Akekanî gelek aciz bûn. Xanê

Kurdan ji naçarî destên xwe ber esmanî vekirin û dua ji Xudê xwest da ku baranekê

bibarîne. Xudê Teala ji banê bilind dil bi wan sot û her çend demê baranan jî nebû

lêbelê baraneke xurt rêkir. Piştî barîna baranê şahyane kefte nav ehlê kelê. Moral û

motîvasyona şervanên Kurd bilind bû. Hîngê Xanê Lepzêrîn hizir kir ku nameyan bo

mîrên Kurdan rêke da ku hewara Kela Dimdim bên. Jibo her mîrekî Kurdan name

nivîsîn û rêkirin ku bêne hewara Xanê Kurdan. Piştî demek çûyî çi cewab ji mîrên
Kurdan nehatin û kes hewara Kela Dimdim nehat. Dema hewar jibo Xanê Kurdan
31

nehatî dayka wî gotê: “hewara te îlla batinî û minasibên Xudê ne. Duayê bike da ew

bêne hewara te”. Xanê Kurdan jî dua ji Xudê xwest kû ewliya û batinî bêne hewara

wî. Xudê duaya wî qebiland û komeke batiniyan di sûretê teyran da dadan li ser
bircên Kela Dimdim û hatin harî Xanê Kurdan.

Piştî ku ava baranê jî hêdî hêdî kêm bûy derfetên berxwedana kelê jî kêm bû.

Hîngê dayka Xanê Kurdan hate cem kûre xwe û gotê “kurê min destê xwe bide şûrê

xwe û tu û leşkerê xwe dakevin meydanê. Bi mêranî şerê xwe bike da nav û dengê

mêraniya te li dinyayê belav bibe”. Xanê Kurdan jî leşkerê xwe bo êrîşa dawiyê

amade kir. Paşî got: “eybeke me heye”. Ehlê kelê got: “Xano eyba me çi ye”? Wî got

“eyba me sitî ne (xanim in). Piştî ku em bêne kuştin ew dê bo kê bin”. Sitiyan

hemiyan pêkve gotin “piştî we me maldarî heram bît”. Hinek jinên kelê jibo ku bi

saxî nekevin di destê Eceman jehr vexwarin û xwe kuştin. Hinekan jî mendal û

dergûşên xwe bi xwe ve girêdan û xwe ji bircên kelê berdane xwarê. Ev fîdakariya

jinan cerg û dilê Xanê Kurdan sot. Lêbelê bûka Xanî, Xan Periyê xwe nekuşt û got

“hemlê min hemlê kuran e. Kurê min dê heyfa babê xwe hilîne. Lew ez xwe

nakujim”. Xanê Kurdan jî ew destûr da ku piştî şerî biçe mala babê xwe. Di vê

navberê da Xanê Mukrî jina xwe û kurê xwe li ser pişta hespî siwar kir û anî eywana

kelê. Dema çavê Xanê Lepzêrîn vê çendê keftî gote Xanê Mukrî “we diyar e dema
bû şer tu dê birevî”. Mukrî gelek aciz bû û jina xwe û kurê xwe demildest kuştin.

Paşî Xanê Kurdan emir da ku çend zêr û zînetê kelê bihelînin û bikin şûr û

alatên şerî. Û her wesa herkes şûrên xwe seqa bidin û karê xwe bikin. Leşkerê xwe

hemî ber dergehê kelê kom kir û pilana xwe jê ra got. Got “em dê bi rengê

teslîmbûnê derkevin. Paşî dê li nav xîvetên Eceman belav bîn. Ez dê biçim bin xîveta

Şahî, Xanê Mukrî jî dê biçît li bin xîveta Xelîfe. Dema min şer helêxist hun jî dest bi

şerî bikin. Heta dengê şûrê min nehêt kes dest bi şerî neke”. Bi vî awayî ji kelê
derkeftin. Dema Eceman dît ku Kurd ji kelê derkeftin gotin hevdû bes topan bavêjin
32

kelê. Kurdan şêrê me pêçênabe vaye teslîm dibin. Xanê Lepzêrîn qesta xîveta Şahî û
Xanê Mukrî qesta xîveta Xelîfe kir. Berê Xanê Mukrî gehişte xîveta Xelîfe.

Dema Mukrî çû xîveta Xelîfe, Xelîfe xêrhatin lê kir û cihê rûniştinê nîşê da.

Mukrî jî rûnişt û gote Xelîfe “min bihîstiye ku te şûrekî gelek baş heye”. Xelîfe jî got

her çawan be bi xwe Xanê Mukrî esîrê min hisab e. Lewra çû ew şûrê xwe yê gelek

baş anî da destê Xanê Mukrî. Xanê Mukrî jî ji vê xişîmiya Xelîfe gelek memnûn bû û

Xelîfe û yên di wê xîvetê da hemî kuştin. Dema Xelîfe hatiye kuştin şerî dest pê kir.

Xanê Lepzêrîn ji vê çendê gelek aciz bû. Gote Xanê Mukrî “te bo çi bêyî ku ez şerî

dest pê bikim şer kir. Sê xîvet mabûn ez da bigehime xîveta Şahî”. Xanê Mukrî jî got

“xwe ez golikê babê te nînim. Eve heft sale te ez Kela Dimdimî vebestî. Min nekarî

xwe û min şer dest pê kir”. Kurdan û Eceman dest bi şerekî dijwar kirin. Lêbelê

leşkerê Eceman gelek zêde bû. Kurdan şerekî gelek bi mêranî kirin û zora Eceman
birin.

Di vê oxilma şerî da Ebdal Begê kurê Xanê Lepzêrîn ji bîr kiribû ku şûrê xwe

ji kavlanî derxe. Hema bi kavlan ve şûrê xwe dadiweşande Eceman û ber ra jî digot

“ne’let babê hostayî şûrê min baş seqa nedaye. Lew hesp û zîn û xudanî nabire”.

Dema Xanê Lepzêrîn ev çende dîtî gote kurê xwe “kurê min şûrê xwe ji kavlanî

derxe hîngê dê hesp û zîn û xudanî bibire”. Paşî Ebdal Beg bi halê xwe hesiya û şûrê

xwe ji kavlanî derxist. Herdû alî li nav hev keftin û xwîn wekî lehiyê herikî. Eceman

tîrek Ebdal Begê kurê Xanê Lepzêrîn dan û ew kuştin. Kuştina kurê wî cerg û dilê

Xanê Kurdan sot. Wî û Xanê Mukrî milên xwe dane hev û li nav Eceman keftin.

Batinî û ewliya jî hatin harî Kurdan. Ecem gelek tirsiyan çunkî serên wan bi aliyê

kesên ne diyar ve (batinî û ewliyan ve) dihate jêkirin. Rev kefte nav leşkerê Eceman.

Dema Şahê Ecem jî ev çende dîtî reviya. Di rêka revê da rastî hinek topçiyan hat.

Gote topçiyan “têz û barûtê li deştê reşînin û biteqînin. Nexwe batinî dê me


bibirînin”. Topçiyan têz û barût li deştê werkirin û agir berdanê. Meydana şerî bi
33

carekê wekî topeke agirî lê hat û terr û hişk hemî têkda qeliyan. Bi vî awayî leşkerê li
meydanê Kurd û Ecem hemî mirin.

Piştî toz û dûmana li ser deştê vebûy leşkerê Eceman yên sax mayî kom bûn.

Hez kirin biçin li nava Kela Dimdim bigerin da bizanin kanê eve keleyek çawan bû

hinde salan xwe li ber êrîşan girtî. Dayka Xanê Lepzêrîn dema dît ku şer xelas bû,

Kurd hemî hatine kuştin, çû hindav birca tijî têz û barûta kelê tê da. Dema leşkerê

Eceman hemî hatin kelê da poleke agirî berda di wê bircê da. Têz û barûd hemî
teqiya û Kela Dimdim hemî li ser serê Ecemên hatî kelê da wer bû û hemî mirin.
34

3. TEMAYÊN DESTANA KELA DIMDIM


Destana Kela Dimdim û Xanê Lepzêrîn destaneke netewî ye û qala mêrxasî û

qehremaniyê dike. Di vê destanê da serpêhatiya Kurdên Biradostî yên berevaniya

serxwebûna mîrgeha xwe û berevaniya xaka xwe li hemberî Dewleta Sefewî dikirin

tête kirin. Di vê bizava berevaniya hebûna xwe ya netewî da em rastî gelek hêmanên

netewperweriya Kurdî û hemasetê tên. Lewra di destanê da temaya serekî hest û

hîsên netewî ne. Tiştê ku Kurdan ji yên din cûda dike yên wekî netew û ayîn

(mezheb) di destanê da derdikevin pêş. Kurd di bin serkêşiya Xanê Lepzêrîn de xwe

jibo şerekî dijwar amade dikin. Jibo vê çendê jî keleyeke gelek asê û saxlem ava

dikin û her pêdiviyeke jibo şerekî domdirêj wekî çek û teqemenî, xwarin û vexwarin,

şervan û leşker kom dikin. Di dema amadekariyan da hindî ji wan têt dijminên xwe

bi vê çendê nahesînin. Piştî qedandina amadekariyan dest bi şerekî dijwar û domdirêj

dikin. Dema şerî da her cûre cesaret, fedakarî û mêrxasiyê nişan didin. Jinên Kurd

jibo kû bi saxî nekevin di destê dijminan da xwe dikujin. Serpêhatiya têkoşîn û

bizava Kurdên berxwedêr û têkçûna bizava wan karîgeriyeke gelek mezin li ser

civaka Kurd hêlaye. Lewra ev bûyer wekî destaneke netewî ji aliyê hozan û

dengbêjên Kurd ve wekî destaneke menzûm hatiye çêkirin. Temaya destanê ya giştî

qehremaniya berxwedana Kurdên Biradostî ya li hemberî Dewleta Sefewiyan e.

Lêbelê em dikarin gelek temayên cûda cûda ji vê destanê derxin.

3. 1. KURDÎNÎ Û WELATPARÊZÎ

Destana Kela Dimdim û Xanê Lepzêrîn girîngtirîn destana netewî ya Kurdan

e. Kurdînî û welatparêzî di destanê da cihekî girîng digirin. Di destanê da Xanê

Lepzêrîn wekî “Xanê Kurdan, Mîrê Kurmanciyê û Kurdistanê” tête binavkirin. Di

destpêka destanê da wesa tête ragehandin ku “Xan dê bît Mîrê Kurmanciyê”. Hemî

tevger û bizavên Xanê Lepzêrîn li vê çarçovê dizivirin. Jibo pêkhatina vê daxwazê


gencîneya hatî dîtin tête serf kirin. Hêj di dema avakirina Kela Dimdimî da armanca
35

avakirinê tête diyarkirin. Di bendên avakirina kelê da mebesta avakirina kelê wiha

tête gotin:

“Pênsed mirc in pênsed tevir

Toz ber esmanan bû ‘evir

Dê têkel bin Kurd û gewir

Pênsed mirc in pênsed lihaz

Ser Dimdimî bû gazegaz

Dê têkel bin Kurd û beraz

Pênsed mirc in pênsed mahol

Ser Dimdimî bû golegol

Dê têkel bin Kurd û Moxol

Pênsed mirc in pênsed bêrik

Ser Dimdimî bû nirkenirk

Dê têkel bin Kurmanc û Tirk

Pênsed mirc in pênsed kuling

Ser Dimdimî bû ringering


Dê têkel bin şêr û piling”

Herwekî ji van bendan diyar dibe Kurd dê digel kesên ku wekî gewir (gawir),

Moxol û Tirk têne nasandin şerekî bikin. Em têdigehin ku hêj di serî da Xanê

Lepzêrîn berheviya şerekî giran dike. Wekî tête zanîn her çend Dewleta Sefewî wekî

dewletek e Îranî bête zanîn jî Sefewî dewleteke Tirk bû. Hêzên Kela Dimdim dorpêç
kirî hemî ji ‘eşîret û hozên Tirkan yên Qizilbaş pêk dihat.
36

Bi avabûna Kela Dimdimî ve Kurd şa bûne lêbelê rêveberên Dewleta Sefewî


bi vê çendê gelek aciz bûne. Di destanê da ev çende wiha tête gotin:

“Gava Dimdim xilas bûye

Xwelî serê Şahê Ûrmiyê

Heft salan sere xwe girêdet poşya nîhariyê

Xanek rabû j’Kirmanciyê”

Herwekî ji vê bendê xuya dibe avakirina bingehekî xurt jibo berevanî û êrîşan

xof û tirs êxistiye dilê Sefewiyan. Jiber vê çendê Xelîfe diçe cem Şahî xeteriya
Kurdan û Xanê Lepzêrîn jibo dewletê vedibêje. Xelîfe di van vegotininên xwe da

gazinan ji Şahî dike û dibêje: “çi Xan e te li Kurdistanê rakirî. De’wa wî doşeka te

(textê te) ye. Dijminê dînê me ye”. Mirov têdigehe ku serdestiya Xanê Lepzêrîn wekî

metirsiyek mezin e. Çunkî Xanê Kurdan doza textê Şahî dike û dijminahiya dînê

(mezhebê) wan dike. Di vê derê da aîdiyeta etnîkî û dînî wekî du jêderên cudaker
derdikevin pêşiya me. Jiber van aîdiyetan Kurdan doza serxwebûna xwe dikirin.

Dema Xelîfe, Kela Dimdimî dorpêç dike dibêje Xanê Lepzêrîn: “Xanê re’yetê

(bê desthelatdar û jêrdest), tancê dewletê (desthelatdariya dewletê) qebûl bike”.

Sefewî dixwazin desthelatdariya Xanê Kurdan ji meydanê rakin û wan bikin

bindestên xwe. Xanê Lepzêrîn jibo bênavnekirina Kurmanciyê (Kurdîniyê) evî tancî
qebûl nake. Tanc sembola şehînşahî û desthelatdariyê ye. Qebûlnekirina tancî ve
Xan, desthelatdariya Sefewiyan red dike.

Dema Şahê Îranê hêzên xwe amade dike hemî xanên ‘Ecematê (Îranê) gazî

dike. Di destanê da navên gelek ji van xanan derbas dibe. Dema ev xane hemî tên jî

her yek di berê xwe ve dijminiya xwe li hemberî Kurdan û Xanê Lepzêrîn diyar dike.

Li hemberî vê çendê Xanê Lepzêrîn gazî û hewara xwe jibo mîrên Kurdan wekî mîrê
Bahdînan, Hekarê, Serhedê, Botan û hwd. dibe. Ji bilî Kurdan harîkariyê ji Paşayê
37

Romê (Osmaniyan) dixwaze. Lêbelê çi harîkarî jibo Xanê Kurdan nahêt. Ji vê çendê

diyar dibe ku Xanê Kurdan tifaqiya Kurdan dixwaze û jibo pêkhatina vê çendê jî

nameyan jê ra dişine. Jibo xuyakirina aliyan eve tiştekî girîng e. Dema ku nehatina

harîkariya mîrên Kurdan diyar dibe Xanê Lepzêrîn gelek aciz dibe û dibêje: “çima
nahên şerê Kurdistanê”.

Dema dorpêç li ser Xanê Lepzêrîn stûr bûyî û çi hewar jibo nehatî, ew
tenezzulî teslîmbûn û serşoriyê nake. Dayîka wî jê ra dibêje:

“Herê Xano berxê dayê


Dest bide şîrî here xezayê

Bike tarîx li dinyayê”

Li ser van gotinan Xanê Lepzêrîn heta dawiyê biryara berxwedanê dide. Ji

van gotinan xuya dibe ku Xanê Lepzêrîn naxwaze Kurdan û Kurdîniyê lekedar bike.

Jibo ku têkoşîn û bizava wî di dîrokê da jibo Kurdan nav û namûseke mezin çêke

dixebite. Em dikarîn vê helwestê wekî helwesteke netewî binirxînin.

3. 2. DILSOZÎ Û XIYANET

Di hemî destanên mêrxasî û qehremaniyê da du alî hene. Aliyek qenciyê û

aliyek jî xirabiyê temsil dike. Lehengên qenc û baş berdewamî li ser esasên exlaqî û

camêriyê bizavê dikin. Li hemberî wan, kesên ne girêdayî pîvanên exlaqê hene. Ev

herdu tîpolojî şerê hevdû dikin. Di Destana Kela Dimdim da jî ev herdu alî hene û bi

xwe destan qala hevrikiya wan dike.

Xanê Lepzêrîn hemberî hevalên xwe gelek dilsoz e. Vê dilsoziyê em di

malbat û hevalên Xanê Lepzêrîn da jî dibinin. Dema Sefewiyan dorpêça li ser Kela

Dimdimî stûr kirî Ebdal begê kurê Xanê Lepzêrîn dibêje babê xwe: “ma tu mêr î,
xelk her jin in. Pênsed xîvet xema min in”. Di vê gotinê da kurê Xanî dilsoziya xwe
38

jibo babê xwe diyar dike. Dîsa dema Xanê Lepzêrîn, Qeroyê Bêdkarî wekî qasid jibo

Şahî şandî; Şah dixwaze ku Qero serekaniya avê jibo wan bibêje. Lêbelê Qero wiha
bersiva Şahî dide:

“Hun çi nihe min d’kujin

An min d’kujin danê evarî

Min kerker b’ken ber xizarî

Min bavêjne ber mişarî

Nabim qatilê çend hizarî"

Wekî ji bersiva Qero diyar dibe ew gelek dilsoz û girêdayî milletê xwe ye. Ji

teklîfa xiyanetê jî aciz dibe û dibêje heke hun min bikujin an jî îşkence bikin dîsa ez

bêbextî û xiyanetê kesên li kelê nakim. Li hemberî vê helwesta Qeroyê Bêdkarî,

Mehmûdkê Alekanî xiyanetê li Kurdên kelê dike. Mehmûd di destanê da sembola

xiyanetê ye. Kela Dimdim jiber xiyaneta wî dikeve destê Sefewiyan. Lewra ku ew

cihê serekaniya kelê nîşa Sefewiyan dide û Sefewî jî avê li ser kelê dibirin. Kurdên

kelê jiber bêaviyê gelek tengav dibin. Mehmûd cezayê xiyaneta xwe di destanê da

werdigire. Çunkî doza bûka Xanî, keça Şahî dike û Şah jî ji vê çendê aciz dibe. Şah

dibêje Mehmûd: “ew weca (feydê) te ji Xanê Kurdan girtî dê ji min jî bigirî”. Yanî tu

kêrî Xanê xwe nehatî dê çawan kêrî min bêy. Mehmûdî serûser dikin devê topê da û

berdidin bircên kelê. Li hemberî bêbextiya Mehmûd, hevalên Xanê Lepzêrîn gelek

şaş dibin û dibêjin: “Xano, me rû nema li cîhanê. Çawan xulam baxwoyê xwe jiber
xwe bidet kuştinê”.

Xanê Lepzêrîn gelek girêdayî hevalên xwe bû. Dema jibo şerê dawiyê

dixwazin ji kelê derkevin Xanê Lepzêrîn dibêje çend qursên zêr û zînetan li kelê

hebin hemiyan bînin bihelînin û bikin şûr û aletên herbê. Vî karî wekî “kerimandina

lawikan” bi nav dike. Mela û feqeyên di Kela Dimdimî da amade, xwe ji şerê man û
39

nemanê nadin paş, dilsoziya xwe li hemberî ehlê kelê xuya dikin û dibêjin: “ ser gorî
Xanê Kurdan e. Nê evro roja mêran e”.

Di destanê da numûneya dilsoziyê ya herî mezin dilsoziya jinên (sitiyên) kelê

ye. Wextê têkçûna Kurdan êdî xuya dibe ew teslîmbûna bi Sefewiyan red dikin.

Dewsa teslîmbûnê ew biryara xwekuştinê didin. Di destanê da tabloyên herî dilsoj û

diltezîng di dema taswîrkirina helwesta sitiyan da derdikeve pêş. Sitî dibêjin: “paş

xanan maldarî nabît”. Hinek bi vexwarina jahrê hinek jî mendalên (dergûşên) xwe bi
xwe ve girêdidin û xwe ji birc û dîwarên kelê da berdidin xwarê.

Di navbera Xanê Lepzêrîn û Xanê Mukrî da dilsoziyeke gelek balkêş heye.

Herdu di heman demê da destebirayên hevdu ne. Ji hevdu ra ehd û Peyman didin ku

piştî hevdu dinyadariyê nekin. Dema jinên kelê xwe dikujin Xanê Mukrî jina xwe û

kurê xwe yê biçûk li hespekî siwar dike tîne eywana kela Dimdim. Dema Xanê

Lepzêrîn vê çendê dibine jê ra dibêje: “wesa diyar e dema bibe şer tu dê birevî”.

Xanê Mukrî li hemberî van gotinan aciz dibe, şûrê xwe dikêşe jina xwe û kurê xwe
dikuje û dibêje: “min heram bin mal û jin e. Dê xwe digel te bidim kuştinê”.

Dema koma leşkerê Dimdim ji kelê têne xwarê Xanê Lepzêrîn dike gazî û

dibêje: “her kî nexwaze tevlî şerî bibe bila ji kelê dernekeve”. Li hemberî vê gotinê

leşkerê Xanê Kurdan pêkve dikin qêrî û dibêjin: “Xano ma em golikên babê te bûn?
Eve heft sal e em benda vê rojê ne. Çawan tu vê teklîfê li me dikey”? Bi vî awayî

dilsoziya xwe jibo Xanê xwe eşkera dikin. Di gelek cihên destanê da dilsoziya

leşkerê Xanî xuya dibe. Wextê ji kelê derdikevin Xan dibêje leşkerê xwe: “li nav

xîvetên Sefewiyan belav bibin. Serê sibê bi dengê min rabin û jibo xezayê canfîda

bin”. Di dema şerî da jî Xanê Lepzêrîn dilsoziya xwe jibo leşkerê xwe xuya dike.
Dema şivanek di şerî da gelek bi mêrxasî şer dike Xan jê ra dibêje:

“Hey şivane hey şivane


40

Ez bim qurbana destane

Nizanim carek dî ez nebim xane

Dê te Ûrmiyê keme sultane

Deme te dewr û meaşane”

Bi vî awayî şivanê mêrxas taltîf dike. Numûneyeke herî balkêş jibo dilsoziyê,

dayika Xanê Lepzêrîn Le’lîxan e. Dema Xanê Lepzêrîn tête kuştin û Kela Dimdim

dikeve di destê Sefewiyan da wiha dibêje: “ hey Dimdim! Bila xwelî li serê te be.

Piştî Xanan bo kesê nebe”. Paşî pola agirî berdide li nava têz û barûtê û Kelê

heldiweşîne, nahêle piştî Xanan kele bo Sefewiyan bimîne.

3. 3. DÎN Û BAWERÎ

Di Destana kela Dimdim da du diyardeyên serekî hene: Kurd û Kurdînî; dîn û

mezheb. Ev herdu diyarde du hêmanên serekî ne yên aîdiyeta Kurdan nîşa me didin.

Dema em li destanê dinêrin serdestiya van herdu diyardeyan baş dibînin. Di destanê

da Xanê Lepzêrîn wekî ewliyayekî tête nasandin. Dema destê wî tête birîn, Şah

destekî zêrîn çêdike. Xanê Lepzêrîn duayê dike û ruh dikeve destê wî yê zêrîn. Destê

wî ji berê çêtir dibe. Di taswîrên geryana Xanî û Şahî dema diçin cem şivanekî

rûdinin û Şah di xewnê da, Xan jî bi hişyarî gencînê dibine gelek temayên dînî têne

bikaranîn. Ji aliyê hêzeke îlahî ve cihê gencînê jibo Xanê Lepzêrîn tête diyarkirin.
Piştî Xanê Lepzêrîn gencînê derdixe nizane kanê dê wê gencînê çawan serf bike.

Dîsa ji aliyê hêza îlahî ve çawan karanîna gencînê jibo Xanî tête gotin. Xan di xewna

xwe da Şêx Ebdulqadirê Geylanî dibine û Geylanî jê ra dibêje: “tancê ‘Eceman

(desthelatdariya Sefewiyan) kêrî te nayê. Divêt tu karê xwe bikey û li hemberî wan

xezayê bikey”. Dema Xan ji xewê radibe vê xewnê wekî îşareteke îlahî dihesibîne û

biryara şerî dide.


41

Di destanê da şerê Kurdan yê li hemberî Sefewiyan wekî “Xeza” tête

binavkirin. Di gelek bendan da jibo Sefewiyan “gewir, kafir, kûffar” tête bikaranîn.

Birastî Sefewî Musliman bûn û mezhebê wan Şi’î bû. Lêbelê cudahiya mezhebi wekî

diyardeyekî pêknekirina Kurd û ‘Eceman derdikeve pêş. Ev cudahî hinek caran hind

xurt dibe ku di beytê da ‘Ecem wekî “dijminê dînê Pêximberî” têne nasandin. Dema

Xanê Mukrî diçe di bin xîveta Xelîfe, teklîfa şehdeanînê jê ra dike. Wesa xuya dike

ku Xelîfe wekî Musliman nabîne. Herwesa Xelîfe jî dema nekamiya Xanê Lepzêrîn li

cem Şahî dike, Xanî wekî dijminê dînê Şahî gunehbar dike. Dema ji Xanî tête
xwestin ku tancê Şahî qebûl bike Xan dibêje:

“Wey kafiro bê usûl e

Xweş nahêt Xudê w Resûle

Tancê te nakem qebûle”

Di vê derê da Xanê Lepzêrîn bi egerên dînî ve serdestî û desthelatdariya

Sefewî red dike. Di destanê da dema derkeftina Xanê Kurdan û leşkerê wî ji kelê

wiha tête taswîrkirin: “cewşenek zêrîn li ber e û hezar hezar selawatan didin ruha
Hz. Muhemmed (s.x.l)”.

Di destanê da mirov têdigehe ku Kurdên di kelê da wekî dîndar xuya dikin.

Çunkî mela û feqî di kelê da hene û karên ayînî pêk tînin. Dema Xan dibêje “hemî
şolên me bi kitêb in” meqsed jê ew e ku di revebirin û karûbarên navxweyî da pêgirî

bi pîvanên Îslamê tête kirin. Xanê Lepzêrîn dema dixwaze destnivêja nivêja sibê

bigire pêdihese ku av li ser kelê hatiye birîn. Em têdigehin ku Xan û leşkerê xwe

nivêjker û dîndar bûn. Wê demê gelek tengav dibin û dest bi duayan dikin. Di duayên

jibo barîna baranê têne kirin da, aliyê Xanê Lepzêrîn yê ku wekî ewliyayekî tête

taswîrkirin derdikeve pêş. Piştî duaya Xanî, her çend demsala baranan nebejî ku di

destanê da di navbera Tîrmeh û Tebaxê da ev bûyere diqewime, daxwaza Xanî ji


42

aliyê Xudê ve hatiye qebûlkirin û baranek xurt hatiye. Di bendên qala vê çendê dikin
da dema Xan lavahiya Xudê dike jibo baranê taswîrên gelek xurt hene.

Wekî me li jorê behskirî di destanê da Xanê Lepzêrîn wekî ewliyayekî û

kesekê pîroz tête nişandan. Gelek keramet li ser destê wî eşkera dibin. Dema dixwaze

nameyan jibo mîrên Kurdan bişîne, nameyan diavêje li ber bayê rehmê û ew ba van

nameyan digehîne mîran. Dîsa dema hêza Kurdan gelek kêm dibe dayika wî jê ra

dibêje. “kes hewara te nahêt îlla “batinî (ewliya)” bêne hewara te”. Ew jî duayê dike

û ewliya û batinîyên Kurdistanê bi rengê kotiran (kevokan) difirin, tên, xwe didanin

li ser bircên kelê. Xanê Lepzêrîn bi hatina batiniyan ve gelek keyfxweş dibe. Ev

batinî wekî hêzeke xurt morala Kurdan bilind dikin. Di dema şerî da Sefewî van

batiniyan nabînin. Lêbelê pêdihesin ku hêzên nediyar hatine harîkariya Xanê

Lepzêrîn. Lewra batiniyan serê Sefewiyan difirand û wan kes nedidît. Ev çende
destanê da wiha tête gotin:

“Binêrin koma xanane

Dengê selawatan esmane

Şerê xazî batinyan e

Ser d’firin qalib cih mane”

Xof û tirs kefte dilê Sefewiyan. Dema Şahê ‘Ecem vê çendê dihese emir dide

topçiyan ku barûtê li deştê werînin û biteqînin. Çunkî bi ya Şahî batinî hatine

harîkariya Kurdan û hemberên batiniyan li nav Sefewiyan nînin.

3. 4. JIN

Di destanê de bi giştî jinê û taybetî jî dayika Xanê Lepzêrîn Le’lîxanê roleke

berbiçav heye. Dayika Xanî wesa diyar e ku jineke gelek aqil û têgehiştî ye. Her
gaveke Xan tengav dibe û nizane kanê çi biryarê bide, pena xwe dibe ber dayika
43

xwe, pirsa xwe ji dayika xwe dike û bi dayika xwe dişêwire. Dayika wî wekî rêber û

murşîdekî rê nîşa kurê xwe dide. Ev çende di gelek bendên destanê da ber çavên me

dikeve. Cara pêşiyê dayika wî ji kurê xwe ra dibêje: “me xulamî nevêt. Here cem

Şahî û hindî çermê gayî erdî jê bixwaze”. Xanê Lepzêrîn jî li ser vê gotina dayika

xwe diçe cem Şahî û hindî çermê gayî erdî jê dixwaze. Di her tengaviyê da Xanê

Lepzêrîn xwe diavêje hembêza dayika xwe. Dema ava kelê tête birin û Kurd bê çare

dimînin Xan têt cem dayika xwe û êş û xema dilê xwe jê ra dibêje. Dixwaze ku

dayika wî ray û tedbîrekê nîşa kurê xwe bide. Dîsa dema Xan hewarê ji mîrên

Kurdan dixwaze û çi hewar jibo nahêt, xwe dispêre hembêza dayika xwe û dibêje:

“dayê! teybîr û rayekê li me bike. Kes bi hewara me nahêt”. Hîngê dayika wî jê ra

dibêje:

“Herê dawo kaxez şîn in

Çi gir û nîşan tê nînin

Hewara te batinî nin”

Wekî diyar dayika wî ji kurê xwe ra dibêje êdî hewara te Xudê ye. Xan jî

duayê dike ewliya têne hewara Xanê Lepzêrîn. Di dijwariya şerî û dorpêça kelê da

dema Xanê Lepzêrîn tengav dibe û hêdî hêdî hêviya xwe wenda dike dayika wî

moralê dide kurê û hêviya wî xurt dike. Dema çi rê jî neminin mêrxasî û

qehremaniyê salixî kurê xwe dike. Wextê Xanê Lepzêrîn jibo şerê man û nemanê
karê xwe dike û dixwaze ji kelê derkeve dayika wî jê ra dibêje:

“Xano kurê dêleşêrê

Dest b’de şîrî here gêrê

Xudê berxê nêr da bo kêrê”

Xanê Lepzêrîn hemberî vê gotinê dibêje:


44

“Nehavêje hişketane

Dê dest avêjim çekane

Tine dê b’çime meydane”

Dayika Xanê Lepzêrîn dîsa kurê xwe şîret dike û jê ra dibêje:

“Hey Xano kurê Momê

Bes bikêşe evê domê

Dest b’de şîrî here komê

Heke newêrî ez wê çûmê

Da nav biçît Erzerome

Hey Xano sere hîviyê

Tu nekêşe rezîliyê

Dest b’de şîrî here zeviyê

Heke newêrî b’de sitiyê

Da nav biçît Kurmanciyê

Hey Xano sere dewletê

Tu nekêşe rezalete
Dest b’de şîrî here dawetê

Heke newêrî bide metê

Da nav biçît nav hukmetê

Tu Xanî Xanê Kurdan î

Melevanê bin behran î


Delîletêd şolan d’zanî
45

Herê Xano berxê dayê

Dest b’de şîrî here xezayê

Bike tarîx li dinyayê”

Bi vî awayî em têdigehin ku dayika Xanê Lepzêrîn jineke gelek zana û

aqilmend e. Çunkî ew dizane ku berxwedana kurê wê dê bikeve li ser zar û zimanê

milletekî û ev mêrxasî heta heta dê bête vegotin. Lewra giringiya bûyerê li kurê xwe

dihesîne û jê dixweze ku bê tirs bila şerê xwe û berevaniya xwe bike. Ev gotinên

Le’lîxanê motîvasyona Xanê Lepzêrîn gelek bilind dike.

Ev helwesta Le’lîxanê ya xweragir em li jinên din jî dibinin. Dema êdî diyar

dibe ku kele dê bikeve Xanê Lepzêrîn jinan hemiyan kom dike û ji wan ra dibêje:

“min hun hemî destûr dane. Hun êdî dikarin teslîm bibin”. Lê hemberî vê çendê jin di

serkêşiya jina Xanî da kom dibin û biryarê distînin ku bi çi awayî ew xwe teslîmî

Sefewiyan nakin. Ji bilî bûka Xanê Lepzêrîn, Xan Perî hemî xwe dikujin. Bûka Xanî

ducanî ye û dibêje: “hemlê min yê kuran e. Kur dê heyfa baban hilînin”. Lewra Xan

jî ruxsetê didê ku biçe mala babê xwe. Di destanê da xwekuştina jin û zarokên sava
wekî trajediyeke gelek dijwar hatiye taswîrkirin.

“Wan, mendal xwe ve şidandin

Xwe hewalan da firandin

Cergê van Xanan kirandin”

Wekî di vê bendê da diyar dibe xwekuştina jinan bûyereke gelek dilsoj û


dilşewat e.

Dayika Xanê Lepzêrîn di dawiya destanê da jî roleke berbiçav heye. Dema


Kurd hemî têne kuştin dilê wê pê qayîl nabe ku Kela Dimdim jibo Sefewiyan bimîne.
46

Lewra dema leşkerê ‘Ecem hemî têne kelê da pola agirî ber dide li nav cebilxanê û

kelê diruxîne.

3. 5. RAY Û TEDBÎR

Xanê Lepzêrîn mîrekî Kurd e. Xudan mîrgeh, rêveberî, kele- bajar û leşkerî

ye. Bi kurtî deverek di destê wî da ye û ew bi xwe jî rêveberê wê deverê ye.

Berxwedana Xanê Lepzêrîn armancek heye û ev armanc di destanê da hatiye

destnîşankirin:

“Xan d’bêjît pênsed palane

Ez bim qurbana destane

Qahîm danin van koçkane

Da xwe bigrin ber topane

Dê bim cîhangîrê cîhane

Dê bim dijminê şahane”

Herwekî di vê bendê da xuya dike Xan, dixwaze bibe cîhangîrê cîhanê û jibo

pêkhatina vê çendê jî divêt şerê Şahê Îranê bike. Jibo pêkhatina vê armancê Xanê

Lepzêrîn di seranserê destanê da gelek bi ray û tedbir tevdigere. Her biryarekê baş

dikêşe, dipîve paşî dide. Karê xwe nahêle hêviya şansî, li dû pilan û bernameyekê
hereket dike. Em di destanê da rastî pêngav pêngav bicihanîna vê bernamê tên.

Her ji dema Xanê Lepzêrîn û Şahê Îranê bûye nasyarên hev, Xan wesa

tevgeriyaye ku bawerî û piştrastiya Şahî bi dest biêxe. Bi cesaret û dilsoziya xwe ve

dostîniya Şahî bi dest êxistiye heta ku Şahî destekî zêrîn jibo çêkiriye û ruxset dayê

ku jibo xwe keleyekê ava bike. Bi feraseteke mezin cihê gencînê ji Şahî veşartiye û

kariye vê define biparêze. Dema melayek dixwaze bi pêhesandina Şahî ve Xanî

bitirsîne û pilanên Xanî têk bibe, Xan bi awayekî hişyar karî wî melayî berteref bike.
Gencîneya peyda kirî jibo mesrefa şerekî domdirêj wekî bingehê aborî bi kar tîne.
47

Diçe cem Şahî û bi uslûbeke nerm erdî jê dixwaze. Bi vî awayî Şahî razî dike. Hindî

çermê gayî erdî jê dixwaze. Lêbelê vî çermî dike ben û bi qasî ev bene erdî digire

kela xwe li ser ava dike. Di vê navberê da jestan bi Şahî dike da ku wî ji pilana xwe
pê nehesîne.

Di dema avakirina kelê da ew bi xwe wekî hostayekî li ser pale û hosteyan

radiweste. Pilana kelê didane. Jibo ku kele gelek asê û mukim were çêkirin xwe ji çi

mesrefê nade paş. Bertîl û şabaşan li ser pale û hostayên xwe belav dike, dilê wan

xweş dike. Dema ku ava kelê bi rêya solînan tîne kelê û vedişêre û paşî xîm û

binyadê kelê diqedîne û vedişêre pale û hostayên xwe ji bilî Mehmûdî hemiyan

dikuje da ku sibê van erdan nîşa Şahî nedin. Kuştina van kesan bi hostayî vedişêre û

hinek hostayên din tîne û kelê pê temam dike. Piştî qedandina kelê diçe hinek topan

tîne û saxlemiya kela xwe diceribîne. Piştî ceribandinê dibine ku kela wî gelek qahîm
çêbûye. Piştî hîngê bi kela xwe qayîl dibe û dilê wî rahet dibe.

Bi vê çendê ve ranaweste. Jibo şerekî giran leşker, çek, erzaq pêdivî ye. Xan,

jibo dabînkirina van pêdiviyan tevdigere û li nava Kurdan kesên mêrxas kom dike,

ambarên kelê bi xwarin û erzaqî ve pir dike û ciqsî û sindanan tîne û çek û

teqemeniyan amade dike. Heta ku van amadekariyên xwe hemiyan neqedîne,

peywendiyên xwe digel Sefewiyan xerab nake. Bi vî awayî ji nekamiyên Xelîfe

dikare xwe biparêze û dostîniya xwe û Şahî didomîne. Piştî şer dest pê dike Şah van
amadekariyên Xanî ji nû pê dihese. Dema pêş Kela Dimdim dikeve wiha dibêje:

“Deşta Hozanê serkeftiye

Şah pêş kelatê keftiye

Wê kenî û girnîjiye
48

Wey le Xanê nanbiryayî

Xweş amar e te deynayî

Pîroz bît xudan jê mayî”

Xanê Lepzêrîn bi ray û tedbîrbûna xwe di dema şerî da jî didomîne. Moral û

motivasyona leşkerê xwe bilind dike. Dema hêzên Sefewî dora kelê girtî û xîvet û

çadirên xwe vedayî, sam dikeve dilê kurê wî Ebdal Begê. Xanê Lepzêrîn kurê xwe

teselli dike û dile dilê wî dide, dibêje: “netirse! Ev ‘Eceme gelek hîleker in. Çadir û

xîvetan vala digirin da ku em bitirsin”. Dema şer dest pê dike bi fend û fêlan ve

dixwaze motivasyona dijminî bişkêne. Bo numûne wextê xwarina kelê kêm dibe ew,

ji şîrê dêlê mastî çêdike û jibo Şahî dihinêre. Ew dixwaze dijminî pê bihesîne ku
standina kelê ne mumkîn e. Çunkî kele ji aliyê xwarin û vexwarinê ve têr û tijî ye.

Di heman demê da Xanê Lepzêrîn jibo xurtkirina hêza berevaniya leşkerê

xwe her daîm tevdigere û morala wan bilind dike. Leşkerê xwe bi tertîba nîzamî

rêkûpêk dike. Berî xurûca ji kelê leşkerê xwe kom dike û bernama xwe ya leşkeri

jibo wan eşkera dike. Ji leşkerê xwe dixwaze ku herkes li dû vê pilanê bizavê bike.

3. 6. XÎRET Û HEMASET

Destana Kela Dimdim û Xanê Lepzêrîn ji serî heta binî destana xîreta
Kurdîniyê û hemasetê ye. Qala mêrxasî, egîdî, fedakarî û cesaretê dike. Hêj di

destpêka destanê da dide xuyakirin ku di vê serhatî û destanê da dê behsê xîreta Xanê

Lepzêrîn bête kirin:

“Qeseta Xanê zerîndest e

Kemera xîretê beste

Xelkê xweşmêr dane deste


49

Xelkê xweşmêr dane vê ra

Wê d'bestin kemerên zêra

Navûdeng dinyayê gêra”

Ji van gotinan em têdigehin ku Xanê Lepzêrîn kemera xîret û namûsê

girêdaye û kesên mêrxas jî li dora wî kom bûne. Dema Mela Mehmûdê Bazîdî jî

behsê vê destanê dike dibeje ku ekserê Kurdan jibo Xanê Kurdan heyfê dixwin,

digirîn û duayan dikin. Dema mirov guhdariya destanê dike hîsên mirovî yên netewî

radibin li ser piyan. Ji taswîrên şerî yên zindî perê (baskê) dilê mirovî direqise. Gelek

caran Kurdan berî şerkirinê jibo ku manewiyata xwe bilind bikin ev destane jibo

leşkerê xwe didan xwendin. Kesên guhdariya vê destanê dikirin ji tirs û xofê vala
dibûn.

Di destanê da em gelek erdan rastî numûneyên xîretê tên. Dema Şah tanê

diavêje Xanê Kurdan û wî han dide ku biçe şerê şêrî bike dibêje: “xweşmêrê Kurdan

Xano! Kanê mêraniya te çawan e?” Ev gotina Şahî pê li xîreta Xanî dike. Lewra Xan

diçe şerê şêrî û şêrî dîl digire û jibo Şahî tîne. Em vê derê rastî hemasetê jî tên. Dema

Xan, şêrî tîne navyanan li xwe dide û pesnê xwe dide. Herwesa dayika Xanî di

xîretkêşiyê da rêberiya kurê xwe dike. Cara pêşiyê ew dibêje. “me ev xulamî nevêt” û

kurê xwe han dide ku êdî serxwebûna xwe ragehîne. Dîsa dema Şah tancê xwe dişîne

cem Xanî jibo qebûlkirinê, xîreta Xanî ya netewî û dînî vê çendê qebûl nake û dibêje:
“ ji Xudê û Resûl (s.xl.) xweş nahêt lewra ez tancê te qebûl nakim”.

Berxwedana Kela Dimdim û Xanê Lepzêrîn di destanê da bi taswîrên zindî û

hemaseteke bi rewanbêjî û hunerên edebî ve hatî xemilandin, tête vegotin. Dema

mirov guhdariya destanê dike, mirov wesa hîs dike ku di nava şerî da ye. Taswîr û

vegotin ew çend zindî û bi coş in, guhdar tameke gelek xweş ji guhdariyê distîne.

Hindî destan ber bi dawiyê ve diçe tabloyên dilsoj û hestvejîn zêde dibin. Wesa lê têt
50

ku êdî guhdar hîrêna hespan, girêna topan, sîrêna şîran, xîsêna xenceran û heytheyta
mêrxasan dibihîze. Em dikarin vê bendê wekî numûne jibo vê çendê bidin:

“Topêd mezin giregir e

Bircêd belek xirexir e

Rewda şêran nirenir e

Rondkêd sitiyan guregur e

Fermana ser bab û kur e

Xan mîr e, Ebdal Beg kur e

Ordiyan bûye girrêne

Misriyan bûye sîrêne

Wan lawan keft qirîpêne

Wan hespan bûye hîrêne

Her sed ji wan bi yekê ne”


51

4. METNÊ DESTANÊ
4. 1. BEŞA YEKEM

Xulimîne xulimîne

Gelî xelk û alemîne

Guh biden dil û yeqîne

Qeseta Xanê Lepzerîn e

Qeseta Xanê zerîndest e

Kemera xîretê beste

Xelkê xweşmêr dane deste

Xelkê xweşmêr dane vê ra

Wê d'bestin kemerêd zêra

Navûdeng dinyayê gêra

Xanek rabû Hizarcotî

Kirt û malê xwe firotî

Xwe d’gel Şahê Ecem gotî

Xanek Hizarcotê rabû


Heft salan dinê geryabû

Wê l'nik Şahî vehewyabû

Xan, ebdal e li beriyê

D’gerît nanê xulamiyê

Dê bît mîrê Kurmanciyê


52

Wêy le Xanê çend û mendan

D’gerît malêd dewlemendan

Ka qîmeta nanî b'çendan

Wêy le Xanê nanbiryayî

Wê l'çend welatan geryayî

Heft sal bû xulamê Şayî

Heft salan bûye gavane

Sala heştê danişt male

Bin xîvet û çadirane

Anferim Xanê Kurdane

__________________

Rojêke ji van rojan e

Xan û Şahê Îsfehan e

Herdukan kire dîwane

B’çîne rav u nêçîrane

Xan û Şahî wê d'çûyîne

Nav deştê da xwarkeftîne


Rav û nêçîran gerîne

Qedereke zor çûyîne

Ev kafir cema bûyîne

Got: “şêrek keftî bîşane”


53

Şahî got:

“Hay xweşmêrê Kurdan Xan e

Ka mêranya te çawan e”

Xanî dabû sifke tane

Kerbêd Xanî zor vebûne

Kerbêd Xanî zor vebûye

Qesta bîşî wê meşiye

Ebdal Begê dabû dû ye

Şêrek bin bîşî niriye

Nirên ji şêrî hatiye

Xanê Sor çû şerê wî ye

Binê bîşî sekiniye

Şêrê mezin derkeftiye

Xan li wî şêrî xuriye

Şahê Ecem zor tirsiye

Şêr ser Xanî da hatiye


Deste rastê da deviye

Şêrî destê wî xwariye

Destê çepê şêr girtiye

Ebdal Beg lê siwar kiriye

Bo Şahî îna diyariye


54

Gazî diketin Şahiye

“Were pêş Xan û şêriye”

Şahî girtin ‘ecêbiye

Şahê Ecem tê d’fukurît

Heybet û ecêba d’girît

Ev çi Xan e şêra d’xurît

Şahî got: “Xano lez ke bilezîne

Zikê şêrî bidirîne

Dilê şêrî bo min bîne”

Şîrek li şêrî dayiye

Sere şêrî jê biriye

Zikê şêrî kelaştiye

Dilê şerî wê xwariye

“Erê Şaho kurê makê

Min dil xwar bo te mêlakê

Tu xwe pê nebe hîlakê”

Şah dibêjît:

“Lez biken bilezînin

Qursêd zêran vecemînin

Ser sindanan b’herişînin

Ber çekûçan tireqînin


Destêk zêr bo Xanî bînin”
55

Wê lez kir û wê lezando

Qursêd zêran wê helando

Ser sindanan herişando

Ber çekûçan tireqando

Destêk zêr bo Xanî înando

Destek bo Xanî jeniye

Xudê ruh ber da biriye

Cara berê çêtir bûye

________________
56

4. 2. BEŞA DUYEM

Rojek ji nava rojan e

Şahî got: “ hey Xane Xane

Bêhnek b’çîn rav û seyrane

Rav berdeyn Deşta Hozane”

Rojêk ji rojên Xudê ye

Xan û Şah herdû çûyîne

Nava deştê da meşîne

Ser kerek pezî helbûne

Nik şivanî rûniştîne

Şivanî wê lezandiye

Miheke reş bo dotiye

Tijî kodê şîr kiriye

Deyna ber Xan û Şahiye

Bilûrbêj e tembûrvan e

Kîs hejandî ber tilyane

Tembûr êxist ber milane


Bilûr êxist ber lêvane

Anferim Xanê Kurdane

Xewa Şahî wê hatiye

Xanî bilûr bo gotiye

Şahî di ber ra xew çûye


Xanî bilûr betal kirî
57

Deynabû ser kodê şîrî

Wêkî pirekê çêkirî

Şahî xewna xwe dîtiye

Xanî b' çavêd xwe dîtiye

Tişabetek ‘ecêbiye

Mêşek kepê Şahî derkeftiye

Textena kodê kiriye

Hindava koda şîriye

Nav bilûrê ra çûyiye

Li ser berekî rûniştiye

Mêş ji ser berî rabûye

Ji bilûrê derbaz bûye

Textena Şahî kiriye

Çûye ser lêva Şahiye

Nav difna wî ra çûyiye

Xan dimînît tê d’fukurît

‘Ecêbiyan jê werd’girît
Aql û sewda bo namînît

Şah kenî û girnijiye

Cihê xwe helciniqiye

Xewa şirîn hişyar bûye


58

Şah ji xewê ciniqiye

Got: “Xano min xewnek diye

Xewin nîne ‘ecêbi ye

Ser behreke spî ra çûme

Pira kun ra derbaz bûme

Ser gencxanekê helbûme

Min dîtî behreke spiye

Pira darîn ser bestiye

Ez xwe ser ra derbaz bûme

Min dît xizînêd zêrîne

Derêd wan qafle kirîne

Senede zor pê birîne

Berê reş da nivîsîne

Rast e derew qet tê nîne

Xane Xane herê Xane

Min xewnek dîtî çavane


Bo min bêje te’bîrane”

Xanî got:

“Xewin nîne ew xeyal e

Xeyala xizîne w mal e

Xewnerojka pûç û betal e


59

Hindî xewnêd di rojê ne

Şirîn in ji keyfe têne

Lew çi te’bîr bo nehêne

Şahî bêjim te’bîr çi ye?

Xewinrojke te dîtiye

Xewnêd rojê te’bîr niye

Ber Şahî berze kiriye”

Xan û Şahî wê rabûne

Ji zozanê zivirîne

Qesta mala xwe kirîne

Qedereke zor çûyiye

Xan wê paş da ziviriye

Hecetek bo xwe girtiye

"Min gustîra xwe bîr kiriye"

Şahê Ecem d’bêjite Xanî

“Were neçe nezivire


D’deme te gustîrek çêtir e

Her daîm d’gel xwe hilgire”

Xan dibêtê “Şahî xweş bît

Nê hindî gustîra min e

Ser heye navê babê min e


Heta mirnê digel min e”
60

Xan di rêkê ziviriye

Dol û milkan serkeftiye

Textena mukrê kiriye

Girkê gencê kolayiye

Berek j'kelekê rakiriye

Kulozek jê derkeftiye

Derê kulozê vekiriye

Kaxezek tê da dîtiye

Kaxez ser êk nivîsiye

Xanî kaxez helgirtiye

Paxla çepê heşandiye

Lot ber lotê bişkiftiye

Hat û gehişte Şahiye

Hemî j’Şahî veşartiye

_________________

Xanê Kurdan wê rabûye

Qesta mala xwe kiriye

Melayek mêvanê wî ye

“Hey melayê ‘ilimxwîne

Evê kaxezê bixwîne

Ya tê da min tê bigehîne”

Kaxeza xwe înayiye

Destê Mela ra kiriye


Melayî kaxez xwendiye
61

Ber xwendinê ra keniye

“Gençxanêye te dîtiye

Belê min û te b' nîvî ye”

Mela dibête Xaniye:

“Gençxane li me nîvî ye

Heke dê bêjim Şahiye”

Wallah heq e billah heq e

Çi melayekî ser req e

Bo kuştinê misteheq e

Da xeberêd wî neden şebeqe

Xanê Kurdan wê rabûye

Bi nermî d’gel axiftiye

Heta mela ra gehiştiye

Şîrek serê wî dayiye

Serê mela firandiye

Kendalek wê kolayiye
Mela, nav da veşartiye

Heqê wî da dilê wî ye

Mela heqê xwe razî ye

Çi sibe ye hêşta zû ye

“Eyalê Xanî rabûye


Ka mêvanê şeva dî ye”
62

“Mêvan mêvanê biyanî

Sibê zû derkeft ji xanî

Nizanim çû kîj mekanî”

__________________

Şevekê

Hate xewnê Xewsê Bexdayê

“Tancê ‘Ecem kêr te nayê

Rabe dê lê vekeyn xezayê”


63

4. 3. BEŞA SÊYEM

Dayka Xanê Kurdan d’bête:

“Heke şerm e heke kirêt e

Me ev xulamiye nevête

Dûmahî dê bîn fihête”

Rojêke ji yêd Xudê dayî

Dayka Xanî d’bête Xanî

“Tu rabe here dîwana Şayî

Erdî jê bixwaze hindî çermê gayî”

Rojeke Xudê dayiye

Xan çû dîwana Şahiye

“Xano bêje te j’min çi ye?”

Xanî got:

“Herê Şayî herê Şayî

Bide min erdî temed çermê gayî

Erdê me seyran ser vedayî

Da bikem nijyar û avayî


Da nemînim bê dûmayî

“Herê Xano tu we neke

Çi nijyaran ava neke

Çi qerxeşan tu rast neke

Dilê min û xwe jêk neke”


64

“Xan nîne mêrkê derwêş e

Dê ava ket kolkê mêşe

Şahê Ecem bête pêşe

Bê qerxeşe û bê arêşe

Xan nîne mêrkê zerbav e

Bide min cihkê pênc gava

Dê kolkekî lê bikem ava”

“Tu Xan nînî tu bira yî

Min da te temet erdê çermê gayî

Cihê me seyran ser vedayî

Min da te erd temet çermê gamêşe

Bo xwe bike kolkê mêşe

Bê qerqeşe û bê arêşe

Çêbû Xano malî ava

Min da te cihkê pênc gava

Înşaallah Şah û Xelîfe bêne silava

Xano hemî şolan destûrdayî

Min da te erd temet çermê gayî

Cihê me seyran ser vedayî

Bike nijyar û avayî

Bê qerqeşe û bê dûmahî
65

Hindî dinya xweş ava bît

Hindî rih vî qalibî mabît

Dilê min û te jêk nabît”

___________________

Xanî lotek li xwe dayî

Bezî zevya bin çiyayî

Gamêşek girt erdî dayî

Xano rabû çû zozane

Gayek girtî nav garane

Pê erdî şax li esman e

Ga vekuşt û erdî dayî

Çermê gayî di avê nayî

Heft şev û rojan nenimyayî

Roja heştê wê nimyayî

Qereçek ji beryê înayî

Kêr û gwîzan di nav nayî


Divêl divêl helînayî

Kun derzîkê rakêşayî

Bihust û çerx yê lê dayî

Kir gulolk û berda çiyayî

Girê gencê werînayî

Binyatê Dimdimî lê pîvayî


66

Gulolkek hinde ji ber mayî

Bizmarek li ser qutayî

Eve jî bo xatra dilê Şayî

Herê Xanê fend û fêl e

Çermê gayî kir divêle

Pê girtin deşt û dol û rêle

Heft kûr û donzde nihêle

Çermê gayî kir niqare

Girtinê teng û hefsare

Pê girtin beroj û nizare

Nêrin Xanî nêrin fêla

Liba zozanê nehêla

Binyatê Dimdimî kola

_______________

Çi sibe ye çi beyan e

Xan diçîte pêş şahane


Jê d’xwazît destek hostane

Şahî lez kir û lezandî

Panzde hosta vecemandî

Bo Xanê Kurdan wê şandî


67

Dema Xanî eve dîtiye

Kerbêd wî gelek vebûye

Kîsk û qelûn helgirtiye

Qesta nik Şahî kiriye

Qet silav lê nekiriye

Cihê pêlavan rûniştiye

Çavê Şahî vêkeftiye

“Xêr e Xano ma çi bûye?”

“Şaho ma ez yê duhî û evroke me

Ma çend caran silav keme

Ma kela min ya hindê ye

Panzde pale ava kene”

Şahî got: “Zû biken û bilezînin

Li Ûrmiyê hun gêrînin

Pênsed palan vecemînin

Bila xîmê kelê bo derînin”

Zû kirin û zû lezandin
Pênsed pale vecemandin

Li ser Dimdimî pengandin

Xan dibêjîte hostane:

“B’kolin xîmê heft gavane

Çil gez kûr û heft gez pan e”


Egîd her Xanê Kurdan e
68

Dimdim îna ber kolanê

Pale û fêris berdanê

Çêdiken cihkê meydanê

Dimdim îna ber bestinê

Pale û fêris verestinê

Çêdiken cihkê mirinê

Dimdim îna ber pêkolê

Pênsed pale lê diken şolê

Çê diken cihkê xeretolê

Dimdim îna ber xwericê

Pênsed pale rojê diçîtê

Çêdiken cihkê sirîcê

Pênsed mirc in pênsed tevir

Toz ber esmanan bû ‘evir

Dê têkel bin Kurd û gewir

Pênsed mirc in pênsed lihaz

Ser Dimdimî bû gazegaz

Dê têkel bin Kurd û beraz

Pênsed mirc in pênsed bêrik

Ser Dimdimî bû nirkenirk


Dê tekel bin Kurmanc û Tirk
69

Pênsed mirc in pênsed mahol

Ser Dimdimî bû golegol

Dê têkel bin Kurd û Moxol

Pênsed mirc in pênsed mere

Ser Dimdimî toz û ger e

Dê tekel bin Kurd û Tetere

Pênsed mirc in pênsed kuling

Ser Dimdimî bû ringering

Dê têkel bin şêr û piling

Xan d’bêjît pênsed palane:

“Ez bim qurbana destane

Qahîm danin van koçkane

Da xwe bigrin ber topane

Dê bim cîhangîrê cîhane

Dê bim dijminê şahane”

Xan d’bête Hosta Ûmer e:


“Beran bibire bi tebere

Bidem te ber û zêre zer e”

Navê serhosta Ûmer e

Ber birî risas kir sere

Da topêd Şahî neket dere


70

Xan d’bête Hosta Eliye:

“Ez bim qurbana destiye

Beran bibire bi tevşiye

Bidem te ber û zêrê spiye”

Navê serhosta Eli ye

Ber simt û risas kiriye

Hizra topêd Şahî kiriye

Navê serhosta Ûsman e

Mirce wî li ser milan e

Çi mirce d’danît berane

Yê d’bîte toz û dûmane

Pirtî d’çine ber esmane

Xan d’bête Hosta Ûsman e:

“Tu gera Dimimî dane

Çil gez kûr û heft gez pan e

Da xwe bigrît ber topane

Dê bidem te xelatane”

Çi bere ewî danayî

Ber simt û risas nav nayî

Govendek ser girêdayî


71

Xan d’bête Hosta Ebas e:

“Beran bibire bi elmase

Dê zêran dem te bi tase”

Navê serhosta Ebas e

Ber birîbû bi elmase

Ber ker kir, tê kir risase

Xan d’bête Hosta Şekire:

“Tu hêsilêd pan bibire

Da xwe ber topan bigire”

Hosta Şekirî çi kire

Wî heçî berê kun kire

Tijî navê risas kire

Ser risasî mifriq kire

Ser mifriqî zêriç kire

Ser zêriçî pîla gire

Da xwe ber topan bigire

Navê serhosta Pirmîs e

Çekûçê wî xîsexîs e

Dê zêran dem te namîs e

Navê serhosta Haşim e

Berî bibire w bisime


Pîla, mifliq, zêrîç, risas xema min e
72

Serpale Xanê palewan e

Pê xweştir şol d'ken j’destane

Egîd her Xanê Kurdan e

Xanê Kurdan wê çêd’kirin

Ber simtin risas tê d’kirin

Da xwe ber topan bigirin

Çend heyamek wê pê çûne

Berêd palan xilas bûne

Rabe Xano tu nerûne

Xanê Kurdan wê rabûye

Mertal tijî zêr kiriye

Ser palan da reşandiye

Pale çûn serêd çiyane

Birîbûn hêsîlêd pane

Înan bo kela xanane

Pale meşîne geliye

Hêsîlêd pan rakiriye

Qesta Dimdimî kiriye


73

Roja Dimdim nîvî kirî

Solîne w kanî berze kirî

Serê pênsed hostan birî

Tinê deng Mehmûdkî nekirî

Roja Dimdim nîv bû ava

Xan, çerxekê ser gerya ve

Serêd palan birî gera Dimdimî na ve

Tinê Mehmûd tê hêla ve

Çi sibe ye çi beyan e

Xan diçît pêşa Şahane

Dest danane ser destane

Jê d’xwazît destek hostane

Jê d’xwazît destek palane

Gotê Şahê xweş bît

“Palêd te hemî revîne

Nav Îranê belav bûne

Şolê min ma nivîşkane”

Şahî got:

“Zû biken, zû bilezînin

Pênsed palan bo min bînin

Pênsed hostan bo min bînin

Pêş min ketkete westînin”


74

Wê lez kirî wê lezandî

Pênsed pale vecemandî

Înan pêş Şahî westandî

Navêd hemyan nivîsandî

Dor Dimdimî werînandî

Xanî bo xwe xebitandî

Taqê kelê çendî pan e

Ber ‘erebe ser gêrane

Ca xwe bigrît ber topane

Heçî rêza wan xilas kir

Kola û tijî risas kir

Dimdim wê derê xilas kir

Gava Dimdime deynayî

Heft gav bin dergehî hêlayî

Qender halê çermê gayî

Ew jî bo xatra dilê Şayî

Gava Dimdim xilas bûye

Xwelî serê Şahê Ûrmiyê

Heft salan serê xwe girêdet poşya nîhariyê

Xanek rabû j’Kurmanciyê

Asê bû pilingê beriyê


75

Dema Dimdim temam kirin

Hosta û pale xelat kirin

Ew ser malêd xwe da d’zivirin

_______________________

Dayka Xanî bi texmîn e

“Xano rabe dest helîne

Tu destekî topan bîne

Kela xwe pê ceribîne”

Çi sibe ye sibe zû ye

Xan çûye pêşî şahiye

Dest danandin ser destiye

“Xano bêje te ji min çi ye”

“Min ji te divêt destek topane

Dê berdem birc û kelane

Kanê kela min çawan e”

Şahî got:
“Zû biken û bilezînin

Destekî topan helînin

Topan ber kelê daînin

Şêlkeke topan reşînin

Kela Xanê Kurdan ceribînin”


76

Çi sibe ye çi beyan e

Wê înan destek topane

Ber kelatê wê danane

Berdanê şêlkek topane

Toz rad’bîte ber ‘evrane

Destekî topan înandî

Barite tê da heşandî

Bircêd kele ve peqandî

Dimdimo berê kolayî

Şêlkeke topan berdayî

Ber ser berî nehejyayî

Dimdimo berekî gewr e

Wê lêdan kuling û tevre

Toz li esmanan bû ‘evre

Dimdimo beroy beranî

Jê tavên soline w kanî


Şola Xanî kes nizanî

Dimdimo berekî pan e

Kirin armanca topane

Egîd her Xanê Kurdan e


77

Dimdimo berekî şîn e

Çel û çiya xebarî ne

Egîd Xanê Lepzêrîn e

Dimdimo berekî qop e

Daretnê tifeng û tope

Wekî baran û dilop e

Dimdim berekî quloz e

Daretin top û çeqeloze

Gurî j’esmanan kir toze

Dimdimo beroy xweristî

Pencsed top lêdan diristî

Ber ser berî neguhustî

Dimdimo beroy di rê da

Pênsed top wê pêkve lêda

Ber ser berî neçû tê da

Nê sê şev û sê rojane

Qirpênek kefte topane

Avêtin bircêd xanane

Roja sêyê top rawestandî

Bayê rehmê toz û dukêl helandî


Xanî çi ‘eyb Dimdimî nedî
78

Xan wê kelê difikurît

Remz û halan jê digirît

“Baş e eve dê wecê bigirît”

Çi sibe ye sibe zû ye

Xanî topêd Şahî biriye

Teslîmî destê wî kiriye

İzna mala xwe jê xwestiye

Mala xwe îna nav kelê daniye

________________________

Gava Dimdim ava kirî

Birc û hewale çêkirî

Xanî qereç û mitirb gazî kirî

Daweta kure xwe Evdal Bege tê da kirî

Hatî Kanîna biçûke

Befrê wê girtin gedûke

Xanî ava kir qesr û qusor û birc û sûke

Bo kure xwe îna bûke

Hatî Kanîna Mezine

Befrê girtin terazine

Xanî ava kir qesr û qusor û ser û bine

Bo kure xwe îna jine


79

Çi sibe ye roje tav e

Govendek şêran gêra ve

Xan Perî bûk e Ebdal Beg zava

_______________________
80

4. 4. BEŞA ÇAREM

Payîz e çi xweş payîz e

Vê berfokê gîzegîz e

Xan xulame j’baxwê ezîz e

Payîz e befrê kêrî alandin

Xwîsarê kanî pengandin

Xanî bazirganêd Şahî şelandin

Payîz e befrê kêrî spî kirin

Xwîsarê kanî tîr kirin

Xanî bazirganêd Şahî rwîs kirin

Payîz e befrê kêrî w mil miştin

Xwîsarê kanî helmiştin

Xanî bazirganêd Şahî kuştin

“Xan Ebdal Bego babgorî

Zû bike zû bilezîne

Komêd mêrçakan helîne


Revda şêran bixuşîne

Li dinyayê vebijîne

Rê û rêbaran bigire

Xelk û alemê bişelîne

Terş û talanan bo babê xwe bîne”


81

Xan Ebdal Begê zû kir zû lezandî

Komêd mêrçakan helandî

Revda şêran wê xuşandî

Wê li dinyayê bijandî

Xelik û ‘alem şelandî

Terş û talan wê cemandî

Bo Kela Dimdim înandî

Çi payîz e zivistan e

Xelîfe cab da Şahê Îsfehane

“Qibhet kirin Xanê Kurdane

Wî şelandin bazirgane

Êcar min û wî lêkdane”

Rojêke ji yêd Xudê dayî

Xelîfe rabû çû nik Şayî

“Serê te ye û babê te ye

Heçî ya d'bêjim her we ye

Xanî şelandin bazirganêd te ye

Xan dujminê dînê me ye”

“Çi xan e te rakirî Kurdistanê

Serav berdane Îranê

Xirab kir heta alyê Wanê


82

Çi xane te rakirî Dimdimeye

Xirab kirî cihkê me ye

Bû dijminê dînê me ye

De’wa wî doşeka te ye

Naborîtin serê me ye”

Şahî got: “Xelîfeo qet we nîn e

Xan, xulamekî emîn e

Min destê wî kir zêrîne

Min divet dil û yeqîne

Çi car li min nabît xaîne

Xan xulamek emîn kirî

Min destê wî zêrîn kirî

Kiça xwe kurê wî mar kirî

Nabît hecetan min bigirî”

Xelîfe got: “Serê te ye û babê te ye

Heçî ya d'bêjim her we ye

Xan dujminê dînê me ye


De’wa wî doşeka te ye”

Xelîfe got: “Şahim heke we ye

Ew tancê we sor û spî ye

Bide destê çar xulam û cindiye

Rêke bo Xanê Kurdiye


Bila sê caran ramîsît danît ser seriye
83

Ew tancê we sor û zer e

Bide destê çar xulamêd tetere

Rêke bo Xanê Beglere

Bila sê caran ramîsît danît ser sere”

Ew tancê we sor û spi ye

Dane destê çar xulamêd cindiye

Rêkir bo Xanê Kurdiye

Gotê: “Şahî silav rêkiriye

Bila sê caran ramîsît danît ser seriye”

Ew tancê we sor û zer e

Dane destê çar tetere

Rêkir bo Xanê Beglere

Bila sê caran ramîsît danît ser sere

Çar teter wê hatin der da

Sibexêrek dabûn ser da

Xanê Begler digel xeber da

Ew tancê we sor û zer e

Danan ber Xanê Beglere

“Xanê xweş bît Şahî silav li te kirin

Gotê bila sê caran ramîsît danît ser sere”


84

Xanî got:

“Hey kafiro bê usûl e

Xweş nahêt Xudê w Resûle

Tancê te nakem qebûle”

Hey kafiro bê mefer e

Ew tancê we sor û zere

Lêda û kire şeş kere

Şah derkefte li baniye

Wê dûrbînê lê nêriye

Teter qasid wê hatiye

Qasidan got:

“Ew tancê we sor û zer e

Me dana ber xanê beglere

Şahî got bila ramîsît û danît ser sere

Belê Xanî lêda kire şeş kere

Gotê wey kafiro bê usûle


Xweş nahêt Xudê w Resûle

Tancê te nakem qebûle”

Şahî got: Xelîfe

Madem we bît heke we bît

Şîrê min ber bejna te bît


Bila ev şere xema te bît
85

Serê min û serê te ye

Şîrê min ser destê te ye

Ev sefere xema te ye”

______________________

Şahî got:

“Xelîfe lez bike bilezîne

Tu kaxezan vebijîne

Ordû eskerî bicemîne

Destekî topan helîne

Li ber kelatê daîne

Wê kelokê herifîne

Xanê Kurdan dîl bigire bo min bîne

Me şer e çi sulhe nîne”

Xelife d’bêt: “Şahî xweş bît

Newêrim b’çime bi komê

Tirsim min bikêşît domê

Hanek bo bêtin ji kinarê Romê”

“Xelîfe bes bêje xeberêd tifalî


Heft salan Romê geriyam bi evdalî

Min ji Romê nedîtin çi talî

Xelîfe bes xeberan bide ber xeberan

Eskerî d’deme te ji dar û beran

Here wê keloke ji wêrê rake bi leşkeran”


86

Xelîfe rabû bê dome

Der û dinya dû bûn kome

Dê biçin şerê Xanê destkurome

Xelife ji Îsfehanê rabû

Der û dinya dû xişyabû

Rexê Dimdimî deynabû

Pênsed top pêkve lê dabû

Ber ser berî nehejyabû

Xelîfe lez kir û lezande

Bo xwe leşker vecemande

Wê l’bin Dimdimî pengande

Destekî topan înandî

Li ber kelatê danandî

Xîvet û çadir danandî

Şêlkeke topan reşandî

Ber ser berî nehejandî

Hindî xîzê ber van çeman e

Hindî belgêd dar û beran e

Hindî stêrêd esmanane

Hind xîvet û çadir înane

Li ber Kela Dimdimî danane


87

Xelîfe got:

“Herê Xano, Xanê re’yetê

Qebûl ke tancê dewletê

Heke dê li te rakeyn qiyametê

Herê Xano li mixarê

Pilingo ketî hîsarê

Tu kerem ke were xwarê”

Avêtê topa mezine

Berkê wê bêm hindî mine

Dimdim çi ye leqînim ji bine

Hişyar nebûn zava û jine

Avêtê topa biçûke

Bi xirxal û sindirûke

Derman kirê elbê sûke

Hişyar nebûn zava û bûke

Avêtê topa dev zirave


Berik û derman kirin nave

Bircêd kelê deng veda ve

Avêtê topa dev zêre

Berik û derman alyê têre

Nehejandin birc û şkêre


88

Avêtê topa Îranê

Dev wekî derê qazanê

Avête bircêd eywanê

Avêtê topa enzelê

Dev wekî derê mencelê

Avêtine bircêd kelê

Avêtê topa sehrane

Derman kirê mencelane

Avête bircêd xanane

Nê sê şev û sê rojane

Qirpênek kefte topane

Avêtin bircêd xanane

Dimdimo berê kolayî

Pênsed top pêkve lêdayî

Ber ser berî ne hejyayî

Dimdimo bereke gewr e

Wê lêdan kuling û tevre

Toz li esmanan bû ‘evre

Dimdimo beroy beranî

Jê tavên solîne û kanî


Şola Xanî kes nîzanî
89

Dimdimo bereke pan e

Armancê top û tifengan e

Egîd her Xanê Kurdan e

Dimdimo bereke şîn e

Çel û çiya xebarî ne

Egîd Xanê Lepzêrîn e

Dimdimo bereke qop e

Daretinê pênsed tope

Herwekî baran û dîlope

Dimdimo bereke quloz e

Lêdan top û çeqeloze

Gurî j’esmanan kir toze

Dimdimo beroy xweristî

Pencsed top lêdan diristî

Ber ser berî neguhustî

Dimdimo beroy di rê da

Pênsed top carekê lêda

Ber ser berî neçû tê da

Nê sê şev û sê rojane

Qirpênek kefte topane


Avêtin bircêd xanane
90

Xelîfe li kelê difukurî

Remz û halan jê werd’girî

Walla eve xweş asêtî ye

Xanê Kurdan ber pê min çêkirî

________________________

Şeveke ji yêd tarîsan e

Xwarkeftê Xanê Kurdane

Digel bireke lawyane

Sêsed xîvet kir talane

Şeveke heyveşevî ye

Xwarkeftî Xanê Mukriye

Digel bireke lawiye

Sêsed xîvet b'şîr biriye

Şeveke j’yêd tarî tava

Xarkeftê Evdal Beg zava

Ket bo ketê jê vêkdave

Ordiya Xelîfe çi nehêla ve


Xelîfe tinê jê ma ve

Teterxan Begê rewal e

Helbestin şîr û mertale

Hefsed xîvet kirin vale

Kesê nezanî çi hale çi hewal e


Ji Xelîfe wê ve kes nehêla
91

Sibe ye sibe sihar e

Xelîfe eskerê xwe hejmare

Leşkerê wî nebû hizare

Ew bû rûreş û şermezare

Çi sibe ye sibe zû ye

Xelîfe ji xewê rabiye

Eskerê xwe fukuriye

Ji xeyrî wî kes nemayiye

Bi herdû piyan reviye

Xelife revî û dibête

“Koma'l gel min wê perête

Xan piling e, asê bû l’kelête”

Xelîfe l’ser girkekê rawestayî

Koded xwelyê dane bayî

Koma giran ew jê mayî

Xan d’bejît: “dê herê Xelîfe

Min tu daye xatra dilê Şayî


Da cabê bibey bo Şayî”

Xelîfe rabû wê dibête

“Heke şerm e heke fihête

Bila Şah bi xwe bihête

Piling asê bû kelête


Çi ji destê min nahête
92

Heke şerm heke şerm nîne

Divêt Şah ordyê vecemîne

Asê bû Xanê destzêrîne

Dimdim nîne tatê şîn e

Hemî solîne w kanî ne

Nav da Xanê destzêrîn e”

Dimdimo ber e sehrayê

Lê dabû bakê dinyayê

Şîrhingêvan xwe kêşayê

Xelîfe zivirî digel bayî

Koma d’gel min kes nemayî

Nê ew Xanê nanbiryayî

Asê bû pilingê çiyayî

_______________________
93

4. 5. BEŞA PÊNCEM

Şahî got:

“Xelîfe zû ke, bilezîne

Rezekî bo min biçîne”

Heta berê rezê xwe nebîne

Ordiyê ser Xanê Kurdan nahelîne

Xelîfe lez kir lezandî

Xox û zerdelî înandî

Rezek bo şahî danandî

Rez û bax danandîne

Berê wan pê ve hatîne

Çi çare pê nebirîne

Sê sal çûye temamiye

Dara zerdelî girtiye

Şahî berê rezê xwe xwariye

Gote Xelîfe:
“Qewl û qerar temam bûye

Min berê rezê xwe xwariye

Min Xanê Lepzêrîn negirtiye”

________________________________________

Zû biken zû bilezînin

Kenefêd xîvetan qetînin


Ordiya mezin ser Xanê Kurdan helînin
94

Şah dibêjît:

“Lez biken û bilezînin

Destî b'qeleman b’şidînîn

Ser kaxezan bireşînîn

Gund û welatan bijînîn

Ecematî vecemînin

Koma mezin bo min bînin”

Wan lez kir wan lezandî

Dest li qeleman şidandî

Wê ser kaxezan reşandî

Gund û welatan bijandî

Ecematê vecemandî

Zivistan çû hat bihare

Hun leşkeran biken kare

Xanê Kurdan d’gel me xwar e

Bihar çû hatî havîne

Dê leşkeran vecemîne
Xanê Kurdan d’gel me xaîn e

Havîn çû hatî payîze

Dê leşkeran bitewîze

Me w Xanê Kurdan xwînrîz e


95

Payîz çû hat zivistane

Raken leşkerê girane

Me w Xanê Kurdan lêkdan e

Xanek hatî ji Erdehane

Fêrise ser dewre zeman e

Wî got “Dimdim çi ye?

Dê xirab kem bi awirêd çavane”

Xanek hatî ji Tebrêze

Eskere wî bûye rêze

“Şûna Dimdimey dê keme parêze”

Xanek hatî ji Tehranê

Esker kêşa heta Wanê

“Çi Xan e rabûy Kurdistanê”

Xanek hatî ji avê wê ve

Gel xwe îna tovê sêve

“Hîngê dê çim bihên pê ve”

Xanek hatî ji Berê Koxê

Gel xwe îna tovê xoxê

“Hînge dê çim bixwem xoxê”


96

Xanek hatî j’Gaza Berî

Çi Ecemê tanc li serî

Dujminê dînê pêximberî

Xanek hatî ji Hoderî

Di paxilê da tovê tirî

“Hîngê bihêm ew bigirî”

Xanek hatî ji Henc û Mance

Ne Felle ye, ne Cuhî ye, ne Kurmanc e

Wê'l serê Ecemî tance

“Dimdimey ber topan keme armance”

Xanek hatî ji Berê Birî

Eskere wî tîpê l’ser tîpê d’zîvîrî

Hemî hatne babê û kurî

Xanek hat ji Behra Girî

Teyran tavêt, bazya d’girî

Oxilmeke topan kirî


Heft rojan hetav ved’birî

Xanek hatî ji Erdebêle

Simbêl wekî dûvê çêle

“Dê Dimdimey xirab kem bi simbêle”


97

Xanek hatî hûke hûke

Leşkere wî bêlûk bêlûk e

“Dê Dimdimey xirab kem bi neynûke”

Xanek hatî Şino w Seblaxe

Leşkerê wî girt erd û axe

“Dê Dimdimey xirab kem bi van şaxe”

Xanek hatî ji Dîlêmane

Leşkere wî boş e, giran e

“Xano dê li te bim mêvane”

Xanek hatî ji Selemaste

Leşkere wî tîp li ser tîpê rawesta

Got “Gelî Xanan methan neken, min bi xwe

Xanê Kurdan dîtiye şêrekî rast e”

Xanek têtin ji Xoyêo

Evroke heft meh e têtin rêo

Ya Rebbî tu nedeyê ewlehiyêo


“Dê çim xirab kem Xanê Kurmanciyêo”

Xanek hatî ji Ûrmiyê

Ya rebbî nedeyê ewlehiyê

Dê çît xirab ket Xanê Kurmanciyê


98

Xanek hat Çîn û Maçîne

Zexîrê heft salan îna

Hefsed bedlek berahî ne

Hefsed bedlek dûmahî ne

Hefsed bedlek koderî ne

Hefsed bedlek dawetî ne

Xir û xîzan hisab nîne

Got: “min çi eskerê xêrê nîne

Bo dîtina Şahî hatime”

Xanek hatî ji Hebeşe

Eskerê wî sê hezar û şeş e

“Şaho rûyê min ber te reş e

Eskerê min nîvek tawî nîvek nexweş e”

Xanek hatî rojhelatê

Şev û roj diket xebatê

“Dimdimî dê bistînim gav û satê”

Xanek hatî ji rojava


Şêlkeke topan berda ve

Heft rojan nedîtin tave

Roje heştê bircêd belek şebeq da ve

Xanêd Ecem vecemandin

Alayêd herbê helandin

Ser Xanê Kurdan pengandin


99

Xan hemî wê cema bûne

Çil hizar wê temam bûne

Ber Dimdimî peya bûne

Şah rabû ji Îsfehanê

Der û dinya dan haydanê

Sefera Xanê Deşta Hozanê

Şah ji Îsfehanê hate

Eskere wî girtibûn

Duwanzde deşt û duwanzde welate

Berdanê topêd zulmate

Ecêb Xan ji ber nehelate

Şahî ji Îsfehanê rabû

Hindî Ecem dû rijyabû

Rexê Dimdimey deynabû

Pênsed top pêkve lê dabû

Ber ser berî ne hejyabû

Deşta Hozanê serkeftiye

Şah pêş kelatê keftiye

Wê kenî û girnijiye

“Wey le Xanê nanbiryayî

Xweş amar e te deynayî

Pîroz bît xudan jê mayî”


100

Veresandin topêd enzelê

Barite d’kenê mencelê

Têk hejandin bircêd kelê

Veresand topêd mirarî

Barîtê d’kenê tirarî

Têk hejandin bircêd tarî

Veresand topêd devzêre

Barît kirinê alyê têre

Têk hejandin bircêd şkêre

Veresand topêd derbirî

Barîtê d’kenê cuhorî

Têk hejandin bircêd kevirî

Veresandin topêd Îranê

Barîtê d’kenê qazanê

Têk hejandin bircêd Xanê

Topêd mezin veresandin

Hewalêd bircan firandin

Sitiyan rondik werandin

“Herê Xano tu Kurmanc î

Tu qebûl bike vî tancî

Heke ber topêd me armanc î”


101

“Ez wî tancî qebûl nakem

Xwe j’Xudê û Resûl nakem

Kurmanciyê bê nav nakem”

Topêd mezin giregir e

Bircêd belek xirexir e

Rewda şêran nirenir e

Rondkêd sitiyan guregur e

Fermana ser bab û kur e

Xan mîr e, Ebdal Beg kur e

Veresand topêd mezine

Şidandin toq û bazine

Têk hejandin wê ji bine

Hişyar kirin zava û jine

Veresandin topêd biçûke

Şidandin toq û neynûke

Têk hejandin birc û sûke

Hişyar kirin zava û bûke

Qebaxek topan berda ve

Pênsed top pêkve lêda ve

Heft rojan nedîtin tave

Roja heftê şefeq da ve

Ber ser berî ne hejya ve


102

Xan e, Xanê Lepzêrîn e

Kela wî hemî berîn e

Çi çare pê nebirîne

Şah li Dimdimî fukurî

Ber ser berî neguhurî

“Pîroz bît xudan nemirî

Asê bû pilingê kevirî”

Şahî pêş Dimdim rawestayî

Ber ser berî nehejyayî

“Pîroz bît xudan nav mayî

Asê bû pilingê çiyayî”

_____________________

Ebdal Beg diçît ser banî

Hîkmetê d’girît giranî

Leşker boş e bin me danî

Ebdal Beg diçît hewalane


Fikra digirît girane

Hindî xîzê dev çeman e

Hindî belgêd van daran e

Hindî xurya van berxan e

Hindî stêrêd esmanan e

Hind xîvet bin me danane


Hewar e ev çi zeman e
103

“Çi Ecem e dor me d’girin

Ji xîzêd çeman pitir in

Ji belgêd daran boştir in”

Xanê Sor d’bête kure xwe

“Evdal Beg babo netirse

Ew Ecem in, pir hinêr in

Xîvetan xalî ved’girin

Hind semer in, hind hêştir in

Hind şivan in hind gavan in

Hind xerbendêd dewaran in

Hemî têra babê te nabin

Esker nîne bazirgan e

Têt ji welatê Sorane

Babê te pilingê çiyan e

Babê te Xanê Kurdan e

Xewazê bine behran e

Sibeyî dê çim nav wane


Xerc û xeracê min ser wane

Heke neden, min û wan lêkdane

Ketekê nahêlim ji wane”


104

Ebdal Beg d’bête babê xwe

“Xeberêd te bi tîvil in

Cerg û hinavêd min digirin

Ma tu mêr î xelk her jin in

Pênsed xîvet xema min in”

“Ebdal Bego xeber xurto

Min bo xwe ji davan girto

Eve çi xebere te bo xwe girto”

Xanî got “jihêd kevanan bînin

Dest û pê Ebdal Begê alînin

Ber periyê ra b’heşînin”


105

4. 6. BEŞA ŞEŞEM

Xanê Kurdan dibêt:

“Dilê mino diket girî

Teyrek ber esmanan d’firî

Eve heft sal e rez deynan jê xwarin tirî

Sala heftê temam bûye

Dêlek ber kele zayiye

Firî jê çêkir, rêkir bo Şahiye

Rojek ji yêd Xudê dayî

Dêlek wê l’bin kele zayî

Firî jê çêkir, destê Lawê Betkarî nayî

Rêkir bo ordiya Şayî

“Hey Lawo Lawê Bêdkarî

Mêro ji meran bijarî

Çi ye Xanî bo me hinarî”

“Nê eve firyê mihan e


Xanî rêkir bo Şahane

Da hun pê biken şîlane”

Şahî got: “eve sala heftêo

Mast peyda nabît çi erdêo

Xwarin bo me têt ji kelêo”


“Wey Dimdimo berê ger e
106

Heft sal e min ser te şer e

Sala heftê Xanê Kurdan

Bo min rêd’ket firyê tere

Wey Dimdimo berê pan e

Heft sal e min dor lê pêçane

Sala heftê Xanê Kurdan

Bo min rêd’ket firyê mihane

Miha xanan ji nû za bît

Û eve firyê miha bît

Be halê me dê çawa bît”

Şahî got:

“Lez biken û bilezînin

Tengêd dewaran b’şidînin

Ev xane dê me birînin”

Heke derew heke rast e

Ordî l’ber ordyê guhaste


Pêşahîk çû Selemaste

Şahê Ecem wê çi kire

Pisyar ji Lawê Bêdkarî kire

“Ka hewe solîne kî ve bire”


107

Xweşmêro lawê Bêtkarî

Hey mêro j’mêran bijarî

Helal bît nanê te xwarî

Got: “Hun çi nihe min d’kujin

An min d’kujin danê evarî

Min kerker b’ken ber xîzarî

Min bavêjne ber mişarî

Nabim qatilê çend hizarî”

___________________

Nê Mehmûdkê Alekanî

Kulkek bêt serê ezmanî

Bû xerîmê mala Xanî

Halê xanan kir beyanî

Ew Mehmûdkê bab nemayî

Kaxezek tîrê pêçayî

Avête xîveta Şayî

“Şîva şevê l’nav nemayî

Ew dêl bû li kele zayî

Ew firyê ter ji ber mayî”

Ji wê rista hûr bizmar e

Mehmûdkî xwe berda xware


Şahê Ecem jê kir pisyare
108

Ew Mehmûdkê bab nemayî

“Serekanî bin çiyayî

Nîşan e berê badayî”

Ew Mehmûdkê bab lê mirî

“Serekanî bin kevirî

Nişan berê risaskirî”

Xan pisyar d'ket: “Mehmûd kanê”

“Xano, me rû nema cîhanê

Xano cab nahêne danê

Xeber nahêne gotinê

Kê guhlêbûye ser dinê

Xulam baxwoy ber xwe bidet kuştinê”

_____________________________

Şahê Ecem wê dibête

“Mehmûdko te çi divête”

Got: “heke şerm, heke fihête


Min bûka Xanî divête

Ew Xan Periya baban e

Memik fexfûr û fincane

Ew seqa dilê lawan e”


109

Şahî got: “dê bînin û dê bînin

Topa mezin hun xişînin

Mehmûdkî tê biheşînin

Bircêd kelê ve peqînin

Da çi car xulam li serê

Baxwoyê xwe vê neînin”

Topa mezin wê înandî

Mehmûdkê Alekanî tê heşandî

Bircêd kelê ve peqandî

Nê ew Mehmûdkê Alekanî

Kirin topê berê wî dan esmanî

Got “dê wê wecê ji min girî,

Ew weca te girtî ji Xanî”

_____________________________

Çi sibe ye tîretav e

Van Eceman geşt û rav e

Ji Xanan birkirin ave

Şahê Ecem wê kû d'kete

Çil hêştiran serjê d'kete

Sirîcan tijî xwîn d'kete

Şahê Ecem çû ser solîne

Serê se û dêlan birîne


Sirîc pengandin ji xwîne
110

Solîn û av xirab kirin

Kopek tê da mirar kirin

Sirîc ji xwînê sor kirin

Hindî ga ne hind hêştir in

Ser solînan ser jê kirin

Sirînce tijî xwîn kirin

Ecem çûne bin çiyayî

Av j’solînan wergêrayî

Kevlê gamêşan pê dadayî

“Hey Mehmûdkê Alekanî

Seo kurê nehsed san î

Min hene pênsed xulamêd biyanî

Roj heye belkî negehîte yekî kerek nanî

Tu bo çi bûy sabîna mala xanî”

Çi sibe ye roj eyîne

Xanan helgirtin mesîne


Qesta nivêjê kirîne

Sirîcxane tijî xwîne

Xanê Kurdan çi hal nîne

Rûniştin bo xwe girîne


111

Çi sibeye sibe sor e

Xanan hilavêtin jore

Ava solînan têt sore

Van Xanan bû lorelore

Çi sibe ye sibe sar e

Feqiyan dest dan tirare

Sirîçxane jehremar e

Ev Xanê me çi bêgav e

Li ser sirîcan gerya ve

Hind ava zelal nedît ku

Pê bişotin dest û çave

Xan wê lez d'ket û wê d’lezînît

Avê li nav xwînê d’helînît

“Înşallah kes halê min nebînît”

Xan wê sirîcan d’fikurît

Avê nav xwînê vedgirît


“Înşallah kes halê min nebînît”

Xanê Sor rabû rindirî

D’fukurît mendala kurî

Hinavan radibît gurî


112

Xwînê nav avê kef da ve

Havîn e bêhnmirar kefte nave

Min heyfa mendalêd sava

Van xanan lêbû nihar e

Bestin fot û dadan çare

Meferê me yê Cebbar e

_____________________

Xanî got:

“Herê dayê herê dayê

Ji koçkê were serayê

Me bike teybîr û rayê

Eceman sotim ser dinyayê”

Daykê gotê: “herê Xano

Teybîr ew e ya te kirî

Roja Dimdim xilaskirî

Serê pênsed palan birî

Deng li Mehmûdkî nekirî”

Xanî got:

“Ne’let tuxmî ‘esil jin e

Ewilî jî dayka min e

Çawa sotî zikê mine”


113

Xanê Lepzêrîn rabûye

Derecêd kelê serkeftiye

Ber qiblê rawestiyaye

Dua ji Xudê xwestiye

Xanê Sor çûye ser banî

Qîryê d’hêlît ber esmanî

“Hîvya me Rebbê Rehmanî”

“Ya ker evrê ser meydanê

Tu bide tebek baranê

Av tijî bît sirîçxanê

Da vexweyn, biçîn seyranê

Ker evrê ser meydanêwo

Tu bide tebek nixtêwo

Av pengît sirîçxanêwo

Da vexweyn, biçîn geştêwo

Ker evrê reş û dirêj e


Tebek baranê darêje

Da pê bikeyn nivêje

Çavêd me girtin qirêje

Ya ker evrê reş û tarî

Di danê nîvro êvarî


Tebek baranê bibarî
114

Ya ker evrê reş û şîn e

Tebek baranê barîne

Eskerê Xanan çi hal nîne”

Ne Nîsan e ne Gulan e

Beyna Tîrmeh Tebaxan e

Qirpênek kefte evrane

Yallah xêr bêtin barane

Av pengand sirîçxanane

Nava kelê bû şahyane

Nirênek kevte şêrane

Qebeqeba ribadan e

Van xweşmêran nav xwe dane

Şuştî xwîna di hewşêo

Av tijî kir sirîcêo

Xelkê kelê pê kir nivêja sibêo

Av çû sirîcêd xanane

Sofyan dest da mesînane

Evro dê keyn nivêjane

_________________________
115

Mela Teyîbo bilezîne

Kaxezan binivîsîne

Nav Îslamê bigêrîne

Ecemî dor me girtîne

Me şer e çi sulhe nîne

“Hun lez ken û bilezînin

Mela katibêd min bînin

Hubrî kaxezan reşînin

Nav mîrekan vebijînin

Bo min eskerî ceminin”

Kaxezo belgê biyokê

Mela nivîsî ser çokê

Rêkir bo mîrê Dihokê

Kaxezo belgê gêlanê

Mela nivîsî eywanê

Rêkir bo Paşayê Wanê

Kaxezo belgê gulêo

Mela nivîsî sibêo

Rêkir bo mîrê Mûşêo

Kaxezo ji belgê tarî

Mela nivîsî êvarî


Rêkir bo mîrê Hekarî
116

Kaxezo belgê hejîrê

Mela nivîsî nik bîrê

Rêkir bo mîrê Cizîrê

Kaxezo belgê hêroyê

Mela nivîsî nîvroyê

Rêkir bo mîrê Zaxoyê

Kaxezo ji belgê gulê

Mela nivisî li milê

Rêkir bo mîrê Mûsilê

Kaxezo belge hinarê

Rêkir bo mîrkê Zêbarê

Bo xanan bêye hewarê

Mela kaxez nivîsandî

Avêt ber bayê rehmê wê şeqandî

Ji xudanan ra gehandî

Kaxez tên û qewî şîn in

Xeberêd xweş tê da nînin

Yeqîn paşa li mal nînin

Kaxez tên û qewî reş in

Xeberêd tê da nexweş in
Yeqîn ew paşa nexweş in
117

Kaxez reş in rengê morê

Çi mela lê naden domê

Yeqîn nexweş e Paşayê Romê

Kaxez reş in ji nezamê

Çi mela lê naden xeberdanê

Nexweş e Sultanê İslamê

Kaxezêd xwe cemandîne

Ber û pişt yêd neqşandîne

Çi xeberêd xweş tê nîne

“Ev mire hemî nexweş bin

Kolanêd wan term û leş bin

Ew ji xezayê bê beş bin”

“Cabê biden Mîrê Serhede

Ber xwe biket kirasê şemede

Nehêt zehmetê l’xwe nede

Cabê biden Mîrê Bahdîne

Çi Cuhi ye neynik şîn e

Nehêt min minet jê nîne

Cabê bidene Mîrê Wanê

Çi Cuhi ye li ber dukanê


Nehêt şere Kurdistanê
118

Cabê bidene Mîrê Botan

Birûnît digel day û dotan

Nehêt şere melkemotan”

Ne Badînan ne Şemzîna

Ne nav kockêd Mîr Sêvdîna

Kesê hewar bo xanan neîna

________________________

“Herê dayê herê dayê

Hey kurtikê leblebayê

Me bike teybîr û rayê

Kes îmdada xanan nayê”

“Çi teybîre li xwe kirî

Çi ray e te li xwe kirî

Xwe Dimdimî asê kirî

Şahê Ecem bin xwe peya kirî”

“Dimdim nebûm kirme Dimdim

Ez mîr nebûm kirme hakim


Biradostan kirme dijmin

Şahê Ecem deyna bin min”

Hay Dimdim e hay Dimdim e

Topan ser me gurmegurm e

Şahê Ecem deyna bin me


119

Dayka Xanî kir texmîn e

“Hewara te batinî ne

Çi meferêd dî me nîne

Herê dawo kaxez şîn in

Çi gir û nîşan tê nînin

Hewara te batinî nin”

Hewara min Xudê Xewsê Bexdayê

Kes hewara xanan nayê

Digel Xanan bêy xezayê

Hewara min Xudê Şêx Ehmedê Badî

Tu ‘ilmê Xudê ribad î

Hewara Xanan da hatî

Hewara min Xudê Şêx Zêlatê

Şevê û rojê d'key xebatê

D’gel Xanan têy aresatê

Hewara min Xudê Şêx Pirmîs e

Di destî da şîrê rwîse

Bo xanan bike namîse

Hewara min Xudê Şêxê Navkuran

Tu xudanê ‘ilm û siran


Hanek bêt bo bab û kuran
120

Hewara min Xudê Marîmê Satêo

Pilingo keftî latêo

Hanek bêtin bo Xanêo

Hewara min Xudê minasibê Pîreloke

Çar şehîdêd deştîloke

Bên hewara xanan nûke

Hewara min Xudê Mela Ehmedê Kemekî

Tu ebayê reşbelekî

Tu nav batinyan gelekî

Hewara min Xudê Minasibê Şûşêo

‘İlmê Xudê di koşêo

Tu bêy hewara Xanêo

Hewara min Xudê Şêx Ehmedê Bişêşî

Daim ‘ilmê Xudê d’bêjî

Tu sencaqa xanan b’kêşî

Hewara min Xudê Şêx Simahîlê Biyadirî

Şîr û mertalan hilgirî

Beye xezaya kafirî


121

Hewara min Xudê Şêx Eliyê Dizêo

D’gel Şêx Mûsayê Nîşêo

D’gel Şêx Nazirê qiblêo

Tivengan dagirin têzêo

D’gel xanan werne rêzêo

Çi spêde ye dinya zer bû

Refek ferxêd kotiran der bûn

Rexêd birca kelê wêrbûn

Ji Xanê Kurdan ra esker bûn

Çi spêde ye dinya zer e

Refek kotiran hatne dere

Rexêd bircêd kelê were

Ji bo Xanê Kurdan leşkere

Çi êvar e direngî ye

Bireke teyran firiye

Ser bircêd kelê daniye

Çend xîzê di van çeman e

Çend belgêd dar û beran e

Çend stêrêd esmanane

Ser bircêd kela xanane

Hind batiniyan danane


122

Minasib hemî cemyane

Dest li ser qevdêd şîran e

Hîvya emre xanan mane


123

4. 7. BEŞA HEFTEM

Xan dibêt:

“Herê daye herê dayê

Tu bike teybîrê û rayê

Hewar çûn qolê Bexdayê

Bê hîvî me îmdat nayê”

Dayka Xanî dibêt Xanî:

“Xano kurê dêhle şêrê

Dest b’de şîrî here gêrê

Xudê berxê nêr da bo kêrê”

Xanî got:

“Nehavêje hişketane

Dê dest avêjim çekane

Tine dê b’çime meydane”

“Hey Xano kurê Momê

Bes bikêşe evê domê

Dest b’de şîrî here komê


Heke newêrî ez wê çûmê

Da nav biçît Erzerome


124

Hey Xano sere hîviyê

Tu nekêşe rezîliyê

Dest b’de şîrî here zeviyê

Heke newêrî b’de sitiyê

Da nav biçît Kurmanciyê

Hey Xano sere dewletê

Tu nekêşe rezaletê

Dest b’de şîrî here dawetê

Heke newêrî bide metê

Da nav biçît nav hukmetê

Tu Xanî Xanê Kurdan î

Melevanê bin behranî

Delîletêd şolan d’zanî

Herê Xano berxê dayê

Dest b’de şîrî here xezayê

Bike tarîx li dinyayê”

Xan dibêt:

“Herê dayê herê daye

Ez Xan im Xanê boxe me

Pîremêrekî kone me

Têra gereka dî heme

Ne xasme ku kurê te me
125

Herê dayê herê daye

Sibeyî were bêlayê

Em çend mêr dê çîn xezayê”

“Hey sitiyê hey sitiyê

Hey kurtikê zendik spiyê

Sibê dê xwarkevîn zeviyê

Da nav bigerît Kurmanciyê”

Xan dibêt jina mezine:

“Hey kurtiyê dest bazin e

Sibehî roja mirin e

Em çend mêr têne kuştine”

Xan dibête jina berê:

“Hey kurtiyê bazin zerê

Sibeyî were pencerê

Em çend mêr dê çîn seferê

Nêr mêrê xwe, nêr xencerê”

“Hey sitiyan hey sitiyan

Bînin rextêd koderiyan

B’şidînin piştêd lawiyan

Lawî şor bûn ser deriyan

Wêxte Xan dê çin zeviyan


126

Hey Sitiyê, hey Sitiyê

Zava rake pişt periyê

Ew e mêrê bab hîviye

Hay zerî zerî zerî

Zava rake li pişt perî

Da d’gel Xanan bête şerî”

Rabû rabû rabû rabû

Ebdal Begê babê rabû

Bejna şirîn têk hejyabû

Sîleh li milan du ta bû

Birek lawan li dû xişyabû

Xizmeta babê wêstabû

_______________________

Sibe ye Xanan dîwan e

Mesqel b’den qevdêd şîrane

Me sibê ‘emel seyran e

Sibe ye Xanan teybîr e


Mesqel b’den xencer û şîre

Sibeyî ‘emel nêçîr e

Ebdal Begê gote Babê xwe

“Me ray gotin, ray perêtin

Hedûdan cuhor avêtin


Destek şîran me divetin”
127

“Yallah deskokan lezînin

Hosta û ciqsiyan bînin

Qursêd zêran bihelînin

Deskêd şîran tê helînin

Paş me dê bo kê bimînin

Law biçûk in b’kerimînin”

Qursêd zêran herişandin

Baçoqêd şîran şidandin

Hecetêd lawan birandin

Xanê Sor dibêt ciqsiyan

“Mesqel b’den şîr û misriyan

Şil neken milêd lawiyan

Qursêd zêran b’herişînin

Baçoqêd şîran b’şidînin

Hecetêd lawan birînin”

Qursêd zêran helandin


Şîr kavlan ve tê alandin

Ber bejnê ve hejandin

Yek Qere ye yek Kanîn e

Herdû birayêd axretî ne

Wê nik ciqsî rûniştine


128

“Min şîrek ji te divête

Di deste min da neşkête

Da ez pê nebim fihête

Min divêt şîrek pîlayî

Tasek mifriqî lê dayî

Da pê b’gehim xîveta Şayî”

Ciqsî wê şîrek çêkirî

Tasek mifriqî lê kirî

Da deste Qeroyê Bêdkarî

Qere şîr girt û hejandî

Çirkeçirk şîrî înandî

Di baçoxî ra firandî

“Ne’let babê te ciqsiye

Şola te bi hileyî ye

Heke şîrê min di şerî şkestibû

Da ji Xanî bim şermezariye”

Ciqsî du şîr nav êk nayî

Ser şeqa wî ji pîlayî

Yek çekûç tine lê dayî

Bo Qero Bêdkarî înayî


129

Ciqsî wê şîrek çêkirî

Du şîr nav êk da birî

Tasek mifriqî lê kirî

Deste Qeroyê Bêdkarî ra kirî

Şîrî d’girît û d’hejînî

Çirkeçirkê j’şîrî tînî

Çi ‘eyban şîrî nabînî

Dil û yeqîn dihebînî

Xanê Sor çû nav feqa ne

Feqiyan kitêb deynane

Dest avêtine şîrane

“Ser gorî Xanê Kurdane

Nê evro roja mêran e”

Xanê Sor çû nav feqiyan

Feqiyan dest dane şîran

“Serê me gorî Xanê mîran”

Xan çû kel û kelemendan

Diket nesîhetêd merdan

“Kes ber min neket govendan”

Xan çû kel û keledêran

Wê diket nesîhetêd xêran


“Kes ber min neket çi gêran”
130

______________________

“Şolêd me hemî b’kitêb in

Tiştêd me hemî b’hisêb in

Paş me sitî dê bo kê bin

Ez Xan im, Xanê Kurdan im

Durnasê binê behran im

‘Eybekê vê şolê d’zanim

Xan im, Xanê Lepzêrîn im

Baziyê li ser hêlîn im

‘Eybekê vê şolê d’bînim

Dê pisyarên me bê ‘êb in

Gotinêd me jî bê lêb in

Piştî me sitî bo kê bin”

Xan dibêjît van zeryane

“Xemilin rengê horyane

Min, hun hemî destûrdane


Hun herin bo kafirane”

Zerya Xanî got:

“Kep û lêvêd me dê birîbin

Serkokêd me dê tiraşî bin

Şûkokêd me dê xazî bin


131

Kepê sitiyan birî bît

Serkokê wan tiraşî bît

Paş xanan maldarî nabît”

Çê dibîtin Zerya Xanî

Zerya Xanî dil û canî

Wê govendek bire banî

Sityêd Xanan pir hinêr in

Pisyaran êkûdu d’gêrin

Piştî Xanan dê bo kê bin

Sitiyêd zer û zirav e

Li rûyan nekeftî tave

Mixabin Ecem bêt nave

Ev zerî çendî delal in

Ser doşekan nalenal in

Çi nexweşêd di bê hal in

Sitî wê diken zêmar e

Destî girtin du tirar e

Yek av tê da, ya dî jahr e

“Em sitî ne çil pitir în

Tasêd jahrê jêk wergirîn


Yek vexweyn çar pê bimirîn”
132

Sityêd Xanan wê çi d’kirin

Fîncanêd jahrê tê d’kirin

Yek rad’ket çar pê dimirin

Ew fîncenêd tijî jahr e

Yek ved’xwet, pê d'mirin çare

Nevexwar Perya Nazdare

Zerya Xan Ebdal terlan e

Hemlê wê hemlê kuran e

Wernagirît fîncanane

Ser dibet malêd babane

Kur ved’ken tolêd babane

Sitiyan bû nalenal e

Nîvek jê daykêd mendale

Heçî vexwar mir derhale

Wan mendal xwe ve şidandin

Xwe hewalan da firandin


Cergê van xanan kirandin

Xan zivirî j’nav zeryane

Wê dad’rêjîtin rondkane

Heyfim mendalêd kurane


133

Min heft kur kirine zava

Gurî rad’bît ji hinava

Heyfa min mendala sava

Xan têt û diketin girî

Ji hinavan d’çîtin gurî

Heyfa min mendala kurî

____________________

“Xan im Xanê Kurdan im

Ev xîvet û çadir têra min nînin

Heyfekê vê şolê d’bînin”

Xanan wê girtî dîwane

“Rih şirîn e, ofek giran e

Heçî mal û jin divête

Bila biçît min destur dane”

Xanê Mukrî têt lezînît

Jinê w kurî d’gel xwe tînît


Nava Dimdimey da tînît

Xanê Kurdan wê dibête

“Heke şerm, heke kirêt e

Heçî mal û jin divête

Bila ji Dimdimî nehête


Da ji Xudê nebîn fihête
134

Heçî divêt mal û jine

Bila nehêt digel mine

Bo min jî Xudê mezin e”

Xanê Kurdan gote Xanê Mukrî:

“Tu ew nînî yê li devî

Heçî gava şer helkevî

Yeqîn eve tu dê revî”

Mukrî got: “te ji ber min e

Min heram bin mal û jine

Xwe d’gel te bidem kuştine”

Xanê Mukrî d’zivirîte

Jinê d’gel kurî d’ kujîte

Gurî ji hinavan rad’bîte

Mukrî, şîrê xwe li ba kir

Ruh ji qalibî cûda kir

Cerg û dilan agir rakir


_____________________

Dê hilon babo da biçinê

Dê hilon cano da biçînê

Misriyan ter keyn ji xwînê

Mirin xweştir e ji vê jînê

Ev halê ho em ketînê
135

Dê hilon babo mical e

Dê hilon cano mical e

Şor bikeyn bendêd mertale

Me ji Xudê fersed êxbale

De hilon babo me wext e

Dê hilon cano me wext e

Xwe girêden çek û rexte

Me ji Xudê talih û bext e

Dê hilon babo hewar e

Dê hilon cano hewar e

Pif biden dahl û niqare

Temam bûne yek hizare

Xanê Lepzêrîn serdar e

“Ez Xan im, Xanemîr e

Serê min sindanê tîr e

Sîngê min mertalê şîr e

Ez xan im, Xanê mîran

Serê min sindanê tîran

Sîngê min mertalê şîran”

Hay rabûn rabûn û rabûn

Bejnêd şilkoke hejya bûn


Komêd lawiyan wê rabûn
136

Sîlah li milan du ta bûn

Rextê zêrîn girêdabûn

Kumzurî ser da kêşabûn

Pişt dergehan rawestabûn

Hîvya emrê xanan mabûn

Heta kengî dikeyn girî

Behs û halan jêk d’helgirîn

……. ber pêkan dadbirîn

Girêdan rextêd bi morî

Bi quweta rebbê jorî

Derkeftin j’mezela jorî

Xan sê caran yê we d’bêtin:

“Heçyê mal û jin divêtin

Bila ji kelatê nehêtin”

Koma şêran daberistin

Qevdêd misriyan beristin


Gotin: “Xano em golkêd babê te ne

Heft sal e te em kelê vebestin”

“Bêjin Ebdal Begê cane

Biçît terefê gundane

Bînîtin çend mitirbane


Bo xwe bikeyn seyrane”
137

Ew Ebdal Begê can e

Çû bo terefê gundane

Çend mitirb wê înane

Bo xwe kirin seyran e

“Pê me şil bûn ji govenda

Milêd me şil bûn kerbenda

Em dê qut bîn ji birsan da

Nagehîne çi mirada”

___________________________

Sibe ye demê siharê

Mitirban pif kir niqarê

Xanê Sor meşya hîsarê

Şêr ji kelan hatin xwarê

Sibe ye demê sehrayê

Bû pîkepîka zirnayê

Xan derkeftin bo xezayê

Xan veresin dereca


Bû teqeteqa debanca

Xan e serdarê Kurmanca

Hatin derecêd berîne

Herdû Xan vê da meşîne

Wan hîviya serê xwe nîn e


138

Hatin derecêd kulayî

Herdû Xan vê da meşyayî

Hîviya serê xwe nemayî

Hatin derecêd xweristî

Xan ji kelê verestî

Govenda şîran vebestî

Hatin derecêd kelêo

Herdû Xanan pê danêo

…………… birin jêo

Hatin derecêd nûbirî

Ji hinavan rad’bît gurî

Min heyfa mendala kurî

Hatin derecêd nûava

Gurî rad’bît ji hinava

Min heyfa mendala sava

Spêde ye tîvê hetavê

Manekan pengava bavê

Bes top û tifengan bavê

Wexte Xan de çine ravê


139

Hatin derecêd jêrîne

Revda şêran ber xuşîne

Hîvya serê xwe qet nîne

Xan ji kelê xericîne

Pêşya eskerî girtîne

Eskerê xwe şîret kirine

“Dê ser xîvetan belav bin

Spêdê d’gel denge min rabin

Bi xezayê can fîda bin”

Xan dibête lawyan e

“Ez bim qurbana destane

Wekî mêvanî belav bin ser xîvetane

Ji xwe neveken çekane

Baweryê neden van sane”

Xan dibêt Ebdal Begê

“Rextê zêrî wê kêlekê


Gazindê bike j’felekê”

Xan dibêt her heft kurêd xwe

“Ez dê deme we perê xwe

Meydanê biken şerê xwe

Gazindê biken j’rebbê xwe”


140

“Em koma xanan hisêb in

Dê pisyarêd me bê ‘êb in

Şolêd me bê fend û lêb in

Ka em dê mêvanêd kê bin

Koma Dimdimî reqas in

Xudan şîrêd bi elmas in

Em mêvanêd Şah Ebas in

Xanim Xanê Lepzêrîn im

Melevanê behrêd şîn im

Mêvanê Şahê emîn im

Xanim Xanê begler im

Reqasayê bi xencer im

Mêvanê Şahê Qeçer im

Xanim Xanê kalome me

Reqaseyê galome me

Mêvanê Şahî bi xwe me”

“Ez Xan im Xanê Mukrî me

Reqasayê bi misrî me

Mêvanê Xelîfeyî me”


141

Eceman got:

“Çi sibe ye tîvê tavê

Bes top û tifengan bavê

Nê Xan hatine silavê

Sibe ye hêşta direnge

Bes bavên top û tifenge

Xan hatin silavî Firenge”

__________________

Xan ji kelê hate dere

Cewşenek zêrîn li ber e

Hezar û hezar selawat

Li Muhemmed pêximbere

Xan ji kelê hate xware

Bir kir zirna w niqare

Eskerê wî yek hizare

Dema kelê derkeftî ne


Sêsed xîvet ber xişîne

Kes hîvya serê xwe nîne

Derkeft koma Dimdimiye

Sêsed xîvet ber liviye

Sibexêrek lê kiriye
142

Xan hate derecêd jêrî

Wê d’nirîtin wekî şêrî

Xelîfe tancî d’hinêrî

“Herê Xano tu Kurmanc î

Tu qebûl bike vî tancî

Heke ber topan armanc î”

“Xelîfe çend bê usûl e

Xweş nahêt Xudê w resûle

Ez tancî nakem qebûle

Ez tancê te qebûl nakem

Xwe j’Xudê û Resûl nakem

Kurmanciyê bê nav nakem

Eskerê min hemî belav in

Hemî di bê nan û av in

Hemî gaziya min rad’bin”

_______________________

Xanê Mukrî wê xwarkefte

Qesta Xelîfey wê d’kete

Xelîfe wê l'bin xîvete

Xan ser pê silavê d'kete

Xelîfe d'girît heybete


143

Xanê Mukrî çûbû der da

Sibe xêrek kire ser da

Xelîfe digel xeber da

“Ser ser û herdu çavan e

Were pal de balîfane

Da vexweyn cotek Fincene

Ew rêza me maqûlan e”

“Herê siwarê Xohêo

Sed ne’let day û babêo

Na vxwem fincana jahr têo

Dê bim qatilê ruhêo”

Xelife d’bêtê: “Hey Xane

Tu ji xwe veke çekane

Kerem ke ser mehfûrane

Pal bide balgêd perane

Da li gel te bikem du qesane

Te keme êxsîre Şahê Îsfehanê”

“Hey Xano serê hîviyê

Kerem ke ser mezxuliyê

Te keme êxsîrê Şahê Ûrmiyê


144

Hey Xano serê dewletê

Kerem ke ser mesilhetê

Tancê Şahî l'sere te tê”

Xanê Mukrî d’bêt: “Ey Xelîfe

Tancê Şahî l’serê te bît

Mineta te l’babê te bît

Min minet ji vî navî nabît

Narûnim ser mehfûrane

Pal nadem belgêd perane

Nanê we li min giran e

Min sond xwarî bi enware

Çokêd xwe nadanim xware

Qehwa hewe bo min jahr e

Min zaniye li bircane

Te şîrek kirî debane

Pênsed mesqel qesap dane


Ka bîne kanê çawan e

Paşî dê keyn behsê şerane”

“Min Kela Mîran zaniye

Te şîrek kirî misriye

Com û celal û kanî ye”


145

Şîrek stûnka xîvetê vekirî

Xwe li kavlanî nagirî

De'wa wî xeza kafîrî

“Xano min şîrek kirî baş e

Biha pê dabûn heft aş e

Nik dilê min hêj belaş e

Min şîrek kirî debane

Sê sed kelbî devî dane

Biha heft gundêd felane

Heft aş mizgînî lê dane

Her bo serê we xanane

Min lê nedabû kavlane

Min durîbû li taqane

Min got bila hazir bît

Bo serê hewe xanane”

“Xwezî min dîtiba ka çawan e


Min girtiba van destane

Min dê zanîba qîmeta çekane

Da dile min da nebît kovane

Mirin her rêka mêran e”


146

Xelîfe xulaman d’xurîtin

Şîrî j’xîvetê b’kêşîtin

Destê Xanê Mukrî b’nîtin

Xelîfe dibêt xulamî

“Dilê mino hanûman e

Rabe şîrî bide deste xanane

Da dilî nebît kovane”

Xelîfe got xulamane

“Bo bîne şîrê debane

Bide destê van xanane

Axir her bo serê wan e”

Xulam dibêt: “ez we nakem

Şîrî destê Xani ra nakem

Vê belayê bo xwe çênakem”

Xelîfeyê kerr û kor e

Hêdî hêdî çûye jûre


Tînît misriyê dev more

Da destê Xanê simbêlsore

Xelîfe rabû beziye

Helkêşa şîrê misriye

Da destê Xanê Mukriye


147

Xelîfe rabû yê mest e

Ereq vexwar herdû deste

Şîr stûnê vekir îna da deste

Paşî jî leva xwe gezte

Xan ma li şîrî fukurî

Şîr sortir e ji agirî

Desk û kavlan zêr kirî

Xwe d’avêt destê Mukirî

Dixwazît qetla kafirî

Şîr nîne ba birûsi ye

Dest Xan Avdelê Mukriye

Dil da dibêt: “meferê te kî ye”

Xanê Mukrî d’bêt “Xelîfe

Şîrê te debanê sor e

Lê nîne cewher û more

Nabirît tîvilê gundore”

“Xelîfe şîrê te Hindî ye

Yê bê com û bê kanî ye

Nabirît benekî mûye

D’zanim qîmata wê çi ye”


148

“Xanê Mukrî tu nezanî

Qîmeta çekan d’key erzanî

Şîrî bikêşe ji kavlanî

Da bihayê çekan bizanî”

“Şîrê min yê misrî ye

Com û celal û kanî ye

Heft tonêd zêran kiriye

Cotek aş xwestna wî ye

Cotek gund bertîla wî ye

Cotek hêstir mizgînya wî ye

Ez yê we me heko min dîtî çolî ye”

“Şîrê te heke misrî bît

Com û celal û kanî bît

Heft tonêd zêran kirîbît

Cotek aş xwestna wî bît

Cotek gund bertîla wî bît

Cotek hêstir mizgînya wî bît

Tu we bî heko bo xwe çolê dîtî bî


Û dest Xan Ebdalê Mukrî bît

Meferê mam û birazan dê kî bît”


149

“Nê şîrê min yê ‘eslî ye

Eslê xwe da Kermanî ye

Asinê wî birûsî ye

Ser şeqa wî polayî ye

Çil çerxe devî dayiye”

“Heke şîrê te ‘eslî bît

Eslê xwe da Kermanî bît

Asinê wî birûsî bît

Ser şeqa wî polayî bît

Çil çerxe devî dayî bît

Û destê Xanê Mukrî bît

Meferê mam û birazan dê kî bît”

“Şîrê te bêjim Hindî ye

Hindiyê pîla derzî ye

Gehişt Xan Avdelê Mukriye

Hewara te êdî kî ye

Şîrê te bêjim Lahor e


Lahorekî pîla mor e

Gehişte lawê pispore”

“Xanê Mukrî tu we neke

Deste xwe ji şire min veke

Berevaniya sere xwe bike”


150

Xanê Mukrî got “we nakem

Destan çekêd te venakem

Ez kela mîran hatime

Dê xîvetê l’te wêran kem”

“Herê baziyo mi j’kevrî girtî

Heft sale hîsar ser girtî

Ma çêd’bîtin hêj tu xurtî”

Binêrin Xelîfe û xeberan

Simbêl wekî kurya keran

Kero keftî ji makeran

Dê te deme ber xenceran

Binêrin Xelîfe û van fêlan

Simbêl wekî kurya dêlan

Seo keftiye dû dêlan

Dê rabim te deme ber pênan

Xanê Mukrî d’bêt “Ey Xelîfe

Xelîfe tu bes bibêje


Serê min sewda û gêj e

Ez doma te nakem dîrêje

Hey pîreseo mirar e

Min li kele sondek xware

Bête sere te Zulfeqare”


151

Şîr hejand stûna xîvetê

Berî destê Xanî b’gehtê

Kafir kefte rezaletê

“Were rûnin ser mehfûrane

Were vexweyn du fîncanane

Dê b’kêşîn du qelûnane

Ew terzê me maqûlan e”

“Xelîfe sed car Xelîfe

Tu sed car bikey teklîfe

Pal nadeyn balgêd qedîfe”

“Xelîfe lez ke lezîne

Tu tilya şahdê helîne

Heke serê te firîne”

Mukrî şîr kêşa ji quwetê

Xelîfe got “tu bide min muhletê

Da b’gehme binê xîvetê


Bo bînim zêr û zînetê”

“Xelîfeo qet we nîne

Tu şehde îmanê bîne

Gehişte te şîrê şîne


152

Xelîfeo ne’let lêo

Tilyê bikêşe şehdêo

Heke şîr gehişt ruhêo”

“Tu bide sebr û muhletê

Da b’gehme binê xîvetê

Bo bînim zêr û zînetê”

Xanê Mukrî rawêstayî

Şîrê kose wê deynayî

Serê Xelîfe û mam û birazan

Digel stûnka xîvetê firdayî

Xanê Mukrî şîr kêşande

Hêdî hêdî daweşande

Serê Xelîfe û mam û birazan

Digel stûna xîvetê firande

Xanî şîr kêşa j’kavlane


Ya Allah quweta rehman e

Ne ji quweta milan e

Serê Xelîfe, mam û biraza digel stûna xîvetê

Bi hewekê wê firdane

_________________________
153

Ordiyan bû gazegaz e

Kuştin Xelîfe, mam û biraze

Wê bûne term û cinaze

Xanê Sor tu şerî b'xwaze

Ordiyan bûye girrêne

Misriyan bûye sîrêne

Wan lawan keft qirîpêne

Wan hespan bûye hîrêne

Her sed ji wan bi yekê ne

Cab gehişte Xanê Sore

Xanê Sor gehişte şerî

Nêrne serî nêrne perî

Wekî gurg tête nav merî

Xanê Sor d’bêt Xanê Mukrî

“Wêy Xano tu li min bela yî

Jî kurto ‘emir nemayî

Te nekir sebra dinyayî


Te ho zû zû kir xewxayî

Sê xîvet mabûn ya çarê

Da gehme xîveta Şahî”


154

“Mukriyo bo hinde gur î

Nav şeran da xwe nagirî

Sê xîvet mabûn ya çarê

Da gehme xîveta kafirî”

Xanê Mukrî dibêt Xanê Sor

“Xanê Kurdan tu yî xurtî

Wey baziyê ji refê gîrtî

Ma kar û golk im ez vegirtî

Min hind xwe kerbê da girtî”

“Herê Xano tu zêrîntir î

Tu xeberêd xwe nagirî

Ma nêryê babê te me

Eve heft sal e te tawil kirî

Herê Xano tu zêrîndest î

Tu xeberêd xwe nawestî

Ma golkê babê te me

Eve heft sal e te Dimdimî vebestî”

Vê da vê da vê da vê da

Xan siwar e bazê kimêda

Meşya dergehê xîvetê da


155

Xîveta Şahî kûrê da

Pênsed rim qesabî tê da

Xanê Sor sîngê xwe lêda

Şêrê Sor sîngê xwe lêda

Bû şer û vêkra vêkra

Serêd riman çûne têkra

Kurd û Ecem ber bûn yek ra

Ordiyan bû nirkenirke

Bû şerê Kurmanc û Tirke

Ser firîn ji evan kurke

Ordiyan bû golegole

Xweşmêran şîr dane şole

Bû şerê Kurd û Moxole

Ordiyan bû lemeleme

Meydanê bû toz û teme

Bû şerê Kurd û Eceme

Bû şer û herb û lêkdan e

Qiren e axir zeman e

Hewhewa batiniyan e

Ser firîn qalib cih mane


156

Şerê van herdû xanan e

Çirpeçirpa misriyan e

Goranan yeman yeman e

Şer çû kolkêd Xanemîr tê

Pênsed mêrêd dest bi şîr tê

Ber birînan xwîna tîr tê

Şer çû kolkêd Şêx Heyder tê

Pênsed lawêd dest xencer tê

Ber birînan xwîna terr tê

Şer çû kolkêd Şêx Ebdal tê

Pênsed lawêd dest rewal tê

Ber birînan xwîna tal tê

Şer çû kolkêd Xan Ebas tê

Pênsed lawêd dest elmas tê

Ber birînan xwîn qeyas tê

“Ebdal Begê babê rabe

Xudanê şîrê kulab e

Nê me kuştin bê hisabe”

Ebdal Begê babê mest e

Wî şîr û mertal helbeste


Şîr bi kavlan ve çû deste
157

Ebdal Begê got:

“Sed ne’let babê hosta yî

Şîrê min xirab seqa dayî

Nabirîtin şîv pîlayî

Xudan birî hesp hêlayî

Hay ne’let babê hosta ne

Şîr xirab mesqel dane

Nabirît zirî û xudane

D’hêlît bin zikê hespane

Ne ji quweta milan e

Ne ji şewketêd mîran e

Nabirît ev vêxudane”

Çavê Xanî, Ebdal Begê d’kevîtin

Heyfê vê şolê d’bînîtin

Dilê wî pê ve d’mînîtin

“Kurê mino tu nezan î


Şîrê te hêştê kavlanî

Hişyaryekê bide giyanî

Dê birît zîn û hesp û xudanî”

Şîr ji kavlanî kêşande

Hêdî hêdî daweşande


Xudan birî hesp dirande
158

“Rehmet babê hoşta yî

Şîrê min baş seqa dayî

Xudan birî hesp nemayî”

Dê bab gorî Ebdal Begê

Qet nizanît heke w mekê

Sed seran d’birît hewekê

Şer kefte erdê coxînê

Manek hatin gerweşînê

Dinya bûye behra xwînê

Şer kefte erdê bênderê

Manek hatin gerwezerê

Xwîn diçît wekî lêserê

Şer kefte ber zeviyan

Bû ringeringa misriyan

Kes nabihît çi gaziyan

Şer kefte ber bênderan

Bû ringeringa teberan

Kes nabihît çi xeberan

Xwîn dibetin term û seran


159

“Hey şivane hey şivane

Ez bim qurbana destane

Nizanim carek dî ez nebim xane

Dê te Ûrmiyê keme sultane

Deme te dewr û meaşane”

Enferim Melayê Torê

Gamêş e yê keftî kûrê

Kes newêrît biçît dorê

Çê d’bîtin kure Melayî

Dest da bivirê pîlayî

Çav dabû xîveta Şayî

Pê wî l'kenefê alyayî

Eceman ser kir tebayî

Hewhewa kure Gewhere

Ji bin terman hate dere

Hejdeh dirandin bi xencere

Hewhewa lawê Şerefe

Destî xencera sedefe

Nav şeran da gur û gefe

Hewhewa lawê Harisî

Mezin bûy nanê garisî


Xîvet ber xîvet reqisî
160

Kanîn û Qere bira ne

Wan cotek teber lêkdane

Gurî jê d'çît esmanane

Serhingêd Xanê Kurdan e

Qere û Kanîn bira ne

Herdu ber êk rawesta ne

Kes kesê nabet çi çarane

Qere dibêjît Kanîne

“Hey ya Kafirê melûne

Ji min bînî çipka xwîne

Dê kî ve revî ber birayê min Kanîne”

“Qerewo tu yê qereyî

Şîrhingêvo j’mêran zêdeyî

Emanet koçka dergeyî

Qerewo tu qerawil î

Şîrhingêvo tu rewal î
Te emanet koçka yalî”

Şer çû birca bin çiyayî

Birek Ecem lê cemyayî

Xetîre ji bin kêşayî


161

Şer çû bin birca kevirî

Birek Ecem lê ewirî

Xetîre wê ji bin birî

Çê d’bîtin lawê Hekarî

Hey mêro j’mêran bijarî

Xilas kir ordya serdarî

Çê d’bîtin lawê Mehende

Benda şîrî avêt zende

Nava şerî kir govende

Çê d’bîtin lawê Zêbarî

Destî şîrê cewher tarî

Xilas kir ordya nizarî

Çê d’bîtin lawê Muzurî

Dest avête qevda şîrî

Xilas kir ordya wezîrî

Çê d’bîtin lawê Silehî

Heçî koma nav dikevî

Ket û cot jiber direvî

Çê d’bîtin lawê Bêdkarî

Helal bît nanê te xwarî

Roja geş lê kire tarî


162

Xan dibêjîte kurê xwe

“Ez dê deme te perê xwe

Meydanê bike şerê xwe

Namîsê bike bo babê xwe”

“Babê te me babê te me

Pîreboxekî kone me

Têra du sê gêre dî heme”

Hewhewa Ebdal Begê

Ew nizanît heke û mekê

Sed seran d’birît gavekê

Serim gorî Ebdal Begê

Malim gorî nûzavawo

Nav şirîno yê tu dawo

Sê caran xwe l'komê dawo

Sed ser bo babê İnawo

Hay êvar e roj zirav e

Eceman hewek xwee dave

Tîrek li Ebdal Beg dave

Mişewiş bû qet nemave

Wê l'Xanî kuşt û nûzava

Wê sotin cerg û hinava


163

Cotekê tîran lêdayî

Bejna zirav têk hejyayî

Korahî bi babê mayî

Xan ser mile xwe zivirî

Çav ma Ebdal Begê kurî

Rondik ji çavan da firî

Qender halê bênderê

Xwîn tavêt wekî lêserê

Ebdal Begê babê ma l’seferê

Nêrin Xanî nêr cegerê

Çend radwestît vê seferê

Kafir xelan hatne derê

Qere û Kanîn bira ne

Herdûkan teber lêkdane

Deng çû esmanê heftane

Bab li dengê wan heyran e

“Babê te ye babê te ye

Pîreboxekî kone ye

Têra heweke dî heye”

Nêrin Xanî nêr cegerê

Şîr avêt dest da xencerê


Kafir j’xelan kirne derê
164

Xanê Mukrî d’bêt “Hey Xane

Bes bikuje xir û xîzane

Tu ber min veke kolane

Gehme cindî û êkanane

Da vekem heyfêd zavane

Hêdî hêdî kur kovan e”

Herdû Xanêd Sor bûne cot

Herdû şêrêd Sor bûne cot

Xan şêr e, Mukrî melkemot

Ji Eceman d’kujin ket û cot

Ebdal Begê cergê me sot

Şerek kir koçka beroje

Şebeqa şîran kir roje

Xan wê d’ken şerê dilsoje

Şerek kir koçka nizarî

Şebeqa şîran kir tarî

Xan wê d’ken şerê kufarî

Şer dakeft herdû nihalan

Bû teqeteqa mertalan

Xwîn diçît com û celalan


165

Şer dakefte herdû tiyan

Bû teqeteqa misriyan

Xwîn diçît wekî kaniyan

Şer dakefte herdû giran

Bû teqeteqa biviran

Xwîn diçît wekî lêseran

Şer çû kolkêd van feqiyan

Feqiyan dest da misriyan

Dê dayne canê şi’iyan

Şer çû kolkêd van melane

Melan şaş wê erdî dane

Serê me oxira xanan e

Qere ye, Qere w Kanîn in

Yêd hewalan lêk d’şidînin

Ketkete kafran d’birînin

Nihala zemînê kûr e

Herdû Xanan lûrelûr e

Herdû şêran lûrelûr e

Gurg in keftin kar û kwîre


166

Nihala zemînê teng e

Herdû Xanan dengedeng e

Herdû şêran veda denge

Gurg in keftin pezê şenge

Wan qiran îna Firenge

Nihala zemînê pan e

Herdû Xanan deng vedane

Herdû şêran deng vedane

Gurg in keftin nav berxane

Nihala zemînê kerx e

Herdû Xanan lêda çerxe

Herdû şêran lêda çerxe

Gurg in keftin kerî w berxe

Nihala zemînê herî

Herdû Xan lê diken şerî

Wekî gurg tête nav merî

Şêrêd xanan dû êk rêz in

Mil bi mil xwe ved’qelêzin

Xîvet xîvet ved’guhêzin

Şêrêd Xanan jor da têne

Mil bi mil xwe d’helavêne


Xîvetan ser êk dad’dene
167

Xîveta Şahî mezin e

Sed rim qesabî di bine

Herdû xanan kêşa bine

Binêrin koma xanane

Dengê selawatan esmance

Şerê xazî batinyan e

Ser d’firin qalib cih mane

Ev ‘Ecem ecêbê d’girin

Çi nabînin serêd firin

Batinî dê me birînin

Şahî da binê evrazî

Xanê Sor lê kire gazî

“Nereve têşkê berazî”

Xanê Sor wê rawêstayî

Misriyê zêrîn dahêlayî

Birînan d’dete ber bayî


Goştê çûy hestî wê mayî

Xanê Sor wê rawesta ve

Misriyê zêrîn dahêla ve

Goştê çûy û hestî ma ve


168

Şah herdû piyan reviye

Hozanê wê serkeftiye

Birek topçî lê derkeftiye

“Hun lez biken bilezînin

Barîtê deştê reşînin

Agirî pê da barînin

Batinî dê nifşê me qelînin

Hemberêd wan nav me nînin”

Wan lez kir û lezande

Barît li deştê reşande

Agir wê pê da barande

Batinyan xwe nav helande

Terr û hişk têkda qelande

______________________

“Hey Dimdimo we be we be

Ber ser berî kerker bibe

Piştî Xanan bo kes nebe

Hey Dimdimo berê zer bî

Heft salan hîsar li ser bî

Piştî Xanan xwelyê werbî

Hey Dimdimo ker be ker be

Bi toz û xebarê werbe


Piştî Xanan bo kes nebe”
169

Ji wî sahibê qudretê

Wan bircan qirênek keftê

Deng çûye esmanê heftê

“Hey Dimdimo kavl û wêran

Meskenê piling û şêran

Rovî lê d’ken geşt û gêran

Rehmet day û babêd guhdêran”


170

5. ENCAM
Destana Kela Dimdim û Xanê Lepzêrîn yek ji girîntirîn destana netewî ya

Kurdî ye. Jêdera mijara vê destanê bûyereke dîrokî ye ku serûberê rewşa Kurdan ya

siyasî di nava xwe da kom kiriye. Vê destanê karîgeriyeke gelek mezin li ser civaka

Kurd hiştiye. Jiber vê egerê hêj piştî bûyerê wekî destan hatiye honandin û di nava

civakê da belav bûye. Ji aliyê civakê ve ev destan gelek hatiye hezkirin. Di Edebiyata

Kurdî ya Klasîk da jî ji aliyê çend edîbên mezin ve serejinû wekî berhemeke

menzûm hatiye nivîsîn. Herwesa ji aliyê lêkolîner û pisporên biyanî û xuyanî ve

gelek xebat li ser hatine kirin.

Ev destan mijara xwe ji bûyereke dîrokî standiye. Ev bûyer di salên 1608 û

1609ê qewimiye. Devera ev bûyer lê qewimî Kela Dimdim e ku dikeve başûrê

rojavayê bajarê Ûrmiyê. Mijara vê destanê şerê di navbera Kurdên Biradostî û

Dewleta Sefewiyan e. Sefewiyan di bin rêveberiya Şah Ebbas da xwestiye

desthelatdariya Mîrgeha Biradostiyan ji nav biben. Hemberî vê çendê Kurdên

Biradostî di rêberiya Emîrxan Biradostî an jî Xanê Lepzêrîn da li hemberî Sefewiyan

berxwedaneke mezin kirine. Lêbelê di encama şer û dorpêçeke giran û domdireêj

Kela Dimdim keftiye destê Sefewiyan. Kurdên Biradostî bi mêrxasî û qehremanî şer
kirine heta ku hemî yek bi yek hatine kuştin.

Li ser vê bûyera dîrokî ya gelek karîger û dilsoj civaka Kurd gelek li ber xwe
keftiye. Vê bûyerê te’sîreke mezin li ser Kurdan kiriye. Lewra ev bûyer wekî

destanekê li ser devê dengbêj û beytbêjan serejinû hatiye vegotin. Ev vegotina devkî

ji aliyê Kurdan ve gelek hatiye bergermkirin û qebûlkirin. Lewra li hemî aliyên

Kurdnişîn ev destane hatiye vegotin. Di vê vegotina destankî da ev bûyera dîrokî bi

hizr û bîr û xeyalên beytbêj û dengbêjan ve hatiye xemilandin, rengînkirin û

dewlemendkirin. Bi awayekî rêkûpêk rista bûyeran li dû hev hatiye girêdan û bi


171

şêweyekî rewanbêj û herikbar hatiye diristkirin. Lewra guhdariya vê destanê tameke


xweş daye guhdaran.

Destana Kela Dimdim û Xanê Lepzêrîn ji aliyê temayan ve gelek dewlemend

e. Jiber ku destan behsê mêrxasî û qehremaniyê dike temayên netewî serdest in. Di

destanê da mirov rastî xîret û hemaseteke mezin têt. Herwesa temayên Kurdînî û

welatparêzî, dilsozî û xiyanet, jin, dîn û bawerî û ray û tedbîrê gelek bi hostayî hatine
honandin. Destan xîtabî hestên netewî dike û kel û coşekê dide guhdaran.

Metnê destanê yê li vê xebatê da li ser hatiye rawestan di devera Hekariyan ji

devê deh dengbêj û beytbêjên cûda hatiye tomarkirin. Jiber ku ev waryant hemî yên

deverekê ne û ferq û cudahiyên wan gelek kêm bûn; ev waryante wekî yek destan
hatiye nirxandin. Ev destan nêzîkî heftsed bendên piraniya wan sêrêzî pêk têt.

Em vê xebatê da li ser çend xalên destanê rawestiyane. Lêbelê ev destane ji


gelek aliyan ve pêdiviyê lêkolînên cûda cûda ye.
172

JÊDER
BAZÎDÎ, Mela Mahmudê, Camî’eya Rîsaleyan û Hîkayetan bi Zimanê

Kurmancî, (Brh. : Ziya Avcı), Weş. Lis, Stenbol, 2010.

BIDLÎSÎ, Şerefxan, Şerefname Dîroka Kurdistanê, (Wer: Ziya Avci),

Weşanên Avesta, Stenbol, 2007.

ÇALIŞTIRAN, Rûken, “Lîteratûrek Li Ser Destanên Kurdî”, Edebiyata

Kurdî Ya Gelêrî, Dîrok- Teorî- Rêbaz- Lîteratur- Berawirdî- 1, Weş. Avesta, Stenbol

2015.

ÎSKENDER BEY Türkmen, Târih-i Alem Arayi Abbasi, I, Brh. İrec Afşar,

Müessese-i İntişârât-ı Emîr Kebîr, Tahran, 1387.

PERTEV, Ramazan, “Danasîn û Rewşa Giştî ya Xebatên li ser Folklor û

Edebiyata Kurdî ya Gelêrî”, Edebiyata Kurdî ya Gelerî, Dîrok- Teori- Rêbaz-

Lîteratur- Berawirdî- 1, Weş. Avesta, Stenbol 2015.

SADÎNÎ, M. Xalid, Feqiyê Teyran, Jiyan, Berhem û Helbestên Wî, Weş.

Nûbihar, Stenbol 2010.

SERWER, Ebdurehman Omer, Karesatî Qelay Dimdim (1608- 1609),

Enstîtûya Kelepûrê Kurdî, Silêmanî 2008.

YETİŞ, Kazım, “Destan”, Tûrkiye Diyanet Vakfı İslam Ansiklopedisi, C. IX,

Weş. DİB, İstanbul 1994.

ZÎLAN, Reşo, “Lêkolînek Li Ser Destana Kela Dimdimê”, Edebiyata Kurdî


Ya Gelêrî, Dîrok- Teorî- Rêbaz- Lîteratur- Berawirdî- 1, Weş. Avesta, Stenbol 2015.
173

ÖZET

Dımdım Kalesi ve Altın Kollu Han Destanı

Dımdım Kalesi Destanı, Kürt Edebiyatının en önemli destanlarından birisidir.

Konusunu tarihi bir olaydan almıştır. Bu tarihi olay Bıradostî Kürtleri ile Safevî

Devleti arasında 1608 ve 1609 yılları arasında gerçekleşmiştir. Şah Abbas

önderliğindeki Safevi Devleti, Bıradosti Kürtlerinin yönetimini ortadan kaldırmak

istemiş, buna karşın Bıradosti Kürtleri Altın Kollu han öncülüğünde buna karşı

çıkmış ve Dımdım Kalesi’nde büyük bir direniş sergilemişlerdir. Çetin ve uzun süreli

bir savaştan sonra kale Safeviler tarafından alınmıştır. Kaledeki Kürtler sonuna kadar

kahramanca savaşmışlardır. Hepsi tek tek öldürülünceye kadar teslim olmamış ve

büyük bir kahramanlık ve yiğitlik göstermişlerdir.

Bu acı olay Kürt toplumunu derinden etkilemiştir. Bundan dolayı halk

ozanları tarafından bu tarihi olay üzerine onur, hamaset ve yiğitlik dolu ulusal bir
destan yaratılmıştır. Bu destan edebi olarak akıcı bir uslup ile örüldüğü için halk

tarafından oldukça beğenilmiş ve kabul görmüştür. Destan, dinleyicilerde güzel bir

tat bırakmış ve onların ulusal duygularını canlandırmıştır.

Bu destan Hakkâri bölgesinde on ayrı halk ozanından derlenmiştir. Bu on ayrı

halk oazanına ait varyantlar birbirlerine çok yakın olduğu için tek bir destan olarak

düzenlenmiştir. Hazırlamış olduğumuz bu destan, çoğunluğu üç dizeden meydana

gelen yedi yüz civarında kıtadan oluşmaktadır. Her kıtada kafiye olup her dize sekiz

heceden oluşmaktadır. Fakat bazı yerlerde dizelere ait hece sayısında azalma veya

artma görülmektedir.
174

PÛXTE

Destana Kela Dimdim û Xanê Lepzêrîn

Destana Kela Dimdim yek ji girîntirîn destana Edebiyata Kurdî ye. Mijara

xwe ji bûyereke dîrokî standiye. Ev bûyer di navbera Kurdên Biradostî û Dewleta

Sefewiyan da di salên 1608 û 1609ê da qewimiye. Dewleta Sefewî di rêveberiya Şah

Ebbas da xwestiye rêveberiya Kurdên Biradostî ji nav bibe. Kurdên Biradostî di bin

rêveberiya Xanê Lepzêrîn li hemberî vê çendê derkeftine û li Kela Dimdim da

berxwedanek mezin kirine. Piştî şerekî dijwar û domdirêj kele ji aliyê Sefewiyan ve

hatiye standin. Kurdên kelê heta dawiyê bi mêranî şer kirine. Di dawiyê da heta ku

hemî hatine kuştin teslîm nebûne û mêrxasî û qehremaniyeke mezin nîşan dane.

Ev bûyera dilsoj gelek kartêkirinin di civaka Kurdî da kiriye. Lewra dengbêj

û beytbêjan li ser vê bûyera dîrokî destaneke netewî ya ji xîret, hemaset û mêrxasiyê

ve tijî çêkirine. Jiber ku ev destan wekî edebî bi şêweyeke rewanbêj û herikbar hatiye
honandin ji aliyê gel ve hatiye bergermkirin û qebûlkirin. Guhdariya destanê tameke

xweş daye guhdaran û hîs û hestên wan yên netewî bilind kiriye.

Ev destan li devera Hekariyan ji devê deh dengbêj û beytbêjên cûda hatiye

tomarkirin. Jiber kû waryantên van beytbêjan gelek dişibîn hevdu wekî yek waryant

hate diriskirin. Ev destana me amadekirî nêzîkî heftsed bendên piraniya wan sêrêzî

pêk hatiye. Di her bendekê da serwa (qafiye) heye û her ristek ji heşt kîteyan pêk

hatiye. Lêbelê hejmara kîteyên ristan hinek erdan an kurt an jî dirêjtir lê hatine.
175

ABSTRACT

Dimdim Castle and the Golden Armed Han Epic

Dimdim Castle Epic is one of the most important epics of Kurdish literature.

The subject of the epic comes from a historical event. This historic event took place

between Bıradostî Kurds and the Safavid Empire between 1608 and 1609. Safavid

Empire, led by Shah Abbas, wanted to eliminate the governance of Bıradostî Kurds,

but however, Bıradostî Kurds under the leadership of Golden Armed Han opposed to

it and demonstrated a great resistance in Dimdim Castle. The castle was taken by

Safavids after a harsh and long war. Kurds in the castle fought heroically to the end.

They did not surrender until all were sacrificed one after another and showed great

heroism and bravery.

This painful event affected the Kurdish society deeply. Therefore, a national

epic full of honor, heroism and bravery was created on this historic event. As this
epic has been intertwined with a literarily flowing style, it was praised and accepted

highly by the public. Epic has left a good taste in the listeners and stimulated their

national feelings.

This epic has been collected from ten different minstrels in Hakkari region.

As the variants from this ten different minstrels were very close, the epic has been

organized as a single epic. This epic consists of about seven hundred stanzas, the

majority of which consisting of three lines. There is rhyme in every stanza and each

line consists of eight syllables. However, the number of syllables increase or

decrease in some of the stanzas.


176

T.C.
YÜZÜNCÜ YIL ÜNİVERSİTESİ
YAŞAYAN DİLLER ENSTİTÜSÜ
KÜRT DİLİ VE KÜLTÜRÜ ANABİLİM DALI

DIMDIM KALESİ VE ALTIN KOLLU HAN DESTANI


(EDEBİ VE TARİHİ BİR İNCELEME)

YÜKSEK LİSANS TEZİ

Danışman
Yrd. Doç. Dr. Mehmet Metin BARLIK

Yaşar KAPLAN

VAN - 2015

You might also like