SlideShare a Scribd company logo
1 of 101
Download to read offline
Neþireta "Spîka"
2013
R'ewan
E’zîzê E’mer, H'esenê Þêx-Me'mûdê
E’debyet û zimanê ÿzdîkî
Dêrsxana 10-a
Ðî¸ 373.167.1 : 809.15 : 891.5 (075.3)
¶Ø¸ 81.2 »½¹Ç»ñ»Ý + 83.3 »½¹Ç»ñ»Ý ó72
 206
³ÙáÛ³Ý Ð³ë³Ý
º½¹Ç»ñ»Ý É»½áõ ¨ ·ñ³Ï³ÝáõÃÛáõÝ :
гÝñ³ÏñÃ³Ï³Ý ¹åñáóÇ 10-ñ¹ ¹³ë³ñ³ÝÇ ¹³ë³·Çñù/
гë³Ý ³ÙáÛ³Ý, ²½Ç½ ³ÙáÛ³Ý. - ºñ.: §êåÇϳ¦, 2013,
100 ¿ç :
Ðî¸ 373.167.1 : 809.15 : 891.5 (075.3)
¶Ø¸ 81.2 »½¹Ç»ñ»Ý + 83.3 »½¹Ç»ñ»Ý ó72
ISBN 978 - 9939 - 854 - 01 - 4
гëï³ïí³Í ¿ ÐÐ ÏñÃáõÃÛ³Ý ¨ ·ÇïáõÃÛ³Ý Ý³Ë³ñ³ñáõÃÛ³Ý ÏáÕÙÇó
Ij alîê wezareta CE xwendinê û ö'lmda hatye erêkirinê
E'zîzê E’mer, H'esenê þêx-Me’mûdê
E’debyet û zimanê ÿzdîkî
Dersxana 10-a
"Spîka", 2013, 100 r'û
 206
C §êåÇϳ¦ Ññ³ï³ñ³ÏãáõÃÛáõÝ, 2013 Ã.
C Neþireta "Spîka"
îå³·ñáõÃÛ³Ý »Õ³Ý³ÏÁ` ûýë»Ã
ÂáõÕÃÁ` ûýë»Ã 70 ·/Ù
îå³ù³Ý³ÏÁ` 1000 ûñÇݳÏ
3
Simoyê Þemo
(1928-2000)
ÞÎRÊ DÊ
Can, þîrine þîrê dê,
Îdî þerbet çî mir’a?
Herke heye h’öva dê,
Göl-gölistan çî mir’a?
E’mir û h’öve lizvê dê,
Beyt’a bilbil çî mir’a?
H’erke heye p’aþla dê,
Îdî cinet çî mir’a?
Lal û dör’e hêsrê dê,
Bi wê e’mir çî mir’a?
H’erke heye sonda dê,
Þems û zyaret çî mir’a?
s.1977
Xeverê çetin:
1.Þerbet- ava pê þekir þîrinkirî, isa jî- þîre
2.H’öv- h’izkirin
3.Lizv- löt’v- r’e’m, dilr’e’mî
4.Beyt’- vira- k’ilam, xwendina bilil
5.Lal û dör’- kevrê qîmetlîne
Pirs û pêþdanîn:
1.Þiêrê ezberkin û bêjin
2.Çima þayîr þîrê dê h’emû tiþtî þîrintir h’esavdike?
3.Þayîr hêsrê dê mînanî çi dike?
4.Bi xeverê þerbet, h’öv, beyt’, lal û dör’ cömla çêkin û binivîsin.
DILÊ MIN Ç’YAYE
Dilê min ç’yaye,
Meskenê gölî,
Höndr’da de’wat,
Tö lê xemilî.
Dilê min merge,
Mirgeke fire,
Û ç’emê h’öbê
Vir fûre-fûre.
Were, e’zîzê,
Were, ha nabe,
Were, bêy bûkê
T’ö de’wat nabe.
4
5
Hûrik bimeþe,
Tö nav mêrgêr’a,
Nêzîkî ç’embe,
Fîncan jî ter’a.
Û ji wî ç’emî
Fîncanê dagir,
Belkî hêsabe
Ev dilê agir.
Dilê min ç’yaye,
Meskenê gölî,
Höndör’da de’wat
Tö bûk-xemilî.
1960
Xeverê çetin:
1.Misken- cî, war
2.H’öb- h’öv, h’izkirin, evîntî
3.Fûre-fûre- çaxê av dik’ele
4.Fîncan- cûr’ekî k’asa mezin
Pirs û pêþdanîn:
1.Þiêrê ezberkin û bêjin
2.Þayîr dilê xwe mînanî çi
dike?
3.Þayîr þiêr avîtye ser k’ê?
4.Bi xeverê misken, h’öv, fîn-
can cömla çêkin û binivîsin.
YAR
Yar esmerê, yar qemerê,
Yar ziravê, piþt k’emberê,
Kilê sibh’an ç’e’v, börûya,
Ç’ya ç’yatya xwe minr’a girîya.
Yar, tö gölî, yar bilbilî,
Yar, tö te’vî, lê sar dilî,
Gölîê zêr’în hûr hûnaye,
Agir berî dilê min daye.
Yar, tö dör’î, k’ûra gör’î,
Yar, wê çibe, kö bifir’î
Ça gogerçîn, deqeke kin
H’ewas bêyî k’êleka min.
1959
Xeverê çetin:
1.Esmer- bedew, qimer
2.Kil- dermane, wekî qîz û bûka ç’e’vê xwe didan
3.Kilê sibh’an- kilê r’ind
4.Hûnaye- vegirtîye
5.Dör’- kevirê qîmetlîyî r’engê sipîye, wekî binê be’ra derdixin
6.Gogerçîn- cûr’ekî kewaye
Pirs û pêþdanîn:
1.Þiêrê ezber hînvin û bêjin
2.Þayîr þiêr avîtîye ser k’ê?
3. Bi xeverê esmer, kil, sibh’an, hûnandin, gogerçîn cömla çêkin û
binivîsin.
6
7
ZERÎÊ
Îro were ser kanîê,
Hîvya teme ser kanîê,
K’ofya zêr’ çêbike,
E’se were ser kanîê.
Were, xema xwe bîr bikim
Bi h’öba te, bi ç’e’vê r’eþ,
Were, bê te sebir nakim,
Qîza bedew bengzî xweþ.
Were ser kanîê e’se,
Ew mîna min hîvya teye,
Ew dixweze pê bih’ese,
H’öba me ça gölvedaye.
Îro were ser kanîyê,
Hîvya teme cem kanîê,
Bejna k’öbar bixemilîn,
Zerîê, were ser kanîê.
1957
Xeverê çetin:
1.Kofî- xemla qîz û bûka bû, wekî didane serê xwe
2.Bengiz- sifet
3.K’öbar- vira- bedew
4.Zerî- vira- bedew
Pirs û pêþdanîn:
1.Þiêrê ezberkin û bêjin
2.Çima þayîr divêje: “were ser kanîê?”
3. Bi xeverê k’ofî, bengiz, k’öbar, zerî cömla çêkin û binivîsin
ÖSA MENÊR’
Ösa menêr’, ösa menêr’
tö li min,
Bê dû, bê dû diþewite
dilê min,
Ji avr’ê te, ji avr’ê te,
qîza baþ,
Dilkê mine, dilkê mine
t’im nexweþ.
Ösa menêr’, ösa menêr’
tö li min,
Bese, îdî îþiq nema
ç’e’vê min,
Sêva sorî, sêva sorî,
li nav r’ez,
T’imê ji te, t’imê ji te-
r’ojî ez.
Wan avr’ê te’l, wan avr’ê te’l
bîr bike,
Baqê göla, baqê göla
çêbike.
Û h’alalke û h’elalke
tö li min,
Wekî qencbe, wekî qencbe
dilkê min.
1956
8
9
Xeverê çetin:
1.Avr’ê- çaxê t’erekî me’dekirî meriva dinihêr’in
2.Îþiq- r’onkayî
3.R’ez- mêwa, fêkî
Pirs û pêþdanîn:
1.Þiêrê ezberkin û bêjin
2.We k’ilama bi têk’sta vê þiêrê bihîstîye?
3.Eger hûn vê k’ilamê zanin- bêjin
4. Bi xeverê avr’û, îþiq û r’ez cömla çêkin û binivîsin
DAYKA MINR’A
Daê, daê, tö þîrinî,
Tö k’esera dilê lawa,
Tö ji göla göla bînî,
Dijmin ji te dive sawî.
Þevê dirêj û þevê sar,
R’ojê baran, yan r’ojê germ
Bêþîka min herr’o, hercar
Te h’ejandye bêxew û nerm.
Tö girîayî, wexta li min
P’eyda bûne ÿþ û k’eder,
Dilê teda k’izîn boy min,
Dû-dermana ger’yayî her der.
R’aste, te’ve gör’e û geþ,
Lê ne germe ew nola te,
R’aste, göle sore, bînxweþ,
Lê ne omide nola te.
Daê, daê, tö þîrinî,
Tö k’esera dilê lawa,
Tö ji göla göla bînî,
Dijmin ji te dive sawî.
1962
Xeverê çetin:
1.K’eser- vira- derd, köl
2.Sawî- saw, tirs
3.K’eder- vira- nexweþî
4.K’izîn- dengê þewata goþte
5.Omid- dilr’e’m, h’eyf
Pirs û pêþdanîn:
1.Þiêrê ezberkin û bêjin
2.Hûn derheqa dêda idî çi þêra zanin?
3.Seva cefê dê þayîr çi divêje?
4.Bi xeverê k’eser, saw, k’eder, k’izîn, omid cömla çêkin û binivîsin
***
Ji kanîê biç’ûk ç’emokê biç’ûk
Ç’ya û deþtar’a dikne leme-lem,
Û diçin hevr’a çawa qîz û bûk
Digîjne hevdö, hevr’a divne ç’em.
Û ç’em dik’iþe fitil ser fitil,
Kevana dide e’ynî çawa me’r,
10
11
Berbi xûþka diçe, diçe h’öva dil,
Digîhjne wana, hevr’a divne be’r.
Ser r’ya wan ç’ema û wan ç’emoka
Göl-gîha divin, divin ça cinet,
Distrê k’emençe þaya xort-bûka,
Ç’em jî de’watvan diçe bêminet.
Xeverê çetin:
1.Ç’emok- ç’emê ç’ûk, cew
2.Dike leme-lem- çaxê av dik’iþe-
dike leme-lem
3.Fitil- zivir’
4.Kevan- ne r’ast, xöar, tewandî
5.K’emençe- navê hacetê
sazbendîêye
Pirs û pêþdanîn:
1.Þiêr derheqa çidaye?
2.Þayîr ç’ema mînanî çi dike?
3.Bi xeverê ç’em, ç’emok, leme-lem, fitil, kevan cömla çêkin û
binivîsin
EZ H’IZDIKIM
Ez h’izdikim ç’yaê bilind,
Kölêv r’axim eþqêr’a,
Min veþêre gîhê bilind,
Bilîze sör’ t’ûnckêr’a.
Ez h’izdikim li r’ex kanîê
R’ûnêm destêm avêda,
P’êlê zelal bêne me’nîê,
Min û göla r’ex wêda.
Ez h’izdikim barana nûr,
Nerm bibare, e’wr bê deng,
Te’v jî pêr’a, ji min ne dûr
K’eskesora h’ezar r’eng.
Ez h’izdikim yar r’ex minve,
Av niqitke gölyar’a,
Ber baranê hê þîrinve
R’amûsanê me hevr’a.
1966
Xeverê çetin:
1.T’ûncik- p’ara p’or’e, wekî
ser e’nîêda dardadive
2.Sör’- vira- bayê ne germ
3.Destêm- destê min
4.P’êl- p’êlê avê
5.Nûr- r’onkayî, îþq
6.R’amûsan- paç’kirin
Pirs û pêþdanîn:
1.Þiêrê ezberkin û bêjin
2.Þayîr derheqa çida divêje?
3.Çi r’engê k’eskesorê hene?
4.Bi xeverê t’ûncik, sör’, p’êl,
nûr cömla çêkin û binivîsin.
12
13
ADÎ Û ADÊ
(Pêþnivîsar û kerîk ji poÿmê)
Bilinde ze’fî-ze’fî Elegez,
Û bedew çawa göleke gevez,
Bihara t’êr’a ösa r’ewþ dide,
Çawa bûkeke ber govendêve.
Avê belekya jorda dilezin,
H’ezar zimanî hevr’a divêjin
Derheqa mergê wêye h’ezar r’eng,
Derheqa ç’emê t’im gör’e bi deng.
Bilbilê dengbêj k’ilam ser lêva
Distirê bona r’ewþa sorgöla,
Deþt bi gölê xwe bira bimîne,
Çiqasî xweþve, Elegez nîne.
Boy k’oçera t’imê Elegez göle,
Göl zû h’iþkdive, ew dîsa göle,
Payîz wexta tê h’ezar xêr pêr’a,
Tê wexta k’oçer ji ç’yê dagêr’a.
Xatirê te,- divên,- Elegeza kal,
Jorda tên hevr’a t’emam k’oç û mal,
Kanî û werge t’enê dimînin,
Wekî berfa ç’yê ç’e’va bivînin.
1
Bahar hatye, göl û sosin
Sor-sor dikin li ç’ya-banya,
Þevê, r’ojê h’övê dikin
Kevir-köç’ik, avê kanya.
Can, xemilye Elegez jî
Bi kirasê xwey kölîlka,
Û dûre-dûr dilê t’ijî
H’övê dike Girîdag’r’a.
Avê kanya sar dik’iþin,
Bedena ç’yê têne xarê,
Merya t’irê ew jî xöþîn
Gilî dikin h’öva yarê.
Teyr û tûya jî ber’îê mildan
Berbi Elegeza r’engîn,
Û li zangê wêye kalda
H’ezar dengî danîn hêlîn.
Þivên dilþa bilûr hilda,
Berê kêrî berbi ç’yê kir.
Wexta bilûr da ser lêva
Elegezê h’emêz vekir.
H’emêz vekir çawa dayka
K’eser gazî ewled dike,
Çawa yara dilþewitî
Li serê r’ê gazî dike.
H’oza berxa da pey kêrî,
Bû k’alîna berx û kara,
E’cêvmayî ma h’eta nêrî,
Ji hêwirza nav beyara.
Û nerm k’iþyan k’oç pey k’oça,
Berbi zozanê þên r’êzbûn,
14
15
Ser emenya göl, sosina
K’en û k’ilam þa derbazbûn.
Cîkî ce’þkê zîqe-zîqbû,
Û diger’ya lez dayka xwe,
Berbi h’emû tarþa diçû,
Mak jî peyr’a bin barê xwe.
Li ser milê xölamekî
Vinge-vinga cêwrkê sa bû,
Pey xölêmr’a dêlka hêþîn
Bi h’ilke-h’ilk hêdî diçû.
Gaê kon nerm pêþîê dik’iþya,
Ort’a konr’a sing û istûn,
Sîtil li ser, mêk’öt r’exr’a,
Qey bê serwêr esker peybû.
Cîkî gakî barê xwe davît,
Û dir’evya cil ser piþtê,
Cîkî dinê malxwê didît
Barek xarbû, zû dighîþiê.
Dik’iþyan aha berbi wara
Bi k’lam û bi hêwirze,
Elegez û k’oçer hevr’a,
Çawa bûk û ze’vê t’eze.
Gihîþtin wara, nîvya bar danî,
Cil ser ga hîþtin, ne xûdane lê,
Bûka bi lez pesarî anîn,
Ê din kon vegirt, dive- baran bê.
Û nola karya pey hevdö r’abûn
Konê e’rebî r’ex hevdö k’öbar,
Yekî sing danî, ê dinê bi þabûn
Pêþmal û hêþî dik’öta çend car.
Kevanya malê lez köç’ik dada,
Sêla ser köç’ik h’emdê xwe sorbû,
Bîna nanê germ nava le’zêr’a
Þîrin û þîrin zomê belabû.
Qîz û bûka jî cêr’, k’ûz dewl hildan,
Ava sar anîn bona k’esirya,
Berxê berxvana dûrva k’orî dan,
Berbi bêrya çûn bi k’en bêrîvan.
Xeverê çetin:
1.Têr’a- vira- ya tê
2.R’ewþ- bedewî
3.Belekî- berfa, wekî cî-cîya hila hê maye, neh’elîaye
4.Mêrg- e’rdê þîn, bi gîha
5.Sorgöl- göla sor, kölîlke
6.Werge- cîê konvegirtinê, çadirlêxistinê
7.Beden- vira- qönt’ara ç’îyê
8.Ber’î- welatê germ
9.Mildan- fir’în, hatin
10.Zang- gelî, ç’e’l, kendal
11.Kêrî- kerîê pêz
12.H’oza berxa- cîê xweykirina berxa
13.Beyar-cîyê þînkayî, t’op, bilindayî
14.Emenî- ermenî
15.Tarþ- h’eywanê barbir
16
17
16.Sîtil- derdana sifire
17.Mêk’öt- hacetê darîne, mesele, de’n dik’ötin
18.Pêþmal- p’areke kone pêþber
19.Hêþî- p’êþê kon û çadirêye r’exda
20.Zome- cîê çend kon û çadirê lêxistî
21.Cêr’, k’ûz- derdanê pê h’er’îê çêkirîne
22.Dewl- cîê avê
23.K’orî dan- çaxê pez serê xwe dardakirî cîkî berevdivin
24.Bêrî- cîê dotina mîya
25.Bêrîvan- ya pêz didoþe
Pirs û pêþdanîn:
1.E’frandinê ezberkin û bêjin.
2.Þayîr ç’îayê Elegezê mînanî çi dike?
3.Þayîr derheqa avê belekîada çi divêje?
4.Hûn diçne ç’îyê?
5.Ç’îayê Elegezê bilinde, yan, ç’îayê Girîdag’ê?
6.Þayîr hilgêr’ê çawa tîne ber ç’e’va?
7.Eger hûn çûne yan diçine ç’îyê, þayîr qe tiþtek ij nitirandina
hilgêr’ê tê berdaye?
8.Bi xeverê r’ewþ, belekî, mêrg, sorgöl, werge, ber’î, tarþ, sîtil,
mêk’öt, pêþmal, hêþî, zome, cêr’, k’ûz, dewil, bêrî, bêrîvan cömla
çêkin û binivîsin.
CASIMÊ CELÎL
(1908-1998)
MEMÊ Û E’YÞÊ
-Daê, îþev min xewnek dît,
Wê xewnêda E’yþê dît,
Ax, daê, ev çi agire,
Dih’elîne kör’ê te…
Bona xatirê kör’ê xweî t’ek
Bivîne îlac û ç’arek,
Her’e mala T’êlî E’yþê,
Wê bixaze, bîne malê,
Bi agirê h’izkirina wê
Diþewitim, daê can,-
Memê wa got, dilê xwe daê-
Qîza xewnêda, kö dîtibû.
Dayka Memêye pîr r’abû, çû,
Boy xatirê kör’ê xweî taê t’enê,
Kö böxaze T’êlî E’yþê.
Ewê de’wat kir û bûk anî mal.
H’evt meh t’ev ew bal hev man,
Memê û E’yþê hevdö þabûn,
H’evt meha þûnda hêsir ç’e’vada,
Xatirê xwe xwest Memê ji E’yþê,
Hiþt pîra dya xwe û jina cahil.
Hiþt ocaxa xwe û göndê delal,
R’abû, ew r’êk’et berbi Þamê,
Kö cîkî bivîne, xebatekê bike.
H’evt sal derbaz bû ji r’oja
çûyînê…
T’êlî E’yþê yeko-yeko r’o di-
jmirîn,
18
19
H’evt sal bû, kö dûr bû E’yþê ji Memê
Û ji h’öba wî diþewitî ew.
Gava kö h’evt sal hatin, derbaz bûn,
E’yþê ji h’izkirinê îdî t’ab nekir,
R’abû Memêr’a ne’mek nivîsî,
Bi h’izkirina alav t’ijî kir ne’me,
Bêsebirkirin þand pey xerîbê xwe.
“…Bese, bimînî þeherê xerîb,-
Ne’mêda E’yþê wa nivîsîbû,
Ne’mê distînî îdî nesekine,
Þev dibe, yan r’o, r’êk’eve, were,
Berbi wet’en were, were, nesekine.
Memê, ez bê te îdî t’ab nakim,
Ez temrîme, melûlim, ker’im,
Dilê min þikestye, stöyê min xare.
Memê ç’e’vê min li r’ya teye
Tö r’onaya min, e’mir û r’öh’ê min”.
Ne’me birin û dan destê Memê,
Memê ne’me xwend paþê r’amûsa,
Hilda û danî ew ser dilê xwe.
T’ivdarekê xwe dît, kö r’êk’eve her’e,
Hespê kih’êl k’iþand, syar bû, ajot,
Xatirê xwe xwest ji þeherê Þamê.
P’aþla wîda bû ne’ma E’yþê.
Berê xwe ewî da berbi wet’enê xwe,
Û r’ya sê meha, nava sê r’oja,
Memê bi syarî böhirî, derbazbû,
Þev- nîvê þevê Memê gihîþt mal,
K’ûr r’azabûn daê û E’yþê.
Memê peya bû, ji hespê kih’êl,
Hesp bir, girêda ji stûna ber dêrî,
Nêzîkî derî bû û derî k’öta.
Derî dik’öta, dil k’eser t’ijî,
Ji xênî kirne gazî û pirsîn:
- Ew k’îye, nîvê þevê
Derê Memê dik’öte?
- Ez mêvanim,- bi dengê nerm,
Bi dilê þa got Memê.
- Bona mêvana derê Memê
Hert’im vekirye,
Her’e oda k’êleka me,
Wira dya Memê r’azaye,
Û herge tö syarî hatî,
Hespê xwe bive t’ewla me,
Mîna dilê xwe ber mêvana
T’extê t’ijî wê veke.
Boy r’azana r’eh’et, hêsa,
Cî-nivînê xas wê dayne,
Boy xatirê kör’ê xwey t’ek,
Ew jî xerîbe mîna te.
Her’e, r’azê û r’eh’et be,
K’engê sibe, kö r’onbe,
R’abe, dîsa h’espê syar be,
Bi dilê þa bide ser r’ê û her’e…
Ser vê xeberê Memê t’ab nekir
Û caba E’yþê wa da ji piþt dêrî:
-E’yþê can, e’zîz, tö derî veke,
Li Memê xwe derî venakî?
Memê teme, têm ji xerîbîê,
Tö ji dengê min min naznakî?
T’êlî E’yþê ev yek, kö bihîst,
Dilê wê k’öta,
20
21
Dest danî ser dil,
Cîê xwe r’abû.
Banzda berbi dêrî,
Banzda berbi derî û derî
vekir.
… E’yþê xwe avîte h’emêza
Memê,
Memê û E’yþê hev h’emêz
kirin.
Ç’e’vê we jî xerîbê
wek’eve,
Hûn jî bighîjin mirazê
xwe.
Memê û E’yþê hev h’emêz
kirin,
Mîna dö göla, çûn alîê malê,
Bi dilê k’eser hev
h’emêzkirî,
Hevdö r’amûsan û hevdö
þabûn,
Û wexta ÿp’êce we’de derbaz
bû,
Memê veger’ya, E’yþêr’a wa
got:
-E’yþê can, r’abe gazî daê
ke,
Bira bê, r’ûnê, em xeberdin,
-Na, r’öh’ê min,- wê wa got Memêr’a,-
Nîvê þevêye, daê r’azaye,
Bira ew r’azê h’eta sive safîbe,
Wê bê, te bivîne, ç’e’vê wê t’êrbe,
Niha bona te ezê to bînim,
Þîr, qatix bînim,
Tö xweþ-xweþ böxwe,
Bi ava wet’en biþom lingê te,
Û r’azê r’eh’et, h’eta sibe safîbe.
Dilê Memêda k’eser t’ijîbû,
Memê göhdarîya e’yþê nekira?…
Not’la agir E’yþê ber wê bû,
Göhdarya E’yþê çawa nekira?…
Ç’ek, sîlih’ê xwe dîwêrva darda kir,
Sol-gore ÿxist, r’ûniþt li ser cî,
E’yþê av anî û þûþt lingê wî,
Xarin, vexarin, gele xeberdan,
Û paþê r’abûn t’evaî r’azan.
Berbanga sibê, wextê sibe safî bû,
Dayka Memêye pîr ji cîê xwe r’abû,
Ewê sê cara gazî xwedê kir,
Ji k’ûraya dil axînek k’iþand,
Ew k’esera wêye h’evt sala bû,
Kö dilê dya Memê diþewitand,
Ewê paþê döa’li kör’ê xwe kir,
Û e’mrê dirêj xwest bona Memê,
Og’ira xêrê boy þöxölê wî,
Kö ew zû veger’e, berbi mala xwe bê.
Wa döa’ dikir daê boy Memê xwe,
K’incê xwe xwekir, lêda, çû t’ewlê,
Dît, h’espekî kih’êl wê girêdaye.
Û bi xeyd ewê wa got hêdî:
-Mêvan hatye ser ç’e’vê min,
22
23
Lê e’lamî daê nakin?
Min ew bibira oda mezin.
Lingê mêvan biþûþta,
Nan danya ber, derheq Memê
Gilîk, tiþtek bipirsîya.
Wa got, pîrê û zivir’î,
Derê E’yþê zû wê vekir,
Derî vekir û e’cêb ma,
Ew ji tirsê bû kevir:
Li ser be’lgîê bûka cahil
Dö serî ewê dîtin.
R’azabûn hev h’emêzkirî,
Ber ç’e’vê wê r’eþevehat,
Naznekir, ewê kör’ê xwe,
- Wey, E’yþê, wey, te xayîntî kir…
Te xapand Memê minî e’gît.
Dilê dya Memê t’ijî bû û got,
Xeberê e’ybê barand ser E’yþêda,
Ev çi bû, te kir, E’yþa bê xwedê?
E’yþa bê namûs, r’ûê te r’eþbe,
Sonda h’elalîê te çir’a p’êpeskir,
K’olozê Memê te çir’a xar kir?
Milê dayka pîr r’exda dardakir,
Stö þkênand, dil birîndar kir?
Ax, E’yþê, E’yþê, E’yþa bêxwedê…
Dya Memêye pîr qirarkir bi xwe,
Boy xatirê Memê vî xayînî biköje,
Ber ç’e’va r’eþevehat, tamarê wêda
Xûna cahiltîê fûr pêl dida,
Dît, kö ji dîwêr, ber serê Memê,
T’ivingeke r’eþ wa dardakirye,
Ewê t’iving hilda, r’astî e’nya wî kir,
E’nya wî xortê cahil, ber miraz.
“Na- döþörmîþ bû dê-
Evê deng derxe,
E’yþê wê bibhê,
Ji xewê r’abe,
Gönd wê h’iþyarbe,
Gönd wê bizanbe.
Memê kö bê,
Wê ze’f bixeyde.
Na, ez pê t’ivingê wî naköjim”-
Dayka pîr wa got, t’iving darda kir…
Dît qeme wê ber serê wane,
Kûz bû, hilanî gelek bi lez,
-Na,- döþörmîþbû,- eva jî nave,
Qewata min pîrê, dibe tê neçe,
Û bi derbekê ew xort neköje,
E’yþê wê h’iþyar be,
Gönd wê bizanbe,
Memê bibhê,
Wê berxwe k’eve,
Pê vê jî nave,- got bînç’ikyaî,
Û qema dirêj wê cîda danî,
Dya Memê hingê h’eyfê diger’ya,
Memê û E’yþê hev h’emêzkirî,
R’azabûn þîrin nav nivînêda,
Ewê carkê jî wana nihêr’î,
Û got: -Gerek zû wî biköjim,
Hingê ew r’azayîne,
Sibe wê r’onbe,
24
25
Û wê derengbe”.
Wa got pîrê, þûr ji dîwêr jorda anî,
Kö kalkê Memê p’êþk’êþî Memê
kiribû.
Ay, eva r’inde, qe deng dernaxe,
Bi derbekê ezê wî biköjim,
E’yþê r’anabe,
K’es pê nah’ese,
Wextê Memê bê,
Qe naxeyde.
Pîrê wa got û sebir nekir,
Þûrê r’eþ kire sîngê kör’ê xwe,
Memê k’ûr ne’lîya, ji wê birînê,
Û E’yþê r’abû ji wê ne’lînê,
Nihêr’î Memê û birîna wî,
Nihêr’î r’ûê dayka þaþ mayî,
Her tiþt wê fe’mkir, qîr’ya û gotê:
-Te çima ha kir, dayka malxirav,
Te çir’a kör’ê xwe bêîsafî köþt?
Te xûna Memê çir’a wa r’ijand,
Te çima r’oja E’yþê wa r’eþkir?
E’yþê xwe avît ser meyt’ê Memê,
Gölîê xwe jêkir, þîn û girî kir.
Dya Memê fe’mkir û berbi Memê bezya,
Ji sîngê Memê þûrê bi xûn k’iþand,
Xûnê ji birînê diha zerp avît,
P’or’ê wê sipî xûnêda sor bû,
-Ax, Memê, Memê, tö taê t’enê,
Dya te hêsîre, lao,
Dya te bêxweye, lao,
Dya te k’afire, lao,
Dya te birîndare, lawo,
Birîndarê min, lao,
Dijmin jî ev yek nedikir,
Ax, çawa min k’afirê cegera xwe
köþt?
Û bira dya te gölîê xwe jêke,
Dayne ser birîna teye k’ûr, lao…
Bira bivînin û giþk bizanbin,
Köla dya teye r’eben köleke k’ûre,
Kö dayka h’izret çawa bi destê xwe
Köþt kör’ê xweyî taê t’enê.
E’yþa bextr’eþ cinyaz h’emêz kir,
T’ev dayka Memê þîn û girî kir.
Bûkê û xwesîê gönd û göndyava
Sê r’o û sê þeva þîna Memê kirin.
K’otel girêdan, k’otel ger’andin,
Ji göndê cînar hewarî hatin,
Dîtin, kö dya Memê ew h’emêz kirye,
Gölîê xwe jêkirine danîne ser Memê.
Omid û kinêz bi þewat digryan
Û ser ç’e’vê xwe vedir’ûtin.
Lê r’oja sisya gönd, göndîtî,
Dayîk û E’yþa dilbirîn
T’abûta Memê t’evayî hildan,
Birin, ç’e’lkirin li ç’yaê bilind,
R’ex hêlûna teyrê sîmir’,
Kö ewe mîna teyrê sîmir’ her sibe
Jorda binhêr’e, E’yþê bivîne,
Ya kö namûs ma h’evt sala t’emam
Boy h’öba Memê û ew bîr nekir,
Wê bilind xaykir k’olozê Memê,
Hert’im wê xweyke û qe nahêle,
26
27
Kö dilê Memê E’þê bimîne.
Sala 1935
Xeverê çetin:
1.Îlac- ç’are, derman
2.Þam- navekî Sûrîaêye
3.T’ab nekir- t’av nekir, sebir nekir
4.Melûlim- berxwek’etîme, þabûna min t’ine
5.T’ivdarekê xwe dît- k’arê xwe kir
6.H’espê kih’êl- cisnê h’espê r’inde
7.Böhirî- derbazbû
8.E’yb- þerm, kêmasî
9.K’oloz- cûr’ekî k’ömê mêrabû
10.Meyt’- cinyaz
11.Bezya- r’evî
12.Zerp- derb, qewat
13.K’afir- vira- bêîsaf
13.H’izret- vira- ya bîrê kirîye
14.K’otel- berê ç’ek û sîlih’ê mêrê mirî h’espa dikirin. Wî e’detîr’a
digotin k’otel
15.Omid û kinêz- merivê nêzîk, qîz û zêyî
16.Teyrê sîmir’- teyrê h’ikyatîye
Pirs û pêþdanîn:
1.Çend p’arê beyt’-serhatîyê ezberkin û bêjin
2.We k’ilam, beyt’-serhatîye “Memê û E’yþê” bihîstîye?
3.Beyt’-serhatîye “Memê û E’yþê”-ye dengnivîsar destxin, bibihên û
þirovekin
4.Çaxê Memê xewna xweda E’yþê dît, çi kir?
5.Çiqa we’de þönda Memê k’öda çû?
6.H’evt sala þönda E’yþê çi kir?
7.Memê çawa veger’ya mal?
8.Çaxê Memê veger’ya mal çi bû?
9.Memê çima dayka xwe h’iþyarnekir?
10.Çaxê dayka Memê h’iþ-
yarbû, çi dît û çi fikirî?
11.Dayka Memê qirarkir
çi bike?
12.Dayka Memê çi kir?
13.Bi xeverê îlac, melûl,
t’ivdarek, e’yb, k’oloz,
meyt’, zerp, h’izret, omid
û kinêz cömla çêkin û
binivîsin
28
29
ÛSIVÊ BEK’O
(1909-1969)
E’DET BÛ
R’ojekê çend merî hatne mala me. Dê û
bavê min e’mir kirin ber wan k’ivþ nevim, her’im
t’ewlê. Ez zû çûm t’ewlê. Merî çûne höndör’ê
malê. Dya min kölav danî, r’ûniþtin. Ji t’ewlê
derk’etim, fesal nêzîkî dêrî bûm. Min ber
qelîþtoka dêrîr’a xeverdana mêvana dibihîst. Ç’e’vê xwe qer’imand xort
dît, naskir. Nefesa min dihat
bir’înê, dilê min dik’öta, gewrîya
min t’ijî dibû, lingê min hêdî-
hêdî sist dibûn. Merî t’irê ez di-
xeniqandim, lê ji qelîþtoka
derî dûr nedik’etim. Dixwest
h’emû gilî bibihîsta, t’ö xeber
ber’neda. Min dît mêvanê e’zîz
ç’e’vê xwe k’ötabû t’anga dêrî.
Min t’irê ew min dibîne. Þerma
r’ûyê xwe, min serê xwe berjêr
kir. Nizanim, xortê delal çima
ç’e’vê xwe k’ötabû t’anga dêrî?
E’det bû, xort gerekê xeber
neda. Min nizanibû, mêvanê cahil
bona vêsandina agir-alava dilê xwe
t’asek ava sar ji merîya dixwest, yanê lepek berfa belekîya?
Min dixwest t’aseke ava sar bibira, bida dêst, lê wêranve e’det.
E’det nedihîþt bê destûrya dê û bavê xwe derî vekira, biçûyama hönödör’,
bêy gotina wana av banîa, qûl û dîla e’det bûm. Min göhê xwe danîbû ser
qelîþtoka dêrî. Bavo k’enya.. smêlê xwe bada. Ez þa bûm, dixwest wê
le’zê derî vekira, biçûyama höndör’, xwe bavîta bin p’yê bavo. Lê
niþkêva, ax, hema lap niþkêva, bavê min got:
- Na xêr, qayîl nînim, qîza xwe nadim…
Min caba bavo bihîst. Min xwest têkra qîr’în, hewar, gazî… Bi
t’eg’mîna min, kire qîr’în, lê nizanim, mêvan û bavo gelo dengê min bi-
hîstin, yanê na?
Xeverê çetin:
1.T’ewle- cîê girêdana h’espa, dêwêr
2.Nefes- bîn, bîna k’iþandinê
3.T’ang- alî
4.Wêranve- xiravve
5.Destûr- îzin, heq
6.Qûl û dîl- hêsîr, girtî
Pirs û pêþdanîn:
1.Serhatîyê hînvin û gilîkin
2.Serhatî derheqa k’îjan zemanîdaye?
3.Çend merî çima hatibûna mal?
4.Mêrxasa serhatîyê k’îye?
5.Mêrxasa serhatîyê ij qelîþtoka dêrî çi dît û çi dixwest bikira?
30
31
6.Axirîê çi bû?
7.Derheqa e’detada hûn çi dikarin bêjin û gilîkin?
8.Bi xeverê t’ewle, nefes, t’ang, destûr cömla çêkin û gilîkin
LÊ GOTINA TE ÇIYE?
Ji wan r’oja gele av k’iþîaye, gele qewmandin qewimîye.
Qir’ava payîzê danîye ser p’or’ê min. Kalbûn jî hemin mînanî bazir-
ganekî bargiran k’etye pêþîa min û hêdî-hêdî pey xwe dibe..
Çiqas payîza zer nêzîkî min dibe, ez ewqas sör’ û serma zivistana
e’mrê xwe meþûr dikim.
Lê ew qîza bedw û kanîya göndê me qet ji bîra min naçin. Nava
bîranînê xwe ji h’emûþka þîrintir h’öba evîntya e’wline, kö hert’im
tê ber ç’e’vê min. Gava ez bîr tînim, min t’irê ez hê cahilim, hê qîz hîvya
mine.
Kanîya göndê me, kö ji gönd ÿp’êce dûr bû, h’esab dibû cîê
zîareta h’öb û evîntya xort û qîza.
Bi me’na av vexwarinê li ser kanîê yanê li ser r’ya wê, tîra h’öba
xort û qîza hevdö dik’et.
Min jî qîzeke bedew h’eband, lê çi feyde? Ew qîza dewletya bû
û hê bêþîkêda bû, kö dê û bavê wê soz dabûne merîê din.
Carekê li ser r’ya kanyê r’astî bedewê hatim. Cêr’ekî biç’ûk ser
milê wê bû. Ewê hevala xweva bi eþq, bilind-bilind xwer’a xeber didan,
ji kanîê vediger’îan berbi gönd.
Ez nêzîkî wana bûm, silav da wan, slava min vegirtin.
- Qîzê delal, ez t’îme, gelo avekê nadin min?- Ya bedew k’enekî
þîrin cêr’ê xwe anî xarê.
-Ç’enga xwe bigire, vexwe…
Ji ava wê ez t’êr nedibûm, qey pêlê bê r’adibûn û agirê dilê min
hê gör’ dikirin: hevala wê fe’mkir,
ji me ÿp’êce dûrk’et.
- Tö çiqasî t’îyî, dive
bêk’êfî?
- Belê, ez bêk’êfim…
- Çi te qewimîye, k’îdera te
dêþe?
-Dilê min… ew þev û r’oj
r’eh’etîê nade min…
Ji wê r’ojê em bûn maþoqê
hev. Li ser r’ya kanîê em r’astî
hevdö dihatin. Çiqas diçû, em ewqas
ji h’öba dila ner’eh’et dibûn. Çend
meh k’etine ort’ê, ewê minr’a got: -
döh xazgînîê min hatibûn, bavê min
soz daye, gotina te çiye?
Min gotê: - yeke, ez te h’izdikim, xwedê r’e’me.
Payîz hat, em ji zozana dager’yane gönd. Ewê got:
-Filankes, k’arê de’wata min dikin, wê zûtirê min bivin, lê gotina
te çiye?
- Dilê min neÿþîne, birîna dilê min k’ûre, h’eta wî çaxî xwedê
r’eh’me.
32
33
Sê-çar h’eftê k’etin ort’ê, ewê got:
- Axir wê min bivin, gotina te çiye? Na, ez wî xortî h’iznakim, ez
te h’izdikim, dixwezim em miqîm hevr’a bin…
Bedewa min digirya, ç’e’vê min dinihêr’î, hîvya caba min bû. Ez
jî digrîam, lê dilê xweda…
Ji wê r’ojê gele sal derbaz bûne. Qir’ava payîzê danîye ser
p’or’ê min. Ava kanyê bi lûlava anîne dûz ort’a gönd.
Gele sal derbazbûne, gele qewmandin qewmîne. Sör’ û serma zivis-
tana e’mrê xwe ez îdî pêdih’esim. Lê çiqas ji k’êleka kanyê derbaz
dibim, min t’irê ew qîza bedew hê hîvya mine û ç’e’vê min dinhêr’e. “Axir
gotina te çiye…”?
Xeverê çetin:
1.Qir’av- ava, wekî datîne ser
þînkayê
2.Bazirgan- deve-delîlê alvêrê
3.Meþûr- e’yan
4.Evîntî- h’izkirin
5.Bêk’êf- nexweþ
6.Maþoq- h’izkirî
7.Miqîm- t’imê
Pirs û pêþdanîn:
1.Serhatîyê hînvin û gilîkin
2.Serhatî derheqa çidaye?
3.E’frandar derheqa kanîa göndda çi gilîdike?
4.Çaxê xort û qîz ser r’iya kanîyê r’astî hevdö hatin çi bû?
5.Hercar qîzikê çi digote xort?
6.Axirîa qîz û xort bû çi?
7.Bi xeverê qir’av, bazirgan, meþûr, evîntî, maþoq, miqîm cömla çêkin
û binivîsin
BILBIL
Zozanada, t’evî hevala me
pesarî, k’ol û qirþ t’opdikirin.
Min dengê k’ilama bil-
bilekî bihîst, kö r’ûniþtibû nava
kölîlka û zelûl distra. Ji wî
dengî min xwe inda kir, sekinîm,
göhdarî dikir. Baê zirav axîna
dilê bilbil jî t’evî bîna kölîlka
danî. Heval ji min dûr k’etin,
çûn. Min göh neda wana.
Pey dîtina bilbil min xwest bi lez her’im, bighîjim hevala, lê
bilbil fir’î, sekinî pêþya min û baskê xweyî þkestî nîþanî min da.
Min kö baskê þkestî dît, xwe e’gle kir û ji hevala paþda mam.
Bilbil idî ne distra, her baskê xweyî þkestî nîþan da û dûz
ç’e’vê min dinhêr’î.
We’de ÿp’êce derbaz bû. Xwest ji bilbil biqetim, her’im, lê ewî
hercar baskê xweyî þkestî nîþanî min dida. Xaflqeda r’ûniþtibûm
nava kölîlka, t’evî bilbil nizanbû k’êderême û çi dikim.
Çend niqitkê göleav pekyan ser sûrtê min, dilê min zû-zû dik’öta.
Hevalê min gihîþtine konê xwe. Serê xwe berjêrkirî, nêzîkî zozanê
dibûm.
Nava newalê bilbil cara pêþin baskê xweyî þikestî nîþanî
min da. Niþkêva ji alîê zozanê navê min hildan, gazî min dikirin.
Barê xwe hilda, ji bilbil qetyam. Pey xwe nihêr’î, bilbil
dine’lya.
Bilbilek r’ûniþtbû nava kölîlka û bi dengekî zelûl distra.
Xeverê çetin:
1.Pesarî- t’epikê li ç’îa û banîya
2.Xafilqeda- hêçxem
34
35
3.Göleav- gölav, ava bînxweþ, wekî ij göl û kölîlka tê çêkirinê
4.Newal- ç’e’l, gelî
5.Zelûl- melûl, ne þa
Pirs û pêþdanîn:
1.Serhatîyê hînvin û gilîkin
2.Mêrxasê e’frandinê t’ev hevala zozanada çi dikir?
3.Xort çi bihîst û çi dît?
4.Bi xeverê pesarî, gölav, newal, zelûl cömla çêkin û binivîsin.
ORDÎXANÊ LEZGÎ
(1958-1997)
DEMEKÊDA
Demekêda li r’û dinê
Çiqas qencî tê kirinê,
Demekêda li vê dinê
Çiqas e’mir tên mirinê.
Demekêda ser vê dinê
Çiqas bende dîya xwe divin,
Û çiqas jî dê diqetin,
Hin- hêsabûn û hin- çetin.
Demekêda li r’û dinê
Çiqas mal tê avakirinê,
Demekêda li r’û dinê
Çiqas mal tê xiravkirinê.
Xeverê çetin:
1.Dem- deqe, we’dekî kin
2.Bende-vira- meriv
Pirs û pêþdanîn:
1.Þiêrê ezberkin û bêjin
2.Bi gotna þayîr-demekêda dinêda çi dive?
3.Bi xeverê dem, bende cömla çêkin û binivîsin.
DAYÊ…
Daê, ez pê k’ilamê te
Mezin bûme, heme dinê,
Û pê zar-zimanê te
Xever didim ez vê demê.
Saya cefê teyî zyaretî
Gihîþtim nêt-merema,
Saya þîrê teyî sipî
Hatme xweykirin, mame
dinê.
Xeverê çetin:
1.Zar-ziman- vira-gilî-
gotin
Pirs û pêþdanîn:
1.Þiêrê ezberkin û bêjin
2.Þayîr derheqa dayîkêda çi divêje, û hûnê serda çi zêdekin?
3.Bi xeverê zar, ziman, cefa cömla çêkin û binivîsin
36
37
ZIMAN HENE
Ziman heye- köl û je’re,
Ne r’êdaye, t’im r’ê dere,
Xweyî dixweze bîne ser r’ê,
Ça jî dike- pê nikare.
Ziman hineka- belaye,
H’emû wexta r’îya xwedaye,
K’ar, zirara xwe r’ind zane,
Jêr’a çi k’ar û çi zyane.
Zimanê hineka þîrine,
Dikare be’ra bimeyîne,
Bigre gör t’ev pêz lev bîne,
H’esin sarî bitewîne.
Zimanê hineka hostaye,
Derge jî ber dadayîve,
Derger’a wê bive mifte,
Dikare veke û hin- dade.
Ziman heye- ze’f hêsîre,
Ew nizane, ew zigûre,
R’ênga r’aste, nêzîk- bere,
T’im nêta wî r’îya dûre.
Zimanê hineka- sêrbaze,
Gilîê xirav jî cem xase:
Mûkî dikare têke çyakî,
Xwe nahêle dilê yekî.
Ziman heye xwe qet’ile,
T’ewra baþe- lê dûrk’eve,
H’emû wexta ew belaye,
T’im qesasê xweyê xweye.
Ziman heye- derewîne,
Tiþtê nebûyî lev tîne,
Xweyê ziman jî hew zane-
Derew cem xelqê hêjane.
Zimanê hineka- dör’ûye,
Gilîê yeqîn cem t’öneye,
Ber divêjin pirs, xeverek,
R’ûê din dike h’ezar û yek.
Cûr’e-cûr’e ziman hene,
Lê her xwezil wî zimanî,
T’im qazinc dike gilîê hêja,
Dor-ber xweþ bê û xweyê xwe.
Xeverê çetin:
1.Bela- qezîa, xiravî
2.Sarî- sar, ne germ
3.Hêsîr- belengaz, me’rim
4.Sêrbaz- vira-xirav
5.Qet’il- köþtin, mirin
6.Qesas- dijmin, celat
7. Yeqîn- êqîn, e’seyî, bêþik
8.Qazinc dike- dixevte, tîne
Pirsû pêþdanîn:
1.Þiêrê ezberkin û bêjin
38
39
2.Nêta þiêrê k’îjane?
3.Bi mesela heval-hogirê xwe hûn dikarin bêjin, k’a zimanê wan çawaye?
4.T’exmîna we, zimanê meriva gere çawave?
5.Bi xeverê bela, sarî, hêsîr, sêrbaz, qet’il, qesas, êqîn, qazinckirin
cömla çêkin û binivîsin
K’Ê NIZANE
K’ê qedrê dê û bava nagre,
Hörmet cem t’öne û bê qedre,
Îzin t’öne r’û dinê biger’e,
Merivatîya dinê gelekî dûre.
Ewledê ösa xwexwa nifir’e,
T’ewra baþe bira t’öneve,
Wexta ber dê û bava nak’eve,
Nifir’a dê-bava bira t’im lêve.
K’ê nizane qedrê dê û bavê xwe
Bira ew jî wa bivîne wan daxa,
K’ê bona dê û bavê xwe çive,
Ewledê wa bira ê wî jî heve.
Xeverê çetin:
1.Hörmet- qedir
2.Ewled- zar’
3.T’ewra- diha
3.Dax- vira- ÿþ, lê r’astîê- pê
h’esinekî sorbûyî dereke meriva
yan h’eywên daxdikin
Pirs û pêþdanîn:
1.Þiêrê ezber hînvin û bêjin
2.Nêta þiêrê çîye?
3.Hûn li do-berê xwe meriva nasdikin, ê kö qedrê dê-bavê xwe nizanin?
4.Hûn çi divêjne wan meriva?
5.Bi xeverê hörmet, ewled, t’ewra, dax cömla çêkin û binivîsin
MITALE
Mitale be’rin, be’rin bê qirar,
Steyrê e’zmînin û naêne jimar,
Ew r’ênga dûre, sînor t’ine ber,
Û ew r’ê dive h’ezar-h’ezar ker.
Mitalada heralî dinê lev dixî,
Dik’evî r’êyê çetin û jev dernaxî,
Bê ç’ar dimînî, divî sewdaser,
Zarê te nager’e îdî t’ö xever.
Lê wexta carna pirsa didî xwe
Û dîsa dik’evî mitala
Û vê carê jî p’oþman dimînî,
Me’nîya pirsa xwe, cawê navînî.
40
41
Nav mitalada tö divî r’êwî,
R’êwîkî mezin, dinê diger’î,
Ber ç’e’vê ter’a tên, derbazdivin
Çiqas qewmandin, çiqas- pirs, gilî.
Mitalada merî dike nêt, merem,
Bi h’ezar cûr’e þêwrê datîne,
Þöxölê sala divin çawa xewn,
Lê haj me’nîê dinê jî nîne.
Ew deqa merî mitala dertê,
T’exmîn dike, wekî ew çerxa dinê
Bi sirîya xweda sekinîye r’êzê,
Nek ça bixwazî û- k’îjan le’zê.
Xeverê çetin:
1.Mitale- fikir, döþörmîþbûn
2.Steyr- steyrk
3.R’êng- r’ê
4.Sewdaser- vira- serederîê nakî, r’ê-r’iya dernaxî
5.Zar- ziman
6.Qewmandin- bûyîn
7.Me’nî- vira- pirs, fikir
8.Çerx-vira- bext, r’oj
Pirs û pêþdanîn:
1.Þiêrê ezberkin û bêjin
2.Þayîr derheqa fikir û mitlada çi divêje?
3.Bi xeverê mitale, steyrk, r’ê, sewdaser, zar, qewmandin, me’nî, çerx
cömla çêkin û binivîsin
NEHEQÎ
Merîê neheq t’önene,
Yan ev pirsê wa çine?
Pirske, zanive gilî,
Hila çiye pirs, me’nî?
Neheqe jî, kö bende,
Ça sekinîve ber qeyê,
Nevêje qeyê, de’fnede,
Kirina wa qe ne r’inde.
K’arê nadî, kö h’erke,
Barê- xiravîê neke,
Köl û derdê wî safîke,
Dilê xem- hêsake.
18.08.90 sal.
Xeverê çetin:
1.Bende- meriv, fikrek jî- hêsîr
2.Qeya- zinar
3.Xem- derd
4.K’ar- vira-alîkirin. Isa jî ev fikir hene- þöxöl, qazinc
Pirs û pêþdanîn:
1.Þiêrê ezberkin û bêjin
2.Þayîr seva neheqîê çi divêje?
3.Hûn çi divêjne merivê neheq?
4.Bi xeverê bende, qeya, xem û çend fikirê xevera k’ar cömla çêkin û
binivîsin.
42
43
PAÞÊ DERENGE
Çima cîkî balîsevev
Dilê benda xwe dihêlî,
Bona pirseke ne t’ö tiþt
Û- eþqê jî dit’er’ibînî?
Çima bêjî, dil xiravkî,
Paþê bigrîy, lavayîkî?
Ji her te’lbûn, her xeverê
Dil ne ew dile, ça- berê.
Hebûn, xeznê jî tö bidî,
Pey wan gilîê xirav, net’ê
Derengîye paþê îdî,
Dil ne ew dile, ça- berê.
Xeverê çetin:
1.Balîsevev- badilhewa, bê me’nî
2.Dilê benda xwe dihêlî- didî xeydandinê
3.Eþq- þabûn
4.Xezne- cîê xweykirina zêr’-zîva, p’era, isa jî- hebûk
5.Net’ê- ner’ast, neheq
Pirs û pêþdanîn:
1.Þiêrê ezberkin û bêjin
2.Þayîr çi t’emîyê dide?
3.Hûn t’emîyê þayîrr’a qayîlin?
4.Bi xeverê balîsevev, eþq, xezne, net’ê cömla çêkin û binivîsin
SIFETÊ GOVENDÊ
Binêr’- govend ça giran bûye,
Def, zör’ne jî pêr’a lalbûye,
T’emam eþq û göleþin,
K’êlek-k’êlek ew dimeþin.
Govendê dik’þîne sergovendî,
Cî dileqe hêdî-hêdî,
Dezmala dest xwe dive-tîne,
Eþq û dilþa dih’ejîne.
Serê wan berda ew dilîzin,
Ahil û biç’ûk, xort û qîzin,
Qîz-bûk distirên k’ilama,
Xort dih’elin mîna þima.
Serê xwe girêdane h’evtr’eng,
Xemilîne bi h’ezar r’eng,
Bi h’evtr’enga bi awazî
Xemilîne qîzê kezî.
Mîna k’eskesorêne ew,
Qîzê nazik, bûkê bedew,
Nav mêlê wan gölîê dirêj,
Xûnê ji dilê xorta dir’êj.
Dêm göleþin, t’emam eþqin,
Nolî göla ew dit’eqin,
Bûne h’inar sûretê wan,
Tê bêjî, sorkirine pê derman.
44
45
De’wat wanr’a bûye bihar,
Bûne kölîlk de’watvanî,
Zar’ þabûna xwe bûne har,
K’ilam wanr’a bûne kanî.
Dilê t’emama þabûne,
Ketine govendê, r’êz bûne,
Dilîzin, distirên eþq û aza,
Boy xatirê van miraza.
Xeverê çetin:
1.Lalbûye- vira- zör’ne dirêj-
bênavbir’î tê lêxistinê
2.Eþq- þa
3.Göleþ- þa
4.Ahil- kal, pîr
5.Þima- mom
6.H’evtr’eng- isa jî divêjin h’evr’eng: laç’ika r’eng-r’engîye tenike
7.Awaz- vira- r’eng-r’engî, lê isa jî- deng
8.Qîza kezî- qîza mêrnekirî, isa jî- gölî
9.De’watvan- t’evbûyê de’watê
10.Har- vira- xwebîrkirî, isa jî- fikra ze’f hêrsk’etî heye
Pirs û pêþdanîn:
1.Þiêrê ezberkin û bêjin
2.Þayîr govendê çawa tîne ber ç’e’va?
3.Sergovendî k’îye?
4.Govenda ÿzdîada ç’ûk û mezin çi sirê-dorê dik’evne govendê?
5.Þayîr qîzê kezî mînanî çi dike?
6.Hûn navê çi lîstik, r’eqasê ÿzdîkî zanin?
7.Bi xeverê eþq, göleþ, ahil, þima, h’evtr’eng, awaz, kezî, de’watvan
cömla çêkin û binivîsin
XÊLÎYA BÛKÊ
Bin xêlîêda bûka t’eze
Çiqas bedew, çiqas xase,
Nazike û ber miraze,
Ker’ û lale, gelek naze.
Xêlî kirîye, xever nade,
Xêlîa wêya bûye þe’de,
De’watêda bûye dîndar,
Xêlî pesinê wêye dide.
R’îþîê xêlîê ser bedene,
T’ev bedewîya wê dik’ene,
Çiqas xase, çi bedewe,
R’astî jî- li de’watê- bûk ewe.
21.09.90 sal.
Xeverê çetin:
1.Xêlî- laçk’a wekî r’oja
de’watê davêjne ser serê
bûkê
2.Xas- vira- bedew
3.Ker’ û lale- vira- xever-
nade, kesî nanihêr’e
4.Dîndar- vira bedew. Cûr’ê
r’ast- dîdar
5.Pesin-p’ayî
6.R’îþî- t’êlê badaîye ij
laç’ika dardabûyî
46
47
QENCÎ
Tê kirinê qencî her cîya,
Bona cûr’e-cûr’e merîya,
R’öh’ê giþka jî ne yekin,
Biþêkirînin û h’esavkin.
H’erke qencî dest teva tê,
Dödil neve qe t’ö wextê,
Û k’êr’a jî qencîê dikî,
Ne bedewe bidî r’ûê wî.
Wexta tê ser têkî minet,
Qencîya teyê, kö t’im wave,
T’ewra baþe- qencîê neke,
Bona k’êva jî, ew- yeke.
Ne lazime qe gilîê zêde,
Qencîya wa kesî dest nade,
Qencîê dikî, pêr’a qencve,
Kö bê k’ivþê qencîya te.
16.07.90 sal.
Xeverê çetin:
1.Biþêkirînin- qîmetkin,
bîrnekin, r’azîvin
2.Dödil neve- þikber neve
Pirs û pêþdanîn:
1.Þiêrê hînvin û ezber bêjin
2.Nêta þiêrê k’îjane?
3.T’exmîna we, qencî çîye?
4.Bi xeverê þêkirandin, dödilî cömla çêkin û binivîsin
QELEM
Ter’a t’öne t’ö çetinayî,
Tö bê tirsî û bêxofî,
Çiqas zorî, ay, tö, qelem,
Hin k’esirî, hin jî- bê xem.
Tö göllê jî qe natirsî,
Çi ber te k’et, tö dinivîsî,
Ay, tö, qelem, gelek hêrsî,
Û xwexwa jî xwe natirsî.
Tö hin þîrin û hin te’lî,
R’e’ma bona h’ezar dilî,
Köl, k’eserê tö nahêlî,
E’yan dikî û dine’lî.
Zanî zarê h’ezar ziman,
R’ê diçî pê xwestina wan,
Û dik’evî k’îjan destî,
Serfinyazî û serbestî.
48
49
Tö divî r’ê, divî p’ira,
Hûr dikî kevir û zinara,
Agir, gölle te nikare,
Ew çi sör’e, çi h’önöre?
H’ökömê ser te gelek zore,
Wekî t’ö tiþt te nikare,
Tö dinivîsî qirar, qanûn,
Safî dikî qet’il û xûn.
Þûrê dö dev bir’atirî,
H’emû r’ê û dirba zanî,
Tö dijbêrî qenc û xirav,
Ev giþk ter’a- wek fir’e av.
25.5.90 sal
Xeverê çetin:
1.Bêxofî- bêtirsî
2.K’esirî- ze’f westyayî
3.Gölle- göla qirmê, t’ivingê, isa jî cûr’ekî h’esnê girane
4.K’eser- derd
5.Serfinyaz- serbest, r’ûspî
6.Serbest-aza
7.Sör’- vira- qewata zor, qewata nee’yan
8.H’önör- hostatî, qewat, me’rîfet
9.Qet’il- köþtin
10.Bir’atir- diha tûj
Pirs û pêþdanîn:
1.Þiêrê ezberkin û bêjin
2.Þayîr derheqa qelemêda çi divêje û mînanî çi dike?
3.Hûn qe tiþtekî dinivîsin, die’frînin?
4.Derheqa qelemê, yan nivîsarêda hûn idî çi dikarin ser þiêrêda
zêdekin?
5.Bi xeverê bêxof, k’esirî, k’eser, serfinyaz, serbest, sor’, h’önör,
bir’atir cömla çêkin û binivîsin
CEMÎLA CELÎL
(1940)
HA BERDE
Ha, berde, berde, berde,
Lawko, zenda zer berde,
Ez hatim te bivînim,
Ha, berde, berde, berde.
Dê û bavê te min k’înin,
Lawko, zenda zer berde,
Ez hatim te bixazim,
Ha, berde, berde, berde.
Dê û bavê te min nazin,
50
51
Ha, berde, berde, berde,
Ez hatim alyê weda,
Lawko, zenda zer berde.
K’oç-kerya r’ê me neda,
Lawko, zenda zer berde,
Min xastî, bavê neda,
Lawko, zenda zer berde.
Xeverê çetin:
1.Zend- p’ara mile fêza
dêst
2.Zer- r’engê zêr’, lê vira- bedew, baznê zêr’ lê
3.K’în- e’ynat, h’iznekirin
4.Naz- nazî, nazîkirin
Pirs û pêþdanîn:
1.Têk’sta k’ilamê ezberkin û bêjin
2.Dengnivîsara k’ilamê bibihên û bêjin
3.K’ilamê zar bêjin û li hevdö veger’înin
4.Bi xeverê zend, zer, k’în, gaz cömla
çêkin û binivîsin
CEMÎLA CELÎL
GAZÎ DIKIM
Gede lawkê, lê, min p’ala hanê, lê,
Canê, lê, canê, lê, can, wey, can,
Gazî dikimê pê dezmalê, lê,
Dev qelemê, lê, ez h’eyran.
Ce’nîê gede, lê, lawkê min boze, lê,
Canê, lê, canê, lê, can, wey, can,
Ce’nîê gede, lê, lawkê min boze, lê,
Dev qelemê, lê, ez gorî.
Ça li meydanê, lê, de’wî-doze, lê,
Canê, lê, canê, lê, can, wey, can,
Ha, li meydanê, lê, de’wî-doze, lê,
Dev qelemê, lê, ez heyran.
Ha, li meydanê, lê, r’adike t’oze, lê,
Canê, lê, canê, lê, can, wey, can,
Ha, li meydanê, lê, r’adike t’oze, lê,
Dev qelemê, lê, ez gorî.
Ce’nîê gede, lê, lawkê min r’eþe,
lê,
Canê, lê, canê, lê, can, wey, can,
Ce’nyê gede, lê, lawkê min r’eþe, lê,
Dev qelemê, lê, ez h’eyran.
Ha, li meydanê, lê, dûr dimeþe, lê,
Canê, lê, canê, lê, can, wey, can,
Ha, li meydanê, lê, hûr dimeþe, lê,
Dev qelemê, lê, ez gorî.
Ce’nîê gede, lê, lawkê min sore, lê,
Canê, lê, canê, lê, can, wey, can,
Ce’nîê gede, lê, lawkê min sore, lê,
Dev qelemê, lê, ez h’eyran.
Ha, li meydanê, lê, dor bi dore, lê,
52
53
Canê, lê, canê, lê, can, wey, can,
Ha, li meydanê, lê dor bi dore, lê,
Dev qelemê, lê, ez gorî.
Ce’nîê gede, lê, lawkê min þîne, lê
Canê, lê, canê, lê, can, wey, can,
Ce’nîê gede, lê, lawkê min þîne, lê,
Dev qelemê, lê, ez h’eyran.
Xeverê çetin:
1.P’al- sîngê ç’îyê
2.Dev qelem- vira- zarê xweþ
3.Ce’nî- ce’nû(î)ya h’espê
4.Boz- h’espê r’engê sipî, gewr
5.Gorî- qörban
6.De’w-doz- þe’r-de’w
7.Meydan-ger’
8.Dimeþe- nerm diçe
9.Dibore- derbazdive
Pirs û pêþdanîn:
1.Têk’sta k’ilamê ezberkin û bêjin
2.Dengnivîsara k’ilamê bibihên û bêjin
3.K’ilamê zar bêjin û li hevdö veger’înin
4.Bi xeverê p’al, qelem, ce’nî (û), gorî, de’w-doz, meydan cömla çêkin
û binivîsin
CEMÎLA CELÎL
BÊRÎÊ TÊ
Bêrîê tê, ha, bêrîê tê,
Göndo, k’awa min bêrîê tê.
Bejin zirave- dêre lê tê,
Göndo, k’awa min bêrîê tê.
Bêrî bêrîa mezina,
Göndo, k’awa min bêrîê tê.
Law þivanê bizina,
Göndo, k’awa min bêrîê tê.
Wê bejnê mame tima,
Göndo, k’awa min bêrîê tê.
Xanîngo, der biç’ûko,
Göndo, k’awa min bêrîê tê.
Lê derk’et qelfe bûko,
Göndo, k’awa min bêrîê tê.
Derdê min yanga biç’ûko,
Göndo, k’awa min bêrîê tê.
54
55
Bêrîê tê, ha, bêrîê tê,
Göndo, k’awa min bêrîê tê.
Xeverê çetin:
1.Bêrî- cîê dotina mîa
2.K’aw- vira-r’ind, bedew
3.Mame tima- tiþtekîva h’eyr-h’ijmek’ar bimînin, tiþtekî h’izkin
4.Xanîngo- xanî, mal
5.Qelfe- k’oma meriva
6.Bûko- bûk
7.Yanga- ya, ya hanê
8.Biç’ûko- biç’ûk
Pirs û pêþdanîn:
1.Têk’sta k’ilamê ezberkin û bêjin
2.Dengnivîsara k’ilamê bibihên û bêjin
3.K’ilamê zar bêjin û li hevdö veger’înin
4.Bi xeverê bêrî, k’aw, mame tima, xanî, qelfe, bûk, yang, biç’ûk cömla
çêkin û binivîsin
CEMÎLA CELÎL
AX, LÊ, PÎRÊ
Ax, lê, pîrê, lê, pîrê,
Lê, lê, pîrê, lê, pîrê,
Serî þe’rê, dor zincîrê,
Çû bajar’ê Cizîrê,
Wet’enê wê hat bîrê,
Çû bajar’ê Cizîrê,
Wet’enê wê hat bîrê
Ax, lê, pîrê, lê, pîrê,
Malxiravê, de r’ave,
Wexta sive safîve,
Gilîê dinê belave.
K’êfa pîrê zewace,
H’alê pîrê çawave?
Bextê pîrê venave.
Ax, lê, pîrê, lê, pîrê,
56
57
Bejna pîrê h’inare,
Pîrê xwexwa çi r’inde,
Göhê pîrê göhare,
K’êfa pîrê zewace,
Dil k’etibû e’t’are.
Ax, lê, pîrê, lê, pîrê,
Bejna pîrê þîlane,
K’êfa pîrê zewace,
Îdî wextê mirinê,
Çi te, çi van gilyane?
Îdî wextê mirinê,
Çi te, çi van gilyane?
Xeverê çetin:
1.Þe’r- cûr’ê laç’ikekêye
2.Zincîr- xeleqê h’esine hevva
3.Cizîr- navê þehere, wekî zargotina
meda gele cara tê bîranînê
4.Wet’en- welat, cî-misk’en
5.E’t’ar- ê hûrmûr difroþe
5.Þîlan- navê hêþnaêye, wekî pey
gölar’a- þîlanê dide
Pirs û pêþdanîn:
1.Têk’sta k’ilamê ezberkin û bêjin
2.Dengnivîsara k’ilamê bibihên û bêjin
3.K’ilamê zar bêjin û li hevdö veger’înin
4.Bi xeverê þe’r, zincîr, wet’en, e’t’ar, þîlan cömla çêkin û binivîsin
CEMÎLA CELÎL
BÊRÎVANÊ
Ÿlê, bêrîvanê, bêrîvanê, kölmal,
K’öbar-k’öbar xwe ba neke,
Xwe ba neke, xwe ba neke,
Bêrîvanê, cêr’ê xwe hilde,
Kanya piþt mala me
Qest me’neke, qest me’neke.
Nîþana bêrîvana min geveze,
Min geveze, min geveze,
Bêrîvana min r’abû mêrar’a
Serê xwe girêda, serê xwe girêda,
Serê xwe girêda.
T’asa bêrîvana min zêr’îne,
Min zêr’îne, min zêr’îne,
Wezê dinhêr’im mîna cot kanîne,
Ezê dixwöm-naxwöm
K’erba dilê min naþkêne.
Hergê salix-sölixê
Kewa gozel, kewa k’öbar
Li min dikin, li min dikin,
58
59
Qisûr t’öne, çar t’ilîa
Bejnê kême, bejnê kême.
Fêzêda zinare, binyêda göl-sosine,
Göl-sosine, göl-sosine,
Alîkî cegera min sag’ maye,
Xirav neke, xirav neke,
Xirav neke, xirav neke.
Xeverê çetin:
1.Bêrîvanê- ya pêz didoþe, ya pêz dide bêrî
2.Kölmal- bi laqirdî divêjne hevdö: “köl mala te k’eve”
3.Cêr’- derdana h’er’îê çêkirîye, seva avêye
5.Qest me’neke- xwe li cîkî bigre, alîkîda her’e
6.Gevez- r’engê sor, isa jî navê laç’ka sore
6.T’as- vira seva xemleke sêrî tê gotinê. T’as isa jî derdana xwerinda-
girtinêye
7.K’erb- bîntengbûn, berxwek’etin
8.Qösûr-kêmasî, e’yb
Pirs û pêþdanîn:
1.Têk’sta k’ilamê ezberkin û bêjin
2.Dengnivîsara k’ilamê bibihên û bêjin
3.K’ilamê zar bêjin û li hevdö veger’înin
4.Bixeverêbêrîvan,cêr’,gevez,t’as,k’erb,qösûr,zinarcömlaçêkinûbinivîsin
CEMÎLA CELÎL
NEXÞÊ MÎRZO
Her gölim, gölim, Gölîzer,
Her gölim, gölim, Gölîzer,
Çing-çing çêdikim nexþê Mîrzo,
Dinya yeke, derge- h’ezar.
Vî Erezî, lo, berda qûmo,
Her gölim, gölim, Gölîzer,
Wez h’evt sala, lo, berda çûmo,
Çing-çing çêdikim nexþê Mîrzo
Salka h’eyþta, lo, pêþda çûmo,
Her gölim, gölim, Gölîzer,
Salka h’eyþta, lo, pêþda çûmo,
Çing-çing çêdikim nexþê Mîrzo.
Vî Erezî, lo, berda gezo,
Her gölim, gölim, Gölîzer,
Wez h’evt sala, lo, berda bezo,
Çing-çing çêdikim nexþê Mîrzo.
Salka h’eyþta, lo, p’oþman ezo,
Her gölim, gölim, Gölîzer,
Salka h’eyþta, lo, p’oþman ezo,
Çing-çing çêdikim nexþê Mîrzo.
Vî Erezî, lo, xöþe-xöþe,
Her gölim, gölim, Gölîzer,
Vî Erezî, lo, göþe-göþe,
Çing-çing çêdikim nexþê Mîrzo.
60
61
Xeverê çetin:
1.Çûmo- çûm
2.Salka- sala
3.Gezo- cûr’ê darekêye, berê k’îjanêda þîra xweþ heye
4.Bezo- bezîyam, r’evîm
5.Ezo- ez
Pirs û pêþdanîn:
1.Têk’sta k’ilamê ezberkin û bêjin
2.Dengnivîsara k’ilamê bibihên û bêjin
3.K’ilamê zar bêjin û li hevdö veger’înin
4.Bi xeverê çûyîn, sal, gezo, bezandin, ez cömla çêkin û binivîsin
DOXTIR Û Ö’LIMDARÊ ŸZDÎYÎ NAV-DENG
R’izganê Simo ij wan ewledê cime’ta meye degmeye, ê kö e’silda dox-
tire û pisporê p’êþê xweye: Simoyê Þemoyê bavê wî ne kö t’enê þayîr
û e’frandarkî e’yan bû, lê isa jî- doxtirekî ÿzdîyî nav û nîþanbû,
cefê k’îjanî h’etanî îro jî tê bîranînê û þêkirandinê…
Hene meriv, ê kö bi emekê xwe seva t’emamîa cime’tekê dikarin bivne
mesele. R’izganê Simo a hima ij wan ewledê cime’ta meye.
R’izganê Simo sala 1953-a göndê neh’îa Hoktêmbêryanêyî (niha- merza
CE Armavîrê) Þênavanêda diya xwe bûye. Pey serfinyaz xilazkirina
mek’tevêr’a înstîtûta R’ewanêye doxtirîê (niha- zanîngeha R’ewanêye
ser navê Mxît’ar Hêrsaîye doxtirîêye dîwanî) xilazkirîye, p’êþê dox-
tirê zar’a dest anîye. Lê pey xilazkirina
îdara doxtirîêye xwendina bilindr’a întêr-
natûra nexweþxana R’ewanêye hejmara 4-aye
zar’aye klînîkîêda ber destê ewledê cime’ta
meyî nav û nîþan- doxtir û e’frandarê nav û
deng, doktor, profêsor Seh’îdê Îvo xwendîye.
Sê salê din serwêrê ambûlatorîa göndê merza
Armavîrêyî Zart’onk’êye doxtirîê bûye. Salê
1984-85-a xizmetk’arîa R’ewanêye alîk’arîa
doxtirîêye lezda doxtirê zar’ayî novedar xe-
vitîye.
Lê doxtirê zar’ayî cêr’ibandî hila hê salê xevtê gelekî mêla k’arê
ö’lmî û dersbêjîê dikir, a lema jî sala 1985-ada zanîngeha R’ewanêye
ser navê Mxît’ar Hêrasîye doxtirîêye dîwanîda k’ete ser xevatê, e’wil-
çawa laborant, asîstênt, paþê- sala 1994-a, dosênt.
Sala 1990-î e’mrê ewledê cime’ta ÿzdîayî ö’lmh’izda ya bîranînêye:
ewî t’êza pêþendamîê xweykir û dereca pêþendamê ö’lmê doxtirîêye
ö’lmî stend, cêrga wan ewledê meye doxtire kêmjimar t’amkir, ê kö
xweyê dereca ö’lmîne.
R’izganê Simo isa jî e’frandarî 25 xevatê ö’lmî û 4 k’itêvê hînbûnê
kirîye.
Saya xevata dersbêjîê û ö’lmîye berbiç’e’v ewledê cime’ta ÿzdîayî
zane layîqî gele p’êþk’êþ û xelata bûye, mesele, em navê çend h’eva
hildin: mêdala zanîngehêye “Zêr’în”, “Nîþana” zanîngehêye “P’êsîrêye
zêr’în”, hörmetne’me, wekî sala 2010-2011-aye xwendinêda hatîye
naskirinê dersbêjê herîbaþ. Sala 2010-a ew layîqî hörmetane’ma
wezareta CE-e xwendinê û ö’lm bûye, sala 2013-a layîqî r’azîne’ma
beledîa þeherê R’ewanê bûye.
Salê 1997-2005-a dewsgirtîê dêkanê fakûltêta qenckirinê xevitîye.
Xölese, wekî meriv bixweze, dikare gelekî dirêj derheqa R’izganê
Simoda, ê kö ij wan ewledê cime’ta meye, wekî bi zanebûn û me’rîfeta
62
63
xwe dikare seva gele-geleka bive
mesela ç’evadyînê û r’ê veke seva
nisila peyhatinê, bêje û gilîke.
Lêbelê, zêde nîne em bêjin, wekî
heval û hogirê R’izganê Simoye xe-
vatê û ö’lmî derheqa zanebûn û
me’rîfata wîye xevetêda gilîê
xweþ û pesindayînê gotine û di-
vêjin, k’îjan hörmetê ne kö t’enê
wî, lê isa jî, t’emamîa cime’ta
mer’a tînin.
Gere bê gotin, wekî R’izganê
Simo isa jî die’frîne, awa dö
e’frandinê wî.
EZ Û T’EBYET
K’engê dûrim ez,
Zivistana sar,
Berf û bager-
Te divne dîhar.
K’engê r’ême ez,
Bihar- þa tîne
H’ezar mizgîn,
Ter’a digîne.
Kengê malim ez,
Havîna h’elal,
H’ezar awazî
Te dike delal.
K’engê payîz hat
Bi barê giran
Min evîntîêr’a
T’im dike mêvan.
BÎRANÎN
Ç’îayê Eýlegize ze’f hêþîne,
Ew bilinde, em- li wir,
Biç’ûktîya min ew bîr tîne,
Û- dik’evme mitalê k’ûr.
Bîr tînim ez çend sal pêþda
R’ewþa konê kalkê min:
Ez berxvan bûm li wan ç’yada,
Dinya ç’îr’ok bû bona min.
Ew salana hatin û çûn-
Nola mija serê ç’ya.
Qe nizanim ça derbazbûn
R’ojê mine eþq û þa?
Ze’f zû hatin û derbazbûn
Salê mine zar’otîyê,
Ç’îya divînim- tên bîra min
K’en û eþqa biç’ûktîyê.
Xeverê çetin:
1.Degme- hindik, kêmjimar
2.Þêkirandin- bîrnekirin,
qîmetkirin, jêr’azîbûn
3.Serfinyaz- r’ûspî, bêqösûr
4.Întêrnatûra- dereceke xwendina
îdara doxtirîêye bilindda
5.Zanîngeh- ûnîvêrsîtêt
6.Klînîka, ambûlatorîa- xeleqê doxtirîê, sag’lemîxweykirinêne
7.Laborant, asîstênt, dosênt- derecê xevata ö’lmîne
8. Beledî- serk’arî
9.Dêkan- serk’arê xeleqeke îdara xwendina bilind
10.Fakûltêt-p’areke îdara xwendina bilind
Pirs û pêþdanîn:
1.Dersê hînvin û gilîkin
2.Hûn ij doxtirê ÿzdîye din qe k’ê nasdikin?
3.Hûn p’êþê doxdirîê h’izdikin?
4.Hûn çi navê nexweþîa zanin?
4.Bi xeverê degme, þêkirandin, serfinyaz, beledî cömla çêkin û
binivîsin
SERK’ARÊ GÖNDÎ SALÊ DIRÊJ
Gele pirs malxê malê û serk’arava girêdayîne. Çaxê, çawa divên,
malxê, serk’ar cîê xwedane, h’emû tiþt baþ û me’rîfete, û qedrê wan
girane. Serk’arekî isa Wezîrê T’êmûre, ê kö çend
dehsalîne, wekî serk’arîê göndê merza
Cimhöryeta Ermenîstanêye Aragasotnêyî
Sorîkê dike. Fe’mdarîye, wekî ew ewledê
cime’ta me saya zanebûn, me’rîfeta xweye, kö
ewqa we’de serk’arîê gönd dike, pirs û pirs-
girêkê gönd û binelîê gönde cûr’e-cûr’e
safîdike.
Nav û dengê Wezîrê T’êmûr saya
me’rîfeta wîye serwêrîkirinê û xeyestê wî ne
kö t’enê merza Aragasotnê, lê isa jî- ij sînorê merzê û Ermenîstanê der
belabûye.
64
65
Çaxê meriv p’ir’î-
hindikî nasîa xwe dide ser-
hatîya e’mrê Wezîrê T’êmûr, tê
ser wê fikirê, wekî ewî
camêrî t’imê cêr’ibandîye
zanebûn û xwendina xwe zêdeke,
wekî çawa nav xevatê, isa jî-
e’mirda- serfinyazve û bikarve
ij h’emû pirsa r’ûspî derk’eve.
Wezîr sala 1948-a göndê neh’îa Te’lînêyî Sorîkêda diya xwe bûye
û 18 salîêda göndê Nêrk’în Ert’îkêda mek’t’eva ort’e xilazkirîye.
Salekê þönda înstîtûta R’ewanêye ser navê Xaçatûr Abovyane ders-
darîêye dîwanîda hatîye hildanê, pêr’a jî- mek’t’eva göndê Sorîkêye
8-saleda dersdarîa dersê t’arîxê kirîye.
Pey sala 1973-a xilazkirina îdara xwendina bilindr’a çûye ordîê
û salekê þönda bi dereca zapitîê qölixa xweye e’skerîê xilazkirîye.
Hima wê salê jî dîsa bûye dersadrê mek’t’eva Sorîkêyî t’arîxê.
Saya xevata baþbû, wekî deh sala dêpûtatê þêwra neh’îa Te’lînê
bûye û gele û gele pirsada wek’îltî ÿla ÿzdîyê neh’îa Te’lînêye giran
kirîye.
Xwendina dersdarîê, qey tê bêjî, bes nînbû, wekî ew t’am sere-
derîê e’mir û deba gönd bike, a lema jî sala 1986-a fakûltêta înstîtûta
R’ewanêye malhebûna göndîtîêye malhebûnzanîê xilazkir.
40-salîêda binelîê gönd ît’abara xwe wî anîn, wekî ew bive
serk’arê göndê Sorîkê.
Xevata cavdar û serk’arîkirinê hêsa nîne: wê yekê her merivek
zane, ê kö ew xevat kirîye yan- dike. Lê çi jî heve, saya xevata baþe,
wekî ew layîqî cêrge pesinne’ma û hörmetne’ma bûye, lê sala 2011-a
layîqî navê mêrxasê ÿzdîayî miletîêyî hörmetlî bûye.
Xeverê çetin:
1.Malxê: meznê malê, bavê malê
2.Serwêrîkirin- serk’arîkirin
3.Pirsgirêk- pirs
4.Zapit- dereceke eskerîêye
5.Deb- qirar, e’rf-e’det
Pirs û pêþdanîn:
1.Dersê hînvin û gilîkin
2.Wezîrê T’êmûr k’îye?
3.Qe hûn çûne göndê Sorîkê?
4.K’î we T’êmûrê Wezîr nasdike, yan derheqa wîda bihîstîye?
5.Bi xeverê malxê, serwêr, deb cömla çêkin û binivîsin.
P’IRA XÊRXWEZÎÊ
Bi levanîna yazîyê ermenî û ÿzdî dewir û zeman r’ex hevad jîne,
te’layî û destanînê hevdö p’arevekirine, lê gele cara jî mecbûrbûne
miqabilî dijminê heman þer’k’arîê bikin, k’îjanê eleqetê wane
xêrxwezîê diha meh’kemkirîye. Yazîa cime’ta ÿzdîya, xazma vê sedsalîa
xilazîêda, cime’ta ermenîa û Ermenîstanêva meh’kem girêdaîye.
Þöxölvanî û e’mirê Cangîr ag’ayê ewledê cime’ta ÿzdîayî
mezin, mêrxasê ÿzdîayî miletîêyî jîyî mesela xêrxwezîa cime’tê er-
menîa û ÿzdîîaye geþe. Bi e’mrê xweyî jîyî ew careke din hazirîa
cime’ta ÿzdîaye bûyîna li r’ex cime’ta ermenîada, þertê heregiranda
t’ev wê kirina þer’k’arîê erêdike.
Nav þöxölê xilazkirina bi h’ezara ÿzdîa û ermenîaye ij þûrê
t’irka û bêqezîa cîgöhastina wane berva Ermenîstana R’ohlatê
dilqqedandina Cangîr ag’aye mezin hebûye. Isa jî nav þöxölê alt’in-
darîa qal û cengê Serdiravê û Baþ-Aparanê emekê wîyî giranbiha heye.
Ewî karibû qewatê ÿzdîa bicivîne û bi k’oma xweye siyara k’omek da
axirîa þêr’e alt’indarîê- bi dayîm hiþtina navê xwe û cime’ta xwe nav
bîranîna cime’ta ne kö t’enê ÿzdîa, lê isa jî- ermenîa- bi bûyîna r’emza
66
67
wê xêrxwezîa mezin.
Îzbatîa xêrxwezîa cime’tê ermenîa û ÿzdîaye r’ojê t’eze þer’ê
Arsaxêyî mayînêye, t’ev k’îjanî bûne bi seda ÿzdî. Ij wana 35 hatne
köþtinê- bi xûna xwe pîrozkirina xêrxwezîa bi sedsalîa erêbûyî.
Cime’ta ermenîa t’imê jî zane destê xêrxwezîêyî dirêjî xwe
kirî bigövêþe, zane e’fatîa mêrxasê ij miletê din, ê kö seva dewleta
wê, seva serbestîa wê þer’k’arîê dikin, qîmetke. Bi qîmetkirina dilqê
cime’ta ÿzdîa nav t’arîxa ermenîa- Vazgên Sargsyanê wezîrê CE-î
pêþin hila hê sala 1998-a fermanek qolkirîye, bi k’îjanê göhdarxaneke
fakûltêta înstîtûta wezareta CE-e xwexweykirinêye e’skerîê kiribû
ser navê Cangîr ag’a. Lê paþwextîyê, dest cîgöhastina li p’aravayîkî
din, göhdarxanê r’awestandibû navê Cangîr ag’a hilde ser xwe.
20-ê meha sivatê (sala 2013-a) înstîtûta E’sekrîêda r’izma careke
din navlêkirina göhdarxana de’wmeþandinêye bi navê Cangîr ag’a
qewimî, t’ev k’îjanê dibûn S. Ohanyanê wezîrê CE-î e’skerîê, D.
Tonoyanê dewsgrtîyê wezîrê xwexweykirinêyî pêþin, V. Avêtîsyanê
midîrê serwêrtîa wezareta CE-e xwexweykirinêye me’lûmetdayînê û
eleqetê t’ev civakê, S. Mîrzoyanê midîrê Înstîtûta e’skrîêyî berê,
gênêral-lêytênant, V. Assatryanê midîrê fermandarîa h’ökömeta CE-e
pirsê miletê kêmjimar û ayîna dîn, wek’îlê ÿla ÿzdîya.
T’edbîr göhdarxana de’wmeþandinp’êþezanîêda- bi vekirina
nîvheykelê Cangîr ag’a, destpêbû, paþê sera Înstîtûta e’skerîêda
dûmîya.
Wexta t’edbîrê bi k’êlmê balk’êþ S.Ohanyanê wezîrê CE-î
xwexweykirinê, S. Mîrzoyanê sedrê encomana zapitaye herebilind,
midîrê Înstîtûta e’skerîêyî berê, H’. T’emoyanê (H’esenê Þêx-Me’mûdê)
r’ojne’mevanê CE-î emekdar û ê din pêþda hatin. Ê kö bi k’êlmê pêþda
dihatin, xêrxwezîa cime’tê ermenîa û ÿzdîya, emekê Cangîr ag’ayê
r’emza wê dostîêyî t’exmînkirinêyî nav t’arîxa cime’ta ermenîada
r’êtî bilind qîmetdkirin.
K’êlma xweda wezîrê e’skerîê, bi ferzkirina dilqê cime’ta
ÿzdîayî nav t’arîxa cime’ta ermenîa, da k’ivþê, wekî ij ê pêþin V.
Sargsyan emekê cime’ta ÿzdîa qîmetkirîye: “Bêh’ed ya r’emzîye, wekî
îro înstîtûta ser navê V. Sargsyane e’skerîêda göhdarxana bi navê mêr-
xasê cime’ta ÿzdîayî miletîê vedve, çimkî ê pêþin hima V. Sargsyan ki-
rina ewledê ÿzdîaye xört nav pêkanîna t’arîxa meye t’omerîda
qîmetkirîye”.
Kirina navê Cangîr ag’aye li göhdarxanê wê k’omekê bide k’ûrki-
rina xêrxwezîa cime’tê ermenîa û ÿzdîya, lê derecê e’merê wîye jêhîn-
bûnê bona kûrsantê me wê bivne dersê wet’enh’izîyê, xêrxwezîêye
xweþivêt.
68
69
Xeverê çetin:
1.Mecbûrbûne- qewata wan der bûye
2.Heman- yek, t’omerî
3.Meh’kemkirîye- qewînkirîye
4.Giranbiha- qîmetlî
5.R’emz- nîþan
6.E’fatî- mêrxasî
7.Ferman- e’mir, qirar
8.Göhdarxane- ot’axa dersa
9.P’aravayî- avayîkî din
10. R’awestandin- sekinandin
11.R’izm- qirar
12.Me’lûmetdayîn- salixdayîn
13.Midîr- serk’ar
14.Fermandarî- vira- k’oma xevatêye serk’arîkirinê
15.T’edbîr- kêr, derece
16.Dûmîa- pêþda çû, peyhatin bû
17.K’êlm- xeverdan
18.Kûrsant- xwendk’arê înstîtûta e’skerîê
19.Xweþivêt- degme- her t’enê cûr’ekî
Pirs û pêþdanîn:
1.Dersê hînvinû gilîkin
2.Navê Cangîr ag’a k’engê li göhdarxanê kirine?
3.K’î t’ev derecê dibûn?
4.K’î bi k’êlmê pêþda hatine û çi gotine?
5.Vazgên Sargsyan k’îye û seva navlêkirinê çi kirîye?
6.Hûn çûne li înstîtûta e’skerîêye ser navê Vazgên Sargsyan?
7.Hevdö bigrin û bi serk’arîa dersdarê/a xwe her’ne li înstîtûtê- dîtina
göhdarxanê û nîvheykelê Cangîr ag’a
8.Bi xeverê mecbûrkirin, heman, meh’kem, giranbiha, r’emz, e’fatî, fer-
man, göhdarxane, r’awestandin, r’izm, me’lûmetdayîn, midîr, ferman-
darî, t’edbîr, dûmîa, k’êlm, xweþivêt cömla çêkin û binivîsin
ÞÖKÖRÊ K’EREM
(1928-2007)
XOZANDAG’Ê
(T’êlî Qeymesê ÿzdî)
-1-
Wer, xozanê, lêlê, wer, xozanê,
De, bira Xwedê xirav bike war, wark’ozê te
zozanê,
Xewa merîya þevê nayê- derdê wan we’wîka,
r’ojê- ne derdê germê, germistanê.
Dilêm, yoyo, dilêm, yoyo, wer, xozanê,
Ezê k’etime qolana selef siyara, t’êlî
Qeymesê ÿzdî- nayê xanê.
-2-
70
71
Wer, xozanê, lêlê, van firîka,
Xewa mîrê min r’ojê nayê derdê germê, germistanê, þevê- nayê derdê
sewta wan we’wîka,
Xelqê indakirîye t’ekan-t’ûka, minê indakirîye t’êlî Qeymesê ÿzdî,
görzê ber cênîka,
Dilêm, yo, yo, dilêm, yoyo, wer, xozanê.
-3-
Wer, xozanê, lêlê, wê bi mêle,
Vêsvê avê ç’eman, kanîya, ser meda têne xöle-xöle,
Xelqê indakirîye t’ekan-t’ûka, minê öndakirîye t’êlî Qeymezê ÿzdî, si-
yarê h’espê qöle,
Wer, xozanê, wer, xozanê, yalîk deþte, yek zozane,
Ezê k’etime qolanê selefê siyara, minê bala xwe didayê t’êlî Qeymesê
ÿzdî serekê siyara ney navdane.
-4-
Wer, xozanê, lê, bi ç’e’lêda,
Minê jimirîye- t’êlî Qeymezê ÿzdî, sednod mal t’emam têda,
H’erkê hûnê pirsa t’êlî Qeymezê ÿzdî dikin, t’êlî Qeymezê ÿzdî donzde
xölam-xizmek’ara, dûrî van cîya, bangê samê lêda,
Dilêm, yoyo, dilêm yoyo, wer, xozanê.
-5-
Wer, xozanê, devê r’êye,
Binîda darek dara zeyt’ûnêye,
Hatin, çûyîna ÿlê, e’þîrê t’emam lêye,
H’erkê hûnê pirsa t’êlî Qeymezê ÿzdî ji min dikin, cinyazê t’êlî
Qeymezê ÿzdî kirine t’awûtê, wê ser barê devêye.
Dilêm, yoyo, dilê, yoyo, wer, xozanê.
72
73
Bira Xwedê xiravke warê te-
zozanê,
Ezê k’etime qolana selefê si-
yara, min bala xwe didayê-
Qeymezê ÿzdî navda nayê xanê.
-6-
Wey, xozanê, hey, lo, mîro, wê-
bi stirî,
Avê ç’eman, kanîa ser meda tên,
wê- bihörî,
E’skerê Me’mûd p’aþa girane,
lê hêwirî,
Ezê k’etime qolana selefê si-
yara, minê bala xwe didayê-
navda t’öne t’êlî Qeymezê ÿzdî,
siyarê h’espê gölî,
Dilêm, yoyo, dilê, yoyo, wer
xozanê.
-7-
Hey, lo, mîro, Xozandag’ê binêr’- dev zinêre,
Salixa, divê, bayê samê r’abûye- qir’kirine h’ezar h’evsid mêre,
Ezê derk’etime qolana selefê siyara, navda t’ine t’êlî Qeymezê ÿzdî,
t’imt’êla siyarê h’espa r’ih’alî, nêre,
Dilêm, yoyo, dilêm, yoyo, wer, xozanê
-8-
Olo, mîro, ezê kavla Xozandag’ê dinêr’im- av t’önîne,
Kesekê xödanê xêra t’öne- t’asek avê kanîya sar nava siyara biger’îne,
Dilê siyara diþewite, not’la p’irtî bezê bizna bavê ser sêla sor- bi-
h’elîne,
Wer, xozanê, wer, xozanê,
Bira Xwedê xiravke warê te- zozanê,
Ezê k’etime qolana selefê siyara, t’êlî Qeymezê ÿzdî navda nayê xanê.
Xeverê çetin:
1.Xozandag’- zevîya li p’ala ç’îyê
2.Xozan- zevî, zevîya dirûtî
3.Wark’oz- cîêy berxa
4.Zozan- ç’îya
5.We’wîk- cûr’ekî terewilê mînanî se, göraye
6.Germistan- cîê germ
7.Qolan- teng-ber
8. Selef- serk’arê siyara
9.T’êlî- bedew
10.Firîk- similê genime ter’e qelandî
11.Sewt- deng
12.Görzê ber cênîka- gilî derheqa biskê qîz û bûkadaye, lê li vira seva
mêrê h’izkirî tê gotinê
13.Qöle- h’espê/a, wekî lez dibeze
14.Bangê samê- bayê samê, bayê germe
15.Bihörî- derbazbû
74
75
16.Hêwirî- sekinî, qesidî
17.Gölî- vira- bedew, dêl-bijû vegirtî
18.T’imt’êl- k’incê mêraye e’skerîê
19.R’ih’al- ç’ek, sîlih’e
Pirs û pêþdanîn:
1.Têk’sta k’ilamê ezberkin û bêjin
2.Þaxekî k’ilamêyî dengnivîsî bibihên, hînvin û bêjin
3.Gilî derheqa k’ê û çi qewmandinadaye?
4.K’ilamê k’î davêje ser k’ê?
5.Dengbêj Qeymesê ÿzdî mînanî çi dike?
6.Bi xeverê xozan, wark’oz, germistan, firîk, sewt, qöle, t’imt’êl, r’i-
h’al cömla çêkin û binivîsin
XEVATÇÎÊ P’IR’EMEK
Meseleke cime’ta meda tê gotinê:
“Xevatçîê xweve,
H’izkirîyê xelqêve”.
Evî gilî bejna ewledekî cime’ta me dikir, ê kö salê dûr û dirêj
ber dewletê qölixkir, kêrî ne kö t’enê xwe, dewletê, lê isa jî- cime’ta
me hat û îzeke bîranînê pey xwe hiþt,
wekî peyhatî wêda her’in.
Gilî derheqa Baylozê Çaçandaye, ê
kö sala 1910-a neh’îa Axbaranêda diya
xwe bûye. Pey xilazkirina mek’t’eveke
þeherê T’ilbîsêr’a ewî xwendina
bilind þeherê Lênîngradêda (niha
Sankt Pêtêrbûrg) stendîye.
Em bi çend cömla derheqa stendina
xwendina Baylozê Çaçanda dinivîsin û
emê binivîsin, lê gere em bidine ber
h’esêv, k’a weke sedsalîkê pêþda h’alê
cime’ta me çi bû, û goveka xwendinêda h’al-h’ewalê meyî xwendinê çibû.
Isa wekî, em dikarin bêjin, kö Baylozê Çaçan ij ewledê cime’ta meye
pêþinbû, ê kö xwendin, ew jî- ya bilind, distendin û dibûne pêþîk’êþ
û fikirdarê cime’ta me.
Çaxê ewî Lênîngradêda xwendina bilind stend, paþda veger’ya Er-
menîstanê û bû serwêrê mek’t’eva göndê Karwanserayê (niha Sadûns).
Sala 1933-a ew dive xevatçîê p’ara neh’îa Axbaranêye xwendinê. Sala
1934-a ew tê bijartinê sûdê neh’îa Axbaranêyî cime’tîê. Lê çar sala
þönda ew mek’t’eva wezareta bêqezîabûna miletîêye opêratîvda dixûne,
pey xilazkirina k’îjanêr’a xeleqa neh’îa Axbaranêye bêqezîabûna
miletîêda dik’eve ser xevatê, lê salê 1940-41-ê dive serwêrê p’ara neh’îa
Ermenîstanêye Basergêçerêye (niha- Vardênîs) bêqezîabûna miletîyê. Lê
ij sala 1941-ê h’etanî sala 1948-a neh’îa Axbaranêda dive serwêrê para
neh’îêye bêqezîabûna miletîê.
Salê xevatê, diha r’ast- sala 1947-a, ew p’ara fakûltêta zanîngeha
R’ewanêye dîwanîye hiqûqîêye dîwanîye dûrekeda tê hildanê.
Sala 1948-a h’etanî sala 1953-a ew dive serwêrê p’ara neh’îa Vêdîêye
bêqezîabûna miletîê. Pey xilazkirina îdara xwendinêye bilindr’a ew
vedger’e ser qölixa xweye neh’îa Basergêçerêye berê. Salekê þönda go-
veka bêqezîabûna miletîêda- neh’îa Te’lînêda, dik’eve ser xevatê, lê
paþê- neh’îa Anîêd.
Sala 1963-a, 53-salîêda, Baylozê Çaçan bi r’öt’bê padpalkovnîk
þöxölvanîa xweye xevatê meqametê bêqezîabûna miletîêda xilazdike, lê
serhatîya xweye xevatê hila hê ser hevda nayne, ew goveka wezareta trans-
portêda dixevite- dive serwêrê p’ara kadra, li k’ö h’etan sala 1983-a di-
xevte.
Serhatîya Baylozê Çaçane xwendinê û xevatê þe’detîê dide, wekî
ewî r’êke xêrû berek’et qedand û saya wê yekê bû, wekî ew layîqî r’e-
wayê dîwanîye baþqe-baþqe bû û qedrekî giran ber derge-dîwana qa-
zinckir û nav-dengê cime’ta me bilindkir.
Belê, em gere xwe xwendinê, zêdekirina zanebûna bigrin û bixevtin
çawa bi zanebûn, isa jî xevata xweye r’ûspî, navê miletê xwe bilind
xweykin û seva nisilê paþwextîê bivne þemdana xwendinê û pêþ-
daçûyînê, çawa wekî- Baylozê Çaçan bû, ê kö isa jî malxê mala giranbû-
9 zar’ pey wî k’etin.
76
77
Xeverê çetin:
1.Fikirdar- merivê, wekî xevata wan ya bedenî/fîzîkîê nîne
2.Opêratîv- lez
3.Xeleq- govek
4.Hiqûqîê- qanûnzanîê, qanûnnasîê
5.R’öt’b- derece
6.Þemdan-mînanî lemp’êye, k’îjan r’onkayê dide
Pirs û pêþdanîn:
1.Dersê hînvin û gilîkin
2.Baylozê Çaçan çi xwendin stend?
3.Ew li k’ö xevitî?
4.Bi xeverê fikirdar, xeleq, hiqûq, r’öt’b, þemdan cömla çêkin û
binivîsin
ORDÎXANÊ CELÎL
(1932-2007)
MESELÊ CIME’TÊ
1.Avaya mala- li ser jinaye.
2.Ava xwestya-
Nak’eve h’estöya.
3.Av zane- binav li k’öye.
4.Bavê xwe köþtye, gor’ê sond dixwe.
5.Bayê cahila gör’e.
6.Biharê- pez,
Havînê- r’ez,
Zivistanê jî- ez
7.Vira na- li deþta R’ewanê.
8.Vir wada t’emaþke.
9.Vir’ û derewa mal ava nave.
10.Ga dik’eve,
K’êr lê ze’f divin.
11.Gaê baþ- pê serbara,
Mêrê baþ- pê xevera.
12.Geveza nînve- mî û görê t’ev
biç’êrin.
13.Daê- bih’ökê,
Jinê- r’öh’ikê
14.Dar- berê xweva e’yane,
Mêr- navê xweva.
15.Dêla miþk malêda ar nagre.
16.Ê zane, hemîn- zane,
Ê nizane- baqê nîskane.
17.Ê dik’eve govendê- gere xwe bih’ejîne.
18.Ê ij avê ditirse- dik’eve ÿgir.
19.Eger tö dixwezî kör’ê xwe bikî mêr,
Bike þivan,
78
79
Lê- zû bîne mal,
Hê- nebûye h’eywan.
20.Ez göla berbir’o nînim.
21.Ez- penêr, tö- k’êr.
22.E’melê xirav- çênavin,
Mirîê gör’a- r’anavin.
23.E’mrê xayîna- kine.
24.E’cel hat- nade mecal.
25.Jêr r’ûnê, jor xevernede,
Jor r’ûnê- jêr xevernede.
26.Je’r nema me’rar’a,
Namûs- nema mêr’ar’a.
27.Ij göra- birçîtire,
Ij me’ra- te’zîtire.
28.Zarê xweþ- bihara dilaye.
29.Zar’ negrî- dê þîr nadê.
30.Ze’vê malê,
Kör’ê malê.
31.Îro- îroye,
Sivê- sivêye.
32.Î’ysan- dike t’ivdîrê,
Xwedê- dike t’ig’dîrê.
33.Îro- dora weye,
Sivê- dora meye.
34.Ya zarê te- minr’a,
Ya dilê te- ter’a.
35.Yeke xwe bêje,
Dödê- hevala bêje.
36.Yek- yeke,
Dödö- k’omeke.
37.Kanî- serkanîêda þêlûdive.
38.Kapeka salê- salêda diçe.
39.Kevç’îya- t’opkir,
H’eska- belakir.
40.-K’ûsî, çima isa p’îsî?
-Xwedê isa e’nîa min nivîsî.
41.K’öm hevin- serî ze’fin.
42.K’ömê Xelo dide serê Celo,
K’ömê Celo- dide serê Xelo.
43.Leglege- ç’e’vbeleke.
44.Li gemîyê siyarbûye,
Gemîçîr’a þer’ dike.
80
45.Lingê xwe diþqite- tê ser xwe,
Lê zimanê xwe diþqite- nay ser
xwe.
46.Malo- xûç’ û xalo,
Bêmalo- bêxûç’ û bêxalo.
47.Mal t’êre,
Kevanî- þêre.
48.Mal- birçîye,
Kevanî- çerçîye.
Xeverê çetin:
1.Binav- þînkayî
2.R’ez- tirî, mêwa
3.Geveze- merivê xirav, ê þer’ û
bög’dana dikin
4.R’öh’ik- r’öh’
5.Dêl- vira- poç’
6.Nîsk-navê hêþnayîkêye xwe-
rinêye
7.Xayîn- merivê dijmin,
bêît’bar
8.E’cel- mirin
9.T’ivdîr- k’ar, miraz
10.T’ig’dîr- mirin
11.Kapek-gîhayê hûr
81
82
12.Gemîçî- ê gemîyê dajo
13.Çerçî- vira- p’arsekçî
Pirs û pêþdanîn:
1.Mesela ezberkin û bêjin
2.Fikra mesela þirovekin
3.Hûn jî mesela zanin, wekî
dersêda t’inene?
4.Meselê, wekî dersêda t’inene,
binivîsin û xweykin
5.Bi xeverê binav, r’ez, geveze,
nîsk, xayîn, e’cel, t’ivdîr,
t’ig’dîr, kapek cömla çêkin û
binivîsin
AH’MEDÊ GOGÊ
(1937-2003)
HATINA MÎRÊ ÞÊXA
(p’arek ij k’itêva “Dengê kal- bavê me”)
Go, wê salê t’emam hîvîya hatina Mîrê
þêxa- serk’arê anîna dînê ÿzdîa bûn.
Go, Xwedê, ew çend r’ojbûn, göndda
hema ösa derheqa vê yekêda xeverdidan, gilî
dikirin, derheqa serhatîya qewalekîda, wekî
bibû mêvanê göndekî ç’îyaê Sînekê.
Dêmek awa: carekê qewalek ji Îraqê,
ji cîê germ tê vira- ç’yaê Sînekê. Go zivis-
tan bû. Qewal, go, ji destê hev dir’evandin.
her yekî dixwest bive mala xwe, çimkî bi wî
83
ç’e’vê wan Laliþa Nûranî dik’et. Her yekî
dixwest xeverdana wî bibihê, çimkî ewî ber
dîwana Þîxadî qölixkiribû. Giþka ew, çawa
divêjin, dih’evand. De, wet’enwarê wan bû,…
. Ew jî çi welatî, li k’ö zyareta miletîêye.
Û ya ferz, ya sereke- ew mêvan bû. Go, ew diçû
k’îderê, jêr’a serbir’ hebû.
Go, Xwedê, þabûn nedigihîþte
þabûna göndîya. Ewna merîya diþînine
göndê mayîn, giþka pê dih’esînin. Nav ÿzdîê
qeza Sörmelîêda þabûneke weke de’watekê bû.
Sivetirê 5 syar binya mêrgêda xanê
dikin, gelek r’adivne ser xanya, hinek bi sol-
gora didine nava ç’emê mergê…
Ewana binya göndda ser ç’em r’astî hev tên. Evana xoþ-bêþê di-
dine hev, ji h’espa pey divin, diçine destê mîr û dizgîna h’espê xwe di-
grin, dixwxzin p’îya her’in, lê dereng bû, göndda cime’t bêsebir hîvîya
mîr bû.
Mîr divê, bo, babo, hûn bextewarin, ûrisê ç’e’vþîn dostê weye,
hûn bin p’er’ê wîdane. Lê ya me? Em her wa nava agir-alavêdane. R’oma
r’eþ me nah’ewe, giþka hîndike, wekî qedrê me negrin.
Cahil dest xweda dizgînê h’espê wan digrin, lê Þemê Biro, wekî
îdî e’mirda mezin bû, dizgîna h’espê mîr digre, diçe destê wî, divêjêda,
kö eva çend r’oje, qe ew bîra göndîya dernak’evin, mijûlîyê wan qe-
walin, Laliþa Nûranîye. Mîr divê eva çend r’oje me berê xwe daye
göndê we, lema jî em k’etine bîra we, hatina me niqitîye dilê we.
H’etanî def û zör’ne tên, gönd göndîtî tên, ber mîr ta divin.
Gelek ç’e’vê xwe bawer nakin, wekî Mîr k’êleka wan r’ûniþtîye.
Wê þevê þabûna weke de’watekê bû. Cime’ta gönd ser hevr’a diçû
dihat. Govend girtibûn.
Qewal beyt’a Þêxalê Þemsa divêje.
Mîrê Þêxa derheqa dostîêda jî gelek gilîê xweþ dike, dike bîra
wan þer’ê sala 1828-a li besta R’edwanê, hinda bajar’ê Dîarbek’irê,
þer’ê Miç’oyê þêx Îsaê û K’eþîþ Poloyî miqabilî dewleta R’omê.
Wan bi mêranîa xwe eskerê R’eþîd p’aþa h’incir’andin û navê mêrxasî-
êyî h’eta-h’etayê qazinckirin.
Mîr îsmayîl
Xeverê çetin:
1.Qewal- xizmetk’arê ayîna dînê ÿzdîa, wek’îlê mala mîra, wekî def
û þivêvîa dixin
2.Sînek- warê jîyînêye, wekî niha e’rdê T’irkîaêdaye
3.Serbir’- h’eywana þerjêkirinê- pez, dewar
4.Xoþ- bêþ- silav-k’ilav
5.Nah’ewe- vira- ij wan venager’e, nasit’ire
6.Ta divin- ber serê xwe datînin, qedir digriný
Pirs û pêþdanîn:
1.Dersê hînvin û gilîkin
2.Gilî derheqa k’îjan mîrê þêxadaye?
3.Ders derheqa k’îjan we’deyîdaye?
4.Hûn navê Mîrê þêxa zanin?
5.We mîrê þêxa dîtîye?
6.Bi xeverê qewal, serbir’, tabûn cömla çêkin û binivîsin
TIHARÊ E’MER
(1922)
LEYLÊ Û MECRÛM
(bi hine göhastina)
Bi gotina gotîya, dewletîk hebûye, hebûna wî
bêh’ed-bêh’esav bûye, xayê kerî-sûryê pêz, naxirê de-
wara, r’evoyê h’espa, zêr’ û zîv bûye. Lê tö were lê
binihêr’e, t’imê melûl, me’dekirî, fikir û fikir-
mîþbûnêda bûye. Eger evara xölam, xizmetk’arê wî
diçûn hêsa dibûn, r’adizan, lê ew û k’ölfeta wî h’e-
tanî ÿvarê dereng r’ûdiniþtin hevr’a qise dikirin,
köl û derdê xwe hevdö p’arevedikirin, axirîya xweye bêzör’et bîrtanîn
û hevr’a digotin, ev hebûna meyê k’êr’a bimîne, k’ê wê lê bive xwey, bive
r’isqê k’ê?
Awa herr’o dilûvandin, ber xwe dik’etin, pêr’a jî kal-pîr dibûn,
bêseh’et û bêqewat dibûn. Þevekê ewê dewletî xewna xweda divîne
84
85
kalekî r’ûspî wîr’a divêje, tö çima ösa melûlî, ber xwe dik’evî, ne
axirkî hebûna dinê ya teye, xör’a bide- bistîne, bixwe-vexwe, dinêda
mirin heye. Dewletî divêje:
- Ez gazina hebûnê nakim, lê teva e’yane, ezî bê zör’etim, bê ewledim.
Lema axirîya min ser p’ûçîêye, ez û k’ölfeta min h’al k’etine, emê r’o-
jekê bik’evin bimirin. Lê gelo, ev hebûna meyê bive r’isqê k’ê? Kalê di-
vêje dewletî:
- Qe ber xwe nek’eve, hebûna teyê hêdî-hêdî ji destê teyê derê,
gava kör’ê te mezinbû, tê bizewcînî, hema þeva pêþin, wextê diçe
herêma xwe, cem dergîstîya xwe, wê e’mrê Xwedê t’amamke, lê wekî
nezewce, ew namire. Ew xewna xwe k’ölfeta xwer’a þirovedike û herd
jî têne ser fikrekê, kö xewne, divek r’ast derê, yanê jî- derew.
R’oj pey r’oja diböhörîn, k’ölfeta dewletîr’a zar’eke kör’în
dive. Þabûn dik’eve ÿlê, dewletî qörbanê dide, pez, dewara þerjêdike,
cînar, qewm-pismam, têne ç’e’vr’onaya dewletî, h’eftêkê þönda gire-
girê ÿlê, qewm û pismamê wî têne mala dewletî bona navekî li kör’ê
wîkin. Navê wî datînin Meh’med Emîn. H’erkê zar’ê mayîn meh-meh
mezin dibûn, lê Meh’med r’oj bi r’oj mezin dibû, bedew dibû, ösa bedew
dibû, çawa divêjin, meriv bi herdö ç’e’va nikaribû lêbinihêr’îya, çiqa
mezin dibû, haqa aqil- k’emal dibû, bi firaset û qedirgirdibû.
Meh-meha, sal bi sala derbazdibûn, îdî wexta wî zewacê bû. Gire-
girê gönd, qewm û pismama hert’im digotne bavê wî, kö wexta kör’ê te
zewacêye, lê ewî davîte r’oj bi r’oj, qörfa xewnê ji dilê dewletî
dernedik’et, gilîyê kalê xewnê herdem ber göhê wî bû.
R’okê gava gelekî h’etka wî birin, ewî eþqera xewna xwe wanr’a
þirovekir, hineka bawernekir, hineka jî go, ÿ, xewne, xwe h’emû xewn
ner’astin. Bi gilîkî, dewletî dane bawerkirinê, wekî kör’ê xwe bizew-
cîne. De, bi qewm-pismamava qîzeke bedewe anegorî Meh’med Emîn xas-
tin, h’eft r’oja, h’eft þeva def-zör’ne, t’ölimbe û t’embûr, de’wateke
hêle kirin. Bona bûk û ze’vê odeke cödada cî hazirkirin- bona Meh’med
Emîn her’e cîyê xwe, cem dergîstîya xwe, herema xwe. Gava Meh’med
Emîn dixaze nêzîkî dergîstîya xweve, r’öh’istînê mirinê ser’a disekine,
r’icafa mirinê Meh’med Emîn digre, dergîstîya wî cavê digihîne dê,
bavê, bavê Meh’med Emîn. Gava dê, bav ç’e’v ewledê xwe dik’evin û di-
vînin, kö ber mirinêye, bavê wî gazî Xödê dike, bona r’öh’istîn dewsa
kör’ r’öh’ê wî bistîne, lê wexta r’öh’istîn çok dide ser r’öh’ê dewletî,
ew pêr’a-pêr’a divêje, na, her’e ser xayê kêrê, ez r’öh’ê xwe nadim, diya
wî jî divêje ez r’öh’ê xwe nadim. A lema cime’t divêje: “R’öh’ þîrine,
kesekî ber t’ö kesî r’öh’ê xwe nedaye”.
Wê demê dergîstîya Meh’med Emîn xêlîya xwe wêda davêje, ber
r’öh’istîn t’emene dive, divê dewsa Meh’med Emîn r’öh’ê wê bistîne,
r’öh’istîn dinihêr’e, kö bûk bi dil r’öh’ê xwe dide, r’öh’istîn bi qirara
R’ebê A’lemê dibexþîne Meh’med E’mîn.
Herdö göl hev þabûn, berbanga sivê r’öh’istîn ber Meh’med E’mîn
disekine, r’öh’ê wî distîne…
Dergîstîya Meh’med Emîn pê dimîne, neh meh þûnda ewledekî
nêrîn jêr’a dive, navî wî datînin Mecrûm.
Hilbet, ew hebûna dewletî ne nola berê bû, dewletî û k’ölfeta
wî jî wefat divin. Dayka Mecrûm bi namûs û xîret, ser kör’ê xweyî
Mecrûm û wê mala k’esîb r’ûdinê, qorî dike.
Mecrûm r’oj bi r’oj mezin dive, bejin-bal, bedewîya xweva ji
hevalê xwe cöda dibû. Meh û sal dihatin û diçûn, îdî wextê zewaca
Mecrûm bû, ÿla bavê xweda qîzeke bi dilê xwe dît, çawa divêjin, qîz
nîbû, h’ösölcemal bû, navê wê jî- Leylê bû, qîza dewletîyê gönd bû..
R’ojekê Mecrûm divêje dayka xwe, kö her’e Leyla qîza
dewletîyê gönd jêr’a bixweze, lê dayka wî qayîl nave, divêje kör’ê xwe:
“Lao, em k’esîv û belengazin, k’ê dîtîye dewletî qîza xwe bide k’esîva,
ÿt’îma? Ew tiþtekî nebûyînêye, were destê xwe wê yekê bik’þîne, were
qîzeke hink’ûfî me bivîne, ezê her’im bixazim.
Mecrûm dayka xwer’a qayîlnave û divêje:
-Deyê, heve-t’öneve, ew Leyla mine.
Dê divêjê:
-Leyla tö divêjî, bedew, r’inde,
Ew ç’e’vbeleke, bejin bilinde,
Lê ew ger’oka nava gönde.
Mecrûm divê:
-Erê, dayê, erê, dayê,
Çima divêy wan gilyane,
Çima didî Leylê wan e’ybane?
Dayikê got:
-Kör’ê mino, t’ayê t’enê,
Ez þikberim ji qödretê,
86
87
Xö xapîayî ji möh’betê.
Feleka me xayîne,
Bi dilqê Leylê qîamete
Te dixapîne, dû me tê.
Bike gör’a daîka dilbar,
Þîrê sipî, feqîr û jar,
Leylê bîrke. Bext, ît’bar:
Ter’a bixazim yeke kinar…
Mecrûm got:
-Herê, daê, herê, daê,
H’öba dil agirê gör’e,
Ew agira naê r’aê,
K’ê h’öba dil ne bawere,
Ew ne ji ometa p’êxembere…
Herê dayê, herê dayê,
R’aste, Leylê dilqê meryane,
Lê r’öh’va- ew ji horîyane,
Bi qirara r’ebê a’lemê,
R’öh’ê min û Leylê hevr’aye,
Yazî- miqedera me ösaye,
Herê, dayê, herê, dayê,
H’öva dilê min Leylêye,
Ew h’öva ocaxa bûk, ze’vaye.
Eger Mecrûm bi r’öh’ û can Leylê h’izdikir, Leylê- h’ezar yek
carî Mecrûm h’izdikir. Wana xewna þevada bi r’öh’ hev dîtibûn û bi
kilç’ikê mih’betê, biska bûk û ze’va hatibûn xinêkirinê. Lê xênji dê,
bavê Leylê û birê wê, t’ö kesî nizanbû. Wana nedixast, kö ev yeka belave,
jêr’a e’t’b h’esabdikirin, kö ewledekî ji maleke k’esîve belengaz bive
ze’vê mala mîr, h’akima, dewletîya, ne axirkî çendik û çend cara ji
mala mîr, h’akima hatibûne xazgînîyê Leylê, lê ewê t’ö kes begemnedikir
û ne jî- dixast, birê wê nedixastin, qêmîþî xûþka xweye tayê t’enê
nedikirin, bi her teherî ber dilê wêda dihatin, þîret dikirin, lê r’a
h’öv û h’izkirina Leylê û Mecrûm nedikirin.
Lê bira careke mayîn bi lava, dileka berbir’î xûþkê bûn:
“Leylê, tö omida me h’eft biranî,
Xanima carya, qîza mîranî,
Tö xödana deve-delîlanî,
K’oç û barî, r’a-t’ivdîrî,
Bîrke, Mecrûmê feqîrî…”.
Çi jî kirin herh’eft bira,
Tîra Mecrûm tîra nar,
Dilê Leylê lêda, çû xar.
Hat h’eyamê koç-zozane,
Cav dan Leylê, h’eft birane,
Gotin:
- Leylê, tö omida dê û bavî,
R’ave, li zozana em bivin mêvanî,
Daynin ber kanî, çayîr-çîmane,
Vexön avê kanyane,
Biçinin baqê gölane,
Leylê go:
-Birano, hûn t’acê minin,
Oxirve wer’a, bi xêr veger’in,
Lê eze ser r’ême,
Wele, mêvanê qebrême,
Min e’yanbûye xewna þevane,
R’öh’ê xwe bidim, cem dê-bavane.
Wexta Leylê bi heylomanî cava bira da, kö naxaze t’evî wan her’e
zozana, bi dilê k’eder ç’e’vê hev nihêr’în û awa gotin:
-Tö xûþka meyî, omida meyî,
Gotin yeke, nave döda,
Me ter’a girtîye hêsirê gömane,
Bi h’isreta warê kal-bavane,
Em te t’enê nahêlin li van derane,
Emê t’ev te her’in warê salane,
Bîn-beresîyê göl-sosina,
Avê ç’em, kanîyê gelîya,
Xêr-silamet emê dîsa
Veger’ne xödanê kal û bava…
Leylê dît xever naçin ber xevera,
Gilîyê wê p’ûçin li ber bira,
Me’nîk li wir girt, hilda cêr’e,
88
89
Lezand berbi kanîya Sincanêye,…
Kanîya Sincana, nav gîhayê gaz,
Leylê bihîst stirana Mecrûmê bi saz,
Mecrûm hîvîyê bû bêsebir,
Xatir bidayê dilî jar…
Kanîyê Sincana, kanîyê zîaretî,
Leylê û Mecrûmr’a xêla möh’betê,
Hev t’êrnedibûn, h’öva h’isretê,
Wanr’a ew ma bayê cinetê,
P’ara wan k’ete yazî-qîametê…
Belê, h’öva wan, h’öva yazî-miqederê bû, bi xastina R’ebê A’lemê
bû, kö kesîr’a e’yan nîbû, ew evîntî çiqa diçû, gör’ û germ dibû…
Awa r’ojeke meha h’ezîranê
mala bavê Leylê ÿla xweva derk’e-
tine zozana, Leylê û Mecrûm ya
xwe kiribûne yek, wekî ser kanîya
Sincana r’astî hev bên. Mecrûm
pêþîyê çûbû ser kanîyê, bêsebir
hîvîya Leylê bû. Leylê bi teherekî
ji k’oça bavê xwe diqete, tê xwe
Mecrûmr’a digihîne. Ser kanîya
Sincanê herdö dik’evne be’ra
h’övê, hev þadivin. Mecrûm serê
xwe datîne ser çoka Leylê, xewa
h’övê wî digre, r’adizê. Leylê
qêmîþnake dey lêke, morîya xewê
dike göhê Mecrûm, serê wî datîne
ser baqê göl-sosina û xwe digihîne
k’oça bav û bira. Ewê dilezand,
pêr’a jî bi dil bang dike:
“Hey, wax, li min, hey, wax, li
min,
Min ç’e’vê xwe korkir,
Ser kanîya Sincanê,
Mecrûmê xwe xewkir,
Qe nizanim, min hîvya k’ê
hiþt.
Heylo, li min, heylo, li min,
Bira derên herdö ç’e’vê min.
Ez diçime çîya, zozana,
Nav göla, çayîr-çîmana,
Lê Mecrûm maye arana,
Wê bive xörê miþk û me’ra…
Leylê xwe k’oça bavêr’a digihîne, lê dîsa dilûvîne, dixaze xwe
qayakêda bavêje, lê birê wê digrin, ber dilê wêda tên, divêjnê xwedêgi-
ravî hema ji warê e’wlinda wê veger’in, lê ç’are Leylê nedibû, ewê dîsa
dilûvand:
“Rêwîyê r’îa, ezê xwe bikim qörbane,
Döa’ dikim oxira cindîyane,
Mecrûm xilazkin morîya xewane,
Ç’îayê bilind, avê sar,
Hûn deng didin, têne xar,
Cinyazê Meþrûmê minî k’aw,
Ser kanîyêye- bêhewar.
Dilê xeder tîrek serî,
R’öh’ min bû e’wrê te’rî,
Mecrûmê mir’a t’ine hewarî.
La dêranê, la dêranê,
Leylê körbûyê herdö ç’e’vanê,
Mecrûm maye germistanê….”.
Ewê gazî R’ebê A’lemê kir, kö r’öh’ê wê t’evî Mecrûm bistîne,
r’ûbarê dinê nemîne, tirsa bira newêribû navê Mecrûm bide, her digo eze
nexaþim, ezê bimirim:
“Zêndî, r’êwîno, ahilê mirinê,
Her yek mexberek pêþyê,
Ezê jî her’im li wê r’ê.
R’öh’ê min t’evî r’öh’ê Mecrûm,
Bira hilk’iþe e’zmanê þîne”.
Þevekê ji þeva hîvê þewqa xweye zêr’în avîtbû ser cî-nivînê
Leyla evîn, ewê bi agirê dilê xweyî gör’ hîvêr’a xeverda:
“Hîvê, hîvê, hîva t’ezeye zêr’în,
E’slê xweva tö e’sasê Ferxedîn,
90
91
Ser te dimîne navekî hevîn,
Nedîra te ser e’rdû e’zmîn,
Mecrûmê min xewa bi miraza,
Gelo, te dît, h’iþyarbû, yan-
r’aza?”.
Hîv k’êlimî bizar:
“Benda sûck’ar û gönek’ar,
Mecrûmê te nav qamîþ, gîhada,
Maye t’enê, bêsit’ar,
Xazla mirinê, nesaxbûnê”.
Leylê got:
“Ha, bê hîvê, ha, bê hîvê,
Min feqîrê, min me’rûmê,
Dilê min te kir birîndar,
Bi wê tîra zore xedar.
Daxûlim ber R’ebê A’lemê,
Qödreta R’ebê K’eremê,
R’öh’ê min, t’ev r’öh’ê Mecrûm,
Bive e’smanê jorîn…
Awa bi k’ewgirî, bi jar, belengaz, bê deng-h’is Leylê r’ojê xwe
derbaz dikir. R’ojekê xort û qîzê wê zomê k’arê xwe kirin, kö her’ne
bindarûkê, dîya Leylê bi zorê, bi lava-dîleka Leylê jî wanr’a danî,
t’emî dane heval-hogirê wê, kö miqatî wêvin, pêbih’esin, çika çima Leylê
r’oj bi r’oj ösa dih’ele, derdê wê çîye, divek nexaþe, yanê evîndare.
Qîz û xorta ew bi zorekê birin, li ser kanîya govend girtin, lîstin, sti-
ran, lê Leylê me’dekirî dûr r’ûniþtibû- xiyala ew biribû kanîya Sin-
canê, cem Mecrûm, xwexwe xwer’a digo:
“Ez me’rûmvim,
Göra serê ç’îyavim,
Ez hatime van zozana,
Ez bûme seveva Mecrûm,
min ew hiþt li arana,
Li wê germ-germistanê, goþt h’elîaye,
H’estû maye”.
Leylê dît wê teyrekî çîl-qerqaþ ji e’zmanê jorin ser wêr’a di-
fir’e, dike qibîn, Leylê xwe wîr’a digihîne û berbir’î wî dive:
“Teyro, teyrê jorin, k’awo,
De bisekine, ez qörbano,
Be’seke bi xêr, de tö bêje,
Dilê imn ji k’erba dêþe”.
Teyr gotê:
“Zerîya nava zerîya,
De dûrk’eve ji hevala,
Ezê bêjim h’al û h’ewala…”.
Leylê dike, dilezîne,
Xwe wî teyrîr’a digihîne.
Teyr divêje:
“Li kanîya Sincanê bendek lêye,
Li nav qamîþ, gîha k’etîye,
Nizanim saxe, yan mirîye”.
Leylê got:
“Teyro, belkî ser te sayî bûya,
P’er’-baskê te weryayî bûya,
Ev cava ne bi xêr te negota.
Hey, wax, li min, hey, wax, li min,
Dilê min jare, p’ir’ kölîn,
Lê nave derman, h’ekîm.
Min h’izreta ç’e’vê xömar,
Gelo, ezê bivînim dêmê xal?
Dik’ewgire dilê min jar…”.
We’dê zozana derbazbû, hat we’dê dagêr’ê, ÿla barkir, berê xwe dane
qijla. Leylê bi dilþikestî pêþîya k’oça k’et, meþîya berbi ber’îya
jêrîn, bigihîje Mecrûm…
Ÿla bavê Leylê dager’îya ber’îyê, êra xweye berê cîwarbû, konê
xwe vegirtin, Leylê hahanga cêr’ê xwe hilda, xwe kanîêr’a gîhand. Gava
Mecrûm dît, cîda bû r’isas, goþtê wî h’elyabû, h’estîyê wî bela-be-
layî bibûn, qamîþê göhê wîda davê zengîyê h’espa. Leylê îdî nesekinî-
pêr’a-pêr’a h’estûyê wî t’opkir, yeko-yeko bi dilê xweyî k’ewgirî
gîhande hev, dest avîte qamîþ, ji göhê Mecrûm derxist. Hêsrê Leylê
wek te’vîyê baranê hestûyê Mecrûm þûþtin.
Bi qirara R’ebê A’lemê, yekî jorin, r’öh’ ber Mecrûmda hat: weke
berê- serê wî ser çoka Leylê, got:
92
93
-Leyla mine k’aw û bedew, te çima ösa zû ez ji xewa þîrin
r’akirim?
Leylê got:
“Mecrûmê min, em çûne zozana,
Dager’yane arana,
Golkê me bûne canegane,
Berxê me bûne berane,
Hela r’ave binihêr’,
Ev çi sale, çi zemane?”
Mecrûm gotê:
-Leyla min, hûn çûne zozana,
Bi xêr veger’yane arana,
Lê te çir’a mir’a neanî
Göla sore- wan zozana?
Leylê got:
-Min sond xaribû di sondane,
Seva te neqörç’înim gölê sore serh’edane,
Min venexar ava kanîê belekyane,
Min neçinîye r’ih’ana dor ç’emane,
De, r’ave, binihêr’ ev çi sale, çi zemane.
Hêja Leylê û Mecrûm hevr’a k’etine heqelorîya, eþq û þabûna
möh’betê herd qepeç’ekiribûn. Deng digihîje h’eft birê Leylê, wekî
Leylê û Mecrûm ser kanîya Sincanê hev þadivin. Hêja namûsa xîretê
wan digre, bi lez r’adivin diçine ber bi kanîyê, qirar dikin hema ser
kanîyê wan herda biköjin. Leylê dûrva t’exmîn dike, kö birê wê bi hers
dilezînne berbi wê û e’se çawa wê, ösa jî- Mecrûm wê biköjin. Leylê
çok dide e’rdê, herdö destê xwe bilind dike, hewara xwe yekê jorîn
dadixe:
“Xödêyo, te r’öh’ da hestyane,
P’er’-baska didî teyrane,
Me bikî dö steyrkane,
Bavê goveka e’zmane…”.
R’ebê a’lemê dengê wê
dibihê, h’öva wana ç’ike zelal di-
vîne, wan herda dike dö steyrkê
geþ, davêje e’smana. Cime’ta me
94
divêje ew herdö steyrk salê dö cara li r’ûyê e’zmana diç’ûrisin, r’astî
hev tên, carekê serê biharê û havînê, carekê jî- serê havînê û payîzê,
hevdö þadivin. Wanar’a divêjin steyrkê mirazbexþ, k’ê wan li e’zmana
divîne, mirazê wan mîaserdive.
Xeverê çetin:
1.Bêh’ed- ze’f, bêh’esav, bêsînor
2.Qise dikirin- xeverdidan
3.Zör’et- zar’
3.Dilûvandin- ber xwe dik’etin, digiryan
4.R’isq- hebûn, hebûk
5.Herêm- ot’axa jin û mêr
6.Fir’aset- aqil
7.Qedirgir- ê qedrê meriva digre
8.Qörf- tirs
9.H’etk- zeyle
10.Eþqer- vira- serecem
11.T’ölimbe- t’ölim
12.T’embûr- hacetê sazbendîêyî bi sîmaye
13.Hêle- giran, xweþ
14.R’ebê a’lemê- navekî Xwedêye
15.Qorî dike- xweydike
16.H’ösölcemal- ze’f bedew
17.Qödret- qewata Xwedê
18.Dilbar- ît’bar, amin
19.Jar- belengaz
20.Kinar- nêzîk, p’er’ê gönd, dor-ber
21.Kilç’ikê mih’betê- kilç’ik bi fikira r’ast ê
ç’e’vkildanêye, vira- gilî derheqa evîntîêdaye
22.Xinêkirin- bêqezîa xeweykirin
23.E’t’b- þerm
24.H’akim- merivê maqûl, qölixa bilind
25.Carî- jinê xölam, berdestî
26.Qebir-mezel, t’irb
27.Heylomanî- dilmayî, bîntengbûyî
95
28.Bîn-berasî- bîn-böxs
29.Gaz- çapa dirêjaêye
30.Aran- neh’îa nerm, ne zozan
31.Cindî- e’sker, bedew
32.Xeder- bêç’are, bêderman
32.Ahil- el (ehil)- binelî
33.Hevîn- h’izkirî, qedîm
34.Nedîr- r’onkayî
35.Kölîn- köl, birîn, derd
36.Xömar- vira- melûl
37.Qijle-cîê derbazkirina zivistanê
37.R’isas- h’esnekî gerî girane
38.Neqörç’înim- neçinim, neçilpînim
39.Serh’ed- ser sînor
40.Heqelorî- laqirdî, h’izkirin
41.Qep’eç’ekirin- p’êç’an
42.Ç’îk- t’emiz
Pirs û pêþdanîn:
1.Beyt’-serhatîyê hînvin û gilîkin
2.Jin û mêrê dewletî çima ber xwe
dik’etin?
3.Axirîa wan bû çi?
4.Mecrûm seva Leylê çi gote diya xwe?
5.Mecrûmê seva Mecrûm çi dikir?
6.Pey hevdödîtina ser knaîyê çi bû?
7.Li zozana Leylê çi dikir û çi difikirî?
8.Axirîya Leylê û Mecrûm bû çi?
9.Nêta beyt’-serhatîyê çîye?
10.Bi xeverê bêh’ed, zör’et, r’isq, fir’aset, qörf, h’etk, h’ösölcemal,
e’t’b, carî, aran, cindî, serh’ed cömla çêkin û binivîsin
96
E’ZÎZÊ E’MER, GELO TE
NEBÛyA H’ALÊ ME WÊ
ÇAWA BÛYA?
(k’ilama cime’tê)
Xwedêva e’yane tiþtekî p’aya tê t’önîne.
Birangê Ah’med û Esed- E’zîzê E’mer,
Tö p’adþayê ÿzdîyê h’emdinyaêyî,
Tö birazîê talib û dersdarê ÿzdîxanê-
E’lîê T’emoyî,
Tö xarzîê mala Ûsiv begê, H’esen Ag’ayî,
Tö nevîê zor Birahîm Ag’ayî,
Tö kör’xatîê Sûrênê Cangîr ag’ayî,
E’zîzê E’mer, gelo te nebûya, h’alê me wê çawa bûya?
Wextê sovêtîê navê Sölt’an Ÿzîdê Sor kiribûn li h’evsê, bin k’ilîtê,
Qör’na 20-î- E’zîzê E’mer- birangê Ah’med, t’ö r’abûyî t’evî heval,
hogirê xwe,
Te navê Ÿzîdê Sor kelê da berdanê.
Lê belê, r’aste, me malê xweda digot “em ÿzdîne”,
Lê mer’a bi h’ökmatî nedigotin em ÿzdîne,
E’zîzê E’mer, gelo te nebûya, h’alê me wê çawa bîya?
Çaxê dibûn r’ojê qaymeqaymê giran- sava navê Ÿzîd,
Þîrinê Ah’medê E’mer t’evî pênc bira E’lo, K’erem, Gozelyan,
T’or’in, Gogo
Û heval-hogira apê xwer’a dibûn piþtmêrî weke olk’eke esker.
E’zîzê E’mer, te da naskirinê navê Sölt’an Ÿzîdê Sor ser t’opa dinyaê,
Derxistin r’adîo, gazêt, t’eþkîlet, p’ara ÿzdîya li Akadêmyaê, k’êtêvê
dersxanê ÿzdîya,
Mek’t’evada vekir dersê ziman û e’debyeta ÿzdîkî,
97
Isa jî hejmara meriva, û bi serk’arîa te
Avropayê em naskirin çawa miletê ÿzdî.
E’zîzê E’mer, gelo te nebûya, h’alê me wê çawa
bîya?
Te derxist e’yda 1-ê meha gölanê
Te nav lê kir e’yda Yektîya ÿzdîyê h’emd-
inîyaê.
H’er ÿzdî h’er sal malê xweda derbazkin wê
e’ydê.
2002-ê salê, meha gölanê dewleta Ermenîstanê
û isa jî Avropayê
Em naskirin çawa miletê ÿzdî, zimanê me
ÿzdîkî.
E’zîzê E’mer, gelo te nebûya, h’alê me wê çawa bîya?
Xeverê çetin:
1.H’emdinyaê- t’emamîa dinîayê
2.Talib- zane
3.H’evs- kela
4.H’ökmatî- dîwanî
5.Qaymeqam- çetin
6.Piþtmêrî- ê miqatî mêrê nav-nîþan, dîwanî divin
7.Olk’- k’om
Pirs û pêþdanîn:
1.Têk’sta k’ilamê ezberkin û bêjin
2.Têk’sta k’ilamê derheqa çi qewmandinadaye?
3.Bi xeverê talib, h’evs, h’ökmat, qaymeqam, piþtmêrî, olk’ cömla
çêkin û binivîsin
98
E’ZÎZÊ E’MER
(k’ilama cime’tê)
E’zîzê E’mer, tö zor mêrxasî,
T’ö kes zemana û qör’na nekiryê nolî te,
Te sava navê Sölt’an Ÿzîd
Dinê-a’lem pê h’esand.
Çaxê sava navê Sölt’an Ÿzîd dibû qaymeqaymê giran,
Ah’med digo: E’zîz bira tö þayîþa nek’þîne,
Birangê te piþta teye,
Weke sed mêrîye.
E’zîzê E’mer, te Ÿzdî derxistin r’onayê,
Da sekinandinê navê Sölt’an Ÿzîd boy miletîê,
Derxistin gazêt, r’adîo, k’itêvê zimanê ÿzdîkî,
Dinê a’lem pê h’esî,
T’eþkîleta ort’a miletîê,
Tö r’ewakirin ordên-mêdalê akadêmîkyê.
T’ö zeman, t’ö qör’na,
T’ö ÿzdî nehatîye r’ewakirinê wî navî.
Bira tö xweþvî sava navê ÿzdîtîê,
E’zîzê E’mer tö zorî,
P’er’ê Xwedê, Taûsî Melek ser milê te,
Bira te xweyke sava navê ÿzdîtîêye.
E’zîzê E’mer, tö p’adþayê ÿzdîayî,
Xwedêva e’yane, tiþtekî p’aya tê t’önîne,
Kirinê te dinê-a’lem pê h’isyaye,
Qör’ne-qör’ne wê bê gotinê û naê bîrkirinê.
Xeverê çetin:
1.Zeman- we’de
2.Qör’ne- sedsalî
3.Þayyîþ- xem
4.Birang- bira
5.R’ewakirin- p’êþk’êþkirin
6.Akadêmîk- dereca ö’lmîye bilind
Pirs û pêþdanîn:
1.Têk’sta k’ilamê ezberkin û bêjin
2.Têk’sta k’ilamê derheqa k’êdaye?
3.Bi xeverê zeman, qör’ne, þayîþ, bi-
rang, r’ewakirin cömla çêkin û binivîsin
99
Yezidi language and literature - 10 class

More Related Content

Viewers also liked

Ezdikhana N12 - December 2015 (136)
Ezdikhana N12 - December 2015 (136)Ezdikhana N12 - December 2015 (136)
Ezdikhana N12 - December 2015 (136)Khdr Hajoyan
 
Ezdikhana N8 - August 2015 (132)
Ezdikhana N8 - August 2015 (132)Ezdikhana N8 - August 2015 (132)
Ezdikhana N8 - August 2015 (132)Khdr Hajoyan
 
Ezdikhana N6 - Jun 2015 (130)
Ezdikhana N6 - Jun 2015 (130)Ezdikhana N6 - Jun 2015 (130)
Ezdikhana N6 - Jun 2015 (130)Khdr Hajoyan
 
Ezdikhana N12 - December 2014 (124)
Ezdikhana N12 - December 2014 (124)Ezdikhana N12 - December 2014 (124)
Ezdikhana N12 - December 2014 (124)Khdr Hajoyan
 
Ezdikhana N4 - May 2015 (128)
Ezdikhana N4 - May 2015 (128)Ezdikhana N4 - May 2015 (128)
Ezdikhana N4 - May 2015 (128)Khdr Hajoyan
 
Ezdikhana N8 - August 2014 (120)
Ezdikhana N8 - August 2014 (120)Ezdikhana N8 - August 2014 (120)
Ezdikhana N8 - August 2014 (120)Khdr Hajoyan
 
Ezdikhana N3 - February 2015 (127)
Ezdikhana N3 - February 2015 (127)Ezdikhana N3 - February 2015 (127)
Ezdikhana N3 - February 2015 (127)Khdr Hajoyan
 
Ezdikhana N9 - September 2015 (133)
Ezdikhana N9 - September 2015 (133)Ezdikhana N9 - September 2015 (133)
Ezdikhana N9 - September 2015 (133)Khdr Hajoyan
 
Mehmet Akif Ersoy and Islamism
Mehmet Akif Ersoy and IslamismMehmet Akif Ersoy and Islamism
Mehmet Akif Ersoy and IslamismÖzkan Şimşek
 
Yazidi community
Yazidi communityYazidi community
Yazidi communitydiva_san
 
Evolutionist muslim scholars
Evolutionist muslim scholarsEvolutionist muslim scholars
Evolutionist muslim scholarsÖzkan Şimşek
 
Agenda 4e trimestre 2014
Agenda 4e trimestre 2014Agenda 4e trimestre 2014
Agenda 4e trimestre 2014CCAPL
 

Viewers also liked (15)

Ezdikhana N12 - December 2015 (136)
Ezdikhana N12 - December 2015 (136)Ezdikhana N12 - December 2015 (136)
Ezdikhana N12 - December 2015 (136)
 
Ezdikhana N8 - August 2015 (132)
Ezdikhana N8 - August 2015 (132)Ezdikhana N8 - August 2015 (132)
Ezdikhana N8 - August 2015 (132)
 
Ezdikhana N6 - Jun 2015 (130)
Ezdikhana N6 - Jun 2015 (130)Ezdikhana N6 - Jun 2015 (130)
Ezdikhana N6 - Jun 2015 (130)
 
Ezdikhana N12 - December 2014 (124)
Ezdikhana N12 - December 2014 (124)Ezdikhana N12 - December 2014 (124)
Ezdikhana N12 - December 2014 (124)
 
Ezdikhana N4 - May 2015 (128)
Ezdikhana N4 - May 2015 (128)Ezdikhana N4 - May 2015 (128)
Ezdikhana N4 - May 2015 (128)
 
Ezdikhana N8 - August 2014 (120)
Ezdikhana N8 - August 2014 (120)Ezdikhana N8 - August 2014 (120)
Ezdikhana N8 - August 2014 (120)
 
Ezdikhana N3 - February 2015 (127)
Ezdikhana N3 - February 2015 (127)Ezdikhana N3 - February 2015 (127)
Ezdikhana N3 - February 2015 (127)
 
Ezdikhana N9 - September 2015 (133)
Ezdikhana N9 - September 2015 (133)Ezdikhana N9 - September 2015 (133)
Ezdikhana N9 - September 2015 (133)
 
Who Are the Ezidis?
Who Are the Ezidis?Who Are the Ezidis?
Who Are the Ezidis?
 
Mehmet Akif Ersoy and Islamism
Mehmet Akif Ersoy and IslamismMehmet Akif Ersoy and Islamism
Mehmet Akif Ersoy and Islamism
 
Muslims and otherness
Muslims and othernessMuslims and otherness
Muslims and otherness
 
Yazidi community
Yazidi communityYazidi community
Yazidi community
 
Evolutionist muslim scholars
Evolutionist muslim scholarsEvolutionist muslim scholars
Evolutionist muslim scholars
 
Déclaration du porte parole de l'armée naqshabandie concernant le déplacement...
Déclaration du porte parole de l'armée naqshabandie concernant le déplacement...Déclaration du porte parole de l'armée naqshabandie concernant le déplacement...
Déclaration du porte parole de l'armée naqshabandie concernant le déplacement...
 
Agenda 4e trimestre 2014
Agenda 4e trimestre 2014Agenda 4e trimestre 2014
Agenda 4e trimestre 2014
 

More from Khdr Hajoyan

Ezdikhana N11 - December 2016 (147)
Ezdikhana N11 - December 2016 (147)Ezdikhana N11 - December 2016 (147)
Ezdikhana N11 - December 2016 (147)Khdr Hajoyan
 
Ezdikhana N7 - July 2016 (143)
Ezdikhana N7 -  July 2016 (143)Ezdikhana N7 -  July 2016 (143)
Ezdikhana N7 - July 2016 (143)Khdr Hajoyan
 
Ezdikhana N6 - May 2016 (142)
Ezdikhana N6 -  May 2016 (142)Ezdikhana N6 -  May 2016 (142)
Ezdikhana N6 - May 2016 (142)Khdr Hajoyan
 
Ezdikhana N4 - April 2016 (140)
Ezdikhana N4 - April 2016 (140)Ezdikhana N4 - April 2016 (140)
Ezdikhana N4 - April 2016 (140)Khdr Hajoyan
 
Ezdikhana N2 - Fabruary 2016 (138)
Ezdikhana N2 - Fabruary 2016 (138)Ezdikhana N2 - Fabruary 2016 (138)
Ezdikhana N2 - Fabruary 2016 (138)Khdr Hajoyan
 
Ezdikhana N5 - May 2014 (117)
Ezdikhana N5 - May 2014 (117)Ezdikhana N5 - May 2014 (117)
Ezdikhana N5 - May 2014 (117)Khdr Hajoyan
 
Ezdikhana N11 - July 2013 (111)
Ezdikhana N11 - July 2013 (111)Ezdikhana N11 - July 2013 (111)
Ezdikhana N11 - July 2013 (111)Khdr Hajoyan
 
Ezdikhana N11 - November 2012 (99)
Ezdikhana N11 - November 2012 (99)Ezdikhana N11 - November 2012 (99)
Ezdikhana N11 - November 2012 (99)Khdr Hajoyan
 

More from Khdr Hajoyan (8)

Ezdikhana N11 - December 2016 (147)
Ezdikhana N11 - December 2016 (147)Ezdikhana N11 - December 2016 (147)
Ezdikhana N11 - December 2016 (147)
 
Ezdikhana N7 - July 2016 (143)
Ezdikhana N7 -  July 2016 (143)Ezdikhana N7 -  July 2016 (143)
Ezdikhana N7 - July 2016 (143)
 
Ezdikhana N6 - May 2016 (142)
Ezdikhana N6 -  May 2016 (142)Ezdikhana N6 -  May 2016 (142)
Ezdikhana N6 - May 2016 (142)
 
Ezdikhana N4 - April 2016 (140)
Ezdikhana N4 - April 2016 (140)Ezdikhana N4 - April 2016 (140)
Ezdikhana N4 - April 2016 (140)
 
Ezdikhana N2 - Fabruary 2016 (138)
Ezdikhana N2 - Fabruary 2016 (138)Ezdikhana N2 - Fabruary 2016 (138)
Ezdikhana N2 - Fabruary 2016 (138)
 
Ezdikhana N5 - May 2014 (117)
Ezdikhana N5 - May 2014 (117)Ezdikhana N5 - May 2014 (117)
Ezdikhana N5 - May 2014 (117)
 
Ezdikhana N11 - July 2013 (111)
Ezdikhana N11 - July 2013 (111)Ezdikhana N11 - July 2013 (111)
Ezdikhana N11 - July 2013 (111)
 
Ezdikhana N11 - November 2012 (99)
Ezdikhana N11 - November 2012 (99)Ezdikhana N11 - November 2012 (99)
Ezdikhana N11 - November 2012 (99)
 

Yezidi language and literature - 10 class

  • 1.
  • 2. Neþireta "Spîka" 2013 R'ewan E’zîzê E’mer, H'esenê Þêx-Me'mûdê E’debyet û zimanê ÿzdîkî Dêrsxana 10-a
  • 3. Ðî¸ 373.167.1 : 809.15 : 891.5 (075.3) ¶Ø¸ 81.2 »½¹Ç»ñ»Ý + 83.3 »½¹Ç»ñ»Ý ó72  206 ³ÙáÛ³Ý Ð³ë³Ý º½¹Ç»ñ»Ý É»½áõ ¨ ·ñ³Ï³ÝáõÃÛáõÝ : гÝñ³ÏñÃ³Ï³Ý ¹åñáóÇ 10-ñ¹ ¹³ë³ñ³ÝÇ ¹³ë³·Çñù/ гë³Ý ³ÙáÛ³Ý, ²½Ç½ ³ÙáÛ³Ý. - ºñ.: §êåÇϳ¦, 2013, 100 ¿ç : Ðî¸ 373.167.1 : 809.15 : 891.5 (075.3) ¶Ø¸ 81.2 »½¹Ç»ñ»Ý + 83.3 »½¹Ç»ñ»Ý ó72 ISBN 978 - 9939 - 854 - 01 - 4 гëï³ïí³Í ¿ ÐÐ ÏñÃáõÃÛ³Ý ¨ ·ÇïáõÃÛ³Ý Ý³Ë³ñ³ñáõÃÛ³Ý ÏáÕÙÇó Ij alîê wezareta CE xwendinê û ö'lmda hatye erêkirinê E'zîzê E’mer, H'esenê þêx-Me’mûdê E’debyet û zimanê ÿzdîkî Dersxana 10-a "Spîka", 2013, 100 r'û  206 C §êåÇϳ¦ Ññ³ï³ñ³ÏãáõÃÛáõÝ, 2013 Ã. C Neþireta "Spîka" îå³·ñáõÃÛ³Ý »Õ³Ý³ÏÁ` ûýë»Ã ÂáõÕÃÁ` ûýë»Ã 70 ·/Ù îå³ù³Ý³ÏÁ` 1000 ûñÇݳÏ
  • 4. 3 Simoyê Þemo (1928-2000) ÞÎRÊ DÊ Can, þîrine þîrê dê, Îdî þerbet çî mir’a? Herke heye h’öva dê, Göl-gölistan çî mir’a? E’mir û h’öve lizvê dê, Beyt’a bilbil çî mir’a? H’erke heye p’aþla dê, Îdî cinet çî mir’a? Lal û dör’e hêsrê dê, Bi wê e’mir çî mir’a? H’erke heye sonda dê, Þems û zyaret çî mir’a? s.1977
  • 5. Xeverê çetin: 1.Þerbet- ava pê þekir þîrinkirî, isa jî- þîre 2.H’öv- h’izkirin 3.Lizv- löt’v- r’e’m, dilr’e’mî 4.Beyt’- vira- k’ilam, xwendina bilil 5.Lal û dör’- kevrê qîmetlîne Pirs û pêþdanîn: 1.Þiêrê ezberkin û bêjin 2.Çima þayîr þîrê dê h’emû tiþtî þîrintir h’esavdike? 3.Þayîr hêsrê dê mînanî çi dike? 4.Bi xeverê þerbet, h’öv, beyt’, lal û dör’ cömla çêkin û binivîsin. DILÊ MIN Ç’YAYE Dilê min ç’yaye, Meskenê gölî, Höndr’da de’wat, Tö lê xemilî. Dilê min merge, Mirgeke fire, Û ç’emê h’öbê Vir fûre-fûre. Were, e’zîzê, Were, ha nabe, Were, bêy bûkê T’ö de’wat nabe. 4
  • 6. 5 Hûrik bimeþe, Tö nav mêrgêr’a, Nêzîkî ç’embe, Fîncan jî ter’a. Û ji wî ç’emî Fîncanê dagir, Belkî hêsabe Ev dilê agir. Dilê min ç’yaye, Meskenê gölî, Höndör’da de’wat Tö bûk-xemilî. 1960 Xeverê çetin: 1.Misken- cî, war 2.H’öb- h’öv, h’izkirin, evîntî 3.Fûre-fûre- çaxê av dik’ele 4.Fîncan- cûr’ekî k’asa mezin Pirs û pêþdanîn: 1.Þiêrê ezberkin û bêjin 2.Þayîr dilê xwe mînanî çi dike? 3.Þayîr þiêr avîtye ser k’ê? 4.Bi xeverê misken, h’öv, fîn- can cömla çêkin û binivîsin.
  • 7. YAR Yar esmerê, yar qemerê, Yar ziravê, piþt k’emberê, Kilê sibh’an ç’e’v, börûya, Ç’ya ç’yatya xwe minr’a girîya. Yar, tö gölî, yar bilbilî, Yar, tö te’vî, lê sar dilî, Gölîê zêr’în hûr hûnaye, Agir berî dilê min daye. Yar, tö dör’î, k’ûra gör’î, Yar, wê çibe, kö bifir’î Ça gogerçîn, deqeke kin H’ewas bêyî k’êleka min. 1959 Xeverê çetin: 1.Esmer- bedew, qimer 2.Kil- dermane, wekî qîz û bûka ç’e’vê xwe didan 3.Kilê sibh’an- kilê r’ind 4.Hûnaye- vegirtîye 5.Dör’- kevirê qîmetlîyî r’engê sipîye, wekî binê be’ra derdixin 6.Gogerçîn- cûr’ekî kewaye Pirs û pêþdanîn: 1.Þiêrê ezber hînvin û bêjin 2.Þayîr þiêr avîtîye ser k’ê? 3. Bi xeverê esmer, kil, sibh’an, hûnandin, gogerçîn cömla çêkin û binivîsin. 6
  • 8. 7 ZERÎÊ Îro were ser kanîê, Hîvya teme ser kanîê, K’ofya zêr’ çêbike, E’se were ser kanîê. Were, xema xwe bîr bikim Bi h’öba te, bi ç’e’vê r’eþ, Were, bê te sebir nakim, Qîza bedew bengzî xweþ. Were ser kanîê e’se, Ew mîna min hîvya teye, Ew dixweze pê bih’ese, H’öba me ça gölvedaye. Îro were ser kanîyê, Hîvya teme cem kanîê, Bejna k’öbar bixemilîn, Zerîê, were ser kanîê. 1957 Xeverê çetin: 1.Kofî- xemla qîz û bûka bû, wekî didane serê xwe 2.Bengiz- sifet 3.K’öbar- vira- bedew 4.Zerî- vira- bedew Pirs û pêþdanîn: 1.Þiêrê ezberkin û bêjin 2.Çima þayîr divêje: “were ser kanîê?” 3. Bi xeverê k’ofî, bengiz, k’öbar, zerî cömla çêkin û binivîsin
  • 9. ÖSA MENÊR’ Ösa menêr’, ösa menêr’ tö li min, Bê dû, bê dû diþewite dilê min, Ji avr’ê te, ji avr’ê te, qîza baþ, Dilkê mine, dilkê mine t’im nexweþ. Ösa menêr’, ösa menêr’ tö li min, Bese, îdî îþiq nema ç’e’vê min, Sêva sorî, sêva sorî, li nav r’ez, T’imê ji te, t’imê ji te- r’ojî ez. Wan avr’ê te’l, wan avr’ê te’l bîr bike, Baqê göla, baqê göla çêbike. Û h’alalke û h’elalke tö li min, Wekî qencbe, wekî qencbe dilkê min. 1956 8
  • 10. 9 Xeverê çetin: 1.Avr’ê- çaxê t’erekî me’dekirî meriva dinihêr’in 2.Îþiq- r’onkayî 3.R’ez- mêwa, fêkî Pirs û pêþdanîn: 1.Þiêrê ezberkin û bêjin 2.We k’ilama bi têk’sta vê þiêrê bihîstîye? 3.Eger hûn vê k’ilamê zanin- bêjin 4. Bi xeverê avr’û, îþiq û r’ez cömla çêkin û binivîsin DAYKA MINR’A Daê, daê, tö þîrinî, Tö k’esera dilê lawa, Tö ji göla göla bînî, Dijmin ji te dive sawî. Þevê dirêj û þevê sar, R’ojê baran, yan r’ojê germ Bêþîka min herr’o, hercar Te h’ejandye bêxew û nerm. Tö girîayî, wexta li min P’eyda bûne ÿþ û k’eder, Dilê teda k’izîn boy min, Dû-dermana ger’yayî her der. R’aste, te’ve gör’e û geþ, Lê ne germe ew nola te,
  • 11. R’aste, göle sore, bînxweþ, Lê ne omide nola te. Daê, daê, tö þîrinî, Tö k’esera dilê lawa, Tö ji göla göla bînî, Dijmin ji te dive sawî. 1962 Xeverê çetin: 1.K’eser- vira- derd, köl 2.Sawî- saw, tirs 3.K’eder- vira- nexweþî 4.K’izîn- dengê þewata goþte 5.Omid- dilr’e’m, h’eyf Pirs û pêþdanîn: 1.Þiêrê ezberkin û bêjin 2.Hûn derheqa dêda idî çi þêra zanin? 3.Seva cefê dê þayîr çi divêje? 4.Bi xeverê k’eser, saw, k’eder, k’izîn, omid cömla çêkin û binivîsin *** Ji kanîê biç’ûk ç’emokê biç’ûk Ç’ya û deþtar’a dikne leme-lem, Û diçin hevr’a çawa qîz û bûk Digîjne hevdö, hevr’a divne ç’em. Û ç’em dik’iþe fitil ser fitil, Kevana dide e’ynî çawa me’r, 10
  • 12. 11 Berbi xûþka diçe, diçe h’öva dil, Digîhjne wana, hevr’a divne be’r. Ser r’ya wan ç’ema û wan ç’emoka Göl-gîha divin, divin ça cinet, Distrê k’emençe þaya xort-bûka, Ç’em jî de’watvan diçe bêminet. Xeverê çetin: 1.Ç’emok- ç’emê ç’ûk, cew 2.Dike leme-lem- çaxê av dik’iþe- dike leme-lem 3.Fitil- zivir’ 4.Kevan- ne r’ast, xöar, tewandî 5.K’emençe- navê hacetê sazbendîêye Pirs û pêþdanîn: 1.Þiêr derheqa çidaye? 2.Þayîr ç’ema mînanî çi dike? 3.Bi xeverê ç’em, ç’emok, leme-lem, fitil, kevan cömla çêkin û binivîsin EZ H’IZDIKIM Ez h’izdikim ç’yaê bilind, Kölêv r’axim eþqêr’a, Min veþêre gîhê bilind, Bilîze sör’ t’ûnckêr’a. Ez h’izdikim li r’ex kanîê R’ûnêm destêm avêda,
  • 13. P’êlê zelal bêne me’nîê, Min û göla r’ex wêda. Ez h’izdikim barana nûr, Nerm bibare, e’wr bê deng, Te’v jî pêr’a, ji min ne dûr K’eskesora h’ezar r’eng. Ez h’izdikim yar r’ex minve, Av niqitke gölyar’a, Ber baranê hê þîrinve R’amûsanê me hevr’a. 1966 Xeverê çetin: 1.T’ûncik- p’ara p’or’e, wekî ser e’nîêda dardadive 2.Sör’- vira- bayê ne germ 3.Destêm- destê min 4.P’êl- p’êlê avê 5.Nûr- r’onkayî, îþq 6.R’amûsan- paç’kirin Pirs û pêþdanîn: 1.Þiêrê ezberkin û bêjin 2.Þayîr derheqa çida divêje? 3.Çi r’engê k’eskesorê hene? 4.Bi xeverê t’ûncik, sör’, p’êl, nûr cömla çêkin û binivîsin. 12
  • 14. 13 ADÎ Û ADÊ (Pêþnivîsar û kerîk ji poÿmê) Bilinde ze’fî-ze’fî Elegez, Û bedew çawa göleke gevez, Bihara t’êr’a ösa r’ewþ dide, Çawa bûkeke ber govendêve. Avê belekya jorda dilezin, H’ezar zimanî hevr’a divêjin Derheqa mergê wêye h’ezar r’eng, Derheqa ç’emê t’im gör’e bi deng. Bilbilê dengbêj k’ilam ser lêva Distirê bona r’ewþa sorgöla, Deþt bi gölê xwe bira bimîne, Çiqasî xweþve, Elegez nîne. Boy k’oçera t’imê Elegez göle, Göl zû h’iþkdive, ew dîsa göle, Payîz wexta tê h’ezar xêr pêr’a, Tê wexta k’oçer ji ç’yê dagêr’a. Xatirê te,- divên,- Elegeza kal, Jorda tên hevr’a t’emam k’oç û mal, Kanî û werge t’enê dimînin, Wekî berfa ç’yê ç’e’va bivînin. 1 Bahar hatye, göl û sosin Sor-sor dikin li ç’ya-banya, Þevê, r’ojê h’övê dikin Kevir-köç’ik, avê kanya.
  • 15. Can, xemilye Elegez jî Bi kirasê xwey kölîlka, Û dûre-dûr dilê t’ijî H’övê dike Girîdag’r’a. Avê kanya sar dik’iþin, Bedena ç’yê têne xarê, Merya t’irê ew jî xöþîn Gilî dikin h’öva yarê. Teyr û tûya jî ber’îê mildan Berbi Elegeza r’engîn, Û li zangê wêye kalda H’ezar dengî danîn hêlîn. Þivên dilþa bilûr hilda, Berê kêrî berbi ç’yê kir. Wexta bilûr da ser lêva Elegezê h’emêz vekir. H’emêz vekir çawa dayka K’eser gazî ewled dike, Çawa yara dilþewitî Li serê r’ê gazî dike. H’oza berxa da pey kêrî, Bû k’alîna berx û kara, E’cêvmayî ma h’eta nêrî, Ji hêwirza nav beyara. Û nerm k’iþyan k’oç pey k’oça, Berbi zozanê þên r’êzbûn, 14
  • 16. 15 Ser emenya göl, sosina K’en û k’ilam þa derbazbûn. Cîkî ce’þkê zîqe-zîqbû, Û diger’ya lez dayka xwe, Berbi h’emû tarþa diçû, Mak jî peyr’a bin barê xwe. Li ser milê xölamekî Vinge-vinga cêwrkê sa bû, Pey xölêmr’a dêlka hêþîn Bi h’ilke-h’ilk hêdî diçû. Gaê kon nerm pêþîê dik’iþya, Ort’a konr’a sing û istûn, Sîtil li ser, mêk’öt r’exr’a, Qey bê serwêr esker peybû. Cîkî gakî barê xwe davît, Û dir’evya cil ser piþtê, Cîkî dinê malxwê didît Barek xarbû, zû dighîþiê. Dik’iþyan aha berbi wara Bi k’lam û bi hêwirze, Elegez û k’oçer hevr’a, Çawa bûk û ze’vê t’eze. Gihîþtin wara, nîvya bar danî, Cil ser ga hîþtin, ne xûdane lê, Bûka bi lez pesarî anîn, Ê din kon vegirt, dive- baran bê.
  • 17. Û nola karya pey hevdö r’abûn Konê e’rebî r’ex hevdö k’öbar, Yekî sing danî, ê dinê bi þabûn Pêþmal û hêþî dik’öta çend car. Kevanya malê lez köç’ik dada, Sêla ser köç’ik h’emdê xwe sorbû, Bîna nanê germ nava le’zêr’a Þîrin û þîrin zomê belabû. Qîz û bûka jî cêr’, k’ûz dewl hildan, Ava sar anîn bona k’esirya, Berxê berxvana dûrva k’orî dan, Berbi bêrya çûn bi k’en bêrîvan. Xeverê çetin: 1.Têr’a- vira- ya tê 2.R’ewþ- bedewî 3.Belekî- berfa, wekî cî-cîya hila hê maye, neh’elîaye 4.Mêrg- e’rdê þîn, bi gîha 5.Sorgöl- göla sor, kölîlke 6.Werge- cîê konvegirtinê, çadirlêxistinê 7.Beden- vira- qönt’ara ç’îyê 8.Ber’î- welatê germ 9.Mildan- fir’în, hatin 10.Zang- gelî, ç’e’l, kendal 11.Kêrî- kerîê pêz 12.H’oza berxa- cîê xweykirina berxa 13.Beyar-cîyê þînkayî, t’op, bilindayî 14.Emenî- ermenî 15.Tarþ- h’eywanê barbir 16
  • 18. 17 16.Sîtil- derdana sifire 17.Mêk’öt- hacetê darîne, mesele, de’n dik’ötin 18.Pêþmal- p’areke kone pêþber 19.Hêþî- p’êþê kon û çadirêye r’exda 20.Zome- cîê çend kon û çadirê lêxistî 21.Cêr’, k’ûz- derdanê pê h’er’îê çêkirîne 22.Dewl- cîê avê 23.K’orî dan- çaxê pez serê xwe dardakirî cîkî berevdivin 24.Bêrî- cîê dotina mîya 25.Bêrîvan- ya pêz didoþe Pirs û pêþdanîn: 1.E’frandinê ezberkin û bêjin. 2.Þayîr ç’îayê Elegezê mînanî çi dike? 3.Þayîr derheqa avê belekîada çi divêje? 4.Hûn diçne ç’îyê? 5.Ç’îayê Elegezê bilinde, yan, ç’îayê Girîdag’ê? 6.Þayîr hilgêr’ê çawa tîne ber ç’e’va? 7.Eger hûn çûne yan diçine ç’îyê, þayîr qe tiþtek ij nitirandina hilgêr’ê tê berdaye? 8.Bi xeverê r’ewþ, belekî, mêrg, sorgöl, werge, ber’î, tarþ, sîtil, mêk’öt, pêþmal, hêþî, zome, cêr’, k’ûz, dewil, bêrî, bêrîvan cömla çêkin û binivîsin.
  • 19. CASIMÊ CELÎL (1908-1998) MEMÊ Û E’YÞÊ -Daê, îþev min xewnek dît, Wê xewnêda E’yþê dît, Ax, daê, ev çi agire, Dih’elîne kör’ê te… Bona xatirê kör’ê xweî t’ek Bivîne îlac û ç’arek, Her’e mala T’êlî E’yþê, Wê bixaze, bîne malê, Bi agirê h’izkirina wê Diþewitim, daê can,- Memê wa got, dilê xwe daê- Qîza xewnêda, kö dîtibû. Dayka Memêye pîr r’abû, çû, Boy xatirê kör’ê xweî taê t’enê, Kö böxaze T’êlî E’yþê. Ewê de’wat kir û bûk anî mal. H’evt meh t’ev ew bal hev man, Memê û E’yþê hevdö þabûn, H’evt meha þûnda hêsir ç’e’vada, Xatirê xwe xwest Memê ji E’yþê, Hiþt pîra dya xwe û jina cahil. Hiþt ocaxa xwe û göndê delal, R’abû, ew r’êk’et berbi Þamê, Kö cîkî bivîne, xebatekê bike. H’evt sal derbaz bû ji r’oja çûyînê… T’êlî E’yþê yeko-yeko r’o di- jmirîn, 18
  • 20. 19 H’evt sal bû, kö dûr bû E’yþê ji Memê Û ji h’öba wî diþewitî ew. Gava kö h’evt sal hatin, derbaz bûn, E’yþê ji h’izkirinê îdî t’ab nekir, R’abû Memêr’a ne’mek nivîsî, Bi h’izkirina alav t’ijî kir ne’me, Bêsebirkirin þand pey xerîbê xwe. “…Bese, bimînî þeherê xerîb,- Ne’mêda E’yþê wa nivîsîbû, Ne’mê distînî îdî nesekine, Þev dibe, yan r’o, r’êk’eve, were, Berbi wet’en were, were, nesekine. Memê, ez bê te îdî t’ab nakim, Ez temrîme, melûlim, ker’im, Dilê min þikestye, stöyê min xare. Memê ç’e’vê min li r’ya teye Tö r’onaya min, e’mir û r’öh’ê min”. Ne’me birin û dan destê Memê, Memê ne’me xwend paþê r’amûsa, Hilda û danî ew ser dilê xwe. T’ivdarekê xwe dît, kö r’êk’eve her’e, Hespê kih’êl k’iþand, syar bû, ajot, Xatirê xwe xwest ji þeherê Þamê. P’aþla wîda bû ne’ma E’yþê. Berê xwe ewî da berbi wet’enê xwe, Û r’ya sê meha, nava sê r’oja, Memê bi syarî böhirî, derbazbû, Þev- nîvê þevê Memê gihîþt mal, K’ûr r’azabûn daê û E’yþê. Memê peya bû, ji hespê kih’êl, Hesp bir, girêda ji stûna ber dêrî,
  • 21. Nêzîkî derî bû û derî k’öta. Derî dik’öta, dil k’eser t’ijî, Ji xênî kirne gazî û pirsîn: - Ew k’îye, nîvê þevê Derê Memê dik’öte? - Ez mêvanim,- bi dengê nerm, Bi dilê þa got Memê. - Bona mêvana derê Memê Hert’im vekirye, Her’e oda k’êleka me, Wira dya Memê r’azaye, Û herge tö syarî hatî, Hespê xwe bive t’ewla me, Mîna dilê xwe ber mêvana T’extê t’ijî wê veke. Boy r’azana r’eh’et, hêsa, Cî-nivînê xas wê dayne, Boy xatirê kör’ê xwey t’ek, Ew jî xerîbe mîna te. Her’e, r’azê û r’eh’et be, K’engê sibe, kö r’onbe, R’abe, dîsa h’espê syar be, Bi dilê þa bide ser r’ê û her’e… Ser vê xeberê Memê t’ab nekir Û caba E’yþê wa da ji piþt dêrî: -E’yþê can, e’zîz, tö derî veke, Li Memê xwe derî venakî? Memê teme, têm ji xerîbîê, Tö ji dengê min min naznakî? T’êlî E’yþê ev yek, kö bihîst, Dilê wê k’öta, 20
  • 22. 21 Dest danî ser dil, Cîê xwe r’abû. Banzda berbi dêrî, Banzda berbi derî û derî vekir. … E’yþê xwe avîte h’emêza Memê, Memê û E’yþê hev h’emêz kirin. Ç’e’vê we jî xerîbê wek’eve, Hûn jî bighîjin mirazê xwe. Memê û E’yþê hev h’emêz kirin, Mîna dö göla, çûn alîê malê, Bi dilê k’eser hev h’emêzkirî, Hevdö r’amûsan û hevdö þabûn, Û wexta ÿp’êce we’de derbaz bû, Memê veger’ya, E’yþêr’a wa got: -E’yþê can, r’abe gazî daê ke, Bira bê, r’ûnê, em xeberdin, -Na, r’öh’ê min,- wê wa got Memêr’a,- Nîvê þevêye, daê r’azaye, Bira ew r’azê h’eta sive safîbe, Wê bê, te bivîne, ç’e’vê wê t’êrbe,
  • 23. Niha bona te ezê to bînim, Þîr, qatix bînim, Tö xweþ-xweþ böxwe, Bi ava wet’en biþom lingê te, Û r’azê r’eh’et, h’eta sibe safîbe. Dilê Memêda k’eser t’ijîbû, Memê göhdarîya e’yþê nekira?… Not’la agir E’yþê ber wê bû, Göhdarya E’yþê çawa nekira?… Ç’ek, sîlih’ê xwe dîwêrva darda kir, Sol-gore ÿxist, r’ûniþt li ser cî, E’yþê av anî û þûþt lingê wî, Xarin, vexarin, gele xeberdan, Û paþê r’abûn t’evaî r’azan. Berbanga sibê, wextê sibe safî bû, Dayka Memêye pîr ji cîê xwe r’abû, Ewê sê cara gazî xwedê kir, Ji k’ûraya dil axînek k’iþand, Ew k’esera wêye h’evt sala bû, Kö dilê dya Memê diþewitand, Ewê paþê döa’li kör’ê xwe kir, Û e’mrê dirêj xwest bona Memê, Og’ira xêrê boy þöxölê wî, Kö ew zû veger’e, berbi mala xwe bê. Wa döa’ dikir daê boy Memê xwe, K’incê xwe xwekir, lêda, çû t’ewlê, Dît, h’espekî kih’êl wê girêdaye. Û bi xeyd ewê wa got hêdî: -Mêvan hatye ser ç’e’vê min, 22
  • 24. 23 Lê e’lamî daê nakin? Min ew bibira oda mezin. Lingê mêvan biþûþta, Nan danya ber, derheq Memê Gilîk, tiþtek bipirsîya. Wa got, pîrê û zivir’î, Derê E’yþê zû wê vekir, Derî vekir û e’cêb ma, Ew ji tirsê bû kevir: Li ser be’lgîê bûka cahil Dö serî ewê dîtin. R’azabûn hev h’emêzkirî, Ber ç’e’vê wê r’eþevehat, Naznekir, ewê kör’ê xwe, - Wey, E’yþê, wey, te xayîntî kir… Te xapand Memê minî e’gît. Dilê dya Memê t’ijî bû û got, Xeberê e’ybê barand ser E’yþêda, Ev çi bû, te kir, E’yþa bê xwedê? E’yþa bê namûs, r’ûê te r’eþbe, Sonda h’elalîê te çir’a p’êpeskir, K’olozê Memê te çir’a xar kir? Milê dayka pîr r’exda dardakir, Stö þkênand, dil birîndar kir? Ax, E’yþê, E’yþê, E’yþa bêxwedê… Dya Memêye pîr qirarkir bi xwe, Boy xatirê Memê vî xayînî biköje, Ber ç’e’va r’eþevehat, tamarê wêda Xûna cahiltîê fûr pêl dida, Dît, kö ji dîwêr, ber serê Memê,
  • 25. T’ivingeke r’eþ wa dardakirye, Ewê t’iving hilda, r’astî e’nya wî kir, E’nya wî xortê cahil, ber miraz. “Na- döþörmîþ bû dê- Evê deng derxe, E’yþê wê bibhê, Ji xewê r’abe, Gönd wê h’iþyarbe, Gönd wê bizanbe. Memê kö bê, Wê ze’f bixeyde. Na, ez pê t’ivingê wî naköjim”- Dayka pîr wa got, t’iving darda kir… Dît qeme wê ber serê wane, Kûz bû, hilanî gelek bi lez, -Na,- döþörmîþbû,- eva jî nave, Qewata min pîrê, dibe tê neçe, Û bi derbekê ew xort neköje, E’yþê wê h’iþyar be, Gönd wê bizanbe, Memê bibhê, Wê berxwe k’eve, Pê vê jî nave,- got bînç’ikyaî, Û qema dirêj wê cîda danî, Dya Memê hingê h’eyfê diger’ya, Memê û E’yþê hev h’emêzkirî, R’azabûn þîrin nav nivînêda, Ewê carkê jî wana nihêr’î, Û got: -Gerek zû wî biköjim, Hingê ew r’azayîne, Sibe wê r’onbe, 24
  • 26. 25 Û wê derengbe”. Wa got pîrê, þûr ji dîwêr jorda anî, Kö kalkê Memê p’êþk’êþî Memê kiribû. Ay, eva r’inde, qe deng dernaxe, Bi derbekê ezê wî biköjim, E’yþê r’anabe, K’es pê nah’ese, Wextê Memê bê, Qe naxeyde. Pîrê wa got û sebir nekir, Þûrê r’eþ kire sîngê kör’ê xwe, Memê k’ûr ne’lîya, ji wê birînê, Û E’yþê r’abû ji wê ne’lînê, Nihêr’î Memê û birîna wî, Nihêr’î r’ûê dayka þaþ mayî, Her tiþt wê fe’mkir, qîr’ya û gotê: -Te çima ha kir, dayka malxirav, Te çir’a kör’ê xwe bêîsafî köþt? Te xûna Memê çir’a wa r’ijand, Te çima r’oja E’yþê wa r’eþkir? E’yþê xwe avît ser meyt’ê Memê, Gölîê xwe jêkir, þîn û girî kir. Dya Memê fe’mkir û berbi Memê bezya, Ji sîngê Memê þûrê bi xûn k’iþand, Xûnê ji birînê diha zerp avît, P’or’ê wê sipî xûnêda sor bû, -Ax, Memê, Memê, tö taê t’enê, Dya te hêsîre, lao, Dya te bêxweye, lao, Dya te k’afire, lao, Dya te birîndare, lawo,
  • 27. Birîndarê min, lao, Dijmin jî ev yek nedikir, Ax, çawa min k’afirê cegera xwe köþt? Û bira dya te gölîê xwe jêke, Dayne ser birîna teye k’ûr, lao… Bira bivînin û giþk bizanbin, Köla dya teye r’eben köleke k’ûre, Kö dayka h’izret çawa bi destê xwe Köþt kör’ê xweyî taê t’enê. E’yþa bextr’eþ cinyaz h’emêz kir, T’ev dayka Memê þîn û girî kir. Bûkê û xwesîê gönd û göndyava Sê r’o û sê þeva þîna Memê kirin. K’otel girêdan, k’otel ger’andin, Ji göndê cînar hewarî hatin, Dîtin, kö dya Memê ew h’emêz kirye, Gölîê xwe jêkirine danîne ser Memê. Omid û kinêz bi þewat digryan Û ser ç’e’vê xwe vedir’ûtin. Lê r’oja sisya gönd, göndîtî, Dayîk û E’yþa dilbirîn T’abûta Memê t’evayî hildan, Birin, ç’e’lkirin li ç’yaê bilind, R’ex hêlûna teyrê sîmir’, Kö ewe mîna teyrê sîmir’ her sibe Jorda binhêr’e, E’yþê bivîne, Ya kö namûs ma h’evt sala t’emam Boy h’öba Memê û ew bîr nekir, Wê bilind xaykir k’olozê Memê, Hert’im wê xweyke û qe nahêle, 26
  • 28. 27 Kö dilê Memê E’þê bimîne. Sala 1935 Xeverê çetin: 1.Îlac- ç’are, derman 2.Þam- navekî Sûrîaêye 3.T’ab nekir- t’av nekir, sebir nekir 4.Melûlim- berxwek’etîme, þabûna min t’ine 5.T’ivdarekê xwe dît- k’arê xwe kir 6.H’espê kih’êl- cisnê h’espê r’inde 7.Böhirî- derbazbû 8.E’yb- þerm, kêmasî 9.K’oloz- cûr’ekî k’ömê mêrabû 10.Meyt’- cinyaz 11.Bezya- r’evî 12.Zerp- derb, qewat 13.K’afir- vira- bêîsaf 13.H’izret- vira- ya bîrê kirîye 14.K’otel- berê ç’ek û sîlih’ê mêrê mirî h’espa dikirin. Wî e’detîr’a digotin k’otel 15.Omid û kinêz- merivê nêzîk, qîz û zêyî 16.Teyrê sîmir’- teyrê h’ikyatîye
  • 29. Pirs û pêþdanîn: 1.Çend p’arê beyt’-serhatîyê ezberkin û bêjin 2.We k’ilam, beyt’-serhatîye “Memê û E’yþê” bihîstîye? 3.Beyt’-serhatîye “Memê û E’yþê”-ye dengnivîsar destxin, bibihên û þirovekin 4.Çaxê Memê xewna xweda E’yþê dît, çi kir? 5.Çiqa we’de þönda Memê k’öda çû? 6.H’evt sala þönda E’yþê çi kir? 7.Memê çawa veger’ya mal? 8.Çaxê Memê veger’ya mal çi bû? 9.Memê çima dayka xwe h’iþyarnekir? 10.Çaxê dayka Memê h’iþ- yarbû, çi dît û çi fikirî? 11.Dayka Memê qirarkir çi bike? 12.Dayka Memê çi kir? 13.Bi xeverê îlac, melûl, t’ivdarek, e’yb, k’oloz, meyt’, zerp, h’izret, omid û kinêz cömla çêkin û binivîsin 28
  • 30. 29 ÛSIVÊ BEK’O (1909-1969) E’DET BÛ R’ojekê çend merî hatne mala me. Dê û bavê min e’mir kirin ber wan k’ivþ nevim, her’im t’ewlê. Ez zû çûm t’ewlê. Merî çûne höndör’ê malê. Dya min kölav danî, r’ûniþtin. Ji t’ewlê derk’etim, fesal nêzîkî dêrî bûm. Min ber qelîþtoka dêrîr’a xeverdana mêvana dibihîst. Ç’e’vê xwe qer’imand xort dît, naskir. Nefesa min dihat bir’înê, dilê min dik’öta, gewrîya min t’ijî dibû, lingê min hêdî- hêdî sist dibûn. Merî t’irê ez di- xeniqandim, lê ji qelîþtoka derî dûr nedik’etim. Dixwest h’emû gilî bibihîsta, t’ö xeber ber’neda. Min dît mêvanê e’zîz ç’e’vê xwe k’ötabû t’anga dêrî. Min t’irê ew min dibîne. Þerma r’ûyê xwe, min serê xwe berjêr kir. Nizanim, xortê delal çima ç’e’vê xwe k’ötabû t’anga dêrî? E’det bû, xort gerekê xeber neda. Min nizanibû, mêvanê cahil bona vêsandina agir-alava dilê xwe t’asek ava sar ji merîya dixwest, yanê lepek berfa belekîya? Min dixwest t’aseke ava sar bibira, bida dêst, lê wêranve e’det. E’det nedihîþt bê destûrya dê û bavê xwe derî vekira, biçûyama hönödör’, bêy gotina wana av banîa, qûl û dîla e’det bûm. Min göhê xwe danîbû ser qelîþtoka dêrî. Bavo k’enya.. smêlê xwe bada. Ez þa bûm, dixwest wê le’zê derî vekira, biçûyama höndör’, xwe bavîta bin p’yê bavo. Lê
  • 31. niþkêva, ax, hema lap niþkêva, bavê min got: - Na xêr, qayîl nînim, qîza xwe nadim… Min caba bavo bihîst. Min xwest têkra qîr’în, hewar, gazî… Bi t’eg’mîna min, kire qîr’în, lê nizanim, mêvan û bavo gelo dengê min bi- hîstin, yanê na? Xeverê çetin: 1.T’ewle- cîê girêdana h’espa, dêwêr 2.Nefes- bîn, bîna k’iþandinê 3.T’ang- alî 4.Wêranve- xiravve 5.Destûr- îzin, heq 6.Qûl û dîl- hêsîr, girtî Pirs û pêþdanîn: 1.Serhatîyê hînvin û gilîkin 2.Serhatî derheqa k’îjan zemanîdaye? 3.Çend merî çima hatibûna mal? 4.Mêrxasa serhatîyê k’îye? 5.Mêrxasa serhatîyê ij qelîþtoka dêrî çi dît û çi dixwest bikira? 30
  • 32. 31 6.Axirîê çi bû? 7.Derheqa e’detada hûn çi dikarin bêjin û gilîkin? 8.Bi xeverê t’ewle, nefes, t’ang, destûr cömla çêkin û gilîkin LÊ GOTINA TE ÇIYE? Ji wan r’oja gele av k’iþîaye, gele qewmandin qewimîye. Qir’ava payîzê danîye ser p’or’ê min. Kalbûn jî hemin mînanî bazir- ganekî bargiran k’etye pêþîa min û hêdî-hêdî pey xwe dibe.. Çiqas payîza zer nêzîkî min dibe, ez ewqas sör’ û serma zivistana e’mrê xwe meþûr dikim. Lê ew qîza bedw û kanîya göndê me qet ji bîra min naçin. Nava bîranînê xwe ji h’emûþka þîrintir h’öba evîntya e’wline, kö hert’im tê ber ç’e’vê min. Gava ez bîr tînim, min t’irê ez hê cahilim, hê qîz hîvya mine. Kanîya göndê me, kö ji gönd ÿp’êce dûr bû, h’esab dibû cîê zîareta h’öb û evîntya xort û qîza. Bi me’na av vexwarinê li ser kanîê yanê li ser r’ya wê, tîra h’öba xort û qîza hevdö dik’et.
  • 33. Min jî qîzeke bedew h’eband, lê çi feyde? Ew qîza dewletya bû û hê bêþîkêda bû, kö dê û bavê wê soz dabûne merîê din. Carekê li ser r’ya kanyê r’astî bedewê hatim. Cêr’ekî biç’ûk ser milê wê bû. Ewê hevala xweva bi eþq, bilind-bilind xwer’a xeber didan, ji kanîê vediger’îan berbi gönd. Ez nêzîkî wana bûm, silav da wan, slava min vegirtin. - Qîzê delal, ez t’îme, gelo avekê nadin min?- Ya bedew k’enekî þîrin cêr’ê xwe anî xarê. -Ç’enga xwe bigire, vexwe… Ji ava wê ez t’êr nedibûm, qey pêlê bê r’adibûn û agirê dilê min hê gör’ dikirin: hevala wê fe’mkir, ji me ÿp’êce dûrk’et. - Tö çiqasî t’îyî, dive bêk’êfî? - Belê, ez bêk’êfim… - Çi te qewimîye, k’îdera te dêþe? -Dilê min… ew þev û r’oj r’eh’etîê nade min… Ji wê r’ojê em bûn maþoqê hev. Li ser r’ya kanîê em r’astî hevdö dihatin. Çiqas diçû, em ewqas ji h’öba dila ner’eh’et dibûn. Çend meh k’etine ort’ê, ewê minr’a got: - döh xazgînîê min hatibûn, bavê min soz daye, gotina te çiye? Min gotê: - yeke, ez te h’izdikim, xwedê r’e’me. Payîz hat, em ji zozana dager’yane gönd. Ewê got: -Filankes, k’arê de’wata min dikin, wê zûtirê min bivin, lê gotina te çiye? - Dilê min neÿþîne, birîna dilê min k’ûre, h’eta wî çaxî xwedê r’eh’me. 32
  • 34. 33 Sê-çar h’eftê k’etin ort’ê, ewê got: - Axir wê min bivin, gotina te çiye? Na, ez wî xortî h’iznakim, ez te h’izdikim, dixwezim em miqîm hevr’a bin… Bedewa min digirya, ç’e’vê min dinihêr’î, hîvya caba min bû. Ez jî digrîam, lê dilê xweda… Ji wê r’ojê gele sal derbaz bûne. Qir’ava payîzê danîye ser p’or’ê min. Ava kanyê bi lûlava anîne dûz ort’a gönd. Gele sal derbazbûne, gele qewmandin qewmîne. Sör’ û serma zivis- tana e’mrê xwe ez îdî pêdih’esim. Lê çiqas ji k’êleka kanyê derbaz dibim, min t’irê ew qîza bedew hê hîvya mine û ç’e’vê min dinhêr’e. “Axir gotina te çiye…”? Xeverê çetin: 1.Qir’av- ava, wekî datîne ser þînkayê 2.Bazirgan- deve-delîlê alvêrê 3.Meþûr- e’yan 4.Evîntî- h’izkirin 5.Bêk’êf- nexweþ 6.Maþoq- h’izkirî 7.Miqîm- t’imê Pirs û pêþdanîn: 1.Serhatîyê hînvin û gilîkin 2.Serhatî derheqa çidaye? 3.E’frandar derheqa kanîa göndda çi gilîdike? 4.Çaxê xort û qîz ser r’iya kanîyê r’astî hevdö hatin çi bû? 5.Hercar qîzikê çi digote xort? 6.Axirîa qîz û xort bû çi? 7.Bi xeverê qir’av, bazirgan, meþûr, evîntî, maþoq, miqîm cömla çêkin û binivîsin
  • 35. BILBIL Zozanada, t’evî hevala me pesarî, k’ol û qirþ t’opdikirin. Min dengê k’ilama bil- bilekî bihîst, kö r’ûniþtibû nava kölîlka û zelûl distra. Ji wî dengî min xwe inda kir, sekinîm, göhdarî dikir. Baê zirav axîna dilê bilbil jî t’evî bîna kölîlka danî. Heval ji min dûr k’etin, çûn. Min göh neda wana. Pey dîtina bilbil min xwest bi lez her’im, bighîjim hevala, lê bilbil fir’î, sekinî pêþya min û baskê xweyî þkestî nîþanî min da. Min kö baskê þkestî dît, xwe e’gle kir û ji hevala paþda mam. Bilbil idî ne distra, her baskê xweyî þkestî nîþan da û dûz ç’e’vê min dinhêr’î. We’de ÿp’êce derbaz bû. Xwest ji bilbil biqetim, her’im, lê ewî hercar baskê xweyî þkestî nîþanî min dida. Xaflqeda r’ûniþtibûm nava kölîlka, t’evî bilbil nizanbû k’êderême û çi dikim. Çend niqitkê göleav pekyan ser sûrtê min, dilê min zû-zû dik’öta. Hevalê min gihîþtine konê xwe. Serê xwe berjêrkirî, nêzîkî zozanê dibûm. Nava newalê bilbil cara pêþin baskê xweyî þikestî nîþanî min da. Niþkêva ji alîê zozanê navê min hildan, gazî min dikirin. Barê xwe hilda, ji bilbil qetyam. Pey xwe nihêr’î, bilbil dine’lya. Bilbilek r’ûniþtbû nava kölîlka û bi dengekî zelûl distra. Xeverê çetin: 1.Pesarî- t’epikê li ç’îa û banîya 2.Xafilqeda- hêçxem 34
  • 36. 35 3.Göleav- gölav, ava bînxweþ, wekî ij göl û kölîlka tê çêkirinê 4.Newal- ç’e’l, gelî 5.Zelûl- melûl, ne þa Pirs û pêþdanîn: 1.Serhatîyê hînvin û gilîkin 2.Mêrxasê e’frandinê t’ev hevala zozanada çi dikir? 3.Xort çi bihîst û çi dît? 4.Bi xeverê pesarî, gölav, newal, zelûl cömla çêkin û binivîsin. ORDÎXANÊ LEZGÎ (1958-1997) DEMEKÊDA Demekêda li r’û dinê Çiqas qencî tê kirinê, Demekêda li vê dinê Çiqas e’mir tên mirinê. Demekêda ser vê dinê Çiqas bende dîya xwe divin, Û çiqas jî dê diqetin, Hin- hêsabûn û hin- çetin. Demekêda li r’û dinê Çiqas mal tê avakirinê, Demekêda li r’û dinê Çiqas mal tê xiravkirinê. Xeverê çetin:
  • 37. 1.Dem- deqe, we’dekî kin 2.Bende-vira- meriv Pirs û pêþdanîn: 1.Þiêrê ezberkin û bêjin 2.Bi gotna þayîr-demekêda dinêda çi dive? 3.Bi xeverê dem, bende cömla çêkin û binivîsin. DAYÊ… Daê, ez pê k’ilamê te Mezin bûme, heme dinê, Û pê zar-zimanê te Xever didim ez vê demê. Saya cefê teyî zyaretî Gihîþtim nêt-merema, Saya þîrê teyî sipî Hatme xweykirin, mame dinê. Xeverê çetin: 1.Zar-ziman- vira-gilî- gotin Pirs û pêþdanîn: 1.Þiêrê ezberkin û bêjin 2.Þayîr derheqa dayîkêda çi divêje, û hûnê serda çi zêdekin? 3.Bi xeverê zar, ziman, cefa cömla çêkin û binivîsin 36
  • 38. 37 ZIMAN HENE Ziman heye- köl û je’re, Ne r’êdaye, t’im r’ê dere, Xweyî dixweze bîne ser r’ê, Ça jî dike- pê nikare. Ziman hineka- belaye, H’emû wexta r’îya xwedaye, K’ar, zirara xwe r’ind zane, Jêr’a çi k’ar û çi zyane. Zimanê hineka þîrine, Dikare be’ra bimeyîne, Bigre gör t’ev pêz lev bîne, H’esin sarî bitewîne. Zimanê hineka hostaye, Derge jî ber dadayîve, Derger’a wê bive mifte, Dikare veke û hin- dade. Ziman heye- ze’f hêsîre, Ew nizane, ew zigûre, R’ênga r’aste, nêzîk- bere, T’im nêta wî r’îya dûre. Zimanê hineka- sêrbaze, Gilîê xirav jî cem xase: Mûkî dikare têke çyakî, Xwe nahêle dilê yekî.
  • 39. Ziman heye xwe qet’ile, T’ewra baþe- lê dûrk’eve, H’emû wexta ew belaye, T’im qesasê xweyê xweye. Ziman heye- derewîne, Tiþtê nebûyî lev tîne, Xweyê ziman jî hew zane- Derew cem xelqê hêjane. Zimanê hineka- dör’ûye, Gilîê yeqîn cem t’öneye, Ber divêjin pirs, xeverek, R’ûê din dike h’ezar û yek. Cûr’e-cûr’e ziman hene, Lê her xwezil wî zimanî, T’im qazinc dike gilîê hêja, Dor-ber xweþ bê û xweyê xwe. Xeverê çetin: 1.Bela- qezîa, xiravî 2.Sarî- sar, ne germ 3.Hêsîr- belengaz, me’rim 4.Sêrbaz- vira-xirav 5.Qet’il- köþtin, mirin 6.Qesas- dijmin, celat 7. Yeqîn- êqîn, e’seyî, bêþik 8.Qazinc dike- dixevte, tîne Pirsû pêþdanîn: 1.Þiêrê ezberkin û bêjin 38
  • 40. 39 2.Nêta þiêrê k’îjane? 3.Bi mesela heval-hogirê xwe hûn dikarin bêjin, k’a zimanê wan çawaye? 4.T’exmîna we, zimanê meriva gere çawave? 5.Bi xeverê bela, sarî, hêsîr, sêrbaz, qet’il, qesas, êqîn, qazinckirin cömla çêkin û binivîsin K’Ê NIZANE K’ê qedrê dê û bava nagre, Hörmet cem t’öne û bê qedre, Îzin t’öne r’û dinê biger’e, Merivatîya dinê gelekî dûre. Ewledê ösa xwexwa nifir’e, T’ewra baþe bira t’öneve, Wexta ber dê û bava nak’eve, Nifir’a dê-bava bira t’im lêve. K’ê nizane qedrê dê û bavê xwe Bira ew jî wa bivîne wan daxa, K’ê bona dê û bavê xwe çive, Ewledê wa bira ê wî jî heve. Xeverê çetin: 1.Hörmet- qedir 2.Ewled- zar’ 3.T’ewra- diha 3.Dax- vira- ÿþ, lê r’astîê- pê h’esinekî sorbûyî dereke meriva yan h’eywên daxdikin Pirs û pêþdanîn: 1.Þiêrê ezber hînvin û bêjin
  • 41. 2.Nêta þiêrê çîye? 3.Hûn li do-berê xwe meriva nasdikin, ê kö qedrê dê-bavê xwe nizanin? 4.Hûn çi divêjne wan meriva? 5.Bi xeverê hörmet, ewled, t’ewra, dax cömla çêkin û binivîsin MITALE Mitale be’rin, be’rin bê qirar, Steyrê e’zmînin û naêne jimar, Ew r’ênga dûre, sînor t’ine ber, Û ew r’ê dive h’ezar-h’ezar ker. Mitalada heralî dinê lev dixî, Dik’evî r’êyê çetin û jev dernaxî, Bê ç’ar dimînî, divî sewdaser, Zarê te nager’e îdî t’ö xever. Lê wexta carna pirsa didî xwe Û dîsa dik’evî mitala Û vê carê jî p’oþman dimînî, Me’nîya pirsa xwe, cawê navînî. 40
  • 42. 41 Nav mitalada tö divî r’êwî, R’êwîkî mezin, dinê diger’î, Ber ç’e’vê ter’a tên, derbazdivin Çiqas qewmandin, çiqas- pirs, gilî. Mitalada merî dike nêt, merem, Bi h’ezar cûr’e þêwrê datîne, Þöxölê sala divin çawa xewn, Lê haj me’nîê dinê jî nîne. Ew deqa merî mitala dertê, T’exmîn dike, wekî ew çerxa dinê Bi sirîya xweda sekinîye r’êzê, Nek ça bixwazî û- k’îjan le’zê. Xeverê çetin: 1.Mitale- fikir, döþörmîþbûn 2.Steyr- steyrk 3.R’êng- r’ê 4.Sewdaser- vira- serederîê nakî, r’ê-r’iya dernaxî 5.Zar- ziman 6.Qewmandin- bûyîn 7.Me’nî- vira- pirs, fikir 8.Çerx-vira- bext, r’oj Pirs û pêþdanîn: 1.Þiêrê ezberkin û bêjin 2.Þayîr derheqa fikir û mitlada çi divêje? 3.Bi xeverê mitale, steyrk, r’ê, sewdaser, zar, qewmandin, me’nî, çerx cömla çêkin û binivîsin
  • 43. NEHEQÎ Merîê neheq t’önene, Yan ev pirsê wa çine? Pirske, zanive gilî, Hila çiye pirs, me’nî? Neheqe jî, kö bende, Ça sekinîve ber qeyê, Nevêje qeyê, de’fnede, Kirina wa qe ne r’inde. K’arê nadî, kö h’erke, Barê- xiravîê neke, Köl û derdê wî safîke, Dilê xem- hêsake. 18.08.90 sal. Xeverê çetin: 1.Bende- meriv, fikrek jî- hêsîr 2.Qeya- zinar 3.Xem- derd 4.K’ar- vira-alîkirin. Isa jî ev fikir hene- þöxöl, qazinc Pirs û pêþdanîn: 1.Þiêrê ezberkin û bêjin 2.Þayîr seva neheqîê çi divêje? 3.Hûn çi divêjne merivê neheq? 4.Bi xeverê bende, qeya, xem û çend fikirê xevera k’ar cömla çêkin û binivîsin. 42
  • 44. 43 PAÞÊ DERENGE Çima cîkî balîsevev Dilê benda xwe dihêlî, Bona pirseke ne t’ö tiþt Û- eþqê jî dit’er’ibînî? Çima bêjî, dil xiravkî, Paþê bigrîy, lavayîkî? Ji her te’lbûn, her xeverê Dil ne ew dile, ça- berê. Hebûn, xeznê jî tö bidî, Pey wan gilîê xirav, net’ê Derengîye paþê îdî, Dil ne ew dile, ça- berê. Xeverê çetin: 1.Balîsevev- badilhewa, bê me’nî 2.Dilê benda xwe dihêlî- didî xeydandinê 3.Eþq- þabûn 4.Xezne- cîê xweykirina zêr’-zîva, p’era, isa jî- hebûk 5.Net’ê- ner’ast, neheq Pirs û pêþdanîn: 1.Þiêrê ezberkin û bêjin 2.Þayîr çi t’emîyê dide? 3.Hûn t’emîyê þayîrr’a qayîlin? 4.Bi xeverê balîsevev, eþq, xezne, net’ê cömla çêkin û binivîsin
  • 45. SIFETÊ GOVENDÊ Binêr’- govend ça giran bûye, Def, zör’ne jî pêr’a lalbûye, T’emam eþq û göleþin, K’êlek-k’êlek ew dimeþin. Govendê dik’þîne sergovendî, Cî dileqe hêdî-hêdî, Dezmala dest xwe dive-tîne, Eþq û dilþa dih’ejîne. Serê wan berda ew dilîzin, Ahil û biç’ûk, xort û qîzin, Qîz-bûk distirên k’ilama, Xort dih’elin mîna þima. Serê xwe girêdane h’evtr’eng, Xemilîne bi h’ezar r’eng, Bi h’evtr’enga bi awazî Xemilîne qîzê kezî. Mîna k’eskesorêne ew, Qîzê nazik, bûkê bedew, Nav mêlê wan gölîê dirêj, Xûnê ji dilê xorta dir’êj. Dêm göleþin, t’emam eþqin, Nolî göla ew dit’eqin, Bûne h’inar sûretê wan, Tê bêjî, sorkirine pê derman. 44
  • 46. 45 De’wat wanr’a bûye bihar, Bûne kölîlk de’watvanî, Zar’ þabûna xwe bûne har, K’ilam wanr’a bûne kanî. Dilê t’emama þabûne, Ketine govendê, r’êz bûne, Dilîzin, distirên eþq û aza, Boy xatirê van miraza. Xeverê çetin: 1.Lalbûye- vira- zör’ne dirêj- bênavbir’î tê lêxistinê 2.Eþq- þa 3.Göleþ- þa 4.Ahil- kal, pîr 5.Þima- mom 6.H’evtr’eng- isa jî divêjin h’evr’eng: laç’ika r’eng-r’engîye tenike 7.Awaz- vira- r’eng-r’engî, lê isa jî- deng 8.Qîza kezî- qîza mêrnekirî, isa jî- gölî 9.De’watvan- t’evbûyê de’watê 10.Har- vira- xwebîrkirî, isa jî- fikra ze’f hêrsk’etî heye Pirs û pêþdanîn: 1.Þiêrê ezberkin û bêjin 2.Þayîr govendê çawa tîne ber ç’e’va? 3.Sergovendî k’îye? 4.Govenda ÿzdîada ç’ûk û mezin çi sirê-dorê dik’evne govendê? 5.Þayîr qîzê kezî mînanî çi dike? 6.Hûn navê çi lîstik, r’eqasê ÿzdîkî zanin? 7.Bi xeverê eþq, göleþ, ahil, þima, h’evtr’eng, awaz, kezî, de’watvan cömla çêkin û binivîsin
  • 47. XÊLÎYA BÛKÊ Bin xêlîêda bûka t’eze Çiqas bedew, çiqas xase, Nazike û ber miraze, Ker’ û lale, gelek naze. Xêlî kirîye, xever nade, Xêlîa wêya bûye þe’de, De’watêda bûye dîndar, Xêlî pesinê wêye dide. R’îþîê xêlîê ser bedene, T’ev bedewîya wê dik’ene, Çiqas xase, çi bedewe, R’astî jî- li de’watê- bûk ewe. 21.09.90 sal. Xeverê çetin: 1.Xêlî- laçk’a wekî r’oja de’watê davêjne ser serê bûkê 2.Xas- vira- bedew 3.Ker’ û lale- vira- xever- nade, kesî nanihêr’e 4.Dîndar- vira bedew. Cûr’ê r’ast- dîdar 5.Pesin-p’ayî 6.R’îþî- t’êlê badaîye ij laç’ika dardabûyî 46
  • 48. 47 QENCÎ Tê kirinê qencî her cîya, Bona cûr’e-cûr’e merîya, R’öh’ê giþka jî ne yekin, Biþêkirînin û h’esavkin. H’erke qencî dest teva tê, Dödil neve qe t’ö wextê, Û k’êr’a jî qencîê dikî, Ne bedewe bidî r’ûê wî. Wexta tê ser têkî minet, Qencîya teyê, kö t’im wave, T’ewra baþe- qencîê neke, Bona k’êva jî, ew- yeke. Ne lazime qe gilîê zêde, Qencîya wa kesî dest nade, Qencîê dikî, pêr’a qencve, Kö bê k’ivþê qencîya te. 16.07.90 sal.
  • 49. Xeverê çetin: 1.Biþêkirînin- qîmetkin, bîrnekin, r’azîvin 2.Dödil neve- þikber neve Pirs û pêþdanîn: 1.Þiêrê hînvin û ezber bêjin 2.Nêta þiêrê k’îjane? 3.T’exmîna we, qencî çîye? 4.Bi xeverê þêkirandin, dödilî cömla çêkin û binivîsin QELEM Ter’a t’öne t’ö çetinayî, Tö bê tirsî û bêxofî, Çiqas zorî, ay, tö, qelem, Hin k’esirî, hin jî- bê xem. Tö göllê jî qe natirsî, Çi ber te k’et, tö dinivîsî, Ay, tö, qelem, gelek hêrsî, Û xwexwa jî xwe natirsî. Tö hin þîrin û hin te’lî, R’e’ma bona h’ezar dilî, Köl, k’eserê tö nahêlî, E’yan dikî û dine’lî. Zanî zarê h’ezar ziman, R’ê diçî pê xwestina wan, Û dik’evî k’îjan destî, Serfinyazî û serbestî. 48
  • 50. 49 Tö divî r’ê, divî p’ira, Hûr dikî kevir û zinara, Agir, gölle te nikare, Ew çi sör’e, çi h’önöre? H’ökömê ser te gelek zore, Wekî t’ö tiþt te nikare, Tö dinivîsî qirar, qanûn, Safî dikî qet’il û xûn. Þûrê dö dev bir’atirî, H’emû r’ê û dirba zanî, Tö dijbêrî qenc û xirav, Ev giþk ter’a- wek fir’e av. 25.5.90 sal Xeverê çetin: 1.Bêxofî- bêtirsî 2.K’esirî- ze’f westyayî 3.Gölle- göla qirmê, t’ivingê, isa jî cûr’ekî h’esnê girane 4.K’eser- derd 5.Serfinyaz- serbest, r’ûspî 6.Serbest-aza 7.Sör’- vira- qewata zor, qewata nee’yan 8.H’önör- hostatî, qewat, me’rîfet 9.Qet’il- köþtin 10.Bir’atir- diha tûj Pirs û pêþdanîn: 1.Þiêrê ezberkin û bêjin 2.Þayîr derheqa qelemêda çi divêje û mînanî çi dike?
  • 51. 3.Hûn qe tiþtekî dinivîsin, die’frînin? 4.Derheqa qelemê, yan nivîsarêda hûn idî çi dikarin ser þiêrêda zêdekin? 5.Bi xeverê bêxof, k’esirî, k’eser, serfinyaz, serbest, sor’, h’önör, bir’atir cömla çêkin û binivîsin CEMÎLA CELÎL (1940) HA BERDE Ha, berde, berde, berde, Lawko, zenda zer berde, Ez hatim te bivînim, Ha, berde, berde, berde. Dê û bavê te min k’înin, Lawko, zenda zer berde, Ez hatim te bixazim, Ha, berde, berde, berde. Dê û bavê te min nazin, 50
  • 52. 51 Ha, berde, berde, berde, Ez hatim alyê weda, Lawko, zenda zer berde. K’oç-kerya r’ê me neda, Lawko, zenda zer berde, Min xastî, bavê neda, Lawko, zenda zer berde. Xeverê çetin: 1.Zend- p’ara mile fêza dêst 2.Zer- r’engê zêr’, lê vira- bedew, baznê zêr’ lê 3.K’în- e’ynat, h’iznekirin 4.Naz- nazî, nazîkirin Pirs û pêþdanîn: 1.Têk’sta k’ilamê ezberkin û bêjin 2.Dengnivîsara k’ilamê bibihên û bêjin 3.K’ilamê zar bêjin û li hevdö veger’înin 4.Bi xeverê zend, zer, k’în, gaz cömla çêkin û binivîsin CEMÎLA CELÎL GAZÎ DIKIM Gede lawkê, lê, min p’ala hanê, lê, Canê, lê, canê, lê, can, wey, can, Gazî dikimê pê dezmalê, lê, Dev qelemê, lê, ez h’eyran.
  • 53. Ce’nîê gede, lê, lawkê min boze, lê, Canê, lê, canê, lê, can, wey, can, Ce’nîê gede, lê, lawkê min boze, lê, Dev qelemê, lê, ez gorî. Ça li meydanê, lê, de’wî-doze, lê, Canê, lê, canê, lê, can, wey, can, Ha, li meydanê, lê, de’wî-doze, lê, Dev qelemê, lê, ez heyran. Ha, li meydanê, lê, r’adike t’oze, lê, Canê, lê, canê, lê, can, wey, can, Ha, li meydanê, lê, r’adike t’oze, lê, Dev qelemê, lê, ez gorî. Ce’nîê gede, lê, lawkê min r’eþe, lê, Canê, lê, canê, lê, can, wey, can, Ce’nyê gede, lê, lawkê min r’eþe, lê, Dev qelemê, lê, ez h’eyran. Ha, li meydanê, lê, dûr dimeþe, lê, Canê, lê, canê, lê, can, wey, can, Ha, li meydanê, lê, hûr dimeþe, lê, Dev qelemê, lê, ez gorî. Ce’nîê gede, lê, lawkê min sore, lê, Canê, lê, canê, lê, can, wey, can, Ce’nîê gede, lê, lawkê min sore, lê, Dev qelemê, lê, ez h’eyran. Ha, li meydanê, lê, dor bi dore, lê, 52
  • 54. 53 Canê, lê, canê, lê, can, wey, can, Ha, li meydanê, lê dor bi dore, lê, Dev qelemê, lê, ez gorî. Ce’nîê gede, lê, lawkê min þîne, lê Canê, lê, canê, lê, can, wey, can, Ce’nîê gede, lê, lawkê min þîne, lê, Dev qelemê, lê, ez h’eyran. Xeverê çetin: 1.P’al- sîngê ç’îyê 2.Dev qelem- vira- zarê xweþ 3.Ce’nî- ce’nû(î)ya h’espê 4.Boz- h’espê r’engê sipî, gewr 5.Gorî- qörban 6.De’w-doz- þe’r-de’w 7.Meydan-ger’ 8.Dimeþe- nerm diçe 9.Dibore- derbazdive Pirs û pêþdanîn: 1.Têk’sta k’ilamê ezberkin û bêjin 2.Dengnivîsara k’ilamê bibihên û bêjin
  • 55. 3.K’ilamê zar bêjin û li hevdö veger’înin 4.Bi xeverê p’al, qelem, ce’nî (û), gorî, de’w-doz, meydan cömla çêkin û binivîsin CEMÎLA CELÎL BÊRÎÊ TÊ Bêrîê tê, ha, bêrîê tê, Göndo, k’awa min bêrîê tê. Bejin zirave- dêre lê tê, Göndo, k’awa min bêrîê tê. Bêrî bêrîa mezina, Göndo, k’awa min bêrîê tê. Law þivanê bizina, Göndo, k’awa min bêrîê tê. Wê bejnê mame tima, Göndo, k’awa min bêrîê tê. Xanîngo, der biç’ûko, Göndo, k’awa min bêrîê tê. Lê derk’et qelfe bûko, Göndo, k’awa min bêrîê tê. Derdê min yanga biç’ûko, Göndo, k’awa min bêrîê tê. 54
  • 56. 55 Bêrîê tê, ha, bêrîê tê, Göndo, k’awa min bêrîê tê. Xeverê çetin: 1.Bêrî- cîê dotina mîa 2.K’aw- vira-r’ind, bedew 3.Mame tima- tiþtekîva h’eyr-h’ijmek’ar bimînin, tiþtekî h’izkin 4.Xanîngo- xanî, mal 5.Qelfe- k’oma meriva
  • 57. 6.Bûko- bûk 7.Yanga- ya, ya hanê 8.Biç’ûko- biç’ûk Pirs û pêþdanîn: 1.Têk’sta k’ilamê ezberkin û bêjin 2.Dengnivîsara k’ilamê bibihên û bêjin 3.K’ilamê zar bêjin û li hevdö veger’înin 4.Bi xeverê bêrî, k’aw, mame tima, xanî, qelfe, bûk, yang, biç’ûk cömla çêkin û binivîsin CEMÎLA CELÎL AX, LÊ, PÎRÊ Ax, lê, pîrê, lê, pîrê, Lê, lê, pîrê, lê, pîrê, Serî þe’rê, dor zincîrê, Çû bajar’ê Cizîrê, Wet’enê wê hat bîrê, Çû bajar’ê Cizîrê, Wet’enê wê hat bîrê Ax, lê, pîrê, lê, pîrê, Malxiravê, de r’ave, Wexta sive safîve, Gilîê dinê belave. K’êfa pîrê zewace, H’alê pîrê çawave? Bextê pîrê venave. Ax, lê, pîrê, lê, pîrê, 56
  • 58. 57 Bejna pîrê h’inare, Pîrê xwexwa çi r’inde, Göhê pîrê göhare, K’êfa pîrê zewace, Dil k’etibû e’t’are. Ax, lê, pîrê, lê, pîrê, Bejna pîrê þîlane, K’êfa pîrê zewace, Îdî wextê mirinê, Çi te, çi van gilyane? Îdî wextê mirinê, Çi te, çi van gilyane? Xeverê çetin: 1.Þe’r- cûr’ê laç’ikekêye 2.Zincîr- xeleqê h’esine hevva 3.Cizîr- navê þehere, wekî zargotina meda gele cara tê bîranînê 4.Wet’en- welat, cî-misk’en 5.E’t’ar- ê hûrmûr difroþe 5.Þîlan- navê hêþnaêye, wekî pey gölar’a- þîlanê dide
  • 59. Pirs û pêþdanîn: 1.Têk’sta k’ilamê ezberkin û bêjin 2.Dengnivîsara k’ilamê bibihên û bêjin 3.K’ilamê zar bêjin û li hevdö veger’înin 4.Bi xeverê þe’r, zincîr, wet’en, e’t’ar, þîlan cömla çêkin û binivîsin CEMÎLA CELÎL BÊRÎVANÊ Ÿlê, bêrîvanê, bêrîvanê, kölmal, K’öbar-k’öbar xwe ba neke, Xwe ba neke, xwe ba neke, Bêrîvanê, cêr’ê xwe hilde, Kanya piþt mala me Qest me’neke, qest me’neke. Nîþana bêrîvana min geveze, Min geveze, min geveze, Bêrîvana min r’abû mêrar’a Serê xwe girêda, serê xwe girêda, Serê xwe girêda. T’asa bêrîvana min zêr’îne, Min zêr’îne, min zêr’îne, Wezê dinhêr’im mîna cot kanîne, Ezê dixwöm-naxwöm K’erba dilê min naþkêne. Hergê salix-sölixê Kewa gozel, kewa k’öbar Li min dikin, li min dikin, 58
  • 60. 59 Qisûr t’öne, çar t’ilîa Bejnê kême, bejnê kême. Fêzêda zinare, binyêda göl-sosine, Göl-sosine, göl-sosine, Alîkî cegera min sag’ maye, Xirav neke, xirav neke, Xirav neke, xirav neke. Xeverê çetin: 1.Bêrîvanê- ya pêz didoþe, ya pêz dide bêrî 2.Kölmal- bi laqirdî divêjne hevdö: “köl mala te k’eve” 3.Cêr’- derdana h’er’îê çêkirîye, seva avêye 5.Qest me’neke- xwe li cîkî bigre, alîkîda her’e 6.Gevez- r’engê sor, isa jî navê laç’ka sore 6.T’as- vira seva xemleke sêrî tê gotinê. T’as isa jî derdana xwerinda- girtinêye 7.K’erb- bîntengbûn, berxwek’etin 8.Qösûr-kêmasî, e’yb Pirs û pêþdanîn: 1.Têk’sta k’ilamê ezberkin û bêjin 2.Dengnivîsara k’ilamê bibihên û bêjin 3.K’ilamê zar bêjin û li hevdö veger’înin 4.Bixeverêbêrîvan,cêr’,gevez,t’as,k’erb,qösûr,zinarcömlaçêkinûbinivîsin
  • 61. CEMÎLA CELÎL NEXÞÊ MÎRZO Her gölim, gölim, Gölîzer, Her gölim, gölim, Gölîzer, Çing-çing çêdikim nexþê Mîrzo, Dinya yeke, derge- h’ezar. Vî Erezî, lo, berda qûmo, Her gölim, gölim, Gölîzer, Wez h’evt sala, lo, berda çûmo, Çing-çing çêdikim nexþê Mîrzo Salka h’eyþta, lo, pêþda çûmo, Her gölim, gölim, Gölîzer, Salka h’eyþta, lo, pêþda çûmo, Çing-çing çêdikim nexþê Mîrzo. Vî Erezî, lo, berda gezo, Her gölim, gölim, Gölîzer, Wez h’evt sala, lo, berda bezo, Çing-çing çêdikim nexþê Mîrzo. Salka h’eyþta, lo, p’oþman ezo, Her gölim, gölim, Gölîzer, Salka h’eyþta, lo, p’oþman ezo, Çing-çing çêdikim nexþê Mîrzo. Vî Erezî, lo, xöþe-xöþe, Her gölim, gölim, Gölîzer, Vî Erezî, lo, göþe-göþe, Çing-çing çêdikim nexþê Mîrzo. 60
  • 62. 61 Xeverê çetin: 1.Çûmo- çûm 2.Salka- sala 3.Gezo- cûr’ê darekêye, berê k’îjanêda þîra xweþ heye 4.Bezo- bezîyam, r’evîm 5.Ezo- ez Pirs û pêþdanîn: 1.Têk’sta k’ilamê ezberkin û bêjin 2.Dengnivîsara k’ilamê bibihên û bêjin 3.K’ilamê zar bêjin û li hevdö veger’înin 4.Bi xeverê çûyîn, sal, gezo, bezandin, ez cömla çêkin û binivîsin DOXTIR Û Ö’LIMDARÊ ŸZDÎYÎ NAV-DENG R’izganê Simo ij wan ewledê cime’ta meye degmeye, ê kö e’silda dox- tire û pisporê p’êþê xweye: Simoyê Þemoyê bavê wî ne kö t’enê þayîr û e’frandarkî e’yan bû, lê isa jî- doxtirekî ÿzdîyî nav û nîþanbû, cefê k’îjanî h’etanî îro jî tê bîranînê û þêkirandinê… Hene meriv, ê kö bi emekê xwe seva t’emamîa cime’tekê dikarin bivne mesele. R’izganê Simo a hima ij wan ewledê cime’ta meye. R’izganê Simo sala 1953-a göndê neh’îa Hoktêmbêryanêyî (niha- merza CE Armavîrê) Þênavanêda diya xwe bûye. Pey serfinyaz xilazkirina mek’tevêr’a înstîtûta R’ewanêye doxtirîê (niha- zanîngeha R’ewanêye ser navê Mxît’ar Hêrsaîye doxtirîêye dîwanî) xilazkirîye, p’êþê dox-
  • 63. tirê zar’a dest anîye. Lê pey xilazkirina îdara doxtirîêye xwendina bilindr’a întêr- natûra nexweþxana R’ewanêye hejmara 4-aye zar’aye klînîkîêda ber destê ewledê cime’ta meyî nav û nîþan- doxtir û e’frandarê nav û deng, doktor, profêsor Seh’îdê Îvo xwendîye. Sê salê din serwêrê ambûlatorîa göndê merza Armavîrêyî Zart’onk’êye doxtirîê bûye. Salê 1984-85-a xizmetk’arîa R’ewanêye alîk’arîa doxtirîêye lezda doxtirê zar’ayî novedar xe- vitîye. Lê doxtirê zar’ayî cêr’ibandî hila hê salê xevtê gelekî mêla k’arê ö’lmî û dersbêjîê dikir, a lema jî sala 1985-ada zanîngeha R’ewanêye ser navê Mxît’ar Hêrasîye doxtirîêye dîwanîda k’ete ser xevatê, e’wil- çawa laborant, asîstênt, paþê- sala 1994-a, dosênt. Sala 1990-î e’mrê ewledê cime’ta ÿzdîayî ö’lmh’izda ya bîranînêye: ewî t’êza pêþendamîê xweykir û dereca pêþendamê ö’lmê doxtirîêye ö’lmî stend, cêrga wan ewledê meye doxtire kêmjimar t’amkir, ê kö xweyê dereca ö’lmîne. R’izganê Simo isa jî e’frandarî 25 xevatê ö’lmî û 4 k’itêvê hînbûnê kirîye. Saya xevata dersbêjîê û ö’lmîye berbiç’e’v ewledê cime’ta ÿzdîayî zane layîqî gele p’êþk’êþ û xelata bûye, mesele, em navê çend h’eva hildin: mêdala zanîngehêye “Zêr’în”, “Nîþana” zanîngehêye “P’êsîrêye zêr’în”, hörmetne’me, wekî sala 2010-2011-aye xwendinêda hatîye naskirinê dersbêjê herîbaþ. Sala 2010-a ew layîqî hörmetane’ma wezareta CE-e xwendinê û ö’lm bûye, sala 2013-a layîqî r’azîne’ma beledîa þeherê R’ewanê bûye. Salê 1997-2005-a dewsgirtîê dêkanê fakûltêta qenckirinê xevitîye. Xölese, wekî meriv bixweze, dikare gelekî dirêj derheqa R’izganê Simoda, ê kö ij wan ewledê cime’ta meye, wekî bi zanebûn û me’rîfeta 62
  • 64. 63 xwe dikare seva gele-geleka bive mesela ç’evadyînê û r’ê veke seva nisila peyhatinê, bêje û gilîke. Lêbelê, zêde nîne em bêjin, wekî heval û hogirê R’izganê Simoye xe- vatê û ö’lmî derheqa zanebûn û me’rîfata wîye xevetêda gilîê xweþ û pesindayînê gotine û di- vêjin, k’îjan hörmetê ne kö t’enê wî, lê isa jî, t’emamîa cime’ta mer’a tînin. Gere bê gotin, wekî R’izganê Simo isa jî die’frîne, awa dö e’frandinê wî. EZ Û T’EBYET K’engê dûrim ez, Zivistana sar, Berf û bager- Te divne dîhar. K’engê r’ême ez, Bihar- þa tîne H’ezar mizgîn, Ter’a digîne. Kengê malim ez, Havîna h’elal, H’ezar awazî Te dike delal. K’engê payîz hat Bi barê giran Min evîntîêr’a T’im dike mêvan. BÎRANÎN Ç’îayê Eýlegize ze’f hêþîne, Ew bilinde, em- li wir, Biç’ûktîya min ew bîr tîne, Û- dik’evme mitalê k’ûr. Bîr tînim ez çend sal pêþda R’ewþa konê kalkê min: Ez berxvan bûm li wan ç’yada, Dinya ç’îr’ok bû bona min. Ew salana hatin û çûn- Nola mija serê ç’ya. Qe nizanim ça derbazbûn R’ojê mine eþq û þa? Ze’f zû hatin û derbazbûn Salê mine zar’otîyê, Ç’îya divînim- tên bîra min K’en û eþqa biç’ûktîyê. Xeverê çetin: 1.Degme- hindik, kêmjimar 2.Þêkirandin- bîrnekirin, qîmetkirin, jêr’azîbûn 3.Serfinyaz- r’ûspî, bêqösûr 4.Întêrnatûra- dereceke xwendina îdara doxtirîêye bilindda 5.Zanîngeh- ûnîvêrsîtêt
  • 65. 6.Klînîka, ambûlatorîa- xeleqê doxtirîê, sag’lemîxweykirinêne 7.Laborant, asîstênt, dosênt- derecê xevata ö’lmîne 8. Beledî- serk’arî 9.Dêkan- serk’arê xeleqeke îdara xwendina bilind 10.Fakûltêt-p’areke îdara xwendina bilind Pirs û pêþdanîn: 1.Dersê hînvin û gilîkin 2.Hûn ij doxtirê ÿzdîye din qe k’ê nasdikin? 3.Hûn p’êþê doxdirîê h’izdikin? 4.Hûn çi navê nexweþîa zanin? 4.Bi xeverê degme, þêkirandin, serfinyaz, beledî cömla çêkin û binivîsin SERK’ARÊ GÖNDÎ SALÊ DIRÊJ Gele pirs malxê malê û serk’arava girêdayîne. Çaxê, çawa divên, malxê, serk’ar cîê xwedane, h’emû tiþt baþ û me’rîfete, û qedrê wan girane. Serk’arekî isa Wezîrê T’êmûre, ê kö çend dehsalîne, wekî serk’arîê göndê merza Cimhöryeta Ermenîstanêye Aragasotnêyî Sorîkê dike. Fe’mdarîye, wekî ew ewledê cime’ta me saya zanebûn, me’rîfeta xweye, kö ewqa we’de serk’arîê gönd dike, pirs û pirs- girêkê gönd û binelîê gönde cûr’e-cûr’e safîdike. Nav û dengê Wezîrê T’êmûr saya me’rîfeta wîye serwêrîkirinê û xeyestê wî ne kö t’enê merza Aragasotnê, lê isa jî- ij sînorê merzê û Ermenîstanê der belabûye. 64
  • 66. 65 Çaxê meriv p’ir’î- hindikî nasîa xwe dide ser- hatîya e’mrê Wezîrê T’êmûr, tê ser wê fikirê, wekî ewî camêrî t’imê cêr’ibandîye zanebûn û xwendina xwe zêdeke, wekî çawa nav xevatê, isa jî- e’mirda- serfinyazve û bikarve ij h’emû pirsa r’ûspî derk’eve. Wezîr sala 1948-a göndê neh’îa Te’lînêyî Sorîkêda diya xwe bûye û 18 salîêda göndê Nêrk’în Ert’îkêda mek’t’eva ort’e xilazkirîye. Salekê þönda înstîtûta R’ewanêye ser navê Xaçatûr Abovyane ders- darîêye dîwanîda hatîye hildanê, pêr’a jî- mek’t’eva göndê Sorîkêye 8-saleda dersdarîa dersê t’arîxê kirîye. Pey sala 1973-a xilazkirina îdara xwendina bilindr’a çûye ordîê û salekê þönda bi dereca zapitîê qölixa xweye e’skerîê xilazkirîye. Hima wê salê jî dîsa bûye dersadrê mek’t’eva Sorîkêyî t’arîxê. Saya xevata baþbû, wekî deh sala dêpûtatê þêwra neh’îa Te’lînê bûye û gele û gele pirsada wek’îltî ÿla ÿzdîyê neh’îa Te’lînêye giran kirîye. Xwendina dersdarîê, qey tê bêjî, bes nînbû, wekî ew t’am sere- derîê e’mir û deba gönd bike, a lema jî sala 1986-a fakûltêta înstîtûta R’ewanêye malhebûna göndîtîêye malhebûnzanîê xilazkir. 40-salîêda binelîê gönd ît’abara xwe wî anîn, wekî ew bive serk’arê göndê Sorîkê. Xevata cavdar û serk’arîkirinê hêsa nîne: wê yekê her merivek zane, ê kö ew xevat kirîye yan- dike. Lê çi jî heve, saya xevata baþe, wekî ew layîqî cêrge pesinne’ma û hörmetne’ma bûye, lê sala 2011-a layîqî navê mêrxasê ÿzdîayî miletîêyî hörmetlî bûye. Xeverê çetin: 1.Malxê: meznê malê, bavê malê
  • 67. 2.Serwêrîkirin- serk’arîkirin 3.Pirsgirêk- pirs 4.Zapit- dereceke eskerîêye 5.Deb- qirar, e’rf-e’det Pirs û pêþdanîn: 1.Dersê hînvin û gilîkin 2.Wezîrê T’êmûr k’îye? 3.Qe hûn çûne göndê Sorîkê? 4.K’î we T’êmûrê Wezîr nasdike, yan derheqa wîda bihîstîye? 5.Bi xeverê malxê, serwêr, deb cömla çêkin û binivîsin. P’IRA XÊRXWEZÎÊ Bi levanîna yazîyê ermenî û ÿzdî dewir û zeman r’ex hevad jîne, te’layî û destanînê hevdö p’arevekirine, lê gele cara jî mecbûrbûne miqabilî dijminê heman þer’k’arîê bikin, k’îjanê eleqetê wane xêrxwezîê diha meh’kemkirîye. Yazîa cime’ta ÿzdîya, xazma vê sedsalîa xilazîêda, cime’ta ermenîa û Ermenîstanêva meh’kem girêdaîye. Þöxölvanî û e’mirê Cangîr ag’ayê ewledê cime’ta ÿzdîayî mezin, mêrxasê ÿzdîayî miletîêyî jîyî mesela xêrxwezîa cime’tê er- menîa û ÿzdîîaye geþe. Bi e’mrê xweyî jîyî ew careke din hazirîa cime’ta ÿzdîaye bûyîna li r’ex cime’ta ermenîada, þertê heregiranda t’ev wê kirina þer’k’arîê erêdike. Nav þöxölê xilazkirina bi h’ezara ÿzdîa û ermenîaye ij þûrê t’irka û bêqezîa cîgöhastina wane berva Ermenîstana R’ohlatê dilqqedandina Cangîr ag’aye mezin hebûye. Isa jî nav þöxölê alt’in- darîa qal û cengê Serdiravê û Baþ-Aparanê emekê wîyî giranbiha heye. Ewî karibû qewatê ÿzdîa bicivîne û bi k’oma xweye siyara k’omek da axirîa þêr’e alt’indarîê- bi dayîm hiþtina navê xwe û cime’ta xwe nav bîranîna cime’ta ne kö t’enê ÿzdîa, lê isa jî- ermenîa- bi bûyîna r’emza 66
  • 68. 67 wê xêrxwezîa mezin. Îzbatîa xêrxwezîa cime’tê ermenîa û ÿzdîaye r’ojê t’eze þer’ê Arsaxêyî mayînêye, t’ev k’îjanî bûne bi seda ÿzdî. Ij wana 35 hatne köþtinê- bi xûna xwe pîrozkirina xêrxwezîa bi sedsalîa erêbûyî. Cime’ta ermenîa t’imê jî zane destê xêrxwezîêyî dirêjî xwe kirî bigövêþe, zane e’fatîa mêrxasê ij miletê din, ê kö seva dewleta wê, seva serbestîa wê þer’k’arîê dikin, qîmetke. Bi qîmetkirina dilqê cime’ta ÿzdîa nav t’arîxa ermenîa- Vazgên Sargsyanê wezîrê CE-î pêþin hila hê sala 1998-a fermanek qolkirîye, bi k’îjanê göhdarxaneke fakûltêta înstîtûta wezareta CE-e xwexweykirinêye e’skerîê kiribû ser navê Cangîr ag’a. Lê paþwextîyê, dest cîgöhastina li p’aravayîkî din, göhdarxanê r’awestandibû navê Cangîr ag’a hilde ser xwe. 20-ê meha sivatê (sala 2013-a) înstîtûta E’sekrîêda r’izma careke din navlêkirina göhdarxana de’wmeþandinêye bi navê Cangîr ag’a qewimî, t’ev k’îjanê dibûn S. Ohanyanê wezîrê CE-î e’skerîê, D. Tonoyanê dewsgrtîyê wezîrê xwexweykirinêyî pêþin, V. Avêtîsyanê
  • 69. midîrê serwêrtîa wezareta CE-e xwexweykirinêye me’lûmetdayînê û eleqetê t’ev civakê, S. Mîrzoyanê midîrê Înstîtûta e’skrîêyî berê, gênêral-lêytênant, V. Assatryanê midîrê fermandarîa h’ökömeta CE-e pirsê miletê kêmjimar û ayîna dîn, wek’îlê ÿla ÿzdîya. T’edbîr göhdarxana de’wmeþandinp’êþezanîêda- bi vekirina nîvheykelê Cangîr ag’a, destpêbû, paþê sera Înstîtûta e’skerîêda dûmîya. Wexta t’edbîrê bi k’êlmê balk’êþ S.Ohanyanê wezîrê CE-î xwexweykirinê, S. Mîrzoyanê sedrê encomana zapitaye herebilind, midîrê Înstîtûta e’skerîêyî berê, H’. T’emoyanê (H’esenê Þêx-Me’mûdê) r’ojne’mevanê CE-î emekdar û ê din pêþda hatin. Ê kö bi k’êlmê pêþda dihatin, xêrxwezîa cime’tê ermenîa û ÿzdîya, emekê Cangîr ag’ayê r’emza wê dostîêyî t’exmînkirinêyî nav t’arîxa cime’ta ermenîada r’êtî bilind qîmetdkirin. K’êlma xweda wezîrê e’skerîê, bi ferzkirina dilqê cime’ta ÿzdîayî nav t’arîxa cime’ta ermenîa, da k’ivþê, wekî ij ê pêþin V. Sargsyan emekê cime’ta ÿzdîa qîmetkirîye: “Bêh’ed ya r’emzîye, wekî îro înstîtûta ser navê V. Sargsyane e’skerîêda göhdarxana bi navê mêr- xasê cime’ta ÿzdîayî miletîê vedve, çimkî ê pêþin hima V. Sargsyan ki- rina ewledê ÿzdîaye xört nav pêkanîna t’arîxa meye t’omerîda qîmetkirîye”. Kirina navê Cangîr ag’aye li göhdarxanê wê k’omekê bide k’ûrki- rina xêrxwezîa cime’tê ermenîa û ÿzdîya, lê derecê e’merê wîye jêhîn- bûnê bona kûrsantê me wê bivne dersê wet’enh’izîyê, xêrxwezîêye xweþivêt. 68
  • 70. 69 Xeverê çetin: 1.Mecbûrbûne- qewata wan der bûye 2.Heman- yek, t’omerî 3.Meh’kemkirîye- qewînkirîye 4.Giranbiha- qîmetlî 5.R’emz- nîþan 6.E’fatî- mêrxasî 7.Ferman- e’mir, qirar 8.Göhdarxane- ot’axa dersa 9.P’aravayî- avayîkî din 10. R’awestandin- sekinandin 11.R’izm- qirar 12.Me’lûmetdayîn- salixdayîn 13.Midîr- serk’ar 14.Fermandarî- vira- k’oma xevatêye serk’arîkirinê 15.T’edbîr- kêr, derece 16.Dûmîa- pêþda çû, peyhatin bû 17.K’êlm- xeverdan 18.Kûrsant- xwendk’arê înstîtûta e’skerîê 19.Xweþivêt- degme- her t’enê cûr’ekî
  • 71. Pirs û pêþdanîn: 1.Dersê hînvinû gilîkin 2.Navê Cangîr ag’a k’engê li göhdarxanê kirine? 3.K’î t’ev derecê dibûn? 4.K’î bi k’êlmê pêþda hatine û çi gotine? 5.Vazgên Sargsyan k’îye û seva navlêkirinê çi kirîye? 6.Hûn çûne li înstîtûta e’skerîêye ser navê Vazgên Sargsyan? 7.Hevdö bigrin û bi serk’arîa dersdarê/a xwe her’ne li înstîtûtê- dîtina göhdarxanê û nîvheykelê Cangîr ag’a 8.Bi xeverê mecbûrkirin, heman, meh’kem, giranbiha, r’emz, e’fatî, fer- man, göhdarxane, r’awestandin, r’izm, me’lûmetdayîn, midîr, ferman- darî, t’edbîr, dûmîa, k’êlm, xweþivêt cömla çêkin û binivîsin ÞÖKÖRÊ K’EREM (1928-2007) XOZANDAG’Ê (T’êlî Qeymesê ÿzdî) -1- Wer, xozanê, lêlê, wer, xozanê, De, bira Xwedê xirav bike war, wark’ozê te zozanê, Xewa merîya þevê nayê- derdê wan we’wîka, r’ojê- ne derdê germê, germistanê. Dilêm, yoyo, dilêm, yoyo, wer, xozanê, Ezê k’etime qolana selef siyara, t’êlî Qeymesê ÿzdî- nayê xanê. -2- 70
  • 72. 71 Wer, xozanê, lêlê, van firîka, Xewa mîrê min r’ojê nayê derdê germê, germistanê, þevê- nayê derdê sewta wan we’wîka, Xelqê indakirîye t’ekan-t’ûka, minê indakirîye t’êlî Qeymesê ÿzdî, görzê ber cênîka, Dilêm, yo, yo, dilêm, yoyo, wer, xozanê. -3- Wer, xozanê, lêlê, wê bi mêle,
  • 73. Vêsvê avê ç’eman, kanîya, ser meda têne xöle-xöle, Xelqê indakirîye t’ekan-t’ûka, minê öndakirîye t’êlî Qeymezê ÿzdî, si- yarê h’espê qöle, Wer, xozanê, wer, xozanê, yalîk deþte, yek zozane, Ezê k’etime qolanê selefê siyara, minê bala xwe didayê t’êlî Qeymesê ÿzdî serekê siyara ney navdane. -4- Wer, xozanê, lê, bi ç’e’lêda, Minê jimirîye- t’êlî Qeymezê ÿzdî, sednod mal t’emam têda, H’erkê hûnê pirsa t’êlî Qeymezê ÿzdî dikin, t’êlî Qeymezê ÿzdî donzde xölam-xizmek’ara, dûrî van cîya, bangê samê lêda, Dilêm, yoyo, dilêm yoyo, wer, xozanê. -5- Wer, xozanê, devê r’êye, Binîda darek dara zeyt’ûnêye, Hatin, çûyîna ÿlê, e’þîrê t’emam lêye, H’erkê hûnê pirsa t’êlî Qeymezê ÿzdî ji min dikin, cinyazê t’êlî Qeymezê ÿzdî kirine t’awûtê, wê ser barê devêye. Dilêm, yoyo, dilê, yoyo, wer, xozanê. 72
  • 74. 73 Bira Xwedê xiravke warê te- zozanê, Ezê k’etime qolana selefê si- yara, min bala xwe didayê- Qeymezê ÿzdî navda nayê xanê. -6- Wey, xozanê, hey, lo, mîro, wê- bi stirî, Avê ç’eman, kanîa ser meda tên, wê- bihörî, E’skerê Me’mûd p’aþa girane, lê hêwirî, Ezê k’etime qolana selefê si- yara, minê bala xwe didayê- navda t’öne t’êlî Qeymezê ÿzdî, siyarê h’espê gölî, Dilêm, yoyo, dilê, yoyo, wer xozanê. -7- Hey, lo, mîro, Xozandag’ê binêr’- dev zinêre, Salixa, divê, bayê samê r’abûye- qir’kirine h’ezar h’evsid mêre, Ezê derk’etime qolana selefê siyara, navda t’ine t’êlî Qeymezê ÿzdî, t’imt’êla siyarê h’espa r’ih’alî, nêre, Dilêm, yoyo, dilêm, yoyo, wer, xozanê -8- Olo, mîro, ezê kavla Xozandag’ê dinêr’im- av t’önîne, Kesekê xödanê xêra t’öne- t’asek avê kanîya sar nava siyara biger’îne, Dilê siyara diþewite, not’la p’irtî bezê bizna bavê ser sêla sor- bi- h’elîne, Wer, xozanê, wer, xozanê, Bira Xwedê xiravke warê te- zozanê, Ezê k’etime qolana selefê siyara, t’êlî Qeymezê ÿzdî navda nayê xanê.
  • 75. Xeverê çetin: 1.Xozandag’- zevîya li p’ala ç’îyê 2.Xozan- zevî, zevîya dirûtî 3.Wark’oz- cîêy berxa 4.Zozan- ç’îya 5.We’wîk- cûr’ekî terewilê mînanî se, göraye 6.Germistan- cîê germ 7.Qolan- teng-ber 8. Selef- serk’arê siyara 9.T’êlî- bedew 10.Firîk- similê genime ter’e qelandî 11.Sewt- deng 12.Görzê ber cênîka- gilî derheqa biskê qîz û bûkadaye, lê li vira seva mêrê h’izkirî tê gotinê 13.Qöle- h’espê/a, wekî lez dibeze 14.Bangê samê- bayê samê, bayê germe 15.Bihörî- derbazbû 74
  • 76. 75 16.Hêwirî- sekinî, qesidî 17.Gölî- vira- bedew, dêl-bijû vegirtî 18.T’imt’êl- k’incê mêraye e’skerîê 19.R’ih’al- ç’ek, sîlih’e Pirs û pêþdanîn: 1.Têk’sta k’ilamê ezberkin û bêjin 2.Þaxekî k’ilamêyî dengnivîsî bibihên, hînvin û bêjin 3.Gilî derheqa k’ê û çi qewmandinadaye? 4.K’ilamê k’î davêje ser k’ê? 5.Dengbêj Qeymesê ÿzdî mînanî çi dike? 6.Bi xeverê xozan, wark’oz, germistan, firîk, sewt, qöle, t’imt’êl, r’i- h’al cömla çêkin û binivîsin XEVATÇÎÊ P’IR’EMEK Meseleke cime’ta meda tê gotinê: “Xevatçîê xweve, H’izkirîyê xelqêve”. Evî gilî bejna ewledekî cime’ta me dikir, ê kö salê dûr û dirêj ber dewletê qölixkir, kêrî ne kö t’enê xwe, dewletê, lê isa jî- cime’ta me hat û îzeke bîranînê pey xwe hiþt, wekî peyhatî wêda her’in. Gilî derheqa Baylozê Çaçandaye, ê kö sala 1910-a neh’îa Axbaranêda diya xwe bûye. Pey xilazkirina mek’t’eveke þeherê T’ilbîsêr’a ewî xwendina bilind þeherê Lênîngradêda (niha Sankt Pêtêrbûrg) stendîye. Em bi çend cömla derheqa stendina xwendina Baylozê Çaçanda dinivîsin û emê binivîsin, lê gere em bidine ber h’esêv, k’a weke sedsalîkê pêþda h’alê cime’ta me çi bû, û goveka xwendinêda h’al-h’ewalê meyî xwendinê çibû.
  • 77. Isa wekî, em dikarin bêjin, kö Baylozê Çaçan ij ewledê cime’ta meye pêþinbû, ê kö xwendin, ew jî- ya bilind, distendin û dibûne pêþîk’êþ û fikirdarê cime’ta me. Çaxê ewî Lênîngradêda xwendina bilind stend, paþda veger’ya Er- menîstanê û bû serwêrê mek’t’eva göndê Karwanserayê (niha Sadûns). Sala 1933-a ew dive xevatçîê p’ara neh’îa Axbaranêye xwendinê. Sala 1934-a ew tê bijartinê sûdê neh’îa Axbaranêyî cime’tîê. Lê çar sala þönda ew mek’t’eva wezareta bêqezîabûna miletîêye opêratîvda dixûne, pey xilazkirina k’îjanêr’a xeleqa neh’îa Axbaranêye bêqezîabûna miletîêda dik’eve ser xevatê, lê salê 1940-41-ê dive serwêrê p’ara neh’îa Ermenîstanêye Basergêçerêye (niha- Vardênîs) bêqezîabûna miletîyê. Lê ij sala 1941-ê h’etanî sala 1948-a neh’îa Axbaranêda dive serwêrê para neh’îêye bêqezîabûna miletîê. Salê xevatê, diha r’ast- sala 1947-a, ew p’ara fakûltêta zanîngeha R’ewanêye dîwanîye hiqûqîêye dîwanîye dûrekeda tê hildanê. Sala 1948-a h’etanî sala 1953-a ew dive serwêrê p’ara neh’îa Vêdîêye bêqezîabûna miletîê. Pey xilazkirina îdara xwendinêye bilindr’a ew vedger’e ser qölixa xweye neh’îa Basergêçerêye berê. Salekê þönda go- veka bêqezîabûna miletîêda- neh’îa Te’lînêda, dik’eve ser xevatê, lê paþê- neh’îa Anîêd. Sala 1963-a, 53-salîêda, Baylozê Çaçan bi r’öt’bê padpalkovnîk þöxölvanîa xweye xevatê meqametê bêqezîabûna miletîêda xilazdike, lê serhatîya xweye xevatê hila hê ser hevda nayne, ew goveka wezareta trans- portêda dixevite- dive serwêrê p’ara kadra, li k’ö h’etan sala 1983-a di- xevte. Serhatîya Baylozê Çaçane xwendinê û xevatê þe’detîê dide, wekî ewî r’êke xêrû berek’et qedand û saya wê yekê bû, wekî ew layîqî r’e- wayê dîwanîye baþqe-baþqe bû û qedrekî giran ber derge-dîwana qa- zinckir û nav-dengê cime’ta me bilindkir. Belê, em gere xwe xwendinê, zêdekirina zanebûna bigrin û bixevtin çawa bi zanebûn, isa jî xevata xweye r’ûspî, navê miletê xwe bilind xweykin û seva nisilê paþwextîê bivne þemdana xwendinê û pêþ- daçûyînê, çawa wekî- Baylozê Çaçan bû, ê kö isa jî malxê mala giranbû- 9 zar’ pey wî k’etin. 76
  • 78. 77 Xeverê çetin: 1.Fikirdar- merivê, wekî xevata wan ya bedenî/fîzîkîê nîne 2.Opêratîv- lez 3.Xeleq- govek 4.Hiqûqîê- qanûnzanîê, qanûnnasîê 5.R’öt’b- derece 6.Þemdan-mînanî lemp’êye, k’îjan r’onkayê dide Pirs û pêþdanîn: 1.Dersê hînvin û gilîkin 2.Baylozê Çaçan çi xwendin stend? 3.Ew li k’ö xevitî? 4.Bi xeverê fikirdar, xeleq, hiqûq, r’öt’b, þemdan cömla çêkin û binivîsin ORDÎXANÊ CELÎL (1932-2007) MESELÊ CIME’TÊ 1.Avaya mala- li ser jinaye. 2.Ava xwestya- Nak’eve h’estöya. 3.Av zane- binav li k’öye. 4.Bavê xwe köþtye, gor’ê sond dixwe. 5.Bayê cahila gör’e. 6.Biharê- pez, Havînê- r’ez,
  • 79. Zivistanê jî- ez 7.Vira na- li deþta R’ewanê. 8.Vir wada t’emaþke. 9.Vir’ û derewa mal ava nave. 10.Ga dik’eve, K’êr lê ze’f divin. 11.Gaê baþ- pê serbara, Mêrê baþ- pê xevera. 12.Geveza nînve- mî û görê t’ev biç’êrin. 13.Daê- bih’ökê, Jinê- r’öh’ikê 14.Dar- berê xweva e’yane, Mêr- navê xweva. 15.Dêla miþk malêda ar nagre. 16.Ê zane, hemîn- zane, Ê nizane- baqê nîskane. 17.Ê dik’eve govendê- gere xwe bih’ejîne. 18.Ê ij avê ditirse- dik’eve ÿgir. 19.Eger tö dixwezî kör’ê xwe bikî mêr, Bike þivan, 78
  • 80. 79 Lê- zû bîne mal, Hê- nebûye h’eywan. 20.Ez göla berbir’o nînim. 21.Ez- penêr, tö- k’êr. 22.E’melê xirav- çênavin, Mirîê gör’a- r’anavin. 23.E’mrê xayîna- kine. 24.E’cel hat- nade mecal. 25.Jêr r’ûnê, jor xevernede, Jor r’ûnê- jêr xevernede. 26.Je’r nema me’rar’a, Namûs- nema mêr’ar’a. 27.Ij göra- birçîtire, Ij me’ra- te’zîtire. 28.Zarê xweþ- bihara dilaye. 29.Zar’ negrî- dê þîr nadê. 30.Ze’vê malê, Kör’ê malê. 31.Îro- îroye, Sivê- sivêye. 32.Î’ysan- dike t’ivdîrê,
  • 81. Xwedê- dike t’ig’dîrê. 33.Îro- dora weye, Sivê- dora meye. 34.Ya zarê te- minr’a, Ya dilê te- ter’a. 35.Yeke xwe bêje, Dödê- hevala bêje. 36.Yek- yeke, Dödö- k’omeke. 37.Kanî- serkanîêda þêlûdive. 38.Kapeka salê- salêda diçe. 39.Kevç’îya- t’opkir, H’eska- belakir. 40.-K’ûsî, çima isa p’îsî? -Xwedê isa e’nîa min nivîsî. 41.K’öm hevin- serî ze’fin. 42.K’ömê Xelo dide serê Celo, K’ömê Celo- dide serê Xelo. 43.Leglege- ç’e’vbeleke. 44.Li gemîyê siyarbûye, Gemîçîr’a þer’ dike. 80
  • 82. 45.Lingê xwe diþqite- tê ser xwe, Lê zimanê xwe diþqite- nay ser xwe. 46.Malo- xûç’ û xalo, Bêmalo- bêxûç’ û bêxalo. 47.Mal t’êre, Kevanî- þêre. 48.Mal- birçîye, Kevanî- çerçîye. Xeverê çetin: 1.Binav- þînkayî 2.R’ez- tirî, mêwa 3.Geveze- merivê xirav, ê þer’ û bög’dana dikin 4.R’öh’ik- r’öh’ 5.Dêl- vira- poç’ 6.Nîsk-navê hêþnayîkêye xwe- rinêye 7.Xayîn- merivê dijmin, bêît’bar 8.E’cel- mirin 9.T’ivdîr- k’ar, miraz 10.T’ig’dîr- mirin 11.Kapek-gîhayê hûr 81
  • 83. 82 12.Gemîçî- ê gemîyê dajo 13.Çerçî- vira- p’arsekçî Pirs û pêþdanîn: 1.Mesela ezberkin û bêjin 2.Fikra mesela þirovekin 3.Hûn jî mesela zanin, wekî dersêda t’inene? 4.Meselê, wekî dersêda t’inene, binivîsin û xweykin 5.Bi xeverê binav, r’ez, geveze, nîsk, xayîn, e’cel, t’ivdîr, t’ig’dîr, kapek cömla çêkin û binivîsin AH’MEDÊ GOGÊ (1937-2003) HATINA MÎRÊ ÞÊXA (p’arek ij k’itêva “Dengê kal- bavê me”) Go, wê salê t’emam hîvîya hatina Mîrê þêxa- serk’arê anîna dînê ÿzdîa bûn. Go, Xwedê, ew çend r’ojbûn, göndda hema ösa derheqa vê yekêda xeverdidan, gilî dikirin, derheqa serhatîya qewalekîda, wekî bibû mêvanê göndekî ç’îyaê Sînekê. Dêmek awa: carekê qewalek ji Îraqê, ji cîê germ tê vira- ç’yaê Sînekê. Go zivis- tan bû. Qewal, go, ji destê hev dir’evandin. her yekî dixwest bive mala xwe, çimkî bi wî
  • 84. 83 ç’e’vê wan Laliþa Nûranî dik’et. Her yekî dixwest xeverdana wî bibihê, çimkî ewî ber dîwana Þîxadî qölixkiribû. Giþka ew, çawa divêjin, dih’evand. De, wet’enwarê wan bû,… . Ew jî çi welatî, li k’ö zyareta miletîêye. Û ya ferz, ya sereke- ew mêvan bû. Go, ew diçû k’îderê, jêr’a serbir’ hebû. Go, Xwedê, þabûn nedigihîþte þabûna göndîya. Ewna merîya diþînine göndê mayîn, giþka pê dih’esînin. Nav ÿzdîê qeza Sörmelîêda þabûneke weke de’watekê bû. Sivetirê 5 syar binya mêrgêda xanê dikin, gelek r’adivne ser xanya, hinek bi sol- gora didine nava ç’emê mergê… Ewana binya göndda ser ç’em r’astî hev tên. Evana xoþ-bêþê di- dine hev, ji h’espa pey divin, diçine destê mîr û dizgîna h’espê xwe di- grin, dixwxzin p’îya her’in, lê dereng bû, göndda cime’t bêsebir hîvîya mîr bû. Mîr divê, bo, babo, hûn bextewarin, ûrisê ç’e’vþîn dostê weye, hûn bin p’er’ê wîdane. Lê ya me? Em her wa nava agir-alavêdane. R’oma r’eþ me nah’ewe, giþka hîndike, wekî qedrê me negrin. Cahil dest xweda dizgînê h’espê wan digrin, lê Þemê Biro, wekî îdî e’mirda mezin bû, dizgîna h’espê mîr digre, diçe destê wî, divêjêda, kö eva çend r’oje, qe ew bîra göndîya dernak’evin, mijûlîyê wan qe- walin, Laliþa Nûranîye. Mîr divê eva çend r’oje me berê xwe daye göndê we, lema jî em k’etine bîra we, hatina me niqitîye dilê we. H’etanî def û zör’ne tên, gönd göndîtî tên, ber mîr ta divin. Gelek ç’e’vê xwe bawer nakin, wekî Mîr k’êleka wan r’ûniþtîye. Wê þevê þabûna weke de’watekê bû. Cime’ta gönd ser hevr’a diçû dihat. Govend girtibûn. Qewal beyt’a Þêxalê Þemsa divêje. Mîrê Þêxa derheqa dostîêda jî gelek gilîê xweþ dike, dike bîra wan þer’ê sala 1828-a li besta R’edwanê, hinda bajar’ê Dîarbek’irê, þer’ê Miç’oyê þêx Îsaê û K’eþîþ Poloyî miqabilî dewleta R’omê. Wan bi mêranîa xwe eskerê R’eþîd p’aþa h’incir’andin û navê mêrxasî- êyî h’eta-h’etayê qazinckirin. Mîr îsmayîl
  • 85. Xeverê çetin: 1.Qewal- xizmetk’arê ayîna dînê ÿzdîa, wek’îlê mala mîra, wekî def û þivêvîa dixin 2.Sînek- warê jîyînêye, wekî niha e’rdê T’irkîaêdaye 3.Serbir’- h’eywana þerjêkirinê- pez, dewar 4.Xoþ- bêþ- silav-k’ilav 5.Nah’ewe- vira- ij wan venager’e, nasit’ire 6.Ta divin- ber serê xwe datînin, qedir digriný Pirs û pêþdanîn: 1.Dersê hînvin û gilîkin 2.Gilî derheqa k’îjan mîrê þêxadaye? 3.Ders derheqa k’îjan we’deyîdaye? 4.Hûn navê Mîrê þêxa zanin? 5.We mîrê þêxa dîtîye? 6.Bi xeverê qewal, serbir’, tabûn cömla çêkin û binivîsin TIHARÊ E’MER (1922) LEYLÊ Û MECRÛM (bi hine göhastina) Bi gotina gotîya, dewletîk hebûye, hebûna wî bêh’ed-bêh’esav bûye, xayê kerî-sûryê pêz, naxirê de- wara, r’evoyê h’espa, zêr’ û zîv bûye. Lê tö were lê binihêr’e, t’imê melûl, me’dekirî, fikir û fikir- mîþbûnêda bûye. Eger evara xölam, xizmetk’arê wî diçûn hêsa dibûn, r’adizan, lê ew û k’ölfeta wî h’e- tanî ÿvarê dereng r’ûdiniþtin hevr’a qise dikirin, köl û derdê xwe hevdö p’arevedikirin, axirîya xweye bêzör’et bîrtanîn û hevr’a digotin, ev hebûna meyê k’êr’a bimîne, k’ê wê lê bive xwey, bive r’isqê k’ê? Awa herr’o dilûvandin, ber xwe dik’etin, pêr’a jî kal-pîr dibûn, bêseh’et û bêqewat dibûn. Þevekê ewê dewletî xewna xweda divîne 84
  • 86. 85 kalekî r’ûspî wîr’a divêje, tö çima ösa melûlî, ber xwe dik’evî, ne axirkî hebûna dinê ya teye, xör’a bide- bistîne, bixwe-vexwe, dinêda mirin heye. Dewletî divêje: - Ez gazina hebûnê nakim, lê teva e’yane, ezî bê zör’etim, bê ewledim. Lema axirîya min ser p’ûçîêye, ez û k’ölfeta min h’al k’etine, emê r’o- jekê bik’evin bimirin. Lê gelo, ev hebûna meyê bive r’isqê k’ê? Kalê di- vêje dewletî: - Qe ber xwe nek’eve, hebûna teyê hêdî-hêdî ji destê teyê derê, gava kör’ê te mezinbû, tê bizewcînî, hema þeva pêþin, wextê diçe herêma xwe, cem dergîstîya xwe, wê e’mrê Xwedê t’amamke, lê wekî nezewce, ew namire. Ew xewna xwe k’ölfeta xwer’a þirovedike û herd jî têne ser fikrekê, kö xewne, divek r’ast derê, yanê jî- derew. R’oj pey r’oja diböhörîn, k’ölfeta dewletîr’a zar’eke kör’în dive. Þabûn dik’eve ÿlê, dewletî qörbanê dide, pez, dewara þerjêdike, cînar, qewm-pismam, têne ç’e’vr’onaya dewletî, h’eftêkê þönda gire- girê ÿlê, qewm û pismamê wî têne mala dewletî bona navekî li kör’ê wîkin. Navê wî datînin Meh’med Emîn. H’erkê zar’ê mayîn meh-meh mezin dibûn, lê Meh’med r’oj bi r’oj mezin dibû, bedew dibû, ösa bedew dibû, çawa divêjin, meriv bi herdö ç’e’va nikaribû lêbinihêr’îya, çiqa mezin dibû, haqa aqil- k’emal dibû, bi firaset û qedirgirdibû. Meh-meha, sal bi sala derbazdibûn, îdî wexta wî zewacê bû. Gire- girê gönd, qewm û pismama hert’im digotne bavê wî, kö wexta kör’ê te zewacêye, lê ewî davîte r’oj bi r’oj, qörfa xewnê ji dilê dewletî dernedik’et, gilîyê kalê xewnê herdem ber göhê wî bû. R’okê gava gelekî h’etka wî birin, ewî eþqera xewna xwe wanr’a þirovekir, hineka bawernekir, hineka jî go, ÿ, xewne, xwe h’emû xewn ner’astin. Bi gilîkî, dewletî dane bawerkirinê, wekî kör’ê xwe bizew- cîne. De, bi qewm-pismamava qîzeke bedewe anegorî Meh’med Emîn xas- tin, h’eft r’oja, h’eft þeva def-zör’ne, t’ölimbe û t’embûr, de’wateke hêle kirin. Bona bûk û ze’vê odeke cödada cî hazirkirin- bona Meh’med Emîn her’e cîyê xwe, cem dergîstîya xwe, herema xwe. Gava Meh’med Emîn dixaze nêzîkî dergîstîya xweve, r’öh’istînê mirinê ser’a disekine, r’icafa mirinê Meh’med Emîn digre, dergîstîya wî cavê digihîne dê, bavê, bavê Meh’med Emîn. Gava dê, bav ç’e’v ewledê xwe dik’evin û di- vînin, kö ber mirinêye, bavê wî gazî Xödê dike, bona r’öh’istîn dewsa kör’ r’öh’ê wî bistîne, lê wexta r’öh’istîn çok dide ser r’öh’ê dewletî,
  • 87. ew pêr’a-pêr’a divêje, na, her’e ser xayê kêrê, ez r’öh’ê xwe nadim, diya wî jî divêje ez r’öh’ê xwe nadim. A lema cime’t divêje: “R’öh’ þîrine, kesekî ber t’ö kesî r’öh’ê xwe nedaye”. Wê demê dergîstîya Meh’med Emîn xêlîya xwe wêda davêje, ber r’öh’istîn t’emene dive, divê dewsa Meh’med Emîn r’öh’ê wê bistîne, r’öh’istîn dinihêr’e, kö bûk bi dil r’öh’ê xwe dide, r’öh’istîn bi qirara R’ebê A’lemê dibexþîne Meh’med E’mîn. Herdö göl hev þabûn, berbanga sivê r’öh’istîn ber Meh’med E’mîn disekine, r’öh’ê wî distîne… Dergîstîya Meh’med Emîn pê dimîne, neh meh þûnda ewledekî nêrîn jêr’a dive, navî wî datînin Mecrûm. Hilbet, ew hebûna dewletî ne nola berê bû, dewletî û k’ölfeta wî jî wefat divin. Dayka Mecrûm bi namûs û xîret, ser kör’ê xweyî Mecrûm û wê mala k’esîb r’ûdinê, qorî dike. Mecrûm r’oj bi r’oj mezin dive, bejin-bal, bedewîya xweva ji hevalê xwe cöda dibû. Meh û sal dihatin û diçûn, îdî wextê zewaca Mecrûm bû, ÿla bavê xweda qîzeke bi dilê xwe dît, çawa divêjin, qîz nîbû, h’ösölcemal bû, navê wê jî- Leylê bû, qîza dewletîyê gönd bû.. R’ojekê Mecrûm divêje dayka xwe, kö her’e Leyla qîza dewletîyê gönd jêr’a bixweze, lê dayka wî qayîl nave, divêje kör’ê xwe: “Lao, em k’esîv û belengazin, k’ê dîtîye dewletî qîza xwe bide k’esîva, ÿt’îma? Ew tiþtekî nebûyînêye, were destê xwe wê yekê bik’þîne, were qîzeke hink’ûfî me bivîne, ezê her’im bixazim. Mecrûm dayka xwer’a qayîlnave û divêje: -Deyê, heve-t’öneve, ew Leyla mine. Dê divêjê: -Leyla tö divêjî, bedew, r’inde, Ew ç’e’vbeleke, bejin bilinde, Lê ew ger’oka nava gönde. Mecrûm divê: -Erê, dayê, erê, dayê, Çima divêy wan gilyane, Çima didî Leylê wan e’ybane? Dayikê got: -Kör’ê mino, t’ayê t’enê, Ez þikberim ji qödretê, 86
  • 88. 87 Xö xapîayî ji möh’betê. Feleka me xayîne, Bi dilqê Leylê qîamete Te dixapîne, dû me tê. Bike gör’a daîka dilbar, Þîrê sipî, feqîr û jar, Leylê bîrke. Bext, ît’bar: Ter’a bixazim yeke kinar… Mecrûm got: -Herê, daê, herê, daê, H’öba dil agirê gör’e, Ew agira naê r’aê, K’ê h’öba dil ne bawere, Ew ne ji ometa p’êxembere… Herê dayê, herê dayê, R’aste, Leylê dilqê meryane, Lê r’öh’va- ew ji horîyane, Bi qirara r’ebê a’lemê, R’öh’ê min û Leylê hevr’aye, Yazî- miqedera me ösaye, Herê, dayê, herê, dayê, H’öva dilê min Leylêye, Ew h’öva ocaxa bûk, ze’vaye. Eger Mecrûm bi r’öh’ û can Leylê h’izdikir, Leylê- h’ezar yek carî Mecrûm h’izdikir. Wana xewna þevada bi r’öh’ hev dîtibûn û bi kilç’ikê mih’betê, biska bûk û ze’va hatibûn xinêkirinê. Lê xênji dê, bavê Leylê û birê wê, t’ö kesî nizanbû. Wana nedixast, kö ev yeka belave, jêr’a e’t’b h’esabdikirin, kö ewledekî ji maleke k’esîve belengaz bive ze’vê mala mîr, h’akima, dewletîya, ne axirkî çendik û çend cara ji mala mîr, h’akima hatibûne xazgînîyê Leylê, lê ewê t’ö kes begemnedikir û ne jî- dixast, birê wê nedixastin, qêmîþî xûþka xweye tayê t’enê nedikirin, bi her teherî ber dilê wêda dihatin, þîret dikirin, lê r’a h’öv û h’izkirina Leylê û Mecrûm nedikirin. Lê bira careke mayîn bi lava, dileka berbir’î xûþkê bûn: “Leylê, tö omida me h’eft biranî, Xanima carya, qîza mîranî,
  • 89. Tö xödana deve-delîlanî, K’oç û barî, r’a-t’ivdîrî, Bîrke, Mecrûmê feqîrî…”. Çi jî kirin herh’eft bira, Tîra Mecrûm tîra nar, Dilê Leylê lêda, çû xar. Hat h’eyamê koç-zozane, Cav dan Leylê, h’eft birane, Gotin: - Leylê, tö omida dê û bavî, R’ave, li zozana em bivin mêvanî, Daynin ber kanî, çayîr-çîmane, Vexön avê kanyane, Biçinin baqê gölane, Leylê go: -Birano, hûn t’acê minin, Oxirve wer’a, bi xêr veger’in, Lê eze ser r’ême, Wele, mêvanê qebrême, Min e’yanbûye xewna þevane, R’öh’ê xwe bidim, cem dê-bavane. Wexta Leylê bi heylomanî cava bira da, kö naxaze t’evî wan her’e zozana, bi dilê k’eder ç’e’vê hev nihêr’în û awa gotin: -Tö xûþka meyî, omida meyî, Gotin yeke, nave döda, Me ter’a girtîye hêsirê gömane, Bi h’isreta warê kal-bavane, Em te t’enê nahêlin li van derane, Emê t’ev te her’in warê salane, Bîn-beresîyê göl-sosina, Avê ç’em, kanîyê gelîya, Xêr-silamet emê dîsa Veger’ne xödanê kal û bava… Leylê dît xever naçin ber xevera, Gilîyê wê p’ûçin li ber bira, Me’nîk li wir girt, hilda cêr’e, 88
  • 90. 89 Lezand berbi kanîya Sincanêye,… Kanîya Sincana, nav gîhayê gaz, Leylê bihîst stirana Mecrûmê bi saz, Mecrûm hîvîyê bû bêsebir, Xatir bidayê dilî jar… Kanîyê Sincana, kanîyê zîaretî, Leylê û Mecrûmr’a xêla möh’betê, Hev t’êrnedibûn, h’öva h’isretê, Wanr’a ew ma bayê cinetê, P’ara wan k’ete yazî-qîametê… Belê, h’öva wan, h’öva yazî-miqederê bû, bi xastina R’ebê A’lemê bû, kö kesîr’a e’yan nîbû, ew evîntî çiqa diçû, gör’ û germ dibû… Awa r’ojeke meha h’ezîranê mala bavê Leylê ÿla xweva derk’e- tine zozana, Leylê û Mecrûm ya xwe kiribûne yek, wekî ser kanîya Sincana r’astî hev bên. Mecrûm pêþîyê çûbû ser kanîyê, bêsebir hîvîya Leylê bû. Leylê bi teherekî ji k’oça bavê xwe diqete, tê xwe Mecrûmr’a digihîne. Ser kanîya Sincanê herdö dik’evne be’ra h’övê, hev þadivin. Mecrûm serê xwe datîne ser çoka Leylê, xewa h’övê wî digre, r’adizê. Leylê qêmîþnake dey lêke, morîya xewê dike göhê Mecrûm, serê wî datîne ser baqê göl-sosina û xwe digihîne k’oça bav û bira. Ewê dilezand, pêr’a jî bi dil bang dike: “Hey, wax, li min, hey, wax, li min, Min ç’e’vê xwe korkir, Ser kanîya Sincanê, Mecrûmê xwe xewkir, Qe nizanim, min hîvya k’ê
  • 91. hiþt. Heylo, li min, heylo, li min, Bira derên herdö ç’e’vê min. Ez diçime çîya, zozana, Nav göla, çayîr-çîmana, Lê Mecrûm maye arana, Wê bive xörê miþk û me’ra… Leylê xwe k’oça bavêr’a digihîne, lê dîsa dilûvîne, dixaze xwe qayakêda bavêje, lê birê wê digrin, ber dilê wêda tên, divêjnê xwedêgi- ravî hema ji warê e’wlinda wê veger’in, lê ç’are Leylê nedibû, ewê dîsa dilûvand: “Rêwîyê r’îa, ezê xwe bikim qörbane, Döa’ dikim oxira cindîyane, Mecrûm xilazkin morîya xewane, Ç’îayê bilind, avê sar, Hûn deng didin, têne xar, Cinyazê Meþrûmê minî k’aw, Ser kanîyêye- bêhewar. Dilê xeder tîrek serî, R’öh’ min bû e’wrê te’rî, Mecrûmê mir’a t’ine hewarî. La dêranê, la dêranê, Leylê körbûyê herdö ç’e’vanê, Mecrûm maye germistanê….”. Ewê gazî R’ebê A’lemê kir, kö r’öh’ê wê t’evî Mecrûm bistîne, r’ûbarê dinê nemîne, tirsa bira newêribû navê Mecrûm bide, her digo eze nexaþim, ezê bimirim: “Zêndî, r’êwîno, ahilê mirinê, Her yek mexberek pêþyê, Ezê jî her’im li wê r’ê. R’öh’ê min t’evî r’öh’ê Mecrûm, Bira hilk’iþe e’zmanê þîne”. Þevekê ji þeva hîvê þewqa xweye zêr’în avîtbû ser cî-nivînê Leyla evîn, ewê bi agirê dilê xweyî gör’ hîvêr’a xeverda: “Hîvê, hîvê, hîva t’ezeye zêr’în, E’slê xweva tö e’sasê Ferxedîn, 90
  • 92. 91 Ser te dimîne navekî hevîn, Nedîra te ser e’rdû e’zmîn, Mecrûmê min xewa bi miraza, Gelo, te dît, h’iþyarbû, yan- r’aza?”. Hîv k’êlimî bizar: “Benda sûck’ar û gönek’ar, Mecrûmê te nav qamîþ, gîhada, Maye t’enê, bêsit’ar, Xazla mirinê, nesaxbûnê”. Leylê got: “Ha, bê hîvê, ha, bê hîvê, Min feqîrê, min me’rûmê, Dilê min te kir birîndar, Bi wê tîra zore xedar. Daxûlim ber R’ebê A’lemê, Qödreta R’ebê K’eremê, R’öh’ê min, t’ev r’öh’ê Mecrûm, Bive e’smanê jorîn… Awa bi k’ewgirî, bi jar, belengaz, bê deng-h’is Leylê r’ojê xwe derbaz dikir. R’ojekê xort û qîzê wê zomê k’arê xwe kirin, kö her’ne bindarûkê, dîya Leylê bi zorê, bi lava-dîleka Leylê jî wanr’a danî, t’emî dane heval-hogirê wê, kö miqatî wêvin, pêbih’esin, çika çima Leylê r’oj bi r’oj ösa dih’ele, derdê wê çîye, divek nexaþe, yanê evîndare. Qîz û xorta ew bi zorekê birin, li ser kanîya govend girtin, lîstin, sti- ran, lê Leylê me’dekirî dûr r’ûniþtibû- xiyala ew biribû kanîya Sin- canê, cem Mecrûm, xwexwe xwer’a digo: “Ez me’rûmvim, Göra serê ç’îyavim, Ez hatime van zozana, Ez bûme seveva Mecrûm, min ew hiþt li arana, Li wê germ-germistanê, goþt h’elîaye, H’estû maye”. Leylê dît wê teyrekî çîl-qerqaþ ji e’zmanê jorin ser wêr’a di- fir’e, dike qibîn, Leylê xwe wîr’a digihîne û berbir’î wî dive:
  • 93. “Teyro, teyrê jorin, k’awo, De bisekine, ez qörbano, Be’seke bi xêr, de tö bêje, Dilê imn ji k’erba dêþe”. Teyr gotê: “Zerîya nava zerîya, De dûrk’eve ji hevala, Ezê bêjim h’al û h’ewala…”. Leylê dike, dilezîne, Xwe wî teyrîr’a digihîne. Teyr divêje: “Li kanîya Sincanê bendek lêye, Li nav qamîþ, gîha k’etîye, Nizanim saxe, yan mirîye”. Leylê got: “Teyro, belkî ser te sayî bûya, P’er’-baskê te weryayî bûya, Ev cava ne bi xêr te negota. Hey, wax, li min, hey, wax, li min, Dilê min jare, p’ir’ kölîn, Lê nave derman, h’ekîm. Min h’izreta ç’e’vê xömar, Gelo, ezê bivînim dêmê xal? Dik’ewgire dilê min jar…”. We’dê zozana derbazbû, hat we’dê dagêr’ê, ÿla barkir, berê xwe dane qijla. Leylê bi dilþikestî pêþîya k’oça k’et, meþîya berbi ber’îya jêrîn, bigihîje Mecrûm… Ÿla bavê Leylê dager’îya ber’îyê, êra xweye berê cîwarbû, konê xwe vegirtin, Leylê hahanga cêr’ê xwe hilda, xwe kanîêr’a gîhand. Gava Mecrûm dît, cîda bû r’isas, goþtê wî h’elyabû, h’estîyê wî bela-be- layî bibûn, qamîþê göhê wîda davê zengîyê h’espa. Leylê îdî nesekinî- pêr’a-pêr’a h’estûyê wî t’opkir, yeko-yeko bi dilê xweyî k’ewgirî gîhande hev, dest avîte qamîþ, ji göhê Mecrûm derxist. Hêsrê Leylê wek te’vîyê baranê hestûyê Mecrûm þûþtin. Bi qirara R’ebê A’lemê, yekî jorin, r’öh’ ber Mecrûmda hat: weke berê- serê wî ser çoka Leylê, got: 92
  • 94. 93 -Leyla mine k’aw û bedew, te çima ösa zû ez ji xewa þîrin r’akirim? Leylê got: “Mecrûmê min, em çûne zozana, Dager’yane arana, Golkê me bûne canegane, Berxê me bûne berane, Hela r’ave binihêr’, Ev çi sale, çi zemane?” Mecrûm gotê: -Leyla min, hûn çûne zozana, Bi xêr veger’yane arana, Lê te çir’a mir’a neanî Göla sore- wan zozana? Leylê got: -Min sond xaribû di sondane, Seva te neqörç’înim gölê sore serh’edane, Min venexar ava kanîê belekyane, Min neçinîye r’ih’ana dor ç’emane, De, r’ave, binihêr’ ev çi sale, çi zemane. Hêja Leylê û Mecrûm hevr’a k’etine heqelorîya, eþq û þabûna möh’betê herd qepeç’ekiribûn. Deng digihîje h’eft birê Leylê, wekî Leylê û Mecrûm ser kanîya Sincanê hev þadivin. Hêja namûsa xîretê wan digre, bi lez r’adivin diçine ber bi kanîyê, qirar dikin hema ser kanîyê wan herda biköjin. Leylê dûrva t’exmîn dike, kö birê wê bi hers dilezînne berbi wê û e’se çawa wê, ösa jî- Mecrûm wê biköjin. Leylê çok dide e’rdê, herdö destê xwe bilind dike, hewara xwe yekê jorîn dadixe: “Xödêyo, te r’öh’ da hestyane, P’er’-baska didî teyrane, Me bikî dö steyrkane, Bavê goveka e’zmane…”. R’ebê a’lemê dengê wê dibihê, h’öva wana ç’ike zelal di- vîne, wan herda dike dö steyrkê geþ, davêje e’smana. Cime’ta me
  • 95. 94 divêje ew herdö steyrk salê dö cara li r’ûyê e’zmana diç’ûrisin, r’astî hev tên, carekê serê biharê û havînê, carekê jî- serê havînê û payîzê, hevdö þadivin. Wanar’a divêjin steyrkê mirazbexþ, k’ê wan li e’zmana divîne, mirazê wan mîaserdive. Xeverê çetin: 1.Bêh’ed- ze’f, bêh’esav, bêsînor 2.Qise dikirin- xeverdidan 3.Zör’et- zar’ 3.Dilûvandin- ber xwe dik’etin, digiryan 4.R’isq- hebûn, hebûk 5.Herêm- ot’axa jin û mêr 6.Fir’aset- aqil 7.Qedirgir- ê qedrê meriva digre 8.Qörf- tirs 9.H’etk- zeyle 10.Eþqer- vira- serecem 11.T’ölimbe- t’ölim 12.T’embûr- hacetê sazbendîêyî bi sîmaye 13.Hêle- giran, xweþ 14.R’ebê a’lemê- navekî Xwedêye 15.Qorî dike- xweydike 16.H’ösölcemal- ze’f bedew 17.Qödret- qewata Xwedê 18.Dilbar- ît’bar, amin 19.Jar- belengaz 20.Kinar- nêzîk, p’er’ê gönd, dor-ber 21.Kilç’ikê mih’betê- kilç’ik bi fikira r’ast ê ç’e’vkildanêye, vira- gilî derheqa evîntîêdaye 22.Xinêkirin- bêqezîa xeweykirin 23.E’t’b- þerm 24.H’akim- merivê maqûl, qölixa bilind 25.Carî- jinê xölam, berdestî 26.Qebir-mezel, t’irb 27.Heylomanî- dilmayî, bîntengbûyî
  • 96. 95 28.Bîn-berasî- bîn-böxs 29.Gaz- çapa dirêjaêye 30.Aran- neh’îa nerm, ne zozan 31.Cindî- e’sker, bedew 32.Xeder- bêç’are, bêderman 32.Ahil- el (ehil)- binelî 33.Hevîn- h’izkirî, qedîm 34.Nedîr- r’onkayî 35.Kölîn- köl, birîn, derd 36.Xömar- vira- melûl 37.Qijle-cîê derbazkirina zivistanê 37.R’isas- h’esnekî gerî girane 38.Neqörç’înim- neçinim, neçilpînim 39.Serh’ed- ser sînor 40.Heqelorî- laqirdî, h’izkirin 41.Qep’eç’ekirin- p’êç’an 42.Ç’îk- t’emiz Pirs û pêþdanîn: 1.Beyt’-serhatîyê hînvin û gilîkin 2.Jin û mêrê dewletî çima ber xwe dik’etin? 3.Axirîa wan bû çi? 4.Mecrûm seva Leylê çi gote diya xwe? 5.Mecrûmê seva Mecrûm çi dikir? 6.Pey hevdödîtina ser knaîyê çi bû? 7.Li zozana Leylê çi dikir û çi difikirî? 8.Axirîya Leylê û Mecrûm bû çi? 9.Nêta beyt’-serhatîyê çîye? 10.Bi xeverê bêh’ed, zör’et, r’isq, fir’aset, qörf, h’etk, h’ösölcemal, e’t’b, carî, aran, cindî, serh’ed cömla çêkin û binivîsin
  • 97. 96 E’ZÎZÊ E’MER, GELO TE NEBÛyA H’ALÊ ME WÊ ÇAWA BÛYA? (k’ilama cime’tê) Xwedêva e’yane tiþtekî p’aya tê t’önîne. Birangê Ah’med û Esed- E’zîzê E’mer, Tö p’adþayê ÿzdîyê h’emdinyaêyî, Tö birazîê talib û dersdarê ÿzdîxanê- E’lîê T’emoyî, Tö xarzîê mala Ûsiv begê, H’esen Ag’ayî, Tö nevîê zor Birahîm Ag’ayî, Tö kör’xatîê Sûrênê Cangîr ag’ayî, E’zîzê E’mer, gelo te nebûya, h’alê me wê çawa bûya? Wextê sovêtîê navê Sölt’an Ÿzîdê Sor kiribûn li h’evsê, bin k’ilîtê, Qör’na 20-î- E’zîzê E’mer- birangê Ah’med, t’ö r’abûyî t’evî heval, hogirê xwe, Te navê Ÿzîdê Sor kelê da berdanê. Lê belê, r’aste, me malê xweda digot “em ÿzdîne”, Lê mer’a bi h’ökmatî nedigotin em ÿzdîne, E’zîzê E’mer, gelo te nebûya, h’alê me wê çawa bîya? Çaxê dibûn r’ojê qaymeqaymê giran- sava navê Ÿzîd, Þîrinê Ah’medê E’mer t’evî pênc bira E’lo, K’erem, Gozelyan, T’or’in, Gogo Û heval-hogira apê xwer’a dibûn piþtmêrî weke olk’eke esker. E’zîzê E’mer, te da naskirinê navê Sölt’an Ÿzîdê Sor ser t’opa dinyaê, Derxistin r’adîo, gazêt, t’eþkîlet, p’ara ÿzdîya li Akadêmyaê, k’êtêvê dersxanê ÿzdîya, Mek’t’evada vekir dersê ziman û e’debyeta ÿzdîkî,
  • 98. 97 Isa jî hejmara meriva, û bi serk’arîa te Avropayê em naskirin çawa miletê ÿzdî. E’zîzê E’mer, gelo te nebûya, h’alê me wê çawa bîya? Te derxist e’yda 1-ê meha gölanê Te nav lê kir e’yda Yektîya ÿzdîyê h’emd- inîyaê. H’er ÿzdî h’er sal malê xweda derbazkin wê e’ydê. 2002-ê salê, meha gölanê dewleta Ermenîstanê û isa jî Avropayê Em naskirin çawa miletê ÿzdî, zimanê me ÿzdîkî. E’zîzê E’mer, gelo te nebûya, h’alê me wê çawa bîya? Xeverê çetin: 1.H’emdinyaê- t’emamîa dinîayê 2.Talib- zane 3.H’evs- kela 4.H’ökmatî- dîwanî 5.Qaymeqam- çetin 6.Piþtmêrî- ê miqatî mêrê nav-nîþan, dîwanî divin 7.Olk’- k’om Pirs û pêþdanîn: 1.Têk’sta k’ilamê ezberkin û bêjin 2.Têk’sta k’ilamê derheqa çi qewmandinadaye? 3.Bi xeverê talib, h’evs, h’ökmat, qaymeqam, piþtmêrî, olk’ cömla çêkin û binivîsin
  • 99. 98 E’ZÎZÊ E’MER (k’ilama cime’tê) E’zîzê E’mer, tö zor mêrxasî, T’ö kes zemana û qör’na nekiryê nolî te, Te sava navê Sölt’an Ÿzîd Dinê-a’lem pê h’esand. Çaxê sava navê Sölt’an Ÿzîd dibû qaymeqaymê giran, Ah’med digo: E’zîz bira tö þayîþa nek’þîne, Birangê te piþta teye, Weke sed mêrîye. E’zîzê E’mer, te Ÿzdî derxistin r’onayê, Da sekinandinê navê Sölt’an Ÿzîd boy miletîê, Derxistin gazêt, r’adîo, k’itêvê zimanê ÿzdîkî, Dinê a’lem pê h’esî, T’eþkîleta ort’a miletîê, Tö r’ewakirin ordên-mêdalê akadêmîkyê. T’ö zeman, t’ö qör’na, T’ö ÿzdî nehatîye r’ewakirinê wî navî. Bira tö xweþvî sava navê ÿzdîtîê, E’zîzê E’mer tö zorî, P’er’ê Xwedê, Taûsî Melek ser milê te, Bira te xweyke sava navê ÿzdîtîêye. E’zîzê E’mer, tö p’adþayê ÿzdîayî, Xwedêva e’yane, tiþtekî p’aya tê t’önîne, Kirinê te dinê-a’lem pê h’isyaye, Qör’ne-qör’ne wê bê gotinê û naê bîrkirinê.
  • 100. Xeverê çetin: 1.Zeman- we’de 2.Qör’ne- sedsalî 3.Þayyîþ- xem 4.Birang- bira 5.R’ewakirin- p’êþk’êþkirin 6.Akadêmîk- dereca ö’lmîye bilind Pirs û pêþdanîn: 1.Têk’sta k’ilamê ezberkin û bêjin 2.Têk’sta k’ilamê derheqa k’êdaye? 3.Bi xeverê zeman, qör’ne, þayîþ, bi- rang, r’ewakirin cömla çêkin û binivîsin 99