12.07.2015 Views

Zêdetir bixwîne[PDF]... - Sadık Yalsızuçanlar

Zêdetir bixwîne[PDF]... - Sadık Yalsızuçanlar

Zêdetir bixwîne[PDF]... - Sadık Yalsızuçanlar

SHOW MORE
SHOW LESS

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles

YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.

Eyan BeyanNiviskarSadık YalsızuçanlarWergerAbdurrahman Benek


“Tenêtî dişibe baranêLi deryan da hildikişe şevanDûr, deştên tenayî da ba têHêdî diçe ezmana her tim li ezmanayeÛ ezmanan da dikeve ser bajêr”Rainer Maria Rilke


Eyan BeyanTu derya yî, ez berava te me. Ku tu tunebî ez wekî beravekî bê derya me.Derya bê berav dibe lewra berava bê derya ê çito bibe?Ku tu tunebi berava bê derya ku çito dibe ez jî wusa me.Niha tu tuneyî. Ez zanim tu li ku derêyî lewra ez te nabînim.Mîna ku ez te dibînim, nizanim. Te zanîn te dîtin e, ku ez wusa bawer dikim vê êşê ezdikşînim.Rojekê dibû êvar, roj diçu ava, emê li cîhê ku her roj me hevdu didît bûn. Wê wextê min hînnizanibû ku tenêtî li te veqetandine. Min qiymeta te nizanibû wê weqtê.Tu çuyî, roj çu ava û qet cara nehilîya.Wê rojê şunda qet min tu nedîtî.Ez ancaq xeyalên xwe da karime te bibînim. Dema ku ez xwe dihesim, mîna ku min tu wendakirîye dibim. Dema ku dibhîzim min tu wenda kirîye jî ez dîn dibim. Wendakirina te wekîaqlî xwe wenda kirine. Pêwîstîya aqil wendakirina xwe ku tu çuyî şunda min fêm kir. Fêmkirina vê jî bîrkirina wekî ku te serî wê êvarê ez berdam û tu çuyî ne hêsaneye. Ku hêsanebûya te ez bernedidam û tu nediçuy, vê difikirim û xwe tesellî dikim.Wê şevê deraqî sibê ra ku min tu di xeyalên xwe da dîtî, ku ez xwe dihesim hîn roj hilnatîye.Xwe dihesim û safî dibim.


Safî dibim û berî xwe didime te.Berî xwe didime te û tera xwe ditewînim.Xwe ditewînim û tera xwe rast dikim.Dema ku ez herî zêde nêzika te dibim, cîhî ku herî zêde min xwe tera tewandîye.Ez enîya xwe didime wî cîhî.Dengên cem te derbazî enîya min dibin. Ku ez dengî te dibihîzim hest dikim ku tu jî bervamin dadikevî. Bi vê hestê heta demekê guhdarîya te dikim. Ez te nabînim lewra dengî tekarim bibihîzim. Dengî te ku li enîya min dikeve nakeve wekî ku kêleka min da bayek têye ezhildiperim. Bedena min dicirife. Wê gavê, ez hilma teyê di hindûrî xwe da dibînim. Bihêvîyeka ku dixwezim hîn zêde rasta hilma te werim, enîya xwe datînime erdê, bera ser xalîdidim. Ku berdidim di te da şewq li enîya min dixe. Ku lê dixe wekî ku ez di neynikê dasûretekî dinêrim, karim te mêzekim. Ez li te dinêrim lê ez te nabînim.Wê rojê, ew roja ku êvarê tu dike biçuyay, ew rast hatina ku te ez berdam û tu çuyî, minnizanibû berdana te bona ku rojekê tu dîsa xwe rîya min bidî ye. Min guman kiribû ku qey texwe ra hilma min jî birîye. Hal ev e ku bona tu beravbûna min, min ra raber bikî te derya xweşunda kişandibû. Va li te şunda, ku hebuna min di valatîyê da lox bû şunda min ferq kir.Ez sî me, tu şewqî. Te ez ji şewqa xwe da peyda kirim. Dûra te ez berdame sîyê. Te ji min ragot ku pêwîste tu navberî sî û şewqê da bisekinî. Wê demê emê tevbûn. Qet ne dihate aqlîmin ku ezê karibim te berdim. Aqlî min ma hebû, wê demê min nizanibû? Ku ez wan demandifikirim bi tenê devî te tê bîra min, dîsa çavên te, gepên te, deqikê te, porê te û yek jî mijangête bîra min dikevin. Bona ku ez karibim wana bînime bîra xwe aqil ne pêwîste. Ez vê nihakarime fêm bikim.Ku te ez berdam û tu çuyî şunda min dest bi xwe ferq kirinê kir. Ez xwe hîn zêde temaşedikime. Heta demekê bê xwe min kesek nedidît. Bitenê min xwe didît. Heta wê demê minferq nekirîbû ku ez xwe ra astengim. Va jî ku te ez li xwe veqitandim şunda min ferq kir.Dema ku te ez berva berava xwe kirim qey ez bume neynikekê û li wir bitenê min xwe didît.Vê helwestê heta wextekê dewam kir. Dûra hêdî hêdî nîgara min neynikêda wenda bû, tişteknehate dîtin. Min neynikeka vala didît. Neynikeka ku qet nîgar tê da tunebûn, saf û bicîla. Maneynik ez bûm? Ku neynik ezim tu li kuderêyî? Ku ez neynikim ezê xwe çito karibimbibînim? Min bitenê dixwest te bibînim. Dema min tu di xeyala xwe da didît, wê sibê min pirêş dikişandin.


Te hezkirin ji te da bûyîn bû.Ji te da bûyîn pir zehmet bû.Te ez di nav zehmeteka hîn mezin da berdabûm.Bedena min zêde êş dikişand, min nikaribû xwe ragirta. Tiştekî ku di sînga min da hilnedihat, coşek, coşeka mezin, ku di wir da cîh nebuye lê di wir da digerîye, mîna navberahebun û tunebûnê, yek caran mezin dibu û yek caran jî hîn pir mezin dibû, coşeka wir mindidît. Bitenê ew hest kirin ez diêşandim. Min nikaribû ew qontrol bikira. Min nikaribû gotinênxwe guhdar kirin bidim. Wê bitenê mîna ku di hindûrî min da cîh bigre dikir, di hindûrî minda mezin dibû, hindûrî min mezin û fireh dikir.Dûra, ji nişkava wenda dibû.Dûra, di paş xwe da xemgînîyeke mezin diterikand.Dûra ew xemgînîya mezin dibe, hindûrî min da hil nê, çeperê hindûrî min diqelişîne, hindûrîmin da belav dibû.Dûra ew helwesta diguherîya, ne êş ne jî xemgînî, bayekî ku tu cara min tehm nekiribû dihat.Dûra ew helwesta jî diçu, dihat fikra min ku qey tu caran ezê nikaribim êdî wê bibînim. Didemên wusa da min aqlî xwe wekî dupişk, mar dihesiband. Wa ya min wilo didît çimkî wêjehr dida min. Jehr dida min çimkî min guman dikir ku vê şunda ancax ezê karibim te dixewna xwe da bibînim.Di xeyal da tu dîtin ma dîtineka rastî bû?Kesekî ku min vaya lê nepirsî nema.Herkesî tiştekî cuda digot. Qasî hejmara mirovan gotin dizivirî. Min pir guhdarîya va gotinanakir, vana min pir xwendin, pir dîtin. Dema ku min wusa kir neynika min rewnaqa xwe wendakir. Her gotinekê deqek xiste ser wê. Her tîpekê hîn zêde zeng dayê. Her peyvikekê neynikamin hinekî din tarî kir. Li ser etîketek, perçekî rojnamê, devikî tenekekî bi zeng, celbeka hişkbuye, çermekî helisîye, hestîyekî ku îlÎk tê da hatîye, zerîya ku di devî mirîyekîda avzê dibe,aveka ron a bîhn pîs diket, neynika min vedugeherîya tozikeka sosret. Li wir da min ne te, nexwe, ne xeyalên xwe, ne jî valahî didît. Di xeyalan da dîtina te rast e an jî na, ez fikirîm ku ezêbitenê karibim xwe fêm bikim. Her wiha ew hestên ku sibê di hindûrî min da peyda dibûn ûmin nikaribû salix bida minê bi wan bigirta. Her ku min pê digirt mezin dibû.


Dîsa sibekê, şeva ku min tu di xeyalên xwe da dîtıbû wê sibê, zû ez xwe hesîyam. Bona bervate dakevim min xwe amade kir. Di mal da herkes raketibû. Hengameya bajêr hîn dest pê nekiribû. Dengên dîyar nedîyar dihatin lewra wana navbera min û teda nedibûne perde. Eznikarim bibêjim ku ez zanim va bûyîna çîye. Min hîn jî fêm nekirîye. Li salonê kes tunebû.Min perde hêdîka nîv vekirî kir. Tiştên dişêlîyê da bûn. Hîn şewqa te neketibû ser wan.Perdeyên navbera min û te da ji şewqê bûn an jî ji sîyê bûn min nezanibû. Berva te da ezdadiketim. Her ku ez dadiketim, rê ku çiqas durbe jî min dît ku gavên min karine mezin bibin.Bi vî awayî min ferq kir ku rêya nayê pîvandin, di navbera min û min da bêdawî karîye dirêjû nêzîk bibe. Ku ez berva te dadiketim tu jî berva min dadiketî. Bi hêvîya nîv rêyekê da rasthatina te ra ez dimeşîyam. Wê demê min ferq kir ku tenişta min da, derdora min da yekî kuastengîya derdixîne heye. Min ew zanibû lê tu cara min ew nedîtibû. Min zanibû ku astengênnavbera min û te da jî ew derdixîye. Lewra min ew bi çavên tazî nedîtibû. Tam di wê demê daxûya kir û nehîşt ku ez berva te dakevim. Vayê cîhekî di hindurî min da jî pir dixwest. Wî rabûne yek û nehîştin ez bi tera yekbim. Min bextewarîyek hes kir lê vê zêde neajot. Cîhê xwepoşmanîyeka mezin ra berda. Bona ku min poşmanî hes dikir him kêfxweş dibûm him jîxemgîn. Di eyni demê da hestên cuda ên ku hevdu nedigirtin ez dijiyam divê va xwedîwateyekê be. Waya di wê gavê da nefikirîbûm. Wê gavê dibêjime lewra ew gava kîjan gaveez tam nizanim. Ew tiştî ku nehîşt ez berva te dakevim wenda bû. Divê ku vê tim dike.Çimkî ku kîjan weqtê ez te xeyala xwe da bibînim, xwe bihesim û heta cîhekî nêzika tebim,wê xuya dikir. Min ew qet nedît.Min jî qet tu nedît.Bitenê di xeyalên xwe da karime te bibînim.Min gotibû tu tuneyî lewra dema ku ez poşman bûm min fêm kir ku va ne raste.Tu hebûyî. Belkî tiştekî ligel te tunebû. Belkî îro jî wusa bû, sibe jî wusa bibe. Vaya ê timwusa bûya. Sibekê min xwest nûva berî xwe bi tedim, min bi çavên xwe dît ku vaya ê wusabibe.Min tu tazî dît.Şilf û tazî bûy. Tu tiştan nikaribû te binixumîne. Nixuman ji navber da rabubû. Min tu dihelwesta te a saf da didît. Tu saf bûy. Ji şewqê bûy. Şewqa bê sî bûy. Ez gorî şewqê hînnêzîka sîyê bibûm. Cilê ser min zêde bubûn. Pir rûpiştên min hebûn. Her roj min xwe biperdeyeke nû rûpiştandibû. Ez ne sî bûm lewra ezî di sîyêda bûm. Min te bê cil, bê rûpişt, bêperde dît. Min kesekîra ne got ku min tu dîtîye. Ku min tu dît şunda neynika min nûva paqıjbû. Ku min lê dinêrî min karibû xwe bidîya. Dema ku min li xwe dinêrî min tu didît. Ku min


li te dinêrî min tiştên ku ne bi terane didît. Te xwe vedişart. Te, ber çavên min rûpişt dikişandû xwe vedişart. Rûpişta çavên min ku rabû min tu dît. Ku min tu dît vê carê jî ez tera bûmeperde. Îcar jî te xwe bi min rûpiştandibû. Ez, ji xwe dûr ketim, min li ser neynikê xwe qet nedidît bona ku careka din te bibînim dixebitîm, min nizanibû ku ezî di nav hewildanekabeyhûde da me. Berva te hatin, ya te, xwe bi min perdekirin bû, min nizanibû.Te wê sibê banga min kir û got ‘nêzik be’Xahr bûm te got ‘hîn pir nêzik be’Hîn zêde xahr bûm. Te min ra got ‘bi tiştekî ku cem min tuneya nêzika min be”Tişteki ku cem te tunebû ma hebû?‘Navbera min û xwe da tiştekî nehêle’ te got.Te dilî min dixwend.‘Navbera te û dilî te da bê min kî kare têkeve?’ te got.Min fikra xwe ji navber da rakir.Navbera te û min da astengîyeka mezin hebû.Ez hebûm.Heta ku ez hebim ma ezê çito karibim nêzika te bim? Ma ku ez tunebim, ezê karibim nêzika tebim? Di vê helwwestê da ê ku nêzika te bû ne ez bûm. Min ancax tu karî nêzika xwe bikî.‘Madem ku te va dît, xwe bikşîne navberî me da.’ Navberî me da divê bila tu tişt nekaribebimîne. Bitenê peyvikan… Wana, bitenê wana karibim bi kar bînim. Pekî lê tiştî ku ne aydateye çî ye?Dîsa çavên min tarî bûn, te lêxist tu çuyî.Dîsa te ez bi xwe û xwe ra hîştim. Niha yek ez hebûm yek jî peyvik. Wana beden bûn lewrane ya min bûn. Ez jî ne yê xwe bûm. Ez ê te me, ez ne tu me lewra ê te me. Ez çito karim xwebê te bifikirînim? Xwe nikarime biparêzim, ezê çito karibim bê te bim? Ez bitenê berava teme, ne deryame wekî peyvikame. Tu dişibî zimanî ku ez diaxifim, peyvê xwe li te digrim. Tupeyvikan didî min û ez bi wan dûrbûna xwe yê bi tera gilî dikim. Bi wan ra ezê karibimnêzika te bim? Ez karim te bi wan bîr bînim? Ma tiştê ku ne yê te ye ancax bi peyvikan têzanîn? Wê sibê bitenê te vana gotin û hestên min te rûpiştand. Êdî min ji te peyvikeknedibihîst. Wê demê şunda bi hemû heyînîya xwe ew tiştî ku ne yê te bû ez lê gerîyam. Ez?Yê te me. Tiştnê ku ez zen dikim çi heye yê teye.


Tiştî ku ne yê teye… Ew rojên ku ez bi vêra radiketim û radibûm rojekê ez çume daristanê.Vira di tenişta bajêr da, bi ava baranê pêk hatibû, dehleka di quntara çîyayên ku golekdordipêçandin. Darên çamê hene. Darên hirmîyê biyanî, sêv, mişmula, êrug, bihîvê biyanî ûmişmişê hene. Di nav daristanê da heta ku min rêya xwe wenda kir ez meşîyam. Westîyam.Ser erdê dirêj bûm. Raketibûm. Di xewna minda dengekî digot here çîya, daristanê bişopîne ûbimeşe, tê bigihîşi şiverê, ew e te bibe çîya. Xwe hesîyam. Min dest bi meşandinê kir. Lingêmin bi zehmet ez radikirim. Gihîştme şiverê. Min ew şopand û ez meşiyam. Min didît ku eznêzika serî çîya dibime. Di bin dareka çamê a mezin da ez dîsa raketim. Îcar min xwe serdarekê, wargeheka bilind da dît. Li vira bitenê dengê tabîatê hebû. Her ku ez bilind bûm, minferq kir ku ne ezmana ez nêzika axê dibime. Ax hîn nêzika te bû.Divê wira navendîya cîhanê bibûya. Li wir bitenê axê xuya dikir. Min nêrînên xwe qet qutnekir û bêrawest li axê mêzekir. Her ku min dinêrî, derîyên zerreyên axê vedibûn. Ku ez ji wirda ketmê, şeş tîpa ez pêşwazî kirim. Z t l l e i. Min wana kirne mista xwe. Min wana hanînber hev. Min xwend: Ztllei. Tu wate min nedayê. Tzllie. Dîsa bêwate bû. Dîsa min hanîn berhev: Zlleit. Belkî xwedî watekê bû lê min fêm nedikir. Pir caran min cîhê tîpa guhart şundamin hanî teşeya z i l l e t. Min tim li wê mêzekir. Her ku min lê nêrî veguherîya axê. Min lêdinêrî peyv hinekî din dibû ax. Di naveroka peyvê da ma ax hebû? Ma li axê bû? Ma di navaxê da dihat? Vebirî bû ku nêzikatîyeka xwe bi axê ra hebû. Lewra ew çi bû? Bangavazîyênvê peyvê min di mêjî xwe da derxist û kire mista xwe. Min li wan nêrî. Di bin da tiştek. Lijêr. Berva jêr. Berjêrek. Tiştekî ku mirov dakeve karibe xwe bigîhînê. Nizmbûn...Bervarewşa nizmbûnê. Binpêbûn… Berva binpê kirinê da. Her ku berva wateya peyvê diçum mindidît ku ew bi temamî dibe ax. A ku min didît tiştnên sosret dibûn, ez jî vediguherîyame axê.Ez ne berav bûm, ax bûm. Li axê bûm, ne derya bûm. Cîhekî ku derya bipêla dirêj dibû bûm.Ezê êdî bi temamî di navberda derketama. Ez veguherîyame axê û zerreyên min belav bûn.Ez mîna mistek xwelî bibûm. Va xwelîya çiqas zêdebûn bû. Min xwe yek dihesiband lewraez pir bûm. Ez pir zêdebûm, kêm ketibûm. Ber kêmbûnê hîç nemabûm. Belav bibûmveguherîyabum xwelîyê. Ku bume xwelî baran barîya. Ku baran barîya bûme çamur. Ez nihamistek çamurbûm. Min xwe li derva da, li jor cîhekî da, an jî bêcîhîyê da, li tiştekî wekîmistek çamur da min xwe didît. Neynik wenda bibû. Dîrekt min xwe karibû di mistek çamurda bidîya? Di hilma wê da ma va peyvana bûn? Va peyvana ma li mistek tîpên vê çamurê dapêk dihat? Va peyvana, vê çamurê an jî min ji te digirt? Peyvên ku min li te digirtin çito mindihanîn ba hev? Wana bixwe hevdu didîn û dihatin ba hev? Ger ku hanîye, bona te vegotin


tinê perpitîyan. Ancax te karibû xwe vegota. Ketim nav wê peyvikê. Bi sûretî wê peyvikêvegerîyame bajêr.Dema ku ez vegerîyam ez nas nekirim. Min dinêrî kesekî ez nas nedikirim. Tu kesekî êş ûbîranînê min nizanibûn. Min wan ra vedigot lê tu kesekî ez kêm nedikirim. Careka din ezveguherîyame yek ê. Êdî ne zêdebûm. Peyvikekbûm. Zillet bûm. Di wê helwestê da hetademekê bi nezanînbun ez jîyam. Şevan wekî peyvikekê diketime nav nivîna. Sibê wekîpeyvikekê xwe dihesîyam, diçume kar, li kolanan digerîyam, bona dan û istandinê diketimemarketa, êvarê vedigerîyame mal. Qet tu kesekî ez nedidîtim. Bitenê bi vê peyvê min karibûxwe vebêjim. Kesekî ez fêm nedikirim. Ên ku wateya vê peyvê zanibûn hebûn lewra wana jîxwe ra mijul dibûn.Bi wek peyvikekê nav mirovan da gerîn hinekî sosret bû. Herkesî bi navî min banga min dikirlewra bitenê min wa peyva dibihîst. Ku min ra çi digotin ew peyva dihate aqlî min. Şevekê bidengî ku min ra got ‘zillet’ ez bi xwe hesîyam. Kesek tunebû. Rabûm. Dest û çavên xweşüştin. Min cilê xwe li xwe kirin. Mal da derketim. Dîsa min wa denga bihîst. Bi dengekî kudigot ‘zillet’ banga min dikir. Ku min ew peyva bihîst min got ‘ezim’. Ew ezim. Dîsa got‘zillet’ dengekî. ‘Ew ezim’ min got. Dîsa got ‘zillet’. Sekinîm. Ma wa ya ezim? Ma ew zillete? Ger ku ez wa peyvika me, ezê hebim? Ku ne ezim müzill kîye? ‘min çi got’ ‘Müzill’ te got,got dengekî. ‘Ew çîye?’ min got.’Müzill’ got dîsa. Cîhî tîpan hat guherandin dîsa? Na, vapeyvika şewqa wê peyvikêye. Careka din min nebihîst ew denga. Ku wusaye zillet ma qeysîya muzillinê ye?Rêya min ser parqekê ketibû îcar. Ketimê. Di nav daran da vendabûm. Enîya xwe da serçîmik. Xav hebû. Careka din min dike qet ranekira. Min di te da, tiştî ku ne ayda teye dîtibû.Ezê bi wê nêzîka te bibim. Tu êdî tu caran min bernadî û narî. Careka din qet roj nare ava. Dixeyalên xwe da ne, bi rastîn ezê te bibînim. Ezê te, bi te bibînim. Êdî peyvikên min vedibin.Eve girêka zimanî min vedibe. Eve sînga min fireh dibe. Eve berva dilî xwe da xahr dibim.Eve peyvikek min tera tînîye. Bi peyvikekê tera tême. Ancax karime zimanî ku ez bi pêdiaxifim karime werim ba te. Tu dişibî wê, dişibî zimanî ku ez bi pê diaxifim.


Aqlî Te MerezeEz lehengekî çîrokêbûm lewra qey mîna ku çîrokeka yekî din be min lê guhdarî kir. Richardsen, Suzanne, Serçîn, Ender, Leyla û Sînem hebûn, baş tê bîramin.Bona ku em xwe ra şahîyekê bibînin bê armanç em digerîyan.Li Taunnus Strasseyê demekê gerîyan şunda em berva qeraxa bajêr da diçun. Me xwe likolaneka îzbe, ber têketina derîyê ambarekê ku veguherîyabû tozikê, pisîngeka lawaz ûextîyar, gemarî di tenişta qutuyeka ku hinek qirş û purtê çûkan peyda bibû da ku ketibû xewême dît. Fikir di Serçînê da derketibû lewra ew cinawirî ku di aqlî me hemuyan da raketibû embi çipizkekê hişyar kir. Mîna ku me tim dikir îcar jî karî suxre me kire barî Ender, bona kutenekek gazyaxê bibîne me ew şand.Richard sen û Sînemê, pisîng kirne çuwalekî, dev lê girtin û me pa. Xêlek me pa. Heywan bêrawest diqîrîya. Dawîyê da Ender di dest da bîdonek derket hat. Gazyaxi hatibû dîtin. Dorhatibû dîtina qada kesk a ku di sînorî Ost da bû û ku li robarê dinêre. Vê ra jî Sînemê pêşengîkir.Êdî hemû tişt amadebû. Richard wê demê ku min li rûyê teyî jakaw mêzekir, ne li te, min hîskiribû ku ez li neynikekê dinêrime. Piranî Serçînê sebir nedikir.Suzanne û Leyla li derdorê mêze kirin. Kesek tunebû. Me li hev mêze kir û qîrîn bi me ket. Tetûrikî xwe berda bin dara exlamurê. Divê ku pisîng ji bê hewa û ji ber germê tengezar bûya.Dengî pisîngê kêm bibû. Te ben vekir. Bi baldarî dev nîv vekirî kir.Te Ender ra nîşan da. Devî bîdon vekir. Te got, baldar be. Tu yê teva çav û rû yê xwe nekî.Ender ku gotin bi cîh dihanî, pirî bihest bû. Bona ku di ser çav û rû yê wê da nerijîne balaxwe pir dayê û ser heywana ku berxwe dida gelek gazyaxi rijand.Dor hatibû karî herî pîs. Rû yê herkesî bayekî hesudîyê dalêst.


Vaya, her kesî zêdetir Richard, te dixwest bikî. Lewra te li min mêze kir. Ez di rewşeka kumirov him pir dixweze him jî naxweze da difikirîm, Sinemê xwe avite pêş. Û niflik vêxist ûgirte boçika pisikê. Encam hêja ya dîtinê bû: Di nav qîrînîyê da meşaleka ku pêt û pêtvêdiket di zevîyê da direvîya, bi hereketên hovane li bani dizivirî û dipijiqî.Dawîyê da heywanî ku bû gogeka pêt, lebatên hindûrî wê, bi çizirtîyên şil hilpekîne derva ûçavên xwe yê ku derketibûn, gihîşte mezintî û rewnaqîyaka kevirekî akîk.Richard, va çîroka ku salan şunda te min ra vegot, mîna ku ez ne di nav da bûm min guhdarkir, wê rojê şunda di dawîya heftê da beşdarî kongrekê bûm , li wir di teblîxa profesorekî daez rastî vê çîrokê hatim.Ji muzakerê şunda di navberîyê da nêzîka wî bûm, mîna ku çîrokeka yekî din be minçavkanîya çîrokê lê pirsî. Got, va, sawa bijîjkî a derbarî nerindîyê da ye, di sawa ProfesorSuzanne Broger da derbaz dibe.Min spasî lê kir û ez dûra wir ketim.Richard, tu zanî ez niha li ku derê me?Qeraxî robarê da .Li vir, balaxaneyeka ku di nav da fîrmên aborî hene bilind dibe.Ku mirov di nêzik da li avahîyê dinêre ew dişibe kevirekî akîk ku belav bûye.Her ku mirov dûr dikeve çixîzê avahîyê a kêlekê kevane dibe, dişkê, dişibe tûrikekî naylon kudevî wê qermiçîye û bi ben hatîye girêdayî.Ku dikevî hindûr ji derî vizonek da mirovekî ‘ewlekar’ te pêşvazî dike, Richard, çavên wîwekî wê demê ku va çîroka min ra digot bû.Dibêje fermo, wekî tera bifermîne. Tu nêzîk dibî, qerteka serdanê dide te.Tu qertê digrî û bi pêsîra xwe va dikî.Qirika te tije gazyaqi dibe. Li asansorê siwar dibî, çar alî xwe neynike.


Di wir da li xwe mêze dikî. Çavên te dişibe bîdon. Devikî wê vedikî. Têda çavên mîna kevirîakîk hildipeke. Niflikekê vêdixî. Mîna ku di zevîyekê da direvî Bob Dylan, kilama “aqlî temerez e’ dibêje. Di asansorê da vê kilamê guhdar dikî.Asansor qet nasekine. Ku carekê tu li vê asansorê siwar dibî, êdî di nav çar alî neynik da biaqlî xwe ra teng dimînî. Û ew muzîka qet ranaweste Richard.Tu zanî niha li ku derê me?Ez di nav vê muzîkê da me.Asansor niha dadikeve Richard.Ez kilama te yê ‘aqlî te mereze’ guhdar dikim.Aqlî min derî yê embarê ye.Çavên min gazyaxi.Qirika min wekî kevirî akîk.Ji tûrik da yekî niflikek derxista.


Şathîyye‘Min got ‘deqakê bijîjk,Di mêjî min da şêrekî cîhanê derket’Bob DylonI.Bi pergala gotinê min mexape. Bi tirsa ezê te bixapînim vana dinivsînim.Îro jî di berbangê da xwe hesîyam. Derket me derva. Min tu dît. Tu hîn xwe ne hesîya bûy.Zatî tu ne di xewda bûy. Ku çavên te rakevin jî dilî te ranakeve. Ji dilî te mêze dikim û vatiştan dibêjim. Ku ez li wê dinêrim serxweş dibim. Wêra dibêjim şerav. Ku min got şerav nefikire ku ew li tirî çê dibe. Dilê te meyxana min e. Ku ez dikevime wira ez xwe wenda dikim.Tu îskanekê pêşkêşî min dikî, mîna ku tu navekî bibexşînî min.Îskana te telkîna navekî ye?Te ji kêja navî xwe li min mêze kir?Niha rûyî te dinêri me. Ji berbangê virda li derva digerim û ku ez çi dibînim, ez zanim ji rûyîte da ye. Her tiştî derva li rûyî te dinêre.Hinarikên te dişibe qandîla ku meclîsê ronik dike. Ku ez li wan dinêrim çixîzekê dibînim. Vaçî ye? Dipirsim. Dibêjî, derya kî bê berav e.Ku ez hîn baldar li wê dinêrim, ez sveşareyê xwe dibînim. Di kêleka wê çixîzê da, bin da,deqikek heye.


Lê dipirsim va çî ye?Dibêjî ew deqikeDeqik?Belê, dibêjî deqik e.Ku tera bibêjim, dema ku deqikê dinêrim te dibînim, li te dipirsim, ez wê dinixumînim.Dibêjî na, bitenê tu yê xwe bibînî, kesekî din tu nikarî bibînî.Her hal nîşaneka ku ez hemberî cîhanê bêqeytim va ye.Erê, lewra reş e.Reş rengê çî ye?Reş ne rengeke, yekûnî hemû rengane.Wê demê ew spî ye jî.Belê.Ê ku wê dibîne çav e, mirov nikare xwe serxweşîyê bifilitîne.Hinekî hilkişe jor.Çi ma?Di wir da tu yê xwedîyê milk bibînî.Li ku derê?Li ser çav da, ebrûyê ku wê bi reş dorpêç dike binêre.Lê dinêrim lewra ez devî te dibînim. Ma devî te kêşwerî qutbê ye, banga min dike ma bonaserxweşîyê ?Rûyê te va ye, ê ku careka din te raberî min kir.Erê, min xwe raberî te kir.Te xwe raberî min kir, ez kor kirim. Niha bê te ez tiştekî nabînim. Li ku derê dinêrim tedibînim. Ku ez derdikevime kîjan kolanê sîya te dadikeve. Ku ez kîjan mala dinêrim,wargeha te tê xuya.II.Ez niha li vî bajarî dijîm lê tu têkilîyên min ew mirovên ku ez vî bajarî wan ra parve dikirneman.Girêdayîna wan a ji min ra te yek bi yek qut kir. Heta ku tu min bînî deraqekî kêm û bêbaxtu yê vê bidomînî? Zêdebûyîna min ancax tu karî bibînî. Ez çito hatime vê rewşê? Ez çitohanî zêde bûm? Êdî nikarim paş da vegerim. Ez ne poşmanim, bona ku ez li te da hatim,bitenê yê teme û di dawîyê da bizivirime te. Êdî xemgîn nabim. Raboriyê nanêrim. Pêşerojê


nabînim. Niha bitenê dema ku te min mêze kir tê bîra min. Ku ez kîjan weqtê te dinêrimraborî û pêşerojê di îro da dibînim.Qet tişt ne mîna berê ye. Nabe ez zanim. Kîjan weqtê nihêrîna min , qasî demeka çav girtin ûvekirinê, ku ji te da dûr dikeve, tu min dixînî belaka mezin. Dibêjî, dema ku te min nihêrîtiştên din nefikire. Ez, zanim ku êdî mîna berê nabim.Niha nikarime kesekîra bipeyîvim. Dema ku ez yeki dibînim çawayî, ku derêyî, çi heye çitune, mîna va pirsan bi min giran têye. Nikarime wana bikşînim. Min difetisînin. Bi wan ranikarim bimeşim.Naxwezim min bibînin. Careka tenê ku min li te mêzekir şunda vana li min qewimîn.Êdî tu kesî nikarim nas bikim. Navî wan bîr dikim.Ku min ra dibêjin tu çawayî çixîzek der tê ber min. Dema ku ez dikim gava bavêm yek bangamin dike û dibêje di rêzê da bimîne. Qet çixîzê derbaz meke. Bila dibêjim, hun çima ditirsinku ez we ra rêzekêdabim. Ku ez vê pirsê dibhîzim ez xwe papûra bajêr a herî mezin dadibînim. Dikkanê simîda dibînim. Memur, jin, xwendekar, simîdên bi penîr, bi zeytun û biguz dikirin û ser kürsîyên biçuk rudinin. Cem wan da çay û îskana avê dibin. Ên bi tenêzêdene. Li ser rûyê wan da êşeka bêkesî tê xwendin. Qey ziravikî wan diqete bona kesektiştekî li wan bipirse. Va jina di raborîya xwe da westîya ye. Mirovî teniştî xwe ra qet naaxifîye. Tev tên û rûdinin. Ku li simîdî xwe parîyek xwer, çaya xwe qultek vexwer şunda,mîna teşekî nedîyar, mîna ku valatîyê binihêrin, dengî xwe nakin. Hîçî rasthatinî ye? Dema ezrûyî wan dinihêrim va pirsa tê bîra min. Di aqli xwe da der dixim û vê pirsê diavêjim kolana.Simîtfiroş derbaz kir şunda pî rastê tenişta hev da du bankamatîk. Di ber wan da boçik. Di serrûyê ên boçikan da sarî, bêdengî, bêkesî ba dibe. Ji nêzîk da rûyê yekî din mêze dikim. Diraborîna xwe da ne westîyaye lewra pêşeroja xwe ra xwedî weswese ye. Wesweseya ser rûyîwî mat e. Tenêbuneka sar, tarî û bêhna kükürdê. Porî xwe weşîya ye, vay bi qasket, nereheteber yê pêş xwe ku karî xwe dirêj dike. Off puff dike. Mîna ku ecela xwe heye. Li qelebelixêmêze dikî ye lê mîna ku qet tiştekî nabînî ye. Dûra li min mêze dikî ye. Mîna ku bibêje tu çimêze dikî diqehere. Hinekî tengezar e. Dizivire û jina pêş xwe ku hîn kirarî wê neqedîya yehişyar dike. Bankamatîka kêlekê da keç û xortek. Dîsa perê wan nehatine. Xort, keça ku bavîxwe ra peyam şandîye wê peyamê hinekî mübalaxa dibîne. Jina nav salî ya ku hat şuna wandivê di perwerdeya mîllî da memûre. Çentî xwe ser sînga xwe ra çeprast derbaz kirîye. Diyareku li diza ditirse. Divê mirovî simêl qeytan li paş wê wir xuya ye ku ew melbende. Kî zane


elkî jikarketîyekî Kütahyayê ye, şeş meha paş emelîyata dil şunda hatîye nexweşxanêqontrolê. Belkî du nevîyê wî hene, yek keç yek law. Navê wan Cenk û Merve. Dike wan ralîstoka bikire bibe. Taqimekî çayê a ku buka xwe biecibîne, beqlawa bifistik a ku lawî xwe lêhez dike, bo xwe tituna Muş ê. Ez wan li wir diterikînim û pêş da derim. Vira pêşdayenizanim lewra gavê min ku ez kîjan hêlêda bavim di wî alî da pêşda derin. Ber nêrdanga kudadikeve sûka pirtukfiroşa da komeka sêkik. Yek dibêje seydayên min te fîlma êşa dil temaşekir. Keç dibêje, min ra nabe seyda, ez diçim. Her kes ji cîhekî tê û diçe cîhekî. Bervayî xwekuda ye? Hîîîç. Çito hîç. Rasta Selvîyê têm. Tu dîsa tenêyî. Belê ez tim tenê me. Tenê?Tenê û hîç. Hîç. Belê hîç. Ma hîç e hîçî ye? Ma ji xwe ne hîç e an na? Hîçî tune dike seydayêmin, tune ne hîç e. Va kolana ma feqên hebunêne? Ên ku li dinihêre û nedîtî dimeşe, rast çeppêşda şunda virda wirda direve, gavên xwe nedîtî dave, dere ku bona çi dere bîr dike, ê kupêwîste tiştên bikire bîr dike û tiştên ku ber çava dikeve dikire, ên ku bona slava li hev nedinserî xwe ba didin, ên ku bi tirsa rasta yekî nas were dimeşe, bona tenêbunê bijîm hatime viranav qelebelixê di nav qelebelixê da wana çi difikirin difikirim û bona çi ez hatime vira wê jîbîr dikim, di rewşeka wusa da dimeşim. Di nav vê qelebelixa wekî mehşerê da ma hîçîyekaefsun heye? Ma vira çembereka ku çeper qelişîne, kenarên xwe wenda bûne ye? Li vira dinavbera însanan da valatîyek heye. Niha li vê valatîyê dinihêrim. Ku dimeşim li wê valatîyêdinihêrim. Çavên xwe qey bistekî mêzekirinê nabirim, valatîya navberî xwe û însên, navberîxwe û ên din ra. Ez nikarim bibêjim ku hîçî çîye ez zanim. Va ê îddîaka mezin be. Va hîçîyeez ne bawerim. Belkî valatîye. Li vir ên ku disekinin, dimeşin, danûstandinê dikin, parsêdikin, dixebitin, direvin, dibezinînin, dipên, dibînin, nabînin, dinihêrin, mîna mirovekî kuketîye robarekê, ne difetise ne jî difilite û di nav wan da dimeşe, va valatîya navberî însananew têkilîya navberî xeyal û rastîyê bîra min dixîne. Va roja ku dikeve wîtrînê, pirtuka ku herîzêde tê firotin dike du cîya, va şevqa ma raste? Ew rengê şewqê ye an jî nîgara pirtukê ye?Di alî pirtukfiroş da nûva tê sazkirinDuîtîyên Pîsagor:Bi sînor Bê sinorFer ZoMêr JinRonahî TarîtîRast Xahr…û ên din…


Ma vana sî ne? Ku sî rastîye şewq çîye? Li vir ez çi digerim? Çima ji mal derketim? Kîjanweqtê ez hatime vê valatîyê? Li vê şênîyê da çito bû valatî? Çima rûyê vanî tirş, reşbîn,bedbîn, bêhêvî, çavşkestî, nebextîyar, bêçare, bêkes, tenê ye va gavana? Va gavana çimaewqas tengezarin? Dimeşim lewra êdî tiştên ku di mêjî min da difirin min diwestînin. Eznikarim wana qontrol bikim. Qet tiştan nafikirim yanê ku ez gavan davêjim û dimeşim bonatiştan bifikirim naxebitim. Ji papurê derbazî kolanekê ji wir kolaneka din, ji wir da baxçêdibistanekê ji wir da jî dîsa derbazî papurekê dibim. Li vira her tişt ewqas biqaîde ye ku… herku mirov dimeşe qaîde dizên. Berî her tiştî pêwîste balê bidme şewqê. Ser peyarê wasite hene,nikarim derbaz bim, di vir da papur xira dibe, avahî pir zêdene û bilindin…pir dibistanhene…deng pir zêde ye…hengame mezin dibe… dojeha dengan…ên ku tên û derbazdibin…mîna silüetanin…wana êdî ez nabînim…bêhnamin teng dibe…bêhnamindiçike…difetisim…difeti…dife…bêbêhn dimînim…va papura jî qedîya… banqamatîk zêdebûn…wasita zêde bûn…li vir pir dikkan hene…marketek heye, marketeke mezin…ên ku berdipên hene…ên ku dikevinê û derdikevin vira şibandine ber devî hêlîna gêrîga… avahîyênqamuyê li vir pirin…li ber derî du leşkerên şepqe spî, qet nalivin…mirovên ku dikevinê ûderdikevîn, bi dehan avahî hene ên ku wekî hev cila xwedikin, dimeşin, wekî hev diaxifin,wekî hev denga derdixin û ên ku mîna hev dinihêrin…li vir herkes bitelaşe dizivirin…ji wirwira…mîna ku tiştekî direvînî ye…mîna ku ji tiştekî direvî ye…li vir zêde deng heye…mînaku kesek gotinê kesekî fêm nakî ye…mîna ku kesek guhdar nakî ye bitenê diaxifî ye…li virpir zêde hengame berz dibe…oqsîjen pir hindike di vir da…çima ewqas qelebelixe vira…mavira ku dere? Ma wira mirovek e? Ma vira avahîyek e? Avahîyeka mirovan e? Ma li viravahîya mirovan hildiweşe? Simîtfiroş mêze, balonfiroş, rojnamevan, cixarakê, bankgêr,xortimkar binihêre va mirovên ku direvin ber kê direvin, vira wekî revok, wekî dînikekî kurevîya ye çima vira ewqas pir zêdeye? Çito vê hengamê karine tehmul bikin? Ez nikarim hînzêde vê qelebelixê tehmul bikim? Nav vê qelebeliqê da ne ez kesî nas dikim ne jî kesek minnas dike. Vê qelebelixê baş nas nakim. Va qelbelixa ma min nas nake? Ku xwe nas bike minnas bike, çima ewqas vira bê oqsîjene? Va avahîyana va wasitana va gazan va dengan vamirovana va mirovan ên bihêz va şewqan va revokana vanên ku disekinin vanên ku li beravêketine vanên ku şunda dinihêrin vanên ku ji paş da mêze dikin vanên ku li paş da mane vamirovana li çi dinihêrin? Direvine kuderêda? Li vir deng tevlhev dibine. Deng ewqas zêdeneku. Deng ewqas tevlihevin ku…dengên tîpa hene, kîteya hene, peyvika hene lê ez wananikarime fêm bikim. Wana nikarim fêm bikim. Ewqas pir bihurkên ser û bihurkê bin heneku…çiqas peyarê hene…li ser peyarêya da wasita… însanên ku dixwezin ber ra kêlekê ra


derbazbin ewqas şopên sosret berdidin û dimeşin ku…ez nikarim wana bişopînim…wana liser şopekê da nameşin…belkî mecburin ku di cîhekî da derkevin…belkî mecburin hernecîhekî…belkî di mêjî wan da hezar tişt dizivire…wan ra mirov kane bêje tişt? Wana bi xwemîna tiştekîne belkî…belkî wana naxwezin tişt bin… belkî neyê ferqinde ne…va darên lipapurê mîna ku êşê dikişîne…pelçên xwe ji zirincê ji tozê qaşil girtîye wekî bi jehr xuyadike…daran mîna ku nasnama xwe wenda kiribin…wana nikarim nas bikim…şaxê xwe yênqelsin, cûda bune, bi kükürtin…pir kükürt hey eli vir…pir egzos heye…qlaqson pire li virda… wasitan nikarim bişopînim…hengameyeka wusa ye ku di nav wan da bê hejmar rêzikhene lewra wana mîna ku bêxeberin…çıqas rêzik hene di vir da…disekinim û li rêzikadinihêrim…wana nikarim bijmêrim… ewqas pirin ku…serî gavê rêzikek danîne…qasîgavekê mawe fikirîne û rêzikek danîne…ên ku ji wir da derin tên gav bi gav mîna kubinpêkirina di rêzikekê da derbazî yeka din dibin… rêzik ber di binpêkirinê da pahn bune…pir şewqên trafikê hene…pir lambe…pir dîrek…têl…mîna ku zikî bajêr kelişîye û her tiştfirîya ye derva…mîna ku dîrek, têl, lambe, wasita û însan firîya ye papurê… rûvîyê ku papûrêbelav bûne… ez wana niha wekî rûvîya dibînim…ez xwe wekî rûvîya dibînim…ez xwe jixwe veqetandî dibînim…ku ez tême papurê, ku ez dikevim nav hengama vira, li xwevediqetim xwe ji cîhekî din da dibînim…pir belavok hene pir pano, tabela û pir nivîshene…peyvik li virayî bajêr pir belav bûne… tîp hatine reşandin…mîna ku tîp li kolana navhengamê da belav bûne…ma ez karim wana bi kom kirinê biqedînim… zen nakim ku ezêkaribim wana komkim…wana naxwezin werne berhev…belkî wana belavbûna xwe ferqnekirine…ew tîpana li kîjan kîteyê da derketine û kîjan peyvikan veqetîyene? Ji kîjan devîderketine? Kîjan dilî? ji îjan aqli da hatine reşandin? Kîjan aqlî va tîpana reşandine wirayîbajêr?... niha ezî tam di nav vê hengamêda me. Tam di dil da me. Pir parsek hene... Pirparsekên ku muqawemet dikin hene… zimanekî wan heye…zimanekî wan jî heye… zimanîwanî nas e…lê ez wan jî nikarim nas bikim…peyvikên wan mîna ku werine badane ênxahrin…ku diaxifin peyvikan diperçiqînin…kîteyên wan berdigerin…ser rû yê piranîyên wantiştên cuda hene…wî tiştî nas dikim lê nikarim fêm bikim…nikarim wan derbaz bikim…serîgavê rasta min têne…qasî wan belkî wana zêdetir ên ku derewa dikin hene…êdî ez karimewana nas bikim…Wana piranî ji avahîyên gir û debdebe da derdikevin…sibê zûtir dikevinewa avahîya…derengîya şevê da derdikevin… ajotvanên wan hene, hedeme û derîvanên wanhene… xizmetkarên wan pirin…hemû kes ketîye pêşbirka xizmeti wan…wana bona ku tiştanbidizin dixebitin…dizîyên wan pir zêdene… ku wan didizin tam cîhî ku va kolan û wa kolanahevdi dibirin di koşe da, mirovî bi rîh û pir bêhn pîs ku çarmêrkî runiştîye û flütê lêdixe, ezfêm nakim çito ew denga di flüta vî da dertê…ew dengên ku di flütê da dertên belavî kolanê


dibe…teva bi mîlyonan denga dibe…wana li wan avahîyan da çi li hev dixin? Wana êdî eznikarim nas bikim. Ên di rewşeka ku nayên naskirin dane. Di wan avahîyan da bi mîlyonanmirov, bi mîlyaran qaxizan, bi trîlyona peyvan dinivsînin…pir zêde telefon hene li wirda…pir zêde diaxifin…her tim diaxifin…bona ku bi hev bikenin ewqas zêde diaxifine ku eznikarim wan tehmul bikim. Ji wan telefona da di sanîyê da bi trîlyonan peyv diherikin…bihevdira ezbenî, hay hay müdürêmin, müdürê gîştîyê birêz, wezîrê minî birêz, birêz candar,birêz tekmanlı, rêza xwe pêşkeş dikim ezbenî, na camêr me wa emra dûra rakiribû ezêeleqedarbim, ezbenî çi gotine ezê hema wana bangî civînêkim, na wezîrê minî birêz ewbiryara ku di qomîsyonê da derketîye em bi cîh nayînin, dibe ezbenî ew pêşnîyarên ku liFrankfurtê hatine emê wana pêşkeşî vîkin, nîşeyên we min ragihand sitî xanim, ezê nizanibimma tu min çi dihesibînî ye, lan ez ne ew büroqratên ku tu zanî me, li min mêzeke ezê wî emrîbigrim bi te xwertin bidim, peyvên wek anî bi hevra, bi xwe ra, bi ên jêr xwe ra û ser xwe rabang dikin û diqîrin. Ên ku banga wan dikin tên, hevra dipeyîvên, biryara digrin, dicivin, têpejirandin, dikine pratîkê û waha belkî peyvan zêdetir hejmar difirin. Wana di nav wanda kudifirin biryarên nû digrtin, hineka xira dikin, kî kîra kîjan peymanên veşarte dike, li ku derêhemberî kîjan pêşketinan kîjan tedbîran pêwîste were girtin têne axaftin…wana dişibinerovî…wana nas dikim lewra nikarim fêm bikim …êdî naxwezim wana fêm bikim… wanadişibine xinzir…bi hevra bi rûyî xweyên dirêj bi pozî xweyên gir û qul bi boçikên xweyên kinû birî bi bêhna xweyên gelekî pîs xwe bi hevdi didin…wana dinihêrim, ên mînakeftaranin…yek tiştan parve dikin û disekinin…rojên wan wilo derbaz dibin…rojên xwe yektişta bi parve kirinê da derbaz dikin…rojên xwe mîna laşa dibînin…bona ku hevdi bixwin didur da bêhna digrin û tên…dihûnin, bi dehan ser laşêkî her yek ji derekê dikşîne…jakawekîmezin ji qirikê gez kirîye…perçe kirîye…xwîn kirîye…xwîna xwe sar bûye…pixtibûye…çavên xwe ji cîh da derketine…mîna yekî çav vekirî dinihêra lewra nabîne…mîna kûnanihêre dinihêre…gelek çekên wan hene…çekên xwe bi cilên xweyên rewnaq vedişêrin…Wana her tiştî li hev vedişêrin…pir weşarteyên wan hene…pir çavên wan hene…di her derêda qamera xuya dike… ekran ewqas zêdene ku…bihuşta ekrana ye wira…di wir da her derêda çavên qameran hene…hevdu çavnêrî dikin. Ji ekranan da bi trîlyonan hejmar tê ûdere…her tim hinek têne wana avahîyan…tên û derin…mîna gacîdekî, mîna pirekî, mînaxanekê ye wira…ên ku wira û vira bi hevra girê dide telefon, ekran, qamera, wasita,wezîfekar, ên biçek, ên bicil, ên biapolet, ên bibeybun, ên bizembîl, ên bikum, bêkum, ên bideng, bêdeng, rovîyan, xinziran, bergîrên avê, mar, kuçik,dupişk hene…di wan da hinekmaritîyê hinek jî kuçiktîyê dikin…hinek nizmtîyê hinek jî xaîntîyê dikin…ewna pir kubarxuya dikin…ku hindurî wan wergerînî derva ên bone gur, xinzir, hurç, mar, dupişk…wana


wekî dupişk hevdu têdixîstînin lewra ewna ên jahrdarin… li vir her kesî mijule. Ku dikevîavahîyekê nikarî derkevî. Dikevêye lê nikarîye derkevî. Li wir zîq disekinîye. Ên wira ê bi kêrû bi çaqine. Ku rasta hev tên tebessum dikin…bi zimanekî taybet diaxifin...ez peyvikên wanfêm nakim…wana hevdura ji zimanekî ku elfabeteka din da wergerandine diaxifin…jinek ûmêrik, du jin û mêrek, çar jin û sê mêr hene li wir…mêr jinê ra zimanî xwe derdixe…çavênmêr derdixe jin…jin û mêr di wir da gayîndibin…ku ez li wan dinihêrim mîna du kuçikdikevine xwîna hev dibînim…hejmar di ekranan da diherikin…ku diherike jinê dihelîne ûdiherike ser rûyê mêr…rûyên wan diheline…pir rûyên jinê hene…pir rûyên mêr hene…jin ûmêr derdikevine ser papûrekê…papûra bajarekî a herî mezin…li vir her tişt ewqas bi pergal,bi şewq û debdebe ye ku…li wir her tişt ewqas dixapîne ku….şewq pir dixapîne…avahîyênpir bi pergal, debdebe û birewnaqin…avahîyên ku dilî merîya digre…pir dewlemend xuyadikin…şewq, avahî û va papûran rûyê jinê ê ku herikîbû vedişêrin…di wir da jin helandinaxwe bîr dike…mêr mîna nêmekî qultandin diherike memikê wê…wa şewqana herikandinêvedişêrin…li wir wasita pir bihane…herkes pir kubar û giramgir radinin…herkes wekî ku pirbi coşe xuya dikin…herkes di vir da bîr dikîye…vira şewqeka pir bîroke… li vir sîya tarîrengxwe vedişêre…li vir çamureka tarîreng heye…pir pîs bêhn dide lê şewq bêhnê rûpişt dike…livir bêhn xuya nake…ditirsime…ji wan ditirsime…ku dikevime nav wan ez namînim...navberîmin û wan da pir dar hene…ez bi wan daran digrim…tiştek dişewitîye…lehîyektêye…deryayek tê helatin…valatîyek çê dibe…ez naxwezim bikevime valatîya wan…ji virdertim. Ku ez derketim berz dibim. Derdikevime cîhekî pir bilind. Divê vira çîyayek be. Divêşaxa dareka jor, beraveka derya, safîyeka mirovekî be. Ku ez bilind dibim wana mîna hêlînagêrika dibînim. avahîyan dibînim. Her ku wana dikevin û derdikevine avahîya, reş dibin.Dibine kukurta reş. Kukurt dibîye jahr. Jahr dibîye dupişk. Wana dibine dupişk. Wana hevdudijahrînin. Li vir can heye lê va cana canî ku ma ez nizanime? Li vir mîna ku ruh heye xuyadike lê va ruha ma ne mirov e? Va mirova kîçax hilweşîya? Ku ez li wan dinihêrim, hindurîwan dibînim. Hindurî wan xirabeyên mirovanin. Di wir da pir pere hene. Pir çek hene.Dupişkên wan ên pir jahrdar hene. Li wir peyvên xwe wenda dikim. Ji wir her ku berjordibim nûva digehijim tîpê xwe. Min tîpê xwe bîr kirine. Ji wan karibim çitonî peyvançêbikim min bîr kirîye. Ez nikarim wana bîr bikim. Bona ku ezê karibim wana vebêjim lipeyvên xwe digerime. Niha wira pirî bêdenge. Wira çîyaye. Li wir qet avahî tunene.Lambeyên trafîkê tunene. Şewq tune. Papur tune. Kolan tune. Navên wan tunene. Hejmarênwan ên telefona malê tunene. Telefon tune. Qamera tune. Ekran tuneye, li vir tiştekî wantuneye. Li vir daran dibînim. Stirî hene. Pir gîha heye. Li vir pir kevir hene. Qet rê tuneye.Pêwîste rêya xwe ez bixwe bibînim. Li cîhî ku ez dike têda herim mêze dikime. Ez dareka


mezin dibînim. Berva darê dimeşim. Dema ku ez dimeşim cîhî ku ez pêlê dikim mêze dikim.Axê dibînim. Vira axeka paqij a sor e. Li vir qet enqazêm mirovan tuneye. Qet rêzik tune livir. Gavên xwe bi azadî karime bavêjim. Li vir valatî heye lê ne ya bi kukurte. Li vir tenê me.Ax heye lê dişibe min. Ax dibêje na, tu dişibî min. Erê dibêjim, ez li teme. Pîyên min dişibineşaxê darê. Bedena min dişibe bedena vê darê. Pelçên min jî hene. Ew jî mîna min bêhnê digre.Qet bêhna wê jî derewa nake. Dar dibêje ez ezmanê teme, hilkişe min. Derkeve ser şaxa minaherî bilind. Dibêje metirse, gavên xwe bave. Davêjim, mîna ku li kişandina erdê xilas dibimhildikişim. Der tême ser ezmana wê darê. Li vir hemû heyînîyan dibînim. Vira sertapa çîyaye. Pir nêzîka hîvê ye. Hîv tune lê ez karim wê hest bikim. Li vir şikeftek heye. Ji wiradengek têye. Dawîyê da dengekî cuda dibihîzim. Ji pirtukekê tê. Ji pirtukfiroşekî. Ji pirtukekawîtrîna pirtukfiroşekî tenişta biraştekar da. Va helbestvaneke. Va denga ji helbestvanekî tê ye.Nêzîkê dibim. Deng zelal dibe. Dibêje, milkî herî xeter ziman e. Bona ku mirov xwe ragovanîyê bike danê ye. Vê gotinê digrim. Wê digrime dilî xwe. Ji pirtukfiroş bi hêzdurdikevim. Ez xwedîyê ma milkekî xeterim? Ma wa ezim? Wa barane? Va barana jî kudaderket? Kîjan demê destpê kir? Çito jî dikeve ser erdê? Ji kuda dadikeve? Va tiştî ku jiezmana bi hêz dibe wusa çito dadikeve ? Xwedî zimanekî, mêrek dibêje, ezman erdê av dide.Mêwîyên ezmanan niha li erdê dol didin. Ezman mê ye, va papurana, va qelebelixa, vadengana ma mê ne? Tiştî ku ji ezmana dadikeve jêr, min cîhekî paqij da dibîye. Dibêje tu, kutu hatî tuyî paqij bibî. Gemarî bûy, gemarî bûy, gemarî bûy…gemarî dibî gemarî dibî hîn jîgemarî dibî…mêze ser te da baranên bi asît dibarin…mêze tu çamur bûy lê tu natibûybisitrandin…berê du desta tu sitrandibûn…mêze çamura te wenda bû, dilek hate wî…mêze kuew hat çamura ser te xwîn bû…mêze tu ne li xwîn û hestîyanî, tu dilî…mêze dilî te pir birînbû, dilî teyî reşe… dilî te tiştekî reş dixwe…mêze tu tiştekî reş dixwî…mêze ewî ku te dixwe,ew reşî ku tu dixwî bibîne…mêze ew reşa te diqedîne…mêze kevir dibare dilî te…mêze dilîte dibe kevir…mêze dilî te da niqtikeka reş heye…mêze ew gir dibe…mêze her ku tu gemarîdibî ew reşa dilî te gir dibe…mêze dilî te reş û peş bû…mêze ew reşa dilî tedadiqultîne…mêze dilî te xilas dibe…mêze ew dilî te êdî tuneye…êdî tu bedeneke ku dilî xwetuneyeyî… bedena te çi bike…ku dilî bedenê tunebe ê çibike…mêze bedeneka te yê biçuk,reş û gemarî heye…mêze em li wê nanihêrin lê emê li dilî te binihêrin…mêze ew jî tuneye emnikarin mêzekin…mêze êdî di te da tiştekî ku em karibin lê mêzekin nemaye…mêze tunamînîye…tu namînîye…ku tu namînî emê te nû da peyda bikin…lewra tu xwe ra mayî me ranemayî…mêze navekî te hebû te bîr kir…mêze di navî te da bîrkirinek hebû…êdî tu bîrdikîye, bîr dikîye…te xwe bîr kir, em bîr kirin…te xwe bîr bikira lê em bîr nekirana… mêzeem ên ku me bîr dikin bîr nakin…tu ne nêr ne jî mêyî…tu axa bixweyî. Ax ne mê ye. Ê ku


mêye erd e. Erd ê ku gemarî dibe ye. Te li erdê puxta axê terk kir. Tu paqijbûnê zanî? Çito têpaqij bûyî. Hizûrê tuyê çito werî qebul kirin? Ên ku gemarîne nikarin di wir kevin. Tugemarîyî. Ezê çito paqij bibim? Tu yê min fêr kirin bidî, ezê çito karibim paqij bibim? Ezkarim tera bibêjim ku tu çito gemarî bûy wusa kari xwe paqij bikî. Lewra ez zanim ku çitogemarî bûme. Ez nezanim ku ezî gemarîme jî. Aram çîye ez nizanim. Çito dikevî aramîyênizanim. Ez nizanim, ez nizanim, ez…ku min karibûya zanibûya minê di vir da ma ew denganebibihîsta? Kîjan dengî? Herî xeterên milkan…min ra qala vê xeterê bike…qala zimênbike…min ew çito gemarî kir… ez karim çito wê paqij bikim…ew paqij dibe? Va zimana êku ez paqij bûme? Vê jinê ez çito zayîndin kirim? Va denga mê ye? Va rêya ma digihêje te?Ma di van rêyan da derketin tune.? Ji kîjanê rêyê bimeşim? Tu yî li ku derêyî? Ezî li teme?Ezê çito bigihêjime te? Ez eslî xwe digerim…eslîmin tu yî…eslî min ba te ye…ez sî me…tuşewqî…tu çavkanîya şewqêyî…tu hîn li şewqê hindurdatirî… cem te hindur derva heye…cemte alî, kêlek têne dîtin…tu serî an jî binî…tu li cîhekîyî an jî tu di demekê da yî…cem te dem,cîh tuneye, tu bêcîhî û bêdemîyê dayî…tu xwedîyê erdêyî ma tu li navend dayî…tu xwedîyêezmanayî, ma tu bêezman û bê erdî…ezê cîhî xwe biterikînim, ezê ji demê da çitoderkevim…ezê çito werme ba te, te çito bibînim…divê li te bigerim an jî tu li her derêyî…ezkarim te li her derê bibînim, ezê te çito bibînim…ezê çito karibim werme ba te, dixwezimwerme ba te…tê me ba te… tê me xwe…tu min hişyar dikî…ezî serxweşbûm, tu min hişyardikî…serxweşîya min ne ya tirîye…dawîya serxweşîya min tuneye…her ku ez hişyar dibimserxweşîya min zêde dibe…tu ne dawîyî…ez dawîme niha…ku ez bigihîşme te bi dawînabim…nabime destpêk û dawî…ezê ne bi ez bim…ez nikarim bibime te, lê min, ancax tukarî rabera min bikî… min xwe wenda kir…ez nikarime xwe bibînim…niha di vir da tişteknema…her tişt pir zêde bû, kêm bû, qedîya…deng wenda bûn…gotin wenda bûn…tîp wendabûn…peyvik wenda bûn…sî wenda bû…şewq wenda bû…heyînî wenda bû…tunebûn tunebû…ku her tişt wenda bû tu derketî holê…bi tenê tu dimînî…niha wira tuneye…li vir hebuntuneye tunebun tuneye…vira ne cîheke…ne tişteke…vira hîç ne tişteke…hîç nîne…viratuneye…bitenê tu heyî lê ku mirov nêzîka te dibe tu wenda dibî…tu pirî mezinî her ku nêzîkdibim te nabînim…şewq zêde dibe, kor dibim…êdî te nabînime…nikarime li temêzekim…çavên min namînin…hîç deng namînin… li vir qet sî tuneye…qet tiştektuneye…her tişt tune bû…bitenê tu mayî…bi tenê tu… tu.III.Tu veşareya minî. Veşareya xwe di te da raçav dikim. Tu xwe di min da temaşe bike.


Li min ku kî dibe ez, wî di min da raçav bike.Êdî tîpa, denga, gotina berdidim.Vira bitenê tu yî.


Dengvedana WestîyayîMin lîstik zen kiribû. Dema ku ez li Konya’yê revîyam û hatime vî bajarî, min zen kiribû kuezê lîstikvanekî başbim. Cara yekem ku ez û tu di wê cafê da rasta hev hatin te min ra gotibû“lîstikeka xetereye.” Min bitênê dixwest lîstikvan bim, ê dini ne xema min bû.Navê min Meftune bû, ku ez li mal da derketim min navî xwe kire Özlem.Te jî Özlem zanibû, salan şunda min te ra qala Meftuneyê kir, te bawer nekir.Pir dûra min te ra vegotibû ku bavê min ji dekoratorîya tîyatroyê da malnîş nebûye, ew difabrîqa êrd da dixebite, dayîka min ku tu caran mamosteyî ya Îngîlîzî nekiribû, ku xanimekamalê a li Bozkırê bû. Ewqas pir tiştên ku min te ra venegotine hebûne ku…niha li ser vêbanqa ku te ez terikandim û çûyî ez ne bi tenê bûme, mîna ku tu li cem min bî ez wana te ravedibêjim.Tê bîra te ku cara yekem em rasta hev hatin te li nav cavê min mêze kir û got” ez di van cavanda veşareyeka ku tu cara min nedîtîye dibînim”. Eve wê demê, min fedî kirina xwe revand ûli çavên te yê rengê qehweyî mêzekir, ku çi bû, bû. Di hindûrî min da cîhek êşîya. Êşand lêmin êşeka şêrîn dît. Masulkeyên min sist bûn, hucrê min belav bûn, qasî ku ez nikarim bilivimbê hal mam, tiştekî ser dilî min vena. Bona ku ez wa tiştana te ra bibêjim pêwîst bû meh ser raderbaz bibin. Min pir fedî dikir. Dûra te çavên xwe ji min veneqetandin û tu runiştî, bêdengmayî, ê te jî di hindûrî te da cîhek li cîhî xwe veqetîya. Min hest kiribû lê min xwest tiştekî


dîyar nekim ser vê mîna ku ez axaftinên bêvaç ên Sibelê guhdar dikim sekinîm. Wê rojê ku tudike veqetîyay te min ra helbesteka Neruda xwend. Min ew qet bîr nekir: “ji êşan mezintir tucîh tunene”. Tiştî ku te li min vedişart ê di vê gotinêda bû. Ez niha li ser vê banqê rudinim aku te ez terikandibûm û careka din venegerîya bûy û tu çuyîbûy, bi xwe ra ez dibêjim. Sibelêli min mêze kir, ku te li Sihhîyê, li rawestgehê em terikandin û çuyî, got ‘axaftinên bêvaçmeke’, ‘ewî zewicîye’.Wê şevê raneketim. Di nav nivîna da dizivirîm. Rabum derketme şaneşînê. Min cixarevexwer.Vegerîyame mitfaxê. Qehwe çêkir. Dîsa derketme şaneşînê. Li hindûr ez nikaribumbisekinîyama. Derketme derva.Sibê ku ez xwe hesîyam divê bavê min dîn bibû. Hetta ku hêrsa xwe ketibû li dayîka minxistibû. Qet ku hêrsî xwe neketibû bedena dayîka min tije rizyayî kiribû.Rûyên dayîka min a werimî û reşbun ber çavên min ra derbaz dibû. Hindurî min diêşîya lewrali cem ew tiştî ku ez difetisandim hîç dima. Tê bîra te di roja din da ku me hevdi dît min te ragotibû ku hetta sibê ez te fikirîm. Te gotibû ‘ez jî.’ Min te, mêrî te û lawikî te fikirandibû.Dayîka xwe difikirîm, bavê xwe, xuçk û birayê xwe difikirîm. Ku ez wana difikirîm hindûrîmin pir diêşîya. Difetisîm. Roj hildihat. Min hîn di nav nivîna da çogê xwe kişandibû sîngaxwe, baskên xwe li ser hev da girê dabû, bi çavên vala li derva, apartmanên ku li derva rêzbûne, dîwarên wêyên gemarî, li şaxên darên ku bi kukurt û zirincê jahr bubûn mêze dikir. Kumirov li valatîyê dinêre, tiştên ku tên ber çavan nabîne. Min bitenê li te dinêrî. Dema ku em lihev veqitîn gotinên ku te gotibûn. Wê tirsa min zêde dikir. Ez tenê dihîştim. Di wir da minxwe pir bi tenê hest dikir. Demeka dirêj û baldarî ku min wê gotinê dinêrî, ‘ji êşan mezintir tucîh tuneye’ va gotina berva hindûrî min avzê dibû. Ez vê niha ferq dikim. Vê li vira, li ser vêbanqê ku ez runiştime, cara dawî ku em li hev veqetîyan û ku qet caran me yê êdî hevdinedîtîya, min hîn baş fêm kirîye.Ew sibeya ku şeva xew neketibû çavên min, wê sibê cara yekem ku ez hatibûm qursaşanoyê û min tu dîtibû, mija şevê a ku ez difetisandim belav bibû, ew bêxemî ya malmêratcîhî xwe bextewarîyeka bihûrbar ra berdabû. Ew şewqa hêvîyê di hindûrî min da qetvenemirî ma tu zanî? Paş ew pevçûnên ku te ez perçe perçe dikirim jî, di hindûrî min da timşewqeka hêvîyê dibû. Ê ku ez tesellî dikirim ew bû. Kîjan demê ku fikra xwekuştinê dikete


uhî min, tim ew a dûr, mîna ew fanosa li sînor ku vêdiket vedimirî, wê şewqê ji destên mindigirt.Sibê ku min tu dît her tişt bîrkir, bitenê min çavên te dîtin. Wa şeva ku mîna sedsalî dirêj bû,bi zehmet derbaz bibû. Ku min tu dîtî, tiştekî nasîn mîna ku salan şunda bibînim bûm. Ê te jî,ku em rasta hev hatin dengî te lerizî, ser rûyê te tawanbarîyeka kur qet neçu, mîna ku bê minte kes nedidît. Wê rojê hevdu naskirin û dersa yekem… nivîs xwendin…bi kar anîna mîmîk,jest û rû, qontrolkirina bedenê, ser dikê rihetî, dersên mîna van. Piranî ji mamoste ku dinoqîna tragedyên yunan ên antîk da bû, tengbûm lê her pirtuka ku bona çavkanîyê dan, minnîşe girt. Divê wana dema herî kin da bi dest bixim. Bi biryarbûm, ku ezê lîstikvanbim.Ku ders qedîya te ez birme ew qafeya papura Arjantînê. Me qehwa Kolombîyayê vexwer. Teqala bîranînê zarokatîya xwe kir, min bêdeng tu guhdar kirî. Tu digirîyay. Ku ji hinarikên teda hêstir avzê dibûn, ku min li rûyê teyî tije êş dinêrî min pir êş dikişand. Li hemberî te dihindûrî min da du hestên dijber tim tev meşîyan. Min li te awakî mirinî hez dikir û ji te biawakî bê dawî nefret dikir. Va helwesta tim ba min ma. Wê demê, ku min li rû yê teyî tije êşnêrî, min hest kir ku bi evîneka bê salix ez te hezdikim, dîsa ji bona ku tu êşan didî min, minhest kir ku ez li te nefret jî dikime.Êvar bû, em ji qafê derketin, heta Kizilayê meşîyan. Li ser rê, parqên zarokan runiştin, pirbêdeng man, tenişta hev mîna du xerîba, rawestî, mîna ku bêhnê nagirin sekinîn…mîna kudikevî valatîyekê…min ne xwe hes kir ne jî tu…di hezarî da yek a sanîyê da berbazbûyîna jihêvîyê û tirsê, ji êşê û bextewarîyê…mîna ku qet nebûye, qet min tu nas nekirîye û mîna kucara yekem ez te bibînim…mîna xerîbekî…welatekî ku qet nizanim û cîhekî ku zimanî wanfêm nakim û mîna ku te nû nasdikim… dûra te mîna bavê xwe…mîna dayîka xwe…mîna kuqey bi salane te nasdikim…qet neaxifî….di navber da kur bi kur bêhn girtin… bêhna minhindûrî min teng dike, tal dike mîna ku bifetisîne…ên ku ji hindûrî min da derbaz dibin bitirsa mîna ku tu karibî bixwînî…bi fedî…em runiştin meşîyan dîsa em runiştin ûmeşîyan…hetanî mal te hevaltî kir. Di quncikî kolanê da, te destên min girt, bi bêhna xweyêzeng te ji enîya min da maç kir, ez dilerizîm. Roja din bi fikra ku qet êdî ezê te nebînimveqetîyam. Bi fikra ku pêwîste careka din te nebînim.Ew şeva jî bê xew derbaz bû. Lingên min jan dida. Sibele li mal bû. Rabejîyayê û got’ keçamin tu li kuderêyî min spagettî çêkiribû, bi birçî benda teme’. Min got ‘pir westîyame’ û


hilkişîyame oda xwe. Ser piştê li ser nivîna dirêj bûm. Çend seeta raketim. Di xeyala xwe damin tu didît. Tu li ser girekî tîk û zaxor berva min direvîyay. Min jî dixwest berva te birevimlê min nikaribû gava bavêjim. Mîna ku giranîyê bi lêngê min va girêdin, nikaribumbimeşîyam. Her ku tu nêzika min dibû min stirîyek didît ku di navbera me da mezin dibû. Ewstirîya mezin bû mezin bû mezin bû hemû gir pêça. Tu wenda bûy. Ez bi hes kirina mîna kubedena min alîyê lavlavkên bi stirî û bi jahr va xwîna min jahr dikin xwe hesîyam. Sibelêbang dikir ‘êdî rabe keça min bes e! Pir teng bûm.’ Rabûm. Min li Sibelê pirsî, qehwe heye.Got, parîyekî bixwe dûra emê vexwin. Min got na ez qehwê dixwezim. Got here bixweçêbike. Qehweka tarî û bê şekir min çêkir. Cixare vêxist. Min çiqas bîrê kiribû. Bi kûranî mêt.Bi xwestina ku min xwest tema qehwê a tehl li ezmanî devî xwe bidim, çend qult min girt.Min deng nedikir. Sibelê çima nizam demakê şunda got, tu hîn di serî rê dayî keça min, hîn kutu pir pê neketîye hişê xwe bigre serî xwe. Aqlî min ji serî min da firîya, çû. Êdî ne mimkunbû. Bitenê tu hebûy di fikra min da. Hemû heyînîya min te dorpêçandibû. Di carekê da ezwenda bibûm, bitenê heyînîya tera tije bibûm, ji çar alîyan da hatibûm dorpêçandin. Minbitenê tu didît. Tu tişt qet nedikete çavên min.Êdî çavên min ne li her bîstekê ra, eyni sibeya bi xumam ra vedibûn. Wê rojê heyînîya xwedema ku min çavên xwe bi eyni rastîyê ra vedikirin min ferq dikir lê va ferq kirina jî dîsa ez lieynî kolana derneketî ku tê da dizivirîm xilas nedikirim. Dema ku min tu nedidît ez dîndibûm. Ku ezî te ra bûm jî ber çavên min nîgara di mala te da ya pîrek û zarokî te nediçû. Vêhesûdîyê hêdî hêdî ez dihelandim û diqedandim. Ez difikirîm ku ezê rojekê qet nemînim an jîrojekê ya xwe ya jî te li holê rakim, mêjî min nikaribû xwe ragirta vê giranîyê, dixwest razê, liser her tiştî da bitevize.Roja ku cara yekem em tevbûn tê bîra te? Emê li mala Serdar bûn ew mala berbad a Seyranê.Me li Kizilayê hevdi dît û em pirtukfiroşan gerîyan. Dew û nanî doner me xwer, ji Sakaryayêberva Kocatepeyê meşîyan. Ku em ketne kolanê Serdar got eywax, pêwîste seet di sêsêya da liZanîngeha Ziman û Dîrokê bim. Tu kenîyay. Ku em bêjin tu girijî hîn raste. Min hes kir kuerd veqelişe û ez ketime wir. Serdar kilît da me û got, kek, hun herin karî min biqede ezêwerim, bi hêz dûr ket. Em bêdeng man. Hetanî mal bê deng em meşîyan. Mal cîhekî dibodruma duyemîn, bêşewq, bêhna cixarê û kufik da bû. Dibe ku hinek bibînin tu ditirsîyay.Qey te digot herkesî zanibû tiştên ku hinekî din şunda ên werine qewimandin. Çiqas ecêb e.Ketne hindûr. Hindûrî malê belav bûyî, tarî û bêhn pîs bû. Min got, tu derbazî salonê be ezêçayê serdim, tê me. Simîdên dest xwe da min danî erdê. Hinekî din şunda tu hatî û te got, belê


îstekî din çaya me jî ê amade be. Li kêleka min runiştî. Serî xwe te da ser sînga min. Dilêmin qet min digot qey dike bisekine. Bêhna te û lêketinên dilê te min dibihîst. Hemû tiştewqas bêdeng û bêwate bû ku…her tişt wê demê da ewqas nav hev ket ku…ava çayê ser raçû…çay demkir…heta demekê em wilo bêdeng man…dilî min mîna ku dikebisekinîya…daweta xaltîya min dihat bîra min...sê roj û sê şeva dewam kiribû…roja yekemxetim û mewlud hatibû danîn…sitilek tirîta lowî û legenek birinc çê kiribûn…dew, selete ûşîranî hate danîn…êvara roja duyemîn kor Ahmed hatibû û heta derengîya şevê, şeva henêdarxistibûn… bi hewayê şikeste ên Konyayê jina xwe firandibûn… Roja dawîyê bi buk girtin,hanîn û gerdekê derbaz bibû… Gerdekê, xaltîya min berê dabû… Sibê çarşefa bi xwîn dayîkamin ra hanîbû…bavî min daketibû reza û çend desta çek avitibû…çi û çi nebû ku yaXwedê…wê wextê ez diçume dibistana sereke sinifa duyemîn…di wan deman da çiqasdawet, buk, gerdek bi şahî û qelebelix dibûn…tirsa gerdekê wê çaxê di min da desppê kir…ezkîjan demê li wan tirsan filitîm? Kîjan demê ew dawetana qedîyan, buk çun, şahî dawî bûn?Niha li wir bi te ra ku tenê runiştime, ku di nav tirsekê da dipêm, ez çiqas li wî zarokî dûrketime. Min wa nikaribû bidîya. Ewî li ku derê bû? Li bav û dîya min çi bibû ? Ji alî wê da dimin da çi mabû? Ez niha li vir kî bûm, çitonî bûm? Te hêdî hêdî xwe nêzika min kir. Mînapisîngekê tu nêzikî min bûyî û te destê xwe li rû û porê min dan. Li min hilperînêk çêbû. Minli te nêrî, ser rûyê te ferîştahek dît. Ew ferîştah bû an jî tiştekî din bû min fêm nedikir. Dûranişkava êşek kete hindûrî min, mîna janekê destpê kir, mezin bû mezin bû, pir mezin bû, dihindûrî min da hilnat. Hindûrî min ê va êşa karibûya bikişanda?Gotinên pir gunehe dîyarnedîyar hinek peyv weşîyan ji lêvê min da. Tu vejiniqî. Tu sekînî, mat mayî. Min ji xwe ra gotpir gunehe pir gunehe. Te li min pirsî, min fêm nekir rinda min tu çi dibêjî. Min tim ewpeyvikana bi dengekî nizm dubare dikir. Te fêm nedikir. Ez nabihîzim te got, tu çi dibêjî? Minrûyê te nêrî, çavên te nêrî, di çavên te da min şewqeka zelûl dît. Ez bi dengekî pispisîyam mingot, ew şewqa pir nebes e. Te bi pihêt xwe li min werda. Ku te xwe li min werda mîna ku dibedena min da robarek biherike. Îcar min bi çavên xweyên girtî li valatîyê, valatîya navberamin û te da dinêrî. Ku min dinêrî ew valatîya mezin dibû, pir kûr dibû. Pir ditirsîyam. Bedenamin jan digirt. Rûvê min jan digirt. Lêvê min hişk bibûn. Hinarikên min dişewitîn. Porên mindişewitî. Destên min li ser pişta te, stukurê te, porê te da bû. Te bidom ez maç dikirim, timdigot ez te hezdikim, ez te hezdikim û te digot canê min, te digot yara min, yara min, tu mînaku digrîyay diaxifî, min te wenda kiribû, xwe wenda kiribû…ji min bi çend dilop xwînqenepe gemarî bû… ku bêhna te hate cîh di carekê da mîna ku were barandin te dest bi girîkir… hiçqirixê te demeka dirêj dewam kir…min tiştek fêm nekiribû…çi bû…çi ma bû…tu çima digrî… navberekêda te xwe teva min kir û bi dengekî nizm te got, ez te hezdikim…ez te


hezdikim…guhê min mîna ku tije bibûn, xetimîbûn…tu tişt min nedibihîst. Min tu tişt nedidît.Rûyê te pir biçuk bibû. Çavên te rengê qehweyî bû. Dibiriqîn. Min bibokên çavê te didît.Mîna kehrîbarê dişewitî. Va gunehî minî yekem bû. Divê ku va gunehî teyî hanî pir bû. Minjinitîya xwe dabû te. Min xwe dabû te. Te sankî min ji min girtibû. Min dûra te û hîç tişteknebihîst û ez rabûm bi hêz berva derî meşîyam û derketim. Heta ku lingên min nikaribûna minbikişînin ez meşîyam. Ku ez hatme mal Sibel zû da raketibû. Êdî deraxî sibê bû. Ku te derîvekir ez ser te da hilweşîyam. Awazên te tên bîra min. Roja din ku ez xwe hesîyan esir derbazbibû. Serî min diêşîya. Niha dayîka min li kêlaka sobê da divê ku dest da şîş yek tiştadihûnîne. Bavî min li mizgeftê vegerîya ye, di çavan da berçavkên cam stûr, rojnameya kumaye dixwune. Di hindûr da dengî sobê, divê dibe ketibû bedengîyê.Sibel tunebû. Çume mitfaxê min du grîpîn xwer û qehwe çêkir.Şeqên min diêşîyan, rûvê min jan dida. Di hindûrî min da cîhek hilweşîya bû. Dîwarek hatibûderbaz kirin. Rêyek hatibû girtin. Li derva hengama bajêr bilind dibû. Taveka mirovan taldibû. Çiqas pir tişt dibûn. Jîyan çiqas xwedî veşartîyekê bû. Her ku mirov êşan dikşîne dibîneku mirov xwedî pir veşartîyanin.Li vira, ser vê banqê, niha ez, cara yekem ku em bi hev ra bûn, ew sirra ku te min ra gotibûdifikirim. Gotina duyemîn a ku qet li bîra min neçû vaya bû, bi rastî li êşan mezintir cîhektunebû, vaya di wê bîstikê da min hîn baş fêm kiribû.Dûra, li wê rojê şunda du roja ne tu li min gerîyayî ne jî min xwest te bibînim. Dema ku mintu di ber derî baxçê dibistanê dît, îcar bi rastî mîna ku salan şunda cara yekem em rasta hevhetibin min hes kir. Demeka dirêj te nikaribû li çavê min mêzekî.Êvarê tu bi pîreka xwe ra banga cîhekî kiribûn, zû veqetîyay. Ez bi serî xwe, hinekî li vir liwir zivirîm şunda çume sînemayê.Ku ez ketme salonê fîlmê destpê kiribû. Yekem ber çavên min reş bûn, mîna ku di xew kevimbûm. Mîna ku dikevime nav xeyalekî. Dûra li ser perda spî min dest bi xeyal dîtinekê kir. Minxwe, tu, duh, sibe her tişt bîr kir. Ku min çîroka xwe çîrokeka din ra berdêl kir, dinya xwe minbîr kir.


Ku şewq vêketin û xewn bi dawî bû, derketim dîsa teva wê qelebelixê bûm. Li vir bi temamîmin nikaribû xwe wenda bikira. Îcar zû çûme mal. Sibel dîsa tunebû.Haşhaşa ku min ji Serdar standibû min teva titûnê kir û kêşand. Di bêhna duduya da wekî kuezmana mêjî min vebe, hindûrî min berva jor bilind bû, sivik bûm, wekî perekî, mîna bifirim,hêdî hêdî hêdîbûm, sivikbûm, bi bêhnê nû ez hinekî din kêm bûm.Wê rojê şunda min û Serdar hîn zêde me hevdi didît. Te ra dotira rojê me hev didît û di malaSerdar da em bi hev ra dibûn. Îcar ez digirîyam. Te ra diqêrîyam. Pevçûnê me zêde dibûn. Tehemberî min gelekî tûnd radida. Min te ra kifir dikir. Dûra ya tu yan jî ez digirîyam û me xwehevdu werdida. Dûra ku te ez berdidam û tu diçuyî mala xwe, min ji paş te li te dinêrî û digotez li te nefret dikim. Ez xwe ra dipeyivîm. Her tim bi xwe ra ez dipeyivîm, li dibistanê, qursê,ku otobosê dipêm, ku yekîra dipeyîvim, li qafekê ku tenê rudinim, li mal Sibelê ra şîvêdixwum. Ên hember xwe bîstekî guhdar kir şunda guhê min, pevçûnê me, tiştên ku te mirapispisîbûn, îtîrafên min tije dibû. Min tu kes nedibihîst. Bê dengî xwe tu deng min nedibihîst.Ez dişibîyama te. Min didît ku te ez hêdî hêdî şibandime xwe. Piranî danê êvarê ku tu li minvediqetîyayî û diçuyî mala xwe, jahra tenêtîyê hindûrî min da diherikî. Niha li vira va tiştênku qewimîn şunda, di vê bîstikê da ku bêdawî min tu wenda kirîye jî, qasî ew dema ku te ezterikandim û çuyî ne bêxemim. Her şev di hindûrî xwe da bi yek tişt wenda kirî vedigerimmala xwe. Di helwesteka ku nîvê mêjî min jê bûye, serî dilê min perçe bûye, fera çavên minhinekî din vemirîye da me. Min didît, êşa ku te bi min kişandin dida hîn zêdetir te êşdikişand, lê tu bahane nefreta ku min li te dikir, nikaribû ber mezin bûyîna wê nefretê astengbe.Îlon hat sekinî. Alîya min a ku li Enqerê hez dikir derket holê. Di vî bajarî da bitenê payîzexweş bûn. Xemgînî, sifteh destpêka îlonê da rengê xwe dide pelçên dara, wana bi rengekî zêrzerî boyax dike, ji paş da bayêkî ku qet li kolana kêm nabe ba dike, şevan ber pencerê mînafîskanîyeka sêwîya lêdixe, mirovan ji xwe werdana jîyanê dûr dixîne, dibe sedema axa ku rîçberdayê ye a kur ku bin te da bişemite, her ku diçû vediguhere paytexta bêdengî û bêkesîyê.Dema ku îlon hat sekinî, kerehûyê navberî me da, di hindûrî me da yek cîh zûda jahrandibû ûkuştibû. Îlonê rupişteka xemgîn a nû avite ser navbera me, çiqas weqte ku ez ketibum kortabêxemîyê, hînekî din ez têda cop kirim, safrana xwe serî me dan bona ku te dûra min bixîne ûli ba min te hîn tenê dihêle.


Hefteyî duyemîn a îlonê, êvarekê tu hatî û te got sibe emê karibin herine Bursayê.Mîna ku Sibel ne li cem mebe te xwe teva min kir û min lêvê xwe bi deqan tera berdabû. Têbîra te nizanim lewra li mehan şunda cara yekem min te ra gotibû ‘ez te hezdikim.’ Tê bîra teçiqas girîyabûm, çito min gotibû xwe li min werde, çiqas kêfî min xweş bibû? Wê şevê pirdirêj ajot. Çavên min werimîbûn. Sibê ku em li otobosê sîwar bûn demeka kin da min serîxwe dabû ser milê te û xew da çubûm. Weqta ku min çavên xwe bi zehmet vekir, te digot ‘deêdî rabe, bese, mêze hinekî din şunda em dike têkevine otogarê’. Ez xwe hesîyam û min serîxwe careka din da ser sînga te.Şeş rojên ku me li Bursayê derbaz kir, bona min wekî vejîna mirinê şunda bû. Bi rastî tu hînketibûy nav xemgînîyê, te hîn veguherîyabûy bêdengîyeka tarî, tu hîn bi tenê mayîbûy, ku te limin dinêrî çavên te hîn zêde êş dikişand lê ezî serxweş bûm, min bi coş keşf kiribû ku ruhîmin jî wekî ruhî vî bajarî ye.Her rojekê rûyekî nû ya vî bajêrî me dît, me rupeleka nû xwend.Li Bursayê dem me li ser rûyê mirovên pirsalî temaşe dikir ên ku di hewşa mizgeftê da. Menargîle vexwer. Me xwe paqij kir û em ketne hindûr, hewz, dengî avê, qasî beşna mirovanelîf, vav, he’yên xweşik, mirovên tebitî, gavên xweyên bi temkîn, rehet; ên ku enîya xweyênspî didine ser erdê, ên ku ji vitrayan da tê parzinandin û derdorê xwe şewqê didê, ronik dike,extîyarên bêdeng, aram…me çu li baxçê çayê semaver da çay vexwer…te nîgarên minkijandin…min temaşa titun pêçandina, vêxistin û vexwerina te kir…min xemgînînya tetemaşe kir…heyînîya te bi xemêra tevlihev bibû…bextewarî, kêfxweşî, vana dînikbûne tedigot…bitenê aramî heye te digot…bextewarîyeka bêrawest e aramî…ew jî heta ku karibîxwera îxanetê nekî…dîsa jî derî hêvîyê ê vekirîye…ku çiqas gemarîbûyî jî, derya gemarênagre…te digot pêwîste tu di wê deryayê kevî…gavek tirs gavek hêvî…di bêhnekê da durawestgah…çavên te pir bi xemgînî mêze dikir…ku li min dinêrî ez digrîyam…te li êşa dimin da dinêrî…tu tenê bûy…ez tenê bûm…em herdu bi hevra tenha bûn…meli Bursayê şeşroj derbaz kir. Li wira hemû tişt nasbûn. Min hes kiribû qey ezî li belda ku lê bume û mezinbûme da me. Min û te me li vir hevdu nas kir. Tu li vira bitenê ya min bûy. Mîna xeyalekîbû.Rojtir em li bajêr digerîyen qey em lê têr nedibûn. Êvarê em vedigerîyan pansîyona ku em lêdiman, diketne nav bêdengîyê. Dûra zimanî me vedibû û em her tiştî diaxifîn, bê navber,yekcara te yekcara jî ez diaxifîn. Bişev em derdiketin, ji bin darên ixlamuran ên beden gir ûpirsalî da, nav bêhna wan a ku bêhn xweşîyê mirovan dixerbilîne da derbaz dibûn digihîştinebajêr, navenda bajarî kevn, ku va derana êdî tenha bûne, em li derdora wa taxa digerîyan,


turbe, mescîdên biçuk ên ku wenda dibûn di nav keskê da, yek û tenhê da rudiniştin, raborîyê,zarokîyê, îro, evînên nemir, bêbextîya niha, bêhêvîtîyê, gihîştandina du dilên wekî du derya,tevlihevbûna du bedenên bi bengî, îrada heyînîya zarokan û hevdu kişandina du heyînîya, livan malên kevn ên ku têda hîn çira vêdikevin pencereyên wan me dinêrî û jîyandinin li wirem difikirîn û diaxifîn.Siba roja şeşemîn em vegerîyan. Dîsa min serî xwe da ser sînga wî, raketim.Di xewnê da çavên xweyê ku ji te ne, porî xweyî bi pêl wekî kestanê ku ji min e, min keça medît.Dûra ewrek derbaz bû, li ser rêya asfaltê ku di çolê da dirêj dibû, otobosek sekinî, jinek ûlawikek di pencerê da avitin ser zinara. Lawik li erdê ket, serî xwe perçe bû, bedena xwe lîmelîme bû. Destên xwe, pêçiyên xwe, her perçekî xwe li alîyekî ket.Bi qîrîn xwe hesîyam. Di nav xwêdanê da mabûm. Tu jî radiketî, bitirs xwe hesîyay.Ji vegerê mehekê şunda nexweşîya min derengîyê ket, min li eczexanê testek kirî û çend caraew testa dubare kir şunda, dema ku min tera hevdîtin pêk anî, tirs û wesweseya ku li ser rûyête venabû mêzekir, te ra cara yekem min gotibû ‘lanet be ew roja ku min tu naskirî’. Wîhefteyî me hevdu xwer. Min ne dixwest te bibînim. Min li te nefret dikir. Prowayênceribandina lîstika me destpê kiribû, bona ku ez xwe îspat bikim derfetek derketibû pêş min,min nikaribû dewam bikira, dîya xwe gerîyam, ‘tu zanî keça min’ gotibû, ‘hêvîya xwe li bavîxwe bibire’; min xwe hepsa malê kir, min ne dixwest kesekî bibînim…dûra ew roja hat…tuhatî…Ez derneketim. Sibelê pir israr kir. Ji ber girî çavên min verimîbûn. Mîna ku kezeba min jêkin. Di hindûrî min da tiştek hebû, canek, ruhek, te wa hes nedikir. Te wa nedixwest.Min waya wekî êşekê di hindûrî xwe da dikişand. Haca wi li qet tiştekî tunebû. Ewî çito bû,ruhê wî hebû, hes dikir, dişibîya çi, keç bû, porê xwe dişibîya min, çavên xwe dişibîyan te, teçi ma ew nedixwest, çi ma te ez xwestim, bi min ra bûy, çi ma hîn tuyî zewicîbûy, bi pîrek ûzarokî xwe ra jîyan dewam dikir, çi bibû li min, min çi ma ewqas li te hez dikir, va çi bû, evînçi bû, bengî çi bû, çi min dikişand, min xwe çito wenda kiribû, li min çi dibû, va cana çitohindûrî min da peyda bû, min çito nikaribû wayî biparêzim.Min çito nikaribû wayî biparêzim.Wayî min nikaribû biparêza, ew heyînîyî ku hîn nikaribû pifa ruhî xwe bike, te çito li minstand?Em çune Ayranciyê, kolanekê, cîhekî qatî têketin a avahîyeka kevn. Hiç nediaxifîn. Rûyê tevalabû. Qet tiştekî xuya nedikir. Ji xwe min qet li te mêze nedikir. Yanê min tu nedidît. Minkesek nedidît. Cerrah mirovekî mîna kalekî gêj bû. Rûyê xwe dişibîya mêrkuja. Rûyê xwe yê


narencî bû. Pozî xwe pirî gir bû. Çavên xwe yê kort bûn. Enîya xwe yê sor bû, mîna pincêr.Pirî pelte bû. Geweze bû. Hevşîre jinpîr bû, pîrhevok bû.Ez xerbilandim. Tu li wira, li salona payînê a têketinê da benda min bûy.Tu tinê benda min bûy, ez ne ya berê bûm.Min xwe li wir berda, te ez berdame mal.Devî Sîbelê kêrê venedikir.Texmîn dikim ew jî hinekî ber te diket û lit e nefret dikir.TiştekŞemitîÇû.Min li ezmana dinêrî. Demeka dirêj, qet çavên xwe lê nebirîn, mîna ku çavên xwe mîx bikimlê dinêrî,tişteknişkavaşemitîdi mista min da çu,min ew revand,ji hindûrî min daşemitîçû.Min ew wenda kir. Ew êdî ne ya min bû. Ez ne wa bûm. Ez ne ê berêbûm.Hindûrî min vala bibû.Canî di hindûrî min da vemirîbû.teva wî canîtiştekji çavên minherikî ûçûbû.


Berê ez pirî mezin bûm. Pirbi cesaret bûm. Min li xwe bawer dikir…Dûra çi bû nizanim, nişkavaBiçuk bûna min dest pêkir…biçûk dibûm…biçuk dibûm…di hindûrda tenê bûm…min li sibelê tika kiribû ku min tenê bêle…ew gelekî xemgînbû…ez tenê hîştim…ku ez tenê hîştim min destbiçuk bûnê kir…biçuk dibûm…min nêrî ku destên min, çavên min, porê min kêm dibîye…bêhnêmin kêm dibîye…ez pir kêm bûm pir biçuk bûm qasî ku nayê xuya biçuk bûm biçuk bûm biçuk bûm…P i r p e r çe b ûm.b e l av b û m. P e rç ê m i nçaralîyab e la vbûKêlekên min dihelisîn.Hindûrî min dişewitî, her ku dişewitî bêhna şewatê dihat. Her ku dihat hindûrî min biçukdibû. Ez ne ê berê bûm, êdî ez ne ê berê bûm. Rûyê te pir biçuk dibû. Çavên te nayên bîramin. Mîna ku nişkava di bîreka kilsê kevim. Êşeka agir a ku berê qet min nedîtibû, bêhnekaşewatê, di hindûrî min da êşek mezin dibû. Her ku hindûrî min biçuk dibû êş mezin dibû.Dinya tarî dibû, ronik dibû, dîsa tarî dibû û ronik dibû, min hîn qet tiştek hes nedikir, mînakevirekî bê hes, tund, matmayî, mîna hesinekî bi zeng mîna xwelîya komirê a tund hindûrîmin diêşîya pir diêşîya.


Min tim xeyal didîtin…min ew keçika por bi pêl, çavên wê yê kestane ên qehweyî, min ra nedigot dayê, ku min wa didît min lê dipirsî, keça min tu çima min ra nayê dayê, vê min ra digottu kî yî, min digot ez ne dayîkim keçamin lê tu rastî yî, ez te nas nakim digot, min digot ezimkeça min, ez jî bi te ra perçe bûm, wê digot zikê te hatîye çirandin, min digot lê keça min, wêdigot min ra nebêje keça min, min dixwest pir tiştan bibêjim lê bê feydebû, min didît, eztawanbarim keça min, min nikaribû tu biparêzay, ez te ra neyê amade bûm, ez pir bêçare bûm,ez gelekî tenê bûm keça min, min pir zêde hezkiri bû, ku ez ji mala xwe revîyam vana qetnefikirî bûm, keça min, min dixwest bibime lîstikvan, min zen kir ku va jî lîstikeke,lîstikek…bitenê lîstikek… her kesî dilîst…herkesî ên ku dabune wana dixwendin…herkesîcilên ku wan ra hatibûn birîn li xwe dikirin…derhênerek hebû…lîstikek hatibû nivîsandin ûherkesî rolek dabûnê…rola min jî va bû… min nikaribû tiştekî bikim…nivîseka ku bona minhatibû nivîsandin hebû…min va ezbere kiribû…min va li ser dikê digot…niha dika minviraye, va oda, niha di nav van nivîna da me, hawar Xwedê yo va jî çî ye, va xwîna ku ji şeqêmin da diherike çî ye.Kabûs bi dawî bû. Her tişt pir bêdeng bû. Bahoz hatibû û her tişt erdê ra kiribû yek. Meyrijîyabû, cam şikestîbûn, dar li erdê ra dirêj bibûn, pelç helîsîbûn, şax perçe bibûn. Lehîyekhatibû her tişt dabû pêş xwe û belav kiribû. Tiştek nayê bîra min. Tê bîra te şeva gala yê? Berîlîstikê tu hatî kulîsê û te mira bext xwest. Te ez maçkirim. Xeyal meyal tê bîra min. Tu gelekîlawaz ketibûy. Rûyê te çilmisî bû. Dengî te dilerizî. Bitenê min got sax be. Dûra çuy.Navberekê da min tu di nav temaşevanan da dît. Min pisînga ku çêlikê xwe dixwe dilîst.Dema ku tu hatî kulîsê min kostum li xwe kiribû. Lîstikê şunda tu yê çi bikî, te li min pirsî.Qet, min gotibû, ezê herme mal. Te dîsa pirsîbû, em karin hinekî hevdura biaxifin. Mingotibû, dibe. Dûra Sibel, ez, tu em çune mal.Sibelê qehwe çêkir, pastayî ku te kirîbû çênî kir, kire firaqa. Em li erdê runiştin. Tu çarmêrkîruniştî. Dîsa te drum dipêça. Te me ra jî pêça. Hindûr di bin dûmanê da ma. Sibel kişîya odaxwe. Bêdeng tu girîyay. Pozî min xwîn bû. Te desmala qaxiz dane min. Ku destê te bi min bûmin nişkava kişand. Ku tu bi min bûyî tiştekî sar çêbû. Tiştek li min belav bû. Tu qasî minxwe nikarî bêkes hes bikî. Mêze tu nikarîye ber vê êşê bisekinî. Kişîyay. Bîstikên hanî damîna ku tu dikî dîsa bêdeng mayî. Mîna tawanbarekî tu pelciqî.Pir dem derbaz bûn. Demê, neynukên xwe noqa tenî mekir, xwîn kir, kezeba me qul kir ûderbaz bû. Sibel hat. Of pof kir. Hilweşîya kêleka min. Serî min pêça. Kişande sînga xwe. Diçep û rast da hêl bû. Qet deng tunebû di hindûr da. Dengên derva nediketine hindûr. Di


hindûrî me da pir gumîn hebûn. Hindûrî me bêxeber bû li dervayî me. Ez li her tiştî bêxeberbûm. Te nikaribû xwe nêzika min bikî. Navbera min û te da dîwar bilind dibûn. Denganikaribûn ser va dîwara ra gavkin. Dengî te nedigihîşte hindûrî min. Di hindûrî min da pirgumîn hebûn, gumîn hebûn, pir westîyayî pir westîyayî dengvedan dibûn, ji van dengan ecizbûm, çiqas zû eciz bûm ji vê jîyanê, çiqas zû eciz bûm li te, li xwe, eciz bûm…ez bi xwe pirgiranbûm. Tu pirî giranbûy. Tu wekî zirinçî. Nikarim te bikişînim. Nikarî min bikişîni.Temasa min meke. Careka din tuyê karibî temasa min bikî? Tu min dibihîsî? Ez çito dijîm tuzanî? Min nişkava demek bîr kir. Ez derime dibistana sereke, mêze ez bûme zarokekî. Ev e ezew keçika me a ku dayîka min sibê gulîyê wê dihunand, cilê wê lê dikir, xwerin û vexwerindidayê, dişand oxir dikir…ez wa zaroka me…te nas nakim… tu kî yî…waya tu yî? Te nasnakim…nikarim te bibihîzim…pir gumîn hene di hindûrî min da pir gumîn heye gumîngumî…Mîna ku temenek derbaz dibe demek derbaz bû. Rojekê ku ez û Serdar li Sakaryayê digerîyantu derketî hatî. Wexta ku min tu dît mîna ku rûyekî nû bibînim, mîna ku nasekî berê dîtibimtemasa te kir. Pir guhetîn di te da çêbibûn . Hîn bêdeng, hîn fedok, hîn di dil da dinêrî, hînzêde êş, hîn zêde bêkesî, Serdar îcar xwe li te werda, em li baxçekî qafeka tenha runiştin, meçay vexwer te pir cixare kişand, tim bêdeng man, Serdar em hîştin û çû, te di min da derîyekîvekirî dît, te ez girtim birme gola Eymurê, di daristanê da hinekî meşîyan, bin dara biyanî abehîvê runiştin, dareka extîyar bû va, dişibîya vî mirovekî kal, li çîya dijîya û cîhekî ku serîxwe têkî jî tunebû, di bedena dareka fireh da qefa darê da dima, tu niha dişibî wî mirovî, tuzanî ez jî gelekî guherîm, te temasa birînên min ên ku rehet dibûn kir, te li wan nêrî û axifî, tegot tu min rehet dikiye, te got tu derdê minî, min got ne bese dert derman ji te ra, zimanî minvedibû, te temasa tenêbûna min dikir, dûra çiqas şunda nizam her tişt vebû, helîya, herikî, te lironîya çavên min mêze kir, te ez pêçam, pêçandim dîsa ji min ra…Prowayên lîstika nû destpê kiribû. Çomleka Platius bû zen dikim ew bû, li Sibelêveqetîyabûm min li Seyranê navbera serbanekî kirê kiribû, tu her roj dihatî, yekcara dimayî,bavî min hîn min ra nediaxifî, her hefte ez li dayîka xwe digerîyam û me derdî xwe hevduradigot, te pîreka xwe û zarokî xwe bona serdana malbatê şandibû, tu cem min dimayî, ez mînaku di xewneka nû kevif da bûm, ew rojana paş da mabûn, yek tişt jî girtibûn lê her bîstekê hertişt nûva dibû, dîsa bi bengî ez bi te va dibûm, ma bê te qet hêvîyên min hebûn, bê te min ruhîxwe nedida kesekî, ruhî min ê te bû, hemû xezînê xwe min te ra vekir, xeyalî ku yekem keteçavên min tu bûy, min li te ewqas hez dikir ku min karibû xwe di navber da rakim, bi vî awayî


oj hatin û derbaz bûn, ku derbaz dibûn dîsa yek derên min xwîn dibûn lewra va nexweşîyekajîyandinê bû, ew tengezarîya ruh valatîya navbera min û te bû, tim tim valatî çê dibû, dimekan û deman da pir valatî dibûn, ku tu dihatî şahî dibû valatî wenda dibû, dûra valatîyekakur û gir çêdibû, kesekî nikarîbû wê bigre, wê kesekî qasî te nikaribû gir bike, tu valatîya mina herî mezin bûy, tu çola min bûy, derya min bûy, di te da min xwe dişuşt, di te da gemarîdibûm, di te da mezin û biçuk dibûm, tu şikefta min bûy ez dihatme te, di te da min ewtenêbûna xwe diparast, te pir êş bi min fêr kirin da, me pir lîstik lîst gelekî bi zehmet bû, hertişt bi te ra pir xweş bû, bi seetan em hevra şadibûn, bedena min çiqas dûra min diket, ew mintim a ku ne ya mine ne eyda mine mîna tiştekî wir dihesiband, bedena min çiqas sivik dibû,yekcara çiqas giran dibû, mezin dibû, ruhî min daduqurt, wê şevê bîra xwe dixî heta nîvro emraketin, şeveka dirêj bû sê roja qet em di mal da derneketin, emê di şikeftekê da bûn, va herdu tenêtîyê em westandin, dûra tu çûy wê şevê nehatî, pîreka te û zarokî te vegerîyabûn, minte ra gotibû lîstikê şunda mere, te got, çi bû dîsa çi heye, ez pir xirabim min got, te got çi bû,min got ditirsime, te tirsa ku di çavên min daye nêrî, te seh kir, te her tişt seh dikir, tiştî ku teseh kir rast bû, me vaya bi tev roja din fêm kir, tarîtîyek çêbû ez ketme wira, tenê di wir daşewq tunebû, min te ra got min tenê berde, çume mal, min testa xwe dubare kir, rast bû.Ji wan her du rojan tiştek nayê bîra min, îcar te ez birme poliqilînîkekê a taxeka kêlekê bajir,ew cana jî di hindûrî min da kolan, te ez hanîme mal û ser nivînê dirêj kirim, bi seeta me qetaxaftin nekir, tişteki ku em bibêjin tunebû, her tişt vemirî bû, qet peyvek nemabû, ew rojên kute digot ez axaftinim paşda mabûn, sankî rehmî min ne mêjî min hatibû kolandin, tişteknedihate bîra min, lîstik xilas bû, prowayên lîstikeka nû destpê kir, mamoste îcar replîkeka kurolekî kine da min, min careka din qet tu nedîtî, hetanî roja îro ku em li vê banqê li parqaKurtuluşê hatne cem hev, qet tiştek me bi hev ra negot, te got ku ez gelekî xemgînim, dûra tegot ji êşan mezintir qet cîh tune û te ez terikandim çûyî, min zen kir ku va lîstikeke, hîn jîlîstikekê zen dikime, va lîstikeke, ez bona vê ji mal da revîyam û hatme vî bajarî, mindixwest bibime lîstikvanekî.


Yek û HemûMukaddes’ê raRoja şemîyê bû. Yekem hefteyê şibatê bû, lê rojeka mîna ku ji bihari da mayî bû. Ne rojêdişewitand ne jî sermê dicemidand. Vira berê taxeka kolit bûye. Ku îzna îmarê derket şundamüteahîda êrişa vir kirin û vira kirne zevîyeka avahîya. Hîn jî mimkun bû ku mirov kariberasta hinek kolitê perde pêxistî û çira vêketî were. Vira taxeka mezin e, ji sala şêştan virdagundîyên Çorum, Tokat, Sivas û Erzincanê koçberî vir bûne. Hevala min ku got ‘zarok hinekîkeherîye, tu tenê here’ erka danûstandinê min ra ma. Derketim. Ku ji mal dertêm, hesamahremîyetê belav dibe. Yekcara li kolana ez xwe tazî hes dikim. Memûrên navhalî, esnafêntaxê, koçberên ku hîn rengê xwe ên gund diparêzin, zarokên wan ên ku sosret xuya dikin,bermayînên înşaata, çamûr, xwelî, wasitayên kesos şikestî, serî gavê qafeyên înternetê…çume bazara taxê. Taxûrka ku minji paş xwe dikişand nîvçe bibû. ‘Sêvên tund in? Bira vanabuzxanene, mîna kêvirin, çend kîlo?’ ‘bide du kîloya bila tevlihev be.’ Firoşkar di paş tezgehda sêvên biçuk û xirab bi hêz dadigirte turik, ji ser milê min da dengekî belengaz, got ‘kurêmin tika dikim min ra jî tê karibî kîlok sêv bikirî?’ Zivirîm, yekî rû qermiçî, westîyayî, rûyekîkal, porî xweyî boz ku ser guhê wî girtibû, xwedî saqokî kevn, xwedî gomlekekî ku berstûhincirîbû û bişkova dawî jî girtîbû, mirovekî ku xwe ragirtîye gopal û ser linga sekinîye. Bilalikî min pê ra kot ‘dibe apo.’ Min firoşkar ra got, ‘tu karî kîloka din jî bipîvî?’ Ez dîsazivirîme mirov û min lê pirsî ‘tu kîjanî dixwezî?’ got ‘ferq nake lawê min’ û stûyê xwe xwerkir. Min lê pirsî ‘bila tevlihev be apo?’ got ‘dibe lawê min.’ Min tûrik dirêjê kir. Got ‘ gelekîspas dikim lawê min’ û dûr ket. Ketme nav qelebelixê. Ku min muz û kestane kirî şunda jibazarê derketim. Vira gelekî bi meyîl bû. Taxûrke tije bû, bi tews meşandin pir zehmet bû. Kuez ji hevrazê daketim min taxûrk da kêlekê û cixarek vêxist. Ên ku li wira derin tên dinêrimlewra di çavên min da tiştekî din. Ew jî çîye, apî bîstekî berî niha. Di dest da tûrik, bi zehmetî


ji hevrazê da dadikeve. Ez ferq nekirim û derbaz bû. Ji paş va min dest bi şopandinê kir. Virapapura ku otobus û mînîbus dertêne rawestgeha dawî ye, papura yekemîn e. Cîhî ku hevrazêdest pê dikir dibû çetel. Jêr pir zêde tîk e û kolaneka teng têda dadikeve. Cîhî ku newaldiqede, jêr wiraye. Di newalê da kolitê ku hatibûn kamû kirin bilind dibûn. Kolan, çend sedmetre şunda digihîşte bulwarê. Derdorê bulwarê bi dehan qatî avahîyên nav sîteyan da…Mirovî kal di cîhî ku rê dibû çetel da bîstekî bêhna xwe girt şunda bervî xwe da jêr. Ji paş dadîsa bi gavên hêdî min ew şopand. Va hevraza hînî bi zehmet e. Ku mirov dadikeve qey tudibêjî niha ji jor da mirovê bikeve û ê loxa jêr bibe. Qembûra xwe hîn derdikete holê. Taxûrkamina bazarê her ku diçû giran dibû. Bi zehmetî em li hevrazê peya bûn. Mirov tam daneketenewalê û li pî rast kete rêyeka şiverê. Ez jî paş da çûm. Kolanên tije zarok bûn. Kêfa rojekagerm derdixistin. Zarokên xasî, ên ku ji sermê hinarikên xwe qelişîne, bi çilm û solnaylon…jinpîra ku ber malê da xwe daye tava rojê, divê a ku firaqa dişo bûka wê be. Her kesli min dinêre. Mirovî kal, di şiverêyê da gelekî çû şunda dawîyêda ber holikeka ku bitenekeyên run hatibû girtin sekinî. Mîxê ku derî girtibû bi zehmet bada, vekir, kete hindûr ûderî girt. Hêdî hêdî nêzikê bûm. Taxûrka bazarê hêdîka berda kêlekê. Bîstekî bêbiryar mamdûra min li derî xist. Min gelekî pa. Vebû. Mirovî kal ku ez dîtim şaş bû. Min got ‘merhabaapo’ got, ‘aleykum selam lawê min.’ Min lê pirsî ‘ ez karim di hindûr kevim?’ Ew jî demekakin bêbiryar ma û got ‘ fermo lawê min’ rê da min. Min got ‘sax be’ û ketme hindûr. Lihember qenepeka kevn, li pî rast, erdê ocaxek, li ser çaydankekî alumînyum, di dîwarîqontplak da nîgareka reş û spî a jineka ciwan, di nav çarçoweyeka kevn da, li erdê jîhesîrek…ku derî girt şunda got ‘fermo lawê min derbaz be rune.’ Ser çimekî qenepê runiştim.Ser çimî din jî bi xwe runişt. Mîna ku min bêmunasebetîyek kiribe fikirîm û teng bûm. Min lêmêzekir ku stûyî xwe xwer kirîye û bala xwe daye erdê. Hinekî din şunda bala xwe da min, ezhinekî parzinandim, bi çavên xwe min ra ewrekî dilovanî şand. Kesereka kur kişand û pirsî ‘têsêvekê bixwî.’ Min got ‘sax be’ Rabû, di tûrik da sê sêv derxist, kire firaqekê, bi avê şuşt, liser qenepê kêleka min berda. Min lê pirsî ‘ Apo tuyî kuderêyî? Got ‘ezî ji Vartoyê me lawêmin’ min got ‘wusa ye’ got ‘belê ma tu wa derana zanî.’ Min got ‘bavê min, li erdhejê şundakoçberîya Malatya’yê bûye’… pirsî ‘nexwe win jî li wa deranin’ min got ‘belê lewra qet minwa derana nedîtî ye.’ Dîsa keserek kişand. Min lê pirsî ‘hun çaxtê hatine va derana’ got, ‘ezerdhejê şunda hatime vira’ min pirsî ‘tu malnîşî?’ got ‘na’ min dîsa lê pirsî ‘ karî te çi bû, te çidikir?’ got ‘ ez hostayê dîwara bûm’ û servakir ‘lê niha ez nikarime bixebitim.’ Demekê embê deng man. Min lê pirsî ‘ zarokên te ên kuderêne’ got ‘ zarokên min tunene lawê min.’ Minbin çavan ra li nîgara dîwêr nêrî. Wî jî li nîgarê nêrî û got ‘ navê wê Sinem bû, di erdhejê damir.’ Min got ‘Yaa, bila serî weyî sax be.’ Got ‘em hîn nû zewicîbûn, em di mala bavê xweyî


ku wefat kir da, di odekê da diman. Wê wextê min şivantî dikir. Evîndarê Sinemê bûm.Dotmama min bû. Di erdhejê da ê bi du can bû. Mala me ji keviran bû. Min nikaribû wê di binkevirê mezin û giran da derxînim.’ Xema ku di sînga min da kom bibû, min bi bêhneka kurderxiste derva. Bêdengîya bîstekî şunda min lê pirsî ‘we çi ma terka gund kir?’ got ‘ji wêşunda wira min ra teng hat.’ Min got ‘welatê te bûye ew.’ Got ‘erê, heval welatên hevin.Hevdu hezkirina wan jî wekî welat hezkirin e. Ku ew çû, min xwe bê welat hes kir.’ Dîsa bêdengîyek bû. Bi xwe ra, ‘qasî wê nikare têgihîşte dilşahîya me ê biçuk e.’min got. Eznedibihîstim. Li nîgarê dinêrî. Çavên xwe kelegirî bibûn. Her ku li wê dinêrî divê ku xwedidît. Evîna ku hemberî wê hes dikir belkî jî ezîtîya ku hemberî xwe hes dikir bû. Min got ‘ biîzna we ez herim.’ Ku ez rabume ser linga ew jî rabû, got ‘ te sêv nexwer.’Min got ‘spasdikim apo, bi xatirê te.’ Got ‘oxir be lawê min.’ Derketim. Taxûrka min a bazarê zarokantalan dikir. Ku ez dîdit revîyan. Min banga wan kir ‘zarokno werin’, çendek sekinîn û li minmêze kirin. ‘werne vira werin.’ Bi tirs nêzika min bûn. Mêweyê di tûrik da min da wan, ên kuber man jî min ber derî mirovî kal hîşt. Sivik bibûm. Roja ku ji biharê da mabû bi kêfderxistina wê rojê ez derheqî wî hevrazê da derketim, min xwe gîhande jor. Ez bi dest vala diltije vedigerîyame mal.


Li Mirî ra ÇîrokAkif û Melahat Bekî ra, ku ew mirovên çîlekêş ji nêzik da zanin,Erk bîrxistin e, bi bîranîn …Antony Lewis tê bîra te min ra axaftineka ku di navbera îşkencekarğkî û qurbanê wî doqtor raderbaz dibû veguhastibû? Ew şeva wê rojê, ku te qala wê kiribû, li barê ku em rasta hevhatin, bi israr min li te pirsî, ma Salimano tu yî? Na , Hogirê min te êdî nav hev xist, pêwîstîyate bi psîkîyatrîstekî heye, lewra ez nikarim te ra mijul bibim, xwe ra yekî din bibîne, an jî ezkarim te ra pêşnîyara pisporekî bikim, te gotibû. Ma va jî nayê bîra te? Di vê rewşê da mafêmin heye ku ez li te guman bikim. Ji xwe ku te wa vedigot bi fikra ku Giorgio jî Salimano jîtû yî min guhdarî dikir, ser vê gumanê nêrîna xwe min li ser çavê te demeka dirêj qut nekir.Te va di demekê da di gengeşîyekê da bi min fêr kirin dabû, tuyê demeka dirêj çavênmuxatabî xwe bidom binêrî. Wê demê veşareya hindûrî xwe da bona ku karibe dernexînederva, pêwîste ya dahîyekî serkeftî ku bi temamî karibe xwe qontrol bike ya jî şêtek be. Çi bûew axaftina, tê karibî bixînî bîra min?Tabî, eynen hanî bû: “Îşkencekar pirsî: ‘Li derva ku tu min bixînî destê xwe Giorgio, te yê çili min bikira?’ Salimano pê ra got min tiştek li te nedikir. –ew doktorek bû û wezîfa wî kualîkarîya mirovan bike.- Îşkencekar bersiv dayê: ‘Ev e tu nabînîye, ya min jî karbendîyeke,wekî karbendîya te.”Antony, axaftina ku min te ra di bara papura Clishyê da kiribû, sê meha şunda bona beşdarîsempozyumekê bibim çûbûme Diyarbekirê. Li wir şivanekî ku navê xwe Abdulbakî bû, minnas kir. Paşî sempozyumê ez daweta gundî xwe yî ku li Silvanê bû kir. Wî Tirkî min jî Kurdî


nizanibû, merivekî xwe jî hat, wî li bajêr esnafî dikir, me ra wergêrtî kir. Cuzdankî nasnameyaAbdulbakî bavê wî dereng derxisti bû, bona ku zû here eskerîyê çar sala biçûk nivîsandi bû, bivî awayî xort şanzdeh salîya xwe da xistibûn bin çeka. Li çekan hez nedikir, mirovên ku bikîjan armancê be bila bibe, hevdu kuştin bê wate didît. Rojekê vaya çawîşî ku fêrbûna çekandikir ra gotibû. Li wî gelek kotek xweribû. Bi vê jî nesekinîbû, fermandarê liqê ku bihîstibûhim ceza dabû wî him jî tim şandibû pevçûn û întîqala. Dema ku dişandin întîqalê, bi mehanser çîya digerîyan û bona nêçirîya dişmin bikin li wir diman. Dibêje yekcara sê hefta me botdi lingên xwe da dernedixistin û teva cila radiketin. Ser hev du seeta bê rawest raketin qet nemimkun bû. Di bin kona da razan pir kêm bû. Ji xwe întîqal wek navî xwe her tim cîhguhartin û ger bû. Min lê pirsî, hun li çi digerîyan. Got, Neyar. Neyarî çi? Got nizanim. Çitoyanê? Merivî wî wergêr got, camêr, Abdulbaki heta weqta eskerîyê li çîya dijîya, yek şivanêpenç şeş gundabû, kerî xwe gelekî fireh bû, pir kêm dihate mal, her tim li çîya dima. Wê demêemên li oda mîvanan a bavê vî mirovî ciwan bûn. Di hindûr da bê min her kesî titûna Muşêdipêça û vedixwer. Hindûr veguherîyabû oda gazê. Min pirsî, em hinekî derkevine derva, emêhinekî bêhna xwe bigrin. Got dibe, em derketin. Mala wan nêzika goristana ku li ser gir bû.Mezin, zinarên yekpare, kinik, darên sosret ên ku li bedenê hatibûn jê kirin, girên tazî ku hetaçav karibin bibînin dirêj dibûn di şewqa hîvêda dihatin şuştin. Ezmanî zelal bû. hîva tije ya kuber çavan nediket, rêzeçîyayên gund dirêj dibû, girên bê dar bi tûlekî lacîwerd hatibûnnixumandin. Berva goristanê meşîyan. Bêhneka tûj kete genzî min. Min lê pirsî, va çî ye?Mirovî ku wergêrtî dikir got ahpun e. Min fêm nekir? Got biborîne va bêhna guyê heywanane.Va komira meye, zivistanê em vana vêdixin. Tevî bêhnê dîsa jî oqsîjeneka bi tazyîq kezebame tije dikir. Derdor bêdeng bû. Yek cara hewhewa kûçika dihat. Abdulbaki ser sînorîgoristanê ser zinarekî runişt, li ezmana mêze dikir. Stêrk çiqas ên nêzik bûn. Min li rûyêmirovî ciwan mêze kir. Min li ser rûyê wîyî bixem da îfadeka tije bêrî dît, bê teraş, ku dişewqa hîvê da bi şîna şevê hatîye boyaxkirin. Ji kûr da keser kişand û got ‘pir zore pirzore.’Bêhna xwe bi peyva zorê ra tev berda. Bêdeng min li merivî wî pirsî, çi dibêje? Got,dibêje pir zore. Ê ku zor bû çi bû? Bêdeng mam. Merivî xwe got ‘derdekî Baki heye.’Bêdengîya xwe min domand. Mirov got ‘di paş vî girî da gundekî bi navî Hunak heye,evîndara keça axayê wî gundîye.’ Eee min got ‘pirsgirêk çî ye? Mirov, Baki zewicîye sê jîzarokên xwe hene.’ Belê bi rastî jî zor bîye. Xanima wî dotmama wî ye, a zor jî va ye.Abdulbaki di berîya êlegî xwe da titûn derxist û cixareka stûr pêça û vêxist. Bêhneka kurkişand şunda dûman berba kir. Bayekî dîyar nedîyar dihat. Hewa qasî ku necemidîne hênikbibû. Çîroka esil a Abdulbaki ku şeş meha girtî, heşt meha jî dubare kirina eskerîyê şunda destpê dikir. Weqta ku dike biçûya eskerîyê zarokî xwe yî yekem hatibû dinê. Ku hate îznê pîreka


wî bi cêwîya ra avis mabû, wê, ku rojên wî li yekîneyê dirêj bûn da zayîn kiribû. Ku vegerîyaşivanî domand. Hespeka xwe yê belek, dû qantir û kereka xwe hebû. Bi wana şîrî ku liheywanên xwe didot dikire satila û dikişande navçeyê. Penêrî ku pîreka wî çêdikir û şîrî kudidot ku dikişande navçeyê rê da pir cara rasta ên li serî çîya dihat. Wana yekcara dadiketnegund erzaqên xwe kom dikirin û yekcaran jî rê dibirîn û pirsgirêkên xwe dixistne hêlekê.Bona ku Baki vê nebaşîyê diyax nedikir karî şîr û penêr berda. Sîmsarekî bi navî Sabo hebû,di gund da celebdarî dikir, ber hilanînê xwe dewra wî kir. Heywanên xwe du seeta berîberbangê dajote çîya, heta ku roj hildihat digihîşte çêregeheka sertapî çîya. Li wir çi hes dikir,dem çito derbaz dibû, di dinya wi da çi dibû çi nedibû min meraq dikir. Meraqa min, yekem limirovî wergêr dûra jî bi çavên valatî li min mêze kir şunda, nihêrîna xwe zivirande çîya û got,‘qey tenêtîyê zor zanîye.’ Hal ev e ku mirov hînê zorin. Hele li vir… li vira herkesî zor e.Bavî zor e, evîne zor e, debar zor e, jenderme zor e, te dibin, wenda dikin, careka din xeber lite nayên girtin, teva wendayîya dibî. Çîya û jîndarên ku di wir da dijîn ji mirovên vira hîn bêxeter û xwedî wefa ne. Wana her tim te guhdar dikin. Ku ne pêwîstbe tiştekî te ra nabêjin.Dipên ku tu zimanî wan fêm bikî. Xwe hîn hêsane te ra vedikin. Wana te diparêzin. Ev e kuparastina alemê erka mirovane. Mirov dilê alemê ye. Ma mirov kare bê dil bijî? Pekî alem,alem ê çito bê dil bijî? Ez xwe li çîya da dibînim. Ku ez kerî dadixim mîna ku ez xwe li wiraberdim û dakevim. Li wir ruhî min azad dibe. Ne rêzik hene, ne papur, ne kolan ne şewq nelembe ne jî wesayît…her cîh rê dide te, ji ser xwe ra derbaz dike…ez xwe li wira ji darekê, jimîhekê cûdatir nabînim…dengên wir qet nawestîne…qet tiştek naqeherîne…te ra xaîntîyênake…ez evîndarê çîya me…dû evînê min hene, yek çîya yek jî Berfîn… ji xwe ew jîkulîlkeka ku çîya dinixumîne û bi çîya ra dijî…belkî jî ên ku ez derxistme çîya evîna wê ye.Heşt ji dayikekê sêzdeh xwîşk û birayê Abdulbaki hebûn. Ku qonaxa wan a mezrê hateşewitandin pênçan koçberî bajêr kirin. Sê hatine binçavkirin û venegerîyan. Didû hatine girtin.Ku ên li mezrayêbûn ji çîyan pir cara dihatin bi zorê erzaq distandin. Hineka îxbar kir şundahatin birin. Dû birayê xwe hîn ji alîkarî û hebandinê da ên girtîne. Dibêje sal nîvek bûye hînmehkema wan dewam dike. Bavê xwe ber xwîna mêjî mirîye. Ji qehrê ra çû dibêje, dibêjederdê birayên minê wenda ew kuşt. Min got çito dibe, ma we parêzer negirtin? Ku hatinebinçav kirin we ne çû lêkolîn nekir? Biêş kenîya. Ya tu pirî safî yan jî wa derana qet tunizanîye, got, begê min di nav dû salan da heft şivanên ku min nas dikir hatine kuştin. Çitobû? Navberekê cerdevana ra bona her serî yekî li çîya, pênce hezar lîra xelat hatibû dayîn. Kêserî şivanekî jêkir û hanî, got terorîste… bi vî awayî li vê herêmê sed sedûpênce şivan hatekuştin. Lewra va ne tiştekî ku mimkun be, aqlî mirov qet qebul nake…hovîtîyeka hanî kî karebike? Begê min, ku mirov bê çare bimîne bona ku nebe xaîn û xwînê venexwe qet sedemek


heye? Rewşa ku herî zêde min diêşîne a pismamî min e. Li wî çi bû? cixareka din pêça ûvêxist, demekê ku kete bêdengîyeka tarî şunda, ew jî mîna min zû çûbû eskerîyê. Zewicî bû.Çar zarokên wî hebûn ku çû eskerîyê. Eskerî kir û hat. Lawê ênişteyê wîyê mezin hilkişîyabûçîya. Bav girtin, wenda bû, heftekî şunda cesedî wî li bêndera dîtin. Wê demê komekaparêzvanên dilak hatibûn, wî jî va bûyera wan ra vegot, parêzerên komela mafên mirovanbûn, vana ku va bûyera kirne mesele û şopandin…doz vekirin, dozê destpêkir lê heftekîşunda parêzer çûn. Pismamî min heftekî şunda hatin birin, gotin tu wan ra ên çîya ra alîkarîyêdikîye. Meger ji gund da yekî muxbîrî kirîye. Begê min, li vira tu mecburî erzaqa bidî wan, tunikarî ku nedî. Wana tên nîvê xwerinên te dibin, roja din jenderme tê dibêjin we ha kirîye, tudi navberî dû agira da dimînî. Pismamî min jî digrin û dibin. Tam dû meha di îşkencê dalêpirsînê da dimîne. Xwîşkeka wî yê dergîstî hebû, ew jî girtin birin. Wê jî qaşo dergîstî xwehewkare bona wê dibin. Ew jî derewe, lêwik sifteh şivanî dikir, dûra berda, di rêya bejayîyêda bi karkerekîyeka bihurbar dixebitî, yanê karkerekî demsalî bû…xwîşka pismamî min berçavên wî tacîz dikin, tabi wê weqtê nîvî şuurî wî wenda dibe. Yek jî gû û mîza wî cîhî ku lêdima bi vekirî pê kirin dane, çend roja ew gûya digê hev, dûra ji lingan da bervejêrî dardakirine, serî wî digihêje gû û gemara wî…serî çend seeta carê vê dubare dikin. Çi zanim, ewtazî kirine elektrîk berdane canê wî, biborîne cop tê ra kirine, wan îşkenceyan jî ber çavêxwîşka wî dikin. Hetta tecavuz jî bûye wê xwîşka xwe nabêje. Me bihîst ku doqtor rapor dayelê bavê ew veşartîye. Dûra dergîstê xwîşka wî jî dibin. Zor dane van ku vana hevdu tacîzbikin. Wê weqtê aqlî pismamê min temamî wenda dibe. Ji xwe ku hanîn bibû dîn. Pir ser daketin, birne doqtora, şêxa, nexweşxana, ku çi kirin qet pêşketin dest nexistin. Her ku çû vaxerab bû. Dawîyê da rojekê xwe dar da kir. Di axurî me da, ez çû bûm ku heywanan derximederva min ew dît. Îfada ser rûyê wî qet pêş çavên min nare. Pir tiştên wanî qewimîn. Malbatame jî belav bû, çû…Antony, dengê Abdulbaki di cîhekî da dest bi helandinê kir. Gûmîneka bê wate û vala guhêmin tije dikirin. Li wir, niha, li sempozyumê veqetîyame û li balafirgehê ku min sîyarbûnabalafirê dipa, bi dehan mirovên wekî Abdulbakî ku bi sedan çîrok min li wan guhdarî kirîye,mêjî min hanîye rewşeka cîhekî ku agir têda dadan e. Her ku wana têne bîra min, bawerîyamin hîn zêde dibe ku, ew kesên ku karî wan bi wan ra fantastîk tê xuya, van kirinên ku dikinbi wana xwe ra mîna karêkî dibînin.


Çîyayê AqilEz ji te da dihatim. Wê demê girêdayîna min a bi te ra nû bû. Dişibîyam baranê. Ji te nûhatibûm. Ji xwe ku hemûyan li min mêze dikir, tu nedidîtin. Zanibûn ku ez li ku derê çitohatime lê agahîyên wan ne rastîn bûn. Ez jî ne rastîn bûm. Wana ez rastîn dihesibandim.Mala wan li ser dû qata bû, hewşeka xwe yê fireh hebû. Jîyana wanê piranî li wir da derbazdibû. Binpêya hewşê ji kevirî qayraq bû. Biharê hênik dibû. Zivistanê pir sar dibû. Di mal dapir zarok hebûn. Ez ji heft keçan şunda hatibûme dinê. Bona vê pir kêf kirin. Bona mingolikek serjê kirin. Zîyafetek dan. Banga derdora xwe kirin. Çavên min hebûn lewra minnedidît. Wa rojana nayên bîra min. Sankî dûra min dest bi dîtina wan tiştana kir. Jîyan hateşuştin û paqij kirin. Li erdê kilîm hatne vbnmegirtin sifre hatne raxistin. Mîna mîsk lewantabêhn dida. Ji hewşê ra ji derîyekî texte da derbazî bêxçe dibûn. Derî li lewantayê re vedibû. Lipî rast gelek darên lewantayê mezin bibûn. Hinekî pêşda ixlamurek bilind dibû. Qatî yekem êmalê di bin sîya şaxê darê da dima. Dû darên tûyê hebûn. Ê dini mişmiş bûn. Dara tûyê besawan dikir. Mot û bastiq ji wê çêdikirin. Ên ku ber dima hişk dikirin. Zaroka pir li tûyê hişk,behîvê mişmişa û bastiq hez dikirin. Wê roje bi keç û dê, nokên biyexnî, şîva sawar a bişehrîye çêkirin. Bi tasan cacik, bi firaqan tirşî derxistin. Şorba gendîme kelandin. Birinçşir ûberfeşîr çêkirin. Bi devî mangê mot hanîn. Wê rojê ji foto asrîyê banga Necatî Begê kirin. Bidehan nîgarên min hatne kişandin. Pilaqên Fahrî Malatyaî lêxistin û lîstin. Dûra yek bifaytonê hat û bi zembîlan xelat hanîn. Serxweş bû, pirî kêfxweş bû. Ez girtime hembêza xwe.Çeka li pişta xwe derxist danî ber serî min. Min ra got ‘tu ku da derketî lan.’ Ji devî min da ezmaç kirim. Min zanibû ku ez li ku derê hatime lê fayda vê agahîyê li min nedibû. Çimkî ez nerastîn bûm. Her ku ez mezin dibûn dûra te diketim. Ku dûr diketim nerastînbûna min zêdedibû. Her ku ez mezin dibûn min xwe rastîn zen dikir. Xelitîya min zêde dibû. Di vê helwest û


ewşê da roj dihatin û derbaz dibûn. Wê weqtê mîna niha telefon, compîter, otoban, borsa,balafirên taybet tûnebûn. Ku kalikî min bi wê nexweşîya mirinî ket, bi balafireka leşkerî birneEnqerê. Kalikî min li wê rojê mehekê şunda mir lê dapîra min bi salan qala wê balafirê kir.Ew jî cara yekem li balafirê siwar bibû. Wê weqtê malan ên yek qatî an jî dû qatî bûn. Jikevir, kerpîç û darîn bûn. Kolanên teng bûn û bi kevirê parke bûn. Ên ku danûsitandinê bipaytonê vedigerîyan mal dewlemend dihatine hesibandin. Kalikî minî din tenê dijîya di binbanîyeka yek çav û kerpîç da. Rih û Porê xwe ên dirêj bûn. Mahsera xwe hebû. Ku zikracehrî dikir ew lê dixist. Evîndarê Abdulkadîr-î Geylanî bû. Lawijê Yunus pir hez dikir û digot.Perçek nanekî reşik û ava ku bi mot hatibû şîrinkirin besa wî bû. Cara yekem ku ez dîtimdemekê ez bêhn kirim, ezmana mêze kir, “em ji te hatin vegera me dîsa te ra ye.”got. Wî navîmin li min kir. Di guhê min da ezan xwend. Wî didît ku ez ji te da hatime, nêrîna wî rastîn bû.Bona ku ezê karibim vê fêm bikim, pêwîstbûye ku sal derbazbin. Niha wê bîstekê karime bîraxwe xînim. Hal ev e ku ne bîra min hebû, ne çavên min didîtin ne jî min karibû peyvikan fêmbikim.Roj ku mîna avê diherikîn, helwestek li min qewimî.Tirsa ra min nikaribû kesîra tiştekî bibêjim. Ne min cesaret girt ku bipirsim ne jî meraqa minkêm bû. Li min çi diqewimî?Kalikî min her tim digot ‘di alemê da her tiştî ku heye dawîyeka wî û yek jî gêranîyeka wîheye.’Min li wî pirsî, ku tu dibêjî her tişt qesta te çî ye.Got ‘lê mêzeke hele neviyê min mezin bûye dest bi pirsan kirîye. Qesta min a her tişt ra, ku çiheye lê rastîn da ê ku yek e lawê min.’‘Pekî gêranî?’‘Mêze lawê min, her tişt bona ku bigehîştê ber xwe dide.’‘Pekî çi pêwendîya vê bi gêranî ra heye?’‘Tu pirî bê sebrî, lê lazime vê te ra bibêjin.’‘Gêranî çî ye?’ Min got, ‘sifteh dixwezim vê fêm bikim.’‘Ecele meke, bisekine, ezê karibim ancaq bi darekê te ra wê vebêjim.’‘Bi darê?’‘Erê, ya ku gehîştîyêye, dareka ku li mêwe sekinîye. Niha tu va mişmişana dibînî?’


‘Erê’‘Başe. Mêwe ku di darê da dibe, digehîşte dawîya xwe Erep bona wê dibêjin gêranî bû, yanêazad bû. Te fêm kir?’‘Wê weqtê gêranî tê wateya dawîya mirovan?’‘Na, tê wateya bûyînê, gehîştinê. Gehîştin jî azad bû ne.’Çavê minî li daran bû. Ku mêwe didan digehîştine dawîya xwe.Kalikî min,Got ‘mêze, nîşana gehîştina dawîyê yanê mêwe dayîn, bona darekê veguherandina destpêkêye.’‘Va têye çi wateyê?’‘Va tê vê wateyê: Dawî destpêk e, em vêra dibêjin cem.’‘Cem?’‘Erê, cem. Yekbûna destpêkê û dawîyê ye’‘Wê weqtê em qala ewrîmekê dikine.’‘Qala daîrekê lawê min, qala daîrekê dikine.’‘Daîre?’‘Belê daîre, tiştekî ku bigehîşte mêweyê xwe ye. Mêweyê tiştekî, toximê wî tiştî ye. Ku daîrenegehîşte destpêka xwe temam nabe. Ku kîjan demê digehîşte destpêka xwe temam dibe. Evewek vê, toximî însên jî nufte ye. Çaxtê ku beden digehîşte toximî xwe yanê nufte yê, têhelwesta ku mêwe bide, wê demê merteba ku digehîştinê pêra dibêjin gêranî. Wateya gêranîgehîştine. Azadî jî ji bendika filitandin e.’Kalikî min perdeya wan a ku ji min hatibû veşartin vekir, azadî raberî min kir.Mîna ku dara tûyê a pêş malê raber bike. Min li wan nêrî lê ji sîya wan da min nedît. Sîyekatarî rûpişt dikir. Ku min dixwest çi bibînim wana bi rupişteka tarî dinixumandin.Şevekê xwe hesîyam, bê kalik û dapîra min her kesî di hembiza xeweka kur da bû. Kalik ûdapîra min bi xwestineka ku bêdengîyê biparêzin nimêj dikirin. Min li wana ji navbera wansîyan da mêze kir. Pir sosret xuya dikirin. Mîna xeyaletên ku yek şeva diketne xewa min xuyadikirin. Kalikî min mirovekî bejin dirêj û bi debdebe bû. Min mêze kir dema ku xahr dibû kudibû dû qat û enîya xwe datanî erdê, sankî vediguherîya destpêkê. Niha dişibîya daîrekê. Dinavbera destpêkê û dawîyê da qet mesafe nehîştibû. Min demeka dirêj, heta ku ew di wêhelwestêda ma, bi têre têr min ew temaşe kir.Mîna ku milk û xwe kiribû yek.Rabum, ku wî çi dikir min jî xwest wekî wî bikim.


Berhewa bû. Bi peyvên wî ez nikarim wekî wî bikim. Min li peyvên xwe nêrî. Wana qasî kukaribin ji destên min bigrin, tunebûn. Di vê helwestê da ez nikarim vegerime destpêka xwe.Lewra fikra min, ezê karibim derkevime rê.Roj ne disekinîn diherikîn û diçûn. Kalikî min ku çito hatibû wusa çû, şevekê, çend heftebûnku di nav nivîna da heliyabû û bedena xwe a ku zêde bêhal mabû berda û firîya çû.Dema ku wî ruhî xwe teslîm dikir, bidom qet min çavên xwe li ser nebirîn lê mêze kir.Derîyên bedena wî vebûn, çûkî ku di hindûrî wî da xwe davit firîya çû.Tiştî ku çû paşva giranîya xwe berda.Niha kalikî min bi temamî divê ku gehîştîye destpêka xwe û dordayîna xwe temam kiribe.Wî ku digot gehîştin belkî dixwest vê bine ziman.Ji mirina kalikî min şunda bavê min hinekî din bêdeng bû. Ji xwe zêde ne diaxifî û em guhdarnedikirin. Di halî xwe da mirovekî bêdeng bû. Lê niha mîna ku zimanî xwe wenda kiribe.Niha min bi çavên xwe didît bêdengîyeka mirovekî ku çito derdora xwe bêdeng dike.Wana di destpêkê vir da yek tişt li min vedişartin.Wê helwestê dewam kir.Sibekê ji mal da derketim. Demekê di rêyeka ku hatibû dîyar kirin da meşîyam. Mala me liber çava êdî dike wenda bibûya, zivirîm careka dawî minli wira mêzekir.Li wê ji vê rewşê da ku mirov lê mêze dike wekî rawestgehekê min ra xuya dikir.Li wir demekê mabûm, niha min rêya xwe dewam dikir.Madem ez rêwîyek bûm, divê têkevime rêyekê û rêya xwe bi xwe bibînim.Li ser min da qat bi qat cil hebûn. Barî minî giran bû. Ez ser xwe da xahr bûm. Hindûrî xwenêrî. Bi sedan, hezaran peyv dîtin. Çiqas tiştnê min hebûn. Bona her bîstekê min rengdêrek,cînavek, lêkerek, kiryanek hilberandîye. Gelekî pêvayê min, zêdebûnên min hebûn. Bona herrewşwkê peyvek, bona her cîh û demekê xwedî hokerekê bûm. Çiqas zêde peyvik, kîte,tîp…çiqas pir xeml û xişirê min hebûn. Çiqas pir dîmen ketibûn çavên min. Ku min li çidinêrî ji wî nîgarek kişandibû û veşartibû. Dema ku min li hindûrî xwe mêze kir min dît ku diwir da bi hezaran hêlînên gêrîkan, bi mîlyaran gêrîkên ku tiştan derekê dikşînin dereka din,dîmenên bêhejmar ku ser hevda kelijîne, qasî ku nayê hejmartin peyv bûne yek, ku peyvanmehşerek pêk hanine.Êdî min karibû bidîta, tiştî ku min lê mêze dikir hindûrî wî min didît.Li ser rêya min di rawestgeha yekem da, dîwarekî ez pêşwazî kirim.


Got ‘raweste,’ mîna ku sîlekê li ser rûyêmin xîne got ‘di vir da raweste, heta ku tu minhilneweşînî nikarî derbazbî.’Dîwar nişkava derketibû pêş min. Bilind bû. Bi zinarên tund hatibû honîn. Qasî ku dengê minderket ez qîrîyam. Peyv ji devî min da derdikevin, mîna gulle lê dikevin, perçe perçe dibin,peyvên ku perçe û hûr dibin dikevine ser erdê. Vana xwelîyên peyvan bûn. Her ku ezdiqîrîyam mezin û bilind dibû. Min dengê xwe birî. Divê ku va dîwarê xwe kişandinê be. Kumin ra digot ‘raweste’ ne digot ku rêya te hetanî vira ye. Ez fikirîm qey min got hîkmetekaxwe heye. Hinekî dûra dîwêr ketim. Min xwe şunda kişand. Tiştekî sosret qewimî, her ku minxwe wedikişand dîwar biçuk dibû. Min dûrketinê ra dewam kir. Wusa ku dîwar heta xwelîyapeyvan ên li erdê daket. Ji wir ku min lê mêze dikir, min dît ku xwe vekişandinê ezê karibimwî biçuk bixînim. Niha bihêsane ez karim wî derbaz bikim. Hinekî din vekişîyam û bervadîwêr revîyam û min xwe avêt. Bihêsane min ew derbaz kir. Zivirîm paş xwe mêze kir ku nedîwar heye ne jî tiştekî din. Rêya min dîsa vedibû. Min dest bi pêşve çûnê kir. Vira mîna çolêbû. Rêya min qet te digot li ser çolê ketiye. Rûyê erdê wekî hêkê dûz bû. Dûra min tîbûna xweferq kir. Rêya mine vekirî, dûz û pêşî xuya dikir lê îcar jî ez bi tî û birçîbûnê dihatimeceribandin. Çolbû vira ne dilopek av ne jî parîyek xwerin hebû. Tî û birçîbûna min wiqasdijwar bibû ku min nikaribû gavekê bavêjim. Lingên min nikaribûn min bikişinin. Bizehmetdimeşîyam. Vê ra nayê meşandin va xujikandinbû. Bihêzeka dawî min gaveka din avit.Hilweşîyame erdê. Hilweşîyam û çavên min rojê girt. Min li rojê mêze kir û kor bûm. Sankîçavên min ne mêjî min alû bû. Qet tiştek nedihate bîra min. Nikaribûm bifikirim. Mîna hesêxwe wenda bikim. Lêvê min hate qelişandin. Gewrîya min ziwa bibû. Bizehmet min bêhndigirt. Nêrînên min zelûl dibûn. Cîhî ku min lê dinêrî qet min nikaribû camîda li hevdu cûdabibînim. Bitenê ezmanên şîn hebûn. Bi awakî bê fer ku min li ezmana dinêrî tiştekî balkêşqewimî. Nişkava ba hat û ewr kom bûn. Brûska vena, ewra deng da. Min çavên xwe girtin.Min hengama ezmana guhdar kir, guhê xwe dan dengê ba yê. Min ra digot, xwe mîna pitikekîku nû hatiye dinê xwe wusa hes bike. Ew gotina di nav gumînê da min bihîst. Min xwe berda.Niha li ser rûyê erdê mirovî herî bêçare û bêhêvî ez bûm, min xwe wusa hes dikir. Her kuhestê min kur dibû tarîya ber çavên min belav dibû. Cîh xwe baranêra berda. Yekem çenddilop ketne ser lêvê min. Hênikîyek hate ser rûyê min. Dûra lezand, mîna ku ezman vala bebaranê dest bi daketinê kir. Her ku barîya ji erdê da xwerinên cûrbicûr derketin. Têretêr minava baranê vexwer. Ji xwerinan xwer. Mîna ku nû hatibûm dinê. Baran sekinîbû, çolveguherîyabû rezên bihûştê. Rabûm, min got ku rêwî pêwîste di rêya xwe da be, dest bi meşêkir. Bi gavên bibiryar û zindî rojan meşîyam. Roj çû ava, rûyê erdê kete rupişta tarîtîyê, rojhilat heyînîyan ronik bûn, ji çîya û giran ra derbaz bûm, çem û robaran derbaz kir. Rêya min


ser bajara ket, ji şiverêyên li çîya ku ew dorpêç kiribûn ji wir da meşîyam. Min li wan mêzekir, neketime nav wan. Ku ez di şiverêyên ku şewqa hîvê şuştibû da dimeşîyam rastaheywanên daristanan dihatim. Wana ez nas dikirim. Pir sosretbû ku heywanên herî bi wehş rêdidane min. Di navbera vê helwestê da gelekî min rê girt. Îcar rêya min ser golekê ket. Vira dinav newalekê da, di nav hêşinahîyeka zimrûd da bihûşteka şipîşîn bû. Daketime kêleka golê.Dema ku ez nêzika golê bum min ferq kir ku di golê da keçên li hevdi rindiktir û balkêş, şilf ûtazî xwe dişuştin. Ji hindûrî min da sûretek derket, gavekê pêş min da ez kişandime wira.Dengî asil ku ji hindûrî min da dihat, ‘na’ got, ‘mere, rêya xwe dermekeve, hîn pir rê heye kupêwîste tu tê da herî.’ Sûretî pêş min da ‘qet guhdar meke wayî’ digot, ‘min bişopîne. Viradawîya rê ye. Tu gehîştî xelata ku ewqas tengezarî te kişandibû. Min bişopîne.’ Jinên kudûrva ferq kirin, mîna sûretî min banga min dikirin. Dengî asil ku ji hindûrî min da dihat bermin digerîya, ‘kerema xwe wî guhdar meke, guhdarîya min bike. Tu dûra rêya xwe ketî, paşda vegere.’Ez cîh da sekinîm. Ez bi fikra ku bigehîşme destpêka xwe rê ketibûm. Armanca min ew bû.Pêwîste ez bisekinim. Ezî di bîsteka bêbiryar dabûm. Valatîyekê şunda biryar derket.Vegerîyam. Ku ez vegerîyam sûretî min paş da ma. Ku ma, digot, ‘min ber mede, dixwezimvegerime cîh xwe, min ber mede.’ Dengî asil di hindûrî minda got, ‘qet vemegere, wî berde.Ku tu ber nedî nikarî rêya xwe dewam bikî.’ Divê ku wira cîhê rawestgeha berdanê bû.Bîstekî dîsa nefikirîm û min ew berda. Nûva bona ku ez rêya xwe kevim hilkişîyame gir. Herku ez meşîyam dengî sûretî min helîya, helîya û wenda bû. Ez berva xwe dimeşiyam. Aslî minser rê hêvîya min bû. Teva wî bûm û min xwe teva wî kir. Berdewamîya rê kir.Her ku dimeşîyam wana dihatne veşartin.Her ku min rê digirt dihatme nixumandin.Navbera min û wan da perde zêde dibûn.Min dibihîst ku digehîşime destpêkê. Va hesta mîna pusulayê, tiştekî ku nêzika min dibûradigehand.Min xwest navekî li wî bikim.Min got ‘aqil.’Toximî heyînîyê destpêka wî bû.Ji mêwe derketibûm. Ser kûlîlkê ketibûm. Derbazî pelçê bibûm. Dîsa divê vegerîyama wî.Ew kok bû.Ew niqta daîrê a yekem bû.Berva wî dimeşîyam.Îcar rê ser newaleka kur a agir ket.


Qasî bilindîya çîya pêt berz dibû, ku bi çi diket dişewitand û diheland.Fikirîm ku divê kok vira be.Ne mimkun bû ku ezê karibim vê derbaz bikim.Sekinîm. Min bala xwe da pêta. Agir mîna ku dixwest bigehîşe dawîya xwe bilind dibû.Bêçare min dest bi payînê kir.Demeka dirêj bi tenê min pa.Agir vêdiket, qet tiştek nedigûherîya.Min çavên xwe tarî kirin û xwe berda.Ez nedişewitandim. Di nav da bi rehetî karibûm bisekinîyama. Min nêrî dalanek. Ketmehindûrî wê, demekê meşîyam. Ku ez derketim min mêze kir ku cilê ser min hatineguherandin. Vana cilên agir bûn.Çito bû min fêm nekir.Rêya min ser gundekî ket.Dînek derkete holê got, ‘begê min tu gehîştî dawîya rê.’‘Ma vira aslê mine yanê?’‘Tu wî çîyayî dibînî?’Mêze kir, çîyakî bilind ku di sertapê da berf heye, hetanî silsilekê dirêj û bilind dibe.’‘Erê.’‘Wira aslê te ye.’‘Navê wir çî ye?’‘Wira ra dibêjin aqil. Wî çîyayî ra dibêjin aqil.’‘Aqil?’‘Erê, aqil.’Mirov nişkava ber çavan wenda bû.Ez dîsa bi xwe ra mabûm.Min li çîya mêze kir. Wira ye nexwe. Lê wira çîyayeke. Nexwe eslî min çîyak bû. Nexwesertapa çîya bûm. Dawîya vê rêwîtîyê ê wusa bûya? Mîna vî çîyayî min pir çîya dîtibûn, wanaderbaz kiribûn. Niha rêya min bi çîyakî dawî dibe. Va çi bû? Ma aqil çîyak bû? Bitenê, serîxwe bilinda ezmana kirîye, çîyakî ser bi berf bû?Min avahîyeka kevn a îbadetê dît.Derî xweyî vekirî bû. Ketimê.Min mêze kir, di şêmuga pencerê da ku hindûrî xwe ronik bû, pirtûkeka stûr, kevn.Banga min kir got ‘were.’Ez şaş mam û pêş da çûm.


‘Metirse, min bigre.’Bi ûsûl dirêjê bûm û min ew girt.‘Niha di dilî xwe da nêtekê bigre û veke.’Dilê xwe nêrî. Êşên ku ji raborîyê da tên û bona pêşerojê xem û tirs min dîtin. Bicoş lêdida.Di lêdana yekem da hayy digot, ya duyemîn da hû digot. Min got, min ra nêtekê bibexşîne.Got, veke pirtûkê. Min vekir.‘A ku para te ket bixwûne.’Çîroka Yusufcuk derketibû.Pirtûkê got ‘bixwûne.’Min dest bi xwundinê kir:‘Keçikê, bizina xwe wenda kiribû, derî bi derî lê digerîya. Her ku nedidît diçû ber derîyekîdin, bi vî awayî ji wirda direvîya wira. Keçika ku bi derdê wendakirina bizina xwe kolan bikolan digerîya û ku kê dêrî lê vedikirin, bi rûyekî pingirî ‘tuneye, tiştekî hanî li vir tuneye’pêra digotin. Bitirsa bavê ra rêya keçika ku bizin wenda kiribû ser kolika xortekî ket. Birastîwî jî keçikêra got ku bizina ku lê digere neyê cem wî ye. Lê dema ku vana gotin ne gotin,diranên xweyên ku qasî kevirên mermer ên kanîyê spî, birûkenîyeka herî şîrin raberê kir û vamizgînîya dayê: ‘ezê bizina te bibînim!’Û xortî leheng birastî berva gund çû heywan di maladiz da derxist, hanî. Çavên keçikê ku bigirî werimîbûn niha dikenîyan. Dema ku bi bendikîheywên girt û diwir, pêla evîndarîyê a yekem ku li dilê wîyê biçuk ketibû ew jî xwe ra diwir ûzanî an jî nezanî nav serxweşîyekêdabû.’Çîrok ku qedîya pirtûka dest min da jî tune bû.Min heman avahî terk kir.Çîya mêze kir. Di sertapê da kulîlkeka ji nûr banga min dikir.Min dest bi reva bervayî wê kir.Ku direvîyam, ez difikirîm ku rojên raborî di çîrokan da hînê başin, hatina veşarteyênêvindarê ku têne ziman.Her ku direvîyam kulîlka ku banga min kiribû mezin dibû, ez biçuk dibûm.Li wê şewqê, her ku nêzik dibûn vêdiket, mîna kehrîbarê dibiriqî.Her ku direvîyam min dît ku zimanî min hatiye guherandin.Zimanî min diguherîya, vediguherîya zimanekî ku kes lê fêm nake.Dixwestin min bi gotin, sûret û bedenê fêm bikin.Hal ev e ku ne gotin bûm ne jî sûret, ji serîda hetanî lingan bibûm wate.


Tiştên xwe bona te, te jî bona xweHelbestvan, mîna bayekî bihêz dengî xwe ezmana ra bilind dikir.Mîna hengameya ezmana, bi aheng di navbera rêzên bihûşt da di bin wan da mirovên kalrudiniştin. Wana parêzvanên zane ên xizananin.Helbestvan got, ‘wê demê ezîz bigrin ku şefqata wan tune be winê melekan ji derî dabiqewitînin.Dengî xwe mîna klameka masûm li çîya ket. Çîya bersiv da dengî wî.Niha li çîyayê Çamê, di cîhekî nêzika sertapê da, di menzîla li ser dareka bilind da dijîya. Limirovan revîya û wehşên çîyara dostî çê kiribû. Dema ku dixwest tenêtîya xwe biguherîne,dostên xwe bixeyala cem xwe dibîne, derdî xwe wan ra parve dike. Bi yên ku li wanhezdikirin tesellî didît.Di nameyeka ku dostekî xwe ra şandibû da digot ‘ger ku tu asteng der nekevin, heta dû mehaezî li virim.’Nameya ku veşarteyeka xweyê mahrem nivîsandibû wiha destpê dikir: ‘Şevekê, li serbilindîyeka sed qatî da, li ber hêlîna dareka qatranê da, min rûyê rindik ê ezmana a ku bistêrka hatibû avzêrkirin mêze kir. ‘Sond be bi stêrkên veşarte û eşkere’ di vê xeberê da minwateyeka bilind dît. Veşartin û xuyakirina stêrkên ku digerin, min ra ên ku xuya dikin ûnavbera min da, perde li holê rakir û lewheka hîkmetê raberî min kir.Yekem, di navendîya kêşwerîyê a rojê da ji daîra wê da derdikevin, derbazî qada stêrkênpêdandî dibin û li ezmana nîgareka ku mirov temaşekirinê lê têr nabe çixîz dikin. Yek carannêzika stêrkên ku mîna wana rewnaqin dibin û mil didine hev. Yek caran jî di nav stêrkênbiçuk da mîna ku wan ra rêberîyê dikine, disekinin. Bitaybet di vê demsalê da êvarê şunda, diasmîn da stêrka zuhre û berî berbangê hevaleka wî a rewnaq, bi rindikbûneka ku serî mirovan


dizivirîne têne cem hev. Mîna ku hunerekî birêsîne wezîfa xweyê mekîkî cîh hanî şundadizivire, dîsa dikevine daîra rojê ku siltanê wane, û xwe vedişêrînin.Hunnes û Kunnes, va herdu stêrkana demeka dirêj min wana şopandin.Dîtinên min ji sertapa çîya girtin û birne nedîyarîya ezmana a dûr a ku gehîştina wir mîna kune mimkun xuya dike. Digel çavên min, ruhî minî ku wan ra heyînî temaşe dikir jî girtin.Navên wan çi dibe bila bibe, bi vê gerîna sosret, a ku di daîra rojê da destpê dikir û dîsadizivirî wê, rastîyeka di rewnaqîya rojê da raberî min kirin.Niha dîsa wana dişopînim. Ez girtin û birne bêdawîtîya ezmana.Bi wan ra digerime. Li vir dibînime ku hun dostên min winê wekî stêrkanin.Wana her yek nîşaneka dostekî minî li ezmana ye.Ên ku va înziwaya min ra rewa dîtin, wana nizanin ku her yekî ruh paqij ku li ser erdê dijî liezmana stêrkeka wî heye.Stêrk dengvedana wene. Li wan dinêrime, hinek bihezar qatî li dinê mezintirin, di deryahewayê da bilezbûn ku aqlî mirov nare ser digerin. Di sanîyekê da dûrahîya deh seetan derbazdikirin.Nihêrînên min bi wan ra demeka dirêj gerîya şunda vedigere ser hîvê. Niha li wê mêzedikime. Di hindûrî hîvê da jî menzîlan dibînime. Hetanî ku şiklî şaxê hurmê hişk digire, ziravdibe. Her ku ez lê mêze dikim hîv zirav dibe. Dûra mezin dibe. Dîsa zirav dibe. Dîsa mezindibe. Va helwesta mezinbûn û ziravbûnê derbaza nihêrînên min jî dibin. Çaven min jî ji vê ramezin dibin zirav dibin.Hîv, dîmena ziravîyê.Demeka dirêj ku lê dinêrim ez hes dikim ku zirav bûme.Ew, her tim bi rojê va girêdayî ye û ji fermana rojê da qet dernakeve.Mîna dîn û dîwana wê. Dûra li dinyayê dinêre.Dinêre û bendikekî ku ji dilî xwe da avitîye min bi xweva girê dide.Bi taybet dawîya gulanê da, bi şiklî heyvoka zirav ku dikeve menzila Sureyya, dişibe şaxekîku di dara xurmê da hêl dibe.Bona ku Sureyya dişibe gûşîyekî jî, di bin perda ew ezmanî kesk da, heyînîya dareka mezin ûbi şewq raber dike.Ku ez li wê dinêrim tim ew dara bişewq xeyal dikim. Mîna ku çimî şaxê perde qûl kirîye, bigûşîyekî ra serî xwe derxistîye, bûye Sureyya û Heyvok. Ku ez wî şaxî dinêrim, gaybê mînamêweyî darekê dibînim.Heta berbangê, ên li ezmana temaşe kir şunda nihêrînê xwe vedigerînime we, rûyê erdê. Ruhîxwe li ezmana berdidime.


Li wir ku li dinê mêze dikim, bedena min mîna ku di keştîyekê da ew derya bêdawî da bilez rêdigre dihesibînim. Mîna ku fîlmekê temaşe dikim, wê helwestêdame.Ezman û stêrkan di helwesteka qelebelix a debdebe da nav hereketekêdabûn.Dîmenê ez digirtim dibirme rewşeka din.Va gera heyînîyê ma ji rojê dihat?Her tişt berva wî diherike. Ez li vê menzîla xweyê ser darê da dema ku roj hil tê xwe ecêb hesdikim.Sê mehene tenê me. Mehek bû ku çîyakêş jî çûn. Li van çîyayên reben da, bêdeng, yek û tenê,di nav nalîna xemgîn a daran da, min xwe di penç daîrên xerîbîyê da dît.Dost û merivên min ên di salên min da koçberî berzaxê bubûn, ezî di xerîbîya kalbûnê da me.Daîra xerîbîyê a herî fireh va bû. Di hindûrî wê da daîreka nû vebû: Payîz hatibû, biharê ezberdam û çû bû. Bi xwe ra heyînîyên ku min lê hezdikir, temaşe dikir, xwe bi rindikbûna wanra girê dida, wana jî girtine û birine, ez li xerîbîyê hîştim. Daîreka nû hîn vebû: Ezî dûra welatû merivên xwe bûm, vê jî ez dişewitandim. Îcar ku ketme vî agirî, çîya û şevên bi tenê ku minbi wan ra derbaz kiribûn ez pêşwazî dikirim.Belkî ya herî firkat, ji vê mala heyînî rojekê veqetim û biçûma bû.Ku min xwe bêçare, tenê, ecêb hes dikir nişkava şewqek vêket.Ew xerîbîya tarîyê da ronik kir, dilî min hewand. Min li şewqê mêze kir.Çavên min alû bûn. Çar misra bû. Min nikaribû wê qeyd bikim.Ji xwe li vira ez helbesta dijîm, nikarim binivsînim. Nivîsandin min ra pir bêwate û bêqiymettêye. Ez difikirim ku jîyandin şewitandin e. Lê min wa misrana di bîra xwe da girtin. ‘ Te lime pirsî, li me mîsak girtin/ Me got erê, me sond da te/ Spasî û minnet ê di kudera peyva ‘erê’da ye?/ Çimkî va peyva çavkanîya hemû xem û êşa ne/ Tu zanî ku veşareya xem û êşê çî ye?/Ew xizanî û li derîyê di wê da tunebûnê xistine.’Ez ji we ra bi xelatî vê helbestê dişînime.Tiştan bona we, we jî bona xwe diterikînim.Dilovanîyê ezîz bigrin dostno, ez ditirsim winê bikujin , ferîştahekî ku we diparêze.


TerkJi hemû pisîngên cîhanê kek Çetin Öner raMin gavek avit.Yekem karî xweyî şîrketê berda. Sibê pîreka min ku got ‘dîsa dike dereng bimînî, xwe biheserabe êdî’ min got ‘erê’ bi xwe ra, ‘pêwîste ez xwe bihesim.’ Ez xwe hesîyam û min got ‘êdîezê nerime kar.’ Pîreka min va gotina henekeka normal hesiband. Ku bawer kir ku ez xwehesîyame çû mitfaxê. Ez rabûm, dest û rûyê xwe şuşt. Ser masa taştê runiştim. Îro dikemîladeka jîyana min bûya.Pîreka min bi gotin derket.Derî lêket. Min vekir, dergevan e. Rojname dirêja min kir. Min got ‘Hesen efendî bayî rabibêje bila abonetîya me betal bike, êdî em rojnama naxwezin.’Min rojname birin avitne zembîla çopê a mitfaxê.Ji vê şunda ez êdî rojnama naxwunim.Min wana jî berdan.Bona ku ez diranê xwe paqij bikim çûme serşokê.Riyê min dirêj bibûn. Min got ‘na, ez traş jî nabim, wê jî terk dikime.’Min diranê xwe paqij kirin şunda bona cilê xwe xwekim ketme oda razanê.Gardrop vekir. Bi dehan bedil, qrawat, kiras. Madem ez narime kar, ezê cilên rehet lixwekim. Qazaq û kiten pantolon. Belê, hemû ewqas. Vegerîyame salonê. Dirêjî qumandatelewîzyone a ser sehpê bûm. Min got ‘Na, telewîzyon jî tuneye. Wê jî diterikînim.’


Telefon lê ket. Sekreter bû. ‘Ezbenî we xwestibû ku ez bîra wexinim, îro win dike herinbalafirgehê Hayrî begê pêşwazî bikin. Yek jî Sevinç xanim li we gerîya, xwest ku jîvanê bigreseet çardeha.’Min got ‘Na, ez narime balafirgehê. Jîvana Sevinç xanimê ra jî betal bikin. Îro nayime kar.’‘Lê ezbenî…’‘Temam Mehtap xanim, ez nayêm, hemû hevdîtinan betal bikin…’Min telefon girt. Fîş kişand. Telefona berîkê girt. Avite qutîya çopê. Ez hatime oda xwe,qomîdîn vekir. Cuzdank derxist. Sê qertên qredîyê. Nasnameyek. Heşt qertên mixazeyê.Nîgarên wesîqatî. Qerta nimra wergîyê. Qerta qeydê a nexweşxana. Deftera telefonê. Dû qertêtelefonê. Bê nasnameyê ku çi hebû min avitin. Pêwîstbû li van musqana bifilitîyama. Her kumin wana avitin ez sivik bûm. Girêdanîyeka din difilitîm, yeka din, yeka din…çiqas min xwetiştava giradaye. Di berkêşka qomîdîn ajêr da senedên tapûyê. Peyman. Wekaletname. Bisedan ewraq. Hemû avitin. Dengekî mezin bihîst. Mîna ku kevirekî mezin bikeve avê.Dengekî vala. Dengekî ku tal dike. Beşeka gardropê eyda çenteyê min bû. Wana jî avitin. Herku min davit qet te digot zêde dibin. Mala min tije qert, çente, ewraq û nîşe bû. Çiqas pirtiştên min hebûn. Difikirîm ku bê wana qet ku yek jî kêm be ezê nikaribim bijîm.Min va fikra jî terk kir û ji mal da derketim.Kilîtên erebê hilpekandine newala hember parqa zarokan.Meşîyam.Tiştekî sosret…her tiştî ku min terk dikir sifteh tirs û xem dida min, dûra ez sivik dikirim.Hetanî ku ez westîyam meşîyam. Nêzika garê bibûm. Birçî bibûm. Simît kirî. Îro cara yekemmin hes dikir ku ez rêwîme. Bajarekî dûr ra bilêt kirî. Trenê ra dû seet hebûn. Derbaza salonapayînê bûm. Ser banqa yekem, ku ber çavên min ket, runiştim. Li banqa hember mirovekî navsalî raketibû. Cem jineka ku min texmîn dikir jina xwe ye xewda diçû. Her ku min derdoraxwe dinêrî min çiqas pir rêwî didîtin. Kesên ku dixwestin, an jî mecburbun rêyekê kevinhemûyên li vir bûn. Jineka ciwan bin zarokî xwe paqij dikir. Zilamî wê zarok egle dikir. Li serbanqa paşîyê mirovekî kal û berçavik stûr rojnameyek dixwend. Me dipa. Rabûm. Min dest bigera di nav garê da kir. Pir sal derbaz bibûn ku min bi trenê gerîn nekiribû. Weqta ku ezxwendekar bûm bi trenê ez diçûm û dihatime memleket. Îro hinek xwendekarên ku eyni tiştîdikin dibînim. Herkes ji yek deran têne û derine yek deran. Mîna ku agahîya me bi cîhî kuem diçinê tûne. Em xwe bi tiştî ku me dikişîne ra berdidine. Êdî niha panoyên dîjîtal ênmezin hene ku hatin û çûyinê trêna raber dikin. Di xwendekarîtîya me da tunebûn. Car car mediçû zilamî ku bilêt difrot dipirsî û asabî wî xera dikir. Biborînin trêna şîn kîjan demê radibe?Rebeno belkî hezar caran bersiva vê dida. Tehîr bû ezbenî. Çend seeta? Ne dîyare ezbenî.


Hinekê bê minasebet dipirsin, sedema tehîr bûnê çîye? Erizaka teknîkîye ezbenî, dema kuwere çêkirin emê anonskin. Ez rêwîyekim, çima ewqas di vê qonaxê da xwe bi pir tiştan ragirê didim? Vedigerime salona payînê. Ser rûyê herkesî asabîyetek. Hûn dipên. Li dîwarseeteka mezin. Serî nîv seetê carekê mîna çana dêr lêdikeve. Dikeve nav sebir nekirinasalonê. Herkes guhdarîya hezar dengî navbera xwe û ê din dike. Belkî naxweze guhdar bike.Lê guhdar dike. Dû derîyên xwe hene. Dûbaskî. Yek ku vedibe digicire. Pir cara deng dubaredibe. Dûra dihele. Her carekê hîn kêm digicire. Yek tê yek dere. Şêmug maşîn bûne. Zemin jimermer e. Bitaybet şêmug pir maşîn bûne. Trêneke were û we bigre bibe. Em dipên. Guhîherkesî li anonsêye. Mirov xwe dihese. Jinikê ra yek tişta dibêje. Rêwîtîyê bi hevra dikine.Jinê, tiştekî ku li qaxiza rojnamê hatibû werdan ji turikî xwe da derxist. Vaya nîv nanek bû.Divê di nav nên da kuftikbin. Didîye mirov. Mirov nîvi lê jêdike û ê din dirêjî jinê dike.Diranên mirov mîna ku pêva kirin. Parîyê xwe baş dicû. Jinik îcar jî ji turik da termosekîderdixe. Her ku wana parîyan dadiqultînin ez bê hemd dadiqultînim.Li salonê anonsek tê bihîstin. Expresa Boğaziçiyê heta bîstekî ê di îstasyona medabe.Rêwîyên ku dike herine îstanbolê…ê dini ez nabihîzim. Hereketîyek dibe. Ên ku ber xewê dadiçûn xwe koma ser hev dikine. Ên ku çente, turik, walîzê xwe hene xwe dest bi amadekarîyêdikine. Êleg û xirqeyên zarokan li wan dikin.Bi armanca ser rawestgeheka nû ketinê em radibine ser lingan.Ku trênê xwe nêz kir, teşxele û lezbûnê destpê kir.Ez cîh xwe dibînim û rudinim. Qet tiştekî min ne li ba mine. Li ser min nasnamek, qertek ûqasî ku bes bike pere hene.Ez kuda diçim?Nizanim.Bitenê rêwîyekim, ku rêya min kuda here, min kuda bibe ezê herime wira.Tren radibe, ên ku oxir dikin destan hêl dikin, helbestvan dikeve bîra min, ‘mîna kesên kudesta hêl dikin trên çûn şunda/ û zend vedimire ji giranîya nû hêstirkên xwe’ dibêje. Mînakêrekê delala wî dikete xirika wî, niha xwîna min qerisîye. Xwîna min a qerisî her gav avêtinamin ra vedibe. Her ku pêşva diçim, tişt flu dibin. Ji wan qismetî min ewqas bûye. Wana minnizanin. Li min nanêrin. Min wana girtine dilî xwe, wana berdidim. Her ku ez wana berdidim,bi serî xwe dimînim. Divê ku ez pir zêde kiribim. Niha kêm dibim. Her ku dere rê dirêj dibe,tişt ber çava wenda dibin, niha wana yekcara hene yekcara tunene. Li çavên min dikevin ûderbaz dibin, li çavên min nakevin, qul dikin derbaz dibin. Tunebuna wan ra pir sivik dibim.Wana ez pir giran kiribum. Li dilî xwe dinêrim: Çiqasî girane. Çiqas tişt tê da hene. Ez wanayek bi yek pencereyê ra davime derva. Ku wana davim dibine dûkel. Wana mîna ku tunebin,


hene. Navbera hebûn û tûnebûnê. Ku di hindûrî min da cîh digrin, hene. Di hindûrî minî îzbeda çiqas tirs, weswese, xem û bengî hene, hemûyan davim. Wana yek bi yek davim. Her kuwana davim tiştên min kêm dibin. Çiqas tiştên min hebûne. Çente, walîz, tûrikên xwe davim.Dosye û qlasorên xwe davim. Telefon û nasnamên xwe davim. Sol, cil, bi dehan, hezarankiras û goreyên xwe davim. Çiqas pir cilên min hebûne. Çiqas nasnamê min hebûne. Ez çiqasmirov bûme? Çiqas pirim? Çiqas zêde bûme. Wana yek bi yek davime. Pêwîste ez kok da liwan bifilitim. Pêwîste ez ji endamîyen qooperatîfan, ji senedên tapuyê, ji bonoyan, ji çekan,ji hesabê banqeyan bifilitim. Endamtîyê min çiqas pir bûne. Oda bazirganîyê, komelajîyandina qangal û gundên wan, weqfa lêkolînên civak û aborîyê, abonetîyên elektrîk, av,telefon û digiturkê, sendîqayên karkêr, pirtûkxane, yekitîya mulkîyeîyan…îmdat xwedêyo, bidehan endamtîyên min hene. Pêwîste ez va endamtîyan berdim. Wana terk dikim. Ên ku ez dinav wan derana da nas dikim jî berdidim. Çiqas pir qartwîzît hebûne. Bi hezaran qartwîzîthene di berkêşka min da. Wana davim. Her ku ez wana davim, di hindûrî min da cîhek valadibe. Pêwîste ez wana bavim. Pêwîste ez wira vala û paqıj bikim. Pêwîste ez wira amadebikim. Divê ez xwe kêm bikim. Bitenê divê ez bi xwe bimînim. Ez derime, bona ku ez bibimexwe. Trên li îstasyonekê disekine.Gaveka din diavêjim.Va rawestgeha min a dûyemîn e. Ku ez li vira peya dibim, mîna çûkekî xwe sivik dibînim.Niha ez hîn nêzika xwe me. Ez li xwe dinêrim, xwe hin zelal dibînim.Li hindûrî xwe dinêrime, cîhî ku dike herê bibengî li wir hezdikîye. Pêwîste ez li wê hezkirinêbifilitim.Wî jê dikim. Bi neynûkên xwe wî dikolim. Canê min pir diêşe. Hindûrî min naxweze wîberde. Hindûrî xwe dikolim, divê ez wê bengîyê biterikînim. Ku ez wê dikolim hindûrî mindişewite. Li xwîna xwe dinêrim, çiqas tişt hebûne. Divê ez xwîna xwe biherikînim.Diherikînim. Her ku diherike digême rehetîyê. Eyda menzîla ku ez diçûmê di hindûrî min daku çi heye diherike. Her ku diherike hindûri min sivik dibe.Trên radibe, lê siwar dibim.Pêwiste heta rawestgeheka nû hindûrî xwe vala bikim.Dema ku trên dere, ku ez ji pencerê da dinêrim, ez dibînim ku dem diherike tiştan kevin dike.Li hindûrî demê dinêrim. Di wî da kevirekî dibînim. Dilî kêvir dinêrim. Ez robarekî ku ji wîda dipejiqe dibînim. Wî robarî dişopînim min digihîne axê. Dikevime nav axê. Di wir dadarekê dibînim. Şaxê darê dişopînim û li wir derdikevim. Dikevime derya hewayê. Di wîderyayî da giravekê dibînim. Derdikevime ser wê giravê. Li wira tiştên ser xwe ên zêdedavim. Tu xwedîyên min namînin. Her ku zêdeyên xwe davim rîça min zelal dibe. Rîça min


di axêda ye, kuranîya axêda ye. Rîça min rasta zinarekî hatîye, ew zinara qul kirîye, serîrehikê min, kevir bihêsane qelişandîye û derbaz bûye, min ew veguheranîye axê. Kevirbitirseka mezin ji sîngê da qelişîye.Ku ez li wî dinêrim, xwe dibînim.Ez ji kêvir hîn tundtirim, divê sînga xwe biqelişînim.Pêwîste sînga xwe biqelişînim û robarî hindûrî xwe azad bikim.Hindûrî xwe şewqê ra vedikim. Şewq kevirî min dihelîne. Diqelişim. Dihelim, hindûrî minnamîne.Xwe ji wir vedikişînim, wî azad dikim.Trên hate rawestgeheka nû. Gaveka din davim.Di hindûrî min da daxwez tûnene, ji daxwezên xwe filitîm.Bengîyên xwe terk kirin, qet astengên min neman.Trên hereket dike, berva rawestgeha dawîyê bilez direve.Vira ne dawîye, dawîya vir tûneye.Ez dibînim dawîya vê rêwîtîyê tûneye.Xwe ra dibêjim, tiştekî minî ku ez biterkînim nemaye.Dengek dibêje baş binêre astengîyeka te heye.Dinêrim tu tiştekî min nemane.Dengek dibêje, bala xwe rind bidê ew veguherîya astengîyeke.Tiştekî min nema, min hemû terk kirin zêdeyîyên xwe, xwedîyên xwe.Deng dibêje na, careka din lê binêre.Mîna ku tiştekî min nemabe lê dinêrim, çito wî nabînim?Tu wî nabînî çimkî te da tişt terikandin bixwe bû astengek.Terk?Erê terk. Pêwîste tu wî jî biterikînî.Wî jî berdidim, wî jî diterikînim. Di hindûr û dervayî min da qet zêdeyî namîne.Ku min ew terikand bi tenê xwe mam.Bi tenê ez bixwe me.Niha ji xwe pêk hatime.


Menzîla Ku Te Ez ŞewitandimNiha li qatî yekemînim. Vira tije pirtûkin. Bêpirtûka nîgar jî hene. Dîwaran nîgarên te tijekirine. Tazî xuya nakin. Hindûrî bêdenge. Bêdengîyeka wusa ye ku mirov dengî xwe biawayekî bilind karîye guhdar bike. Ewqas bilind ku ji xwe ditirse, dengê xwe wî dişewitîne.Vira menzîla ku agirî herî dijwar e. Min di vê menzîlê da dest pê kiribû, pir caran rastabêdengîyê têm û dikevime vira. Min davî agir, li wira bi alîyên xwe yê herî dijwar mindişewitînî. Ku tu bîra min dikî, şewitandina min destpê dike. Oda min a herî mezin menzîla kutu min tê da dişewitînîye, qada min a jîyanêye. Yekcara dîwarên odê teng dibin. Bêkesîyekçêdibe. Pir bi tenêtî dibe. Ez di nav vê tenêtîyê da ku bi serî xweme, û ku min te, xwe,sînorên ku ezî têdame jî wenda kirine, nişkava hindûrî min dest bi şewatê dike. Agir mezindibe. Ewqas dijwar û dişewitîne ku, helandina min dest pêdike. Dihelim, dihelim, dest, çav, rûû porên min dihelin û diherikin. Bitenê di hindûrî min da cîhekî tenê dimîne. Ez li wê derêdinêrim, pir tenhaye. Ez noqîna tenhayê dibim, kesekî min tuneye. Di wê bêkesîyê da kesekîminî ku min ra dişewite tuneye. Cîhî minî ku herî zêde ez tenême, va agiraye. Ez nû ferqdikime ku, ew cîhî min her ku ez kal bûme ew mezin bûye. Her ku ez kal bûme, agirî dihindûrî min da jî mezin bûye, niha ku nişkava vêket ez dibînim.Tu kes û kesên min nemane. Hemûyan ez terikandime û çûne. Dema ku çûne agirî min hinekîdin geş kirine. Her yekî ku çûye hinekî din ew dijwar kirîye. Va tenhatîya hinekî din zêdekirîye.Ez niha tam di nav vî agirîdame. Wira cîhî ku herî dijwar ez rasta xwe têm e.Yekva fêm dikim ku min pir li wî cîhi hezkirîye.Li wî cîhî xwe diterikînim.


Bayek tê, derî lêdide.Ku ez wê dijîyam, min bîrkirîye.Qey min got ê tim hanî bimîne. Ku lêdide ez dibînim ku, ku dem herikîye ez sekinîme û ezfikirîme ku wa dera ê tim eyni bimîne. Ez qet nefikirîme ku fikirandin hemberî demê pirbêqayime. Ez pê ketime û herikîme. Demê ez di rêya xwe da tim herikandime. Tîqtaqên seetêtim dewam kirîye. Min di nav hengamê da wa dengana qet nebihîstîye. Bav û dayîka minmirine, oxirîya birayên xwe kirîye, ap, xal,met, hemû hevsalên min, merivên min ezterikandime û çûne. Yek bi yek çûne. Pir dem ketîye navberê, demên ku pir deng derxistîye ûherikîye, min di nav wa dengan da dengî xwe nebihîstî jîyana xwe dewam kirîye. Niha yek biyek ku wan dengana xilas dibin, dengî xwe hîn zêde ferq dikime. Ji dengî xwe ditirsime.Dixwezime dengî xwe bibirim, guhê xwe ber wan bigrim, ji wan birevim. Bi hewildanekavala her ku dixebitim wan binixumînim, di hindûrî min da hîn dijwar dibin. Vediguherinegumînîyekê. Ez dinêrim dengên ku berê di gûhên min da qels bûn niha mezin bûne, belavbûne, îxtîyar bûne, kevn û stûr bûne, veguherîyane gumînîyeka sosret. Ez wê gumînîyê ku bitenê dimînim, hîn zêde dibihîsim. Ew derûdor ku tenhaye di wan bîstekanda, bitaybet jî şevandigihêşe dijwarîyeka ku mirov nikare bisekine. Ewqas mezin dibe ku min dadiqultîne,difetisîne. Va gumîna ku min difetisîne dengê çîye? Va ên çîye? Va dera kudere? Niha vadengên di hindûrî xwe da guhdar dikim. Niha bayek tê dîsa derî lêdide. Vediciniqim.Radibim, berva bayê dimeşim. Bi awayekî ku dike min bifirîne ba tê. Wir bang dike ku zaraguhê min diçirîne. Ku nêzika derî dibe vediguhere gumîniyê û dijwar dibe. Ku nêzika şêmugaderî dibe wa baya wî agirî nêzika min dike. Pêtên agir rûyê min dadilêse. Her ku nêzika wirdibin dest bi şewatê dikim.Va tim hanî dibe. Bi va dubara dem diherike dere.Nîgarên te dinêrime.Va cîha ê ku yekem me hevdi dît e. Ez berî te hatibûm vira. Ku min tu dipay, hatina te minferq nekiribû. Ku min berva te gavek avitîye, meger tu bi rev berva min hatîye. Çi sosret e. Diwê dema herikandina demê da, vî qatî digel tenêtîyê dest bi şewatê kirîye.Her ku dişewite, paqij dibe.Her ku paqij dibe sivik dibe.Barên min kêm dibin.Derdikevime qatî dûyemîn.Di vê odê da dolaba te yê ku cilê te yên têdane heye. Vedikime, çiqas cilên te hene.Te her bîstekê bi cilekî din te xwe rîya min daye.Dem li vira jî mîna avê diherike dere. Her quncikekî li te şopekê dibînim.


Rasta cilekî te, xişirekî te têm.Ku ez dikevime kîjan odê di wir da li te nîşanekê dibînime.Vira bi te tijeye.Derî lê dikeve. Tiqirtîyeka sosret. Mîna ku şaxa dareka wîşneyê a zirav û hişk xwe bi camêbide. Sankî bi derbeyên sivik lêdidin. Her ku pêve dibe û lêdide mirov hestdike ku ba hatiye.Derim ber derî, vedikim, kesek tuneye. Bi tenê ba ye. Çamên pîramîda dadilêsin, wana xahrdike, bi wan va dibe û yek tiştên wan diqopirîne, perçê ku digre davije ser axê, pişta fîdeyênsêva ên qels û biçuk kahr dike, dîwaran, çîman, kevirên ku pêşda di valatîyê da dirêj dibin,zinarên bikevz, kekîkên hişk, stirîyên mor, çîtên ku hinekî pêşda mîna sîya tenhatîyê a kumala ser qatekî dordipêçe di nav baxçeyî mezin da, girî ku ew lê dinêre, çamên paşda,lojmanên eskera, nexweşxanê, di nexweşxanê da nalînên eskerên ku ber êşan digevizin, kumerîya wira derbazkir, çola ku heta çav karibe bibîne dirêj dibe, gîhayên ku zer û nîvi hişkbûne, kêzikên ku di bin wir da hêvîya destpêka biharêne ku xwe vejînin, kormişka ra, rovîyênku bona zikên xwe têr bikin bi çav sorîyê dizivirin, xecxecokan ra, avahîyên fabrîqayênçîmento û ocaxên kevira ên ku hêlînên xecxecoka hilweşandine û kevir perçe kirine, rojingênwan ra, dûmana ku wana bilind dikin ra, belkî kaşdike kilometrekê wêda sîteya sê avahî ênser yanzdeh qata, perçeyên biçuk ên bêhejmar tevlihev dibin, her tişt kevin dibin, perçe dibin,hûr dibin, vediguherine xwelîyê û tevahev dibin. Di nav vê tevlihevîyê da nihêrînê xwedikişînim, der tême qatî sêyemîn.Li vira bitenê nîgareka te heye.Qet cilên te tunene.Ez nagême dengî bayê ku derî min dixe.Di odê da bayekî ku deng û bêhna te digerîne, bi bêdengî ba tê. Ez dibînim ku di vê menzîlêda şopên ku min şunda berdane paqiş dibin. Niha ezî di menzîla xweyî nû da me. Hinekî berîniha gihîştme vira. Li vira dareka gûza pirsalî ra hevnas dikin. Dişibe mirovekî kal ku piştaxwe hatîye tewandin, diranê xwe hatine weşandin, çermî xwe hatîye melandin, û li dinê pirwestîyaye. Mîna dest maç kirina wê, ez şaxên ku ava xwe hatîye kişandin mistdidim. Her kuez wana mistdidim, dixebite gulîlka bişîne çimî wê. Wan ra xwe ditewînim û guhdarîya wandikim. Dibêje, dermanî derdê evînê terk-î can dike. Dibêjim, ma ji xwe derd dixweze canbikşîne. Dibêje, terk-î can dibêjin dermanî muteber ê vî derdî ra. Dibêjim, dengî te pir kevnbûye. Dibêje, ez tamarekî ku deryayêra vedibime. Wextekê kevirekî ku di sîngê da robardipejikîn bûm. Niha li vê menzîlême. Dibêjim navî vira çîye. Dibêje, agir e. Ku ez temasa wêdikim şewitandina min destpê dike. Min dişewitîma lê dibêjim. Dibêje tuyê li vira bişewitî. Li


vir bi şewitandinê tuyê nûva werî çêkirin. Heyînîya te hişk dibe, vedimire, ê bizivire toxim.Dikeve ser axê, teva wê dibî. Li vira agir te dişewitîne dike ax. Nûva bona toxim disekinî.Mirov, mîna toximekî veşirandin li cîhekî disekinin. Dibêjim, lê ma ezê çito vê bêdengîyêbiçirînim û karibim derkevim? Dibêje, mîna ku genim zîl dide û derdikeve. Ancax tubêdengîye destên wê yê kesk kanî qul bikî. Min ber dide û ber çava wenda dibe. Agir mezindibe, baş har dibe, dijwar dibe. Fêm dikim ku va dera menzîla ku te ez tê da şewitandime.Xwe bera ser agir didim. Berdide, tarîyê da mîna hîva bêdeng, bêaxaftin, bêqalik bitenê wekîşewqekê dişewitim.


s û mişkŞekirêmin dawîyê da te maila min a sêyemin ra karibû bersivê bidî,ê bila wir beez çi bibêjim nankorî di hevîrî te daez çi dikim? nizanimê ku nizane ku çi dike ma ez tenê me? Bi rastî kesne di xemamin da bûku ez dihatime wira jî ez ne li ba xwe bûmdi vir da tiştekî jehrdar heye tiştekî ku mêjî û damaxa min dijehrînetiştekhatim bavê min dayîka min birayên min dibistan xeberan a dayîka minşîvên wê fistoqîyên birayên minku me digot roja dûyemîn tengasîyê destpê kirwira niha dojeha mina biçuk edi vê dojehê da dişewitimmin serlêdan li dibistana kir zilama em binpê kirinbona sewîya min a lîsansê qebul nake dû sala dersên serve bigrimpêwîste li wira çar sala bixwûne vira dû sal tê hesibandinoryantalîstî dixwest bixwûnim zen dikim dike nebegermanîstîk karim bifikirim va xinzîrana rapêwîste rojê wan raberî wan kimmin qala rojê kir adetê min derengîyê ketin ezê niha çi bikim nizanimrojên herî xirabtengasî tengasî tengasî tengasî tengasîbavê min i’ya î telafuz dikeyek şevan di hindûrî min da tengasî heye dibêje


tê bîra te nivîseka enis begê hebûmirov t mîna s’yê digothanê mirov vedigot, li vira, di cafê da yanê ez li ser masêruniştibûm nişkava telefon lêket hawar xwedêyo çikeniyabûn ku t mîna s’yê xwendniha ez jî li ber vî aletî fistoqî runiştime a ku min li te pirsîtiştekî persiva vî dixebitime ku binivsînim (t’ya s bixwune)çi fistoqî ne wusa?Çi dibe li vira?welle roja hatim a min apênçemîn tera ez fêr bûm dû bûyeraragihînim bajar-bajarokekî melez biçuk û şîrîn (hagennîne, em dereka ku ser hagenêva girêdayîye rudiniştin)bûyer: kujareka ber hesûdîyê berî wê û dûrayî wêbavî çar zaroka karsî li almanya bi kerker dixebitî ûdi derdora wî da bêdeng efendî û dîsa kesekî mulayîm kutê salix kirin mirov çarşemyekê sibê saet 10’an daçûye berberekî yekî ku di wir da dixebitî bavê 2 zaroka çelsalî tirkekî ji 37 şuna da kêr dike û dikûje!Kujarê şunda teşebbusa revê nekirîye,Xuya dike ku xwe rehet kirîye.gorî vegotinan pêwendîya vî mirovî jina wî ra hebûye lêdelîl tune, kes jî li wê jinê tiştekî hanî napê.dîsa gorî vegotinan va cotên ciwan her derê bi tev û destê hevdadiçûn, malek kirîne bona ku jinê ne ecibandîye mêrikfirotîye yekî nû kirîye, pirê bextewar bûne, çavînokî bûne,kes nikarîye bawer bike.hîn tiştên din jî têne gotin; tê gotin ku mêrik çewtkesekî kuştîye, va jî jinê bi dostikî(!) xweyî rastîn ra plan kirîyeyanê hinekî hedef şaşkirin e, niha jin berdilkî xwe ra ûbi perê mêrkî xwe dike kêf bike (ku dayîkeka çitonîye va4 zarokan ên çi bibin)pêwîste vê jî vebêjim: mirov hinek telefon girtine: Jina te, te dixapînîyeku bala te bikşîne ez kanim hîn zêde agahîyê bidim, heta çîrokeka din heye, ê ku mêrî xweberda û li tirkîyê yekî din ra dijîya lê dûra ku ef xwestîye û bona ku serî zarokê xwe da


imîne mêrik ef kirîye û hanîye almanya lê rehet nesekinîye, marketa ku têda dixebitî xwedîwêra teva bûyerê bûye û dîsa mêrî xwe terîkandîye û bûye jina dûyemîn a xwedî marketê, jinaciwan û rindik ku 3 zarokên xwe li vira hîştine…va jina zen dikim bona ku bibe bûk û heraalmanya yekî ku lê heznekirîye ra zewicîyemişkêminmêjî min kotinê dewam ke çi dibîbila va rojên tengasîyê derbaz bibin ezê tera xeberên nû û başxeberan ragihînimte maç dikim tetim ê te (ma digot?)tim ê teye kafkana bitenê ê teyeê tes mişkê minbitenê s


SekeratBûyer, li parqekê di berêvareka îlonê da sala dûhezarûsê da, li ser û derdorê banqê, hinekîpêş da, di bin dara çinarê da derbaz dibe.Ji gazînoya parqê a dûr da dengî klama Mamoş ku Erkan Ugur dibêje tê.Xanim (li hember, li pelçên dara çinarê ên ku dixujikine ser erdê dinêre) – Nikarim li te bawerbikim. Salekê berî niha, îro di vê seetê da gotinên ku te min ra kirin têne bîra te?Mirov (deng nake)Xanim (dengî xwe zîz dibe) – Li te dipirsim, kerem ke bêdeng mebe, tê bîra te?Mirov (qey mîna ku nabîze, bêdeng dimîne)Xanim (keser kişand, bi dengekî xemgîn) – Salek, hiih, dûwanzdeh meh, min dû mehê vê daancax karibû te bidîya, şêşt rojên vê da, pêncî rojê vê tu hanî bêdeng mayî, bi pirsên min, ênku li hewa helîyan, bûne dûkel derbaz bû. Dîsa roj dere ava. Dîsa roj kevn dibe.Mirov (mîna ku difetise dikuxe)Xanim (bi dengekî tije êş, bi girî) madem ku dike hanî bibûya, te çima hêvî da min? Te çimahemû heyînîya min istand? Çima ketî nav jîyana min?Mirov (dikuxe)Xanim (bîstekî bêdeng ma şunda) – Roja ku cara yekem di bin dîwarî wê avahîya kevn da,dema ku te bi bendikekî dilî min xweva girê da, rojeka hanî min texmîn dikir, ji vê bawerim.Mirov ( kuxika xwe sekinîye, cixarekê vêdixe, kur bi kur dikşîne û ku dûmanê berba dike)Zen dikim va raste.Xanim (diqehere) – Ya rast va tenêye…(radibe, çend gava pêşda dave, vedigere, bi kelegirî)Bitenê va bûya…dema ku min xwe da te tê bîra te?Mirov (bê denge)


Xanim (bi dengekî tije êş) hanî tu girîyay. Bi îskînc, demeka dirêj, çarşaf hêstirkên te şil bibû,mîna ku tuyî di zikî dayîka xwe da bî, ser kêlekê raketibûy, destên te di nav şeqê te da mînaku li te sar be.Mirov (bi dengekî westîyayî) li min sar bû.Xanim - Tim li te sar bû, dûra jî îro jî dicemidîy.Mirov (bêdenge)Xanim (hinekî sakîn bûye) – Ez jî dicemidim. A ku li wî bendikî min ra ma va ye. Cîhekî sartiştekî sar. Ez jî dicemidim. (çend gavên din pêşda dere, ser girî pêşda rudine)Mirov (dengî xwe eynîye) – Xemgînim, ez… min nedixwest ku wiha bibe. Min nedixwest kuwiha jî nebe. Yanê min nizanibû ku ez çi dixwezim. Niha jî wusa.Xanim (digrî)Mirov (hinekî din bi dengekî zindî) – Min zen kiribû ku ew çerqûfeleka ê me bigre.Xanim (bigirî) – Wê çarqûfelekê wê rojê virda kî zane çend mirova ra soz berda ku karibinbi wê bigrin. Lê nebû. Min tû hêdî hêdî wenda kir, mîna demeka bêdeng di manastirekê da,mîna hêdî xebitandinê, mîna veqetandina te ferq nekirî.Mirov (xemgîn e) – Belê, min, pêwîstbû tera bigota.Xanim (şaş dibe) –Çi?Mirov (bêdeng dimîne)Xanim (diqîre) – Çi, min tera got.Mirov (dixweze sakîn be) Temam sakîn be, temam…(bêhneka kûr digre) ez tirsîyam, min zendikir ku te ra bibêjim ê biqede.Xanim (biisrar) – ji kerema xwe…Mirov (nîşan da ku sakîn be) – Ji nexweşîya xwe…divê minê behsê bikira, va qet nebûdurûstî. Lê tirs tê çibikî. Bijîjk gotibû çendek meha. Çendek meha. Bîstek bes bû, jîyanekagirse ra bîstek bibîya bes bû.Xanim (di nav şaşmayînê da guhdar dike)Mirov (bi dengekî westîyayî) – Bijîjk hevalê min bû. got, ku ti dixwezî li min bipirsî, pêwîstetu pêra bibêjî. Ez serda qîrîyam, kî li te dipirse! Hate ser min got, durust be, pêra bibêje. Mingot na…na…na…(bi iskînca mîna ku bifetise)Xanim (cîhî ku lê runiştibû da hilweşîyabû. Bêdeng digrî.)Mirov (bi dengekî bêtirs) – Hemû vaye…heta vira. Ji vê şunda, li dinyeka din nedîyarîyekaqasî hebûn û tunebûna jîyanê ye. Tu dixwezî bi min ra ew nedîyarîya mezin da bimeşî?Xanim (bi êş digirije, nêzikê dibe, destî xwe dirêjê dike, hêstirkên ser hinarikê wî paqij dike,bi dengekî zîz) – Yara min, ezê wê roja nedîyarî da jî bi te ra bim.


Mirov (dest bi kuxikê dike)Xanim (li wira hilweşîya ye û sekinî ye her tim eyni peyvan dubare dike) – Hezkirin mînamirinê bihêz e… hez kirin mîna mirinê bihêz e…hezkirin mîna mirinê…Mirov (kuxikandina xwe nayê birîn)Xanim – Hezkirin jî çareserîyek e, hezkirin jî…Di parqê da, li baxçê çayan ên hember di yekê da, benda dawîya klama ku Erkan Ogur digottê bihîstin: va çîyana ji komirê ne/ roja ku çu ji umrême ye/ çûkekî felekê heye/ cirnaxî wê jihêsin e.’


Ji piranîyê Kînaye‘Wateya çar pirtûkaDîyar e di elîfekê da’Yunus EmreHingorî. Ewrekî gewr, mezin û ku li ser kêlekê dirêj dibe.Çîyakî ji ber çavan ku xahr dibî nişkava dûr dikeve.Li wira gîhayê mirî ku hişk bûye.Wana bi mirineka bihurbar pêwîstîya ji vira çûyîna me dibêje.Vira pirî sakîne, berfireh xuya dike lê ku nêzika wan dibî dibînî ku çito pir dibin.Fireh, qasî ku çav karibe bibîne, çîya, gund, deşt, eşîret, hesp, kon, pirtûk hene.Noqteka pir dîyar heye.Elîfek heye ku ji wirda destpê dike, berva jor dirêj dibe.Çar pirtûk heye ku ji wir pir dibin. Hozanek xuya dike ji nav çîyan da, mîna ku ji nîgarekêderdikeve û her ku tê mezin dibe, her ku berva vir tê teze dibe, nav gîhayê mirî û zer da kesk,teze xuyakirinê, ji zomekêda zomeka din digere. Li konekê vedine. Demekê dimîne, li wiranasekine, derdikeve, rewana rê dibe, ne rê li dil dikeve, dil ne li aqil dikeve, aqil ne ser milkdikeve, ne milk berî xwe dide melekut, ne melekut puxt ra xahr dibe, puxt ne hildikişe wî, newî rûyê wî mêze dike. Ku lê mêze dike tê girtin. Ku tê girtin azad dibe. Her ku azad dibe kêmdibe. Her ku kêm dibe mezin dibe. Ku mezin dibe germ dibe. Ku germ dibe xuya dike. Kuxuya dike wenda dibe. Ku wenda dibe fêm dike. Ku fêm dike bîr dike. Ku bîr dike tê bîra wî.Ku tê bîra wî zelal dibe. Ku zelal dibe difire. Difire û difire. Her ku difire hez dike. Her kuhez dike dimire. Her ku dimire vejîn dibe. Her ku vejîn dibe dimire. Her ku vejîn dibe dimire.Her ku vejîn dibe dixweze. Her ku dixweze têr dibe. Her ku têr dibe dixweze. Her ku dixwezediqede. Her ku diqede hişyar dike. Her ku hişyar dike dadikeve. Her ku dadikeve diqelişe. Herku diqelişe tê jêr. Her kut ê jêr bilind dibe. Her ku bilind dibe biçuk dibe. Her ku biçuk dibe


serbilind dibe. Her ku serbilind dibe biçuk dibe. Her ku biçuk dibe serbilind dibe. Bilind dibebilind dibe digihêje şarakî berz. Vira melbenda xwe ye. Ji melbenda xwe da li bajêr dinêre ûdibîne ku bajarekî hildiweşe û ava dibe ye. Niha vira hindûrî xweye. Ji hindûrî xwe da limelbendê dinêre. Dibîne ku vira hildiweşe hindûrî wî ava dibe. Va dîtina vî ji wê şarêdifûrîne. Ku difûrîne fêm dike ku çavkanîya wîye tenge. Her ku difûrîne wê çavkanîyê mezindike. Ku çavkanî mezin dibe hîn geş dixuşêne. Ku dixuşêne dixuşêne ji çaxekê derbazîçaxeka din da diherike û dikeve nav zimanekî saf û zelal. Ji hindûrî wî zimanî da careka din liwê şarê dinêre. İcar wê şarê bitenê ku tê çêkirin dibîne. Hindûrî wê şarê dibîne. Niha ne limelbendêye ne jî li hindûre.Hêlîneka gêrika belav bûye û bêhejmar gêrik mîna ku ser ra çûne. Gêrikên biçuk û çavvekêşayî şara hildiweşînin û dişewitînin derin. Şarê ku di derbazbûna wan da belav bûne nûvaçê dike û pêşva dere. Wana derbaz dibe. Ji wana jor da, kêlekê da, hindûr da derva da, ser da,bin da mêze dike û pêşva dere. Neqebên ku serra derbaz dibin, digirin. Her ku digire tênegirtin. Her ku têne girtin, vedibin. Her ku vedibin sûrê ku derbazbûna wan ra îznê nade avadike. Her ku ava dike ew sûrana hildiweşin. Ên hîn bilind ava dike. Ku ava dike wana jîhildiweşin. Ji neqebên sûrên hilweşîyayî da dinêre, taybetîya hilweşîyî hez dike. Her ku wanahildiweşin xweşik dibin. Ên ku derbaz dibin derin, ên ku namînin, belav bûne, bûne xwelî, bikêm bûyînê rabera ên ku di wî da derketine dike, xwe ne ên ku wî raber dike, li xwe ne ên kuli wî dinêrin, bi xwe ra ne ên ku bi wîra hebûn dibin, ên li wî dinêrin, ên ku berva wî dimeşin,direvin, wîra direwin, bi taybetmendîyê wana xweşik dibin. Bi têrbûna xweşikîya wan wiraterk dike. Li şunekê nikare cîh bigre. Cîh bi wîra bêcîhbûna xwe ferq dike. Berbanga sibêdaser rindikekê dikeve.Va rindika dilî wî lê digre. Lingekî dave ber wî. Rindikê werdigerîne. Ku werdigerîne dêwekdertê. Ku dertê malekê çê dike. Ku çê dike cîhekî wê diqelişîne. Ku diqelişîne avahîhildiweşe. Ku hildiweşe dibe xopan. Wê xopanê diçeqilîne, paqıj dike, wî cîhî nûva derdixeholê. Ku derdikeve holê ew îstîarekê dide wî. Ku îstîarê didê, dike destê xwe û lê dinêre. Kulê dinêre jûr û pirtûka di hindûrî wê da dibîne. Ku dibîne wê pirtûkê digre û teva wî şûrîrewana rê dibe. Ku rê dikeve rê vedibe. Ku vedibe qesrek der tê pêş wî. Ku der tê dikeve wêqesrê. Ku dikevê di wir da dîwanekê ra rû bi rû dimîne. Ku rastê tê pirtûkê dide wana. Kudidê pirtûk xwe vedike. Ku vedike ên ku wê dixwûnin jî vedike. Ku vedike wî şûrî digre. Kudigre ew pirtûka temam dibe. Ku temam dibe ji wir da tîp diherikin. Ku diherikin vediguhererobarekî. Vediguhere û vediguhere. Vediguhere û vediguherîne. Ku vediguherîne ew pirtûk ûşûr li ser hespeka ereb li dilî mîrekî dikeve. Ku lê dikeve ku çiqas tiştên xahr hene paşdadimîne. Ku paşda dimînin pêşda dere. Her ku pêşda dere rê,avahî, pirtûk û şûrên nû mezin


dibin. Hozan li wî robarî tîpan da li wan temaşe dike. Ku li wan dinêre tiştên xweyên kudihelisin dibîne dermanên tehl çêdike û xwe derman dike. Wana di robara hozan da dimeşin.Cîhên ku têda dimeşin taybetîyên xwe yên herî baş diterikînin. Wa tiştên taybet digêne hev.Ew tiştên taybet ên ku koma hev dibin da taybetîyên nû û baş derdikevin. Di wan da avahîyênnû bilind dibin.Va helwest û melala ku dewam dike hozan ji wan robara, bajara, tîpa, avahîya xwe derdixe ûvediguhere sûretekî bê wate.Vediguhere elîfekê, noqtakê.Noqtakê, bitenê noqtakê.Ew êdî noqtaye, noqtaya di bin ezîtî da.Ez rûyê wî yê dûyemîn, naveroka rûyê wî.Noqtayeka ku ji wî elîf tên çêkirin.Hozan niha noqtaya ku her tişt ji wî da peyda dibeye.


TenhaÇiqas bêdeng e.Her tişt, ew şeva ku te min ra got, êdî min tu ji hindûrî xwe da avitî, ji nişkava bêdengîtîyê dahate gorkirin.Niha li vê mala reza da, di oda ku weqtekê şevên dirêj em bi hevra dibûn, a ku me di wir dadaran, çîyayên ku dirêj dibin, ewrên ser wan ra û stêrka mêze dikir, di wê odê da tenême.Vira pir tenha ye. Wekî hindûrî min. Hindûrî min dişibe maleka ku hilweşîyaye û wêran bûye.Malbat belav bûye, mal extîyar bûye, hincirîye û hêdî hêdî hilwesîyaye, ên ku têda dijîyan çunşunda bi temamî helisîye.Hal ev e ku em tev ku derketne vê rêyê me hevdu ra digot madem dawîya demê tuneye û emjî rêwîne, emê hetanî dawîyê bi hev ra bijîn.Ez naxwezim bawer bikim ku te ez ji hindûrî xwe da avitime. Tu çito qimîşa min bûyî hîn aqlîmin nagire. Ji xwe aqlî min tiştekî nagirîye.Tu zane îro salvegera zewicandina me ya heftemîn e.Heft sala berê, îro em zewicîn. Êvarê zavê me em hanîn li vê mala reza berdabû.Ku em di odê da tenê man li vira, ber vê pencerê te xwe teva min kir û gor ‘ez bi teradixwezim rêwîtîyeka bê dawî da bimeşim.’Ez digrîyam ku tu dipeyivî ez tim digrîyam.Bextewarîyek û aramîyeka wusa, qet hatibû dîtin, min nizanibû.Te tim helwesteka sosret bi min jîyandinda.Te destên min digirt, hindûrî çavên min dinêrî, min ra digot ‘ez te bi dînikî hez dikim.’ Şevêheta sibê di guhê min da dengî ez te hezdikim dengvedabû.Sibê berî te xwe hesîyam, rabum çay û taştê min amade kir, hatim ber serî te hêvîya te mam.Mirov di xewda çiqas masum xuya dike. Tu mîna zarokan, mîna ku di zikî dayîka xwedabîxwe koma ser hev kiribû, destên te di nav şeqê te da bêhereket xewdabûy, min demeka dirêjtu temaşe kiribû.


Mirov ku radikeve mîna ku bi temamî xwe teslîma yekî kiribe. Dişibe kevirekî. Mîna kevirekîku cîh xwe da disekine, heta kesek raneke nalive û qey mirov dibêje sed salî di wê helwestêda ê bimîne, mîna kevirekî ku bi îrada xwe hereket nake.Ku min li te dinêrî, rûhî teyî ku di tenha bedenê da bêdeng radikeve min dît.Min ew bêhn kir, guhdar kir, wîra axifîm, derdê xwe pêra got, min ew mistda.Tu xwe hesîyay, tenhatîya di hindûr da belav bû, her der şên bû, ruhî min xwe hesîya.Wê sibê şunda weqtê ku ez zû xwe dihesîyam min tu di xew da temaşe dikir.Tu zane demekê şunda di xew da xeyalên ku te didît jî min fêm dikir.Ku devikên çavên te yekcara hereket dikir min zanibû ku tu li kuderê dinêrîye. Her ku pêşdaçu her tiştî veşarte ên di hindûrî te da, xwe min ra vekirin…


Ferheng – SözlükAvzê Sızma Alû bûn KamaşmaAsmîn UfukBedil Takım ElbiseBerdil Sevgili Bedbîn KötümserBerfireh Engin Biraştekar KebapçıBihûrbar Geçici Bêvaç SaçmaBîbok Gözbebeği Binpê Zemin-tabanBerfeşîr Dondurma Birincşîr SütlaçBihûşt Cennet Berkêşk ÇekmeceCerdevan Korucu Cînav Sıfat (grm)Camîd Nesne (grm)Çênî DilimÇêr KüfürÇipizk FiskeÇeqilandin AyıklamaDik Sahne Dojeh CehennemDilovanî Merhamet Diyax TahammülDemsal Mevsim Dalan KoridorDebar Geçim Dilak GönüllüErk Ödev Ezbenî EfendimFistoqî Salak Dengvedan YankıFûrandin Taşırmak Firaq TabakGûmîn Uğultu Gayîn ÇiftleşmeGep Yanak Govanî TanıklıkGopal Baston Gengeşî Tartışma


Gûmîn Uğultu Gevizandin KıvranmaGêranî Büluğ Gehîştin Ermek-yetişmekHilperîn Ürkmek Hevok CümleHingorî Günbatımı Helatin KabarmaHal ev e Oysa Heyînî VarlıkHûnandin Örmek Hoker Zarf (grm)Hovîtî Vahşilik Hes HisHinarik Yanak Heyvok HilalHîçî Hiçlik Hilpekandin FırlatmaHilpekîn FırlamakJakaw Yırtıcı Jîvan RandevuJi xwe ZatenKerehû Samyeli Kîte HeceKevane Kavis Keftar SırtlanKêşwerî Çekim Kolit GecekonduKujar Cinayet Karbendî MeslekKils Kireç Kerî SürüKirarî İşlem Kevz yosunKotin Kemirmek Kormişk KöstebekKolik Kulübe Kiras GömlekLeheng Kahraman Lehî SelLebat Organ Lawij İlahiLavlavk SarmaşıkLowî FasulyeMasûlke Kas Mot PekmezMalnîş Emekli Maşîn AşınmaMelbend TaşraNeqep Gedik Nîşe NotNiflik Kibrit Nêm İrinNixûman Örtünmek Noqîn DalmakNihêrîn Bakış Nexwe DemekQef OyukXav Çiğ Xecxecok GelincikXêlek Hayli Xeml Süs


Xumam Puslu Xişir TakıXopan Enkaz Xizan FakirPapur Cadde Pirtûkfiroş KitapçıPerpitîn Çırpınmak Peyarê KaldırımPisîng Kedi Parsek DilenciPîrhevok Cadı Pevçûn ÇatışmaParêzer Avukat Pingirî Asık suratPuxt Öz Parzinandin SüzmeParêzvar Koruyucu Pêdandî SabitPejikandin Fışkırma Peyman SözleşmeRadan Davranmak Ragirtin DayanmaRaborî Geçmiş Reşbîn KaramsarRûv Kasık Rêzik KuralRûpişt Örtü Rewnaq ParlakRawestgeh Durak Raçav GözetlemekRengdêr İsim (grm)Salix Tarif-izah Sertap DorukSeh Sezgi Sawar Bulgur pilavıSêkik Üçlü Serşok BanyoSernewq Aşağılık-adi Sosret TuhafStûkur EnseStûr KalınStirî DikenŞiverê Patika Şaneşîn BalkonŞerav Şarap Şipîşîn MasmaviŞêmug EşikWergêr ÇevirmenVeşirandin Gömülü Vegirtin yayılmaVeşare SırVebirî KesinTawanbar Suçlu Tîp HarfTeşe Biçim Tax MahalleTengezar Tedirgin Taxûrk El ArabasıTemen Ömür Tews Denge


Tebitî Dingin Tengezar SıkıntıTêketin GirişTika RicaYekîne Birlik (askeri)Zevî Tarla Zirinc KurşunZom Oba Zeng PasZiravik Öd Zaxor Sarp

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!