You also want an ePaper? Increase the reach of your titles
YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.
KURDIStANî u 2-5

• Nîqaşên Talabanî û Noşîrvan

tansiyona siyasî bilind kir

• 36 rojnameger di girtîgehê de ne

JIN Û CIvAK u 9

• AKP wê bi xutbêyan tundûtûjiyê

asteng bike!

EwRÛPA u 12

• Prof. Dr. Udo Steinbach:

“Tirkiye ketiye krîzeke siyasî”

HEvPEyvîN u 15

• Serokê PAK’ê Elî Qazî:

“Min destê Şah maç nekir”

KESKESOR u 16

• “Rojnamegeriya kurdî ya înternetê

kopî kirine...”

ÇAND Û HUNER u 8

• Helbestvana navdar Bejan Matur:

Îsal tirs ketiye dilê min!

اد�د ا�ﺳ ��در�� ا�ﻧ��ﯚه �ﺎ�داد

تﺎ�ﺑ �رﺎ��ﺑ �ﺑ�د ن�ﺳ�ﺣ

Great

Britain

6 t

ÇAPA EWRÛPA

Herçend budçeya Kurdistanê

nagîjê nîvê vê mîkdarê jî, Hikûmeta

Bexdayê, di dayina budçeyê

de her pirsgirêkan derdixe.

Derfirotina petrola rojane ji

Herêma Kurdistanê îsal digîje

150 hezar bermîlan û dahata mehane

ya vê petrolê jî bi reqamên

îro gihîştiye 300 milyon dolaran

ku salane digîje nêzî 4 milyar

dolaran. Hilberîna petrolê ya Herêma

Kurdistanê rojane niha 100

hezar bermîl e. Endamê Komîsyona

Gaz û Petrolê li Parlamenê

İraqê Dr. Bayezîd Hesen, dibêje

di dawiya îsal de wê ev hejmar

bigîje 150 hezar bermîlan. Bermîlek

ku niha derdora 60 dolaran

tê firotin, bihaya vê hilberîna rojane

dike 10.5 milyon dolar û di

mehekê de jî digîje 350 milyon

dolaran. Li aliyê din dahata petrola

Kerkûkê (ku li ser herema

Kurdistanê nayê hesibandin) ya

rojane ku nêzîkî 500 hezar bermîl

e, digîje 30 milyon dolaran.

Ev dewlemendiya bajêr lîstikên

ser petrolê û zextên ser Hikûmeta

Kurdistanê û şîrketên petrolê

jî girantir dike. Dahata giştî

îsal rojane wê bigîje 40 milyon

dolaran.

Komîteya Mafên Zarokan a

Netewên Yekbûyî, derbarê sedan

zarokên kurd yên girtî ne û bi

cezayên giran tên darizandin,

Tirkiyeyê hişyar kir. Komîteyê

xwest dewleta tirk yasayên xwe

biguhurîne.

Komîteya Mafên Zarokan a

NY’ê, lêkolînên xwe yên derbarê

rapora derbarê mafên zarokan

a Tirkiyeyê şandibû bi dawî

kir. Komîteyê, qeneat kir ku Tirkiye

mafê zarokan binpê dike û

ji ber vê yekê hişyarî da Tirki-

:ﺎ�ﻧﺎ���� �زو�ﺳ �ﺗرﺎ� ��ۆر�ﺳوﺎه

���ر�ﺗ ��ﻣژود و در�� ��ﺳۆد ��������

yeyê. Raporê komîteyê, anî

ziman ku ji ber guhertinên di Yasaya

Dijî Terorê de (TMK) de ku

rê li ber darizandina zarokên tenemê

wan li ser 15 salî ya li dadgehên

taybet ên cezayan giran

vedike, gumanan wan hene. Her

wiha hate nirxandin ku raporê ji

aliyê Tirkiyeyê ve hatiye dayîn

“ji derbaskirina gumanên heyî

dûr e.”

Di roporê de hate diyarkirin

ku gelek xalên di TMK’ê de

wekî Tirkiyeyê diyar kirî ninin û

2 t

ji bo gelek zarokan bi kar hatiye

û ev yek di komîteyê de hatiye

diyarkirin û wiha hate gotin: “Li

dijî Peymanên Mafên Zarokan

cezayên giran didin zarokan û

pêkutiyên li gorî zagonên li dijî

terorê zarokên tevlî meş û çalakiyan

bûyî biguman e.” Li gorî

van yekan komîteyê ji hikumeta

tirk ev daxwaz kirin:

• Li gorî zagonên li dijî terorê

divê zarok wekî kesên temenê

wan mezin neyên darizandin û

wisa bê guhertin. Zarok di dad-

HEJMARA NÛ DERKET · LI FIROŞGEHAN

diplomatique kurdî

LE

MONDE

www.lemondediplo-kurdi.com

info@lemondediplo-kurdi.com

Deutschland 1,50 Euro | Nederland, Belgique, France 1,50 Euro | Schweiz 2,70 CHF | England 1,40 GBP | Sverige 21,00 SEK | Danmark 15,00 DKK Hejmar/Nr. 27 | 12. Çile /Januar 2010 | www.rudaw.net

7 t

��ﺑ���ه �ﻟ

"���ﺑ نﺎ�ﺗ��ﺎﺷ �ﺑ�د مﺎ���ﺎﻗ"

Serweta petrola Kurdistanê ji ereban,

derdê wê ji kurdan re ye

Hilberîna petrolê ya ser xaka Başûrê Kurdistanê ya rojane îsal bi giştî wê bigîje 650

hezar bermîlan ku bihaya wê petrolê jî nêzîkî 40 milyon dolar e. Bi vî awayî dahata

salane li gor reqamên îro digîje nêzîkê 14 milyar dolaran.

Herçend pereyê ku ji petrola

Kurdistanê tê bidestxistin diçe

nav budçeya Bexdayê jî, Hikûmeta

Malîkî heta niha jî pereyê

şîrketên petrolê yên ku li Kurdistanê

hilberîn û lêgerînê dikin

nade. Li aliyê din Wezareta Petrolê,

çend roj berê mudûrê Şîrketa

Petrola Bakur guhert û

mudurêkî nû ku erebêk di dema

Saddam de li Kerkûkê hatibû bicîhkirin

ji bo vî postî hilbijart û

ew yek jî bû sedemê nerazîbûna

kurdan. Li aliyê din herçend dahata

petrol Kerkûkê herdiçe zêdetir

dibe jî, Hikûmeta Bexdayê

ji vê serwetê tiştekî nade Kerkûkê.

Pêşniyaza ji pereyê her

bermîlekî petrolê nîv dolar bo

Kerkûkê veqetînin jî nehat qebûlkirin.

Li gel vê yekê Kerkûk

yek ji bajarên ku bihaya benzînê

herî biha ye.

Li aliyê din nedana kirêya şîrketên

deranîna petrolê, Hikûmeta

Herema Kurdistanê şandina

petrolê bo derve sekinand.

Wezareta Petrolê ya İraqê jî dibêje

ger Hikûmeta Herêma Kurdistanê

girêbestên petrolê bişîne

Bexdayê, wê deynê şîrketan

bide. u 6

NY’ê ji bo ‘zarokên kurd’ Tirkiyeyê hişyar kir

gehên asayî de bên darizandin û

ji normên zarokan ên dadê yên

parastinê feyde bigirin. Divê

hemû doz, bê alî, bilez û bi awayekî

adîlane bên kirin.

• Divê normên têkildarî terorê

li gorî biryarên Konseya Mafên

Mirovan a Netewên Yekbûyî be.

• Divê di hemû dibistanan de

dersa mafên mirovan bên dayîn

û li ser aştiyê perwerdehî bê

kirin û divê di vê mijarê de mamoste

jî bên perwerdekirin.”
2

NEwzAD MEHMûD

Silêmaniyê - Nîqaşên dawîn yên

navbera Serokê YNK’ê Celal Talabanî

û Serokê Tevgera Goran Noşîrvan

Mistefa bi taybetî li herema

Silêmanî tansiyona siyasî bilind kir.

Gel ji mezinbûna aloziyê ditirse ku

ew yek bibe sedemê pirsgirêkên

giran û di navbera aliyan de tundûtûjî

destpêkbikin.

Her wek dihat çaverêkirin, Noşîrvan

Mistefa bi bersivdana bi Talabanî,

sêyemîn kevirê mezin avêt

hundirê gomê û bi vê çendê jî peywendiyên

navbera herdû aliyên

nakok gaveke din li asoya geşbîniyê

dûr ket û niha daniştvanên Silêmaniyê

ditirsin, ku hildana

rûpelên berê, rewşeke metirsîdar a

tundûtûjiyê bi xwe re bîne. Aliyên

siyasî jî bi nigeranî temaşeyî helwêsta

herdû aliyan dikin û daxwaz

dikin ku pêvajo were sekinandin.

Piştî ku Malpera ‘Sibey’ a Dezgeha

Wişe di roja 05.01.2010’an de

bersivdana Noşîrvan Mistefa weşand,

roja 06.01.2010’an seet 8ê

sibê Emîrê Komela Îslamî ji bo nabençîtiyê

berbi bajarê Bexda birêket

ku bikaribe ligel Talabanî rûne.

Endamê Polîtburoya Komela Îslamî

Zana Rustayî, derbarê wê serdana

Emîrê Komelê, wiha axifî:

“Yek ji mijarên hevdîtin ligel Mam

Celal pirsa normalkirina wê rewşê

ye. Ew tevlîhevî ger liser asta

xwarê be, wê were çareserkirin, lê

pirsgirêk ew e niha tevlîhevî di

navbera herdû serkirdeyan de ye û

ev jî encamên nebaş liser proseya

hilbijartinan dike.” Bi baweriya Endamê

Polîtburoya Komela Îslamî,

pêwîst e hewla dilsozane bê dan ji

bo ku dawî li wê tevliheviyê were

anîn, di demekê de ku prosesa hilbijartinê

li pêşiya me ye. Herwiha

Yekgirtûya Îslamî jî liser zarê Kar-

gêrê Polîtburoya xwe ve daxwaz

dike ku herdû alî zimaneke nerm

bikar bînin.

Kargêrê Polîtburoya Yekgirtûya

Îslamî Selaheddîn Babekr jî di daxwiyaniya

xwe ya bo Rûdawê, diyar

kir, ger daxwaz bê kirin Yekgirtû ji

bo hemû hewleke navbeynkariyê

amade ye: “Em bi nigeranî li wê

rewşê dinerin, ger xwedê neke tevlîhevî

bidomin, dibe bandora negatîv

liser pêvajoya hilbijartinan

bike.” Babekr got, wan heta niha

çend hevdîtin ligel herdû aliyan kirine:

“Lê pirsgirêk ew e ku îrada

gotûbêjan di navbera wan de tuneye.”

Bi baweriya aliyên siyasiyên

kurd, milmilanê û hevrikiyên nav-

Kurdıstanî Hejmar 26 | Sêşem | 5. Çile 2010 Rûdaw

Nîqaşên Talabanî û Noşîrvan tansiyonê bilind kir

Foto“Bêguman xelkê wê bedela wê bide, her çawa bedela şerê navxwe jî da.” (Wêne: Rûdaw)

bera herdû serkirdeyan gihîştiye

qonaxeke metirsîdar. Lewra ew

daxwaz dikin pirsgirêk werin çareserkirin.

Serkirdeyê yek ji partiyên

kurdî wiha dibêje: “Pirsgirêka sereke

ew e heta niha zamîna gotûbêjan

di navbera wan de tuneye, ji ber

vê çendê jî hewlên wan tu encamek

dernakeve. Bêguman bi vê sedemê

xelkê dê li dengdanê sar bibin û dê

îstiqrar û aramiyê têk biçe.”

Liser hêla, bi zimanê agir

Talabanî di Plenûma 4. ya

YNK’ê de çend mijarên hestiyar û

metirsîdar anîbû ziman û gotibû ku

Noşîrvan berpirsê gelek pirsgirêkan

e ku li ber YNK’ê derxistine. Talabanî

berpirsyariya kîmyabarnkirina

Helebçeyê û Kerkûkê û çend pirsên

din ên giring jî xistibû stûyê Noşîrvan

Mistefa, ku wê demê ew cîhgirê

Talabanî bû.

Noşîrvan Mistefa jî, Talabanî

wek berpirsê yekem yê destbirinên

bûyerên borî û têkçûn û pirsgirêkan

da xwiyakikrin: ‘’Piştî bidawîhatina

şerê İraq û Îranê Talabanî çû

derve. Di nebûna Sekreterê Giştî de

– me bingehên stratejîk ên wê qonaxa

ji nûh ve birêxist, me hêza

Pêşmerge birêxist û ragehandinê

xurt kir û di rojên şerê dûyem yê

Kendavê de (têkçûna Enfalê) me

serkeftina serhildanê bidest ist, me

ew kar meşandin, wî çi kiriye?”

Ji serkirdên Bizava Goran, Salar

Ezîz wiha diaxife: “Em ji tevlîhevi-

Profesorê Amerîkî Michael Günter:

Şerê YNK û Goran deshilata kurd lewaz dike

HAwAR EBDilREzAQ

Hewlêr - Profesorê Zanistên Siyasî

Michael Günther ku şehrezayê

doza kurd û nakokiyên Rojhilata

Navîn e û çendîn pirtûkan li ser

kurdan nivîsandine, di hevpeyvîneke

digel Rûdawê de ragehand ku

şerê navbera serokatiya YNK û Goran’ê,

ziyaneke mezin dide deskeftiyên

kurdan bide: ”Dibe ku destên

derveyî di van bûyer û nakokiyên

navxweyî yên kurdan de hebin.”

Günther ku çend salan jî di zanîngehên

Tirkiye û çend welatên

din de jî mamosteyê peywendiyên

nêvnetewî bû, dilgiraniya xwe nîşanda

ji êrîşkirina ser alîgirên

Goran û tundûtûjiyên ku demeke bi

sedema milmilaneya tund a navbera

YNK û Tevgera Goran li devera

Silêmaniyê heye. Ev metirsî jî

bi sedema nêzîkbûna jivana helbijartinên

Civata Nûnerên İraqê mezintir

dibe û egera wê yekê heye ku

tundûtûjî bêtir bibin: ”Ez bawer im

ku ev polîtîkaya fermî ya YNK’ê be

ku êrîşî alîgirên Goran’ê bike. Mam

Profesor Michael Günther

Celal jî ev tohmet redkirine û protestoya

wan êrîşan kiriye, herweha

daxwaz ji hêzên Asayişa Silêmanî

û Hewlêrê kiriye ku hemû pêrabûnan

encam bidin ji bona rêgirtina li

her kiryareke ji vê corê di dahatûyê

de. Serokkomarê İraqê û Sekreterê

Giştî yê YNK’ê, kesekî rêzdar e û

baweriya min bi daxuyaniyên wî

heye. Kurd jî wê bikevin rewşeke

xerab eger baweriya xwe pê

nekin.” Di heman demê de gotî jî

”Bêguman wê bûyerên êrîşkirin û

revandina alîgirên Goran’ê tesîreke

negatîf li ser aramiya Kurdistanê

hebe.”

Derbarê wê yekê ka kî li pişt van

bûyeran de ye wiha got: ”Bêtir

egera wê yekê heye ku hin kesên

xeyidî yên nava YNK’ê li pişt van

bûyerên metirsîdar bin. Lê xelk tiştekî

ji wê yekê nizanin eger weha jî

be.”

Michael Günther di derbarê şere

axaftinên navbera Talabanî û Noşîrwan

de dipeyive û wiha dibêje:

”Bêguman şere axaftinê yê navbera

Talabanî û Noşîrwan, desthilata

kurdî bi giştî lawaz dike. Hemû alî

wê yekê baş dizanin ku di demên

borî de bi sedemê perçebûna navxweyî,

mezintirîn dijminê kurdan

bûye.”

Günther di wê baweriyê de ye ku

li çav berê, rewşa niha ya kurdan ne

metirsîdar e: ”Bi xweşhalî ve em

dibînin ku li pêş berê, rewşa niha ne

gelek metirsîdar e. Lê erkê hemû

kurdan e ku rê nedin rewş xerabtir

bibe.” Wî dilgiraniya xwe ji wê

yekê nîşanda ku ew bûyer tesîreke

nêgatîf bikin ser aramiya Kurdistanê.

Herweha ew yek jî bi bîr anî

ku yek ji sedemên sereke yên ku

weha kirine ku ”Herêma Kurdistanê

bala xelkê bikşîne ser xwe,

aramî, derfetên karkirinê û serkeftîbûna

proseya siyasî li vê herêmê.”

Tevî ku Michael Günther di wê

bawerê de ye ku belkî di helbijartinên

îsal ên Parlamena İraqê de, ev

perçebûna navxweyî zirarê li hêza

Kurdî bide. Lê wî gotî jî ”Ev nayê

wateya ku piştî hilbijartinan, PDK,

YNK û Tevgera Goran ji bo berjewendiyên

kurdan, nekarin bi hev re

di Parlamenê İraqê de kar bikin.”

Günther amaje dike girîngiya hebûna

opozisyonê li Kurdistanê jî:

”Ew hênceteke xerab e ku bibêjin

nabe di nava kurdan de opozisyon

hebe, ji ber ku ew jî zirarê digehîne

yekgirtina kurdan. Ew hizir tenê

berdewamiyê dide kiryarên derbasbûyê.

Çunkî wê her kesên kevn li

yan hez nakin û naxwazibin jî ku di

navbera me û YNK’ê de pirsgirêk

derkevin. Em rêza YNK’ê digrin,

bila ew jî rêz li me bigrin. Em hez

nakin behsa dîrokê bikin, lê Mam

Celal, Kek Noşîrvan neçar dike ku

bersiva wî bide.” Serkirdeyê Bizava

Goran, YNK’ê tometbar dike

ku dev ji Goran bernadin û diyar

dike wek Bizava Goran wan ragehandiye

ku tu peywendiya wan bi

YNK’ê û derbasbûyî û pêşeroja wê

re nemaye. Lê YNK dev ji wan bernade.

Salar Ezîz daxwaz ji YNK’ê

dike ku êrîşa ragehandinê bisekinîne:

“Ji ber ku ew tu sûd û feydd

jê nabînin.”

Endamê Polîtburoya YNK’ê

Îmad Ehmed jî wiha dibêje: “Zehmet

e bersiv û bersivdan bi dawî

were û raweste. Berpirsyariya encama

wî karî jî dikeve stûyê aliyê

ku pêşengî kiriye. Em hemû li wê

derbasbûyiyê şirîk in û li başî û xerabiyên

wê em hevbeş in.’’

Xelk û rewşenbîr çi dibêjin?

Daniştvanên Silêmaniyê ditirsin

ku ji ber vê tevliheviyê tundûtûjî

derkevin holê, bi taybet jî ku hilbijartin

di rê de ne û hilbijartin jî

bixwe agirê nakokî û dijheviyan

gurtir dike. Demekê berî niha çend

bûyerên teqekirin û lêdana hevwelatiyan

li parêzgeha Silêmaniyê

çêbûn. Gelek ji xelkê Silêmaniyê bi

dirêjiya rojên kampanya hilbijartinên

Parlamenê Kurdistanê jî dest li

ser dilê xwe danîbûn, Bi baweriya

Aga Salih ê 26 salî, rewşa niha

berbi xerabiyê dimeşe û YNK’ê û

Goran rexne dike û dibêje ku rikeberiya

wan tu sûd û fêdeyek ji

xelkê re tuneye: “Bêguman xelkê

wê bedela wê bide, her çawa bedela

şerê navxwe jî da.”

ser deshilatê bihêle û wê rê li encamdana

reformê bigire ku karekî

gelekî pêwîst e. Demokrasî tê ramana

hevrikiya di helbijartinê de û

piştî hilbijartinan jî bi wateya tenazula

ji bo berjewendiyên giştî tê.”

Pisporê Amerîkî egera wê yekê

bi dûr nexist ku destên derveyî û bi

taybet jî Bexdayê li pişt nakokiyên

navbera Noşîrwan Mistefa û Celal

Talabanî de hebin: ”Dibe Bexda bi

şêweyekî nehênî piştgitirya wan

nakokiyên navbera YNK û Goran’ê

bike. Taktîka perçebûnê taktîkeke

belav e û ji aliyê dijminên kurdan

ve bikar hatiye. Lê divê ez dakokiyê

li ser wê yekê bikim ku eger

destekî derveyî jî hebe, wê roleke

biçûk hebe. Ji ber ku ev meseleyeke

navxweyî ya Kurdan e.”

Günther di derbarê bûyer û nakokiyên

navbera YNK û Goran de, ji

helwesta rêvebiriya Amerîka dilgiran

e: ”Amerîka wê tenê wê demê

dilgiran be eger ku ew bûyer xerabtir

lêhatin û şer û pêkdadan dirust

bibin. Ez ne di wê baweriyê de me

ku tiştî weha biqewime.”
Rûdaw Hejmar 27 | Sêşem | 12. Çile 2010 Kurdıstanî

3

Budceya Pêşmergeyan nayê çareserkirin!

Bexda (Rûdaw) - Endamê Komîsyona

Darayî li Parlamena İraqê,

Samî Etrûşî dibêje îsal jî pirsgirêka

budceya pêşmergeyan nayê çareserkirin.

Samî Etrûşî di daxuyaniyekê

de bo Rûdawê behsa budceya

pêşmergeyên Kurdistanê kir û wiha

got: “Pirsgirêka pêşmergeyan yek

ji pirsgirêkên serekî ye di navbera

Hewlêr û Bexda de û hê nehatiye

çareserkirin. Ji 2007-2009’an xalek

di nav yasaya budceya İraqê de

hebû ku digot heqdest û pêdawîstiyên

pêşmergeyan li gor peymana

navbera serokwezîrê İraqê û serokwezîrê

Kurdistanê de tê diyarkirin.

Lê hê ev xal nehatiye çareserkirin.”

Gelek pirsgirêkên daleqandî di

navbera Hikûmeta Bexda û Hikûmeta

Herêma Kurdistanê de hê nehatine

çareserkirin. Ji vana

girêbestên petrolê, budceya İraq û

Herêma Kurdistanê, navçeyên cihê

nakokiyê, maddeya 140’ê ya destûra

İraqê û pirsgirêka pêşmergeyan

heta niha jî li erdê mane.

Etrûşî di vî warî de wiha axifî:

“Hê li ser hejmar û erkên pêşmer-

geyan nehatiye lihevkirin. Bexda

dibêje divê hejmara pêşmergeyan

bê kêmkirin û ger heqdestên wan ji

aliyê Wezareta Bergiriya İraqê ve

bên dayîn, divê pêşmerge li gor yasayên

wezaretê kar bikin. Hewlêr jî

bi vê yekê razî nabe. Lewma Bexda

dibêje “ger hûn ne razî ne, heqdestê

pêşmergeyan ji budceya xwe

bidin.’’

Derbarê awayê çareserkirina

pirsa budceya pêşmergeyan jî, Etrûşî

bawer nake ku mesele bê çareserkirin:

“Ji ber ku me ji kesên

nêzîkî Malikî bihîstiye ku wî çend

caran li cihên ne fermî gotiye ku

pirsgirêka pêşmergeyan qet nayê

çareserkirin.”

Navborî ku endamê Parlamena

İraqê ser bi Lîsta Yekgirtû ya Îslamî

ye, behsa pirsgirêka budceya geşkirina

parêzgehan û awayê dabeşkirina

wê kir û wiha pêde çû:

“Budceya pêşvebirina parêzgehan

li gor hejmara daniştvanên parêzgehan

tê dabeşkirin. Lewma mafê

Kurdistanê bi vî awayî tê xwarin, ji

ber ku budceya me li gor rêjeya ji

sedî 17 nadin hersê parêzgehên

Kurdistanê, bi rêjeya ji sedî 13

didin. Îsal bo parêzgehên Kurdistanê

123 milyar dînar hatibû danîn.

Lê ji ber ku hemû parêzgehên İraqê

budceya pêşvebirinê ya 2008’an

xerc nekiribûn, ev budce

careke

Ji bo nîv milyon Êzdî yek kursî

EBDillA NiHÊlÎ

Laliş – Bi nêzîkbûna hilbijartinên

Parlamena İraqê, kesayetî û

dezgehên Êzdiyan jî daxuyaniyan

belav dikin û ji Êzdiyan re lîsteyen

ku dengên xwe bidin wan pêşniyaz

dikin. Noqteyeke ku çendîn kesayetiyên

Êzdî rexne dikin, sîstema

Kotayê li parêzgeha Mûsilê ye ku

li gor wê sîstemê tenê yek kursî ji

bo 400 hezar heta nîv milyon Êzdiyên

li wê parêzgehê destnîşan dike.

Şêwirmendê Celal Talabanî bo

Karûbarên Êzdiyan, Îdo Babeşêx

daxuyand ku ji bo Êzdiyan ew ne li

gel sîstema Kotayê ne û li gor gotina

wî hejmara kurdên Êzdî nêzîkî 600

hezaran e û mafê wan ê 5-6 kursiyan

heye, lê di Kotaya parêzgeha Mûsilê

de ji wan re yek kursî hatiye dayîn.

Îdo Babeşêx wiha dewam kir: ”Çendîn

nûnerên me di nava lîsteyên hilbijartinan

de hene. Lewra ez

daxwazê ji Êzdiyan dikim ku ew

dengê xwe nedin wê Kotayê, lê

dengê xwe bidin Lîsteya Hevpeymaniya

Kurdistanî, ji ber ku ew lîste

xwestekên Êzdiyan bi cih tîne.”

Li gorî serjimêriya Buroya Karûbarên

Êzdiyan, hejmara Êzdiyan li

Kurdistan û İraqê digihîje 540

hezar kesan. Lewra ew bi kursiyekê

ne qayîlin û weke berbijêr 31 nûnerên

wan di lîsteyên Kurdistanî û

İraqî de hene.

Ji bo kursiyê Kotaya Êzdiyan li

Mûsilê jî van kesan xwe weke berbijêr

nîşan daye: Dr. Mîrza Hesen

ku serbixwe ye, Emîn Ferhan ji Lîsteya

Bizava Çaksazî Êzdiyan û

Raid Selman weke kesatiyeke serbixwe.

Li gor berpirsê Buroya Karûbarên

Êzdiyan li Hewlêrê, Ezîz

Şamo, şansê Dr. Mîrza Hesen ji hemûyan

bêtire ku wî kursî bi dest

xîne û got ku lîsteya Hevpeymaniya

Kurdistanî jî piştgiriya wî

dike.

Rêveberê Karûbarên Êzdiyan li

Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî,

Dr. Xeyrî Bozanî jî di wê baweriyê

de ye ku ew 31 berbijêrên Êzdî yên

di nav lîsteyên cude, wê tesîreke

mezin li ser pirt û belavbûna dengên

Êzdiyan bike: ”Li Duhokê berbijêrekî

Êzdiyan di Lîsteya

Hevpeymanî de heye, li Mûsilê jî

12 berbijêrên wan hene. Em di wê

baweriyê de ne ku eger berbijêrên

me gelek nebûna, meyê 4 kursî bi

dest xistiba. Lê ji ber pirrbûna berbijêran

dibe em 2-3 kursiyan bidest

xînin.”

Endamê Heyeta Bilind a Bingeha

Laliş a Rewşenbîrî û Civakî, Qadir

din hat dabeşkirin. Herçiqas Bexda

nedixwest dînarekî ji budceya mayî

bide Kurdistanê jî, piştî hewldanan

me karîbû beşê hersê parêzgehên

xwe wer-

bigrin ku dikir 263 milyar dînarên

İraqê.”

Bexda dixwaze ku hejmara pêşmergeyan bê kêmkirin, eger na, ew naxwazin heqdestên wan jî bidin. (Wêne: Ed Kashi)

Selî jî daxwaz ji Êzdiyan dike ku

dengê xwe nedin kursiyê Kotayê, lê

bidin wan nûnerên Êzdiyan yên di

nava Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanî

de. Qadir Selî ji Rûdawê re

ragihand: ”Di navbera Hikûmeta

İraqê û Herêma Kurdistanê de Êzdî

bûne qurbanî. Heya niha deverên

Êzdiyan bê xizmetguzarî mane,

tenê Hikûmeta Kurdistanê li gor

karîna xwe hinek alîkarî pêşkêşî

Êzdiyan kirine.” Lewra Qadir Selî

daxwazê ji Êzdiyan dike ku dengê

xwe bidin Lîsteya Hevpeymaniya

Kurdistanî, ji ber ku li gor wî tenê

ew lîste dikare alîkariya Êzdiyan

bike.

Jinên Êzîdî li Başûrê Kurdistanê (Wêne: Rûdaw)

7 bûyerên AIDS’ê hatine tesbîtkirin

laşfiroşan Kerkûk û

Silêmanî dagir kirin

AKo MiHEMED ŞiwANÎ

Kerkûk / Silêmanî - Li gor agahiyên

polîsên Kerkûkê bi sedan

bandên laşfiroşiyê li bajarê Kerkûkê

hene û ji ber zêdebûna grubên

laşfiroşiyê rewş ji kontrolê derdikeve.

Li gor çavkaniyên tendirustiyê

li bajêr 7 bûyerên AIDS’ê jî

hatine tomarkirin.

Laşfiroşî li Kerkûkê meseleyeke

kevn e û di serdema rejîma Baasê

de gelek komên laşfiroşiyê li bajêr

hebûne. Piştî azadiya İraqa gelek

laşfiroş ji bajarên İraqê yên din hatine

Kerkûkê.

Li gor axaftina çavkaniyekê ji

Rêveberiya Polîsên Kerkûkê, laşfiroşan

Kerkûk kirine malbendê xwe

yê sereke: “Diyardeya laşfiroşiyê li

Kerkûkê zêde dibe, bi sedan grûb

bi taybetî li taxên ereb yên Kerkûkê

vî karî dikin. Herçiqasî herdem em

wan desteser dikin lê nayên kontrolkirin.”

Li gor yasayê laşfiroş ji 3 heta 6

mehan tên zindanîkirin. Bi gotina

Moferî grubên desteserkirî, bi piranî

ji başûr û navenda İraqê hatine.

Yek ji sedemên belavbûna nexweşiya

AIDS’ê kirdarên cinsî ye. Li

gor rapora Rêveberiya Tendirustiya

Kerkûkê li sînorên Parêzgeha Kerkûkê

7 bûyerên AIDS’ê hene û tê

pêşbînîkirin ku jimar zêdetir jî bibe.

Berpirsa Navenda PENA li Kerkûkê,

Jiyan Mihemed wiha dibêje:

“Dehan jin li navenda me ne ku bi

sedemê laşfiroşiyê tên tehdîtkirin.

Em dixwazin bi rêyeke saxlem van

kesan vegerînin nava civakê lê ev jî

karekî dijwar e.”

Li aliyê din Silêmanî jî bo laşfiroşên

ereb û faris bûye bazareke

germ. Nehêniya vê jimara zêde ya

kiryaran bi destvekirîbûna mêr û ciwanên

Silêmaniyê ku dikarin pereyên

zêde bo xewekê li gel van jinan

bidin, girêdayî ye.

Li gor daneyên polîsê bajarê Silêmaniyê

ku taybet bo Rûdaw hatiye

amadekirin, di sala 2009’an de

bi giştî 44 kes bi tohemta laşfiroşî

û delaliyê ji aliyê polîsan ve hatine

desteserkirin. Jimareke van girtiyan

jî mêr in, lê serjimariyên ne fermî

behsa jimareke zêdetir dikin.

Um Henîf (Dayika Henîf) jineke

56 salî ji Bexda ye û niha li Silêmaniyê

delaliya çend keç û jinên ereb

dike, ew bi rêya telefonê wiha dibeje:

“Neçar im cihekî aram û

xwedî bazareke germ bo keçikên

berdestên xwe peyde bikim. Di vî

warî de Silêmanî baştirîn cih e.

Hemû xêr û bêr e, aram e û hem pereyên

wê zêde ne. Delal û laşfiroş

ji bajarên din ên İraqê bi qefleyan

berê xwe didin Silêmaniyê.”
4 Kurdıstanî

Di Roja Rojnamevanên Cîhanê de rûyê tirkiyeyê reş e:

36 rojnameger di girtîgehê

de ne

Ji sala 1915’an heta niha li Tirkiyeyê 82 rojnameger hatine kuştin. (Wêne: Diha)

Stenbol (Rûdaw) - Digel gelek

welatên cîhanê li Tirkiyeyê jî ji bo

rojnamegeran saleke zehmet derbas

bû. Herçend niha 36 rojnameger li

girtîgehê ne jî, li gelek rojnamevanan

jî doz hatiye vekirin. Pirraniya

girtiyan kurd in. Platforma Piştgiriya

Rojnamegerên Girtî bang li

raya giştî kir ku ji rojnamevanên

girtî re kartpostalek bişînin û bi vî

awayî piştgiriya wan bikin.

Tirkiye 10’ê Çile, salvegera Roja

Rojnamegerên Cihanê, bi girtina 8

midûrê karê nivîsaran û 35 rojna-

Mêrdîn (Rûdaw) - Komîsyona

Baweriyan a Kongreya Civaka Demokratîk

(KCD) bi armanca nirxandina

pirsgirêkên baweriyên li

Mezopotamyayê bi beşdariya baweriyên

cuda di meha Sibatê de li

Mêrdînê cîvînekê pêk tîne.

Komîsyona Baweriyan a KCD bi

armanca çareserkirina pirsgirêkên

baweriyên Mezopatamyê û afirandina

polîtîkaya KCD’ê ya têkildarî

megeran pêşwazî dike. Piştî ku li

Tirkiyeyê Zagona Têkoşîna bi Terorê

re (TMK) di Îlona 2006’an de

ket jiyanê; hêjmara rojnamegerên

girtî 4 qatan zêde bû. Bi pêkanîna

qanûna 212’an a di derbarê mafê

rojnamegeran di sala 1961’an de, 9

xwediyê rojnameyan, ji bo vê zagonê

protesto bike, 3 roj, rojname

newaşandin. Piştî vê çalakiyê û

şûnde 10’ê Çile wekî roja “Cejna

Rojnamegerên Dixebitin’ hat pîrozkirin.

baweriyan di navbera 6-7’ê Sibatê

de bi beşdariya gelek bawerî û çandên

cuda li Mêrdînê bi navê “Xebata

Baweriyên Mezopotamyayê”

civînekê pêk tîne. Tê pêşbînîkirin

ku di navbera 50-70 nûnerên

komên Elewî, Sunî, Êzdî, Xiristiyan,

Keldanî û Aşûrê beşdarî civînê

bibin. Di encama nîqaş û xebatên

du rojan de wê Komîsyona Baweriyan

a KCD’ê encamnameyekê ra-

Tirkiye: Dijî rojnamevanan

pêkanînên qirêj!

Pêkanînên Tirkiyeyê yên di warê

mafê rojnamegeran de pirr qirêj

xuya dike. Di dîroka komarê de

gelek kesên wekî Abdî Îpekçî,

Musa Anter, Hrant Dînk, Metîn

Göktepe hatin kuştin. Dosyayên cînayetên

rojnamegeran yên ku kûjerên

wan diyar in, hîn jî sergirtî ne.

Rojnameger dixwazin di serî de

xala TMY a 301’an û hemû zagonên

ku mafê azadî û ramanê asteng

dikin bên rakirin. Her wiha rojnameger

dixwazin hevalên wan ên

girtî jî serbest bên berdan.

Li gorî lêkolîna Platforma Şêwirînê

ya Rojnamegên Girtî (TGDP) ji

sala 1915’an heta niha li Tirkiyeyê

82 rojnameger hatine kuştin. Ji vana

18 rojnameger di bin çavan de hatine

wendakirin. Ji kesên hatin kuştin

û windakirin jê 10’ê wan ermenî,

34’ê wan jî kurd bûn. Li Tirkiyeyê

pîştî dîsa TMK’a di Îlona 2006’an

de ket jiyanê, 9 rojnameger hatin

girtin. Di sala 2009’an de ev hêjmar

derket 35’an. Niha 8 midûrê karê nivîsê

û 35 rojnameger girtî ne.

Berdevkê TGDP’ê Necatî Abay

diyar kir ku dewlet ji ber ku ji rojnamegerên

muxalîf ditirse û bi fîkir

û ramanên xwe pergalê dixin zoriyê

mudaxeleyê li wan dike. Abay anî

ziman ku di 10’ê Çileya Roja Rojnamegeran

de li Tirkiyeyê pirsgirêkên

rojnamegeran yên azadbûna

raman, azadbûna çapemeniyê,

mafên agahdariya nûçeyan, mafên

agahiyan, çalakî, gotin, azadbûna

rêxistinî hene û mafên sendîqayan

û azadbûna van di bin zextan de ye.

Baweriyên Mezopotamya li

Mêrdînê dicivin

gihîne û vê encamnameyê ji bo ku

wekî polîtîkaya baweriyê bikar

bîne, pêşniyarî BDP’ê bike.

Endamê komîsyonê Abdulkerim

Bingöl di vê derbarê de bi bîr xist

ku li Tirkiyeyê li hemberî baweriyan

jî yekşêwazî heye û wiha got:

“Ji bilî Sunîtiya tirk hemû baweriyên

din bi zextan re rûbirû ne. Em

dixwazin bi vê xebatê van pirsgirêkan

derxin holê. Sê olên bingehîn

BAYRAM AYAz

yekem car li ser vê axê derketine.

Gelek şerên mezin li ser vê axê pêk

hatine. Dema em bandora baweriyê

ya li ser şêwazgirtina civakê li ber

çavan bigirin, lazim e perspektîfek

me ya berfireh û rasteqîn a baweriyan

hebe.”

Bingöl têgihiştina laîqtiyê ya Tirkiyeyê

jî rexne kir û wiha got: “Ev

têgihiştineke eletewş e. Emê bi vê

xebatê laîqtiya resteqîn û têgihiş-

Hejmar 27 | Sêşem | 12. Çile 2010

Gelo PKK li dijî Ergenekone têra

xwe hişyar e?

Rûdaw

Em bi Eflatûn dest pê bikin. Fîlozof

gotiye: ‘‘Bizanî û bêdeng bimînî

jî, wekî nizanibî û biaxifî pîsîtî

ye” û ‘‘Rewşenbîrên ku bi siyasetê

ve mijûl nebin, dawiya wan razîbûna

bi rêvebiriya cahilan e.”

Demê ku tevliheviyên siyasî û civakî

çêdibin, mij û dûman derdorê

digre, divê kesên rewşenbîr ji xelkê xwe re rastiyan bêjin. Kesê nizanibe

û biaxife xelkê gêj dike. Kesê bizane û neaxife rastiyan ji xelkê

xwe vedişêre. Ev herdu cure jî xerabiyê bi doza miletî dikin. Li Bakurê

Kurdistanê û Tirkiyeyê bûyerên girîng diqewimin. Aktorên curbecur

ên biyanî û navxweyî li ser kar in. Rewş tevlihev e, gelek

destdirêjahî çêdibe. Vê hêlê divê em li peywendiyên kurdan ên navxweyî

şiyar bin, nehêlin neyartî û pevçûn di nav me de peyda bibe. Parastina

yekrêziya kurdan û destkevtinên tevgera welaparêz erkekî

girîng e. Baş e, em çawa dikarin vî erkî bi cîh bînin?

Berê her tiştî divê mirov bûyerên li nav û derdorê PKK/

KCK/DTK/DTP/BDP’ê diqewimin, qenc bişopîne û rast binirxîne.

Îro sermiyanê welatperweriya Bakur bêhtir di bin kontrola wan de ye.

Bêguman plan û leyistok jî zêdetir li ser wan in û bi destê wan tê gerandin.

Di dîroka tevgera welatparêz de hertim wisa bûye. Partî û rêxistinên

serkêşên demên xwe, bûne armanca êrîşên dewleta tirk. Destpêka

salên 1960’î heta 1963‘an xwendevan, rewşenbîr, axa, mele, serokeşîr,

seyîd û şêxên kurdperwer hatine girtin û surgun kirin. Salên 1965 heta

1971 TKDP û DDKO bûye hedefa êrîşan. Salên 1975 heta 1980 Rizgarî,

DDKD, TKSP, TKDP/KUK, Kawa, PKK‘yîyên li Kurdistanê di

listeya dewleta tirk de wek dijmin cîh digirtin. Zindana Amedê û dadgehên

cuntayê ti ferq û cudahî nexist nabeyna welatperweran. Pîvana

wan serçimandin an berxwedan bû. Kî nirxên kurdeyatiyê biparêza

dijminê dewletê bû, kî ji wan re serê xwe daniya, dibû ‘‘yê wan.”

Piştî berxwedanên zindana Amedê û destpêkirina şerê çekdarî,

PKK’ê li Bakurê Kurdistanê her çû pêşengiyê ji rêxistinên din girt û

kontrola tevgera welatperwer bi dest xist. Îro tevgera Bakur di kontrola

PKK’ê û derdorê wê de ye. Plan û hesab li ser PKK’ê tê kirin.

Aktorên navnetewî, herêmî û navxweyî hesabên xwe bêhtir li ser

PKK’ê dikin. Hesabên lêdan û têkdanê jî li ser PKK’ê tê kirin, hesabê

întegrasyonê (ji nûve girêdana Kurdan bi dewleta Tirkiyeyê ve) jî bi

rêya PKK’ê tê kirin. Hesabê şer û terorê jî li goreyê PKK’ê tê kirin.

Leyistok û fehlbaziyên pûçkirina destkevtiyên tevgera welatparêz jî

dixwazin bi destê PKK’ê û rêberê wê cîbecîh bikin. Ev yek normal e.

PKK xwedî hêz e. Rêxistinên din di bazara siyasî de tune ne, nexuyane.

Niha yê tevgerê têk jî dide û ‘‘berbihev” jî tîne PKK ye. Plan û

hesabê li ser PKK’ê çiye? Plana dewleta tirk ya heta niha bêçekkirina

PKK’ê ye. Tiştên din tên gotin hemî xemilandina derdorê vê armanca

sereke ye. Testkirina siyaseta dewleta tirk hêsan e. Nasnameya xelkê

kurd destûrî bipejirînin.

Daxwaza PKK’ê çiye? Muxatab girtina A. Öcalan e. Xalên din

xweşkirin e. Ceribandina siyaseta wan jî gelek hêsan e: Bila programekî

pêşkêş bikin ku daxwazên gelê kurd bibin sereke û bi şertê ku

muxatab girtina A. Öcalan ve neyên girêdan.

Eger dewleta Tirk dest ji ‘‘kırmızı kitap”a xwe berde, hebûna gelê

kurd qebûl bike û PKK jî rewşa A. Öcalan nexe pêşiya doza kurd û

Kurdistanê, wê rê li ber çareseriyê vebe. Ev nebe, wê tevgera welatparêz

a Bakurê Kurdistanê bibe goga nav lingê aktorên derve û hundir

yê pêvejoya ‘‘pêşîlêvekirina demokrasiyê.”

Xetera herî mezin statûkoperest û ergenekonî ne. Şax û guliyên ergenekonê

yê nav PKK’ê wê belayên mezin bi ser PKK’ê û gelê kurd

re bînin. PKK’yî dibêjin: ‘‘Dixwazin PKK’ê ji holê rakin.’ Rast e, planeka

ji holê rakirinê heye. Lê ev plana pûçkirina kurdewariya nav û

derdora PKK’ê ye. Yê ku vî karî jî dikin, ergenekoniyên li nav û dora

PKK’ê ne. Ji kerema xwe carek jî berê xwe bidin vê tehlûkeyê! Reşadiye

kilît e.

tina wê danên holê. Bêguman emê

baweriyên din jî li ber çavan bigirin

û wan guhdar bikin. Eger ku derfet

bê dayîn piştî xebatê em difikirin

ku Konferansa Baweriyan a Mezopotamyayê

li dar bixin. Di encamê

de emê di bin banê KCD’ê de akademiya

baweriyan vekin. Bi taybetî

em dixwazin li Rihayê ku bawerî û

ol lê derketine, akademiyê ava

bikin.”
Rûdaw Hejmar 27 | Sêşem | 12. Çile 2010 Kurdıstanî

5

Îran girtiyên kurd bi dizî

sêdare dike

Xoy (Rûdaw) – Rejîma Îslamî ya

Îranê di demên dawîn de li çend zindanan

bi awayekî veşartî gelek girtiyên

kurd sêdare dike. Qurbanê

dawîn ya rejima Îslamî, Fesîh Yasemînî

bû. Li aliyekî ku sêdarekirina

çalakvanên kurd li Rojhilatê Kurdistanê

zêde bûn, Komîsyona li dijî

darvekirinê jî dest bi çalakiyan kir.

Du meh piştî ji darvekirina Îhsan

Fetahyan, hefta borî jî rejima Îranê

endamê PEJAK’ê Fesîh Yasemînî

di zindana bajarê Xoy de darve kir.

Yasemînî ji gundê Hinwan yê ser bi

bajarê Xoyê bu.

Çalakvana Komîsyona Parastina

Mafê Mirovên Kurd, Nigîn Şêxulîslamî

dibêje, ‘ji ber ku li Îranê û

bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê li

gelek girtiyan cezayê darvekirinê

hatiye birîn, wan ev komîsyon damezirandine:

“Li berçavgirtina

rewşa xirab a zindaniyên kurd û

darvekirina wan, bi hevkariya parêzvanên

mafên mirovan û bo rawestandina

cezaya darvekirinê û

komkirina belgeyan û bilindkirina

wan bo navendên navdewletî yên

parastina mafên mirovan, me şaxê

Kurdistanê yê vê komîsyonê li Roj-

SABiR QADiRÎ

Taybet – Li Rojhilatê Kurdistanê

li dijî oldarên kurd, ji aliyê hêzên

ewlekariyê yên Îranê ve operasyoneke

girtinê hat destpêkirin. Polîsê

İranê bi hinceta propagandaya fikrên

Wahabî û Selefiyetê melayên

kurd digre.

Herwiha di sala 1999’an de di

nav de mamoste Nasir Subhanî û

mamoste Rebiî jî çend oldarên kurd

li pey hev hatin kuştin. Di dema Serokkomariya

Mihemed Xatemî de

wî daxwaz dikir ku lêpirsîn di derbarê

van bûyeran bên kirin. Lê paşê

derket ku Îtîlata Îranê li pişt van bûyeran

e. Dema Kazimî û Seîd

Îmamî ku du karbidestên payebilind

ên Wezareta Îtîlaata Komara

Îslamî bûn, mikur hatin ku destê Îtî-

Fesîh Yasemînî

Îran meleyên kurd an

dikuje an digre

latê di van kuştinan de hebû, ti

guman li holê neman.

Piştî derbasbûna 11 salan di ser

van bûyeran re, niha şepêleke nû ya

çewisandina meleyên kurd dest pê

kiriye. Di meha Remezana borî de,

îmamê mizgefta Îmam Şafii ya Mehabadê,

Mamoste Ebûbekirê Tîna,

hat kuştin, piştre çend oldarên wek

Mamoste Ebdulla Hesenzade, Burhan

Şefiî û Eyûb Gencî jî hatin girtin.

Herwiha di du mehên borî de,

zêdetirî 30 oldarên kurd bi tohmeta

belavkirina rêbaza Wehabî û Selefî

hatin destgîrkirin.

Herçiqas Komara Îslamî ya Îranê

bi tohmeta propogandakirina Wehabî

û Selefiyetê meleyên kurd desteser

dike jî, lê hinek ji meleyan

dibêjin, ew bêhtir ji ber hizrên netewî

tên desteserkirin.

hilatê Kurdistanê ava kir.”

Li gor serjimariyekê ku ji aliyê

Navenda Parastina Mafên Mirovan

a Îranê hatiye belavkirin, di çend

mehên borî de li zindana Dîzil

Abad a Kirmaşanê de 15 kes hatine

sêdarekirin. Lê ji ber sansûrê û

rewşa daxistî ya medya û civakê, di

derbarê van cînayetan de agahiyên

berfireh nehatin bidestxistin.

Di derheqê darvekirinên vê dawiyê

de Nigînê wiha got: “Piştî

darvekirina Îhsan, di bêdengiyeke

seranserî de Fesîh Yasemînî jî darve

kirin û destûra dijkirin û rizgarkirina

giyanê navborî ji çalakvan û

navendên mafên mirovan stendin.

Darvekirina Fesîh di nav bêdengiyê

de hat pêkanîn ku malbat û parêzerên

wî jî nikarîbûn agahdarî darvekirina

wî bibin. Lewma karên bi vî

awayî pêkanîna navendeke wek a

me pêwîsttir kir.”

Li aliyê din li gor daneyên ajans

û ragehandinê, di sê mehên borî de

ji kurdên Rojhilat 26 kes bi pirranî

li ser sînoran ji alî hêzên Komara

Îslamî ve hatine kuştin û 29 kes birîndar

bûn û 105 kes jî hatine desteserkirin.

Îsmail Sohrabî ku mamosteyekî

olî ye, meha borî bi sedemê guşarên

hêzên ewlekariyê yên Îranê ji bajarê

Mehabad koç kir. Di derbarê

desteserkirina oldaran de Sohrabî ji

Rûdawê re wiha axifî: “Herçiqasî

yên tên desteserkirin oldar in jî, lê

ticar li hember pirsgirêkên netewî

bêdeng nemane, ew stûnên yekîtî û

yekdengiya xelkê ne.”

Sohrabî tohmetbarkirina meleyan

ji aliyê dezgeha dadê ya Komara

Îslamî ve wek belavkerên

hizrên Wehabî û Selefî “neheq”

binav dike û wiha dibêje: “Ev tohmetane

tenê ji bo xirabkirina navê

van kesayetiyan e. Ew bi xwe jî dizanin

çiqasî xelk ji van oldaran hez

dikin.”

Rojnamevan û xelkê bajarê Qurewe

yê Rojhilatê Kurdistanê Arif

Nadirî rola oldaran di yekkirina

xelkê de wek roleke girîng wesif

dike û mînaka Mele Mihemedê

Rebiî li bajarê Kirmaşan tîne û

wiha dibêje: “Rebiî karîbû yekîtiyekê

di navbera Şîî û Suniyên Kirmaşanê

de dirust bike û hizrên

netewî li navçeyê geş bike. Vê

yekê Komara Îslamî aciz kir û

lewma ew kuştin. Ger ku destê Komara

Îslamî di kuştina Mamoste

Rebiî û Mele Ebûbekir de tune be,

çima heta niha kirdarên van bûyeran

nehatine girtin?”

Îmamê Mizgefta Qubaya Sine,

Eyûb Gencî, ku sala borî li gel mamosteyekî

din bi navê Hesen Zarî

ji aliyê hêzên Îranê ve hatibûn desteserkirin,

bi deh salan hatibû cezakirin.

MUSTAFA ŞEFÎQ EDIlBÎ

Rojên şerê sar li kurdan dizîvirin

Ev demeke nûçeyên kuştin, darvexistin

û girtina kurdan di çapemeniya

kurdî û cîhanî de bi rengekî

rojane cih digirin. Hema li her beşê

Kurdistanê ev rastî bûye perçeyek

ji jiyana rojane ya gelê kurd. Li

Îranê ji derveyî şerê berdewam ku

li dijî kurdan tê meşandin, xeberên

lidarvekirina xortên kurd her ku diçe zêdetir dibin. Di mehekê de ev

bûn du xortên kurd ku hatin darvexistin, nêzîka 20 kesên din jî li ber

dilovaniya karbidestên Îranê çaverêyî mirinê ne. Dewleta Îranê xort

û keçên kurdan kirine rêzê û her roj ewê hindeka bi darveke.

Li İraqê, li Mûsil, Kerkûk, Xaneqîn an jî Şengalê rojane karên terorîstî

li dijî kurdan tên encam dan û bi dehan kurd dibin qurbanî. Li

Sûriyeyê ji derveyî girtin û binçavkirina bi dehan çalakvanên siyasî

yên kurd, ev bû demek ku di nav artêşa Sûriyeyê de teko teko xortên

kurdan tên kuştin û winda kirin. Li gor serjimêriyên dawiyê, ev bû 25

xortên kurd ku bi vî awahî tên kuştin.

Li Tirkiyeyê dîmenên girtin û kelepçekirina kurdan diroka Almanya

ya dema Naziya û herweha komkujiyên faşîstên tirk di dema serhildanên

Amedê û Dêrsimê tînin bîra mirov. Bi sedan çalakvanên kurd

hatine binçavkirin, di destên wan de kelepçe û li du hev wana rêz dikin

û ber bi girtîgehên Tirkiyeyê têne şandin. Ev kesên ku têne kuştin, an

jî tên girtin, ne çekdar in ne jî li çiyê hatine girtin, teva kesên sîvîl in,

mirovên normal yên civakê ne û tenê tawana wan ewe ku ew kurd in.

Ev ne rewşekî normal e, şerekî pirr qirêj li dijî gelê kurd tê meşandin,

lê li hemberi vî şerî êdî cîhan bê deng dimîne, ji bêdengiyê wêdatir

cîhan weke temaşevan li vê rewşê dinêre, cîhan bi giştî û Rojava

bi taybetî li hember komkujiya kurdan ker û kor maye, tiştekî nabihîze,

tiştekî nabîne.

Bi kurtahî ji bona kurdan dema aşitî, mafên mirov, azadî û jiyana

weke hemû gelan êdî bi dawî hat, carek din rojên reş ên demên şerê

sar li kurdan dizîvirin. Bê guman kes nikare dîrokê şûnde vegerîne lê

bûyerên wek hev jî çê dibin. Ji aliyekî ve hovîtiya dagirkerên Kurdistanê

û di heman demê de hemuyan bi hevre li dijî kurdan carek din

dest avêtine zorê û ji aliyê din ve bêdeng mana cîhanê li hember vê

rewşê dibin sedem ku gumanên kurda zêdetir bibin.

Nexasim ev rewş weke rewşeke tevayî tê xuyakirin, lê mixabin

hinek derdorên kurd jî dixwazin li hember vê rewşê xwe ker û kor

bikin, weke ku wana eleqeder neke nêzîk dibin. Lê divê em bizanîn,

rewşa ku îro bi ser kurdan re derbaz dibe, canê xortên kurd distîne,

xwîna mirovê kurd dirijîne. Ev kes divê tev bi wîjdan tevbigerin, kort

û keçên kurd çaverêyî darvekirinê ne, gelo çawa wîjdana me ewê

qebûl bike ku em çavê xwe li van rastiyan bigirin û weke ku tiştek

nebe çavgirtî li dora xwe binêrîn?

li Sûriyeyê jî girtin

berdewam e

Rûdaw/AFP – Roj derbas nabin

ku kurd li Sûriyeyê nayên binçavkirin.

Saziya Ewlekariyê ya Sûriyê

di van rojên dawî de melayeki kurd

yê xanenişînkirî û rojnamevanekî

kurd kirin bin çavan.

Li gor agahiyên Rêxistiya Kurdî

bo Mafên Mirovan, hêzên sûrî melayê

kurd yê bi navê Ebdilrezaq

Cengo li firokexaneya Helebê binçav

kirine. Di daxuyaniya li ser girtina

Ebdilrezaq Cengo rêxistina

navborî ku navenda wê li Londonê

ye, wiha gotiye:

“Roja Îna borî (1’ê Çileya 2010)

dema ku Mela Ebdilrezaq Cengo

xwe ji bo sefera Dewleta Îmaratê û

ziyaretkirina hin xizmên xwe li wir

amade dikir, ew ji aliyê Şaxa Muhaberata

Asmanî li firokxaneya Helebê

hate girtin.” Li ser sedemên

girtina Cengo rêxistina mafê mirovan

ti agahî nedane.

Mela Ebdilrezaq Cengo di sala

1948’an de li Qamişlo ji dayik bûye

û bawernameya xwe ya di Şerîetê

de ji Zanîngeha paytexta Sûriyeyê,

Şamê bi dest xistiye. Wî li qutabxaneyên

Qamişlo û Îmaratê waneyên

Perwerdeya Olî gotine û niha jî xanenişîne.

Ji aliyekî din ve Hevgirtiya Sûrî

ji bo Mafên Mirov ragehand ku

hêzên Sûriyeyê rojnamevan Elî

Teha jî binçav kirine. Piştî ku ew di

Çileya sala 2010’an ji aliyê saziyeke

ewlekariyê ya Şamê ve hate

bangkirin, ew hate binçavkirin.

Di vê navberê de neh partiyen

kurd yên Rojavayê Kurdistanê girtina

sê endamên Lijneya Siyasî ya

Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyeyê bi

daxuyaniyeke nivîskî protesto kirin

û daxwaza serbestberdana wan û

hemû girtiyên siyasî li Sûriyeyê

kirin. Kesên binçavkirî ev in:

Hesen Salih, Merov Mille Ehmed û

Mihemed Mistefa.
6 Nûçe Hejmar 27 | Sêşem | 12. Çile 2010 Rûdaw

n FRANSA

2009 bo rojnamegeran

bû sala mirinê

Lo gor rapora Rêxistina Rojnamegerên

Sînornenas (RSF) di rapora

xwe ya li ser 2009’an daxuyand

ku sala borî 76 rojnameger hatine

kuştin. Di rapora RSF’ê ya Azadiya

Çapemeniyê ya Sala 2009’an

weşand û de wiha tê gotin: “Di serdema

şer û hilbijartinan de, di sala

2009’an de rojnameger bi tehdîdên

mezin re rû bi rû mane. Li Filipînan

erîşeke li hemberî konvoya hilbijartinê

de 30 rojnamegerî hatin kuştin.

Li Îranê piştî hilbijartinê li hemberî

rojnamegeran jî bûyerên dramatîk

bûn.‘‘ Rapor radigihîne ku ‘‘33 rojnameger

hatine revandin, 573 rojnameger

hatine tewqîfkirin, 1456

rojnameger bi tehdîdê re rû bi rû

mane, 157 rojnamegerî jî welatê

xwe terk kiriye.” Her wiha rapor dibêje

ku li 60 welatan li hemberî înternetê

sansur hatiye kirin.

Komîteya Parastina Rojnamegeran

CPJ’ê jî di rapora xwe ya sala

2009’an de ji bo endamên çapemeniyê

wekî ‘sala mirinê’ bi nav kir.

Cîgirê Serokê CPJ’e Robert Mahoney

got ji sedî 85‘ê bûyeran neçûne

ber dozgeriyê jî.

n SWÊD

PEN: Divê tirkiye rêz li

mafê mirovan bigire

PEN‘a Swêdê li ser bûyerên

dawîn ên Tirkiyeyê û li ser girtina

nivîskar û berpirsiyarê komeleya

mafên mirovan ya Diyarbekirê Muharrem

Erbey, şaredaran û siyasetvanên

kurd daxuyaniyek belavkir.

Di daxuyaniya PEN‘ê de tê gotin

ku ‘bi girtina DTP‘ê rewşa Tirkiyeyê

ber bi aloziyê ve çûye, demokrasî

û endametiya Tirkiyê ya

Yekîtiya Ewrûpayê ketiye xeterê.

Hêzên xêrnexwaz û paşverû ya ku

bûn sebebê girtina DTP‘ê, girtina

Muharrem Erbey û bi dehan siyasetvanên

kurd, bi du armancan ev

pêk anîne; Yek, ji ber nijadperestiya

xwe, ya din jî ji bo ku mesafeyekê

têxe navbera Tirkiyê û YÊ‘yê. Herweha

di daxuyaniyê de tê gotin ku

Swêdê dikare di demeke kurt de, di

vê krîzê de roleke mezin bilîze.

n TIRKIYE

Nijadperestan êrişê

qerecan jî kirin

Nîjadperestên tirk vê carê li bajarê

Manisa, li navça Selendiyê

êrîşî ser malên qerecan kirin, xanî

û otomobîlên wan şewitandin û 18

malbatên qerec ji navçeyê qewirandin.

Rayedar dixwazin qerecan

niha li navçeya Salihli, ku ew jî girêdayî

Manîsayê ye, bi cîh bikin.

Serokê Komelaya Welatiyên Roman

(qerec) Seyfettin Budak li ser

buyeran wiha got: “Hêvîdar im ev

bûyerên hanê li seranserê Tirkiyeyê

pêk neyê. Li dijî me neheqiyekî

mezin heye û em ditirsin. Em

bawer dikin ku wê dewlet me mexdûr

neke.”

Ev demek dirêj e li metrepolên

Tirkiyê û li hinek navçên bajarê herema

Trakya û Ege yê ji nijadperestên

tirk êrişê kurdan dikin. Piştî

bûyaran mexdûrên êrişan jî ji alî

polîsan ve tên girtin û ji cîhên navborî

tên derxistin.

Bexda ji bo dayina deynê şîrketan

girêbestê dixwaze

Hewlêr / Kerkûk – Bi sedemê

lihevnekirina Bexda û Hewlerê li

ser derşandina petrola Kurdistanê,

hilberîna li heremê wek xwe dimîne.

Şîrketên hilbirêner yên petrolê

bale dikşînin ser sekna şandina

petrola berhemhatî û dibêjin ger

şandina derve bê berbestkirin, wê

zerereke mezin bibînin.

Rayedarên Hikûmeta Kurdistanê

dibêjin eger Bexda mafê şîrketên

petrolê yên ku li kêlgehên Tawikê

û Teqteqê kar dikin, li wan vegerîne,

ew jî amade ne dest bi şandina

petrola xam ya derve bikin.

Di çar mehên borî de, Hikûmeta

Kurdistanê nêzîkî 500 milyon dolar

ji dahata petrola firotî li xezîneya

İraqê zêde kir, lê berpirsên Hewlerê

gazinan dikin ku Bexda heta niha

spasnameyek jî neşandiye bo wan,

herwiha pereyên şîrketan jî nedaye.

Li gor çavkaniyên Komîsyona

Gaz û Petrolê li Parlamenê İraqê,

Wezîrê Petrolê Husên Şehristanî bi

şertê hurdekariyên girêbestên navbera

şîrketan û Hikûmeta Kurdistanê

bo Bexdayê bên şandin razî

bûye ku deynê van şîrketan ku li

Kurdistanê di kolana bîrên petrolê

de kar dikin bide û karê deranîna

petrolê li herdû kêlgehên navbirî de

bidomînin..

Endamê Komîsyona Gaz û Petrolê

li Parlamenê İraqê Dr. Bayezîd

Hesen ji Rûdawê re got ger Şehristanî

pereyê girêbestên petrolê yên

Kurdistanê nede bareke giran dikeve

ser butçeya Kurdistanê: “Ger

Hikûmeta Kurdistanê girêbestên

xwe neşîne Bexdayê, divê ew deyn

ji butçeya Kurdistanê bê dayîn.”

Li gor Bayezîd Hesen şandina

derve ya petrola Kurdistanê ji çend

aliyan ve girîng e:: “Ragirtina şandina

petrola Herêma Kurdistanê di

demekê de tê ku şandina petrola

İraqê bi awayekî balkêş daketiye.

Herwiha şîrketên ku li gel Hikû-

Li ser nûçeyên Rûdawê, wezîrê Derve yê Holanda got:

Tirkiyê bi vî awayî nabe endamê YE’yê

Denhag - Wezîrê Derve yê Holanda

ragehand ku ger mafê kêmnetewan

neparêze Tirkiyê nikare

bibe endama YE‘yê. Di bersiva pirsiyarnameyeke

parlamenê Holanda

de, derbarê helwêsta Hikûmeta Holanda

derheqê daxistina Partiya Civaka

Demokratîk (DTP) de, Wezîrê

Derve yê Holanda Maxim Ferhagen

ron kir ku welatê wî bi nîgeranî

berê xwe dide pêngava dadgeha

destûrî ya Tirkiyeyê. Bi baweriya

Ferhagen daxistina DTP’ê zirerê

digîjîne proseya demokrasiya Tirkiyeyê.

Dû hefte berê parlamenterê Holandî

yê ji Lîste ya Partiya Sosyalîst

Harry Van Bomel bi rêya destnîşankirina

nûçe û raporên beşê Holandî

yê Rûdawnet`ê, pirsiyarnameyek

arasteyê Ferhagen kir. Wezîrê

Derve yê Holanda di bersiva vê pirsiyarnameyê

de wiha got: “Ger Tirkiyê

rêz li mafên kêmnetewn negire

meta Herêma Kurdistanê girêbest

îmzekirine gelek pere li derhênana

petrola Kurdistanê xerc kirine, helbet

ew dixwazin bi lezgînî pirsgirêk

bê çareserkirin da ku ew jî qazanca

xwe bidest bixin. Herwiha bi vî

awayî şîrketên din jî bo berhemanîna

petrola Kurdistanê tên dehfdan.”

Dahata petrola Kerkûkê

Serokê Komîsyona Gaz û Petrolê

li Civata Parêzgeha Kerkûkê, Elî

Saleyî ragehand ku çar bircên kolandina

bîrên petrolê wê bo Kerkûkê

bên dabînkirin û bi vî awayî

rêjeya hilberîna petrolê li Kerkûkê

wê sala pêş bi milyonan dolar zêde

bibe. Elî Saleyî, bo Rûdawê ragehand

ku niha bircekî kolandina

bîrên petrolê gihiştiye Kerkûkê û

yên din jî di demeke nêzîk de wê

bigihin: “Bircê yekem Îtalî ye û 25

milyon dolar lê çûye û dikare 35

hezar metre kûr bikole.”

Saleyî da zanîn li gel gihiştina

birca yekem wê rêjeya hilberîna

petrolê zêde bibe: “Em dikarin rêjeya

berhemanîna petrolê di rojê de

bigihînin 219 milyon bermîlan.

Eger bircê dûyem jî bigihê wê hilberîn

du caran zêde bibe.”

Li gel vê dewlemendiya bajêr daniştvanên

Kerkûkê dibêjin ji bilî

gurkirina nakokiyan wan ti xêr ji

petrolê nedîtine. Li gel zêdebûna

hilberîn û firotina petrola wan, Kerkûkî

dilgiran in., Li gor niştecihên

bajêr, petrola wan ji bilî nexweşiyê,

ti xêr û xweşiyek bo wan ne aniye.

Derbarê zêdebûna şandina petrola

Kerkûkê bo derve, mamosteyê

xwendingeha seretayî li Kerkûkê,

Elî Xalib Zengene bo Rûdawê wiha

dibêje: “Heta niha xêra petrola Kerkûkê

bo kesên din bûye lê şerên wê

bo me. Ger sed caran ji niha zêdetir

petrol bo derve bê şandin ezê kêfxweş

nebim. Ji ber ji dema dîtina

petrolê li Kerkûkê û heta îro em ji

nikare bibe endama YE’yê.” Herwiha

berê jî Swêd wek serpirştiyara

gera niha ya YE’yê, daxwaz ji Tirkiyê

kir guherînên destûrî bike heta

rê bo daxistina partiyan li Tirkiyeyê

neyê vekirin.

Wezîrê Derve yê Holanda ragehand

ku hikûmeta wî bawer dike ku

reformên civakî, aborî û çandî bo

kurdan, bi hebûna dengê siyasî yê

kurdan li Parlamenê Tirkiyeyê de jî,

girêdayî ye: “Herçiqasî divê çaverê

bin da ku em bizanin derencamên

daxistina DTP’ê çi dibin, lê herwiha

me têbînî kir ku biryara dadgehê

ne di xizmeta proseya vebuna

ser kurdan e ku Hikûmeta Tirkiyeyê

destpê kiriye.”

Van Ferhagen soz dide parlamenê

ku liser astê peywendiyên dûqolî

û liser astê YE’yê jî: “Bi ciddî

hewldanên girîngîdanê bi baştirkirina

postê kurdan li Tirkiyeyê

bidin.”

ber şer dinalin û hê Kerkûkî ji

hemû bajarên İraqê yên din girantir

benzînê dikirin.”

Ji her bermîlekî nîv dolar

bo Kerkûkê

Parêzgarê Kerkûkê Evdilrehman

Mistefa pêşniyar kiribû bo her bermîleke

petrolê ku ji bajarê Kerkûkê

derdikeve, nîv dolar bo xelkê bajêr

bê parastin. Tevî ku pêşniyar li Parlamena

İraqê hatibû bahskirin heta

niha hê nehatiye qebûlkirin. Waliyê

Kerkûkê Evdilrehman Mistefa

rexne li Wezareta Petrolê ya İraqê

digre ku heta niha tu proje li bajarê

Kerkûkê cîbicî nekiriye: “Piraniya

wezaretên din ên İraqê proje û hevkariya

Kerkûkê dikin, lê Wezareta

Petrolê ya İraqê ne tenê proje lê

peywendiyan jî li gel me nake.

Jiber beşeke zêde ya petrola ku İraq

difroşe, ji Kerkûkê dice, diviyabû

peywendiyên wan bêhtir li gel îdareya

Kerkûkê bûna.”

Cîgirê Serokê Encûmenê Parêzgeha

Kerkûkê Rêbiwar Talabanî bo

Rûdawê ragehand ku niha rojane

nêzîka 500 hezar bermîlên petrolê

ji kêlgehên Kerkûkê bo derveyê

İraqê tên şandin: “Jiber teqandina

boriyên petrolê, rêjeya şandina petrolê

ne cêgîr e û rojina astê şandinê

digihe 700 bermîlên petrolê, rojên

asayî jî di navbera 250-500 hezar

bermîlan e û gelek caran jî jiber kiryarên

teroristî, çend rojan şandina

petrolê tê ragirtin.”

Rêbiwar Talabanî dibêje ev daxwazkarî

ji aliyê Encûmenê Parêzgeha

Kerkûk û Besre ve bo

Serokatiya Parlamenê İraqê hat bilindkirin

lê heta niha tu biryar liser

nehatiye girtin: “Em pêdagir in

liser vê daxwazkariyê.”

Li gor gotinên Rêbiwar Talabanî

firotina petrola Kerkûkê rojane 20

milyon dolaran dixe gencîneya

İraqê: “Ger rojane petrola Kerkûkê

bi asayî bê şandin û tu pirsgirêk

dernekevin, bi bihayê 20 milyon

dolaran petrol wê bê şandin.”

Guhertina rêvebirê şîrketa

petrolê siyasî ye

Wezareta Petrolê ya İraqê hefta

borî li dewsa Mena Ubêdî, Hemîd

Saîdî wek Rêvebirê Giştî yê Şîrketa

Petrola Bakur tayîn kir. Encûmenê

Parêzgeha Kerkûkê guherandina

rêvebirê Şîrketa Petrola Bakur wek

“biryareke siyasî” wesif kir.

Serokê Encûmenê Parêzgeha

Kerkûkê Rizgar Elî bo Rojnameya

El Heyatê ragehand ku ew êdî li

hember avêtina rêveberên fermangehên

parêzgehê bê pirs û şêwiriya

encûmenê, bêdeng namînin. Elî

pêşan da ku danîna rêveberekî nû

bo Şîrketa Petrola Bakur û avêtina

rêveberê kevin ê şîrketê de wiha

got: “Armancên siyasî li pişt hene.

Biryarên hinek wezaretan bo damezrandin

û jikaravêtina rêvebirên

fermangehên Kerkûkê bê şêwirkirina

li gel encûmenê parêzgehê,

binpêkirina destûrê ye û cîbicînekirina

biryara jimare 17 a desthilata

hevpeyman ne.”

Berdevkê Wezareta Petrolê ya

İraqê Asim Cîhad vê tohmetê red

dike û dibêje: “Rêveberê berê wek

yê nû, herdû jî Ereb in. Çawa dibe

tohmetên nijadî bên kirin lê tenê rêveberê

berê dema xanenişînbûna wî

hatibû.”

Mudurê nû Saîdî ku vê dema

dawî bûbû Cîgirê Ubêdî, demeke

dirêj e fermanberê şîrketa petrola

bakur li Kerkûkê ye lê bi eslê xwe

xelkê Parêzgeha Mîsan a Başûrê

İraqê ye, lewma hinek wî wek yek

ji erebên ku Saddam wan li Kerkûkê

bicîh dikirin, dijmêrin.

Li aliyê din Rêveberê nû yê Şîrketa

Petrola Bakur Hemîd Saîdî ji

Rûdawê got, “Ger pirsgirêk dernekevin,

em dikarin rojane 500

hezar bermîl bişînin derve.”

Wezîrê Derve yê Holanda Maxim Ferhagen

Rûdaw

Xwedî: Rudaw Media GmbH · Serokê Civata Birêvebir: Nûredîn Weysî ·

nuradinwaisi@rudaw.net Sernûser: Ako Mihemed · akopress74@yahoo.com · Rêvebirê Beşa

Kurmancî: Faysal Dağlı · faysaldagli@rudaw.de Rêvebirê Beşa Soranî: Hêmin Ebdulla ·

hemen@rudaw.nl · Navnîşan: Rudaw Media GmbH · Gutenbergstr. 63a · 50823Köln/ Almanya

Telefon: +49 (0) 221.26 00 40 02 · Telefax: +49 (0) 221.26 00 49 81 Web: www.rudaw.net ·

E-maîl: info@rudaw.de (Beşa Kurmancî) · E-maîl: rudaw@rudaw.net (Beşa Soranî)
Rûdaw Hejmar 27 | Sêşem | 12. Çile 2010 Çand û Huner

7

n WEŞAN

Şerefname ji nû ve tê

çapkirin

Şerefnameya ku ji aliyê desthilatdarê

Bidlîsê Şerefxanê 5. ve di sala

1597’an de bi farisî dest bi nivîsandina

wê hatiye kirin û wek çavkaniya

herî girîng a dîroka Kurdistanê

tê pejirandin, ji aliyê Weşanxaneya

Yaba ve vê carê di nav 5 cildan de

li Stenbolê tê çapkirin. Her sê cildên

pêşîn ên Şerefnameyê hatine

çapkirin û niha amadekariyên çapkirina

du cildên mayîn jî tên kirin.

Berhema navdar a Şerefxan, ji orjînalê

wê farisî, ji aliyê Celal Kabadayı

ve hatiye wergerandin û bi

notên raveker jî hatiye dewlemendkirin.

Berhem ji orjînalê xwe cildek

zêdetir hatiye amadekirin. Di derbarê

bûyeran de jî wêne û gravûr li

berhemê hatine zêdekirin û di dawiya

her cildekî de jî fêhristekî

navan hatiye amadekirin. Orjînala

destnivîsa Şerefnameyê, li Pirtûkxaneya

Bodleian a Oxfordê ye û

gelek nushayên destnivîs li pirtûkxaneyên

Tirkiyeyê jî hene. Şerefname

di sala 1806’an de bi rûsî, di

sala 1868’an bi fransî, di sala 1958-

1868’an de bi erebî hatiye wergerandin.

n SÎNEMA

10 fîlmên herî serkeftî

yên 10 salên dawî

Rojnameya Washington Postê 10

fîlmên herî serkeftî yên 10 salên

dawî diyar kir. Di nav van deh fîlman

de “Masiyê Winda Nemo” di

rêza yekem de ye. Fîlmê “Jiyana

hinên din” (The Lives of Others) ê

ku di sala 2007’an de Xelata Fîlmê

Biyanî yê Oscarê girtibû, di rêza

sêyem de cih girtiye. Fîlmê ku li ser

Almanyaya Rojhilat a Sosyalîst bû,

gelek bal kişandibû.10 fîlmên ku

weke fîlmên 10 salên dawî yên herî

serkeftî hatine hilbijartin: Masiyê

Winda Nemo (2003), You Can

Count on Me (Tu dikarî bi min

bawer bî) (2000), Jiyana Hinên Din

(The Lives of Others) (2006), Kêmîna

Mirinê (2009), Diya Te Jî (Y

Tu Mama Tambien) (2001), Labîrenta

Pan (Pan’s Labyrinth) (2006),

Li Qeraxa Jiyanê (Yaşamin Kiyisinda)

(2007), Bayê Dostaniyê (A

Mighty Wind) (2003), Ji Serî De

(Eternal Sunshine of the Spotless

Mind) (2004), Wê Xwîn Birije

(There Will Be Blood) (2007).

n PIRTÛK

Hunera Şer a Nû

Pirtûka lêkolîner û stratejîstê

navdar Gérard Chaliand ya bi navê

“Hunerê Şer a Nû” derket. Nivîskar

di pirtûka xwe de balê dikşîne ser

şerê Afxanîstanê. Chaliand dibêje

ku Rojava bêyî ku bi awayekî kulturî

dijminê xwe binase, şerê Afxanîstan

û İraqê da dest pê kirin.

Nivîskar dibêje herçiqas hêz bi hev

re neyên miqayesekirin jî, di şerê

asîmetrîk de têkçûn tune ye, heta

yek ji hêzên di şer de qebûl neke ku

têk çûye. Nivîskar şerê çeçen û yê

kurdan ku li hember Rûsya û Tirkiyeyê,

du dewletên ku hê jî adetên

despotîk didomînin, ji şerê din vediqetîne,

lê dibêje “di encamê de

Tirkiye wê mecbûr bimîne ku

mafên kurdan qebûl bike.”

Rockvanê kurd Mirady:

Çerxa mûzîka

rojava cuda dizîvire

Rockvanêkurd Mirady

EvDilA KoÇER

Rockvanê kurd Mirady bi albûma

xwe ya yekem hêviyeke

mezin dabû mûzîka kurdî. Ev

demek dirêj e haziriya albûma xwe

ya duyem dike, lê ji ber hin sedeman

nikare derxîne. Mirady di derbarê

mûzîk û jiyana xwe de ji

Rûdawê re axifî. Mirady di destpêka

salên 90’î de, dema dest bi zanîngehê

kiriye, gav avêtiye nava

mûzîkê. Niha ji bilî karê mûzîkê

mamostetiya fizîkê jî dike. Ew

bawer dike ku wêjeya kurdî, bi taybetî

jî helbesta kurdî, baş dişopîne

û dixwîne.

Li ser stîla mûzîka xwe naxwaze

tiştekî bibêje; “Xwezî ne min lê

rexnegirekî mûzîkê ev bibersivanda,

ango çerxeke rast ku tiştê

hûn dikin baş dinirxîne… Dîsa valahiyeke

din ku divê bê dagirtin bi

nebûna bazarê ve eleqedar e lê ez

dikarim bibêjim ku Xemname albûmeke

pop-rockî bû û xebata ku

niha ez dikim nigeke wê li wir nigê

din jî hîn cûda dibe, bi pêş dikeve

û xurt dibe...”

Mirady xebatên repertûarî ya albûma

nû jî bi pirranî xelas kiriye,

“Lê aliyê wê yê sazûmankarî û

maddî mixabin hîn çareser nebûye.

Di demên pêş de nizanim wê çawa

bibe lê ez dikarim bibêjim ku niha

fikr û stranên cûda di serê min de

hene. Di vê xebata min a nû de

hemû beste yên min in, lê peyv û

gotinên wan hinek jê yên hevalên

helbestvan in, hinek jî yên helbestvanên

mîna Cegerxwîn û Feqiyê

Teyran in...”

Li ser pirsa me ya guhdarîkirina

mûzîkê, Mirady dibêje ku ew ji her

kesê ku mûzîka kurdî ango mûzîka

devkî ya kurdî bi samîmîyetî û bi

kalîte çêdikin guhdarî û pîroz dike.

Dema ew li profîla guhdêran dinêrin,

dibînin ku cihê nebûna cureyên

mûzîkal kesên biyanî ango mûzîkjenên

tirkan dadigirin, “Lê ji ber ku

ev cure mûzîk tune ne, em vê wek

kêmanî bibînin û bibêjin ka em dest

bi vê bikin çiqasî rast e, divê bê nîqaşkirin.

Dema em dikevin marketeke

mûzîkê em dibînin ku mûzîka

funk, rock, reggea, elektronîk û yên

din cûda cûda hatine bicihkirin lê

albûmên kurdî li ser hev hatine

danîn. Mixabin di van şertan de,

divê em vê rewşa xwe qebûl bikin

û ew jî dîsa nîşana tunebûna bazarê

ye...”

Çanda rexnê li cem

me çê nebûye

Mirady dibêje ku ji çêbûna cûreyên

mûzîkê re wext lazim e: “Heta

niha berhemên ku gîtar tê de hebûn

weke şêweya Ciwan Haco hat nirxandin.

Bêtir bi mantixa kom, gruban

mûzîk hatin çêkirin, şêwe û

cûreyên ji bilî van nehat serifandin.

Her kes dikare li hêviya tiştekî din

be û ti formûl ji bo vê yekê tune lê

ji bo ku ev tişt rûnin, wextekî fireh

divê. Rastiyeke me ya din jî ev e ku

çanda rexnê li cem me çê nebûye.

Dema kêmaniyên xebatan bên nirxandin

jî divê ji helwestên ku derûniya

mirovan xerab dikin û ne

çêker in, mirov dûr bisekine...”

Em jê dipirsin ka gelo mûzîkjenên

kurd çiqasî dikarin bi mûzîkjenên

dinyayê re qayîşê bikişînin, ew

destnîşan dike ku ji vê yekê re hêzeke

mezin lazim e, “Ji bo ku berhemeke

mûzîkê bi yên dinyê re

kaban bavêje, divê hêza berhemê û

hêzeke maddî ya xurt li pişta wê be.

Bazara mûzîkê ku rê dide ber mûzîka

dinyayê ne weke ya me ye.

Gelo mûzîkjenên xurt tune ne? Miheqeq

hene; ji Şakiro yekî wekî

Fredy Mercury der nediket, ango

nikarîbû bibûya karîzmayeke pirr

mezin? Gelek kes û berhemên din

hene dikarin weke mînak bên dayîn

lê mixabin çerxa bazara mûzîka rojava

pirr cuda dizîvire. Bazara mûzîkê

ya rojava dema sektorên

mûzîka wan ditengije mûzîkên

etnîk didin pêş û bi pirrani tehamûla

wan ji zimanên cûda re jî

tune...”

Divê maf û heqên mûzîkjenan

bên zêdekirin

Li ser pirsgirêkên mûzîka kurdî

Mirady dibêje ku mesele pirralî û

tevlihev e: “Lê ez bêtir dixwazim li

ser aliyê hunermendiyê tiştinan bibêjim,

lê ev jî rastiyek e ku hîn jî

astengî û qedexe bi tevahî ji holê

ranebûne. Ji aliyê qanûnî ve divê

sererastkirin bên kirin û di vê rewşê

de be jî, gav û fikrên xurt, pozîtîf û

çêker bên avêtin. Divê maf û heqên

mûzîkjenan bên zêdekirin û hin dubendiyên

li hember wan ji holê bên

rakirin. Ji bo ku bazar û bazara mûzîka

kurdî çê bibe û geş bibe û li

hev bizîvire, herkes divê di nava

cehd û xebatekê de be, ji xwe em

nikarin qala bazarekê bikin...”

MÜSlÜM YÜCEl

Balkêşiya zayendî ya

leşkeran

Di romana tirkî de leşkerê tirk

tim qeşeng e. Lehengê romana

Cezmî ya Namik Kemal ê bi navê

Adil Giray, du jinên li dijî hev dibin

evîndarê wî; ji van yek jina Şahê

Îranê û ya duyemîn jî xwîşka Şah

Perîhan e. Lehengên herî berdil ên

Halide Edip leşker in û jin bi giştî

bi navê Zeynep di radeya azweriyê de li pey van leşkerên mêr dirin.

Di meşa wan de evînek tune, îtîata fermanekî heye û zarok, weke fermana

vê îtîatêne. Leşkerên hêla din jî xirab in. Jinên wan jî tim li pey

leşkeran dibezin. Jinên wan ên dilxirab, leşkerê dilpaqij ji rê derdixin.

Leşkerên wan ên dilxirab, dest davêjin keçên me yên bê guneh.

Çîrokeke Ömer Seyfettin a bi navê Beyaz Lale (Laleya Spî) heye.

Di vê çîrokê de leşkerê bûlgar, dixwaze dest bavêje keçeke tirk. Seyfettin

beriya dest avêtinê bi van gotinan tîne ziman: “Bedia, şêweya

ku rehnê wê û lingên wê di her gavê de digirt, di dilê wî de heyecanên

nikare li dij derdikeve geş dikir.” Ji vir û pê ve Seyfettin weke verişandina

gore li du hev rêz dike. Bedia, bi xwekûştinê ji destê leşkerên

bûlgar xelas dibe. Sahneyên destavêtin û tecavûzê em li cem Yakup

Kadri yek ji şagirtên Ömer Seyfettin rast tên; di Hüküm Gecesi (Şeva

Hukmê) de sahneke wiha heye: “Dema ku Bîzans dihat gotin, hewayeke

bi bêhnên tûj ên biharatan tijî, yên weke dara odê, darçîn, qerenfîl

dihat pozê Ahmet Kerim.” Piştî demekê dîlbera rûm Despîna

xûya dibe. Ahmet Kerim, Despina’yê “ji milên wê digire” digindirîne

erdê. Destavêtina leşkerên yewnan jî bi çavên zarokeke heşt salî tê

ravekirin:

“Ewê liv û tevgera destên ku rîha spî ya kalkê wê bi xwîna sor kiribû

û tevgera heywanî ya laşên ku bi diya wê ya li erdê digewixîn ti

carî ji bîr nekiriba. Ev lewha, wê weke qirêjiyeke ku di jiyana wê de

roj bi roj mezin dibe, fireh dibe bimaya û rojek ji rojan wê hebûna wê

bida ber xwe.”

Eger mirov bala xwe bide ser, hesteke weke ya herî baş tim a min

e û yên li hemberî min jî tim xirab in heye; ji nivîskarên tirk û îslamî

Raif Cilasun dinivîsîne ku leşkerên wan, bi taybetî romî keçên xwe

pêşkêşî leşkerên xwe dikin û keçên romî “dema bê şerm seks dikirin”

ji qebraxên li pey xwe jî çepikan dixistin.

Carinan jî tişteke ku Cilasun metel dihêle heye, dibêje ku “Çawa

dibe ku gawirek, qehpik jî be, dest bide jineke tirk.”

Mînaka herî tewş a celebê xwe Atilla Ihlan dide; jinên kêmenetewan

bi pirranî fahîşene û tenê fahîşetiyê bes nabînin. Eroîna bi navê Marîka

ya em bi Zilamê Li Kolanê re nas dikin, bi kartîne. Evganiya, mala

wî, heye jinan dide xetandin. Heman xet, di romana Sırtlan Payı (Para

Keftar) û romanên din de jî berdewam dike. Derbarê leşker û kêmenetewan

de karektera bînbaşi Ferit a Atilla Ilhan heye, balkêş e; bedena

Ferit û Kalyopî di cengeke meydanê de dikevin şer de û her

perçeyeke laşê wan navgîneke şer e: “Di germahiya hilma hevcarê

çolê de, devên wan ên mîtralyoz, (…) weke jehra leylankê vebû. (…)

weke nivînê Osmanî, bi xasî û xûrtî kete hundirê jinikê de, tiştika biyanî,

wî got qey tişta di bin wî de dirêj bûyî û razayî Yewnanîstan e.”

Yeka din belge romanek heye, Doludizgin a Samim Kacagöz; Kacagöz

dibêje, ewî vê romana xwe ya Şerê Îstîklalê dike mijar, bi agahiyên

belgeyan nivîsandiye. Di Doludizgin de ku berdewamiya

romana Kalpaklar e, sahneyeke ku mirovan li ber xwe bizmar dikin

heye, serbazek dibêje ku ew êsîran naxwaze. Leşkerên yewnanî bi

tevî avahiyeke agir tê berdan dişewitin. Yek ji lehengê romanê Yusuf,

dema leşker dişewitin çixareyekê vêdixe û dibêje: “ Ev kar qediya

komandanê min. Dilê min hindik jî be hênik bû. Encama yên axîna

millet bistînin, temam e.”

Mohr jî wer xûya dike Kemal Tahir e, ji ber ku em behsa tam navîna

têkçûnê dike, cih Burdur e. Bi hatina kurdan re roj hiltê ji leşkerên

nezewicî yên li Burdurê re: “Dema keçên kurd, bûkên kurdan çavên

xwe digirtin, leşkerên li ser wan jî bi heman lezê tevdigeriyan. Leşkeran

nanê di bin çengê xwe de nîşan dida. Jinên li hêla din a dîwar jî

şerwalên xwe vedikirin û bi ser piştê ve xwe vedizilandin.

Di yek ji romanên Halikarnas Balıkçısı de jineke romî, mûmê vedixwe

û dûa dike, “Yarebî, heskiriyekî tirk bide min.”

Mesele jî ev e: Dema behsa yên din tê kirin rast û çepê romannûsên

tirk dibe yek; romannûsên em wan sosyalîst dizanin û yên rastgirê

herî dijwar tên cem hev, yanî ku ez bêjim tirî û bidoşim, heman

şerab e...
8

ŞARo I. GARiP

Stuttgart – “Bahoz bû, sar bû,

baran bu, berf bû, tu nediwestiyayî,

ji Bakur çûyî Başûr, ji Rojhilat çuyî

Rojava; nizanim tu li çi digeriyayî.

Nizanim tu evdalek bûyî an gerokek!

Tu şemitî, hatî ber deriyê welatên

şervanên Hetitê. Te hemû

stran û lorînên xwe yên kevn şewitandin.

Tu ne diçuyî qesran, ne jî

mizgeftan, lê li ber qebran te mîna

lawên pîroz lorand, biskên xwe rûçikandin.

Bi helbestan re hestirên

min meşiyan. Nizanim te êşên dîrokê

çiqas derman kirin, lê ku te hîn

êşên xwe aşt nekirine, yek ez, yek

jî jinên Hetitê karîn têbighîjin.‘‘

Bejan Matur van rojan li Almanyayê

helbestên xwe dixwîne. Matur

huqûq xwendiye û rêvebira Weqfa

Huner û Çanda Amedê ye.

Tu xwe wek helbestwaneke kurd

dihesîbînî?

Ez kurd im, lê bi tirkî dinivsînim.

Ez nikarim bêjim ez helbestvaneke

kurd im, lê ne jî helbestvaneke tirk

im.

Tu ji Maraşê yî, tekiliyên te hîn bi

bajarê te re berdewam dikin?

Erê, dayîk û bavê min li Mereşê

ne. Ez jî hertim diçim.

Di helbestên te de gelek xemgînî

heye. Mirov dikare bêje tu helbestvana

xemgîniyê yî?

Ji xwe ji kêfê helbest dernakeve,

helbest ji dilşewatî û xemgîniyê

derdikevin. Ji ber ku çîroka mirovan

li ser cihanê çîrokekî bi xemgîn

e, mirov ji ber ku ji mirovbûyîna

xwe veqetiyaye, helbest jî li van tiştan

digere.

Gîyaye te çawa û bi çi hatiye şêwandin?

Ew lorînên te ew gotinên

te...

Min qala wêje û çanda devkî kir.

Bi taybet jî nirxandina zimanê di

nava jinan de. Mirov bi zimanê dayîke

mezin dibe. Ez jî bi zimanê

kurdî mezin bûm. Her zimanek melodiyekî

xwe heye. Ziman ne bes

rêzik û peyv in, ziman hîsek e û tê

transferkirin.

Yanî tu lorînan dibêjî?

Erê, formekî lorandinê ye.

Hînek helbestvan hene, weke Mayakowskî,

Şerko Bêkes, gava helbestên

xwe dixwînin, pê re digirîn.

Tu jî car caran digirî?

Ez jî gelek kelgirî dibim, lê ez

nebêjim girî.

Ne pirsek baş e, lê belê dîsa ji dilê

min nayê ber min. Gelek helbestvan

wek Mayakowskî, Soysal

Ekinci, Hemingway herçiqas ne

helbestvan bin Wirginia Wolf xwe

vidarxistin. Çima di nava helbestvanan

de ev zêde ye? Ew nikarin

civakê bi vî halî qebûl bikin, yan jî?

Hîsên helbestan li sinorên extrêm

digerin. Nivîsa helbestvanan ne

aleta vegotina hîsan e, berovajî

aleta je revîne ye.

Tu helbest û wejêya kurdî çiqas

nas dikî? Bandora kesên wek Cigerxwîn

li ser te heye?

Mixabin ez nikarim bi kurdî bixwînim,

lewma bandora wan li ser

min nîne, lê ya mûzîkê heye...

Bandora helbestvanên tirk?

Na na, kesek ku ez bêjim ew mamosteyê

min e, tune. Helbestvanên

ku ez nêzîkî xwe dibînim hene,

mina Cemal Sürreya, Ismet Özel.

Bi pirranî kîjan helbestvanan dixwînî?

Murathan Mungan.

Li Tirkiyeyê roman û helbest pirr

tên xwendin?

Tê gotin ku roman pirr tê nivîsandin,

lê helbest zedetir tê nivisandin.

Eger hûn li hemberî hev

bigirin, înflasyonek heye.

Pirtûkên te çiqas tên xwendin?

Pirtûkên min li gor ên din baş tên

xwendin. Heta niha 5 pirtûkên min

hatine çapkirin û a 6’ê di sala nû de

wê bê çapkirin. Min a 7’em jî nivîsandiye.

Tu gelek metaforan bi kar tînî. Tu

xwe nezîkî kîjan ekolê dibînî?

Bawerîya min bi ekolan nîne. Ji

bo min kûrbûna gotinê girîng e.

Gere bi carekê ve neyê fahmkrin.

Eger gira gotinê bi carekî vebibe,

ew ne helbestekî baş e. Wê demê

helbest sist e, ne kûr e.

Nerîna civaka hunermendan li ser

te çawa ye? Mînak, me dit çî anîn

serê Orhan Pamuk...

Nivîskarên baş, helbestvanên baş

li Tirkiyeyê tên qewrandin. Lê ez

dikarim bêjim qedra min hatiye girtin

û mafê helbestên min jî hatiye

dayîn. Xwendevanên min dilsoz in.

Ti pirsgirekên min di vî alî de tune.

Civaka hunrmendan durê min e. Ez

qet neketim nav û naxwazim jî. Hesûdî

pirr e. Lê belê ev hemû diçin,

lê helbest dimînin. Ya girîng qedir-

Çand û Huner

girtina mirovên ku hûn jê hezdikin

e. Ez jî fêrî wan bûm.

Tu di rojnameyeke Musulman de

dinîvisînî. Tu dikarî bêji ku keveneşopiya

lîberal pejirandine, texamûla

cudahiyan di nav

entelektuelên Musulman de rûniştiye?

Ez bawer dikim êre. Lê binêrin

ez li gel wan dinivisînim. Bi rastî

bingeha Zaman û xwendekarên

wan konservatîv in.

Li te jî wek Rojînê qet rê hatin girtin?

Mirov hene pêşeng in. Sînoran

fireh dikin. Ez bi serê xwe me û

xwe di nava siyaseta A, B an jî C

de nabînim. Ew bi xwesteka min a

serxwebûnê ve girêdayî ye. Nivîskarên

Zamanê lîberal in, lê rêya Zamanê

konservatîv e. Lê dîsa jî

xwediyê texamûlê ne. Li vir berê

Ethem Mahçupyan, Şahin Alpay û

Hrant Dink dinivîsandin. Yanî platformek

entelektuel heye. Ez berxwedaneke

mezin li Zamanê

dibînim.

Lê çepemeniya çep?

Erê ew girtî ne û bi hêrs in.

Hînekî jî li ser siyasetê em biaxifin.

AKP di vekirina xwe di ciddî ye,

yan na?

AKP partiyeke gelek pragmatîk

e; yanî siyasetmedarên wan ji bazirganiyê

tên, ji ber vê dizanin kîjan

mal bi çi awayî tê firotin. Pirr zû

fahm dikin û angorî hesabê xwe zû

digrin. Di siyaseta Tirkiyeyê de bi

xwe re dînamîzmek anîn. Li hemberê

artêş û kemalizmê derketin. Lê

ew ne xwediyê îdeolojiyekê ne,

gelek pragmatîk in. Armancên

mezin dane ber xwe. Lê bi çareserkirina

pirsgirêka kurd şansê wan jî

nîne. Her kîjan hizb tê bila bê, eger

vê pirsgirêkê çareser neke, têk diçe.

AKP ji bo vekirinê israr dike û xetereka

mezin dide ser milên xwe. Bi

rastî jî ne mecbûr in, lê ew baş dizanin

ji bo berjewendiyê pêwîst e.

Te gava din qala pirên di nava

çand û gelan de kir. Xebatên rewşenbîr

û hunermendên li Tirkiyeyê

têrî vê dike?

Guherandin xebatek zehmet e.

Kesên ku xwe ji bo wan tiştan

amade dikin pirr zû tên naletkirin.

Tirkiye civaka cemaatê ye. Herkes

di cemaata xwe de dimîne. Piştî ku

min li Zamanê dest bi nivîsandinê

kir, min dît ku em hevdu nas nakin.

Em wan, ew me nas nakin, di navberê

de planet hene; mînak Sunni û

Alevi.... Gava ku em bi tiştekî digirin,

em bawer dikin ku ev her tişt e.

Bûyerên li İzmîrê te ditirsînin?

Ez 25 sal in li rojavayê Tirkiyeyê,

li Enqere û Stenbolê dijîm, lê

îsal tirs ketiye dilê min. Stenbol

kozmopolît e, lê disa jî di taksiyan

Hejmar 27 | Sêşem | 12. Çile 2010

Rûdaw

Helbestvana navdar Bejan Matur:

Îsal tirs ketiye dilê min!

Sînema-Filmên nû:

Ay lav yu!

NURETTiN AKAD

Fîlma Aylavyu ku di sala

2009’an de li Mêrdînê hate kişandin,

‘pêngavên’ ku rojeva siyasî

ya Tirkiyê mijûl dike tîne perda

spî û vê yekê bi ser navê; ‘Evîn

weke li her deverê tê nivîsandin tê

xwendin’ dide ragihandin.

Derhêner û senarîstiya fîlm ji

aliyê Sermiyan Midyat, çêkirina

wê ji aliyê Sinan Çetin û prodûksiyana

wê jî ji aliyê Plato Fîlm ve

hatiye çêkirin. Fîlm 100 deqe ye

û tê de li gel zimanê Kurdî, her

wiha zimanê Suryanî, Îngîlîzî û

Tirkî jî tê bikaranîn.

Beşên fîlm ku tê de êrîşên 11’ê

Îlonê yên li ser Amerîkayê jî hatiye

destgirtin, di 38 dereceya

germê de li Heskîfê û li gundên

Mêrdînê hatin kişandin. Di fîlm

de lîstikvanên Amerîkî yên navdar

ên weke Steve Guttenberg, Mariel

Hemingway, Kathie Gill û Josh

Folan dilîzin. Di fîlm de gundê

Tine ku li nêzî bajarê Mêrdînê ye

lê belê di rastiyê de di xerîta dewletê

de tineye û weke erdekî vala

derbas dibe, hewil dide xwe bi

dewletê bide hesandin û ji tinebûnê

bibe xwedê dibistan, nexweşxane,

rê û av. Gund jixwe

navê xwe ji vê rewşa tinebûna girtiye

û bûye gundê Tine. Lewma

axayê gund Yûsif ji bo guherandina

vê rewşê tim û tim nameyan

ji dewletê re dinivîsîne.

Hin xalên ji fîlm wiha ne:

-Di fîlm de gundiyên qet kamera

nedîtine û starên amerîkî

hatin cem hev.

-Di fîlm de denbêjên kurd hatin

bikaranîn.

-Di fîlmekî de cara yekemîn

kurdî, suryanî, îngîlîzî û tirkî di

heman demê de hate axavtin.

-Di fîlm de behsa di navhevbûna

ol û dînên li Kurdistanê hate

kirin.

û di kolonan de hûn vê tirsê hîs

dikin. Min di Zamanê de nivîsî: Li

Tirkiyeyê xirabî ne tiştekî kûr e.

Herçiqas hinek bixwazin jî, ev lîstik

nameşin. Baweriya min bi vijdanê

vî welatî heye. 40 xezar kes

mirin, dîsa jî birakujî di nav gelan

de derneket, ez bawer dikim emê ji

vê tengasiyê jî derkevin. Ew bûyerên

ku niha li rojhilata Tirkiyeyê

dibin, bi salan eşkere nedibûn.

Medyayê gelek manîpûle dikir, binêrin

Dêrsim îro tê şîrovekirin!

Baş e, tu dikarî bêjî rewşenbîrên

tirk hestên kurdan hîs dikin?

Li gor fikra min êre. Rojnameyek

wek Tarafê heye, lê disa jî baweriya

min li ser vijdanê gel heye.

Te got tu diçî Kurdistanê, li wir

piştî van êrişan helwesta mirovan

çawa ye?

Mirov li wir rehet in. Wan şer û

siyaset bi germî li wir dîtin. Ev tişt

ji wan re ne nû ne. Lê xeter li rojavayê

Tirkiyeyê ye, ji ber ku rojava,

wek herema Marmara, Deryaya

Navîn û Behra Reş heterojen e.

MHP û CHP jî her dicing û agir gur

dikin. Li gor dîtîna min, di bin şerê

kesatiyê de, şerê berjewendiyê tê

kirin. Eger Tirkiye peşve biçe û ji

pastayê her kes bixwe, şer sar dibe.

Birêz Matur mesaja te ya dawiyê?

Bila herkes helbestan bixwînin,

helbest wê mirovan bipêrezin.

-Di germahîyeke pir dijwar de

fîlm hate kişandin. Gelek kesên ji

ekîbê, ji ber tavê li serê wan xist,

rakirin nexweşxaneyê.

-Sermiyan Midyat û Kathie

Gill, ji ber kêmasiyên teknîkî yên

ji ber germahiyê, neçar man li ser

Heskîfê bi caran hevûdin maçî

bikin.

-Di fîlm de George Bush û

Usame Bîn Ladîn hatin cem hev.

Di fîlm de temaşevan George

Bush û Usame Bin Ladin bi karekterê

fîlm-karton ên bi Kurdî

xeber didin temaşe bikin.
Rûdaw Hejmar 27 | Sêşem | 12. Çile 2010

n KURDISTAN

Kuştinên namûsê

kêm dibe

Li gor Wezareta Mafê Mirovan,

di sala 2008’an de li Kurdistanê

117 jin hatine kuştin. (52 li Hewlêrê,

43 li Silêmaniyê û 22 jî li Dihokê).

Li gor statîstîka Rêveberiya

Giştî ya Polîsê Kurdistanê jî di sala

2009’an de 17 jin li ser namûsê hatine

kuştin (7 li Hewlêrê, 1 li Soran

û 1 li Germiyan).

Li gor daneyên Yekîtiya Jinên

Kurdistanê li Silêmanî, ew jinên ku

îsal gef li ser wan hebûye, ji sala

borî kêmtir bûye. Di sala 2008’an

de zêdeyî 100 jinan li vê saziyê gilî

kirine. Di sala 2009’an de hejmarê

jinên tehdîtkirî 80 bûye.

Rêvebera Laney Hêlîn Aram li

Silêmaniyê, Leyla Ebdula, dibêje

‘lazim e qanûna di derbarê kujerên

jinan werin tundtirkirin, ji ber ku

gelek car kuştina jinekê bi yasayên

eşîriyê tê çareserkirin.

n KURDISTAN

Jin diçin dibistanên olî

Li Kurdistanê piştî girtina dibistan

û peymangehên ne fermî yên

partiyên Îslamî, Wezareta Ewqaf 13

dibistanên olî vekirin. Li van dibistanan

zêdetirî 400 keç dixwînin û

herwiha li bajarokê Enkawa dibistanek

olî ya Mesîhiyan jî hatiye vekirin.

Îsal cara yekem bû ku 30

xwendevanên jin ji dibistanên olî

derdiçin. Ev peymangehe ji bo pêşnimêjî

(melatî) û gotarbêjiyê xwedekaran

digihênin.

Rêveberê Ragihandina Wezareta

Ewqafê, Merîwan Neqşebendî daxuyand

ku heta niha çarenûsa wan

xwendevanên keç ya di pêşerojê de

ne diyar e.

Şîretkarê Wezîrê Ewqaf û Karên

Olî, Osman Mûftî dibêje hebûna

keçan li peymangehên olî ‘ji bo hişyarkirina

jinan gûhertinek baş e.’

Mûftî di derbarê pêşeroja xwendevanên

jin de jî wiha dibêje: “Ew

keç nikarin bibin mela, belkî dibin

bangewazxwazên Îslamî yan jî

bibin xebatkarên wezareta Ewqaf.”

n AMERÎKA

Ev jin 4.4 milyon salî ye

Govara Science (zanistî) ya amêrîkî

hejmareke taybet li ser vê kifşê

nû di derbarî koka mirovahiyê weşand.

Ji 10 welatên cuda 47 zanyar

beşdarî lêkolînê bûn. Lêkolînê 17

salan ajot. Zanyaran li skeletê ku

temenê wê 4.4 mîlyon salî ye navê

Ardî lê kirin. Ardî, jina pêşîn di dîroka

mirovahiyê de, di sala 1974‘an

li Etyopya hatibû dîtin. Tê texmîn

kirin ku dirêjbûna Ardî 1.20 metre

û giranbûna wê 50 kg bûye. Li gor

encamên lêkolînê, Ardî di nav

daran de jiyaye û li ser dest û lingên

xwe liviyaye. Li gor lêkolînan mêjiyê

Ardî wek yê şempazekî bûye.

AKP wê bi xutbêyan

tundûtûjiyê

asteng bike!

Wezîra Malbatê Aliye Kavaf

Enqere (Rûdaw) – Hikûmeta

AKP’ê li dijî tundûtûjiya li dijî

jinan hawara melayan dike. Wezîra

Malbatê Aliye Kavaf got wê bi xutbeyên

înê li dijî tundûtûjiyê têbikoşin.

Demekî berê li bajarê Wanê jineke

bi navê Sıddıka Platin ku ji

aliyê mêrê xwe ve dihat lêdan û ji

malê reviyabû û xwe sipartibû

hêzên ewlekariyê, cardin ew radestê

hevserê wê hatibû kirin. Ev

mijar ji alî Parlamentera BDP’ê

Fatma Kurtulan hatibû rojeva Parlamena

Tirkiyeyê û Kurtulan di

derbarê mijarê de çend pirs ji Wezîra

ji Malbat û Jinê berpirsyar

Aliye Kavaf kiribû. Wezîre Kavaf

di bersîva xwe de angaşt kir ku Platin

bi daxwaza xwe vegeriyaye

mala xwe û ewê wek hikûmet wê

şîdeta li dijî jinê bi xutbeyên înê çareser

bike.

Li Navçeya Seraya Wanê jina bi

navê Sıddıka Platin bi boneya rastî

şideta hevserê xwe tê serî li Dozgeriya

Komarê ya Serayê dabû. Piştî

demekê Platin cardin radestî hevserê

wê hate kirin. Pirsyarnameya

Parlamentera BDP’ê Fatma Kurtulan

têkildarî mijarê ji hêla Wezîra ji

Malbat û Jinê berpirsyar Aliye

Kavaf ve hate bersivandin. Kavaf

di bersiva xwe de sûcê radestkirina

Platin bo hevserê wê avêt ser Dadgeha

Asliye Ceza a Serayê û got di

radestkirinê de jî pirsgirêk tune ye.

Kavaf di derbarê şert û mercên parastina

jinan de jî diyar kir ku niha

li Tirkiyeyê ji bo astengkirina şîdeta

li dijî jinê 40 hezar polîs, 42 hezar

xebatkarên tenduristiyê hatine perwerdekirin

û 125 dadgehên malbatê

hatine hişyarkirin. Kavaf diyar kir

ku li ser jinan zordariyek mezin

heye. Di warê çareseriyê de jî

Kavaf da zanîn ku wê bi xutbeyan

vî karî çareser bikin. Wezîrê diyar

kir ku li Tirkiyeyê tenê 54 stargehên

jinan hene.

Jinên Erdîşê wê

ciwantir bin!

Wan (Rûdaw) - Li Navçeya Erdîşê

navenda yekem ya ciwaniyê

hat vekerin. Navend ji alî 5 jinan

hat vekirin. Xwediyê navendê dibêjin

armanca wan ne tenê xweşikkirina

jinan e, ew dixwazin jinan

rêkbixin û asta zanebûna wan bilind

bikin.

Li Navçeya Erdîşê jinên bi navê

Melek Butun, Hatun Çelikhasir,

Huveyla Keser, Fatma Özer, Muhlise

Guneş, Emine Varlı û Keser

Fidan navenda xweşikbûnê ya jinê

vekirin. Pênc jinên ku bi pereyên

deynkirî navenda ciwaniyê vekirin,

dibêjin armanca wan ne tenê venerin

û ciwaniya jinê ye, her wiha rêxistinkirin

û zanebûn jî armanca

wan e. Jinan da zanîn ku ewê li navendê

niqaşên li dijî şîdet, zewaca

bi zorê, cînayetên

namûsê û

binpêkirina

Jın û Cıvak 9

mafê jinê bimeşînin û jinan

hişyar û zane bikin. Berpirsiyara

navendê Melek

Butun, diyar kir ku armanca

wan a yekem ew e

ku jinê di qada aborî de

azad bikin û bikin xwedî

vîn. Butun da zanîn ku

ew dixwazin jin jî karibin

pêşengiya aborî û civakê

bikin û wê ji bo vê yekê di

nava hewildanên hişyariyê

de bin.

Butun destnîşan kir ku

li Erdîşê jin her tim li

paş mane û muhtacê

mêr hatine hiştin.

Butun, daxuyand ku

ew dixwazin bi vê xebata

navenda

Jina bo zewacê ev e!

New York - Di anketekê de derket holê ku mêr dixwazin bi vê delala

Hollywoodê re bizewicin. Bi vê anketê wê gelek jin li dû xwe hiştin.

Kovara Esquire anketeke “jina bo zewacê” li dar xist. Di anketê de lîstikvana

Hollywoodê Rachel Weisz (39 salî) bû

yekemîn. Weisz bekar e û heta niha nezewiciye.

Xwediya xelata Oscarê Weisz ji encamê

anketê gelekî şaş bûye: “Xwedê, ev

encam gelekî balkêş û pirr jî komîk e.”

xweşikbûnê

li gel

venerîn û

xweşikb

û n a

j i n ê

xebat

ê n

rêxistinî

û zane-

bûna jinê jî bimeşînin: “Em dixwazin

riya pêşengiya kar li ber wê

vekin.”

Huveyla Keser jî da zanîn ku ew

dixwazin jin bibin xwedî biryar û

vîn û astengiyên feodal ên li pêşiya

xwe bişkînin. Keser destnîşan kir

ku ji bo ew pêşengiya jinê bikin

cara yekem gaveke bi vî rengî avêtin

û di pêşerojê de ewê hunerên

destan û xebatên

din jî bidin

meşandin.
10 Dîaspora

“Revê Min Hilbijart”

Îsmail osman û Matthias Chilling pirtûkek bi navê “Revê Min

Hilbijart” li Stokholmê çap kirin. Kitêb bo naskirina iraq, Baas,

Saddam û xebata gelê kurd jêderekî baş e.

KAwA EMÎN

Stockholm – Di dawiya Cotmehê

de, Îsmail Osman û Matthias

Chilling pirtûkek bi zimanê swêdî

bi navê “Revê Min Hilbijart” li

Stokholmê çap kirin.

Di pêşgotina kitêba xwe de bo

xwendevanan dane zanîn ku kesê

serekî di kitêbê de Îsmail Osman e

û rojnamevanê swêdî Matthias

Chilling di darêştina kitêbê de beşdarî

kiriye û tenê zimanê nivîsandina

kitêbê sererast kiriye. Pirtûk

zêdetir ji bo ciwanên kurd yên ku

nikarin bi zimanê kurdî bixwînin

hatiye nivîsandin. Di heman demê

de swêdî jî dikarin bi rêya kitêbê

sîstema dîktatoriya Partiya Baasê û

Saddam Huseyn nas bikin.

Herçiqas mirov di destpêkê de

wiha hest dike ku Îsmail Osman

dixwaze bîranînên xwe bi hûrî vebêje,

lê piştî çend rûpelan sînorên

bîranînan kal dibin û xwendevan

rastî dîroka partiya Baasê û Saddam

Huseyn tên. Nivîskar li xwe

mikur tê, ku ji ber zêdebûna bûyeran

û azar û îşkenceyên li dijî gelê

kurd nikare bi tevahî şewata nava

dilê xwe ser kaxezan birijîne.

Îsmail Osman di kitêba xwe de

qala serdema zaroktiya xwe û

xwendina bilind li Zanîngeha Bexdayê

dike, ku li wir dibe nasyarê siyaset

û kurdayetiyê. Çar salên

jiyana zanîngehê di serdema şerê

navbera Îran û İraqê de ji bo xwendevanekî

kurd ne hêsan bû.

Nivîskar hemû bûyerên ku Saddam

Huseyn bi sere gelê kurd de

anîn tîne bîra xwendevanan. Wek

Enfala Barzaniyan, Enfalên Germiyan

û navçeyên din ên Kurdistanê,

kîmyabarankirina Helebce, kuştin û

dersînorkirina Feyliyan, herwiha

şerê birakujiyê di navbera partiyên

kurd ên Başûrê Kurdistanê de, raperîn,

hilbijartina parlamen, damezrandina

Bereya Kurdistanî û

hwd. Nivîskar herwiha hemû pirsgirêkên

İraqê bi pirsa kurd ve girêdide.

Îsmail Osman dibe endamê Serkirdayetiya

Partiya Gel bi seroka-

Köln - Welatên Ewrûpayê di wê

baweriyê de ne ku ji bo Ewrûpa peravên

Spanya, Îtaliya, Yewnanistan

û Tirkiyê deriyê koçberên ne yasayî

ne. Tirkiye ku bi çend welatên din

yên Rojhilata Navîn re cîran e,

bûye deriyê derbasbûna koçber û

penaberên ku ji şer û pevçûnên li

İraq, Afxanîstan û Pakîstanê direvin.

Piştî ku koçber tên Tirkiyeyê,

ew derbasî Yunanîstanê dibin. Piştî

ku Yûnanîstan tevlî bazineya Shengenê

bû, Atînayê mengeneya derdora

koçber û penabaran qayim kir.

Îsmail Osman

tiya Samî Evdilrehman û yek ji wan

kesên ku zêde ji Samî Evdilrehman

nêzîk bû. Nivîskar ku di nav şoreşê

û Partiya Gel de wek Muhendiz

Cemal dihat naskirin, di kitêba xwe

de behsa beşek ji dîroka Partiya Gel

a Demokrat a Kurdistanê dike. Partiya

Gel jî wek partiyên din ên Kurdistanê

ne. Xwediyê çavkaniyeke

darayî ya eşkere

ye û Îsmail Osman

ku nêzîktirîn kes ji sekreterê Partiya

Gel bû, nizanîbû jêderê darayî yê

partiya wan ji kuderê tê û ew jî wek

pirraniya endamên partiyên kurdî

baweriya xwe bi vê çîrokê aniye

ku: “Aboneyên endaman, hevka-

li Ewrûpa hejmara

biyaniyan gihîşt 30 milyonî

Tenê di sala 2008’an de hêzên yewnanî

150 hezar koçber girtin ku bêtiriya

wan bi rêya Tirkiyeyê

hatibûn. Atîna Tirkiyeyê bi wê yekê

tometbar dike ku weke karteke givaştinê

ji bo ku bibe endama Yekîtiya

Ewrûpayê, ew li hember

koçberan nermiyê nîşan dide. Di

bersîva zextên Atîna û welatên Ewrûpayê

de jî, Tirkiyê dibêje, ew ne

amade ye bibe mezintirîn kampa

penaberan.

Li gor raporekê ku Buroya

Amara Ewrûpayê (Eurostat) di 16’ê

riya dewlemendên kurd û dewleta

Lîbya.”

Xaleke din a girîng ku di kitêbê

de behsa wê hatiye kirin diyardeya

koçkirin û penaberiyê bo Swêdê û

pirsgirêka jihev tênegihiştina penaber

û swêdiyan e. Bi baweriya nivîskar

beşek ji swêdiyan bi sedemê

agahiyên kêm nikarin Musulmanên

tundrew û Musulmanên nerm ji hev

cuda bikin. Hinek caran wiha fahm

dikin ku her penaberê rengê wî ne

Ewrûpî yan Skandînavî be, divê

Musulman û alîgirê Bin Ladin e.

Ev kitêb jêderekî baş e bo bêhtir

naskirina İraq, Baas û Saddam Huseyn

û xebata gelê kurd li Başûrê

Kurdistanê. Lê divê em vêya jî

bêjin ku agahî hemû wergirtî ne û

beşek ji wan ji vir û wir berê hatine

bahskirin.

Nivîskar dikarîbû bi rêya dokumentên

ku di wê dema dûrûdirêj

de, dema endamê serkirdayetiya

Partiya Gel bû, li ba wî mane yan jî

dikarîbû bidest bixe û kitêba xwe

dewlemendtir bike. Gelek tiştên veşartî,

nemaze li ser şerê birakujiyê

û peywendiyên wan li gel Îran û

Sûriyê eşkere bike.

Lê dibe ku ev ji

x w e n d e v a n ê n

swêdî re ewqasî ne

girîng bin. Bi baweriya

min, ger kitêb

bi awayekî edebî bê

wergerandin ser zimanê

kurdî, vê ciwantir

wergire. Ji ber

nivîskar jî bi xwe dibêje,

hê ji zaroktiyê

ve û li ser destê bavê

xwe yê rehmetî ve ku

meleyekî navdar û

xwende bû, evîndarê kitêb

û wêjeya kurdî, farisî û erebî

bûye. Ji xeynî ku pisporiyeke wî

ya baş li ser çandên Rojhilata

Navîn bi giştî û Kurdistan û Îranî bi

taybetî heye. Îsmail Osman endamê

Partiya Gel a Swêdî ye û endamekî

yedek yê li Parlamena Swêdê li ser

lîsta Partiya Gel a Swêdî ye. Herwiha

kesekî çalak û wergervanekî

bawerpêkirî ye.

Çile 2009’an de belav kiriye, hejmara

biyaniyên li welatên Ewrûpî

gihîştiye 30 milyonî. Ew rêjeya ji

sedî 3.9’ên şêniyên Ewrûpayê ye.

Heman rapor diyar dike ku koçberên

Tirkiye û Mexrîbê ji hemûyan

bêtir in û hejmara wan koçberên ku

ji derveya welatên Ewrûpî hatine,

digîje 19.5 milyon kesî. Herweha

rêjeya Ewrûpiyên ku li derveyê welatên

xwe dijîn digîje 11.3 milyon

kesî û rêjeya wan digehe ji sedî 2.3

yên hemû nifûsa welatên Yekîtiya

Ewrûpayê.

Hejmar 27 | Sêşem | 12. Çile 2010

Rizgar Emîn xwediyê înternetcafêyek e li Münchenê (Wêne: Rûdaw)

MiSTEFA ÇiwARTAYÎ

München - Berê dikana Rizgar

xirab bû lê wî dikana xwe kir înternetcafê

û niha ji xeynî kurdên ku li

bajarê Münchenê dijîn, rojane hejmareke

zêde ya almanan û kesên

din berê xwe didin înternetcafêya

Rizgar û bi rêya înternêtê hevalên

nû nas dikin.

Tê texmînkirin ku hejmara kurdên

ku li Almanyayê dijîn nêzîka

milyonekê be û di kar û cihên cuda

de cihê xwe girtine. Lê kurdên Başûrê

Kurdistanê hê nû ne û wek penaber

li Almanya di karên wek

ajotina otomobîlan û di xwaringeh

û înternetcafêyan de karên xwe

dikin. Lewma Rizgar jî înternetcafêyek

vekir.

Rizgar Emîn ne tenê xwediyê înternetcafê

ye, lê karê çêkirina komputeran

jî dike û ji ber ku bi gelek

zimanan dizane, hejmara muştiriyên

wî yên ji neteweyên cuda zêde ne.

Rizgar pêdagiriyê li ser vê yekê dike

ku herçiqasî karê wî ne giran e lê ne

asane jî û bi pirranî rastî hinek pirsgirêkan

tê: “Carinan hinek kesên

alman yan biyanî tên, zêde telefonan

dikin û dema xilas dikin dibên pereyên

me nînin û ez neçar dimînim

mobile yan pasportê wan ji wan bistînim

heta pereyên min bînin. Lê ew

diçin polîsan tînin ser min û dibêjin

pasporta me nade me.”

Divê Rizgar di karê xwe de aram

û rûxweş be û bi awayekî baş di

derbarê komputeran de şehreza be:

Rûdaw Şertên Abonetiyê

Ji bo salekî: Almanya, Belçîka, Awûstûrya, Fransa,

Hollanda: 60 Euro · Swîsre: 120 CHF · Brîtanya: 60

GBP Swêd (Schweden): 900 SEK · Danîmarka

(Danemark): 600 DKK · DYA (USA): 100 USD

Kanada : 120 CD · Tirkiye: 100 TL

Ji bo şeş mehan: Almanya, Belçîka, Awûstûrya,

Fransa, Hollanda: 30 Euro · Swîsre: 60 CHF · Brîtanya:

30 GBP · Swêd: 450 SEK · Danîmarka: 300 DKK

DYA (USA): 50 USD · Kanada: 60 CD · Tirkiye: 50 YTL

Rûdaw

Kurd înternetcafêyên

Almanya dagir dikin

“li pirraniya malan xeta înternêtê heye.

li her malekê qehwe jî heye. lê xelk li

qehwexaneyan qehwê vedixwin. Ev der jî

cihekî germ e, xelk tê û hevalên xwe dibînin,

peywendiyên nû dirust dikin.”

“Karê me ne sanahî ye, divê bi kêmanî

mirov ji komputer û bikaranîna

wê zanyar be û ji her tiştî

girîngtir awayê tevgerîna li gel

muştiriyan e, ji ber ku ji hemû temenan

in û ji neteweyên cuda ne.

Rûyê xweş li gel xelkê roleke girîng

dilîze di warê kişandina muştiriyan

de. Berê çend mirovên afgan

û ereb ev dikan birêve dibirin lê bi

zor kirêya dikanê derdixistin. Di

karên bi vî rengî de, mirov dikare

peywendiyên xwe yên civakî jî bi

hêz bike û xwe wek mirov û çand

bi xelkên din bide naskirin.”

Derbarê karên ku kurdên Almanya

dikin Rizgar wiha dibêje:

“Pirraniya kurdên me li vir ji ber

bawernameya Almanya nestandine,

derfeta ku karên baştir bikin bidest

wan nakeve. Karên em dikin dewreyên

taybet û xwendin bo wan ne

pêwîst in, herwiha xelkê me li vir

nû ne û bi zimanê almanî baş nizanin.”

Li Almanya bi awayekî giştî li

hemû malan înternet heye lê dîsa jî

dikana Rizgar ji muştiriyan vala

nabe: “Rast e li pirraniya malan

xeta înternêtê heye, lê dibe li mal

komputer yan prînter ne baş be.

Niha li her malekê qehwe heye lê

gelo ji ber çi xelk diçin qehwexaneyan,

qehwê vedixwin? Ev der jî

cihekî germ e, xelk tê û hevalên

xwe dibînin, peywendiyên nû dirust

dikin, lewma ne şerte ger li

mala min înternêt hebe, êdî neçim

înternetcafê.”

Ji bo Almanya: Rudaw Media GmbH

Bank: Deutsche Bank Köln · Konto Nr: 2450161

BLZ: 37070024

Ji derveyî Almanya:

IBAN: DE48370700240245016100

BIC: DEUTDEDBKOE

Navnîşan:

Rudaw Media GmbH · Gutenbergstr. 63a

50823 Köln / Almanya

E-maîl: info@rudaw.de
Rûdaw Hejmar 27 | Sêşem | 12. Çile 2010 Dîaspora

11

Şîrketên tûrîzmê kurdên diyasporayê tirsandin

MISTEFA ÇIwARTAYÎ

Köln - Rêvebirê şîrketa Sefîn ya

geştûguzariyê li Almanya ragihand,

ew şîrketên firokevaniyê ku geştyaran

dixapînin, ji bo demeke kîn û ji

bo heyameke dirêj nehatine damezrandin.

Navborî diyar kir ku giranbûna

buhayê bilêtan peywendî bi

wê çendê heye ku “kurd ne xwediyê

firokeyên xwe ne û bi taybetî

jî şîrketa balafiran bi kirê digirin.”

Li gel avakirina balafirxaneyên

Hewlêr û Silêmanî, çend şîrketên

firokevaniyê ên geştûguzariyê hatin

damezrandin. Ew yek ji xewnên

kurdên diyasporayê bû, lê ne ew

xewn bû ku wan bi tevahî didît, ji

ber ku hinek li wan şîrketên firokevaniyê

ketine xapandina welatiyan.

Şîrketan bilêt difrotin welatiyan, lê

gelek caran dema ku ew vedigeriyan,

ne balafir bi dest diket, ne buroya

şîrketa firokevaniyê mabû.

Carna jî hinekên wan şîrketan di

bingeh de sexte bûn û bilêta bê bawerî

û bê balafir difirotin xelkê.

Şîrketa Sefîn a geştyarî ku buroya

sereke a wê li bajarê München

Bûyera kuştina Gülsüm’ê

ya Almanya ye, li gel şîrketa û

hêlên firokevaniyê peywendî heye

û bilêtên seferkirina bo Kurdistan û

welatên din ên cîhanê difiroşe. Hoşeng

Cewher Qadir ku rêveberê şîrketê

ye, amaje da vê çendê ku

şîrketa wan geştyarî ye û karê wan

ji bo hemû welatên cîhanê ye, lê

geştên wan ên taybet ji bo Kurdistanê

hene, herwiha wekîlê hemû

şîrketan an hêlên asîmanî ne ku

geşta Kurdistanê û İraqê hene û li

gel hemû wan şîrketan kar dikin ku

ji Ewrûpa û Almanya dixebitin.

Hoşeng Cewher behsa pirsgirêkên

şîrketên firokevanî li Kurdistan

û Ewrûpayê dike. Di derbarê giranbûna

bilêtên ji bo Kurdistanê ku

heman buhayê bilêtên Hong Kong,

Awûstûralya û Amerîkayê ne, Hoşeng

diyar dike: “Balafirên me kurdan

yên taybet tune û hemû balafir

kirêkirî ne û firoke bi giranî li ser

me radiwestin û buhayê bilêtan jî li

gor giranbûna kirêya wan balafiran

e. Ji xeynî hesabên sûd ên şîrketan,

karmend û hewcedariyên din yên

wan.”

Derbarê pirsgirêka şîrketên sexte

de Hoşeng nerînên xwe wiha rave

kir: “Hin şîrket demeke kurt kar

dikin, hin ji wan jî fikra pêşerojê

dikin û dixwazin berdewam bin.”

Bi baweriya Hoşeng, ji bo çareserkirina

wê pirsgirêkê divê qanûnek

Jinkuj be, kurd e! Köln (Rûdaw) - Wezîrê Derve

yê Almanya û Serokê Partiya Azad

a Demokrat (FDP) Guido Westerwelle

hefta borî derket gerek Rojhilata

Navîn. Rawestgeha wî ya

yekem Tirkiye bû. Rojnameyên

Almanyayê cihekî fireh dan serdana

Westerwelle ya Tirkiye. Di

rojeva Westerwelle de ji bilî Tirkiye,

Afxanîstan û hinêk welatên

ereb weke Yemen û Katar jî hebûn.

Frankfurter Allgemeine Zeitung

(FAZ), di gotarek xwe ya li

ser serdana Westerwelle bo Tirkiyeyê

wiha nivîsandiye: “Westerwelle

ji bo domkirina reforman

Tirkiyê hişyar kir“, û ev peyvên

wî aniye ziman: “Em hemû dizanin

ku fikirazadî, çapazadî û olazadî

stûnên hilgirtina civaka me ya

Ewrûpayî ne.“

Kleve (Rûdaw) - Li despêka meha

Adar a borî de jinek bi navê Gülsüm

Semin (20) hate kuştin û çend

roj berê jî kûjerên wê ji aliyê dadgeheke

alman ve hatin sezadan. Çapemeniya

almanî jî cîheke fireh da

bûyerê û gelek ji wan jî li ser kurdbûna

wê malbatê sekinîn. Lê diyar

bû ku Gülsüm ji malbete ereb e.

Dadgeha bajarê Kleve, neh sal û

nîv cezaya zîndanê li birayê Gülsüm,

Dawud Semin birrîn. Hevalekî

rûs yê Dawud ku tevlî cînayetê

bûbû jî ji aliyê dadgehê ve bi 7 sal

zindanê ve hat cezakirin. Diyar

bûbû ku tawanbarê rûs, tevlî plankirina

kuştina Gülsüm bûye.

Rûniştvanekî bajarê Kleve ku li

gundê Rees ku malbata Semîn lê dijî,

çîroka wê ji Rûdawê re vegot: ”Gülsüm

di warê firoşkariya marketan de

xwendibû û peywendiyeke wê ya

sozdariyê digel kurekî hebû. Paşê

malbata wê ew dan pismamê wê. Li

wir diyar bû ku ew ducanî ye.”

Kurdekî ku di saziyeke rêvebi-

riya bajarê Kleve de kar dike, li ser

çend bûyerên revîna keçên biyaniyan

û herweha behsa kuştina Gülsümê

jî kir û got: “Wê rojê

berpirsyarê min ji min re got ‘kurdan

xerabiyeke din jî kirin.’ Min jî

ji wî re got di nav hemû miletan de

kesên xerab hene..”

Di derbarê netewa malbata Gülsümê

de, kesekî naskirî yê kurd li

Kleve ji Rûdawê re diyar kir ku ew

malbat hinekî kurdî dizanin: “Rojekê

gundiyekî wan ji min re got ku

ew ereb in û ji gundekî devera Mêrdînê

ne. Wan jî weke gelek kes û

malbatên din ji bo ku mafê penabertiyê

wergirin, xwe kirine kurd.”

Paşnavê malbatê ku “Semîn’’ e û

ev peyv jî erebî ye û tê wateya

“qelew’’ nîşaneke din a erebbûna

wan e. Di dema axaftinê me ya

digel xizmekî wê malbatê de ku

kurdî nedizanibû û bi erebiyeke

ciwan dipeyivî, diyar dibû ku ew

malbata ku bêtirî sêzde salan e li

Almanya dijî, malbateke ereb e.

Rêveberê şîrketê Sefîn a geştyarî Hoşeng Cewher Qadir. (Wêne: Rûdaw)

Die Welt, di mijara Tirkiyê de

bala xwendevanên xwe kişandiye

ser nakokiyên di nav Hikumeta Almanya

de ku ji koalisyona CDU/

CSU û FDP pêk tê û wiha nivîsandiye:

“FDP û CSU di pirsgirêka

Tirkiyê de li ser rêya lihevketinê de

ye“. Di bihevçûna di navbera CSU

û FDP’ê li ser endametiya Tirkiyê,

her ku diçe helwest tê tûjkirîn. Wezîrê

derva dixwaze peywendiyên

aborî bi Tirkiye re dîsa baş bike û

ji bo wê yekê wêzîr di berjewendî

de dibîne ku “Tirkiye dîsa xwe li

rêya Ewrûpa de bişidîne“. Derdora

3900 şîrketên alman li Tirkiyeyê

hene.“

Süddeutsche Zeitung, ku li bajarê

Münchenê derdikeve, nivîsandiye

ku “heta niha Partiya Azad a

Demokrat (FDP) ji bo Tirkiye xisletek

nediyar ya siyasî bû.“ Rojname

wiha dom dike: “Feqet

Hikûmeta Enqere pirr bi zû fam kir

ku Westerwelle çi ye û ne çi ye, qîmeta

wî fam kir.” Gelek derdor

bawer dikin ku qutbûna danûstan-

bo pêşîlêgirtina li wan binpêkirinan

bê danîn û wiha da zanîn: “Divê bi

cûrekê be ku îmze ji wan şîrket û

aliyan were sitandin ku balafiran bi

kirê didin û xelkê ji bo Kurdistanê

vedighezînin û hinek pere wek ga-

dinên li ser endametiya Tirkiye bo

Yekîtiya Ewrûpayê wê proseya demokratîbûna

li Tirkiyeyê têxê metirsiyê.

Financial Times: “Tirkiye êdî

ne hevkareke pêbawer e!” Rojnameya

navdar Financial Times li ser

têkiliyên DYA û Tirkiyeyê radiweste

û destnîşan dike ku êdî bi

Tirkiyeyê bawerî nabe. Gotar balê

dikşîne ser pêwendiyên Tirkiye,

Hindistan, Afrîka Başûr û Brezîlyayê

yên bi Çîn û Îranê re û îdîa

dike ku ev welat hêdî hêdî xwe

nêzî van herdu welatên otorîter

dikin û ji dêlva DYA’yê dil dikin li

gel Çîn û Îranê bin. Rojname bal

dikşîne ser anketên li Tirkiyeyê ku

di derbarê DYA’yê de têne çêkirin

û dibêje ji şerê Îraqê û vir ve li Tirkiyeyê

dijminatiya li hemberî

DYA’yê bilind bûye.

Libération û Le Figaro: Hikûmeta

Fransa dixwaze lixwekirina

burkayê qedexe bike û kesê ku qedexeyê

binpê bike, wê bi nezikê

750 euro bê cezakirin. Ev ceza wê

ji bo kesên ku ji bo lixwekirina

burkayê jin û keçên Musluman

rantî û piştrastbûn ji wan werbigrin.

Wextê ku binpêkirinek çêbû, an ew

kesên ku çûne welat û balafir tunebû

vegerin, bi wî pereyî bên qerebûkirin,

da ku bi vî awayî ziyan û

xesar negihe xelk.”

Rojeva çapemeniya Ewrûpayê

dixin bin zorê jî derbasdar be. Li

gor qanûneke ku di parlamene de

li ser rê ye, divê burka li cihên derveyî

malê qedexe be. Lê di çalakiyên

çandî û cihên wekî karnevalan

de wê burka serbest be.

The Economist: Kovara siyasî

û aborî ya îngilizî The Economist,

generalên Tirk bi amadekariya pîlanên

lanetkirî sûcdar kir û sala

2009’an jî ji bo artêşê wek salekî

‘rezîl’ binav kir û wiha dinivisîne:

“Sala 2009’an ji bo generalên tirk

saleke rezîl bû. Bi dokumentên

hatî çizirandin, bi qeydên dengan

û carna jî bi derketina meydanê a

gelek dek û dolaban, baweriya

kesên laîq jî li hember artêşê qels

kir. Serokwezîr Erdoğan vêga

bahsa “guhertinek dîrokî’’ dike.

Dibe ku ew demên ku sivîlan ji

leşkeran emir digirt, êdî di dîrokê

de mabin. Herçiqas di destpêkê de

laqayî hin berxwedanan jî bên,

dozger êdî dikevin qerargehên

hêzên taybet yên Enqerê û bi rojane

ketine dû şopa pîlanên bê îstîkrarkirina

hikûmetê û rûxandina

AKP’ê. Dibe ku li vê derê hin pîlanên

rezîlane jî bi dest xistibin.

Wiha tê bawer kirin ku li pişt gelek

bûyerên tarî û provokasyonan ev

dezgehên bi artêşê ve girêdayî

hebin. Di destpêkê de Erdoğan

herçiqas ne biryardar bû jî, wiha

xuya dike ku wê herê ser artêşê. Di

çarçova doza Ergenekonê de hin

general û efserên artêşê, bi sûcdariya

amadekariya derbeyê di zindanan

rizî dibin. Bi derketina her

bûyerekî nû de, gel êdî difikire û

guman dike ku artêş temelê dewletê

dikole. Sererkanê artêşê İlker

Başbuğ da zanîn ku lêgerînên dawî

li gor qanûnan tên kirin. Bi vî

awayî tê dîtin ku Başbuğ jî ji bo vê

lêpirsînê bi hikûmetê re hevkariyê

dike.
12 Ewrûpa

Pisporê Rojhilata Navîn Prof. Dr. Udo Steinbach:

Tirkiye ketiye krîzeke siyasî

“Pirsa kurdan jî ji aliyê Yekîtiya Ewrûpayê ve weke pirsgirêkeke

siyasî ya Tirkiyeyê tê dîtin, lê Yekîtiya Ewrûpayê vê gavê zorê

dikşîne ku xwe têxe nav vê pirsê.”

“Yekîtiya Ewrûpayê di mesela pirsa kurdî de gelek hewldan nedan,

ji ber ku ev pirsa kurdî li Tirkiyeyê bi xwe jî cihê nêrînên cuda ye.

lê dîsa jî divê bê gotin ki serokwezîr di mehên borî de herî kem

çendîn gavên giring jî ceribandin.”

REŞAD ÖzKAN

Munîh - Pisporê Rojhilata Navin

û Kurdistanê Prof. Dr. Udo Steinbach

bi munasebeta serdana Wezîrê

Derve yê Almanyayê Guido Westerwelle

bo Tirkiyê, pirsên me li ser

endambûna Tirkiyê bo YE’yê,

hewldanên Tirkiyê bo gihiştina hêzekî

sereka li herêmê û li ser hilbijartinên

pêş li İraqê bersivandin.

Di derbarê endametiya Tirkiyê ya

YE’yê Wezîrê Derve yê Almanyayê

Guido Westerwelle got: “Ma- fê Tirkiyeyê

ye ku bi awayekî adil û bi hevkarekî

pêbawer danûstandin li gel

wê bên meşandin.“ Lê ew behsa endametiyeke

tam di YE’yê de nake. Bi

rastî jî Almanya li gel endambûna

Tirkiyê di YE’yê ye. Kîjan berjewedî

di vir de hene?

CDU û hem jî CSU li dijî endametiyeke

tam ya Tirkiye di Yekîtiya

Ewrûpayê de ne û alîgirê hevkariyeke

pêşketî ne. FDP alîgirê wê

yekê ye ku danûstandin vê gavê bidomin

û bi peymanê re pêbend bin,

ji xwe Westerwelle jî ev yek anî

ziman. Li gor Westerwelle ev yek

“encam vekirî“ rêve diçe, yanî eger

danûstandin bi erênî bi dawî bibin,

wê demê Tirkiye dibe xwedî perspektîvekê

bo endamatiyeke tam. Lê

vê gavê ew nikarê vê yekê li Enqere

bi eşkereyî ragihîne, ji ber ku

bi vi awayî ev tişt di peymana koalisyonê

de nehatiye nivîsîn.

Çima danûstandinên di navbera

Tirkiye û Yekîtiya Ewrûpayê li ser

endametiyê, ku ji sala 2005’an ve

têne meşandin, hewqasî giran

giran bi pêş dikevin?

Çendîn sedemên vê yekê hene.

Noqteya yekê: optîmizm û heyecana

danûstandinan ji destpêkê ve

ne gelekî bi hêz bû. Noqteya duyan:

Tirkiye kete krîzeke siyasî, weke

ku em dizanin. Nakokiyên bi artêş

û dadgeha destûrê re hebûn. Van

hêmû tiştan bala serokwezîr ji ser

reforman vegerand û bi vî awayî bi

rastî jî rawestandinek ji aliyê tirk jî

pêk hat. Û heta ku aliyê tirk gavên

ber bi pêş neavêtin, YE’yê jî ji aliye

xwe ve tu pêwistî nedît ku ji aliyê

xwe ve gavan bavêje. Wekî din jî,

û ev noqteya sêyan e, pirsgirêka

Qibrisê heye. Ev hemû di ser hev

“Ez bawer dikin ku

wan niha serkeftinên

mezin bi dest xistine

û ji bo serkeftinên din

divê ew gelekî hessas

tevbigerin.“

de sedemên wê yekê nîşan didin ku

çima danûstandin bi lez pêş ve

neçûn. Lê dîsa jî divê em bibînin ku

danûstandin bi pêş dikevin û îsal

wê danûstandinên endametiyê li ser

çendîn babetên din jî bêne destpêkirin.

Çima ne pirsa kurdan lê ya Qibrisê

weke “mifte“ ji bo danûstandinên

endametiya YE’yê tê nîşandan?

Pirsa kurdan jî ji aliyê Yekîtiya

Ewrûpayê weke pirsgirêkeke siyasî

ya Tirkiyeyê tê dîtin, lê YE vê gavê

zorê dikşîne ku xwe têxe nav vê

pirsê. Li aliyekî serokwezîr Erdoǧan

heye: Wezîrê Derve yê Almanyayê

Weserwelle ji ber hewldanên

wî yên bipêşxistina demokratiyê,

wesfê Erdoǧan dan. Lê av tenê

aliyeke. Li aliyê din jî Dadgeha

Destûrê heye ku partiya kurdan

DTP girt. Li vir bêguman YE jî xwe

di zoreke mezin de dibîne, lê dîsa jî

Tirkiyeyê dehf dide ku bi prensîpên

dadwerane re pêbend be. YE’yê di

mesela pirsa kurdî de gelek hewldan

nedan, ji ber ku ev pirsa kurdî

li Tirkiyeyê bi xwe jî cihê nêrînên

cuda ye. Lê dîsa jî divê bê gotin ki

serokwezîr di mehên borî de herî

kem çendîn gavên giring jî ceribandin.

Lê pirsa Qibrisê pirseke legal

e. Di vir de şertên destnîşankirî

hene. Qibris ji sala 2004’an ve endamê

YE’yê ye û bi vê yekê xwedan

maf e ku bibe endamê yekîtiya

gumrikê û Hikûmeta Tirkiyê li pêşiya

vê yekê dibe asteng. Ji bo

YE’yê lîstina karta Qibrisê gelekî

hêsantir e ji lîstina karta kurdan ku

qelekî kompleks e û vê gavê di

nava Tirkiyeyê de cihê nêrînên

cuda ye.

Tê gotin ku Tirkiye ji ber rola xwe

ya mina pirekê, di nakokiyên di

navbera Ewrûpa û Rojhilata Navîn

de navbeynkareke giring e.

Hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Ez vêna gelekî giring dibînim. Ez

bawer dikim ku Tirkiye, berî hertiştî

di bin wezîrtiya derve ya

Ahmet Davutoǧlu, gavên berbiçav

ji bo arambûna derdorê li Rojhilata

Navîn û Qefqasyayê avêt.

Tirkiye hewl dide ku li Rojhilata

Navîn bibe hêzêke sereke ya herêmê.

Ew hewl dide ku li gel Îran,

İraq û Sûriyeyê hevpeymaniyên

nû ava bike û di heman demê de bi

her awayî li dijî mafên siyasî-netewî

yên kurdan e. Ev hevgirtinên

ku li dijî Îsraîlê ne jî, bi siyasetên

derve yên YE û DYA’yê diguncin?

Bi çend rêzan ne hêsan e ku bersiv

bê dayîn. Ji aliyekî ve rast e ku

Tirkiye hewl dide ku rola pirekê bilîze,

rola hêzeka biquwet ya herêmî.

Li ser siyaseta di derbarê

kurdan li hundurê Tirkiyeyê, bêguman

mesele negihiştiye wê asta ku

diviyabû lê bûye. Lê divê em ji bîr

nekin ku birêz Erdoǧan di mehên

borî de herî kêm çendîn însyatîfên

giring ceribandin. Lê kurd ji min

baştir dizanin ku li hemberî van

hewldanan dijayetiyeke mezin ji

gelek aliyan derket pêş û dijayetiya

van hêzan rê li girtina DTP’ê vekir.

Nakokiya li ser bernameya atomê

ya Îranê çi rolê ji bo pêwendiyên

tirk-ewrûpî dilîze? Nîşanên wê

yekê hene ku Tirkiye jî hewl dide

ku bibe hêzeke atomî?

Ew nîşan tune, eger min tiştek ne

borandibe. Lê tiştê ku vê gavê bêguman

di orteyê de ye, roleke muhtemel

ya navbeynkariyê ji aliyê

Tirkiyeyê ve ye. Hîn jî ew pêşniyaz

di ortê de ye ku beşek ji madeyên

atomî yên Îranê bo Tirkiyeyê anjî di

ser Tirkiyeyê re bo Ewrûpayê bên

şandin. Yanî herî kêm Tirkiye weke

hevkar ji bo aramkirina wê nakokiyê

li ser zimana ye.

Di Adara bê de hilbijartinên parlamenoyê

li İraqê hene. Kurd îsrar

dikin ku Kerkûk beşek ji Kurdistanê

ye lê ereb û dewletên cîran di

vê yekê de “tehlûkeyeke kurdî“ dibînin.

Hûn pêşeroja vê pirsgirêkê

çawa dibînin? Şerekî navxweyi li

pêş me ye? DYA’yê di vê derbarê de

çi rolê dilîzin?

Eger kurd li ser wê yekê îsrar

bikin ku Kerkûk beşek ji Kurdistana

Federe ye, wê gavê nanokiyeke

din li pêş me misoger e. Ti

ereb û bêguman ti cîran wê qebûl

Köln (Rûdaw) – Hejmara bûyerên

şîdetê yên ji aliyê kesên nijadperest

têne pêkanîn li Almanyayê

piştî şeş salan bo cara yekê

dîsa ber bi kêmbûnê diçe. Ev yek

ji aliyê rojnama almanî “Bild“

hate belavkirin. Wekî çavkanî rojnama

navborî Saziya Federal ya

Tawanan “Bundeskriminalamt”

(BKA) nîşan da.

Li gor rojnama Bild di 11

mehên destpêkê yên sala 2009’an

de ji hêman dema sala 2008’an

kêmtir bûyerên şîdetê bi paşxaneya

nijadperestîk hatine jimartin.

Li hemberî van agahiyan,

BKA li Wiesbadenê daxuyand ku

hejmarên belavkirî ne ji wan hatine

wergirtin û hejmarên di vê

derbarê de wê di demeke nêz de

ji aliyê Wezîrê Navxwe yê Almanyayê,

Thomas de Maizière,

bêne eşkere kirin. Ev agahî çawa

gihane rojnama Bild, li ser vê

yekê BKA jî niha ketina nava lêkolînan.

Hejmar 27 | Sêşem | 12. Çile 2010

neke ku Kerkûk bibe beşek ji Kurdistana

İraqê. Di vir de metirsiyek

mezin ji bo hebûna konfederal anjî

federal ya yekîtiya İraqê heye: Eger

kurd li İraqê bi daxwazên xwe ji

çarçoveyê derkevin, ewê zû anjî dereng

xwe di nav aliyê binketî de bibînin.

Ez bawer dikin ku wan niha

serkeftinên mezin bi dest xistine û

ji bo serkeftinên din divê ew gelekî

hessas tevbigerin. Divê ew daxwazên

xwe bi hessasî kontrol bikin û

bi hessasî bibînin, ew heta kuderê

dikarin bi pêş ve herin. Ne tenê ji

ber Hikûmeta Bexdayê, lê ji ber ya

Enqere û Tahranê jî. Bêguman

amerîkî jî xwedan berjewendî ne li

herêmê. Lê amerîkî jî, ku vê gavê

di nava pêwendiyên xurt li gel desthilata

kurdî li İraqê de ne, eger kurd

bi daxwazên xwe çarçoveyê derbas

bikin, wê nikaribin weke hevalbend

li aliyê kurdan bimînin.

Udo Steinbach kî ye?

Rûdaw

Prof. Udo Steinbach pisporê Zanistê

Îslamî û Rojhilata Navîn e û ji

sala 1976 heta 2006’an dîrektorê

Enstîtuya Alman ya Orîent li Hamburg

ê bû. Steinbach niha doçentiyê

li Navenda Lekolînên li ser Rojhilat

Nêzîk û Navîn (Centrum für Nahund

Mittelost-Studien) li zanîngeha

Philipps ya bajarê Almanya, Marburgê

dike.

Almanya:

Şîdeta nîjadperest

kêm dibe

Wekî ku rojnama navborî

belav kiriye, heta dawiya Mijdara

2009’an 624 bûyerên şîdetê ji

aliyê kesên nijadperest hatine jimartin.

Li gor heman dema sala

2008’an ev tê wateya kêmbûneke

ji sedî 8,5. Hejmara kesên ku ji

aliyê kesên nijadperest ve hatine

birîndarkirin jî ji sedî 14 kêmtir

bûne û ji 713 kesan daketiye 614

kesan. Lê li hemberî kêmbûna

bûyerên şîdetê, hejmara kiryarên

dijqanûnî yên bi paşxaneya nijadperestîk

bi giştî ji sedî 0,35 hilketiye.

Di nava wan kiryaran de

bûyerên propagandayê, mîna nivîsîna

nîşanên Naziyan, anjî nîşana

silava Hîtler hatine komkirin.

Li gor agahiyên heman rojnameyê,

li hemberî kêmbûna bûyerên

bi paşxaneya nijadperestîk,

tenê di neh mêhên destpêkê yên

sala 2009’an de hejmara bûyerê

şîdetê bi paşxaneya çep-tundrew

ji sedî 49,4 zêdetir bûye.
Rûdaw

Hejmar 27 | Sêşem | 12. Çile 2010

Nûçeyên di derbarê

bicihbûna hêzên DYA’yê li

Yemenê zêde dibin.

Tevî ku rayedarên amerîkî

tevlîbûna hêzên xwe di

operasyonên lu dijî

Al-Qaîda red jî dikin,

nîşanên tevlîbûna hêzên

wan li dijî şervanên

Al-Qaîda zêde dibin.

Serwîsa Cîhanê (Rûdaw) – Piştî

rûxana rejîma Saddam Huseyn li

İraqê, gelek derdor li bendê bûn ku

Îran êdî bibe hedefa rokêtên artêşa

DYA’yê. Lê welatekî jibîrkirî yê li

ber têkçûnê, ku li gor daxuyaniyên

rayedaran rojavayî bi hezaran şervanên

Al-Qaîdayê lê bi cih bûne, vê

dawiyê bala berpirsên amerîkî bêtir

dikşîne ser xwe.

Piştî ku welatiyekî Nîjeryayê bi

navê Omar Faruk Abdulmutallab di

hewldana xwe ya teqandina balafireke

rêwiyan li ser bajarê Detroit a

DYA’yê di 25’ê Kanûna borî de bi

ser neket û hate desteserkirin, welatê

ku Abdulmutallab lê perwedeya

leşkerî dîtibû, Yemen, bêtir

ket nav nîqaşên raya giştî yên li ser

şerê DYA’yê yê li dijî Al-Qaîda û

rêxistinên “terorîstî“. Tê îdiakirin

ku Abdulmutallab gelek caran rêya

xwe bi Yemenê xistiye û li wê derê

hem di kampên Al-Qaîda de hatiye

perwerdekirin û hem jî ji bo “misyona“

xwe hatiye amadekirin. Di

daxuyaniyeke piştî girtina Abdulmutallab

de, rêxistina “Al-Qaîda li

Nîvgirana Erebî“ berpirsyariya çalakiya

Abdulmutallab jî girt ser

xwe. Piştî van bûyeran, ji ber sedemên

ewlekariyê, di destpêka vê salê

de çendîn welatên rojavayî yên

weke DYA, Brîtanya û Fransayê bo

çend rojan balyozxaneyên xwe li

Yemenê girtin.

Berê jî gelek caran behsa wê

yekê dihat kirin ku hêzên taybet

Çîn dibe bihuşta qumarê

Serwîsa Cîhanê (Rûdaw) – Di

sala 2006’an de Makau cihê Las

Vegasê girt. Li bajarê xwedî mezintirîn

kasînoyên cîhanê, ji Las Vegasê

bêtir bi qumarê tê lîstin. Salê

derdora 25 milyon kes ji bo lîstinê

serdana Makau dikin û bi milyaran

dolar li wî bajarî dihêlin. Pirraniya

mêvanan çînî ne.

Makau ya tenê 22 metre qarî, ku

heta sala 1999’an koloniyeke Portûgalê

bû û niha bi awayekî taybet

ji aliyê Çînê ve tê rêvebirin, xwedî

39 kasînoyên rojane 24 saetan vekirî

ye. Kasînoyên Makau salane

derdora 25 milyon kesan dikşînin

vê nîvgirava li başûrê Çînê. Pirra-

niya wan kesan ji Komara Gel ya

Çînê ne. Li Çînê bi xwe qumar bi

fermî heta niha jî qedexe ye. Ji ber

vê yekê bi hezaran çînî berê xwe

didin bihuşta li pêş deriyê xwe:

Makau.

Gavekî mezin ji bo pêşxistina

sektora qumarê li Makau beriya

çend salan hate avêtin, dema ku hikûmetê

biryar girt ku monopola qumarê

ya milyarder Stanley Ho rake

û lîsansa vekirina kasînoyan bide

pênc şîrketan. Ji hingî ve çendîn kasînoyên

lûks bi buhayê milyaran

dolar hatin vekirin. Mezintirîn kasînoya

cîhanê “Venetian“ bi buhayê

2,5 milyar euro di havîna 2007’an

yên DYA’yê li Yemenê hêzên wî

welatî perwerde dikin. Li ser alîkariya

leşkerî ya DYA’yê bo Yemenê

agahiyên cuda hene. Li gor rojnama

New York Times, DYA bo

dema 18 mehan bi buhayê 70 milyon

Dolar alîkariya perwerdeya

hêzên yemenî yên dijterorê dike,

çavkaniyên din behsa heta 100 milyon

Dolar dikin. Di havîna borî de

serfermandarê Hêzên DYA’yê li herêmê,

general David Petraeus û şêwirmendê

Barack Obama yê têkoşîna

li dijî terorê John Brennan,

bêyî haydarbûna raya giştî, serdana

Yemenê kiribûn. Çend rojan beriya

sersalê dîsa Petraeus çûbû Yemenê.

Di sala borî nûçeyên li ser bicihbûna

hêzên Al-Qaîda li Yemenê

Çîn bi hêmû hêza xwe bi pêş dikeve. Bajarekî başûrê Çînê

jî bazara qumara Cîhanê li xwe kom kiriye.

Karkerên li qumarxaneyan mehane 1000 Dolar distînin - pênc qatî karê normal li Çînê.

Cîhan

Yes we can – vê carê li Yemenê?

Yemen xizantirîn welatê Nîvgirava Erebî ye û ji bilî pirsgirêkê navxweyî niha jî ji ber “terorîzma navnetewî“ di fokûsa hêzên cîhanê de ye.

de li Makau ji aliyê milyarderê

amerîkî Sheldon Adelson hate vekirin.

Venetian xwedî 870 maseyên

qumarê, 3 hezar û 400 otomatên lîstikê,

16 hezar karker, 30 restorant û

3 hezar odeyên hotelê ye.

Salane derdora 30 milyon mêvan

dibin sedema danûstandina salane

derdora 15 milyar dolaran li vî bajarî.

Peşketin û qezanca ji qumarê

welatên din yên başûr-rojhilatê Asyayê

jî hesûdî û hişyar kirin. Welatên

weke Sîngapûr û Taiwanê jî

dest bi lêgalîze û avakirina kasînoyan

kirine û hêvî dikin ku serkeftina

Makau li welatê xwe jî dubare

bikin.

Qûmar li Makau xwedî kevneşopiyeke

dirêj e. Dema ku Hong

Kong a cîran bi bazirganiya bi Brîtanyayê

re her ku diçû giringtir

dibû, Makau mecbûr ma ku li rêyên

nû yê bidestxistina pereyan bigere.

Weke ku dîroknasa çînî Ana Vong

dibeje, Makau ji bo ku têk neçe, di

sala 1847’an de qumar lêgalîze kir

û her ku çû qumar ji bo bajêr giringtir

bû: “Makau ya îro pirranî bi

hatina ji qumarê û ji bazara afyonê

hate avakirin.“ Afyon hate qedexekirin,

lê qumar ma.

Makau ya xwedî 600 hezar nîştecih,

bajarekî ku bi pêş dikevê ye.

Berî her tiştî, ji hatina ji qumarê.

Heqdesta karkerên vî bajarî ku gelekên

wan di sektora qumar û lîstikê

de kar dikin, mehane derdora

pirrtir bûbûn û di navbera hêzên

Yemenê û şervanên serhildêr de

pevçûn zêde bûbûn. Tenê di operasyonên

hewayî yên di Kanûna borî

de bêtirî 30 kesên, ku tê îdiakirin

endamên Al-Qaîda bûn, hatibûn

kuştin. Tê gotin ku di nav kesên ku

di wan operasyonan de hatine kuştin,

îmamê radîkal yên xwedî bandor,

Anwar al-Awlakî, jî hebûye. Bi

wî îmamî re hem pêwendiyên Abdulmutallab

jî hebûn.

Herçiqaqs tê gotin ku ew operasyon

ji aliyê hêzên yemenî hatiye

meşandin jî, lê tê guman kirin ku bi

îhtimalekî mezin hêzên DYA’yê jî

tevlî êrişan bûne. Heta niha rayedarên

amerîkî naxwazin qebûl bikin

ku ew bi awayekî rasterast tevlî ça-

Serwîsa Cîhanê (Rûdaw) – Di

navbera 11’ê Pûşper û 11’ê Tîrmeha

vê salê, Peşbirka Futbolê ya

Cîhanê li Afrîkaya Başûr tê lidarxistin.

Tevî ku cara yekê ev pêşbirka

futbolê li Afrîkayê li dar

dikeve jî û ji niha ve tansyona futbolhezên

Afrîkanî roj bi roj mezintir

dibe, futbol li vê parzemînê

ji pêşbirkeke werzîşî bêtir e.

Herî zêde heyecana vê pêşbirka

werzişî li Afrîkaya Başûr, tê

hîs kirin. Hemû tax û kolanên bajarên

Kapstadt, Johannesburg û

Durban bi reklamên hatine xemilandin.

Lê pisporên futbolê bi şik

in ku Afrîkaya Başûr dewra yekê

ya pêşbirkê jî derbas bike. Di van

salên dawî de tîma Afrîkaya

Başûr herî zêde bi têkçûn û gendeliya

federasyona futbolê ya wî

welatî SAFA bal kişand ser xwe.

Lê Afrîkaya Başûr ne tekane

welate ku futbol lê cihekî taybet

digre. Li gelek welatên din yên

Afrîkayê desthilatdar futbolê ji

bo berjewendiyên xwe yên şeqsî

700 euro ye. Lê dîsa jî hinek kes ji

rewşa bajarê xwe dilgiran in. Tevî

ku Makau wekî Hong Kongê bi

awayekî taybet jî tê rêvebirin, gazin

tên kirin ku rêveberiya taybet li

Makau di rastiyê de tenê ji aliyê

aborî ve taybet e û ji aliyê mafê mirovan

û demokrasiyê ve ferqeke

mezin di navbera tevaya Çînê û

Makau de tune. Lê ji ber rewşa

lakiyên çekdarî dibin. Li ser rola îstixbarata

DYA’yê û ka wê çi agahî

dane rayedarên yemenî, ti agahî

nayên dayîn.

Rayedarên amerîkî pêşbînî dikin

ku li Yemenê heta 1500 şervanên

Al-Qaîdayê têne perwerde kirin. Li

ser pêşveçûna pêwendiyên DYA’yê

û Yemenê, senatorê eyaleta Connecticut,

Joseph Lieberman, li ser

danûstandineke van rojan di navbera

xwe û payebilindekî Xesra Spî

de wiha got: “İraq şerê doh bû, Afxanîstan

şerê îro ye. Eger em pêş li

pêşveçûnan negrin, Yemen wê şerê

sibe be.” Hinek bûyerên vê dawiyê

wekî nîşanên wê yekê dixuyin ku

Washingtonê şerê li Yemenê dest pê

kiriye jî.

Afrîka 2010:

Futbol: Afyona gel

13

bi kar tînin. Bo mînak di salên

90’î de serokê Nîjeryayê, Sani

Abacha, rasterast destêwerdan di

tîma netewî de dikir û serkeftinên

tîma netewî bo xwe bi kar dianî.

Wekî ku nivîskarê pirtûkeke li ser

futbola Afrîkayê, Bartholomäus

Grill yê alman dibeje, futbol dikare

weke afyonê jî bê bikaranîn,

bo ku bala xelk ji desthilatê bê

gerandin û li welatekî diktotorî

hizra netewî bê avakirin. Bi

heman awayî serokê cîranê Nîjeryayê,

Kamerûn, Paul Biya jî

tîma netewî bo zedekirina hezkirina

xwe di nav gel de bi kar tîne:

Her cara ku tîma Kamerûn bi ser

dikeve, sê roj betlane tên îlankirin.

Di destê rejîmên tundrew futbol

jî dibe xwedî rolekî taybet.

Têvî van aliyên neyênî yên futbola

Afrîkayê, çendîn tîmên qurt

ji Afrîkayê jî wê alîgirên xwe bicoşînin.

Di nav wan tîman de

tîmek xwedî potenziyela heta fînalê

jî heye: Peravê Diranfîl.

aborî ya baş gelek kes ji hikûmeta

xwe razî ne û kêm hewldanên guhertinan

tên kirin. Lê Hikûmeta

Çînê bi xwe hewl dide ku hinek guhertinan

li Makau pêk bîne: Niha ji

sedî 90’ê hatina bajar ya ji bacê ji

sektora qumarê ye. Pêkîng bi xwe

vê rêjeyê gelek dibîne û dixwaze ku

bajar sektorên din jî bipêş bixe û ne

tenê bi hatina ji qumarê bijî.
14 Zazakî

Faşîstîya Cîrananê Ma

RoŞAN lEzGÎN

Keyepelî înternetî yê rojnameyê

Zemanî de bi sernameyê “NBC

televizyonunda skandal görüntü

(Televîzyonê NBC de manzaraya

skandale)” (*) yew xebere weşanîyaya.

Mexrecê xebere ajansa

ANKA ya. Destpêkê metnê xebere

de mîyanê parantezî de îbareyê

(VÎDEO) nuşteyo. Yanî, merdim

wina fehm keno ke hem xebere

hem zî vîdeoyê manzaraya skandale

esto. La keyepel de tena metnê

xebere esto, vîdeoyê manzaraya

skandale çin o. Wina fehm beno ke

edîtoran bi zanayîş vîdeo, yanî

manzaraya skandale nêweşanaya.

Çunkî beno ke skandal yewna

skandalî xo reyde bîyaro!

Muhtewaya xebere bi kilmîye

wina ya: Kanalê televîzyonî yo

tewr gird yê Amerîka (DYA) NBC

de yew xebere weşanîyaya. Xebere

derheqê hîrê tene ciwananê amerikayîjan

de ya. Nê her hîrê ciwanan

waşto sînorê Îranî ra bi qaçaxî bivîyarê

la hetê hêzanê leşkerî yê

Îranî ra tepişîyay. Kanalê televîzyonî

NBC gama ke derheqê na bîyene

de programanê hela sibaynan

ra programo bi nameyê “Today’s

Show” de xebere pêşkêş kerda, xerîteyê

mintiqa zî ekran de nîşan

dayo û ser o îbareyê “Kurdîstan”î

nuşto. Tirkê ke Amerîka de ciwîyenê

naye ser o har bîyê û tofan

kerdo ra! Şaristanê Nîw Yorkî yê

Amerîka de bi nameyê “Radyo

Türküm” yew kanalê radyoyî esto.

No radyo na mesela de bîyo merkezê

reaksîyonê tirkan. Sey yew

kampanya protestonameyêk nuşto

û kanalê televîzyonê NBC rê şawito.

Xebera nê reaksîyonî û protestoyî

hetê ajansa ANKA ra

virazîyaya û ro heme cîhanê çapemenîya

tirkan vila kerda.

Tercumeyê metnê protestoyê tirkan

tam wina yo:

“Today’s Show” ke hela sibaynan

televîzyonê NBC de weşanîyêno,

a xebera ke derheqê 3

ciwananê DYA ke hetê Îranî ra bi

sucê ke înan waşto bêdestûr sînor

ra bivîyarê tepişîyay de weşanaya,

mintiqaya ke ciwanî uca sînor ra

vîyartê sey Kurdîstanî nîşan dayo.

Na xebera ke behs bena de nê 3 ciwanê

ke hetê Îranî ra tepşîyay ra

mesajê dadîya Sarah Shourde yo

derheqê Îranî de ca girewt. Dayîke

nê mesajî de vato, nê ciwanî merdimê

hol ê û înan nêwaşto ke Îranî

rê bêhurmetîye bikerê, ez hêvî kena

ke serbest veradîyê. Labelê xeberêka

winayêne de zî televîzyonê

NBC û weşangerê “Today’s Show”î

ke hurmet nîşanê yekpareyîya erdê

Tirkîya û Îraqî nêdanê, serê xerîteyî

de îbareyê Kurdîstanî ronayo. Ma

sey cematê Radyo Türküm NBC

şermezar kenê ke yew welato xeyalî

yo ke hetê dewletanê cîhanî ra nasnêbîyo,

bin ra çin bîyo, belgeyanê

resmîyan de nameyê ey zî çin o,

seke estbo nîşan dayo.

Yê ke nê çîyan vanê, dewleta Tir-

Faydeyê Hewice

Hewice (gizêr, bûncike) hetê vîtamînanê

A, C, B1 û B2 ra zaf zengîn

a. Hewice hem kal hem pewte

û hem zî sorawke de werîyêna. Hewice

panke nêbo zî hewna ganî toleyê

aye nîyero pacitiş. Çunkî yew

hewice de 30 mg vîtamînê C, vîtamînê

B1-B-B6, mînarelê kalsîyum,

asin û potasyumî estê. Qismêko pîl

yê nê vîtamîn û mînarelan toleyê

hewice de yê. Eke toleyê hewice bipacîyo,

zafaneyê vîtamînî vindî

beno. Herinda ke toleyê hewice bipacîyo,

verê awa musluxe de bi

firçe bîyero şutiş hîna hol o.

Dermanê kurmancîye de seba

masayîşê pîzeyî, teberkerdişê îdrarî

û edet bîyayîşê cinîyan de toximê

hewice ra îstîfade beno.

Goreyê tesbîtê cigêrayoxanê sihetî

eke cinî hewte de panc rey hewice

biwerê, cinîyan de se ra 68 enfarktusê

qelbî û tahlukeyê felcî kêmî

beno. Şitê dadîya ke pitikî lewnena

zêdîyêno. Eke camêrdî roje di hewican

biwerê kolesterolê gonî se ra 10

yeno war. Merdim roje yew hewice

biwero tahlukeyê qansêrê kezebe

nîme ra nîme kêmî beno.

Hewice posteyê merdimî tenik,

nermek û rindek kena, rengê posteyê

merdimî kena pembeyî, çiqranê

rî û milê merdimî kena vindî.

Eke merdim zêde ra hewice biwero,

cîldê merdimî biney rengê

porteqale de zerd bibo zî zerarê xo

çin o. Karbonhîdratê kompleksî ke

hewice de estê, enerjî danê mer-

dimî. Hewice sîstemê wucûdê merdimî

yê xoverodayîşî (bağışıklık

sîstemî) hêzdar kena. Hormonanê

seksî aktîv kena û hêzê cinsî zêdnena,

qewetê merdimî vêşî kena.

Beta-karoteno ke hewice de esto

vînayîya çiman vêşî keno. Hewice

nêweşîyanê sey kêmvînayîş, dewqeşîyayîş,

kewtişê tansîyonî û bêhalîye

tedawî kena. Mezgê merdi-

kîya yan yew dezgeyêkê dewlete,

ma vajin ke artêşe, yan zî yew mesûlê

dewlete nîyo, şar bi xo yo. Tirk

ê. Sey min û şima merdimê sivîl ê.

Vanê, “Ma NBC şermezar kenê

ke yew welato xeyalî yo ke hetê

dewletanê cîhanî ra nasnêbîyo,

bin ra çin bîyo, belgeyanê resmîyan

de nameyê ey zî çin o, seke

estbo nîşan dîyayo.” Perrê wetênî

yê dinya de, ta Amerîka de, yew kanalê

televîzyonî, eke qezaen bo zî,

xerîteyî ser o nameyê yew mintiqa

sey “Kurdîstan”î nîşan bido, tirkî

na kerdene sey “skandal” vînenê!

Tavilî har benê û kampanyaya protestoyî

organîze kenê.

Na kerdene senî îzeh bena?

Ez vana qey tirkî wazenê bi no

qayde çimê her kesî bitersnê. Qezaen

yan bi şaşî bo zî, ganî tu kes

nêvajo “Kurdîstan esto.” Eke vajo,

tirkî har benê û înan protesto kenê.

Eke destê înan ra bîyero beno ke

qetlîam zî virazê. Ez tekrar vana, ê

ke nê çîyan kenê dewlete yan yew

dezgeyêkê dewlete yan zî yew mesûlê

dewlete nîyo, tirkê sivîl ê, şarê

tirkan bi xo yo.

Merdim na kerdene, yanî nê reaksîyonî,

na helwêste senî name bikero?

Esas merdim çi name pirano?

Îran de, hemeyê mintiqaya kurdan

nêbo zî, erdê kurdan ra qismêko

pîl bi nameyê “Ostanê

Kordistan”, yanî “Eyaleta Kurdîstanî”

name beno. No namedayîş

resmî yo. Yanî, cayo ke her hîrê ciwananê

amerîkayijan waşto bi qa-

mî hîna vêşî şuxulnena, vîrê merdimî

teze kena. Bronşan akena, kulxutikî

(kixika ziwa) vindarnena û

roqilayan nerm kena. Hewice bi

suret gonî virazena, qebzbîyayîşî

bena, îshalî vindarnena, sefra erzena

teber, dejê velgan vindarnena

û qewet dana kezebe. Hewice reyan

(damaranê gonî) nermek kena, nêweşîya

qelbî rê zî zaf baş a.

çaxî sînor ra bivîyarê, hetê dewletêk

ra bi hawayêko resmî sey

Kurdîstanî şinasîyêno. Eynen,

belgeyanê resmî de zî “Kurdîstan”

nuşte yo.

Teberê sînorê Îranî de, bakûrê

Îraqî de mintiqayêka girde hetê

zafê dewletan ra, hetta ke, hetê

dewleta tirkan ra, yanî hetê Tirkîya

ra zî bi hawayêko resmî sey Kurdîstanî

şinasîyêna. Belgeyanê resmîyan

de zî na mintiqa sey Kurdîstanî

qeydkerde ya.

Dewrê dewleta Osmanî de mintiqaya

ke kurdî tede ronişenê sey

Kurdîstanî name bîyêne. Belgeyanê

resmîyan de nameyê na mintiqa

Kurdîstan bi. Nika zafê erdê Kurdîstanî

mîyanê sînorê dewleta tirkan

Tirkîya de yo. Badê ke

faşîstanê tirkan (Îtîhad we Teraqî)

serektîya Mistefa Kemalî de ko-

Hûmare 27 | Sêşeme | 12. Çele 2010

Çapa hîrêyine ya hîrakerdîye yê

Ferhengê Kirmanckî (Zazakî)-

Tirkî/Kırmancca (Zazaca)-Türkçe

Sözlük ke hetê Grûba Xebate ya

Vateyî ra amade bîyo, vejîya.

Na çape de çekuyê ke Grûba

Xebate Ya Vateyî 16 kombîyayîşan

de tesbît kerdê ca gênê. Ferheng

de 34 hezarî ra vêşêr çekuyî

estê. Nînan ra dorê 20 hezarî varyant

ê, yanî yê ke manaya “biewnîye”

de bi “b.” îşaret bîyê. 14

hezarî çekuyanê bînan ra, dorê 4

hezarî çekuyî kar yan zî çekuyê

pêrabeste yê. Grûba Xebate ya Vateyî

16 kombîyayîşan de dorê 10

hezarî çekuyî formê standardî de

tesbît kerdê.

Endamê Grûba Xebate ya Vateyî

ke no ferheng amade kerdo,

kurdê kirmanc (zaza) ê. Kesê ke

na grûbe de ca gênê cayanê cîyacîyayan

yê Kurdîstanê Bakûrî ra

yê. Serra 1996 ra nat xebata arêdayîş,

standardîzekerdiş û averberdişê

kirmanckî (zazakî) kenê.

Endamê grûbe çerçewaya na xebate

de serre di rey kom benê.

Kombîyayîşanê Grûba Xebate ya

Vateyî de qaydeyê rastnuştişê na

lehçe tesbît benê, çerçevaya temayêk

de çeku û terman ser o munaqeşe

kenê. Peynî de sey meylê

grûbe, yew formê çeku yan zî

termî sey formo standard qebul

kenê. Çekuya ke sey standard

Rûdaw

mara Tirkîya rona û Lozan de resmîyetê

aye tescîl kerd, weriştî bi

darê zorî kurdî înkar kerdî û nameyê

Kurdîstanî qedexe kerd.

Ewro her kes mutabiq o, dinya

alem pêro zano ke nufûsê kurdan

40 mîlyonî ra vêşêr o. Her cayê

dinya de kurdî estê. Helbet Amerîka

de zî kurdî estê. Labelê tirkî,

şarê tirkan, qasê panc perey kurdan

ra fikare nêkenê, pax bi kurdan nêkenê.

Werzenê dewletêka tewr

girde yê cîhanî de, kanalê televîzyonêkê

tewr girdî protesto kenê,

tehdîd kenê, çimê înan tersnenê ke

yew nameyo ke tirkan qedexe

kerdo, çira ê zî qedexe nêkenê.

(Nuşte dom keno...)

(*) http://www.zaman.com.tr/haber.do?

haberno=929516&title=nbctelevizyonunda-skandal-goruntu

Ferhengê Kirmanckî

(zazakî)-Tirkî

qebul bîya, heme versîyonê aye ke

tesbît bîyê zî ferheng de ca gênê.

Bi nê şeklê xo, mîyanê ferhenganê

nê tewiran de na xebate xebata

tewr biserûber û biîstîqrar a.

Adresa waştişî:

Vate Yayınları

Katip Mustafa Çelebi Mahallesi,

Tel Sok. No: 18 Kat: 3

Beyoğlu – İstanbul

Tel: 0 212 244 94 14

wesanxaneyevateyi@hotmail.com

Kunyeya kitabî:

Grûba Xebate ya Vateyî, Ferhengê

Kirmanckî (Zazakî)-Tirkî/ Kırmancca

(Zazaca)-Türkçe Sözlük,

Weşanxaneyê Vateyî, Îstanbul,

2009, 624 rîpelî, ISBN: 978-975-

6278-40-6
Rûdaw Hejmar 27 | Sêşem | 12. Çile 2010 Hevpeyvîn 15

Serokê PAK’ê Elî Qazî:

Min destê Şah maç nekir û ez li hevdîtina wî jî

gelekî poşman im

“Mixabin, rêza ku divê ji bo Pêşewa were pêşkêşkirin, nayê pêşkêşkirin. Berê li Hewlêrê Festîvala Pêşewa hebû.

wezîrê Rewşenbîriyê yê wê demê Samî Şoreş got ku Îran pirsgirêkan derdixîne. Ez Qazî Mihemed ne tenê bavê xwe

dibînim, Qazî Mihemed yekemîn Serokê Komara Kurdistanê bû ye, ala Kurdistanê yadîgara Pêşewa Qazî Mihemed e,

doza serxwebûna Kurdistanê kiriye. Gotina pêşmerge, Ey Reqîb hemû yadîgarên Pêşewa ne...”

DIlBIxwÎN DARA

Em ji Partî Azadî Kurdistan

(PAK) dest pê bikin, weke ku diyar

dibe partiyeke bêdeng û ne pir

çalak e.

Nexêr, PAK ne lawaz e. Lê ji ber

ku em naxwazin di warê dîplomasiyê

de ji Herêma Kurdistanê re

pirsgirêk derkevin, em xebata çekdarî

li Rojhilatê Kurdistanê nakin.

Her wiha em hewl didin eniyeke

Kurdistanî ji bo Rojhilatê Kurdistanê

ava bikin. Rojnameya me

heye, radyoyeke me hebû, lê niha

kar nake. Em hewl didin televîzyneke

satelîtê ava bikin.

Pêwendiyên we li gel partiyên din

yên Rojhilatê Kurdistanê di çi astê

de ye?

Pêwendiyên me baş in, weke ku

min got, em niha hewl didin hizbên

Rojhilat nêzîkî hev bikin û eniyeke

niştimanî ava bikin.

Hûn dixwazin li Kurdistanê çi

bikin kek Elî, armanca we ya sereke

çi ye?

Em ji Rojhilatê Kurdistanê re

serxwebûnê dixwazin.

Pirsekê bala min kişand, tu çima

neçûyî nava partiya ku bavê te Pêşewa

ava kir, mebesta min HDKI

ye. Tu çûyî nava Yekîtî Şorêşgêranî

Kurdistan, piştre we ew kir Partiya

Azadiya Kurdistanê.

Min Partî Azadî Kurdistan

(PAK) hilbijart. Kîjan partî baş be

li wir kar dikim. Min cihê di nava

PAK de dît. Li aliyê din jî Hizba

Demokrat, bi şêweyekî fermî ez dawetî

nava Hizb nekirim. Lê têbiniyên

min jî li ser Hizb hebûn, min ji

bo xwe PAK baştir dît.

Navbera te û kek Hisên Yezdan

Pena çawa ye? Hinek xeber dibêjin

ku navbera we gelekî nebaş e.

Nexêr, pêwendiya me gelekî xurt

û gelekî baş e. Ji xeynî karê PAK jî,

em xizmên hev in. Di navbera me

de ti pirsgirêk tune ne.

Ji her du perçeyên Hizba Demokrat,

kîjan bêhtir nêzîkî fikra te ye?

Pêwendiya min li gel her balên

Hizbî Demokrat hene. Ji xwe ti ferqeke

mezin di navbera her du balên

hizb de tune ne. Herdu balan jî şaşiyek

kirin, bi nêrîna min, wan roja

26 Mijdarê weke “Roja Pêşmerge“

ragihandin, ev şaşiyeke mezin e.

Roja 26 Mijdarê roja bilindkirina

ala Kurdistanê ye. Di wê rojê de,

sala 1945 li Mehabadê ala Kurdistanê

hate hildan. Zêdetirî 20 hezar

kes di merasîma hildana alê de beşdar

bûn.

Eger Îran rê bide we, hûn amade

ne biçin li Rojhilatê Kurdistanê siyasetê

bikin?

Em nikarin li benda Îranê bin ku

rê bide em biçin li Rojhilatê Kurdistanê

karekî siyasî bikin.

Tu kurê tekane yê Pêşewa Qazî

Mihemed î, bi navê Kurî Reş tê

naskirin. Kê ev nav, çima li te kir?

Mamê min Abulqasim Sedrî

Qazî, jêre digotin Sedrulîslam, ew

bi temenê xwe ji bavê min biçûktir

bû, wî li pey bavê min jin anî. Du

keçên wî çêbûn. Ji bavê min re jî

keç çêbû, di wê demê de bapîrê min

Elî Qazî çû rehmetê, piştre ez ji

dayîk bûm, takekurek bûm di malê

de, bapîrê min jî taze wefat kiribû,

navê wî li min kirin. Ji bo rêzgirtina

ji bapîrê min re, ji bo ku her demê

navê wî neyê gotin, ji min re gotin

Kurî Reş. Dibêjin di Kurdewariyê

de, dema ku kurek xoşewîst be, jêre

Kurî Reş dibêjin.

Biborîne kek Elî, belkî ev pirs te

biêşînin, dixwazim bipirsim, daleqandina

bavê te tê bîra te? Tu çend

salî bû yî?

Ez wê dem 13 û nîv salî bûm.

Tê ber çavên te?

Na, min bavê xwe bi darê ve

nedît.

We çawa bihîst?

Em li mal bûn, me dît xelk bi girî

û bi hawar berê xwe daye mala me.

Bi roj bû, seet derdora şeş bû. Wê

demê me dizanibû çi rû daye.

Dema ku em ji mal derketin û me

xwest em biçin Çar Çira, eskeran

pêşiya me girtin. Wê demê dewletê

dixwest çend rojan Pêşewa û her du

mamên min Sedrî û Seyfî Qazî daleqandî

bihêle, ji bo ku bibe îbret.

Lê dema dît ku xelkê Mihabadê civiya

ye û dike hawar û xwedî li Pêşewa

û birayên wî derdikevin, êdî

tirsiya û her sê şehîd ji darê kirin.

Cara dawîn te bavê xwe li ku dît?

Li Mizgeftê, dema ku ew ji bo

şûştinê biribûn mizgeftê, min li wir

dît. Piştre ew birin goristanê. Ew

cara dawîn bû ku min bavê xwe û

her du apên xwe dîtin.

Piştî darvekirina Pêşewa, zaroktiya

te çawa derbas bû? Şah çawa

nêzîkî malbata we?

Dema ku bavê min hate

îdamkirin, ez li Mehabadê bûm. Hikûmetê

em gelekî nerihet kirin. Her

roj ji me re pirsgirêk derdixistin.

Weke nimûne, eger pêwendiya min

bi kurekî hevtemenê min re hebûya,

wê demê SAVAK tûnebû,

îdareyeke îstîxbarata eskerî li Îranê

bi navê Ruknî Duwem hebû, yekser

diçûn cem bavê wî zarokî û zor lê

dikirin ku pêwendiyê li gel min qut

bike. Ji ber vê yekê diya min ez ji

bo xwendinê şandim Tahranê. Pêwendiya

min li gel Partiya Tûde

çêbû.

Wê demê dayîka te Mîna Xanim li

Mehabad bû?

Belê ew li Mehabad bû, ez bi

tenê li Tehranê dimam.

Kek Elî weke ku ez dizanim, te li

Tehranê Şahê Îranê dît, ew hevdîtin

çawa çêbû?

Belê, rastê. Şahê Îranê xwest min

bibîne. Wê demê Dr. Qasimlo li

Mehabadê bû, min ji wî re got ku

Şah dixwaze min bibîne, biraderên

Hizb çi bidêjin? Qasimlo got, başrite

ku tu xwe veşêrî, piştre em te bi

rê dikin. Min ew rast nedît, min

hevdîtina Şah qebûl kir û çûme cem

wî. Wê demê ez 18 salî bûm.

Armanca Şah ji hevdîtina te çi bû?

Got ku destê wî di kuştina bavê

min de tune ye, serfermandarê artêşa

Îranê emrê îdamkirina bavê

min daye û her wekî din. Helbet

Şahê Îranî rastî nedigot. Şahê Îranê

bi xwe hukmê îdamkirina merhûmê

bavê min dabû.

Bi wê hevdîtinê Şah dixwest çi peyamê

bide?

Dixwest malbata Pêşewa razî

bike û nîşan bide ku ew di kuştina

bavê min de bêsûc e û vaye ew li

gel kurê Pêşewa rûniştiye…

Te bawer dikir ku Şah bavê te nekuştiye?

Belê destpêkê baweriya min bi

axaftina Şah hat. Wê demê belgeyek

di destê min de tune bû ku Şahê

Îranê bi xwe fermana îdamkirina

bavê min daye. Lê belê van salên

dawiyê belgeyek bi dest min ket,

Elî Qazî (Kurî Reş) vê gavê li Almanyayê dijî. (Wêne: Rûdaw)

têde dibêje ku Şahê Îranê îdamkirina

bavê min û her du birayên wî

îmze kiriye.

Daniştin eşkere bû?

Belê eşkere bû. Wê demê hemû

rojnameyên Îranê û cîhanê xeber

belav kiribûn ku ez Şah dibînim,

gelek peyamnêr, rojnamevan hatibûn

hevdîtina me bikin xeber. Gelekî

qerebelix bû, ji ber vê yekê

serokê Bilata Şah, rojnamevan derxistin,

niha sûretên wê hevdîtinê

tune ne.

Min bihîst ku te destê Şah maç kiriye…

Belê min jî bihîst, lê qet qet tiştekî

wiha tune ye, min destê Şah

maç nekiriye. Tenê me dest daye

hev.

Helwesta Hizbî Demokrat û binemala

Pêşewa li hember wê hevdîtinê

çi bû?

Diyare Hizbî Demokrat razî

nebû.

Xebera Mîne xanim ji hevdîtina

we hebû?

Belê

Razî bû?

Na, nedixwest ez biçim hevdîtina

Şah.

Eger belgeyek di destê te de haba

ku Şah bavê te îdam kiriye, wê te

di hevdîtinê de çi ji Şah re bigotiba?

Ez nediçûm cem wî. Ez vê jî

bêjim, Şah pirr bi hurmet pêşwaziya

min kir.

Tiştek ji bo te pêşkeş kir?

Piştre wî ez şandim Almanya.

Hedefa Şah ew bû ku min ji netewa

kurd bi dûr bixîne.

Dibêjin Elî Qazî li ser mîrasê Pêşewa

siyasetê dike?

Mixabin, rêza ku divê ji bo Pêşewa

were pêşkêşkirin, mixabin

nayê pêşkêşkirin. Berê li Hewlêrê

Festîvala Pêşewa hebû. Wezîrê

Rewşenbîriyê yê wê demê Samî

Şoreş got ku Îran pirsgirêkan derdixîne.

Ez Qazî Mihemed ne tenê

bavê xwe dibînim, Qazî Mihemed

yekemîn Serokê Komara Kurdistanê

bû ye, ala Kurdistanê yadîgara

pêşewa Qazî Mihemed e, doza

serxwebûna Kurdistanê kiriye. Gotina

pêşmerge, Ey Reqîb hemû yadîgarên

Pêşewa ne… Kek Mesûd

bi xwe jî li Mehabadê ji dayîk bû

ye. Ew bi xwe jî dibêje ew di bin

wê alê de ji dayîk bû ye. Wî jiyana

xwe xist ximet netewa xwe, divabû

zor zor rêza wî bihatiba girtin. Ez

qet li ser mîrasa Qazî Mihemed ne

siyastê dikim û ne jî min kiriye,

min bêhtir ziyan ji wê yekê dîtiye.

Tiştê pirr zêde lê poşman bû ye?

Pirr pirr li hevdîtina Şah poşman

bû me. Nedibû biçim cem Şah û wî

bibînim.

Çi bi serê Kitêbxaneya Pêşewa

hat?

Min ew anî, niha li nik kak

Mesûd e. Gelek kesan xwest ji min

bikire, lê belê min nexwest pirtûkxaneya

Pêşewa bi peran bifroşim.

Çend kitêb bûn?

1640 kitêb bûn, bi hemû zimanên

cîhanê bûn. 600 cild jî bi dest hatibûn

nivîsandin.

Pêşewa ji bo te bavekî çawa bû?

Pirr hêmin bû. Pirr ji min hez

dikir, lê belê nîşan nedida. Diya

min digot, dema ku tu radiketî,

bavê te dihat dêmên te maç dikirin,

tu hembêz dikirî. Lê dema ku biçûba

cihekî ez bi xwe re dibirim, ez

her demê li gel wî bûm.

Çend caran li te da?

Tenê carekê. Dema ku min li zarokekî

mamostayê bavê xwe da, me

şer kir. Bavê min wê demê xeyidî,

xwest min bigire û li min bide, lê ez

reviyam, wî kevirek rakir û avêt di

pişta min de lêxist. Tenê ew car bû.

Di dilê te de çi maye tu bikî?

Min dixwest cîgirekî layîq bim ji

bo Pêşewa Qazî Mihemed.
16

Trêna hewayî ya Wuppertalê 13,3 kîlometre dirêj e û rojane 50 hezar mirov bi kar tînin.

“Me bêriya trêna

xwe kir”

Wuppertal (Rûdaw) – Schwebebahna

ku bûye sembola barajê

Wuppertalê westiya ye. Trêna hewayî

ku salane bi dehhezaran turîst

dikşîne Wuppertalê, di nav salan de

çûye û îsal ket 110 saliya xwe.

Schwebebahn niha tê tamîrkirin.

Wuppertalî jî li benda trêna xwe ne.

Ji ber ku trêna hewayî di çûnûhatina

Wûppertalê de roleke taybet dilîst,

niha barê trafîka bajêr giran

bûye. Ji ber ku rêwîngiya Schwebebahnê

hêsan, zû û xweştir e,

Wuppertaliya bêriya trêna xwe kirine

û dixwazin demek berê were

tamîrkirin.

Xeyala Carl Eugen Langen ji

sala 1890’an û virve îcada trêneke

hewayî bû. Langen li fabrîqeyeke

şekir a li Kölne dîtibû ku alavên

fabrîqê li ser rêyên biçûk yên daleqandî

dibin û tînin. Wî projeya xwe

pêşiyê bi şaredarên bajarên Berlîn,

Munîh û Breslau re nîqaş kir. Şare-

Servet Ziya Çoraklı

daran fikra “trêna li hewayê” red

kirin. Piştî çend hewldanan meclîsên

bajarên Elberfeld û Barmenê

(ku paşê bûn Wuppertal) biryar girtin

ku “trêna hewayê” ava bikin.

Avakirina sektora îndustirûyê li

bajêr di destpêka sedsala 19‘an de

dest pê kiribû. Lê ji ber ku kolanên

bajêr ji bo erebeyên hespan û peyayan

hatibûn avakirin, nedibû ku

tramway ji kolanan derbas bibin. Bi

vî awayî fikra Langen ya trêna hewayî

gihîşt hewara wan. Di havîna

1898‘an de avakirina trêna hewayê

dest pê kir. Ji bo avakirina rêyan 19

hezar û 200 ton hesin hat bikaranîn.

Qralê demê yê Almanyayê Wîlhelm

II. tevî keybanûya xwe Auguste

Viktorîna jî di sala 1900‘î bi

vê trênê rewitiyek kir. Wagona hejmara

5‘an, ya ku Qral lê siwar

bûbû, hîn jî bi navê “Wagona Qral“

tê binav kirin û carcaran hin kes tê

de dizewicin.

Helbestvan û şoreşger Servet Ziya Çoraklı hefta borî li Hamburga

Almanya jiyana xwe wendakir. Şoreşgerê tirk Servet Ziya wek dostekî

kevn yê kurdan dihat naskirin. Em wek rojnama Rûdaw ji malbat û

hezkiriyên wî re sersaxî dixwazin.

Keskesor

“Rojnamegeriya

kurdî ya înternetê

kopî kirine...”

Stockholm (Rûdaw) - Malpera

Kulturname (www.kulturname.

com) ev salek bêtir e li ser înternetê

weşanê dike. Malpereka xwerû bi

kurdiya kurmancî ye û babetên tê

de tên belav kirin girêdayî kultur,

wêje û zimanê kurdî ne. Edîtorê

Malpera Kulturnameyê Sidqî Hirorî

di derbarê kar û barê malperê

de ji Rûdawê re axifî. Hirorî da

zanîn ku wan xwestiye êdî bi kurdiya

kurmancî jî malperên taybet

yên ku xwe bo warekî bi tenê terxan

bikin hebin: ”Me ew warê bêtir

nêzîkî hezkirinên xwe, ku kultur e,

bijart. Mebesta me ji avakirina vê

malperê hem konsentrebûn e li ser

nûçe, zanyarî û babetên kulturî û

hem jî yên edebiyatê û zimanî. Lê

mebesta ji hemiyan mezintir jî ew

e ku ev malper bibe forûmek bo

hevgehiştina kurmancînivîs û

xwendevanên kurmanciyê yên ji

hemî parçeyên welêt û herweha di

nivîsandinê de praktîsekirina zimanekê

nivîskî yê hevbeş yê li gor

gramer û rênivîsa kurdiya kurmancî

ya ku di van çend salên dawiyê de

cih girtî...”

Astengiya herî mezin zimanê

nivîsan e

Sidqî Hirorî lê zêde dike ku astengiyên

bingehîn yên her malpereka

kurdî nebûna çavkaniyên

fînans û aboriyê ne, ”lê astengiya

me ya rojane di Kulturnameyê de

zimanê nivîsan e, yê ku em pêrgî

dibin. Pirraniya nivîsaran gelek devokî,

dûrî rêdarên gramer û rênivîsa

kurdiyê ne û divê, eger em wan

belav bikin, pêşiyê serrast bikin. Lê

em vî karî ji hezkirina xwe bo kultur,

ziman, edebiyat û rojnamevaniyê

dikin. Em heta niha pêrgî

hestên poşmaniyê nebûne û hêvî

dikim ew çê nebe...”

Li ser tikandin û balkêşandina

malperê jî Hirorî diyar dike ku bêtir

ji Bakûrê welêt, Tirkiye û Ewrûpayê

serîlêdana malperê çêdibe:

”Malpera me bê şik ji bo texeka

xwendevanan e û ew ne wek malpereka

giştî ye ku xwe li ber gelek

tex û mijûlbûnan vedike ye û lewma

jî mêvanên wê sinordartir in. Ez

dikarim bêjim ku Kulturnameyê ne

kêmtir ji 600 tikandinên rojane û

20 000-ên mehane hene...”

Hîrorî dibeje ku xwendevan herî

zêde dixwazin ku di malperê de

bêtir nivîs û nûçeyên ji başûrê welatî

hebin: ”Her wiha dixwazin ku

nivîskarên Başûr yên bi kurdiya

kurmancî dinivîsin, bi alfabeya latînî

tê de beşdar bibin...” Hirorî,

Hejmar 27 | Sêşem | 12. Çile 2010

“Bê şik gelek malperên pirr înformatîv û dewlemend hene ku

rojane bi dehan nûçeyên nû tê de belav dibin.”

Malezya - Navê wî Santhosperumal

e. Ew ji Malezya ye. Temenê

wî 6 sal e. Lê belê ew niha li seranserê

cîhanê navdar e. Hunera wî jî

hêza wî ye. Her çiqas 6 salî be jî,

ew dikare otomobîleke ku giraniya

wê 1650 kîlo ye, bikişîne. Bavê wî

N. Thiagu dibêje, dema ku kurê wî

4 salî bû, wî xwe fêrî ajotina otomobîlê

kiribû. Santhosperumal, aliyekî

werîs bi otomobîla Mercedes

ve, aliyê din jî bi nava xwe ve girêdide

û wê dikişîne. Piştî çend gavên

destpêkê, ku têde zehmetiyê dibîne,

piştre ji wî re kişandina otomobîlê

hêsan tê.

Kesê ku vê yekê dibihîse, bawer

nake, lê belê dema ku lawikê 6 salî

derdikeve pêşberî kamerayan û hunera

xwe nîşan dide, her kes lê ecêb

dimîne.

“Her wiha dixwazin

ku nivîskarên Başûr

yên bi kurdiya

kurmancî dinivîsin,

bi alfabeya latînî tê

de beşdar bibin...”

Bavê wî dibêje, wê rojek were ku

navê kurê wî di Pirtûka Guinnessê

ya Rekoran de were nivîsandin. N.

Thiagu li ser taybetmendiyên kurê

xwe diaxife û dibêje, dema ku wî

xwest tiştekî bike, zû be dereng be,

Rûdaw

Edîtorê Malpera Kulturnameyê Sidqî Hirorî

dide diyarkirin ku wan heta niha çi

alîkariyeke madî ji ti kes û derekê

nexwestiye û nestendiye.

Rojnamegeriya kopî kirinê!

Em jê dipirsin ka ew rojnamegeriya

li ser înternetê çawa dibîne:

”Rojnamegeriya kurdî ya înternetê

di pirraniyê de rojnamegeriyeka

kopîkirina ji hevûdu ye û gelek pêgiriyê

bi prensîpên rojnamevaniyê

nake. Sedemên vê jî bêguman ji bilî

astengiyên aborî, nebûna rojnamevanên

profesyonel û astengiyên bidestxistina

nûçeyan e. Bê şik gelek

malperên pirr înformatîv û dewlemend

hene ku rojane bi dehan nûçeyên

nû tê de belav dibin.”

Li ser tunebûna reklaman di

medya kurdî de Hirorî balê dikişîne

ser çend xalan, ”Belkî ji bo bersivdanê

vê pirsê pêwîstiya me bi lêkolînekê

hebe, lê dikare sedem dualî

be; neşehrezahiya rêvebirên medyaya

kurdî ya înternetî di warê peydakirina

reklaman, anjî qîmetnedana

xwediyên reklaman bi medyaya

înternetî ya kurdî.”

Edîtorê Kulturnameyê behsa

xeyalên xwe yên li ser înternetê

dike û dibeje: “Ku malperên kurdî

yên profesyonal yên ku mîhneya

rojnamevaniyê bêtir pêve diyar e û

di warê naverok û babetên xwe de

her gavê xwe nû bikin û ji hevûdu

kopî nekin zêde bibin. Û Ez hez

dikim ku Kulturname bibe sê beş,

kultur, ziman û edebiyat û naveroka

wan ne bes kurdî lê cîhanî jî bin, lê

ev hezkirin e û pêçêbûn jî tiştekê

din e...”

6 salî ye û 1650 kîlo dikişîne

ewê bike. Li ser xwarin û vexwarina

zarokê 6 salî jî, bav diyar dike

ku ew weke her zarokî dixwe û vedixwe.

Santhosperumal her wiha,

pirr li fîlmên zarokan û fîlmên kartonan

jî temaşe dike.