6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berpirsyarî û binbarîtiya mirov

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Berpirsyarî; tê wê wateyê ku meriv reftarên xwe yan encamên rewşa ku di bin hukmê wê de ye, bi vîna xwe ya azad hilbijêre

Berpirsyarî; tê wê wateyê ku meriv reftarên xwe yan encamên rewşa ku di bin hukmê wê de ye, bi vîna xwe ya azad hilbijêre.

Binbarîtî; xwelêgirêdana kar û barê mecbûrî ye ku di bin sîwana peywir û berpirsyariya mirov de pêk tê.

Berpirsyarî, wekî encama tevgera ku bi zanebûn û bîrbirî û vîna mirov ku di çarçoveya binbaritiyaî wî/wê pêk tê jî, tê pênasekirin. Pênasekirina binbarîtî û berpirsyariyê ya têkildarî mirov tiştekî pir hêsan e, belê ya zehmet binbarî û berbirsiyarbûna mirov e.

Berpirsyarî dişibe benê ku du seriyê wî hene belê tenê nivê wî xuya dibe. Lewre; mirov tenê ne ji ber tiştên ku dikin, ji ber tiştên ku nakin jî berpirsyar in.

Mirovên peywirdar xwe binbar, mirovên binbar jî xwe berpirsyar dibînin Baş dibe xirab dibe; encama helwesta mirov a li ser mijarekê çi dibe bila bibe, aidî mirove. Divê berpirsyariya mirov tenê wekî erk û peywirên ku li hemberî jîngeh, welat, civak, malbat, sazî, heval, hevrê û hevkarên mirov pêk tên, neyê dîtin; lewre berpirsyariya mirov a herî giran a li hemberî wî/wê ye. Li vê dinyayê ew ê ku her zêde ji jiyana xwe berpirsyar e dîsa mirov bi xwe ye. Mirov hem ji ber jiyana xwe û hem jî ji ber jiyana mirov û heyberên din berpirsyar e.

Jiyan; kirûyeke xwezayî ye û bê vîna mirov pêk tê. Mirin jî wisa ye. Belê awa û şêwaza jiyana mirov a navbera jiyîn û mirinê bi vîn û hevyaza mirov pêk tê û li gor berpirsyariya mirov teşe digire. Berpirsyariya parastina jiyanê û şêwaza wê jî dîsa li gor hevyaza (tercîha) mirov dişêwe. Mirov hem dikare xwe ji ber jiyana xwe berpirsyar bibîne û hem jî xwe berpirsyar nebîne.  Belê divê pêşî ji bo bedêla encama vê berpirsyarî û neberpirsyariyê jî amade be. Ligel bedêla berpirsyariyê bedêleke neberpirsyariyê jî heye.

Berî her tiştî divê mirov vê pirsê ji xwe bike: “Gelo ez dixwazim rastiya xwe qebûl bikim û berpirsiayriya jiyana xwe hildim ser xwe yan ez dixwazim di cîhaneke sexte de jiyaneke bêwate hilbijêrim û xwe bixapînim?” Bêguman hem şêwandina awa û şêwaza jiyana me û hem jî hevyaza berpirsyariya jiyana me hertim aidî me ye. Gelek bûyer û lêqemînên xwezayî û geşedaniyên civakî bêyî îradeya me pêk tên. Ji bo wê, em ji ber tiştên ku bêyî vîn û viyana me pêk tên ne berpirsyar in.  Belê tevdîr û bergiriyên li pêşberî van bûyer û geşedaniyan, dikin ku em berpirsyar bin. An em ê vê berpirsyariyê hilbijêrin an jî em dewrî kesên din bikin. Gava ku em dewirî kesên din bikin, dê kesayetiyeke derewîn û xwebûneke qels derkeve holê. Em ê bibin celebekî mirovan ê ku em bi xwe jî wî/wê nas nakin derkeve pêşberî me. Na, heke em bawer bikin ku potansiyela me heye ku em dikarin bi îradeya xwe û di her kêliyê de jiyana xwe ji nû ve ava bikin û bi têgihîştineke xurt berpirsyariya jiyana xwe hildin ser xwe.

Hin mirov ji ber gelek sedeman, ji rewşa ku tê de ne ne razî ne. Coş û kelecana jiyanê bi wan re nema ye. Ji ber ku ne avakarê jiyana xwe ne; xwe berpirsyarê wê jî nabînin. Her çendî ku daxwaza jiyaneke coşdar bi wan re peyda bibe jî, vê yekê di dil û mejiyê xwe de pêk nayînin. Heçku, her tişt di mejî de pêk tê, di mejî de distewe û di mejî de biencam dibe. Heta ku mejî tiştekî nepejirîne, beden û azayên din wî tiştî qebûl nakin. Ji ber vê yekê ye ku ji binbarîtiya jiyanê girantir, ji berpirsyariya wê mezintir û zehmetir tiştek nîn e.  Dema ku mirov pê dihese ku her tişt li gor berpirsyarî yan jî bêberpiriyariya wî/wê diencime, şerê wî/wê yê derveyî yê li hemberî kesên din bidawî dibe û şerê wî/wê yê hundirîn -ê ku di mejî de pêk tê- ê xwe bi xwe dest pê dike. Şerê mirov ê xwe bi xwe ji şerê mirovên din zehmetir be jî, mirov car caran dikare bi xwe, belê her gav nikare bi kesê pêşberî xwe. Ji ber ku mirovê/a pejnkar xwe ji her kesî bêtir berpirsyar dibîne, ji kêmasiyên kesên din bêtir, bi kêmasiyên xwe hay dibe.  Êdî di asta lêpirsinê û lêhûrbûnê de ye, gav bi gav ber bi çareseriyê ve dibe, bi berpirsyarî tev digere. Kesên berpirsyar, ji ber ku wateyê didin jiyanê, hem ji xwe û hem jî ji kesên din hez dikin. Elbet çareseriya tu tiştî ne hêsan e; ji bo çareseriyê ked û hewldan, cehd û xebatê, vîn û viyan divê. Belê biservebûna berbirsiyariyê û daxwaza binbariyê her gav karê mirov û çareseriya pirsgirêkê hêsantir dike.

Sedema bêpirsiyariya mirov yek jê jî têgihana civakî ye. Heke di civakekê de her kes ji bilî xwe kesên din berpirsyar bibîne, dê bixwaze ku bedêla encama berpirsyariyê jî kesên din hildin ser xwe. Îcar li vir feraseta ku derdikve pêş jî,  ji berpirsyariyê bêtir bêberpirsyarî ye. Mirov êdî pê li cihê şil nake û berpirsyariyê hilnagire. Li gel îradeya xwe, xwebûn û kesayetiya xwe jî radestî kesên ku ji jiyana xwe berpirsyar dibîne, dike. Êdî ew dibe fermanberê kesê ku ji jiyan wî/wê berpirsyar e. Ew çi bibêje nabûn tune ye. Di asta erkêrin û pejirandinê de ye. Neçar e ku li gor fermana wî/wê tev bigere. Kes û hêzên ku berpirsyariya wî/wê dane ser xwe jî bi qîma dilê xwe ne; çi bixwazin dikarin wê pê bidin kirin. Hiş, hişmendî, îrade, bîr û biryar êdê ne aidî wî/wê ye. Ger di encama biryarên ku kesên din dane de tiştên baş derkevin holê dilşad dibe, ger tiştên xirab derkevin holê jî ne hewce ye ku xemgîn bibe; ji ber ku ew ne biryara wî/wê ye. Têkilînebûyînî, desnedayînî û pîrozweriya rêgez û biryarên ku li ser têne ferzkirin, dibin parçeyekî jiyana wî/wê. Piştre jî, ji ber ku berpirsyariya hebûna xwe ya ontolojîk û bêçaretiyê qet nade ser xwe; li şûna kesekî/e  xweser û serbixwe, dibe kesekî/e bindest û bintûte ku mejiyê xwe radestî kesên din kiriye û dev ji xwe berdaye.

Tiştekî balkêş e; ew mirovên ku ji rewşa tê de ne gilî û gazinan dikin, bêtir ew kes in ku tu car berpirsyariyê nadin ser xwe. Pêwîst e ku her mirov li hemberî jiyanê berpirsyariyê bide ser xwe û girîngî, qîmet û wateya her deqîqeyê bizanibe. Mirovên ku bı berpirsyarî tev digerin,  kêliyekê jî jiyana xwe bi poşmaniyê derbas nekin. Li ku derê dibe bila bibe, li cihê ku hestê berpirsyariyê hebe, ji bo mirov poşmanî tune ye. Gava ku mirov di tercihên xwe de azad be; dê di rewşa erênî de jî û di rewşa neyînî de zêde xemgîn û bêzar nebe. Ji ber ku bi berpirsyarî tev digere karê ku dike ji dil û can dike, her gav kêfxweş û aram e.

Ji bo jiyaneke aram, azad û aştiyane berpirsyarî dikeve ser milê her kesî. Belê her gav û tenê ew kesên ku bi berpirsyarî tev digerin vê yekê heq dikin.