Fîrmeyên spanî “dereng” berê xwe dan Kurdistanê

Geşpêdana aborî  li Herêma Kurdistanê

Rûdaw / Z.A – Hefteya borî 625 fîrmeyên navnetewî ji 27 welatan beşdarî pêşangeha navdewletî “Project Iraq” bûn ya ku ji roja 28 ta 31ê Cotmehê li Hewlêrê hatibû lidarxistin. Di nav beşdarên ewropî de ya Îtalya a herî xurt bû, hejmara fîrmeyên Îtalî  bêhtirî 100î bû. Tirkiyê jî xwediya beşê herî mezin ji erdê pêşangehê bû, ew jî 1700 metre çargoşe bû. Vê carê jî Spanya bi 18 fîrmeyan berê xwe da Hewlêrê ji bo peydakirina veberanînên nû li Herêma Kurdistanê nemaze di sektorê avakirinê de. Li gorî ajansa nûçeyan yê spanî EFE radigîhîne armanca van fîrmeyan ku bikaribin bi rêya Kurdistanê derbasî bazara îraqî bibin “Kurdistan herêmek pirr ewleye beramberî herêmên din li welêt, tevî hikûmetek bi serê xwe ye û  xwedî bazareke azad e, tê texmînkirin jî ku salane pêdiviya wê bi 15.000 xaniyên nû hebin”.

“Dixwazin bibin Dubeya duyemîn”

Berpirsê fîrmeya Arte Osaka, David Nkedive, ya ku maddeyên dîkorasiyona biha çêdike, derbarê veberhênana li Kurdisatanê dibêje ew cihekî ewleye û xaka wê bi mîneralan tijî ye “Ew gellek dixwazin xwe bipêşxînin, dixwazin bibin Dubeya duyemîn, êdî hejmara erebeyên luks, navendên bazirganiyê û hotêlên payebilind pir dibin”.

Di derbarê danasîna Herêma Kurdistanê ji bo fîrmeyên spanî wezareta aborî û rikberiyê  agahiyek ji sê pelikan weşandibû û têde behsa geşpêdana aborî li herêmê kiribû. Agahî bal dikşîne ser pîşesaziya petrol û gazê weke sektorê sereke ji bo veberhênanê, lê ew behsa şaxên din dike, ew şaxên ku ji her carê bêhtir giringiya aborî li herêmê distînin, û ku fîrmeyên spanî jî dikarin têde fersendan bibînin. Sektorên ku di derbarê  wan de agahî hatine weşandin jî ev in: Avakirin, tendûristî, alav û makîneyên çandiniyê, û geştûguzarî.

“Vekirina konsolxanyekê potensiyala sûdên balkêş dide herdu aliyan”

Înteresa bazirgan û karsazên spanî ji bo veberhênan hêdî hêdî li Kurdistanê mestir dibe lê beravajî çend welatên din yên Ewropayê ku ev bû çend sal in konsolxanyên xwe li Hewlêrê  vekirine, Spanya heya niha ev gav neavîtiye.  Me ji nîvskar û rojnamevanê pispor di pirsa kurdî de Manuel Martorell pirsî ka çima Spanya derbarê  vekirina konsoloyekê li Hewlêrê dereng maye, wî  ji Rûdawê re got  ku berî salekê înteres hebû ji bo vekirina konsolxaneyê lê: “Ez bawer dikim ku ew venakin jiber ku Spanya ne amade ye bo veberhênaneke mezin li Kurdistanê. Wan konsolek ya rûmetê binavkirin lê ti hêz di destên konsolên rûmetê de tune ye”. Martorell  derbarê zêdebûna înteresa karsazên spanî li herêmê dibêje: “Rast e, ku înteresa spanî ji bo Kurdistanê geştir dibe lê di baweriya min de em spanî dereng gîhîştin Kurdistanê”.

Konsola rûmetê ya berê li Hewlêrê  María Sancho derbarê heman pirsê dibêje xwezî bersiveke li ba min hebûya, pir  hez dikim ku heyamek bihata danîn ji bo ku pêşveçûnên danûstandinên di vî warî de encamekî bidin. Mixabin jî rewş ne wiha ye,  bawer dikim di pêşdebirina têkiliyan de ji bo rûdana konsoloxaneyek rasteqîn potensiyala sûdên balkêş dide herdu aliyan”. Dibe jî ku qeyrana aborî li Spanyayê kelema sereke be “Tu dizanî ku hîç hikûmeteke spanî nikare bi ferehbûnê birame nemaze di vê demê birrandinên (kêmkirina bûçeya wezaretan) di hemû waran de”.

Çavkanî: http://rudaw.net/kurmanci/business/02122013

Şîrove û nêrînên we